Dema behsa dîrokê tê kirin, pirsek xwe dide der: Kîjan dîrok? Her çiqas bersivek ji dîroka tê zanîn bê dayîn jî, em dizanin ku, di milê bindest û serdestan de du rûyê dîrokê yên cuda hene. Feraseta dîrokê ku, di dibistanan de tê fêrkirin, alternatîfa wê nayê fikirandin û li dijî wê derketin qet çênabe. Ev dîrok xizmeta zîhniyeta serdest dike. Lê belê rûyê dîrokê yê din, dîroka bindestan e. Yên tên qirkirin, yên ku mêtingerî li ser tên meşandin û ligel vê rastî tên înkarkirin jî ev in.
Ferasata dîroka serdest dihêle ku, dema dîrok bê gotin tiştekî bê ruh, tiştekî mirî bê bîra her kesî. Tê gotin ku, jiyanên bihuri nayên guhertin. Li ser fikrên sabît jî desthilatdarî tên avakirin. Lewma, di mêjiyê bindestan de dîrok weke demên nexweş, demên tijî derew û weke bargiraniyek mirinê tê bicihkirin. Lê belê, dîrok hebûneke zindî ye û ji derveyî desthilatdariyê tê jiyîn. Ji ber ku, beriya desthilatdarî derkeve, jiyanê dest pê kiribû. Beriya ku, desthilatdarî derkeve, jiyana mirovan hebû û demên pir direj jî ev jiyan berdewam kiribû. Hîn di dema ku dubendiyên wek azad-kole, serdest-bindest, jêr-jor nebû, jiyan hebû. Dîrok ji destpêka jiyanê ve heye. Jihevcudakirin û rast şirovekirin vedibêje ku, nasnameya mirov çi ye? Lewma em dîroka xwe ji jinê didin destpêkirin. Va ye, ji dîrokê ve jin, ji dîrokê ve azadî navbereke girîng e; navbereke azadiyê ye…
Meha destpêkê ya biharê ye 8’ê Adarê. Jinên cîhanê 8’ê Adarê ji bûyera şewitandina jinên karker ên li New York dizanin. Di sala 1857’an de li Amerîka eyaleta wê New Yorkê ew bûyer qewimî?
Di 8’ê Adara 1857’an de, li New Yorkê bi hezaran jinên karker ên tekstîlê, ji bo hin daxwazan, çalakiya grevê pêş xistin. Daxwaz ev bûn: “Roja kar 10 saet be”, “Şertên kar bên başkirin”, “Ji bo karê wekhev heqdestê wekhev bê dayîn”. Karmendan jî ji bo hevgirtina karkeran belav bikin, deriyên kargehên xwe girtin. Paşê jî bi rengekî bi guman şewat hat derxistin. Di wê şewatê de 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Vê bûyerê nerazîbûneke mezin çêkir.
Di sala 1903’yan de li Amerîka, ji bo parastina mafê jinan -di milê aborî, siyasî û şexsî de- Koalîsyona Sendîkayên Jinan hat damezirandin. Di sala 1908’an de, meha sibatê, yekşema dawî wek “Roja Xwepêşandanê” hat pejirandin ku jinên New Yorkî di wê rojê de bi “Mafê dengdanê”, “Mafê polîtîk” û “Aborî” ve giredayî dê xwepêşandan li dar xistibana. Ev xwepêşandan bi navê “Roja Jinan” çalakiya yekemîn bû. Li pey çalakiya New Yorkê hin çalakiyên cuda li Amerîka jî pêş ketin. Di çalakiya grevê de 20-30 hezar jin tevlî bibûn. Koalîsyona Sendîkayên Jinan di wê grevê de hemû pêdiviyên jinan bi cih anîn, ji bo jinên hatine girtin kefalet dan û jinên çalakvan hatin berdan. Hevgirtineke girîng a jinan derket hole. Çalakiya jinên li Amerîka bandoreke girîng li ser jinên Ewrûpa kir.
Di 2’yemîn Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî de Clara Zetkîn pêşniyarek wiha kir: “Ji bo jinên cîhanê karibin xwesteka xwe bînin ziman, rojek hevbeş bê diyarkirin”. Ev pêşniyar hat pejirandin; lê belê roj nehat misogerkirin. Piştî vê biryarê cara yekemîn di 19’ê adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Denmarkê Roja Jinan hat pîrozkirin. Pîrozkirinên 8’ê Adarê di sala 1972’yan de bi pîrozbahiya “Tevgera Adarê”, li bajarê Sidney hat destpêkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) pêvajoya di navbera salên 1975-1985’an de wek “Deh Salên Jinan” îlan kir. Paşê jî di 16’ê kanûna 1977’an de biryar hat dayîn ku 8’ê Adarê wek “Roja Jinên Cîhanê” bê pîrozkirin.
Ligel vê rastiyê Rojhilata Navîn dûrî van dîrokan bû. Nirxên dayîkê yê destpêke, jê hatibû dûrxistin. Wek bermahiyeke desthilatdariya zilamperest hatibû avêtin. Me jî wek jinên Kurd para xwe ji vê rastiyê bi awayekî zêde wergirtiye. Hem bi desthilatdariya zilam ve, hem bi desthilatdariyên neteweyî re rû bi rû mayîn, mêtîngeriya piralî derxistiye holê. Fikirandina ji vê rewşê derketin û azadî, bi naskirina Rêber APO re pêş ket. Piştî fêrbûna rastiya koletî û azadiyê, me zanîbû ku 8’ê Adarê Roja Jinan e.
Roja 8’ê Adarê ku, di dîroka cîhanê de ev roj xwedî cihekî girîng e, armanc ne ev e ku mirov di wê rojê de tenê duruşmayan berz bike, an jî bi awayekî asayî pîroz bike; ya girîng ev e ku mirov naverok û wateya wê rojê bizanibe. Di heman demê de dengê azadî û wekheviyê bilind bike. Bêguman çand û wateya wê fêrbûn û jiyandin, pir girîng e. Ev rastî, di dîroka Tevgera Jin a Kurdistanê de pir zû hatiye fêmkirin û ji bo pêşxistina wê gavên girîng jî hatine avêtin.
Tevgera Azadiyê di 8’ê Adara 1995’an de, Kongreya Jin a Neteweyî kom kir û di wê dîrokê de, bi navê YAJK (Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan) rêxistineke xweser ava kirin. Ev gaveke destpêkê bû. Heta em dikarin bêjin ku, di biryarbûna azadiya jinan da gaveke sereke ye. YAJK, di xebata azadiya jinê de bû xwedî roleke mezin û di dema xwe de berpirsyariyek dîrokî girt ser milên xwe. Rola jinên milîtan danî holê, di heman demê de ji pêkanîn û şopandina vê yekê de jî, berpirsiyar bû. Yek berhemên vê rastiya azadiyê jî Xwedawend Zîlan (Zeynep Kinaci) ye.
Li ser esasên 8’ê Adarê em êşa jinên cîhanê hîs dikin. Li ku derê cîhanê be bila bibe, bi vê gavê em êş û ruhê hevbeş dijîn. Ji ber ku, di 8’ê Adarê de jin li New Yorkê hatin şewitandin. Her wiha di Tevgera Azadiya Jin de jî em dizanin ku Sema Yuce di nav pêtên agir de xwe fedayî mirovatiyê kir. Sema Yuce, li dijî faşîzma dewleta Tirk û desthilatdariya zilamperest xwe şewitandibû. Dîrokek ji agir tê bîra me. Ji ber ku, Sema yek ji me ye û ji nav rastiya me derketiye.
Bîrdoziya Rizgariya Jinê di 8’ê Adara 1998’an de ji hêla Rêber APO ve hate îlankirin. Hevala Sema ji bi çalekiya xwe daye diyarkirin ku ji bîrdoziya jinê hêz girtiye û wiha meşiyaye. Hevala Sema, bi çalakiya xwe daye nîşandan ku, li ser şopa Hevala Zîlan meşiyaye û bûye xelekek vê zincîrê.
