Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dijwarî berdewam dike. Greva birçîbûna dîlên azadiyê jî, di metirsîniya dawî de ye. Êdî, kêr li ser hestî ye û wê hestî bi bişikîne.
-----------------------
Dema ku em êş û jana gelê kurd li mîzênê bidin, yan jî bi bihejmarên matematîkî hesab bikin, gunehkariya kurdên ligel dijmin, ji gunehkariya dagirkeran zêdetir dibe.
Ev gunhekariya ku pîvanên wê gelekî mezin in, xiyanet e!..
Xiyaneta kurd, birîneke mûmarî ye û di dîroka gelê kurd de demxeyeke e reş e. Min li ser vê xiyanetê û rexnedayina “serokçete”yekî salên 1925-1926 û hwd. pirtûka bi navê MARÊ DI TUR DE nivîsî. Mixabin, ev rûreşî birîna sedsalî ye..
Serokwezîrê Tirk, Receb Tayyip Erdogan, hîna gizîrên salên 1919an, serokçeteyên salên 1925an, dewşîrmeyên dema Osmanî, mîratzedeyên Temo Gewrê û Reyberan ligel xwe dibîne; bi awayekî rûşiştî didêje, “birayên min î kurd.” Bila were zanîn ku birayên Erdogan, xayînên gelê kurd in.
Îro, di vê qonaxa ku herêm ji nû de tê dizayn kirin, tê xwestin ku paşerojên kurd, di xwîna kurdan de bifetisînin. Êdî cihê gotinê nemaye. Tu kes nikare, xiyaneta kesên ligel dijmin weke hiş û raman û îdeolojiyek hewngîrî nîşan bide. Ji ber ku ew kes û derdor hevkarên komkujiya li dijî gelê kurd in. Cih girtina ligel dijminên dagirker, ne parastina ideolojiyek cûda ye, ne parastina hiş û ramanê partiyeke din ya kurd e. Her partiya kurd mecbur e, berjewendiyên tevahiya gelê kurd li ber çavan bigire.
Mirov, yan jî saziyên civakî û siyasî, eger ligel AKPê cih bigirin, li hemberî gelê kurd şer dikin. Cih girtina ligel AKPê, di çarçoveya parvekirina îdeolojiyek cûda de nayê pejirandin. Îdeolojî, eger azadiya gel, eger jiyana bi rûmet ya paşerojan napêrêze, nikare şoreşger bibe û azadîxwaz bibe. Îdeolojiya li dijî gel, li dijî mafên rewa û xwezahî, li dijî demokrasî û azadiyan, mafdar çênabe. Îro, pîvana şoreşgerî, cih girtina ligel daxwazên gelê kurd e, cih girtina ligel daxwazên girtiyên azadiyê ye.
Gelo kesên ligel Mehmet Agar rûdiniştin….
Gelo kesên ligel Tansu Çiller rûdiniştin…
Gelo keêsn ligel kenan ewren rûdiniştin…
Gelo kesên ku îro ligel Erdogan rûddinin çiqasî dikarin bêjin ku ew jî kurd in û ligel mafên gelê kurd cih digirin?
Van kesan, cografya Kurdistanê kirin nexşeya gorên komî, kirin zindana servekirî û siyaseta inkar û tunekirinê dimeşandin û dimeşînin.. Gelo keêsn ligel van kesan cih bigirin, çiqasî dikarin helwesta xwe bi mafên gelê kurd re, bi têkoşîna azadiya gelê kurd re girêbidin? Bê çiqasî Mehmet Agar, bê çiqasî Tansu Çîller, bê çiqasî Erdogan, bê çiqasî Kenan Ewren, li hemberî gelê kurd gunehkar e, ew kesên ligel wan cih digirin jî gunehkar in.
Balkş e, di dema ku, rewş aram dibe, yan jî bêhnferehî çêdibe û mijara hevdîtinan, çareseriyê tê axaftin, ew kes û derdorên ligel Erdogan, her roj di kanalên telwizyonan de xuya dikin û ha ha diaxivin. Gelo niha li kû ne? Di vê qonaxa ku bi hezaran girtî ketine greva birçîbûnê û jiyana 60-70 dîlên azadiyê di qonaxa metirsînî de ne, çima dengên xwe dernayêxin? Kanî vijdanê wan yê ademî?
Gelo ev ne parastina zihniyeta Ittîhadî ye, ne parastina zihniyeta Erdogan ya faşîzan e?
Kes nikare helwesta van rûreşan, weke reva ji ber bahoz û tofana erdhejê bi nav bike. Dîrekt û fîîlen di nava hêza kujer û faşîst de cih digirin. Di van rojên ku serokwezîrê Tirk Erdogan, bi bismilahirrahmanirrehîm, operasyonên kuştinê û mijara dardekirinê dike rojevê de, ew kurdên rûreş, tenê berjewendiyên xwe, kursiyê xwe difikirin û hafa qirkirina gelê kurd dikin. Ev cih girtina ligel zal-î kujer e û nav wê jî xiyanet e.
Kurdistan bûye Wietnama duyemîn, ciwanên kurd ha ha li çarmixa Îsa dixin, axaftina bi devê Erdogan û zadeganên wî, axaftina bi devê kew Kemal Kiliçdaroglu û zadeganên wî, xiyaneta ligel gelê kurd e.
Têkoşîna azadiyê û şoreşê, bêjingkirina qenc û xeraban e; rêwingîtiya riya dirêj e, rêwingîtiya çûn û ne hatinê ye; dijberiya li hemberî zor û zehmetiyan e, sebir û maquliya rûniştina li ser êş û azaran e.
Hozanekî Filîstînî diqîre:
“Tacekê deynin ser serê te jî,
Di dewsa çavên te de mucewheran jî deynin
Hinek tişt hene ku nayên firotin û nayên kiryarî”
Hozana Emerîkanî Anne Waldman, ku ji bo dîlên azadiyê helbest nivîsî ye dibêje;
“Ya rastî dilê te yê ku jêdikin û dibin
li dijî îzolê, zext û zorê, li dijî propagendê
li dijî mirin û destîniyê
Gotin û kiryara pêk tê, ew dilê te yê parçekirî ye”
Divê kurd zanibin ku, şerê li Kurdistanê, şerê gelê kurd li hemberî çete, paramilîter, xayin û zihniyeta dewşirmetî û dagirkeriyê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ger bi axaftinan , bi bangawaziyan pirsgirêk çareser bibûya an jî bi nîqaşkirina hin mijaran pêvajo biguheriya her hal niha wê van mijarên di roja me de dihat nîqaş kirin ne di rojeva me de bûya.
Çalakiyên ango berxwedaniyên li girtîgehan bi hemû birayardariya xwe berdewam dike. Bêdengî an jî korbûn û lal bûn ji holê rabûye. Lê êdî ji wê bedengiyê xirabtir rewşek diqewime. Hin rayedar gotinên ji xwe mezintir dikin, bangawaziya dikin lê pêwistiyên wê tu carî pêk naynin.
Rêbazeke din a kirêt ku mirov dema dibihîse bi rastî jî hêrsa mirov ji wan maxlûqatan radibe. Çi li ser wan gotinên wan bê gotin wê kem be. Çalakiya ji aliyê girtiyan tê lidarxistin, ji ber pir mezine, li beramberî biryardariya van lehengan matmayî mane êdî loman li wan dikin an go îftîra diavêjin ser van. Qaşo xwarinê dixwin, qaşo ji ber gef xwarina rêveberên Tevgera Azadiyê serî li vê çalakiyê dane û hwd…
Gotinên an jî axaftinên bi vî rengî mirov dikare zêdetir bike an jî berdewam bike lê wê ev yek dubarekirina durûtiya wan wêdetir neyê tu wateyê. Ji ber xeteriyên jiyanî heye, bihîstyariya raya giştî li gor demên berê zêdetir bibe jî dema mirov li bertêkên kolanan an jî hewldanên rayedaran dibîne hêjaye gotinêye ku bê gotin, mirovahî li ber sikratêye.
