Berî ku em biçin şahiya 15 ê Tebaxê me bi riya çapemeniyê heyecan û coşbûna pîrozbahiyên 15 ê Tebaxê temaşekir, bi taybet piştî ku me bihîst wê şahiya 15 ê Tebaxê bi hejmarekî mezin ê hevalan were pîrozkirin, heyecaneke bi xîzên zirav dilê me dorpêçkir, û pirsa gelo wê pîrozbahiya 15 ê Tebaxê çawa derbas bibe, wê şevê bû mêvanê min. Kazîwa rewnaq û dev li ken, bi giyanekî aram em ji xew rakirin û bi lez ez û çend hevalan me berê xwe da şahiyê. Hîna em negihîştibûn ciyê şahiyê, em gihîştin çend gurûpên hevalan. Hemû heval demjimêr sisiyê şev ketibûn rê û berê xwe didan ciyê şahiyê. Piştî ku me roja vejînê 15 ê Tebaxê li wan pîrozkir, em jî ketin nava rêza hevalan û em heyanî ciyê merasîma leşkerî û şahiyê bi hev re meşiyan.
Piştî meşeke di navbera daristanan de, li ser ava ku ji dolan diherikî qevaztin, hejmareke zêde ya hevalan ketine rêzê de, li ber çavê min ketin. Alên PKK ê, HPG ê û YJA STAR hatibûn rakirin û xwe ji bo merasîma leşkerî amade dikirin. Nêzî sê sed hevalî kombibûn, çeka wan di destê wan de bû û di rêzê de sekinîbûn. Deng ji kesekî nedihat, ji wê bê dengiyê, dengê teqîna wan fîşekên 15 ê Tebaxê teqiyane dihat e mirov, dengê qêrîna berxwedaniya zîndana Amedê mirov dibihîst û wêneyê hemû hevalên şehîd ên ev Pêngav avêtine dihate ber çavê mirov, bi taybet qomîtanê mezin rêheval Agîd dihate bîra mirov. Bi hatina Fermandariya Navenda Parastina Gel merasîma leşkerî destpêkir. Ji bo wateya vê Pêngavê û şert û mercên tê de pêşketiye ji milê Fermandariya Navenda Parastina Gel ve axavtinek li pêşiya merasîma leşkerî hate kirin û di heman demê de civîn çêbû. Çima ev Pêngav hate avêtin, çawa ji berxwedaniya zîndana Amedê re bû bersiv, bandorekî bi çi awayî li ser gelê Kurd kir, di civînê de bi berferehî hate ziman. Bi berxwedaniyeke mezin pêşengtî ji gel û tevgerê re kirin, paşeroja gelê Kurd fikirîn û wiha berxwedayîna hevalên zîndana Amedê bi ziravî hate ziman. Bi wan peyvan re netenê berxwedayîna gelê Kurd ê bakurê Kurdistanê dihate bîra mirov, berxwedaniya hemleya 1 ê Hezîranê, şehîdên Hemleya Şerê Gel ê Şoreşgerî, û berxwedayîna gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê dîmen bi dîmen dihate ber çavê mirov. Te ji çav û sîmeyên hemû hevalan hîsdikir ku herkes dixwaze berxwedaniya gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê bijî û hemû zor û zehmetiyên wan parvebike. Qomîtan Erdal (Engîn Sincar) ê ku riya heval Agîd şopandiye, ji bo pêşxistina hemleya 1 ê Hezîranê li hemberî tesfiyeciyan têkoşîn kiriye, hate bibîranîn. Bi bihîstina navê heval Erdal re, di dilê hemû hevalên ku pêre jiyankirine, ên ku ji bo wî tevlîbûne û yên ku hertim naskirina kesayeta wî ji bo wan bûye mereq, axîn û ahengeke zirav dengveda. Bi gotina “em Pêngava 15 ê Tebaxê li we pîrozdikin û serkeftin ji we re dixwazin”, hemû heval bi hev re rabûn ser lingan û silogana Bijî Serok APO, Bican Bixwîn Em Bi Te Re Ne OCALAN, Şehîd namir in bi dengekî heybet avêtin.
Şahiya ku hevalan hevpar amadekirine destpêkir. Awazên giyana Pêngava 15 ê Tebaxê zîndî dike, amadekiribûn. Şanoyeke ku hem berxwedaniya Amedê, Pêngava 15 ê Tebaxê, zordariya dijmin li ser gelê Kurd daye meşandin û niha jî didomîne, pêşkêşkirin û di dawiyê de Koma Tolhildan derkete ser dikê. Hevalan bi derketina komê re hem li çepikan dixistin, hem jî govend digirtin. Pêngava 15 ê Tebaxê bi giyanê ciwanî pêşket, şahiya me jî bi rengê coş û heyecana ciwanan derbas bû.
Silav û rêzên şoreşgerî
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Îro li Rojava’yê Kurdistan dilê hemû Kurdan diavejê. Jiberku çarenûsa Kurdan li wê derê ber bi diyarbûyînê ve diçe û wê biçe. Dibe ku ev di teoriya şoreşan de tiştekî nû be. Wek rêgez herdem parçeyên mezin çarenûsa parçeyên biçûk diyar kirine. Lê vê carê ev berovajî birêve diçe. Parçeyê biçûk çarenûsa parçeyên mezin diyar dike. Ango çarenûsa Kurdan îro li Rojava diyar dibe.
