Wek tê zanîn ku şoreşa gelê Suriyê şeş meh li pey xwe hîştin, di encamê de eşkere xuyakir ku ev rewş her diçe kûrtir dibe û rêbazên dewletê yên çewsandinê ti encaman nagre; berovajî wê, pirsgirêkan kûrtir û rewşê aloztir dike. Dîsa diyar bû ku qaşo "gavên reforman" yên dewlet behsê dike ne ciddî, ne jidilin û seranserin; ne bi armanca çareserkirina pirsgirêkan, lê bi armanca sivikkirina bertek û dijbertiyê gel behsa van "reforman" dike. Ev "reform" bersîva daxwazên gel ên bingehîn nade û pirsgirêka demoqratîkbûyînê çareser nake, ji ber vê yekê ev "reformên" behsa wan tê kirin dilê gelê Suriyê rehet nake.
Hemû rê û rêbazên çavtirsandin, kûştin û zextan ên ku dewlet dimeşîne ew gelê Suriyê natirsîne û gavê bi wan paşve navêje û ji israra wan tiştekî kêm nake. Îsbat bû ku bi zextan li pêşiya gelê Suriyê nayê girtin û her biçe wê rabûna gel mezintir bibe. Ne dûr e ku Suriyê berve şerekî navxweyî yê piralî de biçe. Hem dewlet û hem jî hêza muxalefetê wê bikevin pêvajoyek nû, hêzên cîhanî û herêmî jî xwe li gorî vê yekê amade dikin.
Wekî ku dewletê plankiribû, ku di demek kurt de vê pirsgirêkê çareser bike û dawiyê li raperîna gel bîne nebû. Zêdebûna zextên dewletên derve li ser rejîma Suriyê û di serî de jî zextên Fransa û yekîtiya Ewrupa, Tirkiyê û hin dewletên Ereban wê rewşa Suriyê girantir û aloztir bike. Bi piranî helwesta hêzên derve li dijî rejîmê zivirîn. Ev yek jî rejîmê lewaztir dike.
Di derbarê hêzên muxalefetê de, mirov dikare wan li du beşan parvebike. Divê ku mirov muxalefeta gel a hindirîn û hêzên derve ku xwe wek nûnerên muxalefetê dibînin ji hev cuda bigre dest. Di kesayeta muxalefeta gel a hindir de rastiya gelekî serhildêr û şoreşger derket holê. Mirov li hemberî vê berxwedaniyê bi rêzdarî radiweste. Li rex dayîna evqasî şehîd, bi hezaran girtî û evqasî êrîşan, zext, hovîtî, destwerdanên artêşê, dîsa jî raperîna gel ji bo azadiyê dewam dike; ev jî helwesta gelekî şoreşger e ku îfadeya şoreşa gelan dike. Ev gel ji bo azadiyê, demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên xwe yên civakî rabûye, ev rabûn, rabûneke mafdar û bi wateye; ne wek ku rejîm îddîa dike "ku destwerdanek hêzên derveye". Ev yek misoger bû ku dewlet nikare pêşiyê li vê raperînê bigre; raperîn jî didome û her diçe berfireh dibe.
Mirov rabûna gelê Ereb ên Suriyê wek şoreş, helwestek şoreşgerî û tê de îfadeya şoreşa gelên Rojhilata navîn dibîne. Her wiha rabûna gelê Kurd jî, wek beşek ji şoreşa gelê Suriyê dibîne. Roja îro tevgera azadiyê ya Kurd jî, hewl dide ku bi vê şoreşê re peywendî çêbike, piştgiriyê bide wan û li wan xwedî derbikeve. Lê mixabin ku ji ber rewşên awarte û nebûyîna ewlekariyê, heta niha şoreşa Suriyê nekariye rêberên xwe bi xwe derxîne .
Li derve jî, hêzên muxalefetê hene, ev hêz bi giranî di bin çengên dewletên derve de ne û li gorî plan û daxwazên wan dimeşin. Muxalefeta derve li ser sê navendan belav bûye: muxalefeta di bin çengên Tirkiyê de, muxalefeta di bin çengên Fransa de û muxalefeta di bin çengên Qeter û Suudiyê de. Di van demên dawiyê de rûyê veşartî û rastiya vê muxalefeta derva derket eşkerehiyê. Pir baş diyar bû ku muxalefeta derve bi bercewendiyên dewletên derve re girêdayî ne û li gorî daxwaz û planên wan dixebitin û tevdigerin. Ji ber ku ev hêzên muxalefetê di esasê xwe de desthilatiyê hedef dikin, ji lewra di nava xwe de binakokin û nikarin yekîtiya xwe çê bikin. Hemû civîn û kongreyên ku çêkirin jî, bêencam man û vala derketin, pir eşkere bû ku muxalefeta li derva gelê Suriyê temsîl nakin û ti têkiliya wan bi şoreşa gel re nîne. Piraniya wan jî keysperstin û li ser xwîna şehîdên şoreşa gelê Suriyê bazirganiya siyasî û madî dikin.
Di nêzikatiyên dewletê ya înkara pirsgirêka Kurd dike de ti guhertin çênebûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti gav navîtê ye. Jixwe gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî van nêzikatiyên dewletê ji doza Kurd re qebul nakin û mehkum dikin. Nêzikatiyên dewletê li ser bingehên şovînîstin û tê de qet çareserî nîne. Eger rewş wisa dewam bike, wê gelê kurd jî bi giştî bibe dijberê dewletê. Heta niha, ew hevdengiya ku Kurdan çêkiribû wê xerab bibe û rabûna Kurdan jî wê mezintir û hişktir be. Di esasê xwe de heta niha rejîma Suriyê bi du rengên cuda nêzî muxalefeta Ereb û muxalefeta Kurd dibe; ew bi zor û zextên leşkerî bi ser muxalefeta Ereb de diçe, li hemberî muxalefeta Kurd jî, bi înkara siyasî bi ser de diçe.
Di aliyê pratîkî de, di dema derbas bûyî de hat xuyakirin ku rejîm li hemberî herêmên kurdan polîtîkayên nerm bikartîne; jiber ku ew bêtaqet bûye, bê hêz û pasîf bûye û nikare kiryarên xwe yên berê di roja me ya îroyîn de bimeşîne. Dewlet li herêma kurdan lewaz bûye û xwe paşve kişandiye; vê yekê jî bi xwe re zemînek guncaw ji bo ku Kurd bêhna xwe bikşînin çêkiriye. Derfet çêbû ku Kurd bi xwe saziyên xwe yên perwerde û navendên xwe yên çandê vebikin û hin pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin; li hemberî van gavan dewlet – heta niha- bêhelwest ma û nekarî mudaxele bike.
Bi giştî wê rewşa Suriyê bi kûve biçe pir ne zelal e; lê ya teqez ewe ku her biçe û wê rewş germtir, aloztir û kûrtir bibe. Ji ber ku rejîmê riya çareseriya ewlekariyê û çewsandinê hilbijartiye; gelê şoreşger jî, riya şoreşê heta dawiyê hilbijartiye; her wiha wê gelek aktor û lîstikvanên nû jî têkefin dika welêt. Ka em ê bibînin wê buhara gelan di payîza îsal de çawa be?
Polat Can
- Ayrıntılar
Ew gerilayên şerker, durûst û di sekna xwe de bi heybetin, meraqe min bû ez wana bibînim û bi wana re jiyanbikim, lê belê ew meraq di dilê min de nema û min bi mirovên wiha re jiyankir. Yek ji wan hevalan jî şehîd Rûstem Kobane bû.
Hevalê Rûstem Kobane yê bi navê Omer Mûslûm sala 1969 an li gundê Kurikê yê girêdayî Kobane ji dayîk bûye. Di malbateke xîzan de mezin bûye. Heyanî şeş salan dibistan dixwîne û di temenekî biçûk de dest bi kardike. Hevalê Rûstem Kobane sala 1988 an ji bona kar derbasî Lûbnanê dibe, li wêderê hevalan nasdike û bi wana re xebatê dide meşandin.
Şehîd Rûstem dibistana seretayî xwendibû, lê belê ji ber rewşa malbatê dev ji xwendina xwe berdide û sala 1988 an derbasî Lûbnanê dibe. Li wêderê hevalan nasdike û bi wana re xebatê dide meşandin. Piştî ku ji malbatên wana şehadet çêdibe û tevlîbûn xurtdibe ew jî sala 1989 an biryar dide û tevlî partiyê dibe. Hevalê Rûstem sala 1990 î derbasî Akademiya Masûm Korkmaz dibe û li wêderê perwerdeya leşkerî û bîrdozî dibîne. Hevalê Rûstem bi wê hesreta ku çiyan bibîne û gerilayetî bike bi pêşniyarê xwe sala 1991 an derbasî çiyê dibe û tevlî şerê îxanetê dibe. Di wî şerî de gelek heval hîna cilên gerila li xwe nekirine û nizanin çek bidin bikaranîn şehîd dikevin. Ew dîmenên şerê îxanetê yên ku me ji hevalên kevin bihîstine, hevalê Rûstem di nûbûyîna xwe de dibîne û jiyandike. Piştî şerê îxanetê derbasî Botane dibe. Li wêderê di pevçûnê de birîndar dibe û derbasî Başûrê Rojava dibe. Piştî ku tedawiya xwe dibîne wan rojên xwe yên piratîkê jibîr nake û bi hesreteke mezin sala 1995 an dîsa derbasî welêt dibe. Di şert û mercên herêma Metîna yên zor de gerilayetî dike û li wêderê qomîtantî dike. Hevalê Rûstem bi hevaltiya xwe tê naskirin û gelekî tê hezkirin. Ji ber wê bi tevlîbûna xwe ya xurt baweriya herkesî qezenc dike û hemû heval dixwazin pê re biçin çalakiyan. Heyanî dîlgirtine Rêbertî hevalê Rûstem li herêma Metîna di nava piratîkên zor de, dimîne û piştre derbasî perwerdê dibe.
Hevalê Rûstem li kîjan herêmên welêt jiyankiriye, çend salan di piratîkê de maye, min bi were parvekir, lê belê ya girîng ewe ku mirov terzê jiyana wî nasbike û hevaltiya wî bi çi awayî be, bi peyvên ku di dil û mejî de cî bigirin bîne ser ziman. Dil û mejiyê ku hevalê Rûstem di van çiyan de mezin kiriye gelo wê bi kîjan rengî were xemilandin, pêwîste herkes texmîn bike.