Dema mirov li xwestekên wan dinere, bertekên li beramberî wê tê nîşandan faşîzm bi xwe ye. Civak an jî kes dikarin ola xwe hilbijêrin, baweriya xwe bi vîna xwe pêk bînin, wê biguhere, li kîjan welatî an jî erdnigariyê jiyan bike dikare bi xwe biryar bide. Lê tu kes nikare biryara netewê xwe bide, zimanê dayika xwe hilbijêre. Dema jidayikdibe, zimanê dayika wê-î diyare, netewê mirov diyare. Ji ber wê jî mafeke herî xwezayiye. Ne tu kes dikare ji ber ziman û netewê mirovan şermê bike an jî qedexe bike.
Ev yek tenê li dewletên faşîst de dikare pêk were. Bi salane Kurdbûn mijareke şermê bû. Ji şermê wêdetir bûyereke xeternak bû. Bi hezaran kes ji ber Kurdbûna xwe hatin girtin, rastî lêdan, îşkence û heqaret hatin. Biçûk hatin dîtin, nemaze heta destpêka sedsala 21. Jî hebûna Kurd nedihate pejirandin. An jî kesên bilêv dikirin, cezayê bi awayeke giran didît.
Piştî tekoşîna 30 salî, gelek berdêlên mezin hate dayîn, hîn nû nû hebûna kurdan tê pejirandin. Ya rasttir êdî nikarin tune bihesibînin, ji bo xwe mafdar nîşan bidin jî bi gotinên adeta henekên xwe bi mirov bikin dibêjin ma hîn çi dixwazin? Hîn jî bi sedan mirov ji ber bi kurdî axifîne, ji ber kurdbûna xwe eşkere kirine rastî pêkanînên dij mirovahî tên. Nikarin bi zimanê xwe xwe biparêzin, nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Ma demokrasiya wan ev e?
Pêla berxwedaniyê roj bi roj belav dibe. Çanda berxwedaniyê ya ji destpêka dîroka tevgera azadiyê û heta roja me ya îro hemû êrîşên pergala hov vala derxistiye, ew matmayî hiştine û mîrateyeke bêhempa li pey xwe hiştiye. Niha ev berxwedaniya dîlên azadiyê, bi tevlêbûna 10 hezar kesî berdewam dike. Li qada sivîl, rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û ji xwe gelê me piştgiriyeke mezin didin wan.
Biryardariya wan a di vê berxwedaniyê de hejayî hemû gotinên giranbuhaye. Lê tu hevokên xemilandi, tu hevokên wêjeyî wê nekaribe giraniya vê berxwedaniyê nîşan bide. Ji ber ku dema civatek ji bo bîr û baweriya xwe kêlî bi kêlî mirin dabe ber çavê xwe û bi biryardariyeke mezin vê berdewam dike, ji bilî rêzdariyeke mezin nîşandan û ji bo daxwaziyên wan pêk were li her qadê ala tekoşînê derxîne asta herî jor. Kolan bibe qada tekoşînê, bajar bibe kelehên serhildanê… Ji bilî van tu tevger an jî tekoşîn wê nekare bersiva berxwedaniya wan bide.
Girêdana wan a bi Rêbere Gelê Kurd dîsa ji aliyê Rêberê Gelê Kurd bi berxwedaniyeke heman rengî berdewam dike. Çawa ku heta xwestekên wan bi cîh neyê, derketine hevdîtinê jî bê wate ye, pêwistiyên wê jî pêk tînin. Ji ber pergala serdest û dagirker jî ji ber ev yek dîtiye êdî serî li her cure reşkirinê didin. Bûyeran berovajî nîşan didin û agahiyên dûrî rastiyan belav dikin lê demek pir kurt derbas dibe derewê wan derdikeve holê.
Hovitiya dagirkeriyê û faşîşmê çiqas mezin be jî hêz û mezinahiya tekoşîna azadiyê, berxwedaniya dîlên azadiyê û gelê me li her deverê ala tekoşînê bilind kirine, bilind dikin û wê bilind bikin. Ji ber ku li beramberî van pêkanînên hovane tenê bi berxwedaneke mezin dikare binbikeve û ew jî li hemû qadên tekoşînê berdewam bike.
Wê serkeftin a gelê me yê serî hildide be…
Wê serkeftin a gerîlayên azadiyê yên tekoşînê bilind dikin be…
Wê serkeftin a dîlên azadiyê yên bi canê xwe li berxwedidin be…
Rojên azad û serkeftî ji her demê nêztire…
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Tecrîda li Ser Birêz Abdullah Ocalan di meha 16an de ye. Hejmara dîlên di greva birçîbûnê de jî hewa kete 10 hezarî. Gelo hîna cihê gotinê maye?
----------------
Derew, nîq, xap û rîpên dewleta AKPê, pêjna dewsa mirinê gihandin devê deriyê her mala Kurd. Dewleta AKPê ku li ser bingeha şiltaqî, şov û rehîn girtina kurdan xanedaniya xwe didomîne, amurên siyasetê teva ji holê rakirin. Ji holê rakirina amur û alavên siyasetê wê bibe qirkirinek di zindanan de.
Zindan wek malên dewletê û ewlekariya dewletê têne binavkirin, kesên di van malan de dîl têne girtin, di her alî de û bi her rengî “eman-i amm” in. Ev “eman-î amm”, bi kanunên hundir û peymanên navneteweyî dibin parastinê de ne û mafê wan jî hatine kifş kirin. Lê dîroka dewleta Tirk di mijara “eman-î amm” de, xwedî bextreşî û rûrşiyek hetikberî û şermê de ye.
Lê serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, ku di nava cehdeke “hirs-î pîrî” de tevdigere, doh bû, li Kizilcahamamê mikur hat û got; “tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan em dikine pratîkê”, berî wê jî li Berlînê, derewek ji qama xwe mezintir kir û got, “yek kes di greva birçîbûnê de ye.” Ev tê wateya ku gunehkariya li hemberî “eman-î amm” dike û di nava hêrseke “hirs-î pîrî” de ye. Lewma berî niha min ji bo wî gotina “Xanedanî Xan” bi kar anî.
Di civîna partiya xwe de, li Kizilcahamamê, tenê ew axivî û ha ha fetwayên kujerî û antî huquqî, antîd emokrtaîk û antî ademî dan. Hewqas mirovên di salona mezin de bi awirên vala û aşiq-î maşoqî li devê Erdogan nêrîn û weke “emrî-î çev/gidî” li ser kursiyên xwe rûniştin. Erdogan jî, ji aşûbajar da hev û car din gunehkariyên sedsalê rêz kirin. Ev gunahkarî jî, mixabin ji aliyê her kesê rûniştî ve wek “emr-î alî” hate erê kirin.
Di vê qonaxa ku cihê gotinê nemaye û pêjna dewsa mirinê li devê deriyê dilê her kurdî tê, şev û roja dayikên kurd, bûye “atêşiyan/dojeh” û di cênîkên her kurdî de qolincên ayijî/çirîskên êşê dijenin, lêgerîna riya sêyemîn ji holê rabûye. Gelê kurd, Haraketa Azadiya Kurd, siyaseta kurd her cûre riyên dilsozî bikaranîn. Di mitingan de, di meşan de, di parlamento de, li serê çiyan, di şeran de, di dadgehan de, di êşkencê de, di qirkirinên siyasî, kulturî de, di komkujiyan de, di nava ferfitandina çekên kimyewî de, dibin tecrîdên giran de, banga aştiyê, çareseriya demokratîk hate xwestin. Rojekê bi tenê, careke bi tenê jî kurdan şer nexwest û qîrên şer nedan.
Mixabin her bang û hewldana kurdan, bi operasyonan, bi şer û derew, nîq, şov û şerê psîkolojîk hate bersivandin.
Di greva birçîbûna ku di 12ê Êlûnê de hate dest pê kirin de, heta niha jî heman rêbazên derî ademî, derî exlakî, derî huquqî têne meşandin. Ev helwesta dewleta AKPê û îxanetkarê “eman-î amm” Tayyip Erdogan e û hîna jî berdewam dike. Piştî ku mêjî û bedena dîlên azadiyê, gihane qonaxa mirinê û amur û alavên bedena xwe, şanikên mêjiyê xwe winda kirin, “hirs-î pîrî” Tayyip Erdogan, serî li teşqelan dide û kîna di dilê xwe de, wek xwîna reş diverîşe.
