Jı Serokatıya Partıyê re
Ez di sala 1972'an de li navenda bajarê Meletiyê hati me dinya yê. Navê min Zeyneb Kinaci ye. Ez bi eslê xwe ji gundê Elmalî ku girêdayê navenda Meletîyê ye, me. Navê eşîreta me Mamûrkî ye. Min li Meletiyê, li unîver sîteya Înönü beşê rêhberî û şêwirmendiya psîkolojîk xwend. Berî ku ez beşdarê nav refên bizawaya (tevgera) netewî bibim, min li nexweşxaneya Meletiyê wek teknîsî yeneke rontgenê kar dikir. Ez zewicandî me û mêrê min ji Amedê, ji navçeya Egilê, ji gundê Xiliyan e. Ew jî ji eynî beşê unîversîteyê mezûn e. Mêrê min di zivistana 1995'an de, li bajarê Edenê, dema xebata Eniyê dikir, bi dîlîtî ket destê dijmin. Ji aliyê aborî ve rewşa malbata min normal e. Bi sînor be jî, ez hinek serbest mezin bûm. Dema min hîn di lîseyê de dixwend bîrûbarweriya çep û kurdayetiyê bandora xwe li ser min kir. Min di van salan de dest pê kir û bi çavekî rexnegirî li jîyanê mêze kir. Lê, ez nêzîkî tu hêzekî sîyasî ne bûm û neketim nav xebatê. Dema min li unîversîteyê xwend, dîtîn û meyla min a çepîtî hîn zelal tir bû û sempatiya min ji PKK re zêde bû. Malbata min her çiqas paşvemayî bû jî, lê hestên kurdperweriyê diparast. Ji ber vê yekê aliyê minê Kurdperwerî bi pêşdiket. Wê demê li herêma me hêz û derdorên welatparêzan ne bi rêxistin bû. Pêşengî tune bû. Dîsa rewşa malbata min a aborî bû sedem ku ez hinekî li paş bimînim. Di nav demê de dîtina min xurt û zelal bû û dawî ez ketim nav refê têkoşînê. Di sala l994'an de, li bajarê Edenê min di nav Eniyê de dest bi xebatê kir. Bi qasî salekê min xebata xwe domand. Ji perwerdehiyeke cidî de derbas nebûm. Herçiqas min dixweste jî, ji ber sedemên kesên di rêveberiyê de bûn paşê hatin girtin, wernegirtina desteka pêwîst, bandora sivîlbûnê li ser kesayetiyê û nikarîbûna guhurandina kesayetiya pêşve neketim û nebûn xwedî serkeftinê. Di sala 1995'an de, li herêma Dersimê ez beşdarê nav refê ARGK bûm. Di nav refên ARGK de min ji serî heta binî jîyana xwe di çav de derbas kir û şexsîyeta xwe nas kir. Di şexsîyeta min de serwextî û têgehîştineke pêşketî çêbû. Ez dikarim bibêjim ku ji aliyê îdîa, biryar, moral, zelalbûn û zanabûnê ve ez bi hêztir bûm û bi pêşketim.
Têkoşîna me ya di pêşengiya PKK de her ku çû xurt bû, ji hemû mirovahiyê re bû mal û ji gelên bindest re di rêya sosyalîzmê de bû hêvî. Ev gelê me yê ku bi tevahî hatibû înkar û bê şexsîyet kirin, di dîrokê de cara ye kem serbilind û serfiraz bû. Herweha ev gelê ku nirxên wî yên netewî, ruh, kultur û nasnameya wî hatibû înkar û îmhakirin û ketibû bin destê dijmin, hatibû bê şexsîyet kirin; bi vê têkoşînê, carekê din hişyar bû û zana bû. Ew bû xwediyê cesaret, qehremanî, zanabûn û berpirsîyariyeke mezin hilgirt ser milê xwe. Ev gelê ku ji hestên nîştîman perweriyê dûr, ji dijmin re stûxwar û bendewar, bê ax û welêt, ji aliyê zordestên dîrokî ve hatiye hûr kirin, pelxan din û çewsandin, heta îro pêşeng û ronakbîrên xwe yên rastî dernexistibû holê... Nîştîmaneke xerabe û wêran mabû.... Damezrevan û serokê PKK'ê Serok Apo vê rewşa ber vajî û negatîv ji binî ve guhêrt. Gelê Kurd ne bi tenê bê nasname bû, herweha mêjiyê wî jî, ji bo dagîrker û karbidestan dixebitiyan û ketibû xizmeta hêzên paşverû û emperyalîst. Wî gelê Kurd ji vê xewa mirinê hişyar kir, rakir ser pîyan û ne ji bo bîyanîyan, ji bo wî xist nav têkoşîn û şerê azadiyê. Helbestvanê Kurd ê mezin Ehmedê Xanî di got ku: "Heger serokekî me yê durist û bi namûs hebûya, dê em jî nebûyana dîlê Ereb, Ecem û Tirkan." Serokên Kurdan ên sexte heta niha berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî, eşîrtî dane pêş yên gel û di dîroka Kurdistanê de vê rewşa lanetbûyî demeke dûr û dirêj heta niha domandine. Mirov dema li dîroka her neteweyekê dinêre, bi taybetî li dîroka şoreşa wan dikole, rastî serokên wan têkoşane ku di riya rizgariyê de rola xwe ya mezin lîstine dibe. Dîrok him ji bo bizavên rizgarîxwaz ên netewî him jî, ji bo yên çînî baş dide dîyar û zelal kirin ku bê serokatî ew rizgar nebû ne û bi ser neketine. Serokatî, di warê nûbûn û pêşketinê de, di pilekê bilind de nûnertiya tevahiya bizavayê dike. Serokatî ji bo mirovê nû, dîtina nû, civata nû hemû jîyana xwe terxan û pêşkêş dike. Jîyana xwe li gor jîyana gel pêk tîne, çarenûsî û serkeftina xwe di çarenûsî serkeftina gel de dibîne. Ew daxwaz û hêviyên gel di kûrahiya mêjî, dil, ruh û laşê xwe de, bi hîs û cîh dike. Ew ji bo rizgariyê wezîfe û berpirsîyarîyan di pileyeke bilind de digire ser milê xwe û pêk tîne. Ji gelê me re mafê jîyaneke rastî nemaye, ji her aliyî ve hatiye qedanin û qelandin. Li cîhanê tu gel wek wî ji rastiya xwe nehatiye dûrxistin û ji xwe re bûye bîyanî. Nirx û hêjahiyên wî yên netewî, çandî, civakî nehatine mêtin... Li hember vê rewşa han helbet pêwîst e ku Serokatiya PKK'ê ji yên din cudatir be. Di vê rewş û warî de Serokatiya Partiyê ji her aliyê ve û bi taybet, bêtir nû, jîn dar û pêşketî be û jîyana xwe bi tevî ji şoreşê re bike gorî û bikeve xizmeta gel. Bi rastî jî, PKK û Serokatiya wê xwediyê van taybetiyên jorîn in.
Dema mirov li dîroka şoreşên cîhanê dinêre, him gelên ku şoreşên netewî û him jî yên çînî pêk anîne, ew xwedî gelek derfetên dîrokî, civakî, çînî û çandî bûne. Înkarbûna wan a netewî tune bûye. Pirsgirêkên wan ên takekesî ne wek yên me mezin, hûr û kûr bûne. Dîroka wan ne wek a me hatiye têkdan. Jinên wan hewqas jêrdestî, bindestî û çewsandinî nedîtine û paşketî nemane. Dîn wek ku di nav me de hewqas bi xerabî hatiye bi kar anîn, di nav wan de nehatiye bi karanîn. Ew gelên din li gor rewşa xwe li dij dijminê xwe reaksîyon nîşandane. Di nav wan de kêm be jî azadî û wekhevî hebûye. Serok û pêşewayên wan kêm be jî, ji ronakbîr û xwendekarên xwe kelk, piştgiri û alîkariyê dîtine û girtine. Di şoreşa Kurdistanê de ev taybetiyên hatin destnîşankirin bi tevayî nemabûn. Serokatiya Partiyê ji rastiyeke gelek jar derketiye rê. Dîtin û nêzîkbûna wê ya li ser pirsên dîn, jin, şexsîyet û malbatê gelek bi zanistiye û di cîhê xwe de ye. Serokê şoreşa Rûs Lenîn, bi xwe di pirsa jinan de, çareseriyeke têr û rast ne aniye zimên û holê. Damezrandina artêşa jinan, pêkanîna Kongre û Konferansên Jinan li cîhanê bi te nê di dîroka şoreşa me de hene û di pratîkê de pêk hatine. Rengê jiyana serokatiyê, kûrahî, hişmendî, helwestgirtin, pêşxwedîtin, hêz û hunermendiya axaftin û şîrovekirinê; duristî, tecrûbe û zanabûna zanistî ku di şexsê serokê me de hene; mirov nikare bi tu serokekî din re bide hember hevdu. Li bûyeran dogmatîk nanêre. Serokatiya me rasti ya Kurdistanê, şoreşên cîhanê baş analîz kiriye û encam û ders ji wan derxistiye û derdixe. Li ser vê rastiyê hîmê şoreşa Kurdistanê ava kiriye. Ne bi awayekî teqlîd, kopya û dogmatîk, heta tu dibêjî bi awayekî afirandêr ji wan ders û tecrûbeyan girtiye. Sosyalîzmê pir baş analîz kiriye û li gor merc û hoyên gelê xwe encam jê derxistiye û niha jî bi awayekî zanistî di jîyana pratîk de wê bi kar aniye û tî ne. Herweha PKK di şexsîyeta serokatiyê de xwe îfade kiriye û dike. Ev pêşketinên ku di dîroka Kurdistanê de çêbûne, ber hem û encama keda Serok in. Ew bi xwe serkaniya evîn, hevgirtin û yekîtiyê ye. Di şexsîyeta xwe de, profila miro vekî nû çêkiriye. Wî daye îspatkirin ku mirovek dikare çendî xwe nû bike û bi pêş bixe. Îro pêdivî û durişma şoreşa Kurdistanê "Em ji bo serkeftin û azadiyê bikevin nav refên hêz ên partiyê, artêşê û eniyê" ye. Ev durişma han hemû pirsên talî û biçûk dide aliyekê din, rastiya rewşa gelê Kurd û ya dijmin bi awayekî zelal û berbiçav li ser bingeheke giştî tîne holê. Ji vir şûn ve; hemû gelê Kurd û bi mîlyonan mirov bi dilovanîyeke germ hembêz dike, ew dixe xizmeta şoreşa rizgarî ya netewî û sosyalîz mê. Ev têkoşîn û şerê bêhempa yê bi deh salan, Komara Tirkiyê ya faşîst ji aliyê eskerî, sîyasî, aborî û çandî ve xistiye nav krîzeke kûr û mezin. Weha bûye ku dewleta Tirk îro bêçare maye.
Di vê dema nû ya ku em çirûskên serkeftinê dibînin de, hêvî û baweriya gel ji me zêde bûye. Divê em xwe li gor jîyan, bîrûbaweriya Serokatiyê û têkoşîna wî amade bikin û bersiva demê bidin. Bi hemû hêz û zanabûna xwe ve berpirsîyariyên xwe bi cîh bînin. Em pirî caran rexne li xwe digirin û dibêjin ku:"Şexsîyeta burjûvaziyê biçûk, gundîtî, bîr û hestên feodaletî û şexsîyeta dijmin û bandora şerê taybetî li ser me çêbûye an jî heye."Êdî baş dîyar e ku em bi rexnegirtinên weha bi pêşna kevin. Li gor min, rexnegirtina herî rast û di cîh de, pratîka me ye. Dijmin bi awayekî giştî bi ser me ve tê, êrîşî me dike. Pêwîst e ku em jî, bi hemû hêzên xwe ve bi ser dijmin ve herin û em bi dijmin bidin hîskirin ku em bi biryardarî û bi bîrûbawerî berdêla azadiyê didin û xwe di vê rê de feda dikin. Dema mirov li dîroka têkoşînê dinêre, PKK bi qehremanî, berxwedan, ked û xebat, bîrûbawerî, bûyerên weha mezin û girîng derxistiye holê ku ew tiştên dûrê eqil û hişmendiyê ne. Berxwedan bingehê karektera PKK ye. Pêwîst e ku em xwedî li vê mîrasa pîroz a dîrokî derkevin, biparêzin û pêdiviyên vê dema han bi cîh bînin. Niha dem, dema çalakiyên întîharîyê ye. Ev pêwîst e. Ev pêşveçûneke taktîkî ye. Ev cureyê çalakiyê moralê dijmin xerab dike û têk dibe û moralê me jî gelek xurt û bi lind dike.Dijminê gêj û xînt, dê bi vê cureyê çalakiyê gêjtir û xîntir bibe. Çalakiyeke bi vî rengî, her cîhê ku dijmin li wir e, der û dor lê teng dike û nîştîmanê jê re dike zîndan û goristan. Ji aliyê me ve jî, morala gel xweş dibe, rnorala hemû şervanên me xurt û bilind dibe. Dost û dijminên me carekê din dibînin ku em li ser doza xwe çiqas bi biryar in û di riya vê dozê de, di laşên xwe de bombeyan diteqînin û bi vê yekê, berdêl û nirxê azadiyê didin. Em bi pêşengiya van cureyên çalakiyan, daxwaza gelê xwe ya ji bo azadi yê bi tevahiya cîhanê didin dîyar kirin. Bi reng û cureyên çalakiyên weha, em şer xurt û berfireh dikin, bi lez û bizav dikin.