Ev gava azadiyê ya Kurdistanî gavek dîrokî ye. Ji ber ku, Bîrdoziya Rizgariya Jin dihêle ku, desthilatdariya zilamperestî êdî bê pirs, bê şert û merc neyê pejirandin. Jin zanibin ku, ne mahkûmê vê pergalê ne. Rengê jinê bi awayekî azad û xwebûn derxistina zanebûnê, Bîrdoziya Rizgariya Jin rolek girîng lîst û cihêk jêneveger jî qezenc kir. Cara yekemîn jin zane kir ku, bê alîkariya zilam bijî. Jinek dikare, bê ku, pişta xwe bide zilamekî bi awayekî bedew û xweşik bijî. Cara yekemîn jin ji kûrahiya dilê xwe hîs kirin ku, li ser rûyê cîhanê ne tenê zilam dijîn. Ango ev rastî derket hole: Jin, dijî û jiyanê bi rê ve dibe.
Çalakiya Heval Sema, Roja Jinên Cîhanê 8’ê Adarê û Roja Vêjinê ya Gelên Kurdistanî 21’ê Adarê dike yek. Di heman demê de jin dibe pira azadiyê… Ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê.
Li ser vê esasê zindîkirina 8’ê Adarê, wateya heyî mezinkirin û di roja me de jiyandin e, di serî de kevneşopiyên xwe û desthilatdariya zilam bi ziravî naskirin û têkoşînek bi rêxistinkirî meşandin girîng e. Hem jî bi qasî azadiyê girîng e. Her gav, her kêliya bi Rêbertî re jiyan, bi armanca gihîştina Rêbertî her gav karên têkoşînê pêkanîn û li ser vê bingehê hizir şertên sereke ne. Xeyalên hevalên şehîd pêkanîn, ji me hemûyan pir kar û xebatê dixwaze. Em jî bicihanîna van kar û xebatan dikarin wateyek nû di xwe de ava bikin. Ev şertek hebûn, xwebûn û azadiyê ye. Bi vî awayî em dikarin wateya dema bihuri bidin û roja xwe ya niha watedar bikin. Bi vî şertî em dikarin xwe ji êşkişandinê xilas bikin. Û bi vî şertî em dikarin êşên dîrokî bikin hêza mirovatiyê û di Rojhilata Navîn de bibin hêza sereke ya azadiyê, civaka exlaqî û polîtîk.
Dilzar Dîlok
- Ayrıntılar
Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min niqutîn, ax pelixî, dîrok pelixî û cografya min di stêrikên banê ezman de hate dardekirin. Li kolanên Colemêrgê, Li Şirnexê û Cîzîra Mîrekên Azîzan, li qeraxên Çiyayê Bagokê, li Cudî, li Çiyayê Govendê bi xêliyê bûkaniyê de, ez ji nû de xwe çêdikim...
Xweçêkirina min bi têlên temburê re, bi dengê bilûrê re bûn stran...
Hıngî çardara min kat da, wek şitlek rihanê, wek gulokek beybûn û mistek ava zemre, di destê gerilayekî bê nav de bû ala basimbarî ...
Ez di kefenekî ne meqeskirî de, çardara min di xelekên xwînê de dirêj kirî ne... Dîse jî bi stêrikên dardekirî re, di hafa heyva çardehan de li ber Ava Mezin, di kêleka gundekî şewîtî de, di qeraxên Çiyayê Mava de, ji xweliya xwe şîn dibim.
Hingî stêrikên dardekirî şelîtên qirika xwe diqetînin...
Û ez, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana dareke zemanî, dibin kolekê de, bi agirtofana balafirên dagirker birînar dibim: Prometheusên sedsala bîstûyekê li serê çiyayên welatê min, bi xwehdan û stranên xwe yên rengêkulîlk birîna min ya sedsalî derman dikin.
Aliyekî min kenê Egîd e, aliyê din hêrsa Murad Elîbol e!.. Û wek rista di lorandina cengawerekî bê nav de, em bi hev re rûdinin. Ez birîndar, ax birîndar... Dîse jî di kenê gerila de, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de wek agirekî difûrim... Ez difûrim, ax difûre... Di kelih û bircikên dilê dayikan de dibime lîle-lîl û rondikên wan, birîna min, birîna axa min av didin, Xemlek ademî ji kêştiya Nuhê Kal dirije.
Destpêk kulmek agir bû, piştre bû bênderek û di derya stêrikan de, xemla baweriyek nû pişkivand. Gûr û geş kir... Mezin kir û xwe li jiyanê pêça, di pencera gotinê de bû helbest., bu stran, bu dengê bilûr û dengê têla tembûrê... Di her helbesta evîna Melayê Cizîrî de hate gotin, di her hevoka hasreta Ehmedê Xanî de bû qîrên.
Ev navê bûka azadiyê bû û wek pêjneke xêrê û mizgîniya banga gerila ye.
Di her pêjnê de pêlek deryayî, di mista delalê dilê min de, di pêsîra tirnalê gundê min de bû şelîpana serîhildanê... Bû xumxuma qîrêna ciwanan, di pêl û şelqên Dicle de herikîn.
Hersa min herikî, herikî hat, fûrî û hat... Kezeb fûrî, mêjî fûrî, hêrs fûrî, tirs fûrî, mirin fûrî, cengawerî fûrî, jiyan fûrî û ezmanê reşka çavên evîndaran bû nexşeyek bi gelî û mesîl, bû nizar û rizdeyên neqam, wek rê û şivîleyekê derket pêşiya min. Ez meşiyam, gerila meşiya, haveyn meşiya, roj meşiya, dil meşiya, stêrik û heyv meşiyan, heyam û demsal meşiyan û haveynê azadiyê di mista asoyên hêviyê de meyî, wek darmêweyek behiştê derket holê.
Gotin, “ev strana gerila ye” û hat...
Hat û hat dilê min dagir kir. Di rengê argûnî de li Çiyayên Kurdistanê bela bû...
Di dilê min de, di bedena Firat Izgîn de fûriya; di neqepka Helexa ku wek Tewratekê di nava nalêniya sedsalê rûniştiye fûriya, di şewata gundê Çêlik defûriya.
Û hat, di bedena gorên komî de bû kulîl û rekiha dîlgirtinê parçe kir.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Dixwazin hebuna Kurdan tine bihesibînin. Ew wer hesab dikin ku ger gotinên pûç bikin, wê Kurd bihelin û biçin.
Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûn û yê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Tê tespît kirin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Lê ev jî tê zanîn, ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin, îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayîka xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye?
Bi salane polîtîkayên bişavtinê li ser ziman û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ji ber zilm û zordariya dagirkeran zimanê Kurdî hertimî hatiye qedexe kirin û tine hatiye hesibandin. Ji ber van polîtîkayên bişavtinê zimanê Kurdî dibe bi awayê nivîskî nehatibe nivîsandin. Lê bi devokî gel hem êşên xwe, hem keyfxweşiyên xwe, hêviyen xwe, daxwazên xwe hertimî bi zimanê xwe anîne ziman û bi ruxmê dîroka ne nivîsandî ya zimanê Kurdî jî, ev ziman hebûna xwe ji dîrokê ta roja me ya îro diparêz e. Îro jî di astekî bi wî rengî deye, dikare bi awayekî hêsanî dîroka xwe a nivîskî ji nû de binivîse. Di dîrokê de gelek wêjevanên Kurd ku îro di dilê gelê Kurd de nemirbûne, bi destanên xwe yên wêjeyî û neteweyî, bi destxetên xwe hem êş û hem jî nalînên vî gelî anîne ziman. Bi van destanên xwe binav û deng in. Bi berhemên xwe karîne dengê xwe bigihînin hemû mirovatiyê ku ev ziman wê di ti demî de winda nebe, ji ber ku zimanê Kurdî, dayîktî ji zimanê mirovahiyê re kiriye.
