Jİ RONAHİYA ŞEVÊN TARÎ RÊBER APO RE
Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kîme û divê çawa bijîm. Yanê hizr û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de çi qas min zahmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min tê de hêza wateyê kişf kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz de bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim. Lê belê di sala 1998’an de qomploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn. Dîl ketina we di min de zêdetir hejandineke bi hêz û biryara azadiyê çêkir, min hêvî û bêrîkirina dîtina we tu car winda nekir. Lê min her dem hewl dida ku pir ji nêz ve te hîs bikim. Lewma min gelek caran di hundurê xwe de bi te re diyalog dikir û min hîsdikir ku tu wek deng û enerjiyekê dikeve hinavên min û min jê îlham digirt. Çend car jî tu bûyî mêvanê xewnên min û ez pir pir pê kêfxweşbûm. Bi rastî jî ez nikarim bi tevahî hest û ramanên xwe di derbarê we de bilêv bikim. Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem rastiyekî di mejiyê min de deng vedida ew jî ev e ku min nekarîbû dîl girtina mirovekî mezin wekî we dahurînim û min digot ev mirov ew der heq nekiriye. Bêguman ez berpirsiyarên dîlgirtin, tecrida rêbere gelekî û rênasê mezin yê mirovatiyê tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim. Bi qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî berpirsyar dibînim. Lewma her dem li hemberî we, gel û jinên ku bengiya xwe ya azadiyê bi we ve girêdane, xwe şermezar didîtin.
Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye.Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinêkê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şeristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.
Rêberê min! Ev çalakiya ku ez li dardixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê dê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku birdoziyê di kesayetiya we de tunebikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn. Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û pradigmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; “Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di riya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira” Piştî girtina we di sala 1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku we aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi we re nişan bidim. Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.
Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû de avakirina PKK de te navê min anî ser zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daya min. Ez vê wek rûmetekî pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we nola ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min. Aniha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li başûr heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku encamekî serkeftî bi destxînim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir bêriya we dikin…
Ligel Silav Rez û Hesrata xwe
21. 01.2006
Jİ BO TEVAHÎ HEVALÊN HÊJA!
Heyvek maye ji bo heftemîn salvegera 15’ê Sibatê û ketina 8’mîn sala dîlgirtina Rêber Apo, ji niha ve dilê min wek volkanekî dikele, ji bo teqandinê li fersendekê digere. Di xwezayê de jî gelek bûyer ji bo wekî volqanekê biteqin, pêdivî bi demeke guncaw dibînin. Mîna darekî fêkiyê… Fêkiyek heta ku nestewe (çênebe) ji bo ji darê neyê jêkirin bi demê re dikeve nav pêşbaziyekê û li bendî dema xwe ya çêbûnê disekine. Ger wisa ne be, fêkî nabe fêkî. Zindîbûn û hebûna xwe ya nazik û zirav nikare îspat bike. Volqan jî wisa ye. Dara fêkî xweşikbûn û rengîniya xwe di sêvekê de, di hinarekê de û di gelek fêkiyan de xwe nola berhemekê dide xwediyê xwe yê ku pê re gelek ked daye. Dîsa wê volqan jî li ku derê, çi demê û bi çi awayî biteqe, hêrsa xwe nîşan bide û wê çawa sizeya mirovên Ehrîmen û bêxêr bide baş dizane.
Hevalno, Dostno û Jinên Êşkişandî!
Ez dixwazim çend tiştan ji we re jî diyar bikim. Lê aciz nebin, govendê bigirin, hûn jî dizanin kêfa min pir ji govendgirtinê re tê. Dema ez govend digirim wisa his dikim ku ez bi bask dibim û difirim.
Ez wek zarokekê xwezayê û perçeyek biçûk ya gerdûnê dibêjim ku divê qanûn û pîvanên jiyanekê pîroz û bi şeref pêkbînim, wate bidim gera jiyana xwe. Ez di wê baweriyê de me ku weke dareke fekîyê dem hatiye ku ez berhemekê bidim gelê xwe yê êşkişandî, bibim hêviyek ji bo xeyala zarokan a ku hatiye gulebarankirin û xeniqandin. Kêm be jî, ez dixwazim bibim hêza pêşxistina hêviya azadiya jinên êşkişandî. Ya girintirîn jî bibim mûmek, di nav mûmên li derdora Girava Îmraliyê. Ez dixwazim vê ji we re bêjim; êdî dema wê hatiye ku, bibim bersivek ji bo dewletên desthilatdar, zilamên zordar û derewîn. Ji bo vê jî şeva 15’ê Sibatê dikim şeva sizakirina wan û mîna volqanekî nefreta hûndirê dilê xwe diteqînim.
Şeva 15’ê Sibatê, dilê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rahşan, Sema û heta digehe Fikrî Baygeldî û wek xeleka dawiyê, agirê bedenê Serdar Ari, di nav dilê min de lêdide, diruşmeyên “An jiyaneke azad an jî mirineke bi rûmet”, “Bijî Rêber Apo” di guhê min de diqêrin. Di nav mejiyê min de tenê zinge zingek heye, li ser hev bang li cîhanê dike. Ev deng jî kîlîtbûna bi armancê min re ye, ev yek serkeftina armanca çalakiya min sedî sed garantî dike. Pêtên agirê Sema û Serdar, di bedena min de geş dibe, ezê tu deman nehêlim ku agirê ocaxa Rêber Apo sar bibe. Di nîvê zivistaneke zor û zehmet de bi têhna agirê bedena xwe ez dixwazim peyamekê bidim û di vê peyamê de bang bikim. Ev peyama min jî peyama azadiyê ye. Banga min jî, banga parastina Rêber Apo, bilindkirina çalakî û tekoşîna gihîştina serkeftinê ye.
Silav û Rêz
15. 01. 2006
Roja dayîna cezayê hûcreye Rêber Apo
HEVALÊN BİRÛMET !
Di PKK’e de mezintirîn çalakî, xwedî li gotinên xwe derketine. Dema li cihekî gotin û soz wateya xwe jidest bide, bizanibin ku li wê derê xeflet, bêwicdanî û ruxandinekî rewiştî (exlaq) heye. Encama rewşekî wisa jî misoger xiyanet e. Her daîm xençer ji piştê ve li gelê Kurd, jin, PKK û Rêber Apo hatiye xistin. Tevayî hest, bîr, helbest, stran, lorik û gotûbêj bi kesereke mezin behsa van dike. Her tim xiyanet, têkoşîn û vîna berxwedaniyê bi hev re meşiyaye, mîna şerê di navbera Ehrîmen û Ahuramazda de, ev her du tim di nav pevçûnekê de ne. Zerdeşt dibêje; “Di encama vî şeri de çiqas zehmet be jî, ronahiya Ahuramazda serdikeve, bi wî şertê ku tevahî mirov baş bifikirin, baş biaxifin û karên baş bikin. Bi vî awayi îro dema wê hatiye ku baş bihizirîn, baş bipeyvîn û karên baş bikin, Heta ku ramanên Ahuramazdayê hemdem serkeftinê bidest bixe.
Di nivîsandina xwe ya din de, di encama fikirandineke dem dirêj de, ez bi biryarbûm ku di şeva 15’ê Sibatê de çalakiyê pêkbînim. Ji bo ku wekî jinekê an jî wekî Kurdekî naxwazim heştemîn salvegara dîlgirtina Rêber Apo bibînim û carek din mîna jinekê naxwazim çarmîxa xwe bibînim. Ez dizanim ku, di zivistanê de partî hinekî bi zahmetî digihêje hedef û çeperên Ehrîmen, ew jî her ku diçin li pêş çavên me dil, mejî û bedena gelê me dixwin û ev reweşekî xeter e. Ev jî ji bo min pêkanîndina çalakiyekê ferz dike. Min dixwest, bêku canê xwe bidim çalakiyekê pêkbînim, lê ez di wê bawariye de me ku divê mirov bi qasî pêwist dike, bijî. Her wiha ev her dem rastiyek e (dema gotin wateya xwe winda dike, dora çalakiyê tê, her çalaki jî avakirina ji nû ve watedayina gotin, soz û bihêzkirina hêviya azadiyê ye) di mejiyê min de weke zinge zingekê her tim deng vedide. Li aliyekî rewşa çarenûsaziya vê qonaxa ku em tê re derbas dibin, ji bo çareserkirina pirsgirêka azadiya Kurdan gelek derfetan dide lê bi qasî wê jî xeterî li ser Serok û gel heye. Ruxmê van derfetên heyî jî bêhevîtî, reşbînî, bêbiryarî heta digihêje asta xiyanetê û her ku diçe ez li hemberî vê bi hêztir dibim û îradeya an pêkanîna çalakiyekê, an pêkanîna çalakiyekê di min de pêş dixe.
Hevalên Hêja!
Ev biryara min ne nû ye. Di rapora ku min di heyva Tirmehê de ji bo PKK û YJA-STAR nivîsandibû de, min dabû xuyakirin. Ev ne biryarekî nû ye, dem dirêj e û di sala 1999’an de ez gihîjtibûm biryarekî wiha. Di aliyekî din de pêvajoya aloz a ku tevger tê re derbas dibû, li aliyeke din de jî pêwistî bi tevlîbûnekî di asta rêveberiya jin û xebatên giştî de dihat xwestin. Derfetên siyasi û taktîkî rê nedida ku ez çalakiyeke wisa pêkbînim. Lê bi destpêkirina hemleya 1’ê Pûşbera 2004’an re, derfetek wiha min bi destxist. Di wê baweriyê de me ku tevgera Jin, pêdiviya wê bi têkoşerên weke salên 1996-98 heye ku xelekeke nû bi agir li dijî komploya hûndir û derve çêbikin û bi vî awayî jî dil, mejî û wijdanên qeşagirtî bihelînin. Ango li hemberî dostaniya sexte û hevaltiya kêm, mîna Zîlan, Sema û Serdar di jiyan û çalakiyê de bersiv dayin pêwist e.
Dibe ku hûn ji min re bêjin “Te çima çalakiyekî wisa pêkanî?” û min rexne bikin, dibe ku Rêber Apo jî çalakiyek bi vî rengî nepejirîne, lê qasî ku ez têdigehîjim, di pêşketina têkoşîna azadiya Kurdistanê de, riya çareserî û pêşketinê bêbedel nebûye û nabe. Evaya di nav Tevegera Apoyî û Azadiya Jine de kevnepoşeke me ye ku mirov nikare dest jê berde. Ez jî wekî têkoşereke jinê dixwazim vê çandê bidomînim. Bi hatina xwe ya HPG’ê û YJA-STAR re min bi evîn û moralekî mezin planeke wisa çêdikir. Min dixwest ku li du cihên cuda yan jî li du hedefên cuda çalakî lidar bixînim. A yekemîn li Kurdistanê beyî ku zirarê bidime xwe li hemberî navenda kolekirin û fahişekirina jinê, a duyemîn jî di navenda rêveberiya dewlata şer û çeta ya Tirk de, mîna Zîlan û Sema bi çalakiya xwe, hejandinekî çêbikim. Li aliyekî ji ber şert û mercên zivistanê yên ku em tê de ne, li aliyeke din de jî ji ber têrnebûna ew nîqaşên ku min bi hevalan re pêşxist, min nekarîbû wan qana bikirbaya. Piştî vegerandina min ji konferansa YJA-STAR, min biryarekî wisa girt ku ger li çiya be jî çalakiyeki bi vî şêweyî pêkbinîm. Ez dixwazim 15 Sibata îsal, ne bi girî, bêçaretî û bêhêvîtî, belkî bi evîn, coş û bawariyekî mezin pêşwazi bikim. Bes li vir dixwazim di sê xalan de hesreta xwe bînim ser ziman û bi we re parve bikim. Ew jî ev in, Yekemîn; Di vê bingehê de ez negihiştim plana ku mi ji xwe re diyar kiribû û hedefên ku min ji xwe re armanc girtibû û li gorî dilê xwe min tola xwe nestend. Duyemîn; min gelê Bakûrê Kurdistanê ji nêzik ve nedît û dîtina xweşikbûna xwezaya bakûr di dilê min de ma. Sêyemîn; tenê ji bo keliyekê bibâya jî min serê xwe danibûna ser milê Rêber Apo û min henaseyeke kûr kişandibûya. Her çend ev wekî hesretêkê bû di hinava min de, tevî vê jî ez kêyfxweşim û bi bawerim ku rêhevalên min li cihê min û heta ji min zêdetir jî ji îro pê de dê vana pêkbînin.
Bêguman wekî rêvebirekê, hizirandin, xwe amadekirin, ji bo plankirin û pêkanîndina çalakiyek bi vî rengî zehmet e, ji ber ku rojane tevlibûneke bi hêz dixwaze. Min di vî alî de hewl da ku heya roja dawiyê jî xwe ji kar û xebatê dûr nexim û tevlî kar bibim. Lê belê bi misogerî ez vê dizanim ku di van hevyên dawî de wek pêwîst dikir min baş alîkarî neda hevalan û di vê xalê de ez ji hevalan lêborîna xwe dixwazim.
Silav û Rêz
23.01.2006
JI TEVAHÎ ŞERVAN Û RÊVEBERİYA HERÊMA HAFTANÎNÊ RE!
EvEv ne demeke dirêj e ez hatime vê herêmê. Min gelekî ji vir hez kir, tu dibê qey xwezaya vir her dem bi min re dipeyivî, ev ji bo min gelekî bedew û balkêş bû. Ji hemû jî girîngtir giyanê fedakarî û duristbûna hevalan aramiyeke mezin dida min. Min çi jin çi xort ji hemû hevalan pir hez kir, weki mirovên ku her tim henekên xwe bi mirinê dikin. Ruxmê vê jî gelek tiştê ku min jê nefret kir û min rexne kir û ji vir û şûn de jî ezê rexne bikim hene. Bi taybetî di nava gelek kesayetiyan de dudilî, bêbawerî, gilîkirin û qirêjkirina evîn û heskirinê, yanê bi giştî helwesta kesayetiya paşverutiya jin, feodaltî û jixwe razîbûna zilam careke din li vê derê ji hundur de ez birîn kirim. Dibe ku hin caran ji aliyê xwe vegotin û uslûbê de min we aciz kiribe, lewma ez ji we lêborîna xwe dixwazim. Lê belê careke din ez li pişt wan rexneyên min pêşxistibûn radiwestim. Rexneyên di derbarê nêzikbûnên me yên kêm û lewaz li hember rexne û rexnedayinê, çanda paşgotinî (dedikodu), şêweyê tekoşîna veşartî, ji bo rêxistinê wekî dînamitekê ye. Ez di wê baweriyê de me ku her yek ji we û her kadroyeke PKK’ê li hember pêşxistina jiyana rêxistinê û parastina wê di heman demê de li hember pêşxistin û parastina mirov ji ketina nava bêbawerî, bêbiryarî û xiyanetê xwe berpirsyar bibînin. Heke em di dem û cihê xwe de kedekî ramanî û jiyanî bidin tu tiştekî ku em bi sernexin û encam negirin nîne. Di bingehê dubarebûn û çaresernekirina pirsgirêkên jiyanî yên rêxistina me û bi tevahî sernexistina çalakiyên siyasî û taktîkî yên ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgisrêka Kurd em destnîşan dikin, ji bêberpirsyartiya kadro û nepartîbûna wê tê. Ango ev mantiqê me yê hiyerarşîk parastin û pêşxistina rêxistinê tenê aîdê çîneke biçûk an jî elîteke biçûk (rêvebiriyê) dibîne. Dema ez vê dibêjim wisa tênegihêjin ku ez tenê yek alî kadro an jî ferd tewanbar dibînim, ji ber ku kêmanî û lewaziyên rêxistinê jî bi qasî qadro heye û tên dîtin.Jixwe li gel min berdewam formulê (pêşketina kesayet = pêşketina rêxistinê ye û berovajî vê yekê jî rast e) ev ji bo bi dest girtina pirsgirêkan û bûyer-diyardeyan (olay-olgu) nêrandineke sereke ye.
Li ser vê bingehê dibêjim sirê partîbûn û serkeftina qadro tenê ev tişt e; tevî hebûna lewazî û kêmasiyên rêxistinê, xwe wek xwediyê rêxistinê bibîne, xwe wek perçeyekî wê yê sereke bibîne, di heman demê de wê rexne bike û ji bo pêşxistina wê ji dil û can jê re kar bike. Lewra em çiqas zorî û zehmetiyê bikşînin û bişkên jî divê vê jiyanê û vê rêxistinê ji çavên xwe baştir biparêzin. Ji ber ku ev rêxistin rêxistina dewlet an jî çîneke serdest nîne û ne rêxistineke ku hêza xwe ya madî û manevî ji cihekî din dizîbe. Ev rêxistin bi xwêdana eniya gelekî kedkar û bi xwîna geş û şêrîn ya bi hezaran keç û xortên dilgerm û evîndar re hatiye afirandin. Ji ber vê sedemê xwedî li rêxistinê derketin, xwedî li gel û şehîdan derketin e. Mirovê ku wisa be xwedan kesayetiya bi exlaq û bi rûmet e. Berovajî vê jî darûxaneke exleqî û bêvîcdaniyeke mezin e ku encama wê jî wekî Rêzan û Nûjin ber bi xiyanetê ve çûyîn e.
Hevalên hêja!
Dibe ev çalakiya min bandora xwe li ser we çêbike, lê belê ez tika (rica) dikim ku hûn bi awayekî hestyarî nêzîk nebin û li ber min nekevin. Ji ber ku hamleya 2006 ji me hemûyan tevlîbûneke hêzdar û awarte dixwaz e, ez jî wekî kadro û têkoşerekî jin dixwazim bi vî rengî tevlîbûna xwe nîşan bidim û peyama xwe bidim êrîşên qomployê yên derve û hundurîn û dengê xwe bi çalakiyên gel re bikim yek. Dibêjin dem wekî xencerekê ye, ger tu wê nebire dê ewê te bibire. Ji bo perwerde û amadekariyan heta biharê derfeta me heye. Ji bo xatirê min rojekî be jî programa xwe neguherin ji ber ku her yek ji we jî di xeta fedaîtiyê de xwe ji bo biharê amade dike. Ez jî yek ji we me û ji niha ve heke bikaribim serxînim ezê erkên asayî ya têkoşertiya xwe pêk bînim. Çalakiya vê pêvajoyê piralî ye. Ango tenê bi şêwaza Zîlan û sema nabe. Fedaîtî; jiyan, biryar, pêşengî kirin, ji bo pratîzekirina taktîkê têgihiştina felsefe û îdeolojiyê, têkiliya hevaltiya durist, bêdudilî çûyîna ser hedefê, afirînêrî û bi awayekî misoger di serkeftinê de kîlîtbûn e. Di wê baweriyê de me ku rêhevalên min çawa di demên derbasbûyî de xwedî lê derketibûn dê niha jî tevî hemû kêmasiyên xwe, xwedî li vê rastiyê derdikevin. Lê belê ev jî rastiyeke ku me wekî kadro di demên derbasbûyî de ev rastî bi awayekî nîvço pêk anî û heta niha jî me rawestîna navîn derbas nekiriye. Ji bo gotinên ku em dibêjin ji nû de bi wate bikim û xwe ji pirsgirêkên ku xwe dubare dikin xelas bikim min biryara çalakiyeke bi vî şêwazî girt. Ez nabêjim bila kêmasî nebin, lê belê dubarebûna van metirsîdar e û çavkaniya vê jî ev e; em bi tiştên ku dibêjin bawer nakin û qane nabin. Çalakiya min berî her tişti dibe rexnedaneke ji bo hevaltiya min a kêm bi Rêber Apo re. Kêm be jî dixwazim di nav tevgara giştî ya Apoyî û bi taybetî jî di tevgara Jinê de ji bo pêşxistina şoreşa zîhnî, wîcdanî û exlaqî bi rolê xwe ve rabim. Jêdera hêza vê çalakiyê jî ew îlham e ku ez ji parêznameya Rêber Apo û ji nûvejîna giyana PKK’ê werdigirim. Di heman demê de çalakiya min li dijî êrîşa topyekûn a dijmin li ser Rêber Apo, Gel û Tevgera me ye. Her wiha refleksa nepejirandina siyaseta marjînalkirina PKK’ê û çareseriyeke bê Rêber Apo ye. Ev ji nû ve nîşandayina çanda berxwedaniya qadroyên tevgerê û mîlîtaniya jinên Kurd e.
Ez naxwazim zêde dirêj bikim ji ber ku ev rastiyana ji aliyê her kesî ve tên zanîn. Lê belê bi zanebûnê re di her dem û kêliyekê de hîskirin kêm dimîne. Ango di navbera zanebûnên me û kiryarên me de pira hîskirinê lewaz bûye, lewra tiştên ku em dizanin baş pêknayinin.
Di dawiyê de ji ber ku wek pêwîst dikir ez tevlî kar, xebat û perwerdeyê nebûm, rexnedayina xwe didim û lêborîna xwe dixwazim. Dîsa we hemûyan ji dil silav dikim û yek bi yek hembêz dikim. Bi taybetî jî divê ez ji bîrnekim hevalên ku ez bi wan re di komîsyonekê de bûm ji wan jî lêborîna xwe bixwazim. Lê ez bawerim ew heval jî dikarin pir baş bi rolê xwe ve rabin.
Silav û Rêz
26.01.2006
Dİ KESAYETA HÊZA YJA-STAR A Lİ HAFTANÎNÊ DE Jİ BO TEVAHÎ HÊZÊN YJA-STAR!
GeleGelê Kurd bi giştî û jina Kurd bi taybetî di riya avakirina vîn û nasnameya xwe ya azadiyê de gelek bedelên mezin daye û hîna jî vê didomîne, ji vir û pê ve jî dê wek çandekê rojên dîrokê bixemilîne. Di nava tevgereke wek YJA STAR de endambûyin bi rastî xurûr, serbilindî û rûmeteke mezin e. Ji bo ku her roj giyana pîroz a mirov di nav de xwe feda dikin. Yên ku dijîn jî dixebitin ku li dijî koletiyê xwe bi hêz bikin. Rêxistina YJA-STAR bi xwîna bi hezaran keçên bedew hati
ye avdan û rêxistineke cewherî a jinê ye, lewra iro hêviya jinên dil bi êş û pêşenga wêrekiya jinê ye. Ango dikarim bêjim ku YJA-STAR xwedawenda wêrekiya jinê û sizedayîna zilamên zordar û derewîn e. YJA-STAR, stargeha jinên ku li azadî û li serxwebûnê digerine. Lewma pêwîst e tu kadroyeke jin çi di nava YJA-STAR de, çi jî di nava rêxistineke din a tevgera jinê de xwe ji vê rûmetê bê par nehêle û tu car vêya înkar neke an jî kêm nirx nebîne. Yê ku ji vê zemînê bireve ango wate nediyê divê bizanibe ku ji azadiya xwe direve û wate nade têkoşîna xwe ya azadiyê. Çimkî me mîna jineke Kurd di nav refên gerîla de baweri, îrade û hêza cewherî ya jinê bi destxist. Îro jî hemû rêxistinên din ê jinê ji hembêza dayika Star jidayikbûn û mezin bûn.