Cara yekem gava ku min ew dît; min ji xwe re got “ ev hevalekî di temenê xwe de gelekî mezin e, kesayetekî civakî û pijiyaye, heta min ev pirs ji xwe kir; gelo ev di şer de maye ji ber vê yekê ew gihîştiye vê astê? Lê belê berî ku hevalê Rûstem beşdarî partiyê bibe, xwedî kesayetekî pijiyayî ye, ji ber ku bi zanebûne hezkirine welêt hatiye mezinkirin û di malbateke xîzan de fêrî dilnizimî û baweriya bi hezkirine mirovan bûye. Lê belê tişta ku gelekî li xweşiya min çûyî ez û hevalê Rûstem di piratîkê de bi hev re man û perwerdeya leşkerî dida me. Di hevaltiya xwe de nerm bû, dixwest ku bi nîqaşkirine û dayîne fêmkirine hinek rastiyan bi me bide fêmkirin, lê belê di rêzik û disiplîna xwe de gelekî sert bû. Gava ku perwerde dida me, ew cidiyete rastiya şer nîşanî me dikir. Ji bona ku rêflêksên me xurtbike, bi dijwarî ser me de dihat. Di her perwerdeyekê de dihate bîra wî ku, ji ber tecrûbeyên kêm û kêmasiyên biçûk heval şehîd ketine û dixwest êşên wan deman bi me bide hîskirin. Li gel hevalê Rûstem em ji binkeftinê neditirsiyan û me ew hêz di xwede didît ku em ser zor û zehmetiyan de biçin, ji ber ku me dizanîbû wê hevalê Rûstem di zor û zehmetiyan de alîkariya me bike. Qomîtantiya xwe tenê mîna wezîfeyekê nedigirte dest, xwe di ber pêşketina hevalan de jî berpirsyar didît. Ji bona wî qomîtantî negirîng bû, ya girîng hevaltî bû. Heger ku hevalê Rûstem li wargehê ne amade bane cihê wî xuyabû, ne ji ber ku şehîd ketiye ez vê hevokê dinivîsînim. Hevalên xort yan jî hevalên jin gava ku kêmasiyek jiyankiribane misoger hevalê Rûstem mîna hevalekî te yê durûst tu rexne dikir. Gava ku me di jiyanê û di perwerdê de kêmasî kiribane, bi carekê re hevalê Rûstem dihate bîra me. Bi vê mînakê ez çi dixwazim bidim îfadekirin, hevalê Rûstem ti carî destor nedida ku giyanên gemar nefesa xwe berdin jiyanê. Dibe ku di wê demê de temenê me biçûk bû, lê belê di perwerdê de hevalê Rûstem bi me dida hîskirin ku em gerila ne û pêwîste em xwe di leşkertiyê de kûrbikin. Ji ber ku nedigot ev heval temenê wan biçûke û pêwîste em kêmasiyên wan efûbikin, herkesî li gorî kêmasiyên xwe hesabê xwe jî dida. Armancê wî ew bû ku me bi xweşikbûna jiyanê û cidiyeta wê bide hîskirin.
Hevalê Rûstem di sala 2007 an de derbasî Botanê bû û vegeriye cihê ku destpêkê li wêderê birîndar bûye. Li pêşiya merasîma xatir xwestine, ji hevalan re dibêje “ armanca me ji çûyîna Botane ewe ku em bi dil û mejiyekî saxlem bikaribin bixebitin û bersiv bidin wan êrîşên ser Rêbertî û gelê me. Dibe ku em gelekî bêriya we bikin, lê belê di têkoşîna bi dijmin re serkeftin bidestxistin, wê layîqî hevaltiya me bibe.” Hevalê Rûstem bi gurûpeke hevalan re derbasî Mawa dibe. Di demeke kin de bi dijmin re dikevin nava pevçûnê de û li wêderê hevalê Rûstem û hevalên pêre şehîd dikevin.
Gelo kîjan dil dikarîbû xebera şehadeta wî rabike, ji ber em fêrbibûn ku herdem bizanibin hevalê Rûstem saxe û emê dîsa bi hev re jiyanbikin. Dibe ku şehîdketiye lê belê em wî di ruh de jiyandikin. Exlaqê ku bi me dane qezenckirin di her dîmeneke jiyanê de, hevalê Rûstem tîne bîra me. Wê kî bikarbe hevaltiya hevalê Rûstem jibîr bike. Ji ber ku di her kêliyeke vê jiyanê de tu bê hevaltî nikare jiyanbike, hevalê Rûstem jî bi hevaltiya xwe em perwerde kiribûn ku, em hevaltiyeke çawa bi jiyanê û bi hevalên xwe re bidin meşandin. Her şehîdek bi bîranînên xwe jiyanê li me ronîdikin û hêviya serkeftine her ku diçe di me de mezin dikin.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Berî 27 sala di bin pêşengiya fermandar e mezin Egîd(Mahsum Korkmaz) de bi pêngava 15 Tebaxê 1984 û destpêkirina şerê çekdarî li Kurdistan ê dîrokek nû hate nivîsandin. Ev dîrok destpêka vejîna netewî ya gelê Kurd bû. Êdî tiştek hew wek berê dibû. Carekê gelê Kurd kefenê mirinê çirandibû û gula destpêkê ya 15 Tebaxê li mêjiyê xwe xistibû. Ji ber destpêkê ew kesayetiya ku li dijî metîngeh û zilma li Kurdistan ê na rabê kuştibû. Ya herî rast jî ev bû. Eger gelê Kurd destpêkê qereqolê dagirkeran yên di mêjiyê xwe de ne rûxandiba zanî bû ku ne mumkine qereqolên dijminê Kurd û Kurdistan karibin werin ruxandin.
Giringahiya gula yekem bi rewşa ku gelê Kurd dijî ve girêdayî dîrokbûyina xwe saz dikê. Ji bo civaka Kurd ev gula yekem ne dibû ku wek gavek ji rêzê bi hata nirxandin. Ji ber li Kurdistan ê di serî de dewleta Tirk hemu dagirkerên Kurdistan ê bi tu awayî şert û mercên vê gavê ne hişti bûn. Rewşek hewqas giran dihate jiyankirin ku li Kurdistan ê tenê melodiyên bêdengiya mirinê lê dixistin. Dijminê Kurdan ji xwe bawer li ser navê Kurd û Kurdistan çi hebû dixwestin tune bikin. Di van şertên awarte ku piştî cuntaya 12 Îlonê hate avakirinde, di bêdengiya mirinê de qîrîna azadiyê bilindkirin mucîze bû.
Lê tişte ku neyarên gelê Kurd hesab nekiribû hebûn. Ew jî kesayetiya ku di bin pêşengiya Rêber APO de hatibû avakirin bû. Ev kesayetî kesayetiya PKK bû. Ew kesayetî kesayetiyeke wisa bû ku xwedî îradayek ji pola û tenê mahkûmê serkeftinê bû. Cuntaya faşîst ya dewleta Tirk destpêkê li zindana Amed ê li hember vê kesayetiya ku dijî radestiyê(teslîmiyetê) û îxanetê ala berxwedan ê bilindkir binket. Mizgîniya şoreşa vejînê ya netewa Kurd ku 15 Tebaxê 1984 a destpêkir jî, bi vê berxwedana pîroz ya ku li zindana Amadê diyarbû. Ev agirê berxwedanê ku ji aliyê hevalê Mazlum, Xeyrî, Kemalan ve li zindana Amed ê de hate pexistin ji navbera çar diwara derket û ber bi çiyayê azad yê Kurdistan ê ve herikî.
Ji ber ku bexwedana zindana Amedê ku di sala 1982 de banga vegera Welat û destpêkirina şerê rizgariya Kurdistan bû. Heval Mazlum berî çalakiya berxwedanê bi nivîsa ku gihande serokatî de di got pêwiste ev dengê me hemû cihan bibihîzê. Dengê Mazlum, Xeyrî û Kemalan jî bi destpêkirina pêngava şerê gerîla ku wê li Kurdistan ê werê destpêkirin ancax li hemû cihanê hatina belavkirin. Ji ber vê Rêber APO rûxmê hemû ferasetên şaş yê hem hûndir hem jî derve di destpêkirina pengava şerê gerîla de israr kir. Di rastiya xwede dawî jî baş hat famkirin ku bi pêngava 15 Tebaxê dengê berxwedana zindana Amed ê li tevahî cîhanê belav kir. Ev deng tenê bi belavbûna cîhanê jî nema bû û ji bo rizgariya netewa gelê Kurdistan û tevahî gelên rojhilata navîn zêmineke xurt avakir.
Eger pengava 15 Tebaxê nehat pêşxistin cuntaya 12 Îlonê û fermandarê wê Kenan Evren wê hemû plansaziyê xwe yê li Kurdistan ê ku tûnekirina tevahî nirxên Kurd û Kurdistan esas dikir bixista meriyetê. Di vê wateyê de pêngava 15 Tebaxê her wiha mudaxeleyî vê serberjêriya Kurd jî kir. Ev plansaziyên cuntaya Evren serîbino hevdu kir. Dewleta Tirk mecbur ma ku hebûna Kurd û rastiya pirsgirêka Kurd bi pêjirînê. Bi berdewamiya vê pêngavê, rizgariya civakî ya Kurd pêşxist û gav bi gav netewa Kurd ji xweliya xwe afirand. Bi vê pêngavê tovên azadî û rizgariya civaka Kurdistan heta hetayê hatin çandin. Îro li her çar perçê Kurdistan eger bi serbilindî û bi rumet Kurd hebûna xwe diyar dikê bê pêngava 15 Tebaxê em nikarin vê rewşê penasa bikin.
Her çiqas bi destpêkirina pêngava 15 Tebaxê û şunve şoreşa vejîna gelê Kurd pêşketibê jî lê di roja mey îro de li Kurdistanê rihê 15 Tebaxê bi serkeftina mezin tacîdar nebûye. Îro hê jî gelê Kurd û destkeftiyên wî li her çar perçê Kurdistan rastî êrîşên mezin tên û talukê ji bo gelê Kurd xelas nebûne. Bi taybêt bi piştgiriya hêzên modernîta kapîtalîst tifaqa li dijî Kurd ku ji aliyê dewleta AKP û hevalbendên wê ve hatiye çêkirin pewîstî bi berxwedaneke Kurd ya dîrokî dikê. Ji ber AKP û dewleta Tirk pêşengiya ve tifaqa xêrnexwaz dikê. Din nav vê tifaqê de îro dîsa Tirkiye-Îran-Irak heye. Bi piştiriya hêzên wek Emerîka jî dixwazin pêşiya yekitiya netewa Kurd bigrin û li ser vê bingehê jî, rewşa bê statûya Kurdan berdewam bikin. Bi operasyenên Tirkiye û Îran ku hevpar pêktên jî dixwazin vê rewşê mîsoger bikin.
