Duran KALKAN
Parastina rewa tê wateya rewşek bîrdariyê, rewşek bi feraset û weke takekes û civak rêbazê seknekê ye. Rêber Apo weke xetekê prensîba vê ya bingehîn wiha pênase dike: "hêza me ya binxistina cîhanê jî hebe emê êrîşê ti kesî nekin, cîhan bibe yek û bê ser me de jî emê ti caran dev ji mafên xwe yên rewa bernedin." Tê wê wateyê ku ev rêbazê sekinandinê rewşa parastinê îfade dike, li hember êrîşan berxwedanê digre nav xwe. Di bin her şert û mercê de tê wateya parastina mefên ku çavkaniya xwe ji bûyîna civaka azad a takekes û mirovbûnê digre, vê erkê parastinê îfade dike.
Vê parastinê jî mirov dikare di sê beşande binirxîne; ev jî weke parastina qada fikrî ango parastina îdeolojîk, dîsa parastina qada civakî ango parastina siyasî û parastina leşkerî ango parastina çekdarî ye. Ji bo takekes an jî civakê parastina îdeolojîk, parastina siyasî an jî parastina çekdarî li hember her awayî êrîşên li ser qada jiyanê rewşa xwe parastinê îfade dike. Parastina îdeolojîk hilberandina raman e û li ser hîmê hûner û wêje tê wateya meşandina tekoşîna îdeolojîk. Parastina siyasî di çarçoveya tevahî rêxistinbûnên aborî, civakî û siyasî de pêşxistina tekoşîna serhildanên demokratîk e. Parastina çekdarî jî li ser hîmê gerîla û parastina cewherî de di şerê parastina rewa de îfadeya xwe dibîne.
Em heta niha di çarçoveya parastina rewa de li ser serhildan û parastina çekdarî sekinîn. Me çalakiyên gel yên demokratîk û şerê parastina rewa ya bi girêdayî gerîla û parastina cewherî weke feraseta bingehîn a parastina rewa girt dest û nirxand. Bê guman ev xal giringin. Lê belê, yek jê qada herî esasî ya sekin û jiyana takekes û civakê qada ma'anewî, an go qada fikrî û ya îdeolojîk e. Madem ku parastina rewa weke seknek takekesî û civakî derdikeve pêşberê me, wê demê divê tevahî qadên jiyana takekesî û civakî jî bigre nav xwe. Ji ber vê yekê li gel şerê parastina rewa û serhildanan pêwiste tekoşîna îdeolojîk jî giring bê dîtin, her wiha di pileyek pêş de bê lêkolînkirin û nirxandin. Li gel parastina qada siyasî û çekdarî, di pileya yekem de cîh dayina parastina îdeolojîk di cîh de ye. ji bom înak Rêber Apo jî niha di sekna parastina rewa de ye û tekoşîna parastina rewa dimeşîne. Di her hevdîtinê de ji parêzerên xwe dipirse ka gelo li hemeber wî ti êrîşek heye an nîne, ji wan dixwaze ku ger êrîş hebe him jê re bê gotin û him jî bersiva van êrîşan bê dayîn. Li hember êrîşan divê bê agahdarkirin ku bikare xwe biparêze. Rêbertî tevahî gotinên xwe û nivîsên xwe weke tekoşîna parastina xwe pênase kiriye. Herî dawiyê dema parêznameya xwe ya bi navê Parastina Gelekê pêşkeşkir diyar kir ku li hember tevahî êrîşên îdeolojîkî, bi vê pirtûkê xwe û rastiya serokatiya xwe diparêze.
Ji aliyê din ve jî ev rastiye ku di roja me ya îro de ji sedî dot ê êrîşên li dijî takekes û civakê bûne êrîşên îdeolojîk. Di serdemên berî de di demên ku civak ev qas bi hev re pêwendîdar nebûn, amûrên ragehandinê ev qas pêşketî nebûn, li ser takekes û civakê firkên cûda ev qas bi bandor nebûn, bi kurtahî û bi gotina giştî di dema ku cîhan weke gundek kurewî nebû de êrîşên li hember takekes û civakê jî îdeolojîk û fikrî zêdetir êrîşên siyasî û leşkerî bûn. Desilatdariya siyasî dihat damezrandin, dewlet dihat avakirin, li ser takekesan jî bi girêdayî zor û zextan desilatdariya dewletê dihat pêşxistin. Dîsa şer dihat kirin, civak an bi temamî ji şûr dihatin derbaskirin bi giştî komkujiya fizîkî dihat kirin, an jî bi zora çekan digirtin bin desilatdariyê. Li cihekî dihatin esîrkirin. Bi vê awayî di esas de êrîşên li dijî takekes û civakê bi giranî leşkerî û siyasîbûn. Êrîşên li dijê cîhana ma'newî kêmbûn, bi sînorbûn. Ji berk u di destê desthilatdaran de ew amûr tunebûn. Ji bo pêkanîna vê jî hîn ew qas bi rêxistinkirî nebûn.
Lê belê di nîvê duwemê sed sala 20. de şoreşa zanist û teknîkê di van aliyan tevan de guhertinên bingehîn çêkir. Sîstema dewletparêz a kapîtalîst a ku bi şerên cîhanê tevahî cîhan xistibû bin desilatdariya xwe, dema ku bi hêzek wiha re bû yek di êrîşên li dijî takekes û civakan d jî şêweyên nû yên şer ketin rojevê. Ji vê re şerê psîkolojîk û îdeolojîk tê gotin. Serokê DYE'ê Bush jî îlan û îfadekiribû ku şerê cîhanê yê sêyem ê kul i dijî Rojhilata Navîn daye destpêkirin şerek îdeolojîk e. Her wiha qadên şer guherîn. Aliyê leşkerî ket plana pişt de. Bêgûman ev nayê wê wateyê ku pevçûnên leşkerî negiringin an jî li ser mirovahiyê metirsiyê çênakin. Bi girêdayî teknîkê di amûrên şer de jî astekî mezin derketiye holê. Dibin tehdîta bombeyên nûkleerî de ku di nîvê duwemê sedsala 20. de hat pêşxistin, tevahî mirovahî û cîhan her kêliyê bi tehdîta tunebû re rû bi rûye. Dîsa li holêye ku sîstemên fuzeyan yên ku di astên cûrbecûr de hatine pêşxistin di taktîkên şer de çiqas guhertin çêkirine û li ser jiyana takekesî û civakî çiqas texrîbatên giran re rê vikiriye. Me ev yek herî dawî diş erê DYE-İraqê de bi awayek zelal dît. Bi heman awayî em vê di rastiya xwe de jî dijîn. Li ber çave ku êrîşên dewleta Komara Tirkiyê li hember me pêş dixe xwedî texrîbatên çiqas girane. Ji ber vêyekê ev rastiye ku di taktîkên şer de jî di destê dewletên desilatdar yên li ser cîhanê serweriyê dimeşînin de astekî ku bikarin mirovahiyê deh caran tune bikin heye. Amûrên şer yên pir texrîpkar hatine çêkirin, li ser vê bingehê di taktîkên şer de jî guhertinên giring çêbûne. Wek berî şerên dem dirêj nebin jî ev rastiyeke ku ev ast di her êrîşekê de çiqas wendahiyên giran re rê vedike.
Lê belê ger bê dîqat kirin, ev hêza texrîpkar ê teknîka şer de her ku diçe di tekoşîna berjewendiyan de rewşa bikar anîna amûrên leşkerî û dema wan kurt dike û kêm dike. Di dewsa vê de ji bo li ser takekes û civakê desilatdarî, zext û mêhtîngerî bê domandin û hîn bi qetmer bê pêkanîn weke qada şerê nû şerê îdeolojîk dikeve rojevê. Ji aliyekê ve mirov û civak di bin gefa şerê nûkleerî de nikarin li dijî sîstema desilatdariya heyî derkevin, jê ditirsin û ji aliyê din ve jî cîhana fikrî û rûhî yê takekes û civakan bi girêdayî hêza amûrên ragehandinê digrin bin venêrînê û alîdidin. Ger rûh, hest û fikrê takekes bê alîdan, bikeve bin bandorê, di çarçoveya berjewendiyên sîstema dewletparêz a hiyerarşîk avahî bigre, êdî di bin zext, mêhtîngerî û desilatdariyê de girtina wê takekesê hêsan dibe. Dîsa ger sekna îdeolojîk û avahiya raman a civakan bi kar anîna amûrên ragehandinê yên pêşketî bê alîdayîn û li gor berjewendiyên sîstema desilatdar a mêhtînger bê guncawkirin, li hember vê dernekeve, wî red neke, her wiha berjewendiyên xwe û derfetên jiyana xwe bi awayek azad nebîne û li ser vê hîmê bi rêxistin nebe û nekaribe têbikûşe, wê demê civakek wiha di nava sîstemê de girtin, di bin zext û mêhtîngeriyê de hiştin wê hêsan be.
Ji ber vê yekê ev rastiyeke ku di roja me ya îro de bingehê şer di asta îdeolojîk de ye. Tekoşîn û şerên îro tên kirin ji sedî not di asta îdeolojîk de tên meşandin. Bi taybet sîstema kapîtalîst a dewletparêz ji bo tevahî takekesan û civakan li gor berjewendiyên xwe bimeşîne û alîbide, li ser esasê şerê îdeolojîk bi kar anîna her awayê amûr û rêbazan gehandiye pleya jor. Her wiha di tevahî babetên takekes û civakê de ti tiştek nemaye ku nebe hedefê tekoşîna îdelojîk û nekeve bin bandora vê yekê de. Jiyana mirov û sekna civakî di bin şer û êrîşek wiha de hatiye perçe kirin û her perçeyek wî buye hedefa êrîşan. Ev yek rastiya îro ya tuje ku takekes û civak dijî. Aliyê herî trajîk û bi êş yê vêyekê eve ku bi roxmê rûbirûyê van êrîşan e, ji aliyê kesên din ve tê alîdayîn û xizmetê ji wan re dike, hest, fikir û tevgera wî ji xizmeta wî derketiye û bi temamî ketiyê bin xizmeta sîstema desilatdar jî takekes û civak ne di haya vê rastiyê de ne. Berovajî ketine rewşek wisa ku ew dibêjin qey ev sîstema jiyana ew ketine nav de azadiye, wer hesap dikin ku ew bi hêz dibin û pêşdikevin, her wiha bê ku vê şerê hatiye sepandin ferq bikin bi daxwaz qebûl dikin. Rêber Apo di qada parastina îdeolojîk de ji bo pêşengiyê bikêşe seknek saxlem wiha got; "gerîlayê xoşewîst mejiyê xwe û dilê xwe saxlem bigre." Ev yek him li hember êrîşên îdeolojîk qezençkirina seknek îdeolojîk îfade dike û him jî li gor vê sekna îdeolojîk bûna xwediyê taktîk û rêbazan û li ser vê esasê meşandina pratîkek serkeftî rave dike.
Niha li gel parastina îdeolojîk parastina siyasî çi digre naveroka xwe? Em dikarin vê weke qada madî, civakî û siyasî ya civakê pênasebikin. Em dikarin qada hilberîna aborî, qada hilberîna civakî û ya kar, dîsa qada siyasî jî di nav de, van tevan jî di çarçoveya parastinê de binirxînin. Ji ber ku ji bom înak, civakên ku hilberîna wan a aborî nîne, li gor gotina berê civakên ku di warê aborî de ne bi sernixwene, civakên nikarin nirxên ji bo jiyana wan pêwîst hilberînin, mehkûmê bendewariyê û koletiyê ne. Ji ber vê yekê hêzên jiyana madî anîna asta ku bikare pêwîstiyên takekes û civakan pêşwazî bike giringe. Dîsa ji bo jiyana civakî jî wiha ye. Li hember hemû awayên êrîşan ji bo seknek bi hêz ya civakî bê girtin, di serî de perwerde û tendûrûstî, pêşxistin û ragedarkirina(yetkîn) tevahî qadên jiyana civakî û her wiha astekê tendûrûst ê jiyanek civakî avakirin giringe.
