“Tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan kete meha 11an û 308 roj li pey xwe hiştin.”
Bi saya siyasetmedarên tirk gelek gotinên balkêş di ferhenga jiyana rojane ya Kurdan de jî cih digirin.
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, herî dawî ji bo rojnamevanên ku car caran komkujiya Roboskî dinivîsin, got: “me hefsar-gergunkê serê we derxist, we yê navneteweyî kire serê xwe.” Bêguman ev gotin kurdan jî, ji nêzîk de alqadar dike.
Guman dikim ku, gotina hefsar li çar parçe û herêmên Kurdistanê tê zanîn. Lê gergunk nayê zanîn. Belkî dimîne herêmî, belkî bajarvaniyê ev gotin daye jibîr kirin. Gergunk biçûkê hefsar e. Pirranî ji bo golik, dehşik û ciwaniyan tê bikaranîn.
Zazakî, gergunk, “xape”, yan jî “xapike” ye. Gergunk, ji hefsar rengîntir û bi neqiştir e.
Dibêjin, hestiyê ziman nine, li gorî xwediyê xwe dilive û gotinan rêz dike. Zimanê Erdogan jî bê hestî ye û tenê rastiya (!) xwe tine ziman. Muxalefetê qebûl nake, arqa wî ji rastiyan diçe. Erdogan, herî zêde nehîletê Haraketa Azadiya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan e û nehîletê medya Kurd e.
Gotina wî ya bi kar anîna hefsar, yan jî gergunk, kurdan jî, ji nêzîk de alaqadar dike. Herçiqasî Erdogan, bi vê gotinê êrîşî dijberên xwe dike jî; di rastiyê de, kiryarên xwe mikur hat. Ji ber ku Erodgan, gelek entelektuel, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd hefsar kirine, gergunk kirine û li ser alifê xwe girêdane.
Ew gotina han, “keça min ez ji te re dibêjim, bûkê min ti fêm bike” ye.
Ji ber ku piştî Erdogan, sergerdeyekî din yê AKPyî, got, “emê hefsar û gergunkên wan kesên bi derve ve girêdayî jî jêbikin.”
Ev tê wateya ku AKPe, amadekariyên xwe dike ku hîna gelek kesên din jî bi hefsar û gergunk bike. Gelek Kurdên li Ewropa jî amadekariyên xwe dikirin, ku bi destura Erdogan biçin ser alifê AKPê û Cemaetê, hefsar û gergunkan bikin sere xwe. Lê Erdogan, ew qebûl nekirin.
Herçiqasî em rengê hefsar û gergunkên di serê Kurdên ligel Erdogan nizanibin jî, guman dikim ku AKPe, bi gelek rengên cûda vî karî dimeşîne. .Ji bedêla gulikên rengîn yên bi gergunk û hefsaran ve girêdidin; rengê şîn û şeq-req û reqêna nû-tewbê kaxezên taybet yên “emerîqan brîstol” ku pere lê ser têne çapkirin in.
Bi hatina AKPê û Cemaeta Gulen re, ola bi pere, vijdanê bi pere, hiş û ramanê bi pere, rastiya bi pere, derewên bi pere jî kete rojevê û ev rojev her diçe kûr û fereh dibe. Ji ber ku, aliyê pîşeyê exlaqî û zanistî jî kete vê çarçovê û hate hefsar - gergunk kirin.
Nêzîk e, Erdogan wê behsa zînê li ser pişta van kesên bi gergunk û hefsar jî bike.
Lê dixwazim ku hêviyekê, niyazekî ji Yezdanê mehreban î dilovan bikim. “Bila Yezdan, me ji “edebiyata felzeke” biparêze. Ji ber ku “edebiyata felzeke” bi bêbextiya romî, polîs û dozgerên taybet dagritî ye.
Doh bû, di kanala telewizyoneke tirkan der, çend kesên bi tîtra “DR.” weke her demê kilîda behiştê, Qur’anê, Tewratê, Êncîl, ol, behişt û dojehê kiribûne destên xwe û şîroveyên balkêş dikirin. Yekî ji van, ayeta Qur’anê ya li ser Îsraîliyan xwend û got: “Ji sedema ku Israîliyan yekemîn car, baweriya ola “yek Xwedayî” parastiye, Cenabê Mihemed û Qur’anê behsa wan kiriye.”
Yekî din jî, digot, “Cenabê Îsa wê dabikevê Stembolê.”
Yanî van kesên xwediyê titra “DR.” vekirî derew dikirin û didane xuya kirin ku, bi gergunk û hefsar kirî ne. Ev berhem û firazeya Sultan Erdogan e.
Berê ev karên hefsarkirin û gergunkkirian mirovan, bi dizî dihate kirin. Îro, bi saya Erdogan û cemaetê vekirî tê kirin. Ji ber ku heta demekê hefsar û gergunkê cemaetê veşartî dihate kirin. Piştî ku lingê wan di qada dewletî de refik girt, êdî eşkere ev kar kirin û dikin. Doh bû, nivîsa Amed Dicle di ANFê de derket û çend kiryarên kujerî yên Abdullkadir Aksu anîbûn ziman. Entellektuel û rewşenbîrên ku wan, malbata wan û gelê wan ji kesên weke Abdulkadir Aksu darbe xwarine, îro dibin fermana wan bextreşan de kar dikin. Aksu Kurd e, hefsar û gergunkkirî ye, yên din jî li ber wî kesê hefsarkirî, rêz dibin û hefsar û gergunkan dikine serêx we. Heyf û mixabin!..
Bêguman têkiliyên reş û tarî, dikarin bi zimanê Kurdî û rengê kurdî jî werin kirin. Ev nayê wateya ku, kesê hefsarkirî û gergunk-kirî, gunehkariya li hemberî gelê xwe nakin. Ji ber ku mirovê di kozika dijmin de rûnişt, nikare berê çeka xwe bide dijminê gelê xwe, mecbur e bide gelê xwe.
Hevsar, yan jî gergunkê heywanan, di destê kê de be, ew heywan mecbur e, li pey wî kesî biçe.
Em li aliyekî din binêrin: Li Tirkiyê, gelek rojnamevan, entelektuel, li devê dergehê MÎTê, li devê dergehê desthilatdaran rêz dibûn û bi referansên MÎT û siyasetmedaran, karên xwe dimeşandin. Îro, ev kes û derdor li ber dergehê AKPê û Cemaetê bûne rêz.
Dîse, Emerîka, di dagirkirina Iraqê de, ji bo belakirina ulufeyê çapemeniyê 200 milyon dolar veqetandibû. Îro AKP û Cemaet heman karî dike.
