Di meha Gulanê de ya ku mîna meha şehîdan tê naskirin û mîna cejna şehîdan li cem gelek netewên din tê pîrozkirin. Em li her deverî dibînin ku gelê Kurd gedeyên xwe bi dilekî mezin û fireh hembêzdike û bi durişmeya şehîd namire, bijî Serok APO û PKK’ê gele û gel li vire wî bi rêtêxin û dispêrin axê. Ev herê durişmeyên ku gelê Kurd li her deverî bilind dike û bê navber ji bona aşîtî û azadiyê têdikoşe, mîna nasnemeya azadiyê derdikevin pêşberî her mirovekî azadî xwaz. Ji ber ku bedelê azadiyê gelekî girane û di van rojên dawiyê de em bi çavê xwe dibînin di hindirê serhildana gel a li Sûriya tê jiyankirin ji bona bidestxistina azadiyê bi sedê mirovan xwe fedakirin û bi yek dengî li kolanan li hemberî recîma bas a desthilat û diktator li her derî li ser piyaya û li ber xwe dide.
Ji ber vê yekê dema ku em bizivirin li ser tekoşîna gelê Kurd li Bakorê Kurdistanê em bi rengekî ber biçav dibînin ku gelê Kurd li her derî û ji bona azadî, hebûn û rometa xwe li ser piya ye. Ji 8 Adarê û heyanî roja îro gelê Kurd, bi ciwan, zarok, jin û kalên xwe ve. Ango ji heftsalî heyanî heftsalî li herderî ji bona bidestxistina mafê xwe yê jiyanê û azadiyê li ser piyan e.
Ji ber ku gelê Kurd ji her milî ve gihiştiye wê baweriyê ku AKP mîna gayekî serxweş û çavsor lêhatiye û tu kesî li pêşberî xwe nabîne û ji hemû taybetmendiyê mirovahiyê dûrketî ye. Ji lewra ew kesekî nebihîze, nabîne û guhdarî nake, ji milekî ve dest bi şîretan kirîye û mejî dide hemû serokên dunyayê û di her navberekî de ji wan re dibêje; pêwîst e ku hûn guh bidin daxwazî û xwestekên gelê xwe. Lê dema ku mesele tê ser qirkirin û tesfiya gelê Kurd, wê demê Erdoxan şûjina çavê xwe de nabîne û derziya ku di çavê li pêşberî xwe de dibîne û li her derî fermana kuştina gelê Kurd dide û ji heft salî heyanî heftî salî dide ber guleyan, wan qetil dike û tavêje hindirê zindanan de. Piştî vê yekê jî bi rûyekî gemar, qirêj û mîna çermê gamêşan qayîm derdikeve pêşberî gel û dibêje pirsgirêka gelê Kurd li Tirkiya nîne, lê tişta heyî mirov dikare bibêje ku li holê pirsgirêka birayên me yên Kurd heye û ev pirsgirêk jî em ê bi wan re çareserbikin. Ew birayên ku Erdoxan behsa wan dike, ew kurdên ku xwe firotine AKP, destê wan li her derî di nava xwîna Kurdan de ye û pêwîst e ku herkes bizane ew kesên ku gelê Kurd he roj wan lehnet dikin ne nûnerên gelê Kurd in û ne jî dikarin bikin.
Ji ber ku AKP gelê Kurd mîna gelekî napejirîne û jiyana azad layiqê wî nabîne û her tim dixwaze ku gelê Kurd mîna koleyan li ber destê xwe bibe û bîne û li gorî dilê xwe wî bikarbîne. Ji lewra bi vekirina qenala TRT 6 û henek qursên Zimanê Kurdî yên ku bi rêya wan çand û kelepora Kurdî berovajî dikin û dixwaze bi rêya van tiştan gelê Kurd û cîhanê bixabîne. Ji ber ku mîna AKP xwe dixapîne dixwaze gelê Kurd û cîhanê jî bixapîne û bi dayîna çend tiştên erzan pirsgirêka gelekî ji çav derîne û bi rûyekî gemar were û bibêje ma hûn ji vê zêdetir çi dixwazin. Mîna aqilmendekî dema ku ji hemû serokên dinyayê re di serî de destebirayê xwe Beşar re dibêje: Pêwîst e ku tu dest bi reforman bikê û guh bidê daxwazê gelê xwe û dev ji kuştina mirovan berdê. Lê dema ku Erdoxan van şîret û derewan li derdorê xwe belav dike, mirov wê demê baş hîs dike ku zarokên gelê Kurd yên ku ew bi dest xwe dikuje li ber çavê wî mirov nayên hesibandin.
Lê ya giring ew e ku gelê Kurd êdî gihiştiye wê astê ku pêşeroj û çarenûsa xwe bi destê xwe xêzbike. Ji ber ku rastiya AKP ji her milî ve hatiye naskirin û pîlanê wê yê tesfiya gelê Kurd û hemû destkeftiyên heyî roj bi roj li ber çavan ronî dibe. Ji ber vê yekê pêwîst e ku êdî gelê Kurd baweriyê xwe bi AKP û derewê Erdoxan neyne û xwe ji hemû davik û leystokên ku AKP dide meşandin dûrbigre.
Ji ber ku diştek di destê AKP de nemaye ji bilî derew, hîle û rêya xapandina mirovan kurtêlxwer yên ku ji bona çiqar û menfiheya xwe ya taybet hazirin ku 10 teqle bidine xwe. Lê gelê Kurd bi rêya felsefeya Rêber APO û tekoşîna şehîdên pakrewan yên ku bi xwîna xwe yekîtî û hevgirtina gelê Kurd pêktînin wê nêzîk ne dûr çarenûs û azadiya xwe bidest bêxe. Ji lewra konên çareserî û azadiyê û nimêjên ku bi rengekî azad li kolanan têne meşandin û dengên ku di 12 pûşberê de derkevin holê wê rastiya AKP hîn bêtir derxînin ronahiyê û her dilopek xwîna zarokên Kurdan wê bihayê wê gelekî giran be. Wê gavê kojerê mirovan û xwînmijê xwîna Kurdan Erdoxan wê di dadgeha gel de were dadgehkirin.
Ji bona vê yekê pêwîst e ku her kurdekî azadî xwaz rastiya AKP rojekî ji berya rojekî nasbike û xwe ji bandora geroneka wî ya xapînok rizgarbike û li cem gelê xwe û rastiya dîrok, çand û hebûna xwe ya azad cih bigre. Bi taybet ciwanên Kurd yên ku her roj rastî heqaret, îşkence, girtin û kuştinê tên, pêwîst e xwe ji vê rewşê rizgar bikin û rêya çarenûsa xwe bi destê xwe xêzbikin û li her deverî xwe bi tevger û rêxistin bikin û cihê xwe di nava refê gerîla de bigrin. Ji ber ku dem dema xîret, namûs û berxwedanêye. Her roj ciwanê me li kolanan têne kuştin û zarokên me destê wan têne şikandin û xweş û dayîkên me bi jopê leşkerên dev bi xwîn têne lêdan. Ma heyanî kengî bindestî, rezalet û koletî.
Dema ku her ciwanekî Kurd van pirsan ji xwe bike û li bersiva wan bigere, wê gave wê tenê rêya tekoşîn û berxwedanê li pêşberî xwe bibîne. Ji ber ku dijminê gelê Kurd tu rêyên jiyanê ji bona me Kurdan li holê nehiştî ye.
Munzur Canfeda
- Ayrıntılar
Di serî de mirov bi wesîleya meha gulanê meha şehîdên pakrewan, hemû şehîdên azadiyê bi bîrbîne û bejna xwe li ber rometa doz û hebûna wan ditewînin.
Hem meha Gulanê û hem 6 ê Gulanê di dîrokê de xwedî cihekî xwe yê giring heye. Ji ber ku di 6 Gulanê de li hemberî hemû pêşengên çepê tirk di sala 1970 de pêlekî qirkirin û tesfiyê destpêdike, li ser vî bingehî êrîş li ser tevgera çep ya demokratîk tê destpêkirin û hemû pêşengê wê têne qetilkirin. Ji milê dîrokî ve dema ku mirov li meselê dimeyzêne, di 6 Gulana sala 1916 an de li şamê li ser destê Cemal paşa elsefah fermandarê artêşa osmaniyan yê hikûmeta itîhad û tereqî yê Şamê bû.
Di wê demê de hemû kesên xwendevan û rewşenbîrên ku tekoşîn û tevgereke ber biçav didane meşandin bi destê Cimal paşa ve têne qetilkirin. Ji bona vê mirov dikare bibêje ku hemû rûdanên qewimîn bi hevre girêdayîne. Di serî de 6 Gulana 1916 û 6 Gulana 1970 -1971 de ku têde hemû pêşengên çepê tirkan hatî dardekirin bi hev re girêdayî ye. Di serî de mîna Denîz Gezmîş, Yûsif Eslan û gelek pêşengên çepê tirkan di vê rojê de bi destê dewleta tirkan têne kuştin.
Ji milekî din ve meha Gulanê ji bona tevgera azadiya gelê Kurd PKK’ê jî mîna mehekî giringe. Ji ber ku di 2 Gulanê de hevalê Mehmed Qeresonger, îbrahîm Bîlgîn bi destê hêzên YNK têne şehîdxistin û di 11 Gulanê de hunermenda hêja hevala Mizgîn şehîd dikeve. Weke din di vê mehê de jina Kurd a serbilend Leyla Qasim jî bi destê recîma basa Îraqê tê şehîdxistin. Weke din di navberê de di 17ê Gulana sala 1982an de, çar şoreşgerên Kurd, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmut Zengîn, li zîndana Amedê agir berdan bedenên xwe û şehîd ketin.