Lê a niha jî Bulend Arincê ku ji zanista dîrok û çêbûna mirovahiyê cahîl mayî dibêje, ‘‘zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye…’’
Vaye li holê ye, medeniyet li ser vê xakê destpê kiriye. Medeniyet bi zimanê Kurdî bihebûn bûye. Wexta ku zimanê Kurdî bi destanên xwe nav û deng bû, tovê nifşê Tirk qet tine bû. Gava ku destanên neteweyî yên Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran… li ser rûyê cîhanê bûn, peyva Tirk jî tine bû. Ger tu ji zanistên avabûna mirovahiyê dûrbî, têkeve kurahiya dîrokê û bixwîne. Bibîne ku zimanê Kurdî rolekî bi çi rengî di avabûna medeniyetê de leyîstiye.
Di sedsalekî bi vî rengî de gotineke mîna yê Bulend Arinç kirin, şerma dewleta Tirk û asta mirovahiya wan dide diyar kirin. Bi van gotinên Bulend Arinç dixwazin bibêjin, yek ji we jî qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwedehiya bi zimanê dayîka xwe nekin. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hûcreyê de hucreye, di zindanê de zîndaneke dine. Yan hunê bêdeng bimînin, yan jî hûnê bi destê xwe, xwe tine bikin. Yan jî ger hun zêdetir israr bikin, hunê di qirkirinê re derbaz bibin. Ji xwe ya tê kirin jî qirkirin e. Qirkirineke çandiye, tine hesibandina neteweyekî ye. Ne hezim kirina dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Xwe ranegirtina li himberî hebûna gelê Kurd e. Li ser gelê Kurd bêrumetiyê ferz kirine. Dixwazin zarokên Kurd jî weke xwe bidin mezin kirin.
Her wisa Bulend Arinç di axaftinên xwe dibêje, ‘‘cihekî ku em dibistan jî vebikin tine ye.’’ Ji xwe ti pêwîstiyên gelê Kurd yên weke hun dibistanan ji wana re vebikin nîn e. Hêviyekê bi wî rengî jî ji we nakin. Îro li hemu parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat, ji heft heya heftê salî li hemû qadên jiyan û xebatê gelê Kurd bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe dipeyîvin. Her wisa bi hezaran zarok û mamosteyên di zimanê Kurdî de profesyonel bûne, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi zimanê dayîka xwe dixwînin û dinivîsin. Ew zarokên ku îro li wargeha penaberan a Mexmûrê perwerdehiya zimanê dayîkê dibînin, hemû jî mamosteyên pêşerojê yên zimanê Kurdî ne.
Ji bo vê jî li ser ziman, polîtîkayên helandinê li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexe kirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayîkê çiqas, lêdan, êşkence û zîndanê datîne bila deyne, wê ev ziman winda nebe. Berovajiyê wê, wê ev ziman bi dewlemendî û hebûna xwe gotinên yên weke Bulend Arinç di qirika wan de bihêle. Wê ev ziman bibe ben, (ip) û di qirika dagirkeran de bimîne. Di serî de jî wê di qirika Bulend Arinç de bimîne. Ji ber gotinên ku dike hemû jî puç û valane, ji nezanî û cahîliyê tê.
Ger li ser rûyê vê cîhanê tê xwestin ku di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin, pêwîst e di serî de gelê Kurd li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger ev yeka ne yê kirin, ti mirovê li ser rûyê cîhanê wê wan kesên bê ziman rişt negre. Ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên wê binpê bike.
Gelê Kurd jî îro xwedî wê hêzê ye ku li hemû qadên jiyan û xebatê xwedî li ziman û rûmeta xwe derbikevin. Gel wê bi zanista zimanê xwe, careke din bi yên weke Bulend Arinç bidin zanîn ku mirovahî li ser van xakan bi hebûn bûye.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Ş. Kemal CIZÎR
Îro salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo ye. Di dîroka gelê Kurd rojekî reş e. Rojekî bi lanet e. Ti carî nayê ji bîr kirin e.
Bi boneya vê rojê hemû şehîdên komkujiya Helepçe û Qamişlo yê bibîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim. Her wisa hemû kiryarên van komkujiyan bi kîn û hêrsa dilê xwe lanet dikim.
Dema mirov li nav rûpelên dîrokê dinêre, ev ne bûyerekî ku di rojekî de biryara wê hatiye dayîn e. Dîrokekî vê heye. Dema ku mirov li dîroka wê dinêre, mirov dikare bi hezaran salan dûr biçe. Ku mirov wê bikaribe baştir fêm bike vê bûyerê. Çawa rojhilata navîn ji bo mirovahiyê derketiye, gelê Kurd jî afirandina destpêka vê mirovahiyê de ne. Dema ku dîrok diherike, civak tê binxistin, desthilatdarî derdikeve, gelê Kurd vê ti carî ji xwe re napejirîne.
Gelê Kurd çawa di afirandina mirovahiyê de rola xwe leyîstine? Ji bo parastina nirxên xwe, parastina mirovahiyê, ti caran ji bedeldayînê xwe paş de nedane. Ewqasî girêdayî nirxên xwe ne. Di kesayetê îro de jî, mirov dibîne.
Dema mirov li dîrokê meyze dike, wekî konfederasyona Med ê, mirov dikare jiyana Kurdan baş analîz bike ku baş binirxîne. Çawa ti carî desthilatdarî ji xwe re qebul nekirin, bi ruxmê bûn xwedî hêz jî, lê desthilatdariyê li ser mirovahiyê ne meşandine. Di roja îro û di dîrokê de jî tê dîtin. Ev komkujiya 16’ê Adara 88’an, ne ya destpêkê ye. Ev wê ne ya dawiyê jî be. Dibe ku ji Sadam bi hezaran komkujiyan destpê kiribe.
Helepçe taybetmendiyên xwe cuda ye. Helepçe roja şiyarbûna gelê Kurd e. Roja zanistiya wê ye. Roj û demê xwe birêxistin kirina wê ye. Desthilatdaran bi vê derketin û tevkujiya Helepçe re xwestin, gelê Kurd tine bikin û vê şerma xwe ya mirovahiyê li tevahiyê cîhanê belav bikin. Xwestin li ser xwîna gelê Kurd desthilatdariya xwe bimeşînin. Lê rojhilata naverast ji wan re hertimî asteng bû.
Bi sekna xwe, bi nirxên xwe, bi şêwazê jiyana xwe hertimî gelê Kurd ji wana re asteng bû. Dema mirov bi vî rengî meyze dike, mirov dibîne ku di kesayetê gelê Kurd de, rojhilata navîn di komkujiyê re derbaz bûye. Lê cardin di dîrokê de gelê Kurd, ji ti komkujiyên xwe re bê bersiv nemane.
Di sala 88’an de bi ruxmê komkujiya Helepçe jî qewimî jî, bi pêşengiya RÊBER APO, PKK xwe bi hêztir kir. Beriya wê du salan kongreya xwe ya sêyemîn damezrandibû.
Destpê kirina şoreşa PKK û gelê Kurd ji bo desthilatdaran astengiyekî mezin bû. Ji ber wê ti carî nehêle ew zihniyeta xwe ya gemar têxin axên qedîm yên Mezrabotan. Xwestin rê li ber vê şoreşê bigrin, lê nekarîn û wê nikaribin jî. Ew çiqasî bi ser gelê Kurd de hatin, gelê Kurd di qirkirinê re derbaz kirin, gelê Kurd ewqasî jî bi hêz bû. Di roja me ya îro de ev jî bi awayekî zelal derdikeve holê.