Îro li Kurdistan’a Rojava hemû dijminên Kurdan bûne yek û erîşê dibin ser Kurdan. Em bala xwe bidinê; li Rojava di serî de îro Cephet El Nusra tevgereke pir mezin tîne ser Kurdan. Bi Cephet El Nusra ve Erebên paşverû di dewrê dene. Dîsa li pişt van dewleta Tirk heye. Em dizanin ku ev çeteyên Cephet El Nusra yek ser cihê xwe nava AAS ango Artêşa Azad a Suriye de digirin. Ev jî têwateya ku pişt wan de DYE heye.
Milêkî din de rejîma BAAS a ku piştgirî ya xwe ji Îran’ê digire heye. Pişt wan yan jî kêleka wan kî heye ew jî diyare.
Em dizanin ku ev hêzen ku me li jor diyarkir çima hundirî van erîşan dane. Dewleta Tirk berjewendiyên xwe li vir pir zêde hene. Dîsa dewletên Ereb dixwazin teqez Beşar Esad bibin da ku kanibin pêkanînên berjewendiyên xwe de muwefeqbin. Dewleta Îran naxwaze rola xwe ya sereke li herêmê bi terkîne. Lewma ewqas li pey Beşar disekine. Lewma ewqas hundirê êrîşên li dijî Kurdan de cîh digire.
Bê gûman em karin gelek hêzên dîtir yê ku di nava van siyasetên qirej de cîhe xwe digirin bi hejmêrin. Lê em di wê baweriyêdene ku mijar tê fêmkirin.
Lê mijarek heye ku em fem nakin! Ew jî mijara çima sinorê Başûrê Kurdistan’ê ku bi Rojava’yê Kurdistan re heye bi israr tê girtinê?
Qaşo kîjan parçeyê Kurdistan tengavî de be parçeyên ditir divê aligirîbikin. Piştevan bisekinin. Çi di milê aborî çijî di milê menewî de piştevanî bikin. Lê mixabin helwestaku li BaşûreKurdistan’ê di milê PDK ve tê raber kirin ne bivî şekliye, tam berovajiyê vê nêzîkbûnek heye. Em berdin piştgirî kirinê, PDK hem sînor digire hem jî ji boku tevgera Kurdên li Rojava lewaz bibe hêzen El Nusra re pêwendiya bi çekkirinê datîne. Pere dide. Tahrîk dike. Gurr dike. Ne tenê van tiştan dike, PDK yek jî dixwaze gelê Rojava’yê Kurdistan hewcedarî wan bibe. Jibo navê jî sînor tenê nagire her wiha nahêle ku yek çûk jî bifire. Herkes dizane ku dema Seddam ji ev sînora bivî şeklî nahati bû girtin.
Em pirsbikin, dema Cephet El Nusra, Tirk, BAAS û AAS ewqas êrîşî ser kurdan dikin, ev helwesta PDK wateya xwe çiye? PDK dixwaze çibike? Hele dema ku îro behsa Kongreyeke Netewî tê kirin, ev karên ne dirê de sedemê xwe çine?
Pirsên me rewane û dicîh de ne. Pêwîste ev pirsana werin bersivandin. Eger bersiv nede, PDK nikare xwe ji bin rewşa tewanbariyê de xelasbike. An jî nikare bêje ku têkiliyên xwe bi Cephet El Nusra re nîne. Tam dema ku çeteyên Cephet El Nusra bi hovane êrîşî gelê meyê Rojava dikin sînor girtin, dijî van êrîşên hovane derneketin îzahatên xwe nabin.
Em ji bîr nekin: bêdeng bûyîn rengê xwe nîşandane. Bêdeng bûyîn bi dengbûyîne. Alî bûyîne.
Hetanî ku PDK vekirî helwestê xwe di mijara Cephet El Nusra û darbarê girtina sînorê Rojava diyar neke, hem rexneyên ku em dikin emê berdewam bikin û hem jî tewanbarî ya ku li ser PDK heye nikare rabike û li bin vanderbikeve.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Sîyaset hûnerê çareserkirina pirsgirekane. Bişêweyekî din mirov dikar bêje rê û rêbaze ke ku ji bo çareserkirina aloyziyên ku heyîne. Ango sîyaset rêbaze ke ku nakokiyên heyî derfetek anîna ser rê ya giriftane.
Em dizanin ku sîyaset li ferhengokên eraban de objekî bi baldarî ya çavdêrî kirinê ye. Bi wateyekî din ango di dîroka eraban de em dizanin ku Walî û desthilatdarî bûyîn, gel çavderî kirin, gel rêvebirin, di saya vê de ewlehiyên pêwîst girtin, hemû bingehên xwe ji vêderê digre. Karê dewletan, hûkumetan, dîplomasî dîsan hemû li ser vî şêwazî tê rêvebirin.
Lê sîyaset bişiklên din jî tê gotûbêj kirin. Ev jî sîyaseta gelerî dibe. Ango sîyaset tê wateya gotûbêj kirinê. Pirsgirek eger hebin mirov biaxiftina çareser dike. Dîsa eger biryarên werin girtin hebin, mirov bi hevre diçe muzakereyan û diçe biryardariyê.
Hinek ji dibêjin sîyaset komînîkasyone. yanjî bi wateyek din peywendî danîne. Henik caran jî tê wateya ku ew hêviyên mirov yên ku civak li bendêne, bi pêşniyaran, xwastek li ser bingêhê zagonan bi exlaq çûyîna çareseryî ye.
