Zayendperestiya modernîteya kapîtalîst wek kanserê her roja ku diçe zêdetir xwe di nav civakê de belav dike. Di ti pêvajoyên civakî de bi qasî kapîtalîzmê zayendiya jinê nehatiye bikaranîn. Bi awayekî ku di her qada civakî de destdirêjî lê hatiye kirin. Kapîtalîzm jinê wek objeyeke zayendî di qadên aborî, civakî, siyasî, çandî û hwd. bikar tîne û bi vê yekê dixwaze li ser jinê hakimiyeta xwe bide avakirin. Tenê ji bo sektora reklaman, jinê wek metayeke herî pêşketî pêşkêş dike û her parçeyeke bedena jinê dike amûrekî bazarê. Di cîhana çand û medyayê de jî heman nêzîkatî tê raberkirin. Û hemû nêzîkatiyên wan li ser esasê bazarkirina bedena jinê û zayenda jinê pêş dikeve. Yek ji sektorên herî mezin ên kapîtalîzmê li ser bazirganiya jinê pêk tê. Bi taybet di hin welatên di aliyê aborî de feqîr û bi giştî cîhanê de jin û zarokên keç tên firotin. Bazirganiya li ser jinê bi destên bazirganên fuhûşê ku li her deverê cîhanê de hatine birêxistinkirin, tên meşandin. Pergala desthilatdar a zayendperest, bi awayekî bi zanebûn û plankirî bi xistina jinê dixwaze civakê bixîne û li şûna civakeke polîtîk a exlaqî civakeke bêexlaq ava bike. Lê, em baş dizanin ku civakek ger ji bingeh ve ji aliyê exlaqî hatibe lewazkirin, nikare xwe ji tinebûnê rizgar bike. Pergala desthilatdar a kapîtalîst di serî de jinê û hewl dide her kesa/ê di civakê de bi rê û rêbazên cuda bixe bin kontrola xwe, bike mehkûm û koleyê pergalê.
Herî zêde jî pergala kapîtalîst vê yekê bi rêya fuhûşê dixwaze bi ser bixîne. Yanî dixwaze civakeke ku ji exlaq û girêdanên civakî hatibe qutkirin, ava bike. Di tevahiya cîhanê de fuhûş bi awayekî zanebûn û bi destên pergala desthilatdar a zayendperest tê pêşxistin. Di roja me ya îro de fuhûş di asta navneteweyî de û bi rêya dewletan, wek karekî bi zanebûn a xistina civakê tê birêvebirin. Fuhûş bi rêya hêzên kapîtalîst ên navneteweyî ji bo bêbandorkirina têkoşîna civakî, bi awayekî bi zanebûn tê pêşxistin. Pergala desthilatdar ji bo temenê xwe dirêj bike û hebûna xwe mayînde bike, serî li rê û rêbaza herî xeternak dide. Ew jî pêşxistina fuhûşê ye ku di gelek welatan de ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna civakî û pêşîlêgirtina civakeke polîtîk a exlaqî ye. Pergalên heyî yên serdest, dema nikarin bi rêya leşkerî li hemberî hêzên demokratîk û tevgerên civakî biser bikevin -jixwe êrîşên bi vî rengî zû bi zû nikare li hemberî hêzên polîtîk biser bikevin- hewl didin ku civakê ji aliyê exlaqî ve lewaz û tine bikin. Jixwe şansê serketina pergala desthilatdar a li hemberî tevgerên civakî nîne. Dema bi vî rengî dibe, pergala desthilatdar jî hewl dide alîgirên wan ên civakî lewaz bike û bi vî rengî serketina xwe îlan bike. Ji ber vê çendê ye ku hêzên serdest ji bo desthilatdariya xwe ya siyasî biparêzin; di cîhanê de û di welatên cuda de fuhûşê pêş dixin û dixwazin bi rêya sektora fuhûşê lez bidin helandina civakî.
‘Ma, ev ne felçbûna civakî be çi ye?’
Pergala desthilatdar a zilam bi pêşxistana fuhûşê re wek pençeşêrê bandora xwe di her hucreyeke civakî de dide avakirin û ji bo dejenerekirina civakê êrîşên xwe yên li dijî jinê zêde dike. Bitaybet ewqas pêşxistina fuhûşê û dîsa bûyerên destavêtinê ku rû didin, êrîşeke plankirî ya pergala desthilatdar a li dijî lêgerîna azadî û avakirina civakek polîtîk a exlaqî ye. Çawa jiyana herî pîroz a xwezayî ku bi awayekî herî pîroz hatibû avakirin û dayîk-xwedawend îro di nav lepên pergala kapîtalîst de dinale? Jina ku bi hemû pîrozbûna xwe pêşenga avakirina jiyaneke azad bû; îro ne tenê bedena wê parçeparçe tê firotin, her wiha di hêla ruhî û hizrî de jî hatiye felçkirin. Ma, ev ne felçbûna civakî be çi ye? Çawa, jin bi hemû bedewî û rastiya xwe ya jiyana azad ewqasî tê xistin û ji rastiya xwe tê dûrxistin? Pergala desthilatdar a dewletparêz, bi pêşxistina serweriya xwe ya li ser bedena jinê û fuhûşê, hewl dide ku li ser civakê serweriya xwe mayînde bike. Ji ber ku jina hatiye xistin tê wateya civaka ku hatiye xistin. Di civakekê de ku fuhûş wek nexweşiyekê hatibe belavkirin û pêşxistin, wê demê divê mirov baş zanibe ku ev civak rastî êrîşeke bi zanebûn û plankirî ya pergala desthilatdar re rûbirû ye. Û ew civak ketiye nav pençeyên kujer ên pergala serdest. Wek vampîran, heya dilopek ji xwîna paqij a vê civakê mabe, wê dest jê bernede. Pergal bi taybetî di cihê ku muxalefeta civakî pir xurt be, fuhûşê wek çek di her qadê de bikar tîne. Dewlet, wek gelek amûran, fuhûşê jî bi taybetî li ser keçên ciwan wek çandeke jirêderketî û dejenerasyonê bikar tîne. Bi taybet mirov dikare wan lîstokên li ser jinên Kurd ku têne bikaranîn mînak nîşan bide. Ji ber ku di van salên dawî de, pergal bi zanebûn di nav civakê de alkol, qumar, tiryak û fuhûşê belav dike. Bi taybet fuhûş wek axtapotê her roja diçe civakê dorpêç dike û her roja diçe berfireh dibe. Pergalên serdest ji bo ku desthilatdariya xwe berdewam bikin her amûrekî bikar tînin, Divê em amûrên êrîşkar ên îdeolojîk ku ji hêla desthilatdariyê ve tên pêşxistin jî ji bîr nekin.
Li Kurdistanê bi bilindbûna têkoşîna azadiyê û bi taybet jî piştî salên 1999’an dewletê bi zanebûn fuhûş pêş xist. Dewleta Tirkiyê bi polîtîkayên xwe yên li ser ciwanên Kurd, hewl dide wan bi rêya fuhûş û tiryakê lewaz û bêtesir bike. Bi pêşxistina fuhûşê, li Kurdistanê hewl da ku civakê hilweşîne. Ji ber ku hêza herî dînamîk û pêşeng ku bikare di avakirina pergaleke demokratik û azad de rol bilîze, jin û ciwan in. Di cihekê de ku têkoşîna jiyana azad û demokratik hebe, li wê derê mirov nikare behsa desthilatdarî; yan jî mayîndebûna pergala serdest bike. Pergala dewletparêz xwe li ser tinekirina dînamîkên civakî ava dike û temenê xwe bi vî awayî dirêj dike. Ji bo vê jî hertim ji hêza dînamîk û pêşeng a jinê di nav metirsiyê de ye. Ji ber vê çendê jî herî zêde jinê dixe hedef û bi zanebûn li Kurdistanê fuhûşê pêş dixîne. Mînak: di van salên dawî de ji ber ku dewlet li hemberî têkoşîna azadîxwaz têk çûye, serî li rêbazên qirêj dide. Bi taybet di sala 2006’an de bi dehan jinên ciwan bi rêya destavêtin û rêbazên cuda hatine xistin û wek ajan hatine birêxistinkirin. Yekemin hedefa wan jî jin an jî keçên welatparêzanin, ên ku bi salan di nav têkoşînê de cih girtine. Hîn jî li Kurdistan û metropolên Tirkiyê bi rêya polîs û çeteyên fuhûşê bi awayekî sîstematîk polîtîkayên tinekirinê pêş dixin û dixwazin bi rêya pêşxistina fuhûşê di nav civaka Kurd de wê lewaz bikin û têk bibin. Her çiqasî em di ferqa van polîtîkayên şerê taybet ku bi zanebûn û plankirî tên pêşxistin de nebin jî, lê ev yek bi rêya dewletan ji bo teslîmgirtin û jiholêrakirina civakan tên pêşxistin.