Bi vê mebestê gotinên Erdogan, rastiya xwe, ya Cemaeta Gulen û ya welatê xwe eşkere kir. Medya bi gergung di komkujiya Roboskî de jî rengê hefsar û gergunkê xwe eşkere kir. Lê, hîna rengê hefsar û gergunkê entelektuel, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd yên ligel AKPê û Cemaeta Gulen kar dikin eşkere nebûye.
Gelooooo!...
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
--Tecrîda li ser Birêz Ocalan, di meha 10an de ye û 300 roj derbas kirin.--
Rojhilata Navîn ketiya nava şerekî mezhebî û ev şerê mezhebî jî ber bi şerekî cîhanî yê germ diçe.
Şerê li herêmê çiqasî mezhebî û di navbera eniyên herêmî de xuya bike jî, di rastiyê de, di navbera dewletan de tê kirin. Ji aliyekî ve hêzên herêmê li dijî hev şer dikin, ji aliyê din ve hêzên global serdestiya xwe sazkar dikin.
Şerê sêyemîn yê cîhanê, ku bi dagirkeriya Afganîstan û Iraqê dest pê kir, ketiye qonaxa sêyemîn û bi dizayn-kirina Rojhilata Navîn berdewam dike. Ji dizyankirinê bêhtir şerê “çîzkirinê” ye ev. Hem hêzên herêmê li dijî hev in, hem hêzên global…
Şerê çîzkirinê, rêbazan, tixuban, peyman, edeb û exlak nasnake. Şerê çîzkirinê, şerê berteref kirinê ye û şerê psîkolojîk jî, di vî şerî de tenê parçeyek e. Lewma di vî şerî de, kiryarên herî bê exlak û kujerî têne bikaranîn. Mînaka wê jî Tirkiyê ye.
Lewma min nave “qonaxa sêyemîn” bikaranî.
Sîstema îro ya cîhanê, navê nakokiyan e. Siyaset jî “parçe bike rêvebibe, tevlîhev bike û serdestiyê bike.” Yanî sîstema klasîk berdewam dike. Dagirkerî û siyaseta otorîter jî serdest e. Komar, demokrasî, aştî û hwd. jî “xwedê giravî û yanîî” ne.. Ji şerê yekemîn yê cîhanê û heta îro, yek demê û yek heyamê, Rojhilata Navîn û Asya nêzîk, ji qîrûteşqele, ji xwîn rijandin û ji qirkirin û komkujiya gelan xalî nebûye.
Rewşa dawî ya li hermî jî ev e.
Dibin pêşengiya Emerîka de, ji bedêla demokrasî, şerê mezhebî û dîktatoriya Nurî El Malikî û terora Baasa dibin serokatiya Elhaşîmî û parastina dewleta Tirk û faşîzma bi destê detshilatdaran pêr hebû, doh hebû, îro jî berdewam dike.
Sîstem aramiyê, aştiyê û demokrasiya gelan naxwaze.
Bi vê mebestê em bêjin; Çi dibe û bi çi navî û encamê dibe bila bibe, eger demokrasiya gelan çênabe, paşeroj heyho ye û nakokiyên sîstemê bi dawî nabin.
Di bihara gelan de, piştî têkçûna Mubarek jî tevlîheviya li Misirê berdewam dike. Mîratzadeyên sîstemê şerê kursî û berjewendiyan dewam dikin.
Li Libya, rewşa tevlîhev û zordestiya li dijî nasnameyên cûda û kursî berdewam dike.
Li Suriye, li hemberî planê aştiyê yê Kofî Annan şerê hundir berdewam dike û El Qaîde jî di nav de, Şîî û Sunî û Elewî hatine hemberî hev û şer dikin. Tirkiye jî weke darikê hewdelê Suriye tevlîhev dike.
Li Filîstînî pirsgirêka gelê Filîstîn û Îsraîl berdewam dike.
Li Tirkiyê, desthilatdariya AKPê û dewlet, ji aliyekî ve li hundir rê û rêbazên exlak, ademiyet, qanun, huquq û peymanên navneteweyî nas nake, çekên kimyewî jî di nav de, her cure alavên şer bikar tine; ji aliyê din ve destdirêjiyan li nava dewletên cîran dike. Doh bû di civîna NATO ya Chigako serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, ji Obama destura mudaxelekirina Suriye xwest û ev gotina balkêş bi kar anî: “Suriye ji dest diçe, tahammula me jî, ji kuştina hemwelatiyên wir re nemaye.”
Beşûşiya di rûdêna Obama de, wek ku bêje, “li hundir tu jî hemwelatiyên xwe dikuje û di nava wê beşûşiyê de ev bersiva balkêş da; “merakan neke, Suriye naçê tu deveran”
Lubnan tevlîhev e, Dakar tevlîhev e, Yemen tevlîhev e… û hwd.
Her pêşketin û buyer, mirov dike nava gumanan û pêwistî bi hinek pirsan dibîne.
Gelo rojnameya Emerîka Wal Strît Journal, di ragihandina xwe de bendeyî civîna NATO ya Chigako ma? Gelo, di pêvajoya civîna NATO de, ku mertalên fuzeyan ya li bajarê Kurdistan Meletê, radestî NATO bike, pêdiviya ragihandinê hate dîtin?
Ji ber ku, tê îddîakirin, li Suriye hêzên îslama radikal hinek bajaran dike bin kontrola xwe û tê tirsîn ku, çekên kimyewî bikin bin kontrola xwe. Ev tirs li Libya jî heye.
Bi vê mebestê; piştî ku rayedarekî îstîxbarata Emerîka îddîa kir ku “rewşa li Rojhilata Navîn û Asya nêzîk ber bi xerabiyek mezin diçe; Rojnameya Emerîka Washington Post jî, ragihand ku, berî civîna NATO ya li Chigako, bi beşdariya 19 dewletan li Urdunê manewreya eskerî pêk hat. Piştî manewreya eskerî jî yekîneyên taybet yên Emerîka, ji bo kontrol-kirina xeta heta bi Iraq, alyê bakur û kendava Basra, li Urdunê hatin bi cih kirin. Li Libya jî heman yekîne hatine bicihkirin.
Ev jî dema Emperetoriya Roma û qereqolên li ser riya hevrîşîm ya li herêmê tine bîra mirov.
Gotinên wezîrê karên derve yê Rusye ku berî civîna NATO bu du-sê rojan got;. “Li hinek payîtextan êrîşa li dijî Îranê tê axaftin.” Êdî amadekariya Emerîka ya 10 hezar prodatonên bi çek, lê bê pilot û amadekariyên li Israîlê pirseke qalind di mêjiyê mirov de çêdike.
