Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl BAYIK
Di serî de yên ku di nav komployê de cih girtin, ez wan şermezar û lanet dikim, bi vê munasebetê girêdana xwe bi Serok Apo re careke din dûbare dikim. Bi rastî komplogeran êşeke mezin bi me û gelê me da jiyîn. Di rihê gelê me de gelek êş hene, lê ev komploya navnetewî ji hemû êşan girantir e. Ji bo gelê me Serokatî çi ye, çi îfade dike divê baş bê fêmkirin.
Dema ku me komploya navnetewî bihîst, em di Kongreya PKK`ê ya 6`emîn de bûn. Sibe bû, me ji TV`ê li nûçeyan temaşe dikir. Bulent Ecevît daxuyanî da û got “Me Abdulah Ocalan aniye, niha li Tirkiyeyê ye.” Agahiya me wisa çêbû. Heya wê demê tu agahiya me ji Serok Apo tune bû. Heta me wisa dizanî ku Serok APO li cihekî ewle ye; ji ber ku em wisa hatibûn agahdarkirin. Dema ku me agahiya dîlgirtina Serok Apo bihîst em matmayî man.
Me qet texmîn nedikir Serok APO wisa were girtin. Ji ber ku berê yên wekî Kanî ji Ewropayê hatibûn, agahî dabûn Kongreyê û gotibûn “Ez ji Yewnanistanê têm, Serokatî li Yewnanistanê ye, tu xetere tune.” Ji ber vê me bawer nedikir ku Serokatî bi wî şêweyî bê girtin. Dema me di carekê de dît ku Ecevît got “Me ew aniyê Tirkiyeyê” em di şokê de man.
Bi rastî Serokatî xwest komployê hem bi gelê kurd û hem jî bi tevgerê bide fêmkirin. Lê mixabin baş nehat fêmkirin. Ne ji aliyê tevgera gelê kurd ne jî ji aliyê dostên gelê kurd ve baş hat fêmkirin. Dibe ku komplo di hinek aliyan de hate fêmkirin lê belê bi her alî ve, bi kûrahî û ka dê xetereyên wê dê çi encamê derxin holê nehat fêmkirin. Ger bihata fêmkirin dibe ku komplo jî wisa bi ser neketa. Li gorî ku hate fêmkirin li dijî wê rawestîn çênebû. Bêgûman hinek hevalan, hinek welatparêzan xwe şewitand. Bi vê helwesta xwe xwestin komployê bi her kesî bidin fêmkirin û her kesî li dijî komployê têxin nav tevgerê. Ev yek baş nehat têgihîştin. Lê dîsa jî gel wekî fêm kir û têgihîşt kete nav tevgerekê. Mînak gelê me çû Romayê bi roj û şevan di wê sermayê de li dor û berê Serokatî xelek çêkirin. Bêguman van hemûyan têrê nekir. Mixabin ew tevger û çalakiya ku pêwîst bû bihata pêşxistin jî nehate pêşxistin. komplogeran hinek jî ji vê sûd wergirt.
Ger Serok Apo ji Sûriyeyê derneketa dibû ku li ser Sûriyeyê êrîşek çêbûya. Taybetmendiyeke Serok Apo heye; Serok Apo pir qîmetê dide dostaniyê, naxwaze dostê xwe biêşîne, tim rêzê dide dostên xwe. Ger dît dê zerar were dostê wî, dixwaze wê zirare bigihîne xwe û negihîne dostê xwe. Di encamê de Sûriyeyê bi salan Serokatî kiribû mêvan. Destûr dabu ku bi salan li Sûriyeyê bimîne. Dibe ku Sûriye alîkariyeke wisa mezin nekir, lê belê ji bo li wir bimîne û karên xwe bike, astengî dernexistin. Ev jî alîkariyeke herî mezin bû. Serok Apo tim ew alîkarî li ber çavan girt. Nexwest ku tu caran zirarê bide Sûriyeyê. Ji bo Sûriye zirarê nebîne Serok Apo her tim ev esas girt. Wexta ku li ser Sûriyeyê tehdîtên şer zêde bûn Serok Apo ji bo wê jî ji Sûriyeyê derket. Xetereya mezin dît û got “Bila zarar bigihe min negihê Sûriyeyê”. Bi wê nêzîkbûnê, bi wê fikrê tevgeriya ji bo wê ji Sûriyeyê derket. Vê yekê Sûriye jî hemû kes jî dizane. Ger ji Sûriyeyê derneketiba mimkûn bû ku Sûriye pir biêşiya û zirarên mezin bidîta. Tirkiyeyê, Amerîka, ereban Sûriye tehdît dikir, heta di nav Sûriyeyê de jî hin kesan di di nav komplogeran de cih digirt. Ji ber vê jî rewşa ku Sûriye tê de bû nebaş bû. Sûriye bi tenê mabû. Yên ku li dijî Israil, Amerîka û Tirkiyeyê alîkariya Sûriyeyê bikin zêde nemabûn. Ereban digot “Ger tu yê ji bo Serok Apo bikevî şer em alîkariya te nakin, divê tu Serok Apo ji Sûriyeyê derxînî.” Ji bo wê Sûriye dibin tehdît û xetereyeke mezin de bû. Serok Apo ew didît, ji bo wê nexwest di bin wê xetereyê de Sûriye zêdetir biêşe û zerarê bibîne, ji bo wê jî ji Sûriyeyê derket.