‘Du hêzên dînamîk: Jin û Ciwan’
Dewlet, 30 sal e bi hemû leşker û hêza xwe nikare bi ser bikeve, ji bo vê jî vê carê serî li hilweşandina civakê dide û bi rêya pêşxistina fuhûşa jinê dixwaze bi ser bikeve.
Du hêzên dînamîk ku ji civaka polîtîk û exlaqî re pêşengiyê dikin jin û ciwan, bi tehlûkeya dejenerasyon û jirêderketinê re rûbirû ne. Ev ne tişteke ji rêzê ye ku dijmin li cihekê wek Amedê ji bo xwe fuhûşê bike armanc. Helbet, polîtîkayeke taybet a dewletê ya helandina civaka Kurd heye. Pêşxistana fuhûşê ne tenê li Kurdistana Bakur, her wiha li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî bi zanebûn tê pêşxistin. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo çewisandina civakê ji hêla exlaqî û çandî, bi hezaran jin û ciwan dikevin destên çeteyên fuhûş û narkotîkê. Ev yek jî pir aşkere bi destên dewletê tê meşandin. Dîsa li Başûrê Kurdistanê jin wek koleya seksê difroşin bazirganên fuhûşê û ev di roja me ya îro de di asteke jor de ye. Bi taybet piştî mudaxeleya DYE’yê li Iraqê gelek jin bi rêya çeteyên fuhûşê tên firotin û gelek ji wan jinan jî difiroşin welatên derve. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê dewlet, bi rêya bazirganên fuhûşê dixwaze girêdanên civakî lewaz bike û têk bibe. Bi taybet civakek wek civaka Kurd ku herî zêde bi çanda pîroz a dayîkê ve girêdayî ye û xwe li gorî hîmên bingehîn ên civakeke azad û demokratik birêxistin dike; tê xwestin civak ji vê jiyana azad û pîrozwer bê dûrxistin.
‘Ji nû ve şînbûna pîrozweriya jinê ya li vê axê bibînin û lê xwedî derkevin’
Ne tenê li Kurdistanê, wek me di serî de jî anî ziman li tevahî cîhanê jin rastî destavêtin û bazirganên fuhûşê tên. Di serî de li welatên wek Afrîqa, Tayland, Nîjerya, Fîlîpîn, Hong Kong, Efqanîstan û hwd. keçên temenbiçûk bi rêya sektora fuhûşê ya navneteweyî tên bikaranîn. Tê payîn her sal 300 hezar zarokên keç ên temenê wan di navbera 9-14 salî de ji wan welatan bînin û li welatên YE bifiroşin. Li gundên Afrîqa û Asyayê jinên ku bi hêviya kar tên welatên Ewrûpayê, dikevin kemîna bazirganiya seksê ku li vir behsa bi milyonan jinên ciwan ku temenên wan 13-14 tê kirin. Li cîhanê her sal bi milyonan jin, jinên ciwan û zarok bêzanebûn dibin qurbaniyên bazirganên fuhûşê. Li gorî daneyên UNICEF her sal li cîhanê 4 milyon jin û zarok bi rêya bazirganên mirovan tên bikaranîn. Piraniya wan kesên ku ji ber kaosa siyasî, şer, xizanî, aborî û ji ber sedemên cihêreng ji welatê xwe koç kirine, rastî van kiryaran tên.
Armanca me, ne ew e ku em bûyeran yek bi yek bi rêz bikin. Armanc ew e ku em van rastiyan û bombebarana îdeolojîk a pergala desthilatdar ku her roj dijwartir dibe bibînin û li gor vê, em wek jin têkoşîna xwe hîn xurtir bikin. Beriya her tiştî hewce ye em wek jin rastiya pergala zayendperest, dewlet û îqtidarê pir baş zanibin û em li hemberî wan êrîşan di her kêliyê xwedî refleks û helwest bin. Çiqasî em rastiya dewlet û pergala zayendperest tehlîl bikin û derbas bikin; em ê ewqasî bikarin li hemberî şerê taybet ê pergala dewletparêz biser bikevin. Di hêla azadiyê de pêngava herî girîng a îdeolojîk, derbaskirin û têkoşîna li dijî jiyana dewletparêz e ku di hemû aliyan de dixwaze serweriya xwe bi me bide qebûlkirin. Yan em ê jiyaneke azad a di mertebeya pîrozweriyê de bijîn û bidin jiyandin; yan jî em ê di bin pergala serdest de çawa ev 5 hezar sal e dinalin, dîsa em ê binalin. Yan em ê di nav pençeyên modernîteya kapîtalîst de bên pelçiqandin û tinekirin; an jî em ê şansê jiyana azad ku hatiye bidestxistin, wek derfeta jinûve şînbûna pîrozweriya jinê ya li vê axê bibînin û lê xwedî derkevin.
Berjîn Têkoşer
- Ayrıntılar
Nivîsa borî de me hişmendiya avakirina rizgariya demokratîk girtibû dest. Em dixwazin vê nivîsa xwe de jî di avakirina rizgariya demokratîk de li ser milê rexistinkirinê rawestin.
Çendî em li ser hişmendiya xwe bisekinin ew qasî baş e. Ji ber ku çiqas em xwe çêdikin ew qas tegiştîna me fireh dibe û em mijarên hûr û kûr baştir tedigîhin. Hişmendî di serî de xwe di mejî de girtina deste. Xwe milê raman da peşkistine. Çanda xwe ya giştî kûr kirine. Bi çavekî hîn firehtir li cîhanê û giştî dîroka mirovahiyê mêzekirine. Bi kurtasî; hişmendiya xwe çêkirin, xebateke herî sereke ê mirovên ku dixwazin tiştên çewt rastbikin e.
Dema mirov xwe di milê hişmendiya xwe de sererastkir şûnda, xebatên pir girîng yên ku werin dest girtin hene. Yek jî wan xebatên girîng di serî de xwe, piştre jî dardorên xwe rexistinkirine.
Xwe rêxistinkirin çî ye? Û xwe rêxistinkirin yê çawa bê destgirtin?
Ji bo ku em xebateke bi serkeftî derbixin pêwîste em xwedan kesayeta bi birêzkarî bibin. Birêzkarî çî ye? Birêzkarî (disiplin) tê wateya: li ku derê û kengî ezê çi û çawa bikim. Li mana ku mirov dem û wextê xwe baş dest digire. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku em ser xwe pir lê rasti jî pir hakîm bibin. Em gorê hinek lewaziyên xwe tevnegerin. Em hemû liv û libatên xwe birêzkarî ve bimeşînin. Ew bêgûman gelek tiştan ji me dixwaze. Ew bi plansazî tevgerînê dixwaze. Hesapkiriyeke pir xurt dixwaze. Dîsa kîjan kar wê berê were dest girtin de peytandin (tespit) kirinê dixwaze. Ew jî dîsa berê ku em têkevin nav liv ê libatan kûr lêhûrbûyînekî dixwaze.
Eger em bala xwe bidin gotinên jorîn emê bipeytînin(tespit bikin) ku me hîn qala rexistinkirinê nekiriye.