Di 18ê Gulana sala 1977an de, ji pêşengên serokatiya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê Hakî Karer li Dîlokê di encama qomployeke ji aliyê Sitêrka Sor ve hatî lidarxistin de bi xayîntî tê şehîdxistin. Ev şehadet di têkoşîn û berxwedana neteweyî ya Kurdistanê de weke destpêka pêngaveke nû hat ragihandin. Di 18ê Gulana sala 1978an de jî, şorşegerê têkoşîna azadiya Kurdîstanê Xelîl Çavgun li Cirnê Reş hate şehîdxistin.
Di meha Gulanê de jî gelek serhildanê Kurdan li hemberî zilm, zordarî û desthilatiya ku li ser gelê Kurd dihate meşandian hatin destpêkirin. Ji wan serhildanan mîna serhildana geliyê Zîlan, Motkê, Stewrê û serhildana Agirî. Ji milekî din ve jî di 6 Gulana sala 1996 an de li hemberî Rêber APO reşkujî û bêbextiyekî qirêj bi destê hikûmeta Çîler û Mesu Yilmaz hate lidarxistian.
Ji bona vê yekê meha Gulanê ji bona gelê Ereb, Tirk û gelê Kurd cihekî xwe yê cuda digre û ji bona hersê civahan jî hem 6 Gulanê û hem meha Gulanê cihekî xwe yê taybet digre. Ji ber wê meha Gulanê mîna meha tekoşîn, berxwedan, serhildan û şehîdan e. Ji ber ku di vê mehê de gelek cangoriyan xwîna xwe li ser vê xakê rijandine û bi xwîna xwe pêngav û destanên bakrewantiyê li ser singa dîwarê zindanan û di nava dilê gelê Kurd de kolan e.
Di vê mehê de hemû hêzên têkoşer û hêzên desthilat li hemberî hev tekoşîneke bê navber dane meşandin û di encamê de mirov dikare bibêje ku berxwedana gelê Kurd û şehîdên azadiyê di vê şerî de ala zadiyê hildane jorê û serkeftin bi destê xwe xistine. Di serî de mirov dikare bibêje ku komkujiya di sala 1916 de li hemberî li hemberî rewşenbîrê Ereb kirî, hikûmeta itîhad tereqî ye. Ji ber ku hikûmeta itîhad tereqî di nava Osmaniyan de hikûmeteke faşîzaneye û ji berya ku faşîzm li Ewropa bi destê Hêtler û mûsîlînî pêşbikeve û firanko derkeve pêş. Ji berya wê di nava hikûmeta itîhad terqî de û li ser fikrê toranîzmê û netewparestiya tikîtiyê itîhad tereqî di encamê de derdikeve pêş.
Ji pêşengê wê mîna Telhet paşa, Enwer paşa û cemal paşa yên ku mîna serbazên vê hikûmetê têne naskirin, bi destê wan ev hemû bûyer rûdidan. Di bingehê xwe de itîhad tereqî fikir û remanê elman yê netewperest ji bona xwe bingeh digre. Ji ber vê yekê Tirkiya di şerê cîhanê yê yekemîn de cihê xwe li cem Elmanya digre, lê dema ku di şer de Elmaniya bindikeve hikûmeta itîhad tereqî jî hildiweşe û embiratoriya Osmaniyan jî dihilweşe û piştî wê Mistefa kemal derdikeve pêş. Lê bi hilweşandina Osmaniyan re û dema derketina Mistefa Kemal mîna serokê cimhûriyetê û ji beriya wê jî itîhad tereqî nehilweşe, lê belê ew derdorê Mustefa Kemal dorpêçdikin û piştî mirina wî careke din derdikevin meydanê û careke din bi hişmendiya netewperestiyê û toraniya faşîzmê xwe bi bandordikin. Ji bona wê yekê van kesê faşîst çepê tirkan û pêşengê wê ji xwe re dikirin armenc. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku derbeya 12 ê Adara 1970 de rûdayî armenca wê tesfiyekitina tevgera çepê tirk û hemû bizavên demuqratîk yê çep li Tirkiyayê bû.
Ango mirova dikare bibêje ku zihniyeta Cemal paşa û derbeya 12 Adarê li hemberî çepê Tirkan heman hişmnedî, fikirê faşîst û netewperest e. Ji milekî din ve yên ku hevalê Heqî Qarer di 18 Gulana 1982 de şehî têxînin cardin ev zihniyete û hemû jî bi hev re girêdayî ne û ji yek navendê têne birêve meşandin û armenc ew e tesfiye û qirkirina hemû hêz û tevgerên şoreşger û demuqrat e. Ew zihniyeta itîhad tereqî ya heyî îrojî hîn li ser kare û bi rengekî ber biçav di partiya MHP, CHP û AKP xwe dide pêş û hîn bi rengekî ziravtir xwe li her derî bi rêxistin dike. Erdoxan bi kiras û tûyê islama siyasî vê yekê dimeşîne û herdû partiyên din jî bi rûyê netew perestî vê yekê didine meşandin. Hişmendiya ku ev hersê partîjî didine meşandin jî di serî de kolekirina civakê ye û mîna nemrûd û ferewnan xwe li ser xwîn û hebûna gel dana jiyankirin e. Li beramberî vê hêzê bê guman hemû tevgerên azadî xwaz û demuqrat cihê xwe digrin û hemû xebat û tekoşîna wan ji bona recîmê armence. Ew tekoşîn di sala 1916 an de di kesayeta rewşenbîrên Ereb de derketî ye meydanê, mîna Ebdilxenî Erîsî û gelek rewşenbîrên din yên ku wicdana civaka Ereban temsîldikirin. Ji ber eger ku ew rewşenbîr nehatibane tesfiyekirin, wê rewşa civaka ereban ne mîna îroban e û wê civaka Ereban ber bi azadiyê ve çûbane û ger ku Denyîz Gezmîş û Mahir Çayan jî nehatibane kuştin wê Tirkiya jî ne di vê rewşê debane.
Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku dijminê heyî çi itîhad tereqî û ci partiya behis hemû jî yek zihniyetin û bi hevre dimeşin û li hemberî civakî heman siyasetê didine meşandin, di dawiyê de armancê wan tesfiyekirina hemû hêz û bizavên azadî xwaz û demuqrat e. Lê bi derketina PKK’ê re rewşa heyî heyanî astekî hate guhertin, ji ber ku PKK’ê temsîla nasnama rojhilata navîn bi tevahî dike. Ji ber vê yekê, herçiqasî ku gelê Kurd nebûye xwedî dewlet, lê civaka gelê Kurd ji civaka Ereb û Tirkan hîn bêtir azade. Ji ber ku hem civaka Tirkan û hem jî civaka Ereban jî heyanî astekî ji azadiyê dûrin. Rewşenbîrên ku xwe mîna pêşengê civakê didine xuiyakirin îro tiştekî ji bona gelê xwe nakin û ji bona pergala serdest her tiştê qirêj dikin.
Ji bona vê yekê mirov nikare bibêje ku civaka Tirk xwe gihandiye azadiyê û ger ku xwe wisa jî hîsbike, ew gelek dixapîne. Ji ber ku azadiya ku ew ji bona xwe dipejirînin mîna xaniyê li ser berfê hatî avakirin e û dema ku ji teriyê derkeve ber ronahiya rojê wê rastiya wê hîn bêtir derkeve holê.
Bi vê ewayî mirov dikare bibêje ku azadkirina civaka gelê Kurd di eynî demê de azadkirina civaka Ereb û civaka Tirkan e. Ji ber ku hemû gelên ku di nava xaka rojhilata navîn de jiyandikin jiyana wan bi hev ve girêdayî ye û ancex di hindirê jiyaneke azad û demuqrat de bi hevre jiyanbikin û biratiyeke rast û dirist bi hevre bidin meşandin. Di roja îrode jî dema ku em dibînin xwîna hemû şehîdên gelê Ereb, Tirk û Kurdan dikeve nava hev û ji bona yek armenc û yek dozê tê rijandin, bê guman ew vê rastiyê dide xuiyakirin.
Di dawiyê de careke din em di meha Gulanê de meha şehîdan bejna xwe li ber hemû şehîdên azadî û tekoşîna gelan ditewînin û hemû gel û mirovên ku ji bona azadî û hebûna xwe têdikoşin silavdikin û dibêjin bijî biratî û dostanî û azadiya gelan.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Li ber tîrêjên rojê; li axa welat, zinar, daristan, çem û kaniyên warê leheng û dilawêran Kurdistan nêrandin, bergehekî gelekî şên û bedew e. Li Kurdistanê hesreta jîneke azad di dilan de veşartî ma ye. Dema ku ew daristan li ber çavan şîn dibin û çemên lewend bi hezar bîranînan re diherikin, tiştek jê bedewtir nîne. Gelek mirovan ji wan ava vexwarin û hêviyên xwe anîne ser ziman gêrilayên PKK ê jî li asoyên çiyan, li şîverêyên dirêj û gava ku ji hevalên xwe qut dibin, hêvî dikin ku di Kurdistaneke azad de hevdû bibînin. Gelek ji wan gêrilayan jiyana xwe ji destdane û bi hev re li heman goristanê hatine veşartin. Gêrilayê Kurd Başûr yê ku ji vê hesretê para xwe girtiye, paşnavê xwe jî dike Kurdistan. Bi navê Başûr Kurdistan di axa pîroz de tê definkirin. Gêrilayê ku bi rakirina tolhildana hevalên xwe li çiyayê Çarçela gêrilayetî dike. Çarçela gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan bi germahiya dilê xwe hembêz dike û nedixwest rojekê bibhîzê, ku bê xatir jê bixwazê, berê xwe daye riyeke bê veger.