Di komploya navnetewî de rola yekemîn ya Amerika, Israîl û Înglistanê ye. Ev her sê dewletên sereke xwedî rol in. Bêguman ne tenê van her sêyan komplo bi pêş xist. Di be ku van serokatiya wê kir, rêxistina wê bi pêş xist, lê li derveyî wan jî gelekan di vê komploya navnetewî de cih girt. Gelek dewletan, xayînên kurd, dewletên ereban, hinek dewletên Ewropa di komployê de cihê xwe girt. Ger ev komplo bi ser ket ji ber beşdarbûna gelek dewlet û xayînên kurd bû.
Çima ev komplo bi pêş xistin û sedem çi bû? Lewre Serok Apo û tevgera ku Serok Apo li Kurdistanê bi pêş dixist, jiyaneke azad, civakeke azad û kesayeteke azad dixwest çêke. Vê jî hesab û berjewendiyên wan ên li Kurdistanê xira dikir. Serok APO û tevgera ku Serok APO li Kurdistanê bi pêş xist rastiya van tevgeran derxist holê. Dîsa berjewendiyen wan li tevahiya Kurdistanê hilweşand. Dema ku vê tevgerê gavên xwe hê nû diavêtin, li ser vê tevgerê sekinîn, rastiya vê tevgerê fêm kirin. Konsolosê Amerikayê yê Edeneyê der heqê Serok Apo û vê tevgerê de gelek rapor şandibûn Tehranê. Wê demê Şah li ser desthilatiyê bû. Ew rapor li Tehranê li sefareta Amerikayê kom bûbûn. Dema ku Şah hilweşiya û têkçû li wê sefaretê ew rapor hemû bi dest ketin û ew belav jî bûbûn. Li wê derê mirov dîbîne ku Amerîka li ser Serok Apo û tevgerê rawestiyaye. Dixwestin tevgerê tecrîd bikin. Nedixwestin bi pêş bikeve. Ji ber ku pêşketina wê hem ji bo Tirkiyeyê û hem jî ji bo Amerîkayê xetere ye. Lê piştî wê me dît ku her tim li ser vê tevgerê radiwestin. Wekî mînak; cinayeta Olof Palme pêk anîn û avêtin ser vê tevgerê, piştre di NATO`yê de wezîfe dan Almanyayê ku Almanya li dijî PKK’ê Tirkiyeyê biparêze. Almanya Dadgeha Dosendorfê saz kir. Ev hemû ji bo ku vê tevgerê tecrîd bikin û karibin vê tevgerê teslîm bigirin û karibin berjewendiyên xwe biparêzin, hatin pêkanîn. Her ku li dijî tevgerê gav avêtin tevgerê jî li dijî wan gavan, xwe parast, ji bo wê gavên avêtin têrê nekirin. Piştre li dijî PKK`ê şerê 92`yan bi pêş xistin. Ev şer ji bo ku karibin îradeya PKK`ê bişikênin, PKK`ê teslîm bigirin hat destpêkirin. Lê van hemûyan encam neda, ji ber wê jî hinek komployên din bi pêş xisitin. Dîtin dîsa nabe, di dawiyê de komploya navnetewî di sala 98`an de hat pêşxistin.