Wexta nekarîn bi komkujiya Helepçeyê encam bigrin, vê carê jî li Qamişlo gel di komkujiyê re derbaz kirin. Li sînema Amudê zarokên Kurd bi awayekî zindî şewitandin. Heya roja îro jî bêyî navber polîtîkayên bişavtin û helandinê li ser gelê Kurd tê meşandin. Ji her çar hêlên cîhanê de bêyî nav ber evan xakên qedîm dibin gulebarana dagirkeran de maye. Dixwestin vê bihuştê têxin bin desthilatdariya xwe, gelekî kevnar yê mîna Kurd jî, ji dîrokê bide jê birin. Gelê Kurd mirovahî xwedî kiriye, dayîktî jêre kiriye û mirovahî bi ziman û çav kiriye. Îro jî bi heman erkê xwe ve radibe.
Em jî weke şervanên fedayî yên RÊBER APO, weke mirovekî Kurd û weke şervanên azadiyê soz didin ku ev bûyera ku di dîroka me de hatî jiyan kirin, em ji vê re bê bersiv nemînin. Em ti carî vê winda nakin. Bi boneya salvegera komkujiya Helepçe û Qamişlo, tevahî şehîdên wan bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewîmim. Soza me wê pêkanîna xeyalên we be.
- Ayrıntılar
Ew nêrînên wekî tîr kevanên hemû astengiyan derbaz dike û xwe digihîne nava dilê min, bi êşa heskirina van nêrînên we yên bi wate dixwazim bibim av û biherikim cihê dilê min lêdixe. Dixwazim bibim bahozek ku ji hemû çavên li benda rêwîne, bibim stran. Dixwazim bibim bilorek hemû çûk û zarokan li derdora xwe bicivînim. Dixwazim bibim jinek xwe li dilê we hîs bikim. Dixwazim bibim ciwanek xwe li nava kenê Evrîm Demîr, Mistefa Malçuk, Mislim Dogan veşêrim. Dixwazim bibim demsalek û azadiya we lê binexşînim. Dixwazim bibim tava heyva ku min tê de penaberiya xwe lê nas kirî. Dixwazim bibim lorîna dayîkek dil şewat. Dixwazim bibim çiyayek şervanên azadî ku xeyal û hêviyên xwe lê dixemilîne.
Dixwazim bibim şervanek heyfa we ji hemû bêbextiya hilînim. Dixwazim bibim lêhiyek berbi we ve biherikim. Dixwazim bibim findek li nava şevên tarî yên li derdora we. Dixwazim bibim sernivîs û şahid ji hemû kêliyên we yên bi wate re. Dixwazim bibim pênûsek ji dilopên pênûsên we. Dixwazim bibim xwedî kesayet ku di dadgeha mirovahiyê de ji mirovê azad re şahidiyê bikim, bi heyecan û coş têbikoşim. Dixwazim bibim agir û hemû gemariyan bi şewitînim. Dixwazim bibim qêrînek hemû bêdengiyan biçirînim. Dixwazim bibim kenê li ser rûyê rojê. Yên ji bo rûmeta xwe jiyana xwe nafiroşin. Dixwazim bibim întîqama 35 ciwanên rêwîtiya wan di nivî de mayî. Ew mexdurê polîtîkayên birçîmayînê bûn, ji bo bîdonek mazot û çend paketê çixare jiyana xwe ji dest dane.
Jiyana li ser sînoran bi zor û zehmetiyan tijî ye. Yanî jiyanek bi tirsa mirinê tê strandin. Belê hemû stran, çîrok û serpêhatiyên Kurdan, jiyan û berxwedaniya wan li hemberî împaratoriya zilmê îfade dike. Di dîrokê de Kurd hertim ji paş de hatine lêxistin. Vê carê ew xencer li Roboskî li dilê Kurdan ket. Îro dîsa mirovahî û dîrok ji komkujîyên din re bû şahid. Ew hîn ciwan bûn û mirinek bi vî rengî heq nekiribûn. Ew di bihara temenê xwe debûn.
Her yek ji wan çîrokek xwe hebû. Ji bo şevên tarî ronî bikin, mazot dibirin ku di tarîtiyê de hêviyên azadiyê şitil bidin. Ji bo ken û keyfxxweşî diyariyê dayîk, bav, xwişk û birayên xwe bikin, berê xwe didin zorahiyên sinirê Iraq û Tirka. Ma gelo, ne ji bo yên li benda alîkariyek û yên li benda hêviyê bûn ku dikarî berê xwe bide zor û zehmetiyên sînorên ku bi bûyerên ne diyar tijene. Belê, ma gelo ji bo kesên dibêjin em mirovên xwedî pîvan in, ne şerme ku li himberî komkujiyekî bi vî rengî bêdeng dimînin? Gotinek bav û kalan heye dibêje, ‘‘dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye….’’
Em di sedsala 21. an de bin jî, mirovên bê tewan bi çekên kimyewî tenê kuştin û şerma herî mezin jî wek ku ev bûyer ji rêzê û xwezayî be didin nîşan kirin. Ji ber ku wan ciwanan wekî bav û kalên xwe neketin pey jiyaneke bêrûmet, neketin nava pergala cerdevaniyê, tenezul nekirin ku xwe li ser keda hinekê din bidin jiyan kirin, berbi mirinê de hatin terikandin. Dijminê me ji derveyî mirinê ti mafê din ji mere nade.
Wan ciwanan, pîvana dilekê dewlemend û jiyanek bi rûmet ji bo xwe esas digirtin. Malê dinyayê ji wan re nexem bû. Gotinek ya bav û kalan heye dibêje, ‘‘malê dinê, gemara desta ye. Her ku destê xwe dişû, ew jê diçe…’’ Ew ne di ferqa biryara mirina xwe de bûn. Bi biryar berbi xeyalên xwe de, ber bi bêdawî bûnê ve diçûn. Neyaran ji zû de bi plansaziyeke gemar fermana ku stêrkên wan ji asîmana şîn bi şemitînin dabûn. Wan ewrên reş kom dikirin û li ser xewn û xeyalên bi rengê berfa spî barandin. Li ser hêviyên wan reşandin.
Qêrîna wan ciwanan asîmana kun dikirin ku hewara xwe bigihînin xwedawenda dayîkê. Lê, lêxistina firokan dengê wan di bêdengiyê de hiştin. Ma gelo, ew qêrîn qet tevûzek nexistin hestiyê xudayên desthilatdaran? Sedsala em tê de jiyan dikin, sedsalek ku xwe bi demokrasî, maf û azadî pênase dike. Lê belê, em dikarin bêjin dibe ku jî ev sedsal sedsalekî herî zêde mirovahî û bi taybetî jî gelê Kurd ji mafê wan têne merhum hiştin û koletî li ser wan têne ferz kirin. Bila dijminê faşîst baş bizanibe wê yek ferdê Kurd ti caran bêrumetî ji bo xwe qebul neke. Ev tekoşîna hebûnê ye ku îro gelê Kurd ji bo wê canê xwe didin. Ev berxwedanî tirs û xofê dixe dilê wan dijminan. Dijmin nekarî ew sirê hebûnê qebul bikin. Fêrî Kurdê berê bûne ku xulamiya wan bikin.
Kenê zarokên vî welatî dibe kabusên xewnên wan. Ji bo vê ye xudayên ji zarokan ditirsin, fermana wan zarokan didin dixwazin neviyên Iştaran dibin siha şurê xwe re derbaz bikin. Ev şer ne tenê şerek, ev şer îfadeya şerê xwedawendan li himberî zilm û zordestî xudayên rûpûşa wan ketine îfade dike. Em dixwazin careke din dest nîşan bikin ku wê ti zor û zehmetî beden me ji tekoşîna azadiyê durnexe. Her êrîşek li ser bingeha tinebûnê, me ji herdemî xurttir dike. Em carek din sonda xwe ya xwedî li xewn û xeyalên wan derbikevin didin.
