Dem dema nîvro bû, saet duwazde bû. Tav tam lî ser serê çiyayê me bû. Dera ku em lê disekiniyan derekê pir bilind bû. Te destê xwe dirêj kiribana ewrê ku li cem tavê, te karîbû bigrê… Derdorê me her wisa bilind e. Ew tam bîst rojin em li wir in. Her tişt xweş e. Tav xweş e, roj xweş e. Ya girîng jî moralê me xweş e, lê ger qutbûn nebana.
Piştî xwarina êvarî, me bi dilşadî agirekê mezin li sahê kir. Ew dem, dema jî hevdu qutbûnê bû. Her kes û her tişt bû rengê xemgînî. Derdorê me tevahî bû rengê zer. Bêdengî desthilatdar bû. Peyvan xwe veşart, dil çimlisî, çav tijî bûn. Hinek girîn, hinekan jî rondikên çavê xwe di dil de herikandin. Xweşbûn, ma dibin siha xemgîniyê de. Dîlan li bin stêrkên çiyayî de, ket tarîbûna şevê. Bi stranên ku gerîlla di gotin, şev ronî bû. Wê şevê yê ku rêwîbûn serê govendê kişandin û ne berdan. Yek ji wan jî, rêhevala min Zozan bû.
Zozan Tolhildan, Keçekî ji Colemêrgê bû. Mîna çiyayê Zagros an dêrîn bû. Bejna wê weke Çarçêlla xweşik û li levhatî bû. Pora wê, weke şîve rêya ku diçe Cîlo, xelek û şemitok bû. Yek jî çavên wê, her çar suruşt tanîn cem hevdu. Wê şevê jî ronahiya agir pirtir, şewqa çavên wê xweşikbûna wê diyar dikir. Ger helbestvanan wê bidîtana, wê siruşt bi girtana ji rûyên wê.
Rêhevala min Zozan, (Zozan Tolhildan) di sala 1985’an li Colemêrg ê di nava malbateke welatparêz de, çavên xwe li cîhanê vedike. Di malbatê de zarokê herî mezin bû. Di sala 2002’an de, ew û dotmama xwe bi hev re tevlî refên gerîlla dibe. Navê dotmama wê jî Eylem bû.
Eylem, hem dotmam, hem hevala wê ya zarokatiyê û hem jî rêhevala wê ya tekoşînê bû. Dewreya bingehîn a şervanên nû bi hevre dibînin. Piştî bi dawîbûna perwerdeya wan, Eylem çû Behdînan, Zozan jî çû Qendîl ê. Dema ji hevdu qutbûn, soza ku wê li Botan ê li ser xaka ku ji dayîkbûne hevdû bibînin, ji hev re dabûn. Wê demê Zozan, bi himêz kirinê xatir ji Eylem xwest. Bi qasî dilê xwe Eylem maç kir. Ne hezar car, dehezar caran Eylem mêze kir, maçkir û rondik barandin lî ser şîve rêyen gerîlla.
Zozan Tolhildan, (Colemêrg) şeş salan li qada Qendîlê dimîne. Tevlî pêngava yekê Hezîran ê bû. Di her milî de xwe pêşxisti bû. Bi taybetî jî di warê leşkerî de. Zozan weke welatê xwe reng bi reng bû. Her rengê di dilê xwe de himêz dikir. Ji her rengê hes dikir. Qada ku Zozan lê bimaya, ew qad bihar bû. Bi xwe re şînatî dianî, dara bişkoj didan. Kulilkên çiyayên Kurdistan ê, bêhne pora wê, jî xwe re digirtin. Payîz bû, bêhna hevalên xwe herdem bi xwe re digerand. Weke miska bihuştê. Zivistan bû. Bi germbûna ruhê xwe, destên ku li nava berfê dicemidiyan, germ dikir. Havîn bû, eşka tava dijwar bû. Siya li ser rûyê hevalê xwe bû.
Rêhevala min Zozan, keçekî ji derve de pir hişk di xuya. Lê belê, ger ku te naskiribana, weke baranê nerm û dilovan bû. Kesayeta wê û erdê Zagros ê weke hevdu bû. Ma Çarçêlla jî wisa ye!
Zozan, di sala 2007’an de, piştî ji akademiya leşkerî derket, bi israra xwe derbasî qada Botan ê bû. Zozan, berê ku derbazî qada Botan ê bibe, bi tirs bû. Ji ber ku Eylem berê wê derbazî Botanê bibû. Derbazbûna Eylem a ji qada Botan ê re, ji bo Zozan asteng bû. Zozan herdem di got; ‘‘di vê heval nizanibin ez û Eylem dotmamın. An jî min naşînin Botan ê’’.
Zozan bi israra xwe çû Colemêrg ê. Eylem jî çû Cudî. Her du yan jî, soza ku ji hevdure dabûn, pêkanîn. Lê mixabin, Eylem weke straneke dengbêjiyê bi ser lêvên dayîkan de bû lorînek. Zozan, li cihê ku çavên xwe li cîhanê vekirî û zarokatiya xwe lê derbaz kirî, li cihê ku destê dayîka xwe digirt û diçû ber tenurê, cihê ku hemû keyfxweşî, êş û xemgîniyên xwe yên destpêkê lê jiyan kirî, bihuşta wê Kato Marînos bû. Zozan, li wir çêbû, li wir mezin bû û li wir şer kir. Li cihê ku çavên xwe lê vekirî û her tişt ji wir fêr bûyî, li wir jî şehîd ket.
Bû binefşa Kato. Weke navê xwe, Zozan bû. Binefşa herî xweşik li ber avê çêdibe. Ava herî pir ji li zozanên Colemêrg ê hebû. Ji bo wê, ez dibêjim tu û Çarçêlla weke hev lihevhatî û xweşik bûn.
Zozan, di sala 2011’an da li Colemêrg ê di encama êrîşa balafiran de jiyana xwe ji dest dide.
Zîn Koçer
- Ayrıntılar
Dewleta Tirk û çeteyên AKPê û Cemaeta Gulen di nava sala 2011an de, ji bilî kîna siyasî, komkujî, çekên kimyewî, propagendeya bi nîq û teşqele, tiştekî din radestî gelê Kurd nekirin.
Dewleta Tirk, çeteyên AKPê û Cemaeta Gulen, di dawiya salê de û di destpêka sala 2012an de jî, bi komkujiya li gundê Roboski, xelata şînê radestî gelê Kurd kirin.
Gelê Kurd xwe hemwelatiyên Tirkiyê binavdikin û bi têkoşîneke 40 salan jî, dixwazin ku li Tirkiyê demokrasî sazkar bikin; dewletek huquq pêşbixin û hemwelatiya Destura Bingehîn derbixin pêş. Kurd, li dijî siyaset û zihniyeta yek-yekan, komara demokratîk, siyaseta demokratîk, netewa demokratîk, Destura Bingehîn ya demokratîk dixwaze. Gelo ev xwestek çima dibe toqê gunehkariyê û dikevê stuwê gelê Kurd?
Aliyek nijadperestiya kujerî dixwaze, aliyek jî demokrasiya gel dixwaze.
Balkêş e ku aliyê nijadperestiya kujerî dixwaze, li tevahiya cîhanê piştgiriyê dibîne. Gelo ev naye wateya ku tevahiya cîhanê, yanî hêzên global, li dijî demokrasî û aştiyê ne? Wilo xuya dike ku demokrasî û aştî ne li gorî berjewendiyên wan e.
Demokrasî û aştî ne li gorî berjewendiyên AKPê ye jî.
Eger ne wisa be, vijdanê raya giştî ya cîhanê çima şiyar nabe? Kanî, digotin vijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar e? Sîstema kapîtalîst û faşîzma reş û veşartî, vijdan kuştiye. Dema vijdan mirî be, raya giştî jî nîne, hêz heye.
Ji tevahiya cîhanê, Tunus (daxuyaniyek balkêş da û kokmujî bi tundî şermezar kir) ne di nav de, bi giştî Ewropa, ku xwe derguşa şaristaniyê û çavkaniya mafên mirovan dibîne jî li hemberî komkujiya li Qilebanê bêdeng e. Gelo ev ne sosret e, ne bextreşî û bewicdaniya mirovahiyê ye?
Lê dive werê zanîn ku, li Qilebanê, dewleta Tirk careke din bivir/tevir li ingê xwe da û da diyar kirin ku zihniyeta li dijî mirovahiyê, yanî faşîzm li Tirkiyê serdest e. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.
Her du wesayet jî li dijî demokrasî ne, li dijî cemawer in û zordestiyê diparêzin. Her du wesayet jî, siyaseta şûr, ku her du aliyên wê tuj in diparêzin. Ev jî tê wateya “faces” heye.
Faşîzm ji gotina Italî “faces” derketiye û ji bo dar û kamçiyê di destê parêzvanên emperetorê Roma re dihate gotin. Faces di heman demê de, hêza emperetor û otorîteya emperetor temsîl dike. Hêz û zordestî!...
Îro, li Tirkiyê jî, ji bedêla dar û kamçi, çekên napalm, kimyewî û topên obus û hewanê; polîs, jop, bombeyên gazê, wesaîtên zirxî û ava şidih cih girtine. Hêza Erdogan, hêza Fetullah Gulen, hêza Org. Necdet Ozelê kîmyewî, “faces”ên Roma ne.
Van hêzên ku hevdûtin temam dikin û ji bo tesfiye kirina Haraketa Azadiya Kurd û qirkirina gelê Kurd, koalisyonek sazkar kirine, 3 argumend kirine bingeha faşîzma xwe.
Yek, hêza eskerî û polîs... Du, hêza dîplomatîk.... Sê, hêza olî...
Sed sal in ku gelê Kurd, bi dorpêçana van sê argumentan tê qirkirin. Lewma komkujiya li Qilebanê, bi komkujiya li Dêrsim, Sason, Koçgirî, dema Şêx Seîd, Agirî, Eleqemşê, Helepçê û komkujiyên dema Saddam re têne beramberî hev.
Dive em zanibin ku ev qirkirin teva, encama siyaseta navneteweyî ye. Doh hêzên navneteweyî emperyalîst bûn û komkujî dikirin; îro jî hêzên kapîtalîst û global in û siyaseta komkujiya li dijî gelê Kurd dikine pratîkê. Helbet ev hêz, komkujiyên li dijî gelê kurd bi destên xwe nakin, lê çawuş û cendermeyên wan yên li herêmê komkujiyan dikin.