Rêxistinkirin di serî de hişmendiyeke pir xurt dixwaze. Dîsa birêzkariyê pir zêde dixwaze. Ger rêxistin û rêxistinkirin nebe em xwedan ramanên pir hêja jî bin, tu bergîdanka (karşılığı) xwe nabe. Ji bona vê rêxistin û rêxistinkirin pir girînge.
Rêxistinkirin xwe gîhandina mirovan e. Rêxistin yekser bi pêwendî çêkirinê ve eleqedar e. Em çiqas pêwendî çêkin tê wateya ewqas rêxistin me çekiriye. Pêvajoya nû de hemû derî ji bo ramanên tevgera azadiya demokratîk vekirîne. Em dikarin xwe bigihînin herkesî. Em him dikarin biçin her derî û him jî herkesî re pêwendî çebikin. Dem tam jî demeke weke rojnameyeke piyayî kar kirinê ye. Em kê bibînin em karibin bi wî re li ser pêvajoya nû a avakirina demokratîk biaxivin. Bidin, bistînin.
Em vekirî bêjin: Li Kurdistanê hemû derî ji bo fikir û ramanên Rêber Apo vekirîne. Li Kurdistanê em biçin ku derê ji hemû derî teqez, herzal ji me re vekirîne. Ji jer ku tekoşîna bi salan ew deriya bi xwîna hezaran şehîdan çêkiriye. Ji bo vê pêwiste em li Kurdistanê biçin hemû deran. Dema em dibêjin Kurdistan, pêwiste hemû cihê cîhanê bê fêmkirin.
Bi kurtasî dema pêvajo ya rizgariya demokratîk de em yek salîse ya xwe vala darbas nekin. Yek xulekekî li cihê xwe em nesekinin. Em şev û roj derdê xwe bigîhînin tevahî cîhanê.
Dem ne demekî asayî ye. Dem demekî pir awarte ye. Dem demekî pir lez diherike ye. Dem demekî kaotik e. Ji bona we her yek pêwendiya ku em çêbikin tenê ne pêwendiyeke. Pêvajoyen wiha de yek liv û libat teqez li yek liv û libatekî zêdetir e.
Ev nîvis we berdewam bike…
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Rêber APO di Newroza 2013’an de pêvajoyekî nû da dest pêkirin. Ev pêvajoya nû wek “RIZGARIYA DEMOKRATIK U AVAKIRINA JIYANA AZAD” bi nav kir.
Li Kurdistanê zêdeyî 30 salan, şerekî pir dijwar li hember faşîzma mêtîngerî ya tirk hat meşandin. Di vî şerî de bi hezaran ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku rojên ronahî li ser vê axê bidin jiyankirin berxwedaneke bêhempa ji aliyê ciwanên kurd, ê ku hilkêşiyan serê çiyan û bûn gerîla ve hat dayîn. Berxwedana gerîlayên ciwan mert hêlişt ku li Kurdistanê bişavtina (helandina) gelê Kurd were sekinandin. Dîsa ew siyaseta dewleta metînger a komalkujiya çandî ê ku bi sedan derewên veşartî ve dihat meşandin were deşîfre kirin û li hember vê siyaseta qirêj jî, hewceye gelê Kurd her tim şiyar be û her tim dijber derbikeve.
Kurtasî li hember siyaseta dewleta metînger bi her awayî şerekî pir dijwar hat meşandin û tevahî siyaseta qirêj ya dewletê hatin eşkere kirin. Bê guman berdêla van destkeftiyan pir giran bû. Derdorê 20 hezar gerîla canê xwe ji dest dan û şehîd ketin. Dîsa derdorê 20 hezar mirovên me yên welatparêz yên bê guneh, bê tewan hatin qetilkirin. Dîsa hezaran gundên me hatin şewitandin. Sed hezaran mirovên me rastî koçkirinê hatin. Bi mîlyonan mirovên me ji bo wan sedemên şerê qirêj neçar man ku axên xwe biterikînin û bi xizantiyeke pir dijwar re rû bi rû bimînin.
Êdî berxwedaniya bi salan ber bi qonaxeke nû ve diçe. Çawa ku salên 1990’î de merhala vejînê me pişt xwe hêlişt û em ber bi pêvajoya rizgariyê ve çûn, îro jî em qonaxa rizgariyê li pişt xwe dihêlin û ber bi qonaxa avakirinê ve diçin. Rêber APO vê qonaxa nû re,“RIZGARIYA DEMOKRATÎK Û AVAKIRINA JIYANA AZAD” dibêje.
Ev qonaxa nû ji me çi dixwaze? Em ê çawa tevbigerin? Da ku em erkên demê pêkbînin. Pêwîste em çibikin? Nêzîkbûna me ya demê wê çawa be? Emê xwe ji bona dema nû çawa çê bikin? Her wiha gelek pirsen bi vî awayî em dikarin serîde ji xwe bipirsin û hewlbidin ku bersivên wan bidin. Li gor bersivên ku em ê bidin jî, em ê bikaribin jiyaneke azad ava bikin.
Erka me ya yekemîn ewe ku; em ê xwe milê hişmendî de bigrin dest. Hişmendî tê wateya ku em xwe milê zanistî de kûr bikin. Hişmendiya me bi qirêjiyên kapîtalîzma modernîst ve hatiye dagirkirin û ez ezetî hatiye pêş xistin.Cihê ku ez ezetî hebe jiyaneke wekhev û komûnal dernakeve, jiyana hevbeş nameşe û Jiyana paravekirinê pêş nakeve. Bi taybetiyên kapîtalîzmê ve mirov nikare li hember pergalê derbikeve. Ji ber ku hişmendiya me hişmendiya qirêj a kapîtalîzmê ye, cihên ku em carek din biçin wê bendergehên ku tê zanînbin. An emê cihê xwe da rawestin an jî emê di rêyên kapîtalîzmê de biçin.
Ji bo ku em wisa nebin pêwîste em paradîgmaya Rêber APO û konaxa nû baş bixwînin, lêkolîn bikin û çi bi takekesî, çi jî bi giştî hewceye em li ser nîqaş û xwe perwerde bikin . Siyaseta demokratîk tê çi wateyê, avakirin çiye, komûn çiye û çawa tên sazkirin, meclisên gel wê çawa rê ve biçin, aboriya gel wê çawa were rêxistin kirin, akademî ji bo avakirina hişmendîyeki demokratîk tên çi wateyê?
Ji bo ku em bikaribin van pirsan rast bibersivînin pêwiste em xwe ji nû ve çêbikin, da ku em karibin hişmendiya xwe çêbikin. Berovajiya wê eger em mile hişmendiya demokratik de tegihîştineke baş nekin, em nikarin erkên “rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad” pêk bînin. Yek rêgezek bingehîn ê pekanînê heye, ew jî aha ew e.
Nivîs ê berdewam bike.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Di xwezayê de çar demsal hene; payîz, zivistan, bihar û havîn. Her demsalek bi taybetmendiyên xwe xweş e. Di payîzê de pelên daran zer dibin û bi baranê ev demsal xwe dixemlîne. Gerîlla di vê demsalê de bi piranî amadekariyên xwe yên ji bo zivistanê dike; çêkirina mangayan, amadekirina erzaqan û hwd. Gel jî bêguman di nava amadekariyan de ye. Zarok ji bo biçin dibistanê bi helecanek mezin li benda vekirina dibistanê ne. Ji ber ku cîhana me di rewşeke bê edeletiyê de ye, bêguman hin zarok jî neçar ji ber xizaniyê hevalbendên xwe yên ku pirtûkên xwe kirîne û kincên nû li xwe kirine temaşe dikin. Hin zarokên din jî hene ku ji vê bê edaletiyê zirarek mezin dîtine. Ev zarok jî zarokên kuçeyan e. Ên ku cihekî wan ku serê xwe têbixinê û zikê xwe têr bikin nîn e. Dema ez vê gotine dinîvisînim di sala 1997’an de li Stenbolê du zarokên ku di saetên şevê de li ser çopê xwarin kom dikirin hat hişê min. Demsala payîzê bû di destê min de hinekî fêkî hebûn û ez ber bi malê ve dimeşiyam.