Herwiha cardin sîyset nêrînên di navbera beşên cuda de, xwastekên wan yên cûda bi nîqaş, hevdîtîn û gotûbêjan hwd bi rê û rêbazên cûda bi hevre hîn bi awayek aramtir, li ser bingehê fikrê azad çareserkirina van nakokiyane.
Tê gotin li cihê ku nîqaş di qede, peyîvîn ji di qede herwiha li wir azadiya raman ji namîne. Bê guman li wîr siyaset ji di qede... Û her tişt ji wateya xwe dûr dikeve. dema ku sîyaset ji di qede xeber dayîn, pevçûn hêza çarem derdikeve ji derve. xeberdayîn ( dijên) herwiha tundî ne tenê nîşaneyên bê rûmetiyê, heman demê de nîşaneya paşdemayîn û paşketinê ye. Ewkesên ku ramanên cûda reş dikin, red dikin, hataku wek dixwazin ew nêrîn û raman ji holê werin rakirin bigotinek tenê, Prîmîtîvin.
Niha ji em werin ser derdêxwe. Li Rojava yê Kurdistan şoreşek heye. Gelê me yê Rojava biryar daye ku xwe bi xwe birêve bibe. Hêjmarek pir mezin mirovên me li Rojava li pişt şoreşa Rojava de cihgirtine. Pişta hêzên xwe yên ku heya roja îro wan diparêzin disekinin. Hate ji bona wê canê xwejî danîne holê. Gel li pişt wane. Gel bi wanreye. Dîsan gel hemû tiştê xwe bi wanre parve dike.
Lê mixabin hinek dardor hene, yek jîwan heta yê sereke PDK’ye. pir jî wê rewşê naraziyê. Dîsa ew hêz hinek baskên din yêku li Rojava giraniya xwe tuneye dixwazin bidin pêş. Çekan didin wan. Pere, mal û mûlk raber dikin ji wanre. Dakû ew derdorane dijberê şoreşa Rojava derbikevin.
Em baş dizanin ku hinek jî wan komane dijberîya wan li beramberî komên çete tune ne. Dîsan beşekî wan bi dewleta Turk re pir zêde têkildare. Dîsan di navbera rêkxistinên kurdan de ji hinek cihê xwe digrin û ji wanre kardikin.
kurtasî ew komane bi piştgiriya PDK'ê û dewleta Tirk, dîsan bi piştiriya dewletên rojavayî rolekî pir xirap dileyîzin.
lê mixabin li rexmê ku îro qala kongre ango konferasa netewî tê kirin PDK û hinek hevalbendên wan pişrtgirî bi hinek komên çeteyan re dikin. Dirav û çek didin wan. Dîsan rêyên rojavayê Kurdistanê digrin. Dakû piştgirî ji Kurdistana Rojava re neçi.
evên hinek din rasttir ji bi yek gotinê bêjin qirêjî ye, xirabî ye, dijmintiye. û ne tu tiştê dine. Ango nêzîkbunên ku ereb ji bo siyasetê raber dikine. Siyaset ji bo ereban bêhtir amûrekî ji bo çavdêrî ser herkesî kirin bu.
Em sîyaseta ereban ji bona me kurdan famdikîn, lê siyaseta ku kurd li ser kurdan bi vî awayî dikin tu car na pejirînîn. Em dev ji pejirandinê berdin, ev siyaseta em wek siyaseta qirêj pênase dikin.
xûlase; pêwîste rê û rêbazên qirêj werin terk kirin dakû em behsa netew bûyînê u qala dûrûst bûyînê bikin. Ji bona vê çendê pêwîst dike SİYASETA QİRÊJ WERE TERK KİRİN.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Regezperestiya civakî têgehek pir ne kewne. Herî zêde di salên 1970’yî virdatir tê bi karanîn. Ev têgeh tê çi wateyê? Ango dema gotina regezperestiya civakî te ser zimên, pêwîste em çi fambikin?
Civak ji bo her kesekî nava wî da dayîk dibe nêzîkbûyînekî raber dike. Wê mane dana ji bo jin û ji bo mêr, li civakê rolekî bar dike. Civak ji bo zilam û ji bo jin rolekî taybet diyar dike. Ev rol barkirin ne li ser hîma bîyolojîk tê kirin. Ev rol barkirin li ser pîvanên ku civak ji bo jin û mêr dike tê kirin. Bi gotineke dîtir, rengê civakê çawaye nêzîk bûn jî bi wî şêweyî tê kirin. Bêguman civak dema van wateyan li ser jin û zilam bardike mabesta xwe heye. Armancên xwe heye. Û dixwaze ev mêr an jî jin li gorî vê civakê tevbigere.
Dîroka mirovahiyê de newekhevî ango neyeksanî, dema şikestina zayendiya yekem de pêşketiye. Şikestina zayendiya yekem jî dema ku civak bi destwerdana desthilatdariyê re rû bi rû dibe çêdibe. Dayîksalarî bi destê rahîb, fermandarê leşkeri û bi destê zilamê xwedan ezmûn tê hilweşandin. Encamê vê hilweşandina pergala dayîksalarî cihê wê baviksalarî digire. Bi pêra jî em dizanin ku çawa ev pergala baviksalarî veguherî bajar, çîn û dewlet. Bi dewlet jî destpêkirina şikandina zayenda yekem destpêkir.