Ev tifaqa bêbext dixwazê weke planên ku li Srîlankayê li dijî gerîlayên Tamîlî pêk hatine li gor şert û mercên Kurdistan ê li dijî tekoşîna azadiya Kurd bixin jiyanê. Li hember van planên ku statûya Kurd armanc dikin, panjehr rihê pêngava 15 Tebaxê ye. Ji ber vê yekê ji her demê zêdetir pewistî û hewcedarî bi rihê 15 Tebaxê heye.
Artim Ronî
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
- Ayrıntılar
Ka hin tişt hene repêkane tû vebêjî derbirî. Di kêliyên weha de “gotin bê kîfayet” dimînin. Pir caran bi fikara têr dernebirî xwestek dibe nenivîsandin. Ji bom in jî şehadeta heval Erdal, kûrahiya wî, aliyên wî yên xweser, aliyên ew dikir Erdal anîna ziman hindek xwedî wateyek bi vî awayiye. Li tevayî jiyana xwe ya tekoşînê de min hestek pir caran jiyankir. Hestê nîvço mayînê… gava me Heval Erdal wundakir, bi wêre giraniya vî hestî hîn zêde bû. Biqasî dû salan me ew bextê em bihevre xebat bikîn bidest xist. Dem deman me bihevre pevçûnên dijwar Jiyan kir, var varan em bihevre kenîn, hinek caran jî li hember paşverûhiyan em bi hêrs bûn. Di esasê xwede ez bikûrahî bi vê dihesim kû, li şuna ên çûyîn, jibo wan gotina peyvan pir girane. Di heman demede aliyek heye kû, divê hin gotin wextê ew Jiyan dikin bên gotin, an jî bi wan bidin hesandin. Dinav mede çandek wusa pêşketiye kû, di ew serdemên em bihevre par ve dikîn, xebat dikîn ya derdikeve pêş; binavê rastkirina kêmasiyên heyî, car heye em aliyên bedew û erênî an dinav mede hene nabînîn. Em vê nadin hesandin. Piştî em jîhev vediqetîn, lihev têgihiştin, lihevdû gerîn, bêrîkirin pêşdikeve. Li gor min aliyên vê yên çavkaniya xwe vê şehadetêde nîvço mayîna ez pê dihesim bi vê yekêve girêdayiye. Gava ew Jiyan dikin fêhm kirin, anîna ziman, bi tevayî aliyan re par vekirin, heskirin û pirkirin… Biryariya vê şehadetê di minde afirand ev bû. Kêmkirina xweziyan. Ez dizanim, ne gengaze kû mirov qet nebêjê xwezî, lêbelê kêmdirina wê li dest meye…
Pişti serdemek zor û dagirtî ê xebatê, biryara çûyîna me a welat jî me herdûwanre hat rahihandin. Coş û keyfxweşiya jinûv e hevdîtina çavkaniyê, me çiqas zêde jiyankir. Piştî me bi hestên dagirtî xatir ji tevayî hevalan xwest, em bi rê ketibûn. Hêlekede rêhevalên me tiştên xweş bihevre par vekirî xema veqetina ji wan, lê ji hêla dîn ve jî em bi dilşadiya gehîştin û hevdîtina welat û rêhevalên wır dagirtîbûn.
Dema em di wesayîtêde, gotûbêjek dinav mede pêşket û em bihevre kenîbûn. Jiber te tim wesayît dajot ya. Tû li ber dîreksiyonê û te pêl gazê kîrîbû. Wexta min jibo te got “heval di vê bêhna çûnêde emê qeza bikin, rojek misoger wê şehadeta te bi qezayek bi vî awayî bê serê me, emê çawa hesabê vê bidin rêxistinê?” te jî got “ ya herî zor rewşa wî yê ji qezayê sax bifilitê despêkê nexweşxane, piştî wê jî vegotina jibo rêxistinê “bi vê gotinêre tu çawa tijî dev dikenî… Ma tû dizanî nêrandina te a li jiyanê tim wekî zarokan, bi jiyanê tijî, bi hêvîbû? Di hindirê te zarokekî veşartî hebû û di kêliyên herî tengav de, gava li hember pirsgirêkan jî şer dikir ew kenê bedew ji rûyê te qet kêm nedibû. Sedemê wê ne bêxemîbû. Ev rewşa derûnî ji baweriya bixwe, ew asta dilsaziya bi rêxistin û bîrdoziyê a te di hindirê xwede dabû rûniştandin û ji ezmûnên jiyanî çavkaniya xwe digirt.. dibêjine ya dinav agir de ceribandin û pijîn! Di rastiyêde ew asta çêkirina xwe nîşan dida.
Yê yekîtî çêdikê, kom dike, xweû, xwînsar, kedkar, bi edalet û dilnizm. Wexta ez liser te difikirim, têgînên herî bingehîn ên tên bira min evin. Û bi rêgezbûyîn, hezkirina jiyanê û giranbûyîna te. Taybetmendiyên kesayet û ruhê Apocî bi derbirînek herî zelal. Jibo te evdahiya dinavbera erkên biçûk û mezin nebû. Bi destsivilahî te bi plan dikir û tevlî dibûjî. Hinek car hebûn megafon li dest te, te hewl dida tû korteja meşê sazbikî. Wusa jî bi caran te xetera perçiqûnê derbas dikir. Hinek car hebûn jibo pirsgirêkên dinav gelde li benda çareseriyê bêy kû tengav bibi te şerê dîtina çaresêriyê dikir. Hinek car jî hebûn zarokê di hindirê te derdiket pêş, diketî pey topê û gava taxima te gol dikir, pir şadûman dibûyî. Dema cihê wê jî dihat di civînande te nirxandinên kûr, komkirî û rast dikir û bere tîrên rexneyên xwe bi edalet dîşand. Bawer bike hinek caran rexneyên te giran jî dihatinn lêbelê şkestin, hêrs û kîn li dile kerire derbas nedibû. Jiber kû herkes dizanî ji hesap û fikarên şexsî zêdetir, fikarên rêxistinî û têgihê edaletêye.
Di rêde wexta em dihatin yekî dondurmafroşek dîtibû, wê bêhnê çavên te biriqîn. Te gotibû “tişta herî zêde ez bêriyê bikim wê dondurmebê”. Wexta min got “belê, ma tiştek ne keme, wê tû bêriya tarhanayên dayîka xwe nekî”. Te jî got kû “belê raste, yek jî tarhana!” Me tevan tarhanayên dayîkê tam kiribû. Dîsa di festival û meşande em deme le em dibirin pişt dike û digot “werin heval, dayîka min jibo min çêkiriye, em bihevre bixwîn” ew xwarinên me wusa bihevre dixwar, hîn jî tama wan liser zimanê mine. Herî dawî wextê tû ji Ewrûpa derketî, te jî tevayî hevalan xatir xwest, liser lingan me xatir xwe ji hev xwest. Çawa jî bê, mane wê me hev dû li welat bi dîta. Me li welat hevdû jî dît. Çavên te dikenîn, gava te digot “tû bixêr hatî.” Li hemberê kû demek kin bû tû hatî, weke herdemê, bi heman têgihê berpirsiyarî û tevlîbûyînê tû ketibû nav kar. Roja wê, wê hin civîn bihatan lidarxistin, me plansazî çêdikir. Ji tevayî hevalanre cihên bicînê te gotibû, jibo min jî te cihek diyar kirîbû. Min got kû “ez hîn nû hatim, bi vê toza lingê xweve hûnê min bixîn nav kar, çend rojan bihêlin ez bêhnekê bistînim, fêr bibim” liser vê axaftina minre te got “Hevala Asya tû çiqas xweş nêzîk dibi, em hatin nehatin bi civînan me despêkir, deme em winda bikin nine.” Birastî jî roja hatîne ya pişti wê, bêy kû bêjê “ez nû hatim, ka ez fêr bibim” erk dabû ser şanê xwe. Bi wî kesayetê xwe yê enerjik, dînamîk, di cihê xwede nasekinê û zindî tû ketibû nav hevalan û bi dilnizmiya xwe te di dile tevayî hevalande textê xwe avakirîbû û cudahiya xwe dabû hesandin.
Paşê em bihevre tevlî civîna desteya rêvebiriyê bûn. Asta lêhûrbûyîna te a liser pêvajoya ramyarî, nirxandinên te ên liser bingehê jinûve avakirina rêxistinê a Rêbiriya xwe destnîşandirî zelal û dicîhdebûn. Çi jibo nexşeya rê a liser bingehê pêvajoya agirbesta dû alî hatibû pêşxistin, çi jî liser yekbûyîna KADEK-KNK û jibo KHK perspektîfên Rêberiyê, ji hevalên nirxandinên herî zelal û herî tûj pêşxist yêk jê tû bûyî. Dîsa di bêhndanên civînêde têgihê “şoreşa civakî” ê me nîqaş dikir, birastiyên Rêberiyê şîrovekirin re dibû yek. Pişti şehadeta te reşkirinên dihatin kirin jiber vê sedemê me bi êş dike. Di xalên kut e şîlobûyînek herî hindik jî Jiyan nekirî, dixwazin bidin nîşandan kû te û rêxistinê lihev nekiriye. Rêbazên şerê taybet ên biqirêj û reşkirî, wate dide vê. Helbet hem avahîsaziya me, hem ji malbata te û gele me wate dide.. em baş dizanin kû mirovên te nas dikin, bi van gotinên zûha û hişk nepêkane gomanan bidin çêkirin lêbelê sistem ne zanabûna em hemû ji xwedî wê nêrînên e vêdeye. Bawer bike dinav partiyêde kese herî dawî reşdirinênên wusa liser bên ……… tûyî. Bawer bike, ez wusa difikirim kû ger em tev jî bixwazın vegerin malê, li çiyade mirovê herî dawî bi tena xwe bimînê, ew jî wê tû bî.
Mîna rêhevalek jî Ewrûpa tevlî bûyî, kesekî wekû te evçend bi çiyanre bûyî yek, rêhevalekî biqasî te hatî herkirin ez bawerim pir kêm tên dîtin.
Ez vê tiştê di wateya yekbûyîna bi Rêberî, rêxistin û xetêrê digrim dest.. xwezî te bizaniya yên jî te hez dikin çiqas pirin!... Piştî civîna desteya rêvebiriyê, di rêvebiriya biryargeha leşkeri a HPG’de tû hatibû erkdarkirin, gaba tû çûyî jî çavên te dibiriqîn. Yê me jî jiber me digot piştî pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê emê biçîn biryargeha HPG, bi fikra emê dîsa hevdû bibînîn, xatir xwestina me dîsa liser linga çêbû. Me got “emê hevdû bibînîn” û bi hestên germ me destê hev şidand. Dîtina min a herî dawî ev bû. Berî şehadeta te 15 rojan bû.