Serokê Min!
Ez xwe ji bo çalakiya întîharî berendam dibînim. Em li hember vê ked û xebata we ya kûr, hûr û bêhempa laşê xwe feda bikin jî, hewqas ne tiştekî zêde ye. Ev kêm e û têr nake. Xwezî ji derî can û laşê me tiştekî me yê din jî hebûya ku me bida. We bi jîyana xwe neteweyek ji nû ve vejand û jîndar kir. Em eser û berhemên we ne. Hûn garantiya hemû gelê Kurdistanê û cîhanê ne. Jîyana we ji bo me şeref e. Evîndarî, cesaret, bawerî, hêz û şeref dide me. Hemû gelê Kurdistanê û bi milyonan mirov, ji bo mirinê di emrê we de ne. Ev dilnîyazbûna we, me jî digire bin bandora xwe û dikişîne nav têkoşînê. Di demên herî teng û dijwar de, evînî û dilovaniya we dikeve dilê me û em hewil didin ku jê manevîyet û hêz bigirin. Yê ku herî zêde rûmeta şehîdan dizane hûn in. Ji ber vê yekê, çavên me li peyî me vekirî namîne. Ez pêkanîna vê çalakiyê ji xwe re wek wezîfe dihesibînim û xwe berpirsîyar dibînim. Ez kêmkiriri û ji navê rakirina kêmasiyên xwe, di şer û geşkirina şer de dibînim û ez bawer dikim ku divê mirov vî we zîfeyî bi cîh bîne. Ez dixwazim li berxwedana hevalên Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Besê, Bêrîtan, Bêrîvan û Rohanî derbikevim û riya wan bişopînim. Ez dixwazim ji bo azadiyê bibin dengê daxwazên gelê xwe. Li hember polîtîka împeryalîzmê ya ku jinê dike kole, ez bi hêrs û rikeke mezin bombeyê di laşê xwe de diteqî nim û dixwazim bi vê yekê bibim sembol û nîşana berxwedana jina Kurd. Ez ji bo jîyanê xwediyê îdîayeke gelek mezin im û dixwazim bibim xwediyê jîyaneke bi rûmet û çalakiyeke me zin. Di pêşengiya Serok Apo de têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dê di demeke gelek nêzîk de bi ser bikeve û gelê me yê belengaz dê di nav malbata gelê cîhanê de cîhê xwe yê giranbiha bigire û bigihêje mafê xwe. Li ser vê bingehî carekê din nêzîkayî û sadaqetiya xwe ji Serok Apo, hemû şehîdên Kurdistanê, hemû hêzên şer û eniyê, hevalên me yên li zîndanan, gelê Kurd û ji hemû mirovahiyê re didim xu yakirin û ez soz û peymana rêzgirtinê didim.
Ji bo jîyanê îdîa min gelek mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jîya neke bi rûmet û çalakiyeke mezin. Ji bo ku ez ji jîyanê û mirovan pir hez dikim, ez vê çalakiyê pêk tînim.
Bijî Serok Apo!
Bijî têkoşîna me ya ji bo rizgariya netewî!
Bila bimire dewleta Tirk a faşîst!
Ji Şervanên Azadiyê û Jin ên Kurdistanê re!
Têkoşîna me ya rizgarî ya netewî ku di bin pêşengiya Serok Apo û PKK de tê meşandin, ew li Kurdistanê rewşa civakî ya paşvemayî baş dibîne û dinirxîne. Ji bo guhartin û çaresera wê, bi giştî û piralî têkoşîneke bêhempa û bê rawestan tê dayîn. Ketin û pelçiqandina jinê bi civata çînî re dest pê dike. Di dema qonaxa komunal de ji têkiliyên jinê yên hilbirînê ew bixwe aktîv û azad bû. Piştre ku ser maye civîya û ket destê mêran, pê re civata çînî jî derket holê. Bi vê demê re jinê jî hêz û bandora xwe wenda kir. Ji civata koletiyê derbasî civata feodalî, ji civata feodalî derbasî civata kapîtalîst û emperyalîst bû. Di her civata çînî de, çewsandin û pelçixandina jinê berdewam kir; lê bi tenê rengê wê hat guhartin û hîn bi zanabûn û hûmermendî rewşê berdewam kir. Teorîya sosyalîst a zanistî, mirovahiyê ji her aliyî ve azad dike, dijberiyên nav çînan radike û wekheviyê dipa rêze. Ji bo pêkanîna mercên jîyaneke azad îmkanan çêdi ke û ji bo jinê îmkanên jîyaneke wekhevî û mirovîhî pêk tîne. Lêbelê sosyalîzma ku hebûn û jîyan dît, her çiqas ji bo jinê hewil da ku bixebite, ji rê û rêça xwe derket, azadiya jinê bingeheke azad û rast negirt, xwest wê bi hemû pirsên mirovahiyê re bigire dest û bi giştî çareseriyekê bibîne, ji ber vê yekê, ew hewildanên ji bo azadiya jinê jî teng û bi tixûb ma. Dema mirov li gor rastiya Kurdistanê li pirsa jinê binêre, dibîne ku ketin û perçixandina jinê him ji bo ku jin e û him jî, ji bo ku jina welatekî dagîrkirî ye, pirs girantir û kûrtir e. Berî ku têkoşîna me ya rizgarî ya netewî dest pê bike, mirov nikare li Kurdistanê behsa hebûn û vîna jinê bike. Ev ne mumkun e. Jin ne tu tişt bû. Wek ku helbestvanê Tirk Nazim Hîkmet dibêje: " Li ser sofreyê piştî ga dor tê ser wê." Rewşa jina Kurd weha xerab e ku pirs gelekî mezin û kûr e. Pêwîst e ku di vî warî de xebat jî waha mezin û bêwestan be. Hejmara jinên Kurd ji nîvê hejmara Kurdan zêdetir e. Heta pirsa jina Kurd neyê çareserkirin, mirov nikare behsa azadiya jina Kurd bike.
Serokatiya partiyê wek di her warî de, di warê pirsa jina Kurd de jî, analîzên gelek hûr û kûr kiriye û ji bo çareserkirina pirsê serkêşî û pêşengiyê dike. Rewşa ku niha em tê de ne, ji aliyê pêşveçûn û azadiya pirsa jinê de pêngavên mezin hatine avêtin û rewş di pileyeke bilin de ye. Lê belê, ketin û perçixandina jinê weha di rewşeke xerab û cidî de ye ku hema hema bi dîroka mirovahiyê re destpêdike. Di vê rewşa han de, bi carekî de azadbûn û rabûna jinê ne hêsan e. Demeke dirêj jê re divê. Partiya me PKK di vî warî de her gava ku davêje, vê dema dirêj kintir dike. Xebata azadkirina jinê karekî pîroz û perwerdeyî ye. Ji ber vê yekê, divê mirov bêhtir xwe nêzîkê Serokatiya partiyê bike û pê re sadiq be. Divê têkoşîn geşbibe û ked bê dayîn be. Jin bi xwe bersiva vê yekê dide. Ref bi ref tên û dikevin nav rêxistinê û pêngavên azadbûnê davêjin. Lê, em wek jin gelekî bi paş ve mane an bi paşve hatine hiştin. Em ji xebat û hewildana Serokatiyê gelek dûr in. Bi vê rewşa xwe, em nikarin erkên xwe yên dema xwe bi cîh bînin. Riya azadbûnê di têkoşîn û şer de derbas dibe. Ji bo ku mirov baş şer bike, divê mirov baş bi rêxistin be. Heger em rêxistineke xurt pêk bînin, wê demê em dikarin behsa vîyaneke xurt jî bikin. Ev êdî rastiyek e ku azadbûna jinê bi şerkirin û têkoşînê ve girêdayî ye. Ha, madem ku weha ye, wê demê armanc û hedefên me dîyar in. Pêwîst e ku em nîştîmanperwerî, bawerî, biryardarî û cesareta jina Kurd bixine rê û xizmeta şoreşê. Wê demê, em dibin xwediyê xebat û hewildaneke mezin û pîroz. Bi hezaran jinên me hene ku ji bo azadiyê ked û xwêdana xwe dane, pêşketine û di vê rê de xwîna xwe rêtine. Hevalên me Bêrîvan, Rahîme, Besê, Ronahî, Zekîye, Mizgîn û Rahşanê di nav şehîdan de bi jiyana û têkoşîna xwe bûne sembola azadiyê û gehîştine lûtkeya azadiyê. Ew bi şahadetbûna xwe him di nav têkoşîna rizgarî ya netewî de û him di warê azadbûna jinan de pêşengên me ne. Van hevalên me ji bo jinên şervan ên azadiyê û him jî ji bo me hemûyan serçaviya moral û cesaretê ne. Divê em li dij paşvexistina civata Kurdistanê û bi taybeti li dij koletiya jinê, xwedî rik û tolhildaneke mezin bin. Vê hêrs û rika xwe bizanabûna îdeolojîk -polîtîk bikin yek, wezîfe û berpirsîyariyên xwe yê dema niha bi cîh bînin. Em ji bo şerê rizgarî ya netewî pêngavên pratîk bavêjin. Li ser vê bingeh û rastiyê, biryara min a bibim gerîllayê « întiharî » ne bi tenê li ser navê şexsê xwe, di serî de ji bo ku ez layîqê Serok Apo û partiya me PKK bibim, bi giştî jî, ji bo hemû mirovên ku keda wan tê xwarin, tên zêrandin û bindest in, bi taybetî jî, ji bo azadiya gelê Kurdistanê û bersiva azadiya jinên Kurd bidim û nûnertiya wan bikim vê biryarê didim û bi cîh tînim. Ev biryar moral û cesareke mezin û xurt dide min. Ev hesteke weha mezin dide min ku, ez nikarim tarîfa wê bikim. Çûyîna li peyî rêça şehîdên me yên azadiyê yên din û berxwedanvanên me yên mezin, bi awayekî rast û durist li mîrasa wan xwedî derketin, hest û heyecaneke bi şeref e. Ji ber ku ez dibim xwediyê vê wezîfe û berpirsîyariya bi şeref, ez xwe serbilind, şahnaz û bi şans dibînim. Ew jinên ku bi hezaran kul û keser kişandine, ked dane, xebat kirine, li çiyayê Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin, ji partiya me PKK û Serok Apoyê ku ev çendî xebatê dike, silav û rêzgirtina xwe ji we hemûyan re pêşkêş dikim. Li ser wê bingehî, divê hûn hîn bêhtir rêxis tinê xurtir bikin, bibin xwediyê gotin, vîyan û avakirina bingehî bibine artêş û bersivê bidin, ez hêvîdar im ku hûn rojên azad bi destên xwe ava bikin!
Bijî şerê me yê azadiyê ku di pêşengiya Serok Apo de tê dayîn!
Bijî jina Kurd a mezin a ku ji bo azadbûnê di pêşen giya PKK de şer dike!
Bila Bimire Dewleta Tirk a Faşîst!
Ji Gelê Kurdistanê yê Nîştîmanperwer û Raya Giştî ya Şoreşger ên Cîhanê re!
