Darbeay faşîst a sivîl a 1'ê Mijdarê dewama darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê ye. Bi vê yekê re tê xwestin, ku dîktatoriya faşîst a ji aliyê darbeyê ve hatiye afirandin were restorekirin. Dixwazin nehêlin ku dîktatorî bê hilweşandin û li şûna wê Komara Demokratîk bê avakirin. 7'ê Hezîranê pêşî li rêya Komara Demokratîk vekiribû. Bi darbeya 1'ê Mijdarê re xwestin pêşî li vê bigirin.
AKP'ê bi avakirina hikûmetê re gavek avêtiye û Tayyîp Erdogan jî ji vê rewşê re gotiye 'dema encamgirtinê' û destnîşan kir ku di dema pêş de wê di asta fînalê de li hemberî faşîzma AKP'ê têkoşîneke dawîn bê meşandin. Kalkan ragihand ku di têkoşîna mezin a navbera faşîzm û demokrasiyê, mêtîngerî û azadiya Kurd de, serdema dawî biqewime . Bi rastî jî di asta fînalê de têkoşîneke mezin tê meşandin. Zivistana îsal wê bibe serdema vê têkoşîna mezin. AKP, wê di çarçoveya wezîfe û siyaseta qirkirina çandî ya faşîst de, ji bo weke gel, weke tevger me tine bike, ji her alî ve êrîş bike.Em bi awayekî giştî li ber xwe bidin. Mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, bajarok bi bajarok, çiya bi çiya, gelî bi gelî em ê li ber xwe bidin. Ciwan wê li ber xwe bidin, jin wê li ber xwe bidin, ji 7 heta 70 salî wê gel li ber xwe bide. Em ê li bendan qezenc bikin, li xendekan, li kolanan, li geliyan, li çiyê em ê li ber xwe bidin. Gel wê li ber xwe bide, gerîla wê li ber xwe bide, mirovên me yên li derveyî welat wê li ber xwe bidin, yên li zîndana wê li ber xwe bidin.
EM BI SEKNA RÊBERTÎ LI BER XWE DIDIN
Dûran Kalkan diyar kir ku ev berxwedan ji aliyê 'Sekna Rêbertiyê' ve tê birêvebirin û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rewşa berxwedaneke mezin de ye. Rêbertî li ber xwe dide. Li hemberî van hemûyan helwestek nîşan da, got ku azadî bi têkoşînê re bi dest dikeve û ket rewşa têkoşînê. Ev berxwedan pîroz e, esas e û ev berxwedan wê bide qezenckirin. Rêyeke din a qezenckirinê nîne. Bang li hemû mirovên me yên welatparêz dikim; ji bilî berxwedanê kî soza tiştekî didin dide, li wan guhdarî nekin. Li hemberî yên ku hewl didin we teslîm bigirin û pasîfîze bikin, hişyar bin.
TIRKIYEYÊ KURDISTAN BI TENÊ HIŞT
Divê li Kurdistanê yekîtiya li kolanan, taxan, bajarokan û gundan pêk were û da zanîn ku girîng e bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk re bi hev re tevbigerin. Kurdistan di berxwedanê de bi tenê hatiye hiştin.Dema li derekê êrîşa faşîst rû da, divê hemû bajarok, hemû bajar rabin ser piyan û destekê bidin wan. Pêwîste hêzên demokratîk şoreşger ên li metropolên Tirkiyeyê jî destekê bidin; li Edene, Mersîn, Dîlok, Çûkûrova, Stenbolê ev destek were mezinkirin. Kurdistan bi tenê tê hiştin, berxwedana Kurd bi tenê tê hiştin. Halbûkî di roja îro de Cizîr, Gever, Farqîn, Nisêbîn, Gimgim, Kobanê ya zivistana par in. Ev bajarok, cihên ku dilê Kurdê azad û mirovahiya demokratîk lê dide, ye.
AKP LI HER DERÊ TÊK ÇÛ, BERÊ XWE DA BAKUR
Rêveberiya AKP'ê biryar daye, ku eger pêwistiyê pê bibîne dikare 15 caran bajarokên Kurdan dorpêç bikin, ev agahî gihaştiye ber destê wan .Dijmin bi biryar e, lê belê em jî di berxwedanê de bi biryar in. Ez careke din bibîr tînim: Faşîzm dijminatiya li mirovahiyê ye. Faşîzm êrîş dike, mirovahî jî li ber xwe dide. Rêveberiya AKP'ê dijminê Kurdan e, dijberê Kurdan e. Dixwaze Kurdan tine bike, tesfiye bike. Ji bo komploya navneteweyî bi ser bixîne AKP careke din kirin desthilatdar, ev wezîfe dan AKP'ê. AKP li Kobanê têk çû, li Şengalê têk çû, niha li Sûriyeyê têk diçe. Dema ku li parçeyên din ên Kurdistanê di êrîşên xwe yên bi destê DAIŞ'ê kirî de têk çû, niha bi hemû hêza xwe êrîşî Bakurê Kurdistanê dike. Gelê Bakurê Kurdistanê yê şoreşa vejîna neteweyî dimeşîne, berî AKP'ê ders da çend hikûmetên beriya wê û ew avêt ser sergoyê dîrokê. Bi heman lehengiyê wê AKP'ê jî di nava sergoyê dîrokê de winda bike. Biryardariya me ev e, em xwedî wê hêzê ne ku vê bikin.
DIXWAZIN BI XWE LÊBIDIN BI XWE BILÎZIN
Gotinên AKP’ê yên em ê PKK’ê, Qendîl, Îmrali muxatab negirin .Wê bi cerdevan, axa, kesên qaşo Kurd in re wê vê pirsgirêkê çareser bike, wê muxatabekî nû biafirînin. Te dît dibêjin, bi xwe lêdide bi xwe dilîze. Ew jixwe teslîmî AKP’ê bûne, jixwe ti pirsgirêkeke wan tine. Tenê pirsgirêkeke wan heye. Wê AKP çiqasî bide wan, tenê derdê wan ev e. Ji lewra ev muxatabî ji aliyê me cidî nayê girtin.
Ji hundir hin agahiyên der barê her AKP’e bi Ocalan re hevdîtinan dike nêrîna xurtbûyina Qendîlê zêdetir dipejirîne gihiştiye ber destên wan .Qaşo wê neçin Îmraliyê, Qendîlê. Dixwazin biçin an jî neçin, bi xwe zanin. Bila gel di vê mijarê de ti fikaran nejî. Di pêşengiya Partiyê de hem wek gel hem jî wek gerîla em li ber xwe bidin, wê mecbûr wê werin, heta wê bi revê biçin her derê. Pêşeroja nêz jî wê vê piştrast bike. Lê wê kî biçe ez wê nizanim. Wê taqeta Tayyîp Erdogan, Ahmet Davûtoglû ya çûyinê bimîne? Dibe kesên bikevin dewsa wan biçin, ji ber ku mijar diçe heta vê nuqteyê.
HDP’E XERCA KOMARA DEMOKRATÎK E
HDP’e haveynê komara demokratîk e. .HDP xerca komara demokratîk e, ji nû ve demokratîkkirina Tirkiyeyê ye. Haveynê wê ye, hêza pêkanînê ye. Dikarin bigirin, di bin navekî din dibe dîsa vebe, lê hêza ku Tirkiyeya demokratîk , komara demokratîk biafirîne derketiye holê. Ev jî hêzeke nû ya ji yekîtiya hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û hêzên azadiyê yên Kurdan pêk tê. Li hember faşîzma 45 salan, wê şerê demokrasî di mehên pêş de serketinê bi dest bixe. Di 7’ê Hezîranê de pêngavek mezin avêt, hêza xwe derxist holê. Pêvajoya pêşiya me, wê bibe pêvajoya serketinê. Dest ji mijara muxatabiyetê berde, ev hêz wê bibe afîrenerê Tirkiyeya demokratîk.
ERDOGAN MUXTACÎ DAIŞ’Ê YE
Ji bo Tirkiye nekeve vê rewşê, teslîmî hêzên derve, hêzên faşîst nebin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldanên pir mezin raber kiriye. Rêber Apo got, eger Tirkiye bibe welatê azadiyan, wê demê dikare li ser piyan bimîne, rêya vê jî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyin e. Eger ev pêk bihata, niha pêwîst nedikir Tayyîp Erdogan li ber Ewropa, Amerîka geriyaba. Wê Tirkiye biba hêzek rê nîşanî mirovatiyê dikir. Bê Rêber Apo çiqasî di cih de gotiye derket holê. Polîtîkaya Erdogan dişopîne wan muxtacî faşîzma DAIŞ’ê kir. Rewşenbîrên Tirkiyeyê, siyasetmedarên wê, kesên ji Tirkiyeyê hez dikin, bila baş bibînên bê ka kîjan hêz dikare Tirkiyeyê azad û demokratîk bike. Rêya gihiştina aştiyê, avakirina Tirkiyeya demokratîk, bi xistina xeta Rêber Apo meriyetê pêk tê. Ji ber vê jî pêwîst e Rêber Apo azad bijî û bixebite.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan
- Ayrıntılar
Madem hûn dixwazin ewqasî êrîş bikin, fermo êrîş bikin. Lê ji bîr nekin, li hemberî her êrîşa we, wê qat bi qat bersiv bê dayîn.
Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hem li Bakur hem jî li Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke bilindbûnê de ye û hêza mêtînger a dewleta Tirk ku ji vê xurtbûnê ditirse, bi konsepteke nû dest bi êrîşê kiriye.
Hêzên beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê banga 'ragihandina bêçalakîtiyê' li wan kirin, piştî ku wan di 10'ê Cotmehê de bêçalakîtî ragihandin, beşeke biçûk ne di nav de, ev derdor bêdeng man û xwedî li wezîfeya xwe derneketin.