Her yek ji me ger li azadiya rasteqîn digere divê perspektîfên Rêber Apo fêm bikin ku dibêje; “Her kes ji çiya dakeve jî, jin divê bimînin û li azadiya xwe bigerin”. Ev ji bo me hemûyan di dema nêz û dûr de rêgezeke sereke ya xwe rêxistinkirinê ye. Bê ku em pişta xwe bispêrin şêwazê jiyana rojane, binkegirtin û taktîkên tevgera giştî, an jî bê ku em li benda çareseriya pirsgirêka neteweyî û daketina nava sîstemê bimînin, divê di rêka parastina cewhera jinê de li bajaran jî em bibin hêza pêşxistin û parastina jinan. Pêwîst e em di bingeh de bi cih bûna xwe ya li çiyan bikin xebatake sereke û di hemû waran de xwe amade bikin. Bi vê re jî Çawa çiya ji gelê Kurd re bûye cihê xweparastin û teslîmnebûyina ji dagirkeran re, di heman demê de em jî wek jinên Kurd divê çiya bikin kelha parastina jinê. Her wiha bikin wargeha ronesans û rohnîkirina komeke kadroyên pêşeng ên ku her dem bikaribin di xeta azadî û serxwebûnê de, meyla rêxistin û saziyên jinê yên ku di nava civakê de dixebitin diyar bikin. Ango pêwîst e bi awayekî dem dirêj YJA-STAR û ew jinên ku ji dil û can li azadiya rasteqîn digerin bikin temînata parastina xeta bîrdoziya azadiya jinê û nehêlin bibine mezhebeke sîstema desthilatdar a zilam. Ger ne wisa be em nikarin bi misogeri xwe ji xefka sîstema zordar û derewîn a zilam rizgar bikin, ji ber ku di vê sîstemê de tu tiştekî di berjewendiyê jinê de nîne. Ango çiya ji bo jinê tenê nayê wateya xwe parastineke çekdarî ya çors û armanca wê jî tenê çareseriya pirsgirêka netewî nîne. Di heman demê de çiya cihê pêşxistina kadroyên xwedan nasname û vîna jinê û warê ronîkirina zihniyetê ye. Ger her yek ji me wate û mîsyoneke wisa nede van çiyan, jiyan û kesayetiya xwe û li anagorî vê bi coş, îdîa û bi biryareke zanistî pêşnexînin, her wiha li dijî paşverûtî û koletiya xwe fêlbazî, derew, durûtî û serdestiya zilam tênekoşin, ne gengaz e ku pirsgirêka me ya netewî jî çareser bibe. Ger binêrin di sala 2003-04 de derfeteke girîng bidest me ket ku em ji rewşa siyasî ya herêmê sûd werbigirin û ber bi çareseriyê ve gava bavêjin. Lê belê koma çete û teslîmkar a hundurê tevgerê pêşî lê girt û em bi metirsiyeke mezin ve rû be rû man. Di nav vê komê de hejmareke jin jî hebûn. Heke ew jinana li azadiya rasteqîn bigeriyana û hinek wîcdan, exlaqê jina Kurd di wan de hebûya wê sedî sed bandora xwe li wê komê kiribûna û rê li pêşiya vê xiyaneta mezin bigirtana. Lê berovajî vê yekê tevgeriyan û xiyanet gihandin lutkeya herî jor. Di derbarê mîsyona jinê de di nava xiyanet û berxwedaniya tevgera Apoyî de gellek mînak hene, mînaka herî nêzîk jî reva Rêzan û Nûjin e. Ango di destnîşankirin û diyarkirina rewşeke wisa de mîsyona me eşkere ye. Êdî bila em vê bikin guharek û bi guhê xwe vekin û seranser nêzîk nebin û jibîr nekin. Ji ber ku jibîrkirin xiyanet e.
Ez naxwazim pir dirêj binivîsînim ji ber ku li her derê di meha Sibatê de konferansên kadroyan tên lidarxistin û bawer dikim ku ewê li wê derê pir berfireh guftugo bêne kirin û tiştên ku ez dixwazim bêjim ewê ji min baştir li ser bipeyivin, dê biryar û proje jî derbikevin. Lê wesiyeta min ji bo van konferansa ew e ku em xwe nexapînin û li pey derxistina biryarên nû negerin. Tenê biryarek heye ku em bidin, ew jî ewe ku gelo em li gorî armanca azadiyê dijîn an jî na? An jî wek Rêber Apo dipirse; “jina azad kî ye û çawa dijî?” em bersiva van pirsan bidin û biryara tevlîbûneke ji dil, mejî û wîcdan bidin, ev bes e. Piştî wê jixwe kesê ku di armanca xwe de bi biryar û zelal be dizane ku çawa têbikoşe, çawa şer bike, çawa xwe rêxistin bike û sistema xwe ava bike. Di vê çerçoveyê de ez hêvîdarim ku her kes, rêveberî, şervan, hevalên kevn û nû bi giştî van konferansana bikin amrazekî ji bo paqişkirina dil û mejî, her wiha vê biryarê bidin ku ji çûyîna ser xebat û azadiyê wêdetir tiştekî din nehizirin, gazinca nekin û bi wêrekî biryara serkeftinê werbigirin. Yên ku kevn in û xwedan ked û ezmûn in, bila xwe ji nehîlîzmê rizgar bikin, nirxê xwe bizanibin û hevpeymana xwe bi rêxistin û azadiyê re nû bikin. Yên ku nû ne jî bila xwe bêçare û feqîr nehêlin, ji ber ku derfetên me yên azadiyê pir in. Tişta pêwîst ew e ku sistayitiyê nekin, netirsin, lêbigerin, hîn bibin, têbigihêjin û ji bo ku fêm bikin û bibin kadroyên pêşerojê ji Rêber Apo û ji jinê fêrbibin, jinê wekî hêzekê bibînin, zû neşkên û paş ve gav navêjin.
Her yek ji me wek jinê ji civakê hatiye û me xwe avêtiye hembêza çiya, di vê jiyanê de li azadiyê digerin. Ango di civakê de fahîşetî, zewac, xwekujî, xwendin û hwd. gelek rêkên din hebûn lê belê bi zanebûn an jî bê zanebûn me wan rêkan hilnebijart û em tevlî vê jiyanê bûn. Di vir de nakokiyek heye û pir giring e ku bê çareser kirin. Ew jî ev e ku tevî vana xiyanet û rev rastiyeke jiyana me ye an jî di bin navê hezkirin û evînê de em xwe dikin aîdê zilamekî û hewl didin ku zilamekî jî bikin aîdê xwe. Her wiha dibe ku hinek heval jî di nava lêgerînêkê de bin ku gelo hezkirin çi ye û çawane? An jî hinek dibêjin, jixwe ev tiştekî qedexe ye. Lê tişta baş ew e ku xwe serkut bikim û ji rêxistinê re kar bikim, ku ew jî her dem ji vê nakokiyê direvin. Hinek jî dibêjin asteke min heye û dikarim hem bi zilamekî re bijîm, di dil û xeyalê xwe de cihekî jê re vekim û hem jî ji gel, Rêber Apo û jinê re bixebitim. Helbet her yek bi awayekî di nava nakokiyan de dijî û tevî ku perspektîfên Rêber Apo pir eşkerene her yek li gorî xwe serî li rêbazekî daye. Ez vêya wekî pirsgirêkeke sereke dibînim û wek hinek heval ku dibêjin “Ev pirsgirêk piştî mijara reforma civakî derket” ez wisa jî nanirxînim. Ji ber ku ev pirsgirêkeke civakî û mirovatiyê ye û di encam de, di nava me de jî pirsgirêkek birdoziyê ye. Ger berî vê di kesayetiyan de çareserbibûya tu bandora reforma civakî nedibû. Jixwe ji ber ku pirsgirêkeke bi vî rengî hebû, ew koma xêrnexwaz tiştekî wisa xist rojevê. Lewma divê berî her tiştekî birdozî û felsefeya Rêber Apo baş fêm bikin ku ew jî felsefeya hezkirin û evînê bi xwe ye. Di vê felsefeyê de aîdbûyin, mulkiyet û tabûkirin nîne. Lewre pêwîst e li ser vê xalê bi başî guftûgo bikin di hundurê xwe de biryar bidin û tercih bikin. Heke di vê xalê de em tevlî Rêber Apo bibin û bîrdoziya wî bipejirînin wê demê di hemû qadên dîtir de jî misoger emê tevlî bibin û tu kelemek li pêşiya me namîne. Ji ber ku Rêber Apo bi xwe jî dibêje; “Şerê me di kakilê xwe de şerê evîn û hezkirinê ye.” Ger îro em di xebatên xwe de çi wek kadroyên keç û xort bi nîvçoyî encam werdigirin an jî pir caran encam wernagirin rast e rast têkiliya xwe bi vê mijarê re heye. Ango bi evîn û hezkirin tênakoşin û enerjiya xwe naxin xizmeta armancê. Hîna jî di hinavên me de evîn û hezkirin wek tabûyekê ye û em jê biyanî ne. An jî me wek tiştekî qedexe fêm kiriye yan jî wek mijareke ku dê piştî şoreşê bê jiyankirin. Wan nêrînana yeko yeko şaş û nîvço ne. Bi nêrîna min jî hezkirin û evîn di vê jiyanê de veşartiye, bi ked, têkoşîn dikare were dîtin. Ji bo ku bi evîn û hezkirinê ve bijî ne şert e ku jin an jî zilamekî hilbijêre û bi taybet bike ya xwe. Ji ber ku tu dikare wek mirovekî jê hez bike. Ji ber ku berî bibin jin û zilam em mirov in, an jî zarok in, lewre bila heskirin û evîna me wek mirov û zarokan paqij be. Bila hezkirin û hestên evîna xwe di kesekî de heps nekin û dîl nexin. Jixwe li ba min di vê demê de lêgerîn li pêy jinekê an jî zilamekî ku pê re bijî û jê re behsa hezkirinê bike xeflet e. Ji ber ku hîn jî şoreşa zihniyet û bi taybetî şoreşa hezkirina mirov bi serneketiye. Lewma her têkiliyeke teng a di navbeyna du kesan de encama wê hevûdu ber bi kolekirina evînê ve kişandin e. Di vir de ez nabêjim evîn û hezkirin tune ye. Ez dibêjim heye lê belê pêwîst e di mirov de bi gelemperî bijî. Di her zilam û jinekê de pîvanên ku dipejirînim dibînim û nikarim ji hemûyan heznekim. Lê belê tiştekî din jî heye ku ew pîvanên ku min ji bo hezkirina zilamekî diyarkirine ne gengaz e ku hemûyan di kesekî de bibînim. Ji ber ku her kesek ji radestbûn û ji rastiyê xiyanetkirinê re zemîn e. Ez dibêjim lêgerîn li pêy kesekî bi çi awayî be xeflet e û jixwe mijulkirin û ji kîs çûna demê wêdetir tiştekî din nîne. Ji bona wê ez dibêjim berî ku em evîndarê zilamekî bin divê em evîndarê mirov, xweza û jiyanê bin.
Êdî ew dem hatiye ku em biryar bidin, bi her awayî tevlî îdeolojiya Rêber Apo bibin. Ji ber di dilekî de tenê ji zilamekî yan jî ji jinekê re cih hebe ne gengaz e ku bi tevahî rê bide jiyankirina gelekî û serokekî. Heke rê jî bidiyê ne pir bi hêz e û wê rojekê dê jê qut bibin. Rast e mirov xwedan xwezayekî welê ye ku bi yê li hemberî xwe bandor dibe û bandor lê dike. Eviya nayê înkarkirin. Lê tişta girîng di vir de hunera şerkirinê ye ango ji hestên xwe nereve lê li hemberî wê jî bin nekeve û radestî wê nebe. Ger wisa jî bû mirovekî bi xwe bawer û bi îstîkrar ji te derdikeve û ev yek her roj xwe bi nû kirinê re pêşdikeve. Di vî alî de min şaş fêm nekin û heznakim ku bêjin bi rastî hevala Viyan xwe çareser kiribû û azad bû. Ji ber ev rastiyeke ku heta mirov bijî divê têbikoşe û nehêle ku biçûk be û ber bi koletiyê ve biçe. Wek jinekê aliyên paşverû yên jinê di min de jî hene lê belê bi tu awayî min hestên xwe di ser guh re navêt û ev yek ji xwe re kir bingeh, tu carî radestî wan nebûm û bin neketim. Her wisa heke min hîs kiribe ku di nava têkoşînê de hevalekî xort bi min bandor bûye û di têkoşîna wî de bûye sedema lewazbûnê ez pir ji xwe hêrs bûme û min dest bi li xwe pirsînê kiriye. Ji ber ku dizanim wekî jinekê, wekî Kurdekî dikarim şoreşgerekî pêşbixim lê mafê min nîne ku mirovekî ji xizmeta têkoşînê dûr bixînim. Di dawiyê de wek jinekê li hember rastiya Rêber Apo, gel, tevayî jinên azadîxwaz û li hemberî we hevalên delal wek hêza jinê yên li Heftanînê û tevayî hêzên YJA-STAR û hemû hevalên xwe yên têkoşînê rexnedana xwe didim, ger kêmasiyeke min hebe yan jî min we aciz kiribe, lêborîna xwe dixwazim. Di vir de nameya xwe ya vê beşê bi dawî dikim û bi hêviya serkeftina konferansa kadro û tevahî tekoşînê we hemûyan bi hestên jintiyê ji dil silav dikim û we yek bi yek maç dikim.
27.01.2006
Jİ GELÊ KURDÊ WELATPARÊZ Û BERXWEDANVAN RE!
Dîrok Dîrokê îspat kiriye ku gelê Kurd, gelekî leheng û cangoriye. Tevî siyesata înkar, qirkirin, Erebkirin, Tirkkirin û Farskirinê, gelê me bi her awayî hebûna xwe parastiye û di dîrokê de nehatiye windakirin. Dewletên dagirker her dem jê re gotine ku; “Encex tu Tirk be, Fars be yan jî Ereb be mafê te yê hemwelatîbûnê û wekî mirov mafê te yê jiyînê heye!”. Dewleten mezin yên cîhanê bê rawestan dihizirin ku çawa, kengî û li ku derê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî Kurdan mîna maşeyekî bikar bînin û lîstokê biserxînîn. Çîna serdest a Kurd jî ango Kurdên hevkar di riya berjewendiyên xwe yên teng a partî, malbatî û takekesî de her dem xwestine gelê Kurd ê kedkar bifiroşin û pê bazirganiyê bikin. Gelê Kurd di rewşeki wisa de ye ku mînaka wê di tu deverên din yê cîhanê û dîrokê de nehatiye dîtin. Gelekî ku hatiye tecrîdkirin, tenê maye û mîna civateke tewanbar û têkder tê dîtin. Ev rewş jî bi qasî 5 hezar sale tê jiyankirin. Li dijî vê Kurdan bi qasî ku karîne bi hezaran şer, kuştin, birrîn û koçbertî, bi êşeke mezin ve encex xwe parastine û gihane sedsala 21’min.
Rêber Apo û tevgera rizgariya netewî ya Kurdistanê zêdetirî 30 sal e dest li vê rewşê werdaye û îro jî gelê Kurd aniye asta têkoşinekî wisa ku êdî tenê xweparastin, kuştin û birrîn wekî çarenûsekê napejirine. Niha jî li hemû cîhanê bang dike û dixwaze dawî li tirajediya xwe bîne. Dixwaze destê çareserî, aştî û demokrasiyê jê re were dirêj kirin. Lê belê ne dewletên qaşo parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê û ne jî dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê ne tenê bersiva destên aşitiyê nadin, berovajî wê heta dawî bi hovitiyekî (vahşet) mezin, bi şer û zextê bersiv didin, radestbûn û nokertiyê disepînin. Ev jî girêdayî komploya navnetewî, di çarçoveya konseptekî nû de tê meşandin. Navê vê konseptê jî bêrûmet kirin û şikandina vîna Kurdê serbixwe ye. Dibêjin ku “Em gelê Kurd înkar nakin”, lê belê çareserkirina bê Rêber Apo, bê PKK esas digirin. Ev ne tiştekî asayiyê ku ji aliyekî de êriş dibin ser gerîla, gelê çalakvan û Rêber Apo, ji aliyekî din ve jî Kurdên girêdayî xwe xistiye navenda projeya Rojhilata Navîn a mezin û soza avakirina dewlet û sitatuyeke giredayi xwe didin wan.
Wisa xuyaye ku wê sala 2006 pir bi germî derbas bibe, dijmin şerekî topyekûn îlan kiriye û pêde pêde pêk tîne. Li ser vê bingehê em jî weke gelê Kurd divê ji her alî de têkoşîneke piralî û bi hêz bimeşînin. Sala 2006’an ne tenê wekî sala xweparastinê, wê bibe sala diyarkirina çarenûsa Kurdan û çareseriyê. Di vî alî de temînata serkeftinê di destê me de ye bi wî şertê ku her kes here ser karê xwe û di nav şerê parastina bi rûmet a vîna xwe û gelê xwe de cih bigire. Ji bo vê jî her kesekî Kurd, her sazî, rêxistin û partiyek, her gund, bajar, bajarokekî, her şahredariyek, her rewşenbîr û çina ku xwe wekî mirov û Kurd bi nav dike divê di vê salê de xwediyê neqşeyeke çalakiyê be. Armanca vê neqşeyê jî tenê û tenê esas girtina azadî û serkeftinê be. Êdî ne bêçaretî û binkeftin, di sedsala 21’mîn de em bi têkoşîna xwe ya cewherî çarenûsa xwe destnîşan bikin. Di demê nêz û dûr de divê em sê tiştan bikin stûnê sereke yên neqşeyên çalakiyên xwe, hemû hêz û behremendiyên (yetenek) xwe di vê riyê de tevger bikin.
A ayekmîn; wekî gelê Kurd û jina Kurd divê di riya azadiya Rêber Apo de bi şîara “Bê Serok Apo jiyan nabe!” gav biavêjin û vê rastiyê ji çarçoveya şîarekê derxînin. Ji bo wê jî pêwîst e her rojêke me mîna 15’ê Sibata 1999’an bi giyan û germahî derbas bibe. Lê belê bi awayekî zanistiyanetir û bi rêkxistintir. Ji ber ku bi rastî jî di 15’ê Sibata 1999’an de germahî û serhildanên gel pir bilind bûn û mirovên Kurd vêya selimandin ku, Rêber Apo ji bo wan rastiyeke jêveneger e û hinceta serekî a şer û aştiyê ye. Ez jî di wê baweriyê de me ku reaksiyona Kurdan li dijî komplo dê careke din vegere pêvajoya 15’ê Sibatê û misoger guhertinên pir girîng di rewşa Serokatî de çêbike. Di demeke kin de zemîna azadî û serbestbûna Rêber Apo garantî bikin. Ji ber rihe berxwedanî û wêrekiya gelê Kurd di 15’ê Sibata 1999’an de giyaneke, ku cîhan li hemberî wê hejiya. Bi vê munasebetê bang li hemû gelê Kurd ên li çarnîkarê cîhanê ne dikim ku, 15’ê Sibata îsal jî di têkoşîna me ya azadiyê de bikin destpêkek nû.
A duyemîn; di xeta parastina rewa de bêku xwînrijandina mirov bikin armanc û zirarê bidin yekitiya gelan pêwîst e mil bi milê çalakiyên berxwedanî û demokratîk din, tevahî jin û ciwan mîna gerîla berê xwe bidin çiya û di heman demê de li bajaran jî bikaranîna mafê bergirêdanê tenê ji HPG’ê hêvî nekin. Çavkaniya madî û manevî ya hêzen şerxwaz û ew sazî û binesaziyên dewletê bikin armanc, ku di kûrkirina bêçaretî û qirkirina Kurdan de bi rolê xwe ve radibin. Jin û ciwanên Kurd çawa ku doh rolê xwe pêkanîne îro jî dikarin çarçoveya çalakiyên pasîf derbas bikin û her yek ji wan mîna gerîlayekî bajaran çalakiyên mezin ji xwe re bikin armanc. Ji ber ku îro roja xebat û biryardayinê ye, rûniştin û lewaziya çalakiyên me berdêlên mezin û encamên ku me heq nekirine dê bi xwe re bîne. Ji bo vê jî derfet heye, dewlet di nava hejandinekê de ye û ewqas hêzdar nîne. Lewma heke em di çaçoveya xwe parastinê de çalakiyan lidarbixin dê teqez naçar bibe ku Îmralî bike navnîşana muxatabê xwe û destê aştiyê dirêjî Kurdan bike. Ger ev yek pêk were wê hêvî û daxwazên jin û ciwanên Kurd yên aştiyê bi wate bibe. Ji ber ku aştî ked û bedelên mezin dixwaze.
Di neqşeya çalakiya gel de stûna sêyemîn jî pêşxitin û rêxistina pergala konfederalîzma demokratîk a Kurdistanê. Di vî alî de rexneyên Rêber Apo her tim hene û liv û libata giran a sazî û rêxistinên berpirsyar destnîşan dike. Pîvaneke sereke ji bo bersivandina şehîdan û xwedî li ked û têkoşîna gelê me ya bi salan derketin, di heman demê de girêdana me a bi Rêber Apo re avakirina pergala konfederalîzmê ye. Ji ber ku Konfederalîzma Demokratîk xeta çareseriya demokratîk e û pergala xwe rêveberina gelê Kurd e. Ger ku em vê sîstemê baş fêm bikin û di hemû waran de ji jêr ber bi jor ve rêkbixin wê demê em bi tu awayî muhtacî dewletbûyinê nabin, bi destxistina mafê ziman, çand û nasnameya me jî emê ne ji dewletê ji xwe hêvî bikin. Dî vê çarçoveyê de tevlîbûneke piralî ya siyasî, leşkerî, rêxistinî û hwd. pêwîst e em pêşbixin. Wê demê ez bawerim ku di demekî nêz de, dê roja Azadiya Kurdan jidayik bibe û çawa ku pêvajoya şoreşa vejînê ya netewî me bi awayekî serkeftî pêşxist, îro jî emê bi ked û vîna xwe pêvajoya çareseriya demokratîk bi serbixin û dawî li trajediya netewî bînin.
Ez jî wek zarokekî we ji bo tevlî çalakiyên we bibim, dixwazim deynê xwe bidim we gelê xwe yê hêja û fedakar. Li sertarên çiyayên pîroz ên Kurdistanê, zahmetî û sînorên ku dijmin di navbeyna gel û gerîla da daniye û serma û seqema zivistanê dişkînim û bi çalakiyeke agirîn dixwazim girêdan û duristbûna gerîla nîşanî we bidim. Her wiha vê mizgînî û peyamê bidim ku tevî hemû kêmasiyên me heta zerreyek raman û giyana Kurdînî û PKK di me de hebe wek Sema û wek Serdar Ari, em bi vîn û biryar ji bo xwe fedakirinê amadene. Di nava jiyaneke tijî aştî û azadiyê de serkeftin û jiyîn zêde ne dûr e. Eger dûr be jî tu cara zeman nikare bawerî û îradeya me ya tekoşînê bişkine. Di dawî de dibêjim, çi kêfxwaşim ku zarokê gelekî mina we me.
Silav û rêz
Jİ GELÊ KURD Ê Lİ BAKÛRÊ KURDİSTANÊ RE
Pir bi hesretbûm ku rojekê ji çiyayên bakûrê Kurdistanê ve ber bi germahiya serhildanên we ve bi rê bikevim. Hemû hêvî û armancên min ew e ku bi azadî û di nava atmosfereke aştiyane de hûn bi ziman, çand û nasnameya xwe ya netewî wekî mirov bijîn. Dibe ku ez wekî şexsekî vêya nebînim. Lê belê ji niha ve, vê rastiyê hîs dikim û pê bawerim. Jixwe dîtina me pir girîng nîne. Tenê bi şertê ku em wan zarokana bibînin ku bi destên xwe yên hûrik û biçûk kevîr davêjîn wan kabûsên ku xewn û xeyalên rengîn tevlî hev dikin û pêşeroja wan reş dikin. Rêber APO nêzî we ye, hûn pir bi şens in lê ez dizanim ku barê we jî pir giran e. Ji ber ku ew ne tenê Rêberê gelekî ye. Belku emaneta mirovahî û dîrokê ye. Lewre azadkirin û parastîna wî pir zor e. Fedakarî û têkoşîna we ya bê rawestan jî jêdera xwe ji vir digire. Lewma pîroz e. Ez jî tevî rexnedayina xwe ya li hember we, we pîroz dikim. Hêvîdarim ji vir û pê de bi hamleya berhevkirina îmzeyan a ji bo referandûma demokratîk a gelê Kurd û hemû çalakiyên din ên demokratîk, emê pêvajoya çareseriya demokratîk serxînin. Di dawî de ez bang li tevahiyê gelê xwe yê delal dikim ku li hawirdora Rêber APO û sazî û rêxistinên wî bicivin. Tu kes, grûp û komekî bê hêvî û lewaz li pêşiya xwe nekin kelem û tenê û tenê çavê we li serkeftinê be.