Gelo daxwazên dîlên azadiyê ku, di şerê çil salî de, di rengê civaka kurd de wek sîstemekê derketine holê û cih cihan ketine pratîkê de, çima nayên dîtin, yan jî nayên fam kirin? Êdî xuya dike, vekirî tê dîtin ku, gelê kurd, hiyerarşiya hev-parastinê zemt kiriye, bi azadiya Ocalan re, bi mafên xwe yên rewa re kilît bûye.
Eger ne wilo be, 10 hezar mirov dikevine greva birçîbûnê? Eger ne wisa be, bi milyonan kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat derdikevine kolanan? Ew gotinên di çarçoveya şerê psîkolojîk û teşqele de têne bikaranîn, weke “haraketê ferman daye, bi zorê ketine greva birçîbûnê” û hwd. têra veşartina rastiyê nake. Gotina “rim di çuwal nahile” bûye neynika pirsgirêka kurd. Ne Erdoganê ku her navê rûreşiyê li bejnûbala wî te û ne jî ew stratejisyenên ku bi nijadperestiya faşîzan bûne profesor dikarin vê rastiyê veşêrin.
Greva birçîbûna 10 hezar dîlên di zindanên Tirk de, ji nû de nivîsandina dîrokê ye, ji nû de ava kirina kelih û bircikên demokrasî ye û ji nû de erêniya nasname, îrade û nasandina gelê kurd e. Hêza tu kesî nîne ku vê rastiyê veşêre, yan jî reş bike .
Di vê qonaxa ku pêjna dewsa mirinê li devê deriyê mala her kurdî tê, bextreşî, telqareşî wê bibe toqê laneta di stuwê Erdogan û zadeganên ku her gotina wî weke “emr-î alî” dihesibînin.
10 hezar û pengava dîrokî ya dîlên azadiyê, navê jiyana azad û bi rûmet in.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Hêza têgînan tê zanîn. Hêza wan jî bi bandora wan û bi qasî pêk were, tê weznandin. Ger hin peyv bên ser ziman lê di rewşa heyî de tu guhertinan neke bê wate dibe. Ev rewş hîn zêdetir jî nîqaşên di rojên dawî de him ji aliyê rayedarên dewletê him jî rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û saziyan civakî ku di derbarê çareserkirina Kurd de hêviyan ava dikin bi vî rengiye. Di axaftinan de mirov dibêje qey aha çareserî çêbû, hemû pirsgirêk ji holê rabû. Lê rastî berovajî wê ye…
Di her kar û barî de bendemayîn an jî rewşa ne zelal li ser derûniya mirovan bi awayeke neyînî bandor dike. Ji ber hêvî heye jî berowajî rewşa heyî tu hewldan pêş nakevin. Di nava demê de guhertîn jî nebe, dema mirov rastiyan dibîne ji rewşa beriya hêviyan xiraptir rewşeke din ava dibe. Ma em berê xwe bidin çend gotinên rojên dawî û rewşa heyî..
Ev çend care dubare dike, "Ger pêwist bike, ez ê rayedarên xwe bişînim Îmraliyê, em ê pêvajoya Osloyê carekedin bidin destpêkirin". Disa di raya giştî û di çapemeniyê de jî ev weke çareserî hat, gavên mezin hatin avêtin, PKK nahêle çareserî bibe û hwd. tên guftugokirin.
Lê di rastiya vê de çi heye? Zêdetirê saleke bi hiccetên vala û pûç hevdîtinên Îmraliyê tên astengkirin û radestî tê ferz kirin. Li beramberî vê jî ji aliyê Rêber APO berxwedaneke mezin tê meşandin.
Herroj bi balefirên şer, bi helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan bihost bihost erdnigariya Kurdistanê bombebaran dikin û hewl didin tevgera azadiyê bi riya teknîka herî pêşketî tune bike.
Ji xwe li beramberî çalakî û tekoşîna gerîlayên azadiyê ew qas tengav bûne, hêrsa wan, dijwariya axaftinên wan jî ji ber binkeftina li beramberî gerîlayên azadiyê ye.
Herdem bi nûçeyên derew û bê bingeh dixwazin gel û gerîla ji hev qut bikin, gel bînin beramberî gerîlayan, ji bo vê jî her cure derew belav kirin lê nekarîn. Çawa ku demekê dixwestin Rêber APO û tekoşîna azadiyê bînin beramberî hev lê biserneketin…
Ev çil roje li girtîgehan berxwedaniyeke mezin heye, lê adeta çapemeniyê û rayedarên dewletê xwe li himber vê tekoşînê ker, lal û kor kirine. Ne behs dikin ne jî dibînin. Lê tiştên girtî bi çalakiya xwe dixwazin bal bikişînin ser, hêviyên bi milyonan gelê Kurd e. Bi çalakiyên xwe, canê xwe feda dikin û ji bo hêviyê sedê sala pêk were û pergala îxanetê were şikandin, roj bi roj laşê wan dihele.
Çiye tiştê tên xwestin?
*Tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bi dijwarî berdewam dike, dawî lê anîn û mîsogerkirina rewşên Rêber APO yên ewlekarî, azad tevger û tenduristiyê.
*Hemû zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî bi dawî kirin… Her çiqas -li min biborînin-hin kundir bibêjin xwestina perwerdeya bi zimanê dayikê li pey şeytên çûndine jî, mafeke herî rewa û mirovahiyê… Bi taybet jî mafê xwe parastinê yên bi zimanê dayikê…
Lê gelê Kurd ne xerîbê van helwestane. Di Roboskiyê de çend roj ji ser derbas bû, yek rayedarên dewletê devê xwe venekir. Dîsa çapemeniya wan xwe ker û kor kirin. Li Qendîlê di qetlkirina Solîna biçûk û malbata wê de înkar kirîn, tevî dîmenên hatin weşandin jî bê ku ruyê wan sor bibe ev înkar kirin. Çawa ku bi salane hebûna Kurdan înkar dikirin lê bi tekoşîn û berxwedanê êdî nikarin tune bihesibînin û tenê bi gotin dibêjin heye..
Gotineteke pêşiyan heye "Her sal xwezî bi par"… Gelek caran bav û kalên me ji bo rewşa heyî her ku diçe ber bi xerabiyê ve diçe û bêriya demên bihurî dikirin ev biwêj tianîn ser ziman. Lê niha sal bi sal, roj bi roj bi tekoşîna ji aliyê tevgera azadiyê û gelê Kurd tê dayîn ev rewş berovajî dibe.
Mirov dikare bêje êdî vê gotinê rayedarên noker bilêv dikin. Di dema avakirina kovarê de gotin em birayê hev in lê piştî dagirker ji welêt bi hevkariyê bi biratiyê hate avêtin, biratî hate jibîrkirin û ew bi xwe bûn dagirker. Kurd li welatê xwe bûn bindest. Hebûna wan hate înkar kirin, li Agiriyê hate binaxkirin û li ser hate beton kirin. Kî-kê li ser navê Kurd û Kurdistanê hevokek bikar bianiya rastî zext, girtin, ceza û îşkencê dihat. Herdem û li her derê Kurd biçûk hate dîtin. Balkêşe di nava civaka tirk de dema yekî -ê tiştekî xirap digot ji bo biçûkbûnê û xirabiya wê nîşan bidana digotin; "ma tu kurd e". Ango ji bo Kurdan tiştê xirap hebû. Kurd bûn tiştekî şermê bû. Bi gotina Rêber APO; li Kurdistanê êdî li ser navê Kurdan pel jî nedihejiye. Lê bi tekoşîna azadiyê ev rewş berovajî bû.