Ew roj bazar bû esnafên derdorê fêkiyên di dezgehên xwe de difirotin. Ber bi êvarî jî karên xwe qedandibûn û her kes çûbûn malên xwe. Lê belê ew zarok di nava wan çopan de, li fêkiyên nerizayayî digeriyan. Ez nêzî wan bûm. Bi kurmancî diaxifîn. Ew zarokên ku gund, mal û erzaqên wan û tevî xizmên wan ji aliyê leşker û tîmên taybet ên tirkan ve hatibûn şewitandin . Di rûyê wan de xemgîniya koçberî, di çavên wan de dîmenên şer hebû. Lê belê ligel van yekan mirov di sekna wan de egîdi, mêrxwazî û biryarbûnê didît. Ew dem min li fêkiyên di destê xwe nêrt û tevahiyan teslîmî wan kirim. Cixareyek vêxistim û bi meşeke hêdî ber bi malê ve ketim rê. Belê zivistan jî bi berf, baran û dijwariya xwe xwedî taybetmendiyek e. Barîna berfê bêguman hin kesan kêfxweş dike. Wan dixe nava lêgerîneke ku dê li ku derê geştiyara zivistanê derbas bikin. Ji bo wan berfa ku xwezayê wekî çarşefeke spî dixemlîne lîstokeke û heta demsala biharê bi vê lîstoka xwe demên xwe derbas dikin. Lê dîsa jî ez xwe ji fikirandina zarokên ku kincên wan ên zivistanê tine ne, solên wan ên qetiyayî paş ve nahêlim. Ew zarokên ku jê dêvla sobê bi hilma xwe, destên xwe yen biçûk germ dikin. Li çiya jî ev demsala zivistanê pir dijwar derbas dibe. Gerîla di vê demsalê de ji ber ku bihar nêz dibe, amadekariyan dike. Tevî hemû dijwariya hewayê, berfê û sermayê… Her çiqas çiyayên Kurdistanê bi xemilandina berfê dîmeneke xweş derdixîne holê jî di hişê xwe de ew zarokên dicemidin difikire. Ger imkanên wan ên xwe gihandina wan zarokan hebûna, wê wan bi germahiya rojê hemêz bikirana û maçî bikirina. Jixwe ji bo wê keliyê, gerîla têdikoşe û bawerbikin zarokno, gerîla ew germahiya xwe ji bo wê demê diveşêre. Demsala biharê, demsaleke ku tê de dengên çûkan, xumexuma avan, şînahiya xwezayê û biriqandina Rojê.. Ev demsal di nava xwe de helecanek dihewîne… Zarok di vê demsalê de li kuçeyan bi hevalbendên xwe dilîzin, ne wekî zivistan û payîzê be jî kulîlk û bişkuvandina darên fêkî, xwezayê xweş nîşan didin. Dayîk jî di vê demsalê de, li kolanan reng vedidin, bi kincên xwe yên gelerî û dirûşmên ji bo Rêber Apo li kolanan olan didin.
Di vê demsalê de rengek tarî xwe nîşan dide; ew jî polês û tîmên taybet ku di destê wan de jop hene û li hemberî daxwazan bê tehamûl tevdigerin. Yek ji xweşikahiya vê demsalê jî Newroz e. Meha nîsan û gulanê jî, meha şehîdan e. Gerîla di vê demsalê de bi çek û rextên xwe, bi coş û helecanê, Rêber Apo silav dikin. Berê xwe didin Dêrsim, Botan, Cudî û gelek herêman. Me got ya zarokno! Gerîla ji bo wê demê têdikoşe. Ber bi demsala havînê ve êdî roj bi tevahî germahiya xwe, xwe nîşan dide. Hûn li bajaran di nava wan çar dîwaran de ji germê aciz dibin. Gerîla jî di wê germahiyê de bi roj xwe davêje bin darekê û rojên azad difikire. Di vê demsalê de zarok êdî dibistanên xwe bi dawî dikin. Bêedaletî dîsa di vê demsalê de jî, xwe nîşan dide. Ew zarokên ku ji ber şerê qirêj ên artêşa tirk ku li cih û warên wan dimeşîne û koç kirine, her çiqas zimanên wan hatibe qedexekirin jî bi zimanê xwe li kuçeyan benîşt û destmalan difiroşin, di temenê xwe yê biçûk de. Li kolanan rastî neheqiyan tên û têne qetilkirin. Belê generalên biçûk ên Rêber Apo û pêşerojên me, ew xwînxwarên ku nikarin gerîla têk bibin, li gorî rêzik û qeydeyan şer bikin, berê xwe didin we. Ji ber ku hûn pêşeroj in û naxwazin pêşeroj bijî. Loma ji wan dirûşmên we yên aştiyane ditirsin. Sebir bikin zarokno! Sebir bikin, em ji van pêkanînen çar demsalan rizgar dibin. Êdî demsaleke nû xwe nîşan dide. Demsala 5’emîn Îmralî…..Di wê demsalê de zivistan ji xwe fedî dike, ji ber ku ew bedenên we yen narîn dicemidîne, payîz hêstên çavan diherikîne ji ber barandina barana dijwar. Bihar û havîn jî ji ber di demsala wan de bêedaletî, komkujî û îşkence hê li pêş e li hemberî dîrokê bi şerm e. Êdî dor dora demsala 5’emîn e. Di vê demsalê de zarok bi xeyalên xwe yen zarokatiyê dijîn. Dayik ji koledariya 5 hezar salan rizgarkirî, bi aweyekî azad bang dike û gerîla di vê demsalê de, li kolanan bi ew destên we yên biçûk û narîn digire û govendê dilîze. Ew xeyalên xwe yên ku we hemêz bike pêk tîne. We hemêz dike û maçî dike. Zilan, Nûcan, Sema, Sezai, Mazlum, Kemal Pîr, General Ugur Kaymaz, Yıldız, Viyan û tevahî şehîd wekî stêrkan dibiriqin û Rêber Apo silav dikin.
Egîd Pîr
- Ayrıntılar
Viyan Kendal : Di serîde ez Newroz’a Serokê me, gelê me û tevahî mirovên aşîtî xwaz pîroz dikim. Newroz ji bo gelê Kurd wateya xwe yê pir girink heye. Di dîroka gelê Kurd de pêngavên pir nû avetin. Di vê pêngavê de, gel şiyar bû û çavên xwe ji rastiyê re vegirin. Kawa’yê Hêsinkar pêşengtî ji gel re kir û gelê Kurd berbi rojên azad ve birin. Pêşengtîya Newrozân her bi lehenga kir. Ji Kawayê Hesinkar heyanî kawayê hemdem Mazlum Doxan wek kevneşopekî xwe da berdewamkir. Wan pêşenga gelê Kurd bi vîn kirin, bi rexistin kirin û kirin xwedî hêz. Gelê Kurd li pey pêşengê xwe ket legera heqîqêtê û jiyanekê nûye. Ji ber ku Newroz di hundirê xwe de nûbûyîna di hewîne. Newrozâ 2013’yan jî wê misoger bibe Newroza azadiya gelê me û rebertiya me. Hemu hêvî me jî ewe ku, gelê me Newroz’a vê salê pir bi coş û bi hêztir pîroz bikin. Baweriya me ewe ku, di vê Newroz’ê de wê gelê me peyamên pir xurt bidin hemu neyarên me. Em jî wek şervanên azadiyê bi taybet jî wek jin, soz didin ku emê tu carî rê nedin ku agirê azadiyê were tefandin.