Piştî hevqas gotin, em bi yek hevokê bêjin; li herêmê potansiyaleke bi krîzan barkirî li herêmê heye û wek valqanekê li ber teqînê ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li gelek herêmên Kurdistanê pevçûn di navbera gerila û dijmin de diqewimê, çanda berxwedanê û tolrakirine jî her didomê. Misoger dewleta Tirk jî di nava şoqê de maye, lê belê yên ku êş û jana vî şerî dijîn dîsa gel e û bi taybet dayîkin. Gelo ev pevçûn û kuştin di xema dewletê de ye? Nemumkine; ji ber ku bi zimanê dagirkeriyê ji van kuştinan re dibêjin “ qurbanên şer.” Yên ku operasyonên xwe didomînin, zaro û ciwanên Kurd dikujin dewleta Tirk e, û biqasî ku wan PKK ê fêmkirine, dizanin wê tola van zaro û ciwanên Kurd were rakirin. Ew dizanin ku her mirovekî ku dibêje EZ KURDİM dîlgirtine Rêbertî hembêz nake û heyanî ku Rêbertî azad nebe wê li berxwebide. Pêtên vê berxwedanê li her deverî Kurdistanê belavdibin. Eger ku dewleta Tirk li Rêbertî û li gelê Kurd guhdar neke, wê ev pêl Tirkiyê li berxwebibin. Her mirovekî ku ji av û nanê PKK ê xwariye û vexwriye soza têkoşîn û tolrakirine daye hemû şehîdan. Li gorî kevneşopên hemû civakan xwedî li soza xwe derketin, erk e. Dewleta Tirk wê giran hesabê dagirkeriye xwe bide. Êdî rewş gihîştiye astekî wisa ku gelê Kurd dîtine polîs û leşkerên Tirk tehemul nake. Çawa ku di zaroktiyê de te fêrdikin ku hinek heywan ziyan didin mirov, êdî zarokên Kurd çawa çavên xwe li dûnyayê vedikin, tişta yekem fêmdikin û dibînin dagirkeriye polîs û leşkeran e. Hestên kîn û kerhbûne di dilê wan de pêşdikev e. Her çalakiyeke ku gerila li dardixîne vê kînê û kerhbûne zêdedike. Tişta ku yekem tê bîra min, ez ji xwe re dibêjim “wê leşkerên Tirk çawa xwe ji nava lepên geirla rizgarbikin?”
Li hemberî gerilayên ku soz dane Rêbertî û gelê xwe azadbikin, her roj li berxwedidin û li kêleke wan hevalên wan şehîd dikevin, liberxwedayîn hinekî zor e. Her çalakiyeke ku gerila lidardixin û serkeftine bidest dixin dilê min hînik dikin. Leşkerên ku tevlî operasyonan dibin, dizanin ku gerila ketine wan ya Kurdistanê nepejirîne û wê li berxwebidin, lê belê pere çavên wan kor kiriye. Têne kuştin lê belê dewleta Tirk pêdivî nabîne ku nasname wan jî eşkere bike, ji ber ku pere dide wan. Yên ku êş û jana wan leşkeran bikişînin zaro û malbatên wanin, ne rayedarên dewletê ne. Ez bawerin artêşa Tirk û AKP ê bêriye binkeftine xwe kirine, bila mereq nekin wê gerila bersiv bide wan û bi lez binkeftine wan bîne berçavên wan. Her ku biçe wê dewlet wendahiyên mezintir bide û tengav bibe. Mîna her car gava ku dewlet tengav dibe, misoger çekên kîmawî li ser gerila dide bikaranîn û destbi komkujiyên xwe yên li ser gel Kurd dike, vê demê jî wê bireve teknîk û çekên kîmawî bikarbîne. Ev şêweyekî mirovên zayîf e. Anceq dewleteke zeyîf û qels bi teknîka xwe zaro û ciwanên Roboskî şehîd bixîne. Nexuya ye, binkeftin gelekî zore, dîsa mîna her carî artêşa Tirk nikare gerila tinebike, dibe ku biçin komkujiyan li ser gelê Kurd bikin. Lê belê wê nikarbin çavê gelê Kurd bitirsînin. Êdî hemû zarok û ciwanên Kurd bûne gerila. Êdî gel û gerila mîna guşt û neynokin, çawa ku her zarokekî Kurd navê gerila lixwedikin, êdî gerila jî navê zarok û ciwanên Kurd yên ku şehîd ketine li xwe dikin. Girêdaneke ku ne bi komkujiya ne jî bi çekên kîmawî tê perçkirin di navbera gel û gerila de çêbûye.
Çawa min çalakiyên hevalan bihîstin, dilê min ji kêfan re firiye, dilê ciwanên kurd yên ku bê bav û dayîk mane, yên ku jidestê dijmin işkence xwarine û yên ku mafê rojekê azad bijîn nedîtine, ji kêfan re difire. Em niha di serdemeke berxwedan û tolrakirine de dijîn û yên bixwazin çemê vê berxwedanê bixetimînin wê giran hesab bidin.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Di berbange sibehê de ez çawa ji xewrabûm, dilê serhildêr yê Mamoste Ferzad Kemanger, qêrînên hevala Şîrîn Elem Hulu, Elî Heyderyan, Mehdî İslamiyan û zarokên hevalê Ferhad Wekîlî hatin bîra min. Gelo mirovên ku wan nasdikirin û yên mîna min ew nasnedikirin çi hestî jiyandikin? Her pênc heval jî hêrs û kîna ku dilê me di her kêliyê de dorpêç dike dizanîbûn û texmîndikirin. Dizanîbûn pergal, polîs û mirovên bê wijdan wê her roj bi qewmandina bûyeran, vê rojê bînin bîra me. Di her kêliyeke ku em di vê jiyanê de dijîn ew heval wê werin bîra me, çima? Ji ber ku dîsa ciwanên Kurd bê rehmet ji milê pergala Îranê ve têne darvekirin û qetilkirin. Di heman demê de her meheke ku em derbas dikin, nemumkine ku rojek nebe ku hevalên me tê de şehîd neketine, yan jî gelê Kurd êş jiyan nekirin e. Em mîna pergala desthilatdar keyf ji kuştine mirovan nagirin, helal nabînin û em xêra herî mezin di xwedî derketine mîrasê hevalê xwe de dibînin.