Axîn CUDÎ
- Ayrıntılar
Serokatî pir mijaran ji bo biharê tîne li ser ziman.
Meha Adarê, ji bo me hem di wateya dîrokî, hem di wateya berxwedanî û hem jî di wateya azadiya jin de, xwedî hunandinekî berxwedaniyê ye. Di dîroka PKK û dîroka gelê Kurd de, her meh û her rojek di nava tekoşînekî bi vî rengî giran de, xwedî wateyekî mezin e. Di nava tekoşîna me ya çil salî de her rojekî ku di vê tekoşînê de hatî meşandin ji ber ku bi berxwedanî hatiye hunandin, xwedî wateyekî ye. Mirov dikare ji bo meha Adarê bi vî rengî berdewam bike.
Ev meh, xwedî taybetiyekî bi wî rengî ye ku mirov dikare îfadeya hemû rojên tekoşîna me têde bibîne. Weke Hefteya Qehremanî, Newroz, 8’ê Adarê. Evan kevneşopiyan çawa bi berxwedaniya gelê me re bû yek, dibe fermî îfadeyekî wî. Meha Adarê bi vê xwe îfade dike.
RÊBER APO ji bo azadiya jinê got; ‘‘weke berfînên ku berfa zivistanê diqelişin û dibin mizginiya biharê ne…’’
Adar ji bo me, di kesayeta rêhevala Sema de ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê bûna pira azadiya jin e. Di kesayetê hevalê mazlum Doxan de 21’ê Adarê heya 28’ê Adarê bûne wek pira berxwedaniya netewî û qehremaniyê. Ango Hefteya Qehremaniyê.
Di pir mijaran de jî dema
Min vê mehê û bi taybetî jî roja 21’ê Adarê pîroz nekir. Sedemê vê jî, ji ber em di qonaxekî bi wî rengî re derbaz dibin ku, pîrozbahiyekî tenê bi azad jiyan kirinê qebul dike. Ji wir û wêdetir jî, ti riyên din yên me nîn e. Pîrozbahiyekî me hebe, em bilêv jî pîroz bikin, hewce dike ku eva di jiyanê de îfadeya xwe bibîne û bibe nexşandina azadiyê.
Ji ber sedemê ku em di pêvajoyekî girîng de derbaz dibin, Hefteya Qehremaniyê ji bo me wateyekî xwe ya cuda heye. Weke hêzên HPG û YJA STAR, em niha dibin fermandariya rêheval Egîd, di berxwedaniya rêheval Mazlum Doxan û di xeta azadiya Sema Yûce de di mehekî gelek girîng de derbaz dibin. Hem mehekî wateya xwe pir heye û hem jî pêvajoya ku em têre derbaz dibin, rastiya berxwedanî û hebûnê bihevbihayê hevre, di yek rastiyê de dimeşe.
Dema em di roja îro de jî dinirxînin, bi qasî tiştên bi wate ev roj dide ava kirin, kesayetên wan rojan in. Lê bes, di roja îro de dema em vê rojê pêşwazî dikin, Hefteya Qehremanî pêşwazî dikin, em 21’ê Adarê pêşwazî dikin, di kesayetê rêheval mazlum de berxwedaniya wî em pêşwazî dikin.
Ji 8’ê Adarê heya 21’ê Adarê, di kesayeta rêhevala Sema Yûce de mirov bi çi rengî dikare kesayetê xwe paqij bike, ji Mazlum an re bibe rêheval..? Di kesayetê rêheval Mazlum de mirov çawa dikare bi berxwedaniyê ji Egîd an re bibe hêz?
Di kesayetê rêheval Egîd de jî, dibin fermadariya gerîlla de ku em dibêjin qonaxa çaremîn a stratejîk wê li ser milê gerîlla bimeşe, hem weke HPG û di asta jin de jî weke hêzên YJA STAR bersiveke ji bo kesayetên me. Bersivekî pir girîng û jiyanî ye.
Di hundirê vê mehê de, qirkirina gelê me jî têde hatiye jiyan kirin. Hem komkujiya Helepçe, hem komkujiya Qamişlo û hem jî berê demekî kin weke berdewamiya van tevkujiyan, komkujiya ku li Roboskî hate jiyan kirin. Ev ya bi Helepçe destpê kir. Di dîroka gelê me de, bû lekeyekî reş di çavê dijminê me de. Em jî weke tekoşînvanên vî gelî, dema em li vê mehê û vê pêvajoyê dimeyzînin, di hêla Hefteya Qehremaniyê de ji bo hunandina kesayetên xwe, ava kirina nirxên xwe îfadeya xwe di vê mehê de dibîne. Weke destpê kirinekî xûrt û azad, ava kirinekî ji bo hunandina vê mehê, îfadeya vê mehê îfadeya herî rast e. Ji ber ku di kesayetê Egîd de fermandarî, di kesayetê rêheval Mazlum de berxwedanî, di kesayetê rêhevala Sema de xwe paqij kirin, di vê mehê de wateya xwe a herî mezin digre.
Di vê mehê de gelek şahadetên me çêbûn. Berxwedaniya gelê me pir çêbû. Vana yek bi yek anîna ziman zêdetir, îfadeya xwe bi van her sê berxwedaniyan dibîne. Weke milîtanekî jin, pêwîst dike ku em vana ji bo xwe esas bigrin.
Îro dijmin şerê pîskolojîk li ser me dide meşandin. Hevalê Mazlum îfadeya herî mezin ya li himberî xwesteka şkandina dijmin e. Sekna milîtanên PAJK û PKK di vê çawa be, îfadeya wê ya herî şênber (somut) e. Dema em lê bimeyzînin, di vê weke kesayet em vê wateyê jê derxin.
Di kesayetê rêheval Egîd de, di pêşengtî û fermandariya gerîlla de qonaxekî nû dana destpê kirin e. Her wisa, ji bo me jî erkekî girîng e ku em bikin mizginiya azadiya gelê xwe. Em bikaribin azadiya gelê xwe biafirînin. Li ser hîmê vê, ew kesayetên xwe kirin berdêlên azadiya gelê Kurd, berdêlên azadiya jina Kurd, her wiha berdêlên qehremaniya gelê Kurd, wateya xwe di meha Adarê de dibîne û bi taybetî jî wateya xwe di Hefteya Qehremaniyê de dibîne.
Ji bo vê jî, ev meh ji bo me girîng e. Xwedî taybetiyekî cuda ye. Weke bersiva ku em lê digerin, meha Adarê îfadeya wê ya şênber e. Dibêjin, ger hun dixwazin vê tekoşînê bi awayekî serkeftî bidin meşandin, pêwîst dike ku hun îfadeya Sema yan, Egîd an û Mazlum an di kesayetên xwe de bidin ava kirin. Vêna jiyanî bikin û vegerînin hêzên ku hem newroza gelê me bikare îfadeya xwe bibîne ku Newroz ji bo me bibe weke Amargî.
Serokatî di parêznameyên xwe dibêje; ‘‘Amargî li dayîkê zivirandin, li cewher zivirandine.’’ Amargiya welatê me jî, di kesayetê pêşengên me de, li cewherê azadiyê zivirandin û di kesayetê xwe de îfade kirin e, di hersê pêşengên me yên tekoşînê de xweş tê diyar kirin.
Azadî di cewher û di kesayet de, tê ava kirin, îfadeya xwe didin tekoşînê. Tişa ku em ji bo xwe fêm bikin ev e. Yên em di xwe de bidin ava kirin jî ev e. Evan hevalan bûne pira azadiyê. Her wisa, ji destpêka meha Adarê heya dawiya Adarê, di îfadeya azadiyê de pirekî hatiye çêkirin. Ya girîng, em jî vê pirê berbi rojên azad, siberojên azad de bibin. Erkên ku dikeve li ser milê me ev e.
