Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Yekem
- Berî ku operesyona bejahî di 20’ê Şubatê de li ser herêma Zapê pêk werê, dewleta Tirk amadekariyek çawa kir ta ku rê ji bo êrîşeke bi vî rengî vekê? Ango mirov çawa dikarê pêvajoya berî operesyona bejahî binirxînê?
Niha ev operesyon di aliyê bejahî de neh rojan dewam kir. Lê cudahiya vê operesyonê çibû? Artêşa Tirk, ango fermandariya artêşa Tirk plan û amadehiyên vê operesyonê û textîkên wê ji mêj ve kiribûn. Xwestin ku vê operesyonê wekî textîkên Emerîka yên ku li Afganîstan, Îraq û Yoguslaviya meşandibûn pêk bînê. Tê zanîn ku (Îlker Başbuğ) li NATO yê erkdar bû û ji wir hatiye, wî jî xwest şêwazê şerê NATO yê bimeşînê. Xwestin vî şêwazî li hemberî me jî pêkbînin.
Emerîka li Îraqê çi kiribû? Destpêkê bi salan xebatên dîplomasî meşandibûn ta ku Îraqê bi tenê bihêle, ambargoya aborî li ser ferz bikê. Berî ku destwerdana leşkerî pêkbînin şerekî derûnî(pskolojîk) yê pir xurt dan meşandin. Pişt re jî, erîşên hewayî bi balefiran pir zêde pêkanîn. Di dawiyê de êrîşa bejahî bû encama wan amadekariyan. Di demek kurt, din ava du- sê hefteyan de Bexda berxweneda û ket. Niha artêşa Tirk jî, ji zû ve amadekariya operesyona li ser Zap ê dikir. Ji havîna sala 2007’an de dest bi amadekariya vê yekê kiribû. Bi taybetî jî herêma Zapê, ango wargehên bîryargeha navendî bûn hedefa bombebarana topên (Hawan û Obûsan), ev topbaran dirêjahiya havîn û payîzê dewam kir. Piştî çûyîna Erdogan a Washington’ ê di 5-ê meha Mijdarê de, êdî amadekariyên leşkerî kete pêvajo û asteke nû. Ji bo vê yekê di serê zivistanê û vir ve êrîşên hewayî yên pir zêde li ser herêma Zapê çêbûn. Çendî ku êrîşên bi vî rengî li ser herêmên din çêbibûn jî, lê esas hedef herêma Zapê bû. Li gorî wan difikirîn ku li hemû kamp û wargehên me xistine, xerab kirine û zagona me belav kirine. Jixwe wan dihanî ser ziman û digotin “ Me sîstema wan ya komîta, ya girêdan û têkildayînê û ragihandinê belav kiriye”. Ev di milekî de bû, di milê din de, di nava van çend heyvan de şerekî pskolojîk û propagandayê yê pir zêde dan meşandin. Ev herdu mil jî, di şer de girîngin. Di rex van re, xebateke dîplomasî ya pir berfereh dan meşandin, ew jî, bi armanca ku me bi tenê bihêlin û arîkariya navnetewî ji xwe re çêbikin. Bi vê mebestê ji bi Emerîka heta Ewrupa heta Îsraîl û heta hêzên herêmî û Kurdistanî re pir mujul bûn ta ku eniyeke navnetewî li hemberî me çêbikin. Wan li gorî xwe di hemû milan de amadekariyên xwe temam kiribûn û tenê êrîşa bejahî mabûn.
Êrîşa bejahî jî, di nîva zivistanê de, di demek ku em hêvî nekin(li gor wan) û me di xefletê de ji nişkeve bigrin pêk anîn. Wan bawer dikir ku êrîşên hewayî derbeyên mezin li me xistiye, şerê piskolojîk jî rewşa me xerabtir kiriye û tenê êrîşa bejahî maye ta ku werin di demek kurt de cihên me dagirbikin, têkevin Zap ê û serkeftina xwe rabighînin. Her kes û derdor li gorî vê baweriyê amadekiribûn. Jixwe raya giştî û her kes dabûn bawerkirinê ku wê têkevin başûrê Kurdistanê û wê me tûnebikin û biqedînin. Operesyona ku di 20’ê Şubatê de li ser Zap ê destpêkirî bi vî rengî bû û li ser hesabên wisa bûn. Yanî ji 70 % opersyunê ji berê de çêbibû û mabû ku 30 % jî bi operesyona bejahî ve temam bikin û encam bi destbixin. Yanî bawer dikirin ku wê bi êrîşa bejahî, di demek kurt û bil ez encam bi destbixin. Bi giştî plan û textîkên wan berî êrîşa bejahî wisa bû.
- Gelo çima bitaybetî herêma Zapê kirin hedef? Mirov di çapemeniya Tirkan de hîn bêhtir Qendîl bi plana pêşîn de didît, lê çima Zap?
Sedemên hedefgirtina Zap ê hene. Sedema bingehîn ewe ku, Zap qada bîryargeha navnedî ya HPG ê ye, li ser sînor e û bi awayekî dîrekt xebatên leşkerî yên li hemû bakurê Kurdstanê dimeşînê. Dijmin jî ev der ji bo xwe tehdîdek mezin didîtin. Di aliyê din de, Qendîl gelek dûr e û gihîştina wir zehmet e, ji bo ku biçin Qendîl divê destpêkê di Zap ê de encam bigrin, ku li Zap ê encam negrin wê nikaribin gavekê jî ber bi Qendîl ve bavêjin. Di aliyê din de, Zap qada bîryargehê ye, eger êrîşa li ser Zap encam bigrê ewê moral û manewiyeta hemû hêzên me xerab bibê, ewê bandoreke pskolojîk a xerab li ser hêzên me çêbikê, û pişt re jî hemû êrîşên ku li hemberî hêzên me li darbixînin wê gelekî asan be. Jixwe di planên wan de hebû ku êrîş bibin ser herêma Heftenîn, Xakurk û di vê qadê de xwe bi cih bikin û di bakur de jî wê hîn asantir operesyon li dar bixistibana. Wê rewşa hêzên me yên li bakur di warê pskolojîk de ne baş be. Jixwe ku hêzeke leşkerî ya gerîla bîryargeha wê ya navendî derbe bixwê û maruzî êrîş û dagirkeriyê bibê, ew hêza gerîla wê nikaribê bi moral û hêzeke xurt şer bikê û ewê bêkontrol bimînê. Ji lewra Zap ji bo wan gelekî girîng bû.
Hedefa wan ya leşkerî jî ev bû: Bikevin Zap ê, dagirbikin, derbeyeke mezin li bîryargehê bixin, hemû hêzên HPG bê kontrol bihêlin, bê komîta bihêlin û perçe perçe biçin ser hêz û qadên me yên din û wir jî belav bikin. Ku ev hedefa wan bi cih bihatiba û bigihîştina encamê di warê leşkerî de, wê ji bo hedefên xwe yên siyasî kar bikiribana. Ku di vir de bi ser biketibana, niyaza wan tûnebû ku ji başur derbikevin. Ji xwe hewayê ku pê hatibûn jî destnîşana vê yekê dikir, ew jixwe ji bo mayînê hatibû, ku bi ser biketibana, wisa di nava 9 rojan de paşve venedikşîn. Wê destpêkê Zap têxistana destê xwe û pişt re jî bigotibana: “ Me gelek qedandin lê yên mayî çûne hûndir başur” û bi vê buhaneyê wê êrîşî Garê jî bikiribana û wê derbasî kûrahiya başur jî bibûna. Heta wê biçûbana Qendîl. Wê her wiha jî, tehdîdên xwe li ser herêma Kurdistanê zêdetir bikiribana. Bi vê rê jî, qaşo- wê tevayî tevgera azadiya Kurdstanê lewaz bikiribana, wê destpêkê PKK belav û marjînal bikirbana, pişt re rewşa ku li Kurdistana Îraqê çêbûye tehdîd bikiribana û têxistina bin kontrola xwe. A, hedefa wan a bingehîn jî ev bû. Her wiha wê piştî van hemûyan, di tevayî Îraqê de bigotiba: “ Mêze bikin Tirkiye dewletek çiqas xurt e, divê her kes hesabê me bikê”. Yanî bi hêza xwe ya leşkerî, bi teknolojiya xwe ya şer xwest ku çavên her kesî bitirsînê û mesaj bidin hemû aliyan.
Lê van hedefan hemûyan jî bide aliyekî… Gelo çima başûr evqasî kete rojevê? Çima başûr ji wan re bû hedef? Çima ewqasî pêwîstiya êrîşkirina ser başur dîtin? Ya girîng eve! Ev bi konsepta ku hukumeta AKP û Artêşa Tirk di 2007 de destpêkirin ve girêdayî ye. Tê zanîn ku di buhara 2007’ê de bûyera jahrkirina Rêbertiyê deşîfre bû û kete rojevê, operesyonên berfereh li ser hêzên me li bakur pêkhatin, bi taybet li Botanê, êrîşên mezin li ser gel pêşketin, di xebatên demokratîk û qada legal de bi hezaran binçavkirin û girtin çêbûn… Ev konseptek bû; lê vê konseptê di 2007’an de tam encam negirt. Yanî ne êrîşa li ser Rêbertiyê encam girt; ji ber ku mijar deşîfre bû û gel li hemberî vê serhildan kirin û ne jî, êrîşên li ser gerîla encam girtin; ji ber ku bi berxwedaniyeke pir mezin re rû be rû man, taybetî jî berxwedaniya Gabar û Oremarê. Ji bo vê yekê ew neçar man ku berê xwe bidin başûr. Wan li gorî xwe digotin ku heta başur hebê û heta ku em di qada başûr de derbeyekî li navendê nexînin emê ne di aliyê moral û ne pskolojîk û ne jî leşkerî de nikaribin wan bişkînin. Êrîşa li ser Zap ê, li ser qada bîryargehê bi vê yekê ve girêdayî ye. Konsepta wan ya ku di sala bûrî de bi ser neketibû xwestin îsal bi vî rengî bi ser bixînin. Yek ji hedefên wan jî ev bû. Em dikarin hedefên wan him di aliyê siyasî û him jî leşkerî de wisa bînin ziman.
- We behsa stratîjî û textîkên leşkerî kir û şibihand textîkên NATO yê, ev bi giştî bû. Gelo di aliyê êrîşa bejahî de, Tirkan textîkên çawa bikar anînin? Bi taybetî jî, ku berê gelek caran operesyonên artêşa tirk li ser vê herêmê çêbûn e, cudahiya vê operesyonê ji yên berê çibûn di warê textîk û şêwaz de çibû?
Cudahî eve: xuya dikê ku fermandariya artêşa Tirk, xwe qanî kiribû ku bi wan êrîşên hewayî yên zivistanê derbeyek mezin li me xistiye. Êrîşa wan a bejahî jî, bi vî rengî bû:
yek; xwestin ku bi dizî li darxînin. Mînak, wan hêzeke leşkerî ya mezin anîn Çukurca û ji nişkeve derbasî cihê operesyonê kirin.
Dudu; qaşo zaf îstîxbarat komkiribûn; yanî him bi arîkariya Emerîka (bi riya hewayî), him jî, bi riya hêzên xwe yên li başur ku pereyekî pir zêde ji bo komkirina istixbaratan xerckiribûn. Yanî bi riya hêzên xwe yên li Şêlediz, Bamernê, Kanî Masî û cihên din bi riya van gelek istixbarat komkiribûn. Hedefa wan diyar e, xwestin ku bi awayekî dizî û lezgîn têkevin tevgerê û dîrekt werin têkevin kampên me yên bîryargehê.
Ango werin di serî de du cihên stratîjîk bigrin, yek ji wan Çiyayê Reş e û ya din jî Şkefta Birîndaran û dirêjahiya wê heta Çemcu ye. Xwestinvan deran bigrin û pişt re xwe bedrin kampên bîryargehê. Ji bo vê yekê jî, pir bilez hereket kirin, li gorî wan hîn berî ku em bi wan bihisêin wê me ji nişkava xafîl bigrin e. Ji bo vê jî, baskê ku di milê Çiyayê Reş ve û baskê ji aliyê Şkefta Birîndaran û Baskê Şamkê ve hatî pir bi lezgînî hatin. Jixwe leşkerên di pêş de dihatin ala Tirk bi xwe re anîbûn, ji bo ku werin li Çiyayê Reş û Şkefta Brîndaran alên xwe biçikînin. Ev textîka wan ya hatinê bû.