Gava ku ez digeriyam, min hevalên kevn û yên nû didîtin, min xweşikbûna jiyanê didît, min girêdana vê jiyanê hîsdikir, di wan kêliyên bextewer de hevalên ku di zîndanê dene û yên ku di zîndanê de mane, dihatin bîra min. Lê belê min ew cesaret nedidît ku ez xwe têxim şûna wan de. Herkes jidil hîsdike ku çiqasî hevalên zîndanê li berxwedidin û êşan dikişînin. Herkes dizane di zîndanê de mayîn fedakartiyeke mezin dixwaze. Tu dizane ji bona mirovên Kurd maf û huquq nederbasdare, lewra mafên ku îrada û nasname te nasnakin, tu jî wan mafan nasnake û hêvî ji wê huquqê nake. Her pênc hevalên ku di vê rojê de şehîd ketine, her roj bi mirine re jiyankirine, heya ez dikarim bibêjim ku di wan rojên weha tarî de mirin jî bidestê wan neketiy e. Hevala Şîrîn Elem Hulî bi êş û azarên ku di nameya xwe de behskiriye ev yek daye diyarkirin. Dijmin bedelê jiyanê hevkarî û sîxûrtî jê xwestine, lê belê Şîrîn Elem Hulî û hevalên wê darvekirin dane berçavên xwe û hevkariya bi dewletê re nepejirandin e. Roja 9 ê Gulanê sala 2010 an ji bona ciwanên Kurd bû rênîşanek. Gelo wê şagirtên mamoste Ferzad Kemanger êş û axînên mamosteyên xwe jibîrbikin? Gelo zarokên hevalê Ferhad Wekîlî wê ji darvekirine bavê xwe bitirsin? Gelo gelê Kurd wê her pênc hevalan jibîrbikin û ji berxwedantiya xwe dûrbikevin? Ji darvekirine hevala Şîrîn Elem Hulî û hevalên wê netenê ciwan û gelê rojhilatê Kurdistanê bandor bûn, her zarokekî ku ji şer û xemgînî acize, her dayîkeke ku nema dilê wê êş û qehrê radike û her mirovekî ku wijdan di rehê wî de diherike ji darvekirine van hevalan bandor bûn û soza berxwedaniyê dane hemû hevalên şehîd.
Tişta balkêş û bala mirov dikişîne; çima pergala Îranê gelê kurd bidarvedike? Mirov nikare bibêje dewleteke dibin navê İslamê de vê yekê dike, ji ber di olê İslamê de kuştine mirovan û bi taybet kuştine mirovên şoreşge ne helale û nayê pejirandin, tu tenê nikare bibêje pergaleke gelekî ji mirovahiyê dûr maye weha dike, yan jî pergaleke ji milê zîhnî ve di paşde maye, lewra jinan rejmdike û zarokên Kurdan bidarvedike. Pergaleke ku ji pêşeroja xwe bitirse, anceq evqasî wehşî be, lê belê dewleteke ku jinê rejmdike û ewqasî kole dihêle, yan jî mirovên şoreşger yên Kurd bidarvedike ji hilweşandine xwe ditirs e. Jixwe mirovekî ku zeyîf û lewaz be tu pêdivî nabîne ku wî ewaqasî işkence bike û wî bikuj e. Dewleta Îranê jî mîna dewleta Tirk ji mezinahiya gelê kurd û ji xurtbûna ciwanên Kurd ditirse ji ber vê yekê weha êrîşdikin. Gelê Kurd û hevalên her pênc hevalan wê di demekî kin de bi serkeftine têkoşîna Kurd tola wan rabikin.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Adıli Bayram
Denîz, Yusuf, Huseyîn ev çil sale her bi vî rengî hatin bîranîn. Li ser wan stran hate gotin, pirtûk hatin nîvîsandin. Di dîrokê de weke rêberên ciwanan ên efsanewî û mîlîltanên şoreşger cîh girtin.
Em 6 Gulaneke din jiyan dikin. Salvegera çilemîn a Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan. Ev çi sale li welatê me şerê di navbera faşîzm û demokrasiyê de diqewime.
Tê zanîn salên 1971 û 72'an li welatê me yek ji konaxên herî girîng û krîtîk bûn.Derbeya muhtiraya artêşê ya di sala 12'ê Adara 1971'an de êrîşa herî dijwar a faşîzmê bû. Li dijî vê êrîşê jî Enî-Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyê (THKP-C), Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyê (THKO) û Artêşa Rizgariya Karker Gundiyên Tirkiyê (TÎKKO) dest bi berxwedanê kirin.
Ev du salê mijara gotinê ne di dîroka Tirkiyê de bûn salên herî dijwar û bi pevçûn. Pergala faşîşt a 12'ê Adarê li welatê me li ser navê demokrasiyê çi hebe ji bo tune bike û pergala faşîşt û leşkerî avabike bi her cure rêbazê dest bi êrîşan kir.
Civaka me bi êrîşên kontrayî û îşkenceyan di van salan de naskir. Bi hezaran rewşenbîr, ciwan, kedkar hatîn girtîn, xistin girtîgehan û rastî îşkenceyên herî giran ên kontgerîlayan hatin. Li kuçeyan artêş û polîs li ser gel teroreke hov da meşandin. Bandora giran a di wan rojan de pêkhat di roja me de jî di asta civakî de bandora xwe berdewam dike. Bêgûman terora faşîşt a leşkerî di serî de kadro û rêxistinên li dijî vê faşîzmê dest bi berxwedana çekdarî kirin ji xwe re kir armanç. Nemaze ji bo rêberên wan bên tunekirin rêveberiya 12'ê Adarê di nava hewldaneke taybet de bû. Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan sê ciwanên di van êrîşan de hatin girtin. Kadroyên pêşeng ên THKO bûn.
Salên 1972 û 73'an bûn salê tunekirina kadroyên rêber ên rêxistinên liberxwedidan. Di 30'ê Adara 1972'an de li Gundê Kizildereya Nîksarê Rêberê THKP-C Mahîr Çayan û hevalên wî hatin qetlkirin. Ev bi serê xwe komkujiyek bû. Li nava kesên hatibûn qetlkirin de mîlîtanên THKO jî hebûn. Ji bo Denîz, Yusuf û Huseyîn neyên darvekirin çalakî lidardixistin. Ew hatin qetlkirin!
Bi vî rengî rê li ber darvekirina sê şitlan vebû. Di sî û şeşemîn roja komkujiya Kizildereyê de Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan li Mamakê hatin darvekirin. Ev jî bi serê xwe komkujiyek bû, reşkujiyek bû. Faşîzmê li ser xwîna şoreşger-demokratan desthilatdariya xwe saz dikir.
Yê herî dawî hate qetlkirin jî Serokê TÎKKOyê Îbrahîm Kaypakkayaye. Îbrahîm Kaypakkayayê bi birîndarî li Dersimê tê girtin, di îşkencexaneyên Amedê de dixin lêpirsînê. Di 18'e Gulana 1973'an de di bin îşkenceyê de hate qetlkirin. Li ser vê bingehê bû" mêrxasê ser da sir neda."