Her roja diçû tevgera azadiyê mezin dibû, belav dibû, li dilê hemû Kurdan weke rojê hildihat. Her roj ref bi ref ciwan tevlî vê tekoşînê dibûn û îroj bi pêşengtiya Şehîd Rojînan, Şehîd Sozdaran bi hezaran şopdarên nemira heye. Her caneke xwîna wî-wê diherike nava xaka welatê me yê pîroz, bi hezaran Rojîn mezin dibe, bi hezaran Sozdar ala berxwedanê bilind dikin. Her şehadetek weke tovê li xaka welatê min direşe û hêvî roj bi roj mezin dibe, azadî li asoyan hîn ronî diyar dibe. Ji ber wê jî azadî ji her demê nêzîktire… Tenê em hêviyên xwe wenda nekin, em ji bîr nekin Rêber APO digot;
"Hêvî ji serkeftinê bilindtire."
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Ocalan gihişte 500 rojan. Her kurd deyndarê şerê li dijî faşîzma Îttîhayiyên kesk e.
------------------
Felsefeya dîrokê, mezin dinêre û dîroka mirovahiyê di formulên matematîkî de dide. Lewma zanista sosyolojî dibe bingeha dîrokzanan… Dîrokzan jî, bûyeran di çarçoveya sosyolojîk de digirine destên xwe.
Hegel jî, Marx jî, Toynbee jî serî li heman riyê dane.
Greva birçîbûna girtiyên azadiyê li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê di felsefeya dîrokê de, roleke sosyolojîk dilîze. Bi sosyolojî re, cihekî edebî jî di dil û mêjiyê mirovan de çêdike. Lewma ezê gotina; “ez tecrîd im, di çala mirinê de… Ez helbest im di greva birçîbûnê de, ez roman im, di hucreya tenê de, ez kurd im di zindana servekirî de…” bi kar bînim.
Ezê gotina; “ez Zerdesht im, di devê sergerdeyê Erdogan de… Ez Êzdî me, li Roboskî, li geliyê Tiyarê qirkirina çekên kimyewî de…” bikar bînim.
Ezê gotina; “ez di milemyuma belengaz de Kawa me li dijî Dehaq im... Ez Aşê Hubetê Derya Birahîm im, li dijî Nemrud im.. Ez Musa me li dijî Frawun im…” bikar bînim.
Ezê gotina; “ez hebûn im li dijî dewleta ceberrûd, wek teqînek volkanîk ya halezona şemsî me, di dergehê qaranî de pûtên Îttîhadiyan û cunteya Erdogan dişikînim” bikar bînim.
Ezê bi devê Ocalan bêjim; “ew pira jiyana azad in” bi kar bînim û di destanên homerîk de bilorînim....
Birêz Abdullah Ocalan, ev gotin ji bo têkoşerên ku li dijî Cunta Ewren canê xwe kirin mertal û di şoreşa kurdî de bûne pêtên agirê Kawa bikaranîn. Îro, em destanên wan cengaweran dixwînin û dibînin ku şoreşa Kurdî, di hest û hestiyariya wan kesan de bûye rengê jiyanê. Ev rengê jiyanê dîrokek nû ye û li ser bingeha bûyera sosyolojîk hatiye avakirin. Ev bûyera sosyolojîk, îro careke din li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê zindî bûye. Ev bûyera ku reng dide dîrokê, vê carê, li dijî cunteya Erdogan wê bibe teqînek volqanî.
Sirr û razên avakirina cîhanê, yekemîn car di Zend Avesta de, bi navê din di Pirtûka Heft Mohrî de hate nivîsandin. Îro, di çar pirtûkên pîroz yên olên semawî de cih digirin. Germahiya wan sirr û razan di hêza mirovan de û di cengaweriya pêşeng û lehengên mirovahiyê de veşartî ye. Îro jî mirovahî li hemberî agirê wan mirovên pêşeng û leheng germ dibe û di riya jiyana bi rûmet de dibê karwanekî bêpayanî.
Sirr û razên Şoreşa Kurdî jî, di agirê bedena cengawerên li dijî Cunta Ewren pêket de veşartî ne. Îro jî, gelê kurd û gelên li herêmê li ber germahiya rimiya pêtên agirê bedenên halezonîk di nava tevgera dîrokî de ne.
Her roj bûyerên sosyolojîk derdikevine holê û reng didine dîroka nû ya herêmê. Her buyer, li dijî faşîzma ku ji nûkirina kapîtalîzmê derdikevê holê, şerekî nû ye. Di destpêka sedsala bîstûyekê de, mixabin, kapîtalîzmê, wek marê ku di destpêka Biharî de xwe biguhere, kalanê xwe ji ser xwe biavêje; di guhertina vê sedsalê de “faşîzma kesk” derxiste holê û Cunta Erdogan li sere pramîda vê faşîzmê rûnand.
Afirgerd, yanî Xedawendên wek pêşeng û lehengên bûyerên sosyolojîk, ku 30 sal in şer dikin, îro li dijî faşîzma kesk û li dijî Cunteya Erdogan şer dikin. Cunteya Erdogan xerab dilîze û kûr û dûr lêdixe… Tecrîd jî kiriye, bingeha kiryarên qirkirinên xwe. Geh li çiyan di çekên kîmyewî de, geh di rehîn-girtina siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, jin û zarokên Kurd de, geh li Îmralî bi zincîr û lelekirina Serokê Haraketa Azadiya Kurd de… Û ha ha engizisyona asimîlasyon û qirkirina kulturî bikartîne.
Lewma girtiyên azadiyê, di şerê li dijî Cunteya Erdogan de, di formulek matemetîkî de, wek afirgerdê sosyolojiya dîroka nû, di bedena xwe de destanekî nû dinivîsin. Ev stuna sêyemîn ya dîroka nû ye. Li Grava Imralî jî zincîr û leleyên zulmeta Erdogan têne parçe kirin. Navê vê têkoşîna dîrokî, otopsiya li ser birîna sedsalê ye û navê wê azadî ye, demokrasî ye.
Germahiya sê stunên dîroka nû, Kurdistanê dipêçe, li herêmê bela dibe û digihe Ewropa. Bi xetên qalind, “îstîkbala” paşerojan destnîşan dike. Dîsa bi xetên qalind “îstîkbala” paşerojên kiryarên aşûfteyî yên Cunta Erdogan destnîşan dike. Navê vê neynika dîrokê, tacîdariya jiyana bi rûmet û hevpar e!...
Ezê di dawiyê de bêjim; ez di mîlanyuma belengaz de, bedena “qutb-û sultan”ên ku dibine ronahiya sedsalê, navê xwe li Kurdistanê dikin, bi Lebşêrîna Êzda, êşa wan teva di dil û bedena xwe de dijîm û wan bi dilgermiyek edebî maç dikim.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Di dîroka tekoşîna Kurdistanê de cihê girtîgehan pir girînge. Di xetimandina tekoşînê an jî li beramberî êrîşên dijwar ên neyaran de bi pêngavên avêtiye rê li ber pêşketinên gelek mezin vekir.
Mirov di nava rûpelên dîrokê de biçe lêgerînekê û berê xwe bide girtîgeha Amedê ya 1980'an wê ji bo roja me ya îro dikare bibe ronahî. Wê demê çi qewimî bûn?
Derbeya leşkerî hatibû lidarxistin, hema bêjin hemû derdorên muxalîf hatibûn girtin. Girtîgeh bi ciwan û muxalifan hatibû dagirtin. Dîsa zexteke dijwar ji bo şikandina vînê hebû. Girtîgeh bibû qada tesfiyekirina tevgerên muxalif û bi taybet jî tevgerên çepgir, sosyalîst û Kurd her cure şêweyên îşkencê hate bikaranîn.
Di hovitî û pêkanînên dijmirovahi li van qadan yekane tevgera li ser piya mabû PKK bû. Gelek tevgerên çepgir, gelek tevgerên Kurd û dîsa kesayetên navdar li beramberî îşkenceyên pergala hovane nekarîne li berxwe bidin û xwe radest kiribûn. Mazlûm Doxan pêşengtî li vê berxwedanê kiribû. Gotina wî ya navdar a "Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serfiraziyê" ji bo hemû endamên tevgera azadiyê re bibû distûr.