Yanî ger mirov dîroka vê tevgerê baş lêkolîn bike mirov dibîne hê ji destpêkê heya 98’an komplogeran gav li ser gavan avêtine. Her ku gavek avêtine encam negirtine, gaveke hîn mezintir bi pêş xistine ku emcam wergirin. Komploya navnetewî ya 98’an li ser van gavan çêbû, ji hemûyan kûrtir, mezintir û firehtir e. Rastî wiha ye.
Li Kurdistanê tevgereke ku bi temamî azadiyê esas digire, jiyaneke nû, civakeke nû, kesayetiyeke nû li Kurdistanê bi pêş dixe dest pê dikir. Wan ev ditîn. Pergala kapitalîzmê û dagirkeran li Kurdistanê kar kiribûn, gelek encam wergirtibûn, berjewendiyên xwe gelekî bi pêş xistibûn. Rastiya van yek ji van jî nehatibû fêmkirin. Serok Apo rastiya van hemûyan derxiste holê, bi gelê kurd da fêmkirin ku mirov wisa nikare jiyan bike. Hate fêmkirin ku ev jiyana ku tê jiyankirin ne jiyan e, her roj mirin e. Ev jiyan ji bo me şerm bû, pêwîst bû me xwe ji vê şermê rizgar bikira. Gelê kurd fêm kir ku van hêzan bi hev re tunekirina kurdan bi pêş dixin. Ji bo ku tune nebe rabû ser piyan û di azadiyê de biryar da. Got; yan ez ê azad bijîm yan jî ez ê nejîm. Bi têkoşîna Serok Apo gelê kurd got “ Êdî ez ê ji bo xwe jiyan bikim, ji bo xwe xebatê bikim” ev têgihîştineke girîng bû. Li ser wê bingehê rabû ser piyan. Pergal li ser parçekirina kurd, li ser înkar û îmhakirina kurd hatibû sazkirin. Serokatî ev parçebûn, înkar û îmhakirinê dît lê nepejirand û got: “Em jî mîna her kesî li ser erdên xwe wekî hemû gelan azad bijîn û ji bo xwe jiyanekê ava bikin. Ji bo xwe kesayetiyekê çêkin, nirxan çêkin û têkoşîn wisa dest pê kir.
Bi têkoşînê pêşketin li Kurdistanê çêbûn. Pergala ku desthilatdar û dagirker bû, hat hilweşandin. Rastiya hemû hêzan derket holê. Lewre hêzên dagirker ji vê gelekî hêrs bûn. Berjewendiyên wan heta wê wextê bêpirsgirêk bi pêş diketin lê êdî PKK li pêşiya berjewendiyên wan bûbû pirsgirêkeke mezin. Bi taybetî piştî hilweşîna Sovyetê, Amerîka cîhan li gorî berjewendiyên xwe û pergala kapîtazîmê rêxistin dikir. Ji ber vê jî dixwest li Rojhilata Navîn bigihîje encamekê. Ji ber wê mudaxele bi pêş dixist. Ji bo vê mudaxeleyê bi pêş bixe astengiya mezin Serok Apo û tevgera PKK’ ê didît. Ji bo karibe xwesteka xwe bi cih bîne pêwîst didît ku mudaxeleya li ser Serok Apo û PKK`ê bi pêş bixe.
Ger mirov hişyar lê mêze bike, beriya ku mudaxeleyî Iraqê bike Amerîkayê mudaxeleyî PKK`ê kir. Ger ew mudaxele çênebûya wê nikaribûya ji mudaxeleya Iraqê encaman wergire. Ji bo karibin mudaxale bikin û encamekê bigirin jî pêwîst bû kurdên ku ligel Amerîka, Israîl û Înglîzan tevdigerin xurt bikirana ku karibin mudaxeleyê pêk bînin. PKK`ê li Kurdistanê pêşketinek, bandoreke mezin çêkiribû. Serok Apo û PKK’ê, kurd ji bin bandora pergalê derxistibûn. Her ku dem derbas dibû kurd ji bo xwe û gelê herêmê dikir hêzek. Bihêzbûna kurdan dibû hêviyeke nû ji bo gelê herêmê û mirovahiyê. Ev jî ji bo dagirker û deshilatdaran xetere bû. Serok Apo li hemberî pergala heyî pergaleke akternatîf bi pêş dixist. Halbukî pergala kapîtalîzmê piştî Sovyetê nedixwest tu altarnatîf hebin, li gorî wan pewîst bû her kes di xizmeta wan de be. Lê belê Serok Apo, PKK nekete bin xizmeta wan, bi israr dixwest altarnatîfekê bi pêş bixe, ji bo hêviyek ji bo gelan bi pêş bixe di azadiyê de israr dikir.