Amadekariyên 15’ê Tebaxê hebûn; di demê biryarên girîngde pêvajoyek berfireh bû, û çawan tû çûyî, neçûyî te pir berpirsiyarî girtim ser xwe, û bi heman kedkarî û germahiya xwe ketibû nav karan.
Tû dizanî, roja me xebera şehadeta te bihîst bû rojek ecep? Wê sibê çend hevalan kabûsên buşev dîtin jihevre digotin û şîrovedikirin.
Ne bi îdealîstî dem deman wextê xewn tên dîtin û tê şîrovekirin, ez bawerim bi wî rengî bû. Hinekan Rêber APO di xewna xwede dîtibûn, hinekan jî cendekên dinav xwinêde. Wekû tû têdighî atmosferek giranbû. Ber bi şev hevalekî ji Ewrûpa nû hatî welat ez bi wêre diaxivîm, min yek yek pirsa hevalan ji vê dikir, min dixwest ez rewşê wan fêrbibim. Lihemberî demek kin jî bû ka be emin çiqas bêriya tek iriye ji wê re vedikir, wê jî pirsa te kir. Min jî ji wêre got kû tû li biryargeha leşkeriyî, rewşa te jî başe. Di wê bêhnêde hevala Pelşîn û Sakine hatin mangê. Di rûyê wande wate û êşek wusa diyarbû dida nîşandan kû tiştek xirab çêbûye. Bi vê rewşê dema ketin hindir ez pê hesiyam kû tiştek jinav dile min qutbû. Despêkê min nexwest ez bipirsim û fêrbibim. Lêbelê hestekê bi kêliyekê bû, min bazda hindir û pirsiyara despêkê hat bîra min “jibo rewşa Rêberiyê ma tiştek qewîmiye?” bi vê pirsa min kir, hema pere jibo ez bersiva wê pêr nebim min xwest ez guhên xwe bigrim. Çend deqeyên yek hevalê neaxivî, dibêjin “ger derzi bikevê denge wê tê bihîstin”. Piştî çend deqeyên wusa bêdeng derbasbû dinav îskikûk û kelegiriya tevlîhevde hevala Sakine got “Hevalê Erdal şehîd bû, me Erdal windakir Asya.” Zoriya me bihevre karkirî, me hev nas dikir, bi getinên “na, hîn nû çû, ne yekê dine, ne gengaze” min nedixwest ez bawer bikim, lê piştî me dît raste, êdî kesî giriyê xwe negirt. Bi her hevalekêre bîranînekê te hebû, wê şeve û rojên pîştî wê jî me, tim tû dianî bîra xwe û me bi tere jiyan kir.
Piştî wê jî tevayî hevalên min ditin ez pê hesiyam kû bandoriya vê liser wan heye. Di rojên despêkê ên hatina xwe tû çûbû serdana Akademiya PJA, te torenêde silav dabû hevalan û di derbarê pêvajo û jinûve avakirinêde gotûbêj kiribû.
Hevalên qet te nasnedikir, hevalên wê bêhnê tû dîtîbûn bi wê germahî û dilnizmiya xwe te ew bandor kiribûn, û pir hevalan ew roj di rojaneyên xwede nivîsîbûn. Paşê me xwend.
Dîsa bi çûna xwe a HPG’êre bi tevayî taqeta xwe, te xwe dabû kar, amadekariyên 15’ê Tebaxê te girtibû ser xwe û bi dest sivikî plan kiribû û meşandibû. Li tevayî rojê xwepêşandan û lîvbaziyan hatin nişandan, yek bi yek te pileyên wan li sernivîsa xwed nivîsîbûn û di merasîma belavkirina xelatande te bixwe jî hevalanre ragihandibû. Te digot qey yê xelat digrê tûbû kû ew çend bi keyfxweşî û şanazî pileyê hevalan dixwend. Ya hat jiyankirin qezayeke bêbext û bêxêr bû. Rêhevalê me Erdal’ê kû deste me jê nediçû kû em winda bikin, bi qezayekê windakirina wî, êşa vê di dile mede ewqas kûre, hîn jî gava ez van rêzan dinivîsîm, pêş çavên min xumam dibe, qirika min tijî dibe. Di restiyêde me pir şehadetên bi vî rengi ên bi êş jiyankir. Lêbelê jibo windabûyîna te em ne amadebûn. 15 Tebaxê’de di wextekî te coşa pîrozbahiyê jiyan dikir, wê me jî kî bizaniya, roja pîştî wê eme ete binax bikin. Jibo serdema nû te dikarî pir erkên berfiren bigrî ser xwe. Tû kesayetek bitevayîbû. Bawer bike dagirtina valetiya te ji bom me wê pir zorbe.
Yên pir zêde tû nasnedikirin jî, di pîrozbahiyên 15’ê Tebaxêde bi wê asta tevlîbûyîna xwe te cudabûyîna xwe dabû hesandin, di dilê wande cîh girtîbû.
Piştî şehadeta te bi çar rojan, em gehîştin qada Kanî Cengê. Lingên me ber bi paş diçûn. Ka me soz dabû hev, ka wê tû li benda me bû? Ka wê me hevûdû dîtîba. Bawerkirina wê bixwe jî jibo me giranbû. Ji kêliya despêkê a xebera şehadeta te û şûnde heçkû tim wê tû ji cihekê derkevî û bê, bi wî kene tê yê herdemre min hestek wusa jiyankir. Ka te gotibû “di qezayande hêsanî tiştek bu min nayê”, min jî bi wê gotina te bawerkiribû. Gava em gehiştin hevalan atmosferek pir giran, bi êş û hestan barkirî hebû û li goristana we merasîma 15’ê Tebaxê lê kir, goristana hevalê Mehmet Karasungur lê radize, berdestê sibê me ziyaret kir. Birastî jî bawerkirina wê pir zore. Ax hîna nîpûnû, kûlîlk ew çend serxwe bûn. Bawer bike xeyala tû li bin axê, anîna ber çavan jî pir zorbû. Liser axê tişta herî zêde em pê dihesiyan me nivîsand. Me got “Em Ji Te Hez Dikîn!” Belê rêheval Erdal, birastî jî tû hevalekî şayanê heskirinê bû. Tu hevalek wusa bû, kû mirov gava jiyan dikê, şer dikê, xebat dikê li her qadêde, çi li qadên leşkeri, çi jî yên ramyarî heta dawî te dikarî bi bawerî parvebikî, gotûbej bikî, xebat bikî û hilberînî. Min got, kû te xwe afirandibû. Tû rêhevalek wusa bû, kû di şerde xwe ceribandibû, di pêvajoyên herî zor de te erk dabûn ser şanê xwe û xwe afirandibû.
Di van rojande em hiyerarşî û fêrbûyînên nebaş ên wê di şexsên mede daye rûnîştandin, ji bingeh ve lêpirsîn dikîn. Her hevalê qala te dike, dibêje; “naşibê tû endamên navendê, weke yek ji me bû.” Ev nirxandin di encama dilnizmî û kedkariya te tên kirin. Rastiyêde aliyên te yên gelêrî, kedkar tevayî qadande bandoriye xwe kiriye. Afirandina çemberek bi vî awayî ya heskirinê, bawer bike, ev bixwe jî dilpakiyek herî mezine! Xwezî me teva bikariya em weke te bîn, weke te jiyan bikin.
Pir encam hene mirov jî şehadeta te bigre, lê te biryariya em tev bibin weke Erdal bi mere çêkir. Bê hesap û bê berjewendî xwe tevlî kirin, windanekirina rûhê xwe yê mina zarokan, bi wê asta xwe ya di hindirde rûniştandina xetê û derbaskirina jiyanê re, di demekê hemberî Rêberî û tevgera me kampanyayên pir alî ên erîşkariyê dihatin meşandın di asta xetêde te bersiva “çawa jiyan bikîn” da.
Em êşa şehadeta te jî kûrahî hîs dikin, em jibo malbata te, gelê me ji tevahî avahîsaziya KKK’êne sersaxiyê dixwazin û soz didin Te.
Di şer û jiyanêde emê bibin parêzvanên bê aman ên xeta te û şopvanê sekinandina te a nimûne. Bi îddîaya am jî mîna Te bibîn rêhevalên şayanê heskirinê, emê biser pêvajoyêde biçin.
Emê te jibîr nekîn û bi tere jiyanbikin Erdal…
Asya Deniz
- Ayrıntılar
Îro dîsa bi rojeke nû û demeke nû re, tav rûye xwe dide wargehên gerîllayan. Şîverê yên gerîlla, di bin siya ewran de hêdî hêdî derdikeve. Lê belê, dîsa jî tarîbû roj.
Weke herdem, dîsa çenteyên me li ser pişta me ye em dimeşin. Rêya me dirêje, hinek jî zor e. Lê belê, dîsa jî bi moral û coş em dimeşîn. Carna em rêya xwe şaş dikin, carna jî em di şîverê yên xwe yên her timî de derbaz dibin.
Şîverê yên ku em li ser dimeşîn, derdorê wê bi kulîlkên cûr bi cûr hatine xemilandin. Bêhna çiya, weke bêhna dayîkan me himêz dike. Bi ruxmê em grubekî hêjmara xwe pir jî bûn, lê belê ji ti kesî deng dernediket. Herkes li xweşikbûna xwezayê temaşe dikir. Her der bilind û xweşik bû. Çiqa em hildikşîn berbi jor de, baya ku li rûyê me dida sartir dibû.
Piştî bi çar seatên ku em meşiyan, li cem kaniyekê biçûk me navber da meşa xwe.
Hevalê Rojhat; ‘‘heval, heval, ez ava zozanan pir hes dikim’’. Min jî bi rûyekê ken bersivand; ‘‘ma kî hes nake, hevalê Rojhat’’?
Hevalê Rojhat, ‘‘Rast e, lê belê ez ji her kesê bêhtir hes dikim’’.
Temam, hevalê Rojhat, me fêm kir. Lê belê weke tu jî dizanî, vexwarina ava pir, zik jî diêşîne. Tu dîqat bikî baş e. Tu yê rê de bimînî.
“Were were, berî ku em bi kevin meşê av vexwe. Çima, ez pir av divexûm, ez ê ji tere bêjim’’. Hinek hevalên grubê, stirîyên gura xwe derdixistin, hinek jî bêdeng bi rûniştî çavên xwe çilmisandî bûn.
Ez ji zarokatiyê heya niha, ji bîranînên mirovan hes dikim. Lê belê, bîranînên gerîlla li cem min hîn bêhtir cuda ye.
