Di esmanekî sayî de
bi biriqandina stêrkan re
bi hev re awaza şevan digotin
ma gelo!
rast e stêrk bi hev re dipeyivin?
carekî were guhdar û temaşeke
biçe ser girekî bilind
wekî Katoyan
destê xwe yê rastê
deyne ser rûçikê xwe
bi destê çepê jî
çavên xwe
bi desmaleke spî pak bike
kûr kûr berê xwe bide
ezmanê jorîn
bi qasî çend deqeyan
temaşe bike
guhdar bike
tê wê çaxê
peyv û awazên stêrkan
di biriqandina wan de bibînî
çawa mirov
xwedî cîhanek bi hest û evîn e
cîhana stêrkan hîn xweşiktir e
ne kîn ne hesûdî
ne jî dilreşî
cîhanek tijî hêvî ye
baş temaşe bike
tê bibînî
evîndar çiqas dilsoz in
di her şevê de xwediyê soza xwe ne
soza wan
ji evîndariyê ne kêmtir e
ji soza Mem û Zînê
bûn sozdarê welat û azadiyê
ji ber ku stêrk
nefsbiçûk in
bi kêfxweşî
di destên sibehê de
cihê xwe didin rojê
ma gelo!
mirov nabe evîndarê vê cîhanê
Ji ber vê jî bila evîna dilê me
di cîhana stêrkan de be
bi vê hêviyê çavên xwe bigre
belkî wê demê
di xewna xwe de
tu bibînî ku
em bûne stêrk
- Ayrıntılar
Beriya operesyona di sala 1997’an de bê destpêkirin, di navbera tevgera me û KDP’ê de gelek nexweşî dihatin jiyîn. Nêzîkatiyen KDP’ê di asta dijminahiyê de bû. Beriya operesyona Garê bikeve rojevê, hinek fermandarên dewleta Tirk li gel Barzanî li Hewlêrê bi hev re rûniştin. Her wiha fermandarekî KDP’ê yê bi navê Qadir Kaçak jî beşdarî wê civînê bûbû. Di vê civînê de hevpeyman çêdikin û biryar didin ku operesyonekê li ser herêma Garê pêk bînin. Armaca vê opresyonê ew bû ku, di nav sê saetan de, herêma Garê ji destê hevalan derxînin. Jixwe ew dem Rebertî li Suriyê bû. Berî operesyonê Rêber APO, li ser destika mezin û bi şandina telîmatan hinek perspektîf ji bo herêma Garê dabû hevalan. Me dizanîbû wê operesyon bê li darxistin. Li ser vî esasî em ketin nava amadekariyan. Nêzî 20 hezar leşker û pêşmergeyên KDP’ê cihê xwe di vê operesyonê de girtibûn. Û jixwe soza wan jî di nava 3 saetan de herêma Garê bi temamî ji destê hevalan derxistin bû. Baş nayê bîra min, lê çend roj mabûn em bikevin sala 1998’an. Bi wê hêjmara me behs kirî derdora Garê hat girtin. Gelek bajar li dora Garê hene û hemû jî bi leşkeran hatin tijekirin. Bajarê weke Aqrê,Amêdiyê, Sersîng û Şêledizê girtin û wisa Garê kirin dorpêça xwe. Ew sal şert û mercên zivistanê gelekî dijwar bûn û berfek zêde jî bariyabû. Di operesyonê de leşkerên Tirk hebûn, lê bi giranî pêşmergeyan pêşengî dikirin. Bi vî awayî operesyon destpê kir. Operesyon destpêkê ji aliyê Bergarê û Pirîzê ve destpê kir. Fermandarê KDP’ê Qadir Kaçak li nêzî Ava Xazil û fermandarên leşkerên tirk jî, li Amêdiyê kordîneya operesyonê dikirin. Her wiha li Sersîngê, Girê Xirê, Siyanê û Ergenê jî girtibûn. Dîsa Qesra Sedam heye li nêzî Garê, ew jî girtibûn. Pêşmerge li pêş bûn û leşkerên tirk jî li pişt wan dihatin. Ew roj pir baş tê bîra min, baraneke zêde dibariya. Di roja yekemîn a operesyonê de hevalan ji sê-çar cihan ve li pêşmergeyan xistin. Pevçûn derketin û şerekî gelek dijwar çêbû. Di şerê roja destpêkê de, gelek kuştiyên pêşmergeyan çêbûn. Jixwe gelek pêşmergeyan bi dayîna çend qirûşan xapandibûn û beşdarî operesyonê kiribûn. Di pêşmergeyan de, ne zanistiya netewî û ne jî ya Kurdîniyê hebû. Lewma ji wan re digotin ‘‘PKK ne tevgereke Kurdî ye, ne misliman e, ger hûn wan bikûjin hûn ê biçin bihuştê.’’ Operesyon heta hefteyekê berdewam kir, lê dijmin zêde nikaribû bi pêş de were. Hevalan teqtîka êrîşê esas girt û bi ser wan de diçûn. Hevalan, ji aliyê Pirîzê ve bi hemleke mezin êrîşî cihê wan kir. Barzanî, bi xwe jî hatibû nêzî herêma operesyonê. Dema ku operesyon şikest û nehat bi serxistin ew bi xwe jî bi hev ketibûn. Fermandarên Tirk ên ku rasterast di nava operesyonê de cih girtibûn, ji Berzanî re dibêjin; “te got em ê Garê di nava sê saetan de bigirin, çima we negirt? Çima nakeve?’’ Li gor agahiyên wê demê ketin destê me; şerek di navbera wan de diqewime û heta hevdû dikujin. Behsa kuştina wan a xwebixwe dikirin, lê bi zelalî agahî neketin destê me. Dijmin di vê operesyonê de derbeyeke mezin xwar. Û weke îro tê bîra min destpêkê tenê du hevalên me şehîd ketibûn. Ew herdû heval jî bi sekvanî hatibûn şehîdxistin, lê di pevçûnê de windahiyên me nîn bûn. Dijmin weke her carê di medya’yê de pesnê xwe didan û digotin: “Me bi sedan gerîla kuştin û cenazeyên wan anîne”. Rastiya van agahiyan qet nîn bû. Ev agahiyên bêbingeh ji aliyê gelek kesan û civakê ve dihate bawerkirin. Operesyon gelekî ajot, lê windahiyên dijmin pir zêde çêbûn. Gelek pêşmerge ji ber serma û seqemê miribûn. Ji ber ku hevalan gelek cenaze dîtin lê fîşeng li wan neketibû. Dîsa di gelek çeperên berdabûn de erzaqê xwe li dûv xwe hiştibûn. Hevalan, di nava erzaqê wan de, derziyên ku mirovan ji hiş ve dibe dîtibûn. Pêşmerge û leşkerên Tirk di operesyonê de, vê rewşa xwe bi rengekî şênber radixistin ber çavan. Tevî şertên hewayê pir dijwar bûn jî, hevalan xwe parast û heta domahî li ber xwe dan. Dijmin xwest ji aliyê Pirîzê ve bikeve navenda Garê, hevalan darben mezin li wan xistin û hemleya wan têk birin. Di vî şerî de, lingê gelek pêşmergeyan ji ber berfa zêde bariyabû şewitîbû û di encamê de hatibû qutkirin. Gelek ji wan pêşmergeyan yên ji herêmê bi xwe bûn. Xelkê herêmê piştî demekî şûn de, van agahiyan ji me re dan. Dijmin dema ku nekarî ji aliyê Pirîzê ve bikeve herêmê, vê carê xwe di milê Rojavayê Çiravê de ceriband. Lê li vî alî jî rastî berxwedana hevalan hatin û li wir jî têk çûn. Heval dema çûbûn ser cenazeyên wan, ji zêdetirî 20 cenazeyan ji ber şewitandina lingan miribûn. Hevalan, li Çiravê bersiveke xurt da wan û nehêştin ew bikevin nava Garê. Aliyê operesyonê yê din jî, ku dijmin xwe ceriband Şêledizê bû. Şêledizê dikeve aliyê Bergarê û Heftebaq. Dijmin, ji ber li aliyê Çirav û Pirîzê şikestineke mezin jiya, xwestin li vî milî xwe bigihînin encamê. Operesyon ber bi dawî bû, lê dîsa jî xwe di ser Hefttebaqê re ceribandin. Ji ber ku ji bo dijmin, encam negirtina ji vê operesyonê din av raya giştî de dihate wateya rûreşiyê. Dijminan li gorî xwe soz dabûn û qaşo li gor xwe biryar dabûn ku di nava sê saetan de, Garê ji gerîlayan paqij bikin. Li gor tê bîra min hevalekî me ku bi xwe jî ji başurê Kurdistanê bû, bi birîndarî ketibû destê pêşmergeyên KDP’ê. Gundê wî hevalî niha jî li Deşta Kafya ye. Navê wî hevalî Sefîn bû. Malbata wî welatparêz bû. Bi qasî ez dizanim niha jî malbeta wî li Şêledizê rûdinê. Ew heval dema di destê wan de ye, jêre dibêjin; ‘‘ka ji Serok APO’re bide xeberan.’’ Lê ew heval bi hêrs axaftin ji wan re dike û dibêje; “Min jiyana xwe daye Serok APO”. Ew dem malbata wî zivistanê li Şêledizê dima û havînê jî dihatin Deşta Kafya. Pêşmergeyên KDP’êradibin wî hevalî bi ew halê birîndar bi erde re dikişkişînin û dibêjin; “Xwe radestî me bike, em ê te bidin malbatê.” Lê ew heval berxwedaneke mezin dide û dibêje: “ Ez teslîm nabim û ev şerê me yê li vir, binkeftina we îfade dike, Serok APO wê bi ser bikeve. Ez teslîm nabim û tevlî jiyana hûn li ser min ferz dikin jî nabim.” Pêşmerge radibin heval dibin ber mala wî. Êşkenceyê pê didin kirin, fîşengekê bera wî didin û wî diavêjin hewşa malê. Vê peyamê didin malbetê, ger hûn wisa bikin, em ê we jî wekî wî bikin û bikujin. Û bi şêwazekî dijmirovî wî hevalî li ber deriyê mala wî şehîd dixînin. Di wî şerî de gelek êsîrên wan jî ketin destê hevalan, lê hevalan qet nêzîkatiyeke nebaş raber nekirin. Hevalan, xwarin ji xwe qut dikirin û ji wan êsîran re dibirin. Hevalan wê demê jî digotin ew çi jî bînin serê esîrên me, em dîsa tiştek bi serê esîrên wan naynin. Ji ber ku nêzîkatiya tevgera me, ji bo esîran her tim li ser bingeha rêgezî ye. Van tiştan hemû di wê operesyonê de hatin jiyîn. Piştî operesyon paş ve kişiya em yekîneyek heval derbasî aliyê Bergarê bûn. Hejmara yekîneya me ji 60 hevalî pêk dihat. Em ber bi siharê, derdora saet 5’an gihîştin Deriyê Keran. Deriyê Keran dikeve pişta Yekmalê, şêniyên herêmê jî ji wê qadê re dibêjin Deriyê Keran. Dema me xwe da pal, wan em dîtin. Pêşmergan em dîtin, ji meqera Bamernê leşkerên tirk xwestin alîkariya wan bikin. Di wê navberê de, hemû teknîka xwe anîn aliyê Bergarê. Bi derketina rojê re, şerekî dijwar destpê kir û em û dijmin ketin nava hev. Ev şer nêzî sê rojan berdewam kir. Dijmin balafir, kobra û teknîka xwe hemû li hemberî me bi kar anî. Heta gelek madeyên nêzî kîmyasalê di nav tenetê de hebûn, gelek heval ji ber bêhna wê gêj dibûn û vedireşiyan. Dijmin Heftebaqê girtibû û berneda. Di pevçûna sê rojan de, hinek hevalên me jî şehîd ketibûn. Kuştiyên dijmin jî di wan sê rojan de, pir zede çêbûn. Ez dixwazim hinek behsa wan hevalên ku li hemberî xiyanetê bi qehremanî li ber xwe dan, bikim. Bi rastî jî, hevalan him li hemberî dijmin û him jî li hemberî şert û mercên zivistanê berxwedaneke bêhempa, nîşan dan. Şerekî pir biêş bû lê, qehremaniyên gelek mezin hatin jiyîn. Em wê demê çend grup heval bûn. Li ser grubekê heval Egîd disekinî ku pişt re şehîd bû. GruBa me ji 18 hevalan pêk dihat. Dema ku em di ser Yekmalê re derbas bûn em di ser palêkî de çûn. Li gel me hevala Daxwaz û hevalê Xemgîn hebûn. Ew heval qet nehatine behskirin. Dîsa heval Agîd hebû ku ji zarokatiya xwe ve tevlî gerîla bûbû. hevalekî pir ciwan bû. Hevalekî din jî ji Başurê Mezin hebû, navê wî Azad bû. Jê re digotin Azadê Koyê. Heval Heqî Enteb hebû. Ev hevalê min navê wan dan, tev bi sekvanî şehîd ketin. Heval Heqî di serê xwe de, fîşeng xwar lê zû şehîd nebû. Dema me dît heval Heqî birîndar bûye, me gazî kir û got were, demekê sekinî destê xwe da ber serê xwe. Xwiya bû ku zêde xwîn jê çûbû, rabû ser xwe tiliyên xwe rakirin. Heval Cîger heye ku hîna jî dijî. Ew li gel heval Heqî bû. Ew destê xwe dide heval Heqî û radike ser piyan. Heval Heqî Enteb, li gel Rêbertî mabû. Di wan kêliyan de, heval Heqî bi rûyekî ken got; “bijî Serok APO, şehîd namirin”. Pişt re tê li gel gruba heval Loqman. Heval Loqman ji Wergeha Mexmûrê bi daxwaziya malbetê, weke yadîgarî ji bo partiyê hatibû dayîn. Dema ku dixwaze ber bi hevalê Heqî ve biçe ew jî şehîd dikeve. Heval Azad jî beriya şehîd bikeve, ew jî birîndar dibe û pişt re digihîje şehadetê. Birîndariya heval Azad tê bîra min, di zikê xwe de fîşeng xwaribû lê zû şehîd neket. Heval Agîd jî beriya şehîd bikeve, sê caran birîndar bûbû. Fîşenga herî dawî ji serê xwe ve xwaribû. Hevalekî pir ciwan bû lê, di çûna ser kar û şerê xwe de her tim di pêş de bû. Tevî ku du caran birîndar jî bûbû, lê qet rojekê ji ber birîndariyên xwe neket û dest ji şer berneda. Sedema herî mezin a ku rêheval Egîd bi jiyanê dida girêdan, vîn, bîr û baweriya wî ya bêdawî bû.
Operesyon hîna bi temamî nekşiya bû, me xwe da aliyê Kaniya Ş. Orhan. Ev kanî dikeve aliyê Ava Xazil. Me pişt re jî xwe ji kaniyê berda dolaku dikeve aliyê Xazil. Lingê me gelek hevalan şewitîbûn û gelek heval jî pêlavê wan nîn bûn. Hevalan digot; “operesyon bê encam bûye, pêwîste em zêdetir windahiyan nedin”. Piştî ku me xwe berda jêr, cihekî reş hebû em du rojan li wir man. Di wê navberê de operesyon paş de kişiyabû, lê agahiya me jê tûnebû. Me xwe da ber zinarekî û agir pêxist. Li gel me bêtêlek hebû. Hinek erzaqê li gel hevalan hebû, hevalan derxistin xwarinek xwarin ji bo zêde ji taqetê nekevin. Li aliyê Bergarê, hîna jî dengê fîşengan dihat. Hevalan gotin em xwe amade bikin, biçin alîkariya hevalan. Di bêtêlê de dengê hevalan hat, gotin werin xwe berdin cihê bûyerê. Dijmin tam paş de nekişiya bû, lê qedemeyekê ji herêmê derketibû. Ji ber ku windahiyên dijmin qederek çêbûbûn, cenazeyên xwe dikişandin. Lê dîsa jî dixwestin hemleyeke din li ser me bikin. Hevalan jî gotin berî ew xwe komî ser hev bikin, em dest bi pêngavekê bikin. Em rabûn dîsa vegeriyan Yekmalê li gel hevalan. Lê êdî operesyon ber bi dawî ve hatibû. Di şerê rojên dawî de jî hinek hevalên me şehîd ketibûn. Tenê kêmasiyeke me hebû, ger me xwe bernedana nava wan de, wê ewqas windahiyên me çênebûna. Gelek hevalên me wê demê bi hev re bûn, pişt re li cihên cuda şehîd ketin. Lê hîna jî em hinek hevalên wê demê di nav têkoşînê de ne. Weke encam dikarim bejim ku ew operesyon negihaşt armanca xwe û bi binkeftiyeke mezin paş ve vekişiya.
