Cemîl BAYIK
Piştî hilbijartinên herêmî hatibûn nirxandin, hin tespît hatibûn kirin. Di tespîtên hatibûn kirin de, hatibû destnîşankirin ku heger encamên hilbijartinê yên bi serkeftina DTP’ê bi dawî bibin rast werin xwendin; dê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derfetê biafirîne, lê heger ev yek bi pêş nekeve dê şerê taybet-qirêj bê berfirehtirkirin.
Pêşketinên yekser ên piştî hilbijartinên heremê, nîşaneyên ka kîjan ji van taybetmendiyan wê derkeve pêş raxistin ber çavan. Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd ku encamên hilbijartina herêmî nirxandin nêzîkbûna ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd parastin. Di vê çerçoveyê de jî biryara bêçalakîbûnê ya beriya hilbijartinê hatibû dayîn heta 1’ê hezîranê dirêj kir û mîna ‘rewşa şernekirinê’ bi nav kir.
Li hemberî vê yekê tiştê di daxuyaniyên rayedarên tirk de derkete pêş ew bû ku wê şerê taybet-qirêj berfirehtir bibe. Di daxuyaniyhen R. T. Erdogan, Cemîl Çîçek û Îlker Babûg de ev yek bi zelalî dihate dîtin. Piştî van daxuyaniyên rayedarên dewletê operasyon û binçavkirin dan destpêkirin.
Bêgûman a derketiye holê ne encameke wisa bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê dixwest. Tu kes an derdor nikarin ji vê rewşê hêzên azadiya kurd berpirsyar bigirin. Berpirsê rewşa heyî, ew ên ku operasyonan li dar dixin û binçavkirinan pêk tînin. Kî van operasyon û binçavkirinan pêk tîne? Dema ev rastî li ber çavan bê girtin dê bersiva vê pirsê jî zelal bibe.
Operasyon li çolterê li hemberî gerîlayan tên li dar xistin. Ên van operasyonan dimeşînin yekser di bin berpirsiyariya artêş û serfermandariyê de ne. Binçavkirinên li bajaran jî bi fermana dozgeran ji aliyê polîsan ve tên meşandin. Dozger û polîs di bin kontrola Wezareta Karê Hûndir û hikûmetê de û bi fermana wan tevdigerin. Di vir de rastiya derdikeve holê ew e ku; artêş û hikûmet li dijî hêzên azadiya kurd di çerçoveya planeke hevbeş de hereket dikin û ketine nav êrîşeke berfireh. Ji ber vê yekê jî nikare were gotin artêş û hikûmet ji hev cuda ne, an jî di nava nêzîkahiyên ku hevdû bê bandor bikin de ne.
Vekirî ye ka nêzîkbûna artêş û hikûmetê tê çi wateyê. Ev tê wateya ku di çerçoveya konseptekê de ketine nava tevgerê. Di vir de tiştê ku derdikeve holê ew e ku li dijî helwesta hêzên azadiya kurd a ji bo aştiyê, dewleta tirk xwedî nêzîkahiyeke ku şer berfirehtir bike ye.
Ev demek e di qada navneteweyî, herêmî û siyaseta hûndirîn de guftûgoyên ka PKK çawa dikare were tasfiyekirin lidar in. Hin plansaziyên ji bo vê yekê hatine kirin hene. Ev plan di serî de DYA bi agahdarî, erêkirin heta beşdarbûna hemû hêzên navneteweyî tê amadekirin. Plansaziya ku mîna ‘Plana Barkey’ tê binavkirin û ji Serokatiya DYA’yê re hatiye pêşkêşkirin jî yek ji van hewldanan e. Tê fêmkirin ku li Tirkiyeyê jî piştî hilbijartinên herêm hin plana li dijî hêzên azadiya kurd hatine meşandin û ew jî parçeyekî konsepta giştî ne. Ji xwe di heman çerçoveyê de li Tirkiyeyê guftûgo tên meşandin û dixwazin raya giştî ji bo vê yekê amade bikin.
Cewherê Plana Barkey tasfiyekirina PKK’ê ye. Hêzên navneteweyî û herêmî jî di nava vê planê de cih digirin û rola aktoriya bingehîn dane Tirkiyeyê. Bi van hêzan tê xwestin tasfiyekirina PKK’ê bibin serî. Li gorî vê yekê; di qada siyasî de Tirkiye dê biryaran bigire û planên taybet ên der barê PKK’ê de jî dê mora wê li van biryaran bixe. Di bicîhanîna vê planê de ji hev cudakirin / veqetandina PKK’ê; yên bi xeter, yên kêm xeter, yên dikarin bikişînin nava sîstemê û hwd. Cudakirin û veqetandina ji hev a van hêzan esasê planê ye.
Rayedarên dewleta tirk pêvajoya hilbijartinê û piştî hilbijartinê ne di çerçoveya afirandina hawîra aştiyê û çareseriya pirsgirêka kurd, berovajî vê yekê amadekariyên li gorî Plana Barkey tercîh kirine. Pêkanîna vê yekê mîna hedef daye ber xwe. Operasyon û binçavkirin jî ji bo vê yekê pêk hatin.
Divê ev rastî bê û durist bê xwendin. Heger ev yek rast neyê xwendin, bendawariyên cuda derkevin pêş; wê derfetê bide ku ên di şerê taybet-qirêj de israr dikin cesaretê bigirin û wisa tevbigerin.
Di demên borî de jî em bûbûn şahidê nêzîkahiyên bi heman rengî. PKK’ê gelek caran agirbesta yekalî îlan kir û pêvajoyên bêçalakîbûnê pêk anîn. Lê belê ev nêzîkbûnên PKK’ê ji aliyê dewletê ve mîna lawazî û zaafiyetê hatin nirxandin û xwestin ji bo berfirehtirkirina şer mîna derfetê bi kar bîne. Niha jî rayedarên dewleta tirk ketina nava heman şêwaz û nêzîkatiyê.
Agirbestên yekalî û pêvajoyên bêçalakîbûnê yên PKK’ê îlan dike ne ji qelsiyê ne, berevajî wê ji encamên hêzdarî û xwebariyê ne. PKK’ê di sala 1993’an de dema ji aliyê tevgera gerîla û gel de pêngavêke mezin hatibû avêtin agirbesta yekalî îlan kir. Wê demê rayedarên Artêşa Tirk di nirxandinên kiribûn de mikûr hatibûn ku wan ‘bajarên kurdan winda kirine”. Tevî vê rastiyê jî, PKK’ê di dema herî bihêz de; agirbest îlan kir û derfet da aştî û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd. Niha jî ji bo PKK’ê pêvajoyeke bi heman rengî mijara gotinê ye. Di pêvajoya ku di Parastina Rewa de serkeftinên mezin bi dest xistine, serhildan bilind dibin û îradeya gel a demokratîk derketiye holê de PKK’ê pêvajoya ‘şernekirinê’ îlan kir û bû xwediyê gaveke nû ya ji bo aştî û çaseriya demokratîk a pirsgirêka kurd.