Erdogan û Davûtoglû li dijî wan dest bi şerekî topyekûn ê faşîzan-nîjadperest kirine .Bi zimanekî Hîtlerî, gefa komkujiyê li me û gelê me xwarin. Lê dîsa jî kesî dengê xwe dernexistin. Heta niha ne hêzên navneteweyî, ne jî hêzên demokratîk ti deng derneketiye. Hin derdorên çep-demokratîk, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl dengê xwe bilind kirin, lê bele dengekî zêde xurt derneket holê.
'HER ÊRÎŞ WÊ BERSIVA XWE BIBÎNE'
Niha Erdogan û Davûtoglû radibin dibêjin 'em ê êrîş bikin'. Madem hûn ewqasî dixwazin êrîş bikin, fermo êrîş bikin. Ser seran ser çavan. Lê ji bîr nekin, li hemberî her êrîşa we, wê qat bi qat bersiv bê dayîn. Li dijî vê nêzîkatiya êrîşkar a ku xwîn ji dev dirije, şert û merc nemane ku em pêvajoya bêçalakîtiyê bidomînin. Ew merc ji holê rakirin. Ev pêvajo ji ber vê yekê bi dawî bû. Pêvajoya bêçalakîtiyê ne me, wan bi dawî kirin. Dema wan pêvajo qedandin, rêveberiya me jî ev biryar stend. Eger ev biryar nehatibûya dayîn, ji xwe wê bihata wateya paşve gav avêtin. Niha AKP ji me re dibêje 'çekên xwe bixin binê erdê û werin teslîm bibin'. Ev tişta ku ew niha ji me re dibêjin, mêtîngeriya Tirk ev 30 sal in ji me dixwaze. Ez jî dibêjim; Roj baş AKP, tu heta niha li ku bû? Yên beriya te hemûyan ev bang kirin, lê bersiva xwe girtin. Aqûbeta Çîller û yên din diyar e. Eger AKP vê helwsta xwe bidomîne, wê bersiveke tund û xerabtir werbigire. Rastî ev e. Li dijî vê êrîşkariya wan, wê şerê parastinê yê li Kurdistanê bidome. Ew dixwazin sûdê ji mercên zivistanê werbigirin. Di nava şerekî psîkolojîk de dixwaze cih bi cih hêzên me tespît bike, darbeyê lê bixe, bi vî rengî me mijûl bike û xwe jî xurt bike. Lê belê ev hewldan bêhûde ne. Me tedbîrên xwe yên zivistanê wergirtine. Ew li ku derê êrîş bikin, li ku derê neynûka hevalekî me xwîn bibe, wê qat bi qat berdêla vê bidin. Li ku derê dibe bila bibe, olîgarşiya AKP'ê li ku derê êrîşî gelê Kurd û şoreşa Kurdistanê bike, wê qat bi qat bersiv jê re bê dayîn; vê baş zanibin. Em ne zarok in; em gelekî baş dizanin ku li ku derê em ê çi bikin. Em baş dizanin ku di kîjan demsalê de em ê çi bikin. Bi xapandina xwe û bi gotina 'derfetên min hene, ez ê êrîş bikim, encamê werbigirim', ev yek nameşe. De fermo kerem bikin. Were em nîşanî te bidin, bê tu yê karibî çiqasî encamê werbigire.
BILA KES NEBÊJE 'ZIVISTAN E, ÇI JI DESTÊ GERÎLA TÊ
Bi hevkariya AKP-dewleta kûr re şerekî qirêj tê meşandin .Divê her kes bi vê zanibe. Helwesta me ya li hemberî vî şerî zelal e: Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Di nava van şert û mercan de bila ti kes, tiştekî yekalî ji me hêvî neke. Teslîmbûyînê bila ti kes ji me nexwaze. Heta ku Rêber Apo azad bibe, heta ku Kurdistan xweser bibe, heta ku Tirkiye demokratîk bibe, wê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê weke hêzeke azadî û demokrasiyê her tim têkoşîna xwe bilind bike û bersiva pêwîst bide hemû zaliman. Ev mecal, ev hêz, ev vîn, ev cesaret li cem gerîla heye. Yên ku bixwazin vê yekê bipîve, bêguman wê bersiva xwe bibîne. Lewma bile ti kes nebêje 'zivistan e, çi ji destê gerîla tê!'. Gerîla di zivistanê de jî dikare gelek tiştan bike. Li çiya jî, li bajaran jî li deştê jî dikare gelek tiştan bike.
AKP BI RÊBAZA DAIŞ'Ê ŞER DIKE
AKP di şer de ji DAIŞ'ê îlhamê digire .Mînak; DAIŞ weke rêbaza şer di destpêkê de civakê ditirsîne, dûre jî li ser civakê kontrolê bi dest dixe, bi vî rengî devera dixwaze bi dest dixe. AKP jî niha heman rêbazê dimeşîne. DAIŞ bi ku ve diçe, cihên pîroz, yanî ziyaretgeh, goristan, şehîdgeh, îbaretxaneyên civakê tine dike. AKP jî niha heman tiştî dike. Yanî êrîşî pîrozmendiyên gelê me dike, heqaretê dike.
HETA RÊBER APO AZAD NEBE, ÇARESERÎ Û AŞTÎ NEPÊKAN E
Ji niha û pê ve ragirtina Rêber Apo di nava tecrîdê de bi ti awayî nayê qebûlkirin. Girîng e gelê me bi çalakiyên civakî vê yekê nîşan bide û pêvajoya pêngava şoreşgerî ya mezin a azadiya Rêber Apo bide destpêkirin. Heta Rêber Apo azad nebe, ne çareserî pêk tê, ne aştî tê, ne jî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pêk tê. Ji ber vê yekê divê azadiya Rêber Apo weke stratejiyeke têkoşînê di rojevê de bê ragirtin.
Rêberê me dizane ku AKP'ê hemû hewldanên me yên aştiyane-demokratîk pûç kiriye û ji bilî berxwedanê ti rê nemaye. Ji ber vê yekê sekna wî ya li wê derê, li dijî siyaseta namerdî ya AKP'ê pozîsyona berxwedanê ye. Eger ev helwesta Rêberê me ya li zîndana Îmraliyê dewam dike, ev yek tê wê wateyê ku bendewariyên xwe ji me heye. Bêguman em ê bersivê bidin van bendewariyan. Ev yek wezîfeya me ye.
HERÎ ZÊDE AKP BAŞ DIZANE KU DI VÊ DEMÊ DE DERBÊN ÇAWA JI GERÎLA XWARIN
Di nava 3 mehên dawî de, dewleta Tirk li hemberî pêngavên gerîla şoq bûye, debên cidî xwariye .Di nava vê demê de gerîla mesaja pêwîst da hikûmeta AKP'ê. Eger encama rast jê derxînin, wê fêm bikin ku di dema pêş de wê berxwedaneke di kîjan astê de were nîşandan. Dijmin bi vê yekê dizane, lê ji ber ku dixwaze şerê psîkolojîk bimeşîne, timî rastiyan berevajî dike. Mîna ku tiştek nebûye, gefan dixwe. Halbûkî herî baş ew dizanin bê derbên çawa ji gerîla xwarine. Gelekî baş dizanin ku sîstema wan çawa xera bû, nikarîbûn rê kontrol bikin û nikarîbûn ji qereqolan derkevin.
Çapemeniya Tirk ku dibêjin, 'gelek cihên Gelê Doskî-Çarçela-Oremarê hatine kontrolkirin' derewên li Çarçela 20 gir hene, artêşa Tirk bi tenê kariye xwe bigihîne 2 ji van giran. Hejmara artêşa Tirk a li ser windahiyên gerîla li vê herêmê dide ji serî heta binî derew in Herêm di bin kontrola gerîla de ye.
DIVÊ GELÊ ME XWEDÎ LI FARQÎNÊ DERKEVE
Xwedîderketin çêbû, lê divê di asteke bilind de civaka Kurd xwedî lê derkeve. Eger di asteke pêwîst de xwedîderketin neyê nîşandan, xuya ye polîsên AKP'ê wê êrîşî hemû bajaran bikin û komkujiyan bikin. Divê pêşî li vê bê girtin. Eger pêşî lê neyê girtin wê komkujiyên mezin rû bidin. Lewma divê hemû welatparêz, xwedîderketina li Farqînê ji xwe re weke wezîfeyekê bibîne. Xwedîderketina li Farqînê, dijderketina li komkujiyan û xwedîderketina li pêşerojê ye.
DEWLET LI KU ÊRÎŞ BIKE, DIVÊ ZANIBE KU WÊ BERSIVÊ BIBÎNE
Li hemberî qetilkirina her sivîl û gerîlayan wê bersiv were dayîn . Bê guman, li hemberî şehîdxistina ciwanên me yên 16-17 salî ji aliyê sekvanan ve, wê gerîla bersivê bidin. Dibe ku nikaribe biçe wê derê, lê belê dikare li herêma xwe bersivê bide. Yanî dikare çalakiyên bersivdayînê pêk bÎne. Li kîjan bajarî ciwanên me hat şehîdxistin, divê gerîla bersiva vê bide.