Silav û rêz
Jİ BO GELÊ KURD YÊ Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ
Destpêkê li çiyayên bîlînd ên Kurdistane wek keçekî gerila, silav, rêz û dilsoziya xwe pêşkeşî we dikim. Bî vê re kêyfxweş im û ji dil ev serkeftin û destkeftinên dîrokî yên îro di başûrê Kurdistanê de li we piroz dikim. Ev berhema xwina bi hezaran şehîd, ked û têkoşîna gelê me ya bi sedan sala ye. Ev pêşketinên ku îro li Kurdistanê rû didin û we kesên welatparêz dilxweş dikin, bi gelek bedel û qurbanên mezin û pîroz ên mîna Helepçe, Enfal, koçberî, kuştîn û birrîn bi dest ketiye. Lewma parastin û berevanîkirina îradebûyina gelê Kurd di prosesa demokratîzekirina İraqê û avakirina pergalekî nû ya dewletê de, peywira her Kurdekî bi rûmet û namûs e û dijbertiya vê jî bêbextiyeke mezin e. Di vir de xala herî girîng ew e ku gelê me bi hişyariyek mezin van destkêftinên xwe biparêz e û ji bo pêşxistina wan bixebite. Ji ber ku divê baş bizanibin ku hîna jî li Kurdistan û li herêmê bi giştî gef xwarin û zingilê metirsiya şer û konseptên kirêt yên dijmin li ser gelê Kurd ji holê ranebûne û pêwîst e helwesteke bi tevahî bê nîşandan.
Dewletên Rojava bi giştî û bi taybetî jî Amerîka li rûxmê ku bixwe di dîrokê de sedema derketina pirsgirêka Kurdistanê ne îro bê ku fedî bikin li ser keda gel û xwina şehîdên me mêraniyê dikin. Xwe wek xwedan û afirînerê destkeftên dîrokî yên îro li Kurdistanê, dibînin û dixwazin di Rojhilata Navîn de başûrê Kurdistanê bikin kela parastina berjewendiyên xwe yên siyasî. Heta niha jî ji aliyekî de li pêy wan fend û fêlana ku çawa, kengî û li ku Kurdên başûr li dijî dewletên mîna Tirkiye, Suriye, Îran bikarbînin. Ji aliyeke din ve jî ji bo ku Kurd sînorê vê derbas nekin û di bin venêrana (kontrol) xwe de bigire, hewl dide ku başûrê Kurdistanê ji bo Kurdên perçeyên din ên Kurdistanê bike xefkek, bi vêya re jî Kurdan li dijî hevûdu bi karbîne. Dema ku ji aliyekî de PKK’ê dixin listeya terorê û Rêber Apo dixin girtîgehê û ji aliyeke din ve jî ji serokên partiyên başûr û federasyona Kurdan re jî dibêjin erê, tiştekî tesadef nîne. Divê ev yek baş bê dîtin û gelê başûr vê nepejirîne.
Dewleta Tirkiye, Suriye û Îran jî her dem dixwazin azmûna başûrê Kurdistanê têk bibin ji siyaseta xwe ya dijbertiyê û dijminantiyê paş ve gav navêjin. Hêzên desthilatdar ên di nava Kurdan de jî, bi taybet çîna serdest û berjewendîparêz a partî û malbatan jî di bin navê siyaset û Kurdîniyê de maske li ruyê xwe pêçane û bi xwîna gel bazirganiyê dikin. Di pêvajoyeke wiha nazik û girîng de, li her çar perçeyên Kurdistanê û li bakûrê Kurdistanê bi taybetî li ser diyaloga çareseriya siyasî a pirsgirêka Kurd guftugo tê kirin. Gotina Mam Celal ku ji Tirkiye û Amerîka re dibêje “Bila Apo bêdeng bikin” eyb û şermekî pir mezin e û divê neyê pejirandin. Êdî şerme ji Kurdan re ku li dijî hevûdu plan û xefkan deynin, ji ber ku lewaziya Kurdên her perçeyekî dibe lewaziya tevahî Kurdistanê. Çarenûsa her çar parçeyen Kurdistanê wekî goşt û neynokê bi hev ve girêdayî ye. Bi taybetî heya pirsgirêka Kurd li perçeya mezin a Kurdistanê ango li bakûr çareser nebe negengaze ku Kurdên perçeyên din bi rûmet û bi azadî bijîn. Li ser vê bingehê bang li tevayî gele Kurd ên başûrê Kurdistanê dikim ku di derheqê şoreşa bakûrê Kurdistanê de bêdengî û bêberpirsiyariyê nepejirînin. Çimkî bêdengî dibe sedema mirinê û jidayikbûneke mirî ya îrade û destkeftên nû yên li başûr û ev yek pir dirêj nake. Ji bo vê jî bila hemû jin û zarok, ciwan û pîr û rewşenbîr dengê xwe bidin referandûma demokratîk a parastina Rêber Apo û wî wekî vîna siyasî ya Kurd bipejirînin. Bi hemû hêz û tiwanên xwe piştgirî bidin çalakiyên gel ên li hemû perçeyên din ên Kurdistanê. Di vê mijarê de bawariya min bi giyana berxwedana gelê min heye. Ji ber ku gelê başûr, gelê Helepçe, gelê xwe gorî kirin û serhildana azadiyê ye.
Ez jî wek keçekî we nêzî deh sale bi çanda berxwedaniya ku min ji we wergirtiye, ew zanebûn û vîna ku ji Rêber Apo, PKK û tevgera azadiya jina Kurd wergirtiye, li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiya gele Kurd û jina Kurd têdikoşim. Hemû hewl, hêvî û armanca min; azadiya gelê Kurd ya her çar parça ye. Her wiha li başûrê Kurdistanê demokratîzebûn, azadiya zihniyetê, bi dawîanîna xwekujî, bêçaretî û koletiya jinê dîsa reva ciwanan ji welatê xwe û çareserbûna hemû pirsgirêkên din yên civakî daxwaza min e. Li ser vê bingehê îro bi çalakiyeke fedaî dixwazim helwesta xwe ji bo girêdana bi vê armancê re nîşan bidim û peyamekê bidim we kesên hêja. Ev çalakiya min ne wek xwekujiya wan jinên ku ji bêzarî û bêçaretiyê çavkaniya xwe digire, çalakiyeke di rêya evîna jiyanê, pêşxistina zîhniyetê û çalakiya azadiyê de ye. Her wiha berdewama çanda berxwedaniya jinên mîna Leyla Qasim, Zîlan û Sema Yuce ye. Çiqas bi vê kêyfxweş dibim ku ev peyam û çalakiya min bigihêje guhê hemû gelê min û tevayî jinên Kurd. Kêm jî be hêzekî bide têkoşînê û liv û libateke nû di nava gelê başûrê Kurdistanê de çêbike. Di dawiyê de wekî kadroyeke jin a başûrê Kurdistanê rexnedayîna xwe didim, ji ber ku wek pêwist dikir min pêşengtiyeke bi hêz bi cih neaniye û min perspektîfa Rêber Apo ku bîrdoziya rizgariya jinê wekî bîrdoziya şoreşa civakî ya başûr didît, baş bi we neda nasîn.
-BİJÎ RÊBER APO!
-BÎJÎ PKK Û PAJK!
-BİJÎ KJB Û KKK!
-BİJÎ HPG Û YJA STAR
-BÎJÎ HEMÛ ŞEHİDÊN RİYA AZADİYÊ!
-BİMRE XİYANET û KOMPLOYA NAVNETEWÎ!
-BİMRE Bİ HER AWAYÎ PAŞVERÛTÎ DESTHİLATDARİ!
Silav û Rêz
01 Sibata 2006
Jİ MALBATA MİN A XWEŞDİVÎ RE!
Di serî de silav û rêzên xwe ji dayîk, bav, xwişk, bira û hemû xizm û dostên xwe re dişînim. Yeko yeko çavên we maç dikim, tenduristî û saxiya we hêvî dikim.
Delalno, nêzî deh sal e ji ber şert û mercên têkoşînê û hinek jî acizbûna min a ji we, min ji we re name neşandibû. Dema ku destpekê tevlî şoreşa rizgariya gelê Kurd û tevgera azadiya jina Kurd a bi rêbertiya PKK’ê û Rêber Apo bûm, me pir ji hevûdu fêm nekir. Lewma me hinekî hevûdu aciz kir. Lê belê piştî deh salan hêvîdarim ku êdî têbigihêjin û wate bidin vê rêbaza ku ez û bi hazaran keç û xdrtên ciwan ên her çar perçeyên Kurdistanê tê de ked didin û têdikoşin. Êdî hûn bixwazin jî nexwazin jî malbatekî vê şoreşêne û ev bi we nakeve ku hûn deriyê xwe, dilê xwe li ruyê hevalan, raman û armanca ku keça we û bi mîlyonan mirov evîndarê wê ne, bigirin. Hûn kesên xwedan rêz û prestîjeke civakî ne û hûn ew Kurdên ku di dîroka we de Helepçe, Enfal û qurbandayin ji helwesta we ya welatparêz re şahid in. Hûn ji wî gelî ne ku felsefeya we ya têkoşînê li ser rastîneya (şêr şêr e, çi jin e çi jî mêr e) hatiye avakirin. Lewma êdî hebûna îradeya jinê di diyarkirina çarenûsa gelê xwe de wekî mirovekî bi eyb, bi şerm û bi lekekirina namûsê nebînin. Êdî li pey pîvan û kevneşopên paşverû ya civakê nekevin û hebûna jin a wekî mirovekî li xwe mikur werin. Ji ber ku li xwe mikurhatina li ser mirovbûyin û îradebûna jinê tê wateya bi mirovbûna gel û civakê. Ger ne wisa be dê di jiyanê de her nivço bimînin. Êdî dema wê hatiye ku hûn jî biryar bidin, xwedî li mirovahî, dîroka qehremanî û berxwedaniya gel derkevin. Hûn jî bibêjin “Wekî her Kurdekî bi şeref û namûs em jî hene û li gorî hêza xwe em jî xizmet dikin”
Dema ku ez ji we veqetiyam 15 salî bûm, niha jî ez 24 salî me. Tika dikim hinek objektîf bifikirin û bipirsin, “Gelo ev keç heta niha çi dike, çawa û ji bo çi dixebite? Ma qey wê jî nikarîbû yan jî çima nexwest wek Awaz û Xalît û bi dehan kesên din vegere û ji xwe re jiyan bike”?
Pişti vê bila heval werin mala we û hûn jî biçin serdana wan. Nameyên min bixwînin û pirsa jiyana min û ya hevalan bikin, her roj gohdarî televîzyona Roj û radyoya Dengê Mezopotamya bikin. Pirtûkên Rêber Apo bixwînin. Wê demê hûn keça xwe fêm dikin û wate didin mayina min di nava vê jiyanê de. Êdî ez nabêjim vê bikin û wê bikin, hûn bixwe dest deynên ser wîcdanê xwe û biryara xwe bidin. Ez di derbarê xwe de tenê tiştekî dibêjim, ew jî ew e ku, bi dirêjahiya wan neh salan tu rojekê xiyanet û poşmaniyê nehizirîm. Ez gelek tişt ji PKK’ê fêr bûm û pir pir kêfxweş û serbilind im. Yek ji wan tiştên girîng ku fêrbûm, hezkirina rasteqîn a dayik, bav, xwişk, bira û mirov bi giştî ne. Demekê ez pir ji we hêrs bûm û min digot; gelo çima ew min şaş fêm dikin û PKK’ê wekî tiştekî li dervayî xwe dibînin. Lê belê bi derbasbûna demê re gihîştim wê baweriyê ku tenê ne hûn tewambar in belkî helwesta we encama gelek pirsgirêkên siyasî, zihniyet û kevneşopa sedsala ye. Her wiha kêmasiya min e jî ku min derfeta bi we re guftûgokirinê neafirand. Di vê mijarê de ez lêborîna xwe dixwaz im û dibêjim hûn hem wekî malbat û hem jî wekî mirovê Kurd di dil û mejiyê min de ne. Di riya avakirina jiyaneke bextewar de amade me canê xwe gorî bikim. Bersiva min jî ji bo hemû qenciyên we ne li xwîna şehîdan xiyanetkirin e, xwedî li wan derketin û xwe gorî kirin e. Çalakiya ku ez jî pêktînim ji bo bersivandina siyaseta qirkirina gelê Kurd û tecrîda li ser Rêber Apo ye. Di riya azadiya gel û azadiya jina Kurd de li dijî zilm, zorî û çewisandinê ger ji canê min şêrintir tiştekî din hebûya minê bidaya. Lê belê di vê pêvajoyê de ku gelê Kurd ber bi serkeftinê ve diçe û li her deverê li ser piya ye, dikeve girêvan û dimeşe, ji bo keçekî wekî min jî canê xwe fedakirinê pir kêm dibînim. Ez jî wek gelek hevalên din xwe deyndarê gel û jinên dil bi êş dibînim.
Min dixwest ji bo we pir tiştan binivîsinim û ji bo her yekî ji we tiştekî bêjim. Lê tenê çend seatek maye ji pêkanîna çalakiya min re. Ji ber kêmbûna demê û ji ber kêmbûna zeman nikarim ji vê zêdetir ji we re binivîsînim. Ji ber ku bi qasî we û zêdetir jî xwişk û bira û mirovên min hene ku divê soza xwe ji bo wan jî bînim ser zimên. Lê di dawiyê de dixwazim tiştekî bêjim, ew jî ev e ku; heke hûn li hember hevûdu xwedan hezkirineke rasteqîn in, tika dikim, armanc û rêbaza min baş binasin û şaş fêm nekin. Ji ber ku ez ji bo vê jiyam û ji bo vê jî min bi destê xwe şehîdbûna xwe plan û diyar kiriye. Wesiyeta min jî ew e ku Awaz careke din çeka min hilde û vegere himbêza çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji ber ku ez pir jê hezdikim. Lewra ew hêjayî vê ye ku di nava rêhevalên xwe de be. Her wiha rê bidin bila keç û ciwanên din jî xwe û pêşeroja xwe binasin û xwedan îrade bin. Di dawiyê de dîsa silav, rêz û heskirinên xwe ji we hemûyan re dişînim û şadî û bextewariya we hêvî dikim.
SİLAV Û RÊZ
KEÇA WE YA GERİLA LEYLA WALİ HÛSEYÎN Bİ NAVÊ VİYAN SORAN
01 SİBAT 2006
ŞEVA LİDAR XİSTİNA ÇALAKİYÊ
- Ayrıntılar
Fethullah Gulen roportaj da BBC’î yê. Pirsgirêka Kurd jê hat pirsîn. Dibêje ji bo parastina rûmeta dewletê dikarin hevdîtinan pêk bînin. Li şûna bê pirsgirêka Kurd çawa çareser bibe, pêşniyarên ku bê çawa ji holê bê rakirin rêz dike.
Tiştê ku Fethullah Gulen ji parastina rûmeta dewletê fêm dike bi awayekî vekirî xuya dike ku pêşîg li xwerêveberina Kurdan û perwerdehiya zimanê zikmakî bigire. Yanî bi parastina dewleta neteweyî di çarçoveya mafên takekesî de pêkanînên li ser ziman û çandê tên meşandin bên nermkirin. Nemaze divê mafên civakî nebe mijara gotinê. Ji ber vê yekê divê Kurd wekî civak muxatap neyê girtin. Hevdîtinên li Îmraliyê jî ne ji bo çareseriyê li hemberî Kurdan wekî tevgerîna derûnî bê bikaranîn. Yanî ev hevdîtin ji bo tasfiyekirina rêxistinê dikarin bê bikaranîn. Wisa dibêje. Dixwaze ji bo hevdîtinên Îmraliyê bingeheke qanûnê neyê çêkirin û nêrîneke ku di navbera herdu aliyan de hevdîtin pêk tên dernekeve holê. Ev jî bi awayekî vekirî tê wateya li dijî hevdîtin û çareseriyê derdikeve.
Fethullah Gulen wekî şefekî navenda şerê derûnî diaxive. Di axaftina wî de tiştên ku dixwaze bê kirin rêbazên şerê taybet a qirkirina çandî ye. Wekî ku berê jî gotibû polîsan bi hêz bikin, girîngiyê bidin perwendeyê û diyanetê çalaktir bikin. Yanî polîtikaya ku Kurd dest ji daxwaz û têkoşîna xwe berdin bê meşandin. Di rastiyê de rêbazên polîtîkaya qirkirinê yên k udi Plana Islahat Şarkê de hatibûn pêşniyarkirin bi rêz dike. Jixwe pêşniyarên wan jî wekî peşniyarên hemû aliyên ku xwestine li ser Kurdistanê pergala qirkirina çandî û desthilatdariyê bimeşînin wekhev in. Dibêjin leşker û polîs li herêmê bi hêz bibin û derfetê nedin ku Kurd serê xwe rakin. Divê dadgeh nehêle kesên îtirazî vê pergalê çavên xwe vekin. Ji bo hişmendiya Tirkîtiyê pêş bikeve dibistan bên zêdekirin û lez bidin qirkirina çandî û pişaftinê. Diyanet bi oldaran dil û mejiyê Kurdan dagir bikin û Kurd bên asta ku ew dixwazin. Bi van tedbîran divê Kurd ji têkoşîna azadiyê bên dûrxistin. Wextê ku ev yek pêk were wê demê dikarin polîtîkayên qirkirina çandî û desthilatdariyê bi hêsanî li ser Kurdan bimeşînin.
Fethullah Gulen dibêje ‘pêşniya ewilî ya televizyonê ya min e’. Berê jî Îlker Başbug digot ev pêşniyar ji hêla wî hatiye kirin. Her du jî rast dibêjin. Jixwe ev tedbîrê şerê taybet biryarên di Lijneya Ewlehiya Millî hatine girtine. Wekî biryara dewletê televizyon hat vekirin. Ji bo rewakirina şerê ku dimeşînin li hemberî Kurdên ku hişyar dibin gavên bi vî rengî avêtin. Jixwe Îlker Başbug jî dibêje ‘Gavên ku bên avêtin divê li pêşiya yek milletbûna me nebe asteng’. Fethullah Gulen jî dibêje gavên ku li pêşiya qirkirina çandî nebin asteng bên avêtin. Vê yekê jî wekî ku minetek daye Kurdan tîne ziman. Hemû Kurdên ku hinek hişmendiya wan a polîtîk heye dizanin ku fethullahî li Kurdistanê wekî hêza şerê taybet dixebitin. Jixwe dibêjin şerê li dijî PKK’ê herî zêde em dimeşînin. Yanî dibêjin şerê derûnî ya li hemberî Kurdan tê meşandin herî baş em dimeşînin û yên Kurdan bi dewletê ve girê didin em in.
Nêrînên Fethullah Gulan ên der barê Kurdan de wekî yê AKP’ê ye. Her du jî ne ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, domandina qirkirina çandî ji xwe re kirine armanc. Projeya AKP’ê ya yek millet temamkirina gotinên Fethullah in. Her du jî dibêjin ‘Polîs-leşker bi hêz bibin, daraz nehêle kes çavê xwe veke, baweriya Kurdan bê îstîsmarkirin û bi perwendehiyê jî Tirkîtî bê domandin’. Yên ku vê yekê dibêjin tu polîtîkaya wan a çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ye. Di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav navêjin. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de ji bilî rê û rêbazên cuda tu cudatiya AKP, CHP, MHP û fethullahiyan ji hev tune ne. Hin ji wan polîtîkaya qirkirinê bi awayekî aşkera tînin ziman, hin ji wan jî vê yekê bi awayekî veşartî dimeşînin. Gelo yên veşartî dimeşînin an jî vekirî dimeşînin xetere ne, kesên ku hin hişmendiya polîtîk bi wan re heye vê yekê dizanin.
Fethullah Gulen wextê ku pirsgirêka Kurd dibe mijara gotinê tiştên ku endamên şerê derûnî dibêjin dubare dike. Gel û piraniya Kurdan çareseriyê dixwezin lê rêveberiya rêxistinê çareseriyê naxwazin! Yanî aliyê bê çareseriyê dimeşîne ne dewlet e û ne hişmendiya wê ye, wekî ku rêxistin e! Di vir de Fethullah hey diaxive û di encamê de rastiya xwe radixe ber çavan.
Ev rêxistin zêdetirî 40 sal in di nav şert û mercên gelekî dijwar de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têdikoşe. Şert û mercên çareseriyê ev rêxistin ava kir. Çareserî ev rêxistin xist rojevê; ji bo çareseriyê ev rêxistin gelek fedakarî jî kir. Lê belê ji ber ku hişmendiya dewletê ya di israrkirina qirkiran çandî de neguheriye pirsgirêk çareser nabe.
Bê fethullahî çareseriyê dixwazin an jî naxwazin herî baş gelê Kurd dizane. Ji ber ku di çarçoveya polîtîkayên hikûmeta AKP’ê de bê polîs û daraz çi bi serî gel de anîn baş tê zanîn. Dîsa baş tê zanîn bê fethullahî li Kurdistanê çawa wekî endamên şerê taybet dixebitin. Şef û îstîsmarê olî yê vê rêxistina şerê derûnî Fethullah Gulen e.
Cemil BAYIK
- Ayrıntılar
Di dîroka gelê me de dema herî bi wate ev dema ye. Ji ber ku têkoşîna Azadiya Kurd wê tenê ne Kurdan azad bike, heman demî wê di herêma Rojhilata Navîn de deriyê azadî û demokrasiyê vebike. Ev têkoşîn îro ketiye qonaxeke pir girîng. Hem li herêmê alozî, krîz, şer û legerîn heye, hem jî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd êdî ketiye qonaxê serkeftinê. Di bernameyên terefên li Rojhilata Navîn şer dikin de çareserî nîne. Di projeyên wan de azadî û berjewendiyê gelan nîne. Projeya ku têde azadiya gelan, wekhevî û demokrasî heye projeya Serok Apo ye. Pêşveçûnên li herêmê çêdibin cardin piştrast kir ku xeta herî rast û maqul xeta li ser paradîgmaya konfederalîzma demokratîk e. Encex xetek wisa dikare pirsgirêkên herêmê çareser bike. Îro ev xeta tenê ne xeteke li ser rûpelê ye. Ango tenê ne di warê îdeolojî û teoriyê de sînordar dimîne. Na. Ev xeteke berbiçav e. Bi taybet ev 2 salên dawî pêngava ku tevgera me pêşxistiye hem stratejiya Kurd li herêmê xurt kir, hem jî şoreşa me ket asteke nû. Pêngava di sala 2012’an de birêketiye li Bakur raberkir ku planên tesfiyeyê ya li ser şoreşê bisernakeve. Planê tesfiya Tamîlan ne gengaze li Kurdistanê serbikeve. Di gerîlayê azadiya Kurdistan de dînamîkê berxwedanê xurt e. Pêngava 2012’an vêya raberkir. Planê dagirkeriya Tirkiyê û Îranê vala derxist. Ji ber ku di 2011’an de destpêkê Tirkiyê û Îran bi îtîfaq êrîşî ser tevgera me kirin. Destpêkê Îran êrîşkir, lê êrîşa wan vala derket û encam negirt. Bi berxwedanên şehîd Simkoyan êrîşê Îranê bê encam ma.