Newroza 82'an, hêviyên gelek tekoşeran şikestibûn, gelek ji wan radest bibû, gelek ji wan jî li hêviya çirûskekê bûn. Mazlûm Doxan ê di hemû jiyana xwe de bibû remza tekoşînê. Di pêşengtiya Ferhat Kurtayan ÇARAN deng dan berxwedana Mazlûm Doxan û di salvegera şahadeta yek ji pêşengên din ê tekoşîna azadiyê HAKİ KARER de laşên xwe dane ber agir û ala berxwedanê hîn zêdetir bilind kirin. Ji xwe di berdewamiya wê de rojiya mirinê destpêkir û pêşengên weke M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr,... û Alî Çîçek bi berxwedaneke mezin, bûn remza vîn û tekoşînê û pergala li ser tevgera azadiyê dihate ferz kirin, hilweşandin û erkeke mezin dan ser milê rêhevalên xwe yê li derve.
Ji xwe berdewamiya wê tê zanîn û ji bo vegotina wê rûpel têrê nakin.Lê piştî wê berxwedanê bi 30 salî îro jî tekoşîneke pir mezin destpekiriye.
Di 14'emîn salvegera komploya navnetewî de hin girtiyên azadiyê dest bi berxwedaneke rojiya mirinê kirin û xwestin ji berxwedana Rêber APO ya li girava Îmraliyê dabû destpêkirin, bibin bersiv. Ango bi berxwedana xwe, bi tekoşîna xwe xwestin bibin layiqê tekoşîna Rêber APO. Berxwedana li zindanan her roja diçe mezintir dibe û dikeve roja 36. Berxwedana girtiyên azadiyê her ku bilind dibe, rewşa jiyana wan jî dikeve xeteriyê. Li beramberî vê yekê jî bertekên raya giştî hema bêjin nîne. Wijdanê mirovahiyê cemed girtiye, ji xwe rayedarên tirk di vê mijarê de weke kor û lalan tevdigerin.
Sala 2012'an bi gelek çalakiyên mezin ên gerîlayan ku weke TEVGERÊN ŞOREŞGERÎ hatin binavkirin, bandorên mezin afirandindin. Baweriyên tunekirina tevgera azadiyê ya di mejiyê neyaran de ava bibû hilweşand, xweziya wan di gewriya wan de hişt. Hêza gerîlayan bi van çalakiyan careke din ispat bû.
Tê zanîn, artêşa tirkan yek ji artêşên dinê yên herî mezin e. Her cure teknîk û teknolojiya şer demildest digre û li dijî gerîlayan ji bo tesfiyekirina gerîlayan herdem tê bikaranîn. Dîsa di çarçoveya şerê taybet her cure derewan bi taybet jî bi riya çapemeniya xwe tîne ser ziman. Ji bo serkeftinên tevgera azadiyê neyê ser ziman, çalakiyên gerîlayan neyê bilêvkirin û bi taybet jî ku piraniya leşkerên bi mûçedema di encama çalakiyên gerîlayan ve tên kuştin bi awayekî pir hostatî tê veşartin. Dema ev pêk neyê jî bê ku wext were wendakirin hişyariyên pêwist ji aliyê rayedarên dewletê ji bo çapemeniyê tê dubarekirin.
Ev di gelek çalakî û serhildanên gel de jî bi vî rengî jî bi heman rengiye û ji bo hêviyên gel bişkînin hemû derewan bi hostatiyeke mezin tînin ser ziman. Bi taybet di pêvajoyeke bi vî rengî pir girîng de;
*Tekoşîna Rêberê Gelê Kurd bê navber bi rengê berxwedaneke dîrokî di bi biryardariyeke mezin didome.
*Berxwedana gerîlayan bê navber li gelek deverên Kurdistanê berdewam dike.
*Gel di her şert û mercan de xwedî li tekoşîna azadiyê derdikeve.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de ger em dengê xwe bi dengê û bangawaziya girtîgehan bikin yek, ala berxwedanê ya bilind kirine û silav dane berxwedana Rêber APO, wê azadî ji her demê bêhtir nêzîk be. Tu tişt bê berdêl nabe, azadî jî bê berdêl û tekoşÎn nabe.
Niha ya ji me tê xwestin berî ku dereng bibe, divê em jî bi serhildanên xwe, xwedî li berxwedana zindanan derkevin û heta "EM AZADİYA XWE Bİ DEST BİXİN" yek kêliyê jî serhildan û berxwedana xwe navber nedin.
Ger azadî were wê bi berxwedan û serhildanê were. Roj roja xwedî derketina berxwedana zîndanan e. Ji ber vê jî;
24 SAETAN Bİ RÊBER APO RE JİYANKİRİN
24 SAETAN XWEDÎ Lİ BERXWEDANÊN ZÎNDANA DERKETİN
24 SAETAN Jİ BO AZADİYÊ SERHILDAN.....
MEMYAN JIYANDA
- Ayrıntılar
Tecrîd!... Çîroka sedsalî ye... Nexşe û cîhan-nûmeya nû ya Kurdistanê ye.
Parîs parçeyek ji tecrîdê ye!.. Çîroka bê dawî!.. Di 13 salan de, salek û 3 meh demên kelandin û biraştina goşt û hestiyê bedena çîrokê ye!.. Navend, Girava Imralî ye!..
Tecrîd!... Zincîr û lele-kirina çîroka tewratî ye... Li Îmralî, bi Ocalan dest pê kir, li Parîsê, li Berlînê, li Roma, li Madrîd û hwd. berdewam dike.
Di vê çîrokê de; tevahiya huneran, di tara bêjingê de hatin kuştin... Siyaset!.. Bi navê maf û dadê, kanun bûne sêncên li pêşiya azadiyan!... Qirkirin meşrû kirin!...
Îro, li pişta Şanzelîzê, di kêleka Eyfel de, di kolanên navbera bircên parlamento de, pêjna dewsa Robespierre, Saint-Just, Babeuf, Marat û Dantê tê...
Di giyanê Şoreşa Frensa de, Kurdistan diaxive!... Kurdistan, di nirxên mirovahiyê de, mafê xwe diqîre. Dîsa jî zincîr û leleyên tecrîdê di şexsê Adem Uzun de, li dest û lingê Kurdistanê hatin kilîd kirin.
Çîroka kurdan, ji nû dest pê nake; dîsa jî, kurd slogana “Unite indivisibilite, de la repuplique libertê, egalitû fraternitê ou la mort” li Parîsê, welatê De Gaul diqîrin!... Ev dengê Kurdistanê ye dibêje: Ji bo azadî, wekhevî û biratiyê û li dijî Komara Mirinê bibin yek.
Pêjna pênûsa rewşenbîr û entelekuteulên Frensî, li ser kaxezên şimakirî, li dijî faşîzma Hîtler; pêjna dewsa ciwanên Frensî li dijî Faşîzma Hîtler; pêjna gotinên Balzac, Victor Hugo wek sloganan maf û azadiyê tê... Jan Paul Satre, dibêje; “ji nû de destpêkirina vê çîrokê dînîtî ye, berxwedan jiyan e...” Dîsa jî Kurdistan îxanetê dijî!... Matranê Suryaniyan ji Helebê dike hawar! Nûnerên Ermeniyan bi sê qeflan hêrsa dîrokê difûrin!...
Salih Muslum Muhammed, bi rengîniya tîpolojiya nû ya siyaseta kurd, ayîngehên xwedawendên demê dihêrivîne. Ev dengên Kurdistanê ne!... Bi zimanekî hevbeş dibêjin, “parvekirina êş û azaran di destê me de ye!... Hatina cem hev ya li Parîsê jî, ev êş e!... Hêrsa li dijî van êş û azaran e!...”
Nesîmî Yaman dibêje; tecrîd ji nû de guhertina dîrokê ye... Aliyek bêbextî ye, aliyek zincîr û leleyên Imralî ye û dirêjî Adem Uzun dibe... Ev navê bextreşiya siyaseta bazirgan e!.. Lom û lomdariya terorîze kirina azadiya gelê Kurd e!.. Red kirina vê siyasetê meşrû ye. Kurdistan jî vî, mafê rewa diqîre.”
Corc Aryo, di nava çar dîwarên sîstema modernîte de bang dike, “guhertina dîrokê di destên me de ye...” Deng bilind dibin û dibine naqosa hawarê, dîwarên bircên parlamentoya Frensa dihejînin.