Sê; wan ji bo xwe şert û mercên zivistanê awantaj dîtin. Yanî balefir û hîlokopterên wan hene, û qaşo ev bi mehan e ku artêş van leşkeran perwerde dikirin, propagandiya wan dikirin, li gorî jiyan û mercên berfên perwerdekiribûn. Artêşê ev hêzên xwe yên taybet ji zû de ve amade dikirin.
Ez vê jî, bêjim: Hêzên ku anîn vê operesyonê hemû jî hêzên taybet bûn, leşkerên normal pir kêm bûn di nava wan de. Belge û dokmentên wan ketin dest me, lîsteyên yekîne, tabûr, navên wan, erk û çekên wan, rûtbe û sîcêlên wan hemû ketin dest me, di wan belgeyan de jî diyar dibê ku ji 10 % tenê leşkerên normalin, ên mayî hemû fermandar bûn, ango subayî bûn. Ev hêzeke qaşo- taybet hatî perwerdekirinbûn. Jixwe pir bilez û di mercên zivistanê de hatin ta ku însiyatîfa şer têxin dest xwe û me bê hazirtî bigrin.
Divê ez vê jî bibêjin: Roja berî operesyona bejahî despêbikê, ji Zap êheta Çemcu, dirêjahiya rojê balefiran êrîş û bombebaran kirin. Çiqas gundekî kevin heye, çiqasî kampek kevin heye, çiqas şikeftek deşîfre heye, çiqas ku girek heye hemû jî bombebaran kirin. Li gorî wan cihekî ku lê nexistin û tûnenekirin nemabû. Dû vê yekê jî dîrekt leşker ketin hereketê.
- We behsa textîkên artêşa Tirk kirin, bi taybetî di warê îstîxbarî de… Gelo li hemberî van textîkan we textîkên çawa bi karanîn, bi tayebtî jî ji b ovala derxistina xebatên Tirkan ên îstîxbarî û şaşkirina wan de?
Niha ji bo vala derxistina textîkên dijmin me textîkên çawa bikaranîn? Ji ber ku şerê me hîn dewam dikê; ji lewre ez pêwîst nabînim ku hemû tiştî bibêjim. Lê me dizanî ku him ji asîman û ji erdê, him ji başûr û him jî, ji bakur istixbarat li ser me kom dikin. Me dizanibû ku karekî wan ê pir zêde heye. Ji bo vala derxistina van xebatên wan ên îstixbaratê, çi tedbîr pêwîstbûn me kirin. Di encamê de, piştî binketina operesyonê, fermandarê artêşa Tirk ê li başur ji wezîfeyê hat girtin. Gotin ku wî istixbarat şaş komkirine.
Tedbîrên ku me girtin, artêşa Tirk xiste nava nirxandin û dîtinên şaş di derbarê me de. Bi vî rengî istixbarata wan vala derket. Helbet tenê tiştên ez dikarim bibêjim ez tînim ziman. Ew balefira casus a ku ji asîman de keşîf dikir, jê re wisa xuya dikir ku Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran, tenê çiyayên bilind, tijî berf û çi şop, çûyîn hat, tevger û tu kes lê nîne ye. Li gorî wan çiyayên vala ne. Ji vê baweriyê jî, ew pir bilez û jixwe bawer hatin. Lê dema ku hatin, di roja yekê de li her derê ketin kemînên xerab, cihên ku hîç hêvî nedikirin de ketin kemînan û derbeyên pir mezin ji hevalan xwarin. Jixwe taybetmendiyek şerê Zap’ê jî eve: Di hemû operesyonên berê de, roja destpêkê artêşa Tirk her tim di êrîşê de bû, di rojên ewil de ew pêşve dihatin, em jî, bêhtir diketin nava tedbîrên parastin û xwevekşandinê de bûn. Encax di pêvajoyên duyem û sêyem de em diketin nava çalakiyan û hêzên me li operesyonan dixistin… Lê di vê operesyonê de mijar cuda bû, heman di roj û kêliya yekem de me li operesyonê xist, jixwe di her sê rojên destpêkê de artêşa Tirk kete nava çiravê û nekarî gavekê jî bavêje. Ew hatin xapandin, wan digot qey ev çiyayên bilind ên titjî berf hemû vala ne, ji lewre jî di cihên hîç bawer nedikir de kete nava kemînên hevalan.
Tedbîrên me, ne yên wê rojê bûn. Tedbîrên me vedigerin par, heta vedigerin berî du salan ku gelek amadehiyên me ji bo vê yekê hebûn. Ji warê moral û pskolojîk bigre, heta warê bicihkirin û destlatiya li ser hawirdorê, heta tedbîrên ser-erd û bin-erd, heta tedbîrên çek û cebilxaniyê û hîn jî gelek tedbîrên din me girtibûn. Ev hemû, me heta astekê bi nepenî (sirrî) kiribûn. Dijmin jî, baş hesabê vê yekê nekiribû, xwe pir mezin û werimandbû… Ji bo vê jî, dema ku hatin û rastî wê berxwedaniyê bûn, ew şaş û maşo bûn, ew matbûn ka rastî çi hatin e! Ji bo tedbîr û textîkên ku me berî operesyonê pêk anîn wisa bûn.
Lê di dema operesyonê de, di nava pêvçûnan de, hêzên me gelek textîkên din bikaranîn. Bi vî rengî encamên operesyonê di her sê rojên ewil de diyar bûn. Di roja ewil de dujmin hat çiyayê Reş û li wir kete kemîna hevalan û di encam de 28 leşker mirin, Bînbaşiyê wan jî, li wir hat kûştin, nedikarîn du rojan termên leşkerên xwe kombikin. Li wir bi giştî şikestin.
Roja duyemîn, di eniya Şamkê-Çemcu re xwestin bikevin hundir û li dora me bizivîrin… Ew bi “Hella Hella” dihatin! Ji berbangê heta êvarê çar caran êrîş kirin, hevalan ev hemû êrîşên wan jî şikandin û ber êvarî jî Kobraya wan xistin. Bû şev, vê carê heval ketin êrîşê û dijmin ji wir damalandin û paqij kirin. Wisa, ew enî jî li vir şikest.
Roja sêyemîn jî li xeta Şikefta Birîndaran, ku herî bêhtir berf li wir hebû. Ji roja yekê û heta dawiyê balaefiran bê rawestîn êrîşî vir dikirin û bombebaran dikir. Xwestin di vir de têkevin êrîşê. ji sibehê zû û heta şev zêdetirî 6-7 caran dijmin êrîş kir ta ku Şikefta Birîndaran dagir bikê, li vir jî, di nava hev de pêvçûn û şerekî pir mezin çêbû. Di vir de dijmin şiket. Di her sê eniyan de jî dijmin şikest, lê şikestinek pir xerab bû. Artêşa Tirk di Zap’ê, di her sê rojên ewil de têkçû. Ew him di aliyê moral û di aliyê pskolojîk de û him jî, di aliyê leşkerî de şikest. Piştî vê yekê êdî însiyatîfa şer bi giştî di destê hêzên me de bû.
Êdî hevalan bi roj li dijmin dixistin, êrîş dikirin, suîkast dikirin, bi şev jî, çalakiyên êrîşê dibirin ser dijmin. Êdî dijmin di cihê xwe de çikayî mabû, nedikarî pêşve biçe û kete rewşa parastinê. Lê hevalan nehîşt ku ew li vir jî rehet rawestê. Hevalan bi şev û roj lêdixistin. piştî roja heftemîn dijmin êdî dît ku nikarê di cihê xwe de jî rawestê, êdî kete nava hewldanên paşvekişandinê. Jixwe baskê dijmin ê li Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran zêde pêşve nehatibû û pir nêzî sînor bûn, baskê Şamkê hinekî ketibûn hundir, ev bask jî encax dirêjahiya sê rojan(27 heta 29 ê mehê) karîbû paşve vekşê. Yanî vekşandin jî gelekî zehmet bû. Di operesyonê de textîk û şêwazên çalakiyan ku hêzên me meşandî bi vî rengî bûn.
- We din ava bersîva xwe de jî anî ziman… We anî ziman ku dijmin di sê baksan de êrîş kir û sê eniyên şer hebûn. Di nava van her sê eniyan de koordîneke çawa din ava hêzên we de hebû, bandorên çawa ya serkeftina eniyekî li ser eniyên din dikir? Ya din, mirov dikarê di aliyê kornolojî de rojên şerê Zap’ê çawa rêzbikê?
Divê mirov vê rastiyê bînê ziman: li herêma Zapê şerekî pir dijwar qewimî. Di van neh rojan de bi piranî ji berbangê heta şev balefiran bê rawestîn li herêmê dixistin. Hilîkopter û Kobreyan êrîş dikirin, topavêtina Obîs û Hawan qet ranediwestîn, ji aliyê bejahî ve jî, 9 rojan di mercên zivistanê, di nava berf û şilahiyê de, şer sîng bi sîng birêve diçû, şerên pir dijwar, pir mezin çêbûn. Bi giştî ev 9 rojên şer wisa bûn. Lê ku mirov bixwazibê roj bi roj bînê ziman. Bi kurtahî mirov dikarê vê yekê bêje:
Roja yekê- 20’ Şubat: Bê rawestîn bi topên giran û balefirên şer, herêm bombebaran kirin. Wan heman li hemû deran xistin, li gorî xwe xwestin hemû hêz û cihên me îmha û tûnebikin û rê ji leşkeran re vekin.
Roja duyemîn- 21’ Şubat: Di Eniya Çiyayê Reş de ketin êrîşê. jixwe Çiyayê Reş cihê herî nêzî wan e. Di wir de ketin êrîşê û xwestin di şeva ewil de Çiyayê Reş dagirbikin. Li wir bêhtirî 120 leşker ên li pêş ketin kemîna hevalan, hevalan li wan da û bêhtirî 26 leşker kûştin, di nava wan de Bînbaşiyek hebû, wisa jî însiyatîf li vê eniyê kete destê hevalên me. Yanî şerê destpêkê li Çiyayê Reş bû.
Roja Sêyem- 22’ Şubat: Dijmin xwest ku li dora me bizivîrê, herêmê dorpêç bikê û hêzên me têxe çemberê. Ji bo vê yekê, ji Cîloyê Biçûk xwe berdan û di xeta Şamkê re xwestin wirin di Çemcu re bizivirin. Li vir leşker hatibû amadekirin û pir bi lezgînî ta ku bi awayekî dîrekt têkevin kampên bîryargehê. Li vir jî, şerên pir dijwar qewimîn. Li vir, ji sibehê heta êvarê dijmin çar caran êrîş kir û her çar caran, êrîşên wan hatin şikandin. Ber êvarê, hevalan Kobraya wan di nava leşkeran de xistin, bi ser serê wan de xistin. Dema ku tarî ket jî, hevalan çalakiyek êrîşane birin ser wan û dijmin ji wir damalandin û hemû gir paqij kirin. Li vir gelek kûştiyên dijmin çêbûn, çek û cebilxaneya wan kete destê hevalan. Wisa, ev bask jî, di cihê xwe de sekinî. Di heman roj de, di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de jî şer qewimî.
Roja Çarem- 23’ Şubat: Li vir jî, dîsa di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de bê rawestîn şer û pêvçûn çêbûn. Heval û leşker ketibûn nava hev û şer dikirin. Heval û leşker evqasî ketibûn nava hev ku dijmin nedikarî çekên giran bikarbînê. Balefir û top bê bandor mabûn. Şer li vir pir dijwar bû. Jixwe şerên di van her sê rojan de encama şer bi giştî diyar kir. Di her sê eniyan de jî, artêşa Tirk şikest. Bîryara me hemûyan jî, ew bû ku emê nehêlin artêşa Tirk bi asanî têkevê Zapê.
- Yanî ev diroşmeya we ya nû bû? We berê digot “ ku dijmin têkevê Zapê lê wê deretin tûnebe”, we vê carê got “ ketin jî zehmete”.
