Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, ber bi 12 mehan diçe. 14ê Temmuzê jî, Kurd wê li Amedê dibin slogana “ji bo Ocalan azadî” kom bibin û mitingekê lidarbixin. Pêwist e her Kurd, di mitinga dîrokî de cihê xwe bigire.
-----------------
14ê Temmuzê navê destanekî ye û biqasî destanê Troya navdar e.
Di paşerojên mirovahiyê de, wê wek qanaxeke dîrokî ya sedsala bîstan û bîstûyekê, di dîrok û ansiklopediyan de cih bigire û di dersên dîrokî de, di anfiyên zanîngehan de werê nîqaş kirin. Ji ber ku senfoniya şaristaniyên di himbêza cografya Kurdistanê teva diqîre û nasnameya qedîm ya mirovahiyê diparêze.
14ê Temmuzê li dijî zihniyeta îttîhadî destpêka berxwedanê ye û pêxistina agirê Kawa li dijî Dehaqên hemdemî ye. Zihniyeta îttîhadî ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha nijadperestiya faşîzan. Ev faşîzm bûye xeleka fetisandin û dardekirina gelê Kurd û gelên din teva. Lewma destpêka şerê li dijî kelih û bircikên vê zihniyeta “yek-yekan” giring e, dîrokî ye û destpêka destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, da xuya kirin ku mirin û kuştin, talan û dagirkerî ne destînî ye.
Zihniyeta îttîhadî, nirx û pîroziyên mirovahiyê red dike, talan dike, qirr dike. Bi vê sedemê 14ê Temmuzê navê destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, li dijî hovîtiyê, dengê hawara aştî û parastina jiyanê ye. Îro jî wek senfoniya qedîm kulturên Mezopotamya, wek nasnameya têkiliya mirov û dîrokê, girêdana mirov û axê derketiye holê.
Her destan, bi rengên taybet tê hunandin û aliyê xwe yê civakî, aborî, cografî û huquqî heye. Gerdûniya wna ji vê tê… 14ê Temmuzê jî, di van aliyan de xwedî nirxên pîroz e û roleke gerdûnî dilîze. Bi vê mebestê em dikarin pirsa “destpêka felsefê” di bûyera 14ê Temmuzê de bînin ziman… Çima ev buyer pêk hat? Gotina “çima” bersiva tevger û guhertina bûyerê ye. Çima; ji ber ku bûyera 14ê Temmuzê xwedî giraniyek tevger û guhertinî ye. Bandora wê jî, mina şerê Qerteca û Truwa bandor li herêmê teva kir.
14ê Temmuzê xwedî aliyekî mistîkî ye; Promethuse bi agir ve girêdayî ye, Kawa bi agir ve girêdayî ye, 14ê Temmuzê jî bi agir ve girêdayî ye. Agir guhertin e û şoreşa herî mezin ya mirovahiyê ye, bûye bingeha diyalektîkê û bi mirovahiyê re dijî.
Diyalektîk, li dijî metafîzîkê rastî ye. Rastiya civaka Kurd jî 14ê Temmuzê ye. Dagirkerî û zihniyeta îttîhadî jî bi erênî-neyînî navê vê diyalektîkê ye. Çalekiya 14ê Temmuzê jî sirr û razên li pişta neynikê û di nava fulyonê de veşartî eşkere kirin. Xeta navbera zilm û zordestiyê, dagirkerî û azadiyê, xeta navbera jiyan û berxwedanê, xeta di navbera demokrasî û faşîzmê, di navbera reş û spî de, di navbera dîrok û mirov de, di navbera ademî û hovîtiyê de eşkere kir.
Di qonaxa îro de, 14ê Temmuzê bi zelalî û di wateya xwe ya diyalektîkî de hatiye zanîn, hatiye dîtin û fêmkirin. Çima; ji ber ku darmêwe, kulîlk mezin bû û mêwe dide. 14ê Temmuzê bû çavkaniya çemê dîrokê û di vê herka çemê dîrokê de, pêşketin û guhertineke civakî derkete holê.
Mixabin hîna romana vê bûyera destanî ne hatiye nivîsandin. Roman, neynika dema xwe ye û zimanê gel e. Rengê dahatuya civaka xwe ye, lê bi têrahî ne hatiye nivîsandin. Beltikên magazîna edebiyata Kurdî, di vê babetê de hîna vala ye. Dabaşek dîrokî ye lê ne hatiye nivîsandin, dabaşek desînî ye û ev destînî bi cografya Kurdistanê ve girdayî ye, lê ne hatiye nivîsandin. Hejmara tiştên hatine nivîsandin, gelo çend beltikan dadigirin û çiqasî dabaşên dîrokî anîne ziman?
Erê “kurdên îttîhadî” hene û wek kurmê di birîna mûmarî de kar jî dikin.
Dîsa jî pêwiste romana vê cenagaweriya destanî û gelek bûyerên din werin nivîsandin. Nivîskarên Kurd, di her demûdewran û heyaman de, dibin her cure hoy û mercên giran de, li dijî zihniyeta îttîhadiyan, li dijî kurdên îttîhadî ligel gelê xwe cih girtine û şer kirine.
Elîşer û Zarîfe, mînaka vê dîroka bextewar û serbilind e. Îro jî bi hezaran Elîşêr û Zarîfe li serê çiyan, li kolanan, li girtîgehan mînaka vê dîroka bextawer û serbilind hene. Ji girtîgehan hindik bin jî, berhemên mezin derdiekvin.
Piştî 3- 4 rojên din salvegera vê bûyera destanî ye.
Gelê kurd, vê roja destanî 14ê Temmuzê de, li Amedê wê xelekên destanê dîrokî temam bike. Çima; ji ber ku ciwanên kurd 30 sal in xelekên vî destanê dîrokê dinivîsin û çavkaniya herka çemê jiyana gelê kurd bi pîrozî û nirxan dewlemend dikin. Gelê kurd jî, bi canfedayî van xelekên dîrokî, bask û beşên destanan hûrik hûrik di tevna jiyana dahatû de dihune. Destîniya kor û jiyan bi destê hêzên global, bi destê hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê hatiye reş kirin. Sed sal in, çavkaniya jiyana gelê Kurd hatiye wêran kirin. Lewma xelek, û beşên destanê 14ê Temmuzê û hunandina jiyana paşerojan berdewam dike.
Ev beşên destanên dîrokî, bendeyî Homerosên Kurd, Ehmedî Xaniyên nû ne.
14ê Temmuzê li Amedê û mitinga dibin slogana “ ji bo Ocalan azadî” de giring e û xwedî rol û misyoneke dîrokî ye.
Divê Kurd, di vê roja dîrokî de, li tevna jiyana paşerojan de damistonka xwe deynin û di wê rojê de, biçin Amedê û agirê 14ê Temmuzê bi slogana “azadî” dengê xwe bilind bikin. Dive ku di 14ê Temmuza sala 2012an de, dengê gelê kurd yê “azadiyê” li çar aliyên cîhanê bela bibe û wek ala serketinê di ezmanê Rojhilata Navîn de bibalive.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, kete roja 343an. 343 roj in ku, vijdanê razayî yê raya giştî şiyar nebûye. Lê gelê kurd, li hundir û derve, li dijî tecrîda komplokeran., li dijî vijdanê razayî di nava têkoşînê de ye. Dive ku, civanê kurdan teva di 14ê Temmuzê de li Amedê be.
-----------------------------------
Keliha derewan, çavkaniya şiltaqî û bêbextiyan desthilatdariya AKPê, ji bo ku careke din Kurdistanê dagir bike, çar hêz kirine nava tevgerê: Romî û çete, cemaet û ol, burokrasî û dadgehên taybet û çapemenî. Her hêzek ji van, stûnek ji îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk e û bi tevahî faşîzmeke taybet ku menendê wê li cîhanê peyde nabin e.
Berî çend rojan nûçeyeke ku zihniyet û helwesta AKPê ya li hemberî pirsgirêka Kurd datîne berçavan di çapemeniya Tirk de cih girt. Nûçe derbarê “qereqolên super” de bû. Digot: Di sala 2012an de wê li Kurdistanê 300 “qereqolên super” werin çêkirin. “Qereqolên super” yek ji xelatên AKPê ya ji bo gelê Kurd e.
Ji sedema ku xelatên AKPê, ji bo gelê kurd gelekî zêde ne, min got yek ji xelatan e!...