Dorşîn Garzan : Newroz roja vejînêye. Agir jî, ji bo gelê Kurd pir pîroze. Newroz roja berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar li hember Dehaqane. Bêguman vê berxwedaniyê xwe ji nude avkirin û xwe ji koletiyê derxistin da avakirin. Agir jî, ji bo tarîtiyê bû ronahî. Ev ronahî bû çurusk kete nava dilê mirovên azad de. Ev çurusk her çû mezin bû û bu rihê rêheval Mazlum Doxan, Rehşan, Zekiye, Bêrîvan, Ronahî hwd. ev rêhevalane bûn şopdarên Kawa’yê hêsin kar. Ji bo rumeta xwe, yê gelê xwe, ji bo jiyanek nû ne helan agirê azadiyê bi tefe. Dema tê gotin Newroz xweşik bûyîn, azadî, wek hevî, hestên mirovahîyê, afirandina jiyana nû û xwe naskirin dikeve bîramin de. Ji bo wê pêwîste em hemu xwedî li vê rojê der bikevin. Wekê hêzên YJA Star emê her tim xwe dî li dîroka xwe derbikevin, emê jî bibin şopdarên van hevalên pîroz. Wek milîtanên Rêber APO jî, em soz didin ku emê van nirxên xwe yê pîroz her tim bi parêzin. Emê her tim, di xeta jiyana rast de bimeşin û serkeftina bi dest bêxin. Ji bo em xwe bigihîjînîn ronahî û azadiya agir pêwîste em xwedî li Rêberê xwe û rêhevalên xwe yê Şehîd derbikevin û azadiya Rêberê xwe misoger bikin. Em ji bîr ne kin ku Rêberê me, em ji xewa mirinê şiyar kir. Ji bo vê yêkê di serîde ez vê roja pîroz li Rêberê me û tevahî gelê me pîroz dikim.
Ekin Devrim : Ez beriya her tiştê vê rojê di serîde li Serok APO û tevahî gelê me pîroz dikim. Newroz vegotina jiyana nû û xweşik bûyînê ye. Ji bo gelê Kurd bi taybet derketina tevgera PKK’ê Newroz bû nîşna berxwedanî, azadî, wek hêvî û serî rakirina li hember pergalên desthilatdarî, koletî û mêtingerî. Ji bo vê yê kê, di nava gelê Kurd de Newroz pir bi coş tê pîroz kirin. Çawa ku xweza dinava xwede li hember nû bûyîna derî vedike û di hûndirê xwe de nû bûyîna di hewîne, ji bo me jî azadiya xwe ji nûde afirandine. Çawa ku berxwedaniya Kawa’yê Hêsinkar, bû berxwedaniya Kawa’yê hemdem Mazlum Doxan, Zekiye Alkan, Rehşan vê çanda berxwedaniyê dan berdewam kirin, rêheval Sara, Ronahî û Rojbîn jî berdewamiya wê dan meşandin. Bêguman, ev berxwedanî bi birdozî û felsefeya Rêber APO li hember jiyana nû û azadî dayî pêşxistin de ji nû de şîn bû. Ya rastî jî, ji bo gelê Kurd her roj bu roja berxwedanî û Newroz’e. Em bi vê awayî wate didin Newroz’ê. Weke jin jî, ev roj ji bo jin jî ji nû de avakirina çanda xudawantiyê, cîvak bûyînê û li nirxên xwe xwedî derketine ye. Weke jin di van çiyayên azad de Newroz pîroz kirin di be sedema ji nû de zivrandina cewhera xwe. Wekê jinekê gerîlla, em di bêjin ku emê hemu rojên xwe bi rih û rengê Newrozê derbasbikin. Eme li wî rihê berxwedaniyê û çanda wê xwedî derbikevin û di xwe de jî bidin avakirin. Hêvî û baweriyên me ewe ku em dilê xwe her tim bi coşa azadiyê û renge Newrozê tijî bikin.
- Ayrıntılar
Wê şevê hinek gotinên ku min nizanîbû emê giran hesabê wê bidin, hatin guhê min. Mîna ku mirovek şeqamekê li riwê min bide û ji min re bibêje ji xew rabe, li derûdora te diniya xerab dibe û haya te jê nîne, ez matmayî mabûm. Tirseke ku ticarî min nizanîbû ez nav lê bikim, min hîskir. Xemgîniyeke ku ez ticarî nebibûm şahidê wê, dilê min dorpêçkir. Firmêsk ji çavên min dihatin xwarê, lê min wateya wan nizanîbû. Ew roja serhildanê û tolrakirine ye, roja xwe lêpirsîn kirin û li dijî xwe şerkirin e. Çima û çawa Rêber APO hatiye girtin, di serê min de diçû û dihat. Ez gelekî biyaniyê wan dîmenên ku destê Rêbertî kelepçekirîbûn û devê wî girtibûn. Herdem ez fêrbibûm ku Rêbertî serbest bibînim, di televizyonê de baxive û perspektîfan dide gelê Kurd. Nedihat texmîn kirin û bawer kirin ku rojekê mirovekî mîna Rêbertî têkeve destê dijmin de û ji me dûrbikeve. Min ji xwe re digot gelo kesek nikare Rêbertî ji destê wan zaliman rizgarbike. Mîna ku min tiştekî xwe yê herî bi nirx wendakirî, ez dîn û har bibûm. Di wî temenê biçûk de min ev hest jiyandikirin, ji ber ez fêrbibûm ku Rêbertî ticarî nabe esîrê dijminê ku her roj xwîna gelê me dirijîne.
Wê rojê ez derketim kolanê û bêhna xemgîniyekî ji rêkan dihat. Çavê mirovan melûl bibû, dilê wan tejî kîn û hêrs bibû. Herkesî xwe bi dîlgirtina Rêbertî re tewambar didît, difikirîn ku ji derveyî berê xwe dayîna çiyan, ti çare nemaye.
Ew riwên ku bi dîlgirtina Rêbertî dilşad bibûn, ticarî jibîra min naçin, dilê min wê rojê birîn kiribûn, hevoka ku “ Rêberê we jî hate girtin hûnê çibikin? mejiyê min xwaribû. Wexta min xwe li hemberî wan riwan û peyvan bê çare dît û min bersiv neda wan, gelekî li zora min çûbû. Nizanim dibe ku ew bêşermiya wan jî ji bo min dersek bû. Çima ez vê yekê dibêjim? Bi dîlgirtina Rêbertî re herkesî mafê xwe didît zimanê xwe dirêj bikin, û mîna ku ji min re bibêjin ciyê we di vê dinyayê de nîne û biçin, bi min dane hîskirin. Tişta ku destpêke hate bîra min ev bû, ger PKK ê ji holê were rakirin, wê dijmin me saxî têxe mezarê de. Wê rojê çavên ku nikarîbûn bi kîn li me binêrin, firset dîtin û kîna xwe pekandin riwê me.
Îro roja 15 ê Sibatê ye û divê dilê te qewîm be, heyanî ku tu bibêje Rêbertî îro hatiye girtin û kete sala çardemîn de li Îmralî ye. Lê ya girîng ewe ku roja 15 ê Sibatê netenê dîlgirtina Rêbertî were bîra mirov, bûyerên piştî 15 ê Sibatê yên qewimîne yek bi yek têne bîra mirov. firmêsk û janên ku gelê Kurd jiyankirine têne bîra mirov. Canên di nava agir de bi merdî şewitîne, têne berçavê te. Têhna wî agirî, dilê te jî bi xwe re dişewitîne. Kînekî mezin dilê te dorpêçdike, daxwaza pergala deshilatdar ya gelê Kurd bê pêşeng û bê Rêber hiştin, tê bîra te. Ez çiqasî bidim dûv hevdû, hestên ku mirov jiyandike bi dawî nabin.