Êdî eşkere bûye ku, komkujiya li Qilebanê biryara dewletê ye û di Konseya Ewlekariya dewletê de hate qebûl kirin û plansaziya wê jî, ji aliyê Serfermandariya Dewletê ve hate amade kirin û eskerên li ser sinor û balafirên şer yên F-16 planê komkujiyê kirin pratîkê.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, ji bo hemwelatiyê Tirkiyê ku di nava hêzên Baasê li Iraqê ji aliyê hêzên Emerîka ve hate kuştin, sersaxî xwest û wek şehîd îlan kir, li hemberî komkujiya li Qilebanê dengê xwe dernexist.
Lê Tayyip Erodgan bi ferman dayina kuştina jin û zarokên Kurd navdar e. Bi vê mebestê gelê kurd bendeyî Erdogan û sersaxiya komkujiya 35 kesan namîne. Eger, mîna rûreşên Serfermandariya Atêşa Tirk sersaxiyê bixwaze jî, ji aliyê gelê kurd ve nayê qebûl kirin.
Pêwiste werê zanîn ku, gelê Kurd gelek komkujî himbêz kirin û rondikên êş û azarê niqutandin derya dilê xwe, wê êş û azara komkujiya Qilebanê jî biniqutînin derya dilê xwe û şîna dawiya sala 2011an û destpêka sala 2012, bi maqulî himbêz bikin.
Gelê Kurd, xelata desthilatdariya AKPê, Cemaeta Gulen û Serfermandairya Artêşa Tirk, jibîr nake û di salnameya bûyerên drametîk ya îsal de qeyd kiriye.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Her serre newe bi xo ra serre verenî ana vîre însan. Însan vano ere ere serrek seyî vîyert.
Ma na serre de seyî raver şîye, ma çi kerd û çi nîkerd.
Wextê ke yew hina bane û serre 2011 seyî veyîrta ma eşkenî ser na serre qise biker.
Serre 2011 bi kilî nalî destpêkerd.
Rojhilatê mîyanîn de welatê Tunîs de serhildan destpêkerd, dima ra Misir ra vila bîya. Her di welatan de îktîdarê verenî ame rijnayîş. Dîktator şîye la pergalek demokratîk zî nîvirazîye.
Lîbya de bi mudahele NATO, bi rêbazek wehşî îktîdarê Kadafî ame rijnayîş.
Bahreyn û Yemen serhildan bîye, la ver îhtîmale tesîrê Îran xurt bibo, ver na semede Rojava û Erebîstanê Suîdî piya mûdahale kerd na welatan û zedê vuyernayîşek nîbi.
Surî zî serhildan he dewamkena.
Wextê ke Rojhilatê Mîyane de na çîye bene, Kurdîstan de xo ra serhildane ke 30 serra esta, 2011 zî dewam kerd.
Vakur, Başur, Rojava û Rojhilat de na serhildan nîvinet û dewam kerd.
Vakurê Kurdîstan de vecînayîş bi, vejînayîş de Bloka Azadî û Ked serkewtinek gird girewt. 36 wekîl vet. La Ergenekonê Kewe sey AKP û Fetullahîyan 6 wekîle Kurd zîndan de girewt.
Hetê bîn ra qirkerdişê sîyasî û e bîn zî da dewamkerdiş. Hemverê no çîye, hem berxwadanê şarê Kurd hem zî e gerîlayanê Kurd zaf zede bi.
Şerê Kandîl de gerîlyanê HPG û HRK şerêke hina kerd ke, bi no şerrî arteşê Îran felç kerd û îttîfaka ke beyntarê Îran, Iraq û Tirkiye virazîya bi, o îttîfak xirab kerd. Bi no îttîfake, waştenê ke KDP û YNK zî hemverê Tevgera Azadî bidenê şerkerdiş, bi berxwadanê gerîlla na deq û dom zî ame xirabkerdiş.
Berxwedanîyek hina bibi ke, Îran mecbur mend ke Tevgera Azadî ra peyman virazo.
Vakurê Kurdîstan de zî gerîllayên HPG gamek pawtişê xurt da despêkerdiş. Arteşa Tirk kewt hina hale ke, tebere teknîk de neeşka yew erîş bikero.
Bi paşt girewtişê keşîfê Emerîka erîşên hewayî virazeno. Bi na erîşan zî nîeşkeno netîce bigero.
Bi çalakîye Çelê zî cesaret û ruhê şer e arteşa Tirk hema hema nîmend, ma eşkenê vaje ke binkewt. Seba ke no binkewtinê xo binimno, çekên kîmyeyî Gelîyê Teyara de da şixulnayîş.
Hetê bîn ra seba ke no binkewtinê xo şarê Tirk û Kurd, rayîrê pêronî ra nîdo dîyarkerdiş, giranî da şerrê teybet û psîkolojîk.
Nika AKP, wazenê bi şerrê teybet û psîkolojîk xo serkewtî nişanbido.
Her roj bi desan zurran bi medya yê xo vila kena.
Nî vana ehlaq nî vana vîcdan. Xora civak zî lîşin kena.
Zordarî ya ke ser Rêberê Şarê Kurd Abdullah Ocalan de ramnena çika şina zede kena. Nîverdana awuqatanê ey , ey ra pêdîyayîş virazenê.
Wazenê ke bi na zordarî, Tevgera Azadî û Şarê Kurd teslîm bigero. La Rêberê Şarê Kurd A.Ocalan pêdîyayîşê xo peyînî de eşkera vatibi ma fek azadî û berxwadanîye ra veranîdanî.
Hukimatê Ergenekonê Kewe AKP û Fetullahî nayê zordarî bes nîvînenê. Wazene ke, ver rewşa Surî, mudahalê Başurê Rojava zî bikerenê. Tersenî vane ke, eger Başurê Rojavaye Kurdîstanê de statûyek Kurdan bivirazîyo, tesîrê xo ser Vakurê Kurdîstan zî keno û bi no halî de rejîme Tirkiye kewno tengî. Seba nayê tim û tim zordarî kenî.
AKP, ABD, AB û Îsraîl ra peyman virazena, vana ma seba Surî û Îran destek danî şima la şima zî seba qirkerdişê Kurdan destek bidenê ma.
Hina asena ke, Rojhilatê Mîyan de hemê çîye ser bazarîye Kurdan yeno ramitiş.
La Kurd zî veng nîvinenî.
Seba îttîfaqê netewî, waştişê hemê rexistin û şarê Kurdan çika şina biquwwet bena. Herkes hewceyî îttîfaqe netewî vîneno.
Rojavayê Kurdîstan de, rêxistenkerdişê Kurdan her roj xurt bena.
Rojhilatê Kurdîstan de, şerrê Qandîl dimara tesîre PJAK hina quwettir bi.
Başurê Kurdîstan de, hîşyarîye şarê Başur berz bena.
Vakurê Kurdîstan de, game ke newe ameya destpêkerdiş. Name na game, “Game Berxwedanê Netewî” ya.
Bi na game berxwadanîye Kurdan pêl bi pêl raverşina. Hina asena ke, no zimistanê de pêşengî e şarê Kurd bikero.
Zobî, emser beşdarîye gerîla zî her çar parçe Kurdîstan ra hetê humar da, gorê serre binan zede biya.
Kenê û lajê Kurdan azadîya raştî koyanê Kurdîstan de vînenê, kewne ser reyê Koyan.
Seyî bav û kalanê ma vato ke “Ça koyek bibo o koye Kurdan o”, kêne û lajê Kurdan zî ver xo danî Koyanê Kurdîstanî.
Nika ra ez wana serre newe şarê Kurdan ra bibo serre ke serkewtin û serre newe e şarê Kurd pîroz kena.
Ozgur Bîlge
- Ayrıntılar
Xwedawendên şer, Tayyip Erdogan ji livîna nexweşiyê rakirin û fermana şer pê dane gotin.
Tirkiye, li dijî gelê Kurd di şer de ye û di vî şerî de, hêzan teva bikartîne. Ji Ramazanê û vir ve, li dijî Haraketa Azadiya Kurd û li dijî gelê Kurd teva, seferberî hatiye îlan kirin.
Di vî şerê seferberî de, hêzên hewayî û bejahî, çekên kimyewî jî di nav de her cûre amûrên şer bikar tîne û êrîşî gerîla û gelê Kurd dike.
Di vî şerê seferberî de, hêza polîs, di qirkirina siyasî de bi kar tîne.
Di vî şerê seferberî de, hêza medya, di çarçoveya herî bê exlakî û şerê psîkolojîk de bikartîne.
Dîse hêza dadgeriyê, wek kûra dojehî bi kar tîne û ha ha ji pîşeyên cûda yên civakî, kom bi kom, xwendekar û zarok jî di nav de, dikişîne nava zikê aşê hêrtinê û dixwaze tune bike.
Bi çar hêzan re, faşîzma kolanan jî di nava pratîkê de ye. Aliyekî wê ola Îslamî û “Artêşa Melleyan” e, aliyê din jî faşîstên kujer, yan jî kontrayên sergerde ne.
Îcar em vekirî bêjin ku ev hêz teva, ji kar û xebatên maqul bêhtir kuştinê dikin; ji tevgera demokratîk zêdetir karên otorîter û faşîzan dikin; ji karên kanunî û huquqê wêdetir karên asimilasyon, dewşîrme û êşkencê dikin.
Wek mînak, li dijî gerila çekên kimyewî bikar tînin.
Wek mînak, êşkencê li cesedên gerila dikin.
Wek mînak, gerila sax, yan jî birîndar digirin, dikujin
Wek mînak, li kolanan zarokan dikujin.
Wek mînak, li kolanan ciwanan, xendekaran dikujin.
Wek mînak, li dadgehan zimanê zikmakî qedexe dikin.
Wek mînak, li girtîgehan operasyonên komkujiyê pêktînin.
Wek mînak, li kolanan gel gulebaran dikin. Û hwd.
Ev teva didine xuya kirin ku, Tirkiye dibin serokatiya Erdogan de sucê mirovahiyê dike. Lê vijdanê raya giştî ya cîhanê razayî ye.