Divê ev yek rast bê dîtin û mîna lewaziyekê neyê dîtin. Heke wisa şaşfêmkirin bidome dê encamên ku neyên telafîkirin rûbidin. Rayedarên devleta tirk difikirin ku hêzên navneteweyî, herêmî û paşverû bide pişt xwe û bi wan encamê bi dest bixe. Lê bi tenê xwe dixapîne. Ka çawa di demên borî de kete nava şaşiyên bi vî rengî û winda kir, di pêvajoya em tê de jî ne mimkûn e ku encameke cuda bi dest bixe. Di rewşeke israrkirina di plana tasfiyekirina hêzên azadiya kurd e, dê encameke ji yên berê cudatir dernekeve holê. Bi awayekî xwezayî di vir de ya winda bike dê dewleta tirk a piştî hilbijartinên herêmî tercîha xwe ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê de bi kar neaniye be. Ya winda dike dê dewlet bi xwe be.
- Ayrıntılar
Mustafa KARASU
Tevgera azadiya kurd biryara bêçalakiyê heta 1’ê Hezîranê dirêj kir. Piştî ragihandina biryarê di rojekê de bi dehan rayedarên DTP’ê hatin girtin. Di dema girtina DTP’yiyan de, Fermandarê Artêşa Tirk, dîsa peyva; ‘miletê tirk’ di devê xwe de dicût.
Başbug diyar kir ku eger kêmenetewe û civak neyên afirandin, mirov dikarin mafên xwe yên şexsî bi kar bînin. Çawa ku qenciyê li wan bike. Zîhniyet nehatibe guhertin jî, behskirina ji gelê Tirkiyeyê, delîla wê yekê ye ku li hemberî têkoşîna gelê kurd di nava zehmetiyan de ne.
Piştî ku ketin zehmetiyan pêwîst dîtin ku axaftinên wisa bikin. Piştî ku behsa gelê Tirkiyeyê kir dîsa behsa miletê tirk kir. Eger gotina miletê tirk ne têgîneke etnîkî ye, wê demê bila ji vê nasnameya jor re bê gotin; ‘miletê kurd’.
Eger behsa biratiyê tê kirin, bila her pêncî salan carekê ev nasname bê guhertin. Em niha bêjin miletê kurd, piştî 50 salên din em bêjin miletê tirk.Yên guhdarî dikin wê bikenin, mafê wan yê kenê heye.
Her kes nikare li gorî xwe têgîna milet şîrove bike. Danasîna wê ya zanist û civakî heye. Eger bê gotin miletê tirk, wê ziman tirkî be; eger bê gotin miletê kurd, wê ziman kurdî be. Eger bê gotin bila bê gotin miletê tirk, lê bila ziman kurdî tenê zimanê fermî be, wê Îlker Başbug pêşniyareke wisa qebûl neke.
Bi kurt û kurmancî, gotinên Îlker Başbug ji hewldana tevlîhevkirina seriyan pêve ne tiştek din e. Eger bigota neteweya Tirkiyeyê nasnameya jor e, lê belê nasnameyên din nasnameyên jêr in û bigota nasnameyên jêr di ware çandê de ji hev ne li pêştir in, wê wateyeke wê hebûya. Lê di serî de diyar e ku ev gotinên wî ji bo xapandinê ne.
Binçavkirina DTP’iyan, êrîşa li ser îradeya gelê Kurdistanê ye ku di hilbijartinan de derxistibû hole. Ji ber ku encama hilbijartinan hezim nekirine ev êrîş pêk anîne.
Ji xwe piştî hilbijartinan Tayyip Erdogan weke kesê hem diz hem daberiz, got; DTP’iyan bi dare zorê deng standine. Çend caran ev dîtina xwe anî ziman. AKP’iyan binketina xwe ya li Kurdistanê bi vî awayî diyar kir.
Hinek hestîkojên li derdorên AKP’ê di televizyonan de diyar dikirin ka çawa DTP’ê zor daye hilbijêran. Bi van nirxandina zemînê êrîşan amade kirin. Bi van nirxandinan bang li polîsan dikirin, digotin bikevin nava tevgerê, DTP’ê ji hev belav bikin.
Êê, wisa ye eger DTP bi dare zorê deng ji gel standibin, wê demê wê polîs bi ser wan de biçe, wan bigire. Ji ber wê Ahmet Turk got; serokwezîrê Tirkiyeyê fermana girtina hevalên me daye. Di vir de Ahmet Turk ras dibêje.
Ji ber ku fikirîn ku wê AKP pêşiya DTP’ê bigire, negirtin. Lê AKP’ê ev erkê xwe bi cih neanî. Bi vî awayî tu wateya desthilatiya wê nema. Di rewşeke wisa de AKP dixwaze bi van operesyonan li ser piyan bimîne.
Dixwaze vê bêje; di hilbijartinan de min nikarîbû DTP’ê bişkînanda, lê belê ez bi operesyonan belav dikim; bi vî awayî dixwaze temenê hikumetê dirêj bike. Heta doh jî digotin; Pêwîst nake çek bi kar were, têkoşîna PKK’ê ya çekdarî bêwate ye; bi siyaseta qanûnî dikare vê têkoşîna xwe bide.
Eger kesên qet çalakiyên wan yên çekdarî tunebin û di qada siyasî û qanûnî de dixebitin tên girtin, bi awayekî eşkere diyar dibe ku li Tirkiyeyê derfetên têkoşîna gelan ya demokrasiyê nîne. Wateya wê ev e; li Tirkiyeyê demokrasî nine.
Li welatekî demokrasî heyî, fikrê mirovan çi dibe bila bibe, herkes ji bo armancên xwe yên siyasî partiyan ava dike û xwe bi rêxistin dike. Derketiye hole ku li Tirkiyê mafek û zêhniyeteke wisa ya siyasî nîne.
Ji milekî ve wê bêjin; bila yên li çiyê dakevin deştê, ji mile din ve yên bîst salan di girtîgehan de m
yîn dema siyasetê bikin wê bên girtin. Kesên astengî li pêşiya kirina wan a siyasetê tê derxistin, tu kes nikare ji wan re bêje tu çima têkoşîna çekdarî dikî. Ev operesyon tengkirina qada siyaseta demokratîk e.
Tevgera Azadiya Kurd dixwaze di zemînê siyasî de pirsgirêk bên çareserkirin, lê dewleta tirk vî zemînî diruxîne.
Bi awayekî eşkere dibêjin; ne em destûrê didin ku hûn di qada siyasî de têkoşînê bidin û ne em destûran û destûra bingehî diguherînin.
Tevgera Azadiya Kurd dixwaze di çareseriya pirsgirêkan de zemînê siyasî xurt bibe, lê dewleta tirk vî zemînî teng dike. Belkî DTP’ê nagirin, lê belê ev êrîş û êrîşên 1994’an ji bo heman armancê ne. Piştî ku dîtin DTP hinekî ber bi pêş ve diçe biryara kezixandinê girtine.