Di dîroka her gelî de, bûyerên weha girîng hene ku ew çarenûsa gel diguhêrin. Wek şoreşa burjûvazî ya Fransa yê, şoreşa Bolşevîk a Rûs û şoreşa Îslamî... Ev bûyerên weha mezin û girîng her çiqas li dîroka neteweyek bando reke mezin dikin, lê bi wê re, rê li pêş hemû dîroka miro vatiyê jî vedikin û bandoreke xwe yê xurt li seranserê cî hanê jî dikin. Dîsa di dîroka her gelê de, pêşewayên weha derketine ku mor û demxa xwe li dîrokê dane. Navê xwe li dîrokê kola ne. Îskenderê Mezin, Lenîn, Mao û Muha med ji wan çend in... Ew bi pratîka xwe, him ji bo gelê xwe û him jî, ji bo dîroka mirovahiyê, di prosesên girîng de rolên xwe yên pêşewatiyê lîstine.Îro dema em li dîroka Kurdistanê dinihêrin, dîrok ji bo Kurd her dem berovajî hatiye nivîsîn. Dîroka Kurd dîroka berbijêr çûndinê ye. Mirovê Kurd ku dema civatên komunal ya serateyî û dema koletiyê di qada dîrokê de rewşeke girîng de bûn û di nava gelan de xwedî bandor bûn, piştî kete bin desthilatdariya Persan azadiya xwe wenda kir û careke din nikaribûye vîna xwe ji destê desthilatdaran azad bike. Gelê Kurd bi hezar salan di bin desthilatiya neteweyên cûr be cûr de jiyaye û Kurdistan di navbera netewên cuda de bûye qada şer. Her gel dema li gorî rewşa xwe pêşveçûneke dîrokî jiya, gelê Kurd pir li paş, li dû dîrokê meşiya, pêşkeftina civakî di rewşeke kevnare de ma ye. Ji bo welatê xwe gelek caran rabûye ser piyan, lêbelê hem ji bo serokatiyeke ku vê yekê bi ser bixe tunebûye û hem jî îxanet û bêrêxistinî ev serhildanan vala derxistiye. Di dîroka nêz de têkçûna serhildana Şêx Seîd û Dêrsimê mînakên herî berbiçav in. Gelê me ne tenê welatê xwe, ew hemû hîsên xwe yên netewî, ziman, dil û mêjiyê xwe bi destê dijmin ve berda. Siyaseta desthilatdaran ya « parveke, parçeke, birêvebibe » bi awayek kerihî bi şerê taybet re li dijî gelê me hate bikaranîn, ber bi « mirina spî » ya ji holê rabûna netewî lê hate ferz kirin. Îxanet û berxwedan her dem di nav hev de jiyane, îxaneta navxweyî her dem li ber berxwedanê bûye kelem ve gelek caran jî gihîştiye encamê. Ev serbejêriya dîrokî, di 27 Mijdar 1978 an de bi îlankirina fermî ya PKK ê ve hatiye rawestîn. Kurdistan bê însan hatiye hîştin, bi hezaran însanên me di komkujiyan de hatine qetilkirin, her wiha ji hêlek ve cardin bi êrîşên kontra ya kujerên ne diyar însanên me ji holê dihatine rakirin û ji hêla din ve jî tirsa mirinê li ser însanên me yên din dihate hîştin. Însanên me ji êşkenceyên cûr be cûr derbas kirin, gelek kesên tenê ji bo lêpirsînê çûbûn cesedên wan ji wêder derketin û berdêlên gelek mezin hatine dayin. Di roja me ya îro de ku şer gelek dijwartir bûye, partiya me PKK li hemberî êrîşên bi giştî yên dijmin, her roj di nav xwe de pêşkeftin, hêzbûn û berfirehbûnê diafirîne û hê bi bandor û bi bawerî derbe li dijmin dide, serkeftinê nêzîk dike. Îro li Kurdistanê artêşa me agir li dijmin dibarîne. Eni ya me ERNK li her derê cîhanê heye û gelê me bi rêxistin dike. Li hember her cureyê polîtîka dijmin a şerê tay betî, gelê me bûye yek vucud û têdikoşe. Her ku diçe gelê me bi hemû derfetên xwe ve dikeve nav têkoşînê û cîhê xwe digire. Bi dîyarkirina Parlamentoya Kurdistanê ya li Derveyî Welat û hevkariyên netewî re, gelê me her roj gav bi gav ber bi desthilatdariyê ve diçe. Em di vê tê koşînê de nirx û berdêlên mezin û giran didin. Ji ber ku li hember me dijminekî xwînxwar û dijwar heye. Li gel û li pişt dijmin hêzên împeryalîst hene. Dîsa jî, em wek gel, cara yekem e ku di dîroka xwe de weha serbilind û serkef tî ne. Nîştîmanperweriya me xurt bû, zanabûna me ya netewî zêde bû. Em ber bi azadiyê ve dimeşin. Azadî nêzîk e. Cara yekem e ku em hewqas serbilind û serfîraz in. Se rê me ne berjêr e, ber bi jor û bilind e. Em bi awayekî dilşa êdî dikarin li rûyê mirovatiyê mêze bikin. Ji ber ku em ji bo azadiya xwe têdikoşin û şer dikin. Pêwîst e ku em li ser rêça berxwedana pêşewayên xwe yên wek Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhad, Bêrîvan, Berî tan, Ronahî û hevalên xwe yên din bimeşin. Efsanewî, çelengî û lehengiyên wan ji dîrokê re bûn mal. Berxwedan û têkoşîna wan proseseke nû pêk anî û encamên berhe mên wan gelek mezin û hêja ne. Divê em xwedî li vê rêç û mîrasa giranbiha derbikevin û heta dawiyê biparêzin. Li ser vî bingehî û bi vê armancê ez hezkirin, rêzgirtin û sadaqetiya xwe, ji PKK, Serok Apo, hemû şehîdên berxwedanê yên mezin, berxwedanvanên li girtîgeh û hevalên me yên ku li çiyê şerê azadiyê didin re nîşan didim, li ser welat ji gelê xwe re sond dixwim û peyman didim ku ez dê çalakiyeke întîharî pêk bînim. Bi vê çalakiyê, moral û hêza ku ji gel digirim, ezê êrîşî dijmin bikim. Ez dê hewil bidim ku bibim sembol û nîşana daxwaza gelê xwe ya ji bo azadîyê.
Ez diqîrim bila hemû cîhan bi vê yekê bihese û bibîhîse:
Êdî bibihîzin! Çavên xwe vekin!... Em zarokên neteweyeke weha ne ku nîştîmana me ji destê me hatiye girtin û dagîrkirin. Em li her çar aliyên cîhanê belav-welav bûne. Em êdî dixwazin li ser axa welatê xwe bi awayekî azad û serbixwe bijîn. Ev mafê me yê nexewî û mirovatiyê ye. Êdî divê xwîn, rondik (hêstir-fer misk), koçbarî, zordarî û barbarî ne çarenûsiya gelê Kurd be! Yên ku pêwîstiya wan bi biratî, aştî, dilovanî, mirovahî û xweristiyê hene, em in. Hewcedariya me bi van tiştan hene û em evîndarê wan in. Em naxwazin bibin sedemê şer, mirin, kuştin û wêrankirinê. Lê, hezar mixabin ku ji bo bi destxistina azadiyê riyekê din jî, ji me re nehiştine. Tawanbarên vî şerê han hêzên împeryalîst û xulamên wan Komara Tirkiyê bi xwe ne. Bêdengmayîn tawanbariya herî mezin û giran e. Heger hûn bi çavên serê xwe vê xwîna herikî dibînin û li hember wê bêdeng dimînin, wê demê tawanbarê herî mezin hûn bi xwe ne.
Ez bang li hemû mirovahiyê dikim !
Heger hûn naxwazin vê tawanbariya mirovahiyê pêk bînin, mil bi milê gelê Kurdîstanê bidin, zinga ser mêjî û dilên xwe yên ku emperyalîzm ew pûç kirine pak bikin û guh bidin qêrîna azadiya gelekî. Di vê dengê de biratî heye, dilpakiya mirovahiyê heye, dostanî heye.
Gelê min ê welatparêz !
Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim zimanê dilên we. Em bi hezaran zarokên we li serê çiyayan ji bo pêşeroja we ya azad ne tenê carekê, hezar caran amade ne canê xwe feda bikin. Di van rojên ku şer gelek sor bûye de, divê êdî hûn jî helwest û rêzên xwe zelal bikin. Navê şerê em didin şerê gel e, wê demê em pêdiviyên şerê gel bi cîh bînin. Bîwêjek wiha heye ; « dara azadiyê bi xwîn û xwîdan tê avdan ». Divê hûn azadiya xwe erzan ji dest bernedin. Divê em baş fêm bikin ku welatê me gelek bi nirx e. Loma dijmin weqas bi îsrar e. Çima emê ne bi îsrar bin ? Ma ji bilî canê me çiyê me heye em wenda bikin ? Em bi rûmet mirinê, ji bêrûmet jiyanê re tercîh bikin. Li ser vê bingehê, we silav dikim û bawer im gelê me di vê dema niha de ku em gelek nêzî azadiyê bûne de jî dê weke berê xwedî li mîrata berxwedanê ya ku PKK dabû destpêkirin derkeve, heta niha çiqas bedel dabe jî amadeye weqas bedelên din jî bide û sibêroja xwe ya azad bi destê xwe ava bike, di nav civatên cîhanê de bi rûmetdarî cîhê xwe bigre.
Bila bimire Împeryalîzm, Kolonyalîzm û her cûre paşverûtî !
Bijî rastiya artêşbûna gelê me !
Bijî Serok APO !
- Ayrıntılar
Em dikevin hefteya dawî ya meha gulanê. Ji bo van rojan nirxandineke bi awayê demên krîtîk bê gotin dê di cih de be.
Em dikevin hefteya dawî ya meha gulanê. Ji bo van rojan nirxandineke bi awayê demên krîtîk bê gotin dê di cih de be. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku heta roja îro gavên ku ji bo çareseriya aştiyane avêtiye û hewldanên çêker ên di mijara pirsgirêka kurd de dê ji raya giştî re aşkera bike ku bêencam mane.
Aşkera ye ku divê vê daxuyaniya Rêberê
- Ayrıntılar
Duran KALKAN
Parastina rewa tê wateya rewşek bîrdariyê, rewşek bi feraset û weke takekes û civak rêbazê seknekê ye. Rêber Apo weke xetekê prensîba vê ya bingehîn wiha pênase dike: "hêza me ya binxistina cîhanê jî hebe emê êrîşê ti kesî nekin, cîhan bibe yek û bê ser me de jî emê ti caran dev ji mafên xwe yên rewa bernedin." Tê wê wateyê ku ev rêbazê sekinandinê rewşa parastinê îfade dike, li hember êrîşan berxwedanê digre nav xwe. Di bin her şert û mercê de tê wateya parastina mefên ku çavkaniya xwe ji bûyîna civaka azad a takekes û mirovbûnê digre, vê erkê parastinê îfade dike.
Vê parastinê jî mirov dikare di sê beşande binirxîne; ev jî weke parastina qada fikrî ango parastina îdeolojîk, dîsa parastina qada civakî ango parastina siyasî û parastina leşkerî ango parastina çekdarî ye. Ji bo takekes an jî civakê parastina îdeolojîk, parastina siyasî an jî parastina çekdarî li hember her awayî êrîşên li ser qada jiyanê rewşa xwe parastinê îfade dike. Parastina îdeolojîk hilberandina raman e û li ser hîmê hûner û wêje tê wateya meşandina tekoşîna îdeolojîk. Parastina siyasî di çarçoveya tevahî rêxistinbûnên aborî, civakî û siyasî de pêşxistina tekoşîna serhildanên demokratîk e. Parastina çekdarî jî li ser hîmê gerîla û parastina cewherî de di şerê parastina rewa de îfadeya xwe dibîne.
Em heta niha di çarçoveya parastina rewa de li ser serhildan û parastina çekdarî sekinîn. Me çalakiyên gel yên demokratîk û şerê parastina rewa ya bi girêdayî gerîla û parastina cewherî weke feraseta bingehîn a parastina rewa girt dest û nirxand. Bê guman ev xal giringin. Lê belê, yek jê qada herî esasî ya sekin û jiyana takekes û civakê qada ma'anewî, an go qada fikrî û ya îdeolojîk e. Madem ku parastina rewa weke seknek takekesî û civakî derdikeve pêşberê me, wê demê divê tevahî qadên jiyana takekesî û civakî jî bigre nav xwe. Ji ber vê yekê li gel şerê parastina rewa û serhildanan pêwiste tekoşîna îdeolojîk jî giring bê dîtin, her wiha di pileyek pêş de bê lêkolînkirin û nirxandin. Li gel parastina qada siyasî û çekdarî, di pileya yekem de cîh dayina parastina îdeolojîk di cîh de ye. ji bom înak Rêber Apo jî niha di sekna parastina rewa de ye û tekoşîna parastina rewa dimeşîne. Di her hevdîtinê de ji parêzerên xwe dipirse ka gelo li hemeber wî ti êrîşek heye an nîne, ji wan dixwaze ku ger êrîş hebe him jê re bê gotin û him jî bersiva van êrîşan bê dayîn. Li hember êrîşan divê bê agahdarkirin ku bikare xwe biparêze. Rêbertî tevahî gotinên xwe û nivîsên xwe weke tekoşîna parastina xwe pênase kiriye. Herî dawiyê dema parêznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekê pêşkeşkir diyar kir ku li hember tevahî êrîşên îdeolojîkî, bi vê pirtûkê xwe û rastiya serokatiya xwe diparêze.
Ji aliyê din ve jî ev rastiye ku di roja me ya îro de ji sedî dot ê êrîşên li dijî takekes û civakê bûne êrîşên îdeolojîk. Di serdemên berî de di demên ku civak ev qas bi hev re pêwendîdar nebûn, amûrên ragehandinê ev qas pêşketî nebûn, li ser takekes û civakê firkên cûda ev qas bi bandor nebûn, bi kurtahî û bi gotina giştî di dema ku cîhan weke gundek kurewî nebû de êrîşên li hember takekes û civakê jî îdeolojîk û fikrî zêdetir êrîşên siyasî û leşkerî bûn. Desilatdariya siyasî dihat damezrandin, dewlet dihat avakirin, li ser takekesan jî bi girêdayî zor û zextan desilatdariya dewletê dihat pêşxistin. Dîsa şer dihat kirin, civak an bi temamî ji şûr dihatin derbaskirin bi giştî komkujiya fizîkî dihat kirin, an jî bi zora çekan digirtin bin desilatdariyê. Li cihekî dihatin esîrkirin. Bi vê awayî di esas de êrîşên li dijî takekes û civakê bi giranî leşkerî û siyasîbûn. Êrîşên li dijê cîhana ma'newî kêmbûn, bi sînorbûn. Ji berk u di destê desthilatdaran de ew amûr tunebûn. Ji bo pêkanîna vê jî hîn ew qas bi rêxistinkirî nebûn.