Û pêr, yanî di 15ê Kanunê de serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan ku serkêşiya vê pêvajoyê dike, ji nava livîna nexweş rakirin û birin Enqerê. Tayyip Erdogan serokatiya Şûra Bilind ya Eskerî kir û fermana şer da.
Biryara Şûra Bilind ya Eskerî ku ji raya giştî re hate eşkere kirin, ayan-beyan eşkere kir ku, Artêşa Tirk, eskerê sermayeya global ya li Rojhilata Navîn e û di demeke kin de, ewê “heyûla talana sêva sor – haydin kizil elma ye” bidin destpêkirin.
Ji aliyekî ve, êrîşên hewayî û bejahî, bi karanîna çekên kimyewî, operasyonên KCK û parêzerên Ocalan, ji bo lewaz kirina eniya Kurd bû. Armanca wan lewaz kirina, eniya herî mezin û dijwar ya li pêşiya Artêşa Tirk bû.
Hevdîtinên bi Apo re jî bi vê armancê dihatin kirin. Piştî ku Apo ne hate lîstika wan, tecrîda giran, di rewşeke anormal de dane destpêkirin. Li hemberî vê anormaliyê, gelê Kurd li ser lingan e, jinên Kurd, ciwanên Kurd li Ewropa li ser lingan e û qiyametê radikin. Dîse jî, raya giştî ya cîhanê kerr û lal e. Balkêş e ku, girtina 36 parêzeran jî nebû teqîna volqanî û vijdanê raya giştî ya cîhanê şiyar nekir.
Baroya Parîsê dengê xwe kir, lê mîna zengilê di stikura peza li pêşiya keriyê pez, zêde deng dernexist. Çima? Ji ber ku Hêzên Global şerê sêyemîn yê cîhanê, di navenda cîhanê xaka Kurdistanê de dimeşînin û baskên ahtapotiya dizaynkirinê li herêmê bela dikin.
Di encamnameya Şûra Bilind ya Eskerî de, yekemîn car behsa sinoran tê kirin. Tehdîda Îran û Suriye tê dikirandin. Tê zanîn ku, Tirkiyê demeke dirêj e berê topên xwe yên eskerî, siyasî û dîplomatîk dane Suriye.
Bêguman ev plan mezin e û di çarçoveya Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn tê meşandin. Her çiqasî ev plan dereng ketibe jî, hêzên global bi sebr in û ecele nakin. Ji ber ku plan demdirêj e û ji bo bingeha hukumraniya nû ya sîstema modernîteya kapîtalîst hatiye amade kirin. Armanca vî planê demdirêj piralî ye. Lê xalên herî giring: Parastina çavkaniyên enerjiyê, riyên herka enerjiyê, parastina bazarê û parastina Kendava Basra ye. Ji bo parastina van 4 xalan, berteref kirina muxalifên alternatîf mercê sereke ye.
Erdoganê ku weke derî zaman û mekan, weke dehayê sedsalê derxistin pêş jî, li herêmê ji bo lehengiya vê projê hate bijartin. Erdoganê ku, zimanê wî helbestên şoreşgeran dilorandin, lê dilê wî ala kesk dibalivand; bi saya Xwedawendên şer desteka Cemaeta Gulen jî girte pey xwe û wek makyawelîstekî pêşeng û li dijî diyalektîka hêzên siyasî dest bi tirat û pîkolê kir.
Erdoganê îro jî, ji Sezarîzm û Bonapartîzmê wêdetir haraket dike. Aliyekê xwe bi ol û polîs, aliyê din jî bi hêza global û eskerî pêça ye. Yanî aliyek otorîteya siyasî, aliyek otorîteya olî, aliyê din jî otorîteya eskerî ye. Yanî faşîzma ku amûrên dewletê û eniyên cûda teva bikar tînê ye.. Dive em zanibin ku Erdogan, niha serkêşiya faşîzma li Kurdistan û Tirkiyê dike û berê xwe daye tevahiya herêmê.
Ew hêzên global ku, riya Asya dur girtine, riya Qafqazê girtine, dergehê çavkanyên enerjiyê Bendava Basrayê kontrol dikin, li pêşiya xwe yek hêza alternatîf dîtin û dixwazin wê berteref bikin. Ev hêza alternatîf jî, îdeolojiya Apo ye.
Di demeke ku, hêzên dewletî û altarnatîf hatine berteref kirin de; eniya karkeran û îdeolojiya Marx hatiye bereteref kirin de; îdeolojiya Apo derkete pêş.
Îdeolojiya Apo, ji bedêla eniya karkeran eniya gelan derxiste holê, ji bedêla dîktatoriya karkeran, ji bedêla hiyerarşiya burokratîk û rêxistiniya li ser bingeha engizisyona kuştina gelan; demokrasî parast, civaka demokratîk, parast; ji bedêla navendî ademiyet, di çarçoveya xweseriya demokratîk de rêvebiriya herêmî û rêxistiniya demokratîk a gel parast.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Êvarî ez û du hevalên xort me pîlanema xwe çêkir ji bona ku em di berbange sibehê de têkevin rê de. Me texmîn nedikir ku berf bibare, lê belê carekê me biryar dabû ku em têkevin rê de, me got çidibe bila bibe emê pîlanema xwe pêkbînin û emê têkevin rê de. Min tedbîrê xwe girt û kopalek girte destê xwe, Hevalê Hayder û Şiyar jî pêwîst nedîtin ku tedbîrê xwe bigirin. Araziiyê Heftenîn jî yan dolin, yan jî hilkişadine giran e. Heval jî herdem li cihên bilind disekinin. Ji bona ku ez di rê de nemînim, min tedbîrên xwe girtin. Bi qasî ku me texmîn nedikir berf dijwar dibariye, me hesabê berfa li ser pelçimên daran jî kir. Em di daristanên himbiz de dimeşiyan, her carekê berf bi tundî li ser serê me dihate xwarê, em bi rewşa xwe dikeniyan. Hevalê Hayder di vê mijarê de fedakar bû, di pêşde dimeşiya, lê belê bejna wî kurt bû, ji ber vê yekê berfa li ser pelên daran para hevalê Şiyar bû. Te carekê didît hevalê Şiyar serê xwe li çiqilê darekê da û berf hemû li ser serê me hate xwarê. Di demên wisa zor de anceq tu bikene û moralê te bilind be. Me tedbîrên xwe yê xwarine girtibû û heya em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj me alîkarî û moral da hevdû. Dibe ku di rê de em dişemitîn, ling û destên me gelekî cimidîbûn, lê belê moralê me bilind bû. Rêka ku em tê de dimeşiyan, rêkekî zehmet bû, hemû lat û zinar bû. Di wezîfeyên weha zor de tişta herî bedew bîranînên wê ne, ji ber ku ti carî nayên jibîrkirin.
Me cihê hevalan nizanîbû, carne me gazî wan dikir û carne jî me şopên wan çavdêr dikirin. Di wezîfeyên weha zor de hakîmiyeta li ser arazî gelekî girîng e. Eger tu ji arazî fêmneke yan jî mentiqê hevalan yê arazî nizanibe tuyê wendabibe. Lê belê şopên hevalan em ji vê xeteriyê xilas kir. Em gihîştin ser kaniyê, ava wê kaniyê gelekî germ bû, em jî gelekî têhnî bibûn. Di rêkan de pêwîste tu ti carî berfê nexwê, yan jî tuyê ji taqet bikeve û nema bikarbe bimeş e. Hevalê Şiyar ev rêzikên gerila dîqet nekir û berf xwar, ji ber vê yekê di rêkê de bê hîlet ma. Şensê hevalê Şiyar hebû, jiber em gihîştin yekîneya şehîd Xwînrêj. Heval ji hatine me ya di vê berfê de gelekî matmayî man û kêfxweş bûn. Gava ku me ew dîtin em jî ji rewşa wan matmayî man, jiber ku serma berfê nexema wan bû, di bin berfê de agir dadabûn û çayê vedixwarin. Yekîneya şehîd Xwînrêj hemû hevalên ciwanin û hinek heval jî nû beşdarî nava refên gerila bibûn. Ev piratîka wan ya yekem e û heyecana wê jiyandikrin. Gelek heval di wê berfê de çûbûn wezîfeyên dûr. Hîna em xwarin dixwin gurûpek heval ji wezîfeyê hatin. Dengê wan ji dûr ve dihat. Bi berfê dileyîstin û serma nexema wan bû. Gihîştin me, hinekî westiyabûn, lê belê piştî ku hevalan çayê da wan û xwarina xwe xwarin bi ser xwe ve hatin û ketin nava suhbetên germ de. Behsa pêkanînên xwe yên di rê de kirin û piştre li nûçeyan guhdar kirin. Hemû heval li bendê ne ku hevdîtin bi Rêber APO re çêbibe. Gava ku dijmin destor nade hevdîtin bi Rêbertî re çêbibe, kîneke mezin di dilê hevalan de çêdibe û destbi şîroveyên siyasî dikin. Hemû heval dibêjin “dijmin bi zanebûn dixwaze Rêbertî ji gel û gerila bide dûrxistin. Destor nedayîna hevdîtin bi Rêbertî re, kirine amrazekî şerê taybet, lê belê bila xema wan nebe ew nikarin bigihîjin armancê xwe. Emê hesabê van rojan ji wana bixwazin. Ew newêrin destbi operasyona xwe bikin, diçin pey van polîtîkayên gemar dikevin. Hêza wan nîne ku li nêrînên Rêbertî guhdar bikin. Dizanin gotineke Rêbertî ji bona gel û gerila moralekî herî mezin e.”
Roxmî hemû şert û mercên zor hevalan xebatên xwe berdewam dikirin. Di wê berfê de heval di cihê xwe de nedisekinîn. Her ku ling û kincên wan şildibûn dihatin xwe ziwa dikirin û dîsa diçûn karê xwe berdewam dikirin. Gerila her karekî ku dike bi kêfdike. Me nedixwest ji hevalan qutbibin. Yekîneyeke bi ruhê ciwana yê germ hatibû xemilandin. Birastî wezîfeya me gelekî bi şad derbas bû.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ger tu lehengan bîne ser ziman dibe karê herî zehmet… Îro 4’ê Kanûnê ye; rojeke reş, bi xemgînî…Lewra weke îro beriya niha bi 5 salan lehengê Kurdistanê, fermandareke mezin, şervanê Hevalê Agît bû tevlî nava refê nemiran bû.