Birastî rojekî girane û em meha Sibatê bi vê yekê tewambar nakin, destên lewitî ev meh bi rengê xwe yê qirêj boyaxkirin. Lê belê ya girîng ew bû ku dewletên destê wan di dîlgirtina Rêber APO de heye, hesab nekiribûn ku wê PKK ê ewqasî xurtbibe, gelê Kurd wê hîn zêdetir berxwedaniya xwe gurtir bike û ewqas keç û xortên Kurd berê xwe bidin çiyan. Ma qey dîlgirtina Rêberê ku bi sedan mirovan canê xwe ji boyî wî dane û dîtina wî di dilê wan de hesret ma, hesan e. Ewê rojekê giran hesabê vê yekê bidin û bi hedarî ez li benda vê rojê me.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Ez niha rojnivîsên hevalên şehîd dixwînim. Ger wêneyek bane, ji dilê min dihat ku ez wî wêneyî bi we hemûyan re parvebikim û hûn hemû eserên qeşeng bibînin. Ev gotinên ku ez dixwînim, ji dilê dikele, bi meraqe û li benda bîranînên ku derkevin pêşiya wan hatine nivîsandin. Piştî ku sînor tê qutkirin, heyecan jidil dipekê û dixwazê bi lênûsê re parvebike. Çawa digihîjin bakur xaka zêrîn ya ku dibin siya dijmin de ye, bi wan re dibe heval û li benda wana ku pêre parvebikin û sebra wê bînin. Xaka pîroz bê ku baxive dilê xwe ji wan re vedike û wan pêşwazî dike. Dilê gerilayên hêja vê yekê hîsdike û bê şerm wê hesreta di dilê xwe de parvedikin. Hevalên şehîd her bosteke ku li bakur avêtine parvekirine, mîna ku hîsdikirin wê gelek mirovên mîna min van peyvan bixwînin û ji bo wan bibe moral.
Di zor û zehmetiyan de, di êş û xweşiyê de hatiye bîra wan ku pênûsa xwe bigirin destê xwe û behsa jiyana bakur bikin. Dizanin çûyîna bakur hesreta dilê gelek kesane, dizanin gelek kes li benda wan kêliyane ku mîna wan sînor derbas bikin û lingê xwe bavêjin xaka pîroz. Di dîtina bedewbûna welêt de tenê namînin, xwezaya Kurdistanê mîna çîçekê digirin destê xwe û bêhin dikin, dibin şahidê heyecana gelê kurd yê ku bi sala êş kişandiy e. Hezkirina gel ji gerila re dibînin û biheşta ku ji bo wan xeyale di wan kêliyan de dijîn. Gelekî zore ku mirov lênûsên hevalên şehîd bixwîne, her peyveke ku nivîsîne, ji bo te mîna deryayekê kûr û bi wate ye. Di ku mirov her tiştê jibîrbike, lê hevaltiya ku li asoyên çiyan nefes girtiye, di zorî û zehmetiyan de pijiyaye, ticarî nayê jibîr kirin. Xwendina hinek hevalan kême, lê dîsa jî bi hestên xwe yên sade hezkirina xwe ya gerilayetî anîne ziman. Dizanin wê ew peyv bibin eserekî dîrokî. Li gor min ew peyv netenê eserekî dîrokî ne, roja îro ronîdikin û nirxê jiyanê bi te didin hîskirin.
Di şevên tarî de bedewbûna tîrêjin rojê, bi te re parvedikin, di êşên mezin de bi te re hevalbendin û di seqema dijwar de ji bo te dibin pêt, dilê te germ dikin û wê heyecana te gurdikin. Dibe ku tu gelek hevalên şehîd nasnake, lê wexta tu nivîsên wan dixwîne, mîna ku te bi salan bi wana re jiyankiriye. Tu meraq dike wan hevalan çawa jiyankirine, çi êş û xweşî dîtine. Xeyalê wan çibû û bi kîjan hestî çavê xwe li dinê girtine. Zehmete ku tu xwe bide qenaet kirin ku tu nema dikare wan hevalan bibîne, lê tê bîra te, tu çiqasî vê jiyanê biparêze û nirx bide hevalên xwe tu ewqasî wan ji nêzve hîsdike. Bi sedan ciwanên Kurd hene şehîdketine, lê belê li pey xwe yek nivîs jî nehiştine. Ruhê xwe bi ava welêt hûnandibûn, canê xwe bi xaka xwe re parvekirin û bê xof ser dijmin de çûne. Jiyan û bîranînên wan gelek rastiyan bi te didin naskirin. Destûr nadin ku dilê te qeşa bigire, yan jî tu bê wijdan bijî. Heyanî ku girêdana xwe ya bi vê jiyanê ve dane îfadekirin nekêm zorî kişandine. Wexta ku tu nivîseke wan dixwîne, yan jî li jiyana wan guhdardike bê ku tu hîsbike, tu heyrana wan dibe. Hinek caran jî tenê wêneyekî wan yê çeka wan li milê wane, gora xwe rakirine ser şalê xwe, kefiya wan di sukra wan de ye û bi heybet sekinîne, bese ku tu li xwe vegerê û ji xwe bipirsê gelo ez jî mîna wan bi heybetim? Dibin mêvanê dilê te û tu dikare gelek hevokên veşartî ji çavê wan hîsbike. Hevalên Şehîd hîskirin rêgezê vê jiyanê ye û di her kêliyekê de bi te re dijîn, wexta ku tu serkeftinan bidestdixe kêfxweşdibin û gava ku tu kêmasî dike, te lêpirsîn dikin, ji ber ew perçek ji vê jiyanê ne.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Tecrîd, bûye şerê giştî û li Rojavayê Kurdistanê, li Serêkaniyê, li Bakur Kurdistanê bi dijwarî berdewam dike. Dewleta AKPê jî, gotinên xwe qurpandin. BDPe qîran dide û dixwaze di çarçoveya hevdîtinên li Imralî de, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Tayyip Erdogan xwe kerr kiriye. Lê lal nemaye, ha ha diaxive.
Êdî eşkere bûye ku li Serêkaniyê, hêzên YPGê bi Tirkiyê re şer dike. Hêzên çete û paramilîter li Serêkaniyê xuya bikin jî, dewleta AKPê ye. Koordinekirina şerê li Serêkaniya Binxetê, ji Serêkaniya Serxetê û ji aliyê, fermandarên hêzên artêşa tirk ve tê kirin.
Niştecihên Serêkaniya Binxet û Serxetê dibêjin: Piştî nîvê şevê, ji qereqolên artêşa Tirk, ji ser tixub, Serêkaniyê topbaran dikin. Di encamê de sifîl jî têne kuştin. Saziyên sifîl jî rêvebiriya AKPê ya Serêkaniya serxetê şiyar kirin û serî li qeymeqamê navçê jî dan û nerazîbûna xwe naîne ziman. Serokê BDPa Serêkaniya Serxetê Heznî Kiliç jî destnîşan kir ku, gelê navçê li ber teqinek volqanî ye. Ji xwe ciwanên kurd nerazîbûn nîşan dan.
Lê guman dikim ku di vê mijarê de, BDPe jî, ciwanên kurd jî dereng mane.
Jinên Kurd, li Nisêbînê bi meş û mitingê dijberiyek tund nîşan dan. Pêwiste ev pêla dijberiyê biçe Serêkaniyê jî.
Tahammula gelê kurd ji dubare kirina dîrokê re nîne.
Tahammula gelê kurd ji dubare kirina komkujiyan re nîne.
Ji ber ku di “konsepta entegrasyonê” de, slogana dewleta AKPê, “di vê zivistanê de xelas kirin e”. Plan û projeyên serokwezîr Tayyip Erdogan, serokkomar Abdullah Gul û serfermandar Org. Nejdet Ozelê kimyewî, li gorî vê konsept û sloganê hatine amade kirin. Di vê konsept û sloganê de, “qutkirina serî ji gewde” heye, yan jî “jêkirina çeng û ling, ji gewde ye”. Di her halûkarî de, li hemberî têkçûn û binketina sala 2012an serketina di sala 2013an de ye.
Lewma dewleta AKPê, ji bo leheng û serkêşên Haraketa Azadiya Kurd, milyon xelata peran danîne. Dixwazin serê lîderên Haraketa Azadiya Kurd, bi serê rimên xwe ve bikin û li kolanan bigerînin. Yan jî serê wan bi dergehê qesra serfermandariya artêşê ve daleqînin. Mirovê ku aştiyê bixwaze, li rê û davikên xiyanetê nagere?