Bi kurtasî, regezperestiya civakî ji vê rojê şûndatir destpêkiriye û heta îro hatiye. Dema em tên iro jî em dibînin ku çi sîstema bavîksalarî ango desthilatdariya mêr li ser mirovatî çekiriye. Welê çekiriye kî nezîkbûna jin cûda bûye û yê mêr cûda bûye. Wisa kiriye ku dema keçek tê dinê, ev keça demeki şûndatir hemû reftarên wê tên diyarkirin. Zilam jî hemû hareketên wî tên diyarkirin.
Bi zimenekî din, “jin wekî jin ji dayîk nabe, jin tê jinî kirin. Dîsa zilam jî wekî zilam ji dayik nabe, zilam tê zilamî kirin.
Ê ku ev rewş afirandî jî zilamê desthilatdar e. Zilamê dewlet çêkirî ye. Zilamê destavetiye bermahîyên zêde yên civakê.
Taybetmendiyên civaka xwezayî bi van nêzîkbûnan hatiye berevajîkirin. Civak ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Bêgûman ev jî hêliştiyê ku mirovên nava vê pergalê da dijîn ji xwezaya xwe dûr bikevin. Ev jî tê wateya ji rê derketinê.
Vê menê de pirsgirêka herî zêde ya mêre. Ango ya zilam e. Ev desthilatdariya zilam a heyî dahûrandin ji deh carî dahurandina jina ku hatiye kole ango bendekirin girantir e.
Çima ev welê ye? Ji ber ku desthilatdariya zilam koletiya jinê bi xwera aniye û evê jî hêliştiya ku jiyan pir hejar ango xizan be.
Civaka bi pir rengî bi desthilatdariya mêr dibe yek rengî.
Çanda zilam hêliştiye ku seranserê dîroka mirovahiyê bibe şer. Ango bi vî hişmendiya zilam diroka mirovahiyê were bin pekirin.
Pêwîste em ji bîranekin ku çanda şidet ango tundî civakê de çandek çêdike. Karakterekî hundirîn dide avakirin. Û em ji biranekin ku ev çanda jî hîma xwe da milê dewlet ve te gur kirin, xwedan kirin.
Bi cewheri em mijareke din bînin ser zimên, ango bi gotina bav û kalan em bêjin: bi şêwaz diyare mirov.
Em vegerin li ser xwe û nezîkbûnên xwe li hemberî vê mijarê di ber çavan re derbasbikin. Her yek ji me di milê xwe de vê regezperesti ango cinsiyetgeriyê pêşdixin. Hele eger em yek jî zilam bin hîn zêdetir em vêya pêşdixin.
Ji ber ku pergal welê hatiye avakirin û em jî di milê xwe de vê regezperestiyê pêşdixin. Em cudabûnî ango cewaziyê dixin nav jin û mêr. Em jî wek civaka hatî dabeşkirin û çînan nav xwe de dihewînê nêzîk bûnên dabeşkiri raber dikin. Em jî parçe dikin. Em jî cudahiyê dikin nav keç û xortan. Em jî – bi zanebûn nebe jî- pergala kapitalîst modernîst hundirî xwe de didin afirandin û didin jiyandin.
Pêwîste em van rastiyan bizanin da ku em karibin li dijî derkevin û li gorî vana tevbigerin. Dîsa em bizanin ku ev tiştên hatin kirin tiştên ku bi destên mirovan hatine kirinin. Ser mabesta da ku kanibin civakê gore xwe rêvebibin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Îro li Rojavayê Kurdistan’ê şoreşek rêve diçe. 19’ê tirmeha 2012’da bi awayekî fermî Kurdên Rojavayê Kurdistan şoreşa xwe bi dest girtina saziyên dewleta metinger ve îlan kirin. Pê re jî gav bi gav li giştî Kurdistan’a Rojava de şoreşa xwe bi serxwestin. Tam salek bû ye ku Kurdên Rojava xwe bi rêve dibin.
Pir balkêşe ku gelek deverên cîhanê yên wek Kurdistan’a Rojava dema xweseriya xwe îlan dikin tevahî dewletên cîhanê nebin jî piranî qebûl dikin, ango dipejirînin. Lê mixabin ruxmê ku Kurdên Rojava ev salekî zêdetire ku şoreşa xwe ilan kirine hêna jî hem nehatiye qebûl kirin, hem jî êrîş bê navber hemberî wan berdewam dikin.
Lê tiştê herî zêde balkeş ewe kû, hêzên navnetewî yên xwe hevalbendên gelên bindest dibinîn li her kesek zêdetir êrîşê Kurdan dikin. Nasnakin. Berde naskirinê rojane tehdît dikin. Gefan lê dixwin.
Em êrîşên dewletên wek komara turkiye fêmdikin. Em êrîşên dewletên wek Iraq û Îran’ê jî fêmdikin. Dîsa êrîşên dewleta Suriye jî fêmdikin. Lê mixabin em êrîşên dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin fêmnakin. Û naxwazin fêm ji bikin. Ji ber kû ew dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin sed sal berî niha çikirin em baş dizanin.
Em bînin bîra xwe; Lozanê de çi hatibû kirin? Kê mafên gelê Kurd û mafên gelên Ermenî û Asûrî firotibûn?
Kê ji bona berjiwendiyên xwe yên qirêj gelên herêmê firotibûn?