Di temeneke hîn biçûk de di sala 1987’an de bi çend hevalê xwe re tevlî nava refê gerîla bûye û bûye rêhevalên Agîdan, Erdalan (Mustafa Yondem) û Saadetan… Beriya tevlî nava gerîla bibe Hevalê Agît dinase û jê bandor dibe. Li Cûdiyê mirada dest bi jiyana xwe ya gerîlatiyê dike û di demeke kurt de di dilê hevalê xwe de cîh digre. Wextek zêde derbas nabe dibe alîkarê fermandariya Cûdiyê.
Tevî ku hîn di temeneke biçûk de bû hestê Kurd û Kurdistanê di asteke jor bû. Îdeolojiya PKK’ê nedinasiya lê bihîstibû ku hin kesên bi navê Apocî ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşin bê ku şik û gûmanan jiyan bike, tevlî tekoşîna wan dibe.
Ji ber ku xwedî kedeke mezin bû, Rêber Apo jî navê wî bihîstibû. Dema di sala 90’î de diçe akademiyê, li vir Rêber Apo ji wî re dibêje; “Min navê te bihîstibû, lê min nizanîbû tu wusa temen biçûk e, çawa ev wezîfeya giran dane te.” Ji lewra hîn di 17 saliya xwe de fermandariya bolukê dike. Ji ber vê zîrekiya wî Rêber Apo pê ewle dibe û di perwerdeyan de mînaka wî dide. “Ya girîng, ne temene, zîrek bûn û baweriye.” Heval Adil ji Rêber Apo, ji tarzê wî, ji nêzîkatiya wî ya jiyanê pir bandor dibe û girêdaneke pir xurt pêş dikeve.
Piştî perwerdeya li akademiyê heta 97’an li gelek deveran tevlî xebatê dibe. Ew qas birîndar dibe ku Heval Adil dibêje “Hejmara birîndariyê min nayê bîra min” Ji ber ku di her çalakiyê de li pêş bû. Pêşeng bû, şerker bû, fedaî bû, binkeftin tu car qebûl nedikir..
Piraniya jiyana xwe li Botanê derbas kir Rêheval Adil, ji xwe li gelek herêmên din ên Behdînanê jî xwedî kedeke mezin bû. Lê him demeke dirêj li Botanê ma him jî ji Botanê, ji gelê wê gelek bandor bibû.
Di jiyana xwe ya bi berxwenê derbas bûye, gelek lehengên nemir naskir, li gel Ahmet Repo, Cûmayê Bilikî, Piling, Rojhat Bilûzerî û bi sedan lehengan re rêhevaltî kir…
Di 20 sal tekoşînê de tu car bêhêvî nebû, herdem çavkaniya wî ya jiyanê hêvîyên wî bû. Baweriya wî ya bi serkeftinê bû. Girêdayî hevalê xwe bû. Di her şahadeta hevalek xwe barê wî girantir dibû. Hêvî û daxwazên wan hevalên xwe dikir hêvî û daxwazê xwe û hîn bêhtir tekoşîn dikir. Her dem digot “ez tu car şahadetên hevalê xwe ji bîr nakim”
Gabar Adil e, Adil jî Gabar…
Herî zêde li Gabarê tekoşîn meşand Hevalê Adil, herî dawî jî li wan xakên pîroz jiyana xwe ji dest da. Girêdana wî ya bi Rêber Apo û şehîdan bê şik bû. Ji xwe di hevpeyvîn a xwe ya dawî de wiha digot Hevalê Adil; “Ji bo mîlîtanekî-ê sal nayên hejmartin. Heta tu jiyan dike, tê tekoşînê berdewam bike. Ev ne karê salane. Lê hin sal jî hene mohra xwe li dîrokê dixe. Van salana jî ji bo me bi vî rengî ye. Xeyala min a herî mezin jî ji bo Rêbertiyê bibim mîlîtaneke baş. Yek jî kesê herî zêde deyndarê Rêbertiyê ye jî ez im. Ya pêwîst bû bê dayîn Rêbertî da min. Min jî heta roja îro tevî kêmasiyan jî tu carî dudilî jiyan nekir, min xwe bi paş de nekişand. Ji niha û şûn ve jî wê nebe. Lê di salê pêşiya me de tiştê pêwîste di xeta Rêber Apo de were kirin ez ê bikim. Weke mîlîtanekî weke rêveberekî armanca min a herî mezin, wendahiyên li Botanê tê jiyandin kêm bikim, di xeta Rêber Apo de him di aliyê leşkerî de him jî di aliyê jiyanî de xeta Rêber Apo temsîl kirin e. Qêrînên Heval Viyan hîn di guhê min de ne. Cardin gelek hevalên hêja di vê salê de şehîd ketin. Weke hevala Yildiz û Sorxwîn. Ji bo em bibin layiqê van hevalan çi ji dest me were em ê bikin. Xurtkirina şer, xwedî li xeta Rêbertiyê derketin pêwîste. Ev jî bi gotinê nabe, divê pratîka wê bê nîşandan. Me ev sond da Rêbertiya xwe. PKK partiya şehîdane. Em ji şehîdbûnê natirsin, lê girînge ku mirov di cihê pêwîst de şehîd bikeve. Di warê teqtîkî de, jiyanî de, felsefî de pêwîste li gor van pîvana jiyan bikin. Ez ê hewl bidim bi vî rengî tevbigerim. Serkeftin armanca min a serekeye. Ji lewra di tevgera me de ne gengaze ku mirov bê serkeftin jiyan bike. “
Ma piştî van gotinên Hevalê Adil gelo hîn jî vegotin pêwîst dike…
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Ev çend rojin li Îrlandayê li Dûblînê ji bo nîqaşkirina çareseriya Îrlandayê hin rojnamevan û çend parlementêrên Tirkiyê li wir tevlê hin rêzebernameya dibin. Mixabin çareseriyê li cihê dûr digerin. Pirsgirêkê gelek welatan û netewan hene, di gelek aliyan de bişibin hev û dû jî di cewher de ji hev cûda ne.
Di pêvajoyeke ku gelek kes bangawaziyê çekberdanê dikin, dibêjin heyama çekan derbas bûye jî çavê xwe li rastiya Tirkiyê û Kurdistanê digirin. Ji ber vê jî nîqaşên erênî pir zêde pêş nakeve, ji lewra sedeman nabînin, lê li encama dinerin. Çiye?
Vayê gelek astengiyên li pêşiya kurdî rabûya, pêşketinên erênî hene û hwd. Lê ev pêşketin ji xweber pêşneketina. Ya divê were dîtin jî ev e. Ger tekoşîna azadiyê ya PKK 34 salan nemeşandiba, berdêlên gelek mezin nehata dayîn, lehengiyên bêhempa nehata nîşandayîn, gelo wê ev pêşketin çêbibûye? Eşkereye ku beriya niha 40 salî çawa ku li ser pirsgirêk û hebûna kurdan pelek jî nedihejiya, wê di roja me ya îro jî heman rewş berdewam bikira. An jî wê li ser navê kurd êdî tu tişt nema bûya.
Rastiyeke din jî ku van qaşo pêşketinên heyî jî tenê ji bo nixumandina ser rastiyane.
Ji lewra ji aliyekî dibêjin bila çek raweste, bi rê û rêbazên dîplomatîk ev pirsgirêk çareser bibe. Lê di aliyê din de jî bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, ciwan û jinên kurd bi hiccetên vala û pûç xistine girtîgehan.
Dibêjin hemû astengiyên li ser ziman û çanda kurda rabûye, lê dia aliyê din de jî ji ber ku bi kurdî axifîne bi sedan kes girtine. Ji ber ku kurdin hîn jî êrîşên nijadperest berdewam dikin.
Heta demê dawî jî tu kesî nikarî bû bigota ez Elewî me, îro qaşo serokwezîr ji bo ku dijberê xwe lawaz bike, dibêje li ji ber tiştê li Dersimê hatiye kirin, li ser navê dewletê pêwîst be ez ê lêborînê bixwazim. Bi gotin xweşe, lê dema jiyanîkirinê de hemû gotin vala, derew û pûç derdikeve.
Heta doh pêr wan bi xwe nameyên Rêberê Gelê Kurd ji Tevgera Azadiyê re rêdikirin, îro jî qaşo parêzer name û talîmatên Rêberê Gelê Kurd ji rêxistinê re dibe.
Rojekê derdikevin dibêjin, ji bo girtiyê din çi maf hebe, ji bo Rêberê Gelê Kurd jî heye, lê dema dinerin ev çend mehe malbat hevdîtin nekiriye, dotira rojê demildest hevdîtineke lidardixin.
Ev çend mehe bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bi sedemên pûç û vala tê astengkirin lê dema dilê wan dixwaze rojên şemiyê jî rê li ber hevdîtinan vedikin.
Qasidên aştiyê bi bangawaziya Rêberê Gelê Kurd çûn, di heman rojê de serokwezîr gote ma kî dikare ji van dîmenan kêfxweş nebe. Piştê demeke kurt, ziman qulipand û dest bi gotinên faşîzan derket.
Di lîteraturan de ji kesên dibêjin û tiştê dibêjin pêk naynin re oportînîst tê gotin. Her hal mirov vê bêjeyê dikare ji bo wan kesan bikar bîne. Na na oportînîst dibe ku sivik be; gotina munafik hîn guncav tir e.
Qaşo misilmanin, ew û seydayê xwe yê bêmirêz fermana qirkirina kurdan dane. Lê bi vegotinên hostayî, niyetên xwe yê rastî vedişêrin û qaşo başî û qenciya kurdan dixwazin.
Kesên munafik ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû tiştan bikin, û ji xwe bi hişmendiya bazirganiyê ji bo berjewendiyên xwe dikarin hemû nîrxan binpê bikin.
Ma gelo wê ev hewldanên li derveyî welêt, li hin parzemînên din li çareseriyê gerandin wê çi biguhere. Ger pîvanên exlaqî û dilsozî nebin, wê bi teqlîdê karibin çi çareser bikin?