Dewleta Tirk balkêş e û kiryarên wê jî biqasî wê balkêş in. Di dîroka mirovahiyê de tiştên wiha balkêş kesî ne dîtine û ne bîna ne. Dikujin û dikine stuwê hemberên xwe. Yan jî li ser termê kuştiyan rondikan dibarînin. Dibêjin û mandele dikin. Dema ku derewê wan, yan jî kiryarên wan eşker dibinn, dest bi şiltaqî, şentaj û melaqiyan dikin.
Çar tiştên ku di dagirkeriya Kurdistanê de, ne hatine guhertin hene: Bac û bêş, siyaset, dadgehên taybet, burokrasî, romî, yan jî eskerên reş û cil şînik... Siyaset, reng biguhere jî her dem şêş tîr in. Eskerên reş û yên cil şinîk jî, her dem bûne kulihên bejik û êrîşî îradeya gelê Kurd kirine. Di her demê de, ji erd û ezman qotik barandine. (1) Dadgehên taybet û burokrasî jî, meşrû kirina her cure kuştin, tunekirin, inkar û kiryarên faşîzan in. Doh û pêr jî wilo bû, îro jî wilo ye!...
“Eskerên reş”, nave eskerên di qijleyan de ye. “Cil şînîk” jî cendirme ne. Ji her du basikan re “romî” tê gotin. Çi eskerên reş, ji cendirme, dema ji qijle û qereqolan derketin, weke kulihên bejik bi ser cihûwaran de digir in û her tiştî kafûkûn dikin, weke amûrên afûr û nafûra dojehî, tofana waweylê radikin!...
Gotina “ROM” jî, ji bo dewleta Tirk tê bikaranîn.
Dewlet, dema kujer be, çete be û komkujiyan pêkbîne, înkarê bike, siyaseta demagojî û şiltaqiyan, şantaj û rehîn-girtinê li hemberî hemwelatiyên xwe bikar bîne; kiryarên rûreşî weke, bêbextî, telaqreşî , hovîtî, barbarî dets pê dike. We ku ewropî dibêjin, dewlet bi xwe faşîst dibe.
Navê ROMê, tê wateya dagirkeriya metîngerî, bêbextî, çete û kontra.
Ev teva, stunên bingehîn yên faşîzma reş in. Dîrekt civakê, malbat û kesan hedef digire. Faşîzma li Kurdistanê jî, di nava demê de reng di guherê. Dîsa jî, bi yek armancê haraket dike. Bêzarî, perîşanî, xizanî û neçariyê pêktîne, bend û berberiya birakujî, paşverûtiyê, xeşîmî û bêzariyê pêşdixe.
Ev siyaseta taybet e û rezaleta ku mirov bi waqa-î sosyolojîk bi nav bikê ye.
Lê mijara me “qereqolên super” e.
Dagirkeriya faşîzan, dibin pêşengiya AKPê de bi rengekî cûda û dijwar li Kurdistanê tê meşandin. Piştî şerê 30 salên dijwar û berdêlên giranbiha, Kurdistan di aliyê zihnî, bedenî, civakî û îradî de hate rizgar kirin. Lê AKPê bi riya “eskerên reş” , “romiyên cil şîn” û “faşîzma kesk”, dixwaze car din Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jî, serî li her cure riyên derî exlaqî û derî insanî dide.
Li gorî ragihandina çapemeniya Tirk; Desthilatdariya AKPê, biryar daye ku, di sala 2012an de, 300 “QEREQOLÊN SUPER” ava bike. Heta îro, 60 qereqol jî hatine çêkirin.
Balkêş e ku berê, Kurdan avaniyên xwe saxlem û li hemberî topên dewletê bi hêz çêdikirin. Yek ji van gundan Mizîzexê ye. Piştî ku cara yekemîn top çû ser gund û xaniyê gundiyan (Qesrê) xerab kirin; kesên ku piştî demekê xaniyê xwe çêkirin, navbera dîwarên taqên xanî, derdora 70-80-100 cm. fereh çêkirin û “risim”a wê jî bi kils û keviran dagirtin. Banê xanî jî, bi du rêz keviran kemberî ava kirin. Cara duyemîn û ya sêyemîn ku, car din top çû ser gundê Mizizexê, xanî bi hêsanî ne hatin hêrivandin. Mînaka wê jî, hinek ji qesrên ku hîna li ser lingan mane ne. Gundiyan digot: “berê topê bandor li xaniyê (….) ne kir.”
Lê niha, yanî piştî şerê 30 salî, ne gundiyên Kurd, dewleta Roma Reş qereqolên xwe “super” çêdike. Ev jî dide xuya kirin ku faşîzma reş, şîn û kesk, li Kurdistanê têk çûye. AKPê, wargehên hêzên dagirkerên eskerên reş û romiyên cil şîn çêdike û Cemaeta Fetul-munkîr polis, burokrasî û saziyên “munkîrî” ava bike jî, xêr nake.
Balkêş e, ji roja ku Komara Tirkiyê hatiye damezrandin û heta îro, her bajarekî Kurdistanê qijleyek lê hatiye ava kirin, her navçeyek jî qereqolek. Li hinek ji navçeyan, yan jî gundan qijle lê hatine avakirin. Mînak Midyad e, gundê Nisêbînê Bawerdê ye. Pirraniya van qijleyan, di dema Osmaniyan de, cihê hêzên seyar bûn û ji bo biavêjin ser Kurdan hatibûn çêkirin. Desthilatdariya AKPê, li van qijle û qereqolan 300î din zêde dike. Heta îro 60 “qereqolên super” jî hatine çêkirin. Her qereqol tê wateya gorên komî û betonkirî.
Bajarên Kurdistanê 24 in, hejmara navçeyên Kurdistanê jî, kêm zêde 194 in.
Li gorî hejmara qijle û qereqolan, li her taxa bajarên biçûk û mezin, li her gundê Kurdistanê qereqolek dikeve.
Piştî şerê Têkoşîna Azadiya Kurd, zêdetir ji 100 hezar qorucuyan, çete û kontra jî li vê hêza qotikê hatine zêde kirin. Hejmara polîsên li Kurdistanê jî 600 hezar in. Yanî hêzên çekdar yên tirk, ku li Kurdistanê hatine cîwar kirin, ne biqasî şêniya Kurd be jî, jê ne kêmtir e. Derdorê 2 milyonan e…
Di dîroka kolonyalîzma cîhanê de; ji dema Emperetoriya Roma û Skenderê Mekedonî jî di nav de, kesî tiştekî wiha ne dîtiye.
Li gorî agahiyan dayin, dîwarê “qereqolên super” 20 cm. qalind e û li hemberî rokêtan bi hêz e. Divê were zanîn ku dîrok dûbare nabe û dem jî paş de venagere. Dem û dewran jî ne demûdewrana şerê yekêmîn yê cîhanê ye, Kurd jî ne Kurdên berê ne.
Dive em tiştekî din li 4 tiştên ku di dagirkeriya Kurdistanê de ne hatine guhertin zêde bikin. XIYANET.
Dema ku min MARÊ DI TUR DE nivîsî, êrîşî min kirin, Wilo xuya dike ku dive ez cildê duyemîn û sêyemîn yê xiyaneta Kurd binivîsim. AKPê xiyaneta Kurd jî zêde kiriye. Ew birîna mûmarî ya gelê kurd e. Ji ber ku her qereqol, her qijleya li Kurdistanê çavkaniyên xiyanetê zêde dikin, qedexe, asimilasyonê dijwartir dike û xelekek ji ya qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê ye.
Divê werê zanîn: Ne “qereqolên super”, ne jî kes û derdorên bi hefsar û gergunk, ku li dora AKPê bûne xazûlka berjewandiyan dikarin têkçûna dewlet û desthilatdariya AKPê li Kurdistanê bidin rawestandin.
-----------------------
1. –Qotik: Weba
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan, kete meha 12an, gelê Kurd jî li welat û derveyî welat, di nava tevgerê de ye. Pêwiste rewşenbîrên kurd jî, di vê pêvajoya dîrokî de bêdneng nemînin.
----------------------------
Di demeke ku dewleta AKPê, bi armanca valakirina hundirê siyaseta kurdan ketiye nava tevgereke giştî; tecrîd dike, dikuje, digire, red û înkar dike de gelê kurd jî ketiye nava çalekiyên dijber. Lingek ji yê çalekiyên gelê kurd li Ewropa ye, lingek jî li welat e.
Di vê pêvajoya ku cîhana me, di pêvajoyeke şerê cîhanî de ber bi rewşeke germ diçê de, belgeyên dewleta AKPê derketin holê û hate xuya kirin ku tevahiya kurdan bi çi dijminekî hov, çi zihniyeteke kujer re rû bi rû ne. Car din derkete holê ku KT, ideolojiya dewşîrmetiya kujer û klasîk ji destên xwe bernedaye. Car din hate xuya kirin ku, ne demokrasî, ne mafên mirovan, ne exlak, ne ademiyet û ne huquqê gerdûnî ligel wan giring e.