Kê gelên ne misilman rastê de hêliştin? Kê ew gur kirin û piştra jî holê de heliştin çûn?
Kî bû sedem ku Kurd bi mîlyonan werin qetilkirin? Werin mişextî kirin? Werin koçkirin? Werin helandin? Di komkujîya çandî re werin derbas kirin?
Bersiv pir zelal û xwerû ye; dewletên Rojava, dewletên qaşo xwe cîhana demokratîk dihesibînin, dewletên şerê cîhana yekê a dabeşkirinê de serketin! Hîn berbiçav, dewletên wek Îngîlîstan, Fransa û DYE û nokerên wan…
Çi bû Lozan?
Lozan di sala 1923 roja 24’ê tirmehê hatibû li darxistin. Di vê civînê da qala Kurdan hîç nehatibû behskirin. Tev de Kurd hewaleyî turkan hatibûn kirin. Kurd wekî ku tenêne hatibûn hesibandin. Ango hatibûn înkar kirin.
Heçku Kurd di civîna Sewrê de maf hatibû dayîn ku xwe bi xwe rêvebibin. Dîsa karibin welatê xwe eger bixwazin dewletekê an jî rêveberiya xwe yên herêmî sazbikin. Dîsa qala gelek tiştên din hatibû kirin.
Lê mixabin dema turka bajarê Mûsûl ji bo Îngîlîstanê hêlişt Sewr ji nişkava hat ji bîr kirin. Em berdin bira kirinê, komkujiyên ku turk pişt re li hember Kurdan bikin nedîtî ve hatin. Heta pirî caran komkujiyên turkan destekkirin. Paş wan sekinîn. Ew di qada navnetewi de parastin. Encamê giştî de di Kurdistan’ê de ji rejîmekî faşizan re rê vekirin.
Ew sistema ku piştra jê re “METINKARIYA NAVNETEWÎ KURDISTAN” hat gotin di esas de bi destê van dewletên Rojava ve hat çekirin û rêve hat birin.
Di dîroka Kurdistan de van dewletên Rojava bi taybet jî Îngîlîstan rolekî pir xirab leyîst. Bûne sebep kû li Kurdistanê tam sed salî şer were kirin.
Niha jî heman tişt bi destê heman dewletan ve carek din dixwazin rêvebibin. Berî sad salî Kurd înkar kirin û naçar hêliştin ku Kurd sed salî berxwebidin, niha jî naçar dihêlin ku Kurd carek din şerekî pir giran ve rûbirû bimînin.
Lê pêwîste herkes tiştekî baş bizane û planên xwe li gorî vê çêke: Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî têra xwe hene ku tevayî plansaziyên qaşo dewletên xwe demokratîk û pêşverû dihesibîne vala derbixin.
Bijî soreşa gelê me yê Rojava
Bijî şoreşa 19’ê Tirmehê
QASIM ENGîN
- Ayrıntılar
Yekemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di şexsê hemû şehîdên şoreşa Rojava’yê Kurdistan de pîroz be!
Du sal berê zêde pîlan û projeyên me jî tinebûn, derfet û bingeh jî tinebû ku em şoreşê pêk bînin. Lê belê hate piştrastkirin ku gelê Kurd êdî ji tinebûnê jî dikare hebûnê biafirîne. Me ev tişt pir berbiçav li Rojava’yê Kurdistan’ê dît.
Rola herî bingehîn di şoreşan de û bi taybetî jî di şoreşa Rojava de ciwanin. eger ciwanên Kurd çek hilnegirtana, heya niha dijminan wê em deh caran bela vela bikirana. Lê niha nikarin. Çima? Ji ber ku YPG heye.
YPG çiye? Ji bo me tê çi maneyê? YPG ew hebûne ku, li hemberî ew kesên ku bi dehan sal qesta canê me kirî, sîleha me ya yekaneye. Agirê bi hezaran salane ku di dilê dayîkên me de vêdikeve ye. Parastina namûs, şeref, nirx û welat e. Pênaseya netewa Kurd e. Deng û hêrsa ciwanên qehreman e. Mîrasa şehîdên nemir; Şîlan, Xebat, Sîpan, Serhed, Dîlovan û bi dehan yên din e.
Ji bo vê, eger hêza parastina me nebe, wekî ku li Til Ebyad, Til Koçer, Serêkaniyê, Efrîn û gelek deverên din tê dîtin, wê çete, gur û rovî bixwazin me bixwin. Ev dem ne ew deme ku em bibin pariyê devê gur û çeqelan. Wê demê divê em hêza xwe ya yekane YPG’ê bikin artêşeke pir bi hêz û mezin. Da ku dijmin me nasbikin.
Ya din, her ciwanekî ku xwîna wî paqişe, xwe welatparêz dibîne û dixwaze şîrê diya wî lê helal be, divê li her deverê Rojavayê Kurdistanê di nava liv û lebatê de be.
Îro em dibînin ku li Rojava ji çar aliyan ve neyaran dor li gelê me girtiye û her derfeteke piçûk de êrîş dikin welêt. Herî dawî me bihîst ku çeteyên Cebhet-ul Nasr fitva daye ku, jinên Kurd li şervanên xwe helaldike. Yanî vêya ji bo dayîk û xwîşkên me dibêjin. Divê em wekî keç û xortên xwedî şeref û rûmet yan vê gotina wan di difna wan re bînin. Yan jî divê em axa welêt biterikînin û biçin! Em nikarin li ser xaka Kurdistanê guh bidin heqaretên bi vî awayî! Divê çeteyên wekî Cebhet-ul Nasr û yên din hêza ciwanên Kurd bibînin.