Qada siyasî jî heman awayî ye. qada siyasî ew qade ku tevahî pirsgirêkên civakî çareser dike, xeta îdeolojîk werdigerîne tekoşîn û rêxistinbûnê. Sererastkirina tekiliyên civakî û avasaziya hudûrîn îfade dike. Ger ev qad jî neyê birêxistinkirin û ragedarkirin, helbet wê tevlêhevî derkevin holê. Wê nakokî û pevçûnên hundûrîn çêbibin. Ji vê jî wêdetir nîzama navxweyî, pêkanîna hevsengiya civakî û bi aheng kirina tekîliyên civakî pêk nayê. Di van mijaran tevan de pêwîste zanebûnekê rast û têrker avabibe. Ji bo qadên aborî, civakî û siyasî bibe xwedî avahiyek ku bikare sekna azad û saxlem yê takekes û civakê pêk bîne, helbet pêwîstiya zanebûnek têrker heye. Pêwîste polîtîkayên ku bikare van pêkbîne ango afirandina plan û projeyan û rêxistin bê avakirin. Aliyê herî bi bandor yê vê qadê aliyê rêxistinbûnê yê. Aliyê herî bi bandor ê qada parastina îdeolojîk hilberîn û perwerde ye, lê yê qada siyasî, ango qada aborî, civakî û siyasî jî aliyê rêxistinbûnê ye. ji berk u di van qadan tevan de pêkanîna pêwîstiyan ancax bi xebatek rêxistinkirî dikare pêkwere. Çi qas civak ji her aliyan ve, bi tevahî beşên xwe ve, bi kurahî bê rêxistinkirin, çareseriya pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî, di vana qadan de pêşxistin û bi hêzkirina jiyanê jî ew qas gengaz dibe. Ji ber vê yekê rêxistinbûna civakî bingehê qada parastina siyasiye. Ev di heman demê de rengek çalakiyê ye. Rêbertiyê ji vê re got çalakiyên pozîtîf. Her wiha zêdekirina hêza jiyana civakî, azad û bi îrade bûn, bi aheng kirina hevsengî û rêveçûna navxweyî helbet bi rêxistinbûnek têrker, tevahî beş di nava xweseriya xwe de pêkanîna rêxistinbûna demokratîk û gehiştina rengê tekîliyek guncaw gengaz dibe. Ji desilatdariyê derketina rêvebiriya civakî û kirina koordînasyona kar û rol jî wiha pêk tê. Ji ber vê yekê beşek mezin an jî, ji sedî heştê û not ê parastina siyasî rêxistinbûne, pêkanîna rêxistinbûna cikî û demokratîk e. Divê mirov bi şiklên din de lê negere. Wekî kum e got ev rêxistinbûn meşandina çalakiyên pozîtîf rave dike. Divê mirov li hember zext û êrîşên li dijê civakê aliyê berxwedana demokratîk jî ser zêde bike.
- Ayrıntılar
Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Duyem
- We got ku artêşa Tirk heman riviya û çû. Li ser paivekişandinê gelek hate axavtin û gelek nankokî jî di nava Tirkiyê de rûdan. Hat gotin ku paşvekişandin bi saya zextên DYE çêbû, lê Fermandariya artêşa Tirk ev nepejirand û got ku li gorî pêdevyên leşkerî ev pêk hat. Gelo ma bi rastî jî, artêşa Tirk di bin zextên DYE ve ji Zapê paşve kişiyan?
Ez dixwzim pêzanînên pratîkî bidim we. Artêşê di roja heftan de xwest ku şûnve vegerê. Jiber ku tiştekî din ê ku artêşê di qada şer de bikariba tûnebû. Jixwe însiyatîfa şer 100% di destê me de bû. Li eniya Çiyayê Reş neketibûn hûndir û sînor derbas nekiribûn. Heman tişt ji bo eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran jî derbas dibê. Tenê di eniya Şamkê de kêmekî ketibûn hundir. Roja heftan xwestin ku vegerin, lê hevalan nehîşt. Hevalan ji piştê ve li Zagrosê li wan xistin û deriyê xwevekşînê li wan girtin. Roja heyştan hevalan dîsa him ji aliyê bakur û him jî, ji aliyê başur ve li wan xistin û gelek gir ji dest wan derxistin. Rojekê sax encax karîn ku termên leşkerên kûştî bi hîlîkopteran xelas bikin. Encax rojan nehan karîn leşkerên xwe bibin. Lê ew jî, her di bin lêdana hevalan de paşve dikşiyan. Beşek ji wan bi hîlîkopteran xelas kirin, piştî ku hevalan li hîlîkopteran jî xistin, beşek leşker di nava çemberê de man. Hevalan dora wan girtin, tenê aliyekî pir zêde berf hebû, leşkeran bi întîharwarî xwe li wê berfê xistin û wisa ji nava çembera hevalan xelas bûn. Di vir de şaştiya hevalan hebû, heval difikirîn ku dijmin wê nikaribê xwe li berfê bidê û ji çemberê derkevê.
Têkiliya xwepaşvekişandina dijmin bi zextên devre re nîne. Planên artêşa Tirk ne wisa bûn. Plana wan ew ketina bîryargehê bû, darigrkirina vê herêmê bû, armanca wan ew bû ku xwe bi cih bikin û pişt re jî tevayî başur û gelê me li vir tehdîd bikin û bixin bin kontrola xwe. Ev tişt wan bi xwe jî, digotin û tiştekî ne veşartîbû. Jixwe xerîteyên operesyonê ketin destên me, di xerîteyê de hedefên wan diyarin. Haya Emerîka jî, ji van hedef û xerîteyan hebû û jê razîbû. Jixwe Emerîka îstîxbarat dabûn Tirkan. Yanî çi têkiliya zextên derve û xwevekşîna artêşa Tirk ji Zap’ê re nîne. Jixwe ku artêşa Tirk paşveneçûba, wê di dîroka xwe de binkeftina herî mezin bidîta. Ku li Oremarê 8 leşker dîl ketibûn destên me, ewê li vir hêjmarek pir mezin ji leşkeran biketana destên me. Yaşar Buyukanînt ev dît. Ji bo vê yekê jî Îlker Başbuğ hat Şirnaxê. Ji bo vê yekê wan digotin “Em ji bo paşvekişandinê li ser agir bûn”!.
- Em dizanin ku di navbera 20 û 29’ê Şubatê de rojên gelekî zehmet bûn, her wiha, di aliyê hêjmar de jî, artêşa Tirk bêhtirî deh hezaran bûn û we jî got ku hemû hêzên taybet bûn û gelek çek û teknolojiya şer bi karanîn. Tê gotin ku hêzên gerîla yên axtîv şer kirin 100 heval derbas nedikir. Yanî sira vê yekê çibû ku 100 heval li hemberî deh hezar leşker û di mercên zivistanê yên herî zehmet de berxwe bidin û bi serbikevin?
Artêşa Tirk bi gelek amadekarî hatibû. Wan gelek hesab kiribûn, xwe li gorî mercên zivistan û berfê amadekiribûn. Cilên berfê anîbûn, gûreyên taybet anîbûn, alavên xwegermkirinê anîbûn, heta evqas tişt anîbûn ku barê leşkeran pir- pir giran bûn û nedikarîn di bin wî barê giran de bimeşin. Lê hêzên me, li gorî şert û mercên çiyayên Kurdistanê, him havîn û him zivistanê xwe perwerdekirine. Jixwe em hêzek gerîlane û li çiya dijîn, berî her tiştî hêzên me di aliyên pskolojîk û moral de amadebûn. Belkî ku derfetên me bi qasî yên dewletekê nebin, lê em di aliyê moral û pskolojîk de baş amadebûn, hêzên me di aliyê vîn û îradeyê de amadebûn. Em hêzek bîr û baweriyê ne. Mînak: Di nava vê operesyonê de, artêşa Tirk carekê hemû artêşa xwe guhertin û hêzên nû anîn cihê yên din. Lê ji ber ku hêzên me bi bîr û baweriya xwe şer dikin, li hemberî hemû mercên pir zehmet berxwe didan. Ev jî xala herî girîng a ku hîşt em bi serbikevin. Derveyî vê, di warê pratîk de jî, amadekariyên me hebûn. Ji bo mercên berfê û çiyayên bilind jî amadekariyên me hebûn. Jixwe di dema operesyonê de, du rojan her berf dibariya. Di bin barîna berfê de me şer dewam kir. Di vir de 100% însiyatîfa şer di dest hêzên me de bû. Di van her du rojên berf barînê de gelek leşkerên Tirk di berfê de qufilîn û lingên wan şewitîn û di cihên xwe de cemidîn. Tiştê ku hîşt hêzên me bi serbikevê, ew aliyê wî yê bîryar bû û aliyê wî yê îradeya xurt bû. Me bi çavên xw dîtin, bi rojan heval di nava berfê de çûn û hatin, lingên wan şilbûn, cilên wan şilbûn, şev pir sar bû, agir tûnebû ku heval xwe pê germ û zuha bikin, heta ku solên di lingên hevalan de bi şev diqerisîn û qeşa digirtin, heta hevalan ji ber vê nedikarîn pêlavên xwe ji lingên xwe derxînin… Lê li rex van hemû zehmetiyan jî, yek hevalî jî, behsa sermê nedikir, yek hevalî jî gazinc nedikirin, heta çend hevalan lingên wan di berfê de werimîbûn lê qet behsa vê yekê jî nekirin. Dema me pirsa rewşa hevalan dikir, yekî jî behsa zorî û zehmetiyan nekirin.
Divê mirov bibêje, ku di şerê van 9 rojan de, ê ku biser keft ruhê berxwedaniya PKK bû. Ê ku biserkeft ew îradeya bihêz a PKK bû. Ê ku biserkeft îradeya gelê Kurd bû. Ê ku biserkeft gerîlayên Kurdistanê bûn, ên ku biserkeftin şervanên HPG bûn. Belkî ku gelê me niha gelek diroşme derxistine, lê ê ku biserkeftî ew ruhê PKK û şervanê HPG bûn. Jiber ku bi rojan, di nava mercên zor de, yek hevalekî jî, nêzikatî, gotinek ku “NA” tê de hebe nekir û negot. Heval hemû jî, bi bîryarbûn, bîryar jî ew bû ku nehêlin leşker têkevê Zap’ê. Birastî jî, mirov ji bîryar û nêzikatiyên hevalan moral digirt. Vê yekê dihîşt ku bîryara me jî hîn xurtir be. Di vî şerî de, ruhê PKK bi awayekî herî xurt di şervanên HPG de hat dîtin.
- We bi ferehî li ser şerkeriya hevalan, berxwedanî û bîryarbûna wan a di serkeftinê de nirxandin kirin. Her wiha jî, di vî şerî de neh heval şehîd ketin. Li ser şehadeta van hevalan, rola wan di şer de û kesayeta wan de hûn çi dibêjin?
Berî ku ez bersîva vê pirsê bidim ez dixwazim bersîva pirsa berî wê dewam bikim. Niha di dema operesyonê de hin heval bi awayekî axtîv di eniya pêş de şer dikirin û beşdarî çalakiyan dibûn. Beşek din ji hevalan jî, eniya paş girtibûn. Niha ev hevalên di eniya paş de, zexteke mezin li ser me dikirin ta ku derbasî eniya pêş bibin. Her roj pêşniyarên bi vî rengî ji her aliyan ji me re dihatin. Heta ku hin heval di çalakiyan de birîndarbibûn, hîn birînên wan sax nebibû, wan xwe radikşandin ta ku vegerin nava şerê gerim. Ev ruhê hevalan bandorek mezin li ser me jî dikir. Çi artêş bi hêz û bîryareke wisa nikarin. Artêşa Tirk jî baş hesabê vê yekê nekir û wan tenê bawerî bi teknîka xwe anîn. Di vî şerî de hemû teknîka xwe ya şer bikaranîn, gelek çekên qedexe jî bikaranîn, her wiha qaşo- hêzên xwe yên taybet anîbûn şer. Lê dijmin hesabê bîryarbûn, ruhê berxwedaniyê û hûnera şerê gerîla yên hêzên me nekiribû, ji lewra jî li hemberî vê rastiyê winda kir û têkçû. Encax karibû birivê. Ev rastiya bi taybetî jî, di kesayeta hevalên şehîd de hat dîtin. Jixwe di vî şerî de heta roja dawiyê 5 hevalên me şehîd ketin, ev 5 heval jî hemû di êrîşan de şehîd ketin. Yanî êrîşên dijmin şikênandin, dest bi êrîşan kirin û di van êrîşên li ser dijmin de ev hevalana şehîd ketin.
Mînak heval Ayhan, ew nû ji Heftenînê hatibû, pêşniyara wî ji bo derbasbûna qada bakur hebû û ji bo nîqaşkirina vê pêşniyarê hatibû Zap’ê. Ew nû gihîştibû, hîn westiyayî bû, lê dema ku sibehê zû operesyon derket, heval Ayhan nehîşt ku hevalên wî biçin pêşiya dijmin, ew bi xwe çû. Ew çû û pêşiya dijmin girt, sibehê zû û heta êvarê şer kir. Ew cihê ku dijmin çar caran êrîş li ser kir û her çar caran şikest û Kobra li wir ket, a ew cihê heval Ayhan bû. Heval Ayhan di singera herî kirîtîk de bû, tenê jî, çeka wî ya sivik hebû. Ji sibehê heta êvarê her kesî ji helwesta heval Ayhan hêz û moral girt. Li ruxmî ku ewqasî westiyayî bû û tenê çeka wî ya sivik hebû, lê dîsa jî, wî li hemberî dijmin şer kir, êrîşê hemû jî şikandin û moral dida hemû hevalan. Êvarê, dîsa wî nexşe û plana çalakiyê çêkir, heval amadekirin û xistin çalakiyê û bixwe jî, di vê çalakiya li ser dijmin de şehîd bû. Wî xwe baş neparast, ku xwe baş biparastiba wê şehîd jî nebûya, ew pir bi germî bi ser dijmin de çû. Ev mînak e, mînaka milîtantiya PKK ye, mînaka gerîlayê Kurdistanê ye, û ê ku di vî şerî de biserket jî ev ruh bû, ê ku dijmin şikand jî ev ruh û ev vîn bû.