Divê werê zanîn ku destdirêjiyên Tirkiyê, ya li Suriye jî tenê yek parçe ji siyaseta gemarî ya dewleta AKPê ye. Dîsa komkujiya Roboskî û li Qendîlê jî, tenê yek parçe ji vê siyaseta qirêj û kirêt in. Piştî ku BELGEYÊN VEŞARTÎ derketin holê, êdî tevahiya parçeyên ideolojî û siyaseta dewleta AKPê eşkere bûn û rastiya dewleta AKPê jî baş hate fêm kirin. Armanc tunekirina gelê Kurd e.
Gotina min ya “FÊM KIRINê”, ji bo kesên sêyemîn e.
Belgeye veşartî ya KT wiha ye:
VEŞARTÎ YE
TC. WEZARETA KARÊN DERVE
JI AGİMê Û SAZIYÊN GIRÊDAYÎ wê AİGY Û GİGY re
JI BO VAN SAZIYAN BI DEST Û VEŞARTÎ
JI BO KÊ: JI BO KONSOLOSXANEYA ERBÎL - IRAQê
RENG: JI BO SAZIYÊN PÊWENDÎDAR Û BÊ HEJMAR
MIJARA BELGÊ: İHALA-8214TKL-TAR
MIJAR: Ji bo pêşketinên nû li herêmê, ewlekariya hundir û derve, di polîtîqeya derve de, aamdekariyên ji bo konseptê û gavênw erin avêtin
JI BO SAZIYÊN PÊWENDÎDAR;
Di vê belgê de, karûxebatên dibin sîwana Wezareta Karên Derve ya Tirk de, ku li herêmê têne meşandin têne destnîşan kirin. Planên veşartî yên karûxebatên hatine kirin û werin kirin jî cih girtine. Ev belge, ji Konsolosxaneya Tirk ya Hewlêrê re hatine şandin û neynika KT, ya karûxebatên provakasyonî yên li Başûr, Rojava û herêmê ye. Di heman demê de siyaseta Tirkiyê ya li Suriye jî eşkere dike. Navend û baregeha konseptê jî Hewlêr e, hedef jî Kurdên li rojava ne.
AGIM: Navenda Ewlekarî û Lêkolînan ya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ye. Girêdayî vê saziyê, AİGY û GİGY hene. Ev jî baskên saziya karûxebatên provakasyonan e û ji aliyê îstîxbarata Tirkiyê ya eskerî û sifîl ve têne meşandin. Belge dide xuya kirin ku, Komara Tirkiyê ji bo têkbirina Kurdên Rojava, Hewlêr û Başûrê Kurdistanê weke baregeh bikar tine.
Komara Tirkiyê rejîma Suriye dike hincet û ji bo tesfiye kirina PKKê û Kurdên li Rojava polîtîkeya kujerî dike pratîkê. Komara Tirkiyê di belgê de, di pêşketina li Suriye de, Kurdên Rojava wek faktora sereke dinirxîne û bi nav dike. Li gorî vê tespîta giring jî, rê û şivîleyên werin dîtin û gavên bên avêtin jî tespît dike. Dibêje:
Gava yekemîn: Li dijî bandore PKKê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, şarê psîkolojîk wê werê kirin. Dibêje: Di nava gel de bela bikin ku PKK rejîma Suriye diparêze. Bi rêjîmê re li hev kiriye, gelê kurd ji bo parastina rejîmê dike qurban..
Ji bo vê siyasetê bikin pratîkê jî, PDKê û rêvebiriyên herêmê dikine amûrên xwe û kar jî didine wan. Dîsa didine xuya kirin ku ji bo vê siyasetê, erêniya dewletên rojava jî hatiye standin. Di heman hewldanê de, hinek kesên ji Kurdên Suriye jî weke lîder têne tespît kirin. Di belgê de wiha tê gotin: Ji kesayetiyên Suriye mirov werin tespît kirin û derbixin pêş, wek lîder lanse bikin û misyonekê bidin wan, bi hêzên din re bidin naskirin û wan bînin cem hev, dibin pêşengiya wan de yekîtiyan çêbikin, hevkariyan bidin destpêkirin. Ev siyaset li gorî berjewendiyên me ye.
Di xala duyemîn de, misyona ji bo PDKê jî heye, dibêje; (…)
“Hêz û bandore rêxistina cihêkar ya Kurdên li Suriye (PYD) têk bibin, lewaz bikin û pêgiha tevgera wê teng bikin, dawî tesfiye bikin. Ji bo vê jî xeta PDKe serdest bikin û destek bikin.”
Di belgeyên VEŞARTî yên KT de, provakasyonên li Rojavayê Kurdistanê jî cih girtine. Dibêje; pêwiste, nijadperestên Ereb, dijberên li dijî rejîmê dibin pêşengiya îstixbarata Tirk de bikevin nava tevgerê.”
Balkêş e ku KT ji bo vê jî, hemwelatiyê Suriye Kurdê ku wek leheng û pêşengekî siyaseta Kurdên li Suriye tê naskirin, nam-i deger Selahê Bedrê yanî Selahaddîn Bedredîn bijartiye.
Xala 4. mîn jî dibêje:Di pêvajoya şer de, Kurdên li Suriye ber bi Tirkiyê bidin koçber kirin; beşekî jî ber bi Bakurê Iraqê, herêmên dibin hegemonya PDKê de bidin koçber kirin. :
Bêguman agahiyên divan belgeyan de ne ev bi tenê ne.
3 daxuyaniyên dawî yên rêvebirên Artêşa Azad ya Suriye û hedef girtina Afrînê, vê konjektura bêbext û bextreş jî ku çawa kirine pratîkê, baş eşkere dike.
Medneni FERHO
- Ayrıntılar
v
Dersîm; tê wateya “Deriyê zîv”, bi tirkî jî dibêjin “Gümüş kapı”. Çar aliyê Dersimê çiyayên bilind û newalên kûr ve hatiye pêçandin. Li nav bajarê Dersimê ava Mûnzûr û ava xarçik digîjin hev. Serê çiyayê Mûnzûran wek bûkekî herdem spî herdem zêrîn e. Dersîm ji dîroka mirovatiyê heta qetliama 1938’an azad jiyan dike. Ne Romayê reş û Erep, ne jî Pers û Osmaniyan li Dersimê nebûn desthilat. Piştê ku raperîna Seyît Riza bin dikeve, ew dem Dersîm jî dikeve û bi dijwarî, asîmîlasyona dewletê Kemalîst re rû bi rû dimîne. Lê belê hemû çiya, newal û zinarên Dersimê bêhna raperîn û berxwedana belav dike. Bi sedan keçên ciwan ê Dersimê ji bo nekeve dest leşkerên tirk xwe ji zinaran diavêjin. Dîrok û erdnigariya Dersimê ewçend rengîn û dewlemend e.
Hevala Zîlan ji vê dîrok û erdnîgariyê bandor dibe. Ji aliyeke din dikeve bin tesîra Rêber APO û tevgera azadiya kurd. 1996’an li Şam’ê dema êrîşek li hember rêber APO tê lidarxistin, berê herkesê hevala Zîlan dibe bersiva Serokatî û xofeke mezin dide van êrîşkar an. Her çiqas ketina navenda Dersimê zehmet be, hevala Zîlan bi awayeke gerîllayê nûjen dikeve taxa cûmhûriyet ê. Çalakiya fedaî pêk tîne. Dijminê xwîn xwar û emperyalîstên komploger hejandineke mezin dijîn. Dilê 50 milyon kurd bi şehît Zîlan gêş dibe, serê 50 milyon Kurdistan’î bi şehit Zîlan bilind dibe. Zîlan bi çalekiya xwe jiyaneke nû diafirîn e. Zîlan dibe jiyana azad. Navê keçên kurdan dibin Zîlan. Kom bi kom derdikevin serê çiyan, pêl bi pêl rabûne serhildanê. Ketin zindanan, bûn berxwedanvan. Ş. Zîlan riheke nû da ciwan û jinên Kurdistanê. Kurdistan bu qada rûmeta mirovahiyê. Her sal 30’ê hezîranê têkoşerên Kurdistanê, Ş. Zîlan bibîrtînin û têkoşîna xwe bilind dikin.