Bi vê wesîleyê di kesayetê rêheval Mazlum, Egîd û Sema de, em soza xwe li himberî şehîdên tekoşînê nû dikin. Ji şehîdên destpêkê heya yên dawiyê, biryara xwe ya li himberî vê tekoşîna şehîdan nû dikin û em bikaribin bi wê qehremantî û berxwedaniya xwe pak kirinê, bi zivirînin pêşeroja gelê xwe. Wê soza me, hevaltiya me û her wisa watedayîna me jî, wê bibe îfadeya sekna vê ku em bikarin vê Newrozê bi gihijandina Hefteya Qehremaniyê bikin mizginiya bihara gelê xwe. Di kesayetê rêheval Egîd de, em pêşengtiya vê bikin. Bi vê wesîleyê ez bejna xwe li himberî hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim.
Medya EGÎD
- Ayrıntılar
Bi rast hatina 13. salvegera bêbextiya qomploya navnetewî, vê rojê bi kîna dilê xwe hemû hêzên di vê bêbextiyê de cihê xwe girtine lanet dikim.
Bi esareta Serokatî ku di 15’ê Reşemeha 1999’an de hate jiyan kirin, dijmin di wê fikrê debû ku wê bi esareta Serokatî tevgera azadiyê ji holê rabike. PKK wê tasfiye bibe. Lê bi pêkhatina esareta Serokatî re PKK bi dawî nebû. Berovajiyê wê hîn bêhtir potansiyela gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê derkete holê. Li himberî gotinên pûç yên mîna wê PKK bi esareta Serokatî tasfiye bibe, çalekiyên gel gûr bû. Dewlet û hezên desthilatdar carekê de xwe li himberî berxwedana gelê Kurd dîtin. Çalekiyên gel û gerîlla bi esareta Serokatî re bû narincok di destê hêzên desthilatdar û di dilê wan de teqiya.
Gerîlla û gel çiqasî bi Serokatiya xwe re girêdayî ye, bi vê rastiyê derket holê. Bi awayekê vekirî derket holê ku, ev qomplo wê ti carî negihe mirazê xwe.
Di roja me ya îro de, li Rêbertî qomplo bi rêbazên cuda yên mîna tecrîd û izolasyona giran tê meşandin. Lê belê, Serokatî bi helwesta xwe, bi sekna xwe, bi zanista xwe vê bêbextiyê vala derxist.
Digotin, gava Serokatî bê girtin, gerîlla wê tasfiye bibe, belav bibe ku karibin bi her awayî êdî gerîlla bigrin dibin venêrîna xwe û hegomonya xwe li ser rojhilata navîn bidin meşandin. Lê ev ya nîşanda ku hêza Serokatî, dijmin vala derxist. Ev hemû bi sekna Serokatî a berxwedêr û radîkal çêbû. Bi zanista xwe zanista xwe, şêwazê xwe, felsefeya xwe, bîrdozî û raman xwe Serokatî dijmin vala derxist.
15’ê Reşemehê di dîroka gelê Kurd de weke rojekê reş tê binav kirin û her sal tê şermezar û lanet kirin. Roja şînê ye ji bo gelê Kurd. Ji ber ku Serokatî ji bo vî gelî, ji bo hemû cîhanê, bi taybet jî ji bo Kurdan cihekê xwe yê taybet heye. Ji ber kedeke mezin a RÊBER APO di hişyara vî gelî de çêbûye. Dîroka Kurdan, dîroka Mezopotamya yê, dîroka rojhilata navîn, Serokatî bi lêkolînên xwe hemû rastiyên wê derxistiye holê. Dîrok derketiye li ser rûyê erdê. Rastî derketiye holê. Agirê dîrokê êdî geş bûye ku dijmin nikare êdî vî gelî binbixîne. Ji ber ku Serokatî xwedî felsefe, bîrdozî û ramanekê pir bi hêz e. Ti hêzên desthilatdar nikare xwe li himberî ramanên RÊBER APO li berxwe bide. Gel bi xwîna hezaran şehîdên xwe zindî bû. Gelekê ji nû de şîn bûye û şitil daye. Êdî gelê Kurd xwedî wê hêzêne ku rê li ber hemû bageran bigre. Zarokên vî gelî îro ji bo Serokatî û azadiya gelê xwe çek girtiye destê xwe û bêyî navber di çiyayên Kurdistanê de tekoşîna serfiraziyê dide. Li cihê ku pêwîst jî bike, wê canê xwe jî di ber de bide.
Piştî van berxwedanî û hêza Rêbertî, gelê Kurd û gerîllayên tevgera azadiyê, êdî dijmin jî dizane ku wê bi qirkirina fizikî nikare vî gelî bixîne û tine bike. Dîrok êdî weke darekê şîn dibe, pelçimên xwe vedike, kulîlk vedike. Çiqasî bixwazin bişkînin û serde biçin jî, êdî dîrok derketiye li ser rûyê erdê û şîn bûye. Zanist û bîrdoziya RÊBER APO ewqasî bi hêze ku, mêtîngerî li himberî wê serê xwe diçemîne û li binkeftina xwe mikûr tê. Gelê Kurd êdî gelekî zana ye, xwedî Serokatiyeke bihêz e, xwedî tevgereke azadiyê ye.
Bêyî Serokatî, bêyî tevgera azadî gel dizane ku êdî jiyan nabe. Bi şoreşa zihnî ya RÊBER APO re rabûn û mezin bûn. Xwestin vê mezinbûnê di 15’ê Reşemeha 1999’an de bin ax bikin, lê nekarîn.
Weke gerîllayekê bi berpirsyara pêvajoya li pêşiya me, bi ruhê ku sala 2012’an bixin sala azadiya RÊBER APO, em vê roja reş pêşwazî dikin. Di her mercî de em bi doza Serok û gelê xwe rene. Ji herdemî zêdetir em ê tekoşîn û berxwedaniyekê mezin bidin nîşandan. Ji bo vê jî, her kesê ku dibêje ez xwedî rûmet im, di vê li Serokatiya xwe xwedî derbikeve. Xwedî şehîdên xwe yên bi xwîna xwe dîroka rast nivîsî derbikeve. Di vê bi awayekê herî rast di xeta azadiyê asta tekoşîn û berxwedanê bê bilind kirin.
Bahoz Hêvî
- Ayrıntılar
Roja 15’ê Reşemehê ji bo gelê Kurd rojeke reş e. Bi boneya salvegera bêbextiya 15’ê Reşemehê ez vê rojê bi tundî lanet dikim.
RÊBER APO ji bo gelê Kurd ronahî bû. Şewq bû. Rêber bû ji bo hemû mirovatiya bindest. Lê dewletên dagirker yên mîna İngiltere, Emerîka û Îsraîl nekirîn vê ronahiyê tehemul bike. Ji bo ku ronahiya gelê Kurd tarî bikin, RÊBER APO hedef dan nîşandan.
Di dîroka gelê Kurd ev ne qomploya yekê ye û wê ne ya dawiyê jî be. Gelê Kurd hertimî bi bêbextiyên bi vî rengî re rû bi rû maye. Lê di encama rêhevaltiya kêm û dostên sexte de, qomplo di 15’ê Reşemeha 1999’an de bi tevlîbûna hêz û dewletên emperyalîst bi esareta Serokatî bi encam bû. Ji ber ku hebûna Serokatî ya di rojhilata navîn de, ji wan re tirsekê mezin bû. Dizanîbûn bi hebûna raman û bîrdoziya Serokatî, pergala kapîtalîst nikare bi awayekê hêsan di rojhilata navîn de xwe bicih bike. Bi esareta Rêbertî xwestin, hemû gelên rojhilat navîn û bi taybetî jî gelê Kurd têxin dibin venêrîna xwe.