Belê! Jixwe jiberê de amadehiyên me hebûn. Em bêy amadekarî nebûn. Diroşmeya me ya nû jî, ji vir dihat. Yanî artêşa Tirk wê bi asanî nikaribê têkevê Zap’ê, wê bi asanî û rehetî ranewestê û wê derketina wê jî gelekî zor û zehmet be. Bi rastî jî, nekarî ku yek gav bi pêşve bavêje, di her sê rojên ewil de ev yek di warê pratîkî de pêk hat. Bîryar û soza hevalan di vî warî de net û zelal bû. Heval pir net bûn û qet dudilî tûnebû, piştî sê rojan û şûnve êdî em di êrîşê de bûn, me bêrawestîn lêdixist. Piştî roja heftemîn dijmin ket nava hewldanên paşvekişînê. Di vir de divê ez xaleke din jî bînim ziman. Yaşar Buyukanît çi digot? Got ku me paşvegerandinek serkeftî pêkanî! Tiştê tenê ku karî bêje ev bû. Ji bo Tirkan tiştê ji operesyona Zap’ê girtin evin: Çend wêneyên leşkerên jihevketî û qaşo- serkeftina di xwevekşînê de. Van jî, ji bo xwe serkeftin dihesibînê. Serkeftina wan evqas bû! Jixwe cudatir tiştekî ku pê pesna xwe bidin jî nîne. Evqasî derbeyên mezin xwarin, êdî ji destên me xelaskirin ji bo xwe wek serkeftin dihesibînin. Lê divê ez bibêjim: Artêşa Tirk ne paşve zivirî, ji ber ku paşvezivirîn di nava plan û nexşeyekê de çêdibê, lê artêşa Tirk riviya! Riva wan jî, bêplan bû. Encax di tarîtiya şevê de karîn hinek hêzên xwe ji çembera hevalan derxînin. Ku ew du rojên din bimana, belkî ku sed- dused leşkerên din jî, an dîl an jî kûştî têketana destên me. Ji ber ku karîn xwe ji destên me xelasbikin ji bo xwe wek serkeftin dibînin. Yanî serkeftina Yaşar Buyukanît ewe ku bikaribê leşkerên xwe ji destên hevalan xelas bikê.
Wê bidomê...
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê Dûran Kalkan
Di serî de şehîdên leheng ên têkoşîna bêhempa yên 2006’an, ku hejmara wan digihê 150, bi rêzdarî û bi minetdarî bibîrtînim.
Ji bona ku di pratîkê de em armanc û bêrîkirinên wan bigihînin serkeftinê, wekî tevger û gel, em di wê biryariyê de ne ku, em ê têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serkeftinê. Em careke din soza xwe nû dikin ku, der barê birêvebirina xeta serkeftî ya têkoşînê de, em ê xwe bikine qatix. Sala 2006’an di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de saleke awarte bû. Ev nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû bû. Sedema awartebûna salê, hem bingeha xwe ji nêzîkatiyên hêzên mêtînger digirt hem jî li hember vê jî, bingeha xwe wekî tevger û gel, ji planên me yên têkoşînê digirte.
- Ayrıntılar
Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn
Beşa 4
Xapandeka “vebûna demokratîk”
Agirbestên yek alî yên ku me ji sala 1993ê û pê ve pêkanîne di astekê de rol lîstine û di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û di demokratîkbûnê de navêngeke bi derfet çêkiriye. Eger derfetên ku hîn di asteke jortirîn rol bilîzta hatiban dîtin û Tirkiyê polîtîkaya tuneker ne şopandiba, wê gengaz bûba ku agirbestên yek alî werin domandin. Heta eger dewleta Tirk di bingeha çareseriyê de gav avêtiba, xwe dûrî nêzîkatiya inkarger-tuneker kiriba û ketiba nava rêbaza bi rêgez, wekhevî û azad wê gavên hîn di asta pêşketîtir de hatibana rojevê. Lê belê weke ku di roja me ya îro de jî derdikeve holê, pêvajoyên agirbestên yek alî yên me dane destpêkirin, weke tasfiyekirina Tevgerê û tunekirina Rêbertiyê me hatine destgirtin, hewla me ya afirandina çareseriya demokratîk, siyasî weke lewazî hatiye şîrovekirin û di bingeha encam girtina di siyaseta inkar û tunekirinê de tawîzên aborî, siyasî û diplomatîk ji hêzên derve re, ji çete, cerdevan û ji welatên dûr re hatine dayîn. Çavkanî hatine heba kirin, lordên şer hatine afirdandin, di siha çek de siyaset ji şerekê kor re hatiye zivirandin û vê yekê jî hiştiye gelên me di pirsgirêkên ku îro jî li benda çareseriyê ne de werin fetisandin.
Di qonaxa heyî de tevahî dane û rastî pêwîst dikin ku ji bo rast pêşdebirina pêvajoyê amûr û rêbazên nû werin xistin dewrê. Herçend dewlet bi gotinek cûda di dema îqtîdara AKPê de îdîa bike ku wî ji pirsgirêkê re nêzîkatiyek ji ya berê cûdatir daye nîşan jî, lê di cewher de pirsgirêk bi hedefkirina tasfiya tevgera me bi konsepta şerê sînsî û veşartî re aniye rewşeke wiha ku nikaribe jê derbikeve û di bin navê “vebûna demokratîk”, “vebûna Kurd” de amadekirina binkeya pêvajoya pevçûn û şer de de ti asteng nedîtiye.
Eger pevçûn heya niha tund nebûbin, sedema vê yekê hesasbûn û israra me ya di çareseriya demokratîk û aştiyê de ye. Dîsa mayîna me ya li benda avêtina hinde gavan e. Tevgera me di vê bingehê de şeş sal an hêzên xwe ji pozîsyona pevçûnê dûr girtiye, her cûreya fedakariyên ku di mijara çareseriya siyasî û aştiyane de kiriba, kiriye, di vê bingehê de du komên aştiyê hatine şandin. Rêberê me di mercên weke gorê de, tevî di mercên tecrît de dihate girtin jî, her tişta ku ji bo pêşxistina pêvajoyê ji destê wî dihat pêşkêş kiriye. Tevahiya van hewlan, di mijara çareseriya siyasî de, di raya giştî de hêviyên mezin afirandibe jî, lê belê derketiye holê ku hukimeta AKPê û Serfermandarê Tirk, di bin navê “vebûna demokratîk” de tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd û Rêberê me armanç kiriye.
Ji Pêvajoyên Agirbestê re nêzîkatiya Dewleta Tirk
Ji ber Tirkiyê di pêvajoyên agirbestên ku me bi yek alî îlan kirine de vînek di mijara çareseriya siyasî, demokratîk a pirsgirêkê de nedaniye holê, di çareseriya pirsgirêkê de jî, li pêşiya di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwe gihiştandina qonaxeke nû ya agirbestê de jî bûye asteng. Ango asteng kiriye. Piştî her agirbestekê careke din jî derketiye holê ku heya agirbestên du alî çênebin wê pevçûn jênerevîn bin.
Dewleta ku veguheriye makîneya şer bi her curya terora tuneker ve bersiv daye hewlên me yên domandina hebûna xwe ya netewî. Ji ber dewletê di polîtîkaya xwe ya inkarê ku dişopîne de israr kir, vê yekê dewlet li berveyî bê navber domandina seferên xwe yên tunekirinê ve bir. Di vî şerî de bi hezaran gundên me hatin şewitandin, herifandin û ji nexşeyê hate sîlkirin. Bi milyonan mirovên me ji axa xwe hatin qûtkirin, bi zorî ew koçî metropolên Tirkiyê kirin û ji cîhanê re hatin belavkirin. Bi xwînê xwepêşandan û meşên gelê me yên demokratîk hatin perçiqandin. Ji gel bi hezaran mirov bi awayekî bêrehm hatin qetilkirin. Bi hezaran bûn qûrbanê kiryarên kûştinên nediyar. Bi hezaran mirov ku heya roja îro jî nayê zanîn çi jê hatine, hatin windakirin. Di vî şerî de bi deh hezaran gerîlayên me jiyana xwe winda kirin. Ji aliyê dijber jî bi hezaran leşker mirin.
Dewletê hertim wan agirbestên ku tevgera me pêşxistine di bingeha hêsankirina êrîşên ku hatine plankirin de girte dest. Hewl da me di van pêvajoyan de ji sekna me ya têkoşînê qût bike, me sist bike; êrîşan hêsantir bike û biencam bike. Gavên weke wêrekî dide domandina agirbesta yek alî neavêt, operasyonên xwe yên ku ji bo tunekirinê pêşxistiye hertimî kiriye û ji bo gerîla di wext de werin tunekirin agirbest hatin bikaranîn. Her çend tevî wê bibe sedema bi hezaran şehadetên gerîla jî, lê hewla xwe gihandina mercên ku agirbesta du alî pêkbîne hewayekî nerim û êrênî afirandibe jî, vê yekê têra nekir ku dewlet navênga pevçûn û şer bi temamî ji holê rake û zîhniyeta ku çareseriya demokratîk a pirsgirêkê hildigire bijî. Niyeta me ya baş û fedakariya me ji bo tasfiyekirinê hat bikaranîn û ti navêng û hinceta ku berdêla fedakariya me pêşkêş bike nehat hiştin.
Gelê me azadî, demokrakrasî û mafên xwe yên bingehîn xwestiye. Wexta, bi çewisandinê re daxwaz tune hesibandin û rejîmeke ku gelê Kurd nikaribe xwe bi nasnameya xwe ya zagonî tê de îfade bike, derbaz bûye. Ji ber Tirkiye vînek di van pêvajoyên agirbestên yek alî pêşnexistiye, vê yekê ji gelê me re pir mezin daye windakirin û bûye sedem ku êşên mezin werin jiyîn. Bi tecrûbeyên heya roja hatine jiyîn re derketiye holê ku heya agirbest dualî neyê pêşxistin jiyîna pevçûnan jênerevîn e.
Rêveberiya Tirkiyê di serî de, ji aliyê yek derdorên ku bi pirsgirêka Kurd re eleqeder in û têkildarin, ti bersiveke êrênî û çareser, tevî tevahî hewlên ku hatine dayîn, nehatine. Destê aştî yê Rêberê me, Tevgera me û gelê me dirij kiriye hertim li hewa maye. Bersiva herî êrênî ya hatiye dayîn bûye îstîsmarkirina pirsgirêka Kurd û tevgerkirina basît, biberjewend û dirûtiyê. Dema gelê Kurd di wateya rastîn de şerekê mirin û mayînê dida, gelek hêzan nêzîkatiya erzan, inkarker û biberjewend a ji pirsgirêkê re derbaz nekiriye. Rêbeber û dewleta Tirkiyê ya ev yeke jî weke firsendekê dîtiye, nêzîkatiya tunekirin û tasfiyê domandiye, hewlên me yên çareseriya demokratîk û aştiyane weke bêhêziyekê nirxandiye. Bi vê nêzîkatiya xwe ya bi awayekî hişkbawerî (bağnaz) dimeşîne re, rê vekiriye ku firsend û derfetên çareseriya demokratîk aştiyane heba bibin û ji nû ve navênga pevçûnê çêbibe.
Em çi fêmdikin ji çareseriya Demokratîk?
“Eger çareseriya pirsgirêka Kurd ya demokratîk pêk were, çek berdana gerîla nabe pirsgirêk. Ji xwe bi dehan caran hatiye ziman ku wê çek di navênga çareseriya pirsgirêkê de werin berdan. Agirbest ji bo çareseriya demokratîk siyasî hatine kirin. Heta ji sînorên Tirkiyê hêzên gerîla hatine derxistin. Tevahiya vana beyî ku cîh ji ti gumanan re bihêle niyeta Tevgera azadiya Kurd pir eşkere daniye holê. Di rêka demokratîk de çareserkirina pirsgirêkê hilbijarka me ye. Mêtingeriya inkargere ya gerîla em neçarî dayîna têkoşîna parastina rewa kiriye”.