FERMANDARÊ BİRYARGEHA NAVENDA PARASTİNA GEL MÛRAT KARAYİLAN
- Ayrıntılar
Newroz ji aliyê gelê Kurd û gelên herêmê ve weke roja azadiyê, roja têkoşînê, roja serketinê û mizgîniya biharê hatiye pîrozkirin. Em vê roja giranbuha li Rêber Apo yê ku veguherandiye roja berxwedan û serketinê pîroz dikin. Newroza tevahiya gelê Kurdistanê, malbatên me yên şehîdan û hemû gelên herêmê yên ji Newrozê bawer dikin, pîroz dikin. Bi taybetî mirovên xwedî ruhê fedayî û yên di agirê Newrozê de xwe feda kirine, ev roj watedar kirine. Em şehîdên xwe yên Newrozê yên leheng û hemû şehîdên xwe yên têkoşînê di kesayeta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de bibîr tînin. Di vê roja pîroz de em soza ku me dane şehîdên xwe dûbare dikin. Agirê Newrozê wê heta azadiya gelê Kurdistanê her geş bibe û pêketî be.
Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de Newroz her tim bûye roja pêngavên nû. Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bi pêxistina sê derbikên niftikê agirê Newrozê pê xist û çalakiya xwe ya pîroz pêk anî.
Newroz her tim gav û pêngavên nû ye. Ji ber vê yekê Rêber APO di Newroza 2013'an de gaveke dîrokî avêt. Bi deklarasyonekê re bangek kir. Rêber APO bi vê gavê re ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê, xwest li tevahiya Rojhilata Navîn demeke nû bide destpêkirin. Xwest pirsgirêkên herêmê ne bi rêya şer, bi rêyên diyalog û siyasî werin çareserkirin. Weke ku tê zanîn dewleta Tirk a mêtînger bersiveke erênî neda vê bangê. Weke HPG û tevgerê me wezîfeyên diket ser milê me, bicih anîn. Ji bo pêvajo bibe pêvajoya çareseriya demokratîk, hewldanên mezin ên rêbertiya me û tevgera me çê bûn. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê jî berpirsyariyên xwe yek bi yek bicih anîn. Li pêşberî vê hikûmeta AKP'ê gavên pêwîst neavêt, nehişt ku pêvajoya çareseriya demokratîk derbasî qonaxa duyemîn bibe. Ji ber vê yekê ev pêvajoya girîng îro hatiye nuqteyeke xetimînê.
Gelê me Newroza 2014'an bi sekna ji Rêbertî û Kurdistanê re azadî pêşwazî dike û pîroz dike. Gelê me dixwaze di Newroza 2014'an de pêngava azadiyê ji Rêber Apo û Kurdistanê re bide destpêkirin. Gelê me dixwaze bi avakirina sîstemeke nû ya demokratîk xwe birêve bibe. Di Newroza îsal de dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin.
GELÊ ROJAVA BI TENÊ NÎNE
Îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Di vê roja Newrozê de, çeteyên di berdêla pereyan de şer dikin, êrîşî Kantona Kobanê kirin. Li ser vê yekê Yekîneyên Parastina Kantona Kobanê rewşa awarte îlan kir. Gelê me dest bi berxwedanê kir. Ev berxwedan berxwedaneke lehengiyê ye. Bi vê wesîleyê em cejna gelê me yê li Kantona Kobanê û li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin, berxwedana wan silav dikin. Bila her kes zanibe; gelê me yê leheng ê Kobanê, tevahiya gelê me yê Rojava bi tenê nîne. Berxwedana wan berxwedana tevahiya Kurdistanê ye û kes nikare vê berxwedanê bişkîne.
HILBIJARTIN PÊNGAVEKE
Li pêş gelê me yê li Bakurê Kurdistanê hilbijartin heye. Pêwîste gelê me Newroza 2014'an weke pêngavekê bibîne, bi vî rengî nêzî hilbijartinan bibe û vîna xwe nîşan bide. Êdî bes e, bila kes dengê xwe nede partiya dewletê. Pêwîste di hilbijartinan de ji Mêtîngeran, zilm û pêkanîn cuda re bêjin êdî bes e û pêngava Newroza 2014'an were destpêkirin.
Em Newroza 2014’an di pêvajoyeke gelek girîn de pêşwazî dikin û baweriya me eve ku dê Newroza 2014’an zemîna azadiya Serokatiya me û Kurdistanê ava bike. em wek hêzên Parastina Gel ya Kurdistanê bi awayekî aşkera dibêjin ku; Di demeke wisa dîrokî de çi peywir bikeve ser milê me, çi ji me bê xwestin emê bersiva wê bidin. Em bo vê amade ne.Di riya Rêber Apo de, di esasa armaca şehîdên me yên leheng de, ji bo serokatiya Azsd, ji bo Kurdistana Azad çi bikeve ser milê emê bînin cih. bi vê hêvî û baweriyê em cejna hemû gelê Kurd û gerîlayên azadyê pîroz dikin. Di sala 2014’an de ji hemû gelê Kurdistan û rêhevalan re serkeftinê dixwazin.
Di nava IŞÎD’ê de ku êrîşên Kobaniyê kirin de Suriyeyî tunene. Hemû biyanîne. Fermandarê ku êrîşa li dijî Kobaniyê bi rêve biriye Çeçene. Şervanên wan ji mîlîtanên tetikêş yên ji Suudî Erebîstan, Iraq, Lîbya û welatên cuda yên Ewropayê hatine pêk tên. Ji ber vê divê em Kobaniyê bi tenê nehêlin. Divê em piştgiriyê bidin berxwedana Kobaniyê. Ger ku biyanî bên û hewl bidin Kobaniyê dagir bikin, wê demê divê ciwanên kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê biçin Kobanê û tevli berxwedanê bibin.
Niha li Rojavayê Kurdistanê pêşveçûnên pir girîng çêbûn, piştî berxwedaneke demdirêj û serkeftinên leşkerî gelê me li Rojavayê Kurdistan bi şêwazê sê kantonan sîstema xwe ya siyasî û civakî îlan kir, me guman kiribû ku li hember vê êrîşên dagirkerî hebin û komên çete bi ser kantonan biçin.
'ÇETE HÊZÊN XWE YÊN LI GELEMPERIYA SÛRIYEYÊ LI DERDORA ROJAVA CIVANDINE'
Xuya ye ku pilanek heye, di vê pilanê de destên dewletên dagirker ên herêmê hene. Wekî ku tê zanîn beriya niha kom û komikên çete li Cizîrê, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê êrîşî welatiyên sivîl kirin. Lê bi saya berxwedana welatiyan û hêzên YPG’ê û YPJ’ê ti encam negirtin. Piştî ku çeteyan ziyanên giran dîtin, niha xuya dike ku kar li ser hev parve kirine, DAIŞ çeteyên xwe yên rojavayê bajarê Heleb, Laziqiyê, Idlib û Ezazê kişandin aliyê Reqa yê û li aliyê din çeteyên xwe ji bajarê Dêra Zorê ber bi Rojavayê Kurdistanê ve dikşîne. Komên çete bi vê liv û tevgera xwe dixwazin wekî bersivekê li dijî Kantonan êrîşî Kantona Kobanê bikin û wir dagir bikin. Ev êrîşên çeteyan li hember îradeya gelê Kurd têne meşandin.
'ARMANCA ÊRÎŞAN TINEKIRINA TEVAHIYA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE'
Ev êrîşa li ser Kantona Kobanê ne êrîşeke ji rêzê ye. Di destpêkê de çeteyan êrîşî pira Qereqozaq û bajarokê Sirrîn ji bin kontrola hêzên girêdayî Artêşa Azad derxistin. Komên çete bi van hewldanên xwe dixwazin hemû herêma Kobanê dorpêç bikin û ji sê aliyan ve êrîşan pêş dixin, aliyê çaremîn jî ji xwe sînorê Bakurê Kurdistanê ye û li gor agahiyên herî dawî me girtine, ji aliyê rojavayê bajarê Til Ebyed ve êrîşek berfireh bi tankan pêk anîne û xwestine hin gundan dagir bikin. Lê di encama berxwedana YPG’ê de ev êrîş hatin şikandin û bi dehan kuştiyên çeteyan çêbûne. Li aliyê din YPG’ê jî şehîd dane. Li aliyekî din li başûr û rojavayê herêma Kobanê çete amadekariyên xwe dikin û gundan vala dikin û dixwazin Kobanê ji kurdan vala bikin. Ji ber ew dizanin ku kurd dibin desthilatiya wan qebûl nakin, ew jî dixwazin Kobanê tune bikin û piştî Kobanê herêmên Cizîr û Efrîn tune bikin. Bi vî awayî jî dixwazin Rojavayê Kurdistê têk bibin, ji ber vê yekê ev êrîşekî cidî ye. Divê ti aliyên Kurd nebêjin ev êrîş ne li dijî me ye an jî bêje kesî me li Kobanê nîne. Êrîşa li ser Kobanê li ser tevahî Rojavayê Kurdistanê ye û di bingeha xwe de li ser hemû kurdan e.
Ji ber vê yekê şervanên YPG’ê û gelê me yê Kobanê li hemberî van êrîşan berxwedaneke bê hempa dimeşînin. Ev berxwedaneke dîrokî ye, berxwedanekî pîroz û pir bi rûmet e. Lê divê her kesek piştgirtiya wê bike û divê mirov nehêle ku çeteyên DAIŞ’ê Kobanê û piştre jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bixeniqînin.
'JI BAKURÊ KURDISTANÊ Û KANTONÊN DIN ÊN ROJAVA DIVÊ PIŞTGIRIYA KOBANÊ BÊ KIRIN'
Gelê Kobanê gelekî qehreman e, heta dawiyê wê di ber xwe bide û ti carî li hember çeteyan gav bi şûnve navêje û heta dawiyê baweriyê me bi gelê Kobanê heye. Lê divê her kurdek li hemberî van êrîşan helwesta xwe nîşan bide. Me beriya niha jî bang li her kesî kir ku divê her kes li gorî derfetên xwe piştgiriya gelê me yê Kobanê bikin. Li nêzî Kobanê li bakurê Kurdistanê Pirsûs heye, Ruha heye, divê ciwanê vir biçin Kobanê û piştgiriya hêzên YPG’ê bikin. Li herêmên Efrîn û Cizîrê karin biçin Kobanê, ji bo berxwedanê rê hene.