“Min ji hevalê Cudî re sond xwariye, di vê ez vexum’’.
Hevalê Cudî, ji Serhedê bû. Bi ruxmê temenê wî jî biçuk bû, dîsa jî weke cina bû. Min û hevalê Cudî me di şkeftekê de hevdu nas kir. Em herdu jî birîndar bûn. Bi ruxmê ku birîna wî ji ya min girantir jî bû, lê dîsa jî wî moral dida min. Me pir xwîn winda kiribû. Ji bo wê me nedikarî avê vexun. Lê belê, qirika min ji tîhna bi hevdu ve zeliqiye. Yê hevalê Cudî jî wisa bû. Lê belê hevalê Cudî qet behsa avê nedikir. Di dawiyê de min xwe negirt û min pirs kir; ‘‘hevalê Cudî ne tîhnî’’?
Hevalê Cudî; ‘‘ çawa ez ne tî me, kezeba min di şewite ji tîhna. Lê belê ez nikarim vexum. Ez avê vexum, ez ê şehîd bikevim. Lê belê niyeteke min a wisa nîne. Min soz daye, ez ê lîmonên dayîka xwe jêre bibim’’.
Hevalê Rojhat; ‘‘ kuro, lîmonên çi, ez behsa avê dikim hevalê Cudî’’.
Hevalê Cudî; ‘‘min fêm kir, ez ê ji hevalê xwe re bêjim. Berî ku ez tevlî rêxistinê bibim, dayîka min eprex çêkiribû. Dayîka min ji min re got, kurê min, biçe dikanê ji min re nîv kîlo lîmon bikire. Ez jî li biskilêta xwe siwar bûm û min rêya dikanê girt. Min lîmon ji dikanê girt û ez zivirîm. Di zivirînê de min milîsê gundê me dît.
Min jêre got, tu yê biçî kuderê, ez ê bi tere werim. Milîs qet li min guhdar nekir, rêya xwe berdewam kir. Ez ji lîmon û biskilêta xwe peya ketim û hatim serê çiya. Milîs ji min re got, kuro tu biçukî, dayîka te li benda te ye biçe, ger tu werî jî biçe lîmon deyne were. Min jî qet guhdar nekir. Ma çawa çêbû, ez têm serê çiya. Ez ê piştî şoreşê nîv kîlo bidim, destê wî maç bikim û em ê li hevdu werin’’.
Ez matmayî li hevalê Rojhat guhdar dikim. Hevalê Rojhat, her behsa hevalê Cudî dike, çavên wî tije rondik dibe. Lê belê nahêla rondik ji çavên wî dakeve. Bêdeng û hêdî hêdî kesereke ji dil kişand, berê xwe ji min zivirand û li hevalên din meyze kir. Lê belê ez israr dikim ku gotinên xwe berdewam bike. Ez neşkandim û berdewam kir.
“ Ew tam di roj bû me av ne vexwari bû. Rast e, ez hem li hevalê Cudî guhdar dikim, hem jî yek sanye av ji aqlê min dernediket. Wê rojê min ji hevalê Cudî re got; ‘‘ez ji tere soz didim, ez hew behsa avê dikim, heta ez baş bibim’’.
Hevalê Cudî; ‘‘Temam heval, lê piştî em jî baş bibin, em li ku avê bibînin hate zikê me pê biêşe em ê vexûn’’. Eger ez şehîd jî bikevim, li şuna min nîv kîlo lîmon bibe ji dayîka min re. Temam heval ji bîrneke.
Hevalê Rojhat, berê gotina xwe bi dawî bike, li min meyze kir û wisa got;
‘‘hevalê Cudî ji bo here tedawiyê ji me qut bû. Berê ku em ji hev qut jî bibin, min jêre got tu ji dayîka xwe re lîmon bibe, ez ê jî herdem ji bo te û ji bo xwe avê vexûm. Dinavberê de salekê neçû. Di kemîneke bêbext de şehîd ket. Ew roj, ew roje. Ez ji bo wî û ji bo xwe avê vedixûm, heta ku zikê min pêdiêşe.
Min nedizanî ez ê çi peyvê jêre bilêv bikim. Hevalê Rojhat bêdeng ruyê xwe li min guhert. Hêdî hêdî di ber xwe de; ‘‘divê ez lîmonên dayîka wî piştî şoreşê jêre bibim. Meşiya û meşiya.
Bi bêdengî bi hevalan re ez ji cihê xwe rabûm, min barê xwe danî li ser pişta xwe û ez meşiyam. Dinavbera vê meşê de min li bîranînek bi êş guhdar kir. Çiqasî dilê min êşandibe jî,
Lê dersek da min ku hertişt wateyekê xwe heye.
Zîn Koçer
- Ayrıntılar
Xweseriya demokratîk ne nû hatiye îlankirin. Di bingeha xwe de, rojek beriya newroza 2005an weke diyarî û xelata ji bona berxwedan û têkoşîna gelê Kurd, ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan ve hatibû îlankirin. Piştî îlankirinê tenê bi rojekî, xwedî derketina gel di asta herî jor de li qadan deng veda. Ji wê rojê û pêve xweseriya demokratîk bûye rojeva esasî a gelê Kurd, raya giştî a demokratîk û xêrnexwazên gelê Kurd. Wisa dixûye ku di rojên li pêş me de jî, wê cihê xwe yê di rojevê de biparêze.
Her hêz û derdor li gorî xwe şîroveyan pêş dixin.
Hin jê dibêjin “ne mimkûne ku xweseriya demokratîk were qebûlkirin.”
Yên ku wısa dibêjin, kes û derdorên ku naxwazin îradeya gelê Kurd qebûl bikine. Ango, ji demokrasiyê nesîbên xwe negirtine. Bi gotinekî din kes û derdorên xêrnexwaz in.
Li gorî wan hebe û nebe demokrasî pêwîste bi destûra dewletê pêş bikeve. Liv û rêxistiniyên ku ne li ser esasên fermî yên zagonên dewletê pêş bikevin, bi “teror” têne binavkirin. Demokrasî li gor wan tenê tê wateya ji çar-pênc salan carekî çûyîna ser sindoqan û deng dayînê. Piştî ku qaşo wekîl têne hilbijartin, êdî gel nema dikare tiştekî ji wan re bibêje. Ji ber ku gel ew hilbijartine. Xwedan mafê destnedayînê ne. Mafê xwe yê “demokratîk” û dîrokî bi kar anîn e û êdi lazime vîna xwe radestê van wekîlan bikin.
Gelo ev wekîl, heke di şûna ku bibin dengê gel û li hemû qadên jiyanê nûnertiya gel bikin, wekî ku îro AKP bi destên polêsên xwe êriş dibe ser gel bikin, wê çi bibe?
Li hemberî keç û xortên, ango zarokên gel operasyonên leşkerî yên tunekirinê pêş bixin, wê çi bibe?
Gelo wekîlên gel ku wekî nûner û berdevk hatine hilbijartin werin girtin û cezakirin, wê çi bibe?
An jî bi şêwazekî organîze berê faşistan bidin ser gel, hewildanîn lînçkirinê pêş bixin, wê çi bibe?
Gotinekî Kurdan heye, dibêje “welleh bavo xweş kar e!”
Tê destpêkê axa Kurdan dagir bikî, piştre gel koçber bikî, ji ax û civaka wê qut bikî, bixî muhacir û berê wan bidî çol û çiyan, piştre jî bi hemû hêza xwe ve êriş bibî ser da ku tune û bê îrade bikî. Rêberê gelê Kurd navê vê stratejîyê wekî “fahîşetiya siyasî” bin av kir.
Wekî ku wekîlekî AKPê jî anîbû ziman “ma destên yên li hember, hirmiyan kom dike!”
Mirov pêwîst dibîne ku carekedin wateya demokrasiyê bi bîr bîne. Me ne ew e ku wekî benîştê di devê hemû rayedarên dewleta Tirk de ye û dibêjin “birêvebirina gel a xwe bi xwe ye.” Di bin zext û zora hêzên ewlekariya dewletê de yên ku pêşiya demokrasiyê digirin kî ne wê çaxê? Gelê Kurd jî bi îlankirina xweseriya demokratîk da nîşandan ku ka kî/ê demokrasiyê pêş dixe û kî jî asteng e…
Helbet wê gelê Kurd li hemberî tunekirinê parastina xwe ya rewa û cewherî pêş bixe. Demokrasî û xweseriya demokratîk a ku gelê Kurd jê fêm dike, di vê wateyê de hatiye pênasekirin. Lazime were zanîn.
Niha jî hin kes û derdor rabûne dibêjin “biryara gel ne di cih de ye.”
Ez dibêjim ku, yên vê gotinê dikin an qibleya xwe şaş kirine, an jî ji wijdan bêpar mane. Wijdana xwe winda kirine. Lewra jî di aliyê exlaq û edep de lewaz in. Bê gûman gelê Kurd xwedan civakeke exlaqî û wijdaniye. Tabî ez kes û derdorên ku îlankirina xweseriya demokratîk dipejirînin û tenê wextê biryarê rexne dikin, li derva digirim.
Mijara dema ilankirina xweseriya demokratîk, pêwîstiya lêkolînkirina bûyera Farqîne derdixe pêş me. Gelo ev bûyer çima û bi çi awayî qewimî? Ji bo çi gerîlla pêwîstî bi pevçûneke wisa dît? Birastî jî gelo gerîlla ji vê pevçûnê berpirsiyare, an hikumeta AKPê berpirsiyar e? Bersiva van pirsan jiyaniye û pêwîste li gor heqîqatê bersiv were dayîn? Heger li ser bingeha heqîqatê bersiv neyê dayîn dê webala wê ya dîrokî pir giran bibe. Ji ber ku mijara gotara me ne ev e, ezê pir bi berfirehî bersiv nedim. Jixwe bersiv pir aşkereye. Birêz Demîrtaş jî di asteki de bersiv da. Bersiv lazime were temamkirin.
Bere her tiştî mirov dikare li ser bersiva birez Demirtaş van pirsan zêde bike: Gelo hebûna artêşa Dewlete Tirk a li ser van axan rewaye an na? Çi karê artêşa Dewleta Tirk li cih û warê gelê Kurd heye? Him jî bi ewqas hêjmareke zêde, bi cure cure rexistiniyên kontrawarî û bi teknolojiya herî pêşketî!
Di destê gerîllayên Kurd de çi heye, ji xencî bawerî û qehremantiyê?
Di vê pêvajoyê de dewsa ku ev mijar bêne zelalkirin, rojev bi şêwazên curbecur têye berovajîkirin.