Kurdistan, li Parîsê bang dike; “azadî ne utopya ye!... Çîrok heye, em ji çîrokê narevin, em çîroka xwe dijîn, êdî me hevsar girtiye destên xwe...”
Kurdistan dibêje; tecrîd di tenêbûna me de, tenêbûna gelan e... Di qurbankirina me de, kuştina nirxên mirovahiyê ye... Tecrîd ne destînî ye, bûyerek tewratî ye, çîroka heyî ye û em dijîn. Ev jî tirsa me ye, çîrokên bavûkalên me ne û wek destîniyek nayê guhertin in.. Lê cengawerî, şahmerdanî destanî û pênûsa li ser lewheya şimakirî, ezberê me xerab kir. Ev dîroka nû ye... Kurdistan di rastiya dîrokê de, rastiya xwe dijî... Êdî Kurdistan, ji rastiyan na tirse... Ev navê şerê li dijî dagirkeriya faşîzan e!..
Kurdistan, îro li Parîsê tirsa xwe dikuje, îxanetê, komplo û tecrîdê dikuje!... Frensî jî, bêbextiya xwe dijîn!.. Dîplomat, siyasetmedarên Frensî vê bêbextiya xwe, dinava şermî û hetikberiya xwe de mikur tên!...
Kurdan fêm kiriye ku ev, sidan û çakûçê Goethe ye!... Darbeyek li nal dikeve, yek li bizmar!... Dîsa jî Kurdistan, ronahiya hewn û hişê xwe dijî! Kanunên zincîran red dike.
Tirsa Matranê Helebê di her gotina mesaja wî de, wek hetikberî û şermezariya mirovahiyê li taqên salona parlamentoya Frensa dikevin. Ev navê tecrîda nû ye, navê çîroka nû ye!.. Kurdistanî diqîrin!.. Xwedawendên ku, fermanên qirkirina gelan li dem
û heyaman bela dikin, êdî li Kurdistanê nema dikarin pîkolê bikin. Çîroka şermêzariyê bûye toqê lanetê û ketiye stuwê wan!..
Kurdistanî ji bo azadiyê dimeşin!..
Kurdistanî dibêjin; “meşa li dijî êş û azaran nebe, asoyên paşerojan jî nayên dîtin. Meş guhertin e, li dijî destîniya korr û kerrende parastina jiyanê ye.”
Kurdistan, meşa azadiyê didomînin. Di meşa azadiyê de, nedîtin û ne fêm kirina tecrîda di 13 salan de, salek û 3 meh, xeşîmî û korîtiya dîrokê ye... Erêniya qirkirinên li dem û heyaman hatiye bela kirin e. Reva ji rastiya xwe ye!... Erêniya jiyana li ber giyotînê ye!... Erêniya enfalan e!... Erêniya Geliyê Tiyarê ye!... Erêniya Roboskî ye!... Erêniya şehadeta 15 Berfînên li Xerzan e. Bêyî şerê li dijî tecrîdê kurdbûn çênabe!...
Bêyî şerê li dijî tecrîdê, cîhanbîniya entelektuelî çênabe.
Tecrîd, dîlgirtina zincîr û leleyan e. Bêdengiya li dijî tecrîdê, erêniya zilm û zordestiyê ye!... Zilm û zordestî, êş, jan û azar e!... Ji bo tunekirin û ji holê rakirina êş, jan û azarê, têkoşîn lazim e!... Têkoşîn, têkbirina dîroka tecrîdkirî ye, tekbirina egoîzm û lewaziya mêjî ye, ji holê rakirina îpnotîzekirina egzotîk e.
Têkoşîna li dijî tecrîdê, redkirina dîroka xwedestî ye; têkbirina cîhan-salariya xwedawendên bazirgan e!... Ev navê cîhanbîniyek têgihiştî ye... Navê cîhan-nûmeyeke nû ye!...
Îro, 13ê Cotmehê ye!... Rojek dîrokî ye Kurdistanî li parlamentoya Frensa, slogana “Unite indivisibilite, de la repuplique libertê, egalitê fraternitê ou la mort” diqîrin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Pir digotin li ser penaberiya Maxmûrê tene ne penaber bû her roj koçber dikirin ji vir û her dere. Cihê wê ne hişti bûn li axa welatê wê. Me navê wê kiribû zaroka pêxwas. Ew birçî û tî hiştibûn. Lê ew jî xwe birçî yê azadiyê dîtibu. Li ser Maxmûrê pir digotin. Rastiya wê din ava vê rastiyê de ifade dikirin. Bi kur diçû navê wê nedihat guhertin. Navê xwe Gurbet bû. Ew ji welatê wê dûr xistibûn. Bi Hesret bû ji berk u ji welatê wê wî dûr xistibûn. Ruxmê zarok bû jî lê tehemûla kene wê ji nedikirin. Ji bo wê jî dixwastin kene wê di hundirê wê de bifetisînin. Kene xwe ji bi xwe re bar kiribû. Ne ketibû gumanan ku xwînxwaran dixwestin ji kenê xwe yê zaroktiyê bedre. Ji bo wê bere xwe dabû Maxmûran. Vê carê ji Maxmûran bere xwe dabû çiyayan û ew hembêz kiribû. Edî dikarîbû rehet bikeniya, biqiriya û bigota gotinê dile xwe û mejiyê xwe. Ji çiyayan pir fêr bibû û xwe tevlî vê rastiyê kiribû. Bê ku ji wê guman bike. Ji berk u rastiya rast ji bo wê balkêş hatibû.
Heval Gurbet pêxwas bû tiştek ne dixist lingê xwe pêxwas dimeşiya li çiyayan ne dixwest çiyayan qirêj bike, ji ber ku ji çiyayan re ibadet dikir, îbadeta wê lêgerin bû. Disa dema mirov lê meyze dikir melûlî di çavên wê de pir hebû. Bi ziman gotinên xwe ne digot gotinê dil û mejiyê xwe bi çavan re digot û ifade dikir. Çarenûs ji bona wê pir êş ava kiribû lê ew herdem bi jiyanê re dikeniya. Tekoşîn dimeşand bi êşan re xwe ji êşan re bernedabû. Bi rasti jî hevalekî wisa bû ku pir bi welatê xwe ve girêdayî bû. Bi rêhevaltiyê ve pir girêdayî bû. Pir dixwest biçe sahê bakûr, lê hevalan qebûl nekirin. Ji berk u di malbatê heval de pir şehîd hene. Pişti wê disa bere xwe dabû warê İİştaran warê insaniyet lê zayin bibû û zaroktiya xwe li vir derbas kiribû. Dema hat ZAğrosan ji dev israr buna xwe hîn bernedabû. Ji bona biçe cebhê herî pêş pêşniyarê wê jî ji bo Çarçêla bû, îfadeya Çarçêla ji bo wê pir cuda bû. Ew israra wê rihekî ifade dikir rihê cangorî bû. Lê hevalan pêşniyarê wê ji bo Çarçêla qebûl nekirin, ji berk u pir dirêj demekî li wir mabû vê carê pêşniyarê xwe ji bo Cîlo kiribû. Her li mezin bûnê digeriya û ji dev bernedabû. Hevlaan qebûl kiribûn. Rêwitiya wê li ber çiyayên Cîlo ve diçû. Du pêşniyarê wê nehatibûn qebûlkirin. Lê ruxmê vê jî morale xwe nexistibû. Ji lêvên xwe ken kêm nekiribû. Bi rasti jî ji bo tu vi bike pêwiste bawerî ya te pir mezin be. Mirov vî pir didît di kesayeta heval da pîvanê xwe pir net bû, tawîz ne dida ji paşverûtiyan re. Tekoşînekî xurt dide meşandin. Eger tene ji bona xwe paşve nedikişand ji berk u ji jiyanê fêr bibû. Tiştê fêr dibû pêk dianî rixmî zehmetî jî dikişand. Yani pir bi israr bû û pes nedikir û li ber xwe dida. Çawa ku serokatî ji şerê İİnanna û Enkî re dibejê şerê civakî bû. Şerê heval ji ne ji bo wê bû. Lihemberî sîstemekî bû yan jî taybetmendiyê wê bû. Rihê wê ew bû le her rêwî bû. Lêgerîna wê ya jiyanê bû gera wê ji bo gerdûnê bû. Heskirina wê ji bo welat bû ne ji bona mirine bû. Herdem zindî bû. Ez dizanim mirovê di jiyana xwe de zindî bin di şehadeta xwe û rewîtiya xwe ber qebrê jî de wê zindîi bimînin. Fêr bû û da fêr kirin. Evîn jiyan kir û da jiyan kirin, ji ber ku girêdayî bû, girêdayî welat û serokê xwe bû yê girêdayî welat û serokê xwe be wê girêdayî rêhevaltiya ku bê dawî be.