Armanceke vê operesyonê tirsandina DTP’ê ye. Wiha dibêjin; binêrin eger hûn ne biaqil bin, em ê diyar bikin ku têkiliya we bi rêxistinê re heye û em ê we bigirin. Yên nikarîn di hilbijartinan de pêşiya DTP’ê bigirin, niha xwestin bi êrîşan û bi terora qanûnan derdora DTP’ê teng bikin.
Vî Fermandarê Artêşa Tirk berî niha bi sal û nîvê gotibû; ‘PKK dibe siyasî. Armanca wî ew bû ku DTP’ê bike hedef. Piştî ku di 29’ê adarê de DTP bi ser ket, ên gotîn PKK dibe siyasî fermana van operesyonan dane.
Gelê Kurdistanê difikirîn ku wê êdî bikaribin pirsgirêkên xwe bi riyên siyasî çareser bikin. Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê pêşiya siyaseta demokratî vedikir. Van operesyonan darbe li baweriya ku wê bikarin mafên xwe bi riya hilbijarrinan bi dest bixin xistiye.
Lê gelê Kurdistanê ew qas bûye polîtîk ku îro ne yek, dikare çend DTP’iyan bide jiyandin. Ji bo ku pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, dema gerîlayek jiyana xwe ji dest dide çawa ciwanên kurd di cih de cihê wî tijî dikin, di qada siyaseta demokratîk de jî yên tên girtin, bi dehan kurdistaniyên demokrat û welatparêz cihên wan tijî dikin.
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Hilbijartinên herêmî bi dawî bûn. Lê belê bandora wê hê jî didome. Diyar e ku ev bandor wê demeke din jî bidome. Hilbijartinên ku bi serkeftina gelê me û tevgera me bi encam bûn, li Tirkiyeyê rê li ber guftûgoyên girîng vekirin. Di nêzîkbûna pirsgirêka kurd de, nirxandin û anîna rojevê ya nerînên ji berê cudatir nîşaneyên vê yekê ne. Ev derdor çiqasî cidî ne, mijareke ku bi serê xwe bê nirxandine, lê belê divê bi baldarî werin şopandin.
Piştî hilbijartinê yekser têkildarî pirsgirêka kurd polîtikayên dewlet û hikûmetê bûn mijara nîqaşan. Bi israr tê destnîşankirin ku encamên hilbijartinê pêwistiyeke bi vî rengî derxistiye holê. Ji rastgiran heta çepgiran, ji lîberalan heta muhafazakaran hemû derdor di heman encamê de digihêjin hev. Hemû derdor êdî nêrîna ku birêz Ocalan tekane muxatabê pirsgirêka kurd e bilêv dikin. Ev nêrîn a beriya hilbijartinê ji aliyê parlamenterên DTP’î û hin derdoran ve dihat rojevê, lê niha ji aliyê derdoreke berfirehtir ve hatiye qebûlkirin. Nirxandin û çarçoveya guftûgoyê ya beyî birêz Ocalan çareserî nabe wê berfirehtir bibe. Bêguman ev encam destkeftiyeke têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Dê van destkeftiyan ji xwe re bike mewziyek û gavên di vê çarçoveyê de ji aliyê hêzên azadî û demokrasiyê ve bêne avêtin ji niha û pêde bêtir bêne şopadin. Ev rastiyeke li ber çavan e. Ev yek jî hem ji bo hêzên nava welêt, hem jî ji bo yên navneteweyî dê bê wateya xirabûna ezberên heta niha dihatin dubarekirin. Bi vî rengî bi zelaltir dibe ku kî aligirê aştî, demokrasî û çareseriyê ye, kî nayê çareseriyê, aliyê şer e.
Tevî ku encama derketî destkeftî û serkeftina hêzên azadî û demokrasiyê ye jî di nirxandinên tên kirin de hin berovajîkirin û şaş xwendin xwe didin der. Herî dawî berdevkê hikûmeta AKP’ê Cemîl Çîçek bi nirxandinên xwe ev yek piştrast kir. Cemîl Çîçek encamên hilbijartinê û di nava wê de serkeftina DTP’ê ya derketî holê; mîna talûke û pirsgirêkeke ku bi helwesteke stratejîk a serpartiyan de divê bigirin dest binav kir.
Ev nirxandinên Cemîl Çîçek divê mîna tiştekî ji rêzê neyê dîtin. Ji ber ku ev daxuyanî, li dij guftûgoyên piştî hilbijartinê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketin pêş mîna israra têgihiştina siyaseta înkar, tunekirin û mêtîngeriyê ye. Her çiqasî piştî hilbijartinê nirxandinên ku dubareyên heta niha derbas dikin derdikevin pêş jî diyar e guftûgoyên ji niha û pêde bi du rengî wê bêne meşandin. Lewma dema pêşketinên piştî hilbijartinan werin rojevê bên nirxandin divê ev babet jî bi baldarî bê dîtin.
Divê ev rastiya ku derketiye holê baş bê şopandin. Ji ber ku li dijî hewldanên têne xwestin destkeftiyên bi berdelên mezin hatine bidestxistin werin têkbirin sekn û helwesta were nîşandan radixe ber çavan. Wergerandina serkeftinê ya asta di hilbijartinê de hatiye bidestxistin jî vê yekê ferz dike. Di hilbijartinên herêmî de serkeftin hatiye bidestxistin. Ev li ser berdelên di encama têkoşîna 35 salan de hatiye dayin bilind bûye. Her wiha encameke helwesteke hêja ya ji her eniyê ve ked hatiye dayin û xebat hatiye meşandin e. Divê ev rast were dîtin û wisa were nirxandin. Her çiqasî ji hilbijartinên herêmî bi sereftin em derketibin jî diyar e kêmasiyên ku pêwîst e werin derbaskirin hene. Dema li encamên hilibijartinan were mêzekirin dê ev yek bi rengekî zelal bê dîtin. Li cihên rêxistinkirî û xwedî amadekarî tevî hemû hîle û astengiyan jî serkeftin hate bidestxistin. Li cihên ku baş rêxistinbûyîn pêk nehatiye, tevî ev qas hewldan û ked hate dayin jî bi hîle û astengiyan tev pûç hate derxistin. Herêma Serhedê, herêma Başûrrojava hu bi taybetî herêma Çewlîkê di rewşeke wisa de bûn. Mîna cihên ku xebatên me lê xurt bûn li van qadan xebatên ku pêwîstbûn nehatin meşandin. Heger li van herêman jî rêxistinbûyîn û amadekarî bi awayekî xurt pêk bihata li van deran wê bêtir şaredarî û deng hatibana bidesxistin. Her wiha li bajarên Kurdistanê yên mîna Semsûr, Dîlok, Mereş, Meletî, Elezîz, Erzînganê dikaribû şaredarî bên bidestxistin her wiha deng bêne zêdekirin. Li metropolan jî heman rewş derkete holê. Li van deran nifûseke zêde ya kurd dijî. Li aliyê din mitîngên bi beşdariyeke mezin pêk hatin. Lê belê pirsgirêkên dibin sedem ku ev hêz derbasî sindoqan nabe di vê hilbijartinê de jî xwe nîşan da. Ji bilî yek-du beldeyan li Tirkiyeyê encam nehate bidestxistin. Divê neyê jibîrkirin ku li ser vê siyaset tê meşandin û wê were meşandin jî. Ji niha ve di nirxandinên der barê hilbijartinê de ev mijar tê rojevê û wiha tê gotin: “Kurdên li ser axa xwe dijîn xwedî helwesteke etnîkî ne, lê belê yên derveyî wir û yên koçî metropolên Tirkiyeyê kirine nêzîkatiyeke wisa nîşan nadin”. Di encama van nirxandina de tê gotin ku kurdên koçî metropolan kirine bi sîstema mêtînger re zû entegre dibin û girêdayî vê yekê pêşniyarên zêdekirina asîmilasyonê û koçberkirinê tên bilêvkirin.