Ev yek ji bo tevayî hevalan jî derbas dibê. Mînak heval Cahîd û heval Erdal bi roj, di cihekî hemû berf de, êrîş birin ser dijmin û li wir dijmin şikandin, di vê êrîşê de jî heval Cahîd û heval Erdal şehîd bûn. Her wiha heval Tofan, ku bi şev di êrîşekî di eniya Zagrosê de birin ser dijmin û ev çalakiya êrîşê saet û nîvekê dewam kir û derbeyeke mezin gîhandin dijmin, di vê êrîşê de ew şehîd ket. Hevalên din jî, hemû wisa bûn, jixwe heval Baran li rex heval Ayhan şehîd ket. Her wiha jî hevalên ku roja dawiyê şehîd ketin. Mînak heval Ozkan û hevalên wî yên dinê(Egît, Zindan û Artêş) ku li ser çeka Doçka şer dikirin, wan dijmin xistibûn nava tengasiyeke pir mezin, ne dihîştin dijmin pêş bikevê û ne jî paşve biçê. Wan li koordîna operesyona da û hîştin ku koordîneya dijmin ji cihê xwe birivê biçê pişt sînor. Di roja dawiyê ya operesyonê de, van hevalan nehîştin ku dijmin xwe paşvebikşînê û derbeyên mezin lê xisitn.
Keda van hevalên şehîd di vî şerî de pir mezin bû, rola wan pir girîng û zêde bû, helwest, tevlêbûn û morala wan hêz da her kesî. Di vî şerî de tiştekî pir girîng heye divê ku mirov bibêje: Di vî şerî de ka hêjmara me kêm bû an na, erzaq hebû an nebû, berf û serma hebû an nebû? Van hemûyan jî, bide aliyekî, ew ruh û morala ku hevalan dida hev, hîşt ku serma jî werê ji bîr kirin, hîşt ku hêjmara dijmin jî bê ji bîrkirin, top û obîsên dijmin bên ji bîrkirin û vê yekê hîşt ku dijmin binbikevê. Ev rastiya zindî, kêlî bi kêlî û hinase bi hinase hat jîyîn û dîtin.
- Berî Opersyonê û di dema operesyonê de gelê Kurd li her derê li pişt we sekinî û piştgiriya xwe da nîşandayîn. Ev li her çar beşên welêt û li derveyî welêt wisa bû… Gelo ev helwesta gelê Kurd bandorek çawa li ser bîryar û berxwedaniya we kir?
Divê mirov bêje ku di wan 9 rojên şer de derfetek wisa zêde tûnebû ku mirov çapemeniyê bişopînê. Tam agahiyeke wisa zêde li ser qadên derveyî şer nedigihîşt me, me nedizanî tam çi diqewimê. Lê hewldana me hebû ku hemû derfetan têxin kar ta ku agahiyên li ser şer ji derve re, kêlî bi kêlî û saet bi saet ragihînin, gel û raya giştî agahdar bikin. Bi taybetî li ser vê xebatê hat rawestîn. Piştî ku derfeta şopandina çapemeniyê vebû, me dît ku gelê me şiyarbûn û helwestek xwedîderketinê ya pir mezin û bi rûmet nîşan dan e. Bêguman ev helwesta gel girîng bû û bandora xwe li ser dijmin jî kir. Ev helwestek bi nirx e û di cihê xwe de bû. Her wiha jî, ev şer û berxwedaniya Zap’ê carek din gelê me hemû rakir ser piyan. Gelê Kurd car din hemû kir yek, ruhekî netewî yê pir xurt çêkir û yekîtiyeke netewî li derdora berxwedaniya Zapê afirand. Bi qasî ku berxwedanî û serkeftinek di qada şer de derket, ewqasî jî ruhê yekîtî û berxwedanê li ba gelê Kurd bipêşket.
- Gelo di nava vê operesyonê de bûyerên balkêş ên ku di bîra we de mane hene? Bi taybetî jî yên ku bûn sedema serkeftinê…
Welah di vî şerî de heman her roj bûyerên wisa pir hebûn. Ji roja yekê heta roja dawiyê bi vî rengî bû. Mînak; heman di kêliya yekê ya hatina dijmin de, hevalan agahî dan û gotin ku dijmin êrîş aniye ser Çiyayê Reş û me derbeyek mezin li dijmin xistiye, gelek kûştî û birîndar hene û dijmin şikestiye. Yanî agahiya yekem bi hatin û şikestina dijmin re hat. Jixwe di her şerekî de kêliya ewil pir girîng e, pêşwazîkirina dijmin bi rengekî wisa jî pir bi bandor bû. Ev bandora destpêkê heta dawiyê domiya. Bîryarbûna hevalan pir diyar û girîng bû. Hîç dudilî nehat jîyîn, hîç çi hevalî cihê xwe bernedan.
Ya din jî, dijmin bi hezaran êrîş ji sibehê heta êvarê anîn ser girekî, li wir jî tenê çend heval bi çekên sivik hebûn û her tim dijmin şikandin û hemû êrîşên wî paşva vegerandin û di dawiyê de pir bi xwînsarî û bi hûnerî kobreya dijmin xistin. Tiştê herî balkêş jî, ewe ku dijmin ev cih wek xalek me ya lewaz didîtin û xwstin ku di vir de li dora me bizivîrin, lê derbeya herî mezin li vir xwarin.
Her wiha, me di nava operesyonê de xwest ku hin hevalan biguhêrin, yanî hin hevalên ku pir westabûne bikşînin û li şûna wan hin hevalên din bişînin, lê çi hevalî qebul nekir ku ji eniya pêş paşve biçê. Em jî, li hemberî vê bîryarbûn û ruhê germ bêçare diman.
- Bi taybetî jî ku gelek heval ên nû bûn Û cara yekê ye ku dikevin nava şer…
Ê ev ne cara destpêkê ye. Di PKK’ê de ev xal girîng e. Ango ruh girîng e. Bêguman piranî jî hevalên ciwan bûn, hevalên kevin jî hebûn, hevalên komîtan jî pêşengî kirin, mînak heval Ayhan û heval Cahîd her du jî Komîtan bûn, her wiha heval Ozkan jî heman wisa. Jixwe kîjan heval li kû derê bûya, tiştê ku ket ser milê wî de, bê qusur pêkanîn. Helbet hevalên nû û ciwan jî, ew ruh û bîryar nîşan dan. Her wiha ew hûnera şer baş raberkirin. Jixwe divê mirov bêje ku di vî şerî de gerîla hêza xwe dît, hîn baştir hêza xwe naskir û fêmkir Ka ev hêz dikarê çi bike? Ka bi vê bîryarê, bi van çekan û van textîkan mirov dikarê çi bike! Her hevalekî hêza xwe ya rast dît. Vê yekê jî hîşt ku baweriya hevalan bi xwe zêdetir bibê.
Ev yek baş hat dîtin ku gerîlayên Kurdistanê dikarê artêşa Tirk bin bixînin. Heta niha me digot ku HPG hêzeke ku bi bin nakevê, kesek nikarê binbixîne. Lê şerê Zap’ê rastiyeke din jî îzbat kir, ew jî ku gerîlayên Kurdistanê dikarin artêşa Tirk binbixînin. Di dirêjahiya 25 salên şerê me de, ev yek ji derbe û şikestinên herî mezin ku artêşa Tirk xwariye. Ku mirov bi hûrgilî li ser mijarê rawest wê ev yek baştir xuya bibê. Pskolojiya leşkeran, jiyana wan, bê dîsplîna wan, heta vegera wan jî ev rastiya binkeftî diyar kir. Tê zanîn ku eger artêşek bişkê dikevê pskolojiyek çawa? Ev di nava leşkerên artêşa Tirk de pir baş hat dîtin.
Ku mirov encama vî şerî bipirsê; ka encam çibû? Mirov dikarê bêje ku artêşa Tirk bi mehan xwe amade kirin, bi pskolojî û hewayekî pir cuda hatin, pir jixwe bawer, pir bilez hatin, lê pir şikestî çûn. Wek ku gelê me dibêje “ Li paş xwe nenêrîn û çûn”! jixwe gelê me diroşmeyek baş ji bo vê operesyonê bikaranîn, gotin: “Siwar hatin û peya çûn”. Bi peyatî jî, zor xwe xelas kirin.
- Di vî şerî de gelek xenîmetên ku we ji ser dijmin rakirî hebûn. Gelo nirxê van xenîmetan him di ware manewî û him jî leşkerî û madî de çiye?
Şerê Zap’ê ne wisa şerekî eniya û singeran bû. Ne jî, ku artêşa Tirk êrîş dikir û gerîla di singeran de berxwedidan. Belam, gelek textîk di nava hev de hatin bikaranîn. Dema ku hêzên dijmin xwestin pêş bikevin hêzên me lêdan, dema ku hêza dijmin rawestiyan dîsa hevalên me lêdan û dema ku xwestin paşve bikşin jî hevalan lêdan. Ji bo vê yekê, gelek şêwazên çalakiyan bipêş ketin. Bi taybetî jî, di kemîn û êrîşan de. Di van êrîşan de gelek leşker mirin, gelek tiştên wan bi dest me ketin, di qada şer de Kobreya wan ket, hevalan gelek çek, çente, cebilxane û alavên leşkerî yên cuda- cuda ji ser wan rakirin. Ji van xenîmetan beşekî pir kêm ji bo ragihandinê hat nîşandayîn. Lê a girîng di vir de însiyatîfa şer e.
Ev yek ne di plana artêşa Tirk de bû ku xenîmet têkevin destên me; wan plan dikir ku tiştên me û kampên me têkevin destên wan û ev jî wek serkeftinekê rabighandibana. Divê ku bala we jî, kişandiye ku dema artêşa Tirk paşvekişiya tiştekî di deste ku bêje “A min ev bi dest xist” tûnebû! Tenê wêneya çend leşkerên westiyayî û jihevketî û paşvekişandina leşkeran hebû. Ji bilî vê tiştekî ku artêşa Tirk pesna xwe pê bidê tûnebûn.
Ji bo kobra yê, fermandariya artêşa Tirk got ku “Kobra şikest”! Raste, kobra şikest, ew bi derba hevalan şikest; lê di vî şerî de ne tenê kobra şikest, ê ku şikestî artêşa Tirk bixwe bû, ê ku şikestî polîtîkayên înkar û tûnekirinê bûn, ê ku şikestî konsepta AKP û artêşê bû û ev jî encamek girîng a vî şerî û vê berxwedaniyê bû.
- Gelo dive ku encama berxwedaniya Zapê ji aliyê hêzên navnetewî û herêmî ve çawa bê xwendin û nêzikatiyek çawa ?
Di vî şerî de gerîlayên Kurdistanê dersek baş dan artêşa Tirk. Wan digotin “Emê têkevin bakurê Îraqê û piştî ku em wan biqedînin emê vegerin”. Lê ew hatin û dersek baş giritn. Em dibêjin ku –înşaallah- ewên li ser siyaseta tûnekirinê îsrardikin encam ji vê yekê derxînin û li dûv xeyala tûnekirina gerîlayên Kurdistanê nekevin. Di vî şerî de berî her tiştî ev îsbat bû: Ku gerîlayên Kurdistanê yên ku di nava HPG’ ê de xwe rêxistinkirine ew hêzek serkeftinê ne. Di van çiyan de kesek nikarê vê hêzê bi binbixînê. Kî bifikirê ku ewê bi şer vê hêzê bi binbixînê, ewê mehkumî binkeftinê bin. Ev encamek girîng e.
A duyem: Vî şerî ev yek jî eşkere kir; ku siyaset û konseptên li ser bingehê qedandina PKK’ê kar dikin çi şansê wan ê serkeftinê nîne. Vê care, ji hemû caran bêhtir û zelaltir bersîv hat dayîn ku serkeftina konseptên wisa ne mimkun e. dive ku her kes, çi dewleta Tirk dibê û çi jî hêzen din dibê, dive ku dev ji vê yekê berdin. Ên ku di vê yekê de îsrar bikin, ne tenê wê bê encam bimînin, di heman dem de wê zerar jî bibînin. Di vî şerî de artêşa Tirk û fermandariya wê xwe rezîl kir. Ka soza çi da, çi hedef dikir û bi çi awayî zivirî?! Em dibêjin; dive careke din van şaştiyan nekin. Îsrarkirina li ser van polîtîkayan wê hîn bêhtir zerarê bigihînê wan.
A sêyemîn: Hêz û derfeta gerîlayên Kurdistanê heye ku şer hîn bêhtir mezin bikin. Hêza wî heye ku hîn xurtir li dijmin bixê… Berxwedaniya Zap’ ê ev yek îzbat kir.
A din jî, li derdora berxwedaniya Zap’ê gelê Kurd hemû bû yek, yekîtiyek netewî avakir û bi vî şerî tevgera azadiya Kurdistanê xurtir bû, gelê Kurd hemû rakir serhildanê, îradeya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû gerîla û PKK, bi awayekî herî xurt kir yek û zivîrand berxwedaniyeke mezin.
Berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya gelê me li Newrozê de, ji niha ve konsepta tûnekirinê ya hukumeta AKP berûvajî kir. Vê zivistanê serokwezîr û serokomar digotin ku emê di sala 2008’an de ji PKK xelas bibin. Wan sala 2008’an wisa îlankirin. Wan pişta xwe bi vê operesyonê xurtdikirin. Lê berxwedaniya Zap’ê û berxwedaniya Newrozê nîşan da, ewê ne ku PKK tûne bibê, sala 2008 bû sala bilindkirina tekoşîn û berxwedaniya gelê me ji bo azadiyê û gihîşt asta herî bilind…
Di dawiyê de ku gotineke we hebe…
Di vî şerî de xuyakir ku dewleta Tirk hîn jî li ser polîtîkaya tûnekirinê de îsrar dikê. Gelo çima artêşa Tirk gerîla hedefgirt û çima Zap? Jiber ku gerîla hêviya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla cihê baweriya gelê Kurd e. Jiber ku gerîla daxwaz û hestên gelê me tînê ziman; ji bo vê yekê wan gerîla hedefgirtin. Çima Zap hedefgirtin? Ji bo ku gerîla tûnebikin, ta ku perçe-perçe bikê û pişt re jî bi asanî tûnebikê, ji bo vê yekê êrîşî Zap’ê kirin. Em li hemberî rastiya dewletek wisa ne kul i ser tûnekirina gelê me îsrar dikê. Di şerê Zap’ê de, car din diyar bû ku gerîla ji bo gelê kurd her tişt e û bêyî gerîla ji bo gelê Kurd tenê çarenûsa qirkirinê dimînê. Gelê me ev baş dît û xwedî li gerîlayên xwe derket… Lê divê ji vir û şûn de, gelê me ji her demê bêhtir xwedî li gerîlayên xwe derkevê û di hemû waran de arîkarî bikê. Berî her tiştî jî, divê ku malbatên Kurd li pêşiya tevlêbûna zarokên xwe bo refên gerîla astengiyan çênekin. Divê ku malbatên Kurd zarokên xwe neşînin leşkertiya dijmin. Di dawiyê de jî, em dibêjin ku her ciwanekî Kurd, li kîjan beşî dibê bila bilê, keç dibê an jî xurt, divê ku xwedan bîryar û helwestek bihêzbin û li hemberî rastiya dijmin, divê ku tevlî refên gerîla bibin. Cihê hemû ciwanên Kurd ên demoqrat, azadîxwaz û welatparêz nava refên gerîla ye. Em hemû ciwanên Kurd vedixwînin nava gerîla, vedixwînin Zap’ ê.
DAWÎ
- Ayrıntılar
Di derbarê şerê Zap’ê de hevpeyvîna bi Endamê Konseya Leşkerî ya HPG Dr. Bahoz Erdal re.
Amadekar: Polat CAN
Beşê Yekem
- Berî ku operesyona bejahî di 20’ê Şubatê de li ser herêma Zapê pêk werê, dewleta Tirk amadekariyek çawa kir ta ku rê ji bo êrîşeke bi vî rengî vekê? Ango mirov çawa dikarê pêvajoya berî operesyona bejahî binirxînê?
Niha ev operesyon di aliyê bejahî de neh rojan dewam kir. Lê cudahiya vê operesyonê çibû? Artêşa Tirk, ango fermandariya artêşa Tirk plan û amadehiyên vê operesyonê û textîkên wê ji mêj ve kiribûn. Xwestin ku vê operesyonê wekî textîkên Emerîka yên ku li Afganîstan, Îraq û Yoguslaviya meşandibûn pêk bînê. Tê zanîn ku (Îlker Başbuğ) li NATO yê erkdar bû û ji wir hatiye, wî jî xwest şêwazê şerê NATO yê bimeşînê. Xwestin vî şêwazî li hemberî me jî pêkbînin.
Emerîka li Îraqê çi kiribû? Destpêkê bi salan xebatên dîplomasî meşandibûn ta ku Îraqê bi tenê bihêle, ambargoya aborî li ser ferz bikê. Berî ku destwerdana leşkerî pêkbînin şerekî derûnî(pskolojîk) yê pir xurt dan meşandin. Pişt re jî, erîşên hewayî bi balefiran pir zêde pêkanîn. Di dawiyê de êrîşa bejahî bû encama wan amadekariyan. Di demek kurt, din ava du- sê hefteyan de Bexda berxweneda û ket. Niha artêşa Tirk jî, ji zû ve amadekariya operesyona li ser Zap ê dikir. Ji havîna sala 2007’an de dest bi amadekariya vê yekê kiribû. Bi taybetî jî herêma Zapê, ango wargehên bîryargeha navendî bûn hedefa bombebarana topên (Hawan û Obûsan), ev topbaran dirêjahiya havîn û payîzê dewam kir. Piştî çûyîna Erdogan a Washington’ ê di 5-ê meha Mijdarê de, êdî amadekariyên leşkerî kete pêvajo û asteke nû. Ji bo vê yekê di serê zivistanê û vir ve êrîşên hewayî yên pir zêde li ser herêma Zapê çêbûn. Çendî ku êrîşên bi vî rengî li ser herêmên din çêbibûn jî, lê esas hedef herêma Zapê bû. Li gorî wan difikirîn ku li hemû kamp û wargehên me xistine, xerab kirine û zagona me belav kirine. Jixwe wan dihanî ser ziman û digotin “ Me sîstema wan ya komîta, ya girêdan û têkildayînê û ragihandinê belav kiriye”. Ev di milekî de bû, di milê din de, di nava van çend heyvan de şerekî pskolojîk û propagandayê yê pir zêde dan meşandin. Ev herdu mil jî, di şer de girîngin. Di rex van re, xebateke dîplomasî ya pir berfereh dan meşandin, ew jî, bi armanca ku me bi tenê bihêlin û arîkariya navnetewî ji xwe re çêbikin. Bi vê mebestê ji bi Emerîka heta Ewrupa heta Îsraîl û heta hêzên herêmî û Kurdistanî re pir mujul bûn ta ku eniyeke navnetewî li hemberî me çêbikin. Wan li gorî xwe di hemû milan de amadekariyên xwe temam kiribûn û tenê êrîşa bejahî mabûn.
Êrîşa bejahî jî, di nîva zivistanê de, di demek ku em hêvî nekin(li gor wan) û me di xefletê de ji nişkeve bigrin pêk anîn. Wan bawer dikir ku êrîşên hewayî derbeyên mezin li me xistiye, şerê piskolojîk jî rewşa me xerabtir kiriye û tenê êrîşa bejahî maye ta ku werin di demek kurt de cihên me dagirbikin, têkevin Zap ê û serkeftina xwe rabighînin. Her kes û derdor li gorî vê baweriyê amadekiribûn. Jixwe raya giştî û her kes dabûn bawerkirinê ku wê têkevin başûrê Kurdistanê û wê me tûnebikin û biqedînin. Operesyona ku di 20’ê Şubatê de li ser Zap ê destpêkirî bi vî rengî bû û li ser hesabên wisa bûn. Yanî ji 70 % opersyunê ji berê de çêbibû û mabû ku 30 % jî bi operesyona bejahî ve temam bikin û encam bi destbixin. Yanî bawer dikirin ku wê bi êrîşa bejahî, di demek kurt û bil ez encam bi destbixin. Bi giştî plan û textîkên wan berî êrîşa bejahî wisa bû.
- Gelo çima bitaybetî herêma Zapê kirin hedef? Mirov di çapemeniya Tirkan de hîn bêhtir Qendîl bi plana pêşîn de didît, lê çima Zap?
Sedemên hedefgirtina Zap ê hene. Sedema bingehîn ewe ku, Zap qada bîryargeha navnedî ya HPG ê ye, li ser sînor e û bi awayekî dîrekt xebatên leşkerî yên li hemû bakurê Kurdstanê dimeşînê. Dijmin jî ev der ji bo xwe tehdîdek mezin didîtin. Di aliyê din de, Qendîl gelek dûr e û gihîştina wir zehmet e, ji bo ku biçin Qendîl divê destpêkê di Zap ê de encam bigrin, ku li Zap ê encam negrin wê nikaribin gavekê jî ber bi Qendîl ve bavêjin. Di aliyê din de, Zap qada bîryargehê ye, eger êrîşa li ser Zap encam bigrê ewê moral û manewiyeta hemû hêzên me xerab bibê, ewê bandoreke pskolojîk a xerab li ser hêzên me çêbikê, û pişt re jî hemû êrîşên ku li hemberî hêzên me li darbixînin wê gelekî asan be. Jixwe di planên wan de hebû ku êrîş bibin ser herêma Heftenîn, Xakurk û di vê qadê de xwe bi cih bikin û di bakur de jî wê hîn asantir operesyon li dar bixistibana. Wê rewşa hêzên me yên li bakur di warê pskolojîk de ne baş be. Jixwe ku hêzeke leşkerî ya gerîla bîryargeha wê ya navendî derbe bixwê û maruzî êrîş û dagirkeriyê bibê, ew hêza gerîla wê nikaribê bi moral û hêzeke xurt şer bikê û ewê bêkontrol bimînê. Ji lewra Zap ji bo wan gelekî girîng bû.
Hedefa wan ya leşkerî jî ev bû: Bikevin Zap ê, dagirbikin, derbeyeke mezin li bîryargehê bixin, hemû hêzên HPG bê kontrol bihêlin, bê komîta bihêlin û perçe perçe biçin ser hêz û qadên me yên din û wir jî belav bikin. Ku ev hedefa wan bi cih bihatiba û bigihîştina encamê di warê leşkerî de, wê ji bo hedefên xwe yên siyasî kar bikiribana. Ku di vir de bi ser biketibana, niyaza wan tûnebû ku ji başur derbikevin. Ji xwe hewayê ku pê hatibûn jî destnîşana vê yekê dikir, ew jixwe ji bo mayînê hatibû, ku bi ser biketibana, wisa di nava 9 rojan de paşve venedikşîn. Wê destpêkê Zap têxistana destê xwe û pişt re jî bigotibana: “ Me gelek qedandin lê yên mayî çûne hûndir başur” û bi vê buhaneyê wê êrîşî Garê jî bikiribana û wê derbasî kûrahiya başur jî bibûna. Heta wê biçûbana Qendîl. Wê her wiha jî, tehdîdên xwe li ser herêma Kurdistanê zêdetir bikiribana. Bi vê rê jî, qaşo- wê tevayî tevgera azadiya Kurdstanê lewaz bikiribana, wê destpêkê PKK belav û marjînal bikirbana, pişt re rewşa ku li Kurdistana Îraqê çêbûye tehdîd bikiribana û têxistina bin kontrola xwe. A, hedefa wan a bingehîn jî ev bû. Her wiha wê piştî van hemûyan, di tevayî Îraqê de bigotiba: “ Mêze bikin Tirkiye dewletek çiqas xurt e, divê her kes hesabê me bikê”. Yanî bi hêza xwe ya leşkerî, bi teknolojiya xwe ya şer xwest ku çavên her kesî bitirsînê û mesaj bidin hemû aliyan.
Lê van hedefan hemûyan jî bide aliyekî… Gelo çima başûr evqasî kete rojevê? Çima başûr ji wan re bû hedef? Çima ewqasî pêwîstiya êrîşkirina ser başur dîtin? Ya girîng eve! Ev bi konsepta ku hukumeta AKP û Artêşa Tirk di 2007 de destpêkirin ve girêdayî ye. Tê zanîn ku di buhara 2007’ê de bûyera jahrkirina Rêbertiyê deşîfre bû û kete rojevê, operesyonên berfereh li ser hêzên me li bakur pêkhatin, bi taybet li Botanê, êrîşên mezin li ser gel pêşketin, di xebatên demokratîk û qada legal de bi hezaran binçavkirin û girtin çêbûn… Ev konseptek bû; lê vê konseptê di 2007’an de tam encam negirt. Yanî ne êrîşa li ser Rêbertiyê encam girt; ji ber ku mijar deşîfre bû û gel li hemberî vê serhildan kirin û ne jî, êrîşên li ser gerîla encam girtin; ji ber ku bi berxwedaniyeke pir mezin re rû be rû man, taybetî jî berxwedaniya Gabar û Oremarê. Ji bo vê yekê ew neçar man ku berê xwe bidin başûr. Wan li gorî xwe digotin ku heta başur hebê û heta ku em di qada başûr de derbeyekî li navendê nexînin emê ne di aliyê moral û ne pskolojîk û ne jî leşkerî de nikaribin wan bişkînin. Êrîşa li ser Zap ê, li ser qada bîryargehê bi vê yekê ve girêdayî ye. Konsepta wan ya ku di sala bûrî de bi ser neketibû xwestin îsal bi vî rengî bi ser bixînin. Yek ji hedefên wan jî ev bû. Em dikarin hedefên wan him di aliyê siyasî û him jî leşkerî de wisa bînin ziman.
- We behsa stratîjî û textîkên leşkerî kir û şibihand textîkên NATO yê, ev bi giştî bû. Gelo di aliyê êrîşa bejahî de, Tirkan textîkên çawa bikar anînin? Bi taybetî jî, ku berê gelek caran operesyonên artêşa tirk li ser vê herêmê çêbûn e, cudahiya vê operesyonê ji yên berê çibûn di warê textîk û şêwaz de çibû?
Cudahî eve: xuya dikê ku fermandariya artêşa Tirk, xwe qanî kiribû ku bi wan êrîşên hewayî yên zivistanê derbeyek mezin li me xistiye. Êrîşa wan a bejahî jî, bi vî rengî bû:
yek; xwestin ku bi dizî li darxînin. Mînak, wan hêzeke leşkerî ya mezin anîn Çukurca û ji nişkeve derbasî cihê operesyonê kirin.
Dudu; qaşo zaf îstîxbarat komkiribûn; yanî him bi arîkariya Emerîka (bi riya hewayî), him jî, bi riya hêzên xwe yên li başur ku pereyekî pir zêde ji bo komkirina istixbaratan xerckiribûn. Yanî bi riya hêzên xwe yên li Şêlediz, Bamernê, Kanî Masî û cihên din bi riya van gelek istixbarat komkiribûn. Hedefa wan diyar e, xwestin ku bi awayekî dizî û lezgîn têkevin tevgerê û dîrekt werin têkevin kampên me yên bîryargehê.