Niha erk a li pêş me ciwanan çiye? Çi di nava refên YPG’ê de dibe, çi jî di nava xebatên cuda de dibe bila bibe, divê muheqeq em tevlî nava refên şoreşêbin.
Ji bo vê em di hemû meş û çalakiyên xwe de slogana “hemû ciwan marş marş” bavêjin û ji xwe re esas bigirin ku serkeftina me mîsoger be.
Serhed TENDUREK
- Ayrıntılar
Serok APO di 21’ê adara borî de dest bi pêvajoyeke nû kir. Banga xwe de Serok APO:
‘Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin de dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû dest pê dike. ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.
Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.’
Gotinên, ‘dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir’ gelek girîngin. LiKurdistanê eger dewleta tirk şerê bi salan ê ku tê meşandin bi dilda bixwaze biderawestandin, ev pêvajoyê bi rastî jî bibepêvajoyeke nû. Lê eger dewleta tirk van derfetên ku ji hêla Rêber APO ve hatine afirandin bi baldarî û bi şiyarî nenirxine, wê demêcarak din qonaxe ke mêjûyîwê wenda bibe.
Rastî jî ev pêvajowê çawa pêş bikeve hêna ne diyare. Ji ber ku dewleta tirk erkên dikeve ser milên xwe hêna pêkneaniye. Hêna ji kirt û nîvaxwe nahatiyê xarê(ayak diretmek). Hêna tiştê ku dizane dixwaze bimeşîne.
Bi kurtasî dem tevahî ne diyare. Em ji wan re wek bav û kalên xwe dibêjin: ‘Gula çapliyê li bin çengê te bikeve.’ Ango ‘Şapa li mala te bikeve.’
Rewşa dewleta tirk çidibe bila bibe. A girîng ewe ku em karên xwe bi rêk û pêk rêvebibin.Wekî eniya Kurdan, emê bivê nevê xwe ji bo hemû şert û mercan amade bikin. Eger dewleta tirk gotinên Serok APO bipejirîne wê demê emê xwe ji bona pêvajoyeke demokratik amade bikin. Lê eger dewleta tirk di ya xwe de pê dan bike wê demê emê jî tiştên ji destên me werin teqsîr nekin.
Bin her şert û mercî de em pewîste xwe xurt bikin. Cîhê herî zêde ku mirov dikare bi xwe pir biste pêş bixe serê çiyayên azad in.
Weke ku me got, eger pêvajo neyênî be emê xwe ji bona pêvajoyên hişk amade bikin. Na eger pêvajo erênî be emê xwe di milê bîrûbawerî ango hişmendî de xwe nu bikin.
Serok APO dîsadibêje:
‘Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.
Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku, mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve’.
Feraseteke nû jî şertên îro herî zêde mirov dikare li serê çiyayên azad bigire.
Erê, ji bona vê rastiyê em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin da ku werin serê çiyayên azad, ji bona ku xwe ji vêpêvajoyê re amade bikin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Va demeke em li ser Rojava’yê Kurdistan dinivîsînin. Nivîsandin hên jî pêwîstin. Pêwîste ji ber ku êrîş li ser Rojava bi hemû şêweyî berdewamdikin.
Îro li Rojava’yê Kurdistan gelê me şoreşekî dijî. Gelek derkeftiyên xwe hene. Gelê me rojane rêxistinên xwe avadike. Eger gotin di cîh de be, gelê me, rojên wek gelek caran tê ser zimên “rojen xwe afirandinê” dijî.
Lê mixabin hinek xêrnaxwaz bi leystokên pir qirêj her roj tiliyên xwe dikin nav Rojava’yê Kurdistan da ku Kurd nebin yek, neyên ba hev, bi hev re kar nekin, dijberî hev bisekinin, parçe bibin, neyartiya hev bikin û hwd.
Ev tiştên ne li rê kî tanzim dike? Kî kefxweşe da ku Kurd lewaz bibin?
Bersiv pir hêsane; dewleta tirk, dewleta sûrî, dewletên ereba, DYA, YA, îran, iraq û kî qazancên kurdan naxwazin ew.
Bi gotineke din, dijmin û neyarên kurdan…
Her kî têkil van karên dijî kurdan dibe an jî bi karên ew dike dikeve bin xîzmetên dijminên kurdan ew kesekî ne li rêde ye…
Îro herî zêde kî zirar dide kurdan? An jî rewşê îro de herî zêde kî alîkariya eniya dij-Kurdan dike?
Em pir hûr û kûr neçin. Ji bo kurd parçe bibin PDK herî zêde kar dike. Ji bo kurd bibin dijminê hev PDK hinek koma bi çek dike. Pere dide wan da ku karibin li hemberî YPG’ê şer bikin.
Dîsa, ji bona gelê kurd li Rojava bêçare bimîne û birçî bibe sinorên navbera Rojava û başûr ev çand carin digire.
Li gel rêxistinê kurdan hene PDK her roj banga hinek partiyan dike û dixwaze yekîtiya kurdan parçe bike.
Bêguman tiştên ku PDK dike ew qas nînin. Ev tiştên me gotin têrênakin. Tiştên tên kirin pir zêdenin.
PDK bi dewleta tirk re rûdinê da ku karibin şoreşa Rojava lewaz bikin. Bi heman armacê bi DYA û YA re rûdinê.