Azad ŞIRNEX
- Ayrıntılar
Hîn jî li benda mene li wê derê! Çavênwan ji asoyên sor naqerin. Dilê wan bênefer nabin, evîna dilê wan sar nabe, germahî û xiroşiya kêleyên hevdîtinê, hestdarî û rewneqê çavên wan xamoş û sar nabe. Û hîn jî li wê derê li benda mene.
Em jî di xaknîgara bêzagon de, di navbera erd û ezman de, li rex erşa yezdanê xemsar(yê ji erd û ezman mayî) de cîhê tevger û libata me bû! Bi çend rundikên çavan, dilopên xwîdan û xwînê û bi hesreteke bêdawî, bi keser û axîn û şeydayî, ev xaknîgara bêzagon, niçik-niçik weke nexşên tevnên dayîkan me durust kirî.
Êdî kevala bê serî û bêdawî, ya bê pêşgotin û bê paşgotin, ji ferehiya bênahiyên me re xwe rêxistibû û em jî, bêyî vîn an jî arezûyê me, dikirin hêmanên vê kevala sermedîx. Bi me re ketibû nava galegal û şevbûhûrkên sîh-giran! Lê ewna jî, hîn li wê derê, li benda me bûn, çavên wan ji rê naqerîn. Di dilên mişt ji mefer, li benda diyarbûna reşikên menî.
Rêwîtiya rêya bêdawî û henasên zor û germ li ser serê wan, weke firindekî efsanewî difirîn û hêlan dikirin. Wan jî lingên xwe yên westiyayî zorî meşê dikirin “... ka gaveke din jî hindik maî hindik ma! Gaveke din jî bavêjin...” Lê ev hindik hew bi dawî nedibû, êdî hindik bûye jiyanek, çerxek û gerdûnek. Êdî avîtina her gavekê ji wan re dibû nîşana serkeftineke teqez. Êdî hest û hizrên wan ji tevahî cîhanê qut bûbûn, salname û pîvanên rojgarê û cîh-aliyan winda dibûn û bê wate mabûn.
Kevala ku tenê bi rengê spî bû, cîhan hemû jî kiribû yek pîvan, yek reng, yek alî, yek heyam û yek hêvî berê wan jî arasteyî aliyekî windayî bûn, jixwe di memleketa kevala spî de, ancax di holê de “Ne diyartî” dibe armanca hemû windayiyan! Hêvî jî bi çarenûsa nediyar ve girêdayîbû. Lê dîsa jî gav-avîtin ji wan re dibû hêmana kutahiyeke bixêr.
Bendewarên me; bûkên dest bi xene, dayîkên çav li rê, bavê di bi keder, evîndarên dil keser, zarokên rûken, dara ne avdayî, rûpela spî, pênûsa bê reng, rojnameya ku di stasûna tirênê de rawestandî, goristana bênav, navê bêxwedî... bi hezaran çavên li rê, bibûn bendewarên me....
Hîn jî li wir, li benda me bûn, li benda me ne, çave wan ji hemû aliyên spî nadiqerî, li pêş çavên wan rewrewkên xapanok dibûn reşikên rêwiyên windayî, hêviyeke dem-kurt dida wan û yekser weke xwê di avê de dihiliya û winda dibû bi xwe re jî xendeya li ser lêvên wan dîsa diçilmisand.
Di nava dojeha berfa dişewitî û bi xwe re jî laş û giyanê candêran dişewitand de, rêwiyên riya nediyar dimeşiyan. Serê wan di ber wan de bû, destên qerisî û tevizî di berîkên wan de bê libat mabûn. Her kes li şopa hevalê berî xwe dimeşiya û gave xwe davîtin. Hêz û vejena dewamkirina vê rêwîtiya bê armanc nemabû. Lê dîsa jî meşa xwe ya berve nediyariyê ve didomandin. Ewna tenê dimeşiyan... Jixwe rawestandin tê wateya mirina di nava dojeha berfa şewitî de, meş jî him hêviya gihîştina starekê didê wan.
- “Bimeş bimeş û ha bimeşî lê bi kû da bimeş? Çima bimeş? hêza min êdî nema ez dixwazim xew bikim”.
- “Bimeş, bimeş, raneweste, xew nekeî bimeş, li benda mene, hindik ma, hindik ma”
Piştî du-sê rojan ji meşa bêdawî û bê alî, wî bîryara xewê da. “Ku çi dibê bila bibê, êdî eze xew bikim”. Bê ku serma, sirr û westabûnê xem bike, xwe li ser piştê, di nav berfê de dirêj kir û çavê xwe girtin. Wî tucaran nizanibû ku berf evqasî germ û xweşe, wekî ku ew di cîhekî herî germ û nerm de xwe hîs dikir. Wekî ku di paşila dayîka xwe de, bi narînî û nazdarî xew dike, ji hemû cîhanê, xwe qut kir. Xeweke pir şêrîn û giran bû. Cîhê wî pir germ bû, yekser di xew ve çû. Yên li benda wî bûn serlêdana şopa wî kirin, wî wî bi rûkenî pêşwazî li rewrewkên bendewarên xwe kir: “A... vaye ez gihîştim we, ma çima heta niha ez xwe ewqasî westa dikim? Hûn niha li gel min in”
Di nava xaknîgara bi berfa şewitî rêxistî de, wî xwe avîte bextê xwedawendê berfê yê hêzdar û di dawa wî ya germ de kete xeweke bêdawî. Di nava kevala spî de, tenê ew heyameke kurt, weke şanikeke cuda ma, pişt re jî, di nava îm-pertoriya dojeha berfa şewitî de winda bû. Yên din jî, bi me fer û vîn, ji bo bervacîkirina dîroka bervacî, rêya xwe ya ne diyar, domandin û di qeliştûkên aso yên spî de ji ber çavan windabûn!
Bendewarên wî jî, hîn li wê derê çavên wan ji asoyên sor û xaknîgara qerisî de naqerinî.
Ew jî bû çîrokek û xewneke berfa şewitî. Ew jî bi Berfa Germ wê her roj, her tim vejêye. Nivîsara ku bi tiliyên xwîndar û dilopên randikên germ yên çavên melul hatî strandin û afrandin, wê di ber çav, di mejî û deryayê aşopên her kesî de cîhekî xwe yê xewê çêbikê ye û bi şêrînî û nazdarî di xewa giran ve biçê ye.
Lê hîn jî li wê derê li benda wî ne Bihar hat û derbas bû, havîn reviya û çû, payîz bi gopalê xwe rêwitiya xwe domand û berfa Germ dîsa hat, lê hîn jî wî li wir xew dikir.
Ji Lênûsa Gerîla
- Ayrıntılar
Kî dikare li dîmena destê mirovekî şoreşger û azad hatiye kelepçekirin, binêre? Mirovên ku dilê wan qerisîne, dibe ku lê binêrin û mîna serkeftinekê ji bo xwe
binirxînin. Lê belê mirovên xwedî wijdan bi hêsanî nikarin li vî dîmenî binêrin. Ji bo vê rojê bînin bîra we despêkê em dikarin ji vê pirsê destpê bikin?
Wê kînge mirovahî di hundirê aramiyekê de bijî? Gelê Kurd û gêrîla dibêjin gava ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, hingî wê mirovahî di hundirê aramiyekê de jiyan bike. Gelê Kurd mîna berê tarîtiyê tehemul nake û napejrîne. Ji ber vê yekê roja 15 ê Sibatê ti carî nayê jibîrkirin. Ew rojên ku mirovahî di dil û mejî de dane hejandin ne mumkine ku werin jibîrkirin.
Di vê rojê de bûyerê ku hatine jiyîn bi riwê xwe yê mekruh nehatine nivîsandin û nehatine mehkûmkirin. Di roja 15 ê Sibatê sala 1925 an de ew komploya ku li ser Şêx Seîd hate kirin, kesekî dengê xwe nekir û herkesî qurpand. Bêdengiya ku hate jiyîn Şêx Seîd ber bi sêdarê ve bir. Lê belê di vê demê de gava ku roja 15 ê Sibatê nêz dibe, dilê her kesî mîna volaqanê dikele û dixwaze di cihekî de biteqê. Kî xwe dixapîne û dibêje ev roj jî wê were jibîrkirin. Mirovên Kurd gava ku di vê rojê de rojî digrin, tînin bîra xwe ku di vê rojê de tarîtî ew dorpêç kirine û wê tarîtiyê lanet dikin. Dilê ku cemidîne û mejiyê ku hatine pûçkirin lanet dikin.