Em xwe nexapînin; Gerry Adams ê serokê Sinn Feînê dibêje “xwezî me çek bi kar neanîba, lê çek nebûye jî wê ev pirsgirêk çareser nebûye.” Kesên dibêjin bila PKK çekan berdin, diçin li parzemînên din jî digerin lê cardin rastî heman tiştî dibin.
Ger îro hin pêşketin hebin, ev bi ronahiya tekoşîna PKK’ê bûye. Ji xwe êdî PKK’yek gel piştewaniya wê dike, bi milyonan sempatîzanê wê hebe, bi riyên şer û pevçûnê nayê bidawî kirin.
Çiqas rê û rêbazên dij-mirovahî, dij qanûnên şer bikar anî bin jî, li gel hemû teknîk û çekên teknolojîk ev 30 salin nikarin PKK’ê binpê bikin, ma di rê û rêbazên şer de israr kirinê wê ji niha û şûn ve qet nikaribin çareser bikin û tune bikin.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Hey mirov!... Ez çîrokek dirêj im, ji heyamê dûr û li derî dîrokê hatime hiştin
Ez Prometheus im, di nava deryayek reng şikestî de, bi mûrê teyr û bazan, wek xalvedaneke destanî hatime parçekirin...
Ez Kawayê Hesinker im
Ez ew heyama şikestî me,
Di nava herka çemekî de li nalêna birîna xwe ya sedsalî guhdarî dikim
Nalêna min heyamek didanî yek dihilanî...
Reşbelekên li ser kêla gora min, dibû bedenek parçekirî û di navenda cîhana kerr û lal de, di nava kelgerma hêvî şikestî de, aliyek girî yek êş bû... Aliyek koçberî, yek talanîbû... Aliyek kuştî yêk wêranî bû... Aliyek felckirî, aliyê din bi çekên şaristaniya hemdemî dihatim kuştim û ez welatê jibirkirî, Kurdistana bi kaniyên zift û neftê sîwaxkirî, di cenga ademiyetê de di goreke betonî de hatim gom kirin.
Ez ew welatê çîrokê,
Wek haveynekî di nava parçeyek pîso de ji bîrkirî
Bêhevî kirim
Hey Miorv!..
Çîroka min bi qesîdeyên qedexe û veşartî dest pê dike, bi dengê bîlûra Mamê Şivan digere, digihe volqana dengê fişeka Egîd.
Li welatê çîrokê ew pêjnek bû û wek kulîlka hevîyê vedikir.
Hûrik hûrik dimeşî,
Qolincên xiyanetê parçe dikirin, gotinên diqulûqewêran de dimistin, birînên daxdayî derman dikirin, dibû av, dibû baran, dibu berfûbaran, dibû ba û bahoz û dibû tehnika min. Ku sed sal in, di çemê Botanê de, li qeraxên Ava Mezin razayî bû û li ser bircikên qesrûqonaxên bêbirhan bi lîstika çavzerkê dilîstin.
Ev navê cografya min e û di vê cografyayê de ciwanîyek kihêl, seglawî, çavmaquşî, bi bazekî re çiya bi çiya dibeziya... Ha ha hêvî bela dikir. Hêdî hêdi, hurik hurik stêrikên ji banê ezman weşiyayî kom dikirin, bi tayên şimakirî neqiş bi neqiş, bi duwêlên li hevbadayî bizmik bi bizmik darvedikirin. Stêrik û teliyên Egîdên welatê min, dibûne xelekên demê û wek çavkaniya hêviyê mal bi mal digeriyan.
Dahola hawarê lê dida...
Naqoşa şer dikire şîqên
Baz û Başoke di valahiya kûr û fereh de diristin
Her roj!...
Her şev
Xwe di nava hev de dipêçan, piştre erdûezmanek, şevûrojek bi stranên efsûnî li hevûdin mehr dikirin; wek jiyanekê, wek xelekên dîrokekê, wek nasnameye cemawerekî bi qîrêna Prometheus û argûniya agirê Kawa re xelatgîr dikirin. Ew navên li ser avê nivîsî û di herka Çemê Bûnisra de, li ser dergehê Keliha Qeretacdîn bizmarkirî, dibû aleke rengîn di valahiya dilê welatê min de dibalivî. Ew pêjn û ew teqîna volqanî, ji Fîsê dirêjî Çiyayê Huda dibû. Ew kesên ku erda hişk û ezmanê bilind dikirin mala xwe, bi Nuhê Kal re taştê dixwarin, bi Birahîmê koçer re qurban digurandin.
Yanî Tewrata bûyerên drametîk bi xetzêrên dilopên xwehdana xwe dinivîsîn.
Ew in ku ferşên gora betonî parçekirin.
Ew in ku riyek girtin yek vekirin.
Ew in ku navên nû û jyana nû li ser sifra rûmetê radestî me kirin.
Wek tilisimekê bûne dêr û mizgefta baweriyê, aliyek bangdan, aliyek bixur... Bûne teyrên efsûnî, di nava mumya Firawunan de li ber bablîsokên festînok dîlan girêdan, bûne pel û bergên şîlanê... Piştre bûne bircikên hêviyê. Êw bûne ez û rengê jiyanê. Ew bûne tu û rengê navê te. Ew bûne ez û tu û welatê min û te.
Dîse jî dijmin qîm nekir, bûne gurên har û ez kirim çar parçe...
Ez çar parçeyên di çermixê de pelixandin...
Şikandin, birîndar kirin, talan kirin...
Mişextî kirin û tenê hiştin... Di riya çûn û nehatinê de, bi meşeke bê stûn û star de rêwî kirin... Meşeke bê pergal, kewneke pejmûrde û bêzar...
Hingî min dît ku di şexsê min de ademiyet hatiye kuştin...
Hingî min dît ku di bedena min de Xweda li ser kevirê teneşîrê dirêjkirine û dixwazin sedsalan, heyam û deman, qonax û demsalan wek bedcanekî kefen bikin.
Ez gunehkar kirim... Ez dîn û sewesî kirim...
Têhna wan veneşikest, ez dibin ferşa betonî de jî dagir kirim
Û ez weke nifşekî winda li ser binyata tunebûnê danîm.
Û ez!...
Di nexşeyan de, di atlasên cografya de, di cenga Truwa de û di êrîşa Skenderê Zulqerneyn de, nedîtim; di şerê Selîm û Îsmaîl de, di seferên cîhanşumûl de dabaşa min nekirin. Ez di Gilgamêş de, di çîroka Şahmaran de, di destanê Rustem de, di Taqî Bîsûtun de, di ûpenîşadên Zerdeşt û Manî de, di hawara Musa de ez nedîtim. Navekî winda, çîrokek jibîrkirî û welatekî bênav, di valahiya mirovahiyê de hiştim û wek çavekî di şikefta reş de veşartî hiştim.
Hey mirov!...
Hingî... Wê kêlîka ku teliya ristê li ser libika canbêzarê rûnişt û bi çirkêniya qapsula li ser barûdê, olvedana fişeka li quntara Çiyayê Hûda hat; ku li newal û mesîlan, li guher û dolan, li anîşk û zîvronekan, li beroj û zinaran bela bû, şikefta fetsînok hate hêrivandin, ademiyet ronahî dît, ez jî ji mirina reş şiyar bûm.
Şiyarbûna min
Bû ronahiya mirovahiyê
Hey mirov!...
Hingî min got, destpêka çîroka min ne gor e, fişeka Egîde..
Min hingî got, destpêka min ne Îsmet e, ne Tayib e; Apo ye, Egîd e û Rustem e...
Min hingî tixub şikandin, kêl şikandin, ferşên gora betonî şikandin, qolinc şikandin, birînên mumarî şikandin û xiyanet di hêrsa xwe de şikandin.
Min destpêka çîroka li Fîsê darvekir û ristikên şîretan li xaka welatê xwe, wek libikên fîrûz, safîr, zumrut û lalûlapîsan bela kir. Ez bûme xweliya kozmîk û xwe ji xwe afirand. Ez bûme hêviyên Ehmedê Xanî, ez bûme evîna Meleyê Cizîrî, ez bûme xêlî û berbûliyê sedsalê. Ez bi helbestên destanî rabûm û rûniştim û kulîlk ristin, nefel û indeko kirin baqê rûmetê, bi himayîl û bazbendên paşerojan ve girêdan...
Li ser erdeke hişk, dibin banê ezmanê bilind de; min avaniya xewnên xwe û banê hêviyên xwe bi pejna dewsa Egîdan ve girêda.
Û ez û fişeka Egîd li serê çiyarêzan li pivîtk û kulîlkên azadiyê geriyan. Yek Berfîn bû, yek Beybûn bû, yek jî lorîna Binefşa Bêrîvan bû.
Û vê çîrokê cîhan hejand, herem fûrand, hêz û planên stratejîk di nava mistek agirê hawarê de keland û wek volkanekê teqiya.
Agir û ez
Roj û ez
Di xemla gulbijêrkên damistonkê de
Di gotinên lehengekî de bûne destan, bûne çîroka nenivîsî.
Hey mirov!... Dîse ez dikuştim,
Disê ez birîndar dikirim,
Dîse ez mixeştî dikirim.
Dîse ez, bi tank û topên dagirkeriyê di nava çakûç û sidanê zilmê de dikuştim. Ez bi talanê re zincîr û lele dikirim. Xiyanet derxistin pêşiya min, kemîn danîn, davik vedan û wek tara bêjingê cîhan li min teng kirin. Darûdeviyên efsûnkîrî girîş kirin, bi agirê şiltaqî, bi bagerên xap û rîpan ez kirim Prometheusê Grava Îmralî...
Lê naa!... Min êşa kahrebanî qevastibû
Lê naa!... Min tirsa mirinê derbas kiribû
Û ez di nava gerdangaza qumaşê hêviyê de
Bi pêjna dewsa cengawerên welatê xwe dijîm
Êdî ez bûme welatek
Û ez bûme atlasa navenda nexşeya cîhanê
Û navê çîroka min bi tîpên mezin, wek sûrmanşêtan hate nivîsandin.
Êdî navê min li ser pelên ramûsanên yara min dihate xwendin.