Di Jiyaneke Koçber De Çavên Xwe Li Dinê Vedike
Di şevên tarî de û li ser riya çûyîna penabertiyê, axa welat girtine destên xwe û bêhinkirin, paşerojekê li pey xwe dihêlê û rewşekî gelekî bi êş e. Malbata Başûr Kurdistan ji Başûrê Kurdistane û li Şeladizê jiyandikin, lê belê di şerê Korfezê de koçberî welatê xerîbiyê dibin. Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan yê bi navê Zîndan Ahmed sala 1990’î li Urmiyê tê dinê. Malbata Başûr Kurdistan yên ku piştî şerê Korfezê vedigerin warê xwe, wê koçbertiyê bi navê xerîbiyê navdikin û navê wî dikin zîndan.
Malbata wî welatparêzin û ji bona alîkarî dayîna gêrila herdem jiyana xwe dikin nava xeteriyê de. Di milê arzaq de alîkarî didin gêrila. Yek jî yê ku di vê zoriyê de cihê xwe digre Başûr Kurdistan e. Di temenkî biçûk de bi birayê xwe re diçe gel gêrila û arzaq ji wana re dibe. Her ku dilê wî dixwaze siwarî hespa xwe dibe û bê tirs û xof li çiyan digerê. Di zaroktiya xwe de ji hespan gelekî hezdike û xwe fêrî siwarbûna wan dike. Mîna zarokên dîtir mezin nabe. Ji ber rewşa malbata xwe hîna di temenekî biçûk de dixebitê. Bi giyanekî şêt siwarî hespa xwe dibe û li çiyan, deşt û zozanan digerê. Hestên ciwantiya xwe bi bedewbûyîna xwezayê re têrdike. Bi xwezayê re mezin dibe. Xweza di her demsalekê de çawa derbas dibe Başûr Kurdistan dizane. Piştî ku birayê wî bi destê leşkerên Tirk tê kuştin kîna tolrakirinê dikeve dilê wî de û piştî operasyona Zapê di 30 Adarê de sala 2008 an beşdarî nava refên gêrila dibe. Piştî ku tevlî refên gêrila dibe derbasî perwerdeya şervanên nû dibe. Ji hesreta welatê xwe navê xwe dike Başûr Kurdistan. Piştî perwerdeya şervanên nû bi pêşniyarê xwe derbasî Zagrosê dibe.
Evîneke Bê Hempe Di Wî Dilê Biçûk De Veşartîbû
Gêrilayê biçûk dibe ku nû tevlî gêrila bûbê, lê belê ji jiyana gêrilayetî dûr nîne. Çawa derbasî piratîkê dibe heyecan û coşa wî ya tevlîbûna jiyanê bala herkesî dikişînê. Di demeke kin de fêrî her tiştî dibe. Girêdana wî ya jiyanê bingehê xwe ji wê penabertiya ku di temenekî biçûk de jiyankirî digre. Ji ber vê yekê nirxê jiyanê baş dizane. Destor nade ku kesek arzan nêzî nirxên jiyanê bibe û di vê mijarê de gelekî têkoşîn dike. Her dem di jiyanê de moralî ye, lê gava ku wezîfeyên xwe bi cih nayînê moralê wî dikeve û xwe lêpirsîn dike. Di hezkirina xwe ya heywana de dewamdike û bê westandin bi wana re xebat dike. Ji bona ku heywan di rêkan de zorî nekişînin herdem bêr û qazmeyê wî li gel wî ne û rêka ji bona heywana vedike. Li beramberî rexne dilnizme û gava ku kêmasiyan jiyan dike rexnedayîna xwe dide.
Ji ber ku birayê wî jiyana xwe ji destdabû, rêveberiyên gêrila wî rênakin cebha pêş. Ev jî gelekî li zora wî diçe, ji ber ku soz daye tola birayê xwe rabike. Her dem di jiyanê de dibêjê “ ji min re şensekî bidin ez dijminê xwe bibînim û heyfa birayê xwe rabikim.” Bi hevalên xwe ve gelekî girêdayî ye. Gava ku hevalên wî di çalakiya Bêzelê û Bêdewê de jiyana xwe ji destdidin gelekî bandor dibe. Li ser wan hevalên xwe awaz çêdike û bi gotina van awazan re herdem tê bîra wî ku pêwîste tola hevalên xwe ji leşkerên Tirk rabike, ji ber ew bûne sedemê ku hevalên wî ji wî qutbibin. Di çûyîna cebhên pêşde israr dike û her weha derbasî Çarçêla dibe. Bi hêviya gihîştine Kurdistaneke rizgar dest bi têkoşîna xwe dike. Di jiyanê de dibêjê “ heger Kurdistan rizgar bibe, emê dijmin ji Kurdistanê biqewtînin, wê demê dijmin li ser keda gelê me nema dikare xwe bide jiyankirin.”
Soza Hevaltiyê….Tolhildan e
Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan gava ku bi hevalên xwe re beşdarî çalakiya Bêzelê û Bêdewê dibe, li bendê ye ku bi hev re vegerin, lê mixabin di wan çalakiyan de gêrilayên ku bi wan re hevaltî kiriye, di piratîkê de pêşengtiya wî kirine û jê re bûn destek, venagerîn. Ev rastiya ku hatî jiyankirin di dilê wî de birîneka kûr vedike û soza tolhildanê dide wan hevalên xwe. Ji ber vê yekê piştî çalakiya Bêdewê bi israra xwe li Çarçêla dimînê. Çiyayên Çarçêla ma çawa ciwanekî weha bi coş û dilawêr nagirê gel xwe û pê re hevaltî nake. Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan bi çûyîna wezîfeyekê li navçeya Geverê dest bi têkoşînê dike. Başûr Kurdistan bi çend hevalên xwe re diçe navçe Geverê û ji bona lidarxistina çalakiya Bêdewê civîn çêdikin. Gêrilayên ku civîn çêdikin hîna di gund de ne, leşkerên Tirk dest bi avêtina top û hewana dikin. Gêrilayên Kurd ji ber ku karên xwe bi dawî nanîne, wê şevê di gund de dimînin. Leşkerên Tirk jî bi hêzeke mezin derûdora gêrila digirin. Başûr Kurdistan û hevalên xwe gava ku dixwazin xwe xilasbikin dikevin kemîna leşkerên Tirk de. Di kemînê de du gêrilayên jin bi giranî birîndar dibin. Lê belê di navbera gêrila û leşkerên Tirk de pevçûn destpêdike. Başûr Kurdistan û hevalê wî dixwazin hevalên xwe yên birîndar ji wê çemberê xilasbikin, ji ber vê yekê di wî zemanê teng de biryar didin ku biçin girekî bigirin. Di milekî de şerdikin û di milekî dîtir de jî dihilkişin gir. Artêşa Tirk hem bêjayî û hem jî hewayî êrîşî wê gurûpa gêrila dikin û bi xwesteke wan dîlbigirin gaza kîmyewî didin bikaranîn. Lê belê ji ber ku av nêzî gêrila ne ew gaz zêde bandor li ser wan nake. Ji ber vê yekê Başûr Kurdistan û hevalê wî nikarin gir bigirin. Leşkerên Tirk li hemberî berxwedaniya wan matmayî dimînin û texmîn nakin ku ew gurûpa gêrila çar kesin. Her du gêrila li pişt kuçan şer dikin û li berxwedidin heyanî ku jiyana xwe ji destdidin. Her du gêrilayên jin jî bi wê birîndariya xwe şer dikin heyanî ku jiyana xwe ji destdidin. Piştî ku operasyon bi dawî dibe gundî xwedî li cenazeyên her çar gêrila derdikevin û dibin goristana Şemzînan, ya ku gelê Şemzînan bi taybet ji bona definkirina cenazeyên gêrila çêkirine. Ew hesret di dilê Başûr Kurdistan de nema û bi lehengtiyeke mezin li gel hevalên xwe yên ku jiyana xwe di çalakiya Bêzelê û Bêdewê de destdabûn hate definkirin.
Gêrilayê Kurd Başûr Kurdistan bi berxwedaniya xwe re riya azadiyê şopand. Bê ku dudilî jiyanbike di wî temenê biçûk de bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Bi dilekî rehet di hembêza Çarçêla de cihê xwe çêkir û li ser etekên Zagrosê navê wî bi tîpên zêrîn hate nivîsandin.
Dunya Pale
- Ayrıntılar
Sonda me heye.
Ji çiyan heta deştan, ji serma zivistanî heta germahiya biharê re.
Sonda me heye.
Gundî, bajarî, metropolî û ji gelê me yê penaber re.
Sonda me heye.
Kêm be jî ji hemû gelê girêdana wan a azadiyê hebe re.
Sonda me heye.
Bi bêdengiya keviran û bi bêhestiyariya dînazoran ji dijminên Kurdistanê û mirovahiyê yê dixwazin me qir bikin û ji parastvanên van re.
Sonda me heye.
Ji gelê me, ji hemû gelê bindest û komên baweriyan re.
Sonda me heye.
Emê azadiyê bi we re bidestbixin û diyarî we bikin.
Sonda me heye.
Ji nijadperestê tirk, şovenîstê erep û şovenîstên şîa yên fars û ji bavê wan ê lîberal ên mezin re.
Emê ji wan re jî dojehê bikin rê.
Sonda me heye.
Lewra dema me dest bi vî şerî kir me sond xwar û me got, “ser li aliyekî laş li aliyekî be jî emê heta azadiyê bidest bixînin, emê azadiyê girêk girêk bihûnin.”
Sonda me heye. Lewra dema me dest bi vî şerî kir me sond xwar û me got ku weke derwêşan emê bi ebakî û bi gepek xwarin jiyan bikin.”
Sonda me heye.
Lewra me dema dest bi vî şerî kir me sond xwar û got, dema pêwîst kir weke teyrekê bifirin lûtkeyan û perçe perçe bi lêdana dijmin emê şer bikin.
Me sond xwar û got ku carna weke bazekî bi awirên tûj bikevin nav dijmin û bi derbeyekê emê lêdin û tune bikin.
Sonda me heye.
Lewra dema me dest bi vî şerî kir me got ku emê giyanekî wusa biafirînin ku wê ev gihan tu car binnekeve.