Heqîqet, edalet û demokrasiya ku AKP û çapemeniya alîgir diyar e ku ewqas e! Niha xwendevanên me dibêjin “tu pir nerm tînî ziman.” Lê mirov hêja nabîne ku devê xwe xira bike.
Serdema em tê de, ku wekî “bihara gelan” hatiye derbirînkirin, di aliyê ragihandin û zanisatiyê de gelan aniye asteke bilind.. Êdî ne mimkûne ku agahî û zanebûn tenê di bin venêra tekel, ango desthilatdaran de bimîne.
Gel êdi pir baş dizane ku civaka xwezayî û demokratîk, ango exlaqî û polîtik tê çi wateyî.
Gel êdi pir baş dizane ku ne mecbûre di bin zext û zora dewletan de jiyan bike.
Gel êdî pir baş dizane ku dervayî dewletê, bi xweseriya demokratîk jî jiyankirin mimkûne û hîn pîroztirîn e.
Gel êdi pir baş dizane ku civakên dîrokî, xweseriya demokratîk û azad jiyan kirine. Him jî bi hezaran salan.
Heger em vegerin mijara rojeva xweseriya demokratîk em dikarin bêjin ku îlankirina xweseriya demokratîk dibe pêngava yekemîn a jiyana ku gelê Kurd ji xwe re ecibandiye. Tiştê dixwûye, dê ev pêngav hîn bi pêngavên xurttir û cesarettir were piştgirîkirin. Piştî îlankirina xweseriya demokratîk, şêwazên, ango rê û rêbazên birêxistinkirin û xistina meriyetê a xweseriya demokratîk, wê heya demekî cihekî seretayî a rojeva gelê Kurd dagire. Rojevên wekî li hemû qadên jiyanê avakirina meclîs û platformên gel, makezagona xweseriyê, xweseriya aborî, çandî, tendûristî, hêzên parastina cewherî û hwd…
Û dîsa dixûye ku dê ev pêvajo bê pevçûn derbas nebe. Lewra jî mijara parastina cewherî a li hemberî hemû cureyên êrişan, dê wekî mijareke esasî ji rojevê dernekevin.
Heger ew rojên biryar were dayîn ku gel êdî vergî nede dewletê, neçe dibistan û leşkeriya dewletê, saziyên dewletê yên tendûristiyê bidestê xwe bixîne, pirsgirêkên xwe li dewsa saziyên dewletê bi civat û platformên xwe bi xwe çareser bike, bi kurtasî dewlet bi temamî li qadên xwe yê jiyanî bertaraf, bê bandor û pûç bike, dê aloziya esasî wê demê were dîtin.
Gelê Kurd piştî ewqas bedel da, ewqas êş û azar kişand –ku nayê hiştin ji zarokên xwe re mezelekî diyar jî ava bike- biryara xwe ya jiyana azad daye. Ji vê biryarê dê tu caran paşte gav neavêje. Ew serdama “Kurdên bi dûvik” derbas bû. Lazime dost û dijmin hemû vê rastiyê baş bibîne. Em di 14ê Tirmêhê de bûbûn xwedan rûmet, em dîsa di 14ê Tirmehê de bûne xwedan azadî. Ji berk u me hêz û biryardariya îlankirina vê nîşan da.
Rojevên pir germ û dewlemend li pêş me ne. Erkên temamkirina kêmasiyên rêxistinkirina xweseriya demokratîk û temamkirina heft lingên esasî yên çareseriya netewa demokratîk li pêş me ne. Em ji vê re amade ne.
Wekî gotî “me li ber xwe da, em li ber xwe didin, emê li ber xwe bidin!”
Mansur Berken
- Ayrıntılar
Mîna şekirê wê,
Hestyar in,
Mîna cangorî Newalê,
Zarokên Amedê ji temenê xwe mezintirin,
Ji ber ku ji salên xwe zêdetir ceza digirin,
Zarokên Amedê mexrûr in,
Rondikên xwe diherikînin nava dilê xwe.
Zarokên Amedê şîrîn in
Mîna Mazlûm in.
Mazlum Erencî ango bi navê kod Yilmaz Piling di sala 1992’an de li Amed’ê jidayîk dibe. Sala ku Mazlum jidayîk dibe bajarê Amedê û tevahiya Kurdistanê di nava agirekî de ye. Ev ciwanê kurd jî di nava şer û pevçûnê de zarokatiya xwe derbas dike. Zext û zora ku li ser gelê kurd tê kirin û li dijî vê têkoşîna ku tevgera azadiyê dimeşîne bandoreke mezin li ser Mazlum dike. Di rewşeke wisa de Mazlum jî bi doza gelê xwe re eleqedar dibe. Hê mazlum 15 saliye li Amed’ê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi kar dike. Kar û xebata rojnamevaniyê gelekî bi dilê Mazlum e. Li wê derê hem bi zimanê xwe dinivîse û hem jî bi zimanê xwe mezin dibe.
Mazlum Erencî di 14'ê tîrmeha 2008'an de bi bahaneya ku beşdarî çalakiya şermezarkirina tecrîdkirina rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan bûye ji aliyê polîsên dewleta Tirk a Kurdistan dagirkirî ve tê binçavkirin û êşkence lê tê kirin. Piştî êşkenceyê bi 3 rojan ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî tê dayîn. Dema ku mazlum dibin girtîgehê hê 16 saliye. Mazlûm 9 meh û nîvan li Girtîgeha Amedê Tîpa E’yê radigirin. Piştî bi 9 meh û nîvan li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dadgehkirin û serbest tê berdan. Lê heyeta dadgehê bi îddaya ku Erencî "Endamê rêxistinê ye" 4 sal û 2 meh û bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 6 sal û 20 roj ceza didiyê. Her wiha derbarê Erencî de bi îdîaya li dijî xala 2911'an derketiye 2 sal û 9 meh cezayê girtîgehê didinê. Heyeta dadgehê bi tevahî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Erencî dibire.
Di 22’ê Nîsana 2009’an de Mazlum Erencî ji gîrtîgehê derdikeve , piştî ku mazlum hate berdan serî li şaxê ÎHD'ê dabû û hem êşkenceya di bin çavan de hem jî dema ku hate binçavkirin wiha anîbû ziman:
"Em li parka Koşuyoluyê bûn, polîsan li wê derê bi bahaneya ku em beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne em kirin binçavan. Me li wesayîtê siwar kirin û birin TEM'ê. Lê hê beriya ku me bibin TEM'ê di rê de êşkence û heqaret li me kirin. Gotinên pir xerab gotin. Zextên polêsan li TEM'ê zêdetir dewam kirin. Gelek polîsan li me xistin û heqaret li me kirin. Piştî bi 4 rojan careke din em birin nexweşxaneyê. Li vê derê şopên êşkenceyê li ser min hatin tespîtkirin û bijîşkan xwest ku raporê bidin min. Lê polîsan destûr neda. Dîsa min di nexweşxaneyê de got ez xebatkarê Azadiya Welat im. Li ser vê gotinê dijûn û heqaret zêde bûn. Piştre jî me birin dadgehê û dadgehê biryara girtinê da. Piştî 9 meh û nîvan 7 sal û 8 meh ceza dan me û em hatin berdan.”
Piştî ewqas êşkence û girtinê Mazlum êdî naxwaze di bin zext û zorê de bimîne. Mazlum dixwaze biçe çiyayên welatê xwe û li dûrî polîs û pergala dewletê bisekine. Di sala 2010’an de mazlum ji bajarê ku lê mezin bûye Amed’ê derdikeve û berê xwe dide çiyayên kurdistanê û tevlî nava refên gerîla dibe. Piştî ku mazlum digihêje xewn û xeyalên xwe navê xwe jî dike Yilmaz Piling.
Di 29’ê Hezîranê de artêşa dewleta tirk li navçeya çemîşkezek ya girêdayî dêrsimê operasyonekê pêk tîne. Li dijî vê operasyonê gerîlayên HPG’ê jî di çarçoveya parastina rewa de xwe diparêzin. Lê şer mezin dibe û di derengiya şevê de gerîlayê HPG’ê Mazlum Erencî ango bi navê kod Yilmaz Piling û gerîlayê TKP-ML’ê yê TÎKKO’yê Yordal Yildirim ango bi navê kod Muharrem jiyana xwe ji dest didin.
Mazlum Erencî piştî ku ji girtîgehê derketibû beşdarî bernameya bi navê Dengvedana Peyvê bibû û li wê derê bal kişandibû ser zext û zora Dewleta Tirk... Bernameya dengvedana peyvê di 6’ê tîrmeha 2010’an de tê çêkirin û di 29’ê Hezîrana 2011’an de tê weşandin. Yanî roja ku Mazlum jiyana xwe ji dest dide di heman rojê de li ser televizyonê axaftinên wî derbas dibe...
Piştî ku mazlum jiyana xwe ji dest da malbat û hevalên wî ji bo girtina cenazeyê wî çûn meletiyê. Malbat û hevalên wî piştî ku cenaze wergirtin berê xwe dan Amedê. Cenazeyê Erencî di ketina bajêr de ji aliyê bi hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û li ser milê xwe birin Mizgefta Şefîk Efendî ya navçeya Amedê Baxlerê. Di merasimê de parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan û Emîne Ayna, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, rêveberên MEYADER'ê, hevalên mazlum yên Mexdûrên TMK'ê, malbat û xizmên Erencî û gelek kes amade bûn. Hevalên mazlum yên mexdûrê TMK'ê darbesta Erencî wergirtin û birin goristana Yenîkoyê. Li goristanê piştî vecîbeyên dînî darbesta Erencî bi ala PKK'ê hate pêçan û ji aliyê hevalên Erencî yên mexdûrên TMK'ê ve hate hilgirtin û heta gora wî meşiyan...
Çavkanî: Stêrka CiwanXwe di gulistanên hinarkên te de, wek pirsekê, vedişêrim.
Xwîna xwe ya sor tevlî xwîna te ya şîn dikim,
Xewna xwe di çavên te de dilorînim,
Û keriyên peyvên xwe yên birçî
Li deştên sînga te diçêrînim...