Di sala 2012’an de li Bakur jî pêngav birêket. Di wê pêngavê de jî me qehremanên pir mezin da. Bi wê hemleyê ve polîtîkayên dagirkeriyên herî qedîm Tirkiyê û Îran pûçbûn. Li ligel wê li Rojavayê Kurdistan di 19’ê Tîrmeha 2012’an de derketina şoreşî çêbû. Ev bû merheleyeke pir mezin. Bi vî awayî li Rojava şoreş destpêkir. Li hemberî dagirkeriya Ereb gelê Kurd ev demeke dirêj li berxwe dide û şer dike. Li Kurdistana Başûr û Rojava berxwedanek heye. Şaşî û kêmaniyê wê mijareke cuda ye. Lê li beramberî wê berxwedana gel heye. Herî dawî li Rojava pêngava şoreşê dagirkeriyê paşxist. Dagirkeriya vî demî; dagirkeriya Ereb, Fars û Tirk planên xwe yên ser Kurdan nikarîbûn pêkbianiyan. Di van 2-3 salên derbasbûyî de ev derket holê; ev çi raber dike? Kurd êdî îrade û hêzek e. Êdî gelê Kurd xwedan xetek e. Ev îradeyeke û hêzêk raber dike. Ji bo vê jî di herêmê de stratejiya Kurd xurtbû. Ne wekî berê ye. Êdî Kurd di herêmê de bû faktorek. Berê gelê Kurd figûranbûn. Her kesî ji bo berjewendiyê xwe Kurdan bikardianî. Her kesî li gorî berjewendiyê xwe gelê Kurd bikardianî û xerc dikirin. Kurdan dijî hev bi kar dianîn.
Dagirkeriya Fars, Ereb û Tirk li dijî hev Kurdan pir bi kar anîne. Niha jî hewldanên wan ên wisa hene. Lê êdî di şexsê Serok Apo û PKK’ê de îradebûnek derket. Bi vî awayî li Kurdistan îradeyeke ku êdî van dagirkeriyana cidî nagirin derket holê. Her wiha van dagirkeriyana vala derdixîne û li hemberî wan berxwe dide. Lewra hat dîtin ku di gelê Kurd de jî cewherbûnek derdikeve holê. Hemû dinya dît ev 29 sal in li ser vê tevgerê komployeke navnetewî heye. Komploya navnetewî bi her şêwazî piştgirî dide dewleta Tirk. Tevgera me dorpêçkirine û di qada navnetewî de tevgera me wekî terorîst raber kirine. Dûvre jî Serokatiya tevgera me êsîr girtine û gelek êrîş bi ser tevgera me anine. Her kesî dît ku li hemberî van êrîşana dîsa jî îradeyeke mezin ji aliyê tevgera me hatiye nîşandayîn. Ger wisa nebûya wê çawa bibûya? Wê di mêj de bigihiştan qonaxa herî jor. Tevgera me pêşveçûneke pir cidî û mezin raber kir. Ji ber ku stratejiya Kurd di hundirê xwe de pêşeroja Rojhilata Navîn jî vedişêre. Tenê ne ji bo gelê Kurd de, heman demî ji bo Rojhilata Navîn jî xwedan proje û bernameye. Ji bo vê girîng e. Û ji bo vê hêzên hegemonîk ji vê îradebûnê ditirse. Ji bo vê hewldanên cur be cur ên siyasî, dîplomatîk, aborî û her babetî heye ku pêşiya tevgera me bigirin. Lê heya niha nikarîbûn pêşiya tevgera me bigirtan.
Şoreşa Rojava Wê Bi Azadiyê Tacîdar Bibe
Bi taybet li Rojavayê Kurdistan roja ku şoreş çêbûye û vir ve, salek û çar meh bihûrîn. Heta niha êrîş li ser êrîşê pêşxistin. Cur be cur êrîş li hemberî şoreşê pêşxistin. Destpêkê xwestin ku şerê Kurd û Kurd bidin destpêkirin. Enqere bangî hinek sazî û rêxistinên Kurd kirin. Wan sazî û rêxistinana birin Enqere û Kahîrê. Xwestin cih bidin wan. AKP û PDK’ê bi hev re konsept avakirin. Ji bo Kurd yekîtiya xwe avanekin û xeta Apocî ne bi tesîr û bandor bin xwestin Kurdan perçe bikin. Ji bo vê pir hewldan pêşxistin, lê şereke navxweyî derneket. Hinek grûb avakirin, navê tabûra Mişel Temo, Azadî û hwd avakirin. Lê ev tabûrana wekî kontranin. Wana destpêkê li Kurdan xistin, lê neçar man ji Kurdistanê derbikevin. Ji ber ku marjînal bûn ti bandora wan çênebû. Ji ber ku wan grûbana nikarîbûn li Rojava şerê navxweyî derbixistan. Ango ev planê wan encam negirt. Çalakiyên teroristî kirin. Li Efrînê bombe teqendîn, zarokek û dayka xwe jiyana xwe ji dest dan. Çend cihên din bombe teqandin, lê zêde necam negirtin. Van saziyên kontra yên Kurd, çend çalakiyên wisa kirin, lê belê neçar man Efrîn û Cezîrê biterîkînin. Ji ber ku nikarîbûn di nava gel de bicih bibin. Mişel Temo kesekî ji Dirbêsiyê ye. Ên ku dibêjin; ‘em tabûra Mişel Temo nin.’ Ma dikarin di Dirbêsiyê de bicih bibin? Gelo dikarin werin li Kurdistanê bisekinin? Na. Her kes dizanin ku vana xayînin, xwe firotinin û çûne Stenbolê. Şerê Kurd û Kurd çênebû, lê yekîtiya Kurdan qels kirin. Nehiştin Desteya Bilind a Kurd xebat bimeşînin. Niha navê Desteya Bilind a Kurd heye, lê xebatê xwe qels e.
Dûvre jî komên Ereb xistin dewrê. Van komana bi navê Artêşa Azad a Sûrî xwestin têkevin herêmên Kurdistanê. Xwestin Rojava ji bo xwe bikin cih û warê leşkerî. Di vê xisûsê de gelek şer çêbûn. Lê herêmên Kurdan nexwestin şer bikin her xwestin agirbest bikin. Bi esasî Kurdan polîtîkayeke nerm şopand. Siyaseta Kurd xwest ku, polîtîkayê dewleta Tirkiyê, Sûûdî Erebîstan û PDK’ê vala derbixîne û şerê Kurd û Ereb dernekeve. Ji bo vê yekê tim polîtîkayeke nerm şopand. Hewldanên dîalogê da pêş û bi vî awayî hewldanên wan vala derxist. Belkî hinek însanên me li Halebê, Efrîn, Serêkaniyê û hwd. şehîd ketin, lê şer nebû şerê Kurd û Ereb. Dumahîkê di sersala şoreşa 19’ê Tîrmehê de mîna çekdarên di nava opozîsyona Sûrî de cih digirin wekî ku kîra kirin û êrîş birin ser herêmê Kurdistanê. Wana plan kirin ku kontrol li ser herêmên Kurdistanê avabikin û ji destê TEV-DEM, Meclîsa Gel, Yekîtiya Star û PYD’ê bigirin. Li herêmê tenê PYD nîne, lê ji bo tevgerbûna Kurdan qels raber bikin tenê dibêjin; ‘PYD.’ Her îdîa dikin ku PYD baskeke PKK’ê ye û ew jî komunîst in. Îdîa dikin ku, ‘yên komunîst bê xwedan in, kî wan bikuje wê biçe cinetê.’ Bi vî awayî êrîş li ser Kurdistan pêşxistin. Van êrîşana ev nêzî 4 meh in berdewam in. Di vê navberê de gelek êrîşên cur be cur pêşketin. Wekî êrîşên xwekujerî, panzêr û tangan pêkanîn. Her babetî çek bi kar anîn. Serpêşê van êrîşana saziyên di çarçoveya El Qaîdeyê de ne. Lê hemû komên çekdar ên opozîsyona Sûrî tevlî van êrîşan bûn. Destpêkê bi zexta Tirkiyê û Sûûdî Erebîstan wisa bû. Dûvre vana ji hev ketin û lihevxistin. Lê yên serpêşiya êrîşan dikşîne komên girêdayî El Qaîde yên wekî El Nusra û Dewlet El Îslam Iraq û Şam (DAÎŞ) in. Yê esas erka êrîş birina ser Kurdan hildaye ser xwe ev komana ne. Her dawî hewldanên dîalogê û çareseriya bi aştiyane encam negirt. Dema ku encam negirt, siyaseta Kurd neçar ma ku pêngavekê birêbixîne.
Çeteyan êrîşî Serêkaniyê kirin. Dûvre jî êrîşî xeta Çilaxa kirin û xwestin Dêrik û Qamişlo ji hev qut bikin. Li aliyê din jî êrîşên xwekujeriyê li Tirbespiyê pêkanîn. Di wan êrîşan de YPG nêzî 50 şehîd da. Fêmbû ku vana nasekinin. Li pişt wan hêz û derfet heye, lewra dixwazin bi rêya çêkan herêmên Kurdan bigirin. Li hemberî wan pêngavek destpêbû. Ev pêngav di 23’ê Cotmehê de destpêbû. Cephê di navbera Tirbespî û Dêrikê de 40-50 km. hemû hat xistin. Til Koçer hat xistin. Rimêlan û xeta wê bi temamî hat azadkirin. Di wir de cephê çeteyan nema hemû hat tesfiyekirin. Di merheleya yekemîn de ev pêkhat. Di merheleya duyemîn de jî, di xeta Til Temir û Serêkaniyê de pêngava duyemîn destpêbû. Ew pêngava duyemîn jî gihişt encamê. Hemû cephê çeteyan binkeft û 35 km. paşde çûn. Bi vî awayî cephên çeteyan ku bi piştewaniya dewletên Tirkiyê, Sûûdî Erebîstan, PDK û hwd. digirin bi temamî têk çûn û tesfiyebûn. Li herêma Cezîrê hem Kurd, hem jî Ereb di bin zexta van çeteyan de rizgariyê dixwazin û cihên Ereb, Asûrî û Sûryanî hemû azadiya xwe dixwazin. Ango tevgereke wisa di vê mehê de çêbû û zafer girt. Ev zafera pir girîng e. Ev yek stratejiya gelê Kurd hin bêhtir xurtkir. Her wiha raber kir ku bi rastî hêza Kurd di herêma Rojhilata Navîn de alternatîf û îradeyek e. Di avakirina Sûriya nû de hêzeke sereke ye.
Ji bo xweseriya Kurd û ji bo Sûriyeke demokratîk, pir rengî û federal çêbibe hêz û siyaseta Kurd dikare di wir de rolekî esasî bileyze. Êdî pêşiya vê vebû û derfeta wê heye. Ev tişta wê bi xwe re çi bike? Wê beşên Kurdistanê yên din jî bîne rojevê. Lewra Tirkî dijî wê derdikeve. Heman demî wê li Sûrî jî demokratîkbûn pêşbikeve. Her wiha wê ji krîz û qeyrana li Rojhilata Navîn re jî deriyek vebike. Ev deriya wê bibe alternatîfa çareseriyê. Ji bo vê hem ji bo Kurdistan, hem ji bo Sûrî û hem jî ji bo herêma Rojhilata Navîn derfetên pir nû çêdibin. Ev serkeftinê ku YPG avakiriye her wiha qehremanî û fedakariyeke mezin a gelê me yê Rojavayê Kurdistan pêşxistiye tenê ne ji bo Rojava ye; hem ji bo tevahî Kurdistan, hem jî ji bo herêmê wê rolekî xwe yê esasî hebe. Em berxwedana bi vî şêwazî ya bi rûmet pîroz dikin. Di vir de fedakariya gelê me yê Rojavayê Kurdistan heye. Yek jî xeta Egîdbûnî heye. Hemû hewldanên neyaran ev e ku, xeta Egîdbûnê li wir bicih nebe û nebe sîstem e. Lê nikarîbûn pêşî lêbigirtan. Di demekî pêş me de û nêz de jî wê sîstema xwe îlan bikin. Wekî rêveberiya sivîl jî wê fermî bibe û sîstema xwe ya demokratik avabikin. Êdî têkoşîn ket vê qonaxê. Ev jî êdî ne dûr e; nêz e. Bi vî awayî xeta Apoyî û Egîdan ku dixwestin tesfiye bikin êdî di şexsê Rojava de li Rojhilata Navîn raber kir ku faktoreke û alternatîfeke çareseriyê ye.
‘Tevgera Me Xwe Ji Bo Destpêkek Nû Amade Dike’
Di vê wateyê de pêngava ku 2011-2012’an de pêşketî Serokatî bi 2013’an ve bi rêya pêngaveke siyasî xwest bigêjîne encamê. Lê dagirkeriya Tirkî her çendî soz da jî pêk neanî. Fêmbû ku di zîhniyeta dagirkeriya Tirkiyê de dostanî nîne, tesfiye heye. Li Bakur agirbest îlan bû, hêzên gerîla ji Bakur paşvekişiyan. Wan jî bi destê çeteyan li Rojava şer meşandin. Ango şerê di navbera me û dagirkeriya Tirkiyê bi esasî ne sekinî. Belkî li Bakur demkî sekinî, lê bi şêwazekî din li Rojava li hemberî gele me şer berdewam kir. Dewleta Tirk hewlda ku dîwar di navbera Nisêbîn û Qamişlo ava bike. Gelê me vê dîwarê wekî ‘dîwarê şermê’ binav kir. Şaredara Nisêbinê Ayşe Gokkan li hemberî dîwarê şermê 10 rojan ket rojiya mirinê. Di 7’ê Mijdarê de Qamişlo û Nisêbin çalakiyên mezin hatin darxistin û dîwarê şermê hat şermezarkirin. Ji ber ku dîwar taktîkeke deşîfre ye. Dîwarê Berlîn û Filîstînê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ev tiştana çi raber dike? Ev tiştana destpêkeke nû raber dike. Em hatine gihiştine qonaxekê. Di vê qonaxê de êdî azadî û serkeftin gengaz e. Ji ber ku çemberên li dora me li hinek cihan hat çirandin, li hinek cihan jî sist bû. Mirov êdî dikare biçe encamê. Lê hîn asteng jî hene. Pêwîstî bi pêngav û destpêkeke nû heye. Destpêka nû bi şêwazên kevin nabe. Ji şêwazê kevin re em dibêjin; ‘klasîk.’ Destpêka nû bi şêwaz û terzê nû divê birêbikeve. Niha tevgera me xwe ji bo destpêka nû amade dike.
Di vî demî nû de şêwazên ji rêzê û yên asayî nikarin encam bigirin. Di vî demî de pisporî pêwîste. Ji ber ku êdî divê tu encam bigirî. Ji bo vê bi terzên ji rêzê tu nikarî encam bigirî. Terzê ku tu destê xwe bavêjî çi tu bi serbixînî pêwîste. Ev di hemû qadan de wisa ye. Siyasetmedar divê di vî demî de jêhatîbin û bi rastî jî ji siyasetê fêm bikin. Divê siyasetmedar kûrbin, ziravbin û pêşdîtina xwe hebin. Divê dîplomat di vî demî de xwedan uslûbekî zelal bin û pêngavkar bin. Divê bikaribin çembera dora şoreşê bê bandor bikin û jêhatî bin. Rêxistinkar divê di vî demî de tenê ne taxek, an jî bajarek tevger bike, divê tevahî gel tevger bike. Divê fireh nêzbibin û pêngavkar bin. Divê plansaziya xwe, dîsîplîn û bernameya xwe hebin û wisa tevbigerin. Kesê ku propaganda dikin divê uslûbê xwe ne ziwa be, ne ji rêzê be. Na. Divê hîtabî dilê însanan bike. Divê bikaribe mîlyonan bandor bike. Ev dem wisa profesyonelbûn û pisporiyê dixwaze. Heman tişt ji bo qada parastin û leşkeriyê jî derbasdar e. Di qada leşkerî de tenê çalakvanbûn têr nake. Êdî çalakvanên digire û bi dest xwe dixe pêwîste. Çalakvanên jêhatî, bi aqil, xwedî herîkbariya taktîkî û yê xwedî şêwazê lêdanê pêwîst in. Bi hinek serkeftinên biçûk ve divê xwe şerxweş neke.
Divê çavê xwe berde azadiyê û xwedî armancê mezin be. Çend çalakî têr nake. Divê azadkirin bibe hedef. Dem dema vî şêwazî ye. Em dikarin biserbikevin û derfetê vê yekê heye. Rewş û pêşveçûna herêmê, Rojava û tevahî Kurdistan vê derfetê ava kiriye. Beşa herî di bin zextê de Rojhilat maye. Li Rojhilat jî berxwedan heye. Mesela ev demen dawî siyasetmedarên Kurd li Rojhilat hatin îdam kirin. Ev îdamana ji bo çi bû? Ji ber ku berxwe didan. Mînak di nava wan Kurdên hatin îdam kirin de heval Bahoz hebû. Heval Bahoz, milîtanekî li pêş bû. Siyaseta Îranê ya giştî, dixwaze li gorî xwe pêngavek pêşbixîne û di vê çarçoveyê de heta niha 3 Kurd îdam kirine. Dewleta Îranê ji bo berdewam kirina siyaseta dagirkeriyê pêngavek pêşbixîne dest bi îdaman kir. Lê sedema xwe ya bingehîn berxwedana Kurdan e. Ango tirs û xofek wan heye, lewma îdaman dikin. Li hêlekê li Rojava li dijî El Qaîdê ne, li hêlekê jî li hemberî milîtanê PJAK’ê tesfiye dimeşînin. Dixwazin gelê me li wir bipelixînin. Mantiqê dagirkeriyê wisa ye.
Ango di giştî de pirsgirêkên me yên îro heyî, li Başûrê Kurdistan, Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistan raber dike ku hemû Kurd û Kurdistan di qonaxekî nû de ne. Ango Kurd û Kurdistan dikarin bi serbikevin. Lê ku van derfetan jî bi kar neyne, wê bin bikeve û Başûr jî namîne. Ango li Başûr li 3 mihafazan destkeftî hene, lê ew namînin. Wana û bi taybet siyaseta PDK’ê bi aqlekî pir bi çewt berxwedana Rojava ya pîroz û destanî mîna ku ji bo xwe xeter dibînin, lê dinêrin. Ev şaşiyeke mezin e. Ji ber ku jixwe dijmin bi konsepta xwe bi ser bikeve wê Başûr jî ji holê rabike. Lê wana tim hesabên teng dikin. Berjewendiyê netewî wêdetir, berjewendiyê rêxistinî esas digirin. Dinêrin, li Rojava berxwedanek bi pêşengtiya TEV-DEM de bilind bibe û ew di siyê de dimînin. Lewra aciz dibin dixwazin kesên girêdayî xwe li wê dera bicih bikin, lê ew kesana marjînal in. Derfet û pereyên xwe hene, dewleta Tirk li pişt wan in. Ew jî dibêjin qey wê bikaribin. Ma tê çawa bikaribî? Ne gengaz e. Jixwe ev piştrast bû. Lê ji bo ku ev berxwedana bişkê çi ji destê wan hat kirin. Ev şaşiyek mezin e. Çima? Ji ber ku Kurd hemû di yek kêştiyê de ne. Ger ku Kurd di vê qonaxa dîrokê de serbikeve wê Kurdistan azad bibe.
Pêşengên Tevgera Şemzînanê Şehîd Kerîm û Reşîd
Di serî de em dilsoziya xwe ya li hemberî şehîdan diyar dikin û di şexsê rêheval Reşîd de bejna xwe li hemberî tevahî şehîdên pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî ditewînin. Bi rastî li ser şehîdên demê axivandin ji bo me ne hêsan e. Lê ev heqîqetek e. Divê em di bîranên wan de kûr bibin û layîqî wan bin. Herî dawî di mijdara 2012'an de şahadetên Heval Kerîm û Reşîd çêbûn. Bi rastî mirov nikare bi hêsanî li ser van hevalana biaxive. Ew fermandarên tevgera Şemzînanê bûn. Serpêşîtiya pêngava 2012’an a tevgera Şemzînanê kişandin. Bi esasî ji çalakiya Oremar û vir ve ango ji sala 2007’an û vir ve di xeta Zagros de tevî Oremarê gelek çalakî çêbûn. Di van çalakiyana hemûyan de ên ku keda xwe heyî, performansekî leşkerî û fetihkar raberkiriye û ruhek temsîl kiriye heval Reşîd e. Temsîla ruhê fetihkar, êrîşkar û pêngavî di şexsê fermandar Reşîd de gihişt zîrveyê. Elbet şahadetên hevalên wisa şopdarên Egîdan û Egîdên demê ji bo me windahiyên cidî ne. Tiştê li ser me dikeve, di xeta wan de em bîranînê wan bi şêwazekî laqiy bidin jiyankirin. Ev erk li ser me her kesî dikeve. Bîranênê wan jiyan kirin sekneke xwedî wate ye.
Fermandar Reşîd Temsîla Ruhê Êrîşkirin û Fetihkirinê Ye
Divê mirov li ser hevalê Reşîd lêhûrbûn bike û wisa li ser wî biaxive. Di temsîla ruhê Apocî ya êrîşê de bi taybet di temsîla ruhê pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de sembolek e. Ne ku heval Reşîd şehîd ketiye û em dixwazin metha wî bikin. Na. Hemû heval şahîd in. Li hemû refê qadê serpêşî kişandiye. Heval Reşîd wekî fedaiyekî di nav de bû, carna li pêş carna jî li naverastê bû. Ew bixwe di hundirê pratîkê de bû. Bixwe di şer de rol leyist. Şopdarekî rêheval Egîd bû. Heval Reşîd bi şêwazekî nû û modern cesareta civaka Botanî temsîl dikir û divê xisûsê de mînak bû. Çawa mirov dikare bi cesaret be, taktîsyen be û li kî derê mirov çawa bike? Di vana de bi rastî jî heval Reşîd nimûne ye. Di warê fedakarî, ked û di şert û mercê zahmet de nimûneyek e. Bi taybet di ruhê êrîşê de nimûne ye. Ez bixwe heval Reşîd nas dikim. Ev 22 sal in erkê heval Reşîd her êrîş e. Hîn wextê fermandarê tîm, taxim, yekîne û tabûrê bû di êrîşê de bû. Dûvre bû koordînatorê êrîşê. Berê bixwe êrîşê de bû û belkî tevlî bi dehan êrîşan bûye. Mirov hejmar bide şaş e, lê bixwe bi dehan çek ji ser dijmin rakiriye. Heval Reşîd yekî wisa bû. Bi keda xwe, bi hevaltî û cesareta xwe her wiha bi tevlîbûna xwe heval Reşîd xwe kir hevalekî mezin. Ne ku pala xwe da kesî, an jî ji derfedan sûdwergirt. Na. Di şert û mercê herî giran de bixwe, bi sekna xwe ya hevalbendiyê, bi cesaret, ked û hewldanên xwe yê qet naweste û bi ruhê fetihê pêşde çû. Ruhê fetih kirinê di wî de pir pêşde ye. Her dem çareserî didît û teqez rê û rêbaz diafirand. Heval Reşîd ne ku tenê bi şêwazê talîmat tevdigeriya. Na. Ger di cihekî de bixitimiya bixwe diket dewrê û rêyên pratîkî didît. Heval Reşîd fermandarekî wisa bû.