Ango werin di serî de du cihên stratîjîk bigrin, yek ji wan Çiyayê Reş e û ya din jî Şkefta Birîndaran û dirêjahiya wê heta Çemcu ye. Xwestinvan deran bigrin û pişt re xwe bedrin kampên bîryargehê. Ji bo vê yekê jî, pir bilez hereket kirin, li gorî wan hîn berî ku em bi wan bihisêin wê me ji nişkava xafîl bigrin e. Ji bo vê jî, baskê ku di milê Çiyayê Reş ve û baskê ji aliyê Şkefta Birîndaran û Baskê Şamkê ve hatî pir bi lezgînî hatin. Jixwe leşkerên di pêş de dihatin ala Tirk bi xwe re anîbûn, ji bo ku werin li Çiyayê Reş û Şkefta Brîndaran alên xwe biçikînin. Ev textîka wan ya hatinê bû.
Sê; wan ji bo xwe şert û mercên zivistanê awantaj dîtin. Yanî balefir û hîlokopterên wan hene, û qaşo ev bi mehan e ku artêş van leşkeran perwerde dikirin, propagandiya wan dikirin, li gorî jiyan û mercên berfên perwerdekiribûn. Artêşê ev hêzên xwe yên taybet ji zû de ve amade dikirin.
Ez vê jî, bêjim: Hêzên ku anîn vê operesyonê hemû jî hêzên taybet bûn, leşkerên normal pir kêm bûn di nava wan de. Belge û dokmentên wan ketin dest me, lîsteyên yekîne, tabûr, navên wan, erk û çekên wan, rûtbe û sîcêlên wan hemû ketin dest me, di wan belgeyan de jî diyar dibê ku ji 10 % tenê leşkerên normalin, ên mayî hemû fermandar bûn, ango subayî bûn. Ev hêzeke qaşo- taybet hatî perwerdekirinbûn. Jixwe pir bilez û di mercên zivistanê de hatin ta ku însiyatîfa şer têxin dest xwe û me bê hazirtî bigrin.
Divê ez vê jî bibêjin: Roja berî operesyona bejahî despêbikê, ji Zap êheta Çemcu, dirêjahiya rojê balefiran êrîş û bombebaran kirin. Çiqas gundekî kevin heye, çiqasî kampek kevin heye, çiqas şikeftek deşîfre heye, çiqas ku girek heye hemû jî bombebaran kirin. Li gorî wan cihekî ku lê nexistin û tûnenekirin nemabû. Dû vê yekê jî dîrekt leşker ketin hereketê.
- We behsa textîkên artêşa Tirk kirin, bi taybetî di warê îstîxbarî de… Gelo li hemberî van textîkan we textîkên çawa bi karanîn, bi tayebtî jî ji b ovala derxistina xebatên Tirkan ên îstîxbarî û şaşkirina wan de?
Niha ji bo vala derxistina textîkên dijmin me textîkên çawa bikaranîn? Ji ber ku şerê me hîn dewam dikê; ji lewre ez pêwîst nabînim ku hemû tiştî bibêjim. Lê me dizanî ku him ji asîman û ji erdê, him ji başûr û him jî, ji bakur istixbarat li ser me kom dikin. Me dizanibû ku karekî wan ê pir zêde heye. Ji bo vala derxistina van xebatên wan ên îstixbaratê, çi tedbîr pêwîstbûn me kirin. Di encamê de, piştî binketina operesyonê, fermandarê artêşa Tirk ê li başur ji wezîfeyê hat girtin. Gotin ku wî istixbarat şaş komkirine.
Tedbîrên ku me girtin, artêşa Tirk xiste nava nirxandin û dîtinên şaş di derbarê me de. Bi vî rengî istixbarata wan vala derket. Helbet tenê tiştên ez dikarim bibêjim ez tînim ziman. Ew balefira casus a ku ji asîman de keşîf dikir, jê re wisa xuya dikir ku Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran, tenê çiyayên bilind, tijî berf û çi şop, çûyîn hat, tevger û tu kes lê nîne ye. Li gorî wan çiyayên vala ne. Ji vê baweriyê jî, ew pir bilez û jixwe bawer hatin. Lê dema ku hatin, di roja yekê de li her derê ketin kemînên xerab, cihên ku hîç hêvî nedikirin de ketin kemînan û derbeyên pir mezin ji hevalan xwarin. Jixwe taybetmendiyek şerê Zap’ê jî eve: Di hemû operesyonên berê de, roja destpêkê artêşa Tirk her tim di êrîşê de bû, di rojên ewil de ew pêşve dihatin, em jî, bêhtir diketin nava tedbîrên parastin û xwevekşandinê de bûn. Encax di pêvajoyên duyem û sêyem de em diketin nava çalakiyan û hêzên me li operesyonan dixistin… Lê di vê operesyonê de mijar cuda bû, heman di roj û kêliya yekem de me li operesyonê xist, jixwe di her sê rojên destpêkê de artêşa Tirk kete nava çiravê û nekarî gavekê jî bavêje. Ew hatin xapandin, wan digot qey ev çiyayên bilind ên titjî berf hemû vala ne, ji lewre jî di cihên hîç bawer nedikir de kete nava kemînên hevalan.
Tedbîrên me, ne yên wê rojê bûn. Tedbîrên me vedigerin par, heta vedigerin berî du salan ku gelek amadehiyên me ji bo vê yekê hebûn. Ji warê moral û pskolojîk bigre, heta warê bicihkirin û destlatiya li ser hawirdorê, heta tedbîrên ser-erd û bin-erd, heta tedbîrên çek û cebilxaniyê û hîn jî gelek tedbîrên din me girtibûn. Ev hemû, me heta astekê bi nepenî (sirrî) kiribûn. Dijmin jî, baş hesabê vê yekê nekiribû, xwe pir mezin û werimandbû… Ji bo vê jî, dema ku hatin û rastî wê berxwedaniyê bûn, ew şaş û maşo bûn, ew matbûn ka rastî çi hatin e! Ji bo tedbîr û textîkên ku me berî operesyonê pêk anîn wisa bûn.
Lê di dema operesyonê de, di nava pêvçûnan de, hêzên me gelek textîkên din bikaranîn. Bi vî rengî encamên operesyonê di her sê rojên ewil de diyar bûn. Di roja ewil de dujmin hat çiyayê Reş û li wir kete kemîna hevalan û di encam de 28 leşker mirin, Bînbaşiyê wan jî, li wir hat kûştin, nedikarîn du rojan termên leşkerên xwe kombikin. Li wir bi giştî şikestin.
Roja duyemîn, di eniya Şamkê-Çemcu re xwestin bikevin hundir û li dora me bizivîrin… Ew bi “Hella Hella” dihatin! Ji berbangê heta êvarê çar caran êrîş kirin, hevalan ev hemû êrîşên wan jî şikandin û ber êvarî jî Kobraya wan xistin. Bû şev, vê carê heval ketin êrîşê û dijmin ji wir damalandin û paqij kirin. Wisa, ew enî jî li vir şikest.
Roja sêyemîn jî li xeta Şikefta Birîndaran, ku herî bêhtir berf li wir hebû. Ji roja yekê û heta dawiyê balaefiran bê rawestîn êrîşî vir dikirin û bombebaran dikir. Xwestin di vir de têkevin êrîşê. ji sibehê zû û heta şev zêdetirî 6-7 caran dijmin êrîş kir ta ku Şikefta Birîndaran dagir bikê, li vir jî, di nava hev de pêvçûn û şerekî pir mezin çêbû. Di vir de dijmin şiket. Di her sê eniyan de jî dijmin şikest, lê şikestinek pir xerab bû. Artêşa Tirk di Zap’ê, di her sê rojên ewil de têkçû. Ew him di aliyê moral û di aliyê pskolojîk de û him jî, di aliyê leşkerî de şikest. Piştî vê yekê êdî însiyatîfa şer bi giştî di destê hêzên me de bû.
Êdî hevalan bi roj li dijmin dixistin, êrîş dikirin, suîkast dikirin, bi şev jî, çalakiyên êrîşê dibirin ser dijmin. Êdî dijmin di cihê xwe de çikayî mabû, nedikarî pêşve biçe û kete rewşa parastinê. Lê hevalan nehîşt ku ew li vir jî rehet rawestê. Hevalan bi şev û roj lêdixistin. piştî roja heftemîn dijmin êdî dît ku nikarê di cihê xwe de jî rawestê, êdî kete nava hewldanên paşvekişandinê. Jixwe baskê dijmin ê li Çiyayê Reş û Şikefta Birîndaran zêde pêşve nehatibû û pir nêzî sînor bûn, baskê Şamkê hinekî ketibûn hundir, ev bask jî encax dirêjahiya sê rojan(27 heta 29 ê mehê) karîbû paşve vekşê. Yanî vekşandin jî gelekî zehmet bû. Di operesyonê de textîk û şêwazên çalakiyan ku hêzên me meşandî bi vî rengî bûn.
- We din ava bersîva xwe de jî anî ziman… We anî ziman ku dijmin di sê baksan de êrîş kir û sê eniyên şer hebûn. Di nava van her sê eniyan de koordîneke çawa din ava hêzên we de hebû, bandorên çawa ya serkeftina eniyekî li ser eniyên din dikir? Ya din, mirov dikarê di aliyê kornolojî de rojên şerê Zap’ê çawa rêzbikê?
Divê mirov vê rastiyê bînê ziman: li herêma Zapê şerekî pir dijwar qewimî. Di van neh rojan de bi piranî ji berbangê heta şev balefiran bê rawestîn li herêmê dixistin. Hilîkopter û Kobreyan êrîş dikirin, topavêtina Obîs û Hawan qet ranediwestîn, ji aliyê bejahî ve jî, 9 rojan di mercên zivistanê, di nava berf û şilahiyê de, şer sîng bi sîng birêve diçû, şerên pir dijwar, pir mezin çêbûn. Bi giştî ev 9 rojên şer wisa bûn. Lê ku mirov bixwazibê roj bi roj bînê ziman. Bi kurtahî mirov dikarê vê yekê bêje:
Roja yekê- 20’ Şubat: Bê rawestîn bi topên giran û balefirên şer, herêm bombebaran kirin. Wan heman li hemû deran xistin, li gorî xwe xwestin hemû hêz û cihên me îmha û tûnebikin û rê ji leşkeran re vekin.
Roja duyemîn- 21’ Şubat: Di Eniya Çiyayê Reş de ketin êrîşê. jixwe Çiyayê Reş cihê herî nêzî wan e. Di wir de ketin êrîşê û xwestin di şeva ewil de Çiyayê Reş dagirbikin. Li wir bêhtirî 120 leşker ên li pêş ketin kemîna hevalan, hevalan li wan da û bêhtirî 26 leşker kûştin, di nava wan de Bînbaşiyek hebû, wisa jî însiyatîf li vê eniyê kete destê hevalên me. Yanî şerê destpêkê li Çiyayê Reş bû.
Roja Sêyem- 22’ Şubat: Dijmin xwest ku li dora me bizivîrê, herêmê dorpêç bikê û hêzên me têxe çemberê. Ji bo vê yekê, ji Cîloyê Biçûk xwe berdan û di xeta Şamkê re xwestin wirin di Çemcu re bizivirin. Li vir leşker hatibû amadekirin û pir bi lezgînî ta ku bi awayekî dîrekt têkevin kampên bîryargehê. Li vir jî, şerên pir dijwar qewimîn. Li vir, ji sibehê heta êvarê dijmin çar caran êrîş kir û her çar caran, êrîşên wan hatin şikandin. Ber êvarê, hevalan Kobraya wan di nava leşkeran de xistin, bi ser serê wan de xistin. Dema ku tarî ket jî, hevalan çalakiyek êrîşane birin ser wan û dijmin ji wir damalandin û hemû gir paqij kirin. Li vir gelek kûştiyên dijmin çêbûn, çek û cebilxaneya wan kete destê hevalan. Wisa, ev bask jî, di cihê xwe de sekinî. Di heman roj de, di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de jî şer qewimî.
Roja Çarem- 23’ Şubat: Li vir jî, dîsa di eniya Xeregul û Şikefta Birîndaran de bê rawestîn şer û pêvçûn çêbûn. Heval û leşker ketibûn nava hev û şer dikirin. Heval û leşker evqasî ketibûn nava hev ku dijmin nedikarî çekên giran bikarbînê. Balefir û top bê bandor mabûn. Şer li vir pir dijwar bû. Jixwe şerên di van her sê rojan de encama şer bi giştî diyar kir. Di her sê eniyan de jî, artêşa Tirk şikest. Bîryara me hemûyan jî, ew bû ku emê nehêlin artêşa Tirk bi asanî têkevê Zapê.
- Yanî ev diroşmeya we ya nû bû? We berê digot “ ku dijmin têkevê Zapê lê wê deretin tûnebe”, we vê carê got “ ketin jî zehmete”.