Lê belê di nîvê duwemê sed sala 20. de şoreşa zanist û teknîkê di van aliyan tevan de guhertinên bingehîn çêkir. Sîstema dewletparêz a kapîtalîst a ku bi şerên cîhanê tevahî cîhan xistibû bin desilatdariya xwe, dema ku bi hêzek wiha re bû yek di êrîşên li dijî takekes û civakan d jî şêweyên nû yên şer ketin rojevê. Ji vê re şerê psîkolojîk û îdeolojîk tê gotin. Serokê DYE'ê Bush jî îlan û îfadekiribû ku şerê cîhanê yê sêyem ê kul i dijî Rojhilata Navîn daye destpêkirin şerek îdeolojîk e. Her wiha qadên şer guherîn. Aliyê leşkerî ket plana pişt de. Bêgûman ev nayê wê wateyê ku pevçûnên leşkerî negiringin an jî li ser mirovahiyê metirsiyê çênakin. Bi girêdayî teknîkê di amûrên şer de jî astekî mezin derketiye holê. Dibin tehdîta bombeyên nûkleerî de ku di nîvê duwemê sedsala 20. de hat pêşxistin, tevahî mirovahî û cîhan her kêliyê bi tehdîta tunebû re rû bi rûye. Dîsa li holêye ku sîstemên fuzeyan yên ku di astên cûrbecûr de hatine pêşxistin di taktîkên şer de çiqas guhertin çêkirine û li ser jiyana takekesî û civakî çiqas texrîbatên giran re rê vikiriye. Me ev yek herî dawî diş erê DYE-İraqê de bi awayek zelal dît. Bi heman awayî em vê di rastiya xwe de jî dijîn. Li ber çave ku êrîşên dewleta Komara Tirkiyê li hember me pêş dixe xwedî texrîbatên çiqas girane. Ji ber vêyekê ev rastiye ku di taktîkên şer de jî di destê dewletên desilatdar yên li ser cîhanê serweriyê dimeşînin de astekî ku bikarin mirovahiyê deh caran tune bikin heye. Amûrên şer yên pir texrîpkar hatine çêkirin, li ser vê bingehê di taktîkên şer de jî guhertinên giring çêbûne. Wek berî şerên dem dirêj nebin jî ev rastiyeke ku ev ast di her êrîşekê de çiqas wendahiyên giran re rê vedike.
Lê belê ger bê dîqat kirin, ev hêza texrîpkar ê teknîka şer de her ku diçe di tekoşîna berjewendiyan de rewşa bikar anîna amûrên leşkerî û dema wan kurt dike û kêm dike. Di dewsa vê de ji bo li ser takekes û civakê desilatdarî, zext û mêhtîngerî bê domandin û hîn bi qetmer bê pêkanîn weke qada şerê nû şerê îdeolojîk dikeve rojevê. Ji aliyekê ve mirov û civak di bin gefa şerê nûkleerî de nikarin li dijî sîstema desilatdariya heyî derkevin, jê ditirsin û ji aliyê din ve jî cîhana fikrî û rûhî yê takekes û civakan bi girêdayî hêza amûrên ragehandinê digrin bin venêrînê û alîdidin. Ger rûh, hest û fikrê takekes bê alîdan, bikeve bin bandorê, di çarçoveya berjewendiyên sîstema dewletparêz a hiyerarşîk avahî bigre, êdî di bin zext, mêhtîngerî û desilatdariyê de girtina wê takekesê hêsan dibe. Dîsa ger sekna îdeolojîk û avahiya raman a civakan bi kar anîna amûrên ragehandinê yên pêşketî bê alîdayîn û li gor berjewendiyên sîstema desilatdar a mêhtînger bê guncawkirin, li hember vê dernekeve, wî red neke, her wiha berjewendiyên xwe û derfetên jiyana xwe bi awayek azad nebîne û li ser vê hîmê bi rêxistin nebe û nekaribe têbikûşe, wê demê civakek wiha di nava sîstemê de girtin, di bin zext û mêhtîngeriyê de hiştin wê hêsan be.
Ji ber vê yekê ev rastiyeke ku di roja me ya îro de bingehê şer di asta îdeolojîk de ye. Tekoşîn û şerên îro tên kirin ji sedî not di asta îdeolojîk de tên meşandin. Bi taybet sîstema kapîtalîst a dewletparêz ji bo tevahî takekesan û civakan li gor berjewendiyên xwe bimeşîne û alîbide, li ser esasê şerê îdeolojîk bi kar anîna her awayê amûr û rêbazan gehandiye pleya jor. Her wiha di tevahî babetên takekes û civakê de ti tiştek nemaye ku nebe hedefê tekoşîna îdelojîk û nekeve bin bandora vê yekê de. Jiyana mirov û sekna civakî di bin şer û êrîşek wiha de hatiye perçe kirin û her perçeyek wî buye hedefa êrîşan. Ev yek rastiya îro ya tuje ku takekes û civak dijî. Aliyê herî trajîk û bi êş yê vêyekê eve ku bi roxmê rûbirûyê van êrîşan e, ji aliyê kesên din ve tê alîdayîn û xizmetê ji wan re dike, hest, fikir û tevgera wî ji xizmeta wî derketiye û bi temamî ketiyê bin xizmeta sîstema desilatdar jî takekes û civak ne di haya vê rastiyê de ne. Berovajî ketine rewşek wisa ku ew dibêjin qey ev sîstema jiyana ew ketine nav de azadiye, wer hesap dikin ku ew bi hêz dibin û pêşdikevin, her wiha bê ku vê şerê hatiye sepandin ferq bikin bi daxwaz qebûl dikin. Rêber Apo di qada parastina îdeolojîk de ji bo pêşengiyê bikêşe seknek saxlem wiha got; "gerîlayê xoşewîst mejiyê xwe û dilê xwe saxlem bigre." Ev yek him li hember êrîşên îdeolojîk qezençkirina seknek îdeolojîk îfade dike û him jî li gor vê sekna îdeolojîk bûna xwediyê taktîk û rêbazan û li ser vê esasê meşandina pratîkek serkeftî rave dike.
Niha li gel parastina îdeolojîk parastina siyasî çi digre naveroka xwe? Em dikarin vê weke qada madî, civakî û siyasî ya civakê pênasebikin. Em dikarin qada hilberîna aborî, qada hilberîna civakî û ya kar, dîsa qada siyasî jî di nav de, van tevan jî di çarçoveya parastinê de binirxînin. Ji ber ku ji bom înak, civakên ku hilberîna wan a aborî nîne, li gor gotina berê civakên ku di warê aborî de ne bi sernixwene, civakên nikarin nirxên ji bo jiyana wan pêwîst hilberînin, mehkûmê bendewariyê û koletiyê ne. Ji ber vê yekê hêzên jiyana madî anîna asta ku bikare pêwîstiyên takekes û civakan pêşwazî bike giringe. Dîsa ji bo jiyana civakî jî wiha ye. Li hember hemû awayên êrîşan ji bo seknek bi hêz ya civakî bê girtin, di serî de perwerde û tendûrûstî, pêşxistin û ragedarkirina(yetkîn) tevahî qadên jiyana civakî û her wiha astekê tendûrûst ê jiyanek civakî avakirin giringe.
Qada siyasî jî heman awayî ye. qada siyasî ew qade ku tevahî pirsgirêkên civakî çareser dike, xeta îdeolojîk werdigerîne tekoşîn û rêxistinbûnê. Sererastkirina tekiliyên civakî û avasaziya hudûrîn îfade dike. Ger ev qad jî neyê birêxistinkirin û ragedarkirin, helbet wê tevlêhevî derkevin holê. Wê nakokî û pevçûnên hundûrîn çêbibin. Ji vê jî wêdetir nîzama navxweyî, pêkanîna hevsengiya civakî û bi aheng kirina tekîliyên civakî pêk nayê. Di van mijaran tevan de pêwîste zanebûnekê rast û têrker avabibe. Ji bo qadên aborî, civakî û siyasî bibe xwedî avahiyek ku bikare sekna azad û saxlem yê takekes û civakê pêk bîne, helbet pêwîstiya zanebûnek têrker heye. Pêwîste polîtîkayên ku bikare van pêkbîne ango afirandina plan û projeyan û rêxistin bê avakirin. Aliyê herî bi bandor yê vê qadê aliyê rêxistinbûnê yê. Aliyê herî bi bandor ê qada parastina îdeolojîk hilberîn û perwerde ye, lê yê qada siyasî, ango qada aborî, civakî û siyasî jî aliyê rêxistinbûnê ye. ji berk u di van qadan tevan de pêkanîna pêwîstiyan ancax bi xebatek rêxistinkirî dikare pêkwere. Çi qas civak ji her aliyan ve, bi tevahî beşên xwe ve, bi kurahî bê rêxistinkirin, çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî, di vana qadan de pêşxistin û bi hêzkirina jiyanê jî ew qas gengaz dibe. Ji ber vê yekê rêxistinbûna civakî bingehê qada parastina siyasiye. Ev di heman demê de rengek çalakiyê ye. Rêbertiyê ji vê re got çalakiyên pozîtîf. Her wiha zêdekirina hêza jiyana civakî, azad û bi îrade bûn, bi aheng kirina hevsengî û rêveçûna navxweyî helbet bi rêxistinbûnek têrker, tevahî beş di nava xweseriya xwe de pêkanîna rêxistinbûna demokratîk û gehiştina rengê tekîliyek guncaw gengaz dibe. Ji desilatdariyê derketina rêvebiriya civakî û kirina koordînasyona kar û rol jî wiha pêk tê. Ji ber vê yekê beşek mezin an jî, ji sedî heştê û not ê parastina siyasî rêxistinbûne, pêkanîna rêxistinbûna cikî û demokratîk e. Divê mirov bi şiklên din de lê negere. Wekî kum e got ev rêxistinbûn meşandina çalakiyên pozîtîf rave dike. Divê mirov li hember zext û êrîşên li dijê civakê aliyê berxwedana demokratîk jî ser zêde bike.
- Ayrıntılar
Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Duyem
- We got ku artêşa Tirk heman riviya û çû. Li ser paivekişandinê gelek hate axavtin û gelek nankokî jî di nava Tirkiyê de rûdan. Hat gotin ku paşvekişandin bi saya zextên DYE çêbû, lê Fermandariya artêşa Tirk ev nepejirand û got ku li gorî pêdevyên leşkerî ev pêk hat. Gelo ma bi rastî jî, artêşa Tirk di bin zextên DYE ve ji Zapê paşve kişiyan?
Ez dixwzim pêzanînên pratîkî bidim we. Artêşê di roja heftan de xwest ku şûnve vegerê. Jiber ku tiştekî din ê ku artêşê di qada şer de bikariba tûnebû. Jixwe însiyatîfa şer 100% di destê me de bû. Li eniya Çiyayê Reş neketibûn hûndir û sînor derbas nekiribûn. Heman tişt ji bo eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran jî derbas dibê. Tenê di eniya Şamkê de kêmekî ketibûn hundir. Roja heftan xwestin ku vegerin, lê hevalan nehîşt. Hevalan ji piştê ve li Zagrosê li wan xistin û deriyê xwevekşînê li wan girtin. Roja heyştan hevalan dîsa him ji aliyê bakur û him jî, ji aliyê başur ve li wan xistin û gelek gir ji dest wan derxistin. Rojekê sax encax karîn ku termên leşkerên kûştî bi hîlîkopteran xelas bikin. Encax rojan nehan karîn leşkerên xwe bibin. Lê ew jî, her di bin lêdana hevalan de paşve dikşiyan. Beşek ji wan bi hîlîkopteran xelas kirin, piştî ku hevalan li hîlîkopteran jî xistin, beşek leşker di nava çemberê de man. Hevalan dora wan girtin, tenê aliyekî pir zêde berf hebû, leşkeran bi întîharwarî xwe li wê berfê xistin û wisa ji nava çembera hevalan xelas bûn. Di vir de şaştiya hevalan hebû, heval difikirîn ku dijmin wê nikaribê xwe li berfê bidê û ji çemberê derkevê.