Qomplo di 9’ê Cotmeha 1998’ab de destpê dike û di 15’ê Reşemeha 1999’an de bi encam dibe. Xwestin bi vê qomployê dîroka Kurdan bidin dubare kirin ku hespê xwe xweş di rojhilata navîn de bidin ajotin. Lê îro gelê Kurd, xwedî hêzekê bi wî rengiye ku dikare xwedî li ked û xuhdana xwe derbikeve. Gelekê bi Rêbertiya xwe re bûye yek.
Di 15’ê Reşemeha 2011’an de Rêbertî bi rêya hevdîtinên xwe mizgînî dabû ku qomplo bi berxwedanî û pêşdîtina ramanên xwe vala derxistiye. Bi hatina parêznameyên Serokatî ya di sala nû de, bi awayekê rihet dide nîşandan ku qomplo vala derketiye û hêzên dagirker negihiştine armanca xwe. Li kêleka vê jî hêzên desthilatdar di wê hêviyê dene ku, wê gerîlla çek berde. Ne çekberdan, lê di vê were zanîn ku şerekê bê eman wê were meşandin û gelek ciwanên din bi çek bibin.
Dibin navê aştî, agirbestan her demî xwestin dem qezenç bikin ku şerekê dijwar neyê meşandin û tekoşîna me gav di pêş de neavêje. Xwestin gerîlla jî fêrî vê bikin. Lê ev hemû siyaseta wan vala derket.
Serokatî jiyana me ye. Bê Serokatî jiyan ji mere heram e. Hebûna me ya li çiya, ji bo azadiya Serokatî û gelê Kurd e. Ger jiyana bêyî Serokatî li me heram bikin, em ê jî jiyan li wan bixin jehr. Di sala 2012’an de bi vî ruhî em ê roja 15’ê Reşemehê pêşwazî bikin. Heya dawiyê sebra me heye. Lê saeta ku sebir çû, ji bo jiyan û azadiya Serokatî çi pêwîst be em ê bikin. Bêyî gumanekê jiyan bikin, em ê bi ser vê wezîfeya xwe ya pîroz de biçin. Ji bo şerekê herî mezin jî em amedene.
Ne tenê dewleta Tirk, bila hemû hêzên desthilatdar bizanin ku ji şermezar kirinê zêdetir, weke gerîllayekî HPG di şêwaza felsefeya RÊBER APO de, çi sekin û helwest pêwîst dike, em ê raber bikin û ger dema wê jî hat, em ê canê xwe jî di ber azadiya RÊBER APO de feda bikin.
Cesur Zemyan
- Ayrıntılar
Ez ne biyaniya girêvên birçîbûnê me.
Piştî du-sê rojên gerava birçîbûnê, arandina serî û cênîkên mirov jî baş nas dikim. Êş û azara hevpar ya girtîgehan û wateya wê ya giranbiha jî baş dizanim. Ji ber ku dek û dolabên statukoparêziya dewleta Tirk, ku bi “felzeke”yên polîsên namerd, dibine cezayê zerzemînên bê binî û hawara kesên weke Mamî Silêman, piştî bîstûşeş salan jî ji mêjiyê min derneketiye. Hîna xewa min dikujin, hestên min xerab dikin. Piştî hewqas sal, hîna birînên hêviyên min ne hatine derman kirin.
Sal 1983, em li girtîgeha Metrîs baskê Sibirya bûn, rojekê esra teng deriyê qoxûşê bi zimmênî hate vekirin û mirovek dafî hundir kirin. Mirovekî navser bû û mîna jibin ferşên gorê hatibe derxistin, renge-zer, westiyayî û di nava hêviyên şikestî de bi çavên vala li me nêrî. Hevalê bi navê Feraî, bi dengekî dilşewêt, got; “mamîîîî, mamîîîî!...” Û dengê xwe qut kir. Navê wî Silêman bû, pişî banga Feraî, navê wî bû Mamî Silêman.
Mamî Silêman ji sucê trafîkê girtibûn binçavan, lê ji sedema li dijî polîsan dijberiyek tund nîşan da, bi dosyayek pirr nepixandî anîne Metrîsê. Ji kuştina mêran bigirin heta bi ataxiya endamên rêxistinê lê bar kiribûn. Mamî Silêman 3 sal û nîvan di navbera Metrîs û dadgehan de çû hat. Balkêş bû, wî mirovî, wek ayînê li grevên birçîbûnê dinêrî... Piştî em ji Metrîsê sergomî Sultanahmed kirin, em û Mamî Silêman ji hev hatin qut kirin.
Piştî Sultanahmed, em sergomî Sagmalcilar kirin û em li Sagmalcilar bûne çavdêrê şehadeta 4 lewendên greva birçîbûna mirinê. Ez wan lewend û cengawerên Zindana Amedê, bi dilsoziyek şahlewendî bibîrtînim. Dewleta ku xwe wek exlaqê civaka mirovan bi nav dike, di bingeha xwe de kujer e. Wampîr e.
Her dewlet sucekî mirovahiyê ye. Nexwazim dewleta Tirk, di het heyam û deman de sucê mirovahiyê kiriye û roj wê werê ku di gunehên mirovahiyê de bifetise.
Îro, 10 rojên greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê xelas bûn.
Parlamenterên BDPê Selma Irmak û Faysal Sarıyıldız jî, Adnan Tîtîz jî di nav de, tevahiya girtiyan qurbanên dewleta Tirk in. Dewletek ku bi xwînê hatiye avakirin û bi xwîne hebûna xwe diaparêzê ye. Hemberî ku lehenga romana min ya dawî, Pîrejina Hefsedê dibêje; “ew xerab dikin, em ava dikin, ew dikujin em zêde dibin” jî, dive em êdî hesabên matemetîkî li ser jiyana xwe nekin û stikura xwe ji ber xencera xiyanetê û ji ber kêra qurbantiya kêra desthilatdaran xelas bikin.
Girtiyên di greva birçîbûnê de her roj bêhtirîn ber bi êşa hevpar ya kulîmok û movikên hestiyên bedena xwe diçin. Qolincên di movik û kulîmokên hestiyên wan de wê dest pê bikin. Lê dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê di nava xemsariyek bextreş de, hîna plansaziyên dek û dolaban û siyaseta gemarî dike.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan û wezîrên wî, mîna xoceyên gundan ku, bi rotên dirêj dersên Qur’anê didine zarokan, dersên siyaset û demokrasî didine muxalefetê, didine dewletên cîran û bi demagojî, derew û telaqreşiyan komên xelkê û raya giştî dixapînin. Rewşenbîr û demokratên wek qelemşor derdikevine holê jî, edebiyata hamasetê dikin û êşa hevpar ya girtîgehan nayînin bîra xwe. Pirraniya wan rewşenbîr û qelemşoran di zindanên statukoparêziya dewleta Tirkiyê de mane û nasîbên xwe bi zedayî ji êşa hevpar standine. Dîse jî, siyaset û edebiyata “felzekê” dikin.
Êdî eşkere bûye ku, kanunên Tirkiyê, kanunên zincîran e û girtiyên di zindanên Tirkiyê û Kurdistanê de bi zincîr û leleyên kanunên faşîzan dîlgirtî ne. Ne ku suc kirine, ne ku gunehkar in. Ew girtiyên kanunên zincîran e...
Balkêş e, darbeya faşîst ya 12ê Êlûnê, kanun çêkirin, desthilatdariya AKPê, ku wek hêviya komên xelkê û demokrasî hate ser desthilatdariyê, di 9 salên rêvebiriya xwe de, ji bedêla guhertina wan kanunan: Yek Kanuna Têkoşîna li Dijî Terorê derxist... Du, Biryarnameyên taybet derxistin... Sê, Kanunên taybet yên şexsan derxistin û derdixe.... Çar, kanuna taybet ya polîsan derxist... Pênc; erka xesp-kirina desthilatdarî û îdeolojiya fermî ya faşîzan ku parlamenteriya nûnerê Kurdan ji destê wan stand... Şeş, ne nasîna îradeya gel û girtina parlamenteran di girtîgehê de... Heft, tecrîda keyfî û tolhildanî...