Hilbijartin bi dawî bûn. Lê bandorên wê berdewam dikin. Gelê me ji vê hilbijartinê serkeftî derketiye. Ev yek jî di encama têkoşîna mezin ya bi hêza xwe ya xweser de bi dest xist. Gelê me îsbat kir ku wê ji vê zêdetir jî bike. Ev di heman demê dê ji bo gelê me û Têkoşîna Azadiyê tê wateya derbasbûna pêvajoyeke nû.
Bêşik di vê pêvajoya ketinê de jî serkeftin bûye ya têkoşîna gelê me ku ji bo azadî û demokratiyê dide.
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Hêzên Azadî û Demokrasiyê yên Kurd, mîna pêwîstiyeke nêzîkbûneke biberpirsiyartî, beriya hilbijartinên herêmî biryara ‘bêçalakîbûnê’ standin û ji raya giştî re aşkera kirin ku li gorî vê biryarê dê tevbigerin. Her wiha têkildarî Konferansa Navneteweyî ya Kurd de ku niha mijara guftûgoyê ye û tê plankirin li dar bikeve de jî nerînên xwe anîn ziman.
Têkildarî vê mijarê tu hêz û derdor nikarin bêjin ku nêzîkatiya berpirsiyar ya dikeve ser milê Hêzên Azadî û Demokrasiyê yên Kurd nehatiye bicihanîn. Lê tevî rastiya heyî jî hewldanên wê bixin muxatabê nêzîkatiyên eniya dijber. Di nûçe û şîroveyên di organên çapemenî û ragihandinê de ev nêzîkatî tê nîşandan. Diyar e ku ev yek encamên erênî bi xwe re neyne û wê xizmetê ji aloztirkirina rewşa heyî re bike.
Di nêzîkatiyên beriya hilbijartinên herêmî pêk werin hatin nîşandan de jî ev yek bi rengekî vekirî hate dîtin. Tevkujiya li Koşuyolu ya Amedê ji aliyê kê pêk hatiye baş tê zanîn, hewldanên ji bo bixin stûyê PKK’ê; di 2’yemîn îdianameya doza Ergenekonê de hewldana têkildarkirina Ergenekon û PKK’ê; gotegotên der barê konferansa tê gotin li Hewlêrê dê pêk were û biryarên qaşo der barê PKK’ê de werin standin mînakên herî berbiçav in. Xwediyê van nêzîkahiyan dixwazin çi bikin êdî ev li ser teqdîra raya giştî û derdorên demokratîk yên histiyar maye.
Ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde û di konferanseke navbera kurdan de babetên ku pêwîst e li ber çavan bêne girtin û destnîşankirin beriya niha mîna pîvanan ji aliyê Rêber Apo ve hatibûn destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de ji bo aştiyeke mayinde ya li Tirkiyeyê ev pîvan hatibûn destnîşankirin: 1-Agirbesta Dualî; 2- Komîsyona Lêkolîna Rastiyan û Edaletê; 3- Destûreke Bingehîn a Sivîl. Ji bo konferanseke di navbera kurdan de jî ev pîvan destnîşan kiribûn: 1- şer û Aştî; 2- Yekitî; 3- Pîvana Demokratîkbûnê; 4- Mafên Çandî; 5- Siyaset, Civakî, Aborî ya Demokratîk.
Destnîşan kiribû ku ev xal dikarin ji aliyê her kesî ve bêne qebûlkirin. Tevî ku pêwîst dikir tiştên bi esasî girtiba dest û di nêzîkahiya ji bo PKK’ê de li ber çavan hatibana girtin ev bin jî, balkêş e mîna ku ev tişt nehatine gotin tevdigerin û hin şert û mercên ku pêwîst e hişyarî bêtir hebe tên afirandin. Sedemên mafdar ên tevgereke wisa pêwîstî bi hişyariyê dibîne hene: Daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul ên di dema serdana Iraqê û piştî serdanê, Peyamên ku Serokomarê Iraqê Celal Talabanî piştî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê re dan çapameniyê, Sewqiyata leşkerî ya Artêşa Tirk a li ser sînorê başûrê Kurdistanê û tevgera leşkerî dibin sedemên fikarên bi vî rengî. Her wiha divê planên DYA’yê yên tasfiyekirina PKK’ê jî li van bê zêdekirin.
Plana tasfiyeya PKK’ê ya beriya niha ji Serokê DYA’yê Barack Obama hatibû pirsîn û ji aliyê Nûnerê Taybet yê Iraqê Henri J. Barkey ve hatibû amadekirin di hin organên çapamenî û ragihandinê de hatibû guftûgokirin. Têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurd jî têkildarî mijarê helwesta xwe nîşan dabû. Girîng e ku di rapora Henri J. Barkey pêşkêşî Barack Obama kir de bi rengekî vekirî tasfiyekirina PKK’ê û ji bo wê yekê ketina dewreyê ya DYA’yê ji aliyê leşkerî ve tê pêşniyarkirin. Ev tev dibin sedem ku ji her demê bêhtir hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd bi baldarî û hestyarî tevbigerin. Lewma mafê tu kes an derdorê tune ye ku bêje Hezên Azadî û Demokrasiya Kurd, ‘çima hûn wisa nêzîk dibin’.