Têkiliya xwepaşvekişandina dijmin bi zextên devre re nîne. Planên artêşa Tirk ne wisa bûn. Plana wan ew ketina bîryargehê bû, darigrkirina vê herêmê bû, armanca wan ew bû ku xwe bi cih bikin û pişt re jî tevayî başur û gelê me li vir tehdîd bikin û bixin bin kontrola xwe. Ev tişt wan bi xwe jî, digotin û tiştekî ne veşartîbû. Jixwe xerîteyên operesyonê ketin destên me, di xerîteyê de hedefên wan diyarin. Haya Emerîka jî, ji van hedef û xerîteyan hebû û jê razîbû. Jixwe Emerîka îstîxbarat dabûn Tirkan. Yanî çi têkiliya zextên derve û xwevekşîna artêşa Tirk ji Zap’ê re nîne. Jixwe ku artêşa Tirk paşveneçûba, wê di dîroka xwe de binkeftina herî mezin bidîta. Ku li Oremarê 8 leşker dîl ketibûn destên me, ewê li vir hêjmarek pir mezin ji leşkeran biketana destên me. Yaşar Buyukanînt ev dît. Ji bo vê yekê jî Îlker Başbuğ hat Şirnaxê. Ji bo vê yekê wan digotin “Em ji bo paşvekişandinê li ser agir bûn”!.
- Em dizanin ku di navbera 20 û 29’ê Şubatê de rojên gelekî zehmet bûn, her wiha, di aliyê hêjmar de jî, artêşa Tirk bêhtirî deh hezaran bûn û we jî got ku hemû hêzên taybet bûn û gelek çek û teknolojiya şer bi karanîn. Tê gotin ku hêzên gerîla yên axtîv şer kirin 100 heval derbas nedikir. Yanî sira vê yekê çibû ku 100 heval li hemberî deh hezar leşker û di mercên zivistanê yên herî zehmet de berxwe bidin û bi serbikevin?
Artêşa Tirk bi gelek amadekarî hatibû. Wan gelek hesab kiribûn, xwe li gorî mercên zivistan û berfê amadekiribûn. Cilên berfê anîbûn, gûreyên taybet anîbûn, alavên xwegermkirinê anîbûn, heta evqas tişt anîbûn ku barê leşkeran pir- pir giran bûn û nedikarîn di bin wî barê giran de bimeşin. Lê hêzên me, li gorî şert û mercên çiyayên Kurdistanê, him havîn û him zivistanê xwe perwerdekirine. Jixwe em hêzek gerîlane û li çiya dijîn, berî her tiştî hêzên me di aliyên pskolojîk û moral de amadebûn. Belkî ku derfetên me bi qasî yên dewletekê nebin, lê em di aliyê moral û pskolojîk de baş amadebûn, hêzên me di aliyê vîn û îradeyê de amadebûn. Em hêzek bîr û baweriyê ne. Mînak: Di nava vê operesyonê de, artêşa Tirk carekê hemû artêşa xwe guhertin û hêzên nû anîn cihê yên din. Lê ji ber ku hêzên me bi bîr û baweriya xwe şer dikin, li hemberî hemû mercên pir zehmet berxwe didan. Ev jî xala herî girîng a ku hîşt em bi serbikevin. Derveyî vê, di warê pratîk de jî, amadekariyên me hebûn. Ji bo mercên berfê û çiyayên bilind jî amadekariyên me hebûn. Jixwe di dema operesyonê de, du rojan her berf dibariya. Di bin barîna berfê de me şer dewam kir. Di vir de 100% însiyatîfa şer di dest hêzên me de bû. Di van her du rojên berf barînê de gelek leşkerên Tirk di berfê de qufilîn û lingên wan şewitîn û di cihên xwe de cemidîn. Tiştê ku hîşt hêzên me bi serbikevê, ew aliyê wî yê bîryar bû û aliyê wî yê îradeya xurt bû. Me bi çavên xw dîtin, bi rojan heval di nava berfê de çûn û hatin, lingên wan şilbûn, cilên wan şilbûn, şev pir sar bû, agir tûnebû ku heval xwe pê germ û zuha bikin, heta ku solên di lingên hevalan de bi şev diqerisîn û qeşa digirtin, heta hevalan ji ber vê nedikarîn pêlavên xwe ji lingên xwe derxînin… Lê li rex van hemû zehmetiyan jî, yek hevalî jî, behsa sermê nedikir, yek hevalî jî gazinc nedikirin, heta çend hevalan lingên wan di berfê de werimîbûn lê qet behsa vê yekê jî nekirin. Dema me pirsa rewşa hevalan dikir, yekî jî behsa zorî û zehmetiyan nekirin.
Divê mirov bibêje, ku di şerê van 9 rojan de, ê ku biser keft ruhê berxwedaniya PKK bû. Ê ku biserkeft ew îradeya bihêz a PKK bû. Ê ku biserkeft îradeya gelê Kurd bû. Ê ku biserkeft gerîlayên Kurdistanê bûn, ên ku biserkeftin şervanên HPG bûn. Belkî ku gelê me niha gelek diroşme derxistine, lê ê ku biserkeftî ew ruhê PKK û şervanê HPG bûn. Jiber ku bi rojan, di nava mercên zor de, yek hevalekî jî, nêzikatî, gotinek ku “NA” tê de hebe nekir û negot. Heval hemû jî, bi bîryarbûn, bîryar jî ew bû ku nehêlin leşker têkevê Zap’ê. Birastî jî, mirov ji bîryar û nêzikatiyên hevalan moral digirt. Vê yekê dihîşt ku bîryara me jî hîn xurtir be. Di vî şerî de, ruhê PKK bi awayekî herî xurt di şervanên HPG de hat dîtin.
- We bi ferehî li ser şerkeriya hevalan, berxwedanî û bîryarbûna wan a di serkeftinê de nirxandin kirin. Her wiha jî, di vî şerî de neh heval şehîd ketin. Li ser şehadeta van hevalan, rola wan di şer de û kesayeta wan de hûn çi dibêjin?
Berî ku ez bersîva vê pirsê bidim ez dixwazim bersîva pirsa berî wê dewam bikim. Niha di dema operesyonê de hin heval bi awayekî axtîv di eniya pêş de şer dikirin û beşdarî çalakiyan dibûn. Beşek din ji hevalan jî, eniya paş girtibûn. Niha ev hevalên di eniya paş de, zexteke mezin li ser me dikirin ta ku derbasî eniya pêş bibin. Her roj pêşniyarên bi vî rengî ji her aliyan ji me re dihatin. Heta ku hin heval di çalakiyan de birîndarbibûn, hîn birînên wan sax nebibû, wan xwe radikşandin ta ku vegerin nava şerê gerim. Ev ruhê hevalan bandorek mezin li ser me jî dikir. Çi artêş bi hêz û bîryareke wisa nikarin. Artêşa Tirk jî baş hesabê vê yekê nekir û wan tenê bawerî bi teknîka xwe anîn. Di vî şerî de hemû teknîka xwe ya şer bikaranîn, gelek çekên qedexe jî bikaranîn, her wiha qaşo- hêzên xwe yên taybet anîbûn şer. Lê dijmin hesabê bîryarbûn, ruhê berxwedaniyê û hûnera şerê gerîla yên hêzên me nekiribû, ji lewra jî li hemberî vê rastiyê winda kir û têkçû. Encax karibû birivê. Ev rastiya bi taybetî jî, di kesayeta hevalên şehîd de hat dîtin. Jixwe di vî şerî de heta roja dawiyê 5 hevalên me şehîd ketin, ev 5 heval jî hemû di êrîşan de şehîd ketin. Yanî êrîşên dijmin şikênandin, dest bi êrîşan kirin û di van êrîşên li ser dijmin de ev hevalana şehîd ketin.
Mînak heval Ayhan, ew nû ji Heftenînê hatibû, pêşniyara wî ji bo derbasbûna qada bakur hebû û ji bo nîqaşkirina vê pêşniyarê hatibû Zap’ê. Ew nû gihîştibû, hîn westiyayî bû, lê dema ku sibehê zû operesyon derket, heval Ayhan nehîşt ku hevalên wî biçin pêşiya dijmin, ew bi xwe çû. Ew çû û pêşiya dijmin girt, sibehê zû û heta êvarê şer kir. Ew cihê ku dijmin çar caran êrîş li ser kir û her çar caran şikest û Kobra li wir ket, a ew cihê heval Ayhan bû. Heval Ayhan di singera herî kirîtîk de bû, tenê jî, çeka wî ya sivik hebû. Ji sibehê heta êvarê her kesî ji helwesta heval Ayhan hêz û moral girt. Li ruxmî ku ewqasî westiyayî bû û tenê çeka wî ya sivik hebû, lê dîsa jî, wî li hemberî dijmin şer kir, êrîşê hemû jî şikandin û moral dida hemû hevalan. Êvarê, dîsa wî nexşe û plana çalakiyê çêkir, heval amadekirin û xistin çalakiyê û bixwe jî, di vê çalakiya li ser dijmin de şehîd bû. Wî xwe baş neparast, ku xwe baş biparastiba wê şehîd jî nebûya, ew pir bi germî bi ser dijmin de çû. Ev mînak e, mînaka milîtantiya PKK ye, mînaka gerîlayê Kurdistanê ye, û ê ku di vî şerî de biserket jî ev ruh bû, ê ku dijmin şikand jî ev ruh û ev vîn bû.
Ev yek ji bo tevayî hevalan jî derbas dibê. Mînak heval Cahîd û heval Erdal bi roj, di cihekî hemû berf de, êrîş birin ser dijmin û li wir dijmin şikandin, di vê êrîşê de jî heval Cahîd û heval Erdal şehîd bûn. Her wiha heval Tofan, ku bi şev di êrîşekî di eniya Zagrosê de birin ser dijmin û ev çalakiya êrîşê saet û nîvekê dewam kir û derbeyeke mezin gîhandin dijmin, di vê êrîşê de ew şehîd ket. Hevalên din jî, hemû wisa bûn, jixwe heval Baran li rex heval Ayhan şehîd ket. Her wiha jî hevalên ku roja dawiyê şehîd ketin. Mînak heval Ozkan û hevalên wî yên dinê(Egît, Zindan û Artêş) ku li ser çeka Doçka şer dikirin, wan dijmin xistibûn nava tengasiyeke pir mezin, ne dihîştin dijmin pêş bikevê û ne jî paşve biçê. Wan li koordîna operesyona da û hîştin ku koordîneya dijmin ji cihê xwe birivê biçê pişt sînor. Di roja dawiyê ya operesyonê de, van hevalan nehîştin ku dijmin xwe paşvebikşînê û derbeyên mezin lê xisitn.
Keda van hevalên şehîd di vî şerî de pir mezin bû, rola wan pir girîng û zêde bû, helwest, tevlêbûn û morala wan hêz da her kesî. Di vî şerî de tiştekî pir girîng heye divê ku mirov bibêje: Di vî şerî de ka hêjmara me kêm bû an na, erzaq hebû an nebû, berf û serma hebû an nebû? Van hemûyan jî, bide aliyekî, ew ruh û morala ku hevalan dida hev, hîşt ku serma jî werê ji bîr kirin, hîşt ku hêjmara dijmin jî bê ji bîrkirin, top û obîsên dijmin bên ji bîrkirin û vê yekê hîşt ku dijmin binbikevê. Ev rastiya zindî, kêlî bi kêlî û hinase bi hinase hat jîyîn û dîtin.
- Berî Opersyonê û di dema operesyonê de gelê Kurd li her derê li pişt we sekinî û piştgiriya xwe da nîşandayîn. Ev li her çar beşên welêt û li derveyî welêt wisa bû… Gelo ev helwesta gelê Kurd bandorek çawa li ser bîryar û berxwedaniya we kir?
Divê mirov bêje ku di wan 9 rojên şer de derfetek wisa zêde tûnebû ku mirov çapemeniyê bişopînê. Tam agahiyeke wisa zêde li ser qadên derveyî şer nedigihîşt me, me nedizanî tam çi diqewimê. Lê hewldana me hebû ku hemû derfetan têxin kar ta ku agahiyên li ser şer ji derve re, kêlî bi kêlî û saet bi saet ragihînin, gel û raya giştî agahdar bikin. Bi taybetî li ser vê xebatê hat rawestîn. Piştî ku derfeta şopandina çapemeniyê vebû, me dît ku gelê me şiyarbûn û helwestek xwedîderketinê ya pir mezin û bi rûmet nîşan dan e. Bêguman ev helwesta gel girîng bû û bandora xwe li ser dijmin jî kir. Ev helwestek bi nirx e û di cihê xwe de bû. Her wiha jî, ev şer û berxwedaniya Zap’ê carek din gelê me hemû rakir ser piyan. Gelê Kurd car din hemû kir yek, ruhekî netewî yê pir xurt çêkir û yekîtiyeke netewî li derdora berxwedaniya Zapê afirand. Bi qasî ku berxwedanî û serkeftinek di qada şer de derket, ewqasî jî ruhê yekîtî û berxwedanê li ba gelê Kurd bipêşket.