Di salvegera çalekiya herî mezin a PKK’de em soz didin ku vê salê emê bikin sala Rêber APO. Gelê Kurdistanê beriya gerîlla vê salê bi serhildanên xwe kir sala Rêber APO. Hemû Kurdistan wazîfeyên xwe pêk anî. Niha dem dema gerîllay e. Ş. Zîlan çawa bû besiv ji komploya navnetewî re, pêwîst e em jî bibin bersiva şerê topyekûn. An emê di xeta Zîlan de têbikoşin û serbikevin, an jî dîrok wê tucar me afû neke. Rêka navîn nîne. Rêber APO dibêje; an hûn bibin wek Zîlan, an jî têkbiçin. Rêka din nîne. Rêka navîn oportonîzm e. “Xwedî derketina nixên Kurdistanê, xwedîderketin xeta Zîlan e. Tenê ev xet û şêweyê têkoşînê dikare xeyal û armancên gelê kurd pêkbîn e. Axa Kurdistanê çawa ji Îskenderê mezin re bû cehennem, ji dewletên statû parêz û hêzên kompoger re jî wê bibe goristan. Vê carê em wek şagirtên Ş. Zîlan li ser xaka pîroz bi ala sor û zêrîn rûmeta xwe ya netewî ji hemû cîhanê re bidin nîşandan. Sond û peyman me jî Rêber APO û Ş. Zîlan e…
Emê heta dillopa xwîna xwe ya dawî têbikoşin û di rojên pêşerojên azad bi Serokatî re bijîn.
Rohat
- Ayrıntılar
Hêvî avakirin û pêwîstiyên van hêviyên pêkneanîn gunehê herî mezine. Nemaze di rojên dawî de mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd di rojave hemû welatên perçeyên Kurdistanê ne. Aktorên navnetewî jî dixwazin di vê mijarê de rol bigrin.
Bi vê mijarê ve girêdayî hema bêjin hemû rayedarên hukumeta AKP daxuyaniyan didin. Rayedarên Herêma Kurdistanê, DYA, YE û cardin rewşenbîr û rewşenkorên lîberal di vê mijarê de nêrîn û hêviyên xwe tînin ser ziman. Mirov dikare bêje axaftin zêdene. Gelek tişt tên gotin, nêrîn pêş dikeve. Di vir de tu pirsgirêk nîne. Mijar çiqas bê nîqaş kirin ji bo çareseriya pirsgirêkê bingeheke xurt dikare ava bike.
Gelek caran ji bo gotinên rispiyan an jî rêber û melayên di civakê de dihate gotin ku, "tişta dibêjin bikin, tişta dikin nekin" Bi vê ve mebest ew e ku gotinê wan rast e lê pêkanînên wan an go emelên wan şaş in. Guftugoyên di rojên dawî de jî heman tiştî tînin bîra mirovan. Lê ev tenê jî kêm e. Hemû tiştên tên gotin jî ji rastiyê dûr in û gûmanên heyî ji holê ranake.
Weke çend mînak Kurd çend hezar sale li ser vê xakê bi çanda xwe û zimanê xwe jiyana xwe berdewam dike. Hemû şer, êrîş, bişaftin, asîmîlasyon û înkar nekarî hebûna çand û zimanê Kurdan tune bike. Cardin bi hezaran sale Kurd li ser vê xakê bi gelên din re têkiliyên pir xurt avakirine . Her dem behsa biratiyê tê kirin. Lê dema ev biratî yekalî be an go li ser hîmê xapandinê be serhildan û nerazîbûn jî wê pêş bikevin. Nemaze piştî înkar û asîmîle pir eşkere hate kirin Kurdan jî li beramberî vê yekê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dan. Lê heta roja me ya îro ji bo vê jî gelek êş, şikestin û azar jiyankirine. Piştî derkeftina PKK'ê nemaze destpêka sedsala 21. de polîtîkayên înkarê bi giştî hate rûxandin. Ev encama berxwedana mezin a PKK'ê bû. Ji bo vê gelek berdêl hatibû dayîn. Gelek can ji bo vê yekê gihîştin asta pakrewaniyê. Lê êdî di roja me ya îro pir eşkere hebûna Kurdan tê pejirandin. Ev berhemê çanda berxwedanê ya PKK'ê bû. Ji xwe ji rojên destpêkê de ji yek pêşengên vê tevgerê Mazlûm Dogan gotibû" Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serfiraziyê" Bi jiyan û berxwedana xwe jî ev yek îspat kir.
Di roja me ya îro de jî ev înkar a eşkere neyê guftûgokirin jî lê bi pêkanînan xwesteka berdewam kirina vê yekê xuya dike. Bi axaftin û pêkanînan ev yek ji xwe rastî li bertekên dijwar ên gelê Kurd tê.
Çend mijarên di rojên derbasbûyî de nîqaşên gurr bûne;
*Zimanê Kurdî wê bibe waneya bijare...
*Bila bê şert û merc PKK çekan berde...
*Ger PKK çekan berde em dikarin xistina mala taybet a Reber APO nîqaş bikin...
*Hêviyên ji bo AKP û Erdogan ku wê pirsgirêka kurd çareser bike heye...
Ev tenê çend mijarin ku mirov bi rastî jî van çawa binirxîne, bi çi rengî şîrove bike? Pergaleke ew qas eşkere weke henekê xwe bi mirov bike dibêje me qedexeyên li ser zimanê kurdî rakiriye! Lê hîn jî bi sedan girtî ji ber li dadgehan de nikarin bi zimanê xwe îfadeyên xwe bidin darîzîna wan xetimiye.
Bi sedan ciwan, jin û xwendekar ji bo bi kurdî axifîne, bi kurdî diruşme avêtine an jî bi kurdî xwendine di girtîgehan de ne. Di sedsala 21. de hîn jî hin kêmaqil dikarin bêjin "zimanê kurdî ne zimanê şaristaniyê ye". Ya rast ev ruyên wan ê rastîn nîşan dide. Dîsa li Kurdistanê li welatê Kurdan de dibêjin hûn dikarin bi dersên bijare perwerdeya zimanê xwe bibînin. Ev ji bo netewekî heqareteke. Ziman zimanê wî yê dayikê ye, mafeke jiyanî û xwezayiye. Lê ji bo bi wî zimanî perwerdê bibîne divê wê dersê hilbijêre. Ev tenê pêkanîneke faşîzan e. Ji ber vê jî tu kes ji xwe bi wan bawer nake. Heta bixwazin bila weke pêkanîneke dîrokî binirxînin, di aliyê hişmendî de weke şoreşê bigrin dest lê gelê Kurd dizane naveroka wê vala ye û ji bo xapandinêye. Çawa nepoxek çiqas mezin be jî bi tiştekî tûj pir zû dikare biteqe û belav bibe, Ji ber ku nava wê valaye tenê hewaye. Ev galegalên wan jî weke nepoxêye.
Heta destpêka avakirina tevgera azadiyê li ser navê Kurd û Kurdayetiyê li Kurdistanê peleke daran jî nedihejiya. Bi gotina wan "Kurdistan li çiyayê Agiriyê meftûne". Kê li ser navê Kurdayetiyê û Kurdistanê gotinek bikira her cure zext, girtin, îşkence, ceza ji bo wî -wê rewa dihate dîtin. Bi hezaran kes ji bo bi Kurdî axifîbûn di girtîgehan de jiyana xwe borandin. Bi hezaran zarokên Kurdan ji ber li dibistanê bi Kurdî axifîne lêdan xwarine, gef li wan hatiye xwarin û gelek mînakên bi vî rengî...
Eşkereye ku hemû destkeftiyên di warê Kurd û Kurdistanê de bi berxwedan û tekoşîna Tevgera Azadiyê ya 28 salane bi çekdarî berdewam dike hatiye afirandin. Bi xwîna dehhezaran lehengên cangorî ev nîrxên behempa hate avakirin. Xeleka înkar û îmhayê ya weke çarenûsa Kurdan dihate dîtin, belav bû tar û mar bû. Lehengî, berxwedan û tekoşîna vê tevgera di gelê Kurd de jî hişmendî, bawerî û ruhê serhildanê afirand. Tu zext, lêdan, girtin, kuştin, komkujî êdî nekare çavê Kurdan bitirsîne. Çawa dema roj hiltê û hemû dinê ronî dike, bi hilatina Tevgera Azadiyê jî Gelê Kurd ronî bû, hemû rastî bi çavên xwe dît, bi vê tevgerê û rêbertiya wê bawer kir û xwedî li nîrxên vê tevgerê derket. Ya rast pergala dagirker jî dizane ku hemû destkeftiyên roja me ya îro bi berxwedan û tekoşîn di pêşengtiya Tevgera Azadiyê hate bidestxistin. Ji bo xapandin û cardin ji bo serdestkirina polîtîkayên xwe yê bişaftinê dixwazin çavkaniya mîsogeriya jiyana azad a gelê Kurd ji dest wan bigire. Ev rastî divê were zanîn; Gelê Kurd heta mafê xwe mîsoger neke, xweseriya demokratîk ava neke, Rêbertiya xwe di nav xwe de nebîne an go Kurd û Kurdistan azad nebe tekoşîna çekdarî jî bi dawî nabe. Tu kes bila xewnan nebîne...