Di şopdariya heval Egîd de ev hevalana nimûne ne. Ku ez heval Egîd baş nas dikim û van her du hevalana jî baş nas dikim. Şehîdên me yê salê piraniya wan em ji nêzve nas dikin. Di serî de heval Huseyîn, Numan, Mehmet Goyî, Rojîn Gevda, Xebat û Rûstem. Em bi van hevalana re bi salan manin. Ger mirov bahsa ruhê heval Egîd bike, bahsa şêwaz, pratîk û meşa fermandarî bike di vê de yê herî şopdarî kiriye bi rastî jî heval Reşîd e. Heval Reşîd fermandarekî wisa bû. Bi taybet heval Reşîd sembola ruhê fetihê ye. Çawa çalakiya yekemîn a Erûhê di demeke kûrt de Eruhê xist bin kontrolê û bi ruhê fetihkirinê hat kirin, di heval Reşîd de jî ev şêwaz li pêş bû. Jixwe heval Reşîd jî ji Erûhê bû. Nîşaneyên pêngava Erûhê di heval Reşîd de derkiket pêş. Fetihkirin û girtin şêwazê heval Reşîd bû. Cihê herî dijwar Çelê ye. Di sala 2012’an de çalakî bir ser Çelê. Bi rast jî, ji bo taktîka çalakiya Çelê tenê ne cesaret aqilek jî pêwîst e. Di Kurdistanê de cihê herî zêde û quwet lê heyî, Çelê ye. Li Çelê, bi awayekî hemdemî çalakî bir ser 18 hedefan û encam girt. Bi rastî jî ev şêwaz aqilek dixwaze. Heval Reşîd bixwe jî di bernameyekê de digot: “Çalakiya Çelê raber dike ku cihê dijmin herî pir lê xurt jî mirov dikare serbikeve.” Heval Reşîd bixwe ev gotina kir. Belkî hevok tam ne wisa bû, lê naverok wisa bû. Elbet di bernameyê de ne dihat gotin û kes nedizanîbû Heval Reşîd fermandar û amadekarê wê çalekiyê bû. Lê heval Reşîd çalakî şîrov dikir û digot: “Serkeftina vê çalakiyê nimûne ye û raber dike ku cihê dijmin herî pir lê xurte jî mirov dikare serbikeve” Ew çalakiya zahf mezin û serkeftî ji bo bîranîna heval Rûstem, Çîçek û Alîşêr hatibû kirin. Dûv wê çalakiyê qetlîama Geliyê Teyarê hat kirin. Em Geliyê Teyarê wekî qetlîam bi nav dikin. Ev qetlîam li ser çalakiyê sî çêkir, lê belê ev qetlîam zêde eleqeya xwe bi çalakiyê re nîne. Çawa nîne? Ango eleqa xwe bi plansaziya çalakiyê re nîne. Lê tu bixwazî, an jî nexwazî ev qetlîam siya xwe li ser çalakiya bêhempa kir. Ev ne tenê ye pir nimûneyê wisa hene. Vana hemû raber dikin ku bi rastî şopdariya Egîdan, ruhek û terzek heye. Vêya herî berbiçav di tevgera Şemzînanê de xwe raber dike.
Kêmanî û şaşiyên tevgera Şemzînanê heye, mirov wan jê derbixîne ji bo demê pêş me jî nimûne ye. Kêmaniyên navendî ne wisa zêde ne. Bêhtirî xwe li gorî taktîka demê kûraniyek e. Di têde çi heye? Yek tevgere, lê têde hemû çalakiyên taktîkê gerîla hene. Wekî; rê qutkirin, serdagirtina bajaran, kemîn, sabotaj û suîqast, dijmin kişandina eraziyê, xefkê, êrîş kirin û hwd. hemû têde hene. Bikaranîna terzê fedaî di tevgera Şemzînanê de heye. Kişandina eraziyê û xistina xefkê têde heye. Serdagirtin û çek ji ser rakirin, ji dest girtin û destdanîna ser heye. Hemû taktîkê gerîla têde heye. Di wê tevgerê de van taktîkana hemû hebûn. Van taktîkana hemû di hundirê hev de bi plansazî hatiye bi kar anîn. Ango şêwaz û ruhê heval Reşîd temsîl kirî ji bo demê pêş jî ji bo me nimûneye. Ew tenê ne fermandarekî fedakar û bi cesaret bû heman demî bi terz û şêwazê meşandiye li gorî perspektîfê Serok Apo di pêkanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de fermandarekî nimûne bû. Di taktîk pêşengtî û terzê lêdanê de û di ruhê fetihê de bi rastî nimûne ye. Heman demî şopdariya Egîdên demê ye. Pêwîste em li ser xetê Egîdan û Reşîdan bisekinin.
Erka Demê Şopdariya Şehîdên Demê Dixwaze
Ev dem êdî pisporbûn û encam girtinê dixwaze. Di qadê siyasî, dîplomasî û leşkerî de encamgirî dixwaze. Tam di vî demî de tiştên ji bo me pêwîst şêwazê encamgir û ruhê fetihê ye. Terzê lêdanê yê di şexsê şehîd Reşîdan de hatiye ziman ji bo me nimûne ye. Erkê me ev e ku em ser vî terzî kûr bibin. Teqez divê ruhê lêdanê, fetih û milîtanê encamgirtî derbixînin holê. Avakirina fermandarê di taktîkê de kûr, li ser teknîkê hakim û teknîkê dixe bin xîzmeta taktîkê li ser me erk e. Ji bo xetê Egîd û Reşîdan divê em kûraniyê çêbikin û pêşî li derketinên nû vebikin. Di vê çarçoveyê de kar bê meşandin, lêhûrbûn bêkirin, kûranî bê çêkirin û li ser bê rawestandin wê encam bê girtin. Li ser şêwazê Egîdan di tevahî dîroka me de milîtanên ku em wekî nimûne bigirin kî ne? Her yek ji wan taybetmendiyên xwe çi ne? Mesela yek ji wan şehîdê me yê herî dawî heval Huseyîn e. Heval Huseyîn fedaiyê vê tevgerê bû. Ji bo biçe qada şer û cephê pêş tam salekê bixwe di rêveberiyê de bû bi rêveberiyê re nîqaş dikir. Bê westandin pêşniyar dikir. Hêj di arşîvan de raporên wî hene. Heval Huseyîn tam fedaî ye. Herî dawî di rapora xwe de dinivîsîne: “Ez şehîd bikevim jî wê partî jê istifade bike. Ez şehîd nekevim jî tecrûbeya min heye wê feydaya min li hevalan bibe û ezê feyde bidim partiyê. Ezê her feyde bidim partiyê. Tenê bila partî erk bide min ku ez di qada Bakur de cih bigirim.” Herî dawî wisa gotibû. Heval Huseyîn ne însanekî wisa zaningeh xwendiye, lê ji hemû xelekan derbasbûbû û zane bû. Ruhekî heval Huseyîn heye û ev ruh ruhê fedaî ye. Ev fedaîbûna Apocî ye.
Fermandar Kerîm di hevaltiyê de Bêhempa bû
Hevalê Kerîm 28 sal di nava refên gerîla de li ser çiyayê Kurdistanê ma. Bi dirustî, paqijî, dilsozî û bi girêdaniya xwe bi rastî jî nimûneye. Di hevaltiyê xwe de pir jidil bû. Heval Kerîm di hevaltiya jin de jî nimûne bû. Beriya her kesî heval Kerîm di akademiya hevalên jin de perwerde dît. Heval Kerîm însanekî girêdayî partiyê bû. Partiyê çi bigota dikir. Di dirustbûn, paqijî û di kedê de nimûne ye. Bi rastî jî wisa bû. Pir heval wî nas dikin. Heval Kerîm li qada Botanê serpêşiya tevlîbûnan kişandiye. Gerîla çawa bû gerîla? Bi tevlîbûnên sala 1984 û 85’an bû gerîla. Dîqat bikin di sala 1985 de gerîla ket qonaxeke krîtîk. Yên ku ev qonaxa krîtîk fertilandin şoreş û artêşê kesên wekî heval Kerîm, Enver Omyanus û Ahmet Rapo bûn. Ên ku hîn di wî demî de di salên 84 û 85’an de tevlîbûn, bûn haveyna gerîla. Rast e wê demê şahadet pir çêbûn, bes di herêmê de jî tevlîbûn hebûn. Vêya gerîla xwedî kir. Di vê de keda heval Kerîm pir zêde heye. Heval Kerîm bi salan di şert û mercê herî zehmet de cih girt û xebat meşand. Rast e. Belkî di fermandariyê de em nabêjin zahf bilind bû, lê di hevaltiyê de bêhempa bû. Belkî di fermandariyê de di astekê de bû, lê di hevaltî, partîbûn, dirustbûn û girêdanbûnê de jî nimûne bû.
Fermandariya heval Kerîm jî, li cihê herî zahmet de bang bû. Heval Kerîm çawa çû Xakurkê? Li Xakurkê şahadet çêbû heval Kerîm di perwerdê de bû, perwerdeya xwe nêvî hişt û çû Xakurkê. Heval Kerîm her dem wisa bû. Kî derê tengasî û zehmetî hebû heval Kerîm bang bû. Li her derê wisa bû. Hevalê Şehîd Rûstem di şerê Qendîl de şehîd ket ê biçe bangê kî bû? Heval Kerîm bû. Yê destpêkê çû tabûran kontrolkir û sererastkir kî bû? Heval Kerîm bû. Dema ku Qendîl hat dorpêçkirin yê ku yekîne girt û çû dorpêçê kunkir û ket qada cepha Karox û pêşde çû kî bû? Heval Kerîm bû. Ji her derê zehmet û zor re heval Kerîm bang bû. Li kî derê valatî hebû, şêwazê gerîla pêwîst bû, heval Kerîm li wir bû. Bi esasî yên bi heval Kerîm re şehîd ketine milîtanên vê tevgerê yên hêja bûn. Ji wana yek jî heval Heqî Uludag bû. Heval Heqî bi salan ligel me ma. Heval Heqî bixwe kesekî di gelek waran de nimûne bû. Dirustî, paqijî û girêdaniyê de nimûneyek bû. Hevalekî ku bav, bira û dayik tev şoreşgerbûn. Bixwe jî cewherê şoreşgeriyê bû. Di hevaltî û milîtanêyê de kesekî dirust, bawermend û nimûne bû. Milîtanên wisa bi her awayî paqij wê her tim temsîla ruhê PKK’ê bin.
Divê em bi rastî li ser Kerîman, Reşîdan, Huseyînan, Numanan û Rojînan bisekinin. Her yek ji wan tabetmendiyên xwe hene. Erê kêmaniyên wan jî hene, hemû ne çar çar in, lê ruhek, seknek û nêzîkbûnek temsîl dikin. Em bi van Egîdan re manin û em wan ji nêzve nas dikin û em bûne şahidên wan. Yek ji wan Celal Başkale ye. Min wextekê jêre digot; ‘panzêr.’ Ango biçûya ser kîjan hedefê teqez wê hedefê bin dixist. Herî dawî li Bahra Reş me dît pratîk çawa meşand û şahadeta wî ji bo Bahra Reş bû windahiyek herî mezin. Piştî wê kesî zêde nikarîbû xeteke mîna heval Celal bimeşanda. Ger ku mirov di şêwazên wan de û di ruh û cesareta wan de kûr bibe teqez mirovê xwe bigihîne van Egîdan. Bi rastî divê ku li ser taybetmendiyê wan em kûr bibin. Şêwazê şehîd fermandar Celal çi bû, çawa li Bahra Reş roleke wisa leyist û çawa emê bikaribin hîn di asteke jor xwe li Bahra Reş pêşbixînin? Divê em li ser vana rawestin. Ji ber, erka me ye ku em li ser van Egîdan şopdariyê bikin. Ne tenê em şopdariya wan bikin heman demî divê em taybetmendiyên wan ji xwe re xwemalî bikin. Milîtan ji bo vê milîtan e.
Şahadetên salên dawî ji sala 2011, 2012 û herî dawî 2013’an ji bo me pir giran bûn. Fermandarên bi ked û cesaret derketine pêş wekî Rûstem, Alîşêr, Çîçek, Simko heta şehîdê herî dawî heval Numan û şehîdên Parîsê heval Sara, Rojbîn û Ronahî. Heval Sara berxwedaneke mezin da. Heval Sara di gerîla de jî, di qada civakî de jî, di zindanê de jî û di her qadê de cih girtiye. Di demê gerîla de ez pir bi heval Sara re mam. Li Botanê, li Herekol, li Besta û li Kela Memê pratîka meşandiye bi sekna xwe bibû mînak. Li tabûrekê tenê hebûna heval Sara cesaret dida hevalan. Ango li hemû qadan milîtanên wisa ji bo me bûne sembol. Divê em li ser bîranînên wan kûrbibin. Çawa emê bikaribin di pratîkê de taybetmendiyên wan nîşan bidin? Divê em li ser vê rawestin. Di şexsê Egîdan û şehîd Reşîdan de careke din sozê ku me daya şehîdan em dubare dikin û ji bo bîranên wan di vê çarçoveyê de pêşbikeve û kûr bibe em soza serkeftinê didin. Ji bo ku em bikaribin bi serbikevin di xeta Egîdan û Reşîdan meşandin pir û pir girîng e.
- Ayrıntılar
Plana ku Rêber Apo amede kir û di çarçoveya plana çalakiyê ya ji sê qonaxan pêk tê de, wekî tevger di qonaxa yekemîn de rastiyek e ku heya niha me hamleyeke siyasî ya girîng jiya. Va hamleya siyasî di gelek qadan de bêguman şênber bû. Kampanyaya ji bo azadiya Rêber Apo ji vê ya herî belavbûyî û qada wê ya herî şênber e. Va yeka di heman demê de pêşketinên di qada diplomatîk jî dinimîne ango dide xuyandin. Ji Emerîkayê heya Asyayê, ji Efrîkayê heya Rojhilata Naverast li her derî kampanya heye. Ji her çînê mirov tevlê vê kampanyayê dibe. Her roj kampanyayeke nû tê aşkere kirin. Bi taybetî rewşa tevlêbûnên Başurê Kurdistanê ya vê kampanyê, pêwîst dike ku divê li ser wateya wê ya têkoşîna li hember komploya navtewî jî were rawestin. Ji lewre di pêşketina komployê de hin hêzên Başur û ev nîveng hate bikaranîn. Em vê baş dizanin. Ti nepenî û veşartiya vê karê êdî nemaye. Vana hemû di bihurtina komloyê de asteke girîng a pêşketinê îfade dike. Di bêerkbûna pergalê de rol dileyîze. Ji aliyekî de çûyîna heyetên parlementêran a Îmraliyê û bi Rêbertî re hevdîtin kirin, ji aliyê din de birêvebirina di çar aliyê cîhanê de kampanyaya îmzeyê ya ji Rêber Apo re azadî, serokê herêma Başurê Kurdistanê, serokê hukumetê û parlementoya wê jî tevde, tevlêbûna her kesî girîng e. Di bihurîna komploya navnetewî de û di têk birina vê ya giştî de jî dide xuyakirin ku em gihiştine noqteyeke girîng.
Bêguman ev berhemê têkoşîna sê mehî nîne. Bi têkoşîna panzdeh salan ve ev encam bi destketiye. Lê belê bênîqaş e ku hamleya têkoşîna siyasî ya dêmokratîk a vê sê mehê jî di vê de sûdeyeke xwe ya girîng heye.
Di aliyê din de konferans û civîn hene. Civîna civata giştî ya KNK’ê pêk hat. Bi bandor bû. Di 25-26’ê Gulanê de li Enqerê Konferansa Aşitî û Piştevaniyê çêbû. Cara ewilî li Turkiyê ew qas hêz di platformeke hevpar de li hev hate civandin. Du jarîtî û kêmasiya bingehîn a tevgera dêmokrasiya Turkiyê hebû; ya yekemîn yekîtî negirtin û sekna parçeyî, ya duduyan nekarîna ketina kardariyê. Di bihurîna sekna parçeyî û yekîtî negirtin de Konferansa Aşitî û Dêmokrasiyê bêguman qonax û pêşketineke girîng e. Piştre bûyera Parka Geziyê, berxwedana ku li ser wê bingehê belavî Turkiyê û Kurdistanê bû gaveke pêkanînê ya girîng îfade dike. Va yek bi konferansê ve jî girêdayî ye. Asta yekîtî ya ku di konferansê de hate afirandê ve jî girêdayiye. Yekser girêdayî nebe jî ji pey wê re tê û tê wateya pêkanîna konferansê jî. Rola di kardariyê de pêk hatina konferansê dileyîze. Nexwe Tevgera Dêmokrasî ya Turkiyê, rewşa xwe ya bêkardarî jî dikare bibuhirîne. Dikare ji rewşa ku bi tenê wekî komikên bîrdozî mayîn, bi tenê diaxife, bi tenê nîqaş dike derbikeve û ji nû ve bibe hêzeke çalakiyê ya mezin, hêzeke şoreşê. Berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê ev yek bi aweyek zelal nîşan da.
Bi vê ve tevahî konferansên li Amedê pêk hatin jî hene. Berî deh rojan Konferansa Yekemîn ya Jinên Rojhilata Naverastê çêbû. Yekser bi pêvajoyê ve girêdayî bû. Rewşeke bi pêşketina Tevgera Jina Azad a li Kurdistanê ve girêdayî bû û du tişt derxist holê. Yek, asta pêşketina Tevgera Jina Azad a Kurd li herêmê hatiye rewşeke çi qas bi bandor, bûye hêza ku her kesê ber bi xwe ve kişandinê, danî holê ku gelên curbecur çi qasî bandor dike; dudu, di bingehê xwe de jina Rojhilata Naverastê çi qasî dikare di têkoşîna dêmokrasiyê de aktîf bibe, bibe hêza pêşeng a têkoşînê û danî holê ku potansiyeleke vê ya bi hêz îfade dike. Birastî jî girîng bû. Va hem di tevlêbûn û nîqaşan de, hem jî di kelûcana ku hate jiyîn de bi aweyek zelal xuya bû. Ji welatên ku qet îxtîmal nedihat dayîn û navên wan nehatiye bihîstin pêkhatina tevlêbûnan, yek jî angaşt û dînamîzmeke girîng di fikir û çalakiyê de nûner kirin birastî jî bi aweyek zelal li me nîşan da ku şoreşa jinên Rojhilata Naverastê dikare pêş bikeve, va yek jî di bingeh de wê hîm û navenda şoreşa dêmokratîk a Rojhilata Naverastê pêk bîne. Êdî hedefeke viha mezin bi aweyek cidî danîna li pêş xwe û komasiya heyî di vê bingehê de seferber kirin, pêk anîn pêwîst dike. Ger viha bibe dibe ku birastî jî di Rojhilata Naverastê de pêşketinên mezin bibe. Şoreşa tê hêvîkirin a Rojhilata Naverastê, yekitiya dêmokratîk a Rojhilata Naverastê di pêşengtiya yekîtiya şoreşa jinan de, xwe bi spartina azadiya jinê ve dikare pêk were. Ji aliyê dîrokî ve jî viha bûyîn guncav e. Rêber Apo pêvajoya dîrokî baştirîn ronî kir. Pêvajoyên,bûyerên dîrokî yên hemû pergalên dewletker, ruxmê ku rastiyan diçewtîne bi sererastkirina van ve û yek jî bi anîna rewşeke yek pare û kûrkirinê ve dîroka mirovahiyê, dîroka şaristaniyê bêhtirîn zelal, rêkûpêk gihande şîroveyeke ku bê fêmkirin. Ji vir xuya bû ku di bingeha paşverûtiya îro ya Rojhilata Naverastê de, derbasbûna vê azina şaristaniya navendî heye û di bingehê wê de jî azina serdest a mêr heye, pergala kolekirina jinê heye. Heya îro li ser vê bingehê tê. Ger ku îro Rojhilata Naverastê ew qasî parçe bûye, paşde maye,belaw bûye, ruxmê ku qada zayîn û navenda mirovahiyê, civakê, şaristaniyê ye ger îro hatibe rewşeke ku muxtacê her tiştî ye, ketiye rewşeke paşde mayî, kole, dîl û bendewar, di vê de azina şaristaniya navendî, terzê pêşketina azina dewletker, azina serdest a heyî, vana li ser koletiya jinê pêşxistin, rista bingehîn dileyîze. Ji ber vê yekê jî di bihurandina navenda van hemûyan de azadiya jinê xistin, hemû van paşverûtiyên vajî dîrokê ye bi şoreşa jinê ve bihurandin xwezayî ye. Ji diyalektîkê re jî guncav e. Wisa bi tenê xeyalek, angaştek jî nîn e, daneyên rojane jî da xuyakirin ku va rewşeke dikare pêk were ye. Vana di vê pêvajoyê de baştirîn derket zelaliyê. Li herêmê bihurîna aloziyan, nemaze jî rûneniştina xeteke rast a tevgerên dêmokratîk,çep, sosyalîst, rewşa di xeta teorî û çalakiyê de bersivbûnek nejiyandin di van mijaran de teorî û hişmendiyeke ku rast nîn e ve girêdayî ye. Ger ku ev hişmendiya teorîk were sererastkirin, pêşketina şoreşa dêmokratîk a Rojhilata Naverastê dikare lezeke mezintirîn bi dest bixe. Bûyerên dawî li me nîşan da ku potansiyeleke vê ya xurt heye û rewşa dîrokî jî vê pêwîst dike. Konferansa jinê di nîvenga van hemûyan de bêguman daneyeke pir girîng, xwedî derketina angaşteke pir mezin îfade dike. Bihurîna hemû kêmasiyan û di derbarê sererastkirina xeletiyan de, hem wekî teorîk û hem jî wekî pratîk ji aliyê çêkirina vê de pêşketinên girîng hate jiyîn.
Li Amedê “Konferansa Çareserî û Yekîtiya Kurdistana Bakur” pêk hat. Hevalan temaşe kir. Bi dilgeşiyê ve bi encam bû. Bi tevlêbûneke berfireh ve hate çêkirin. Konferanseke ku li hev civyanê ve pêşniyarên çareseriyê bê afirandin bû. Ji vê nihêrînê de, gotina Konferansa Çareserî û Yekîtiyê xwedî wateyek e. Heya Kurd yekîtiyekî negrin nikarin bibin hêza çareseriyê. Ger çareseriya pirsgirîka Kurd ew qasî dirêj dikişîne, nekare bikeve pratîkê, nekare şênber be, di vê de para Kurdan a bi qasî ku tê xwestin nikarin yekîtî bigrin heye. Lewre hêzên ku azina qirkirina çandî dimeşînin bi awayên cuda ji parçebûnê, seknên cuda sûd werdigirin. Vêya em hemû dizanin. Siyasetên û rêxistinên Kurdan ên cuda li hember hevdu bikartinîn. Ji ber vê jî çareserî derengî dikeve. Bêguman ê ku çareseriyê asteng dike ne Kurd in. Ê ku pirsgirîkê diafrîne jî ne Kurd in. Lê belê di derketina pirsgirêkê de sekna Kurdan a parçeyî, bêrêxistinî û jarbûna wan bingehek pêşkeş kiriye. Ger ku wer nebûya azineke viha yê înkar û îmhayê pêk nedihat. A duduyan, ger ku bêçareserî ew qasî dirêj dibe, gavên ku di aliyê çareseriyê de tam cihê xwe nabîne , di vê de dîsa wekî tê xwestin yekîtî nebûyîn, pay û berpirsyariya sekna parçeyî ya girîng heye. Hêzên înkarker û tuneker xwe bi spartina vê ve polîtîka dikin. Di meşandina polîtîkaya neçareseriyê de dikarin heter bikin. Ji ber vê yekê afirandina yekîtiya Kurdan di serî de pirsgirêka Kurd, di gihandina çareseriyê ya pirsgirîkên bingehîn de pêkhatina bingeheke girîng îfade dike.