Diyare ku tenê weke şexs Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya yên faşîzmê qetlnekiriye. Di kesayeta wan de pêşeroja demokrat -şoreşger a Tirkiyê hate qetlkirin. Ji lewra çepgirên li Tirkiyê ji wê rojê ve nekarîne li dijî faşîzmê pêvajoya tekoşîna çekdarî bidin destpêkirin. Berxwedana li dijî MHP'ê hate nîşandan li dijî dewletê nehate nîşandan. Ji ber van sedeman derbeya leşkerî ya faşîşt a 12'ê Îlona 1980'an de bi hêsanî serdest bû. Komkujiyên 30'ê Adarê, 6'ê Gulanê û 18'ê Gulanê ji aliyê faşîzmê encam dabû. Yên ev dîmen hilweşandin û berxwedana çekdarî berdewam kirin Kurd bûn.
Li dijî derberya leşkerî-faşîz a 12'ê Îlona 1980'an bi derengî be jî berxwedana çekdarî ya Kurd pêşket. Helwesta çekdarî ya berxwedana çekdarî li dijî derbeya leşkerî-faşîşt a 1971'an de rêxistinên THKP-C, THKO û TÎKKOyê nÎşan daye, li dijî derbeya leşkerî-faşîst a 12'ê Îlona 1980'an jî PKK'ê nîşanda. Tevgera gerîla yan wan da destpêkirin, di erdnigariya Kurdan de PKK'ê berdewam kir.
Wê demê ev çil sale şereke bi encam nebûye berdewam dike û diçe. Îro jî ji dijwariya ji roja destpêkê tu tişt wendanekiriye. Wê ev bigihêje ku û bi çi rengî bi encam bibejî nayê zanîn.
Di roja me de di pêşengtiya PKK'ê ji aliyê Kurdan de meşandina wê, weke tevgera azadiya Kurdan diyar bike jî rastî tam ne bi vî rengiye. Ger em bala xwe bidnê destpêka vî şerî heta 1971, 1972'an herweha heta 1968'an ve dirêj dibe. Dema ji vir bê destpêkirin şereke 44 salan heye. Ev şer, wê Tirkiye bibe welateke çawa, wê pergaleke faşîşt-leşkerî serdest be an na wê civakeke demokratîk serdest be şerê wê ye.
Pirsa "wê Tirkiye ber bi ku ve biçe?" ji nava 1960'an û vir ve bi xurtî û zêde hatiye pirsîn. Bêgûman ev pirs di demên beriya wê jî hatiye pirsîn. Lê heta salên 1960'an yên vê pirsê dike derdoreke teng a elît(bijare)e. Ji nava salên 1960'an û şûn ve êdî ev pirs ji aliyê derdoreke berfireh a civakê hatiye pirsîn, di serî de ciwanên şoreşger, karker, rewşenbîr û derdorê din jî ji aliyê xwe heman pirs pirsîne.
Bi bandora şoreşa ciwanên cîhanê ya 1968'an ciwanê welatê me jî di dawiya salên 1960'an şoreşa demokratîk a pêşdikeve ciwan dibin pêşengê wê. "Wê Tirkiye ber bi ku ve biçe?" Ji vê pirsê re paşverûtiya leşker - sivîl ên girêdayî dervene bersiva "dîktatoriya leşkerî-faşîşt" didan. Di serî de ciwan hemû derdorên gel jî bersiva " Tirkiya Demokratîk û Serbixwe" dane. Denîz Gezmîş û hevalên wî jî bi dengê herî berz ev bersiv di sêdareyê de qîr kirine.
Vaye ve şerê demokrasî*faşîzmê yê hîn bi encam nebûye li welatê me bi vî rengî destpêkir. Ev şerê di navbera salên 1968-73'an destpêkir û bi dijwarî berdewam kir heta roja me hatiye. Îro jî pirsa " Wê welatê me wê di bin serdestiya dîktatoriya faşîst de bimîne an na wê serdestiya civaka demokratîk pêk were?" di rojevê de ye. Di navenda pevçÛna leşkerî -siyasî ya diqewime de ev pirs heye.
Pirsgirêk hîn çareser nebûye, pirsa berî niha çil salî hatiye pirsîn hîn jî di rojevê de be ev tê wê wateyê kesên ev pirs pirskirine hîn jî zindîne û jiyandikin. Weke pirskirin û şer dane destpêkirin, di meşandina şer de jî rêbertiyê dikin. Wê demê hîn jî Mahîr, Denîz û Îbrahîman zindîne, jiyandikin. Weke destpêkirine îro jî ji tekoşîna "Tirkiya Demokratîk" re rêbertiyê dikin. Laşê wan ji aliyê faşîzmê hatiye qetilkirin lê rastiya serokatiya wan hîn zîndî jiyandike.
Wê demê divê mirov çareseriyê li vir bigere. Kesên pirs kirine û şerê demokrasiyê dane destpêkirin ev kar çawa kiribin, îro jî yên dixwazin bigihêjin encamê divê li gor wê tevbigerin. Bi rastî jî wê hevgirtî bin û encamê bigrin naçarin bi vî rengî tevbigerin. Herkesên dibêjin tekoşîna demokrasiyê dimeşînim divê wusa bike.
Belê yên şerê "Tirkiya Demokratîk" dabûn destpêkirn ev kar çawa kiribûn? Ya yakem ne şev ne jî bi roj herdem di nava tekoşîna demokrasiyê de bûn. Nexwarine, venexwarine şerê demokrasiyê dane. Çavê xwe negirtine û ji bo tekoşîna demokrasiyê canê xwe dane. Gotinên Denîz Gezmîş ên di dadgehê de eşkerene. Wê demê bê ku 24 saetan bixebite mirov nabe demokrat.
Ya duyemîn heta tê xwestin wêrek û bi biryar tevgeriyane. Ji dayina canê xwe ji bo tekoşîna demokrasiyê paş de nemane. Di sêdareyê de û di dezgehên îşkenceyan de berxwedan û biryardarî li holê ye. Wê demê bê ku wêrekî û berxwedanê tekoşîna demokrasiyê nayê dayîn.
Ya siyemîn, her demê di nava yekîtî û hevgiriyê bûn. Yên li Kizildereyê hatin qetlkirin mîlîtanên THKP-C û THKO ne. Tevî rêxistinên wan cûdane di asta herî li pêş yekitiya çalakiyê heye. Cardin çalakiya Kizildereyê ji bo astengkirina darvekirina Denîzan bû. Serokê THKP-C Mahîr Çayan ji bo darvekirina serokên THKOyê asteng bike jiyana xwe daniye holê û ev mînaka herî li pêş a hevgirî û hevaltiya şoreşgeriyêye. Wê demê heta yekîtiya çalakiyê di asta herî pêş de nebe tekoşîna demokrasiyê nagihêje serkeftinê.