Ev deh sale AKP desthilatdare. Di warê axaftinan de bi rastî jî gelek guhertin kirin. Lê dema mirov li pêkanînan dinere, ji demên şer herî dijwar bibû jî zext, êrîş û bişaftin zêdetir bûye. Hemû siyasetmedar û pêşengên Kurdan ên ji bo azadiya Gelê Kurd tekoşînê dimeşîne di girtîgehan de ne. Rêberê vî gelî ev 13 salin di bin şert û mercên herî dijwar de , bi awayekî dijmirovahî tê radestkirin. Hilbijartiyên vî gelî di zîndanan de ye. Bênavber operasyonên leşkerî li her deverê Kurdistanê berdewam dike, bi her cure teknîkên pêşketî roj nîne ku Çiyayên Kurdistanê neyê bombekirin. Daristanên Kurdistanê tê şewitandin, bi avakirina bendavan hemû xwezaya Kurdistanê dirûxînin. Li ser sînoran bi awayekî eşkere nebes bû, di girtîgehan de jî gelê me di komkujiyanre derbas dikin. Li qadan direyin û dibêjin; "Jîn jî be, zarok be jî tişta pêwîst wê we re kirin" Ew qas dijminantiyeke eşkere dikin, bi xapandin, dek û dolaban înkara herî nuxumandî dimeşînin. Hîn jî wê bi çi rengî ji van hêvî were kirin. Ji van hêvîkirin naveke din yê xwexapandinêye. Gelê Kurd hişyar bûye, li berxwe dide, nexapiyaye, wê nexape...
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Ocalan, piştî 13 rojan wê bikevê meha 12an, ev “mirina reş e”. Divê Kurd “mirina reş” qebûl nekin.
*********
Erdogan, di magazina 12ê Êlûnê de siyasetê dike, lê dekor guhertiye.
Di magazina siyaseta Erdogan de, bardaxên plastîk yên Coke Cola û Coke Zero nînin, rengê şerbeta Erdogan cûda ye. Pêgiha fonksiyonel ya magazina siyaseta Erdogan, geh çepgir e, geh misilman e, geh demagog e, geh şovmen e, geh kabadayî ye. Ji xwe li Amedê got, “aliyekî min ji Amedê ye.” Ev postmodernîzma klasîk e, hem kujer e û hem banga dewşirmetiya hevsarkirin û girêdana li ser alif e. Aliyek jî banga dewlemendên rastmaliya kesk ku urê xwe nepixandine.
Erdogan di vê magazine de, gelek caran behsa kultur û hişmendiya modern dike. Lê bawer bikin, modela wî ya McCarthy ye. McCarthy lîsteya kesan amade dikir û dest bi nêçîra komunîstan dikir; Erdogan jî listeyan amade dike û dest bi nêçîra terorîstan dike. Mac Carthy digot, “ev komunîst in”, Erdogan dibêje ev “terorist” in.
Kesên di lîsteya McCarthy de cih girtine, Bertolt Brecht, Charlie Chaplin, Arthur Miller, Orson Welles û Pete Seeger in. Ev kesên ku di dema xwe de herî navdar in. Erdogan jî, Hatîp Dicle, Selma Irmak, Bekir Kaya, Muharrem Erbey, Tayip Temel, Mehmet Emîn Yildirim, Omer Guneş, Buşra Ersanli, Kenan Kirkaya û hwd. girtî ne. Ev jî navdarên dema xwe ne.
McCarthy “listeyên reş” amade dikir, Erdogan jî “lîsteyên kesk” amade dike. McCarthy “izm”ek bi paşiya nave xwe ve kir; Erdogan jî, gavek zêde avêt, û bi “marş-i mehteran” û weke Erod-Xan, yan jî Xan Erdo derdikevê pêş û dixwaze Kurdistanê ji nû de dagir bike. Hingî wê bibe Fatîh Sultan Erdo-Xan.
Lê Erdogan ne tenê di magazîna siyasî de dixwaze guhertinan bike. Dixwaze magazina kultura Tirkiyê jî, bike tara bêjingê. Ji xwe kultura gelên li Tirkiyê di Cagaloglu de hatibû tarûmar kirin, niha jî dixwazin di rengê kesk de tarûmar bikin. McCarthy, dest avête Holiday; Erdogan jî, dest avête cîhana teatro, Yeşîlçam û bazara Unkapani. Bi riya Medya hevkar, reklameke mezin ya afirgeriya kultura Erdo-Xan jî di rojevê de ye.
Dema ku hinek kes û derdor, rastiyê dibêjin, Xan Erdo û “kesk-îzm” radibe ser piyan û dikine hawar û dibêjin; “ev çi teşqele ne, em hej ji tiştê wiha nakin.” Piştî van gotinan, radikalên li dora Xan-Erdo, dikevine nava haraketê.
Ev waqayeke klînîkî ye. Radîkalên li dora Erdogan jî, her gotin û kiryara wî, weke, “bingeha îdeolojiya pîroz” bi nav dikin. Lê ew kes û derdor, ji ideolojiya bilind bêhtir, li gorî bejna Erdogan û “lawikê Derya Reş û lewendê Gurcî û Qasimpaşa”yî tevdigerin. Tîtr û paşnavê “XAN” wek gulikên tizbiha zivî derdixine pêş.. Xemla qûretî û pozbilindiyê jî, bi wan gulikên tezbiha zivî nexşe dikin, yanî cihê pariyê xwe xweş dikin.
Lewma bi çavdêriyeke romannivîsî, ez dikarim bêjim ku, spektruma Erdo-Xan ne di cihê xwe de ye. Kimya bedena wî xerab bûye, elektromanyatîkên rojê (spektrum) teva, di laşê wî de şaş digerin û şaş zerkî derdorên wî dibin. Haa, li gorî diyalektîka jiyanê, spektruma mirovên dewşîrme teva xerab e. Ji ber ku di çerxa guhertinê de, kimya beden û mêjiyê wan mirovan tê guhertin. Ev jî hunandin, ragirtin û bidestxistina elektromanyatîkên rojê, hewayê, axê û hwd. şaş têne standin. Bedena kesên dewşirme, şaş fêr dibe û şaş spektruman vedixwe. Hiyerarşiya bedena kesên wilo tevlihev e, nikare rast û têgihiştî hilgirê nava xwe. Ji hêza kêşa Newton ya gerdunî û ji qanunên matematikî bê par dibin. Êdî, zemberaka saeta bedena wan, li gorî modela xulamtî û bendetiyê geh sist dibe, geh tê îşkdan û dişide.
Mirovên weke Erdogan û çêlîkê Temo Gewrê, Mehmet Şîmşek zanistên weke Hegel, Aristo, Marx, Rousseau, Febvre, Robert Qwan, yan jî Cahrles Faurier bixwînin jî, naqarate xwedawendên xwe dubare bikin. Ji ber ku “zulcelal”a-hiyerarşiya bedena wan û mêjiyê wan, tenê aliyê bendetiyê fêm dike. Ev jî wan zalim dike, êrîşker dike û wan ber bi “XAN”ûmaniyê dibe. Aliyekî wan sultanetê diragire, aliyê din jî bazirganiyê. Mixabin bazirganiya wan jî li ser xwînê ye. Ehl-î fenatîzmê ne û ji rîska kiryarên xemginiyê narevin. Erdogan jî her dem, rîska kiryarên xemginiyê hedef girtiye û digire.
Bedena bi êş û qolinc, êşê diafirîne û li dora xwe jî bela dike. Ev nexweşî ye û bi navê erebî “giybet” e, bi kurdî “teşqele” ye û Qur’ana pîroz jî ev gunehkarî, weke “xwarina goştê mirovan” bi nav kiriye. Dewşirmetî, bingeha vê gunhekariyê ye. Îro, li Tirkiyê ev gunehkarî tê kirin. Mînak; li Emerîka Mc Carthy, di salên 1947 û 1957an de ev gunehkarî dikirin. Di sedsala navîn de li Ewropa û bi “nêçîra efsûnbazan” ev gunehkarî dihate kirin.