-Endamê Konseya Rêveber ê KCK ê Mustafa Karasu-
Di qonaxa şerê çekdarî de ku ji ber xitimandina rêkên siyasî hatiye jiyîn de çareseriya dij-têkoşîna çekdarî –ev dibe demokratîk û aştiyane be- ferz kiriye, bê guman ev jî bê kêmasî naskirina mafên çandî û siyasî ya gelê Kurdistinê pêwîst dibîne. Di heman demî de pêwîst e ev ji derbeyî şkandina polîtîkaya hişk a inkarê ya sal girtiye, dawî bi polîtîkayên ne rewa yên li dijî gelê me têne domandin anîn û ji holê rakirina wanan nikare were şîrovekirin. Dema em dibêjin em di bin navê vê çareseriya siyasî de ji her çareseriyê re vekirine, ev nayê wê wateyê ku me têkoşîna xwe ya çekdarî daniye aliyekê û emê hêzên xwe yên çekdarî tasfiye bikin. Helbet siyaset têkoşîna siyasî diafirîne û alî dide wê. Ango weke têşeye siyasetê ya lêhurbûyî pêşdikeve û dema qenalên siyasî vebin, wê demê çek kargeriya xwe temam dikin û neçarin têkevin plana talî. Lê belê eger di me de çareseriya siyasî were rojevê jî, nayê wateya tasfiyekirina hêzên me yên çekdarî; eger wê çareserî çêbibe, wê li gel rewş û rewabûna hêzên çekdarî çêbibe. Encama ku pêwîst e were derxistin; di çareseriya siyasî ya di pêvajiyên agirbestan de têne ferzkirin, leşkerîbûneke hîn zêdetir, mezinbûn, bê kemasî wane ji kevin derxistin û tehlîlkirina pêvajoyê bi awayekî yekgirtî û di çêkirina gavên nû de rol lîstinê dixwaze, ango ev pêvajo ji têkoşînê re xîzmet dike.
Heya mercên ku şer pêwîst dibînin ji holê neyên rakirin aştî çênabe
Heya mercên ku parastina rewa, mercên bîrdozî, siyasî û leşkerî yên wê pêwîst dike hebin, navênga aştiyê çênabe, ango hebûna van tê wateya tinebûna navênga aştiyê. Wê demê Aştî çî ye? Tişta ku em ji aştî fêmdikin çî ye? Pêwîst e di vê mijarê de jî vebûnek û hizreke rast were kirin. Ji ber agirbest gelek caran weke aştiyê tê destgirtin û wisa tê fêmkirin. Agirbest rewşeke şer e, mîsoger ne rewşa aştî ye. Di roja me ya îro de ji wan têkiliyên di navbera avahiyên dewletên ku ser şer çêbûne de heyî re tê gotin aştî. Lê ev qet ne wisa ye. Di rastî de ev rewşeke agirbest e, dibe agirbesteke dem dirêj. Eger mirov bala xwe bide ser, dema mercên ku agirbest nikare tê de werin domandin derdikevin holê, hema yekser şer tê rojevê. Nexwe sekna herî bingehîn rewşa şer e. Nexwe pergalên dewletê yên heyî sekna şerekê îfade dikin. Heya van pergalan hebin aştî çênabin, mirov nikare xwe bigihîne aştiyeke xwe dispêre ser van dewlet an. Gelo ma lêger û hewleke wisa nîne? Heye û ev pir şaş e, ne hewleke rast e. Ji ber xwe naspêre ser ferasateke rasteqîn. Pêwîst e mirov bibîne ka dewletên heyî di nava rewşeke şer ya çawa de ne. Ya yekemîn ji bo ku bi hev û din re şer bikin dewlet di nava sekneke şer de ye. Ya duyem; ji bo di bingeha despotîzm, zext, dîktatorî û mêtingeriya ser civakê were meşandin, di bingeha vana de di nava rewşa şer de ne.
…“Di modernîta kapîtalîst de hevoka aştiyê, hevokeke ku bi xefkan barkiriye. Bikaranîna wê, beyî ku rast were pênasekirin, pir talûkeye. Eger em careke din jî pênase bikin; aştî, ne tam ji holê rakirina rewşa şer e, ne jî neçêbûna şer û îstîkrara di bin serkeftina aliyekê de ye. Di aştiyê de alî hene. Sergewrebûna (üstünlük) aliyekê ne mijara gotinê ye û dibe nebe jî. Ya sêyemîn, pêwîst e çek di bingeha rizaya kargeriya saziyên polîtîk û ehlaqî yên cewherîn ên civakê werin bêdengkirin. Van hersê merc bingeha aştiya birêgez e. Heya aştiye rastîn xwe nasipêre van mercên birêgez, wate îfade nake.
Eger em hinekê van hersê mercan vekin; ya yekem; bi temamî bêçekkirina aliyan nayê pêşdîtin. Îdîayên wan çi dibe bila bibe, sond dixwînin ku wê bi çekan êrîş nekin ser hev. Li pey sergewretiya çekdarî narevin. Rêz nîşandana ji maf û derfetên ku xwe di bin ewlekariyê de girtinê re dipejirînin. Ya duyemîn; sergewreyîya aliyekê ne mijara gotinê ye. Dibe îstîkrar û aramiya di bin sergewrehiya çekdarî hatiye pêkanîn hebe, lê ev rewş nikare weke aştiyê were binavkirin. Aştî, kîjan alî be bila ew be (mafdar-nemafdar), sergewreyî beyî ku bi çek were pêkanîn di rewşa pejirandina rûberû ya bidawîkirina şer tê rojevê. Ya sêyemîn; di çareseriya pirsgirêkê de alî (dîsa rewşa wan çi dibe bila bibe herdu alî, civak an jî îqtîdar) rêza li hemberî kargeriya ehlaqî (wîjdan) ya civakê re dipejirînin. Merca ku jê re tê gotin “çareseriya polîtîk” di vê çarçoveyê de tê pênasekirin. Agirbesteke ku çareseriya ehlaqî û polîtîk nahewirîne, nikare weke aştiyê were şîrovekirin”.
-Rêber Apo-
Şûna gotina dawiyê
“Aştî têgeheke binirx e. Ji xwe şer di wateyekê de ji gihiştina aştiyeke bi şerf û li gorî hakaniyetê bi taybet ji bo bindestan amûreke girîng e. Şer, nikare di nava xwe de weke armancekê were nirxandin. Herçend berdêla wê pir giran jî be Amûreke pir girîng e ku pêwîst e serî lê were dayîn”.
Dawî
- Ayrıntılar
Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn
Beşa 3
Agirbesta sêyemîn
Pêvajoya şer ya heya Payîza 1998an rastiyek da nîşan; ev jî tevî tevahî êrîşên tunebûnê, ne mijara gotinê ye ku her du hêz li gel jiyîna berxwedaneke diyar ne nagihijin wê hêzê ku hev û din ji holê rakin. Tişta di sala 1998an hatiye jiyîn bûbû ev. Ev yeke jî xitimandin û neçareseriyekê îfade dikir. Ji bo ku ev rewş were bidawîkirin pêwîstî bi pêkanîna avabûneke nû hebû. Nirxandina ku Rêber Apo di 15ê Tebaxa 98an de kiriye, di vê mijarê de asta bîryareke kûr û berfireh îfade dike. Ev nirxandin jî dikare di wateyekê de weke peyama beriya agirbestê guhartina stratejîk were fêmkirin. Di heman pêvajoyê de daxwazên qismekê di nava dewleta Tirkiyê de ku dixwazin şer dawî bikin û pêvajoyeke nû bi agirbesteke watedar re destpê bikin gihiştibû partiyê.
Rêber Apo di 1ê Îlona 1998an de rave kir ku pêvajoyeke nû ya agirbestê destpê kiriye. Ev agirbest ji agirbestên 93-95 ê cûdatirbû. Ango vê agirbestê hedef dikir ku bi xwe re guhertineke berfirehtir bixe rojevê û bîryarên vê hembêz dikir. Ne tenê agirbestek û pêngaveke gerîna giftugo bû, pêngaveke ku bi gavên pratîkî yekser guhertineke pergalî ya rêxistinî pêş didît, vê yekê jî bi hewldana xwe biafirîne û pêkbîne bû. Lê belê bersiva ku dewleta Tirkiyê daye vê bû ev; hema piştî îlana agirbestê Surî tehdît kir û ew hewl da wê pêvajoya komploya tê zanîn pêşbixe. Bi vî rengî li dijî navênga tundê ya veguheriye girêka kor her sê lêgerên çareseriyê yên Rêber Apo, ên di nava pênc salan de pêşxistibû, bê encam hatine hiştin û komploya 15 Sibatê ya navnetewî hate pêkanîn. Lê belê vê koployê jî lêgerên Rêber Apo yên çareseriya li dijî tundê nedaye sekinandin, Rêber Apo ev zêdetir kûr kiriye û ew gihandiye heya guhartina stratejîk.
Dewleta Tirkiyê ne di wê rewşê de bû ku bikaribe ji kevneşopiya siyaseta yekdest, inkarger û tuneker derbikeve û tevî tevahî hewlên Tevgera me ya azadiyê di tunekirinê de israr dikir. Hewlên ku DYE ji bo desthilatdariya xwe ya cihanê di bin navê “Pergala Cîhana Nû” dida meşandin, bi awayek cîdî ji aliyê PKKê ve dihat astengkirin. Berjewendiyên eniya dijberê PKKê ji bo êrîşkariya hîn berfirehtir, momenta dest dide digirt. Komploya navnetewî ya bi dîl radestkirina Rêberê me ji Tirkiyê re biencam bûye, di pêvajoyeke wisa de dikete pratîkê. Ji lewra, baştir fêmkirin û nirxandina vê komploya navnetewî, rastiya têkoşîna ku Rêberê me dide meşandin, di vê wateyê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Zaliya emperyalîst ku tê xwestin di bingeha ewlekariya Siyonîzma Îsraîl û dîsa berjewendiyên mêtingeriya Tirk were damezirandin, herî zêde jî ji aliyê têkoşîna ku partiya me dide meşandin ve hate valederxistin. Wiha ku emperyalîzm û nûkerên wê di çareseriya pirsgirêka Fîlîstîn de, di çareseriya nakokiya Ereb-Îsraîl de û dîsa di xala encam ji têkoşîna li dijî Îranê de dide meşandin girtinê de herî zêde li hemberî pirsgirêka li Kurdistanê de tangav bûne. Tevahiya van sedeman, sedemên komploya ku li dijî Rêber Apo pêşxistine çêdikin.
Agirbesta Çaremîn
Tevî komploya navnetewî ya tê meşandin û dîlbûna Rêbertî, Rêberê me û Tevgera me anî ziman ku ji bilî çareseriya bi rêbazên siyasî ya pirsgirêkê, çi çareseriyên din nînin û çi dibe bila bibe cihê ku were gihandin wê dîsa bibe israra di çareseriya siyasî de. Ji aliyê Rêberê me ve ew agirbesta ku di 1ê Îlona 98an de hatiye îlankirin hîn zêdetir hatiye pêşxistin û heya 2ê Îlona 1999an hatiye dirêj kirin. Rêberê me xwe bi vê re jî bes nedîtiye, ji bo pêşiya çareseriya siyasî veke, di 2 Îlona 1999an pê ve bîryara paşvekêşandina hêzên gerîla ji sînoran girtiye. Vê yekê weke ku di roja me ya îro de jî pir tê ziman, mercên herî guncav ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşkêş dikir, lê belê dewletê weke her timî pêvajo di bingaha tasfiyekirina PKKê û bi mantixê pirsgirêkê biperçiqîne-çareser bike nirxand. Di derbarê nîqaşkirin û pêvajo veguhertina ji çareseriyeke siyasî re ti gav neavêt û ew polîtîka xwe ya gîrokirin û ji demê re belavkirin esas girt.
Tevgera me di bingeha agirbesta yek alî hêza xwe ya gerîla vekêşand li derveyî sînoran û pevçûn sekinîbûn. Ji bo çareseriyê rewşa nepevçûna ku nêzî pênc sal an hatiye jiyîn bi hewldan û fedakariya Tevgera me re mercên guncav çêdikir. Tevî tevger û Rêberê me bi dehan caran bangî dewleta Tirk kir jî ti gav nehatin avêtin. Hate hedefkirin ku Tevgera me bi polîtîka mijûlkirin û rizandinê were tasfiyekirin û hwil dan di bingeha konsepta şerê taybet a ku dîl girtina Rêberê me digirt nava xwe, Tevgera me destpêkê bi destê YNK, eger ev nebe jî bi pêngavên hundirîn yên Tevgerê perçe dike re tasfiye bikin. Bi hewlên wekî van re û bi pêkanînên şerê taybet ê ji gelên me re pir mezin didin windakirin re pêvajo hate heba ki-rin.