“Hacz-nameya” ku weke “engizisyona edaletê” di parlamento de hate erê kirin jî, komploya Adem Uzun jî, komkujiya li Parîsê jî bi vê konseptê ve girêdayî ye. Her çiqasî şaredarê Batmanê Nejdet Atalay parastina xwe bi zimanê kurdî kiribe jî, dewleta AKPê, bi vê ”hacz-namê”, cezayekî nû kire pratîkê. Ji ber ku di “hacz-namê” de, gotina kurdî derbas nabe, dibêjin “zimanê ku herî baş tu dikare xwe pê îfade bike”, yanî ne zimanê dayikê, zimanê perwerdehiyê.
Ji xwe berê kurdên ku bi zimanê tirkî nizanibûn, bi riya tercumanên ku pereyê wê dewletê dida, xwe diparastin. Pirranî jî mubaşir tercuman bûn. Niha, ew maf ji ser milê dewletê hate rakirin, li ser milê kesê kurd hate danîn. Di zimanê huquqî de, navê vê kiryarê “hedaî-hadîa” ye û tê wateya, lîstik, derew, xapandinê. Hinekî zora ku di wateya “hadaîd-hesin”, yanî amurên kujerî. Ev hacz-name, rengekî “huquq-î siyasiye-droît polîtîque” ye û rêvebiriya dewletî ye. Ne mafê civakî û gel e, mafê dewletê ye.
Dîsa di vê pêvajoyê de, di navbera dewleta Belçîka û Tirkiyê de 2 peyman hatin imze kirin. Peymanek di navbera wezîrên karê hundir; peymanek jî di navbera wezîrên karên edaletê, yên her du dewletan hatin imze kirin. Van peymanan, bi zedeyî bala kurdan ne kişandin. Lê çapemeniya Belçîka, bi balkêşî li ser her du peymanan rawestiya û navê hinek ji siyastemedarên kurd ku Tirk li ser wan radiwestin jî eşkere kirin.
Wezîrê karê Zanist û Karsaziyê Nîhat Ergun jî dinava bêşermiyekêd e dibêje; Bila çek werin bêdeng kirin, her kes biaxive, çi diaxive bila biaxive.” Gelo ev wezîrê dewleta AKPê, xwe şareza, her kesî ehmeq dibîne? Lê hewqasî ehmeq e ku 10 hezar siyasetmedarên ku di jiyana xwe de çek nedîtine girtine û bêyî dadgeh bikin, di zindanan dirizînin.
Dewleta Tirkiyê, bi riya interpolê her dem, dewletên Ewropa dikire bin zext û zorê û li dijî siyasetmedarên kurd dikirin nava tevgerê. Li Espanya, Italya, Elmanya mînakên vê hatin dîtin. Bi van peymanan jî riya duyemîn û kanunî dike pratîkê. Rewşek metirsînî ye!...
Benjamîn Barber, ji bo dewlet û desthilatdariyên bi vî rengî, gotina “HEDONÎST” bikar tîne. Yanî; êrîşkerên hov, gurî, xespkar, derewin in. B. Barber, mînaka C.B. Macpherson jî dide û dibêje: “Xwe çiqasî pêşverû, lîberal, demokrat û azadîxwaz nîşan bidin jî, bazirgan in. Bazirganiya wan jî, di eniya siyasî, huquqî, civakî, aborî û leşkerî de derdikeve pêş. Ne di aliyê exlakî de, ne jî di aliyê civakî de!... Ne nirxan qebûl dikin û ne pîroziyan erê dikin. Ji bilî xwe kesî qebûl nakin, otorîterên dibin perdeya demokrasî de ne. Demokrasiya wan tenê gotin e û di aliyê propagendê de pirr hoste ne. Vê jî, di xwedî derketina li her cûre azadiyan de nîşan didin.”
Gelo ev ne dîmenê dewleta AKPê ye?
Benjamîn Barber, wiha jî dibêje: Hêza otorîter, her dem îddîa mulkiyetê dike. Ji ber ku hêzê maf dibîne û wek xwedîbûnê jî derdixe pêş.
Dema ku Erdogan, siyaseta yek-an dike pratîkê û vekirî û zelal dibêje “yan koletiyê bike, yan jî terk bike”, gelo nayê heman wateyê?
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrîd, her roj rûpelekî ji agir e. Ev rûpelê ji agir, êdî di bedena kurdan de diteqe. Pêwiste gelê kurd jî, bêhtirîn li dora Ocalan kom bibe.
Bêguman tecrîd ne qederek îlahî ye. Lê hêzên bazirgan bi zimanê ayingehan û bi gotinên pîroz, rûpelên ji agir dinivîsin. Van rûpelên ji agir dikine yaftayê kuştinê. Kuştina li welatê parçekirî ne bes bû, dijminên bêbext û namerd destên xwe dirêjî Ewropa jî kirin.
Bi vê pêvanê komkujiya li Parîsê, “yaftayek”e destîniya rûpelên ji agir e. Ji 9ê Cotemhê û vir ve ezmanê xaka Kurdistanê ne mîna berê ye. Gelê Kurdistanê jî ne mîna berê ye. Ev guhertin li Serêkaniyê li dijî tanqên ku ji Tirkiyê derbasî Binyaxetê dibin û di destên hêzên çete û paramilîter de dibine volqan û di xaniyê Kurdistaniyan de diteqin, bi destê cengawerên ciwanên kurd yek bi yek têne ruxandin.
Serokwezîrê Tirkiyê Tayip Erdogan, vê carê hostatiya xwe ya nivîsandina rûpelên ji agir, li Dilokê nivîsîn û fermanên komkujiyan dan. Êdî, konsepta nû ya li dijî gelê kurd diyar e. Di çarçoveya tecrîda li dijî Birêz Ocalan de, komkujiya li demê û li cîhanê belakirî ye. Li Ewropa, li Rusya, li Qendîlê, li Serêkaniyê û hwd. Ev siyaseta fuzeyên patroîtan e. Her gava erênî ya ji bo daxwazên NATO, rûpelekî ji agir e û navê konsepteke nû ya li dijî Haraketa Azadiya Kurd e.
Navê vê konseptê “stratejiya entegrê ye” û bombardumana berdewamî li dijî Qendîlê ye. Helbet di vê konseptê de, entegreya BDPê heye û tunekirina gerila, yan jî minîmîze kirina Haraketa Kurd heye.
Bêguman, armancek ji ya dewleta AKPê, têkbirina serketina gelê kurd ya sala 2012an e. Ji ber ku Haraketa Azadiya kurd, di sala 2012an de, di aliyê eskerî, civakî, rêxistinî, dîplomatîk û psîkolojîk de serketineke mezin bidestxist.
Di destpêka sala 2013an de, yanî di dest pêkirina demsala zivistanî de, dewleta AKPê operasyonên eskerî zêde kirin, êrîşên hewayî zêde kirin û ya herî giring jî, komkujiya li Parîsê kire pratîkê.
Dewleta AKPê di destpêka komkujiya Parîsê de kete nava tirseke mezin. Piştî ku Serokkomarê Frensa hate bêdeng kirin, tirsa AKPê ji holê hilat. Ev jî navê xeleke zincîra komploya navneteweyî û “siyaseta patroît”an e.
Binêrin, encama hevdîtina li Imralî jî hîna veşartî ye. Ji ber ku tecrîd berdewam dike û rêvebirên BDPe wê biçin Imralî, naçin ne diyar e. Birêz Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi birayê xwe Mehmet Ocalan re, destnîşan kir ku ewê nirxandina pêvajoyê, ji heyeta BDPê re bike. Got, “eger werin!..”
Dewleta AKPê, ji bo ku inîsiyatîfa pêvajoyê bike destên xwe, di her alî de şer dijwar dike. Bi komkujiya li Parîsê, dilê gelê kurd dax da. Hîna jî êşa daxkirina di serdilkê gelê kurd de neçûye. Dîsa jî gelê kurd bi “aqîlane” haraket kir û nekete nava şoqa tolhildanê. Deng nekir, lê jibîr jî nekir. Ev rûpelê ji agir, di sînema gelê kurd de dişewite. Ji ber ku hedef girtina 3 siyasetmedarên jinên kurd di dîroka mirovahiyê de manîdar bû. Yek ji van jinên ku hedef hate girtin Sakîne Cansiz bû. Yek ji 5an, yanî stêrika ezmanê jiyana nû ya gelê kurd bû. Wek navekî mîtolojîk Îştar derketibû holê û tifa li rûdêna reş ya faşîzmê bû. Lewma hedef girtina Sakina Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, xwedî wate û stratejiyek taybet e.