Di salvegera çilemîn a şahadeta wan de pêwiste mirov dersên dîrokî jê derxîne û jiyanî bike. Em sê şitla li ser vê bingehê bi rêzdarî bibîrtînin û tekoşîna wan a demokrasiyê ya jiyandike silav dikin!...
Şehadetlerinin kırkıncı yıldönümünde bu tür tarihi dersleri çıkarmayı ve hayata geçirmeyi bilmek gerekiyor. Üç Fidanı bu temelde saygıyla anıyor ve yaşayan demokrasi mücadelesiyle selamlıyoruz!..
- Ayrıntılar
AKP ne demokrat e, lewma nikarê demokrasî bîne.
Demokrasî tenê bi hebûna parlamento çênabe. Weke ku AKPe dibêje, bidestxistina ji % 50 dengan jî “temsîliya îradî” çênabe. Kenan Ewren jî, ji % 95 deng standibûn, lê ne Kenan Ewren bû demokrat û ne dikarîbû demokrasî bîne Tirkiyê.
Tirkiyê jî ne li gorî pîvanên dewletek demokratîk û “cemahîrî” î hatibû damezrandin û ideolojiya wê jî li dijî dmeokrasî bû. Eger hoy û mercên demokrasî werin sazkar kirin dikare bibe dewleteke demokrat. Lê desthilatdariya AKPê, Cemaet, artêş, dadgerî, perwerdehî, burokrasî teva li dijî demokrasî ne.
Lewma dibêjim ku, dibin pêşengiya AKPê de ev ne mumkun e.
Di destpêka damezrandina Komara (!) Tirkiyê de, formulasyonên demokrasî hatine kuştin. Çalakbûna gel, ji destên gel hatiye standin, îradeya gel hatiye şikandin, kesayetî hatiye kor kirin. Ji ber vê çendê, gel nikare li pêvajoyê xwedî derbikeve. Gel weke “reaye, ummet” hatiye dîtin, afirgeriya gel hatiye kuştin, lewma ne dikare tevlî pêvajoya çêkirina kanunan bibe, ne ew dikare daxwaza kanunekê bike.
Tirkiyê dewleteke pir-gelî, pir-olî û bawerî, pir-zimanî û pir-kulturî ye. Ev xisletên pîroz ji bo demokarsiyek rêkûpêk û zexim bingeha herî saxlem e. Lê otorîteya dewletî û îdeolojiya fermiyeta nijadperestiya Tirkiyê ev bingeh xerab kiriye û stunên demokrasiyê ava nekirine.
Civak, gel bê cografya çênabe. Dema ku cografya nebe, lingê dîroka wî gelî jî li hewa ne. Kultur jî wek baxçeyekî talankîrî, bê dar û ber e.
Ocalan dibêje; “hunandin, yan jî avakirina civakekê bê dîrok û cografya çênabe”. Yanî, ji dem û heyamê dur e. Yanî civak, yan jî gelê ji heyam û demê qut, ji hebûnê jî qut in. Ji ber ku dîrok kultur e; kultur, hunandina civakê û hişmendiya civakê ye.
Dîse Ocalan dibêje; “dem û heyama civakan, mirov ava-sazkar dike. Mirov jî, bi wan formasyonên ji dem û heyama civakî, di avakirina paşerojên wî gelî de rol û misyonê dilîze.” Yanî girêdana dîrokê û civakê, girêdana kultur û civakê, hişmendî û îradê diafirîne..
Eger civak, gel, li gorî formasynên ku me li jor hejmartin neyên perwerde kirin û bi îradeyek hişemdnî, li pêvajoyê xwedî dernekevin, di guhertinan de nebin xwedî rol û misyon, nebin xwedî îradeyek kontrol û guhertinê, demokrasiya bi hêz dernakevê holê. Kes, yan jî kesên wek îradeya gel derdikevine holê, eger bi havey û heriya formasyonên civaka xwedî hişmendî neyên xwedî kirin, demokrasiyek lewaz ava dikin û ji bo komên xelkê, gelên cûda, baweriyên cûda wek tehlokê derdiekvine holê. Hingî kontrola otorîter pêşdixin û anarşîzmê pêşdixin.
Li Tirkiyê, tirsa “dijminên hundir û derve” bingeha anarşîzma berdewamî, ku bi destê dewletê dihate afirandin e. Ev “faraziye” wek polîtikeya neteweyî hatiye bijartin û şro jî bi destê desthilatdariya AKPê dipratîkê de ye. Berî darbeyên eskerî, ji aliyê MÎTa sifîl û eskerî û ji aliyê komên teybet yên dibin sîwana serfermandariya artêşa Tirk ve, arnarşiyek faşîzan pêk dihate û zemina mudaxeleyan dihate amade kirin. Pêr û doh hişmendiya civakî û îradeya kolektîf ya gel bi vî rengî dihate kuştin. Statuyên siyasî jî dihatin berteref kirin. AKPe jî îro heman tiştî, di rengekî cûda û eşkere de dike.
Îro, AKPe ku daholek bi stuwê delêlîyan ve daleqandiye û ha ha propagendeya “hesab pirsîna ji darbekar û postmodernîtekaran” dike; ji aliyê din be siyaseta anarşîzmê (faşîzma li kolanan) dike pratîkê. Delêliyên AKPê jî, pirraniya wan, kesên weke rewşenbîr û entellektuelên Kurd xuya dikin e. Di her dema ku Kurd gaveke civakî û serketî diavêjin, AKPe, serî li kiryarek wiha, bûyerek wiha dide. Ev rengekî modern yê anarşîzan e û faşîzma kolanan û terora polîsan meşrû dike. Vê jî, wek berjewendiyek “epîtomolojîk” ya civakî derdixe pêş.
Eger desthilatdariyek, dibin navê “terorîzekirinê de” Kanuna Têkoşîna li dijî Terorê derbixe, eger dadgehên taybet û dozgerên taybet sazkar bike, li wî welatî tu kes nikare behsa demokrasî, azadî û mafan bike.
Abdullah Ocalan jî, mîna Robespierre, dibêje; “her çalekiya civakî, di heman demê de, çalekiyek civakbûnê ye.” Lê Ocalan, ji pêşengê Şoreşa Frensa gavekê wê de diçe û dibêje; “Çarxên civakî, dema ku rast werin bikaranîn, wek aşan dihêrin, li gorî xwe ji hevîr û haveynê xwe, amurên li gorî demê û pêşketî diafirîne.” Yanî tenê îradeya gel dikare şoreşan bike, guhertinan bike û di nava şoreşê û guhertinan de hişmendiya îradî û hestên neweteyî ava bike.