- Ayrıntılar
Vê carê tu navnîşana pirtuka min ya ku nehatiye nivîsandin. Hevala min Têkoşîn, delalê li ber dilê min… Ji nav dilê xwe yê bi êş, jı te re dinivisînim. Nameyek ji mizgîniyê ji nava dilê çiyayên ku azadî dibiriqe û mezin dike dişînim. Ez li te digerim, dixwazim bêhna porê te bikim, dengê te yê zelal bibihîzim. Dengê te yê ku mirovan dixe nav xeyalên kur. Keça ware azad Têkoşîn; te tînim bîra xwe, di hizrandinên xwe de xeyalan dikim û sûretê te yê ruken tînim li ber çavên xwe. Dema dibihîzim nave te yê bedew, diherikim ber bi warên azad ya Botanê ve. Kulîlka li ber çeman, nergîza li ber kaniya, êdî bese… Ma heta kîjan dem tu bikişînî derd û xeman, heta kîjan demê bikişînî xem û kulan. Ka serî xwe rake û hewirdorê xwe bimeyzîne, dar û daristan hewirdorê te dorpeç kirine, demsal bûye payiz li Gabar bûye zivistan, her der bûye berf û baran.
Hevala min, Têkoşîna min, evîna dilê min… Gula li ber bêhna min, stêrka tariya şevê ez jî bi du te ketim û bê te bi tenê mam. Li van warên azad her dem li te digerim, keniya li ser ruyê te di ezmanên sêwî mayî de digerim, dengê te yê ku mirovan dixe nav demên dûr, bi dengê xwezaya bedew ve dibihîzim û xweşikbûna çave te yê ku mirov dikeve nav jiyanekî dirêj û dûr. Deryaya hevaltiya min neçe nav xeribiyê, li axê nezivire, tu jî dizanî ku em nikarin hevalê xwe yê rûken dur jiyan bikin. Dilê min ê ku di nav deman de rêwîtiyê dike ra nake rêhevala minê bedew.
Heval Têkoşîn hevalekê wisa bû di jiyana xwe de tu kes jê nediêşiya, di hevaltiya xwe de û di jiyana xwe de her dem minak bû. Xwedî zanistiyekê mezin bû, di meş û tevgera azadiyê de her dem bi taybetmendiya xwe yê hevaltî ve derdiket pêş. Bi vê taybetmendiyê ve diket nav dilê hemû hevalan. Di xebat ü têkoşîna xwe ya azadiyê de xwedi pîvan û rêgez bû. Tu car sere xwe ji nebesî û kêmasiyan re neditewand û li hember hemû zor û zehmetiyan xwedî helwestekî bû. Ji bo heval Têkoşîn çi merc bibe bila bibe her dem di nav kar û xebatan de li pêş bû û erkên mezin cî bi cî digirt li ser milên xwe. Jiyana xwe de bi hestên berpirsyariyê nêzî dibû, her peywîrên ku diket pêşiya wê bi awayekî bawer diçû li ser kar û her dem karê xwe bi serkeftî dawî dikir. Heval Têkoşîn bi van taybetmendiyê xwe ve di têkoşîna azadiyê de roj bi roj bilind dibû û her dem mezinbûna şoreşgertî ji bo xwe hîm digirt. Ji bo wê di nav hevalan de xwedî cîhekî taybet bû. Bi heskirina xwe ya hevalan û bi heskirina jiyanê ve wek têkoşerekî azadiyê rol dilîst. Her dem xwedî coş û moralekî mezin bû, caran bi stranan, carna bi helbestan reng dida jiyana xwe û ye hevalan. Erk û berpirsyariyên xwe yê şoreşgerî li ser her tiştê de digirt û ji bo vê heta dawî hewl dida. Bi vê wateyê ve her dem rêveber ü rênas bû. Heta roja ku me bi heval Têkoşîn re jiyan dikir, wek hemû dildarê jiyana azad tevli kerwane şehîdan bû. Heta hênasa xwe ya dawî di meşa azadiyê de wek her demê heval Têkoşîn di pêş de cî girt. Ew wek şopvanê şehîdên nemir tevgeriya û di dawî de gîhaşt hesret û bêrîkirinên xwe yê mezin. Bi vê zanabûn û hestên azadiyê bû şopvanê şehîdên şoreşa Kurdistanê û xwe kir taca li ser xaka Kurdistanê. Gîhaşt dîroka hûndabûyî û bi dayîka pîroz re hevdîtinekî azad pêk anî.
Têkoşîn bejna sosina welatê min, zeriya tava me ya azadiyê… Ez niha li te digerim rêhevala min, ew bejna te yê narin dihejîne, gul û sosina li ser axa welatê min tu xezala li ser çiya û zinaran… Ez her çiqas hewl didim jî te nabînim, çavê min li benda te rêwî ma li ser rêkên dîrokê. Şehîd ji bîr nakim ew dilê te yê ku dibe şewqa tîrêjên rojê, ew hestên te yê ku hewirdor ronî dike û ew meşa te yê ku di her bihuştê de dengê dîrokê hişyar dike. Heval Tekoşîn keça wargehê azadiyê, xwedavenda bihuşta welatê min, tu bû efsûna jiyana azadiyê, dengê dilê çiyayê Gabarê, ba û bahoza heyva mijdarê. Va ji te xatir dixwazin gulên sor û zer, diyarê te dikin hemû bedewiya biharê.
Bêhna bihara zêrin ji te re rê dikim rêhevala min…
Hêvîdar Raperîn
- Ayrıntılar
Her demsalek di hindirê xwe de cîhaneke nepenî dihewîne. Cîhan jî bi xweşikbûna her demsalekî re çavê xwe ji nû ve bedlike û derdorê xwe temaşedike. Mîna zarokê ji nû ve di deryaya çavê dayika xwe de wata jiyanê hîs dike. Jiyan jî hebûn û hestên xwe bi van demsalan tîne ser ziman û bi her demsalekî re jî mirovahî xwe nû dike û şerê jiyan û mirinê ji nû ve destpêdike. Xweza bi bedewbûna xwe mîna heyva çardeşevî rêwîtiya kerwanê azadiyê dike.
Havîn jî bi ked û xwîdana xwe, li deşta rojê meydana şahsiwarê gerdûnê digerîne û li pey xwe kefenê mirinê diçirîne. Qêrîna Zivistanê bi tûndî dixwaze serdestiya cîhanê bike û li ser erşê ezmanan rûne. Pelçemokê daristanan jî li ser şopa payîzê serhildan û qêrîna gelan bi rê têxe.
Lê di nava giyan û xweşikbûna van çiyayan de, jiyan xwe bi rengekî cuda tîne ser ziman. Xweza bi gerîla re rêwîtiya jiyanê dike û gerîla mîna koçerekî bi her demsalekî re govenda zayînê digerîne. Mîna baz û pez koviyan ew hêlîna xwe li navsera çiyayan dihûnîne û tîrêjin rojê hembêzdike. Li ser dêmê xaka kevana zêrîn û li ber bejna simbilên bi xêr û bereket dilan sermest dike .
Erê! Gerîla evîndarê jiyana xwezayî, deng û rengê wê yê bê mirin e. Mîna ava çem û deryayan tim jiyanê zindî dikin, ji çiyayan bilintir û ji deryayan kûrtir, mîna Buharê bi xeml û xêlin. Ew dengê xaka pîroz, keskesora Cûdî, Gabar û Zagrosan e û mîna şahdemarê giyan û jiyanê, bi hev re bûne dost û heval. Mîna pepûleyan ji çiyayekî ta çiyayekî û ji gundekî ta gundekî, bi yek dil û vîna xwe, bedena şûn waran dixemilînin. Ew in diyariya xaka bereket û hebûna gelê bindest. Ji bona wan sar û serma ne xeme, ji ber ku dilê wan her dem germe û ji bona azadiyê her tim lêdide. Çiya ji bona wan dîroka zayîna insan e, roj û şevên wan mîna şewqa stêrkan tim geşin û diçirisin. Rêwîtiya wan a jiyanê, mîna mîlê demjimêrê, tu rawestgihan ji bona xwe nasnake. Ji ber ku tama jiyanê li cem wan û di nava bedena wan çiyayan de pir cudaye. Ji ber ku mirov di nava jiyana gerîla de ji nû ve xwe nasdike û bi keda destê xwe û vîna azad jiyan dike û her hewildanê mirov ji bona efrandina jiyaneke nûjen e. Weke din mirov di eynika rastiyan de xwe ji nû ve dibîne û jiyanê mîna dayikekî bi hemû hêza xwe hembêz dike. Ev jiyan mîna xwezayê her tim zindî ye û ji mirovan re dibe guh, çav û ziman. Mirov tê de bi çavê xwe xweşikbûna jiyanê ji nû ve hîsdike, bi zimanê xwe jî ji nû ve peyvan li pey hev rêzdike û rastiya vê jiyanê li ser rûpelên dîrokê xêzdike. Mîna wêneçêkerekî bi teliyên xwe yê zêrîn li ser bedena xaka pîroz wêneyên zindî xêz dike.
Her tiştê vê jiyanê, ji bona wan hesan dibe, ji ber ku amacê wan mezinin û hêviyên wan yê jiyanê mîna çiyayan bilindin û mîna deryayan kûrin. Di şer û cengê de mîna lehengan meydanê dixwînin. Ne germahiya Havînê bi dijwariya xwe û ne jî bayê Payîzê û berfa Zivistanê bi sir û seqema xwe zora wan dibe. Ji ber ku ew di deryaya dilê xwe de hêviyên Buharê dihewînin û mîna berfînan berxwedan bûye parçek ji jiyana wan.
Jiyan bi xwe ji bona wan qada perwerdeya herî mezin e, ji bona wê hemû demjimêrên jiyana wan bi kar û xebatê dagirtî ye. Bi şev û roj û di her şert û mercan de ew xwe perwerde dikin, mîna ava ku ji bin belekiyê berfê dizenzile û li ber tava Buharê diçirise û ber bi dol û newalan ve diherike. Ew jî bi rêya perwerda ku dibînin dil û mejiyê xwe paqij dikin. Rêwîtiya wan rêwîtiya azadiyê ye û mîna pêlên deryayan tu sînoran ji bona xwe nasnakin.
Her demsala Zivistanê ji bona wan destpêkeke nû ye û vegotina hemû demsalan xwe di hindirê wê demsalê de tîne ser ziman. Ji ber ku ew jî mîna xwezayê di her Zivistanekî de xwe ji bona zayînekî nû amededikin. Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, ji nû ve xwe ji bona nûrojeke bi serkeftî bi rêya perwerdê û ji nû ve avakirina kesayetê, xwe bi hêz û vîn dikin. Ji ber ku ew jî mîna her zindiyekî li ser rûyê vê xakê jiyan dike, bi hazirî û tevdîr tev digerin. Ji bona wan demsala Zivistanê demsala perwerde û amedekariyê ye. Lewra di vê demsalê de, xwe ji nû ve di ber çavan re derbasdikin, kêm û kurtiyê xwe nasdikin û mîna avzêmê xwe her tim nû dikin. Bi coş, heyecan û kesayeteke nû, rêwîtiya xwe didomînin û mîna birûskê dixwazin cîhanê bi remanê xwe ronîbikin û sînorên di nava dilan de bihelînin.