- Gelo di nava vê operesyonê de bûyerên balkêş ên ku di bîra we de mane hene? Bi taybetî jî yên ku bûn sedema serkeftinê…
Welah di vî şerî de heman her roj bûyerên wisa pir hebûn. Ji roja yekê heta roja dawiyê bi vî rengî bû. Mînak; heman di kêliya yekê ya hatina dijmin de, hevalan agahî dan û gotin ku dijmin êrîş aniye ser Çiyayê Reş û me derbeyek mezin li dijmin xistiye, gelek kûştî û birîndar hene û dijmin şikestiye. Yanî agahiya yekem bi hatin û şikestina dijmin re hat. Jixwe di her şerekî de kêliya ewil pir girîng e, pêşwazîkirina dijmin bi rengekî wisa jî pir bi bandor bû. Ev bandora destpêkê heta dawiyê domiya. Bîryarbûna hevalan pir diyar û girîng bû. Hîç dudilî nehat jîyîn, hîç çi hevalî cihê xwe bernedan.
Ya din jî, dijmin bi hezaran êrîş ji sibehê heta êvarê anîn ser girekî, li wir jî tenê çend heval bi çekên sivik hebûn û her tim dijmin şikandin û hemû êrîşên wî paşva vegerandin û di dawiyê de pir bi xwînsarî û bi hûnerî kobreya dijmin xistin. Tiştê herî balkêş jî, ewe ku dijmin ev cih wek xalek me ya lewaz didîtin û xwstin ku di vir de li dora me bizivîrin, lê derbeya herî mezin li vir xwarin.
Her wiha, me di nava operesyonê de xwest ku hin hevalan biguhêrin, yanî hin hevalên ku pir westabûne bikşînin û li şûna wan hin hevalên din bişînin, lê çi hevalî qebul nekir ku ji eniya pêş paşve biçê. Em jî, li hemberî vê bîryarbûn û ruhê germ bêçare diman.
- Bi taybetî jî ku gelek heval ên nû bûn Û cara yekê ye ku dikevin nava şer…
Ê ev ne cara destpêkê ye. Di PKK’ê de ev xal girîng e. Ango ruh girîng e. Bêguman piranî jî hevalên ciwan bûn, hevalên kevin jî hebûn, hevalên komîtan jî pêşengî kirin, mînak heval Ayhan û heval Cahîd her du jî Komîtan bûn, her wiha heval Ozkan jî heman wisa. Jixwe kîjan heval li kû derê bûya, tiştê ku ket ser milê wî de, bê qusur pêkanîn. Helbet hevalên nû û ciwan jî, ew ruh û bîryar nîşan dan. Her wiha ew hûnera şer baş raberkirin. Jixwe divê mirov bêje ku di vî şerî de gerîla hêza xwe dît, hîn baştir hêza xwe naskir û fêmkir Ka ev hêz dikarê çi bike? Ka bi vê bîryarê, bi van çekan û van textîkan mirov dikarê çi bike! Her hevalekî hêza xwe ya rast dît. Vê yekê jî hîşt ku baweriya hevalan bi xwe zêdetir bibê.
Ev yek baş hat dîtin ku gerîlayên Kurdistanê dikarê artêşa Tirk bin bixînin. Heta niha me digot ku HPG hêzeke ku bi bin nakevê, kesek nikarê binbixîne. Lê şerê Zap’ê rastiyeke din jî îzbat kir, ew jî ku gerîlayên Kurdistanê dikarin artêşa Tirk binbixînin. Di dirêjahiya 25 salên şerê me de, ev yek ji derbe û şikestinên herî mezin ku artêşa Tirk xwariye. Ku mirov bi hûrgilî li ser mijarê rawest wê ev yek baştir xuya bibê. Pskolojiya leşkeran, jiyana wan, bê dîsplîna wan, heta vegera wan jî ev rastiya binkeftî diyar kir. Tê zanîn ku eger artêşek bişkê dikevê pskolojiyek çawa? Ev di nava leşkerên artêşa Tirk de pir baş hat dîtin.
Ku mirov encama vî şerî bipirsê; ka encam çibû? Mirov dikarê bêje ku artêşa Tirk bi mehan xwe amade kirin, bi pskolojî û hewayekî pir cuda hatin, pir jixwe bawer, pir bilez hatin, lê pir şikestî çûn. Wek ku gelê me dibêje “ Li paş xwe nenêrîn û çûn”! jixwe gelê me diroşmeyek baş ji bo vê operesyonê bikaranîn, gotin: “Siwar hatin û peya çûn”. Bi peyatî jî, zor xwe xelas kirin.
- Di vî şerî de gelek xenîmetên ku we ji ser dijmin rakirî hebûn. Gelo nirxê van xenîmetan him di ware manewî û him jî leşkerî û madî de çiye?
Şerê Zap’ê ne wisa şerekî eniya û singeran bû. Ne jî, ku artêşa Tirk êrîş dikir û gerîla di singeran de berxwedidan. Belam, gelek textîk di nava hev de hatin bikaranîn. Dema ku hêzên dijmin xwestin pêş bikevin hêzên me lêdan, dema ku hêza dijmin rawestiyan dîsa hevalên me lêdan û dema ku xwestin paşve bikşin jî hevalan lêdan. Ji bo vê yekê, gelek şêwazên çalakiyan bipêş ketin. Bi taybetî jî, di kemîn û êrîşan de. Di van êrîşan de gelek leşker mirin, gelek tiştên wan bi dest me ketin, di qada şer de Kobreya wan ket, hevalan gelek çek, çente, cebilxane û alavên leşkerî yên cuda- cuda ji ser wan rakirin. Ji van xenîmetan beşekî pir kêm ji bo ragihandinê hat nîşandayîn. Lê a girîng di vir de însiyatîfa şer e.
Ev yek ne di plana artêşa Tirk de bû ku xenîmet têkevin destên me; wan plan dikir ku tiştên me û kampên me têkevin destên wan û ev jî wek serkeftinekê rabighandibana. Divê ku bala we jî, kişandiye ku dema artêşa Tirk paşvekişiya tiştekî di deste ku bêje “A min ev bi dest xist” tûnebû! Tenê wêneya çend leşkerên westiyayî û jihevketî û paşvekişandina leşkeran hebû. Ji bilî vê tiştekî ku artêşa Tirk pesna xwe pê bidê tûnebûn.
Ji bo kobra yê, fermandariya artêşa Tirk got ku “Kobra şikest”! Raste, kobra şikest, ew bi derba hevalan şikest; lê di vî şerî de ne tenê kobra şikest, ê ku şikestî artêşa Tirk bixwe bû, ê ku şikestî polîtîkayên înkar û tûnekirinê bûn, ê ku şikestî konsepta AKP û artêşê bû û ev jî encamek girîng a vî şerî û vê berxwedaniyê bû.
- Gelo dive ku encama berxwedaniya Zapê ji aliyê hêzên navnetewî û herêmî ve çawa bê xwendin û nêzikatiyek çawa ?
Di vî şerî de gerîlayên Kurdistanê dersek baş dan artêşa Tirk. Wan digotin “Emê têkevin bakurê Îraqê û piştî ku em wan biqedînin emê vegerin”. Lê ew hatin û dersek baş giritn. Em dibêjin ku –înşaallah- ewên li ser siyaseta tûnekirinê îsrardikin encam ji vê yekê derxînin û li dûv xeyala tûnekirina gerîlayên Kurdistanê nekevin. Di vî şerî de berî her tiştî ev îsbat bû: Ku gerîlayên Kurdistanê yên ku di nava HPG’ ê de xwe rêxistinkirine ew hêzek serkeftinê ne. Di van çiyan de kesek nikarê vê hêzê bi binbixînê. Kî bifikirê ku ewê bi şer vê hêzê bi binbixînê, ewê mehkumî binkeftinê bin. Ev encamek girîng e.
A duyem: Vî şerî ev yek jî eşkere kir; ku siyaset û konseptên li ser bingehê qedandina PKK’ê kar dikin çi şansê wan ê serkeftinê nîne. Vê care, ji hemû caran bêhtir û zelaltir bersîv hat dayîn ku serkeftina konseptên wisa ne mimkun e. dive ku her kes, çi dewleta Tirk dibê û çi jî hêzen din dibê, dive ku dev ji vê yekê berdin. Ên ku di vê yekê de îsrar bikin, ne tenê wê bê encam bimînin, di heman dem de wê zerar jî bibînin. Di vî şerî de artêşa Tirk û fermandariya wê xwe rezîl kir. Ka soza çi da, çi hedef dikir û bi çi awayî zivirî?! Em dibêjin; dive careke din van şaştiyan nekin. Îsrarkirina li ser van polîtîkayan wê hîn bêhtir zerarê bigihînê wan.
A sêyemîn: Hêz û derfeta gerîlayên Kurdistanê heye ku şer hîn bêhtir mezin bikin. Hêza wî heye ku hîn xurtir li dijmin bixê… Berxwedaniya Zap’ ê ev yek îzbat kir.
A din jî, li derdora berxwedaniya Zap’ê gelê Kurd hemû bû yek, yekîtiyek netewî avakir û bi vî şerî tevgera azadiya Kurdistanê xurtir bû, gelê Kurd hemû rakir serhildanê, îradeya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû gerîla û PKK, bi awayekî herî xurt kir yek û zivîrand berxwedaniyeke mezin.
Berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya gelê me li Newrozê de, ji niha ve konsepta tûnekirinê ya hukumeta AKP berûvajî kir. Vê zivistanê serokwezîr û serokomar digotin ku emê di sala 2008’an de ji PKK xelas bibin. Wan sala 2008’an wisa îlankirin. Wan pişta xwe bi vê operesyonê xurtdikirin. Lê berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya Newrozê nîşan da, ewê ne ku PKK tûne bibê, sala 2008 bû sala bilindkirina tekoşîn û berxwedaniya gelê me ji bo azadiyê û gihîşt asta herî bilind…
Di dawiyê de ku gotineke we hebe…
Di vî şerî de xuyakir ku dewleta Tirk hîn jî li ser polîtîkaya tûnekirinê de îsrar dikê. Gelo çima artêşa Tirk gerîla hedefgirt û çima Zap? Jiber ku gerîla hêviya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla cihê baweriya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla daxwaz û hestên gelê me tînê ziman; ji bo vê yekê wan gerîla hedefgirtin. Çima Zap hedefgirtin? Ji bo ku gerîla tûnebikin, ta ku perçe-perçe bikê û pişt re jî bi asanî tûnebikê, ji bo vê yekê êrîşî Zap’ê kirin. Em li hemberî rastiya dewletek wisa ne kul i ser tûnekirina gelê me îsrar dikê. Di şerê Zap’ê de, car din diyar bû ku gerîla ji bo gelê kurd her tişt e û bêyî gerîla ji bo gelê Kurd tenê çarenûsa qirkirinê dimînê. Gelê me ev baş dît û xwedî li gerîlayên xwe derket… Lê divê ji vir û şûn de, gelê me ji her demê bêhtir xwedî li gerîlayên xwe derkevê û di hemû waran de arîkarî bikê. Berî her tiştî jî, divê ku malbatên Kurd li pêşiya tevlêbûna zarokên xwe bo refên gerîla astengiyan çênekin. Divê ku malbatên Kurd zarokên xwe neşînin leşkertiya dijmin. Di dawiyê de jî, em dibêjin ku her ciwanekî Kurd, li kîjan beşî dibê bila bilê, keç dibê an jî xurt, divê ku xwedan bîryar û helwestek bihêzbin û li hemberî rastiya dijmin, divê ku tevlî refên gerîla bibin. Cihê hemû ciwanên Kurd ên demoqrat, azadîxwaz û welatparêz nava refên gerîla ye. Em hemû ciwanên Kurd vedixwînin nava gerîla, vedixwînin Zap’ ê.
DAWÎ
- Ayrıntılar
Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Yekem
- Berî ku operesyona bejahî di 20’ê Şubatê de li ser herêma Zapê pêk werê, dewleta Tirk amadekariyek çawa kir ta ku rê ji bo êrîşeke bi vî rengî vekê? Ango mirov çawa dikarê pêvajoya berî operesyona bejahî binirxînê?
Niha ev operesyon di aliyê bejahî de neh rojan dewam kir. Lê cudahiya vê operesyonê çibû? Artêşa Tirk, ango fermandariya artêşa Tirk plan û amadehiyên vê operesyonê û textîkên wê ji mêj ve kiribûn. Xwestin ku vê operesyonê wekî textîkên Emerîka yên ku li Afganîstan, Îraq û Yoguslaviya meşandibûn pêk bînê. Tê zanîn ku (Îlker Başbuğ) li NATO yê erkdar bû û ji wir hatiye, wî jî xwest şêwazê şerê NATO yê bimeşînê. Xwestin vî şêwazî li hemberî me jî pêkbînin.