Ev giyan ji çiyan heta gundan ji wir heta bajaran wê belav bibe ku her kurd yên kêmekî jî hestên biratiyê li gel hebe wê bandorê li gelê din jî bike.
Û wê wusa bandor bike ku li her cîhê kurdek lê hebe wê weke gerîla li ber xwe bide.
Û wê wusa bibe ku yên xwediyê giyanê mirî jî wê Kurdistanê weke kabeya berxwedan, azadî û aşitiyê bibîne.
Me wusa xeyal kir, wusa bawer kir û me wusa li ber xwe da.
Me her bi vî rengî li ber xwe da em bi hêztir bûn.
Em şaş nebûn û me şaş jî nekir.
Di van rojan de ku li Kurdistanê dîrok tê nivîsîn, hemû xeyalê mey ê me ji bo wan li ber xwe dida , yek bi yek dibin rastî.
Ji 15’ê Sibatê heta 8’ê Adarê, ji 8’ê Adarê heta Newrozê û ji Newrozê heta 18-19-20-21…Avrêl û ta ku heta roja her rojî ji nû ve destaneke azadiyê tê nivîsîn.
YSK( Desteya Bilind a Hilbijartinê) wiz tê û tirs diçe.
Di rojekê de ya tif dike di roja çaran de dialêse.
Him jî naçar dimîne paşpaşkî biçe.
Kurd, binkeftineke nû bi TC dan jiyankirin û ji bo gelekê din jî giyan, coş û hêviya şoreşê didin jiyandin.
Ahmet Şik ê ku ji bo Artêşa Meleyan deşîfre kir avêtin girtîgehê dibêje ku; “wê kurd demokrasiyê bînin vî welatî.”
Mîthat Sîncar dibêje ku; “Kurd li kuçeyan destûreke bingehîn a nû dinivîsînin.”
Nûray Mert got ku; “ Kurd pêşengiya hemû tiştî dikin.”
Altan Tan ji ber dîmenên di merasimên cenazeyê îbrahîm Orûç ê li dijî celladên tirk li berxweda û gihîşt mertebe ya şehadêtê de van a digot;
“ji derveyî zarokên di pêçekê de hemû kesên li Bismîlê tevlî merasim a cenazeyê bûye”
Vana tenê hin peyvên weke mînak hatine bilêvikirin.
Silav ji bo gelê me yê her kuçe, sikak û qad veguherandin çeperên azadiyê.
Silavê me heye. Ji bo keç û xortên leheng ê di kuçeyan de li dijî panzêran li berxwe didan, herî zêde jî bila generalê biçûk bizanibin ku em di emrê wan de ne.
Silavê me heye.
Ji ciwanê li Êlihê bi ruhê tolhildanê balyoz li panzêrê dida.
Di be ku dema ketin tengasiyê bila bizanibin çiya stargehên we ne.
Hûn bizanin ku mîsogeriya me ya herî mezin a hebûna me û azadiya me çiya ne.
Bibe ku hûn bixwazin di fedaîtiyê de bigihêjin asta herî jor hûn bizanin ku cardin çiya stargehê we ne.
Ozgur Bîlge
- Ayrıntılar
Husên Engîzek
Ji 21 hêyfa adarê heya 28 tan heftayê qehramanîyê gelê Kurdê.28' adara 1986 li çîyayê Gabar ê şahadeta heval Egît ê.(Mahsûm Korkmaz) rêber Apo di der heqê heval Egît de wisa vedibêja:"Egît şêrîn ê.Egît,merxas a.Egît,mirovekî fedaker e.," Di heman demede 21 heyfa adarê tê zanîn ku,Newroz ê…Ango roja nû;roja nûyê ji bo gelê kurd,roja nûyê ji bo gelê rojhilata navîn,roja nû yê ji bo xwezaza ye,roja nûyê ku,xweza xwe di vê rojêde nû dike xweza xwe di xemilî ne,qirasê spîyê ku ji berfê li xwekirîyê,ji ser xwe diavêje,xwe dixemilîne,dar dibişkivin, kulîlk vedidin, xweza rengîn dibe…
Egîdbûn çi yê? Wateye vê tegînê;ji bo gelê kurdgelê rojhilata navîn û ji bo gelê dinya yê çi ye?...Di pêvajoye dîrokî de,Egîdbûn; ji bo pirgirêkên dîrokî û bingehîn re Egîdbûn bûyîna çare ye… pirsgirêkên;wek bîrdozî,ol,felsefe,sîyaset û h.w.d re bûyîna çare ye..neçareserî di defterê Egîtbûnê de nîn e…
Egîdbûna gelê kûrd Ji H.z Zerdeşt destpêdike.Ji alî dîn,felsefe û ehlaq…Egîtbûna H.z Zerdeşt bi sê pêyvan desrpêdike;hizirîn,şîyandin, û kirin…Ango H.z Zerdeşt dibÊja bila hizir baş bê hizirandin,soz bila baş bê gotin,kar bila baş bê kirin…
Di ol û felsefeya H.z zerdeşt' ê;wîn he ye.ew qas wîn heye ku;li dîyarbûna xwede yê H.zZerdeşt AHÛRA MAZDA, H.z Zerdeşt wek pêsîre xwede yê xwe bigire jê pirs dike:
"Ez ve pirsdikim ji te,AHÛRA rastîye ji min re bêja!
Hêzên kê li ser xwe digerîne dinya û ezmanan cida cida?
Kî li av û nebatan dinêre li cîhê wan?
Kî bi ba re rêbertîye dike,diherîkîna ba de?
Kî li ser xwe digerîne,ew ewrên tarîyê ku ji baranê barkirî li ezmanan giran giran?"(Zerdeşt Gathalar Yasna44-4)
Ji ber ve yekê civak û mirovên ku li ser ol û felsefeya Zerdeşt gelek xwedan wîn in.EW qas xwedan wîn in ku,di kîjan şert û mercan dibe bila bibin,dijminên wan çi qas ;zilmkar,xwînmij û xurt dibin bila bibin li hemberî wan liberxwedidin.
Li ser ol,felsefe,ehlaqa Zerdeşt berxwedana gelê kurd;di pêşengtîya Kawa'yê Hesînkar de li dijî împaratorîya Asûrîyan destpêdike.Asûrîyên ku diz û hîz…Asûrîyên ku;ji serîyên mirovan bircên kelan û avahî hûnandin e…
Ango Zerdeşt di dîroke de ;Egîdbûna gelê kurda…
Di heman deme de;Kawa'yê Hesinkar jî,ev hizir û ramanên H.z Zerdeşt di kiryare de pêkanîn a. Ango ji bo azadî,wekhevî ya bav û kalên gelê kurd,ango gelê med û gelên rojhilata navîn pratîk buyîna H.z Zerdeşt'e.
Egîdbûn;ji alîyê bîrdozîya hemdem a gelê kurd ve dû peyv in. ev her dû pey jî ji alî yê Rêber Apo ve hatinê afirandin.Ev peyv jî ev in:"Kurdistan metingeh'e"Ev her dû gotinê wecîz û dîrokî ne ji rêze ne.ev her dû gotin,ji alî birdozî ve çarenûsa gelê kurd guherandin e.gotinê guherandin û veguherandine ne.
Eger ku;mirov dil û mêjîyê di doza Azadî û wekhevîya gelê kurd ê nehelînê,nikare du peyvên wisa biafirîne û bîne ziman.Rêber Apo di doja gelê kurd yê azadî û wekhevîye de wek dil û mejîyê xwe bi helîne xebitîye û hewldaye gelek Egît afirandin e.ev Egît ne li ser birdozîya rêber Apo bûne Egîd.Bi Egîdbûna van Egîdan gelê kurd bûye gelê kî Egîd…
Di serdema H.z Zerdeşt, Kawa yê Hesinkar û Îro jî gelê me gelekî Egîd ''e.Di serdemena H.z zerdeşt ê gelê kurd,ji alî birdojî,felsefe,ol, sîyaset,rêxistin, û ehlaqe pêşenge gêlê rojhilata navîn bû.Îro jî gelê me bi wî şewazî pêşenge.
Di egîdbûna gelê kurd ê gelek egît hene.Di her pêvajoyeka girîngde;egîdê ku canê xwe ye şêrîn ji bo gelê kurd dane hene.ji van kesayetê dîrokî yek jî;şehîd Hakî karer'e.Ji xwe ne kesayetî Kûrd'e. şoreşgerekî dîrokîyî Tirk'e.ji bo veguhestina îrdozîya rêber Apo;bîrdozîya vejîn,azadî,wekhevîye canê xweye şêrin ,ji bo gelê kurd,gelê Tirk û gelê cîhanê daye.Şehîd Hakî Karer şehîdê dema bîrdozî afirandin,bîrdozî veguhestine ye. Rêhevalê Serok Apo'ye.Şehîdê heza demazrandina P.K.K ye
Di heman deme de hakîbûn Egîdbûn'e
Egîdbûn berxwedana Zindana Amed'e .ye.
Egîdbûn;berxwadana kawa'ye hemdem Mazlûm Doağan'e,Agirê Newroze ye bi sê çopê kîbrîte( )di bedenê xwe de nûve gêşkirine.di şert û mercên herî giran de"berxwedan jîyana kêrîn e. di berxwedane de her tim li pêş bûnê.
Mazlûmbûn Egîdbûn'e;di her Newroze debi mîlyonan di di meydanên de agirê newrozê geş kirine.durişme "berxwedan jîyane kêrîn e
Xeyrîbûn Egîdbûn e.
Şehîd mehmet Xeyrî Durmuş di wiêjeyê partî de wisa te nirxandin:Kesayetekî dîrokî, rêxistinê û dilnizm bû. Ji ber ve yekê di vesîyata xwe de gotibû:"li ser gora min deyndar binivîsinin.
Kemalbûn egîdbûn'a.