Di bingeha siyaseta ku li ser kurdan tê meşandin de siyaseta Înglistanê heye. Di dîrokê de Înglistan beriya her kesî li ser Rojhilata Navîn siyaset bi pêş xistiye. Bi taybetî jî li ser Kurdistanê ev siyaset bi pêş xistiye. Heta Şerê Cîhanê yê 2`yemîn Înglistanê serokatiya pergala kapîtazîmê dikir. Piştî wê Amerîka serokatiya pergalê dike.
Înglistan û Fransa di 1920`î de li Qahîreyê tifaqek çêkir. Ji wê tifaqê re dibêjin Peymana Sykes–Picot. Ew hevgirtineke neyînî bû. Bi wê peymanê Înglistan û Fransayê Rojhilata Navîn û Kurdistan li gorî berjewendiyên pergalê ji nû ve rêxistin kiribûn. Kurdistan parçeparçe kiribûn û her parçeyekê dabûn bin xizmeta dewleteke dagirker. Dîsa herêmên ereban parçeparçe kiribûn. Gelek sînor çêkiribûn. Ji bo Israîl dewleteke nû ava kirbûn. Bi vê xwestin li Rojhilata Navîn kontrola xwe çêkin. Çi di peymana ku li Qahîreyê çêkirin de heye? Li gorî vê peymanê Pirsgirêka Rojhilata Navîn, pirsgirêka gelê kurd pêwîst bû her tim berdewam bike. Ji bo ku karibin kengê bixwazin mudaxaleyî herêmê bikin, pewîst bû pirsgirêkên herêmê berdewam kiribana. Bi vê şêwazê dê karibûna bi hêsanî siyasta xwe li herêmê û li Kurdistanê bi pêş bixistana û berjewendiyên xwe biparastana.
Ger mirov lê baş temaşe bike, li Iraqê Înglistan li Sûriyeyê jî Fransa hebû û jixwe li rojhilatê Kurdistanê (Îran) Înglistan hebû. Jixwe di navbera Înglistan û Tirkiyeyê de têkiliyeke xurt hebû. Mirov dikare bêje beşûr-rojava ne tê de beşên hemû beşên din ên Kurdistanê di bin kontrola Înglistanê de bûn. Siyaset siyaseta Înglistanê bû. Heta niha jî siyaseta ku tê maşandin siyaseta Înglistanê ye. Înglistan welatan parçeparçe dike, li dijî hev derdixe, bi hevdu re dide şerkirin, lawaz û her kesî jî muhtacî xwe dike. Wisa jî desthilatdariya xwe, berjewendiyên xwe dimeşîne. Serok Apo ji ber vê yekê li ser siyaseta Înglistanê disekine. Ger mirov bala xwe bidê; di komploya navneteweyî de jî ya ku rolê mezin lîst Înglistan e. Siyaset siyaseta Înglistanê ye, di pratîkê de yên vê siyasetê dimeşînin Amerîka û Israîl in. Di rastiya xwe de ev siyaseta li ser kurdan li Înglistanê bi pêş dikeve û yên din di pratîkê de pêk tînin. Mirov bala xwe bidê li Bakur li dijî tevgera me dagirkeriya dewletê dest pê kir û di 92`an de dest bi xirakira gundan, koçberkirinê kirin. Kuştinên bi milyonan mirovan -ku dibêjin kiryarên wan ne diyar lê di rastiyê de kiryarên wan diyar in- pêk hatin. Bêguman dewletê ev destûr ji Înglistanê wergirt. Dogan Gureş bi xwe got; “Ez çûm Înglistanê, em bi Înglistanê re axivîn, me ji wê derê arîkarî wergirt, em hatin û me dest bi wî karî kir”. Yanî piştî wê Tirkiyeyê dest bi xirakirina gundan kir û nêzî çar hezar gund hatin xirakirin. Bi milyonan mirov koçber bûn, mirovan ji malan derxistin û avêtin derve. Ev wehşeteke wisa ye ku li dinyayê kesî wehşeteke wisa nekiriye, ev qetliam e. Tu mirovan ji malên wan derxî bavêjî derve û ne xaniyekî bidiyê, ne karekî bidiyê ne tiştekî bidiyê û bi wî awayî teslîmî mirinê bikî... ma siyaseteke ji vê wehşîtir heye? Bi hezaran mirov dîsa li kolanan, li gundan, li bajaran hatin kuştin, welatparêz hatin kuştin. Operasyonên mezin li dijî gerîla bi pêş xistin, hemû cureyên çekan bi kar anîn. Dîsa girtin, kuştin, îşkence, mehkeme û cezakirin bêsînor bi pêş xistin. Eger ku Dogan Gureş neçûba ji Înglistanê destûr wernegirta Tirkiyeyê dê nekariya wisa bikira lewre hêzeke Tirkiyeyê yê wisa nîn e. Bêguman Tirkiye ev tişt kirin, lê yekî jî dengê xwe nekir, negotin tu çima van tiştan dikî. Ji ber ku Înglistanê destûr dayê. Tirkiyeyê ji wê xirabiyê sûd wergirt ku ew xirabî bi pêş xist.