Helbet ev roja tarî netenê di roja 15 ê Sibatê de tê bîra me. Her ku ciwanekî Kurd di kolana de tê şehîdxistin, her ku zarokekî Kurd di wan zîndana de têne perçiqandin, her ku rondik ji çavên dayîka têne xwarê, her careke ku jinên Kurd êş dikşînin û her ku sîstema deshilatdar berdewam dike, roja 15 ê Sibatê tê bîra me, ji ber di vê rojê de gelê Kurd her tiştekî xwe wenda kiriye. Eger roja 15 ê Sibatê were jibîrkirin ev tê wateya ku em serê xwe li dijberî komplogeran ditewînin.
İro li ser gelên bindest komkujiyên ku di dîrokê de hatine meşandin tenê jiyîn. Lê belê komkujiya ku li ser gelê Kurd tê meşandin netenê fizîkî ye. Di heman demê de li ser gelê Kurd komkujiya çandî jî tê meşandin.
Êşên heyva sibatê mîna şêlava di dilê gêrîla de diherike. Bi wê şêlavê re kîn, kebir û intîqam mîna pêlên dijwar diherike. Tenê azadkirine Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wê rê li pêşiya vê şêlavê bigre.
Roja 15 ê Sibatê hemû hevalên gêrîla li dahûrandinên Rêber APO temaşe dikin. Her gêrîlayek di vê rojê de kesayeta xwe lêpirsîn dike. Ji bo bikarbin vê rojê vala derbixînin xwe ji têkoşîneke xurt re amade dikin.
Her wiha divê ciwan û jinên Kurd jî erkên xwe li hemberî vê pêvajoyê bibînin. Ji ber ku ew ê pêşengtiya têkoşînê bikin. Her dayikeke Kurd pêwîste çanda Kurdîtiyê biparêze. Zarokên xwe fêrî ziman û çanda Kurdîtiyê bikin, ev jî erkekî ji dayikan tê xwestin e. Heger neyar qelsbûneke biçûk di têkoşîna me de bibîne wê bêrehm êrîş bike. Ciwanên Kurd bi giyanê xwe yê germ û şêt wê serkeftine bidest bixin û roja 15 ê Sibatê wê vala derxînin.
Fîraz Bagok
- Ayrıntılar
Helbestvanên hemû zemanan, li hember we pênûsa min dilerize, nikarim hest û ramanên xwe derbirîn bikim. Lewra zanist negihiştî, kûr û kitekit be, hest bêyî zanistekî dîrokî be, ango parçe parçe be, lê di nava coş, hezkirin û peroşmendiyê de, ewqas jî birûmet, mezin û bilind be nikare te bi her awayî binivîse.
Lê hest û hizrê jinê di nava ruhê biraz de her tim hebûnek e. Her çiqas mora pergala zilamên zordest li ser be jî û asayê xwedayên bêwijdan û nankor li ser hênasa wê be jî, wî tu caran çerxa xwe ya birûmet, wekhev ku bingeha şaristaniya mirovahiyê ji bîr nekir. Her çendî zalimên weke Zeus gotibin jî, tu weke Athena ji mêjiyê min çêbûyî û zanist, bîr û hizrê jinê bi mij û moran kiribe jî, wî tu caran di bin hiş û ramana xwe de dîmenên xwedawendan ji bîr nekir.
Zanist hat dizîn, jin bû hebûneke binalet û bû tiştekî dervayê jiyan û zanistê. Carna di nava beroşên mezin de hat kelijandin, carna ji bo xwedayên zalim hat qurbankirin, carna jî bû keft û zewqa zalim û zordestan. Stû tewand, bû kole, bê taqet û bê viyan bi hezar salan weke ku di nava dojehê de jiyan. Jin bû weke hebûnekî ku jiyan nake. Devê wê qefaltî, hestên wê morkirî, di nava çalên jiyanê de bi hêviya wan rojên xweş xwe gihiştand vê çerxa bihara jinê.
Qirna 21’an ji bo jinê û mirovahiyê ku di nava şaristaniya berovajî de winda bûye re dibe zayîna jiyan û cewhera mirovên rasteqîne. Ji ber vê ye ku bertek û hêrsa pergala zilamên zordest ewqas bêsînor û bêpîvan bariya ser We. Hûn rêhavelê xwedavendên ku ji paş ve hatine lêxistin, Hûn rêhevalê jinên ku di nava gêjgerîngeka komploya zordestan de bêçare hatine hiştin tu caran ne tenê ne. Tenêtiya we bû tenêtiya wan.
Tofanek e, mirovatî dijî. Pênc hezar sal in pêlên tofanê mirovatî diherifîne. We dîroka rasteqîn ji nava kavilan derxist û keştiyek nûjen afirand. Lê keştiyek bibergeh; keştiyek ku Cudî jî dixe nava xwe û dibe dayîka wê efsaneya biraz jî.
Ango Hûn weke dayikeke xulikdar, weke hestên jinên bedew û esil ku li ser zarokên xwe bi kitekit dilerizin. Hûn temambûna mirovên nîvco, şaristaniya pênc hezar sal berê ku îro di xwe de kom kiriye. Kesayeteke ku bûye dîrok û him jî dîrokeke ku pira rabirdû û dahatûyê ku niha jî dijî û dirêjî asoya kûr û dûr dibe.
Heskirina min ji We re ji wir, ji wan şaxên ku koka xwe di bin axê de asê maye tê. Şaxên min yên serzemînê hatibûn jêkirin. Lê yên bin axê tim û tim xwe veşartibûn, lê hişk û zûha bibûn, can dikşandin. Tu ji wê axa me ya zûha re tîrêjên rojê, dilopên barana bi bereket û çavkaniya ruhdayînê yî. Dara me ya jiyanê bi we re şîn dibe û xweza bi we re digihîje wê ahenga xwe ya ku hatiye xerakirin.
Weke jinê, xweza jî li hember wan destên ku dirêjî we dibe bihêrs, bertek û têkoşîndar e. Tehemula wê jî li hember Zeusên hemdem, Romayên desthilat ên nûjen nema ye. Ji bona we û di bingeh de jî ji bona me kolan bi dengê jin û zarokan re tije ye. Hemû giyanberên xwezayê ji bona we serhildêr in. Ev jina ji xweşikahî, bedewî û rastiyê afirî. Tehma azadî, aştî û wekheviyê hat girtin. Têkoşîn nû destpê dike. Destê we yê ku me ji nava kavilên hilweşiyayî derxist, nayê berdan. We dilê me, ruh û ramana me feth kir, me ji nû ve kişf kir.
Îmralî tenê sembolîk e. Hûn li her deverî ne. Hûn 24 saet li ser texta dilê me runişti ne. Em li hember keda we, fîdekarî û cangoriya we deyndar in. Qirêjiya zordestan a ku li ser me ye, di navbera me û we de asteng û kemîn e. Ji van bi temamî nexilasbûna me, îro barê me giran dike. Em li hember zordestan dozdar, li hember awêneya we jî tawanbar in. Lê hûn hîn jî bi bêhnfirehiyeke ji deryayan kûrtir û ji gerdûnê firehtir me bixelat dikin. Nema dilê min radike vê bêdengiya min a ku hatiye zûha kirin û bêpîvantiya zaliman. Hûn mirovên zelal, paqij û awêneya hemû mirovan in.
Aynûr AMED
- Ayrıntılar
Dema Gerîlatî tê gotin bêguman şertên zor û zehmet tê hişê mirov. Bi taybet şert û mercên demsalan (mewsım) li ser tevger û lebata gerîla bandora xwe dike. Her demsalek bi awayekî cuda bandora xwe dike. Yek ji van demsalên ku tevgera Gerîla giran dike ew jî zivistan’e. Ji ber ku zivistana xwezaya çiyayî dijware. Ji ber vê yekê em zivistana disekinîn û em tevnedigeriyan heya şert û merc kêrhatî dibûn. Yanî me digot “ji xwe em nikarin çalakiya bikin em zivistanê îsirhetê bikin heya bihar were’’. Dijmin jî li gorî vê rastiyê nêzîkatî dikir û ev yek weke qelsiyeke Gerîla dinirxand.