Li ser çiyayan mîna kovî û xezalan govenda zayînê digerînin. Li ser dijminê xwe de mîna şûrê Guhderz û gurzê Rustemê zar dijwar û bi hêrsin. Bi kêf, şadî û bi dilekî tijî evîn mîna gulên Buharê, cîhanê tev hembêzdikin. Her tim xwe bi rext û fîşekan dixemlînin, ji bona wan çek mîna parçeyekî ji canê wan e û weke ku ew dibêjin bê wê dijmin nayê rê. Ji bona vê yekê her tim ew dixwazin, bi rêya perwerdeya ku dibînin hîn bêtir hakimiyeta xwe hem di milê şer û hem jî di milê jiyanê de xurtbikin. Ew çeka ku li ser dijminan de her tim mîna dojeh û qebristanê ye û ji bona dost, heval û gelan roja cejn û tolhildanê ye. Ji bona wê, ew di şerê xwe yê jiyanê de, ji bona xwe tu qeyd û bendan nasnakin. Bi qêrîna xwe dîwarê zindana tarî li ser dijmin de dihilweşînin. Bi deng û agirê çek û remanê xwe neyar û dijminan dişewitînin.
Ji bona wan her demsaleke Zivistanê amedekariya Buhareke nû ye, ji bona vê yekê ew xwe ji her milî ve ji bona şer û cenga giran amede dikin. Mejî û dilê xwe bi rêya perwerdê paqijdikin û dixwazin ji bona Buhareke nû di meydanê de li beramberî dijminê xwe serkeftîbin. Mîna roja ku tariya zilm û zordariy serdestiyê tar û mar dike. Ew jî bi hatina her Buharekî re bi xwîna xwe ya dikele û hestên xwe yên ku bi asoyên azadiyê av dane serçopiya jiyanê dikşînin.
Erê ew gerîlane, mîna evîna pepûle û gulan û heskirina çeman ji deryayan re, her tim bi hêviya xwe gihandina rojên azad tevdigerin. Ji ber ku azadî di serî de ji bona xwezayê û her zindiyekî ku di nava vê xwezayê de dijî pêdiviyekî jiyanê ye û ew mîna av, nan û henaseyê, ji her mirovekî re pêwîs e. Ango her insanekî dikare bê av û nan heyanî demekî jiyanbike, lê nikare bê azadî jiyanbike, ji ber ku mirovê azad bibêje ku ez mirov im.
Dibe ku jiyana gerîla hatibe bihîstin û guhdar kirin an jê bi dîmenan hatibe temaşekirin. Lê ev tevger tevgera şehîdan e û tenê yê ku di nava van rastiyan de jiyan dikin û her roj ji bona jiyaneke azad li beramberî mirinê şer dikin û li ber xwe didin, hîn bêtir wata vê jiyanê nasdikin, hîsdikin û bi dil, can û vîna xwe ya azad hembêz dikin.
Ahmet Azad
- Ayrıntılar
Di civakê de ciyên ku jin di bin siya zilam de jiyan neke, nînin. Her gaveke ku jin tavêje, misoger ji milê zilam ve tê çavdêrkirin. Ev nêzîkatiyên ku li hemberî jin têne pêşxistin, çavkaniya xwe ji ferasetên gelekî paşketî digire. Di bin navê parastina jinê de zilam mafê xwe dibîne ku her nêzîkatiyekî li hemberî jinê bide raberkirin. Mînak li Îranê sîstema meleyan zewaca keçan di neh saliyan wan de, kirine zagon. Ev zagon jî bi mentiqê; şeytan di jinê de heye û pêwîste di temenekî biçûk de têkeve bin siya zilam de, yan jî wê jin zerarê bide civakê, hatiye derxistin. Ev nêzîkatî ne tenê di Rojhilata Navîn de tê kirin. Dewleta ku herî zêde xwe pêşketî dibîne, bi rê û rêbazên herî zirav ruh, mejî û dilê jinê dide şûştin. Pergala ku di bin navê exlaq, şeref û namûsê de jinê di nava çar dîwaran de dide girtin û pergala ku di bin navê em azadiya jinê didinê, wê ji cewher û civaka wê dide dûrxistin, çi cudayî di navbera wan de heye, di encam de pergala desthilatdar bi rê û şêwazên curbecur jinê ji cewherê wê dide dûrxistin û wê di nava pencên koletiyê de difetisîne. Rewşa ku niha jin di civakê de jiyandike, komkujiy e. Gava ku jinek di bin navê parastin, şeref û namûsê de tê kuştin, tê tecawizkirin, di malê de tê rizandin, ma qey xema zilam e gava ku wan dîmena temaşe dike. Dibe ku li xweşiya wî jî diçe, gava ku li wan dîmenan temaşe dike. Jin gava ku tê recm kirin, zilamên ku wê jinê mirov nabînin û mîna şeytan lê dinêrin, keviran tavêjin wê, jinên dîtir jî di quncikan de bi tirs û xof li wê komkujiyê dinêrin. Êş û janên ku jin bi destê zilam û pergalê dikşîne anceq jin hîsbikin, ji ber ku ew jî jinin. Pergal hemû riyên ku lêgerînên azadiyê di jinê de bide pêşxistin, dixetimîne. Gava ku Rêber APO derî ji tevlîbûna jinan re vekir, artêşbûn û tevgera azadiya jinê da avakirin û bi taybet yekîne û tabûrên xweser dane avakirin, armanc jê ew bû ku wan riyên li pêşiya azadiya jinê hatine xetimandin, vekirina wê bû. Yekîneyên jin jî ji ber vê yekê hatine avakirin. Pêdiviyekî jinê yê giyanî heye ku di yekîneyên xweser de jiyanbike. Cihekî ku jin û zilam bi hev re jiyan bikin, ne mumkine ku zilam destor bide ew jin îradeka serbixwe di xwe de bide avakirin. Lê belê hevalên jin li hemberî vî nêzîkatiyê zilam bûne xwediyê helwestekî û nepejirandin e. Di avakirina yekîneyên xweser de jî, ji milê zilam ve astengî hatine derxistin. Lê belê hevalên jin di şer, di şert û mercên herî zor de yekîneyên xweser avakirin e. Li Botanê di şert û mercên herî zor de û di donemên şer de yekîneye hevalên jin hatiye avakirin, bi serê xwe gêrîlayetî dikin û li ser dijmin çalakî lidardixînin.
Di yekîneyên xweser de perwerda bîrdozî û leşkerî heye. Lê belê ji bona hevalên jin perwerde ne tenê eve. Perwerde di çûyîna wezîfeyekê de, bi hev re xebatkirin, parvekirin û bi hev re li beramberî zor û zehmetiyan têkoşînkirin, pewerdeyeke jiyanî ye û ji bona hevalên jin girîng e. Gava ku em karekî dikin, dibe ku zoriyên xwe hebin, lê belê di encam de em bi hêza xwe dikin û dema ku em di wî karî de hestên serkeftinê dijîn, hingî em wateya jiyanê hîsdikin û bawerî didin hêza xwe ya kesayetî. Êş û kêfxweşiyeke ku hevalên te yên jin jiyan dikin, tu bi wan re parvedike, ev jî moralekî mezin dide mirov. Di perwerdê de hevalên kesayeta hevdû analîz dikin û bê tirs û xof hevdû rexnedikin. Çûyîna hevalên jin li yekîneyên xweser ji bona ku li hemberî kêmasiyên xwe yên bîrdozî têkoşîn bikin. Ew perçebûna ku pergala deshilatdar di mejî û dilê me de, daye avakirin pêwîste di yekîneyên xweser de em ji wan nesaxiyan rizgar bibin. Yekîneyên xweser ji bona hevalên jin mîna Akademiyên jinin û pêwîste em wisa jî binirxînin. Ji bona ku ev yekîneyên xweser werin avakirin, gelek hevalên jin canê xwe fedakirine. Her çiqasî di avakirina van yekîneyên xweser de zorî kişandine, lê belê liber xwe dane û bi serketine.
Dibe ku kesek zû bi zû bawer neke ku jin çawa bi serê xwe di çiyan de jiyandikin. Her şervaneke nû tevlî nava refên gêrîla dibe, dibêje “min bawer nedikir ku ew qasî derfetên gêrîla hene”. Girêdana hevaltiyê ya di nava gêrîla de bala wê dikşîne. Her kes meraq dike ku tevlî yekîneyên xweser bibe. Hevalên jin jiyana xwe bi rêxistin dikin. Bi xwe karê xwe didin meşandin. Her xebatek bi rengê jinê tê xemilandin. Di nava wê xemlandinê de gelek hestên ku tu jiyandike zû bi zû bidestê te nakevin. Tu bi salan li yekîneyên xweser jiyanbike tu naxwaze jê derbikev e. Yekîneyên xweser ji bona her jinekê tiştekî nûye. Di civakê de zû bi zû tu nikare bi ser xwe jiyanbike, ev yek ruhê jinê tengav dike. Lê belê di yekîneyên jin de her hevaleke jin dikare xwe bide îfadekirin û îradekê di xwe de bide avakirin.
Hevalên jin serê sibehê bi hev re radibin û piştî ku içtîma xwe dikin, diçin werzîşê. Di werzîşê de lîstokan dileyîzin û carne jî ji xwe re dîlan dikin yan jî li arazî digerin. Lê belê piştî ku werzîşê bi dawî dikin her yek diçe darekî ji bona xwarinpêş tîne. Her kes diçin tîma xwe û xwarinê dixwê. Kîjan tîm zîreke berî ya dîtir xwarina xwe dixwê û berî biçin perwerdê tîmên xwe paqijdikin. Hevaleke ku di nava yekîneya xweser de bê deng be zû tê naskirin, jiber ku bi zîndîbûna xwe ya jiyanê têne naskirin. Ber êvaran ve jî gelek caran diçin foleybol dileyîzin. Di her karekî de bi hev re ne. Ji ber vê yekê mirov zû bi hevalan ve tê girêdan û nikare ji wana dûrbikeve. Hemû hevalên jin pêşniyar dikin ku biçin yekîneyên xweser. Her hevaleke ku ez wê nasdikim ez dixwazim ku ew jî di nava vê bedewbûnê de jiyanbike. Keçên Kurd yên ku bi salan ked didin û diwestin, dibe ku rojekê van hest û bedewbûnê jiyan nekin, ji ber ku jiyana tê de jiyandikin bi rengê zilam e. Lê belê ya girîng ewe ku mirov jiyana gêrîlayên jin meraqbike û jiyanbike.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