Beriya her kesî û herî zêde Têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurd dixwaze li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde pêk were û konferanseke yekitiya neteweyî di navbera kurdan de pêk were. Tiştekî berovajî vê yekê ne kes dikare bêje ne jî îdia bike. Ji ber ku delîlê vê yekê li berbiçavan hene. Ji bo li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde pêk were ji sala 1993’yan heta niha gelek caran agirbestên yekalî hatin îlankirin û pêvajoyên bêçalakîbûnê hatin îlankirin. Ji bo di navbera kudan de konferansek pêk were gelek caran biryar hatin girtin, bang hatin kirin û hewldan pêk hatin. Di hemû kongre û konferansên PKK’ê yên piştî salên 1990’î di vê çarçoveyê de biryar hatin girtin û ji raya giştî re hatin aşkerakirin. Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd îro jî nêzîkbûneke bi heman rengî diparêzin.
Lê divê ev nêzîkahî bersiva xwe jî bibînin. Nezîkbûn û gavên yekalî yên heta niha hatin avêtin mîna tê xwestin nehatin bersivandin, her wiha ev yek berovajî hatin şîrovekirin û mîna zeîf an jî lawaziyê hatin dîtin.
Bi vê yekê jî sînor neman û xwestin vê rewşê li dijî Hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd bikar bînin. Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo jî di demeke wisa de pêkanîn. Bêguman mafê kesî tune ye van tiştan bijî û bi gelê me bide jiyîn. Gelê me nîşan da ku ew ê careke din destûrê nede ku tiştekî wisa bibe û heman tiştan bijî.
Raperina Demokratîk ya gelê me ji 15’ê Sibatê da destpêkirin, bi pîrozbahiyên Newrozê gihand asta herî bilind, tevî hemû astengî û hîleyan bi îradeya xwe ya di sindoqan de nîşandan ev helwesta xwe bi rengekî zelal raxiste ber çavan.
Gelê me bi tekoşîna demokratîk a bilind kiriye nîşan daye ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde û konferanseke di navbera kurdan de wê çawa pêk were û bi xwedîderketina Rêber Apo û pîvanên wî nîşan da ku ev yek çawa dikarin pêk werin.
Heger bi rastî tê xwestin li Tirkiyeyê aştiyeke mayinde saz bibe û konferanseke di navbera kurdan de pêk were û encam bê bidestxistin ji bicihanîna van pîvanan pêde ne tiştekî werê kirin heye ne gotineke bê gotin maye.
- Ayrıntılar
Cemîl BAYIK
Newroz ne tenê cejna kurdan e, gelek gel vê cejnê pîroz dikin û weke cejna xwe dibînin. Li Rojhilata Navin, Asya û Qafqasyayê tê pirozkirin. Cejna gelek gelan û mirovahiyê ye. Dewleta dagirker Tirkiyeyê heta demekê Newroz qedexe dikir. Di cejna Newrozê de girtin, kuştin, îşkence û heqaret pêş dixist. Bi vê helwesta xwe dît ku nikare encam bigire û encam negirt jî. Ji bo vê di siyaseta xwe de guhartin çêkirin. Vê carê gotin, Newroz cejna tirkan e jî. Xwestin cejna Newrozê bikin milkê xwe, kurdan jî ji vê cejnê mehrûm bihêlin. Ji bo vê gelek têkoşîn kirin, lê encam negirtin û mecbûr man bêjin ku cejna Newrozê ne tenê a kurdan e, ya gelek gelan e. Gelê kurd cejna Newrozê bi têkoşîna xwe da qebûlkirin. Li Tirkiyeyê hinek dibêjin, divê vê cejnê bikin fermî. Mumkûn e dema pêş ev pêk bê jî. Ev encama berxwedanê ye. Berxwedan hemû înkar û zilmê bê encam dihêle.
Newroz heta derketina PKK’ê bi rengekî dihat fêmkirin. Bi PKK’ê re di wateya Newrozê de guhartin çebû. Maneyeke nû da Newrozê. Newroz ji bo gelan rojeke nû îfadê dike. Sekna li dijî zilmê ye. Dagirkeran wisa kiribûn ku rastiya Newrozê çi ye nedihat fêmkirin. Naveroka wê guhartibûn. Di vir de PKK’ê rastiya Newrozê derxist holê. Milê Newrozê yê dîrokî derxist holê. Dîrok bi roja me re kir yek, roja me jî bi dîrokê re kir yek. Newroz xwe rizgarkirina ji bin dagirkeriyê îfade dike. Yekitiya xwe xurtkirin, hestê xwe xurtkirin, ruhê xwe xurtkirin, fikrê xwe xurtkirin, xwe rêxistinkirin, têkoşîn û berxwedana xwe pêş xistin îfade dike.
Bi PKK’ê re rastiya Newrozê hate fêmkirin. Heta PKK Newroz pîroz nekir tu kesî nizanibû Newroz çi ye. Ji bo destpêkê gel jî zêde wate nedida Newrozê û digot, ev çi ye? PKK’ê ev bi gel da fêmkirin. Ji bo vê gel niha bi serhildanan pîroz dike. Niha êdî gelê me Newrozê li ser vê bingehê pîroz dike.
Gelê me ji 15’ê Sibatê dest pê kir, bi 8 Adarê û heta roja îro li ser piyan e. Bi qehremanî dimeşe. Hemû tişt dide berçavên xwe û wisa dimeşe. Ji bilî azadiyê jiyaneke din qebûl nake. Ji bo jiyaneke azad hemû tişt daye berçavên xwe. Gel amade ye ku hemû planên dîjmin pûç derxîne.
Rêxistina me bi Kongreya 10’emin a PKK’ê re hedefek diyar kir û gel xwedî li vê hedefê derket. Azadîya Rêber Apo hedef kir. Çareseriya pirsgirêka kurd li ser vê bingehê bû û azadiya gel di azadiya Rêber Apo re derbas dibe. Hereketa me ev tespît kir, îlan kir û gel jî li vê xwedî derket. Gel jî dizane azadiya Rêber Apo, azadiya gelê kurd e. Ji bo vê jî li azadiya Rêber Apo xwedî derdikeve. Niha hereketa me li ser vê bingehê nêzikî vê salê dibe. Bi Newrozê em dikevin saleke nû.
Sala nû jî bo me, xwe jî bo vê salê amadekirinê îfade dike. Di her alî de xwenûkirinê, têkoşîn û berxwedanê hêj zêdetir xurtkirinê îfade dike. Li ser hereketa me planên tasfiyekirinê hene. Çawa me bi azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd da diyarkirin, em hemû têkoşîna xwe li ser vê bingehê dimeşînin, dagirker û hevalbendên wan jî li dijî hedefên me hedef tespîtkirin. Armanc û hedefên wan da ku çawa hedef û armancên me pûç derxinin û bikaribin hedefên xwe pêk bînin. Hemû derfetên xwe li ser vê bingehê xistine hereketê.