Ji bo ku ev têgih bişkê û her kes bizane ku Gerîla di her demsalê de dikare tevger û çalakiyê bike, di zivistana sala 1993-1994’an de li herêma Botanê li navçeya Cizîrê di warê Mem û Zîn’ê de me çalakiyek li dar xist. Ev çalakî gelek bi wate bû û pêwîstî hebû ku çalakiyeke bi vî awayî di demsala zivistanê de bê pêkanîn. Ji ber ku heya wê demê jî her kesî digot Gerîla nikare çalakiya di serdema zivistanê de bike û dijmin hîç bawer nedikir ku çalakî di vê serdemê de were kirin û ji ber vê yekê xwe rihet hîs dikir. Bêguman ev çalakî ne tenê ji bo ku em derbe li dijmin bidin hat kirin! Sedema wê ya bingehîn ji bo ku Gerîla di milê taktîk û teknîkê de hîn bihêz bibe xwe ji rêbaza kevnar xelas bike bû.
Piştî ku amadekarî bi dawî bûn her grûbek cihê wê hat diyarkirin. Ji bo em bikaribin hevdû biparêzin hema bêje deşta cizîrê ji aliyê hevalan bi tevahî hat girtin, ji ber ku serweriya dijmin di deştê de heye û dikare rihet bi tang û amûrên leşkerî midaxele bike.
Gurûbên ku herin kemînê û mayina deynin despêkê çûn cihê xwe girtin. Nêzîkî 70-80 heval me berê xwe da Cizîrê û em çûn. Hêdî hêdî me xwe nêzîkî lojmana kir. Lê belê hawîrdorê lojmana tev prejektor in û ji ber ronahiya wan me lojman nedidîtin. Carekê me dît ku ji aliyê ava mezin ve dengê çekan hat. Em ketin nav gumanan û me texmîn kir ku heval ketine kemînê. Pişt re me bi rêka cîhaza biçûk têkilî danî, gotin hevalên Gabarê ketine kemînê û 3 heval şehîd ketine. Dema ku dixwazin ava mezin derbas bikin kelekê xwe amade dikin di wê demê de dijmin pê dihese û kemînê davêje pêşiya wan. Ji neçarî heval paş de vedigerin. Piştî ku me zanî heval ketine kemînê em neçar man ku zû dest bi çalakiyê bikin.
Li gorî wê demê ewqas teknîk ne hindik bû. Em ketin nav mewziya û me yek li pey yekê radikir. Hevalek navê wî Hozan ji gundê Nerexê bû, dema ku diçe ser mewziyê haya wî jê tine ku serê mewziyê girtiye, bomba xwe davêje mewziyê bombe li ser mewziyê diteqe tiştek bi leşkeran nayê lê belê qîr qîra leşkeran tê. Piştî ku hevalê Hozan dengê wan dibihîze fam dike ku serê mewziyê girtiye û diçe bombê di taq re davêje hindir, di encam de 3 leşker kuştin. Ji ber ku berê me li pirejektora bû me pêşiya xwe baş nedidît û me tevgera leşkeran baş nedidît.
Di wê demê de Hevalek navê wî Cîhad ji lingê xwe birîndar bibû, me ew Heval gihand saxlemiyê û em hatin ji bo ku em cenazê Hevalê Hozan rakin. Me tenê cîhaz û çeka wî rakir. piştre me Hevalê din şandin, dema ku heval diçin, hevalek rokêta biswîngê davêje lojmanê lê ji ber prejektora ew heval baş nabîne nikare nîşanê tam bigre, dema ku rokêt ji lojmanê derbas dibe tangek ji milê din tê û rokêt diçe li tangê dikeve. dema ku zincîrê wê di nav heriyê de dizîvirî mirov digot qey erdê diçirîne. Hevalan nedizanî ku ew tang wê were.
Dema ku rokêt li tangê ket tang di nav agir de ma û qîreqîr bi leşkeran ket, hinek şewitîn û hinekan xwe xelas kirin. Di heman demê de, di nav bajêr de jî teqînê destpê kir. Ji aliyekî de mayin di tangan de diteqiyan û li ser pira Cizîrê 2 tang di Avê de werbûn. Ji aliyekî dengê tang, top û fîşekan û ji aliyekî din ve dengê silogan û tilîliyên gelê Cizîrê ji nav bajêr bilind dibû. Dijmin li hemberî tilîlî û siloganên gelê Cizîrê tehemul nekir û berê topa da nav gel ji bo dengê gel bisekinînin. Lê belê yek deqê jî deng qût nebû û hê zêdetir dengê xwe radikirin.
Ji ber ku Hevalên hêzên Gabarê nikarîbûn werin desteka me û dijmin jî dixwest ku derdora me bigre û me bixe çembere, hevalan biryara vegerê dan. Bêguman ev çalakî di gerîla û gel de gelek bi wate bû û ji aliyê dijmin ve hejandinek çêkir. Me nişan da ku gerîla di bin her şert û mercan de dikare tevbigere û çalakiyan pêk bîne…
ROJ HEREKOL
- Ayrıntılar
Kirasek ji tîrêjên rojê
Tacek ji hemû kulîlkên biharê
Çi xweş li we tê
Mizgîna şewqa Rojê.
Di wî dilê wek deryayê de
Pêlekê biraz î
Lêgervanê keştiya Nuh î
Nema Cudî li benda efsana we ya nemir e
Nema ew di nava
Vê rewrewka xapînok de ye.
Ew keştiya efsûnî
Wek leylan e
Ji wan çavên nedîtî
Û dilên şkestî re.
Wan ji rojê girtiye hêvî û miraza xwe
Dilên ku biharêdijîn
Çavên ku hêvî jê dibarin
Dikare bibîne wê keştiya winda.
Car Nuh e
Car prometheus
Û carinan jî
Roj’a bêhempa ye
Tarîtiya dilê min diçirîne
Cih û war bi keştiya Nuh re afirî
Jiyan di çarmîxa Prometheus de bişkivî
Giyanber bi agirê rojê geş bû
Lanetê serî tewand, li ber vê jiyana nû.
Ya dengê bêdengiyê
Bêdengiya ku her kêliyeke wê
Nepeniya dîrok û mirov e
Deryaya kûr û dûr e
Ku tê de hemû tişt bêdawî ye.
Diherike di hembêza zemana nediyar de
Dihone weke pêlên derya, mirov û jiyan…
Sê dest, sê esir, sê hêvî…
Pira hebûn û nebûnê
Derdixin ji nav tarîtî û qirêjî
Û radixin li ser deryaya bêdawî
Rê didin payîz, çile, bihar û havînê
Çar demsal, çar reng, çar heqîqet xelat dikin
Ji jiyana nû ya xemilandî re.
Aynûr Amed
- Ayrıntılar
Berxwedana ku ruhê 14’ê Tîrmehê afirand îro li her çar aliye welat belav bûye. Celatên li ser qaşo desthilatiyê dixwezin vê berxwedanê têkbibin. Di dîroka gelan de tu caran deshilatên ku deshilatiya xwe bi riya zor, şidet, tirs û hev meşandine bi serneketine û wê qet bi sernekivin. Gelan her tim li berxwedane û celatên ku xwe li ser xwîna mirovan têr dikin di rûpelên dîroka gelan de mahkumî miriniya bê dawî bûne.
Şervanên gelê Kurd di sala 1981 û 82’yan de bi qasî ku ji jiyanê hezdikirin li berxwedan û celatên weke Eset Oktay bi mirinê ceza kirin. Wan qehremanan xwe di oxira biratiya gelê Kurd û Tirk de feda kirin. Ruhê 14’ê Tîrmehê îro li Sur, ango li tevahî Amed, Nuseybîn, Cizîr, Gever û li her devera din xwe bi kok kiriye. Her kevirekî tê rakirin û li wan polîsan tê xistin, her tilîliyek wan dayikên temen dirêj dibê qehir li ser dilê desthilatdaran. Ji bo desthilatdaran mirina herî mezin ewe.
Gelek kes dibêjin Tirkiyê vedigerê salên 1990’î di rastiyê de ne pêwîste vegerê salên 90’î ji xwe her desthildarî dişibihin hev ji ber zihniyeta desthilatiyê heman zihniyete. Desthilatdar her tim û di her deme de kesên dişibe xwe diafirînê. Ger ne wisa bê desthilat nabe desthilat.