Êdî ez jî ez im û ni erd û ax û av û hewa û çiya û ezman û stêrikên xwe heme. Navekî destanî û hendesyariyeke ferîştehî li asûmanên welatê xwe bi stêrikên xwe re dijîm. Êdî ez ez im...
Êdî, ji destpêka 1978an û vir ve rengê ezmanê welatê min bi rengên min dixemilin. Êdî ez bi baqên kulîlkan gorîstan bi gorîstan digerim.
Êdî navê min ne tabuta winda ye,
Ne jî çardara şikestî ye...
Êdî ez bi rojê avê vedixum
Û navê min, welatê kulîlkên xwînê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Hey geliyê Tiyarê!...
Ez xewna te dijîm û di nava sihûşeş birînên daxdayî de, bi berbanga sibehî re, li ser çermê xezalan, navên cengawerên welatê xwe, hurik hurik bi rengê gulbengiyên dilê xwe dinivîsim.
Yek ji hevrîşîm,
Yek ji qesebê,
Yek ji kulîlkên basimbarê.
Wê rojê, ku me li ser atlasê cografya Kurdistanê sund xwar... Roja ku Hevalê Egîd, li quntara Çiyayê Huda, navê “Destanê Azadiyê” nivîsî... Wê rojê, ez û sihûşeş şitlên rihanê, bi kulîlkên beybûnê şahdibûn... Û bi dengê kewan re li quntara çiyarêzên raserî Çelê... Neqeb bi neqeb, guher bi guher qurkî qurkî dimeşiyan... Û bi dengê mozoliyan şiyar bûn.
Îro wek xewnekê
Wek bista di nava agirê bi dûstan de, dilê min dax da
Kanîkên çavên min zuwa kirin
Çar aliyê min bixwîn kirin
Ez şewitîm, ez semitîm, ez di nava bêhneke dijwar de, di nava duxaneke fetsînok de gevizim. Ez di nava tozeke xunafî de, bi hilêlîkên berxurka barana bayî re dişewitîm.
Hey Geliyê Tiyarê bi te re dîrok, bi te re mirovahîû şewitî.
Hey Geliyê Tiyarê!...
Di navbera erdûezman de dikelê agirê dilê min
Di fûre
Û di avzêmkên cênîkên min de diherike
Dibê êş, dibe şewat, dibe qolinc, dibe jehreke marûdubişkan
Bi dengê balafiran re arêniyek di guhên min de tê badan û mirin wek dilojarêya sersibehiya bûkaniya Gulbahar Kobanî û wek sersibehiya zavatiya Brusk Amed di destê hevalê Rejav Jilemo de dijiyam û di xefk û davika rûrêşiyê de dimirim...
Destanê Azadiya Egîd, di guherên çiyarêzan de, di neqeb û geliyên navbera diyaran de, di beroj û mesîlên quntara gundan de, wek şînahiyek biharî, wek baxçê gulan, wek terxên hinaran, wek gurzên xweşîla bi şîrik, dibû nişûk û têhnika dahatuyên beşûşiya jiyanê direşand
Zanibe ey mefera dilê min ku sersibehiyan didoşe
Zanibe ey Xeyrî Fedekarê ku berbûliyan dinoşe
Zanibe ey Zinara Xoy, ey Dilar Dilbirîn ku xêliyê dicoşe
Zanibe ey navên di rûpelên yadkirina gelê min de neqişkirî, bi navê Xwedayî
li ser şînxaliya ezmanî û wek dilopek ava zemreyî li ser lêva dayika nûbirhanî
Wek qîrêna zaroka nûbêhnjiyayî, wek hêviya Ehemdê Xanî, wek evîna Meleyê Cizîrî
Min di agirê dilê te dihelîne
Hey Geliyê Tiyarê!...
Ezê te bikim sunda xwe, da ku her sal di Berwar Zilan de werim tewafa te
Da ku, her sal werim di atlasê cografya hêviyên te de razim
Xewnên xwe, bi hêviyên xwe girêbidim û wek libên tezbiha kehrebanî
Di avzêmkên jiyanê de “mohr” bikim; da ku ez her sal mistek ji axa te bînim
Di baxçê dilan de bireşînim, da ku bibe miskûembera sersalan
Û wek ala serketinê li banê ezmanê Xweda bibalivînim û bikim taca serê xwe
Hey geliyê Tiyarê!...
Ez xewna te dijîm û bi dengê balafirên mirinê re hêlîna dilê xwe ji nû de çêdikim,
Ferşik bi ferşik li devê hêlîna çûkbelekên binê latan
Qirşik bi qirşik di dengê çûkêtîlî de li zeviyan
Bajarekî ava dikim
Bajarekî bi navê te û hevalên te
Piştre welatekî ava dikim
Piştre peykerê Dilşad Aryan bi çakûç û miqaran dikolim
Peykerê Rûken Serhat bi şimadanên rengîn dixemilînim
Li ser Taqê-Bîstûn navên hevalan teva bi tîpên bizmarî dinivîsim
Yek: Dogan Afrîn.. Yek: Serdem Pîr... Yek: Diyar Riha... Yek: Sîpan Cudî... Yek: Medya Ronahî...Yek: Roza Semsu... Yek: Zşlan Hakkari... Yek; Eylem Ararat... Yek: Bêrîtan Şîn... Yek: Kemal Cizîr.... Yek; Serdar Mezraî û yek Tîrêj...
Û yek ez...
Û ew ezê ku te bi agirê volkaniya dil û cîhanşûmûliya evîna xwe himbêz dikim
Bi pênûs û gotina xwe dijîm... Dijîm û dimirim, dijîm û dimirim...
Ew ezê ku derya gotinan dikime xêlî û berbûliyê bûkaniya Denîz Derya...
Dikime birazavekê Dîren Tolhildan... Û şelq û pêlên giriyê xwe dikime neqşa li ser hinarka rûdêna Şahmaranê Kurdistanê... Û hostenecariya xwe dikime xurcezîna Lokman Hekîmê Kurdistanî û têm... Û têm... Û têm li ber serê te rûdinim...
Ew ezê, evîndarê te....
Rondikên xwe li ser kêla te dikime gul û gulbijêrk
Ey Geliyê Tiyarê!...
Ez birîna te di birîna xwe de dax didim û bedenên di himbêza te de, wek Çilpîrên Xwedawendî li cem xwe, di atlasê jiyana xwe de, bi zifkerî û telkariya hostayên Midayadê, bi agirê şalomo re; di rengê kevok û neqşa di dengê bilbil û şalûlan de,
bi rondikên kewan û eşqa qumriyan re li ser bircikên keliha Amedê binivîsim û li tevahiya bajar û navçeyên Kurdistanê, bi stêrikên şevê re, bi heyva li çardehan re, bi çirîsk û nawîskên ser avê re; bi demên salê de, bi Biharî re bikim kulîk, bi Havînî re bikim gul û gulbijêrk, bi Payîzî re bikim haveynê veşartî, Bi Zivistanê re bikim çîrok û destanên civatan û her sal wêk Zêweke pîroz ber bi jiyana abadanî û serdemên mirovahiyê de bireşînim.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Bêrîtana rengînî weke çuka çiyan ya 12 rengî, çawa di xwede tevayî rengên suruştê dicivîne u bi yekahengî, mirov li himber ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne, wiqasî bi lez u bez di tevgere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çuka 12 rengî tê bîra min, wiqasî rengîn bu, bi suruştê re di nava ahengiyê de bu, xwe zu - zu nudikir. Pir bi liv u tevger bu, mirov dikarî her carê di wê de aliyên nuhtir bidîta. Buqasî ku şerker bu, wıasî jî hunermend bu, her wiqasî jî wêrek bu, jinek di derunê xwe de azad bu.
Bi giştî di mirovan de kêm u kurtî derdikevin u aliyên ne xweşik li gel yên xweşik bi cih dibin, lê belê heval Bêrîtan buqasî min pêre jiyankir, ez tu caran jê zivêrnebum u min tu taybetiyên wê yê neciwan nedît. Ew kesayetiyek kêm kêmasî dikir, lawaziyên wê kêm bun, ji ber vê yekê jî pir dihate hezkirin u di karê xwe de her dem serkeftin bi destdixist. Bi rastî jineke azad u suruştî bu.
Piştî şehadeta wê her rojek derbas dibu, hîna bêhtir di çavên min de mezintir dibu, mîna entîkeyeke dîrokî, her ku kevin dibe wiqas bi nirx dibe, ez bawerim heval Bêrîtan çiqasî mirov lêdikole dikare tiştên hîna nutir di kesayetiya wê de eşkera bike.
Şerê wê, evîna wê ya mezin u bê sînor, têgeha wê ji jiyanê re, hêviya wê bi azadiyê u serkeftinê, mirov dikare bi awayekî giştî u eşkera di helbesta wê de ya bi navê "Gula min " bibîne. Hemu kesê dixwaze Bêrîtan nasbike, giringe, berî her tiştî helbestên wê bi xwîne.
Belkî tevlîbuna heval Bêrîtan di sala 1991 an de ji nava derdorek xwendevan u rewşenbîr u ji navçeyeke wek Koçgîrê zêde balkêş nebe, ji ber ku di salên destpêkê ji salên 90 hejmarek mezin ji xwendevan u rewşenbîran ji her çar hêlên Kurdistan ê tevlî refê şoreşa netewî bun, di encama serhildanên gelêri ku li bakurê Kurdistan ê bi awayekî kur destpêkiri bu u tevayî gel rakiribu ser piyan. Lê belê çi hişt heval Bêrîtan cuda be ji tevayî kesên din yên tevlê bibun, yanî taybetmediyên ku Bêrîtan kirin Bêrîtan çibun?
Navê wê yê nehînî yê destpêkê " Binevş" bu, piştra ewê bi xwe kiriye Bêrîtan,dema min jı wê pirskir jı ber çi navê xwe guhrtiye? bersiv weha da min u got " Bêrîtan navê eşîretekêye li Dêrsimê u dibe ku ez bi xwe jî ji wê eşêretê bim". Heval Bêrîtan, dema navê xwe guherand, gava yekemîn avêt, di azadiya bîr u ray de, ewê hêza hilbijartina azad da nîşan dan. Belkî pir Bêrîtanan navê xwe li wê kirin, lê ez bawerim ew yek bu u ducar nabe.
Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok buye u ji hêlên madî de hejar buye. Muçexur buye li ba dewletê, tevayî wê rewşê heval Bêrîtan bi xwendin daye u nehiştiye tiştek ji kêm bimîne. Bêrîtan jî u ji ber ku ola xwe elewî bu, di hêlên sosyal de vekirî u têkildarbu. Têkiliyên wê bi gîranê di gel kesên rewşenbîr u entelektwel buye. Ev taybetmendiya li ba heval Bêrîtan bingeheke çandî u hunerî avakiribu, yanî jinek normal nebu, xwedî armanc, hêvî u bawerî bu. Ew ji deriyekî berfireh ve ketibu nava tekoşîna jıyanê. Li zanko têkiliyek evîndarî bi hevalekî xweyî xwendinê re danî bu. Lê dema naskirina wê bi Partiyê re çêdibe, wî jî bi xwere tîne u tevlî refên şoreşê dibe. Ewê pir jê hezdikir, lê dizanîbu çawa hezkirina xwe mezinbike. Dema soz u biryara xwe ya Partîbunê da ji wê gavê u pêve xiyanet bi evîna xwere nekir. Di nameyek xwede ji hevalê xwere dinivîse u dibêje " ez ji te pir hezdikim, lê li min bibure, ez ji welatê xwe u Partiya xwe ji te bêtir hezdikim" . Ewê ji ber ku rast hezdikir u pîvanê hezkirina xwe danî bu, ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hestên xwe bi eşkerayî tanî ser ziman. Tenê yên rast hezdikin dikarin evîna xwe mezin bikin, li gel wê jî astê tekoşîna xwe bilind dikin. Heval Bêrîtan di helbestên xwe de evîna xwe dide der. Di helbesta "Gula min" de ku bi zimanê Tirkî nivîsîye, pir baş diyardike, ew çendî bi evîna xwe ve girêdayî ye, lê ya balkêş li ba heval ew bixwe rêzana evîna xwe bu,ew azad bu u bi tekoşînê evîna xwe mezin dikir, ji cotbuna azad şerimnedikir. Di evîneke weha de tenê xweşikbun u payebilindî heye jiyan bi evîneke weha bi guldibe. Bêrîtan gula evîna xwe bu, gula xwe bi rengê tekoşînê sorkiribu.
Bi hestên xweyî neteweyê bilind, yê dur ji nijadperestyê, dikarî tevayî beşên Kurdistan ê himbêz bike. vê rastiya di têkiliyên xwe de jî pêktanî, di wextekî de ku nu nu keç u xortên Kurd li meydana çiyan digihaştin hev, nikarîn zu bi zu xwe bi hestên netewî yî hedemî re bikin yek, li ba heval Bêrîtan piroblemek weha tunebu, her dem li pêş di ramiya, pêhempa bu di fedekariya xwe de u di wêrekiya xwe de, destê xwe davêt çi karî bi ser dixist. Ewê xwe bi çiyan re kiribu yek u aşiq bibu, ancex yekî aşiq bikare ewqasî çalak u zindî be, u wiqase bi coş u hezkirin be.
Hezkirin u welatparêziya wê dibun sedem ku zu fêrî tiştan bibe, di ber perwerdî re, di demek kurt de fêrî zaravê kurmancî bu, dîsan dikarî bi hemu taybetmendiyên beşê Kurdistan ê yî din re hevdunasînê bide çêkirin u xwe gihand zengîniyek çandî. Xwe ji karên piratîkê jî ne dida paş, di pêşya tevan debu.
Di zivistana 91-92 an de cihê xwe di xebata ragihandinê de girt, wê demê bîroya ragihindinê di bingeha Biryargeha Partî ya duwemîn li Xakurkê hatibu sazkirin u (2) kovar dihatin weşandin, kovara "Dengê Gerîla" ji hêla şaxê jinan ve dihate weşandin. Heval Bêrîtan cihê xwe di birêvebiriya wê de digirt. Di karê ragihandinê de jî bi awayekî afirandî jîrektiya xwe da diyarkirin. Di nivîsên wê de zelaliya ramanên wê yên îdeolojîk, her weha têgihiştina wê ji rêbaza Serokatî u Partiyî re xweş diyardibu.
Di wan salan de hîna rastiya cins çiye ne çiye nehatibu naskirin, her weha hevalên jin tevlî tekoşîna giştî dibun, lê hîna wate nedidan şoreşa civakî u tekoşîna cinsî. Jinan ji hev heznedikir, pîvanên kevneperest yên civakê hîna berbelavbun di nava refên şoreşê de, ji ber vana u ji ber ku heval Bêrîtan dihate hezkirin ji hêla hevalan de u her ku bi serdiket di xebata xwe de, dibu sedema rexneyê ji bo jinên paşketî, ji ber veya jî ru bi ruyî enyak paşveru dihat. Ev rewşa dibu sedema nakokiyên mezin, her weha sedema pêşketinê ji her astê ve ji bo kesayetiya heval Bêrîtan , her weha ji bo derdorê jî. Heval Bêrîtan li hember tevayî hewildanên dervî rêbaza Partî diket tekoşînê, di kesayetiya xwede taybetmendiyên milîtaniyê pêktanî, ewê xwe ji tekoşêna çinayetî ne dida paş u ne teslîm dibu. Ew azadiya xwe ya hundurîn bi pîvanên Partiyê yê azadiyê yî nu re dikir yek u weha hêza berxwedanê ji xwere peyda dikir.
Wate dida tevayî buyeran; dur u dirêj raman dikir, pêşbîniya wê jî bi pêşeroja azadiyê bi hêz bu bi rojên weke îro bawer dikir ku şefeqa azadiyê welatê me dabigre. Di helbestên xwe de jî baweriya xwe bi vê yekê eşkerkiribu, di perçeyekî ji helbestek xwe de dibêje:
Ez buqas zereyekê ji mirinê natirsim
u mirin li min zor nayê
lê belê ...!!
temaşake li van çiyayên
noqbuyî di nava şefaqê de
tenê ji bo em kêliyekê bi hev re
li wan temaşakin
ez naxwazim bimirim.
Di salên 91-92 an de u dema hejmara jinan zêde bu di nava refên gerîla de,bangewaziya Serokatiya netewî ji bo tevlêbuna jinan pir berfirehbu u nirxekî mezin dida rêbertiya jinan, ne tenê weha "şoreşa Kudistan ê şoreşa jinê didît" beramberî vê bangewaziya Serokatiyê hewildanên durxistina jinê u bê parhiştina wê ji şer u tekoşînê dihatin li pêşxistin,ji hêla kesên berpirsyar ku taybetmendiyên çîna derebeg bi xwere hildigirtin. Li Amed ê hejmarek mezin ji jinan hatin avêtin ji nava artêşê di wê demê de, her weha pir ji wan ketin destê dijmin ji bo ku nehatin rêxistin u perwerdekirin, pir ji wan jî ku namzetîbun ji bo tevlê bunê jı tekoşîna rizgarıyê re, bê beş man u nehatin wergirtin. Ev piratîka tunekirinê bi destê Şemdin Saqiq li pêşket, di bin navê jin bargiranî çêdikin li ser artêşê. Bê guman ew piratîka bi giştî li dijî hewildanên Serokê netewî bun u bi armanca vala derxistina rêbaza wî bu. Di eynî wextê de li navça Xakurkê ku biryargeha Partiyê ya duwemîn lê bi cih dibu, hewildanên wekî yê Amed ê dihatin kirin, ancax bi awayekî din, tevayî nêzîkatiyên dihatin kirin cudahiya xwe ji pîvanên civakê tunebun, fermanên ku jin serê xwe dapoşe didan, her weha jin pêwîste cihê xwe di enya paşde bigre, ji ber ku bargiranî dikin li ser artêşê u tiştin wekî vana. Her çendî jin di metirsiya van nêzîkatiyên paşveru de bi giştî tênedigihiştin,lê belê jinên têgihiştî dikarîn rastî bidîtana, ewan dizanîn rastiyên derveyî rêbaza Partiyê ne, ji ber wê jî dest bi tekoşînê kirin li her deveran u teslîm nebun ji wan têgehên paşveru re. Çawa tekoşîna çekdarî bi armanca rakirina biryara mandelkirinê li ser doza kurad bu,her weha jî tevlêbuna jinê ji tekoşîna çekdarî re ji bo rakirina mandelkirinê li ser mafê wê bu. Jin êdî di van bîr u baweriya de gihiştibu u tekoşînek bilind diyarkir ji bo xwe daspîne (îspatbike). Ji bo vana jinan her karê ku zilam dikir, ewê jî dikir, bi her awayî xwe perwerde dikir, ji hêlên fizîkê, îdeolojî u piratîkî ve. Heval Bêrîtan yek ji wan jinên rêber buye ku berî tevayî jinan bihna metirsiyê kir, pilanên li ser tekoşîna azadiya jinê digerîn famkir, ji ber wê jî ket nava hewildanên bê hepa da ku bide pejirandin ew dikare tevlî şer bibe, ne tenê weha dikare gurupek ji hevalên jin jî bi xwere bide şerkirin. Her roj heval Bêrîtan ezmunên xwe li pêşdixist, xwe fêrî tevayî pidiviyên leşkerî dikir. Ewê bawerî da partiyê u weha xwe da pejirandin. Cara yekem bu ewê tevayî bendên ku li pêş jinan hatibun danîn hilweşand weke tîrekî ji kevanê derket. Li meydana şer bi her awayî ji bo bi çespîne ku jin dikare bi serkeftin şerbike dida bawerkirin. Hezkirin lihevhatibun, yekbun u hevaltî, nav u nîşana wê gurupê bu. Tevlî çend çalakiyan bun bi serkeftin erkên xwe pêktanîn, li ser tevayî çekan hakim bun u wan bikartanîn, di meydana şer de jî perwerda xwe berdewam dikirin. Bi vî awayî ew gurup bu tovê biartêşbuna jinê. ¾dî ew gava bu bingehek ji bo belavkirina wê çanda li her deverekê ji welat. Heval Bêrîtan bi hestyariya xwe u giyanê berpirsyariyê yî mezin