Sala 2009’an bi her alî ve saleke girîng e. Ji me kurdan jî, ji bo dagirkeran jî saleke gelek girîng e. Tevgera Azadiyê di qonexeke girîng de derbas dibe. Li aliyekî talûke hene, li aliyê din jî îmkanên çareseriyê hene. Em dixwazin pêşiya talûkeyan bigirin, pûç derxînin û îmkanên azadiyê bi ser bixin. Dagirker jî dixwazin pêşiya azadiyê bigrin û siyaseta înkar û îmhayê bi ser bixînin. Wê çawa kurdan û cîhanê bixapînin û piştgiriyê bigirin. TRT 6 vekirin, dixwazin li zanîngehan beşên kurdolojiyê vekin, ji bo vegera malê di qanûnan de hin guherînan çêkin. Bi başûrê Kurdistanê re têkiliyan pêş dixin. Hemû li ser esasê dê çawa PKK’ê tasfiye bikine. Ji bo ku PKK’ê tasfiye bikin, divê kurd di planê de cih bigirin, bê kurdan ev nabe. Bi Başûr re têkilî datînin, li Bakur jî hinek gavên xapandinê davêjin ku kurdan bixapînin. Bi vî awayî dikin ku hin kurdan bixin nava plana tasfiye yê. DYA, Ewropa û dewletên dagirker li gel wan in, eger kurdan jî bixin nava planê, wê demê dikarin siyaseta înkar û îmhayê bi hin wesfên nû bimeşînin û pêş bixin. Dixwazin bi hilbijartinan plana xwe temam bikin. Di hilbijartinan de dixwazin me lawaz bikin, îradeya gel bişkînin û bêjin, ‘Gel dewlet û AKP’ê dixwaze, gel DTP û PKK’ê naxwaze’ bi vê dixwazin PKK ji holê rabe. Dixwazin bi vê alikariya hemû kesan bigirin û bi her kesî bidin qebûlkirin da ku bikaribin hedef û armancên xwe pêk bînin. Li ser vê bingehê kar dikin. Gavên ku bi TRT 6 û di Başûr de avêtin dixwazin bi hilbijartinan jî temam bikin. Yek jî dixwazin Konferansa Neteweyî pûç derxînin û di navbera kurdan de nakokiyan derxin. Hîn zêdetir kurdên Başûr li dijî PKK’ê bixin hereketê, li beşên Kurdistanê yên din jî kurdên bi Başûr re di nav têkiliyê de ne, van li dijî PKK’ê bixin hereketê û bikaribin tasfiyeyê pêk bînin.
Em jî li dijî vê planê, berxwedana parastina rewa xurt bikin û vê planê pûç derxînin. Em ê yekitiya kurd xurt bikin. Bi vê em bikaribin ku îmkanên azadiyê hêj zêdetir xurt bikin û pirsgirêkê bixin riya çareseriyê. Niha piştî hilbijartinan, nakokî dê zêdetir pêş bikevin, ji ber ku hemû kes li benda hilbijartinan e. Piştî hilbijartinan siyaset hêj zêdetir dê zelal bibe. Divê gelê me vê rastiyê baş fêm bike û xwe ji bo vê jî amade bike.
Pêwîst e gelê me meşa ku ji 15’ê Sibatê dest pê kir, 8 Adarê hêj xurtir kir, bi Newrozê re jî bigihîne asta herî bilind. Newroz li her derê bi awayekî xurt bê pîrozkirin. Divê gelê me îradeya xwe nîşanî dagirkeran bide. Ji ber ku DYA, YE, dewletên dagirker û kurdên ku bi wan re tevdigerin biryar dane ku dê çawa PKK’ê ji partiya çareseriyê derxin. Kurdên ku girêdayî xwe derxînin pêş, kurdên azad tasfiye bikin, pirsgirêka kurd jî bixin bin bandora kurdên girêdayî xwe. Rêber Apo û PKK’ê derveyî pirsgirêka kurd dihêlin. Divê gelê me bi Newroza 2009’an vê baş bidin diyarkirin ku ‘Bê Rêber Apo û PKK li Kurdistanê çareserî nabe. Îradeya gelê kurd Rêber Apo û PKK temsîl dike, derveyî vê em îradeyeke din nas nakin. Îradeyek me heye, ew jî Rêber Apo û PKK ye.’ Di vê Newrozê de vê yekê bi awayekî zelal bêjin bi her kesî bidin qebûlkirin. Dema ku bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin muxatabê vê Rêber Apo û PKK ye. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî heye. Ev hilbijartin ji bo me û dewletê girîng e.
Em dixwazin hilbijartinan bikin sedema çareserkirina pirsgirêka kurd. Bi riya siyasî, aştî û demokrasiyê pirsgirêka kurd çareser bikin. Ên ku aştî û aramiyê dixwaze hereketa me ye, yên ku vê naxwaze dewleta Tirkiyeyê ye. Dewleta Tirkiyeyê di siyaseta înkar û îmhayê de israr dike. Berxwedana ku me pêş xist, siyaseta înkar û îmhayê pûç derxist. Dixwazin hin guhartinên taktîkî pêş bixin ku bikaribin siyaseta xwe careke din bimeşînin. Li ser vê bingehê gavan davêjin û dixwazin bi hilbijartinan jî gavên xwe temam bikin.
Bi vê hilbijartinê dixwazin hereketa me tasfiye bikin. Ji bo ku bi ser kevin hemû derfetên dewletê bi kar tînin. Şert û mercên me û yên wan ne yek in, lê her çiqas lîstik hebin jî, gelê me pêwîst e di van hilbijartinan de baş bixebite û xwe bigihîne her kesî û siyaseta ku dewlet dimeşîne baş bide fêmkirin. Ji ber ku dewlet û AKP bûne yek. Dewlet bi riya AKP’ê dixwaze li Kurdistanê xwe rêxistin bike û desthilatdariya xwe çêke. Eger bi serkevin wê siyaseta înkar û îmhayê pêş bixînin, lê bi ser nekevin wê demê siyaseta înkar û îmhayê bi temamî îflas dike.
Hêviya me mezin e, em dixwazin vê salê bikin pêngava meşa azadiyê. Em ê di vê meşê de pêngavên herî mezin bavêjin û ji her demê zêdetir nêzikî çareserî û azadiyê bibin. Li ser vê bingehê Newroza gelê kurd pîroz dikim û ji hemûyan re serkeftinê dixwazim.
Eger Newroz gihîştibe nasnameya xwe ya rast, ev bi têkoşîna Rêber Apo çêbû. Dîsa bi têkoşîna PKK’ê, bi têkoşîna gelê ku PKK ava kir çebû. Bi taybet jî bi şehîden PKK’e çêbû. Di zîndana Amedê de Mazlûm Dogan, berxwedaneke dîrokî pêş xist. Li derve Zekiye, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan. Di xwe de dagirkerî, zilm, îşkence, siyaseta înkar û îmhayê di xwe de şewitandin. Li dijî siyaseta înkar û îmhayê sekinîn. Canê xwe danîn holê, bi vê azadiya gel, kerameta gel parastin. Ji ber ku dijmin dixwest îrada gel bişkîne û teslîm bigirin. Ji bo pêşiya zilmê bê girtin, fedaiyên vê hereketê û vî gelî li dijî zilmê sekinîn. Gel li ser vê bingehê rabûn ser piyan. Ditîn ku ji bo azadîya gel, ji bo kerameta gel êv qehramanan canê xwe didin. Rastîya van şehîdan di hestên gel, nêrîna gel û ruhê vî gelî de guherîn çêkir. Gel rastiya dagirkeriyê fêm kir. Ev rastî di şexsê çalakiya van hevalan de dîtin. Newroz bi vê têkoşînê gihîşt nasnameya xwe. Gelekî fedayî derket holê. Ji bo azadiya xwe hemû tişt daniye berçavan û bê dudilî dimeşe.