Li hemberî vê dijberiya desthiltdaran jî gelên berxwedêr ewladên bi rûmetê tacîdar in mezin dikin û xwedî li dîrok, rûmet, vîn û hebûna xwe derketine. Ruhê 14’ê Tîrmehê rûmet, vîn,dîrok û hebûna gelekî êdî berbi windahiyê ve diçû zindî kir. Li bajarê Amedê û her devera Kurdistanê dîsa desthilatên destê wan bi xwîn li ser kar in. Lê ew ji nedîtîva yên ku Kemal, Mazlum, Xeyrî û Sara'yan ji zûve destên celatan qut kiribûn û ew avêtibûn çopa dîrokê.
Her kes lal,ger,kor bibêjî, dayik, zarok, welat û çiyayên vê xakê ji bîrnakin a ku li kolanên vî welatî tên jiyankirin. Ev welatê ku ji aliyê gelek navdaran ve bi cenetê hatiye pênasekirin, îro dixwezin vegerînin dojehê. Her kes sîlekê lêbixê û bibhorê. Lê, Lêdana her sîlekê li vê xakê lêdana li mirovahiyêye. Em vê ji bîrnekin û nedin jibîrkirin ji ber sonda zarokên vî welatî xwarî eve “îxanet ji bîrnekirine”.
Îro li rojhilata naverastê di bin pêşengiya felsefa Rêberê gelê Kurd’de asoyên jiyana gelan xwe bi beden kiriye û her roja diçê di her kolan û koçande jîndar dibe.
Gelo ev jiyana ku ji bo her kesî bûye nefesa dayin û standinê xwedî çi nepeniye?
Jiyana ku tê jîndar-kirin bi elfebeya berxwedanê hatiye hunandin û bi bedel dayinê hatiye strandin. Êdî gelê Kurd qedera xwe ya jiyan-kirinê bi rengê xweseriya demokratik tayin kiriye. Êdî dixwezê azad û bi aramî li bajar, tax û kolanên xwe jiyan bikê. Xweserî xwenên desthilatdaran a li ser gelan têk-dibe. Êdî dem hatiye xewnên vê welatî bi rastî bibin. Eger ku îro gel li her qada jiyanê xwedî li berxwedana di oxira jiyana azad de tê dayin derdikevê, nîşaneyên pêkanîna van xewnan e.
Li berxwedayin heqîqeteke di nava çanda gelan de, mafeke di îsrara xwebûyinê de, sedemeke ji bo berdewamiya jiyana bi rûmet û şeref, dengeke ji bo bibe qêrîn û xwe bighînê hemû rêhevalbendên bi tere heval û dost. Xweserî jiyana azad û hebûna teye, ji bîrnekê. Erka gel xwedî li hebûna xwe derketinê…
Xweserî xwebûn,welatî,egîdî,serfirazî,edalet,rizgarî û îrada gelan tacîdar dike.
Şaristan Nurhak
- Ayrıntılar
Di beyaniyeke meha avrêlê de bi dengê çûkan me çavên xwe li rojee nû vekir. Wê rêwîtiya me ber bi Çarçelayê ve destpê bikira. Piştî amadekariyan dema xatirxwestinê bû. Hevalek li dû me dirûşmeya “azadiya me rûmeta me ye” avêt. Ev yek bû sedema kenîna hevalan. Ji ber ku heta niha di hişmendiya me û di bin hişê me de hemû tiştên mijara namûsê bi jinê re têkildar bû. Di wê kêliyê de ez keniyabûm lê piştî ponijandineke kurt. Li xwe poşman bûm. Ji ber ku pêwîst e hemû nirxên giranbûha were parastin û bibe mijara namûsê. Li ser azadiyê gelek tişt hatiye gotin, ji bo namûsê gelek nirxandin hatiye kirin. Ji ber wê hewce nake li vir şîroveyên xwe zêde bikim.
Tê zanîn felsefe wek hezkirina zanebûnê tê şîrove kirin. Bi hezar salan gelek mijar hatine nîqaş kirin. Gelek gengeşî û nakokî peyda bûne. Yek ji van mijaran jî “kesên xwenda yan ên geriyayî zana ne?” pirî caran di vê mijarê de nîqaş xitimîne û bêencam mane. Lê li gor min her yek bi ya din dewlemend dibe û wate dibe. Kesekî xwenda zanebûna xwe jiyanî neke tenê di wî de bimîne him bûyerê yan jî mijarê fam nake, him jî weke bazirganekî dimîne. Kesên geryayî û ezmûnên xwe yên jiyanî xurt be lê zanebûna teorîk nebe, aliyê wate dayînê wê kêm bimîne. Aliyeke din ê vê mijarê jî vegotina wêjeyî ye. Weke mînak miroveke welatê me yê parçeyeke ji bihuştê ye gerya be lê hêza wî ya vegotin-zargotina wêjeyî xurt nebe, bi gotineke din gencîneya bêjeyan dewlemend nebe nikare li gorî giranbûhabûna wê vebêje. Dîsa bi heman rengî kesekî/ê xwenda an jî di aliyê wêjeyî de xurt be, xweşikbûnekê, wargehek nedîtibe nikare li gor bedewbûna wê hevokan saz bike , an jî li gor hêjabûna wê vebêje.
Demek berê min çend nivîsên behsa herêmên Kurdistanê dike, xwendibû. Dema Gabar, Cudî û Herekol dihate vegotin sed heyf û mixabin li min dihat ku ez ji wan bedewbûna bêpar mame. Ji ber ku min ew der nedîtibûn ango li wan wergehan nejiyameû ji ber vê yekê jî di hişê min de zêde nedima. Lê ger mirov deverekê dîtibe û li wir jiyabe zû zû ji bîra mirov naçe. Beriya ez werim Çerçelayê gelek caran bi hevokên xemilandî behsa xweşikbûn û bedewbûna vê herêmê dihate kirin. Dîsa ligel bedewbûna wê behsa dijwarbûn û asêbûna vê erdnîgariyê dihate kirin. Niha jî ez li ser çiyayê herî bilind ê Çarçela ligel rêhevalan im.
Rawestgeheke rêwîtiya me Dola Bîra bû. Min ji hevalan pirsî bû ka gelo ji ber çi navê vê geliyê bûye Geliyê Bîra? Lê hevalên min ji wan pirs kir, wan jî baş nedizanîn. Lê tê payîn ku li vê herêmê bîrên kevn hebin. Ji ber em ji şiverêyê dernediketin min tenê bîrek dît, dîsa kaniyeke betonkirî hebû lê ji ber ku demek dirêj şêniyên vir nîn in him bîr him jî kanî çikiyabû. Piştî kêliyekê goristanek di nava şênatiyê de winda dibû û zeviyeke şilêran, bihûştê dianî bîra mirovan. Di wê qadê de ew qas şilêr çima bi taybet jî li nav û derdora goristanê şîn hatibû, bûyereke balkêş bû. Kulîlka şilêr weke tê zanîn bi taybet li Zagrosan şîn dibe û helaleyên stûxwar in. Ango berê kulîlkên wan li jêr e. Gelek caran jî dilopek av veşartiye di nava xwe de. Her ku kulîlkên şikêran dibînim çarenûsa wan jî dişibînim a Kurdistanê. Lewre vê xakê her êş, elem, talan , şer û wêranî dîtiye. Ji çavên dayîk û zarokan her rondik rijiyane. Ango pirî caran xemgînî jiyan kirine. Zarokên kurdan bi wê êş û azarê pijiyane, mezin bûne. Şikêr û zarokên Kurdan dişibin hevûdin. Herdu jî bi xweşikbûn û bedewbûna xwe hezkirine û girêdana jiyanê bi hêztir dike.