Belê! Jixwe jiberê de amadehiyên me hebûn. Em bêy amadekarî nebûn. Diroşmeya me ya nû jî, ji vir dihat. Yanî artêşa Tirk wê bi asanî nikaribê têkevê Zap’ê, wê bi asanî û rehetî ranewestê û wê derketina wê jî gelekî zor û zehmet be. Bi rastî jî, nekarî ku yek gav bi pêşve bavêje, di her sê rojên ewil de ev yek di warê pratîkî de pêk hat. Bîryar û soza hevalan di vî warî de net û zelal bû. Heval pir net bûn û qet dudilî tûnebû, piştî sê rojan û şûnve êdî em di êrîşê de bûn, me bêrawestîn lêdixist. Piştî roja heftemîn dijmin ket nava hewldanên paşvekişînê. Di vir de divê ez xaleke din jî bînim ziman. Yaşar Buyukanît çi digot? Got ku me paşvegerandinek serkeftî pêkanî! Tiştê tenê ku karî bêje ev bû. Ji bo Tirkan tiştê ji operesyona Zap’ê girtin evin: Çend wêneyên leşkerên jihevketî û qaşo- serkeftina di xwevekşînê de. Van jî, ji bo xwe serkeftin dihesibînê. Serkeftina wan evqas bû! Jixwe cudatir tiştekî ku pê pesna xwe bidin jî nîne. Evqasî derbeyên mezin xwarin, êdî ji destên me xelaskirin ji bo xwe wek serkeftin dihesibînin. Lê divê ez bibêjim: Artêşa Tirk ne paşve zivirî, ji ber ku paşvezivirîn di nava plan û nexşeyekê de çêdibê, lê artêşa Tirk riviya! Riva wan jî, bêplan bû. Encax di tarîtiya şevê de karîn hinek hêzên xwe ji çembera hevalan derxînin. Ku ew du rojên din bimana, belkî ku sed- dused leşkerên din jî, an dîl an jî kûştî têketana destên me. Ji ber ku karîn xwe ji destên me xelasbikin ji bo xwe wek serkeftin dibînin. Yanî serkeftina Yaşar Buyukanît ewe ku bikaribê leşkerên xwe ji destên hevalan xelas bikê.
Wê bidomê...
- Ayrıntılar
Endamê Konseya Birêvebirinê ya KCK’ê Dûran Kalkan
Di serî de şehîdên leheng ên têkoşîna bêhempa yên 2006’an, ku hejmara wan digihê 150, bi rêzdarî û bi minetdarî bibîrtînim.
Ji bona ku di pratîkê de em armanc û bêrîkirinên wan bigihînin serkeftinê, wekî tevger û gel, em di wê biryariyê de ne ku, em ê têkoşîna wan a azadiyê bigihînin serkeftinê. Em careke din soza xwe nû dikin ku, der barê birêvebirina xeta serkeftî ya têkoşînê de, em ê xwe bikine qatix. Sala 2006’an di têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê de saleke awarte bû. Ev nîşaneya destpêkirina pêvajoyeke nû bû. Sedema awartebûna salê, hem bingeha xwe ji nêzîkatiyên hêzên mêtînger digirt hem jî li hember vê jî, bingeha xwe wekî tevger û gel, ji planên me yên têkoşînê digirte.
- Ayrıntılar
Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn
Beşa 3
Agirbesta sêyemîn
Pêvajoya şer ya heya Payîza 1998an rastiyek da nîşan; ev jî tevî tevahî êrîşên tunebûnê, ne mijara gotinê ye ku her du hêz li gel jiyîna berxwedaneke diyar ne nagihijin wê hêzê ku hev û din ji holê rakin. Tişta di sala 1998an hatiye jiyîn bûbû ev. Ev yeke jî xitimandin û neçareseriyekê îfade dikir. Ji bo ku ev rewş were bidawîkirin pêwîstî bi pêkanîna avabûneke nû hebû. Nirxandina ku Rêber Apo di 15ê Tebaxa 98an de kiriye, di vê mijarê de asta bîryareke kûr û berfireh îfade dike. Ev nirxandin jî dikare di wateyekê de weke peyama beriya agirbestê guhartina stratejîk were fêmkirin. Di heman pêvajoyê de daxwazên qismekê di nava dewleta Tirkiyê de ku dixwazin şer dawî bikin û pêvajoyeke nû bi agirbesteke watedar re destpê bikin gihiştibû partiyê.
Rêber Apo di 1ê Îlona 1998an de rave kir ku pêvajoyeke nû ya agirbestê destpê kiriye. Ev agirbest ji agirbestên 93-95 ê cûdatirbû. Ango vê agirbestê hedef dikir ku bi xwe re guhertineke berfirehtir bixe rojevê û bîryarên vê hembêz dikir. Ne tenê agirbestek û pêngaveke gerîna giftugo bû, pêngaveke ku bi gavên pratîkî yekser guhertineke pergalî ya rêxistinî pêş didît, vê yekê jî bi hewldana xwe biafirîne û pêkbîne bû. Lê belê bersiva ku dewleta Tirkiyê daye vê bû ev; hema piştî îlana agirbestê Surî tehdît kir û ew hewl da wê pêvajoya komploya tê zanîn pêşbixe. Bi vî rengî li dijî navênga tundê ya veguheriye girêka kor her sê lêgerên çareseriyê yên Rêber Apo, ên di nava pênc salan de pêşxistibû, bê encam hatine hiştin û komploya 15 Sibatê ya navnetewî hate pêkanîn. Lê belê vê koployê jî lêgerên Rêber Apo yên çareseriya li dijî tundê nedaye sekinandin, Rêber Apo ev zêdetir kûr kiriye û ew gihandiye heya guhartina stratejîk.
Dewleta Tirkiyê ne di wê rewşê de bû ku bikaribe ji kevneşopiya siyaseta yekdest, inkarger û tuneker derbikeve û tevî tevahî hewlên Tevgera me ya azadiyê di tunekirinê de israr dikir. Hewlên ku DYE ji bo desthilatdariya xwe ya cihanê di bin navê “Pergala Cîhana Nû” dida meşandin, bi awayek cîdî ji aliyê PKKê ve dihat astengkirin. Berjewendiyên eniya dijberê PKKê ji bo êrîşkariya hîn berfirehtir, momenta dest dide digirt. Komploya navnetewî ya bi dîl radestkirina Rêberê me ji Tirkiyê re biencam bûye, di pêvajoyeke wisa de dikete pratîkê. Ji lewra, baştir fêmkirin û nirxandina vê komploya navnetewî, rastiya têkoşîna ku Rêberê me dide meşandin, di vê wateyê de xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Zaliya emperyalîst ku tê xwestin di bingeha ewlekariya Siyonîzma Îsraîl û dîsa berjewendiyên mêtingeriya Tirk were damezirandin, herî zêde jî ji aliyê têkoşîna ku partiya me dide meşandin ve hate valederxistin. Wiha ku emperyalîzm û nûkerên wê di çareseriya pirsgirêka Fîlîstîn de, di çareseriya nakokiya Ereb-Îsraîl de û dîsa di xala encam ji têkoşîna li dijî Îranê de dide meşandin girtinê de herî zêde li hemberî pirsgirêka li Kurdistanê de tangav bûne. Tevahiya van sedeman, sedemên komploya ku li dijî Rêber Apo pêşxistine çêdikin.
Agirbesta Çaremîn
Tevî komploya navnetewî ya tê meşandin û dîlbûna Rêbertî, Rêberê me û Tevgera me anî ziman ku ji bilî çareseriya bi rêbazên siyasî ya pirsgirêkê, çi çareseriyên din nînin û çi dibe bila bibe cihê ku were gihandin wê dîsa bibe israra di çareseriya siyasî de. Ji aliyê Rêberê me ve ew agirbesta ku di 1ê Îlona 98an de hatiye îlankirin hîn zêdetir hatiye pêşxistin û heya 2ê Îlona 1999an hatiye dirêj kirin. Rêberê me xwe bi vê re jî bes nedîtiye, ji bo pêşiya çareseriya siyasî veke, di 2 Îlona 1999an pê ve bîryara paşvekêşandina hêzên gerîla ji sînoran girtiye. Vê yekê weke ku di roja me ya îro de jî pir tê ziman, mercên herî guncav ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşkêş dikir, lê belê dewletê weke her timî pêvajo di bingaha tasfiyekirina PKKê û bi mantixê pirsgirêkê biperçiqîne-çareser bike nirxand. Di derbarê nîqaşkirin û pêvajo veguhertina ji çareseriyeke siyasî re ti gav neavêt û ew polîtîka xwe ya gîrokirin û ji demê re belavkirin esas girt.
Tevgera me di bingeha agirbesta yek alî hêza xwe ya gerîla vekêşand li derveyî sînoran û pevçûn sekinîbûn. Ji bo çareseriyê rewşa nepevçûna ku nêzî pênc sal an hatiye jiyîn bi hewldan û fedakariya Tevgera me re mercên guncav çêdikir. Tevî tevger û Rêberê me bi dehan caran bangî dewleta Tirk kir jî ti gav nehatin avêtin. Hate hedefkirin ku Tevgera me bi polîtîka mijûlkirin û rizandinê were tasfiyekirin û hwil dan di bingeha konsepta şerê taybet a ku dîl girtina Rêberê me digirt nava xwe, Tevgera me destpêkê bi destê YNK, eger ev nebe jî bi pêngavên hundirîn yên Tevgerê perçe dike re tasfiye bikin. Bi hewlên wekî van re û bi pêkanînên şerê taybet ê ji gelên me re pir mezin didin windakirin re pêvajo hate heba ki-rin.
Piştî mudaxeleya DYE ya di Adara 2003ê de ji Îraqê re hate jiyîn, dewleta Tirkiyê ku dîtiye federasyoneke Kurd di Bakûrê Îraqê de çêdibe, vê carê bi tirsa “Wê Kurdistana Mezin were damezirandin” di bingeha bêencamiya konsepta xwe ya rizandina ji demê re hatiye belavkirin de, bi Îranê û Surî re îtîfaq pêşxis û ji bo dînamîkên Azadiya Kurd tune bike û hewl da di vê bingehê de operasyonên xwe yên leşkerî û polîtîkayên xwe yên zextê bixe dewrê.
Ji nû ve damezirandina PKKê û Pêngava 1ê Hezîranê
Tevî tevahî lêgerên me yên çareseriya demokratîk-aştiyane, komploya navnetewî ne tenê li derve, li hundir de jî hate ferzkirin. Tevgera me xwe li hemberî polîtîkaya komployê ya di hundir de encam girtinê dike armanc kom kir û destpêkirina pêvajoyeke nû xiste rojeva xwe. Di bingeha mudaxeyala Rêber Apo ji nû ve damezirandina PKKê û pratîkkirina Pêngava 1ê Hezîranê hate rojevê.
Tevgera me di bingeha ji nû ve damezirandina PKKê û di rastereya nûkirin û guhertinê mesafeyên girîng girt. HPG ji nû ve, ne weke hêzeke ku bi rêbazên çekdarî têdikoşe, weke hêza gelê Kurd a çekdarî ya parastina rewa hate birêxistinkirin. Weke nêzîkatiya herî xwezayî ya parastina rewa hate dîtin ku HPG li hemberî êrîşan çalakiyên mîsîleme bike. AKP ku di Sermaweza 2003ê de hate ser îqtîdarê soz dida ku wê di çareseriya pirsigêka Kurd de nêzîkatiyeke nû pêşkêş bike. Lê belê îqtîdara AKPê jî di her du salên xwe yên destpêkê de nekete nava nêzîkatiyek ji nêzîkatiya tasfiyekirina pirsgirêkê cudatir û ji bilî nêzîkatiya ku di bingeha ji demê re belavkirin û rizandinê ti nêzîkatî pêşkêş nekir. Ji lewra pêvajoya parastina rewşa ya di 1ê Hezîrana 2004an de destpêkiriye, weke pêvajoyek neçarî û nû kete dewrê.
Piştî zemîna ku ji bo çareseriya siyasî hatiye afirandin di bingeha tasfiyekirina Tevgera me hate îstîsmarkirin, pevçûn weke qonaxî zêde bûn û pêvajoyeke nû ya şer destpê kir. Di pêvajoya saleke ku piştî wê pêşketiye de derkete holê ku, weke tê gotin tevgera me ne di rewşeke ku nikare şer bike de ye, ti tişt di kapasîta xwe ya parastina gel û xwe de winda nekiriye, berevajî ji her demê zêdetir dikare şer bike. Careke din jî dewletê vale vale bêr hejandibû û wan mercên ku ji bo çareseriya siyasî derketine holê hatibûn hebakirin.
Di encama axaftina Serokwezîr Erdogan ya di 12 Tebaxa 2005ê de li Amedê kiriye û hewla aştiyê ya hinde rewşenbîran, tevgera me ji bo careke din jî şans bide aştî û çareseriya demokratîk pêvajoya bêçalekiya mehekê îlan kir. Di encama êrîşên Artêşa Tirk ên ser tevgera me windahiya gerîla di vê meha bêçalekiyê de gihişte çar qatê. Erdogan jî xwedî li gotinên xwe derneket û li pey tunda ku artêşê pêkaniye sekinî. Ji aliyê kevneşopiya siyasî ya ku têgaha hêzê di çek û zorî de dibîne careke din jî lêger û hewlên gelê Kurd ên çareseriya aştiyane û siyasî de weke lewazî û bêçareyekê hate nirxandin.
Tevî tevgera me gelek caran pêşniyar û projeyên çareseriyê yên ku ti hêz nikaribe red bike pêşkêşî raya giştî jî kir, dewlet xwe nêzî ti têşeyên çareseriya siyasî nekir. Ji lewra bi agirbestan re ji dîrok û gelê me re hatiye nîşandin ku di mijara pevçûn û neçareseriya ku didome de ne tevgera me ya azadiyê, dewlet berpirsyar e. Tevî hertiştî tevgera me berpirsyar û hestiyar nêzî bûye, hewl daye pevçûn bilind nebin û parastina rewa sînorên xwe derbaz neke.