Te zanîn ku;şehîd Kemal Pîr qeyremanekî enternasyonalîstî Apoyî ye.Şoreşgerekî ku dijmin jî li pêşberî wî rêzgirtîye.
Di wêjeyê partî de,gelek taybemendîyên şehîd kemal pîr hatine pênase kirin.ji taybetmendîyên şehîd Kemal Pîr a herî sereke li hemberî dijmin û hevaltîya kem hêrs û kîna wî ye.di dema şoreşe vejîneyê gelê kurd ji bo pratikê ne di rê de,taybet ji bo pratîkê Hîlwan û Sîwereke wisa dibêja"eger ku,kî xwedî ve pratîka ne di rê deye ez dixwazin wan bibînim,bi pêsîra wan bigirim,ji wan hesap bibirsim…"
Wêjeyê partî ji bo Şehît Kemal Pîr wisa vegotî ye:"her tim,di qadên xebatede ji her cûrekî
Di nava çalakîyan de bû."
Kemalbûn ji alî çalakvanîyede lûtkeya Egîdbûne ye.
Egîdbûn;Zîlanbûn'e.di heman deme de Zilanbûn,Egîdbûn'a.
Zîlanbûn;Hêza jineyê wekhevî û azadîye ye
Bi taybet;Zîlanbûn parastin û azadkirina rêber Apo'ye .
Egîdbûn;nûdemek e.Serdemeka nûye.Piştî ku Rêber Apo paradîgma guherand,bîrdozîya xwe dijberî şaristanîya hîyararşîk û dewletparêz,ji bo şaristanîya demokratîk hîna kur û berfireh kir Egîdbûn;li dijî yekdestîya hêzên şaristanîya dewletparêz civaka demokratîk parastin û ji nû ve şaristanîya demokratîk,ji alî ehlaq ûsîyasete ve hunandin a.Egîtbûn;dema nûyê şaristanîya demokratîk li ser bingehe civaka ehlaqî û polîtîk hûnandin a;Ji alîyê jin, xort,mêr…bi kurtasî ji alîyê hemû civake ve şaristanîya demokratîk hûnandin e.
Egîdbûn;di nûdemê ku;em tê de navê gelê Kurd'e.
- Ayrıntılar
Ji evîna xwezaye bûme derwêşê diyarên nepenî. Ez ji xwe xeyîdi bûm. Sedem jî nenaskirin a xwezayê bû. Çawa çêdibe ku ez û xweza perçeyek in lê ez wê nanasim. Çawa derwêş diyar diyar digerin ez jî ketim ser riya lêgerînê. Lêgerîna xwezayê, lêgerîna azadiyê. Hêvî di asoyan de veşartiye û aso jî herî xweş ji cîhê bilind diyar dibe, bilindahî jî remza çiya ne. Çiya bilind e, pîroz e, parastgeha gelan e, ji lewra azadî jî li çiyan e. Xweza dayik e, dayik jî pîroz e, yek jî azadiye. Ji xwe di serdemên kevnar de mirovan vala vala ji dayik, vegera xwezayê û ji azadiyê re negotine amargî! Hemû bi heman bêjeyê tê binavkirin. Mîna tiliyên destekî ji hev nayê cûdakirin. Mirov cûda bike wê aliyek wê kêm bimîne. Xweza bê dayik, dayik bê azadî nikare jiyan bike. Jiyan bibe jî wê bê wate û nava wê vala be.
Xweza di ahenga xwe de her tişt din ava hevsengiyê de berdewam dike. Tu tişt ji derveyî rola xwe ya xwezayê tevnagere. Dema mirov zindîbûn a xwezayê çavdêrî bike, mirov efsûniya wê eşkere dikare bibîne. Gelek bûyerên balkêş rojane di xwezayê de diqewime. Mînak mori yê bi mirovan pir biçûk dixuyin, di cîhana wan de ahengeke xurt heye. Havînan her dem amadekariyê xwe yên zivistanê dikin, gelek caran barên ji xwe mezintir radikin da ku zivistan a xwe bi aramî derbas bikin. Cardin komunalizmek û rengê xebateke kolektîf ya pir xurt di navbera wan de heye. Weke mînak herdem bi komî dixebitin û di navbera xwe de ji bo kar beşan avadikin; weke mînak komek ji wan axa bin erdê dikişînin devre da ku ji xwe re cîh çêbikin, beşek jî qûtê xwe dikişînin hundir. Nîzama xwe jî tu car xeranakin, bi rêzekê li pey hev in. Dema ji cîhekî aheng a wan xira bibe, demekê di kar ê wan de gengeşî derdikeve.
Weke vê mînaka berbiçav, gelek mînakê din jî mirov dikare ji xwezayê bide. Moz jî mînakeke pir xweşe. Di navbera wan de jî beşkirin a kar heye. Mozên karker, mozên nêr û moz a mê yanî kralîçe-ece. Her kes karê xwe dizane û li gor wê tevdigere. Mozên karker weke navên xwe herdem li ser kar in. Diyar diyar digerin, dibin mêvanê gul û kulîlkên hezar rengî, tiştê jê pêwist jê digre û dibe kevara xwe. Lê tenê vê jî nake, di destpêkê de jî hatibû ser ziman; di xwezayê de di nava zindiyan de ahengek pir xurt heye. Çawa di mirov û ajalan de nêr û mê heye, heman tişt ji bo nebatan jî derbas dibe. Yanî din ava dar, gîha û kulîlkan de du cins hene û dema moz ên karker, dibe mêvanê kulîlkan tovên kulîlka derbasî yên din dike û bi vî awayî kulîlk jî dikarin zêde bibin.
Mirov bi xwezayê re çiqas bibe dost, dostaniya xwezayê û parastvaniya wê hîn bêtir tê famkirin. Ger însanek xwezaya tê de ku rola dayikê dilîze binase, xweza tu car nahêlê mirov tengav bibe. Bi hezaran cûre fêkî û sewzê xwe, bi dar û kaniyên xwe çavkaniya jiyanê ye.
Li gel çermesoran ax pîroz e, ji xwe di gotineke pêşiyan ên çermesoran de jî dibêje, ezê çawa kêrê li zikê diya xwe bixînim. Cardin di gotineke din dibêjin, “em naxwazin zirarê bidin dara. Çi wexta pêwîst bike em destpêkê tutinê îkramê wan dikin, û tu carî em derveyî pêwistiyên xwe zêde bikarnaynin. Ger em bê yî ku hestên wan nefikire û beriya em wan jêkin tûtinê îkram nekin wê hemû darên li daristanê wê rondikan bibarînin û wê ev dilê me jî birîn bike.” Girêdana bi xwezayê pîroz e, lê mixabin di roja me de texrîbatên pir mezin hene, gelek ji van jî êdî vegera wê nîne. nemaze li bajaran bi taybet ji aliyê serdest û emperyalîstan ji bo berjewendiyan hemû nîrxên pîroz binpê dibe û xweza tê kuştin. Bi kuştina xwezayê pêşeroja hemû zindiyan jî bi xwe re tê kuştin.
Gerîla jî zindîbûna xwezayê dizane û xwe jî ji yek perçeyê xwezayê dihesibîne. Bi qasî pêwistiya xwe jê sûdê werdigre, zêdetir ê wê jî diparêze. Ji lewra dizane ku wê bi qasî ew xwezayê diparêze zêdetirê wê xweza jî gerîla diparêze. Xweza jî weke dayikê pîroz e ji bo mirovan. Lê hezar û sed mixabin ku bi taybet piştî pergala kapîtalîst serdest bû roj bi roj xweza texrîp kir û êdî gihîştiye wê astê ku êdî mirov nikare li gelek bajaran bijî. Ji bo xwe din av xaniyên ji betonê dîl bikin hemû dar û daristan tê jêkirin. Avheva ji ber qirêjiyan êdî gihîştiye asteke xeternak. Ji ber wê çawa demekê gotina me vegera welêt bû, ji ber welêt tu car pîrozahiya xwe wenda nake. Ev car jî em bêjin vegerin xwezayê. Dilê xwezayê bigrin. Ger em dixwazin pêşeroj a me hebe, divê em xwezayê biparêzin, dewlemend bikin û xwe ji sepandinên pergala kapîtalîst dûr bixînin. Ji lewra ne jiyan dimîne ne jî poşmaniya dawiyê dibe çareseri…
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Qurbanên bombeyên kîmyawî li Helebçeyê di sala 1988’an de.
Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebçeyê. Di nava çend demjimêran (saetan) de li Helebçe û derdora wê bi hezaran Kurd mirin û bi 10 hezaran Kurd jî seqet man.
Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebçeyê û wêneyên ku li Helebçeyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdarkir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji desdabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebçeyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebçeyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar Kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebçe û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê (qanserê) ji sedî 800 zêde dibû. Her weha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wendakirin. Li gorî agahiyan, hêjî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêzîk Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdelmecîd bi navê kod "Eliyê Kîmyawî" li girtîgehan li benda roja darizandinê ne. Lê belê hê ne diyare wê kengî derkevin pêşberî dadgehan. Gelê Kurd û bi taybetî jî gelê Helebçeyê li bendê bû ku ji Sedam Huseyîn û Elî Hesen Ebdelmecîd hesab were pirsîn.
Deme ku mirov li dîroka Kurdan dimeyîzêne, mirov pir êşeke mezin dibîne. Emê di vir de wê êşe tevî neyînin ser ziman. Em bi serekirinên ku li hemberê Kurdan ji sadsala 20. pêde bînin ser ziman ji wir pêde çawa heta dema Helepçê emê bînin ser ziman. Ji ber ku Helepçe, qirkirineke etnîkî ya sadsala 20. weke ya Ermenî û Cihuyan, yeke herî mezine. Helepçe, ji ber ku bû sembola komkujiyên li ser wî gelê ku di Helepçê de hate kuştin. Bûye sembola ser serê Kurdan.