Ji aliyê din ve ligel hevbûna yekîtî û çareseriyê ji aliyê Turkiyê ve jî peyameke baş e. Hin alî bêyî ku kêşeya Kurd çareser bikin ji yekîtiya Turkiyê behs dikin. Di wê çarçovê de jî va rewşa dikare were nirxandin. Hal ev e ku va konferans di vê noqtê de peyameke baş dihewîne. Ger wê yekîtiyeke dêmokratîk a Turkiyê bibe pêwîstiya va yek ji çareserkirina pirsgirêka Kurd re derbas dibe dayndide li holê. Çareserî û yekîtî di konferansekê de, di navê konferansê de yek kirin, anîna ligel hevdu ji aliyê Turkiyê ve jî, ji aliyê yekîtiya gelên Turkiyê ve jî rist û girîngiyeke xwe heye. Nîqaş di vê çarçovê de hate pêşxistin. Em bawer dikin di van hemû mijaran de vê konferansê vîn, bernameya çareseriyê û pîvanên civaka Bakurê Kurdistanê di astekê de be jî derxistiye holê. Kurdên bakur çareserî û dêmokrasiyeke çawa dixwazin? Biratî û yekîtiyê çawa digrin dest? Bersiva van xalan danî holê. Daxwaziya Dêmoratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd bi tenê ya Rêber Apo, PKK’ê ango komikên siyasî nîn e, bi bîryarbûneke mezin ve dost-dijmin ji her kesî nîşandaye ku ev ji heft heya heftê salî daxwazî û taleba hemû gelên Bakurê Kurdistanê ye. Konferans di vê bingehê de pêşket. Di vê xalê de bi qasî ku sererastkirina nêzikatiyên xelet ên Turkiyê ji xwe re kiriye hedef, ji aliyê yekîtiya dêmokratîka netewa Kurd ve jî pîvan û ferasetên pêwîst dayndide hole. Rêgezên yekîtiya dêmokratîka netew çi dihewîne, ji lewre welatperwariya Kurd ji çi pêk tê li her kesî nîşan da. Di vê wateyê de jî yê ku xwe Kurd dihesibîne lê belê ên ku di nava seknên, ferasetên ku ti têkiliya xwe bi welatperwariyê ve, bi dêmokratbûnê ve, bi gelparêziyê ve nîn e, ji ajaneke zane û rêxistinker zêdetir zirarê dide azadî û têkoşîna dêmokratîkbûna gelê Kurd, kesayetên, ferasetên û rêxistinên ku ji aliyê hêzên xerîb, dagirker ve tên bikaranîn û bi vî rengî li pêşiya çareseriyê astengiyan derdixin hene. Di çarçoveya hebûna van de hewldidin ku xeta dêmokratîka netew a Kurd tevlihev û şêlo-nediyar bikin. Konferansa Çareserî û Yekîtiya Kurdistana Bakur a di 15-16 Pûşberê de li Amedê pêk hat di van mijaran de pîvanên dêmokratbûn û welatperweriya Kurd zelalkirinê îfade dike. Pêşketineke viha girîng, gaveke viha girîn e.
Bi vê ve girêdayî li Ewropa û Hewlêrê xebatên amadekariya konferansê didomin. Bi qasî civaka Turkiyê, vîn û bernameya çareseriyê ya hemû civakên Kurdan ên di parçên cuda de û li derveyî welat dijîn, tê hewldan ku bi van hemû konferansan ve derkeve holê. Vana hemû jî pêşketinên ku di hundirê vê pêvajoyê de ne. Bi pêvajoyê ve, bi pêşxistina hamleya têkoşîna siyasî dêmokratîk ve girêdayî û gavên ku pratîk kirina wê îfade dike ye. Bêguman vana pêşketinên girîng in.
Bi van ve girêdayî yek jî sekn û helwesta gerîla heye. Sekna me ya rêxistinî heye. Gelek hêz, di serî de jî AKP, bi ketina pêvajoyeke viha ve hesap dikirin ku PKK wê venêrîn û disîplîna rêxistinî wenda bike, wê parçe bibe, taybetî jî gerîla nikare li gorî pêvajoyeke viha bibe, ji ber vê wê parçe bibe, belaw bibe, bihele. Lê belê pêşketinên heya niha bi aweyek pir zelal danî li holê ku va hemû hesab û hêviyên pûç in, derbas nabin û bêserkeftî hatiye hiştin. Di vê xalê de, ji aliyê sekna bîrdozî û rêxistinî ve jî pêvajo baş dimeşe. Yanê yekîtiya Rêbertî, gel û tevgerê tam e. Dîsa di serî de gerîla, sekna tevgerê ya di derbarê meşandina vê pêvajoyê de di yekbûn û bitûnbûnê de bibîryar e. Kêmasî, seknên ku rexne bigrin hebin jî, seknên dij, nêzikatî mêhlên çewt bi ti awayî nîn e. Va jî nîşaneya bi serkeftî meşîna vê pêvajoya nû ye.
Di pêşketina pêvajoyeke viha de ya rast cihekî girîng a bûyera Parka Geziyê û pêvajoya berxwedanê ya 20 rojan dibihure ku di derdora wê de belavî Turkiye û hin bajarên, navçeyên Kurdistanê bûye heye. Mirov nikare bibêje çalekiyeke pir zanebûn, biplan, rêxistinkirî, tam jî ji bo îfadekirina pêvajoyê hatiye fikirîn, amadekirin. Va yek pir vekirî ye. Lê belê berxwedaneke viha rastiyeke pir vekirî ye ku ji pêvajoya ku bi daxuyaniya Rêber Apo ya Newrozê ve destpêkir qut jî nîn e. Bi temamî dibe parçeyeke wê pêvajoyê. Bizaviyan ku bi vê pêvojoyê ve pêşket îfade dike. Jixwe em vê dizanin, karekterê pêvajoyê yê girîng ji têkoşîna çekdarî derbasbûna hamleya têkoşîna dêmokratîk a siyasî ye ku, vaye bûyerên di derdora Berxwedana Parka Geziyê de ev yek bi aweyek zelal danî holê. Dîsa hedefeke girîng a xeta bizava vê pêvajoya nû têkoşînê bi tenê bi Kurdistanê bi hudût kirinê derxistin û belavî Turkiyê kirin bû. Bi Parka Gezî ya Taksîmê ve destpêkirina serhildanan û ji vir belavbûyîna wê ya li Egeyê, Behraspî, hin cihên Anatolyayê ev rastiya jî bi aweyek zelal nîşan da. Ji ber vê ji aliyê xeta çalakiya pêvajoyê ve pêkhatina pêşdîtina xwe îfade dike. Viha fêmkirin, nirxandin şaş nine, bi vebirî rast e. Wekî din ravekirin ne pêkan e.
Bûyrên bi berxwedana Parka Gezî ya Taksîmê ve destpêkirin çi tiştan nîşanî me dide? A rast şaşitiya hin ferasetan danî holê. Wekî mînak danî holê ku nêzikatiyên pir erzan , bêewlehiyê ji gel re îfade dikin ên wekî ” civaka Turkiyê hilweşiyaye, tune bûye, nikare li ber xwe bide, nikare tiştekî bike û di vê şeklê de” rastiyê nîşan nadin. Di bingeha xwe de yên ku bi xwe jar in û nikarin ji gel re pêşevantiyê bikin, dewsa tawanê di xwe de bibînin dikevin di nava nêzikatiyên ku diavêjin li ser gel, her wiha baş li me nîşan da ku ev feraset jî çavkaniya xwe ji wir digre. Li beranberê vê bi aweyek zelal danî holê ku valahiya potansiyelek dêmokrasiyê yê mezin li Turkiyê heye û di daxwaziya azadî û dêmokrasiyê de gel potansiyeleke mezin îfade dike. Di vê mijarê de bi aweyek zelal danî holê û li her kesekî/ê nîşan da ku hêrseke, bertekeke girîng komî serhev bûye, xuyaye potansiyeleke berxwedanê ya xurt heye. Vana dibin babetên ku bi van bûyeran ve derketine der û hatiye peyîtîn-îspat bûye. Hin feraset bi vî rengî hatiye sererastkirin. Tabî di heman demê de rewşeke viha berxwedêr ji aliyê wî yê dîrokî jî li me nîşan dide; li pişt vê, ji derbeya leşkerî ya faşîst 1971 12 Adarê vir ve heyîna hin cure pêkanînên şerê taybet, çewisandin û dagirkerî, bê nîqaş e ku va berxwedanan ji despotîzmeke viha dîrokî re hêrs dihewîne. Dîsa li holê ye ku ev hêrs û bertek li hember rêveberiya AKP û despotîzma wê ya ku ji deh salan zêdetir e bi gotina ez ê pergalê biguherînim ve hatiye desthilatdariyê û bi demogojiyan ve heman azinê bi awayên curbecur ve dixweze bimeşîne ye. Rewşeke ku ji nişkê ve bûye nîne. Raboriyeke wê ya dîrokî heye. Weke spartek ji xwe re şoreşa ciwanan, şoreşa dêmokratbûnê ya ku di serê 1970’an bingeh digre. Tevgera ciwanên şoreşger ên 1970’yan tevgereke mezin a civakî bû. Tevgera dêmokrasiyê bû. A rast li Turkiyê şerê faşîzm û dêmokrasiyê li wê demê dest pê kir. Bi derbeya 12 Adarê ve tevahî hamleya faşîst pêşket û ev çil sal e hewl dide ku bibe serdest. Li hember vê jî têkoşîna dêmokrasiyê ya ku bi berxwedana Denîzan, Mahîran, Îbrahîman ve dest pê kir, bi berxwedana Rêber Apo, PKK’ê ve heya roja me hatiye heye. Têkoşîneke bîrdozî, rêxistinî û polîtîk çêbû. Ya vê gavê derketiye holê, di bingehê xwe de têkoşîna ku li Kurdistanê bênavber domyaye, teqîna pêvajo ya ku xwe spartiye bingehê pêvajoya di Newrozê de destpêkiriye ye. Mirov bi rihetî dikare vê bibîne, fêm bike.
Berxwedaneke viha çima di rabirdu de nehat rojevê çima niha pêk tê? A rast ev yek bêhtirîn pêvendiya bûyeran a bi pêvajoyê ve dayndide holê. Potansiyel duh jî hebû. Gel duh jî hatibû strandin. Di hemû pêvajoyên bi mêtîn û çewsandinên pir giran ve derbasbû de rastî çewisandinan hat. Çima di wan deman de serhildaneke viha nekarî pêk were? Ji ber ku şerê li Kurdistanê her wekî hincetekî hate bikaranîn. Rejîma şerê taybet xwe bi spartina şerê li Kurdistanê ve civaka Turkiyê her bêdeng kir, çewisand. Rêveberiya pihêtkirî, rewşa awerte, şer , li Kurdistanê aşkere hate meşandin lê belê xwe nîşandana vê ya li Turkiyê jî bû zilm û zordariyên giran. Ev yek hem di warê bîrdozî û hem jî di warê pratîk de dan meşandin. Her çi demê hêzek, eniyek bi daxwaziya dêmokrasiyê ve, bi daxwaza maf ve hewldabe hin rabe ser xwe, bi parvekeriyê û alîgirê PKK’ê ye ve hatiye tawanbarkirin bi hêsanî hatiye bêdengkirin. Hem di warê bîrdozî de hate çewisandin hem jî bi terora polîsan ve bi zordariyê ve hate bêdengkirin, mirov hatin girtin ji êşkenceyê re derbasbûn , hatin tirsandin. Bi şerê Kurdistanê ve tevahî li ser jinên û ciwanên civaka Turkiyê terora polîsan hate meşîn. Nehiştin bêhn vedin. Ji ber vê mirovan di vê astê de nekarîn bertekên xwe daynin holê. Yên ku xwestin daynin, hem bi rêbazên bîrdozî û hem jî bi rêbazên pratîk ve hatin bêdengkirin. Pêvajoya nû hincetên vê bêdengkirinê ji holê rakir. Pêvajoya nû ya Rêber Apo di Newrozê de aşkere kir, dewra agirbestê ya li Kurdistanê pêk hatiye, bi dawîbûna pêvajoya Şerê Gelê Şoreşgerî yê ku sê sal e didome, bîryara gerîla ya ku paşvekişandina Qadên Parastina Medya ,pêşiya li Turkiyê lêgerînên hin eniyên civakên curbecur a azadî û dêmokrasiyê, daxwaziyên maf vekir. Derfetê ku daxwaziyên bi vî rengî bi parvekeriyê ve, bi alîgiriya PKK’ê ve, bi gotinên nijadperest ên şoven ve tunekirin-çewisandin ji holê rakir. Di nîvengeke viha de berxwedana taksîmê hate rojevê. Rewşeke van a pir bi plan, bi rêxistinkirî bêguman nîne. Di nav de hin cure gurup, rêxistin hene lê, di pêvajoyeke viha de xwe nespartiye bîryareke wekî “di vê demê de bila ev derkeve holê.” Xwe spart pêvajoyê bixwe. Wekî rastiyeke pêvajoyê derket holê. Ruxmê van bi vî rengî nenirxandina van bûyeran,li ser cuda hildana dest aliyê pêwîst dike bêhtirîn li ser were sekinîn dibe. Ev berxwedana gel a li Turkiyê bi temamî, tevî ku girêdayî pêvajoya bi Newrozê ve destpêkir e tu kesî/ê pêwendiyeke viha danenî. Ne medya viha nîqaş kir, ne hukumet, ne muxalefet viha pênase kir, ne jî aliyên çep sosyalîst nekarîn viha binirxînin. Nirxandinên me jî bi derengî ket. Pir bisemt (biîhtiyat), tevî ku bi temamî berhema pêvajoya me bi xwe meşandiye ye di dema xwe de, di asta ku tê xwestin de nedîtin û ji ber vê jî baş pênase kirin ji bo bi bandor pêşbikeve xebateke biplan û bizane nemeşandin hate jiyîn.
Tabî di vê mijarê de gotina ti tiştek nebû ne rast e. Di warê daxuyanî de , di warê pratîk de hin hewldan çêbûn. Hewce ye mirov nebe redker. Divê mirov bi nêrîna yan reş an jî spî ve tevnegere. Her tişt pir baş bû, têkûz bû,yan jî xerab bû gotin ne rast e. Tiştên baş jî hebû. Tevlêbûn jî çêbûn. Di vê mijarê de kedên girîng hatin dayîn. Va ji eniyên cuda hat. Lê têrê nekir. Di dema xwe de çênebû. Baş nehate pênasekirin. Ji ber vê ev hemû tiştên bûn hem wekî ku tê xwestin nekarin xwedî lê derkevin û pêşbixin, hem jî bi pêvajoyê ve nekarîn girêbidin. Qut ma. A rast hewldana, gotina, rojeva yên ku dixwastin pêvajoyê bidin ji bîr kirin, giran kirin, ji rojevê bidin xistin hate rewşeke bi bandor. Wer bû ku bûyerên wekî berhemê pêvajoyê derketin holê, kirin navgîna pêvajoyê ji rojevê xistinê. Va rewşeke micid a şerê psîkolojîk e. Divê ev viha were dîtin fêmkirin. Bi ti awayî ji xwe ve nebû. Bê wate nîn e. Heman uslup meşandina hem desthilatdarê û muxalefetê rasthatîniyek nîn e. Di vê mijarê de yekîtiyeke tam a AKP, CHP û yek jî MHP’ê heye. Va hêzanan bi hev re bûyerên ku têne jiyîn, berxwedaniyên gel, ji vê pêvajoya pêşdikeve qut kirin, wekî ku ji wê cuda ye hilbidin dest, heta bi afirandina beravajîkirina rojevê ve bi mebesta pêvajoya nû ji rojeva nîqaşê xistin ve bikaranîn. Di vî derbarî de bi piştgiriya hev ve hewldan û bi bandor jî bûn.
Ev sekna şerê psîkolojîk nekarî were bihurîn. Ji lewra bûyerên di derdora Parka Geziyê de pêşketin di dema xwe de rast û têr nekarî were pênasekirin, nirxandin. Rêxistiniya kirin bi aweyek bi bandor nekarî were meşandin. Carnan bêpêwend, dûr ma, nêzikatiya bisemt(biîhtiyat) çêbû. Carnan jî bi ketina rewşeke ku pir xwedî lê derdikevin ve hewayeke heçko her tiştî wekî hêzên şoreşker dikin hate dayîn. Herdu jî ne rast in. Ne dûr sekinîn, qet di nava bûyerê de nebûyîn rast bû, ne jî wekî ku her tiştî dikin xwedî lê derketinê ve derketina pêş rast bû. Ya yekemîn, rewşa derketî rêxistinkirinê, têkoşînê, bi rêbazên afirandîker ve meşandina wê lewaz kir. Ya duduyan jî, bi dayîna hewaya heçko bûyerê wek hin rêxistin dimeşînin ve gelek hêzên dij re hacetên propagandayê pêşkeş kir. Dîsa rê vekir ku gelek enî ji van bûyeran re bêhtirîn bisemt nêz bibe. Vana bi vebirî nêzikatiyên bes û rast nîn bûn. Bi aramî nirxandin nekirin, bûyeran di dema xwe de wek tê xwestin pênase nekirin û di vê bingehê de polîtîka diyar nekirin, rê li pêşiya seknên viha leqdar, parçeyî, ligel kara wê zirara wê jî heye vekir. Mirov di derbarê nêzikatiyên cuda de jî dikare vê bibêje.
Ger em bûyerê viha şênber û bi giştî bibînin binirxînin,pêwîst e em wekî, wisa pir eniyên cuda hildide dest, xwe derdayîna berteka civakê ku ev 40 sal e li hember faşîzmê pêk hatiye îfade dike, yên ji demogojiya AKP’ê re jî dibêjin “êdî bese”, wekî hilberîneke gel, çalakiyeke gel ê dêmokratîk ku daxwaza li ser jiyana xwe bi bandorbûna civakê dihewîne pênase bikin. Di nava wê de her cure mêyl hebû. Di nava vê berxwedanê de hêzên dêmokratîk ên çep, tevgerên ciwanan, tevgerên jinan, tevgerên femînîst, tevgerên îslamî yên dêmokratîk, fikrên ji xwe re Muslimanên Antîkapîtalîst dibêjin, hûnermend, rewşenbîr û gurubên ji çandên curbecur tê de cih girt. Birastî jî hevgirtiyeke rengdar û zengîn bû. Xwedî naverokeke ku nunertiya dêmokrasiya Turkiyê bike bû. Weke hevgirtî wisa bû. Di vê rengê de bûyîn di bingehê xwe de ne lewaztî, xurtbûnek e. Karekterê xwe yê dêmokratîk dayndide li holê. Hewandina hemû rengên civakê nîşan dide. Li hember azina desthilatdara despotîk faşîst a heyî bertekeke pir giştî ya ji eniyên civakê yên cuda pêk hatiye îfade dike. Ji ber vê yekê hevgirtiya heyî wekî lewaztiyekê na, bi vebirî divê weke zenginiyekê were dîtin.
Di aliyê din de nebûyîna pir birêxistinî, biplan, bi bername di bingehê xwe de ne lewaztiyek e. Wek wisa pir bêrêxistin e jî nîne. Eniyên tevlêbûn, hemû eniyên pir taybetmendiyên cuda îfade dikin di nava xwe de bi rêxistinî bûn. Xwediyê ezmûna, mîrateya têkoşîneke ku çil sal e- çil û pênc sal e dimeşe ne. Nûnertiya komasiyeke ezmûnê ya pir mezin dikin. Dîsa di demeke nêz de xwediyê xebateke yekîtiyê wek Kongereya Dêmokratîk a Gelan û Partiya Dêmokratîk a Gelan, herî dawî jî xwe disparte hîmê yekîtiya ku konferansa aşitî û dêmokrasiyê ( li Enqerê hate kirin ) derxistiye holê. Di pişt vê tevgerê de yekîtî û rêxistiniyeke viha jî heye. Hin partiyên ku xwestin vê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin jî çêbûne. Va wekî derdorên netewperest, CHP, eniyên wekî Partiya Karkeran. Lê ewinan eniyên marjînal bûn, eniyên ku dembidem derdikevin hole. Bêhtirîn jî di rewşa ku rola provakatîfiyê bileyzin de bûn. An na di rewşa; ji destpêka berxwedanê heya dawiya wê hebûn, ên rista sereke dileyîze, hêzên çalakî dimeşandin nîn bûn. Bi qasî ku me şopand rewşa pratîkî ev bû. Ji ber vê yekê mirov nikare bibêje pir bêrêxistin bûn. Bi vebirî xwe dispartin bingehek û taybetî jî ezmûneke rêxistinî. Lê belê wekî şênber berhemê plan-nameyekî nîn bûn. Ev rewşa ku ji berê ve hatiye plankirin amadekirin, hatiye rêxistinkirin û di vê bingehê de ketene libatê îfade nedikirin. Viha bûyîn li gor min dîsa lewaziyek nîn bû. Tevgerên gel jî jixwe viha dibin. Ti tevgereke gel ji berê ve xistina bîryarê û bi plankirinê ve nekare bimeşe. Ti tevgereke gel wekî daxwaziya hinekan, di çawaniya dixwaze de pêşnakeve. Şoreşger hêzên ku tevgereke gel a viha diafrînin nîn in. Eniyên ku ji bo bizanebûn bûyîna gel, rêxistinkirina eniyên cuda, ji bo bixe di nava libatê de hewldide, di vê bingehê de pêşengtiya rêxistinî û fikir ji gel re dibe û fêr dike ye. Di aliyê din de di rewşekê de ji berxwedaniya gel re pêşengtiyê bike kadroyê pêwîst, ê ku pêkhatina rêxistinê derdixe holê, amade dike, yanê ji yên ji her rewşê re amade ne re tê gotin. Dîsa dema berxwedaniya gelekî, tevgerbûna girse, ango îsyan derket holê, yê ku hewldide wê ber bi hin armancan dibe, rêve dibe, ji lewre bi gihandina pêşengtiya rêxistinî ve eniyên digihînin serkeftinê ne. Hewce ye şoreşkerî viha were fêmkirin. Rist û mîsyona şoreşkeran, kadro û rêxistinên şoreşker jî viha ye.
Dema em ji vir mêyze dikin berxwedana gel a heyî wisa ji berê ve nehatiye plankirin, nehatiye bîryarkirin, eniyên pir cuda hildide hundirê xwe, bi gotina ji her alî ve nehatiye rêxistinkirin ve nikare were rexne kirin. Jixwe tevger viha dibin. Ji ber vê yekê guncavî kategoriya tevgera gel e. Di vê xalê de di derketina tevgereke viha ya li holê, zordarî, mêtînkerî, faşîst, despotîzm, bi pêkanîna zilma derbeyên faşîst ên 12 Îlonê û 12 Adarê ve tevahî tek-keriya AKP û despotîzma wê ya demogojî pêşxist, bi qasî ku hîmê derketina tevgerên gel ên bi vî rengî afirand, tabî yek jî hêzên dêmokratîk ên şoreşker çalakiyên, têkoşînên rêxistinî bîrdozî yên bi awayên cuda ve meşandine jî di amadebûna vê de para xwe heye. Herî zêde jî şoreşa 1969-71, tevgera ciwan a şoreşker para xwe ya mezin heye. Lewre hîna jî efsaneyek e. Bi aweyeke ku jê neçe di bîr û mêjiyê gelên Turkiyê di bi cih bûne û hêzeke ber bi xwe ve kişandinê ne. Ji aliyê faşîzmê ve derbe xwaribe, çewisî be, parçe bibe jî di bîrewariya gelan de, di jiyana wan de bi cih bûne û li Kurdistanê jî bi berxwedaniyeke bê navber ve têne temsîl kirin. Ji ber vê tevgerên ku têk çûne, tune bûne nîn in. Di vê wateyê de dibin berdewamiya tevgera şoreşker a di serê 1970’an de pêşket. Bitaybetî jî xwe dispêre, li Kurdistanê bi şeklê PKK’ê ve berdewamkirina wê. Li Turkiyê di şertên dijwar de ji meşandina têkoşîna dêmokrasiya hêz digre, wan bingeh digre û weke pêwîstiyeke dema nû derdikeve holê.Hewce ye vê berxwedanê di vê çarçovê de bigrin dest û fêmbikin.