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl BAYIK
Wexta ku Serok Apo bi komployê hate girtin, ji derveyî me hinek hêzan ji me re mesaj şandin. Hin mesaj bi kanaleke Ewropa dihatin, hin mesaj jî ji başûrê Kurdistanê dihatin. Mesajên ku ji her du kanalan dihatin jî digotin; “Pêwîst e hûn dev ji Serok Apo berdin, pêwîstiya bi Serok Apo xilas bû, pêwîst e hûn ji bo xwe Serokatiyeke nû ava bikin. Ger hûn van pêk bînin hûn dikarin bijîn. Ger hûn van pêk neynin heta şeş mehan em ê we tasfiye bikin.” Her wiha yên wekî Doktor Silêman wisa digotin; “Êdî her tişt xilas, pêwîst e em xwe xilas bikin. Va ye Amerîka û dinya li dijî me ye, tên ser me aşkera aşkera jî dibêjin ‘ger hûn daxwazên me pêk neynin, temenê we şeş meh maye.’ Em ê çawa li dijî vê dinyayê bisekinin? Em nikarin, ji ber vê jî pêwîst e ku em van daxwazên wan bipejirînin, yanî em teslîm bibin” Belkî wan wisa aşkera digot, lê di nava kadroyan de jî dudiliyek hebû. Digotin, gelo rêveberiya tevgerê wê bikare valahiya Serokatî dagire, wê bikare li tevgerê xwedî derkeve, mudaxelên li ser tevgerê dibin gelo wê bikare pûç derxe. Tevgera Azadiyê wê bikare Serokatî biparêze? Tevger wê berdewam bike? Em bi hêsanî dikarin bibêjin dudiliyên wisa hebûn. Gelekan digot gelo tevger wê teslîm bibe yan wê berxwedanê esas bigire, berxwedanê esas bigire jî gelo wê bikare li ber xwe bide yan na? Bêgûman yên ku komplo fam kiribû, yên ku dixwestin li dijî komployê tevgerê biparêze, yên ku dixwestin berxwedanê bi pêş bixin, yên ku ew hêz di xwe de dîtin pir kêm bûn. Ji bo wê, gelekan bi wê kîn û nefreta heyî dixwest çalakiyên fedayî jî pêk bînin. Gelek kadroyan dixwest çalakiyên fedayî pêk bînin. Lê beşeke biçûk jî, yên wekî Doktor Silêman wan, yên ku îradeya wan şikestî, yên ku nedixwestin şer bikin, ne dixwesitin berxwedanê bidin. Tevger hem li dijî vê sekinî, hem li dijî dudiliyan sekinî. Ji bo yekîtiya tevgerê biparêze, ji bo berxwedanê xurt bike, yêkîtiya xwe û Serokatiyê xurt bikê û komployê pûç derxê berxwedan bi pêş xist.
Ez ji bo wan şehîdan hemûyan girêdana xwe, hurmetên xwe didim diyarkirin. Bi vê munasebetê careke din wan bi bîr tînim. Bi rastî yên ku Komploya Navneteweyî berî her kesî fêm kir, ew şehîd bûn. Wan komplo baş fêm kiribû, ji bo wê li dijî komployê bi canê xwe sekinîbûn. Dibe ku însan dikarin gelek fedekariyan bikin lê belê fedakirina canê xwe fedakariyeke mezin e, ji wê zêdetir tiştek nîn e. Ev heval, ev welatparêz li dijî komployê bi canê xwe rawestiyan, ev rawestineke pir mezin e. Mirov di van de ruhekî mezin, hestekî mezin fikrekî mezin dibîne. Ger di van de hestên mezin nebûna, fikrên mezin nebûna, ruhên mezin nebûna ne mimkûn bû ku canê xwe bidan û zû bi zû kes canê xwe nade.
Yên ku bêdudilî canê xwe şewitandin û çembereke ji agir li dora Serokatî çêkirin komplo baş fêm kiribûn. Serok Apo ji bo gelan, ji bo kurdan, ji bo herêmê û mirovahiyê tê çi wateyê, baş fêm kiribûn. Ji ber wê xwe şewitandin. Mirov li dîrokê lêkolîn bike, tu caran ji bo serokan, heta jibo pêxemberan kesekî xwe neşewitandiye. Lê ji bo Serok Apo ne yekî ne duyemîn, nêzî 90 mirovan xwe şewitand. Ev di dîrokê de tiştekî nû ye. Heke yek an jî du mirovan xwe bişewitanda, mirov dê bigota yek-du mirovan xwe şewitandiye, zêde tişt nabe. Lê belê 90 mirovan xwe ji bo Serok Apo şewitand. Pêwîst e mirov vê baş fêm bike. Di vir de gelek peyam hene, yên ku ji bo Serokatî xwe şewitandin dikarin her kesî jî bişewitînin. Serok Apo tu caran nexwest tu kes xwe bişewitîne, heta li dijî vê sekinî. Lê belê van hevalan, van welatparêzan bixwe ew biryar girtin û bixwe pêk anîn. Bi çalakiyên xwe gelek peyam dan her kesî. Peyam dan partiyê, peyam dan gelê Kurdistanê, peyam dan dagirkeran û hemû komplogeran. Her wiha gotin “Eger hûn me bişewitînin em ê jî we bişewitînin.” Eger van mirovan ji bo Serokatî xwe dişewitadin, bi sedema ku bawerî bi Serokatiyê anîbûn, serkeftinê dîtibûn, berjewendiyên vî gelî û mirovahiyê û nirxên mirovahiyê dîtibûn, ji ber van xwe dişewitînin.