Mirovan bi çek dike û rêdike Rojava. Bi çek dike û hewl dide û dijî YPG derbixe. Ew çîrokên dawî qewmîna hemû rastiya xwe evin.
Ji bona vê yekê pêwîste serî de li başûrê kurdistan’de li hember leystokên wiha qirêj gelê me yê başûre kurdistan derbikevin.
Dîsa li ewrûpa pêwîste gelê me û dostên kurdan dijî van kirêtiyan derbikevin.
Kurdên bakûre kurdistan û hemû kurd pêwîste dijî van narastiyan derbikevin.
Û di serî de jî pêwîste gelê me yê kurdistan’a Rojava li hember van leystokan bi şiyariyake mezin tevbigere.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Nivîsa xwe ya berê de me gotibû “her tişt ji bo Rojava.” Le welê tê xûyakirin ku ew gotinên me pir kêm dimînin. Pewîste em hîn firehtir ser vê mijarê bisekinin.
Îro li Kurdistan’a Rojava’de rewşekî şoreşgerî jiyan dibe. Rewşa şoreşgerî çi ye? Rewşa şoreşgerî tê çi wate yê?
Rewşên şoreşgerî bi xwezaya xwe pir nazik dibin. Her dem yê çi bibe ne diyare. Hem ê ku li dijberên şoreşê nav hewldanên xurt dane, hem jî bizava şoreşgerî hundirê liv û libatan de ye.
Li gel vê, erîş û daxtên pir zede li ser civaka Kurd heye. Gelek hêz dixwazin derdorên wan bigirin. Dîsa qada nawnetewî de gelek derdor hene ku ji bona Kurdan xêrnaxwazin. Kurdan nasnakin. Naxwazin Kurdan nasbikin jî. Dîsa dewleta tirk, milîmek mafê Kurdan nenasîn ve tê. Ji bona vê jî çi dike herkes dibîne. Begûman gelek tiştên ku zerar didin Kurdan û yên ku dixwazin bidin Kurdan mirov dikare rêzbike, pêve bike.
Lê mijara herî girîng ewe ku li Rojava li hundir de hinek derdor bi şixulên kirêt ve mijûlin. Qandî em dibînin û pê dihesin hinek derdor yekser bi dewleta tirk bi hev re dijî derkeftiyên Rojava ditekoşin. Çekên dewleta tirk digirin û dijî Kurdan şer dikin. Ji dewleta tirk pere digirin û dijî ked û kespên Kurdan kar dikin. Dîsa yekîtiya kurdan ji bona têk biçe aloziyên curbicur rêvedibin.
Mînak, helwesta ku dixwaze kurdên derdorê YPG kombûyî, bi çek kirina hinek kesan qels bixe. YPG wek tevgera giştî yên kurdên Rojava û parastina kêm netewên li wê derê dijîn em nasdikin. Dîsa em dizanin ku YPG cîhê xwe di bin siya Desteya Bilind de digire. Dîrektîf, telîmatên xwe li ser esasên destûrnameya xwe li vê saziya kurdan ya pîroz digire. Demê ku hinek kom bixwazin ji bilî van rastiyan tevbigerin, begûman evê şaş bibe.
Lê mixabin komên ku ji dewleta tirk çekan digirin dixwazin îro li Rojava tevlîheviyan bikin. Û kî li cem van tevlîheviyan cîhê xwe bigire bêgûman ew ji wê bibin şirîkên van kirêtiyan. Dîrok ê van kesan, baskan, aliyan welê nav bike. Ev teqez e.
Niha ango vesta îro li Rojava kî van kirêtiyan dike û dixwaze bike diyare. Baş e, gelo kî piştgiriya van komika dike? Kî van stare dike? Ki van gur dike da ku kanibin li Rojava tevlîheviyan çekin? Ki îro astengiyên mezin ji bona kespûkarên Rojava çênebe hewldide? Kî, rastî îro alîkariya dijminên kurdan dike?
Bersiv pir hêsane!
Kî bi karên xwe ve bikevin bin xizmeta dijmin ewnane.
Kî dixwaze Kurdên me yê Rojava bi niyaza û birçî dîl weringirtin, ewnane.
Kî sînorên Kurdistanê dorpêç dike ewnane.
Kî nahêlin ku li Rojava yê Kurdistanê pergala xweseriya demokratîk avabikin, ewnane.
Her wiha em dikarin van tiştên ku li ber serkeftina şoreşa Rojava’yê Kurdistan dibin asteng pey hev re bijmêrin.
Lê pewîstî heye ku, nav hejmartin zêdetirîn beramber tevayî kes û derdorên ku dijminiya Rojava’yê Kurdistanê dikin em dijberiye ke tund hember vana raber bikin.
Berevajiya vê eger em helwest û bertekiyên xwe tund neynin ser ziman û dijber dernekevin, emê kêm û kurtiyên pir ciddî û giran bijîn.
Qasim Engîn
- Ayrıntılar
Rêber APO, şerê siyasî bi pênaseyeke bêhempa di mêjiyê me de nivîsand. Rêbertî daxuyakirin ku; “şerê siyasî, şerê welatparêziyê, şerê parastina ax û dîrokê”ye. Heya niha tu fîlozofî, tu siyasetvanî, tu nivîskarî pênaseyeke welê balkêş û xwerû (sade) nekiriye.