rêbertî ji vê pêngavê re kir. Bi başdarbuna gurupê ji çalakiya "Rubaruk" re, xebat gihişt lutka xwe, di wê çalakiyê de heval Bêrîtan bi xwe di refên pêşde di êrîşê bi xwede cihê xwe girt. Birîndariya wê di wê çalakiyê de wê xistibu nava hestekî pir bilind de, mîna aşiqek di roja cejna aşiqan de gulek sor diyarî bigre. Ewê weha ji birîna ser ruyê xwe çoş digirt u pê serbilind dibu. Hîna birîna wê u ya hevalên wê xwîn li ser zuha nebibu, bi hezaran pêşmergên Partiya Demokrata Kurdistan PDK u Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan YNK bi hevkariya artêşa dewleta Tirk pilangeriyek mezin li darxistin bi armanca dorpêçkirina hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê li Botan u Zagrosê u rakirina wan ji holê. Navê çalakiya ku Emerîka u ‘srail jî têde destek dikirin, kiribun "sandawîç" yanî wê hêzên gerîlla dorpêç bikirina u tunebikirana . Ji hemu aliyan de leşker u pêşmerge dihatin, agir ji top u firokan dibariya. Gerîla ketin nava şerê man u nemanê, gerîlayan di berxwedan, lê berxwedana jinan pir cuda u balkêş bu, ewan ji zilaman bêtir wêrekî u mêrxasî dan diyarkirin, li tevayî meydanan gerîlayên jin hunerek u afîrandineke pê hempa dan nîşandan. Ew zilamên ku baweriya xwe bi hêza jinê netanîn, jin di çavên wan de mezinbun u bawerkirin ku jin ji wan jî baştir fedekariyê u qehremaniyê di şerde diyardikin. Heta gihaşt radeya ku berpirsên eniyan bi bêtêlan bangî hevdikirin u dixwestin deh zilaman bi jinekê buguherin. Heval Bêrîtan u tevayî ku birîndar bibu ne dihedinî u her xwe dida pêş ku tevlî enya şer bibe u di dumahiyê de da pejirandin u xwe avêt meydana şer u di refên pêşde cihgirt, ewê berpirsyartiya eniya Lolan dikir u şerekê dijwar li darxist li himber hêzên xiyanetkar, eniya wê bi berxwedana xwe bala hêzên li himber jî gişand. Pişti ku bi hêzeke mezin dixwazin êrîş bikin ji bo eniyê bişkînin, tevayî cebilxanê gerîlayan bi dawî dibe, heval Bêrîtan tevayî hevalan paşde dide gişandin u ew bi xwe parastina wan dike, dema mecala wê ya paşdegişandinê namîne, dijmin ji wê pir nêzîk dibin u bang dikin "teslîm bibe" heval Bêrîtan bi dengekî tujî hêz u bawerî u jinane bersivê dide wan u dibêje; "PKK teslîm nabe, yê teslîm bibe ketxwarî, paşverutî u xiyanetkariye" u xwe ji serê zinarê davêje xwar. Dema pêşmerge dengê jinekê dibihîzin wêrek dibin u êrîşên xwe tunddikin. Lê dema bersiva heval Bêrîtan u neteslîm buna wê dibînin, di rastiya qehramanêya wê de digehîn u dikevin nava şermeke mezin u ji ber zilamtiya xwe fedî dikin. Qahremaniya ku heval Bêrîtan nîşani wan kir, hişt ku pir ji wan di meydana şerde soza êdî çeka xwe ranekin li himber gerîla bidin, ji ber xiyaneta xwe şerimkirin u sondxwarin êdî nebin çetê dijminan. ¾dî çîroka qehramantiya wê li ser devê pêşmergan bi xwe li tevayî deverên Başurê Kurdistan ê belav bu u bi sedan xort u keçên Başur tevlî refê şoreşa netewî bun.
Heval Bêrîtan ne tenê giyanê teslîmkariyê u xiyanetkariyê li ba hêzên komonaa seretayî u kirêgirtıyan darizand, na, belkî li ba hêzên gerîla jî ku hîna xwe bi giştî ji wê taybetmendiyê rizgarnekiribun u rastiya teslîm bunê u serçimandinê ya ku bingeha xwe ji çîna derebeg u paşveru digre şîrove nekiribun jî darizand u hestê berxwedanê u tekoşîna netewî hîna zêdetir kir li ba hêzên gerîla.
Bi qîrîna heval Bêrîtan re xiyanet u paşverutî hate darizandin u ruyî wanî reş hate eşkerakirin ji tevayî gelê Kurd re. Ewê bi çalakiya xwe zaboqek (vîracek)nu di şoreşa netewî de vekir u astê milîtaniyê bilindkir. Bu nunera rêbaza Sarokatiyê u di kesayetiya xwe de bi serxist. Serokatî di xwend u di ramanên wî u di îdeolojiya azadıyê de dighaşt u di kesayetiya xwe de pêktanî, hêza xwe ya raman kirinê girêdayî rastiyên Serokatiyê rêkdixist. Di raporeke xwe de ku di bahara sala 1992 an de ji Serokatî re nivîsî bu, diyarkiribu ku ew dixwezi romana Serokatî binivîse. Tê zanîn romanivîsîn hêzeke mezin, wêrekî, xeyal u wêjevaniyeke bilind dixwaze, ji xwe biryara nivîsandina romana Serokatiyê weha karekî hêsan nîne. Heval Bêrîtan ew hêza di xwede didît, wêrekiya wê ji pêkariya wê dihat, ew wêjevan u helbestvanek bi hêz bu u ez di wê baweriyê dabum ku ew sax bima wê soza xwe bi awayekî afirandî pêkbaniya.
Ewê xwe bi rêbaza şehîdên dozê re kiribu yek u di riya wan de bi pêdaçun (israr) u bawerî diçu. Di helbestek xwede ku girêdana xwe bi şehîdan re dide nîşandan dibêje:
Ev dila hatiye hunandin
Li gel keziyên Koçerînê yî çil gulî
Destên min Bêrîvanin
Wekî Egît diçizirim çiyan
Wekî Delîl dikevim nava pêkdadanê
— Mezlumê sê darikên kibrîtê me
Ez çend giyanên nuhatî
ji hinavê xwe dizêm.
Di her pêkdadanê de
ez ya li pêşim
Ez ji nu de dizêm bi tilîlîyan re
Wek Ferhat....wek Mehmud
Bedena min dişewite.
Di nava germiya cengê de me nikarî em wata qehremaniya heval Bêrîtan nasbikin, lê piştî paşdegişandina hêza gerîla ji qampa Zelê re li Başurê Kurdistanê, hevalan tevayî ketin nava xemgîniyek mezin, her ku rastiya şehadeta wê derdixistin zanebunê, wiqasî pê karîger dibun, mîna birînek pir xedar u kur di hinavê gerîlayan de vebu, birîn di axivî u jana wê em çember dikirin. Qîrîna Bêrîtan ya li himberî xiyanetê, weke zengilekî deng vedida di mejî, wijdan u dilên me de u êdî di cergê xaka Kurdistan ê de bi sedan Bêrîtan zan.
Pistî agirbestê u piştî şehadeta wê bi heyvekê di 22-23 heyva Mijdara 92 yan de min du helbest di bîranîna şehadeta wê de nivîsand. Di sala 93 yan de di kovara "jina serbilind" de hatin weşandin, her weha hatin awazkirin ji hêla hunermend u komên hunerî li Kurdistan u Ewropa, her weha di berhevoka min ya helbestan de ya bi navê (Zenglên Hevgihînê) de hatiye weşandin.
JI BO ŞEHÎDA ŞEHÎDAN BERÎTAN
Mîna awazê jiyanê
wekî şivanekî hozan
surştê distrê
u di kuraniya
damarên nêdar
bi xwînê
jiyan bi kela xwe dijî
ey Bêrîtana min
ey bêrîvana gulperî
min te naskirî
u jiyankirî
pêleke torebuyî
di ruçkê faiştan de
mawzerek buyî amade
bo yî lêdanê
di sênga birakujan de
* * *
Te xwe bi şer ciwan kir
u tu mezin boyî
u em mezin bun bi te
her yek ji me
digerre li şefeqê
yan wê sazdike
te ew sazkir
bi tivingê
bi xwînê
* * *
Dema ji çeperekê
xwe davêt çeperek din
di asiwê azadiyê yî
kesk u sor u zer de
nîşana serkeftinê xêzdikir
u enyak vedikir
di dilê enyakê de
Bi pencên xwîna erxewanî
perda ser çavê
xiyanetê çirand
ew reşkir
bi rengê reşqelekê
u bi wan pencan
xiyanet darizand
* * *
Bi bêdengiya
gulla xiniz re
her tişt bi dawî di be
gulle sar dibe
u dimre
destê kuştkar
her mirî ji dayik çêbuye
lê Bêrîtana min
xwediya bîst u du buharan
her dijî gulek
di dilê çiyê de
bi her lêdanên
dilên mere
di damarên gel de
tîrêjek ji yên
şefeqê yî sor
pertewek vêketî
di mala tariyê de
u wekî bihna nanê germ
li her zukakên welatê min
belav dibe
belav dibe
Başurê Kurdistanê( Zelê )
22.11.1992
BERÎTANA MIN
Çendî hebim li bîrnaçe.....Bêrîtana min
Awaz u siruda li ser deve ...Bêrîtana min
Kulîlka deşt u çiyaye.....Bêrîtana min
Di enya pêşde wê can daye..Bêrîtana min
Cenga jînî te xweş dikir......Bêrîtana min
Wekî Pêlan êrîş dikir....Bêrîtana min
Çeper neda di berxwe dida....Bêrîtanna min
Paşverutî mehkum dikir....Bêrîtana min
Di eniya şer de ya li pêş bu..Bêrîtana min
Di şehîdbunêd, her li pêş bu..Bêrîtana min
Wek şeveqê ron u geş bu..Bêrîtana min
Xemla xweyî Bukanî sor bu....Bêrîtana min
Başurê Kurdistaê ( Zelê)
23.11.1992
_________________________________________
23 Ev helbest cara yekem ji hêla ( navenda çanda Mezopotamiya) ve li Başurê Kurdistanê bûye sitran. Cara diwem, ji hêla koma (çar newa) bû sitran.
Raperîn Sîmirg
Akademiya Jina Azad
13/ 12/ 2002
- Ayrıntılar