Yên ku ew komkujî jînkirine Kurdin. Dema ku mirov li dîrokê dimeyîzêne, dîrokeke pir bi êş mirov dibîne.
Roja Helepçe
Di wê rojê de rojê bi xweşî despêkir. Her kesek li ser kar û barê xwe bû. Lê piştî ku roj hinekî bilind bû, dinya hêdî-hêdî vebû, li asîmanan firoke çûn û hatin, mîna ku derman li hawîrdorê werbikin ji bona ku kêzik û kuliyên ku zerarê didin çandiniyê, bikujin. Ew dermanê bi rengê sipî li ser mirovan bê dilovanî dane reşandin. Ew derman li asîmana sipî bû lê belê gava ku mirov nêzîkdibû mîna tarîtiyekê xwe nîşandida.
Gava ku ew derman hate reşandin, hinek mirov di ser xwarinê de hatin girtin. Ew li ser xwarinê rûniştî bûn. Wilo di cihê xwe de rûniştî man, mîna naylonê di cihê xwe de dawerivîn. Laşê hinek ji wan jî qalikê xwe tavêt, piç û piç hişkdibûn. Dema ku dem derbasbû êdî qîr û qêjîn di nav hev de bilind bûn û li erşê xwedê sekinîn. Dengê mirovan di nav hev de dihatin. Hinekan xwe ji bajêr derxist û berbi sînorê îran ve çûn. Hinekan jî berê xwe dan herêmên derdorê bê ku tiştekî bi xwe re rakin. Gelek jê pêxwas berê xwe dan sînorê Îranê.
Di ber qirkirina Helepçê de Tirkî, Îran û Sûrî berpirsyarin
Tirk, Îran û Sûrî, li gel Sedam cihê xwe digirtin. Haya wan ji komkujiya Helepçe hebû. Piştî ku şerê duyemîn yê li Îraqê çêbû, hingî wezîrê karê derve yê Tirkî ku Îro Serokomare, Abdullah Gul gotibû ku "xeber dane me û gotin me, bi me re Kurdan bikujin, me erê nekir". Lê kirinên wan yên ku piştre derketin holê didin nîşandan, ku ew jî bi wan re bûn.
Haya Tirkî jî, jê hebû. Roja ku komkujiya Helepçê çêbû, piştî wê bi du rojan konfiransa "Konfiransa welatên Islamî" ku navê wê yê kin IKO ye çêbû. Hingî, Tirkî bi Serokomarê xwe tevlê bibû. Hingî tu welatekî Misilman ev komkujiya li hemberî Kurdan nexistin rojeva xwe. Heta Sûrî bû asteng li pêşiya alîkariya ku Kurdên di bin deshilatdariya wê de xwestîn ji bona gelê Helebçe bikin.
Li ser vî bingehî em karin bêjin ku komkujiya Helebçe ne tenê bidestê Sedam hatiye pêkanîn, her weha bi destê hêzên paşverû yên heremî û hêzên Imperyalîst yên cîhanî û siyasetên Kurdên ku xwe radestî sazumana serdest kirin, hemî di ber vê komkujiyê de berpirsyarin.
- Ayrıntılar
“Çavkana Navendî: MEZOPOTAMYA”
Piştî qeyranên di navbera olan de, wekî şaristaniyeke dema sêyem Modernîteya Kapîtalîst dikeve rojevê. Dema mirov li dîroka şaristaniya Ewropa dinêre, bi lîberalîzma xwe hema hema piranî nirxan berovajî kiriye û her tiştî bi xwe daye destpêkirinê. A rast me jî hetanî ku parêznameyên Rêber Apo derneketibûn wisa dizanibû. Bi parêznameyên Rêber Apo re em ji şaş zanînên xwe warqilîn û hejiyan. Derket holê ku nêrandina Ewropa wisa masûm an bêguneh nîn e. Aborî, Zanist û Dewletê bi xwe dide destpêkirinê û hegemonyaya xwe bi vî awayî rewa dike.
Di vê mijarê de dema ku mirov li nêrandina marksîstan binêre, şaristaniyê bi awayekî yekpare bi dest nagirin. Di çarçoveya çînî de dinêrin. Li gorî marksîstan fena ku şaristanî tiştek baş e û fenomenekeke ku divê xwezayî bibe ye. Dîsa olan jî şaristaniyê dabeş kirine. Li gorî van nêrandinan şaristaniyên wekî Çîn, Îslam, Xirîstiyan, Hînd û Ewropa yek û serbixwe têne dîtin. Ger ku em şaristaniya Ewropa, Çîn an jî Hînd bihesibînin ku bi serê xwe bi pêş ketine, ew dem em ê vê sîstema cîhanê bi vê nêrînê şîrove bikin. Lê ev teqez ne wisa ye. Vanan bi hev re di nava geşedaniyek de ne.
Ku mirov nimûne bide neolîtîk li Mezopotamyaya Jorîn yekem car destpê dike. Ji ber sedemên erdnîgarî û werzî an demsalî guncavbûnek heye. Neolîtîk li gelek deveran pêşketinek nîşan dide, bes her deverek xwedî xweseriyek e. Ferqa Mezopotamyaya Jorîn ev e ku zirûf guncav in û di yek navendekê de pêşketinek çêdike û hêleke gerdûnî bi dest dixe. Li vir bi belavbûneke Navend-Derdorê cudahiyan tevlî xwe dike û xwe bi pêş dixe. Ev rewş ji bona şaristaniyê jî wisa ye.
Belavbûna Navend-Derdorê ya neolîtîkê navend Mezopotamyaya Jorîn e, derdorên ku bandor bûne Zozanên Îranê(B.M 7000), Çîn(B.M 5000), Hînd(B.M 4000) û Ewropa(B.M 4000) ne. Wekî mînak dema ku em li şaristaniyên Hînd û Çînê binêrin, bi qasî ji çavkana navendî(mezopotamyaya jorîn) çêdibin, bi heman awayî rengê xwe jî li nav xistine û xwe domandine. Dema ku li Mezopotamyaya Jêrîn şaristanî destpê dike û bi pêş dikeve, hê li gelek deveran ya derbasî neolîtîkê nebûne yan jî detpê nekirine. Dema ku bi Çanda El-Ubeyt(B.M 5500) re li Mezopotamyaya Jêrîn bi bajarên wekî Uruk şaristanî destpê dike, li Ewropa, Hindistan û Çînê neolîtîk tê jiyandin. Di vir de çavkana navendî(ana nehir) Mezopotamya ye. Ji ber ên din ji wê xwe têr dikin. Çima Çîn nabe rûbara navendî yan jî şaristaniyeke navendî, ji ber ku bi xwe sînor dimîne, belav nabe û xwe nake gerdûnî. Lewre wekî milekî kêlekî dimîne.
Ger ku nêrandineke çavkana navendî nîn be, fena ku her tişt bi Ewropiyan destpêkiriye bê fêmkirin. Pêşketina şaristaniyê Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawîn de dişibîne herikîna çemek. Dema ku çem diherike riyek an xetek wê heye. Di kêlek de jî avzemêk an kaniyên biçûk xwe tevlî dikin û her diçe ev çem mezin dibe. Vaye di vir de bandora şaristaniyên Misr, Çîn, Hînd û Ewropa fena van avzemêkan e. Ev çem her dem dihereke û mezin dibe. Her ku mezin dibe jî gerdûnî dibe. Şaristanî ku bi El-Ubeytê destpê dike û dest datînê jinê û hemû nirxên jinê; bi Sûmeriyan didome, bi bajarên Uruk, bi bajarên Ur, împeratoriya Akadî, Babîl, Asûr, Med, Pers, Grek û Roma her diçe hartir dibe û xwe li peravên zeryana Atlasê re dike yek.
Di vê herikînê de her çûye navend şimitîne. Yek yekê tune kiriye, bes gelek nirxan jî ji xwe re girtiye û pêşdetir biriye. Di têkiliya Navend-Derdor de, navend her dem derdora xwe bandor kiriye û xwe bi pêş ve biriye û belav bûye. Ev rewşeke gerdûnîbûyînê ye. Di vir de diyalektîka afirandin-çêbûnê heye. Ji ber ku ji bona navendê piştbaxçeyek pêwîst dike. Tabî mirov ji bîr neke ku ev belavbûn; bi awayekî çandî, mêtîngerî, dagirkirin û bi koçberbûnê çêbûne.
Di hemû çandên cîhanê de, di çandên wan de ji dehî yek eydî wan be, ji dehî neh gerdûnî ye. Ji ber ku ew çanda ku gerdûnî nebe wê tune bibe. Wekî mînak, te malek hilberandiye. Ji bona ku ev mal bê pejirandin, divê ji derdora xwe re sûda xwe hebe. Yanî divê derdor qebûl bike. Ku çiqas derdor vê qebûl kir, wê ewqas çavkan an ciyê ku jê derketiye bibe navend.