Piştî Dola Bîra me berê xwe da Neqeba (boxaza) Şikêr. Ji vir hemû bedewbûna Çarçela diyar dibû. Jixwe çar çelê ku nave xwe daye vê herêmê diyar dibe. Çend saet şunde em gihiştin ser Avaşîn. Avaşîn bi nav û deng e ku bi dehan stran, helbest û nivîs li ser hatiye nivisîn. Ji xwe çiqas were nivisîn jî mirov nikare bi qasî hêja ye vebêje. Ango beşek ji bihûştê ye. Me bi pirê çû derbaskir û ketin. Dola Çinarê derbas dibe her time ev gotin tê bîra min ;”ji dara Çinarê pirsîne; çima temenê te ew qas dirêj e. Bersiva Çinarê jî; ji ber ez bi axa xwe girêdayîme”. Ez dara Çinarê û gerîla dişibînim hev. Her du jî bi xaka xwe girêdayî ne. dibe ku ji aliyê fîzîkî ve temen dirêj nebe. Lê di aliyê manewî de bêmirin e. welhasil em wê şevê li wir man û dotira rojê ji Dola Çinara heta neqaba wê ku her der bi darên Çinarê hatibû xemilandin, ew rêya dirêj me derbas kir û em beriya nîvro gihiştin rawestgeheke din. Ne tenê rawestgeheke din ev der him destpêka qada Çarçela û bi dawîbûna qada Avaşîn bû. Dîsa li vir demsal jî digiherî. Her ku em bi pêş de diçûn demsal bi paş de dizivirî. Lewra me bihar jiyan dikir lê li vir demsal zivistan bû. Her der berf bû. Li vir bûyereke pir balkêş jî qewimî. Dema em nû gihiştin neqebê, asîman sayî bû. Demek kurt derbas nebû gijlok bariya, piştre baran û herî dawî jî berf. Ez matmayî mabûn. Di demek ewqas kurt de rewşa hewayê çawa ew qas diguhire. Dema me dest bi meşê kir jî tav derketibû. Me xwe ji neqebê berda jêrê û pêşiya me Gundê Satê ya parçeyeke ji bihûştê hebû. Di rê de min kulîlkeke biharê ku nave wê nedizanî kişand. Dema hevalê ligel min ê ev yek dît gotineke balkêş bikaranî û got; “ma li Çarçela bi hezar cure kulîlkên bi vî rengî heye , tê hê pir bibîne. “ ji ber vê yekê min nema wêneyê kulîlkan dikişand. Em gihiştin Gundê Satê, li vir baranê jî destpê kiribû. Jixwe dema min rewşa gund a wêranbûyî dît hasten xembar min diyar kirin û adeta barana dibarî li şûna çavên dibû rondik û diherikî. Ez û hevalê ligel min, li nav gund geriyan, wêneyê van deran kişand û di derbarê vî gundî de nîqaş kir. Gundek pir mezin bû, hemû jî bi keviran hatibû avakirin. Rûbarek ji kêleka gund diherikî û mirov digot, a giyan dide vî gundî ev rûbar e. bi sedan zeviyên biçûk , her cure darên fêkiyan , darên spîndar û çinaran mirov mest dikir, li aliyê din jî kîn û hêrsa li hember dagirkeran xurtir dikir ku li welatê me gelê me wêran kirine. Mirov xweşikbûn û bedewbûna vî welatê çi qas bêje jî wê kêm be û jixwe rûpel jî têrê nakin. Ji vir şûn ve êdî demsala zivistanê serdest bû, her der ji berfê spî bû. Xweza kefen li ber xwe kiribû an cilê bûkan li xwe kiribû? Pirseke bê bersiv… Ji vir û şûn ve êdî erazî jî nû ve weke ya li du me mabû. Rojên asê û bilind, rênade , bi xetereyan tije. Ev rêya asê û dijwar li pêşiya me bû jî. Ji keviyên berfê, rêyeke dirêj em gihiştin gel hevalan. Rê çi qas zehmet be, şert û merc çi qas dijwar dibe, girêdana mirov jî ew qas zêde dibe. Ji lewre li ku kedek zêde dabe ew qas jî bi wê xakê tê girêdan. Ev rastî herî zêde jî ji bo gerîla derbas dibe. Piştî çend rojên ligel hevalan rêwîtiyeke dijwartir li pêşiya me bû. Lê beriya wê mijareke girîng a min ji bîr kirî jî pêwîst e were vegotin. Ew jî sînorên ji aliyê dagirkeran hatiye avakirin e. Gelê me bi van sînoran ji hev qut kirine û di nava pergala dagirkeriyê de bi çanda deraw bihêre , bihelîne, bişafîne. Beriya em bigihêjin kevirên sînor ên ji betonê hatiye danîn, bê giyan , sar û ji rastiyan dûr, li ser rêya me bû. Ew remza dagirkeriyê bû, bi wan kevirên betonê welatê min hatibû parçekirin û dagirkirin. Jixwe Gundê Satê jî gundê bakur ê herî destpêkê bû. Ango tiştên piştî wê li qada bakur wê biqewimin. Vegotinên min wê li xaka bakur derbas bibin. Piştî heft salan cardin li ser xaka Bakur im. Ger ti pirsgirêk dernekeve wê gerîla vê sale axa Bakur biterikînin û ez ê jî yek ji wan gerîlayên ku herî dawî ji Bakur qut bibim. Min heft sal bi vê xeyalê jiyan kir , pêk hat lê wisa xuyaye wê bi salekî li sînor bimînim. Tişt nabe, ji bo ne xem e. Ma ne erka herî li pêş a gerîla parastina vî gelî û ji bo azadiya wan têkoşîn e. Ger pêvajoya Rêber Apo daye destpê
Kirin bi encam bibe wê ev gel jixwe azad bibe. Ji ber wê jî dil aram im.
Memyan Jiyanda
- Ayrıntılar
Stêrk ji her demî bêtir diberiqîn. Heyva çardeşevî pêşiya wan ronahî dikir. Bi kesayetên xwe yên gihîştî, bi hestên xwe yên zarokî û bi dilên xwe yên germ tevlî vê meşa bê rawestgeh bûbûn. Jiyana mirovan bi derfetên wan re dest pê dike. Armanca ruhê mirovserkeftin e. Armanca wan jî ji vê ne cudatir e.Carina li pişta pencereyekî naylon li dîmenekî bi mij dinihêrin û rastiyê fêm dikin, carinajî bê pencere, bi çavên tazî li rastiyê meyze dikin. Watedayîna wan a evînê; carina di rondikên lêgerîna jiyanê ku ji çavên dayikên dil bişewat dibarin de, carina jî di kena ser rûyê zarokan de xwe derdixe der. Ev çend biharin ku li serê van çiyan in, çend payîz, çend zivistan...
Mizgîniya xweşikahiyê diberiqe li serê çiyan. Hebûna wanê li serê çiya, wate dida van erdnîgariyan...
Şopa wan erd diqelêşe û şîn dike, lê ew her dimeşin. Çiqas xweşik dixweynin çûk û bilbil. Dengê qebe qeba kewan ji dûr ve tê gohên wan. Giyayên şil, çavkaniya xwe ji ax, av û rojê digirt in. Belkî, bi qasê kulîlka nîlûfer jiyan kirin, tenê rojekî, li van deveran. Asîmanekî şîn, germahî û ronahiya rojê, kulmek ax û qurtek jî av, lê rojek jiyana azad...
Tevde bi dengê lorîkên dayîkan mezin bûbûn, li bin siya lûleyên çekan, li her çar aliyê cîhanê belavbûyî. Serê xwe danîbûn ser çokên pîrika xwe û ji devên wê çirokên qehremantiyê gohdar kiribûn. Çîrokên serhildanên bav û kalên wan, dayîk û pîrejinên wan, xwişk û birayên wan...
Piştre pêxwas û bê derpê xwe avêjtibûn kolanên xerîbiyê. Di welatê xwe de xerîb jiyan kiribûn. Bê kes bûn, bê xwedî bûn, gund û warên wan hatibûn wêrankirin, hatibûn qetilkirin, koçberkirin... Hewar û gaziyên wan tu kesî nebihîstibû. Qêrîna wan di dilê wan de mabû.
Kûçe û kolanên bêbext dixwestin ku wana di nava xwe de bifetisînin. Lê ew nebûn dîlê vê pergalê, bûn lêgerînvanê jiyaneke azad. Bi qesr û xaniyên beton nexapiyan û dest bi meşê kirin. Meş bi lêgerînê dest pê kiribû. Hêj di zarokatiya xwe de dest bi şer kiribûn. Di ciwantiya xwe de xwe bi rêxistin kirin, çalakiyan li dar xistin, di tadî û zextan re hatin derbaskirin. Lê hêviya wan hîn bi xurttir bû, meşa wan hîn mezintir bû û berdewam kirin.
Vê carê berê wan li çiyayên welat bû. Dilên wan wê li wê derê lê bixista û hêviya wan ew der bû. Qeytanên pêlavên xwe hişk girêdabûn, bûbûn xwediyê rext û çekan. Konên wan li pişta wan bû. Meşa wan ber bi lûtkeya azadiyê ve bû. Bûbûn hêviya pêçekên di hembêza dayîkan de, xort û keçên ku evîndarê welat in û zarokên agir û rojê... Tu asteng û kelem nas ne dikirin. Li pêşiya wan kemîn, pevçûn, şehadet, serkeftin...