Niha êrîşên dij hatin pêşxistin. AKP di wateyekê de bi qasî bikarbîne jê sûd girt. Di guharandina pêvajoyê de, dema pêwîst kir hêza xwe nîşan da hewl da ji vê sûd wergire. Hin hêzên curbecur, derdorên nijadperest, bi têra xwe hewldan provoke bikin. Gelek enî, mêyl di xeta berjewandiya xwe de ji bo rêvebibin bi qasî ku xwestin mijul bûn. Tevger di xeteke rast de sekneke bi aram nekarî nîşan bide. Derketin û daketinê wê pir bû. Lê belê Parka Geziyê demeke ku bîst rojan dibuhire bû berxwedaneke bi rengêkî bê navber didome. Xwe bi spartina wê ve li Taksîmê mîtîng bûn. Li gelek cihên pir cuda yên Turkiyê û Kurdistanê mîtîngên piştgiriyê çêbûn. Rêveberiya AKP’ê ji van pêşketinan tirs û bizdoniyeke mezin his kir. Rejîma AKP’ê ya xwe dispêre terora polîsan hejînek micid jiya. Vana rastiyek in. Lê belê AKP jî ji bo beravajî kirina pêvajoyê bi qasî ku pêwîstî dît hewl da ji vê bûyerê sûd wer bigre. Yanî wekî encamên wê mirov dikare vê îfade bike. Wekî nêzikatiya pratîkî jî berê her tiştî, li hember tevgerên pişgiriyê yên derveyî Taksîmê êrîşker, çewisandî û qetilker nêz bû. Çalekiyên piştgiriyê yê li Turkiyê û hin bajarên Kurdistanê bêdengkir, çewisand. Keys neda wan. Li ser wan zordariya giran, zulm, teror pêk anî. Piştre gav bi gav planeke dişive vê li Taksîmê xiste meriyetê. ji aliyekî ve bi nêzikatiyên sist ve, qaşo bi hewldana li hev hatinê ve hewl da çalakvanan sist bike û xwe bi spartina amadekariyên nepenî ve, dema gihişt nirxandina rewşeke viha êrîşî Taksîmê kir, çewisandina berxwedana wir pêk anî. Bi vî rengî Parka Geziyê hem ji taksîmê û hem jî ji çalakiyên piştgiriyê yên qadên din veqatand, tenê kir. Hilda dorpêçkirinê. Bi kirina hevdîtinên wir ve jî û bi nermkirinê ve, her wiha bi hewldana belawkirina yekîtiya pêk hatî ya heyî ve lewaz kir, sist kir. Di encamê de duh êvarê êrîş kir berxwedan çewisand. Di rewşa niha de berxwedêrên Parka Geziyê bi giştî ji parkê hatine derxistin. Ji êvar de bi awayên cuda xwe pêşandanên protestoyê didomin, lê vana xwe pêşandanên komikên biçik in. Li holê ew rewşa asta mezin a berxwedanê nîne. Va di bingehê êrîşên faşîst ên AKP’ê de hate çewisandin. Divê ev were dîtîn.
Encama Berxwedana Taksîmê helbet tê nirxandin, ê bê nirxandin. Gelek enî ketin di nava vê. Her kes bi vê bûyerê ve pêvendîdarbû. Heya niha jî gelek tişt hate gotin. Di bingehê encama heyî de jî ji vir pêde ev rewş ê bêhtirîn bê nîqaş kirin nirxandin. Gelek nêrîn ê derkevin pêş. Dê hewl bidin ji vê waneyan derbixînin. Mirov vê bi hêsanî dikare bibêje. Hildana bêhtirîn agahî, derketina rastiyan a li holê, wê bibe sedem ku derfeta zanîna rastiyan û nirxandinê dê bêhtirîn zêde bibe. Lê belê bi vê rewşê ve jî hin mijar dikare were vegotin. A rast di vê pêvajoya nû de û weke destpêk çalakî ser ket, encam da. Ew qasî demeke dirêj bênavber berxwedaniya girse, ruxmê ku ezmûn, amadekarî nîn bû encameke girîng bû. Dengê xwe ragihand raya giştî ya Turkiyê, her wiha ya cîhanê, piştgirî girt. Azina desthilatdariya faşîst tek-ker a AKP’ ê hejand. Pêwîstiya veguherîna dêmokratîk ,dêmokratîkbûna li Turkiyê derxist holê. Tabî vana tev encam û serkeftinên girîng îfade dikin. Ji ber vê yekê nekarin bibêjin vana bela sebep bûne, ti wate îfade nekiriye, bûyereke serneketiye. Ewilî dive vê diyar-kifş bikin. Di vê babetê de pêwîst e nêzikatiya rast hebe.
Ji aliyê din de sekna AKP’ê ya li hember vê tabî ne pêşxistina dêmokrakrasiyê, çewisandina berxwedanê bû. Va sekna AKP’ê rûyê wê yê rast baştirîn derxist holê. Nêzikatiya wê ya ji pêvajoyê re jî derxist holê. Di bingehê xwe de bûyereke viha di vê rengê de derketina wê ya li holê bi sekna AKP’ê ve, bi polîtîkayên wê ve jî têkiliya xwe heye.
A rast bi banga Rêber Apo ya Newrozê ve tevahî, tabî pêvajoya nû pêşdikeve bingeha bûyerên bi vî rengî ye. Daxwaziyên dêmokrasiyê yên eniyên cuda yên civaka Turkiyê derxist holê lê yek jî ji xebatên , çalakiyên viha re bêyî ku pêwîstî bimîne bi guherîn-veguherînê ve ev pêkanîn jî xiste derfeteke ber dest. Ger ku AKP pêvajoya nû rast binirxîne, weke mînak bi aweyek lez bikeve heyama duyemîn a plana çalakiyê ya duyem, peywira xwe ya heyama yekemîn- va Komîsyona Mirovên Akîl in, Komîsyona Meclîsê ye- di asta tê xwestin de pêş bixista, bêyî ku pêwîstî bi bûyerên weke Parka Geziyê bimîne veguherîna dêmokratîkbûna Turkiyê wê hêsantir pêk bihata. AKP’ê nekir û nexwast bike. Hewlda mijul bike, ji piştre bihêle, nava pêvajoyê vala bike. Di bingehê xwe de va bûyeran, Berxwedana Parka Geziyê yek jî li hember polîtîkayên AKP’ê pêşket. Va polîtîtîkayên AKP’ê yên gîroker û îdareyî berxwedaneke viha mecbûr kir, bû sedema tetik-kirinê. AKP jî, bi afirandina firsendê ve pelixandina vana ji xwe re dît. Bi vê rewşa heyî ve wer dixuyê pelixand.
Encama AKP’ê ji Berxwedaniya Parka Geziyê girt ji bo wî bi xwe gelo bes bû? Bi vî rengî nebûyîna rewşê, dema nêz ê nîşan bide. Niha dibe ku Parka Geziyê pelixand, berxwedêr belaw kir, bi hezaran, deh hezaran mirov birîndar kir, ji pêncan zêdetir mirov qetil kir. Va encama di vê bingehê de bi dest xist, lê va encameke mayîndar nîn e. Gel carekî fêrî berxwedaniyê bû. Dît ku ger yek bibin berxwe bidin dikarin encam bigrin û desthilatdariyê bihejînin. Dît ku dikare destek bibîne. Ji ber vê yekê jî di bingehê xwe de AKP; yek, di dema xwe de gavên dêmokratîk neavêtin; dudu; berxwedaniya heyî rast nirxandin, vana bi pêvajoya dêmokratîkbûnê ve, bi pêşwaziya veguherîna dêmokratîk ve nenirxandin lê da winda kirinê. Polîtîkaya wê ya gîro kirin, dek û dolap, pelixandin rûyê AKP’ê , rûyê wê yê tek-ker faşîst-despotîk bêhtirîn derxist holê. AKP di hundir de û raya giştî ya derve de bêhtirîn teşhîr û tecrîd bû. Encamên vê dê pêvajoyên pêş de bê dîtin. Bi vî rengî AKP birastî jî kete çûyîna serserkî. Mirov vê bi hêsanî dikare bibêje. Desthilatdariya AKP’ê ketiye pêvajoya helîn û bihurînê. Em vê ya hêsan dikarin îfade bikin. Gel ber xwedayînê jî fêr bû. Ew jî encameke girîng bû.
Va derdorên nijadperest, CHP, wekî derdorên Partiya Karkeran hewldan nîvengê provoke bikin. Lê pir bi bandor nebûn. Ji ber ku gelek derdor zane û rêxistinî bû, li hember van bi şiyarî hewldan. Nikarin bibêjin pir zêde nijadperestan bandor jî kir. Yê ma çi ye? A rast hêzên dêmokratîk ên çepgir, ango îslamî jî dibin, ji kîjan bîrdoziyê dibin bila bibin birastî jî di siyasetê de dêmokratbûnê pêşdibîne, grubên, hêzên girêdayî siyaseta dêmokratîk in, di serî de hêzên dêmokratîk ên çepgir, hêza pêvajo rast rêvebirin û pênasekirin nekarîn nîşan bidin. Bi qasî ku tê xwestin û rast xeta çalakiyê nekarîn pêşbixin. Li gor min di pêvajoya pêş me de mijara ku herî zêde li ser were sekinîn, nîqaşkirin wer dixuyê wê ev bibe. Viha bûyîn jî xwezayî ye. Ji lewre domandin û serketina çalakiyê girêdayî vir bû. Di vê xalê de heter kirin, bo pêş xistinê hewldan, yekîtî pêkanîn, mêhleke ew qas berfireh di nava hev de girtin bêguman di vê mijarê de serkeftinan îfade dike. Vana wer tiştên hêsan nîn in. Rewşên ku wisa bi hêsanî dest bikevin jî nîn in. Wisa erzan divê em nêz nebin. Lê hêzên ku berxwedan rêvedibirin divê nehiştana ew qasî biçuyana xala çewisandinê. AKP bû yê dawî lê da. Dixwaze wisa bike. Di şer de jî her wisa ye, di têkoşîna siyasî de jî wisa nêz dibe û dema dibe yê dawiyê lê dide jî tabî va dibe serkeftin bi dest xistiye. Tabî divê ev firsend nehata dayîn. Cara ewilî tişteke berxwedaniyê yê yekemîn dibû, divê neyê fikirîn ê bi vê ve hemen encam bê girtin. Ji lewre di şeklên guncav de, bêyî ku rê li çewisandin, şikandinan vebike divê karibiya bibira encamê. Ji bo hamleyên hêztir divê ji paş ve kişandin, manevra divê vana karibiya bibûya. Lê belê va derdorên ku berxwedan rêvedibirin nekarîn viha sistahî û afirandiniyê nîşan bidin. Ji ber vê yekê, qet rêvenebirin gotin rast nîn e lê dema berbi evcama çuyî tê nirxandin nikarin bibêjin pir baş û têr hate rêvebirin. Di rêveberiyê de kêmasî û lewazî hene. Nexwe di xeta çalakiyê de hîna aliyên rûneniştî heye. Tevgera gelekî, bizaviya girseyekê çawa derdikeve holê, çawa tê rêvebirin, divê em çawa hildin dest, binirxînin, di vê mijarê de hîna kêmasî û lewaziyên me hene. Di vê mijarê de em jî di nav de hemû tevger berpirsyar in. Divê ti kes xwe nekişîne derveyî berpirsyariyê. Divê neyê gotin, nizam filan enî berpirsyar in, em na. Dibe ku hinek bibandor bûne, rista neyînî leystî ye, ewnan dikarin wisa dikarin rexne bikin. Lê yên bêbandor bûn jî ji ber ku libatek nîşan nedan divê werin rexne kirin. Çima nekariye libatek nîşan bide, çima baş xwedî çalakiyeke viha derneketine û nekarîne berbi xeteke rast ve rêvebibin? Ên ku nekarîn vêya bikin jî ji vê berpirsyar in. ji van bûyerên dawî re jî pêwîst e di vê bingehê de nêz bibin. Tabî encameke viha baş nebû. Lê va berxwedana bi vebirî baş e, dîrokî ye, bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Guncavî giyana pêvajoyê, yê pêvajoyê pêş dixe ye. Parçeya bizavî ya hamleya têkoşîna siyasî ya dêmokratîk e. Çawa ku konferans vîna civakê derxistina holê dikin, serhildan jî berteka, hêrsa û dînamîzma civakê dayn dide holê. Hêza civakê di qada çalekiyê de dinimîne. Ji ber vê dibe ku pir were rexne kirin, aliyên ku di kîtekîtê de were rexne kirin jî dibe ku hebe lê çalakiyeke viha di vê pêvajoyê de li me nîşan da ku li Turkiyê berxwedaniya gel dikare pêş bikeve, rêxistiniya siyaseta dêmokratîk û di qada çalekiyê de dikare xurtir be. Ger vana bingeh werin girtin, libatiya girse û têkoşîneke siyasî ya hêzdar dikare derkeve holê. Ji aliyê din ve ger di vê bingehê de xebateke girse ya bi bandor were meşandin, ew dem hêza siyaseta dêmokratîk a di sandiqê de jî, ji aliyê ray ve bi şeklekî ji ya niha pir zêdetir dikare were mezin kirin. Va rewşeke ku nebe nîn e. Vê yekê em her dibêjin: Çima rêjeya rayên AKP’ê ji sedî pêncî, yên BDP’ê ji sedî heft bibe, nizam a ODP’ê ji sedî yek jî nebe? Vana rewşên ku bi xebatê ve girêdayî ne. Bûyereke bi kardariyê ve girêdayî ye, an na xeta Rêber Apo ya girse di Turkiya îro de xwedî naverokeke ku ji sedî nod û pênc yek bike, bîne ligel hev e. Lê di kardariyê de kişandina ji deh jî nabe. Xet ew qasî girseyên berfireh hedef dike, çima ew qasî di girseyên teng de dimîne? Nexwe di vir de bi qasî ku tê xwestin nayê xebitîn, bi qasî ku tê xwestin ew xet ji civak, gel, girseyan re nikarin bibin, bigihînin wan, rêxistin bikin. Va bi awayek zelal derket holê. Ha di vir de rista kadroyan, rista pêşengtiyê, rista bi awayek pêşeng xebatkirinê derdikeve holê. Berpirsyarî û peywira xebatên rêxistinî çi qasî tînin cih an naynin cih em dibînin. Çi qasî teng, di nav xwe de girtî, lewaz mayîn derdikeve holê. Niha di giştî de em bi van mijaran ve mijul dibin. Weke tevger di her qadê de em vê dijîn, ev me di pêvajon berê de jî diyar kir. Em nîqaş jî dikin. Sekna rêxistiniya me ya heyî, sekna me ya kadroyî weke hişmendî, azin, plan-name û terzê xebatê xeta Rêbertî di asta tê xwestin de nikare bike meriyetê, yanê bi vê ne gucav e. Vê ya mirov zelal dikare vebêje. Birastî jî li ser navê xeta Rêbertî tevdigerin, îtîbara PKK’ê, komasiya wê dinirxînin, bikartînin lê di kardariyê de tiştên diqewimin, tên jiyîn birastî jî di vê mijarê de paşte mayî, teng û jar e. Wer pir zêde hêzdar û li pêş nîne. Va jî pirsgirîka kadro, pirsgirîka rêxistiniyê, pirsgirîka divê têkoşîna û feraseta dêmokrasiyê çawa bibe li me ferz dike. Derdixîne li pêş me. Em hewl didin vana fêm bikin, nîqaş dikin.
DURAN KALKAN
- Ayrıntılar
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan û Endama Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat derbarê vekişîna dersînor de daxuyaniyên girîng dan. Karayilan binê wê yekê xet kir ku ji bo paşvekişandinê divê Meclîs berpirsyartî bigire ser xwe û got: “Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê pêngav ji aliyê her du aliyan ve bên avêtin. Em ji bo paşvekişandinê amadekarî dikin, lê divê aliyê din jî bike. Ji bo ev yek bi awayeke hêsantir bê kirin, divê şert û mercên rêbertiya me bên sererastkirin û bikare bikeve dewrê.” Ronahî Serhat jî destnîşan kir ku divê rêyên diyalogê yên bi xwediyê projeya çareseriyê Ocalan re bên vekirin.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan û Endama Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Ronahî Serhat bersiv da bernameya taybet a bi rojnamevan Koray Duzgoren, Erdal Er û Halît Ermîş re û rojev nirxandin.
-Ne tenê li Tirkiyeyê, Ocalan behsa tiştek ku Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê eleqeder dike, dike... Hûn dikarin vê yekê hinek zelal bikin?
Ev yek li herêmê feraseteke nû, xeteke nû pêş dixe. Destpêka pêvajoyeke nû ye. Du gelên sereke Kurd û Tirk ên li herêmê esas digire. Ev projeya çareseriyê ku yekitiya her du gelan esas digire û li ser esasê perspektîfa jiyaneke hevpar pêş dikeve, dê bi xwe re li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû bîne. Ne tenê gel û çandiyên li di nava sînorên Tirkiyeyê de, hemû Kurdan digire nava xwe, pêşîlêvekirina Mîsak-î –Millî pêş dixe, ango ev yek sînoran naguherîne. Yekitiya gelan esas digire, ev yekitî her ku diçe dibe perspektîfa Konfederasyona Gelên Rojhilata Navîn.
EVE TAKTÎK E
-Çi berpirsyartî dikevin ser milên aliyan?
Pêşî girîng e ku perspektîf rast were nirxandin û baş were fêmkirin. Ji bo me jî, ji bo dewleta Tirk hukûmeta wê û ji bo gelan jî divê were fêmkirin. Niha herkes gotûbêj dike. Divê bê gotûbêjkirin jî, ji ber ku ev yek her kesê eleqeder dike. Lê divê ev beriyar her tiştê baş were fêmkirin. Ev ne tatîtîkek e. Ev ne feraseteke bi awayê “em pirsa Kurd çareser bikin, hema çi dibe bila bibe”. Divê zîhniyetekê were guhertin. Niha ne ku pevçûna cihêrengiyan, formulasyona aşitiya wan û bihevre jiyana wan tê nirxandin. Ji ber wê jî ev nêzîkatiyeke stratejîk e. Em ê li gorî hêza xwe hewl bidin ku vê yekê pêş bixin. Niha li seranserê Rojhilata Navîn şer heye. Her roj xwîn dirijê. Li Sûriyeyê pevçûneke berfireh heye, li Iraqê jî pevçûneke bênav a di navbera mezheban de heye. Tê gotin ku ev yek dê dijwatir bibe. Hêzên navneteweyî li ser esasê van nakokiyan polîtîka pêş dixin. Ev perspektîf dikare dawî li vana hemûyan bîne û pevçûnan vebiguherîne aşitiyê.
BERIYA VÊ ME 8 CARAN AGIRBEST RAGIHAND
-We agirbest ragihand. Behsa hin rojimêran (teqwîm) tê kirin, dîrok diyar dikin. Divê pêvajoyê de hûn li hêviya çi ne? Gelo çi diqewime?
Weke tevger, ji agirbesta ku Rêbertiya me di sala 1993’yê de ragihand, heta niha me ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk pêk bên gelek hewl da. Beriya vê, heta niha me 8 caran agirbest ragihand. Sala 1999’ê ji bo em bingeh ji tu pevçûnan re nehêlin û ji bo avakirina bingeha çareseriya demokratîk, li ser banga rêbertiyê me hemû hêzên xwe ji sînoran vekişand. Lê mixabin aliyê din tu bersiveke baş neda hewldana me. Pêvajoyê pûç kir û encam negirt. Heta van salên dawiyê bi hewldanên hin hêzên navneteweyî pêvajoya Osloyê jî pêş ket. Di sê salan de, di demên cûda de heyetên her du aliyan li hev civiyan û hevdîtin kirin. Ew jî bê encam ma. Tişta ku ez dixwazim bêjim gelek tecrubeyên me çêbûn.
Bila agirbesta 9’emîn êdî rê li ber aşitiyê û çareseriyeke mayinde vebike. Divê bingehê her tiştê were danîn. Berê ev bi qasî dihat xwestin çênebû. Ji bo pêvajoya Osloyê jî ev bingeh hebû, lê ew jî ji ber hin sedemên cûda hate pûçêkirin. Niha divê em pêvajoyeke bi hostatî û xurt pêş bixin. Banga rêbertiya me jî bi vî awayî ye. Li şûna rêbazên leşkerî divê siyaset esas bê girtin, li ser vî esasî dê hêzên leşkerî vebikişin. Ji bo vê yekê me pêşî agirbest ragihand. Me xwest bi vê agirbestê bingehê gotûbêjan pêş bixin û derfetên diyalogê pêşbixin û ji bo vê jî me xwest em amadekariyên vekişînê bikin. Me xwest em bi vê agirbestê amadekarî bikin. Me xwest em bingehê rêxistnî, siyasî û qanûnî deynin. Pêşî em ê hêzên xwe amade bikin, bi cih bikin û li gorî wê pêvajoyê esas bigirin. Em niha xebatên vê yekê dimeşînin. Ya herî girîng jî, em niha plan dikin ku hêzên xwe di çarçoveya perskeptîfên nû de razî bikin.
DIVÊ MECLIS BIRYARÊ BIDE
Lê ji bo vekişînê tiştên divê aliyê din jî bike hene. Her kes dizane ku pirsgirêka herî cidî pirsgirêka kurd e. Ji bo vê pirsgirêka herî cidî divê Meclis biryarê bide, ya herî rast eve. Em çi dixwazin; biryarek çawa? Hêzên me dema di 1999’an de vekişiyan, xistin kemîna xwe. Hemû hatin li Amedê ketin ser hev. Û xwe di rewşa dagirkirinê de dîtin. Di qadekê de hatin dagirkirin. Ev yek. Ya duyemîn jî kes xwedî lê derneket. Li holê man. 5 salan yek guleyek neteqiya, lê îradeya çareseriyê pêk nehat. Hem ji bo ewlehiyê û hem jî ji bo vekişîneke bi tendursti divê meclis biryareke wisa bigire: “Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêbazên aşitiyane derketina hêzên çekdarî yên PKK, ji bo şopandina vê pêvajoyê divê komîsyonek bê avakirin.”
Em nabêjin bila Meclis pirsgirêka kurd çareser bike û piştre em vekişin. Me ev berê jî digot. Vekişîn ev 4-5 sale di rojevê de ye. Li Oslo jî rojeva sereke ev bû. gotin; hun derkevin derveyê sînor em çareser bikin. Berê me digot bi hinek sererastkirinên qanûnî em dê vekişîn. Xetimandina pêvajoya Oslo hinek jî ji ber vê sedemê bû. Niha rêbertiyê însiyatîf bi kar anî. Heta ku dewlet di çareseriya pirsgirêka kurd de pêngaveke mayînde navêje, zemîneke hiqûqî pêk neyne em venakişin.
-Tê gotin ku têkoşîna çekdarî bi dawî bû, têkoşîna siyasî dê bê meşandin. Lê têkoşîna siyasî dê çawa bimeşe? Heta bersiva vê pirsê neyê dayîn, di vekişînê de aloziyek nîne gelo?
Plan bi 3 pêngavan e. Vekişîna derveyê sînor û agirbest pêngava yekemîn e. Tiştên dikeve ser milê me em dikin, lê divê meclis jî tiştên dikeve ser milê wan bike. Daxwaza me ev e ku ne sererastkirineke qanûni ye, avakirina komîsyoneke meclisê ye û di vê mijarê de biryarê bigire. Em pêvajoya malê meclisê dikin, em dê malê civakê bikin. AKP pir zêde xwe esas digire. Nêzîkatiyeke pir teng mijara gotinê ye. Anîna vê ya meclisê tê wateya ku malê hemû kesî tê kirine. Her kes dibe ku nekaribe tevli bibe lê ger Meclis îradeya herî mezin a vê civakê be hewcedarî bi vê heye. Ya duyemîn jî divê partiyên siyasî tevli pêvajoyê bibin. Wisa nîşan didin ku ,tu dibêjî qey çend kom li wir hene, hema bêjin were dê were! Ma wisa dibe şerê 30 salî li holê ye. Baweriya wan ev ku dê di şer de biser bikevin. Bi gotina, were, nabe.
Niha tiştên em li vir dikin li gorî qanûnên Tirkiyeyê dijqanûnî ye. Heyet tê cem me. Xebatek derveyê qanûnê dibe. Heta diçe cem serokatiyê, lêpirsîn dikin. Parêzer tên giritn serokwezîr muşteşarê MÎT’ê rizgar kir. Qanûn derxist. Lê parêzer niha di hundir de ne. Madem tu dixwazî çareser bikî divê ev derveyê qanûnî ji holê bê kirin.