Ez dixwazim ji gelê me yê hêja yê Kobanê re bêjim, bila ew bizanibin ew ne bi tenê ne. Pêwîste bizanibin ku berxwdana ew dikin ya şeref û rûmetê ye berxwedaneke dîrokî ye. Eger ew li wir êrîşên çeteyan bişkînin ew tê wateya şikenandina hemû dagirkerên Kurdistanê û wê pêşî li riya azadiya gelê Kurdistan bi tevahî vekin, bexwedana ew dimeşînin nirxeke wê pir bi rûmet heye. Ez disa dibêjim ku erk li ser milê me hemûyan heye û bi taybet ciwan ên ku derfetên wan ji bo piştgiriyê Kobanê hene. Divê ciwan xwe wekî berpirsyar bibînin û hevkariyê bi berxwedana gelê Kobanê bikin.
Roj roja rûmetê ye, roj roja şerefê ye. Her kes divê vê bizanibe û bi vê munasebtê ez berxwedana gelê Kobanê silav dikim û serkeftina wan li dijî komên çete ji dil û can pîroz dikim.
‘Divê ciwanê Rihayê, ciwnên Bakur berê xwe bidin Kobaniyê û tevli berxwedana Kobanê bibin’
Di serî de ciwanê Rihayê, ciwnên Bakur berê xwe bidin Kobaniyê û tevli berxwedana Kobanê bibin. Ev peywireke netewiye. Ev peywireke welatparêziyê ye. Îro çeteyên bi pereyan gelê me yê Kobanê dorpêç dikin û dixwazin komkujiyê li ser pêk bînin. Li dijî vê divê m çavên xwe negirin û teqez peywira xwe bînin cih. divê em xwedî li gelê xwe yê Kobanê derkevin û piştgiriyê bidinê. Di rojeke wisa dîrokî de peywireke bi vî rengî li ber ciwanên Rihayê ye. Di vê pêvajoyeke wisa girîng de divê ciwanên kurd peywira xwe bînin cih û tevli hêzên parastinê bibin.
Niha li Rojavayê Kurdistanê pêşveçûnên pir girîng çêbûn, piştî berxwedaneke demdirêj û serkeftinên leşkerî gelê me li Rojavayê Kurdistan bi şêwazê sê kantonan sîstema xwe ya siyasî û civakî îlan kir, me guman kiribû ku li hember vê êrîşên dagirkerî hebin û komên çete bi ser kantonan biçin.
- Ayrıntılar
Di serî de Rêber APO, ez cejna berxwedan û azadiyê Newrozê li tevahiya gelên me û dostên me pîroz dikim û di kesayetiya Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê, şehîdên leheng ên têkoşîna me bi rêz û minetdarî bibîr tînim. Li ser bingeha serketinên mezin di vê sala Newrozê de em soza ku me dane şehîdên xwe dûbare dikin.
Weke tevger em hîn bêtir bi biryar û plan dikevin Newroza 2014'an. Rêveberiya em ev yek ji raya giştî re jî îlan kiriye. Rêber APO got, 'Bêguman her Newroz destpêkeke nû ye. Ketina saleke nû, avêtina gaveke nû ye. Vejîneke nû temsîl dike.' Weke tevger, me rastiya Newrozê ji destpêkê ve bi vî rengî nirxandine. Rastiya Newrozê bi PKK'ê re hîn bêtir watedar û giranbuha bûye. Bû xwedî naverok û cewhereke rastîn. Rêber APO ji bo Newrozê got, 'Newroz bi PKK'ê re bedewtir, watedartir bû.
Bingeha PKK'ê di Newroza 1973'an de hat danîn. Ev çil û yek sal in her Newroz, sekneke nû ya PKK'ê, pêngaveke nû ya PKK'ê îfade kiriye. Weke tevger bi vî ruh, feraset, hest û helwestê em dikevin sala xwe ya Newrozê ya çil û duyemîn. Der barê vê sala Newrozê de armancên me mezin in. Îdîa û biryardariya me zexim, asta amadekariyên me baştir e. Bi ezmûn û dewlemendiya çil û yek salên bihurî re, ji bo azadiay Rêber APO û azadiya Kurdistanê em di nava meşeke bi biryar û cesaret de ne. Partiya me meşa serketinê li ser bingeha kongreya yazdehmîn daye destpêkirin. Bi Newrozê re me rast dîtin ku vê yekê hîn bi biryar û plan bicih bînin. Em bi biryarin di sala çil û duyemîn a sala Newroza partiya me de, em bi biryarin bi têkoşîna bi ruhê azadî û berxwedanê yê Newrozê re emê derfetên jiyana azad ên Rêber APO, azadiya Kurdistan û gelê me pêk bînin.
Li gel hemû rêhevalan, li gel hemû sazî û rêxistinên tevgera me sekin, helwest û biryardariyeke bi vî rengî heye. Nîşaneya şênber a vê yekê jî, coş, kelecan, îdîa û vîna gelê me ye. Vê yekê xwe di pîrozbahiyên gelê me yên Newrozê de nîşan da. Bi rastî jî rastiyeke gel a bûye Newroz derketiye holê.
Rêber APO ji vê re got, 'Gelê bûye bihar, gelê bûye Newroz'. Anî ziman ku aşîtiya gelekî ku li ser bingeha azadiyê ji nû ve çê bûye, ji bilî jiyana azad jiyaneke din qebûl nake, derketiye holê. Em di pratîkê de vê dibînin. Ji bo vegotina pêşketinên Rêber APO û PKK'ê li Kurdistanê rê li ber vekirin, pêwistî bi gotinan, bi nirxandinan nîne. Ji ber ku her tişt bi awayekî zelal li pêş çavan e.
Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd bi bawerî û biryardarî dimeşe Newroza 2014'an û destnîşan kir ku ewê teqez bi ser bikevin. Li ser vê bingehê ez careke din cejna vejîn û azadiyê Newrozê li hemû rêhevalan pîroz dikim û di sala nû ya Newrozê de ji hemû rêhevalan re serketinê dixwazim.
- Ayrıntılar
Di Newroza par de Rêbe Apo bi deklarasyoneke dîrokî re demeke nû îlan kir. Pêvajoya çareseriyê di nava xwe de bi sê qonaxan hat diyarkirin: Qonaxa yekemîn dê agirbest bihata îlankirin û gerîla dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê bikira. Ev yek pêk hat. Me agirbest îlan kir û dest bi vekişînê kir. Qonaxa duyemîn jî serdemek der barê avêtina gavên qanûnî û destûrî bû. Ev jî wezîfeyên diketin ser milê dewleta Tirk. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê bi vê berpirsyarî ranebûn. Yanî ev dem neda destpêkirin. Ji ber vê yekê ye pêvajo hînê di qonaxa yekemîn de ye. Yanî tevî ku qonaxa yekemîn bi dawî bûye jî, qonaxa duyemîn nehatiye destpêkirin. Ji ber çi? Ji ber ku hikûmeta AKP'ê sozên di vî warî de daye, bicih nîne. Yanî bi berpirsyariyên xwe ranabe. Rast pêvajo îro bi temamî bi dawî nebûye, lê belê bi awayekî yekalî ji aliyê Rêber Apo û tevgera me ve tê rêvebirin. Bêguman ev pêvajo bi awayekî yekalî heta dawiyê nameşe. Herî dawî, piştî hilbijarinê gav avêtin wê erênî be, gav neavêtin wê pêvajo biqede. Yanî ev gav divê yekser rojek piştî hilbijartin, herî dereng divê di nava hefteyek du hefteyan de bên avêtin. Eger neyên avêtin divê her kes bizanibe ku pêvajo qediyaye.
Divê bi çi rengî gavan biavêjin. Mînak pêwîste vê pêvajoyê qanûnî bikin. Yanî ji bo destpêkirina muzakereyan çarçoveyeke qanûnî divê. Wekî din pêwîste aliyên bi hev re muzakere bikin, divê wekhev bin. Divê ev bê afirandin. Hewceye şert û mercên Rêber Apo bên guhertin. Wekî din em dixwazin di van hevdîtinan de hêzeke sêyemîn a bê alî amade be. Ji bo were tespîtkirin ka kî xwedî li gotina xwe derdikeve, kî dernakeve, hêzeke bi vî rengî ya bê alî divê hebe.
Wekî din, heta ku "Qanûna li dijî Terorê" di meriyetê de be wê çareserî nebe. Ji ber ku ev qanûn qanûneke dijberiya Kurd e. Divê ev qanûn bê rakiri. Eger AKP'ê gavên wiha avêtibûya, meyê niha qonaxa duyemîn yanî pêvajoya normalbûyînê nîqaş bikira. Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li gel hemû hewldanên Rêbertiya me û tevgera me ti gav neavêt. Berevajî, hewl da jê feydê bigire. Xwest bi hesabê hilbijartinê pêvajoyê ji bo xwe bikar bîne. Bi zeximkrina qereqolan û çêkirina rêyên leşkerî re amadekarî kir. Ev tê wateya binpêkirina agirbestê. We jî dîtin li Heftanînê binpê kirin, şer derket û di encamê de mirin rû da. Dewleta Tirk li gelek cihan şertên agirbestê binpê kir lê me bi awayekî yekalî heta niha dewam kir. Me berpirsyariyên xwe bicih anîn, lê belê ji niha û pê ve divê dewlet gavan biavêje.