Dema ku çav bi erdnîgariya welatê xwe ketin, çav bi rastiya xwe jî ketin. Daristanên şewitî, kanî û rûbarên çikiyayî, kortik û koncalên ku gulleyên tenq, top, balefir, hawan û roketan vedane, kovanên gulleyan, goristanên bê xwedî, mirina bê deng...
Senger, wargeh û sixinaqên ji berî çend salan mane ku bûne weke berhemên dîraka vê erdnîgariyê û gelên li vir jiyan dikin... Rastiya erdnîgariya wan rastiya wan e. Ew di dema pişkifîna xwe de pişkifîne, mîna giya û kulîlkên biharê. Sosin, beybûn, berfîn, nêrgiz... Her yek ji wan di wextekî cuda de dipişkife, lê hamû jî di heman heyamî de dibin bereketa bihara rengîn.
Meş berdewam dike. Gav bi gav li ser şiverêkan dimeşin. Li newalên kûr, li keviya rûbaran, bi dengê şire şira herikîna çeman, li ser zinar û latan, bi berbanga serê sibê re, mîna keskesorê bi asîmanan re, cîhan sayî, berf û baran qet ferq nake. Carinan jî, ber bi lûtkeya çiyayên bilind ve dihilkişin û li xwezayê temaşe dikin, bi xwezayê re diaxifin. Xweza ji wan dipirse;
-Meşa we ber bi ku ve ye?
Ew bersiv didin;
-Azadiya mirovahiyê li kû jê hatibe dizîn, meşa me ber bi wir ve ye. Em lêgerînvanên azadiyê ne, ango şervanên azadiyê!
Carina ew xweza û çiya diparêzin carina jî xweza û çiya ya wan diparêzin. Her du alî parasvanên hev û din in. Wê kîjan alî, kengê, li kû derê kî/ê biparêze, wî jî dem dide diyarkirin. Kîjan alî di tengasiyê de be, aliyê din xwe digihijîne gazî û hewara wî/ê. Carina çiya ji wan re dibin senger carina jî ew ji çiya re.
Şiverêk dû dirêj e. Rêwîtiya wan bê ser û ber e. Tu demsal ji bona wan ne asteng e. Çi zivistan, çi payîz, an jî havîn... gelek caran bi xwezayê re di nava têkoşînê de ne. Xweza çiqas wana diparêze ewqas jî di nav xwe de xetereyên mezin vedişêre. Xweza çiqas şûn û warê wan e ewqas jî bêbext e. Di germahiya havênê de kanî û rûbarên zûha, zivistanan aşût, payîzê çilmisîna xwezayê, xem û keser, biharan jî ji nû de vejîna gul û kulîlkan...
Di hemû demsalan de ew dîsa rêwî ne. Xweşî û zehmetiyên hemû demsalan jiyan dikin. Lê, govend û dîlan tu caran ji wan qut nabe. Diçin kû derê govend û dîlana xwe jî bi xwe re dibin. Li lûtkeyên çiyayên bilind her tim mij û moran, li newalên kûr çemên bê ser û ber, li gel wan jî her tim şahî û kêfxweşî... Dilên wan her tim ji bona serkeftinê lê dixe û di heman şiverêkê de, li gel wan dimeşe.
Meş dû dirêj e. Tu caran wê bidawî nebe. Niha payîz e. Xweza di xem û kesera çilmisînê de û di hêvî û baweriya ji nû de vejîna li piştî zivistanê de ye. Germahiya havînê xweza bêhêz dike, giya, kulîlk, sosin û beybûnên biharê diçilmisîne, payîz pelên daran ji daran dişexitîne, zivistan jî kefen lê dipêçe, her deverê vê welatê vediguherîne goristanekî bêqebir.
Li Anatoliya Xwedayê Attîs û Adonîs, di dema Samiyan de Temmuz ku çavkaniya xwe ji Xwedayên Sumeran Dumuzî digirtin li ser xebata xwe bûn. Ev tev de Xwedayên mirin û ji nû de zayîna xwezayê ne. Ev fetlanoka xwezayê ya ku di payîzê de dimire û di biharê de ji nû de zindî dibe ye. Ev Xweda jî mîna xwezayê di payîzê de dimirin û di biharê de, bi ji nû de zindîbûnê re evîn û bereket tînin. Mirina wan ya di payîzê de ji ber sedema evînê ye. Di biharê de vegera wan ya li ser rûwê erdê sedema evînê ye. Sedema rêwîtiya bêdawî ya Şervanên Azadiyê evîna herî bi rûmet e. Rêwiyên li vê erdnîgariyê jiyan dikin tu carî namirin, jiyankirina wan ya bêdawî ji sedema evîna wan e. Her tim di nava lêgerîna “Çawa Jiyankirin?”ê de ne. Bersiva vê pirsê her tim dibe sedema berdewamkirina meşa wan. Sedema meşa wan evîn bi xwe ye.
Li azadiyê digerin. Meşa wan ji rabirdûyê ber bi dahatûyê ve ye. Terk û şopa ku li pey xwe dihêlin mîna keskesorê ye. Tevahî cureyên rengan çavkaniya xwe ji wan digirin. Nakokiya di navbera reş û spî de ji holê radikin. Bi avabûna gerdûnê re dest bi meşê kirin, wê bi dawî lê hatina gerdûnê re meşa wan bidawî bibe. Serdem bi serdem li mirovahiyê digerin. Serdem bi serdem li yên ku azadiyê ji mirovahiyê dizîne digerin û hesap dipirsin. Li makîneya dem û demistanê siwar bûne, di serdaba demê re derbas dibin, him li rabirdûyê hene û him jî li dahatûyê. Ew rêwiyên hemû wextan in...
Şiverêka wan, carina jê di cih û warên wêran re derbas dibe, carina jê jî di goristanên bê xwedî yên xwediyên van cih û waran re. Sîlûetên jin û keçên ku ji bêriyê vedigerin, zarokên ku di cîhana xwe yê teng de bi pêleyîstokên xwe ve mijûlin û pîrejinên ku teşiyên xwe ba didin tên ber çavên wan. Bi dîtina dîmenên bê teswîr xemgîn dibin; dîwarên qulo qulo, qarçikên şewitî, xan û malên bê mirov...
Her deverî di bêdengiya mirinê de dibînin, di bêdengiyê de dihêlin û meşa xwe berdewam dikin. Lê ne di bêdengiya mirinê de, di bêdengiya berî bahoz û bagerê de dihêlin û diçin. Bahoz û bagera ku wê piştî wan dest pê bike, wê bibe ji nû de zindîkirina van deveran...
Çavkaniya jiyana wan Roj, pêşengên wan Stêrk in. Gelek caran Stêrk ji kêleka wan hilkişiyan asîmanan. Asîmanan xwe bi Stêrkên Şoreşê neqiş kirine. Stêrk, ku çavkaniya ronîkirina tarîtiyê ji Rojê digirin...
Vê kêliyê sê kes dimeşin, piştî kêliyekî din dimînin didu. Ew kes dibe ronahî ji pêşiya rêwiyên lêgerînvanên azadiyê re. Yên ku çav bi vê ronahiyê dikevin, bi dû dikevin heya ku xwe bigihijîninê... Piştî kêliyekî din dîsa dibin sisê, piştre çar, pênc û bi milyonan...
Tu caran ne ronahiya li pêşiya wan qut dibe, ne jî wê ew tune bibin.
Şiverêk dû dirêj in. Stêrk ji her demî bêtir diberiqin. Axa welatê wan dergûşa wan e. Asîman lihêfa wan, xweza dayîk û bavikên wan... Têr, birçî, tênşikestî, an jî bê av... Bi hezaran salin çend şaristanî di vê dergûşê de hatin xwedîkirin û çend şaristnî di bin vê lihêfê de xew kirin! Dîroka çend gelan li vir dest pê kir û li vir bidawî bû. Mirovahî çend caran xwe zindî kir û hat kuştin... Edî bese ey mirov! Ma tuyê kengî li mafên xwe xwedî derkevî? Ma ne bes e ku tu hatî kuştin, qetilkirin, talankirin...? Ma tuyê kengî ji bona azadiya xwe tevlî vê meşê bibî? Êdî ne bese, ey mirov? Xwe bavêje ji ser vê axa mirî...Bavêje...
XERZAN AŞTÎ
- Ayrıntılar