Di vê mijarê de nêzîkatiyeke rast pêk neyê dê her tişt bixetime, bila her kes vê baş fêm bike.
-Vekişîn dê kengî çêbibe?
Ev giştî girêdayê tempoya hikûmetê ye. Ji bo me hêj şert û mercên demsalê ne di cih de ye. Me amadekariyên xwe daye detpêkirin lê, divê komîsyona şopandinê hebe. Her wiha hewcedarî bi komîsyoneke berfireh a ‘Aqilmendan’ heye. Ji ber ku em vedikişin, lê kî dikeve wan qadan? Vegera bo gunda heye dê çawa bibe? Gelek pirsgirêk hene. Hewcedarî bi hinek xebatên meclisê hene.
Ronahî Serhat: Ger bi rastî daxwaza wan çareserî be divê bibin Meclisê. Lê ger daxwaza wan çareserkirina PKK’ê be, ev jî dikeve çarçoveya ‘Têkoşîna bi terorê re ya hikûmetê. Vê wek pratîkek îdarî dibînin. Pisgirêk ne tenê pirsgirêka ku bi ewle PKK derkeve ye jî. Ji bo çareseriyeke mayînde destpêkê divê hinek tişt bên kirin. Divê Meclis berpirsgiyarê bigire ser xwe. Ev çênebe dê guman zêde bibin.
MAKEQANÛNA NÛ HEWCE YE
-Ocalan dibêje ji bo tesîskirina hiqûqa biratiyê ya wekhevî û azadiyê, ez bang li hemû gelê kurd û hemû kesî dikim. Hun dikarin vê hinekî zelal bikin?
Di Mîsak-î Milli ya yekemîn de mafên hatine înkarkirin hene. Mafê tu kêmaran li Tirkiyeyê nehat dayîn ji bo vê jî bo hemû gelên Tirkiyeyê wekhev bijîn divê makeqanûnek nû derkeve. Pirsgisrêk jî ji xwe pirsgirêka wekheviyê ye. pêwistî bi guhereke bingehîn heye. Ev hem jî bo pirgirêka kurd û hem jî ji bo pirsgirêka hemû gelan hewce ye.
Vekişîn, agirbest, dê piştre jî heta çekdanîn jî biçe. Kanaleke televîzyonê de şêwirmendê Erdogan dibêje: Ocalan hat ser paradîgmaya ku AKP’ê diparast. Her ku Tirkiye demokratîk bibe, dê pirsgirêka kurd çareser bibe.
-Bi rastî Ocalan ev got?
Karayilan: Divê destpêkê zimanê çareseriyê yê hikûmetê hebe. Gotinên der barê çareseriyê de girîng in. Weke ku şêwirmend gotiye, bê guman ne rast e. Rêbertiya me guherîneke paradîgmatî jiyaye. Ev ji 93’an dest pê kiriye heta 2000’î zêdetir pêşve çûye. Yên ku gotiye jî kakila parêznameya wî ya dawîye. Rêbertî çareseriyê ferz dike.
AQILMEND DIVÊ BAWERIYÊ BIDIN
-Komîsyona Aqilmendan tên nîqşakirin. Serokwezîr dibêje ‘hewzeke me heye’ hun çawa dibînin?
Tenê bi avakirin akomîsyona Aqilmendan ji bo pirsgirêkê nabe bersiv. Divê prosedureke ku divê aqilmend li gorî wê tevbigerin hebe. Aliyê hikûmetê dibêje; hewcedarî bi biryara meclisê nîne, hewcedarî bi komîsyonê nîne, aqilmend têr dikin. Em wisa nafikirin. Ev peywira hikûmetê ye. Bê guman der barê aqilmendan de jî nêrîna me heye. Lê dema tiştek li holê tune be, gotina hin tiştan ne di cih de ye. Divê ev kes baweriyê bidin. Hunermend, nûnerên saziyên sivîl û kesên li alî wijdanê divê cih bigirin. Divê îradeya van kesan hebin. Divê beriya her tiştî serbixwe bin. ev bi qanûnê nayê avakirin. Lê divê çavkaniya qanûnî hebe.
JI BO PAŞVEKIŞIN PÊWÎSTÎ BI ÇARÇOVEYA QANÛNÎ HEYE
Dibêjin dê serokwezîr ‘Pêvajoya paşvekişînê bişopîne’. Gelo ev yek bi komîsyona aqilbendan mimkun e?
Peywira komîsyona aqilmendan ew ku pêvajoyê bişopînin. Dê bişopînan ka her du alî jî tiştên dikeve ser milê wan pêk tînin an naynin. Lê hêj em nehatine vê astê. Ji bo paşvekişînê pêwîstî bi çarçovaya qanûnî heye. Paşvekişîn tiştekî hêsan nîne, ji bo paşvekişînê îkna bibin, bi awayekî serkeftî pratîze bibe divê Rêber Apo bikeve dewreyê. Ez nabêjim bila ev demeke kurt de pêk bê. Lê divê şert û merc bên sererastkirin. Divê heyet herin werin û têkilî bê dayîn. Heta rêbertî nekeve dewreyê ne mimkune em hemû hêzan îkan bikin. Wekî rêveberî em hemfîkîr in. Di qademeya navîn de hêj gelek heval tam îkna nebûne. Ev çend sal in motîveyî şer bûne û astek hatiye bi destxistin. Ji bo şer em di pozîsyoneke bi hêz de ne. Ya din jî di demeke ku avantaj evqas zêde ne biryar girtin hêsan nîne. Ji ber hêza mezin ya Serokatiya me û baweriya me ya ji bo aştiyê pêk tê. Ji bo di sala 2013’an de şer pêşbikeve bingehên xurt hene. Lê nêzîkbûna stratejîk ya Serokatiya me girîngtir û nirxtir e. Me 2 plan kirin. Plana yekem şerekî berfireh. Ya din jî ger ji bo çareseriya demokratîk pêvajoya diyalogê bi ser bikeve, em ji vê yekê re vekirî ne. Me ji bo plana duyemîn biryar girt. Lê ev biryar bi hêsanî nehat girtin. Divê hem gelê me, hem raya giştî û hem jî dewlet vê yekê baş bizanibe. Gel ji me dipirse çima baweriya xwe bi AKP’ê tînin, şertên serkeftinê hatine bi destxistin. Em vê red nakin. Dema me ev pêvajo pêşxist me baweriya xwe kesekî ne anî, ji ber ku baweriya me bi aştiyê tê û em alîgirê çareseriya demokratîk in vê pêvajoyê pêşdixin. Di bingeha biryara me de, biryargirtina Serokatî heye. Em baweriya xwe bi xwe tînin. Em ji şer re jî amade ne, ji aştiyê re jî amade ne. Tercîha me aştî û çareseriya demokratîk e.
Divê ev pêvajo dualî pêşbikeve. Em ji bo paşvekişînê amadekariyan dikin lê divê aliyê din jî amadekariyan bike. Ji bo ev pêvojê bi ser bikeve divê şert û mercên Serokatiya me bên sererastkirin û ew jî bikeve dewreyê. Ger ev pêk bê, dê merhaleya yekemîn ya pêvajoya aştiyê bi ser bikeve.
-Ji bo sererastkirinên şert û mercên birêz Ocalan hûn çi difikirin, daxwaziyên we çi ne?
Ronahî Serhat: Pêvajo bi derfetên biçûk pêş nakeve. Ew bi xwe xwedî pêvajoyê ye. Divê xwediyê banga ku raya giştî xistiye nav kelecanê û tevger bi hev re têkilî deynin. Ev mafê wî ye. Bi awayekî xwezayî pêwîsti bi tiştekî wiha heye. Heyet diçûn û tên, lê periyoda hevdîtinan ne diyar e. Rêbertî ne xwedî derfetên ku kengê bixwaze nêrîna xwe parve bike nîne. Rêbertî ji bo hîn derdor, jin, saziyên civakî tevli pêvajoyê bibin bang kir. Lê ev derdor dê çawa tevli bibin. Divê kanalên diyalogê vekirî bin. Divê pêvajo zelal û vekirî be. Divê astengkirin, tirs û konsepta dewletê ve nêz nebin. Derfetên ku rihet bixebitin bên afirandin.
Karayilan: Dibe ku ketina dewreyê bi merhele pêk bê. Merheleya yekemîn divê çûyîn hatin pêş bikevin. Mesele ew e ku pêşî li riya çareseriyê bê vekirin.
DIVÊ EWROPA JÎ PIŞTGIRÎ BIDE
Hûn ji bo hêzên navneteweyî çi difikirin?
Karayilan: Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rola Ewropayê diyarker e. Gelê kurd heta niha bi trajediyên mezin re rû bi rû ma. Rojava li li hember trajediyan bêdeng ma. Alîgirê çareseriyê nîn in, ji bo berjewendiyên wan divê pirsgirêk bidome. Em dibêjin êdî bes e. Bibin xwedî wijdan. Em ê pevbiçin, ew e jî ji vê yekê sud bigirin. Divê dawî li vê bînin. Piştî daxuyaniya Rêber Apo, nûneran daxuyanî dan. Divê beriya her tiştî nebin asteng. Pirsgirêka kurd, bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Ger ji bo çareseriyê hewl bidin, dê çareserî hêsantir bibe. Lê dibe ku bibin asteng jî. Mînak komkujiya Parîsê. Divê kujerên vê komkujiyê bên aşkerakirin. Ev komkujî ji bo astengkirina pêvajoyê bû. Divê Ewropa jî ji bo çareseriyê bibe alîkar, astengiyan dernexe. Ji bo YE û DYA’yê banga me ev e: di dema agirbestê de ev rêxistin xistin lîsteya terorê. Dema şer mezin bû nexistin lîsteyê lê dema gule nehatin teqandin xistin lîsteya terorê. Ger PKK’ê ji vê lîsteyê derxin, ev dê ji bo çareseriyê baş bibe.
ME ÇARÇOVEYA NETEWEYÎ ESAS GIRT
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî girîng e. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
Karayilan: Em vê pêvajoyê tenê bi Bakur ve nagirin dest. Hemû kurdan eleqedar dike, ji ber vê yekê di nav 2 hefteyên dawî de bi gelek hêzan re têkilî danî. Em dixwazên fikrên wan hîn bibin. Me bi gelek partiyan re têkilî danî. Me yên ku em negihiştinê re peyam şand. Me xwest em fikrê rewşenbîr, hunermendan jî bigirin. Me çarçoveya neteweyî esas girt. Hîn daxuyaniyên ku piştgirî didin pêvajoyê jî hatin dayîn. Em samîmî ne. Bi rastî jî em naxwazin ev pêvajo xirab bibe û bê astengkirin. Ger aliyê din jî bi heman hesasiyetê nêzîk bibe dê pirsgirêk çareser bibe.
-Wekî encam ew ê ev pêvajo dê çawa bimeşe?
Karayılan: Di esasê xwe de me heta niha têkildarî qonaxa 1’emîn de nîqaşan meşand. Projeya çareseriyê ji 3 qonaxan pêk tê. Piştî ku vekişîn dest pê kir dê qonaxa 2’yemîn jî dest pê bike. Ev çi ye? Berpirsiyyariyên ku dewlet û hikûmet pêk bînin, in. Pêdivî bi makeqanûneke ku çareseriyê jî dihundirîne heye. Em çareseriya pirsgirêkê di domokratşîkbûneke tam de dibînin. Divê hemû nasneme werin qebûlkirin, hemû nasneme bên temsîlkirin. Pêdivî bi çarçoveyeke makeqanûnî ya ku kurd bikaribin bi zimanê xwe ve bijîn, der barê xwe bi rêvebirinê de xwedî gotin bin, di nav Tirkiyeyeke wiha de bikaribin xwe wekî civaka kurd îfade bikin.
Bi taybetî divê ku di 3 noqteyan de sererastkirin pêk werin. Ya yekemîn: Divê pênaseya welatîbûnê ji nû ve were kirin. Divê çarçoveya wê berfireh be, pêdivî bi pênaseyeke ku nasname û çandên cuda ne li ser etnîkî lê herkes xwe tê de bibîne were kirin. Ya duyemîn: naskirina nasnameyan. Divê şert û mercên ku nasname bikaribin xwe îfade bikin werin cih. Ya sêyemîn: neteweya tirkiyeyê divê ji nû ve were pênasekirin. Ev netewe jî kê pêk tê divê vekirina wê were kirin. Ew ê ev doneyên bikêr bidin me. Di esasê xwe de qonaxa duyemîn ev e û pêkanîna vana ye.
Qonaxa sêyemîn jî qonaxa nornalbûnê ye. Di riya çareseriyê de lazim e ku “paqijiya rê” were kirin. Dibêjin “siyasetê bikin” lê siyasetmedar hemû girtî ne. Heta ku girtiyên KCK’î di girtîgehê de bin nemimkûn e ku mirov behsa çareseriyê biek. Divê ku vê paqijiya rê were kirin û ber bi pêvajoya normalbûnê ve rê were kirin.
- Ayrıntılar
“Çalakî çalakiya yek kesê ye, lê bê gotin tenê wê girêdide heqaretek e.” Ev bi rastînî tektîkê PKK’ê ye, şêwaza PKK’ê ye û ew şêwaza çalakiyê ye ku divê PKK ê weke bersivekê bide serdemê. Ev ew çemka çalakiya rast û tiqûtenê ye ku divê artêşa PKK’ê li ser serdemê pêwîst bike. Ên din tev çewt in, tenê ev rast e. Çapemeniya Tirkiyeyê bi xwe dibêje ku “hemû Tirkiye û heta Amerîka şok bûye.” Ev mezinahiya çalakiyê û wê mezinahiya kesê ku vê çalakiyê pêk aniye nîşan dide. Lê me hê jî bi temamî çalakiyê neteyisandiye nav refên xwe. Ger em bi kar bînin, rêxistin bikin, hezkirin bidin, eşkere ye ka ev çalakî weke dîrokî dê arasteyeke çawa xet bike. Dîsa dibêje “vejîna gelekî û vejîna jinê.”
Wekî din jî pêkanîna vê çalakiyê li Dêrsimê girîng e. Ev di heman demê de vejîna Dêrsimê ye jî. Belkî jî weke yekane çavkaniya jiyanê ev kesayet û çalakî neyê jibîrkirin. Ên ku dilêr in tenê wisa bandor dihêlin di dîrokê de. Pir eşkere ye ku divê weke çavkaniyeke bêserûber qedir û qîmet bê dayîn, ji ber ku hêzdide jinê û heta cihanê. Ji ber ku çalakiyeke wisa ye ku li ser navê hemû mirovatiyê hatiye çêkirin. Li hember mirovayetiya ku hatiye xistin, li dijî rejîm û artêşa faşîst, li dijî împeryalîzmê, li hember xistina zayenda jinê çalakiyek û berxwedaneke mezin e...
Weha dibêje; “Bi vê çalakiyê xwe dayîna min ne bes e. Min dixwest bi teşeyekî din jî xwe bidim, heta dayîna canê me bi xwe jî têr nake. Xwezî ji canê me pê ve tiştên me yên ku em bidin hebûna.”
Me timî got; dayîna canê xwe têrnake. Divê hin tiştên din werin dayîn. Çi ne ev? Behremendiyên we ne. Em naxwazin ku hûn canê xwe bi erzanî bidin. Her wekî di vê çalakiyê de dayîna canê xwe bi erzanî nîn e. Erjeng komîheviya behremendiyan heye, hemûkan dide. Lê tevî van dikare bibêje, “xwezika hin tiştên me yên din hebana.” Tiştên mînanî “ezê wisa kêfî bijîm, wisa cixare dipêçim, wisa xwedibînî me, weha ezezî me” di nava refên me de pir hatine gutûbêjkirin. Niha ev çalakî di heman demê de ji van re jî bersiveke mezin e. Û dîsa dibêje jiyana me bi rengekî erjeng asta hezkirin, wêrekî, bawerî û rûmetê dide. Ew jiyana ku em temsîl dikin pênaseya wê çêdike. Destnîşan dike ku em temînata şoreşê ne.
Dertê holê ku bi vê baş têgihîştiye; dibêje jiyaneke birûmet, hezkirin, wêrekî, bawerî û azîm. Li ba nirxên ku dixînin, parçe û qet dikin, dibêje nirxên ku girê didin. Hezkirina we ya ji me re dihizire û hêza arişenî digire. Dibêje “yê ku herî zêde dilsozê pakrewanan e hûn in.” Ger zanibe ku, yê herî zêde dilsozê pakrewanan ne Serok be, vê çalakiyê nake. Ji ber ku dikare çalakiyeke bêbinyad teqdîr neke.
Çalakmendên mezin, ji bo nirxên ku pê ewle neçalakiyan sazdikin.
Ango ew kesayetiyên ku nirxan di xwe de remz dikin û dicivînin esas digirin. Berpirsiyar in û wisa canê xwe navêjin nava agir. Ger nirxek, remzek û serokayetiyek ê ku ew erjeng girê dide, bandor dike û ewlehiya bêdawî dide tine be, ti kes ji tiştekî wisa re wêrekî nîşan nade.
Dibêje, “bi jiyanê ve pir girêdayî me û da ku jiyan pêkwere ez vê çalakiyê sazdikim.” Niha wê kî vê pêkbîne? Kî û kîjan partî? Riya azadkirin û xwe pêkanînê di şer re dibûre. Nabêje, “ez wisa dimirim û diçim.” Azadkirin û xwe pêkanîn di Zîlanê de esas e.
Dema ku şer vedide pê bawer e ku dê bijî.
Ber bi wan sînorên jiyana ku divê bê pejirandin ve pîroz dibe. Weke wateyê, weke gel, weke partî û weke kesayetiyê pîroz dibe. Heke tiştekî dibe xwelî hebe, ji wê jiyana ku di berê de di bin serdestiya dijmin de hatiye xêzkirin pêve tiştek nîn e.
Li ser navê pîrozbûna jiyanê çi hebe di virê de veşartî ye.
Li ser navê yên dimirin û pêwîst e bibin xwelî hebin, hatine mehkûmkirin. Pakrewaniyên ku divê bêne pîrozkirin hene, ew jî hatine pîrozkirin. Tam jî di vê bingehê de dibêje “ez dixwazim dilsoziya ji kevneşopiya berxwedaniya rêhevalên Mezlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Berîtan, Bêrîvan û Ronahî bidomînim.” Ev rêheval ku ji bo jiyaneke çawa pîroz bûne û çi bi erdê ve kirine yek ku were pêşçavkirin, ka ev xelek bi jiyaneke çawa ve erjeng girêdayî ye, wê emê heyanî nava mixê xwe hîsbikin.
“Ez dixwazim bibin raderbirîna xwesteka azadiya gelê xwe. Li dijî polîtîkayên împeryalîzmê ku jinê dikin kole, bombeyê di xwe de diteqînim û dixwazim bi vê yekê mezinahiya rik û hêrsa xwe nîşan bidim.” Va di virê de li hemberî împeryalîzm û kapîtalîzma herî xirab li Tirkiyeyê ku petot e kîn û hêrs heye. Pişt re dibêje “ez dixwazim bibim remza vejîna jina Kurdistanê.” Di bingeh de wê texrîbata ku pergalê di kesayetan de dayî çêkirin dibîne û li hemberî kîn û hêrseke mezin dide çêkirin. Di heman demê de ka jina xweşik çawa pêkwere, bi teşeyekî pir eşkere datîne holê û dixwaze bibe raderbirîna remza wê. Nirxandineke wisa ji bo xebata jinê nêzîkatiyeke pir bi îsabet berpêş dike.
Ez eşkere bibêjim, pakrewanên din jî xeleka vê ne, lê di çalakiya rêhevala Zîlan de ev xelek derketiye sertarê.
Çalakiyeke wisa dibû ku zilamekî jî bikira, lê ya ku pêkaniye jin e. Ji ber ku jinek vê çalakiyê pêktîne, hem pêdiviyeke xwezayî û hem jî bi rastîna jinê ve pêwendîdar, ev aliyê wê weke pêwîstiyekî bê hizirandin. Belkî jî zilam nekarîbû wisa bike. Bi teşeyekî din, mînak di girtîgehan de dikaribû bike. Lê divê were destnîşankirin ku ev teşeyê hanê xweserê jinê ye. Ji ber ku bêtir rik, hêrs û xwesteka jiyana azad bi xwe re pêwîst dike. Yek jî pir balrakêş e. Bi xwe re pêwîst dike ku xweseriya jiyana nêzîkî serkeftinê bê wergirtin. Di bingeh de, di vê xalê de dixwaze bibe remz.
Îdîaya we ya jiyanê mezin e. Dev ji jiyanê berdan nîn e.
Ên ku bi hêsanî dev ji canê xwe berdidin bêmoral, bêperoş û kirêt in. Hindek çemkên we yên xwekuştinî hene. Di nava refên me de rastîn û pejirandineke wisa heye. Bi misogerî nêzîkatiyeke wisa bi van kesayetiyên xwediyê çalakiyan ve dikeve nava nakokiyê û ti caran nikare bibe weke wan.
“Îdîa min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin. Ji ber ku ez ji jiyanê pir hezdikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêkbînim.”
Ez hizir dikim ku min vê yekê di rastîna xwe de baştirîn fêmkiriye. Ên ku ji jiyanê hezdikin tenê ew dikarin çalakiyên mezin pêkbînin. Ên ku dev ji jiyanê berdane ticaran nikarin bibin çalakmend û rêxistinkarekî baş. Ev rêhevala me ji jiyanê mezin hezkiriye, çalakiyeke wisa pêktîne. Bi bingehê azadiya jiyanê, pêwendiya jiyanê de, bi vejîn û berxwedêriyê, pêwendiya jiyanê bi xweşiktiyê û heke hezkirina jiyanê nebe biryardayîna vê çalakiyê nabe.
Lê dema jiyana we diqede, hêviyên we dirûxin, rêxistinê bi erdê re dikin yek, bi esasên bîrdozî û polîtîk dileyizin, hingê hûn diçin çalakiyeke xwekuştinî. Va çalakiya rêhevala Zîlan li hember vê destwerdanek e. Pir birêxistinkirî, pir berxwedêr, pir saxlem bi bingeh esasên bîrdozî, pir şabûyî, bimoral, biviyan, bi azîm û biçoşî dide diyarkirin ku jiyan bi xwe ew ber bi wirê ve biriye.
“Têkoşîna me ya bi rêbertiya Serokatiya Partiyê wê di nêzîk de bigihîje serkeftinê û ew gelê min ê hejar di hûndirê malbata mirovayetiya cîhanê de ciyê ku maf kiriye peyda bike.”
Baweriya serkeftinê, helbet ev yek jî weke encamekî xwazayî yê vê çemka çalakiyê ye. Ewê ku xwedî vê çemka çalakiyê ye divê baweriya xwe hebe ku serkeftin nêzîk e.
Bawerî ye ev, baweriya serkeftinê mezin e.
Lê piraniya we baweriya xwe ya serkeftinê wenda kirine û ti caran jî di hişê xwe de derbas nekirine ka gelê me di nava mirovayetiyê de ciyekî çawa birûmet peyda bike. Gotineke mînanî “ez dev ji canê xwe berdidim û diçim mirinê” şêwaza çûyîna mirinê ya koleyan e. Ev weke encamekî ye ku gelê ji hêla dijmin ve di bin çîzmeyan de tê girtin, jê re dibe leşker û bi her cureyî jê re xizmetê dike.
A ku serincrakêş e “îdîaya min a jiyanê pir mezin e” vê du caran dubare dike. “Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke watedar û çalakiyeke mezin” jiyaneke watedar pêwendiya xwe bi çalakmendîtiya mezin ve heye. Ez timî vê yekê ji we re dibêjim, erê hûn jiyaneke watedar dixwazin, lê ji bo ku jiyan bibe watedar û rişt, pêwîstî bi mezinahiya hewldanê heye.
Çiye çalakiya mezin?
- Ayrıntılar