Emerîka li Îraqê çi kiribû? Destpêkê bi salan xebatên dîplomasî meşandibûn ta ku Îraqê bi tenê bihêle, ambargoya aborî li ser ferz bikê. Berî ku destwerdana leşkerî pêkbînin şerekî derûnî(pskolojîk) yê pir xurt dan meşandin. Pişt re jî, erîşên hewayî bi balefiran pir zêde pêkanîn. Di dawiyê de êrîşa bejahî bû encama wan amadekariyan. Di demek kurt, din ava du- sê hefteyan de Bexda berxweneda û ket. Niha artêşa Tirk jî, ji zû ve amadekariya operesyona li ser Zap ê dikir. Ji havîna sala 2007’an de dest bi amadekariya vê yekê kiribû. Bi taybetî jî herêma Zapê, ango wargehên bîryargeha navendî bûn hedefa bombebarana topên (Hawan û Obûsan), ev topbaran dirêjahiya havîn û payîzê dewam kir. Piştî çûyîna Erdogan a Washington’ ê di 5-ê meha Mijdarê de, êdî amadekariyên leşkerî kete pêvajo û asteke nû. Ji bo vê yekê di serê zivistanê û vir ve êrîşên hewayî yên pir zêde li ser herêma Zapê çêbûn. Çendî ku êrîşên bi vî rengî li ser herêmên din çêbibûn jî, lê esas hedef herêma Zapê bû. Li gorî wan difikirîn ku li hemû kamp û wargehên me xistine, xerab kirine û zagona me belav kirine. Jixwe wan dihanî ser ziman û digotin “ Me sîstema wan ya komîta, ya girêdan û têkildayînê û ragihandinê belav kiriye”. Ev di milekî de bû, di milê din de, di nava van çend heyvan de şerekî pskolojîk û propagandayê yê pir zêde dan meşandin. Ev herdu mil jî, di şer de girîngin. Di rex van re, xebateke dîplomasî ya pir berfereh dan meşandin, ew jî, bi armanca ku me bi tenê bihêlin û arîkariya navnetewî ji xwe re çêbikin. Bi vê mebestê ji bi Emerîka heta Ewrupa heta Îsraîl û heta hêzên herêmî û Kurdistanî re pir mujul bûn ta ku eniyeke navnetewî li hemberî me çêbikin. Wan li gorî xwe di hemû milan de amadekariyên xwe temam kiribûn û tenê êrîşa bejahî mabûn.
Êrîşa bejahî jî, di nîva zivistanê de, di demek ku em hêvî nekin(li gor wan) û me di xefletê de ji nişkeve bigrin pêk anîn. Wan bawer dikir ku êrîşên hewayî derbeyên mezin li me xistiye, şerê piskolojîk jî rewşa me xerabtir kiriye û tenê êrîşa bejahî maye ta ku werin di demek kurt de cihên me dagirbikin, têkevin Zap ê û serkeftina xwe rabighînin. Her kes û derdor li gorî vê baweriyê amadekiribûn. Jixwe raya giştî û her kes dabûn bawerkirinê ku wê têkevin başûrê Kurdistanê û wê me tûnebikin û biqedînin. Operesyona ku di 20’ê Şubatê de li ser Zap ê destpêkirî bi vî rengî bû û li ser hesabên wisa bûn. Yanî ji 70 % opersyunê ji berê de çêbibû û mabû ku 30 % jî bi operesyona bejahî ve temam bikin û encam bi destbixin. Yanî bawer dikirin ku wê bi êrîşa bejahî, di demek kurt û bil ez encam bi destbixin. Bi giştî plan û textîkên wan berî êrîşa bejahî wisa bû.
- Gelo çima bitaybetî herêma Zapê kirin hedef? Mirov di çapemeniya Tirkan de hîn bêhtir Qendîl bi plana pêşîn de didît, lê çima Zap?
Sedemên hedefgirtina Zap ê hene. Sedema bingehîn ewe ku, Zap qada bîryargeha navnedî ya HPG ê ye, li ser sînor e û bi awayekî dîrekt xebatên leşkerî yên li hemû bakurê Kurdstanê dimeşînê. Dijmin jî ev der ji bo xwe tehdîdek mezin didîtin. Di aliyê din de, Qendîl gelek dûr e û gihîştina wir zehmet e, ji bo ku biçin Qendîl divê destpêkê di Zap ê de encam bigrin, ku li Zap ê encam negrin wê nikaribin gavekê jî ber bi Qendîl ve bavêjin. Di aliyê din de, Zap qada bîryargehê ye, eger êrîşa li ser Zap encam bigrê ewê moral û manewiyeta hemû hêzên me xerab bibê, ewê bandoreke pskolojîk a xerab li ser hêzên me çêbikê, û pişt re jî hemû êrîşên ku li hemberî hêzên me li darbixînin wê gelekî asan be. Jixwe di planên wan de hebû ku êrîş bibin ser herêma Heftenîn, Xakurk û di vê qadê de xwe bi cih bikin û di bakur de jî wê hîn asantir operesyon li dar bixistibana. Wê rewşa hêzên me yên li bakur di warê pskolojîk de ne baş be. Jixwe ku hêzeke leşkerî ya gerîla bîryargeha wê ya navendî derbe bixwê û maruzî êrîş û dagirkeriyê bibê, ew hêza gerîla wê nikaribê bi moral û hêzeke xurt şer bikê û ewê bêkontrol bimînê. Ji lewra Zap ji bo wan gelekî girîng bû.
Hedefa wan ya leşkerî jî ev bû: Bikevin Zap ê, dagirbikin, derbeyeke mezin li bîryargehê bixin, hemû hêzên HPG bê kontrol bihêlin, bê komîta bihêlin û perçe perçe biçin ser hêz û qadên me yên din û wir jî belav bikin. Ku ev hedefa wan bi cih bihatiba û bigihîştina encamê di warê leşkerî de, wê ji bo hedefên xwe yên siyasî kar bikiribana. Ku di vir de bi ser biketibana, niyaza wan tûnebû ku ji başur derbikevin. Ji xwe hewayê ku pê hatibûn jî destnîşana vê yekê dikir, ew jixwe ji bo mayînê hatibû, ku bi ser biketibana, wisa di nava 9 rojan de paşve venedikşîn. Wê destpêkê Zap têxistana destê xwe û pişt re jî bigotibana: “ Me gelek qedandin lê yên mayî çûne hûndir başur” û bi vê buhaneyê wê êrîşî Garê jî bikiribana û wê derbasî kûrahiya başur jî bibûna. Heta wê biçûbana Qendîl. Wê her wiha jî, tehdîdên xwe li ser herêma Kurdistanê zêdetir bikiribana. Bi vê rê jî, qaşo- wê tevayî tevgera azadiya Kurdstanê lewaz bikiribana, wê destpêkê PKK belav û marjînal bikirbana, pişt re rewşa ku li Kurdistana Îraqê çêbûye tehdîd bikiribana û têxistina bin kontrola xwe. A, hedefa wan a bingehîn jî ev bû. Her wiha wê piştî van hemûyan, di tevayî Îraqê de bigotiba: “ Mêze bikin Tirkiye dewletek çiqas xurt e, divê her kes hesabê me bikê”. Yanî bi hêza xwe ya leşkerî, bi teknolojiya xwe ya şer xwest ku çavên her kesî bitirsînê û mesaj bidin hemû aliyan.
Lê van hedefan hemûyan jî bide aliyekî… Gelo çima başûr evqasî kete rojevê? Çima başûr ji wan re bû hedef? Çima ewqasî pêwîstiya êrîşkirina ser başur dîtin? Ya girîng eve! Ev bi konsepta ku hukumeta AKP û Artêşa Tirk di 2007 de destpêkirin ve girêdayî ye. Tê zanîn ku di buhara 2007’ê de bûyera jahrkirina Rêbertiyê deşîfre bû û kete rojevê, operesyonên berfereh li ser hêzên me li bakur pêkhatin, bi taybet li Botanê, êrîşên mezin li ser gel pêşketin, di xebatên demokratîk û qada legal de bi hezaran binçavkirin û girtin çêbûn… Ev konseptek bû; lê vê konseptê di 2007’an de tam encam negirt. Yanî ne êrîşa li ser Rêbertiyê encam girt; ji ber ku mijar deşîfre bû û gel li hemberî vê serhildan kirin û ne jî, êrîşên li ser gerîla encam girtin; ji ber ku bi berxwedaniyeke pir mezin re rû be rû man, taybetî jî berxwedaniya Gabar û Oremarê. Ji bo vê yekê ew neçar man ku berê xwe bidin başûr. Wan li gorî xwe digotin ku heta başur hebê û heta ku em di qada başûr de derbeyekî li navendê nexînin emê ne di aliyê moral û ne pskolojîk û ne jî leşkerî de nikaribin wan bişkînin. Êrîşa li ser Zap ê, li ser qada bîryargehê bi vê yekê ve girêdayî ye. Konsepta wan ya ku di sala bûrî de bi ser neketibû xwestin îsal bi vî rengî bi ser bixînin. Yek ji hedefên wan jî ev bû. Em dikarin hedefên wan him di aliyê siyasî û him jî leşkerî de wisa bînin ziman.
- We behsa stratîjî û textîkên leşkerî kir û şibihand textîkên NATO yê, ev bi giştî bû. Gelo di aliyê êrîşa bejahî de, Tirkan textîkên çawa bikar anînin? Bi taybetî jî, ku berê gelek caran operesyonên artêşa tirk li ser vê herêmê çêbûn e, cudahiya vê operesyonê ji yên berê çibûn di warê textîk û şêwaz de çibû?
Cudahî eve: xuya dikê ku fermandariya artêşa Tirk, xwe qanî kiribû ku bi wan êrîşên hewayî yên zivistanê derbeyek mezin li me xistiye. Êrîşa wan a bejahî jî, bi vî rengî bû:
yek; xwestin ku bi dizî li darxînin. Mînak, wan hêzeke leşkerî ya mezin anîn Çukurca û ji nişkeve derbasî cihê operesyonê kirin.
Dudu; qaşo zaf îstîxbarat komkiribûn; yanî him bi arîkariya Emerîka (bi riya hewayî), him jî, bi riya hêzên xwe yên li başur ku pereyekî pir zêde ji bo komkirina istixbaratan xerckiribûn. Yanî bi riya hêzên xwe yên li Şêlediz, Bamernê, Kanî Masî û cihên din bi riya van gelek istixbarat komkiribûn. Hedefa wan diyar e, xwestin ku bi awayekî dizî û lezgîn têkevin tevgerê û dîrekt werin têkevin kampên me yên bîryargehê.
Ango werin di serî de du cihên stratîjîk bigrin, yek ji wan Çiyayê Reş e û ya din jî Şkefta Birîndaran û dirêjahiya wê heta Çemcu ye. Xwestinvan deran bigrin û pişt re xwe bedrin kampên bîryargehê. Ji bo vê yekê jî, pir bilez hereket kirin, li gorî wan hîn berî ku em bi wan bihisêin wê me ji nişkava xafîl bigrin e. Ji bo vê jî, baskê ku di milê Çiyayê Reş ve û baskê ji aliyê Şkefta Birîndaran û Baskê Şamkê ve hatî pir bi lezgînî hatin. Jixwe leşkerên di pêş de dihatin ala Tirk bi xwe re anîbûn, ji bo ku werin li Çiyayê Reş û Şkefta Brîndaran alên xwe biçikînin. Ev textîka wan ya hatinê bû.
Sê; wan ji bo xwe şert û mercên zivistanê awantaj dîtin. Yanî balefir û hîlokopterên wan hene, û qaşo ev bi mehan e ku artêş van leşkeran perwerde dikirin, propagandiya wan dikirin, li gorî jiyan û mercên berfên perwerdekiribûn. Artêşê ev hêzên xwe yên taybet ji zû de ve amade dikirin.
Ez vê jî, bêjim: Hêzên ku anîn vê operesyonê hemû jî hêzên taybet bûn, leşkerên normal pir kêm bûn di nava wan de. Belge û dokmentên wan ketin dest me, lîsteyên yekîne, tabûr, navên wan, erk û çekên wan, rûtbe û sîcêlên wan hemû ketin dest me, di wan belgeyan de jî diyar dibê ku ji 10 % tenê leşkerên normalin, ên mayî hemû fermandar bûn, ango subayî bûn. Ev hêzeke qaşo- taybet hatî perwerdekirinbûn. Jixwe pir bilez û di mercên zivistanê de hatin ta ku însiyatîfa şer têxin dest xwe û me bê hazirtî bigrin.
Divê ez vê jî bibêjin: Roja berî operesyona bejahî despêbikê, ji Zap êheta Çemcu, dirêjahiya rojê balefiran êrîş û bombebaran kirin. Çiqas gundekî kevin heye, çiqasî kampek kevin heye, çiqas şikeftek deşîfre heye, çiqas ku girek heye hemû jî bombebaran kirin. Li gorî wan cihekî ku lê nexistin û tûnenekirin nemabû. Dû vê yekê jî dîrekt leşker ketin hereketê.
- We behsa textîkên artêşa Tirk kirin, bi taybetî di warê îstîxbarî de… Gelo li hemberî van textîkan we textîkên çawa bi karanîn, bi tayebtî jî ji b ovala derxistina xebatên Tirkan ên îstîxbarî û şaşkirina wan de?