Piştî mudaxeleya DYE ya di Adara 2003ê de ji Îraqê re hate jiyîn, dewleta Tirkiyê ku dîtiye federasyoneke Kurd di Bakûrê Îraqê de çêdibe, vê carê bi tirsa “Wê Kurdistana Mezin were damezirandin” di bingeha bêencamiya konsepta xwe ya rizandina ji demê re hatiye belavkirin de, bi Îranê û Surî re îtîfaq pêşxis û ji bo dînamîkên Azadiya Kurd tune bike û hewl da di vê bingehê de operasyonên xwe yên leşkerî û polîtîkayên xwe yên zextê bixe dewrê.
Ji nû ve damezirandina PKKê û Pêngava 1ê Hezîranê
Tevî tevahî lêgerên me yên çareseriya demokratîk-aştiyane, komploya navnetewî ne tenê li derve, li hundir de jî hate ferzkirin. Tevgera me xwe li hemberî polîtîkaya komployê ya di hundir de encam girtinê dike armanc kom kir û destpêkirina pêvajoyeke nû xiste rojeva xwe. Di bingeha mudaxeyala Rêber Apo ji nû ve damezirandina PKKê û pratîkkirina Pêngava 1ê Hezîranê hate rojevê.
Tevgera me di bingeha ji nû ve damezirandina PKKê û di rastereya nûkirin û guhertinê mesafeyên girîng girt. HPG ji nû ve, ne weke hêzeke ku bi rêbazên çekdarî têdikoşe, weke hêza gelê Kurd a çekdarî ya parastina rewa hate birêxistinkirin. Weke nêzîkatiya herî xwezayî ya parastina rewa hate dîtin ku HPG li hemberî êrîşan çalakiyên mîsîleme bike. AKP ku di Sermaweza 2003ê de hate ser îqtîdarê soz dida ku wê di çareseriya pirsigêka Kurd de nêzîkatiyeke nû pêşkêş bike. Lê belê îqtîdara AKPê jî di her du salên xwe yên destpêkê de nekete nava nêzîkatiyek ji nêzîkatiya tasfiyekirina pirsgirêkê cudatir û ji bilî nêzîkatiya ku di bingeha ji demê re belavkirin û rizandinê ti nêzîkatî pêşkêş nekir. Ji lewra pêvajoya parastina rewşa ya di 1ê Hezîrana 2004an de destpêkiriye, weke pêvajoyek neçarî û nû kete dewrê.
Piştî zemîna ku ji bo çareseriya siyasî hatiye afirandin di bingeha tasfiyekirina Tevgera me hate îstîsmarkirin, pevçûn weke qonaxî zêde bûn û pêvajoyeke nû ya şer destpê kir. Di pêvajoya saleke ku piştî wê pêşketiye de derkete holê ku, weke tê gotin tevgera me ne di rewşeke ku nikare şer bike de ye, ti tişt di kapasîta xwe ya parastina gel û xwe de winda nekiriye, berevajî ji her demê zêdetir dikare şer bike. Careke din jî dewletê vale vale bêr hejandibû û wan mercên ku ji bo çareseriya siyasî derketine holê hatibûn hebakirin.
Di encama axaftina Serokwezîr Erdogan ya di 12 Tebaxa 2005ê de li Amedê kiriye û hewla aştiyê ya hinde rewşenbîran, tevgera me ji bo careke din jî şans bide aştî û çareseriya demokratîk pêvajoya bêçalekiya mehekê îlan kir. Di encama êrîşên Artêşa Tirk ên ser tevgera me windahiya gerîla di vê meha bêçalekiyê de gihişte çar qatê. Erdogan jî xwedî li gotinên xwe derneket û li pey tunda ku artêşê pêkaniye sekinî. Ji aliyê kevneşopiya siyasî ya ku têgaha hêzê di çek û zorî de dibîne careke din jî lêger û hewlên gelê Kurd ên çareseriya aştiyane û siyasî de weke lewazî û bêçareyekê hate nirxandin.
Tevî tevgera me gelek caran pêşniyar û projeyên çareseriyê yên ku ti hêz nikaribe red bike pêşkêşî raya giştî jî kir, dewlet xwe nêzî ti têşeyên çareseriya siyasî nekir. Ji lewra bi agirbestan re ji dîrok û gelê me re hatiye nîşandin ku di mijara pevçûn û neçareseriya ku didome de ne tevgera me ya azadiyê, dewlet berpirsyar e. Tevî hertiştî tevgera me berpirsyar û hestiyar nêzî bûye, hewl daye pevçûn bilind nebin û parastina rewa sînorên xwe derbaz neke.
Agirbesta Pêncemîn
Dema piştî pêngava 1ê Hezîrana 2004an hate dîtin ku têkoşîna ku di salên 2005-2006an de pêşketiye ji nû ve hêz qezenckiriye, ji dewrê re xistina hinde hêzên cûda re agirbesta pêncemîn hate rojevê. Rêber Apo û tevgera me rewş nirxandin û ji bo agirbestê gihiştin vê encamê “dibe ev lîstikek jî be, lê di ceribandinê de feyde heye”.
Hinde saziyên di nava dewleta Tirk de û dewleta Îraqê ev agirbeste xwestibûn. Ji aliyê hinde qenalên cewaz de jî dihate ragihandin ku DYE jî agirbesteke wisa dixwast. Wezîrê Karê Hundirîn yê DYE jî bi wesîla 15 Tebaxê bangawaziyek wisa kiribû. Bangawaziyên heman yên Yekitiya Ewrûpa jî hebûn. Meylek çêbûbû ku bi pêvajoyeke agirbesteke nû re pirsgirêka Kurd bikeve rojevê. Tevgera me di vê bingehê de pêvajoyeke agirbestê ya nû girte rojevê û pêncemîn agirbesta yek alî ji 1ê Cotmehê û pê ve îlan kir.
Lê belê careke din jî dewleta Tirk agirbest qebûl nekir. Wiha tê fêmkirin ku, daxwazên wan yên agirbest ê textîkek bû. Dewleta Tirk, ji bo ku di bingeha bilindkirina şer de ji polîtîkayên xwe yên inkar û tunekirinê re piştgirî bigre, bi aweyekî lez pêngaveke dîplomatîk da destpêkirin. Bi taybet Serokfermandarê Tirk, Yaşar Buyukanıt çû DYE û hewl da ji mutefîkên xwe re rave bike ku dewleta Tirk nikare pêvajoyeke wisa rake. Di civîna çameniyê ya di DYE de kiriye de got “Talukeya herî mezin siyasîbûna PKKê ye”. Dîsa got “Tirkiye weke pêvajoya 1919an bi talûkeya parçebûnê re rûberû ye”. Di demeke kin de derkete holê ku ti bîryareke DYE di vê mijarê de nîne û ferzkariya Tirkiyê qebûl kiriye. Ferzkariya Tirkiyê ya pêwîst e zêdetir were dîqat girtinê hate pejirandin, di wateyekê de xeta xwe li ser herkesî ferzkir û pejirandina wê pêkanî.
Tirkiye piştî serxistina van pêşketinan şûnde, di bingeha jehrkirina Rêber Apo, bi awayekî çavkor û vekirî kete nava êrîşa li dijî gelê me û Tevgera me. Lê tevgera me ev yeke ferq kir. Bi vî rengî agahî girt ku Tirkiye di nava êrîşeke wisa de ye û bûyer eşkere kir. Bi vê êrîşa xayîn re agirbesta pêncemîn jî xilas bû.
“Pêwîst e hun agirbestê îlan bikin”
Heyeteke ku di Cotmeha 2007an de ji tevgera me re hatiye şandin, xwest em agirbesteke nû îlan bikin û gotin “pêwîst e hun ji nû ve agirbest bikin”. Me beriya vê salekê di meha Cotmehê de agirbest kiribû, dewleta Tirk li hemberî vê Rêber Apo jehr kiribû û li her deverê pêleke êrîşê pêşxistibû. Tevî vana hatin jiyîn jî dîsa hatin û digotin “pêwîst e hun agirbest îlan bikin”. Di rastiyê de ev dihat wateya “pêwîst e hun radest bibin”. Tevgera me vê ferzkariya ku hatiye kirin bi gotinên “me ji xwe di sala bihorî de agirbest îlan kir. Lê dewleta Tirk nepejirand û êrîş domand. Yê agirbest xirab kiriye ne em in, dewleta Tirkiyê ye, biçin ji wan re bêjin bila agirbestê bikin” redkir. Lê ew heyeta hatî israr dikir ku em ferzkirina wan bipejirînin û bi uslubekê tehdîtwarî dubare dikirin ku pêwîst e em vê yekê bipejirînin. Digotin “tiştên ku em dibêjin nêrînên DYE û YE nin, di heman demê de nêrîna dewleta Îraqê û hukimeta herêmî ya Kurd e jî. Peyama hevpar ya tevahiyan wisa ye. Pêwîst e hun agirbest bikin, nexwe wê rewş xirab bibin”. Tevgera me jî diyar kir ku pejirandina agirbesteke din ne gengaz e, em vekirîne ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin, lê di bin êrîşên leşkerî de jî mafê me yê parastinê heye, emê xwe di bingeha xeta parastina rewa de biparîzin; kesek nikare vê mafê ji destê me bigre û ev mafekî gerdûnî ye û bi vî rengî daxwaza wan paşve vergerand.
Deklerasyonên çareseriya demokratîk
Tevgera me ku baweriya neçareserî û pevçûn di serî de zirar dide gelên Tirk û Kurd û dûra jî dide tevahî gelên Rojhilata Navîn radike, di çarçoveya bangawaziyên Rêber Apo yên ji bo aştiyê kiriye, dîsa daxwazên hinde hêzên navnetewî, saziyên demokratîk û derdorên cûrbecûr yên di arezûya aştiyê de ne girte dîqatê û pêvajoyeke nû di Tebaxa 2007an de destpêkir.
Rêveberiya Tevgera me bîryara destpêkirina pêvajoyeke nû ku cîvîna xwe ya di meha Tebaxê de çêkiriye de û hêviyên xwe yên ji bo vê pêvajoyê bi deklerasyonekê gihande raya giştî. Deklarasyonê îlan kir ku ew bi taybet wê di bin sê serek (başlık)an d pêvajoyeke nû destpê bike, ji vê re amedeye û wê çareseriya pirsgirêka Kurd di vê çarçoveyê de gengaz bibe. Vanan; “Pêwîst dike dewleta Tirk beyan bike ku wê ew vîna giftugo û çareseriyê deyne holê, divê êrîş werin sekinandin û mercên tecrîtê yên li ser Rêber Apo werin bidawî kirin”.
Tevgera me deklere kir ku eger dewlata Tirk helwesteke erênî pêşbixîne wê HPG ji bo pêvajoyeke agirbestê destpê bike pêngavên pêwîst bixe dewrê, ji civaka Tirkiyê û raya giştî re deklere kir ku wê ji dîroka ku deklerasyon hatiye çapkirin (destpêka Tebaxê) heya 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di her firsendê de firsend û vîna çareseriya aştî û demokratîk bi dengekî bilind îfade bike û wê çalakiyên demokratîk di 1ê Îlonê de bibin lûtke. Hersê xalên ku di bin sê serekan de hatine ziman ne merc in; gavên bawerî didin ên ku pêwîst dike her hêzên ku çareseriyê dixwazin biavêjin e. Lê destê aştiyê yê Tevgera me ku diyar kiriye ku dema ev her sê gav hatin avêtin wê pêvajo weke sê qonaxî were pêşxistin ê dirêj kiriye careke din bi nêzîkatiyên mijûlkirin û rizandinê re hatiye rûberû û hewl hatiye dayîn ku textîkên hîn ziravtir ên inkar û tasfiyê yên ji pêvajoyên bihorî cûdaatir ser Tevgera me bixin jiyanê. Nexwe hema hema her sal Tevgera me piştî vê dîrokê şûndetir deklerasyonên ku çareseriya siyasî, demokratîk û aştiyane di pirsigêka Kurd de pêşdibînin weşandiye. Tevgera me hertim destê xwe yê aştî û demokrasiyê dirêj kir û di vê bingehê de şûxilî û têkoşîn meşand. Hewl da bi tevahiya vana re aştî were Kurdistanê û Rojhilata Navîn, wê di bingeha çareseriya demokratîk aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêkbîne.