Li Tirkiyê jî, ev gunehkarî gihaye qonaxa herî bilind û weke “linca li kolanan” derketiye hole. Bingeha vê gunehkariyê ideolojiya fermî ye û li se rbingeha çetetiyê hatiye rûnandin. ji bo ku vê gunehkariyê meşrû bikin jî yan kanun derxisitne, yan jî gotina “gel bersiv da” bikartînin. Serokwezîr Erdogan jî, faşîzma li kolanan û anarşîzma civakî bi heman gotinan parast.
Ev nexweşiya ku bûye çavkaniya gunehkariyan, paradoksa desthilatdariya AKPê ye. Bi Serokwezîr Erdogan dest pê kir, di Idrîs Naim Şahîn de, di Mehmet Şîmşek de, di Beşîr Atalay da, di Mehdî Eker û hwd. de giha asta herî jor.
Bi saya van dewşirmeyên ji diyalektîka mirovahiyê dûr, Tirkiyê ber bi neo-insaniyetê ve diçe. Vê neo-inaniyetê jî weke misilmantî û baweriya 4 ji 4an ya demokrasî û exlak û pêşverutiyê nîşan didin. Lê totalîtarîzmeke dojehî diafirînin.
Ey gunehkarî, çiqas zêde evîndarên te hene.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Eger îro gelê Kurd li hemberî daxuyaniyên Erdoxan yên derbarê komkujiya Roboskî de nebe xwedî helwest, wê sibe Erdoxan bibêje “kuştine Kurdan helal e. Yan jî kî Kurdekî bikujê wê biçe beheştê” Eger dewleta AKP ê îro hesabê komkujiya Roboskî nadê wê sibe komkujiyên dîtir jî biqewimin. Ji bona ku komkujiyên dîtir jî neqewimin helwest û têkoşîna gel û gerila gelekî girîng e. Eger em hesab ji AKP ê nexwazin, tê wateya ku wê tenê rondik ji çavên me werin xwarê û dîsa êş para me be. Erdoxan di daxuyaniyên xwe yên van her du rojan de dide diyarkirin ku kuştine zaro û ciwanên Roboskî erkê leşker û polîsan bû. Di demekî weha de çima vê dibêje, yan jî armancê wî ji vê yekê çiye? Gelo derî li pêşiya komkujiyên dîtir vedike?
Eger ku êşên komkujiyên Tirkan li ser Kurdan kirî hatibe jibîrkirin îro gelê Kurd nedirabû serxwe. Bi roxmî hemû rê û rêbazên şerê taybet yê ku dijmin li ser ciwanên Kurd dide meşandin, lê belê dîsa jî ciwanên Kurd tevlî nava refên gerila dibin, ev tê wateya ku di xwîna Kurdan de berxwedanî û girêdana bi azadiyê ve heye. Li ser civaka Kurd ti rê û rêbazên şerê piskolojîk yên gemar nemane ku dijmin nedaye meşandin, tu ji kuştina fêzîk bigire, ji kuştine mejî û dil bigire, tu ji destdirêjî û xîzantî bigire, hemû cureyên qirêj bi armanca helandinê, li ser gelê Kurd hatiye meşandin, lê belê di encam de qêrînên wan yên azadiyê ti carî qutnebûne. Dibe ku hinek mirovên ku mirov layîq nabîne ji wan re bibêje Kurd, cerdevantiyê dikin û xizmeta dijmin dikin, lê belê wê rojekê hesabê giran bidin gelê Kurd. Berî ku ez hevoka xwe derbasbikim ez hezdikim nakokiyeke xwe bi were parvebikim. Gelo ev cerdevan bi kîjan mentiqî xizmeta dijmin dikin, yan jî çawa dilê wan radike û xwîna zarokên gelê xwe dirijînin? Eger ku destek nedin dijmin, wê leşker biwêrbin lingên xwe bavêjin xaka Kurdistane û destê xwe bavêjin bedewbûna welatê me? Gelo tenê ji bona pere cerdevantî dikin, yan jî baweriya wan bi AKP ê heye ku aştî û aramiyê ji wan re bîne. Di nava civaka Tiran de ewqasî pirsgirêk, bê arambûn û xîzantî heye, AKP ê nikare pirsgirêkên civaka xwe çareser bike, wê çawa pirsgirêkên Kurdan çareserbike? Xizmetkirine cerdevanan ji dijmin re ji bona civaka me şermekî gelekî mezin e. Di hemû komkujiyên li ser gelê Kurd, misoger destê cerdevanan heye.
Bila qêrînên azadiyê qutnebin, lê belê êş kişandin neçarenûsa meye. Eger ku dijmin cesaret bike li ser xaka me zaro û ciwanên me bikuje, wê dîsa çavên me rondik bibarînin û kenê dijmin li me wer e. Ji ber vê yekê pêwîste deftera komkujiya Roboskî neyê girtin û xwîna wan ciwanên delalî li erdê ziwa nebe. Eger em destûr bidin leşker, polîs û cerdevanan rehet li ser xaka me bigerin, wê xwîna ciwanên dîtir jî were rijandin. Armanca AKP ê ji girtine deftera Roboskî, xetimandina pêvajoyê ye. Pêşveçûnên ku gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistane dijî, hembêz nake û gelekî li zora wan diçe. Min dixwest ez di her nivîseke xwe de bedewbûna çiya û çalakiyên gerila bînim ziman, neqirêjbûna dijmin bilêvbikim. Gotina min ya dawî wê ev be, hoy xwedê tu dizane bêhna serkeftina çiyan çiqasî rind û bedewe?
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Li gelek herêmên Kurdistanê pevçûn di navbera gerila û dijmin de diqewimê, çanda berxwedanê û tolrakirine jî her didomê. Misoger dewleta Tirk jî di nava şoqê de maye, lê belê yên ku êş û jana vî şerî dijîn dîsa gel e û bi taybet dayîkin. Gelo ev pevçûn û kuştin di xema dewletê de ye? Nemumkine; ji ber ku bi zimanê dagirkeriyê ji van kuştinan re dibêjin “ qurbanên şer.” Yên ku operasyonên xwe didomînin, zaro û ciwanên Kurd dikujin dewleta Tirk e, û biqasî ku wan PKK ê fêmkirine, dizanin wê tola van zaro û ciwanên Kurd were rakirin. Ew dizanin ku her mirovekî ku dibêje EZ KURDİM dîlgirtine Rêbertî hembêz nake û heyanî ku Rêbertî azad nebe wê li berxwebide. Pêtên vê berxwedanê li her deverî Kurdistanê belavdibin. Eger ku dewleta Tirk li Rêbertî û li gelê Kurd guhdar neke, wê ev pêl Tirkiyê li berxwebibin. Her mirovekî ku ji av û nanê PKK ê xwariye û vexwriye soza têkoşîn û tolrakirine daye hemû şehîdan. Li gorî kevneşopên hemû civakan xwedî li soza xwe derketin, erk e. Dewleta Tirk wê giran hesabê dagirkeriye xwe bide. Êdî rewş gihîştiye astekî wisa ku gelê Kurd dîtine polîs û leşkerên Tirk tehemul nake. Çawa ku di zaroktiyê de te fêrdikin ku hinek heywan ziyan didin mirov, êdî zarokên Kurd çawa çavên xwe li dûnyayê vedikin, tişta yekem fêmdikin û dibînin dagirkeriye polîs û leşkeran e. Hestên kîn û kerhbûne di dilê wan de pêşdikev e. Her çalakiyeke ku gerila li dardixîne vê kînê û kerhbûne zêdedike. Tişta ku yekem tê bîra min, ez ji xwe re dibêjim “wê leşkerên Tirk çawa xwe ji nava lepên geirla rizgarbikin?”