AKPe, behsa siyasetek xwezahî dike, lê di kiryarên xwe de siyasetê pratîzê dike û rastiyan, mafên xwezah dikuje, yan jî di nava demê de vedişêre û winda dike.
AKPê, baş dizane ku hişmendiya civakî, hem îradê diafirîne, hem kolektivîzmê. Ev her du xislet cesaretê-degeliyê didine komên xelkê. Îro, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, li Kurdistanê ev hişmendî derketiye holê; bi hişmendiyê re, îrade derketiye holê; bi îradê re kolektivîzm hatiye afirandin û wek sîstemek hatiye formulekirin.
Hêza ku Ocalan û Ropespierre behsa wê dikin ev e û li hemberî her cûre zordestiyan, kuştinan, xizaniyan, wek berxwedanek destanî derketiye holê. Îrade û kolektivîzma gelê Kurd, wek 18ê Adarê di pîrozbahiya Newroza Amedê de, di 4ê Nîsanê de li Riha, greva birçîbûna li Strasbourgê de derkete holê û ji cesaret-degelîya destanî jî wêdetir e. Ev teva hişmendiya civakî ne û bi dîrok, cografya, kultur, hevîr û haveynê şoreşa Kurdî ve girêdayî ne.
Lewma ezê dubare bikim: AKPe ne demokrat e, ne rêxisitnek hemdemî ye, heta ku dikaribe demokrasî sazkar bike. Aliyekî AKPê Kenan Ewren e, aliyek jî Abdulkadir Aksu ye; aliyekî AKPê Çewîk Bîr e, aliyek Idrîs Naim Şahîn e... Kî kê dixapîne gelo? Aliyekî AKPê darbeya 12ê Êlûnê ye, aliyê din di jiyana rojane de afirandina tirsa faşîzma kolanan e . Aliyekî AKPê asimilasyon e, aliyê din qirkirina siyasî, kulturî ye.
Aliyekî AKPê 4 sal cezayê serokê kontrayên kujer Mehmed Agar e, aliyê din jî 126 sal ceza kirina gerila Suphî Îsmaîl, bi 165 sal û 8 mehan e.
Di dîroka Komara Tirkiyê de, desthilatdariya herî egoîst, faşîzan ku bi awayekî têgihiştî, bi kiryarên anarşiya dewletî dike rojevê AKPê ye. Lewma demokrasî û mafên gelerî teva di devê Erdogan de kilît bûne û mixabin, ji Kanunî Sulta Suleyman jî paşverûtir serokwezîr e.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li Herêmê heyamek nû dest pê kiriye. Vê heyama nû, pêşketinên kulturî û guhertinên civakî bixwere anîne. Heyamên nû bi kulturê têne xwedî kirin, bi pêşketinan reng distînin û bi guhertinan digihine encamê.
Pêşketinên civakî û guhertinên civakî, dagirkeran kîndar dike. Kîna dagirkeran jî tixub û rêbazan nasnake. Qîr û teşqeleyan didine destpêkirin û olê, mezheban jî bikartînin.
Îro, li Rojhilata Navîn dibin pêşengiya hêzên bazirgan û dagirker de, gelên herêmê ber bi şerekî mezhebî têne ajotin. Ev heyamek metirsînî ye.
Di vê heyama metirsînî de, Kurd û Kurdistan, di navenda guhertinek kulturî û civakî de ye. Kultura nû û guhertina civaka Kurdistanê, sîstemek nû afirandiye û li dijî şerê bazirganî û nijadperestî bendek, kelihek ava kiriye. Hêzên bazirgan û dagirker jî, li dijî vê sîstemê şerekî dijwar û giştî dane dest pê kirin.
Bi vê mebestê Kurd û Kurdistan ketiye navenda guhertinên li herêmê û ber bi holka cenga sedsalê ve diçe.
Têkilî û tevgerên dîplomatîk jî vê rastiyê nîşan didin. Ji destepêka şerê guhertin û dizaynkirina herêmê de (2003), nijad û netew, al û xaka yekpareyî, ol tê bikaranîn. Hêzên bazirgan û dagirker, îro jî mezheb derxistine pêş û gelên herêmê di aliyê mezhebî de tînine hemberî hev. Şer dijwar dikin.
Mezhebên li herêmê, birînek dîrokî û mûmarî ye. Çend sed sal in ku ev birîna mumarî di nava êş û kana xwe de, bi tevzînokên siyasî re dijî û bêdeng bû. Di Bihara Gelan de, careke din serê birînê hate derkirin. Hêzên dagiker, ji bo şerekî di nava gelan de dijwar bikin û temenê dagirkeriya xwe ya statukoparêze dirêj bikin, mezheban bikartînin.
Hêzên bazirgan û dagirker, ji destpêkê û heta weke îro, gotina “terora germ” bikartînin û “felsefeya barbarî” jî dikine pratîkê.
Terora germ, wek meşrûiyeta hovîtiya wan e.
Felsefeya barbarî jî, wek îdeolojiya dagirkeriyê wan e.
Balkêş e, ji bo gelên ku daxwaza jiyaneke bi rûmet û mafên xwezahî dikin; ne meşruiyetê qebûl dikin, ne jî felsefeyekê rewa dibînin. Di dîrokê de, çînê serdest her dem serî li vê riyê daye, li dijî guhertinên civakî û têkoşînên azadî û jiyaneke bi rûmet, riya şerê dijwar û komkujî kirine pratîkê. Xwînxwariya xwe jî meşrû dîtine. Dîroka mirovahiyê, mixabin bi xwînê hatiye nivîsandin.
Mareşal Moltke, di destpêka pirtûka li ser şerê Alman û Fransa de, (1870 / 1871) dibêje; “dema gel jiyaneke cûda dixwazin, şûr ji kalan derdikeve û ev daxwaz jî tenê dikare bi şer werin rawestandin. Şerê li dijî gelan ne meşrû ne, lê serdestî û serketin meşrûiyetê bixwe re tîne.” Îro, di tevger û guhertinên li Rojhilata Navîn de, mixabin rewşeke cûda xuya nake.
Lewma di vê heyama metirsînî de, gelê Kurd jî mecburê hinek tiştan e.
Di demeke ku Kurd û Kurdistan bûye navenda dizayn kirina herêmê, hêzên Kurd yên siyasî jî mecburê hinek tiştan e. Di vê qonaxa ku Kurd û Kurdistan bûye holka cenga sedsalê jî, leheng, pêşeng, lîder, rewşenbîr û entelektuelên Kurdan jî, bêhtirîn mecburê hinek tiştan dibin.