Li ser bîranîna Şehit Gurbet
Şîlan Rûken (Qamışlo)
- Ayrıntılar
Xiyaneta Kurdan, navdar e. Ev birînek dîrokî ye û wek birîna mûmarî di bedena civaka Kurd û bedena Kurdistanê de xwînê dimîze. Dermankirina vê birînê, bi serîhildan û qirkirinên sedsalî jî pêk nehatiye. Hemberî ku kesên îxanetkar jî dûçarî kuştin û qirkirina dijmin bûne sûd nedaye. Yanî piştî dilsoz û welatparêzên kurd hatine berteref kirin, xayin jî li ber şibaqa dijminê dagirker ketine hatine kuştin û berteref kirin. Dîsa jî birîn ne hatiye derman kirin û wek pirseke dîrokî li holê maye. Vê pirsa dîrokî jî, aliyê xwe yê sosyolojîk jî derbas kiriye.
Balkêş e, hinek ji zarokên dilsozên Kurdistanê ku ji aliyê dewleta ceberrûd ve hatine kuştin jî, îro, dibin navê “insanî û bêalî” de ketine davika dijmin û tevlî karwanê xiyanetê bûne. Lewna xiyaneta li Kurdistanê “vaqayek vaqqumî” ye. Min bi zanîn gotina vaqqum bi karanî, ji ber ku li cîhanê kesî ne dîtiye ku bi zanebûn û daxwaz tevlîbûna karwanê xiyanetê çêbûye. Lê xaka Kurdistanê wek vaqquma xiyanetê ye, ha ha vê bextreşiyê diafirîne. Navê vê jî têkçûna sosyolojîk e, yan jî xwekuştina sosyolojîk e….
Di civaka Kurd de, xiyanet parçeyek ji dewşirmetiyê ye. Dewşirmetî, antî însanî ye û ji insaniyetê, ji kesayetiya insanî dûrbûn e. Di postikê insan de bedenek din ya çêkirî heye û wek robetekî ku tenê li ser yek programê hatibê rûnandin e. Yenîçerîtî bingeha dewşîrmetiyê ye û karê yenîçeriyan ji bo xanedaniya Osmaniyan fedaîtî bû. Dewşirmeyên Osmaniyan, pirranî ji Balkan û welatên dihatin dagirkirin dihatin komkirin. Lê di demekê de, li Balkanan wek bacûbêşê zarok didane sîstema dewşirmetiyê. Îro jî li Tirkiyê, dewşirme, ji zarokên gelên hatine qirkirin û tunekirin têne komkirin û ji malbatên bi zorê hatine koçberkirin derdikevin. Sîstema “koy enstitusu, dibistanên şevînî” ev aş e. Kurd in, Ermenî ne, Laz, in Gurcu ne, Çerkez in, Rum in, Turkmen in, Pomak in, Tatar in û hwd. nin.
Wek di Tewratê de tê gotin; “kesên ji zarokên Israîl, ku înkar dikin, bi zimanê Davud û Kurê Meryem hatine lanet kirin”, di vê qonaxa ku gelê kurd, li dijî zihniyeta lanetkirî ya Ittîhat Terakî şer dikê de, xayinên kurd jî, bi zimanê kurdî têne lanet kirin. Zihniyeta lanetkirî ya Îttîhat û Terakî, zihniyet faşîzmê ye, ev faşîzm jî li cîhanê hatiye lanet kirin û gunehkar hatiye îlan kirin. Xiyanet jî kevirê bingehîn yê faşîzmê ye. Di Qur’anê de, cezayê xiyanetê “hududullah” ya bi gelê xwe re ye. Ev xiyanet, bi cezayê “ta’zîr” tê cezakirin.
Gelek nivîskar û dîrokzanên Kurd, hinek axa, beg û mîrên kurd, bi xiyaneta li devê deriyê dijmin û xulamtiya dagirkeran gunehkar dikin û wek xayin bi nav dikin. Ev rast e û pêwiste di “doza nîzamî kurd”de werin dadgeh kirin jî. Ji ber ku ev mirov, li gorî huquqê kurd, zarokên gayr-i meşrû ne. Ev xiyanet bingeha faşîzma li dijî gelê kurd e û gunehkariya sosyolojîk jî derbas kiriye.
Di vê qonaxa ku Komara Tirkiyê hêza dagirkeriya li Kurdistanê winda dike û îradeya gelê kurd derdikevê pêş de, xiyaneta eniyên serdestên Kurdistanê ketiye rojevê. Bi vê mebestê serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, gotina “birayên min î kurd û muxatabê min kurd in” di radeya herî bilind de diqîre. Dîsa dibêje, PKKe, BDPe tevahiya Kurdan temsîl nake. Ev jî radeya xiyaneta nava Kurdan nîşan dide û stratejiya ambalaj kirina xiyanetkariyê ye.
Çima, ji ber ku kesên weke Garîp Ensarîoglu, Mehdî Eker, Mehmet Metîner û nivîskarên bi hevsar, zêde bûne û di rojên tengasiya dewleta Tirk de herûher derdikevine pêş.
Xiyaneta nava gelê Kurd, çûkê herî delal KEW jî bi xwe re xayîn kiriye. Gelek serokcaş jî, di nava bêşermiyek mezin de dibêjin “em jî kurd in.” Lê destdirêjiyan li jina kurd dikin, ciwanên kurd dikujin. Lewma ew derewan dikin û ew, ne Kurd in. Kurd ew kes e ku ji bo azadiya gelê xwe, ji bo kultur û zimanê xwe û li dijî asimilaysonê, li dijî dagirkeriyê, li dijî inkara gelê xwe, li dijî qirkirinên siyasî, kulturî û fizîkî têkoşînê dikin e. Bila kes weke kaxeza turnusol û lawîrê heft-rengî (bûkelemûn) haraket neke. Weke Shakespear got;”ewlekarî wek giyan e, tucaran venagerê bedena ku terk kiriye.” Mirovê ku kesayetiya xwe, giyanê xwe firot, canê xwe sivik kir, tê-venage û vegera wî jî bi hey-ho ye… Hejmara van bedcanan ne gelek in, lê bi ajîtasyon û propagendeyeke mezin, serdestiya xwe sazkar dikin. Çima, ji ber ku diru ne, melaq n û nêrûmêk in, dema stur dibin di dergehê qesr û qonaxan ve naçin, dema dikevin û lewaz dibin di qula derziyê re diçin. Bi gotina Ahmed Arîf, ew destikê dara ku darê dibirin e, “puşt” in, yan jî kurmê darê û “davik û kemînên puşt” in.
Ev rengê mirovan ketî ne û exlak, bext, dilsozî û ciwamêriyê nasnakin, Nanê wan li ser kaba wan e. Lewma em di dewşirmetiyê de “ne-mirovê di postikê mirovan de” bi nav dikin. Xiyanet kurmê di xwînê de ye, eger xwîn neyê paqij kirin, kurm ji xwînê dernakeve. Ev mirov dixwazin gel jî weke xwe bikin û ji nirxê wî dûr bikin. Metirsîniya mezin jî ev e. Beko Ewanê Mem û Zînê, Reyberê Seyît Riza, îro bûne kurtêlxwur, bûne ew nivîskarên hevsarkirî.