“HETA KU RÊBER APO LI ZÎNDANÊ BE GERÎLA DEST JI ÇEKÊ BERNADE”
Divê vê her kes baş zanibe: Heta ku Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî azad nebe, gerîla ti carî çekê danîne. Yekane rêya çekdanîna gerîla, kombûna kongreyeke gerîla ya mezin a bi beşdariya Rêber Apo û wergirtina biryara çekdanînê li vê kongreyê ye. Ji bilî vê rêyeke din nîne. Rast e gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi fermanên Rêber Apo ve dilsoz in. Lê belê eger Rêber Apo di zîndanê de be û di vê rewşê de fermana çekdanînê bide jî, gerîla vê fermanê bicih nîne. Ev biryara gerîla ye. Hemû fermanên Rêber Apo bicih tên anîn, lê belê fermanek heye ew jî dema Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad be, hingî dikare pêk were: Ew jî çekdanîna gerîla ye. Divê her kes vê rastiyê zanibe.
Gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwazin pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên siyasî çareser bike. Em dixwazin li ser bingeha xwişk û biratiya gelan, wekhevî û azadiyê çareser bikin. Îro kes nikare pirsgirêka Kurd înkar bike. Kurd mîna her gelên li cîhanê dixwazin mafên xwe yên xwezayî, yanî ziman, çand û rêveberiya xwe. Eger dewleta Tirk di vê çarçoveyê de nêzîk bibe, yanî demek kurt heman piştî hilbijartinê gavên pêwîst biavêje pêvajo dikare dewam bike. Eger nebe, ev pêvajoyê biqede.
EGER PÊVAJO BIQEDE WÊ M EŞA AZADIYÊ YA KURDAN DEWAM BIKE
Bila gelê me vê baş zanibe, em ne poşmanin ku me par ev pêvajo dan destpêkirin. Perspektîfa Rêber Apo pêşkêş kiribû rast bû. Em deklarasyona dîrokî ya di Newrozê de hat îlankirin heta niha rast dibînin û pê re dilsoz in. Lê belê di vê pêvajoyê de weke gel û tevgerê gelek destketiyên me çê bûn. Beriya her tiştî di serî de gelê me her kesî dît ku em dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyalog û siyasetê çareser bikin. Em ne alîgirên şer alîgirên aştiyê ne. Lê belê em bi şeref û rûmeta xwe re dilsoz in. Ji bo şeref û rûmeta xwe pêwîst be emê şer bikin. Ev biryardariyeke û îro ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê zanîn. Yanî rewabûna tevgera me zêde bûye; Destê Rêberê me xurt bûye. Gelê me yê Bakur ji vê pêvajoyê sûd wergirt. Gelê me yê Rojava jî ji vê pêvajoyê sûd wergirt.
Yanî di warê giştî de di nava vê salê de destketiyên me zêde ne. Biryara Rêber Apo rast bû. Me xwest li ser vê biryarê çareseriyê biafirînin. Lê belê çareserî bi awayekî yekalî bi pêş nakeve. Ji bo çareseriyê divê her du alî gavan biavêje. Dema aliyê pêşber gav neavêt, pêvajoyê biqede. Hingî emê çi bikin? Gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe birêve bibe. Ev mafekî rewa ye. Em wekheviyê dixwazin. Lê belê eger gav neyê avêtin, di çarçoveya 8 aliyan de emê dest bi pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk bikin. Emê têkoşîna xwe bi vî rengî dewam bikin. Yanî eger dewlet gavê neavêje, emê wan tiştên ku Rêbertiya me xwest di nava salê de bi diyalogê çê bike, bi hêza xwe ya cewherî pêk bînin. Di vê mijarê de kes nikare pêşî li me bigire. Meşa gelê Kurd a azadiyê her tim wê bi pêş ve biçe.
“MODELA ROJAVA JI BO BAKURÊ KURDISTANÊ MÎNAKEKE ZELAL E”
Parçeyek ji mûxalefeta Sûriyeyê Heyet El Tensîq biryar daye ku li her devera Sûriyeyê bi sîstema kanton re çareserî dikare pêk were. Ji ber ku çareseriya herî maqûl ev e. Peymanên Civakî yên van kantonan pejirandine jî, ji bo Rojhilata Navîn tê wateya formeleke nû. Naveroka wê neteweya demokratîk e. Yanî jiyana bi hev re ya hemû çandan li derveyî dewletê ye. Binêrin di rêveberiyê de kî hene; Kurd hene, Ereb hene, Suryanî hene. Hemû ziman azad in. Yanî li ser gel û çandan zext nîne. Azadî heye. Ev nêrîneke nû ye, modeleke nû ye. Ev model dikare ji bo Sûriyeyê bibe perspektîfa çareseriyê.
Wekî din ji bo tevahiya Kurdistanê mînak e. Mînak, ji bo Bakurê Kurdistanê mînakek zelal e. Yanî meseleya Kurd careke din aniye ser maseyê. Êdî Peymana Lozanê derbas nabe. Şoreşa Rojava ev yek careke din gotiye. Ji ber vê yekê serketina Rojavayê Kurdistanê serketina tevahiya Kurd û Kurdistanê ye. Hin partî ji ber ku ne di navê de bûn gotin 'ev ne baş e'. Ev ne rast e. Berjewendiyên neteweyî diyar in. Rola Rojavayê Kurdistanê lîstiye ji bo hemû parçeyên Kurdistanê, ji bo tevahiya gelê Kurd rûmeteke mezin, pêşketineke mezin e. Bêguman tevahiya Kurd û Kurdistanê wê destekê bi Şoreşa Rojava.
- Ayrıntılar
Di serî de, di 9’emîn salvegera şahadeta hevala Viyan de, em di kesayeta wê de bejna xwe li ber hemû şehîdên ku di Tevgera Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ditewînin û em wan bi bîr tînin. Hevala Viyan di duduyê Sibata sala 2006`an de çalakiya xwe pêk anî.
Hevala Viyan ji Başurê Kurdistanê bû. Tevlêbûna xwe taybetî jî dema nû tevlê bibû, sekna xwe ya têkoşînê, tevlêbûna xebatan, sekna xwe û di meşa xwe de roleke mezin dileyst. Di her salvegera hevalên bi vî rengî, hevalên şehîd, ger ku em wan jiyan dikin, ger ku em weke Tevgera Azadiyê wan jiyan dikin, ev di pêşengitiya partiya me de bi keda Serokatiyê ku di vî warî de asteke mezin daye avakirin de pêkhat. Îro em gihiştine pêvajoyekê wisa ku di her aliyê de em dikarin bibêjin, me di astekî mezin de pakrewanên vê şoreşê daye jiyankirin. Ev hemû bi keda van hevalên şehîdbû. Lewre di têkoşîna azadiyê de bi hezaran şehîdên me yên ku bi qehremanî şehîd ketin hene. Girêdaniya xwe ya xurt a ji doza xwe re dane nîşandan, hevalatiya xwe ya xurt a ji Serokatî re dane nîşandan û her wiha ev di her milî de wiha bû. Serokatî dibêje; tevgera me PKK, tevgera- partiya şehîdan e. Yê ku her me zindî, mezin dike şehîd û nirx in. Divê em bi sekna xwe ve karibin şayestê van hevalên şehîd bin. Li keda wan xwedî derbikevin.
Hevala Viyan di sekna xwe ya tevlêbûnê de, di astek jor de bû. Di wateyeke pir mezin de tesîrek dida avakirin. Hevalên ku bi hevala Viyan re jiyan kirin, ên ku ji nêz ve nas kirin, tesîra vê çalakiyê li ser wan di asteke cûda de bû. Lê belê hevalên ku bi hevala Viyan re yeko yeko jiyan nekirin her di nava pirsa, çalakiyeke bi vî rengî çima hate jiyandin de bû û her ji me dipirsîn. Daxwazên wê, xeyalên wê û armaca wê cuda bû, bi çalakiyeke cuda ve dixwest bibe bersiv. Daxwaza xwe ya ku li hemberî dijminê xwînxwar ku çawa dixweze hêrsa xwe, tola xwe jê derbixîne, giyana xwe ya tolhildanê di ser rastiya vê dijminê de bide vala kirin, lê belê di vî warî de derfetek nehat pêşkeşkirin. Ger ku gerîlayek ceka xwe heye dikare bi her rengî çalakî pêş bixîne. Çalakiyeke ku bi wî rengî em ti carî tasvîr nakin. Ji lewre berdêlê xwe pir giran bû.
Ji ber ku em hevala Viyan nas dikin em bi vî rengî dinirxînin, hevaleke ku di asta rêveberiyê de di xebatên siyasî de cih digre, nexwasim jî di Başurê Kurdistanê de rista ku leyst, rista ku di Rojhilat Navîn de leyst, hem di nava rêveberiya tevgera tevahî û hem jî weke pêşengeke tevgera azadiya jin di asteke girîng de rola xwe hebû. Di vî alî de jî dema mirov dinirxîne ji mirov re pir giran tê. Dema em nameyên hevala Viyan dixwînin, hizirandinên wê, asta ku gihiştiyê, ji ber ku me bi hevala Viyan re jiyan kiriye rastiya wê, heqîqeta wê…. kurtasî pêwîst dikir ku hevala Viyan niha di nava me de bijiya. Wekî pêşengeke azadiyê roleke xurtir bida leystandin. Şêweyê çalakiya hevala Viyan em pir êşandin. Cara yekemîn di nava me de bi rengekî wisa çalekî dihate pêşxisitin.