Belkî, xewn û xeyalên kesên komkujiya Parîsê pêkanîn, ji sedema “haraket kirina aqîlane” ya gelê kurd ne hatin cih. Lê ev nayê wateya ku, hêzên reş wê êrîşên xwe bidin rawestandin. Komkujiya li Parîsê planekî demdirêj e û alternatîfên wê jî hene. Ev alternatîf her dem û li her cihûwarî dikarin bikevin pratîkê.
Helbet gelê kurd wek hêzêke siyasî, disîplînekirî derketiye holê. Li hemberî her êrîşa kujerî û psîkolojîk vê rewşa xwe ya têgihiştî destnîşan bike. Lê şerê pir-alî yê pîskolojîk û çikandina îradî bi dijwarî berdewam dike.
Yek rê li pêşiya gelê kurd heye: Divê inîsîyatîfa ku di xwedî derketina li cenazeyên 3 jinên şoreşgerên gelê kurd de, li Amed, Dêrsim, Mereş û Mersînê kire destên xwe, ji destên xwe bernadê. Riya vê jî, li dora Ocalan kombûn e, li çar parçeyên Kurdistanê dilsoziya yekîtiya neteweyî ye. Li dora Ocalan kombûn, têkbirina “siyaseta entegrê ye”, dilsoziya yekîtiya gel jî, qetandina rûpelên ji agir û şikandina zincîra komploya navneteweyî ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Tecrîd, berdewam dike. Tecrîd navê şerê li dijî edebiyat, lîteratur, ferheng, siyaset, kultur û tevahiya nirxên gelê kurd e. Di şerê li dijî tecrîdê de, bêalîtî, bêdengî xizmeta dijmin e.
Ez edebiyatê derî siyasetê, siyasetê jî derî felsefê nabînim.
Xala duyemîn: Baweriya min ew e ku, nivîskarê çavdêriya dema xwe neke, ji berpirsiyariya dema xwe jî dûr dikeve. Bêguman nivîskarên ku romanên dîrokî dinivîsin pirr hene. Lê yek ji wan nivîskaran nikare, rol û mîsyona xwe ya civakî, yanî sosyolojîk bilîze. Çima? Zimanê wan, hunandina pirtûkên wan ji “vakayinuvis.” dûr bin jî, nikarin xwe ji davika “edebiyata felzekê” xelas bikin.
Di van rojên ku li herêmê dîrok ji nû de tê nivîsandin; hêzên herêmê li ser dengeyên nû têne rûnandin de; destîniya gelê kurd jî diyar dibe. Her pengav giring e. Ji ber ku her gotin, her hevok, her gav, her pêkanîn, bi xwîna civanekî, zarokekî, qîrêna dayikekê tê neqiş kirin. Lewma dengê nivîskaran, çavdêriya wan giring e.
Bêguman neynika nivîskar, berhemên wî ne; hêza wî jî gotinên wî ne.
Edebiyat gotinek erebî ye û ji “edeb”ê tê. Lê “edeb”, ketiye qonaxa “edeb-î kelam”, “edeb-î huner”, yan jî “edeb-î amûz” û rola xwe dilîze. Wateya van gotinan teva, mamostatî û fêrkirin e. Yanî edebiyat, di wateya zanista “asaletî, zerafetî, nezaketî, zekewî-hişmendî” yê. Ne tenê ziman, mêjî û bedena mirov jî “edeb” dike. Edebî huner, edebî amûz ev e. Bi vê mebestê edeb, weke çavkaniya “xislet û nirxên pîroz” tê binavkirin.
Dema ku, ev xislet û pîrozî gihiştin mirovan, gihiştin civakê; mirov û civakê têgihiştî, zana, demokrat, dilsoz, xwedî taybetmendî dike. Van xisltena jî di hunerê “xwedî derketin û parvekirina adîlane de” derdixe holê. Edebiyata ku rola xwe bilîze, civakê bi nirxên “efrûzî” sazkar dike.
Eger civak ji giyanê afirgeriya felsefîk dûr bikevê, hingî ji arêna dîrokê jî dûr dikeve. Edebiyat sênca afirgeriya felsefîk e. Lewma barekî giran li ser milê nivîskar û rewşenbîrên kurd e. Her nivîskar û rewşenbîrên kurd, mecbur e ku xwe wek gerilayekî, wek milîtanekî qelemê bibîne. Luksa pêvajoyê, ji hewldana bêalîtî û bêterefiya revok re nîne. Sosyolog dibêjin: Bêalîtî, felcbûn e
Mînak: Li Parîsê dilê gelê kurd hate kuştin. Kuştina 3 jinên kurd, li bajarê ronahiyê Ville Lumièr, tê wateya kuştina Şoreşe Frensa; tê wateya edaleta engizisyonê, tê wateya faşîzmê. Di vê heyamê de, engizisyon jî, faşîzm jî hatiye mahkum kirin. Ev yek.
Mînak: Di nava 4 salan de li Kurdistanê û tevahiya Tirkiyê, li dijî gelê Kurd qirkirinek siyasî tê meşandin. Ev qirkirin, skandalên huquqî û haqareta li gelê kurd, li kultur, ziman û rûmeta kurd e. Ev du.
Mînak: Her operasyona leşkerî kuştina cografya Kurdistanê ye. Kuştina xaka mirov, hewa mirov, ciwan û dahatuya mirov e. Di van operasyonan de, çekên kimyewî têne bikaranîn û komkujî pêk tên. Ev sê.
Mînak: Roboskê, Helebçeya duyemîn e!... Ev çar.
Mînak: Çar hezar gundên kurdan hatin şewitandin, bi milyonan mirov hatin koçber kirin. Ev pênc:
Mînak: Erdnîgariya Kurdistanê bûye nexşeya gorên komî. Ev şeş.
Li hemberî van mînakan, ne Sholohov, ne Victor Hugo, ne Dostoyewskî, ne Balzac, ne Pîcaso, ne Gogol, ne Gunter Gras, ne jî Sartre bêdeng maye. Pirtûkên wan, neynika vê rastiyê ye. Bûne berdevkê dema xwe û qelema xwe wek şûr bikaranîne. Divê kes xwe bi lîberaltiyê nexapîne.
Lîberalîzm, destpêka kuştina kolektivîzmê ye. Dibin navê “xweser”iyê de, bazara mirovên otorîter sazkar dike. Otorîte, bawerî, ol, pîrozî û nirxan nasnake, lê bi îddîa gerdûnî derdikeve holê û di her karûxebata xwe de dirutiyê dike. Vê dirûtiya xwe jî, ji hêza otorîter distînin. Ev navê AKPê ye.
Dema ku kanun bû gotinên di nava du lêvan de, detshiilatdarî dest pê dike. Bi vê mebestê nivîskar û rewşenbîrên Kurd, mecbur in dema xwe bixwînin û bibin bersiva demê.
Gelê kurd, bi destê AKPê tê kuştin. Serokwezîr Erdogan jî, bi edebiyata maxduriyetê dest bi siyasetê kir; lê wek mîratzadeyên 12ê Êlûnê û emperetoriya tirsê derkete holê. Eger, nivîskarên kurd îro, qelemşoriya xwe ya di hêza “edeb-î amûz”, ya “edeb-î huner” de bikar neyînin û weke pêşengê civaka “efrûzî” dernekevin holê. Hingî gunehkariyê dikin. Siyaset zanist e û hunerê pêşengiya civakî ye, eger nivîskar û rewşenbîrên kurd ji vê hêzê dûr bin, paşeroj waweylê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