Li hemberî gerilayên ku soz dane Rêbertî û gelê xwe azadbikin, her roj li berxwedidin û li kêleke wan hevalên wan şehîd dikevin, liberxwedayîn hinekî zor e. Her çalakiyeke ku gerila lidardixin û serkeftine bidest dixin dilê min hînik dikin. Leşkerên ku tevlî operasyonan dibin, dizanin ku gerila ketine wan ya Kurdistanê nepejirîne û wê li berxwebidin, lê belê pere çavên wan kor kiriye. Têne kuştin lê belê dewleta Tirk pêdivî nabîne ku nasname wan jî eşkere bike, ji ber ku pere dide wan. Yên ku êş û jana wan leşkeran bikişînin zaro û malbatên wanin, ne rayedarên dewletê ne. Ez bawerin artêşa Tirk û AKP ê bêriye binkeftine xwe kirine, bila mereq nekin wê gerila bersiv bide wan û bi lez binkeftine wan bîne berçavên wan. Her ku biçe wê dewlet wendahiyên mezintir bide û tengav bibe. Mîna her car gava ku dewlet tengav dibe, misoger çekên kîmawî li ser gerila dide bikaranîn û destbi komkujiyên xwe yên li ser gel Kurd dike, vê demê jî wê bireve teknîk û çekên kîmawî bikarbîne. Ev şêweyekî mirovên zayîf e. Anceq dewleteke zeyîf û qels bi teknîka xwe zaro û ciwanên Roboskî şehîd bixîne. Nexuya ye, binkeftin gelekî zore, dîsa mîna her carî artêşa Tirk nikare gerila tinebike, dibe ku biçin komkujiyan li ser gelê Kurd bikin. Lê belê wê nikarbin çavê gelê Kurd bitirsînin. Êdî hemû zarok û ciwanên Kurd bûne gerila. Êdî gel û gerila mîna guşt û neynokin, çawa ku her zarokekî Kurd navê gerila lixwedikin, êdî gerila jî navê zarok û ciwanên Kurd yên ku şehîd ketine li xwe dikin. Girêdaneke ku ne bi komkujiya ne jî bi çekên kîmawî tê perçkirin di navbera gel û gerila de çêbûye.
Çawa min çalakiyên hevalan bihîstin, dilê min ji kêfan re firiye, dilê ciwanên kurd yên ku bê bav û dayîk mane, yên ku jidestê dijmin işkence xwarine û yên ku mafê rojekê azad bijîn nedîtine, ji kêfan re difire. Em niha di serdemeke berxwedan û tolrakirine de dijîn û yên bixwazin çemê vê berxwedanê bixetimînin wê giran hesab bidin.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
*********
Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, di meha 11an de ye û 315 roj li pey xwe hiştin.
**********
Siyaset zanistek e û li ser bingeha felsefîk hatiye rûnandin; baskên wê yên sosyolojîk, psîkolojîk, pedagojîk, civakî û kohnetiyê (tecrube) hene.
Tayyip Erdogan ev rastî teva têk birine û siyaset kiriye zanista derew, axapantin, teşqele, dek û dolabên saraya Osmaniyan. Erdogan berî du-sê rojan li Amed bû û gelek tiştên, ku van gotinên me rast derdixin anîne ziman. Got, “ez di sala 2001ê de, di 2005an de, di 2009an de, berî salekê car din li Amedê li kû bûm, ez dîse li wir im.” Lê fermana kuştina zarok, jin û mêran (26Adara 2006) li Amedê da; bi kina siyasî 10 kes dane kuştin, 161 kurd birîndar kirin ne anîne bîra xwe.
Yek ji gotinên herî balkêş ya serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ya li Amedê jî wiha ye: “Em ne efendiyê Amedê, xizmetkarê wê ne.” Van gotinan, dagirkirina Siltanê Osmanî Yawuz Sultan Selim ya Mekkê anî bîra min. Yawuz Selim, piştî dagirkirina Misirê, di 6ê Temmuza 1517an de, Erebîstana Suudî dagir kir, “sahib-ul harameyn” kuştin, “emanetên pîroz” talankirin, cubbeyê xelîfetiyê li xwe kir û xutbe li ser navê xwe da xwendin. Dema ku mele, yan jî mifetîş xutbe xwend û got; ‘sahib-ul harameyn’ Yawuz Selîm rondikên timsahan “bablibeyan” barandin û got; “ naa, ne sahib-ul harameyn, xidam-ul harameyn”. Tayyip Erdogan jî got “ ne xwediyê Amedê, xizmetkarê wê” me.
Dagirkirina Amedê, ji bo Tayyip Erdgan biqasî dagirkirina “Bekke” yan jî Mekke giring e, dîrokî ye. Ji ber ku Amedê bajarekî rizgarkirî ye. Amed, bi şaredarî, sazî û dezgehên xwe ve hatiye rizgar kirin. Her çiqasî temsîliya parlamenteriya Amedê hatibe xesp kirin jî, îro wek bajarekî rizgarkirî ye.
Ev rastî di Newroza 2011an de jî hate îspat kirin.
Lewma gotinên Edogan ku got “Em ne efendiyê Amedê xizmetkarê wê ne” giring in û daxwaza dubare kirina gotinên berî hilbijartinên herêmî ku got “ez Amedê dixwazim” in. Eger Amedê bistîne, Erdogan mina Yawuz Selim, ku li gorî peymana bi Idrîsî Bîdlîsî re, Amed (hezîrana 1515) û tevahiya Kurdistanê, ji nû de dagirbike.
Yawuz Sultan Selim jî, piştî peymana bi Idrîsî Bîdlîsî re, bajarên Kurdistanê teva, weke Mêrdîn, Sêrt, Urmiye, Heskîf, Bedlîs, Wan, Meyafarqîn, Cizîr, û hwd. bi xwe ve girêdan.
Erdogan baş dizane ku, li Kurdistanê pûç bûye û hêza xwe, hebûna xwe û dewleta xwe winda kiriye. Ji bilî esker, polis û burokratên weke memurên AKPê û Cemaeta Gulen kar dikin, tu kesên din nemaye. Kesên ku mane jî, yan hevsarkirî ne, yan jî li ser alif girêdayî ne. Zincîr û leleyên Kurdistana dagirkirî, bi şerê deh salan û berdêlên giranbiha hatine şikandin.
Erdogan xwe şareza dibîne. Dixwaze weke Yawuz Selîm bike. Tê zanîn, Yawuz Selîm, Idrîsî Bîdlîsî kire pêşengê xwe û weke alternatîfa li dijî Iranê û li dijî Mîrekên Kurdistanê bikaranî û bêyî şûr ji kalan bikişîne, Kurdistan bi xwe ve girê da. Erdogan jî dixwaze alternatîfa Barzanî bi kar bîne.
Erodganê ku siyaseta inkarê û tunekirinê kiriye bingeha siyaseta xwe; li Amedê komkujiya Roboskî nedikirand. Got; “em ji bo Xweda hej ji hev dikin.” Lê qet kuştina zarokên kurd, ciwanên kurd, jinên kurd, gorên komî, komkujiya Roboskî, ya Geliyê Tiyarê, ya Qendîlê û bombardumana xaka Kurdistanê ji nedîtî ve hat.
Erdogan siyaseta hamasat ya 80 salî, li Amedê dûbare kir û got:; “Dijminên derve yên Tirkiyê, dewletên ku ji mezinbûna Tirkiyê naxwazin şer dijwar dikin.” Ev gotinên ku 80 sal in têne dubare kirin in. Ji ber ku ev gotin 80 sal in, ji aliyê nijadperestên Tirk, ku li Kurdistanê faşîzmeke reş dimeşînin ve têne bikaranîn. Her deshilatdariya Tirk, her darbekarên Tirk, heman hevok bikar anîne. “Dijminên hundir û derve.” Erdogan jî heman bextreşî, bêbextî û telaqreşiyan dike. Şerê qirêj û gemarî ku li Kurdistanê, bi her cure bê exlakî û bêrûmetî dimeşîne; ji bo kole-kirina kurdan, serî li her cure riyên antî-huquqî, antî-insanî dide û peymanên navneteweyî bin pê dike. Di şerê li dijî gelê kurd de, sucê mirovahiyê dike. Lê ew, vî sucî dike aliyê dewletên derve. Ew dewletên ku behsa wan dike, geh birayên Erdogan in, geh hevkarên stratejîk yên Erdogan û dewleta Erdogan in. Ew û artêşa Tirk jî maşika destên wan dewletan e.
Gelo kîjan dewlet: Iran gelo, heta niha jî hevkarên Erdogan yên stratejîk in û li dijî gelê Kurd operasyonên hevbeş dikin. Iraq gelo; heta îro jî, hevkariya 3 baskî bi Baxdatê re dimeşîne. Suriye Gelo, heta îro jî, ji bo gelê kurd li Rojava mafên xwe yên demokratîk bidestnexe, bi Suriye û hêzên Suriye re hevkariyê dike. Bi Emerîka re gelo, hê jî hêza Tirkiyê û Erodgan Pentagon û Qesra Spî ye. Ewropa gelo, hîna jî hevkar û piştgirê herî bi hêz yên Erodgan in. Serkêşên YE, Fransa, Elmanya, Italya, Espanya û hwd, li dijî siyasetmedarên kurd siyaseta Eodgan dimeşînin.
Emerîka û YE komploya navneteweyî lidarxistin û îro jî bi tecrîda Îmralî û 4 parçeyên Kurdistanê vê komployê didomînin.
Erdogan gelo, li nava çavên Kurdan dinêre û derewan li kurdan dike, yan li xwe dike?