Hevala Viyan di 97`an de tevlê bû. Hîna di emrekî biçûk de tevli meşa şoreşê bû. Ji nav rastiya jinên Başur de hevala Viyan derket. Rastiya ku di astek pir mezin de giyan û welatparêziya jinên Başurê Kurdistanê yê hêz qezenc kiriye di hevala Viyan de careke din derket holê. Hete mirov dikare bibêje ku hevala Viyan dengê qêrîna Leyla Qasim bû. Dengê qêrîna hemû jinên têkoşînvan ên ku di dîroka Kurdisatê de xwedî sekna serhildêr, sekna ji xwe bawer, sekna di her milî de di asta lûtkeyê de xwe bawer û xwedî li nirxê xwe derdikeve bû. Her çi qasî di emrekî biçûk de tevlê bû jî, di sekna wê de vê yekê xwe xuya dikir. Nû hatibû lê dema diçû cihekî teqez rengê xwe, xwîngermbûna xwe dida nîşandan.
Ew û xwişka xwe bi hevdu re hatibûn. Ji ber ku her du bi hev re tevlêbibûn malbat zeymetî dikişand. Em jî hinekî taybet nêzikî malbatê bûn. ji ber ku emrê xwe jî biçûk bû, pêre hate nîqaş kirin ku vegere malbatê. Hevala Viyan ev yek nepejirand. Lê belê ji ber ku rêxistinê rê kir çû. Dema çûbû malê nêzikbûnek bi vî rengî raber kiribû, hûn çi dibêjin bijên, gava min rêyek vebijart, da pêşiya xwe ez ji rêya xwe nayêm xwarê. Ji ber vê jî dema diçe malê destbi greva birçîbûnê dike. Di wê emrê xwe yê ciwan de di vî astî de xwedî sekn û lêgerînekî bûyîn birastî jî bandoreke pir mezin pêktîne. Dema malbat dibîne rewş pir cidî dibe bi mecbûrî êdî nikare tiştekî bibêje û heval Viyan careke din tê û tevli şoreşê dibe.
Di pêvajoya 97’an a şer de tevlê bû. Her çi qas nû jî bû, di nava vî şerî de lêgerînên wê mirov digot qey hevalekê kevn e. Di asteke jor de seknek bi bandor, xwestekê xwe di jiyanê de dida nîşandan. Ruxmî emrê xwe yê ciwan, milê xwe yê zanistî jî li pêş bû. Ango ev rastiya wê hebû; germibûna hevaltiyê, hezkirina jiyanê, bi keda xwe tevlîbûn pêkanîn, bê hesap xwe tevlê kirin. Mirov digot, ev heval heçko bi salan e di nava me de jiyan dike.
Dibe ku hertim di hevala Viyan de ev piskolojî hebû; weke her hevalekî/ê dixwest di rastiya piratîkê de bipêje, ji şervantiyê heya qomitanbûyînê, heya ezmûna leşkerî girtinê û heta li qadên Bakur di pratîkê de cih girtinê. Bi taybetî jî di nava gelê me yê Bakur de cih girtin, di nava wan de jiyan kirin, rastiya wan ji nêz ve nas kirin û jiyan kirin ji bo wê hertim weke xeyalekî bû, weke keserekê bû. Ev hestanan di hevala Viyan de her dihate jiyan kirin.
Ji ber ku di vê astê de ji pêşketinê re vekirîbû, dema Serokatî li Sûrî bû, ji nav hevalên Başur grubek hate diyar kirin ku ew hevalanan biçin qada Serokatî perwerde bibînin. Dema ev agahî ji hevala Viyan re hate gotin, birastî jî mirov digot ê ji kêfan bifire. Di nava kelacaneke pir cuda de bû, di rûyê wê de, di çavên wê de ji kêyfxweşiyê hêsir dihat. Heyacana; ezê çawa Serokatî bibînim, gelo dema ez biçim Serokatî dê ji min re çi bibêje… Ji ber ku her hevalekê jin, taybetî jî yên ku Serokatî nedîtine, hertim ev xeyal jiyan kirine; gelo dema ez çûm, Serokatî wê li ser kesayetê min çi nirxandin bike, gelo ezê bibînim nebînim… Ev nêzikbûneke bi vî rengî di hevala Viyan de pir xuya dibû. Di wê pêvajoya çûyînê de rewşên siyasî guherîn û Serokatî ji qadê derket. Ev xwestek, xeyal, keser ji ber êrîşên dijmin ên li ser Serokatî, her wisa di hundirê wê de ma. Weke êşeke pir mezin ev rewş jiyan kir. Ev rastî di her jineke Kurd de tê jiyîn. Tu bi xeyalekî, bi armancekî têkoşîn dikî, tu lê mêze dikî pişt re nêzîkbûnek tê pêşxistin, dibe ku çavkaniya xwe ji te nagre lê hinek dibin sedem ku ew xwestekên te pêkneyê. Vê rewşê di hevala Viyan de hêrseke pir mezin ava kir. Ji bo wê yekê di ew grubê hatibû diyar kirin ku dê biçiya qada Serokatî de, me bi hinek guhertinan ve heval dane sekinandin û heval tevli xebatên Rojhilata Navîn kirin.
Ew pêvajo, pêvajoyeke pir tevlihev bû. Di pêvajoya 98, 99 û heta 2000`an ji bo me pir bi êş bû. Kurtasî ji bo me heyama herî bi êş, pêvajoya komloya nav netewî bû. Hem bandora xwe pir mezin bû û hem jî hêrseke pir mezin û giyana me ya tolhildanê mezintir kir. Milê me yê lewaz (ê ku pêwîst dikir em bêhitir li ser rawestin) ê hevaltiya kêm jî derxist holê. Me Serokatî tenê hişt û erkê xwe tam bicih neanîbû, ji pêvajoyê re nebibûn bersiv.
Yek ji hedefên bingehîn ê vê komloyê di me de şikandinekê ava bike bû. Di asteke girîng de ev pêk jî hat. Ked û hewldanên Serokatî hêvî, xeyal û xwestêkên me careke din zindî kir û xurtir kir. Weke hevaleke jin êşa vê pêvajoyê di hûndir de pir cidî jiyan kir, lê ruxmî vê ji bo karibe leystokên dijmin vala derbixîne hevala Viyan ew êş hemû vegerand hêzê. Ji tevlêbûna xwe ya pêşengtî ji xebatên civakî bigre heya xebatên jinê, bi vê tevlêbûna xurt ve demekî di Başur de xebatên Rojhilata Navîn da meşandin. Bingehê pêşketinê di xwe de ava kir. Di milê zanistî de, di milê paradîgma ya ku Serokatî weke guhertina stratejî pêşxist, mirov dikare bibêje ku di van milan de lêhizirandineke kûr, hem di tarzê xebat de û hem jî di kesayet de xwe pir aşkere di wê de dida der. Bi eşq kar dida meşandin. Bi kutekî, bê xwestek kar kirin di tarzê hevala Viyan de dîtin pêkan nebû. Berova jî vê, ruxmî ku temenê xwe biçûk bû, lê belê kesayeta kamil a rêxistinî di xwe de dabû rûnişkandin.
Lêgerîna dê çawa weke fedaiyekê xwedî Serok APO derbikeve, çawa xwedî li hevaltiya Serokatî derbikeve her li pêş bû. Ji bo vê yekê hevala Viyan di milê zanistê de xwe xurt kiribû. Di milê birdoziya Serokatî de, di milê birdoziya xilasiya jinê de, di milê pîvanê jin de, di sekna welatparêziyê de, xwedî li nirxên şoreşê derketin, di hevaltiya jiyanê de, weke jineke Kurd eşq û hezkirina dayî nîşandayîn, jina ku Serokatî behs dike… di van aliyan de hevala Viyan pir xurt di sekna xwe ya jiyanê de raber dikir. Lê belê ev rastî jî hebû, nemaze jî di milê hevaltiyê de xwe hertim kêm didît.
Taybetî piştî dîlketina Serokatî pir heter ku tevli yekîneyên fedayî bibe. Di encama van hetereyên wê de demekî li wê derê lêhûrbûnek da meşandin. Ji bo ku em karibin di Başur de xebatek xurtir bimşînin, rêxistinê wer pêwîstiyek dît ku li vê derê xebat bimeşîne. Lê belê xeyalên wê û xwestekên wê cuda bû. Piştî dîl ketina Serokatî lêgerandinên wê yên fedaîtiyê hertim li pêş bû.
Birastî jî ne ku hevala Viyan gihiştiye şahadetê û em van nirxandinan dikin. Ji ber ku ji tevlêbûna xwe ya destpêkê heya şahadeta xwe, girêdana xwe û lêgerîna xwe ya fedaîtiyê ti caran wenda nekir. Ti caran jê dûr neket. Her çi qas xebatên civakî yên siyasî ku pir sift-tîr bi aweyekê çalak dida meşandin, lê lêgerînên xwe cuda bû. Her tim digot; heçko cihê min ne ev der e, cihê min qada pratîk ku ez karibim hêrsa, tola xwe bi vê komasiya heyî ve di rastiya çalakiyê de bikim meriyetê. Her çi qasî di vî aliyê de hewldanek pêk anî ku lêhûrbûnên xwe, kûrbûna xwe di qada pratîkê de bike meriyetê lê belê ev xwestekê wê pêk nehat. Rastiyeke wiha jî hebû; ji ber ku hevaleke di asta qadro de xwe serwer kiriye, di asteke diyar de ezmûneke xurt pêş xistiye û pêdiviya di vê parçê de wê bêhtirîn rol bileyîze hebe, rêxistin jî li gorî wê nêz dibe. Ango em weke kes pêşniyar pêşbixînin jî, xwestekên me yên cuda hebin jî lê belê biryara dawî rêxistin dide. Ji lewre rêxistin li gorî pêwîstiya parçeyan, xebatên xwe, qadroyên xwe digire dest û wîlo diçe vesazkirinekê. Lewma jî pêşniyarên hevala Viyan dikir her tim wisa dima. Tam nedigihişt bersivekî. Her tim di fermiyetên me yên rêxistinê de, di her kongre, konferans, di civînên tevgera jin de pêşniyara hevala Viyan ev bû ku biçe qada pratîkî. Lewre dixwest van lêgerînên xwe bêhtirîn di qada şer de, di milê leşkerî de bide pêkanîn.