Wê bidome
- Ayrıntılar
Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn
Beşa 2
Xalên ku pêwîst e di pêvajoyên agirbestan de werin dîqatkirin
Di qonaxên agirbestan de desthilatdar wan qonaxên agirbestan di bingeha bidestxistina hinde serkftinên siyasî û psîkolojîk ser gerîla dinirxînin û hinde çalakiyan pêşdixînin. Lê eger li dijî vê gerîla jî bi dayîna hinek bersivên bibandor re peyama sekna sexlam a parastina rewa bide, wê ev yeke roleke jêvegerînê bilîze û wê wî hêza desthilatdar neçarî çareseriya siyasî bike.
"Sê qonaxên parastina rewa hene. Ya yekem, hêz xwe di dema agirbestê de diparîz in, derbazî pozîsyona parastinê dibin, li dijî tunebûnê tevdîrên pêwîst digirin. Ya duyem, dema bi armanca tunekirinê êrîş hate kirin, wê demê şerê parastina rewa tê destpêkirin. Ya sêyem jî parastina topyekûn ya li dijî êrîşa topyekûn e. Ango eger êrîş û tunekirin li dijî gel be û giştî be, wê demê parastina topyekûn ku gel jî di nav de cîh digire, tê kirin. Ev cûreyek parastina rewa ye û di asta gerdunî de mafekî destûra bingehîn e”.
-Rêber Apo-
Qonaxa yekem, rewşa parastina rewa ya em îro tê de ne îfade dike. Eger desthilatdar êrîş bike, wê di vê rewşê de li dijî wî mafê parastina rewa bê bikaranîn û eger pêwîst be wê bersivdan (mîsîleme) ku pêdiviyeke parastina rewa ye, were kirin. Di vê qonaxê de ti rewşeke şer nîne. Hîn zêdetir di navêndê de ew mercên agirbest û atmosfera ku hatiye afirandin serdest e. Lê ev ne navengeke aştiyê ye, tenê navenga agirbestê ye. Pêwîst e di vê pêvajoyê de hîn zêdetir têkoşîna gel were bilindkirin.
Agirbestên ku PKKê îlan kirine
Weke tevger me di nava şanzdeh sal an de -ji sala 1993ê ji vir ve, herî dawiyê jî di dîroka 1ê Cotmeha 2006ê de- tam pênc car agirbest îlan kir. Me hişt ku herî kêm ji sêyan yek pêvajoya bihûrî di nava navênga agirbest û nepevçûnê de were jiyîn. Me ji 2ê Tebaxa 1999ê û pê ve pênc sal an hêzên xwe yên çekdarî li derveyî sînorên Tirkiyê girt. Me ji çiyan û li derveyî welat komên ku jê re werin gotin qasidên aştiyê şandin Tirkiyê. Me di vê demê de nûbûneke bîrdozî ku xwe dispêre ser guhartina paradîgma, guhartina stratejîk û ji nû ve avabûna rêxistinî jiya û me xwe anî rewşeke bûna tevgereke ku çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd dimeşîne.
Rêber Apo bi armanca vekirina pêşiya çareseriya demokratîk di salên 1993, 95, 98an de agirbestên yek alî pêkanî. Lê weke ku vana ti encam nedan, dewleta Tirk di tasfiyekirina têkoşîna azadiya gelê me de van pêvajoyên agirbestê weke firsendekê dît û weke zemîna zêdekirina êrîşan nirxand. Lê belê Rêber Apo bi wê bangawaziya ku, tevî van nêzîkatiyên dijber, li Îmralî kiriye re, piştî dîroka 2ê Tebaxa 1999an şûdetir, bi temamî stratejiya têkoşîna çekdarî berda, hêzên gerîla ji sînorên Tirkiyê vekêşand û di bingeha xeta parastina rewa de ji nû ve bimewzî kir. Bi vî rengî ti tişt jî ser dewleta Tirkiyê ferz nekir, lê eger niyet û vîna çareserkirina pirsgirêkê heba, ji bo pêkanînê derfetên pir rehet da wî. Tevî vê jî Tirkiye ku ti hincetên wî di mijara gav avêtin û di neçareserkirina pirsgirêkê de nemaye, nêzîkatiya çareseriya pirsgirêkê neda nîşandan. Dema li hemberê zextên hundirîn û derve tangav bû jî, bi armanca xapandina raya giştî, dibin navê vebûnê û çareseriyê de, qala tiştên ku ji bo gelê Kurd tê wateya heqaretê yên dîtbarî ku naçe wêdatirî gotinan kir, ku di mercên nû de berdewama siyaseta inkar û tunekirinê ye. Lê di rastiyê de di derbarê çareseriya pirsgirêkê de ti nêzîkatiyên rasteqîn û îqnakar, tevî van tiştên weke vebûn û çareseriyê pêşkêş nekir. Li dijî wan gavên me û daxwazên gelê me yên bibîryar, ku di çareseriyê de vexwandinin, jî yekser Serokwezîr Erdoxan bi polîtîkayên inkar û tunekirinê yên “emê sîlbikin û ji serî ve destê bikin” gef li gel û tevgera me da xwarin. Gelek caran bi gotina “tişta ku pêwîst bû em bikin, me kir, bila tu kes ji van zêdetir ti gav ji me hêvî neke” danî holê ku ji bilî radestiyê ti maf ji gelê me re nasnakin.
Agirbesta yekemîn
Ji holê rabûna rastiya cîhana du blok ku bi Şoreşa Ekîmê re despê kiriye, weke guhartineke cîdî hate rojevê. Vê yekê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê jî bi xwe re pêvajoyeke guhartinê ya girîng anî. Rêber Apo hewl da van pêşketinên rojane fêmbike û binirxîne; nirxand û perçe perçe tehlîl kir. Wateya guhartinê lêkola û hewl da gav bi gav Tevgera Azadiyê di vê bingehê de biguherîne. Di srtatejiya têkoşînê ku xwe di sala 1993ê pê ve spartiye ser espîriya Şerê Gel ê demdirêj de guhertin da destpêkirin. Agirbesta ku Tevgera me di Bihara 1993an de îlan kiriye di vê bingehê de derkete holê. Agirbest ne diyardeyeke textîk an jî bûyereke ku ji bo derbazkirina pêvajoyê hatiye rojevekirin bû. Temamî bi pêşketinên di cîhanê de têne jiyîn re bieleqeder bû.
Ev agirbest di çareseriya pirsgirêka Kurd de dihate wateya pejirandin û dahûrandina nêzîkatiyeke stratejîk a nû. Şûna bi têkoşîna çekdarî re hilweşandina hêza dijber, wî binxistin û gihiştina serkeftinê, stratejiya bi rêbaza giftugoya siyasî re hev bandorkirina hêzên dijber, lihevkirina bi teşeyên guhartî re pirsigirêk gihandina çareseriyê dihate pejirandin.
Di vê pêvajoya agirbestê de çetekarî bandora xwe bi qandî Komara Tirkiyê di nava me de jî da nîşan. Çetekariya di nava dewletê de kete nava me jî û pêvajo sabote kir. Her wiha her çend ji bo demeke kin jî be pêvajo ji aliyê vê çetekariyê hate vale derxistin û hate berevajîkirin. Bi vî rengî pêvajoyeke şer a mezin ku pênc-şeş sal an doma û êşên wê pir bûn hate jiyan kirin.
Di rastiyê de, weke meylekê nêzîkatiya dawî bi şer anînr û ji bo pirsgirêk were çareserkirin gerandina rêbazên siyasî di eniya dewletê de hebû. Lê belê derdorên rantger yên ji şer berjewendî qezenc dikin him di eniya Tirkiyê de him jî di nava Tevgera me de ketin dewrê, hewl dan bivir li van meylan bidin û bi vî rengî şerekê tund xistin rojevê. Lê Rêber Apo ev şer bê wate dît. Hîn di agirbesta 1993an de got; “Eger şer deh sal din jî were kirin, xala ku em dîsa werinê agirbest û çareseriya siyasî ye. Bila deh hezar mirov nemirin û giftugo destpê bike, em di bingeha çareseriya siyasî û yekitiya azad a bi Tirkiyê re çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd esas digirin”. Meyla çareseriya siyasî demokratîk, yekitiya bi rastiya Tirkiyê re, dijberî qûtbûna teng derketin û di vê bingehê de sekinandina tundê hate pêşxistin û hat xwestin were ku serwer kirin, lê belê ev meyl jî têra xwe nehate kûrkirin û ji ber ew hêzên ku sabote dikin nehatin astengkirin nikarî were serwer kirin. Di rastiyê de pêvajo di vê wateyê de nehate kûrkirin.
“Eger tê pejirandin em ji Federasyonê re hene”
Rêberê me, weke taybetmendiya wê demê, di agirbesta 93ê de got “Eger tê pejirandin em ji federasyonê re hene”. Di rastiyê de ev pêşniyareke çareseriyê bû ku piraniya raya giştî ya Kurd û Tirk tevlî dibûn. Cara yekem bû ku Tevgera me û Rêbertiyê me pêşniyareke çareseriyê ya ew qas şênber dikir û ji vê re digot ‘çareseriya demokratîk’.
Weke helqeyeke bingehîn a demokratîkbûnê çareserkirina pirsgirêka Kurd; azadiya nasnameya netewî, pêşketina çandî, her cûreya pêşketina venêrînvanî, rêxistingeriya siyasî û kirina siyasetê ye! Di bingeha vê de çareseriya Komareke Demokratîk, weke çareseriyeke bingehîn pêşniyar dikir. Ev ji bo çareseriya pirsgirêkê dibû pêşniyara herî şênber, herî vekirî ya Rêberê me û Tevgera Azadiya Kûrt û vê yekê tevahî cîhan bandor kiribû. Ji ber Tirkiye bandor kiribû; Tirkiye nîqaş dikir. Cîhanê nîqaş dikir, wiha ku, rêbazeke çareseriyê ya tu kesî nedikarî red kiriba bû. Bi temamî li gorî mercên ku gelê Kurd di nav de bû, ji bo pêşxistina kes, gel û ji bo gihandina wan ji danehevên bingehîn dibû rêka herî xûrt.
Vê nêzîkatiyê him talûkeya her cûreya wê nêzîkatî û cihêwazbûnên di bingeha “çi çêbibe bila bibe, lê em tenê bibin xwediyê hinde tiştan” mirov ji nirxên bingehîn dûr dixist red dikir him jî wê berteref dikir. Di vê wateyê de rêbaza ku mirovê Kurd pêşdixist, ji bo mercên ku tê de ye dibû rêbaza çareseriya herî rasteqîn a gelê Kurd pêşbixe û azad bike. Nêzîkatiya herî civakî bû ku dikarî ji bo gelên derdor û heremê pêşketina demokratîk pêkbîne, nirxên ku têkoşîna li Kurdistanê dihate meşandin derxistiye holê dixe bin xîzmeta pêşketina gel û bi wan re parvedike, ango bi temamî parveker bû. Mîsoger wê nêzîkatiya di têşeya “bila wan nirxên ku hene bibin yên min, ez nadim kesekî” derbaz dikir û bi vajiya destê xwe didehfand. Civaka Kurd rave dikir ku ew amadeye wan nirx û qezencên ku têkoşîna bîst û pênc sal an derxistiye holê bi tevahî gelên derdor û bi mirovahiya pêşketî re parvebike. Ev pêşketineke pir girîng û lêgera çareseriyeke herî şênber bû.
Beriya hertiştî KT, ji textîka me ya agirbest re neamade hate girtin. Serî lêdana me ya di dîrokeke ku KT hêvî nedikir ji agirbest re, bû sedema ku ew tangav kiriye. KT rewşeke hatin çûyînê jiya û nizanî ka wê çi bike. Ango şaşo maşo bû. Şer dibin însîyatîfa partiya me de pêşdiket. Bi awayekî şênber hate dîtin ku çi emperyalîst bin, çi jî KT be, neçarin di pêkanîna çareseriya pirsgirêkê de nikarin ji derveyî PKKê ti hêzên din esas bigrin. Hate dîtin ku têkoşîna azadiya gelê Kurd nikare ji Partî û Rêberê me qût were hizirîn, ew pirsgirêka Kurd bi PKKê destpê kiriye û bi PKKê didome. Dîsa ew propexandeyên şerê taybet û emperyalîst ên weke “pêwîst e pirsgirêka Kurd bi PKKê re neyê tevlîhevkirin, pirsgirêka Kurd cûda ye, pirsgirêka PKKê cûda ye” hatin valederxistin û rastiya pirsgirêka gelê Kurd a azadiyê û PKK weke goşt û neynûk ketine nav hev û din, heya yek nebe ya din jî nayê hizirîn hate îspatkirin.