Erdgan gelo, kurdan dixapîne, yan xwe dixapîne?
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tirkiye, bi sîstem û hiyerarşiya xwe ya dewletî di nava hejandinekê de ye.
Derekete holê ku, bela serê Tirkiyê, ne “dijminên hundir û derve” ne, îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Ev îdeolojî, 80 sal in bi çavkaniya pirsgirêkên antî-demokratîk hate xwedî kirin. Ji aliyekî ve taktîk, ji aliyê din ve teorîk... Lê her du alî jî, di destê yek hêzê de bûn û vê hêzê potansiyala civakî, aborî, huquqî û parlamento di destê xwe de digirt.
Tirkiyê ji aliyê vê hêzê ve, di rengê “mekanîzma kontrolê” ve dihate rêvebirin.
Hevsarê “mekanîzma kontrolê” ji damezrandina komarê û heta îro jî, di deste hêzên derve de ye. Hêzên derve, ji bo ku “mekanîzma kontrolê” veşêrê, raya giştî bixapîne, sîstema parlamenterîzmê derxiste holê. Nûnerên parlamentoya “şeklî” jî, ji temsîliya gel zêdetir, wek amûrên meşrûkirina “mekanîzma kontrolê” kar dikirin.
Mînak: Parlamentoya Tirkiyê di 80 salî de, yek “reforma civakî” erê nekir û ne kiriye pratîkê, hêviyên demokratîk nedane gelan. Îro jî, parlamento mertalê zindî yê pratîzekirina nijadperestiya Tirkîtiyê ye.
Ev mertalê “mekanîzma kontrolê” di heman demê de, mertalê polayî yê parastina hiyeraraşiya burokratîk e. Lewma hiyerarşiya burokrasiya dewletê, weke stuna duyemîn ya pratîze kirina nijadperestiya Tirkîtiyê kar dike.
30 sal in, gelê kurd, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, li dijî vê sîstema nijadperestiya hişk û tuj şer dike. Di nava 30 salên dijwar de, Kurdistan bû “tewrata bûyerên drametîk”. Piştî berdêlên giranbiha, tozika mirinê ji ser gelê Kurd hate rakirin û bawerî hate çêkirin. Di gava duyemîn de, rastiya dewleta Tirk û rûdêna rast ya îdeolojiya dewletê eşkere kir. Di gava sêyemîn de, burokrasiya nijadperest û kanunên li ser bingeha inkar û tunekirinê hatine amadekirin, ji her laî ve dane naskirin. Di gava çaremîn de, îradeya gel afirand. Di gava pênecîm de, sîstemeke modern ya alternatîf afirand.
Gava çaremîn giring e. Ji ber ku di vê qonaxê de, hate diyar kirin ku, demokrasî, sosyalîzm, wekhevî, biratî, ne di parlamento de, di kolanan de, di îradeya gel de ye û bê îradeya gel jî, temsîliya demokratîk nayê dîtin. Lewma Destura Bingehîn ya demokratîk, civaka demokratîk û siyaseta demokratîk hate dikirandin.
Lê dewleta Tirk, li dijî rêbazên exlaqî, insanî, li dijî huquqê gerdûnî, li dijî peymanên navneteweyî haraket kir û li dijî gelê Kurd şerekî gemarî, qirêj û bi jehrê dagirtî şer kir. Şerekî barbarî yê tunekirin û tesfiyekirina giştî kire pratîkê. Dîse jî, nijadperestiya spî, li hemberî têkoşîna gelê Kurd xwe li ser lingan ne girt, têk çû.
Lê, Xwedayê statukoparêziya li ser bingeha tunebûna gelan, netew-dewlet sazkar kirin, hêzeke nû, di rengekî nû de li Tirkiyê derxiste holê. Vê hêza nû, ku sembola xwe kire “nur” û îdeolojiya xwe di “ampul”ê de dîl girt, wek qamçiyê xezebê dest bi kar kir. Rêbaz, peyman, huquq, ademiyet, nasnekirin; nîq, derew, teşqele, davik, demagojî, yanî her cûre alavên derî ademiyetê bikaranîn û êrîşî gelê Kurd kir.
Dîse, xwe ji têkçûnê xelas nekir.
AKPe, bi Fetul-munkîr re koalisyon çêkir. Dîse jî, di hilbijartinên 29. 06. 2011 têk çû û ji Kurdistanê hate tesfiye kirin. Lê têkçûna xwe, wek kîneke siyasî di hinavên xwe de kire kulîlka quzelqurtê. Di encama verîşandina kîna quzelqurtê de, îradeya gelê Kurd xesp kir.
Dîse xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Çekên kimyewî bikaranîn, li Xakurkê, Geliyê Tiyarê û Roboskî komkujî pêkanîn. Gunehkariyên sucê mirovahiyê, -yên berî xwe û yên ku bi destên xwe pêk anîn, kuştina zarok û ciwana, kanunên taybet, rastiya gorên komî- teva veşartin. Li hemberî cenazeyên gerilayên Kurd, kiryarên bê exlaqî û derî insanî kirin, li hemberî jina Kurd tixubên exlaq û rûreşiyê nasnekirin.
Dîse xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Hêza “mekanîzmeya kontrolê” teva di serokwezaretê de kom kirin; pratîk û teoriya îdeolojiya dewletê jî, ji qijlê derxistin di Akademiya Polîsan de bi cih kirin.
Dîse, xwe ji erdhejên siyasî xelas nekir.
Tecrîda li Imralî, di rengên cûda yên kujerî de dane destpêkirin; huquqnas girtin, siyasetmedar girtin, zarok, xwendekar girtin, rojnamevan girtin. Sala 2011an, li gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd kirin tara bêjingê. Cografya Kurdistanê, bi mirov, lawîr, dar û devî, av, ax û hewa bombarduman kirin. Di destpêka sala 2012an de, jî li riyên tesfiye kirina BDPê û parçekirina Bloka Ked û Demokrasî geriyan û gera xwe berdewam dikin.
Gelê Kurd qîm nekir û bi 3 sloganan pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo, di keyasetiya girtiyên azadiyê de derekete holê. Girtiyên Azadiyê, 4 parlamenterên BDPe yên girtî jî di nav de, zêdetir ji 400 girtiyên azadiyê, bi sloganên “tecrîd bila rabe, diyalogê dest pê bike, operasyonên siyasî û eskerî werin rawestandin”, greva birçîbûna bê dem û bê-dorveger dane destpêkirin. Greva birçîbûnê kete roja 22an, ev rojên ku amûrên bedena mirovan hêdî hêdî têk diçin e.
Dîse jî, îdeolojiya fermî ya dewletê, ku di “nura” (!) AKPê de kom bûye, xemsariya xezeblêbûyî, di rengê tolhildanê de berdewam dike.
Ez gotina di nivîsa xwe ya berî vê de dûbare bikim: Eger, di vê çalekiyê de mirin çêbibin, cîhan teva li ser hev kom bibe û navbeynkariya Tirk û Kurdan bike, wê nikaribe li hevhaitnekê pêk bîne. Êdî tola xwînê wê giran bibe.
Mirovên bê çek ku tenê dengê wan û bedena wan çekê wan e, di çalekiyê de ne û AKPe piştî 22 rojan jî hîna yek gotin ne gotiye.
Erdoganê ku, hevdîtinên çareseriya pirsgirêka Kurd li Imralî, bi Birêz Ocalan re, bi rayedarên Haraketa Azadiya Kurd re, di pêvajoya Osla de dane destpêkirin, komên aştiyê ji Qendîl û Maxmurê anîne Tirkiyê, îro, xwe weke “Cengîzxanê şûrê Xweda” dide naskirin. Gotineke tirkan heye dibêjin “yemezler”, bi kurdî jî bêjin, “tu xwe dixapîne.”
Îro, Enqera jî, îdeolojiya fermî ya dewletê jî di nav de, tevahiya Tirkiyê, di nava rêze-erdhejan de diçe û te. Civak dikele, burokrasî dikele, parlamento dikele, dadgerî dikele, kolan dikelin, saziyên pîşeyî dikelin, baro dikelin, karsazî û karbidestî dikelin, partiyên siyasî dikelin û desthilatdariya AKPê, hîna jî wek mîratzadeyê ku dibêjin, “xwediyê miriyan kor in” çavkaniya dijminatiya hundir û derve bi kar tîne.
Di vê dema ku Tirkiyê ketiya nava erdhejên berdewamî de, dive hêzên Kurd, li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê şaşîtiyên dîrokî nekin. Aman haaaa!...
Medeni FERHO
- Ayrıntılar