Ev çend rojin li Îrlandayê li Dûblînê ji bo nîqaşkirina çareseriya Îrlandayê hin rojnamevan û çend parlementêrên Tirkiyê li wir tevlê hin rêzebernameya dibin. Mixabin çareseriyê li cihê dûr digerin. Pirsgirêkê gelek welatan û netewan hene, di gelek aliyan de bişibin hev û dû jî di cewher de ji hev cûda ne.
Di pêvajoyeke ku gelek kes bangawaziyê çekberdanê dikin, dibêjin heyama çekan derbas bûye jî çavê xwe li rastiya Tirkiyê û Kurdistanê digirin. Ji ber vê jî nîqaşên erênî pir zêde pêş nakeve, ji lewra sedeman nabînin, lê li encama dinerin. Çiye?
Vayê gelek astengiyên li pêşiya kurdî rabûya, pêşketinên erênî hene û hwd. Lê ev pêşketin ji xweber pêşneketina. Ya divê were dîtin jî ev e. Ger tekoşîna azadiyê ya PKK 34 salan nemeşandiba, berdêlên gelek mezin nehata dayîn, lehengiyên bêhempa nehata nîşandayîn, gelo wê ev pêşketin çêbibûye? Eşkereye ku beriya niha 40 salî çawa ku li ser pirsgirêk û hebûna kurdan pelek jî nedihejiya, wê di roja me ya îro jî heman rewş berdewam bikira. An jî wê li ser navê kurd êdî tu tişt nema bûya.
Rastiyeke din jî ku van qaşo pêşketinên heyî jî tenê ji bo nixumandina ser rastiyane.
Ji lewra ji aliyekî dibêjin bila çek raweste, bi rê û rêbazên dîplomatîk ev pirsgirêk çareser bibe. Lê di aliyê din de jî bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, ciwan û jinên kurd bi hiccetên vala û pûç xistine girtîgehan.
Dibêjin hemû astengiyên li ser ziman û çanda kurda rabûye, lê dia aliyê din de jî ji ber ku bi kurdî axifîne bi sedan kes girtine. Ji ber ku kurdin hîn jî êrîşên nijadperest berdewam dikin.
Heta demê dawî jî tu kesî nikarî bû bigota ez Elewî me, îro qaşo serokwezîr ji bo ku dijberê xwe lawaz bike, dibêje li ji ber tiştê li Dersimê hatiye kirin, li ser navê dewletê pêwîst be ez ê lêborînê bixwazim. Bi gotin xweşe, lê dema jiyanîkirinê de hemû gotin vala, derew û pûç derdikeve.
Heta doh pêr wan bi xwe nameyên Rêberê Gelê Kurd ji Tevgera Azadiyê re rêdikirin, îro jî qaşo parêzer name û talîmatên Rêberê Gelê Kurd ji rêxistinê re dibe.
Rojekê derdikevin dibêjin, ji bo girtiyê din çi maf hebe, ji bo Rêberê Gelê Kurd jî heye, lê dema dinerin ev çend mehe malbat hevdîtin nekiriye, dotira rojê demildest hevdîtineke lidardixin.
Ev çend mehe bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bi sedemên pûç û vala tê astengkirin lê dema dilê wan dixwaze rojên şemiyê jî rê li ber hevdîtinan vedikin.
Qasidên aştiyê bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd çûn, di heman rojê de serokwezîr gote ma kî dikare ji van dîmenan kêfxweş nebe. Piştê demeke kurt, ziman qulipand û dest bi gotinên faşîzan derket.
Di lîteraturan de ji kesên dibêjin û tiştê dibêjin pêk naynin re oportînîst tê gotin. Her hal mirov vê bêjeyê dikare ji bo wan kesan bikar bîne. Na na oportînîst dibe ku sivik be; gotina munafik hîn guncav tir e.
Qaşo misilmanin, ew û seydayê xwe yê bêmirêz fermana qirkirina kurdan dane. Lê bi vegotinên hostayî, niyetên xwe yê rastî vedişêrin û qaşo başî û qenciya kurdan dixwazin.
Kesên munafik ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû tiştan bikin, û ji xwe bi hişmendiya bazirganiyê ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû nîrxan binpê bikin.
Ma gelo wê ev hewldanên li derveyî welêt, li hin parzemînên din li çareseriyê gerandin wê çi biguhere. Ger pîvanên exlaqî û dilsozî nebin, wê bi teqlîdê karibin çi çareser bikin?
Em xwe nexapînin; Gerry Adams ê serokê Sinn Feînê dibêje “xwezî me çek bi kar neanîba, lê çek nebûye jî wê ev pirsgirêk çareser nebûye.” Kesên dibêjin bila PKK çekan berdin, diçin li parzemînên din jî digerin lê cardin rastî heman tiştî dibin.
Ger îro hin pêşketin hebin, ev bi ronahiya tekoşîna PKK’ê bûye. Ji xwe êdî PKK’yek gel piştewaniya wê dike, bi milyonan sempatîzanê wê hebe, bi riyên şer û pevçûnê nayê bidawî kirin.
Çiqas rê û rêbazên dij-mirovahî, dij qanûnên şer bikar anî bin jî, li gel hemû teknîk û çekên teknolojîk ev 30 salin nikarin PKK’ê binpê bikin, ma di rê û rêbazên şer de israr kirinê wê ji niha û şûn ve qet nikaribin çareser bikin û tune bikin.
Salar Mendo