Bi agirbesta yekemîn re hîn baştir hate dîtin ku partiya me partiyeke siyasî ye, ji bo bigihije armancên xwe yên zagonî serî li çekê daye. Ji derveyî vê jî hate nîşandin ku ti girêdana wê safsataya “terorizm” a dewleta Tirk di her qadê de propexandeya wê dike bi rastiyê re nîne, şerekê ku tê jiyîn heye û di vî şerî de jî bi rojana ew qas mirov canê xwe winda dikin. Armancên KT yên di qada navnetewî de mirovahiyê dixapîne, hizrên wan berevajî dike, li ber çavên raya giştî ya cîhanê rastiya gelê me vedişêrin di asteke mezin de hate hincirînkirin (yıpratma) û raya giştî ya navnetewî kêmek din baştir rastiya partiya me dît.
Mewziyên ku hatine qezenckirin, têkiliyên ku bi qadên din re hatine pêşxistin, bandora tevgera me ya li ser van perçeyan, dengvedana ku di saheya navnetewî de çêkiriye û eleqeya ku çêkiriye bi xwe re hîn ji nêz ve naskirina tevgera me anî.
“Agirbesta 93ê xaleke werçerxê ye”
Rêber Apo bi agirbesta demî û yek alî ku bi nirxandina pêşketinên di cîhanê û di herêmê de hatine jiyîn re di newroza 1993ê de îlan kiriye ve di têkoşîna azadiya kurd de werçarxeke nû da destpêkirin. Ji bo dîroka têkoşîna çekdarî îlana agirbestê, werçerxeke girîng îfade dikir. Her çend di serî de weke îro ew qas wate ji agirbestê re nehatibe dayîn jî, lê dibû nîşandeka girêdana gerîla ya ji otorîta siyasî re. Lê navendên çetekar yên ji şerê herdu aliyan de jî xwe gihandine rewşeke xurt, ji bo xirakirina navênga agirbestê çi ji destê wan dihat kirin. Bûyera 33 leşkeran ya Şemdîn Sakik ku endamê herî dawiyê yê Çar Çeteyê bû, di hundirê me de pêşxistî jî agirbest xira bû. Guhartinên kokdar yên di têkoşîna îqtîdar a navxweyî ya Tirkiyê de dihatin jiyîn jî parelelê vê provokasyona ku weke hinceta xirabûna agirbestê dihate nîşan re pêşdiket. Piştî tasfiyekirina Turgut Ozal ku di mijara pêwîstiya çareseriya pirsgirêka Kurd de hatibû îqnakirin, klîka herî qirêj û tarî ku yekemîn car dîroka Tirkiyê govaniya (tanık) wê dikir, Demîrel-Çîler-Gureş hatin ser kar û hewl dan şer li derveyî her cûra rêzikan bihêlin û bê sînor pêşbixin.
Artêşa Tirkiyê bi payîza 1993ê re her cureya rêxistina kontrgerîla girtiye gel xwe û kampanyayeke êrîşê daye destpêkirin. Sala 1994an jî, ji ber vê sedemê, bi operasyonên berfireh re bû saleke êrîşan ku dihat wateya weke leşkerî ji nû ve dagirkirina Kurdistanê.
Agirbesta duyemîn
Rejîma şerê taybet ê Tirk di sala 1995an de negihiştibû encamên ku dixwest û vê yekê xwe bi tevahî danehevan re dikir rastî. Rêber Apo, di Kanûna sala 95ê de anî ziman ku; têra xwe derketiye holê ku rewşa heyî ti encaman bi xwe re nayîne û bi rêbazên heman re ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi vî rengî wê agirbesteke yek alî ya duyemîn îlan kiriba. Lê belê klîka şerê taybet yê li ser dewletê zal e çi bi daxuyaniyên xwe be çi jî bi êrîşên xwe yên sînor nasnake yên li ser girtiyên PKKeyî, gel û gerîla careke din daniye holê ku wê dev ji nêzîkatiya xwe ya bi berhemkirina tundê û zextan re qeyranê derbaz nake û di vê de tawîzan nade. Ji bo agirbestê bin bixe hîn di roja yekemîn de her cûreya êrîşa ku ji dest dihat pêşkêş kir. Bî vî rengî agirbesta 15 Kanûna 1995an ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de dihate wateya şansê duyemîn jî vale hate derxistin.
Sala 1996an bû saleke ku ji bo Tevgera Azadiya Kurd rejîma şerê taybet ê Tirk tasfiye bike serî li her rêkê daye. Operasyonên li dijî gerîla bi deh hezaran leşker tevlî bûne, kiryarên kuştinên nediyar yên li dijî gel, komkujiyên li dijî dîlan beyî ku sînoran nasbikin hatin pêşxistin. Ji vê zêdetir jî dewleta Tirk xwest şerê xwe yê tunekirinê yê dimeşîne bi pêngava reşkujiya bombeyî ya li dijî Rêberê me re bigihîne encamê. Lê belê ev êrîş jî bi nêzîkatiyên Rêber Apo yên hestiyarî ve vale derket. Çalakiya fedayî ya ku di 30ê Hezîrana heman salî de heval Zîlan pêşxistiye bû bersivek ku, ka wê Tevgera me li hemberî pêngavên komplogerî yên li dijî Rêberê me û şerê tunekirinê ya tê meşandin bikaribe çi bike. Rêberê me daxuyanî da ku wî ji ber nêzîkatiya dewletê ya di êrîş û tundê de israr dike pêvajoya agirbesta duyem ya di Îlona 1996ê de îlan kiriye bidawî bûye.
Wê bidome
- Ayrıntılar
Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn
Beşa: 1
Pêwîst e em baş bizanibin ku em bi çi re mijûl dibin û rast nêzî rewşê bibin. Ji ber pêwîst e şoreşger rastînerbin. Dema em îro pirsgirêka Kurd bi rehengên (boyut) dîrokî, herêmî û navnetewî digirin dest û dinirxînin tişta ku derdikeve ev e; pirsgirêka ku li pêşiya me disekine ne ew pirsgirêke ku bi yek-du agirbestan, bi çend hep gotinan û bi yek-du hevdîtinan çareser bibe. Ji ber wê jî pêwîst e were zanîn ku têkoşîn di pêvajoyên pir zehmet de derbaz dibe û ji bo vê jî pêwîst e mirov xwe bi zanistê re, ji her cûreya zehmetiyan re amade bike. Ji xwe tişta ku rastiya welatê me û têkoşîna me heya niha nîşa me daye ev e. Her ku em di aliyên zîhnî, rêxistinî û çalakî de pêşbikevin û mezin bibin, emê çareseriya siyasî nêzî bikin û emê bikaribin şer bidawî bikin. Pêwîst e hinde mafên di asta bermayiyan de, sozên ku asta gotinê derbaz nakin me nexapînin. Helbet pêşketinên wisa encamên têkoşîna me ne, lê belê vana tu car têra nakin ku mirov bêje vaye pirsgirêk çareser bû û mirov bikeve nava vê hewayê.
Bi heman rengî pêwîst e dewleta Tirk û hukimeta AKPê jî rast nêzî pirsgirêkê û çareseriya wê bibe. Ne seferên tunekirinê yên bi artêşan têne meşandin, ne jî wan pêngavên tasfiyekarinê yên pêşdibînin ku rizandinê belavî nava demê bikin dikarin tasfiyekirina gelê Kurd û Tevgera me pêkbîne. Ji bilî çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêkê ti rêkên din ên berjewendiyê nînin. Ji bo vê jî pêwîst e beriya hertiştî zîhniyeta inkar-tunekirinê, nêzîkatiya yekdest a dewletê û siyaseta di bin wesayetê de werin guhartin. Şansê ti pêngavên ku xwe bi rêbazên zirav û bindebinde (sînsî) endeksî tasfiya PKKê kirine yên serkeftinê nîne. Ne gengaz e ku Tevgera Azadiya Kurd ku bi tecrûbe û waneyên pratîka şer a (ders) sîh sal an xwe biaras (donanım) kiriye û veguheriya çanda jiyana bi mîlyonan were tasfiyekirin. Ji ber vê jî hebakirina wext, derfet, canên cipciwan, afirandina hizrî û giyanî wê tenê êşan zêde bike. Eger ev rastî pêşdetir were birin, wê pêşketinên ku zemîna jiyîna bi hev û din re ya gelên me perçe dike û şerên navxweyî bi xwe re bîne.
Di vê xalê de îqtîdara AKPê di hundir de bi artêşê re, li der ve jî bi DYE, YE (AB) û bi hêzên paşverû yên heremî re, ji xwe bi xirabtirkirina mercên Rêbertiyê me yên tecrîteke berfireh hembêz dike re, konsepteke nû ya êrîşê daye destpêkirin. Lêgera çareseriyeke bê Kurd, PKKê û Rêbertî siyaseta inkar û tunekirinê bi xwe ye. Ji bo Rêbetiyê me statûya nû ya Îmraliyê, di bingeha plansaziyên DYE û YE de ji “çala mirin ê” re hatiye veguhertin. Ev pêngav bi encamên xwe ve ew qas bitalûkene ku dikare Tirkiyê derbaz bike û tevahî herêmê veguherîne cihê agir. Dewleta Tirk ku xwe nêzî guhartina avahiya xwe ya nîjadparêz, paşverû û dij-demokrasiyê nake, bi hêzên xwe yên îtîfakar re, di bingeha radestiyê de guhartinekê li ser Tevgera me ferz dike. Guhartina têşeyên koletiyê nayê wateya ji holê rabûna koletiyê. Wê gel û Tevgera me ku di zanistiya vê ya kûr de ye, ferzkirineke wisa tu car nepejirîne.
Nikare were hizirîn ku dewleta Tirkiyê ku di her firsendê de qala xetên sor dike nizane ku xeta herî bingehîn a gelê me ya sor Rêber Apo ye. Tevî vê jî ew pêvajoya ku weke “vebûn” ê hatiye destpêkirin bi awayekî herî sînsî û zirav hatiye veguhartin ji şer û konsepteke tasfiyê. Di vê wateyê de hatiye fêmkirin ku ew gotinên weke “vebûn”ê yên di bingeha çareseriya demokratîk û aştiyane de têne kirin, amadekariya pêvajoyeke nû ya şer e. Di rastiyê de ev ne tişteke nû ye di dîroka Tirkiyê de. Tevahî zemîn û firsendên ku ji aliyê tevgera m ve ji bo çareseriya pirsgirêkê hatine afirandin, bi dehan caran ji aliyê dewleta Tirk ve, ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê ji bo tasfiyekirina Gelê Kurd, Tevgera me ku vîna wî ye û Rêbertiyê me hatiye nirxandin.
Eger pêvajoya ku piştî pêvajoya 1984an ku pirsgirêka Kurd bi tevgera PKKê re hatiye rojevê ji nêz were lêkolînkirin, wê pir baş were fêmkirin ku ka kî aligirê çareseriyê ye, kî aştî û biratiyê esas digire, kî li hemberî vê di şer de israr dike û kî vê pêvajoya sîh salî ku gelek êş daye gelê me aniye vê rojê. Heya baş neyê fêmkirin ka ji aliyê dewletê ve çawa wan pêvajoyên ku tê hêvîkirin weke agirbest, nepevçûyîn xizmet bide çareseriyê hatine xerckirin û çawa û ji aliyê kîjan hêzan ve şerê ku bi mantixê “yan tunebûn yan radestbûn” êş daye gelên me hatiye ferzkirin, nikare ev pêvajoya ku em tê de ne baş were fêmkirin. Ji ber wê sedemê jî bi dîroka wê re baş û rast fêmkirina têgehên (kavram) weke agirbest, aştî, nepevçûn û çareseriya siyasî di girîngiya jiyanê de ye. Me bi vê perperspektîfê re watedar dît ku em di Tevgera Azadiya Kurd de, di xetên giştî de, diyardeya agirbest û pêvajoyên ku hatine jiyîn bibîr bînin.