Di asta jor de xebat dida meşandin, di înşakirina nû ya Kongra PKK`ê de cihê xwe bi aweyekê çalak digirt. Dema wê demê tekmîlê vê ji Serokatî re çû kelecaneke pir cuda di hevala Viyan de xwe nîşan dida. Ji me re digot, xeyalê min ew bû ku ez carekê Serokatî bibînim, weke her hevalên berê ku diçûn Serokatî didîtin ez jî biçim Serokatî hembêz bikim… Her tim digot, teqez wê rojekî ev xeyalên min pêk werin. Bi vê keserê û van hêviyên mezin ve jiyan dikir.
Ruxmî ku pêvajoyeke pir zor, bi êş, pêvajoyeke ku di nava me de îxanet pêş ket, weke kesayetên Ferhat, Botan û hwd; lê ligel van hemû rewşên neyînî sekneke pir bi vîn di hevala Viyan de li pêş bû. Birastî jî têkoşîneke pir xurt li hember van hêmanan meşand. Gelek mirovên seqet, lewaz, ên ku xwe perwerde nekirin, xwe di milê rêxistinê de avanekirin, şemitîn, ji van hêmanên neyînî bandor bûn, lê belê ji ber ku hevala Viyan di armanca xwe de zelal bû, girêdana xwe ya ji hevaltî û Serokatiyê re pir xurt bû li hember van hêmanên îxanetker, tasfiyeker ti carî tavîz neda. Ji bo qadroyekî/ê ev jî pîvanekê me yê bingehîn e. Ango di pêvajoya asan de her kes dikare bibêje ez mîlîtanê PKK`ê me, xeta wê ez temsîl dikim. Lê belê ya girîng di pêvajoyên tevlihev de, pêvajoya ku hêmanên xwe nezan dest diavêjin nirxên me, di wan pêvajoyan de bêyî ku tu bikevî li pey berjewendiyên xwe, takekesî, nêzikatiyên bifikar-biguman raber bikî, pêwîste tu bi xwe bawer bî û karibî têkoşîneke xurt bidî. Dilê te li ser van nirxan biêşe û tu karibî tiştekî tevli van nirxan bikî, wan mezin bikî. Di pêvajoya herî şêlu de hevala Viyan ev sekn pir zelal raber kir, di vê de serket. Sekna xwe ya biîstîkrar a di destpêka tevlêbûna PKK`ê de raber kirî heya şahadeta xwe berdewam kir. Ji bo me pîvanên bingehîn ê mîlîtaniya PKK`ê, pîvanên bingehîn ê mîlîtaniya jina azad a ku di xeta PAJK`ê de xwe ava dike, ya ku pîvanên xwe yên red-qebûl zelal kiriye… di van milan de mirov dikare bibêje ku hevalaViyan mînak bû.
Her çi qasî ji bo me kesayeteke weke hevala Viyan çalakiyeke bi vî rengî da meşandin, piştî ku me nameya nivisiye xwend mirov fêm dike ku, piştî hevala Viyan di milê girêdana Serokatî de gihiştiye asteke herî jor çûye çalakiyekê bi vî rengî. Ango gelek hevalên ku çalakiyên fedaî dema didin meşandin heta şaneyên xwe yên herî biçûk xwe di rastiya Serokatî de dane avakirin. Serokatî ji bo rewşên viha her tim ji me re dibêje û me rexne dike, dema birastî jî kesayetek gihiştiye wê astê, di milê erênî de ew hêza vejenî di xwe de ava kiriye, di her milî de xwebûn daye avakirin, divê em vê vejenê ji bo çalakiyeke xurtirîn bikarbînin. Di rastiya hevalên fedaî de jî ev hatiye îspat kirin, dema ku ev hêz gihişt asta lûtkeyê ku xwe di rastiya Serokatî de pijandiye divê jêre bingehê çalakiyê were vekirin. Di vî alî de sekna hevala Viyan, weke mîlîtanekê jin tevlêbûna ku pêk anî bandoreke pir mezin li ser me ava kir.
Her çiqas dema hevala Viyan ev çalakî pêk anî şert û merc hin cuda bin jî rêbazê çalakiya ku pêk anî hate rexne kirin. Em pir caran vê nirxandinê dikin, li ser Serokatî tecrîdeke pir giran hebû, hevdîtin çênedibûn, bandora tasfiyekeran hîna di nav me de hebû û di asteke jor de dihate jiyîn, deruniyeke heçko êdî nabe, em nikarin bikin û hwd. hinekî serwer bû. Di wê wextê de ev çalakî kirin ji her kesî re, ji dijmin re da îspat kirin ku hûn çi dikin bikin, hûn nikarin Roja me tarî bikin, hûn nikarin me ji Serokatiya me qut bikin, heta ku fedaiyên wisa hebin ê kesek nikaribe destê xwe dirêjî Roja me bike. Ev yek di kesayeta hemû hevalên me yên fedaî de ku xwe li derdora Serokatî kirin xelekên agir û gotin hûn nikarin Roja me tarî bikin de careke din îspat bû. Bi vê şîarê ve tevlêbûna xwe dan nîşandan. Di dîrokê de mînaka girêdaneke wiha nîne.
Tevgera me, tevgereke xwe di astekî de, ji milê zanistiyê bigire, girêdana xurt a arîşenî û hem jî ji her mirovî/ê re derfetek avakiriye ango ew gihandiye wê astê ku bê dudilî di ser hedefên xwe de biçe, di hedefê xwe de serbikeve. Hevala Viyan û fedaiyên me; kesayetên şikestî yên di nava me de, yên ku hêviyên wan jar bûne û hêviyên wan a azadiyê lewazketiye, di lêgerandinên milê rêxistinî de nînin, jiyana ku Rêbertî û hevalên şehîd ji me dixwaze dûr in, li himberî kesayet û nêzikatiyên bi vî rengî, hevala Viyan vê çalakiya xwe ve weke bersivekê dide wan. Ji bo vê yekê mirov dibêje, di pêvajoyeke bi wî rengî de; ji bo her mîlîtaneke me, her miroveke ku bibêje ez kurd im peyama hevala Viyan ji bo me hiştibû (ku ev ji bo me weke fermanekê ye) divê teqez em li doza xwe xwedî derbikevin, di aliyê xwe de nekevin dilxaviyan(îhmalan). Divê vê deruniya neyînî vebir em bişikînin, nekevin nêzikbûnên şaş ên ku dubare di kesayeta me de derdikeve… Dema mirov van şert û mercanan dide ber çavan mirov wateyeke pir mezin jî dide çalakiya hevala Viyan.
Piştî şahadeta hevala Viyan nêzikatiyên ne rast, ên hestiyar ku ev Serokatiya me jî pir diêşîne û Serokatî vê tim rexne jî dike derket. Jixwe em fedaiyên Rêber APO ne, lewma jî ya rast û bingehîn lêgerîna ku herî baş em dikarin vê rastiyê çawa bixin xizmeta çalakiyê ango rêxistinê ye. Em nekevin nêzikatiyên hestiyar û em ne demeke wisa de ne ku em nikarin tiştekî bikin û em biçin xwe bişewitînin. Ev nêzikatî şaş e. Em weke gerîla dibêjin; em hêza parastina gel in, em hêza parastina van nirxan in, ew çax em ê bi rengekî cuda, bi terzê ku rêxistin ji me dixweze ve biçin lêgerînê û encamê. Di vî milî de nêzikbûnên şaş hatin jiyan kirin û van nêzikatiyan di tevgerê de astengiyên cidî jî derxistin. Jixwe ev rastiyek e her mirovê berê xwe daye vê xetê, her tişt hildaye ber çavên xwe. Lewma jî lêgerîn divê di milê berpirsyariya xwe bicih anîn, nirxên heyî mezin kirin, xwe xurtir tevli jiyanê-têkoşînê kirinê de be. Ev nêzikatiyên hestyar, şaş hîşt ku ev rê weke çalakiyekê di nava me de pêş bikeve. Di asta hinek hevalên ciwan, ên pêşniyarên wan nehatine pejirandin de serî rêbazên bi vî rengî bidin derket. Dibe ku ev weke kes te rihet bike. Lê belê tu li pey xwe çi dihêlî, rêxistinê çi qasî mezin dikî, barên rêxistinê çi qasî radikî, em çi qasî xwedî li erkên xwe derdikevin di van milan de divê mirov berfireh bifikire. Ger ku em dibêjin ez ji bo vê rêxistinê heme, ew çax divê berî her tiştî her karê ku tu dikî ji bo mezinkirina rêxistinê û erkên xwe li hember Serokatî bicih anînê be. Di vî alî de ger ku min ev xalanan pêk anî, ew dem ev tê wê wateyê ez li xwedî soza xwe derketime û di xeta rast de dimeşim. Teqez divê em vê hizirandinê rast bigirin dest. Nêzikatiyên beravajî vê, dê astengiyan ava bike. Ger em wiha rast nêz bibin, ew çax emê karibin li erkên xwe jî xwedî derbikevin û di wateya rast de kesayetên weke hevala Viyan û mîrasên ji me re hiştine xwedî derbikevin.