Bo nimûne çanda cixare kişandinê. Li gorî lêkolînan destpêkê titûn li parzemîna Emerîka B.M 6000’an de hebûye û mirovên berê li ser navê derman hem cûtine, hem jî li birînên xwe dane. Encax 4500 sal şûn ve bi aweyekî zelal Mayayên ku li naveka Emerîkayê ne vê bikar anîne. Jixwe yekem car îspanyolî derman dihesibînin û bi xwe re tînin. Ev titûna ku berê ji hêla çermsoran û înkayan hatiye bikaranîn, di sala 1942’yan de Christopher Columbus yekem car li Kûbayê dibîne û ev tiştê ku dibîne nîşanî Ewropiyan dide. Ew dem jî merasîm û şahiyan de ev hatibûye kişandin. Piştre Ewropî navê wê datînin Tobacos. Tê gotin piştre dema ku mîsyonerek îngilîz diçe Emerîka, Waliyê Vîrginayê kişandina cixareyê hînî wî dike û pîpoyek diyarî dike. Piştî demekê li qesran her kes dikşîne û li gel jî belav dibe. Yekem car xwendekarek bijîşkiyê bi xwe re dibe Hollandayê. Di nava 200 salî de li hemû dinyayê belav dibe. Lê dema ku careke din tê Emerîkayê bi awayekî veguherî dizivire Emerîkayê. Portekîz wekî pûro, meksîkiyayî li kaxezek pêçandî kişandin. Her çû fena şohbekê li dinyayê belav dibe. Titûn li Hindistanê ewqas bi nirx e, di şûna pere de tê bikar anîn. Wekî mînak bûhayê çêlekek bi qasî ku pelên titûnê ew dipêçe dihate diyarkirin. Ew dem osmanî, japonî û rûs hewl didin qedexe bikin, bes ji ber ku titûn nasnameyeke GERDÛNÎ bi dest dixe nikarin pêşî lê bigirin. Vaye îro em jî dikşînin, faris û tirk jî dikşînin. Lê ev nayê vê wateyê ku em di mijara titûnê de navend in. Mirov dikare meseleya gerdûnîbûna şaristaniyan bi ya titûnê re daberhevî bike û biçe şîroveyekê.
Di vir de encama ku em digihînin û Serokatî di her dahûrînên xwe de ku wekî rêbaz bi dest digire, nirxandinên şaristaniyê de erka Navend-Derdor û çavkana navendî girîng in. Nexwe em ê xwe nikaribin ji lîberalîzma Ewropiyan rizgar bikin. Ji ber ku nêrandina dîrokî ya îroyîn, ya serdestan e û ev ji hêla îdeolojî, hegemonya û desthilatdariya wan ve hatiye diyarkirinê.
Lewre ji bona ku em bikaribin dîroka civakeke exlaqî-polîtîk, dîroka jinê, dîroka bindestan ji nû ve binivîsin, divê em berovajîkirinên serdestan jî baş bizanibin.
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –XI-“Rojenîkirina Îslama Mihemedî”
Piştî mît û mîtosan gotin di cî de be olên wekî yahûdîtî, xiristiyanî û îslam, her çiqas di derketinên xwe de ji bona sûda gelan bûbin jî, lê piştre fena bangeranekê li ser gelan derbas bûn û ew roj ev roj e bandora xwe winda nekirine.
Mijara olan ji bona derbarê exlaq û polîtîkayê de bibine xwedî nêrînek gelek girîng in. Rêber Apo di her parêznameyên xwe de li ser vê mijarê disekine. Ji ber ku ol, bi hezaran salan e li ser zihniyeta civakan bandor dikin û bûye amûreke bikaranîna desthilatdaran.
Di nivîsên borî de me kêmek bahsa xirîstiyanî kiribû. Di vê nivîsê de jî li ser misilmantî û Hz. Mihemed bê sekinandin wê baştir bibe. Di dema derketina Hz. Mihemed de pevçûna kar-sermaye-baziganî ya Sasanî û Bîzansan heye. Êdî hatiye rewşeke wisa, gelên li herêmê ji van pevçûnên wan têr bûne û ne razî ne. Ew dem bajarê Mekke di dest arîstokratên eşîrî de ne. Pêşengiya van eşîratan jî Kureyşî dikin. Ev eşîr di nava sevk û sefayê de dijîn, digel vê jî gel xizan e û yozbûn bê ser û ber e. Hebûna jinê heye an tuneye ne diyar e. Heta tê gotin ku bi saxî binax dikirine. Di rewşeke wisa de bendewariyeke kesek were wan xelas bike heye.
Ew dem Hz. Mihemed li karwanê Xetîce dinêre. Yanî di navbera wan de têkiliyeke bazirganî heye. Wisa dixuye ku Xetîce dixwaze hinek gavan bavêje, bes ji ber ku di zihniyeta civakîbûna wê demê de, gavên ku bavêje bi sînor in. Lewre kesek fena Hz. Mihemed ji bona bandora eşîran bişkîne, ji bona ereban ji vê tengavbûna bazirganî derxîne guncav e. Jixwe dema ku yekem car Cebraîl dikeve xewnê û ew ayeta yekem ku li hev pêçêyayî ye dide Hz. Mihemed û dibêje “bixwîne” sal 610 e. Yekem Xetîce baweriya xwe pê tîne, yanî mûrîda yekem e.
Bes li hember vê yekê bêguman eşîrên arîstokrat bêdeng namînin. Her diçe Hz. Mihemed li Mekkê tengav dikin û ber bi Medînê Hîcret dest pêk dike. Li wir jî propaganda didome. Li wir di warê civakî de Wesîkaya Medîne bi pêş dixe. Ev wesîka an hevpeyman xwedî qerekterek demokratîk e. Yanî meyl ber bi Şaristaniya Demokratîk e. Di vir de taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtik hene. Ji ber ku tu armanceke Hz. Mihemed ku dewlet ava bike û sîstemeke xwe dispêre arîstokratan nîn e. Ew dem mizgeft ciyên ku pirsigirêkên civakî têne nîqaşkirinê ne. Fena meclîsên gela ne. Gel li vir biryarên xwe bi xwe digirin. Tevlîbûna civakî esas e. Heta ew dem jin bi rihetî tevlî van civînan dibin û nêrînên xwe tînin ziman. Xwendina azanê xizmeteke mizgeftê ye. Dîsa hemû rîtûelên ku têne zanîn xizmet in. Berjewendiyên şexsî yên tu kesê/î di vê de nîn e. Li rastê çîn nîn e, desthilatdarî nîn e, xwe pirzamanî îfadekirin heye. Piştî ku Hz. Mihemed ji Medîneyê dizivire Mekkeyê, li hember Kureyşiyan artêşek ava dike û diçe ser Mekkeyê. Ên ku ew roj ji dil û cewher de îslamê ecibandin û mûnafiqên wekî Kureyşiyan tev bi hev re bawerî bi Hz. Mihemed anîn. Lê di rastiyê de ya ku Kureyşiyan kir xapandin bû. Jixwe piştre Ebû Sûfyanê Kureyşî ku Muaviye kurê wî ye, îslamê bi tevahî yoz kir û ev riya ku wî vekiriye mûnafiqên wekî rêxistinên AKP di roja me ya îroyîn de didine jiyandin.
Ew dem tu fikreke şaristaniyeke çînî-dewletparêzî nîn e. Jixwe bi vegera Mekkê re Kûreyşî jî, îslamê bi dirûtî dipejrînin, Lê di esas de yên ku dewlet an desthilatdariyê hedef dikin, ev derdor in. Rêber Apo derbarê vê pêvajoyê de diyar dike ku, ew dem sîstema heyî xwedî qerekterek komarî ye. Ku ew dem komar bi ser bikeve, wê şaristaniya demokratîk derketina pêş. Ya ku dibe li ser wefata Hz. Mihemed destpê dike.
Piştî ku Hz. Mihemed wefat dike, sê roj û sê şev li ser wî şerê desthilatdariyê tê kirin. Ap, jin, zava, keç, mûrîd, dijminên wî hemû dikevine nava pêşbaziya desthilatdariyê. Yekemîn xelîfe Ebûbekir e, piştre Omer tê ser kar. Bedewî ji vê rewşê aciz in. Ji ber ku di avabûna îslamê de pêşeng ew in. Di hemû şeran de ked û bedelên herî mezin ew didin. Li hember desthilatdariya heyî, serî radikin. Omer meyla van raperînan dide derve. Bi milyonan mûmîn, li ser pişta deveyên xwe, bi baweriyeke wisa ku Xweda dinyayê diyariyê wan kiriye û dest bi fethan dikin. Di vir de Omer, ev qewmên di valahiyê de mane û xwedî bertek in, ber bi fethan ve meyl dide wan. Heta ew dem gotineke Îbnî Haldûn derbarê ereb-çol-bedewiyan de heye û wiha gotiye; “Ereb didize, deve jî dibe çolê” Fraudel wan wisa binav kiriye; “Tevgera Fethan a Qewman” Tabî di vir de destpêkê dewletparêzî nîn e.
Nakokiya herî mezin ev e ku pêvajoya Medîne cuda ye, fethên bi bedewiyan û şerên desthilatdariyê cuda ne. Nakokiya herî mezin di îslamê de ew dem tam kûr dibe. Digel ku pêvajoya Medîne tam dijberî desthilatdariyê ye, bi Omer re rewş diguhere û Kurdistan jî di nav de bi serê şûr komkujiyan dikin. Ew dem Xaricî dewletbûyînê qebûl nakin. Yên wekî Hesen Sebah di vê qerekterê de ne. Ji ber ku ew desthilatdariyê ji îslamê re xiyanet dihesibînin. Ew jî encax dikarin 30 sal li ber xwe bidin. Jixwe piştî mirina 12 Îmaman îslam rengekî çînî-dewletparêzî û fetihçî digire. Li hember vê bi dehan mezhep dertên. Yanî wisa bi tevahî çûyîna desthilatdariyê çênabe. Milek di qerekterê şaristaniya demokratîk de ye û vê rewşê qebûl nake.
Niha di vir de du îslam dertên holê;
Yekemîn; îslama dewletbûyî. Sûnîtî, Şîatî di nav vê de ne.
Duyemîn; îslama ku nebûye dewlet. Ev jî xaricî û elewî ne.
Bi hatina Osman re ku ji Emeviyan e, zû tê kuştin. Wê demê kurê Ebû Sûfyan Mûaviye waliyê Şamê ye. Ev jî kuştina Osman dike hincet ku heyfê bigire. Piştî gelek teşqeleyan ku Elî dibe xelîfe, ew jî tê lîstokan. Bi Ayşe re dikeve şer. Di şerê herî girînde bi rûpelên Qur’anê ku di serê şûran de ye bandor dibe. Keys dixe dest mûaviye.