Pirsgirêka Kurd di PKKê de Hatiye Ziman
Partiya me PKK rêxistinek e ku mora xwe li van sîh salên dawî yên Tirkiyê xistiye, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têkoşînek mezin meşandiye û di vê bingehê de pêşketinên mezin afirandiye, xwe veguhertiye meyleke azadiyê, çandek jiyanê û xwe kiriye malê gelê Kurd. Ne partiya me, lê dewletê pirsgirêka Kurd afirandiye. Pirsgirêka Kurd di PKKê de hatiye ziman. Ji ber ji bo çareseriya pirsgirêkê ti derfet nehatine dayîn, ji bo me parastina rewa ya çekdarî bûye hilbijarka tenê. Ji ber vê jî ji aliyê me ve weke hilbijarka tenê, berxwedana parastina rewa ya çekdarî hatiye bikaranîn û di navbera me û KT (TC) de ji sala 1984an heya sala 1999ê, şerekê navîn ê panzdeh sal an jiyîn. Ji ber piştî agirbesta yek alî ya ji aliyê partiya me ve şeş sal an hatiye meşandin ti gav di çareseriya pirsgirêka Kurd de nehatine avêtin, pevçûn piştî 1ê Hezîrana 2004ê pevçûn dîsa destpêkirine. Tevî di vê pêvajoya şer ku wî bi xwe ferz kiriye de nêzî çil hezar mirov jiyana xwe ji dest dane jî, dewleta Tirk ku xwe ji bo endamtiya ji YE re amade di-ke û ji bo vê jî bi espiriya sifir ve têkiliyan bi cîranên di herêmê de ne re dideyne û di vê hêlê de roleke bibandor dilîze, xwe nêzî bi rêbazên demokratîk-siyasî re çareserkirina pirsgirêkên di hundirê xwe de têne jiyîn nekiriye. Ji ber vê jî ne di hundir de ne jî di derve de, di warê çareseriya pirsgirêkên xwe yên di hundir de têne jiyîn, bawerî daye.
Dewletê têgeha siyasetê di bingeha zîhniyeta xwe ya inkar û tunekirinê de xistiye rewşa herî bê qîmet, li ser jiyana rojana wê tunda ku îro civaka Tirkiyê dîl girtiye serwer kiriye, çavkaniyên aborî tune kiriye, pevçûn û pirsgirêkên civakî aniye asta herî jor, hewl daye yekdestî weke gomlekekê dînan bike ber erdnîgariya me ya pir biçandî û nasnemeyî, feraseta ji bo pere firotina hertiştê xwe û dijberiya civakê ser gelê m tevahî mirovê Tirkiyê ferz kiriye.
Berpirsyarê rewşa kaos û qeyrana ku îro tê jiyîn dewleta Tirkiyê ye. Nirxandina ku bi awayekî herî rasteqîn vê dewletê pênase dikin xwe nedomandin, bêkarî, hantalî, bûna mijara şerên îqtîdarê, dijberiya ji civakê re, ji hemdemî û civakê qûtbûn e. Zîhniyeta netew-dewlet, ku yekdestî û layîxtiya sixte ji xwe re kiriye gotin, zordarî di çareseriya pirsgirêkan de rêka çareseriyê dîtiye, neteweperestî weke olek^hembêz kiriye, lê di rastiyê de li pey demogokên nediyar in ka çi ne kaş dibe û nakeve wêdatirî figuranên lîstokên kurewî yên hêzên navnetewî û heremî, dibin sedemên bingehîn ên qeyrana ku dewleta Tirk dijî çêdikin.
Ji rewşa tê jiyîn gelê Kurd û Tevgera me berpirsyar girtin şaşitiyek, ji rê derketineke pir mezin e. Berpirsyarê bingehîn yê van pirsgirêkên ku gelê me dijîn ne daxwazên gelê Kurd ên mirovahî ne, zîhniyeta nîjadparîz, yekdest a dewletparîz e. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, di vê bingehê de domandina dij-demokrasîbûn û despotîzma dewletê, ewlehiya herî mezin a navendên îqtîdarê ye.
Tişta herî bingehîn ya jê tê tirsîn ne perçebûn û lewazbûna dewletê ye. Talûkeyeke wisa nîne. Tişta ku herî zêde jê tê tirsîn qûtbûna dewletê ji nîmetên xwe ye. Windakirina qoltûx û navendên xwe yên rantê ne. Tirsa windakirina pozîsyonên xwe yên cihêwaz û ji ber wan tewanbariyên xwe yên ku li dijî mirovahiyê jiyane û jiyan dikin hesap dayîn e. Ji ber neçarin hesabê wî şerê sîh sal an yê di berdêla inkarkirin û tunekirina gelê me daye meşandin bidin. Neçarin hesabê kuştina zarokên dayîkên me yên Kurd û Tirk bidin. Neçarin hesabê ew qas xîzaniya ku bi kedkar û feqîran dane jiyandin bidin. Vaye ji ber vê vêdemê hertişta ku ji destê wan dihat kirin, ji bo ku pêvajoyên agirbestan neveguherin pêvajoyên aştiyê. Ji bo vê jî her cureya komplo û pravokasyonan pêkanîne. Ji bo vê her cureya nehuqûqiyan pêşkêş kirine û xwe ji gotina herî direwa mezin nedane paş. Di vê wateyê de pir xirab bi pêşeroj, ked, giyan û zanistên gelê me re lîstine.
Weke heqîqat aştî, armanca me ya herî pîroz e ku me her tim xwestiye û me ji bo pêk were têkoşîn meşandiye. Ji bo gelê Kurd-Tirk bigihije aştiyê, me xwe ji destpêkê heya roja îro weke hedefekê danî pêşiya xwe û weke gel me xwe kîlîdê hedefeke wisa kir. Jiyîna pratîka şer a bîst û şeş sal an a tevgera me vê rastiyê naguherîne. Weke ku Rêberê me jî îfade kiriye; “Eger şer çavkaniya xwe ji pêdiviya parastina rewa ku hilbijarka neçar ya gelekê ye nagire, wê demê israra di şer de cînayet û barbartî ye.” Ev hertim di pratîkê de ji bo me bû rêgeza rênîşankar. Me ji ber ku xwest çek hembêz nekir û rêka şer nehilbijart. Di gerîna mafên xwe yên netewî û mirovahî yên bingehîn de şer, ji me re weke hilbijarka tenê hate ferzkirin. Ji ber tevahî rêkên gerîna mafên demokratîk ji me re hatin girtin, em neçar hiştin ku em têkevin nava şerekî ku me nedixwast. Dema em ketin vê rêka destxistina maf, kêreke me jî tunebû. Lê tevî vê jî, ji bo em hebûna xwe ya netewî bidomînin, me her cûreya talûkeya şerkirina bi artêşeke ku bi her cûreya teknîka hemdemê re xwe biarastin kiriye da ber çavên xwe û me mafê xwe yê parastina rewa bikaranî.
Agirbest çî ye?
Bila hezke têkoşînên netewî, hez ke jî têkoşînên rizgariya civakî be; di tevahî rêxistinên çekdarî de têkoşîna çekdarî ne armanc e, amûr e. Eger derfeta gihiştina hedefa ku hatiye armançkirin çêbibin wê ji têkoşîna çekdarî re navber were dayîn û wê agirbest were îlankirin.
Di derbarê şer, domandina şer an jî sekinandina şer de xwe gihandina bîryara nirxandina mercên awarte ya tevgreke ku nûnertiya xweserî û vîna gelekê dike na şibe ti tiştî. Ango çawa ku di taritiya ku tê de inkar û tunekirin dihate ferzkirin de tiştên yekem hatin gotin, wêrekiya qalkirina azadî û serbixwebûnê hate nîşandan û pêkanîna çalakiyên yekemîn hev û din şopand û tevahiya vana temamî bi vîna şoreşger a partiya me ve hate pêkanîn, bi heman rengî sekinandina wî agirê ku ji roja yekemîn heya piştî sîh û dû sal an hatiye pêxistin û di çareseriya pirsgirêkê de jî kirina muxataptî jî dikare dibin vîna partiya me ya xweser de pêk were. Helbet eger ev yeke encaman di gihiştina hedefê de biafirîne, xîzmetê ji rastiya têkoşîna me re bike û bibe çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê wate qezenc bike.
Agirbest di kîjan mercan de tê pêkanîn?
Weke ku destpêkirina agir bi temamî encameke vîna me ya azad e, îlankirina agirbestê jî rewşeke wisa ye ku bi heman rengî, bi vîna me ya azad derdikeve holê. Hinde caran agirbest dikarin di bingeha tavîzên rûberû yên herdu aliyên şer dikin were îlankirin. Hinde caran jî dikare di bingeha şkandina vîna aliyê din agirbest werin îlankirin. Dîsa agirbest eger di navbera herdu aliyan de hevsengek (denge) were çêkirin, herdu alî li ser hev serkeftinê bidest nexînin, lê di bingeha hev bandorkirinê dikare were pêkanîn. An jî hêzên ku baweriya xwe didin xwe, hêza xwe, vîna xwe ya azad bikartînin û hedef dikin ku li ser dijminê xwe serkeftinên siyasî pêkbînin, dikarin agirbestên derbazdar îlan bikin. Wekî din ji bo pêşiya pêşketinên dîplomatîk werin vekirin, ji bo mercên ku şer diafirînin ji holê werin rakirin an jî ji bo hinde qenal werin vekirin agirbest dikarin werin pêkanîn.
Teşeyên agirbest an
Eger dewlet li hemberî hev agirbestan pêkbînin û bêjin ku aştî îlan kirine jî, di cewher de hertim li hemberî hev di pozîsyona şer de dimînin. Ku eger dewlet ne di pozîsyoneke şer ya li hemberî dewletên din de jî be û gavên ku şer biafirîne neavêjin jî, dewlet li ser civaka xwe şer dimeşîne. Ango dewlet şerê li ser civaka xwe îfade dike.
Dibe wan agirbestên ku derketine holê agirbestên yek alîbin, dibe dualî jî bin, lê agirbest di cewher de bêdengbayîna çek û pevçûnên di navbera herdu aliyan de îfade dike. Em weke tevger pêvajoyên agirbestan weke pêvajoyên “parastina pasîf” digirin dest. Ji lewra em pergala xebatkirina di sekna parastina pasîf de, rêxistina wê, ferasata çalakiya wê, hedef û hêzên wê li gorî mercên agirbestê diyar di-kin. Tecrûbeya agirbesta yek alî ya tevgera me heye. Kêm zêde tê zanîn ku ka em di rewşên agirbesta yek alî de çawa tevdigerin, çi esas digirin û çi pêşdibînin. Di rewşên agirbesta yek alî de em hêzên xwe yên parastinê yên çekdarî teng dikin, wan di rewşa yekiniyên herî biçûk de digirin û wan dikişînin qadên ku dûrî dijmin in. Ango rola ku hêzên me yên çekdarî di van pêvajoyên ku em weke pêvajoyên parastina pasîf bi nav dikin de dilîzin, jêvegerandinî (caydırıcı) ye. Hêzên di nava rewşa şerê parastinê de ne, li gel taybetmendiya tirsandin û dijmin ji ji her cureya êrîş û bandoriyan jêvdigerîn, roleke girîng dilîze di hêvî, bawerî û wêrekî dayîna gel û gelên bindest de. Ango hêza wî heye ku di aliyekê de moral bide gel, propexande bike, di aliyê din de jî dijmin bîne rewşeke wisa ku dev ji tiştên dike berde. Rola ku di van her du mijaran de dilîze mezin e. Ji bo ku hêzên parastina rewa bikaribin vana jî bikin, helbet pêwîst e birêxistî, bi dîsîplîn be, pêwîste di wê hêzê û xwedî wê tevgerêbe ku bikaribe wan êrîşên dijmin vale derxîne. Ya din jî pêwîst e xwedî wê perwerdê, hêz û mewziya be ku bikaribe li ser dijmin rola jêvegerandinê bilîze. Eger ne wisa be, wê nikaribe rola jêvegerandinê bilîze. Pêwîst e tevgereke ku agirbestan dike, li gorî vê tevbigere û rêxistingeriya xwe li gorî vê pêkbîne.
Wê bidome
- Ayrıntılar