Agirbesta Pêncemîn
Dema piştî pêngava 1ê Hezîrana 2004an hate dîtin ku têkoşîna ku di salên 2005-2006an de pêşketiye ji nû ve hêz qezenckiriye, ji dewrê re xistina hinde hêzên cûda re agirbesta pêncemîn hate rojevê. Rêber Apo û tevgera me rewş nirxandin û ji bo agirbestê gihiştin vê encamê “dibe ev lîstikek jî be, lê di ceribandinê de feyde heye”.
Hinde saziyên di nava dewleta Tirk de û dewleta Îraqê ev agirbeste xwestibûn. Ji aliyê hinde qenalên cewaz de jî dihate ragihandin ku DYE jî agirbesteke wisa dixwast. Wezîrê Karê Hundirîn yê DYE jî bi wesîla 15 Tebaxê bangawaziyek wisa kiribû. Bangawaziyên heman yên Yekitiya Ewrûpa jî hebûn. Meylek çêbûbû ku bi pêvajoyeke agirbesteke nû re pirsgirêka Kurd bikeve rojevê. Tevgera me di vê bingehê de pêvajoyeke agirbestê ya nû girte rojevê û pêncemîn agirbesta yek alî ji 1ê Cotmehê û pê ve îlan kir.
Lê belê careke din jî dewleta Tirk agirbest qebûl nekir. Wiha tê fêmkirin ku, daxwazên wan yên agirbest ê textîkek bû. Dewleta Tirk, ji bo ku di bingeha bilindkirina şer de ji polîtîkayên xwe yên inkar û tunekirinê re piştgirî bigre, bi aweyekî lez pêngaveke dîplomatîk da destpêkirin. Bi taybet Serokfermandarê Tirk, Yaşar Buyukanıt çû DYE û hewl da ji mutefîkên xwe re rave bike ku dewleta Tirk nikare pêvajoyeke wisa rake. Di civîna çameniyê ya di DYE de kiriye de got “Talukeya herî mezin siyasîbûna PKKê ye”. Dîsa got “Tirkiye weke pêvajoya 1919an bi talûkeya parçebûnê re rûberû ye”. Di demeke kin de derkete holê ku ti bîryareke DYE di vê mijarê de nîne û ferzkariya Tirkiyê qebûl kiriye. Ferzkariya Tirkiyê ya pêwîst e zêdetir were dîqat girtinê hate pejirandin, di wateyekê de xeta xwe li ser herkesî ferzkir û pejirandina wê pêkanî.
Tirkiye piştî serxistina van pêşketinan şûnde, di bingeha jehrkirina Rêber Apo, bi awayekî çavkor û vekirî kete nava êrîşa li dijî gelê me û Tevgera me. Lê tevgera me ev yeke ferq kir. Bi vî rengî agahî girt ku Tirkiye di nava êrîşeke wisa de ye û bûyer eşkere kir. Bi vê êrîşa xayîn re agirbesta pêncemîn jî xilas bû.
“Pêwîst e hun agirbestê îlan bikin”
Heyeteke ku di Cotmeha 2007an de ji tevgera me re hatiye şandin, xwest em agirbesteke nû îlan bikin û gotin “pêwîst e hun ji nû ve agirbest bikin”. Me beriya vê salekê di meha Cotmehê de agirbest kiribû, dewleta Tirk li hemberî vê Rêber Apo jehr kiribû û li her deverê pêleke êrîşê pêşxistibû. Tevî vana hatin jiyîn jî dîsa hatin û digotin “pêwîst e hun agirbest îlan bikin”. Di rastiyê de ev dihat wateya “pêwîst e hun radest bibin”. Tevgera me vê ferzkariya ku hatiye kirin bi gotinên “me ji xwe di sala bihorî de agirbest îlan kir. Lê dewleta Tirk nepejirand û êrîş domand. Yê agirbest xirab kiriye ne em in, dewleta Tirkiyê ye, biçin ji wan re bêjin bila agirbestê bikin” redkir. Lê ew heyeta hatî israr dikir ku em ferzkirina wan bipejirînin û bi uslubekê tehdîtwarî dubare dikirin ku pêwîst e em vê yekê bipejirînin. Digotin “tiştên ku em dibêjin nêrînên DYE û YE nin, di heman demê de nêrîna dewleta Îraqê û hukimeta herêmî ya Kurd e jî. Peyama hevpar ya tevahiyan wisa ye. Pêwîst e hun agirbest bikin, nexwe wê rewş xirab bibin”. Tevgera me jî diyar kir ku pejirandina agirbesteke din ne gengaz e, em vekirîne ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser bikin, lê di bin êrîşên leşkerî de jî mafê me yê parastinê heye, emê xwe di bingeha xeta parastina rewa de biparîzin; kesek nikare vê mafê ji destê me bigre û ev mafekî gerdûnî ye û bi vî rengî daxwaza wan paşve vergerand.
Deklerasyonên çareseriya demokratîk
Tevgera me ku baweriya neçareserî û pevçûn di serî de zirar dide gelên Tirk û Kurd û dûra jî dide tevahî gelên Rojhilata Navîn radike, di çarçoveya bangawaziyên Rêber Apo yên ji bo aştiyê kiriye, dîsa daxwazên hinde hêzên navnetewî, saziyên demokratîk û derdorên cûrbecûr yên di arezûya aştiyê de ne girte dîqatê û pêvajoyeke nû di Tebaxa 2007an de destpêkir.
Rêveberiya Tevgera me bîryara destpêkirina pêvajoyeke nû ku cîvîna xwe ya di meha Tebaxê de çêkiriye de û hêviyên xwe yên ji bo vê pêvajoyê bi deklerasyonekê gihande raya giştî. Deklarasyonê îlan kir ku ew bi taybet wê di bin sê serek (başlık)an d pêvajoyeke nû destpê bike, ji vê re amedeye û wê çareseriya pirsgirêka Kurd di vê çarçoveyê de gengaz bibe. Vanan; “Pêwîst dike dewleta Tirk beyan bike ku wê ew vîna giftugo û çareseriyê deyne holê, divê êrîş werin sekinandin û mercên tecrîtê yên li ser Rêber Apo werin bidawî kirin”.
Tevgera me deklere kir ku eger dewlata Tirk helwesteke erênî pêşbixîne wê HPG ji bo pêvajoyeke agirbestê destpê bike pêngavên pêwîst bixe dewrê, ji civaka Tirkiyê û raya giştî re deklere kir ku wê ji dîroka ku deklerasyon hatiye çapkirin (destpêka Tebaxê) heya 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê di her firsendê de firsend û vîna çareseriya aştî û demokratîk bi dengekî bilind îfade bike û wê çalakiyên demokratîk di 1ê Îlonê de bibin lûtke. Hersê xalên ku di bin sê serekan de hatine ziman ne merc in; gavên bawerî didin ên ku pêwîst dike her hêzên ku çareseriyê dixwazin biavêjin e. Lê destê aştiyê yê Tevgera me ku diyar kiriye ku dema ev her sê gav hatin avêtin wê pêvajo weke sê qonaxî were pêşxistin ê dirêj kiriye careke din bi nêzîkatiyên mijûlkirin û rizandinê re hatiye rûberû û hewl hatiye dayîn ku textîkên hîn ziravtir ên inkar û tasfiyê yên ji pêvajoyên bihorî cûdaatir ser Tevgera me bixin jiyanê. Nexwe hema hema her sal Tevgera me piştî vê dîrokê şûndetir deklerasyonên ku çareseriya siyasî, demokratîk û aştiyane di pirsigêka Kurd de pêşdibînin weşandiye. Tevgera me hertim destê xwe yê aştî û demokrasiyê dirêj kir û di vê bingehê de şûxilî û têkoşîn meşand. Hewl da bi tevahiya vana re aştî were Kurdistanê û Rojhilata Navîn, wê di bingeha çareseriya demokratîk aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn pêkbîne.
Wê bidome
- Ayrıntılar
Amadekar: Rojda Sîverek-E. Ergîn
Beşa: 1
Pêwîst e em baş bizanibin ku em bi çi re mijûl dibin û rast nêzî rewşê bibin. Ji ber pêwîst e şoreşger rastînerbin. Dema em îro pirsgirêka Kurd bi rehengên (boyut) dîrokî, herêmî û navnetewî digirin dest û dinirxînin tişta ku derdikeve ev e; pirsgirêka ku li pêşiya me disekine ne ew pirsgirêke ku bi yek-du agirbestan, bi çend hep gotinan û bi yek-du hevdîtinan çareser bibe. Ji ber wê jî pêwîst e were zanîn ku têkoşîn di pêvajoyên pir zehmet de derbaz dibe û ji bo vê jî pêwîst e mirov xwe bi zanistê re, ji her cûreya zehmetiyan re amade bike. Ji xwe tişta ku rastiya welatê me û têkoşîna me heya niha nîşa me daye ev e. Her ku em di aliyên zîhnî, rêxistinî û çalakî de pêşbikevin û mezin bibin, emê çareseriya siyasî nêzî bikin û emê bikaribin şer bidawî bikin. Pêwîst e hinde mafên di asta bermayiyan de, sozên ku asta gotinê derbaz nakin me nexapînin. Helbet pêşketinên wisa encamên têkoşîna me ne, lê belê vana tu car têra nakin ku mirov bêje vaye pirsgirêk çareser bû û mirov bikeve nava vê hewayê.
Bi heman rengî pêwîst e dewleta Tirk û hukimeta AKPê jî rast nêzî pirsgirêkê û çareseriya wê bibe. Ne seferên tunekirinê yên bi artêşan têne meşandin, ne jî wan pêngavên tasfiyekarinê yên pêşdibînin ku rizandinê belavî nava demê bikin dikarin tasfiyekirina gelê Kurd û Tevgera me pêkbîne. Ji bilî çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêkê ti rêkên din ên berjewendiyê nînin. Ji bo vê jî pêwîst e beriya hertiştî zîhniyeta inkar-tunekirinê, nêzîkatiya yekdest a dewletê û siyaseta di bin wesayetê de werin guhartin. Şansê ti pêngavên ku xwe bi rêbazên zirav û bindebinde (sînsî) endeksî tasfiya PKKê kirine yên serkeftinê nîne. Ne gengaz e ku Tevgera Azadiya Kurd ku bi tecrûbe û waneyên pratîka şer a (ders) sîh sal an xwe biaras (donanım) kiriye û veguheriya çanda jiyana bi mîlyonan were tasfiyekirin. Ji ber vê jî hebakirina wext, derfet, canên cipciwan, afirandina hizrî û giyanî wê tenê êşan zêde bike. Eger ev rastî pêşdetir were birin, wê pêşketinên ku zemîna jiyîna bi hev û din re ya gelên me perçe dike û şerên navxweyî bi xwe re bîne.
Di vê xalê de îqtîdara AKPê di hundir de bi artêşê re, li der ve jî bi DYE, YE (AB) û bi hêzên paşverû yên heremî re, ji xwe bi xirabtirkirina mercên Rêbertiyê me yên tecrîteke berfireh hembêz dike re, konsepteke nû ya êrîşê daye destpêkirin. Lêgera çareseriyeke bê Kurd, PKKê û Rêbertî siyaseta inkar û tunekirinê bi xwe ye. Ji bo Rêbetiyê me statûya nû ya Îmraliyê, di bingeha plansaziyên DYE û YE de ji “çala mirin ê” re hatiye veguhertin. Ev pêngav bi encamên xwe ve ew qas bitalûkene ku dikare Tirkiyê derbaz bike û tevahî herêmê veguherîne cihê agir. Dewleta Tirk ku xwe nêzî guhartina avahiya xwe ya nîjadparêz, paşverû û dij-demokrasiyê nake, bi hêzên xwe yên îtîfakar re, di bingeha radestiyê de guhartinekê li ser Tevgera me ferz dike. Guhartina têşeyên koletiyê nayê wateya ji holê rabûna koletiyê. Wê gel û Tevgera me ku di zanistiya vê ya kûr de ye, ferzkirineke wisa tu car nepejirîne.
Nikare were hizirîn ku dewleta Tirkiyê ku di her firsendê de qala xetên sor dike nizane ku xeta herî bingehîn a gelê me ya sor Rêber Apo ye. Tevî vê jî ew pêvajoya ku weke “vebûn” ê hatiye destpêkirin bi awayekî herî sînsî û zirav hatiye veguhartin ji şer û konsepteke tasfiyê. Di vê wateyê de hatiye fêmkirin ku ew gotinên weke “vebûn”ê yên di bingeha çareseriya demokratîk û aştiyane de têne kirin, amadekariya pêvajoyeke nû ya şer e. Di rastiyê de ev ne tişteke nû ye di dîroka Tirkiyê de. Tevahî zemîn û firsendên ku ji aliyê tevgera m ve ji bo çareseriya pirsgirêkê hatine afirandin, bi dehan caran ji aliyê dewleta Tirk ve, ne ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê ji bo tasfiyekirina Gelê Kurd, Tevgera me ku vîna wî ye û Rêbertiyê me hatiye nirxandin.