Niha ketiya nava hewldanan (bi dana meaşên parlamenteran) ku vê eyba xwe, vê antî huquqiya xwe, vê xespa xwe ya gunehkariya dîrokî ji holê rake. Gelo, dana meaşên parlamenteran, wê têrî rakirina hewqas gunehkariyan bike?
Desthilatdarî mîna nexweşiyek nayê dermankirin e û desthilatdariya AKPê, bi cemaeta Fetul-munkîr re bi vê nexweşiyê ketiye. Ev nexweşî zû bi zûr nayê dermankirin. Dermanê vê nexwşiyê xwîn e... Di devê gûr de jî, siyasetmedarên Kurd, Rêberê Haraketa Azadiya Kurd, girtiyên azadiyê hene.
Dîwarên girtgîgehên Tirkiyê û Kurdistanê, bi xwîna mirovan, bi êş û azarên hevpar hatine seyandin. Mamî Silêman, navê wan dîwaran kiribû “qijnik û zîro”wên ku xwîna mirovan dimerêsin... Guman dikim ku nirxandin û binavkirina Mamî Silêman kêm e; Ew dîwar, laboratuwara ku dermanê êşa desthilatdaran diafirînê ye. Komkujiyên bi çekên kimyewî û parçekirina bedena gerilayên Kurd, komkujiya li gundê Roboskî teva, tedawî kirina nexweşiya dirêj ya desthiladariya AKPê pêk neanî. Ji xwîna nexweşên ku di zindanan de dikujê têr nebû, vê carê dixwaze, xwîna girtiyên azadiyê bike dermanê desthilatdariya xwe.
Di heyamên cûda de, xwîna taze ya mirovan lazim e...
Destanên Kurdan, efsaneyên Kurdan wek Dehak û marên dis erê wî de û mêjiyê ciwanan, belaş ne hatien afirandin.
Lê Erdogan nizane ku di dîrokê de mucîze çênabin û desthilatdariya wî jî, ji aqûbeta yên berî xwe xelas nabin. Xwîne Kurdan ji tu desthilatdaran nebûye derman, ji desthilatdariya Erdogan re jî nabe derman. Ji ber ku desthilatdariya AKPê jî mîna desthilatdariyên berî xwe, reçeteya exlak û ademiyetê winda kiriye.
Ez bi tirsim, ji ber ku nexweşiya desthilatdariya AKPê, ji ya desthilatdariyên xwe jî dijwartir û demdirêjtir e. Lewma ewê xwînê bêhtirîn birijîne. Binêrin, cografya Kurdistanê ji sedema zivistana dijwar û berfa zêde ketiye kebîs û rêbûwaran nade, lê desthilatdariya AKPê ji hewayê mirinê dibarîne. Gelê Kurd her dem çiya parastine. Çiya jî gelê Kurd parastiye. Niha jî ev parastina du alî di rojevê de ye. Lê parastina vê carê, bi eniyak taybet dest pê dike. Girtîgeh û girtiyên Azadiyê!..
Çekê girtiyan jî bi tenê bedena wan û awaza wan ya slogana ye.
Ev enî, her ferdekî ji vê eniyê bi dehsalan hatiye xwedî kirin û bi keda dehsalan hatiye mezin kirin, bi berdêlên giranbiha hatine perwerde kirin. Ew enî, bi her mirovê xwe ve lehengek ji hêrivandina şikefta dîlgirtinê ye.
Pêwiste Kurd, demokrat, nivîskar û rewşenbîrên xwedî vijdan bikevin nava hewldanan û xewna raya giştî ya cîhanê jî, ya Tirkiyê jî birevînin.
Medeni Ferho
- Ayrıntılar
Her şoreşeke ku destpêdike, şehadetê û îxanetê jî dide ber çavê xwe. Bêguman şehadet tiştekî neşerme û mirov nikare bibêje wê şoreşê wendakir. Şehadet kîjan nifşî li pey xwe dide avakirin mirov pêwîste vê yekê ji xwe bipirs e.
Em werin mijara xwe ya esas. Berî çend rojan çapemeniya dewleta Tirk di spotên xwe de dinivisîne 15 gerila hatine kuştin, lê belê ez bawerim dikim ku jibîrdikin di temamkirine spotên xwe de binivisînin, wê çend ciwanên Kurd çeka van gerilayên şehîd rakin. Gava ku jibîr dikin hevoka xwe tamambikin, ev yek diyardike ku rastiya gelê Kurd nizanin. Çek di çanda gelê Kurd de namûse û nemumkine ew çek li erdê bimîn e. Gel û gerila dizanin heyanî ku Rêber APO û gelê Kurd azad nebe, wê şehadet çêbibe, herkesî ev yek daye berçavê xwe. Em jibîrnekin her şehadetek kîn û intîqameke mezin bi xwe re tîne. Tevlîbûnên vê dawiyê ji tevgera azadiya Kurd re çêdibin, hemû bi şehadeta hevalan bandor dibin. Ciwanên Kurd beşdarî nava refên gerila dibin û navê wan hevalên şehîd li xwe dikin.
Mijara girîngtir jî yek jê eve; eger ku dewleta Tirk dibêje ez dewletekî musilmanim, pêwîste rastiya lehengên mîna Omer Muxtar jibîrneke. Eger yek Omer Muxtarê Ereban hebe, yên Kurdan bi hezaran hene. Ango tişta di dawiya vê hevokê de ez dixwazim îfadebikim, şehadet netiştekî şerme û newendahiye, yan jî nebinkeftin e. Gelê Kurd û gerila dema biryara berxwedaniyê dan, şehadeta xwe jî dane berçavên xwe. Gerilayên Kurdistane gava ku berê xwe didin çiyan, nehatine seyranê, têkoşîn û şehadet jî dane berçavên xwe, ji ber ku dizanin dijminekî wan yê hov heye. Ma qey tenê xwîn di canê te de biherike, navê wê jiyan e? Eger exlaq û wijdan bi min re hebe, dema ku li kêleka min polîsên AKP ê destên xwe tavêjin zarok, ixtiyar û hemû mirovên Kurd, eger li berçavê min mirov ji birçîbûnan re dimirin, hingî ez sed carî di ruh de tême kuştin, wê demê fêzîkê min saxbe jî, çi wateya xwe heye. Van hevalên şehîd bi xwîna xwe tovên PKK ê avdidin û nifşên nû dafirînin.
Dema ez dibihîzim heval şehîdketine ez dibêjim “xwezî ew şens ketibane destê min de, ez jî bi wana re bûbame heval û ew şehadeta xwe ya pîroz bi min re jî parvekiribane.” Şehadet jî yek ji zagonê xwezayê ye. Eger ku welatê te bindestbe, gelê te were perçiqandin, xweza jî ji te re napejirîne û mirine te wê bê wate be. Lê belê li gorî zagonên xwezayê û mirovahiyê meşandin, namûs û şerfeke bi rûmet e. Nizanim; dibe ku dewleta ji komkujiya gelê Kurd û gelê Ermeniyan têr nebûye, van zagonên xwezayê nizane û şehadetê wendahî dibîne. Eger dayîkên Kurd bi wan desmalên xwe yên spî, bi tilîlî û bi coş destê zarokên xwe hina dikin û şehîdên xwe pêşwazî dikin, wê vê carê jî pêşwazî bikin û xwedî li wan derbikevin, li gorî nêrîna min ew kêlî ji bona dewleta Tirk mirinekî herî mezin e.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