Di vê navberê de pevçûn û nakokiyên xiristiyanî û îslamê jî di bingeha berjewendî, bazirganî û fethan de kûrtir dibin. Ne çavên xirîstiyanan têr dibe, ne çavên qaşo misilmanan têr dibe. Her desthilatdariya ku tê ser kar, îslamê ji bona desthilatdariya xwe bikar tînin. Ev jî her diçe îslamê yoz dike û ji îslama Mihemed dûr dixîne. Di heman demê de di xirîstiyanî de jî ji ber nakokiyan pirsgirêkên civakî giran dibin. Her diçe hişk dibe. Engîzasyon li dar dikevin, li ser navên Xwedê şeran li dar dixin û li ser navê Xwedê efû dikin. Miftên bihûştê difiroşin. Ew dem Martîn Lutter bi 99 xalan derdikeve. Ev di xirîstiyaniyê de gavên reformî ne.
Jixwe ayet bixwe Projeyên Civakî ne. Hetanî ku Hz. Mihemed sax bû wê van projeyan çawa şêwe bigirtana, wê çawa bibûna desthilatdariyeke siyasî ne diyar bû. Lewre ev bûn sedemên pevçûnan. Bingeha pevçûna di navbera Elî-Mûaviye jî ev e. Elî Mihemedî ye. Destpêka Ehlî Beyt e. Bes rewşa siyasî ya di dema Hz. Mihemed de zelal nebûbû, Eşîreta Kureyşiyan cudatir dixwestin împeratoriyek ava bikin. Di van pevçûnan Hesen jî Hûseyîn jî têne kuştin. Xelîfetî dikeve dest Mûaviye û xelîfetiyê dibe Şamê. Bi vê guherînê re êdî qada bazirganiyê dibe Behra Spî. Piştre Ebasî asta şaristaniyê dibine qonaxeke din.
Dema ku di xirîstiyaniyê de yên wekî Martîn Lutter rê li ber reforman vedikin, berevajî vê di îslamiyetê de jî yên wekî Îmam Gazalî xezebê tînin serê îslamê. Her cure nîqaş qedexe dibe û pêşketinên di îslamê de dicemidînin û hê jî ew qeşa nehatiye helandin.
Di îslamê de mijareke dîtir, ev ol a ereban e an wê belav bibe bû. Piştî mirina Hz. Mihemed, desthilatdarên ku temsîla îslamê dikirin, nedixwestin her kesî bikin misilman. Ji ber ku bibûna misilman, nikaribûn ji wan bac bigirtana. Dîsa qedexe bû ku malên misilmanan bê talankirinê. Ev tengbûn bi Abasiyan re derbas dibe. Abasî îslamê tînin asta şaristaniyê. Ew jî di sala 1248’an de ji hêla moxolan ve têk diçin. Di îslamê de bi taybetî pêşketinên di navbera sedsalên 7 û 10’an de gelek bi lez in. Li Îspanyayê împeratoriya Îslam Endulis ava dibe. Di sala 1453’an de Fatih Siltan Mehmet Bîzansan belav dike. Stenbol dikeve dest.
Îslama ku bi derketina xwe re ji bona xizan, kedkar û gelan bû hêvî, ket dest mûnafiqan. Îro her hêz, dewlet, rêxistinên qaşo li ser navê îslamê tevdigerin, xiyaneta herî mezin li Hz. Mihemed dikin. Ji ber ku îslama ku Hz. Mihemed ne ev e. Îslama Hz. Mihemed xwedî qerekterek demokratîk e. Ji bona ku em dirûtî û mûnafiqiya hêzên wekî AKP, Cemeata Gulen û ew caniyên Hîzbûl-Şeytanokan derxînin holê, pêwîstî bi rojanîkirina Îslama Mihemedî heye.
Deştî Artim
- Ayrıntılar
Hêjmara 15 ji bona civaka Kurd, hêjmareke balkêşe. Hem cihê şanaziyê ye û bextewariyê ye, hem jî cihê xemgîniyê û şînê û axînê ye.
Dema ku hêjmara 15 li gel heyîva Tebaxê ango gelawêjê bê ser ziman, Kurd hemî kêfxweş dibin, lewra 15 Tebaxê roja serhildan, berxwedan û singvedana li dijî Nemrûda ye û hêviya azadiyê ye.
Lê belê dema ku ev hêjmar bi heviya Subatê(Reşemî) re tê gel hev, ji bona civaka kurd dibe rojeke erjeng, tarî, reş û zulûmat. Lewra Bêbextiya dîrokî li dijî hebûna civaka Kurd, di vê rojê de despêdike. Berî her tiştî ev bêbextî di odeyên kûr û tarî yên istixbaratên İnglîz û siyonîzma cîhanî de tê kelandin û pijandin. Li ser destê İsmet Înonû û Fewzî Çeqmeq’ê ku bi esl û feslê Yahûdî ye , 15’ê subata 1925 an dibe roja bêbextiya navnetewî li dijî hebûna Kurdan mîna civak, çand, ziman û nasname.
Ev leyîstok, dek û dolab ne bi destê Serok Komarê Tirkiyê yê wê demê, her weha bi destê sîxurên İngilîzan tê pêkanîn. Heta bi awayekî veşartî û sergirtî, Mustefa Kemal mîna Şêx Seîd nebe jî, dibe qurbanê vê bêbextiyê.
Di roja 15’ê Subatê de ku Kurd jê re dibêjin Reşemî(ango hêviya reş) di sala 1925 an de, Fewzî û İsmet komek leşker dişînin gundê Şêx Seîd û du leşkeran jî didin kuştin, di heman demê de çeteyên îtîhat û tereqî(nîjadperestên Tirk) jî dikevin sûka Amedê û dikan û bazargeha dişelînin û dişewitînin, di heman demê de dibêjin em leşkerê Şêx Seîd’in “rabin serhildane!”. Bê guman Şêx Seîd haj vê meselê hemiyê nîne, lê belê bê çare dimîne ku dest bi serhildana ku navê wê serhildana “Şêx Seîd” bike.
Ango ev serhildan bi kelandin, pijandin û sorkirina İngilîzan û Siyonîzma cîhanî çêdibe. Armanc eve; şerekî li ser bingehê neteweperestiyê di navbera Kurdan û Tirkan de heta sed salî derxîne holê. Ji bona ku İngilîz siyaseta xwe ya bi nav û deng “perçebike û birêve bibe” di rojhilata- navîn û dinyayê de serdest bıke gelek bêbextiyên weha kirine. Mînak, şerê di navbera Ereban û Yahûdiyan de. Ango herdu aliyan jî (Komara Tirk û Kurdan) qels û lawaz bike û li ser wan siyaseta xwe ya ezperest û kedxwar bide meşandin.
Lê belê 15’ê Reşemiyê(Subatê) di dawiya sedsala bîstan de, ku bi destê heman hêzan hate pêkanîn(İsraîl, İngilîz û Emerîka), navrûk û şêweyê wê li gora dem û cih hinekî cudaye. Ji ber ku vê carê di kesayeta Rêber APO de, tevayî rojhilatanaverast bû armanca destêdana(mudaxeleya) vê bêbextiyê. Raste, dîlgirtina Rêber APO di 15’ê reşemiya sala 1999’an de, bi 15’ê reşemiya sala 1925’an re hevdeme, ango bêbexta ev roj girêdayî pîlansaziya xwe ya berê ku li dijî Şêz Seîd û hinekî jî li dijî M. Kemal birêxistin kirin. Lê belê vê carê “War ew ware, lê bihar ne ew bihare”. Ne gelê Kurdistanê gelê berê ye, ne jî Rêberê vî gelî Şêx Seîd’e.
Rêber APO di kesayeta xwe de felsefe û rêxistin û siyaseteke wisa derxist holê, ku hemî Ferewn û Nemrûdên vê demê bibin yek jî û wî mîna promîte(promîtos) di zinarên deryayê de çarmîx bikin jî, dîsa wê ew biserbikeve. Di rastiyê de jî em dibînin ku ev felsefe, rêxistin û siyaset bûye cewherê civaka Kurdistanê. Êdî Rêber APO bûye nemir, ji ber vê çendê em dibînin ku îro qirik li hêzên bêbext ziwa dibe. Lewra serkeftina Rêber APO û gelê Kurdistanê, di heman demê de, tê wateya binkeftina hêzên bêbext(komploger) li tevayî rojhilatanaverast. Ji ber ku van hêzan bi girtina Rêber APO xwestin ku bi mudaxeleya Îraqê, rojhilatanaverast bikin gola xwînê ku tu carî herikandina vê xwînê raneweste! Her çiqas hinek armancên xwe pêkanîbin jî, lê belê di dawiyê de li xwe mukir(itîraf) hatin ku biserneketine. Bê guman felsefeya Rêber APO ya ku sazî û hişmendiya dewletê rewa nabîne û napejirîne, rolekî sereke di vê encamê de leyîstiye. Lewra ev felsefe pişta xwe dide civakê, pişta xwe dide sazî, hişmendî, sinc(exlaq) û cînavka(wijdana) civakê ya xwezayî û dîrokî.
Belê, di 15’ê Reşemiya(subata) 2011’an de Rêber APO, Şehîdên şoreşê, gelê Kurdistanê û rojhilatanaverast bıserkeftîne, di heman demê de İngilîz, Emerîka û hemî Nemrûd û Ferewn binkeftîne. Lê belê tekoşîn bi dawî nehatiye û bi dawî jî nayê! Lewre hêzên bêbext(komploger) hêjî di odeyên tarî de rûniştîne û 15’ê Subatên nû amade dikin. ji ber vê sedemê pêwîste ku hemî gelên herêma rojhilatanaverast, hewl bidin ku li ser hîmê felsefeya Rêber APO milê xwe bidin hev û heta ku azadiya xwe pêkbînın û tovê civaka azad û demokratîk li vî xakî şînbibe.
- Ayrıntılar