Bêguman me jî wê demê xwest ku Serokatî were Herêmên Parastinê yên Medyayê. Min bixwe jî ev ji Serokatî xwest. Lêb elê Serokatî berê xwe da Ewropayê, nehat çiyayên Kurdistanê. Serok Apo jî dibêje “Eger ez hatibûma çiyayên Kurdistanê, şer dê hîn mezintir bibûya, tahrîbat, kuştin dê hîn mezintir bibûna. Hem gelê kurd hem jî gelên herêmê dê zirarên mezin bidîtana. Min nexwest şer kuştin û tahrîbatên mezin çêbin, min dixwest pirsgirêka kurd êdî çareser bibe. Pirsgirêka kurd hinek jî pirsgirêka Ewropayê bû, lewre Ewropayê ev pirsgirêk derxistibû, xwediya vê pirsgirêkê ya sereke jî Ewropa bû. Bê Ewropa ev pirsgirêk çareser nabe.” Ji ber ya ku Kurdistan parçe kiriye, ya kiriye bin xizmeta dewletên dagirker, ya ku alîkariya siyaseta înkar û îmhaye dikir Ewropa bû. Di serî de Înglistanê û Fransa, paşê jî Almanya bû. Heta Ewropa digot; “ Êdî şer pêwîst nake, pêwîst e bi riyên siyasî bê çareserkirin. Ger hûn şer rawestînin em amade ne pirsgirêkê çareser bikin.” Serokatî dawetî Ewropayê dikirin. Digotin “Were Ewropa, tu bê û hûn şer rawestînin em ê vê pirsgirêkê çareser bikin.” Yek jî; Serokatî jî êdî dixwest pirsgirêk bi riyên aştî, demokratîk û siyasî çareser bibe; zêdetir şer, tahrîbat, kuştin çênebe. Bêguman Serokatî çûna Ewropayê ji bo berjewendiyên gelan esas girt. Ger ji bo wî nebûya dikaribû bihata Herêmên Parastinê yên Medyayê. Me jî dixwest ku em Serokatî bînin li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Yanî bi rastî me nedixwest ku biçe cihekê din. Me digot ku biçe cihekî dîtirê dibe em zirarê bibînin. Bêguman me dikarî em Serokatiya xwe li çiyayên Kurdistanê biparêzin. Ew derfetên me jî hebûn, ne ku derfetên me tune bûn. Ji bo şer mezin nebe, tahrîbat mezin nebe, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin Ewropayê jî hin mesaj didan, ji bo wê Serokatî çû Ewropayê. Ewropa li vir durûtî kir, li mesajên xwe, li biryarên xwe xwedî derneket. Hat fêmkirin ku ne ku li çareseriyê digerin, dixwazin pirsgirêka kurd çareser nebe, dixwazin şer berdewam bike.