Niha ji bo vala derxistina textîkên dijmin me textîkên çawa bikaranîn? Ji ber ku şerê me hîn dewam dikê; ji lewre ez pêwîst nabînim ku hemû tiştî bibêjim. Lê me dizanî ku him ji asîman û ji erdê, him ji başûr û him jî, ji bakur istixbarat li ser me kom dikin. Me dizanibû ku karekî wan ê pir zêde heye. Ji bo vala derxistina van xebatên wan ên îstixbaratê, çi tedbîr pêwîstbûn me kirin. Di encamê de, piştî binketina operesyonê, fermandarê artêşa Tirk ê li başur ji wezîfeyê hat girtin. Gotin ku wî istixbarat şaş komkirine.
Tedbîrên ku me girtin, artêşa Tirk xiste nava nirxandin û dîtinên şaş di derbarê me de. Bi vî rengî istixbarata wan vala derket. Helbet tenê tiştên ez dikarim bibêjim ez tînim ziman. Ew balefira casus a ku ji asîman de keşîf dikir, jê re wisa xuya dikir ku Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran, tenê çiyayên bilind, tijî berf û çi şop, çûyîn hat, tevger û tu kes lê nîne ye. Li gorî wan çiyayên vala ne. Ji vê baweriyê jî, ew pir bilez û jixwe bawer hatin. Lê dema ku hatin, di roja yekê de li her derê ketin kemînên xerab, cihên ku hîç hêvî nedikirin de ketin kemînan û derbeyên pir mezin ji hevalan xwarin. Jixwe taybetmendiyek şerê Zap’ê jî eve: Di hemû operesyonên berê de, roja destpêkê artêşa Tirk her tim di êrîşê de bû, di rojên ewil de ew pêşve dihatin, em jî, bêhtir diketin nava tedbîrên parastin û xwevekşandinê de bûn. Encax di pêvajoyên duyem û sêyem de em diketin nava çalakiyan û hêzên me li operesyonan dixistin… Lê di vê operesyonê de mijar cuda bû, heman di roj û kêliya yekem de me li operesyonê xist, jixwe di her sê rojên destpêkê de artêşa Tirk kete nava çiravê û nekarî gavekê jî bavêje. Ew hatin xapandin, wan digot qey ev çiyayên bilind ên titjî berf hemû vala ne, ji lewre jî di cihên hîç bawer nedikir de kete nava kemînên hevalan.
Tedbîrên me, ne yên wê rojê bûn. Tedbîrên me vedigerin par, heta vedigerin berî du salan ku gelek amadehiyên me ji bo vê yekê hebûn. Ji warê moral û pskolojîk bigre, heta warê bicihkirin û destlatiya li ser hawirdorê, heta tedbîrên ser-erd û bin-erd, heta tedbîrên çek û cebilxaniyê û hîn jî gelek tedbîrên din me girtibûn. Ev hemû, me heta astekê bi nepenî (sirrî) kiribûn. Dijmin jî, baş hesabê vê yekê nekiribû, xwe pir mezin û werimandbû… Ji bo vê jî, dema ku hatin û rastî wê berxwedaniyê bûn, ew şaş û maşo bûn, ew matbûn ka rastî çi hatin e! Ji bo tedbîr û textîkên ku me berî operesyonê pêk anîn wisa bûn.
Lê di dema operesyonê de, di nava pêvçûnan de, hêzên me gelek textîkên din bikaranîn. Bi vî rengî encamên operesyonê di her sê rojên ewil de diyar bûn. Di roja ewil de dujmin hat çiyayê Reş û li wir kete kemîna hevalan û di encam de 28 leşker mirin, Bînbaşiyê wan jî, li wir hat kûştin, nedikarîn du rojan termên leşkerên xwe kombikin. Li wir bi giştî şikestin.
Roja duyemîn, di eniya Şamkê-Çemcu re xwestin bikevin hundir û li dora me bizivîrin… Ew bi “Hella Hella” dihatin! Ji berbangê heta êvarê çar caran êrîş kirin, hevalan ev hemû êrîşên wan jî şikandin û ber êvarî jî Kobraya wan xistin. Bû şev, vê carê heval ketin êrîşê û dijmin ji wir damalandin û paqij kirin. Wisa, ew enî jî li vir şikest.
Roja sêyemîn jî li xeta Şikefta Birîndaran, ku herî bêhtir berf li wir hebû. Ji roja yekê û heta dawiyê balaefiran bê rawestîn êrîşî vir dikirin û bombebaran dikir. Xwestin di vir de têkevin êrîşê. ji sibehê zû û heta şev zêdetirî 6-7 caran dijmin êrîş kir ta ku Şikefta Birîndaran dagir bikê, li vir jî, di nava hev de pêvçûn û şerekî pir mezin çêbû. Di vir de dijmin şiket. Di her sê eniyan de jî dijmin şikest, lê şikestinek pir xerab bû. Artêşa Tirk di Zap’ê, di her sê rojên ewil de têkçû. Ew him di aliyê moral û di aliyê pskolojîk de û him jî, di aliyê leşkerî de şikest. Piştî vê yekê êdî însiyatîfa şer bi giştî di destê hêzên me de bû.
Êdî hevalan bi roj li dijmin dixistin, êrîş dikirin, suîkast dikirin, bi şev jî, çalakiyên êrîşê dibirin ser dijmin. Êdî dijmin di cihê xwe de çikayî mabû, nedikarî pêşve biçe û kete rewşa parastinê. Lê hevalan nehîşt ku ew li vir jî rehet rawestê. Hevalan bi şev û roj lêdixistin. piştî roja heftemîn dijmin êdî dît ku nikarê di cihê xwe de jî rawestê, êdî kete nava hewldanên paşvekişandinê. Jixwe baskê dijmin ê li Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran zêde pêşve nehatibû û pir nêzî sînor bûn, baskê Şamkê hinekî ketibûn hundir, ev bask jî encax dirêjahiya sê rojan(27 heta 29 ê mehê) karîbû paşve vekşê. Yanî vekşandin jî gelekî zehmet bû. Di operesyonê de textîk û şêwazên çalakiyan ku hêzên me meşandî bi vî rengî bûn.
- We din ava bersîva xwe de jî anî ziman… We anî ziman ku dijmin di sê baksan de êrîş kir û sê eniyên şer hebûn. Di nava van her sê eniyan de koordîneke çawa din ava hêzên we de hebû, bandorên çawa ya serkeftina eniyekî li ser eniyên din dikir? Ya din, mirov dikarê di aliyê kornolojî de rojên şerê Zap’ê çawa rêzbikê?
Divê mirov vê rastiyê bînê ziman: li herêma Zapê şerekî pir dijwar qewimî. Di van neh rojan de bi piranî ji berbangê heta şev balefiran bê rawestîn li herêmê dixistin. Hilîkopter û Kobreyan êrîş dikirin, topavêtina Obîs û Hawan qet ranediwestîn, ji aliyê bejahî ve jî, 9 rojan di mercên zivistanê, di nava berf û şilahiyê de, şer sîng bi sîng birêve diçû, şerên pir dijwar, pir mezin çêbûn. Bi giştî ev 9 rojên şer wisa bûn. Lê ku mirov bixwazibê roj bi roj bînê ziman. Bi kurtahî mirov dikarê vê yekê bêje:
Roja yekê- 20’ Şubat: Bê rawestîn bi topên giran û balefirên şer, herêm bombebaran kirin. Wan heman li hemû deran xistin, li gorî xwe xwestin hemû hêz û cihên me îmha û tûnebikin û rê ji leşkeran re vekin.
Roja duyemîn- 21’ Şubat: Di Eniya Çiyayê Reş de ketin êrîşê. jixwe Çiyayê Reş cihê herî nêzî wan e. Di wir de ketin êrîşê û xwestin di şeva ewil de Çiyayê Reş dagirbikin. Li wir bêhtirî 120 leşker ên li pêş ketin kemîna hevalan, hevalan li wan da û bêhtirî 26 leşker kûştin, di nava wan de Bînbaşiyek hebû, wisa jî însiyatîf li vê eniyê kete destê hevalên me. Yanî şerê destpêkê li Çiyayê Reş bû.
Roja Sêyem- 22’ Şubat: Dijmin xwest ku li dora me bizivîrê, herêmê dorpêç bikê û hêzên me têxe çemberê. Ji bo vê yekê, ji Cîloyê Biçûk xwe berdan û di xeta Şamkê re xwestin wirin di Çemcu re bizivirin. Li vir leşker hatibû amadekirin û pir bi lezgînî ta ku bi awayekî dîrekt têkevin kampên bîryargehê. Li vir jî, şerên pir dijwar qewimîn. Li vir, ji sibehê heta êvarê dijmin çar caran êrîş kir û her çar caran, êrîşên wan hatin şikandin. Ber êvarê, hevalan Kobraya wan di nava leşkeran de xistin, bi ser serê wan de xistin. Dema ku tarî ket jî, hevalan çalakiyek êrîşane birin ser wan û dijmin ji wir damalandin û hemû gir paqij kirin. Li vir gelek kûştiyên dijmin çêbûn, çek û cebilxaneya wan kete destê hevalan. Wisa, ev bask jî, di cihê xwe de sekinî. Di heman roj de, di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de jî şer qewimî.
Roja Çarem- 23’ Şubat: Li vir jî, dîsa di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de bê rawestîn şer û pêvçûn çêbûn. Heval û leşker ketibûn nava hev û şer dikirin. Heval û leşker evqasî ketibûn nava hev ku dijmin nedikarî çekên giran bikarbînê. Balefir û top bê bandor mabûn. Şer li vir pir dijwar bû. Jixwe şerên di van her sê rojan de encama şer bi giştî diyar kir. Di her sê eniyan de jî, artêşa Tirk şikest. Bîryara me hemûyan jî, ew bû ku emê nehêlin artêşa Tirk bi asanî têkevê Zapê.
- Yanî ev diroşmeya we ya nû bû? We berê digot “ ku dijmin têkevê Zapê lê wê deretin tûnebe”, we vê carê got “ ketin jî zehmete”.
Belê! Jixwe jiberê de amadehiyên me hebûn. Em bêy amadekarî nebûn. Diroşmeya me ya nû jî, ji vir dihat. Yanî artêşa Tirk wê bi asanî nikaribê têkevê Zap’ê, wê bi asanî û rehetî ranewestê û wê derketina wê jî gelekî zor û zehmet be. Bi rastî jî, nekarî ku yek gav bi pêşve bavêje, di her sê rojên ewil de ev yek di warê pratîkî de pêk hat. Bîryar û soza hevalan di vî warî de net û zelal bû. Heval pir net bûn û qet dudilî tûnebû, piştî sê rojan û şûnve êdî em di êrîşê de bûn, me bêrawestîn lêdixist. Piştî roja heftemîn dijmin ket nava hewldanên paşvekişînê. Di vir de divê ez xaleke din jî bînim ziman. Yaşar Buyukanît çi digot? Got ku me paşvegerandinek serkeftî pêkanî! Tiştê tenê ku karî bêje ev bû. Ji bo Tirkan tiştê ji operesyona Zap’ê girtin evin: Çend wêneyên leşkerên jihevketî û qaşo- serkeftina di xwevekşînê de. Van jî, ji bo xwe serkeftin dihesibînê. Serkeftina wan evqas bû! Jixwe cudatir tiştekî ku pê pesna xwe bidin jî nîne. Evqasî derbeyên mezin xwarin, êdî ji destên me xelaskirin ji bo xwe wek serkeftin dihesibînin. Lê divê ez bibêjim: Artêşa Tirk ne paşve zivirî, ji ber ku paşvezivirîn di nava plan û nexşeyekê de çêdibê, lê artêşa Tirk riviya! Riva wan jî, bêplan bû. Encax di tarîtiya şevê de karîn hinek hêzên xwe ji çembera hevalan derxînin. Ku ew du rojên din bimana, belkî ku sed- dused leşkerên din jî, an dîl an jî kûştî têketana destên me. Ji ber ku karîn xwe ji destên me xelasbikin ji bo xwe wek serkeftin dibînin. Yanî serkeftina Yaşar Buyukanît ewe ku bikaribê leşkerên xwe ji destên hevalan xelas bikê.
Wê bidomê...
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê Dûran Kalkan
Di serî de şehîdên leheng ên têkoşîna bêhempa yên 2006’an, ku hejmara wan digihê 150, bi rêzdarî û bi minetdarî bibîrtînim.
Ji bona ku di pratîkê de em armanc û bêrîkirinên wan bigihînin serkeftinê, wekî tevger û gel, em di wê biryariyê de ne ku, em ê têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serkeftinê. Em careke din soza xwe nû dikin ku, der barê birêvebirina xeta serkeftî ya têkoşînê de, em ê xwe bikine qatix. Sala 2006’an di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de saleke awarte bû. Ev nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû bû. Sedema awartebûna salê, hem bingeha xwe ji nêzîkatiyên hêzên mêtînger digirt hem jî li hember vê jî, bingeha xwe wekî tevger û gel, ji planên me yên têkoşînê digirte.
- Ayrıntılar