Bêguman guhertinên ku Serok Apo dan çêkirin, di fêmkirina wan de gelek zehmetî, êş hat kişandin û heta ku şaşîtî jî hatin kirin. Ew guhertinên hatin kirin bi hêsanî çênebûn. Heta ku komplogeran dît em di fêmkirinê de zorû zehmetî û êşan dikişînin, ji ber wê xwestin ji wê sûd wergirin û hedef û armancên xwe jî pêk bînin. Çawa li Sovyetê dema gavên guhertinên pêşketinê bûn gavên tasfiyekirina Sovyetê, komplogeran jî xwest ku ew guhertinên Serokatî di tevgerê de pêşxistî li dijî tevgerê bizivirînin tasfiyekirina tevgerê. Ji milekî ve pêwîst bû ku guhertinan bike ji milê din ve jî pêwîst bû ku xwe biparêze û di wê guhertinê de jî têk neçe. Ev gelekî girîng bû. Ji bo wê jî gavên ku tevgerê ji bo guhertinê diavêtin, bi tedbîr diavêtin. Dibe ku gavên ku ji hinek aliyan ve pewîst bûn bên avêtin, di dema rast de nehatin avêtin. Ji ber ku tirsek hebû. Tirs ji ber her gavê ku Serokatî dixwaze em bavêjin gelo dibe ku em têk jî biçin bû. Pêwîst bû me gav biavêta lê belê me nedixwest em bêtedbîr bavêjin. Ji ber ku dibin komployê de, hem fêmkirina komployê hem jî fêmkirina guhertinên pêk tên ne hêsan bû. Eger mirov tedbîrên wê negire dibe gavên ku tu bavêjî li dijî te bizivirin û te tasfiye bikin.Di Kongreya 7’emîn de me gelek gav avêtin lê belê ligel wê me gelek şaşîtiyên mezin jî kirin. Mesela me tevgera gel, rêxistina gel ERNK tasfiye kir û li dewsa wê me tu rêxistin ava nekirin. Me rêxistina gel ji holê rakir, gel bêrêxistin hişt. Ji ber ku gel bêrêxistin ma, serhildan zêde bi pêş neketin. Pêwîst bû ku me rêxistina gel hîn xurttir bikira, me serhildan bi pêş bixistana ku pêvajo bi pêş biketa. Ger pêvajo bi pêş neket ji ber wê bi pêş neket. Ev şaşîtiyeke mezin bû. Piştî wê dîsa me rêxistina kadroyan tasfiye kir, me partî tasfiye kir. Wexta ku me Civata yekê ya KONGRA GEL li dar xist, me şaşîtiyeke wisa mezin kir. Vê carê me kadro bêrêxistin hişt. Serok Apo ev şaşîtî rast kirin, me li dewsa ERNK’ê KONGRA GEL bi pêş xist, nûavakirina PKK’ê bi pêş xist. Me pêşiya xetereyan wisa girt. Komplogeran ew didîtin, xwestin ji wê şaşîtiyê sûd wergirin û bigihîjin armanca xwe. Komplogeran kêm ma ku bigihîjin armanca xwe. Komplogeran piştî esareta Serok Apo xwe di nav tevgerê de birêxistin kirin. Şerê taybet xwe di nava rêxistinê de birêxistin kir. Lewre me tahrîbat û xetereyên mezin dîtin. Paşê bi alîkariya Serokatî me pêşiya van girt, dawî jî bi Kongreya 10’emîn me careke din bi Serokatî re, bi xeta Serokatî re yekîtiya xwe çêkir. Me bi cewherê xwe, bi rastiya xwe re dîsa yekîtiya xwe çêkir.
Bêguman em di bin komployê de ji guhertinan gelekî qut bûn û ji Serokatî dûr ketin. Ji ber van qutbûn û dûrketinan, komplogeran xwest me bi temamî ji Serokatî, ji xetê qut bikin û me bikişînin xeta pergalê. Lewre di wir de me tahrîbat jiyan kirin. Bi mudaxeleya Serokatî me pêşiya van girt, ew şaşîtiyên ku çêbûne me ji holê rakir û yekîtiya xwe û Serokatî careke din xurt kir û me ev bi Kongreya 10’emîn a PKK’ê gihande zîrveyê. Ez dikarim bêjim pirsgirêkên me di wî alî de neman, yanî niha tevgerê guhertinên ku Serokatî çêkirine baş fêmkiriye û bi kadroyan jî vê dide fêmkirin. Êdî guhertin di tevgerê de çêbûn, kadro ketin xeta Serokatî û yekîtiya xwe bi xetê re çêkirin. Guhertinên ku di PKK’ê de çêbûn guhertinên pir mezin in, ne guhertinên hêsan in.
Me tu caran dîlgirtina Serok Apo nepejirand, wê li me kîn nefret çêkir. Di Kongreya 10’emîn de me armanc danî pêşiya xwe. Ev tenê ne xwestekek e. Eger daxwaz hebe bêguman me nexwest ku tu caran Serok Apo dîl we re girtin.
Azadiya Serok Apo azadiya gelê kurd e. Azadiya Serok Apo û pirsgirêka kurd bi hev ve girêdayî ne, hevdu temam dikin û ji hev ne cuda ne. Êdî pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareseriyê dixwaze.
Niha dewletên dagirker ji ber ku siyaseta înkar û îmhayê nikarin bimeşînin, siyasetekeke din bi pêş dixin. Li gorî vê siyasetê jî taktîk bi pêş dixin. Dixwazin careke din zemîna siyaseta înkar û îmhayê meşrû bikin. Tirkiye ji bo bikare vê siyasetê bimeşîne di TRT’ê de weşana kurdî da destpêkirin. Dibêjin em ê li zankoyên Tirkiyeyê beşên wêjeya zimanê kurdî vekin. Dibêjin em ê ji bo gerîlayan vegera mal bi pêş bixin. Didin diyarkirin ku pirsgirêka kurd dipejirînin û dixwazin li gorî xwe çareser bikin û gavan bavêjin. Di vir de çareserkirina pirsgirêka kurd nîn e, tasfiyekirina PKK’ê esas digirin. Tasfiyekirina PKK’ê jî tasfiyekirina pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd nîqaş nakin. Dixwazin pirsgirêkê ji navbera xwe û Ewropayê rakin. Ewropa pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka miletekî nabîne. Wekî pirsgirêkeke takekes dibîne, wekî pirsgirêkeke çandî dibîne. Tirkiye jî dibêje; ez pirsgirêka takekes û çandî çareser dikim.
Em dikevin 11’emîn salvegera komployê. Me azadiya Serokatî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk ji xwe re kiriye armanc, li ser vê bingehê em çalakiyan bi pêş dixin. Divê kadroyên me, gelê me gorî vê tevbigerin. Qaşo li gorî xwe çareseriyekê bi pêş dixin. Dixwazin li derveyî Serok Apo û PKK’ê wê çareseriyekê bi pêş bixin. Lê bê Serok û bê PKK çareserî nabe. Çareseriya ku li derveyî Serok Apo û PKK’ê tê pêşxistin ne çareserî ye, lîstik e, divê neyê pejirandin. Pewîst e di yekîtiya kurd de îrada kurdan hemûyan hebe. Li derveyî PKK’ê tu yekîtî tu îradeya kurd çênabe. Pewîst e her kes vê baş fêm bike. Divê gelê me li hemû beşan li derveyî welat li derdora Serok APO û PKK’ê yekîtiya xwe ya neteweyî xurt bike. Divê bi dengekî bilind bang bike û bêje; em çareseriyeke bê Serok Apo napejirînin.
- Ayrıntılar