- Ayrıntılar
Fermandarê Biryargeha Navendî yê HPG’ê Dr. Bahoz Erdal
Ji bona mijara agirbest û danîna çekan a ji aliyên hin derdoran ve dikeve rojevê, bo me tu aceleya me ya ji bo daketina ji çiyan tune ye. Me daxwaza tu efûyan nekiriye. Em bi têkoşîna xwe ya 25 salî serbilind in. Gelê me vê têkoşînê qebûl dike, destek dike. Em têkoşîneke mafdar û meşrû dimeşînin. Dewleta tirk bi hezaran gundên me şewitandin, tevkujî pêk anîn, nasname, ziman, çand û hebûna gelê me înkar dike. Heke efûyek bê rojevê divê dewleta ku hevqas sûc kirine bifikire ka çawa dê xwe bide efûkirin.
Tabî mijar ne mijara daketina çend hezar gerîlayan a ji çiyê ye, mijar mijara azadiya gelê kurd e. Jixwe eceleyeke me ya daketina ji çiyan nîn e. Ya li holê mijara azadiya 40 milyon kurdî heye. Beriya her tiştî divê hebûn û nasnameya gelekî were qebûlkirin. Divê ji vîna gelekî re rêz bê girtin. Ev gel azadiya Rêber Apo dixwaze. Mîna gerîla ji bilî van tu daxwaziyên me tune ne. Hikûmeta AKP’ê bi avêtina holê ya van guftûgoyan dixwaze di nava gel de nezaliyê biafirîne û hêviyeke sexte derxe holê. Êdî bi gotinên glover nikarin gelê me bixapînin.
Di demên dawîn de ji hêla sîstema înkarok ve hinek gav hatin avêtin. Ev gav bo me “cahşîtiya siyasî” ye. Jixwer cahşîtiya leşkerî deşîfre bûye, bêbandor hatiye hiştin. Ji ber ku êdî nikarin kurdan di vê hêlê de bikarbînin, bi awayekî zexelî, hewl didin ku kurdê xayîn ava bikin û bi rêxistinkirinê re li hember Tevgera Azadiyê bikarbînin. Rêxistinbûna AKP ya ku li Kurdistanê bi pêş ve dibe, cahşîtiya siyasî ye. Ya ku em dibêjin cahşîtiya siyasî ev e. Fena bazarginê Qeyserî, bi boyax û şeltê kurd polîtîkayên sîstema serdest raber dikin. Di rastiyê de ev ji cahşîtiya leşkerî xetertir rewşekê derdibirîne. Ji ber vê yekê yên ku di nava rêxistinbûna AKP’ê de cî digirin, yên ku dibine namzet û wekîltî dikin û bi taybet yên ku li TRT 6’ê dixebitin, hemû dikevin vê çarçoveyê. Vaye dibêjin em kurd in, bi kurdî diaxivin û bi vî awayî hewl didin ku gelê me bixapînin. Hal ev e ku kurdê herî xeter, kurdê herî xayîn ev in. Ji ber vê yekê em dibêjin ku gelê me li hember van derdoran bila hişyar bin.
Di vê demê de careke din, di bin navê cerdevaniyê û hin navên din de li Şirnex, Colemêrgê heta li Dêrsimê hêzeke nû ya kontra tê amadekirin. Em van hêzan hişyar dikin, ev ji cerdevaniyê wêdetir hêzeke nû ya kontra ye. Bi vê tê xwestin komên kontrayan ava bikin û ber bi qadên gerîla ve bişînin. Divê gelê me li hember van lîstikan hişyar be. Xizanî, pirsgirêkên aborî yên gelê me bi kar tînin û vê yekê dimeşînin. Ev lîstikeke kirêt a dewletê ye. Bila tu kes neyê lîstika hêzên dewletê, xwe û malbata xwe nexê nava xeterê.
Avakirina hewldanên avakirina çîneke kurdên hevkarê dewletê, bi rengekî gelekî xeter cahşîtiya leşkerî ye û ev deşîfre bûye û bêbandor bûye, niha jî dixwazin careke din kurdên hevkar û xayin biafirînin û li dij Tevgera Azadiya Kurd bikar bînin. Bi vê mijarê re girêdayî rêxistinbûyina AKP mîna çavkana bingehîn e. Dîsa di çarçoveya şerê taybet de rêxistina Fetullah Gulen rêxistina şerê taybet e. MÎT û JÎTEM herî zêde di nava wê de xwe bi cih kirine. Maskeyeke ku herî zêde dewleta mêtinger û zalim diparêzê rêxistinbûyina Fetullah Gulen e.