Hevala Viyan ji bo me nûnera xeta azadiyê ye. Bi sekna xwe ya têkoşînê, bi girêdan û hezkirina xwe ya mezin a hevaltiyê, di armancên xwe de heterkirinê de, di lêhûrbûnên xwe de, di her raporên-nameyên hevala Viyan dema mirov dixwîne de, mirov romana azadiyê, meşa azadiyê, eşqa azadiyê têde dibîne û jiyan dike. ji bo me jî ya girîng û bingehîn, em karibin di van rastiyan de xwe bidin avakirine. Ger em nêzikbûneke bi zanistî û rast nedin pêş xistin, emê pir caran nekaribin erkên ku ji me tê xwestin bicih bînin.
Em ji bo salvegera şahadeta hevala Viyan vê nirxandinê dikin lê di kesayeta hemû pakrewanên di vê xeta azadiyê de canê xwe dan û ji me re mîraseke pir mezin hiştine de, em careke didin diyar kirin ku divê em karibin rastiya van hevalan rast bigirin dest û li mîrateya wan rast xwedî derbikevin. Pêvajoya ku em niha gihiştinê, pêvajoyeke ku “emê berxwe bidin, emê bimeşin” û hwd tenê têrê nake. Em gihiştine astekî ku divê em vê berxwedaniyê vegerînin serkeftinê ango êdî serkeftinê bidestbixin. Gelê me, tevgera me heq kiriye. Keda Serokatiya me û şehîdên me dide pêwîstkirin ku em di vê astê de nêzikî xwe bibin. Keda ku hatiya pêşxistin, mîrasên ku şehîdan ji me re hiştiye, (ji ber ku em domdar van hevalan di dilê xwe de, di mêjiyê xwe de jiyan dikin, mezin dikin) di dewam kirina meşa wan de divê em tu caran nêzikbûneke şaş nedin raber kirin. Dijmin her tim dixweze hevaltiya me lewaz bixîne, dest dirêjî nirxên me bike, em jî weke mîlîtanên vê tevgerê, her mirovê ku dilê xwe ji şoreşê re vekiriye, dilê xwe ji Serokatî re, ji şehîdên xwe re vekiriye û mezin dike, ew çax divê bi rengekî domdar em bizanibin ku dema em niha têde ne, dema teqez a misogerkirina serkeftinê ye. Em wisa nêzik nebin em nikarin weke berê bibêjin, emê bi meşeke asayî ve xwe bidomînin. Ev sekn êdî nayê qebûl kirin û divê em jî ji xwe re qebûl nekin. Dema em têde dijîn dema serkeftinê ye û dema teqez xwe gihandina Rêbertiyê ye. Em dibêjin, mirovê herî azad Rêbertiya me ye. Lê belê divê êdî em zencîrên zîndana Îmraliyê bidin şkandin. Em Serokatiya xwe ji zîndanê derbixînin. Berxwedaniya ku îro Serokatî dide meşandin di her milî de ji bo me wek sedemekî ye ku em karibin wek mîlîtanên tevgerê, weke her miroveke ku li pey vê dozê têkoşîn dike, divê em bêseknandin têkoşîneke pir xurt bidin meşandin. Di vî alî de divê nêzikatiyên rast pêş bikevin. Hem em vê ji dijminê xwe re jî didin îspat kirin; tu sekna xwe ya înkar û îmhayê çi qasî berdewam bikî jî tu yî nekaribî ti encamê bigrî. Lewre heta ku ciwan pêl bi pêl tevli şoreşê dibin û qehremanên weke hevala Sakîne û hemû şehîdên me yên di vê têkoşînê de xwe canfîda kirine, hemû fedaiyên me yên weke hevala Viyan û bi hezaran şehîdên di vê xetê de qehremantiyeke mezin dane meşandin, ji bo me bûne destan ku em karibin rast hevaltiyê bikin hebin dê ev têkoşîn têk neçe. Di milê din de wekî şopdarên wan, divê em teqez li xwedî armancên wan ê ku di oxira wan de şehîd ketine derbikevin. Em ji dijminê xwe re jî didin raber kirin, wê nikaribe bigihêje armancên xwe. Ji ber îro keda ku Serokatiya me da nîşandan, îro firsenda ku Serokatiya me nîşan da, di milê dijmin de nêzikatiyeke pir cidî nehat raber kirin. Hîna jî nêzikbûnên mijûlkirinê, yên îmha kirinê, yên li pey leystokan dikeve, wêrektiya avîtina gavên pratîkî nikare nîşan bide û em jî dibêjin weke tevger di her alî de em di asteke pir xurt de ne, weke mîlîtanên partiyê, weke mîlatanên jin kêliyekê jî emê nesekinin û emê li pey vê têkoşîna xwe bibin. Heta ku em negihên azadiyê, heta ku em vê eşqê pêkneynin, emê nesekin. Em di wê baweriyê de ne, îro asta ku jina Kurd gihiştiyê, zanistiya ku jina Kurd xwe gihandiyê, asta pêşengtiyê ku îro jina Kurd gihiştiyê, di hemû qadên xebatê de (milê siyasî, civakî, leşkerî…), êdî ew sekna ku jina kole, zilamê dîktator ku dixweze di her milî de jinê bêbandor bihêle, li hemberî vê emê têkoşîna xwe ya bêeman bimeşînin. Êdî jina Kurd ne jina berê ya ku bêçare ye, nikare xwe vebêje, nikare xwedî mafên xwe derbikeve ye. Em tenê vê ji bo xwe jî nabêjin, îro ev bêdadiya ku li cîhanê tê meşandin, em weke jina Kurd vê berpirsyariyê didin li ser milê xwe ku em dikarin ji bo wan jî pêşegtiyê bidin meşandin. Çi di Rojhilata Navîn de dibe û çi jî di ciheke cuda yê cîhanê de dibe, lewre îro êşa ku jina Kurd dikişîne hemû jinên cîhanê jî vê êşê dijîn. Em di vê zanistî û kûrbûnê ve nêzikî vê bûyerê dibin. Em dikarin vê bibêjin, asteke zanistiyê, ya ezmûn û ceribandinan, hêzeke weke mîlîtanên jin dide ango derdixîne, di artêşbûna jin de gihandina asta jor, êdî em di wê baweriyê de ne ku emê karibin vê rola-mîsyona ku ji me tê xwestin bi rengekî xurt pêkbînin. Em vê her tim ji xwe re û rastiya her jinekê de didine diyar kirin; hebûna me Serokati ye. Ger ku îro em gihiştine vê astê ev encama keda Serokatî ye. Ji bo ku em di wateya rast de karibin layiqî keda Serokatî bin û lê xwedî derbikevin, di her milî de divê em di nava livbaziya vê de bin.
Pêşengên weke hevala Sakîne Cansiz; her çi qasî şahadeta wan hevalan ji bo me êşeke pir kûr da jiyan kirin jî, yekemîn jina Kurd ku dest bi vê têkoşînê kir a ku her tim serbilind bû û bêsekinandin têkoşîneke bi heybet da meşandin e. Di kesayeta hevala Sakîne de dema em vê seknê dibînin di me de hêrseke pir mezin diafrîne ango wê giyana tolhildanê xurt dike. Ji bo ku em layiqî keda hevala Sakîne, Viyan û bi hezaran şehîdên me yên xwe canfîda kirine bibin, layiqî hevaltiya wan bibin, ji bo ku em vê bi rengekî xurt di pratîkê de pêşbixînin, em careke din didin diyar kirin bi tenê roja şahadeta van hevalan de em van hevalan bibîr naynin, ew heval her tim di giyan û dilê me de jiyan dikin. Ew hêrsa me ya ku dijmin hîşt ev hevalanan di milê fîzîkî de ji me qut bibin, em jî li beranberî dikarin vê diyar bikin ku heta em van hevalan jiyan bikin, di mêjî û dilê me de jiyan bikin emê her tim bi sekneke saxlem û bi bîryar vê bidin nîşandan. Têkoşîna me, têkoşîneke domdar e. Em van nirxan domdar di mêjiyê xwe de mezin dikin, girêdana xwe xurt dikin. Îdayên me û hêviyên me bilind in û em ê teqez xwe bigihînin evîna xwe. Ew jî xwe gihandina azadiya Serok APO ye. Armanc, keser û xwestekên van pakrewanên nemir ku ji me re hiştine bicih anîne. Li ser vê bingehê di 9`emîn salvegera şahadeta hevala Viyan de, em di kesayata wê de hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Girêdana xwe, soza xwe em didin diyar kirin. Ji bo hemû mîlîtan, xebatkar, ji bo hemû mirovên ku di vê têkoşînê de ked didin, bêsekn her têdikoşin ev rastî derbasdar e û pêwîste ku em karibin hevaltiyeke rast bidin meşandin. Di kesayeta Serokatî de hemû berxwedêrin di zîndanan de, hemû hevalên me yên ku bi rengekî bi heybet têkoşîn didin ku em karibin li hemberî vê sîstema dijmin bi rengekî kûr xebat bidin meşandin, di vî alî de terzê Rêbertiyê yê ku di Îmraliyê de da nîşandan, berxwedaniya ku Rêbertî da nîşandan mînak e. Ji bo van hevalan jî weke hêzeke pir mezin ku em karibin di hûndirê dijminê xwe de vê sîstema ku didine meşandin divê em hêza vala derxistinê nîşan bidin û vê sîstemê vala derbixînin. Ew jî bi giyana mîlîtantiya PKK`ê, bi giyana hevaltiya Rêbertî ve pêkan e. Giyana hevalê Kemal e û giyana hevala Sakîne ye. Ger ku em di wateya rast de vê giyanê domdar bikin, domdar mezin bikin em bawer dikin ku dê dijmin jî li hemberî vê berxwedanî û qehremaniyê pes bike. Ji ber vê yekê di kesayeta van hevalên me yên berxwe didin de, hevalên di hemû qadên xebatê de ne em soza xwe û girêdana xwe careke din dubare dikin.
Hemrîn Dêrsîm
- Ayrıntılar