Di şêwazên parastina ax û dîrokan de helbet pir cure hene. Di nava wan de şerê çekdarî jî heye. Niha ji bo Kurdistanê jî bi heman awayî, hem şerê çekdarî, hem jî şerê siyasî heye û tê meşandin. Şerê çekdarî ji aliyê gerîla ve tê meşandin. Hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz û şoreşger dikarin nava refên gerîla de cihê xwe bigire û bi vî şêwazê parastinê pêkbîne. Ev pir girînge û karekî welatperweriyê ye.
Lê tiştekî din jî şerê siyasî ye ku derveyî însanên me yê ku nikarin şerê çekdarî de cihê xwe bigirin eleqedardike. Helbet gerîla di heman demê de şerê siyasî jî dimeşîne. Lê belê bi taybet civaka sîvîl divê şerê siyasî yê ku Rêber APO diyarkiriye ji xwe re esas bigire.
Ev şer wê çawa bê meşandin? Bi kîjan polîtîkayê? Bi kîjan ferasetî?
Beriya her tiştî divê mirov li xwe hayîl be ku, ax û dîroka Kurdistanê di bin gefxwarina dijminan de ye. Ev dijmin ne yeke, pirrin. Dixwazin ku hemû dewlemendiyên bin erd û ser erd yên Kurdistanê ji bo xwe bikin malê bazarê. Dixwazin zevî û baxçeyên Kurdistanê zuhabibin, birçîtî, xizantî hebe. Dixwazin axa Kurdistanê parçe parçe bimîne ku hîn hêsantir bi rêvebibin. Û her tim ew li ser serê me rêveber bin. Dixwazin dîroka Kurdistanê neyê zanîn ku em wekî gelekî qedîm bêne naskirin. Ji bo vê niha li gelek deverên Kurdistanê bi bendavan (baraj) dîroka zindî ya Kurdistanê di bin avê de dihêlin. Ji bo li berçavên me xuyaneke. Ji xwe ya ku xuyaneke jî piştî demekî tê ji bîrkirin!
Niha pirsgirêk pirrin. Bi nivîsandinê naqedin. Li hemberî gelemperî van êrîşan, polîtîkaya herî guncav; parastina cewherî ye. Ango hem xwe parastine, hem jî welatê xwe parastine. Çawa? Wekî mînak; dewlet niha hema bêje li her derê qereqol (yan jî qaleqol) an çêdike. Li hemberî vana derketin û rê nedana wan parastin e. Çete dixwazin li Kurdistanê madeyên hişbir belavbike. Li hemberî van çeteyan bertek nîşandan parastin e. Dixwazin fihûşê bînin Kurdistanê. Qewitandina wan parastin e. Dixwazin me di dibistanên xwe de bihelînin, wekî xwebikin. Li hemberî vê, ji niha û pê ve neçûna dibistanên dewletê parastina cewherî ye.
Yanî welatparêzî ye. Mirov dikare axa xwe jî dîroka xwe jî wiha biparêze. Li taxekî, ciwan, kal, pîr, jin, kî dibe bila bibe, dikare vê parêzvaniyê bike. Bi taybetî ev karê ciwana ye. Raste. Lê belê dema em bixwazin parastina xwe jî pêkbînin, ne hewceye ku em tiliya xwe di çavê hineka re bikin. Parastina cewherî, parastina ax û dîrokê eger bi çek be , cihê wê çiyayên Kurdistanê ye. Refên gerîla ye. Na eger emê li nava bajaran vê parastinê pêkbînin, wê demê jî bi rêxistinbûn û çalakiyên curbecur ku her kes, hemû gelê me bikaribe tevlîbibe li darbixe.
Mesela, niha meclîsa ciwanên BDP’ê bi slogana “LI KURDISTANÊ MÊTINGERİYÊ NEJÎ Û NEDE JIYANKIRIN” kampanya daye destpêkirin. Ev şêwazekî baş e. Eger bikaribin veguhêzin rêxistinbûnê û bikaribin gelê Kurdistanê di vê mijarê de hîn bêhtir xwedî zanebûn bikin pirr başe. An na ji bo ku em hêza xwe nîşanî hinek kesan bidin hewce bi cureyên derveyî pêvajoyê nîn e. Carna hinek helwestên me ne li gorî demê pêşdikevin. Wekî mînak; demê şer û bê şeriyê nabin weke hevdu. Ji bo vê divê gavên me yan jî çalakiyên me li gorî dem û cihê xwe be. Ji bo civaka Kurdistanê ciwanên welatparêz hêza avakirinine. Yanî ciwanên welatparêz ji bo hemû ciwanan mînakin. Divê wisa be jî.
Em karên xwe bikin, rêxistinbûna xwe berfirehbikin, xwe bikin hêzeke ku tu kes nikaribe pişta me deyne erdê; lê heya ji destê me tê, em şaşiyan nekin. Em polîtîk nêzbin. Taxên me, gundên me, bajarên me, dayîkên me, siyasetmedarên me, çiyayên me, kolanên me emanetê me ne. Ax û dîroka dayîkniştimana me li benda parastina me ye. Azadiya Rêber APO li ser milên me ye.
Ciwanên ku dixwazin li hemberî dilnexwaz û neyarên Kurdistanê dijwartir şerbikin jî, divê rojek ji ya din zûtir werin û di nava refên gerîla de cihê xwe bigirin.
Serhed TENDUREK
- Ayrıntılar