Eger pêvajoya ku piştî pêvajoya 1984an ku pirsgirêka Kurd bi tevgera PKKê re hatiye rojevê ji nêz were lêkolînkirin, wê pir baş were fêmkirin ku ka kî aligirê çareseriyê ye, kî aştî û biratiyê esas digire, kî li hemberî vê di şer de israr dike û kî vê pêvajoya sîh salî ku gelek êş daye gelê me aniye vê rojê. Heya baş neyê fêmkirin ka ji aliyê dewletê ve çawa wan pêvajoyên ku tê hêvîkirin weke agirbest, nepevçûyîn xizmet bide çareseriyê hatine xerckirin û çawa û ji aliyê kîjan hêzan ve şerê ku bi mantixê “yan tunebûn yan radestbûn” êş daye gelên me hatiye ferzkirin, nikare ev pêvajoya ku em tê de ne baş were fêmkirin. Ji ber wê sedemê jî bi dîroka wê re baş û rast fêmkirina têgehên (kavram) weke agirbest, aştî, nepevçûn û çareseriya siyasî di girîngiya jiyanê de ye. Me bi vê perperspektîfê re watedar dît ku em di Tevgera Azadiya Kurd de, di xetên giştî de, diyardeya agirbest û pêvajoyên ku hatine jiyîn bibîr bînin.
Pirsgirêka Kurd di PKKê de Hatiye Ziman
Partiya me PKK rêxistinek e ku mora xwe li van sîh salên dawî yên Tirkiyê xistiye, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têkoşînek mezin meşandiye û di vê bingehê de pêşketinên mezin afirandiye, xwe veguhertiye meyleke azadiyê, çandek jiyanê û xwe kiriye malê gelê Kurd. Ne partiya me, lê dewletê pirsgirêka Kurd afirandiye. Pirsgirêka Kurd di PKKê de hatiye ziman. Ji ber ji bo çareseriya pirsgirêkê ti derfet nehatine dayîn, ji bo me parastina rewa ya çekdarî bûye hilbijarka tenê. Ji ber vê jî ji aliyê me ve weke hilbijarka tenê, berxwedana parastina rewa ya çekdarî hatiye bikaranîn û di navbera me û KT (TC) de ji sala 1984an heya sala 1999ê, şerekê navîn ê panzdeh sal an jiyîn. Ji ber piştî agirbesta yek alî ya ji aliyê partiya me ve şeş sal an hatiye meşandin ti gav di çareseriya pirsgirêka Kurd de nehatine avêtin, pevçûn piştî 1ê Hezîrana 2004ê pevçûn dîsa destpêkirine. Tevî di vê pêvajoya şer ku wî bi xwe ferz kiriye de nêzî çil hezar mirov jiyana xwe ji dest dane jî, dewleta Tirk ku xwe ji bo endamtiya ji YE re amade di-ke û ji bo vê jî bi espiriya sifir ve têkiliyan bi cîranên di herêmê de ne re dideyne û di vê hêlê de roleke bibandor dilîze, xwe nêzî bi rêbazên demokratîk-siyasî re çareserkirina pirsgirêkên di hundirê xwe de têne jiyîn nekiriye. Ji ber vê jî ne di hundir de ne jî di derve de, di warê çareseriya pirsgirêkên xwe yên di hundir de têne jiyîn, bawerî daye.
Dewletê têgeha siyasetê di bingeha zîhniyeta xwe ya inkar û tunekirinê de xistiye rewşa herî bê qîmet, li ser jiyana rojana wê tunda ku îro civaka Tirkiyê dîl girtiye serwer kiriye, çavkaniyên aborî tune kiriye, pevçûn û pirsgirêkên civakî aniye asta herî jor, hewl daye yekdestî weke gomlekekê dînan bike ber erdnîgariya me ya pir biçandî û nasnemeyî, feraseta ji bo pere firotina hertiştê xwe û dijberiya civakê ser gelê m tevahî mirovê Tirkiyê ferz kiriye.
Berpirsyarê rewşa kaos û qeyrana ku îro tê jiyîn dewleta Tirkiyê ye. Nirxandina ku bi awayekî herî rasteqîn vê dewletê pênase dikin xwe nedomandin, bêkarî, hantalî, bûna mijara şerên îqtîdarê, dijberiya ji civakê re, ji hemdemî û civakê qûtbûn e. Zîhniyeta netew-dewlet, ku yekdestî û layîxtiya sixte ji xwe re kiriye gotin, zordarî di çareseriya pirsgirêkan de rêka çareseriyê dîtiye, neteweperestî weke olek^hembêz kiriye, lê di rastiyê de li pey demogokên nediyar in ka çi ne kaş dibe û nakeve wêdatirî figuranên lîstokên kurewî yên hêzên navnetewî û heremî, dibin sedemên bingehîn ên qeyrana ku dewleta Tirk dijî çêdikin.
Ji rewşa tê jiyîn gelê Kurd û Tevgera me berpirsyar girtin şaşitiyek, ji rê derketineke pir mezin e. Berpirsyarê bingehîn yê van pirsgirêkên ku gelê me dijîn ne daxwazên gelê Kurd ên mirovahî ne, zîhniyeta nîjadparîz, yekdest a dewletparîz e. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, di vê bingehê de domandina dij-demokrasîbûn û despotîzma dewletê, ewlehiya herî mezin a navendên îqtîdarê ye.
Tişta herî bingehîn ya jê tê tirsîn ne perçebûn û lewazbûna dewletê ye. Talûkeyeke wisa nîne. Tişta ku herî zêde jê tê tirsîn qûtbûna dewletê ji nîmetên xwe ye. Windakirina qoltûx û navendên xwe yên rantê ne. Tirsa windakirina pozîsyonên xwe yên cihêwaz û ji ber wan tewanbariyên xwe yên ku li dijî mirovahiyê jiyane û jiyan dikin hesap dayîn e. Ji ber neçarin hesabê wî şerê sîh sal an yê di berdêla inkarkirin û tunekirina gelê me daye meşandin bidin. Neçarin hesabê kuştina zarokên dayîkên me yên Kurd û Tirk bidin. Neçarin hesabê ew qas xîzaniya ku bi kedkar û feqîran dane jiyandin bidin. Vaye ji ber vê vêdemê hertişta ku ji destê wan dihat kirin, ji bo ku pêvajoyên agirbestan neveguherin pêvajoyên aştiyê. Ji bo vê jî her cureya komplo û pravokasyonan pêkanîne. Ji bo vê her cureya nehuqûqiyan pêşkêş kirine û xwe ji gotina herî direwa mezin nedane paş. Di vê wateyê de pir xirab bi pêşeroj, ked, giyan û zanistên gelê me re lîstine.
Weke heqîqat aştî, armanca me ya herî pîroz e ku me her tim xwestiye û me ji bo pêk were têkoşîn meşandiye. Ji bo gelê Kurd-Tirk bigihije aştiyê, me xwe ji destpêkê heya roja îro weke hedefekê danî pêşiya xwe û weke gel me xwe kîlîdê hedefeke wisa kir. Jiyîna pratîka şer a bîst û şeş sal an a tevgera me vê rastiyê naguherîne. Weke ku Rêberê me jî îfade kiriye; “Eger şer çavkaniya xwe ji pêdiviya parastina rewa ku hilbijarka neçar ya gelekê ye nagire, wê demê israra di şer de cînayet û barbartî ye.” Ev hertim di pratîkê de ji bo me bû rêgeza rênîşankar. Me ji ber ku xwest çek hembêz nekir û rêka şer nehilbijart. Di gerîna mafên xwe yên netewî û mirovahî yên bingehîn de şer, ji me re weke hilbijarka tenê hate ferzkirin. Ji ber tevahî rêkên gerîna mafên demokratîk ji me re hatin girtin, em neçar hiştin ku em têkevin nava şerekî ku me nedixwast. Dema em ketin vê rêka destxistina maf, kêreke me jî tunebû. Lê tevî vê jî, ji bo em hebûna xwe ya netewî bidomînin, me her cûreya talûkeya şerkirina bi artêşeke ku bi her cûreya teknîka hemdemê re xwe biarastin kiriye da ber çavên xwe û me mafê xwe yê parastina rewa bikaranî.
Agirbest çî ye?
Bila hezke têkoşînên netewî, hez ke jî têkoşînên rizgariya civakî be; di tevahî rêxistinên çekdarî de têkoşîna çekdarî ne armanc e, amûr e. Eger derfeta gihiştina hedefa ku hatiye armançkirin çêbibin wê ji têkoşîna çekdarî re navber were dayîn û wê agirbest were îlankirin.
Di derbarê şer, domandina şer an jî sekinandina şer de xwe gihandina bîryara nirxandina mercên awarte ya tevgreke ku nûnertiya xweserî û vîna gelekê dike na şibe ti tiştî. Ango çawa ku di taritiya ku tê de inkar û tunekirin dihate ferzkirin de tiştên yekem hatin gotin, wêrekiya qalkirina azadî û serbixwebûnê hate nîşandan û pêkanîna çalakiyên yekemîn hev û din şopand û tevahiya vana temamî bi vîna şoreşger a partiya me ve hate pêkanîn, bi heman rengî sekinandina wî agirê ku ji roja yekemîn heya piştî sîh û dû sal an hatiye pêxistin û di çareseriya pirsgirêkê de jî kirina muxataptî jî dikare dibin vîna partiya me ya xweser de pêk were. Helbet eger ev yeke encaman di gihiştina hedefê de biafirîne, xîzmetê ji rastiya têkoşîna me re bike û bibe çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê wate qezenc bike.
Agirbest di kîjan mercan de tê pêkanîn?
Weke ku destpêkirina agir bi temamî encameke vîna me ya azad e, îlankirina agirbestê jî rewşeke wisa ye ku bi heman rengî, bi vîna me ya azad derdikeve holê. Hinde caran agirbest dikarin di bingeha tavîzên rûberû yên herdu aliyên şer dikin were îlankirin. Hinde caran jî dikare di bingeha şkandina vîna aliyê din agirbest werin îlankirin. Dîsa agirbest eger di navbera herdu aliyan de hevsengek (denge) were çêkirin, herdu alî li ser hev serkeftinê bidest nexînin, lê di bingeha hev bandorkirinê dikare were pêkanîn. An jî hêzên ku baweriya xwe didin xwe, hêza xwe, vîna xwe ya azad bikartînin û hedef dikin ku li ser dijminê xwe serkeftinên siyasî pêkbînin, dikarin agirbestên derbazdar îlan bikin. Wekî din ji bo pêşiya pêşketinên dîplomatîk werin vekirin, ji bo mercên ku şer diafirînin ji holê werin rakirin an jî ji bo hinde qenal werin vekirin agirbest dikarin werin pêkanîn.
Teşeyên agirbest an
Eger dewlet li hemberî hev agirbestan pêkbînin û bêjin ku aştî îlan kirine jî, di cewher de hertim li hemberî hev di pozîsyona şer de dimînin. Ku eger dewlet ne di pozîsyoneke şer ya li hemberî dewletên din de jî be û gavên ku şer biafirîne neavêjin jî, dewlet li ser civaka xwe şer dimeşîne. Ango dewlet şerê li ser civaka xwe îfade dike.
Dibe wan agirbestên ku derketine holê agirbestên yek alîbin, dibe dualî jî bin, lê agirbest di cewher de bêdengbayîna çek û pevçûnên di navbera herdu aliyan de îfade dike. Em weke tevger pêvajoyên agirbestan weke pêvajoyên “parastina pasîf” digirin dest. Ji lewra em pergala xebatkirina di sekna parastina pasîf de, rêxistina wê, ferasata çalakiya wê, hedef û hêzên wê li gorî mercên agirbestê diyar di-kin. Tecrûbeya agirbesta yek alî ya tevgera me heye. Kêm zêde tê zanîn ku ka em di rewşên agirbesta yek alî de çawa tevdigerin, çi esas digirin û çi pêşdibînin. Di rewşên agirbesta yek alî de em hêzên xwe yên parastinê yên çekdarî teng dikin, wan di rewşa yekiniyên herî biçûk de digirin û wan dikişînin qadên ku dûrî dijmin in. Ango rola ku hêzên me yên çekdarî di van pêvajoyên ku em weke pêvajoyên parastina pasîf bi nav dikin de dilîzin, jêvegerandinî (caydırıcı) ye. Hêzên di nava rewşa şerê parastinê de ne, li gel taybetmendiya tirsandin û dijmin ji ji her cureya êrîş û bandoriyan jêvdigerîn, roleke girîng dilîze di hêvî, bawerî û wêrekî dayîna gel û gelên bindest de. Ango hêza wî heye ku di aliyekê de moral bide gel, propexande bike, di aliyê din de jî dijmin bîne rewşeke wisa ku dev ji tiştên dike berde. Rola ku di van her du mijaran de dilîze mezin e. Ji bo ku hêzên parastina rewa bikaribin vana jî bikin, helbet pêwîst e birêxistî, bi dîsîplîn be, pêwîste di wê hêzê û xwedî wê tevgerêbe ku bikaribe wan êrîşên dijmin vale derxîne. Ya din jî pêwîst e xwedî wê perwerdê, hêz û mewziya be ku bikaribe li ser dijmin rola jêvegerandinê bilîze. Eger ne wisa be, wê nikaribe rola jêvegerandinê bilîze. Pêwîst e tevgereke ku agirbestan dike, li gorî vê tevbigere û rêxistingeriya xwe li gorî vê pêkbîne.
Wê bidome
- Ayrıntılar