Niha jî planeke avakirina tampon a li ser sînorê başûrê Kurdistanê li dar e. Xebata avakirina herêmeke tampon li ser sînorê başûrê Kurdistanê ya ku herêmên Botan û Zagros jî digire nav xwe bi hemû leza xwe didome. Êrîşên artêşên Îran û Tirkiyeyê jî bi vê ve girêdayîne.Artêşên her du dewletan jî li ser sînorê başûrê Kurdistanê herêmên tampon ava dikin. Tevî sewqiyata leşkerî, li ser sînor baragehên nû tên avakirin û riyên nû dibin her newal û girê li herêma sînor. Bi van projeyên leşkerî re girêdayî, beriya niha têkildarî avakirina herêmên tampon hin guftûgo hatin kirin. Hikûmeta tirk bi daxuyaniya fermî ragihand ku polîtikayake wan a bi vî rengî tune ye, lê belê ev ne rast bû. Herêma Botan û Zagrosê jî di navê de li ser tevahiya sînorê başûrê Kurdistanê xabatên pratîkî yên avakirina herêma tampon bi hemû leza xwe lidar in. Li rojhilatê Kurdistanê jî heman xabat ji aliyê Îranê ve jî tên meşandin. Qereqolên li herêmên Zagros û Botanê tên nûkirin û bi zêdekirina bandora li van herêman cihê bicîhkirin û bikaranîna çekên giran tê amade kirin. Qereqolên nû tên lêkirin. Gelek çekên giran ên mîna; obûs, tank, top jî li herêmê tên bicihkirin. Bi hincetên cûr be cûr hema hema rê birine hemû gelî û girên li herêmê. Dîsa bi projeyên bendavan plana ji hev qûtkirina herêmên Botan û Zagrosê lidar in. Birina rêyan, lêkirina bendavan tev parçeyên plana leşkerî ne. Parçeyên plana avakirina herêma tampon in.
Plana ku tê meşandin planeke berfireh e û ji ber ku operasyona Zapê bi ser neketiye ev plan li gor dilê wan nemeşiya. Ji bo avakarina herêma tampon dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin. Ger operasyona Zapê biser biketa wê heremeke berfireh a Başûr û Bakur jî di nav de cîh digire mîna korîdoreke ewlekariyê bihata avakirin. Heger plana biser biketa mîna Erdogan li Colemêrgê got wê tevgereke mezin a tehcîr û valakirina herêmê bihata destpêkirin. Planake bi vî rengî heye, dixwazin veşartî pêk bînin. Ev planeke stratejîk a bêyom e. Ev proje ne tenê bi Tirkiyeyê ve têkildar e. Sûriye, Îran jî di nav de dixwazin çar parçeyên Kurdistanê ji hev qut bikin. Di bin êrîşên Îranê yên li ser herêmê de jî ev plana bêmirov hiştinê heye. Heta dixwazin mîna dîwarê Îsraîlê yê li dij filîstiniyan, ew jî hewl didin dîwar lêbikin.
Projeya berfireh a dewletên dagirkerê Kurdistanê de hewldanên li Sûriyeyê tên meşandin, vê armanca dike û dewleta Sûriyeyê jî ji aliyê xwe ve projeya ‘Kembera Erebî’ a paqijkirina herêmê ji kurdan dimeşîne. Bi polîtayên xizankirin û birçî hiştina kurdan dixwazin kurdan li herêmê bidin koçberkirin û bi qanûnan milkên kurdan ji wan bistînin.
Her çiqas hikûmeta AKP’ê û serfermandarê tirk di sala 2008’an planên wan ê tunekirinê biserneket jî, hat fêmkirin ku wê di sala 2009’an de di şer de zêdetir israr bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me gotin di cî de be, ji sala 2009’an re wekî sala şer amade be û berxwedaniyeke topyekûn bidin ber çav. Divê gelê me li her qadê xweparastina xwe û rêxistinbûna xwe bi pêş bibe. Sala 2009’an ji bona gelê kurd ji her demê bêtir fersendê serkeftinê dide me û em ji her demê bêtir ji hêvî û serkeftinê bawer in û ji bona têkoşîndayîna wê jî amade ne û em xwedê vê hêzê ne.
- Ayrıntılar