Kî çi dibêje bila bêje, ez xiyaneta kurdan wek destîniya kurdan nabînim. Her çiqasî bi cografya Kurdistanê ve girêdayî be jî, ji pîrozî û afirgeriya Xwedawendî dûr e. Ji ber ku “puşt” nikare nirxan biafirîne. Di dîroka Kurdistanê de, xayînên kurd nirxekî mirovahiyê ne afirandine û imze ne avêtine bin kiryareke ciwamêrî. Ji ber ku xayin, civaka xwe pêşkêşî dijmin dikin û wek “qewad”an haraket dikin. Belkî ev gotin giran be, lê di vê pêvajoya nazik de, ti gotinên din nayêne bîra min. Di vê qonaxa ku Kurd gihane çaryana bijartin û bidestxistina îradî, eger ev puşt û gewad ketibin nava hewldanan, armanca wan ew e ku car din, gelê kurd pêşkêşî dagirkeran bikin û wêraniyek sosyolojîk û stratejîk pêkbînin e.
Dagirkeran, li her bajar, her navçe û herêmên Kurdistanê xayînên bi zengil afirandine. Vî zengilê rûreşiyê jî, çandeke bi qolincên tewrênek afirandiye. Pêwiste rewşenbîr û enteklektuelên Kurd li dijî vê êşa bi qolincên tewrêneka mirinê, şer bikin. Rewş nazik e û hassas e, lewma barekî giran û giring dikevê ser partiyên siyasî yên kurd jî!...
Di van rojên ku xayînên Kurd di kanalên telewizyonên Tirk de zêde xuya dikin û berdevkiya AKPê û siyaseta inkar û tunekirinê dikin. Bêyî ku dagirkerî û wêranzariya lu Kurdistanê bibînin, ji bedêla AKPê, demokrasî û ademiyeta ku li Tirkiyê nine îxracî Kurdistanê û atlasê mêjiyê mirovan dikin. Lewma gotina siyasetmedarê Ingilîz ku got “eger kuçikekî te yê baş hebe, pêdiviya te bi kewt kewtê nine”, hate bîra min. Ji bilî gotinên “puşt û qewadî” çi gotin tê bîra we gelo?
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Rojev ew qas tevlihev bûye ku mirov kîjan mijarê derxîne pêş, an şîrove bike di wê mijarê de dikare bi dehan rûpel gotin were diyarkirin. Di nav ew qas nûçeyan de rojeva rastîn a civakê jî diyarkirin zehmet dibe.
Li Şemzînanê zêdetirî meheke serweriya gerîlayan heye, leşker, artêş nikare biçe vê herêmê, lê çapemenî bêdengiya xwe diparêze.
Beriya niha bi şerê psîkolojîk xwestin, Rêber APO û Tevgera Azadiyê ji hev qut bikin, bi serneketin, xwestin Tevgera Azadiyê û gel ji hev cuda bikin nebû.
Bi tecrîda girankirî, zêdetirî saleke hevdîtina bi Rêber APO bi hincetên vala û pûç tê asteng kirin. Hemû hiqûqên heye tên ser û bin kirin.
Her roj bi teknîka herî pêşketî li dijî gerîlayan êrîşan li darxîne, operasyona bê navber berdewam dike, lê rastî berxwena gerîla ya hatiye, matmayî bûye û nema dizane bê wê çawa raya giştî bixapîne.
Hukumeteke hemû sazî û dezgehên dewletê xistine bin destê xwe, çapemeniya ji tirsa munafiqan nikare rastiya vebêje û tenê bi rojevên sexte û xeyalî dixwazin rastiyan binuxîmînin.
Dema rastî tên gotin jî qarewara wane, direyin û dibêjin hûn propagandaya terorê dikin. Gelo di vê rewşê de kî terore, kî terorê dimeşîne…
Li Roboskiyê 34 ciwan hatin qetlkirin, du rojan kesî newêrîbû ji ber tirsa munafiqan dengê xwe bikin, dema ev mijar dihate nîqaşkirin jî digotin hûn piştgiriyê didin PKK'ê. Hîn jî ev 8 meh di ser de derbas bû dema dibe galgala wê vê hevokê dubare dikin.
Lê dema mijar dibe tirk û li welatê wan tişt diqewimin qiyametê radikin. Di mînaka Dîlokê de jî ev pir eşkere diyar bû. Hemû rayedarên dewletê hemû kesên dijberê hev xuya dikirin, di buyera Dîlokê ya bi gelek guman hene ku dewletê û ergenekonê kiriye bi yek dengî dijberiya Tevgera Azadiyê dikirin. Tevî ku bi awayeke eşkere ji aliyê KCK'ê ve ev hate şermezarkirin jî.
Çima ji ber dema bi vî rengî ala nijadperestî û faşîzan bê bilindkirin, we gel rastiyan nebîne û wê van munafiqan karibin mijandina xwîna gel berdewam bikin.
Mirov dikare vê dewlet û hukumetê bişibîne nepoxê; bi xwe mezin xuya dike lê nava wê valaye. Hema tiştekî biçûk û tûj bigihêje wê biteqe û rastiya wê diyar bibe. Bi vê tirsa ku wê durûtiya wan û derewê wan eşkere bibe, hemû tiştê ji dest wan tê dikarin bikin.
Dîsa ji xwe ev di hunera derewan de pispor bûne. Kîjan mijarê wê çawa bînin ser ziman, kîjan mijarê çawa veşerin, ser bigirin di van salên derbasbûyî de gavên mezin avêtin. Heta yek du salên beriya niha ji bo cîranên xwe digotin sifir pirsgirêk. Lê di roja îro de tu kesên ku bi wan re pirsgirêk derneketibe pêş nemaye.
Bi xwe muxalifên li Sûrî tîne li ser sînor perwerde dike, çekan dide wan û bi wan re leşkerên xwe dişînin û li Sûrî tevliheviyan derdixînin, pişt re jî dibêjin ji bo Sûrî azadî û demokrasî. Lê dema mijar dibe Kurd, li Rojava dibe xwedî statu, qiyametê radike, wey PKK'e li vir hukm xistiye destê xwe, Esad piştgiriyê dide wan, li hev kirine û bi hezar derewê din dixin rojevê. Dema rojnamevanên diçin vê rastiyê dibînin û tînin ser ziman hema dotira rojê ji karê xwe dibin an jî dengê wan tê birîn.
Herroj bi dehan kurdan bi hincetên vala û pûç digirin û diavêjin zindanan, gelê me yê çalakiyên xwe yê rewa lidardixînin bi hemû dijwarî û dijmirovahiyê êrîşê dibin ser wan, pişt re jî behsa mafê mirovan dikin.
Li Kurdistanê roj nîne ku daristan ji aliyê dewletê ve neyê şewitandin nîne, bi bendavan hemû erdnigariya kurdan tune dikin, Kurdan naçarî penaberiyê dikin. Li beramberî vê li Tirkiyê çend dar dişewite, hewar hewara wan e. Dibêjin kezeba me şewitî, em bê nefes man û hwd. Ev çi durûtiye, ev çi munafiqiye?
Dema leşkerek di şer de tê kuştin, bi rojan dikarin lanetê li terorê bînin, ala faşîzmê li ba bidin, lê dema gerîlayek şehîd dikeve, bi galegalên serkeftinê dibêjin me gerîlayek kuştin. Dîsa gelek caran bi awayeke dijmirovahiyê gelek gerîla di şer de jiyana xwe ji dest didin, li cenazeyê wan îşkenceyan dikin, li wan didin, bi birîndarî digirin û înfaz dikin lê kes behsa van nake…
Gelek mijar , gelem mînak hene ku mirov bîne ser ziman lê çapemeniyeke çavê xwe ji rastiya re girtiye li pêşberî me ye. Hukumete hemû hebûna xwe li ser xapandinê û mijûlkirinê ava kiriye li pêşberî me ye. Ji ber vê ye ji bilî tekoşîn û berxwedanê ji bilî serhildanê tu rê ji gelê kurd û gerîlayê azadiyê re nemaye. Ew ê statu bi tekoşîn û berxwedanê mîsoger bibe. Di vê germa havînê de gerîla tekoşînê gurr tir bike, gel jî bi serhildanên xwe ala berxwedanê bilin bikin wê rojên azad nêz bibe…
Tekoşîna gerîla, serhildanên gel û berxwedana Rêber APO wê bibe mizgîniya azadiye….
Boran Mercan
- Ayrıntılar