Tu civakên Kurd, tu hêzên kurd, tu rêxistinên kurd, tu leheng û pêşengên kurd, tu entelektuel û rewşenbîrên kurd, nikarin xwe ji berpirsiyarî, binbariya vê heyama dîrokî bidin aliyekî. Yek rê, ne du, tenê yek rê li ber teva heye. Ev rê jî, riya berjewendiyên neteweyî ye. Berjewendiyên tevahiya gelê Kurdistanê jî, di riya tifaq û yekîtiya neteweyî re derbas dibe.
Tu, dîtinên siyasî, tu hişmendiyên îdeolojîk, tu têkiliyên bazirganî, tu têkiliyên dîplomatîk û siyasî nikarin bibin sedema dûrketina ji vê riyê. Tu hêzên siyasî jî nikarin berjewendiyên neteweyî bikin qurbanê berjewendiyên kesayetî, malbatî û komî.
Dive werê zanîn ku, guhertinên li Kurdistanê, ji geuhertinên herêmê cûdatir in. Guhertinên lu Kurdistanê, mîna me li jor got, kulturî, civakî û dîrokî ne. Ji ber ku, Kurd û Kurdistan ne mîna yek welatê li herêmê ye. Her gelê herêmê li ser xaka xwe xwedî sîstemek e dewletî ye: dibe ku ev sîstem despot bin, mezhebî bin, olî bin, komalgerî bin. Lê yên wî gelî ne. Kurd û Kurdista ne wisa ye. Parçekirî ye û ji aliyê sê nijadên cûda ve, bi riyên hovîtiya artêşên kujer ve hatiye dagirkirin. Sê nijadên cûda ku bi çanda ol, nijadperestî û şidandina mezhebî hatine stewihandin in. Ligel van nijadan, hêzên bazirganên selefekar yên derve jî hene.
Gelê Kurd, li dijî van hêzan teva, şerekî dijwar dide meşandin, berdêlên giranbiha jî dane û dide; lê qonaxek serketinî jî bidestxistiye. Di vê qonaxê de, xwerêxistiniyek dewletî û xwedî sîstemî jî sazkar kiriye. Di aliyê serketina eskerî de, tixubên parçekirina Kurdistanê ji holê rakirine; di aliyê medya de, tixubên xaka Kurdistanê ji holê rakirine; di rêxistiniya civakî de hem tixubê parçekirina Kurdistanê ji holê rakirine, hem jî dîwarê siyasî ku di şerê yekemîn yê cîhanê de li dijî gelê kurd hatiye avakirin hatiye hêrivandin. Ya herî giring, tixubên di mêjiyê gelê kurd de hatiye xêz kirin û ezbera gelê kurd jî hatine xerab kirin.
Bi vê mebestê, her lept û liva lîderekî Kurdan, her têkilî û serdaneke lîder û dîplomatekî Kurdan ligel payîtextên dewletên dagirker, dibe sedema gumanan û dibe bingeha nirxandinên cûda. Bi van gumanan, me got, pêwiste her kes, her gava xwe bi pîvan, bi hesab biavêje. Her kes, her sazî û her hêza Kurd, bi binbarî û berpirsiyariya neteweyî tevbigere. Riya serketina Kurdan, rizgariya ji vê heyama metirsînî , ne du ne, yek e. Yek rê ye!.. Ew jî, yekîtiya neteweyî ye. Bi beşdarî û tevlîbûna her hêza Kurd, pêkanîna Konferansa Neteweyî ye. Riya serktinê ne Enqera, ne Tahran, ne Baxdat û ne jî Şam e. Amed, Hewlêr, Mahabad û Qamişlo ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li Rojhilata Navîn lîstikên mezin di pratîkê de ne. Lê balkêşiya herî mezin dewleta Tirkiyê ye. Wek canbazê li ser çar şelîtan bilîze xuya bike jî, di rastiyê de, ne wisa ye. Canbazê ku kiryarên xwe bi lîsitkên “ucube” vedişêrê ye.
Di lîteratura siyasî de, dewlet gel e, lê li Tirkiyê gel “reaye” ye. Di lîteratura hukumraniyê de, dewlet bê desthilatdarî nabe, li Tirkiyê desthilatdarî, yan siltan e, yan “ata” ye, yan şef e, yan jî Erdo-ul Cemaet e. Li cîhanê, bê gel dewlet çênabin, li Tirkiyê pêşî dewlet piştre gel e. Gel jî, li Tirkiyê, ji bo sê tiştan heye, bacûbêş, eskerî û karkerî. Li cîhanê desthilatdarî di xizmeta gel de ne, li Tirkiyê wajî vê, gel di xizmeta desthilatdairyê de ye.
Li cîhanê îradeya gel pîroz e, li Tirkiyê, ligel desthilatdariya AKPê (mînaka dawî ya wezîrê karên hundir Îdrîs Naim) hirçê dilîzê ye.
Li cîhanê, dema ku gel bi hilbijêran re kete nava nakokiyan, desthialdarî ji kar têne dûr kirin. Li Tirkiyê desthilatdarî, gel bi kanunên taybet ji cihê wan “nefî- surgun” dike. Di demokrasiyan de, hêza gel, di ser her tiştî re ye, li Tirkiyê demokrasî bi “wesayet” dimeşe. Doh wesayeta eskerî bû, îro wesayeta cemaetê ye.
Li gorî van pîvanan, dewletek “ucube” li hemberî me ye û di parvekirina edalet û mafan de, pîvanên kanunên faşîzma Mussolînî jî xwedî gotin in.
Di van rojên ku, gelê Kurd ji çar aliyan ve hatiye dorpêçan û qirkirinên eskerî, siyasî, kulturî, bawerî, civakî, rêxistinî û îradî di pratîkê ne cîhan lîstika sê meymunan dilîze. Ne tenê desthilatdarî, muxalefeta Tirkiyê jî, di kiryarên li dijî gelê Kurd de, rola xwe baş dilîze û qirkirina piralî ya gelê Kurd, ji rojevê dûr dihêle.
Desthilatdariya Tirkiyê û muxalafetê, bê exlaqî bi zanista geometrî û dizaynkirina mekanîkî re kirine yek û her kes rola xwe baş dilîze. Desthilatdarî, şelîtên navbera du dîrekan girêdide û wek cambazê siyasetê derdikeevê ser şelîtê û muxalefet jî wek zirtekê li binê şêlîtê dilîze.
3 sal in, siyasetmedarên kurd, bi hincetên pûç û vala di girtîgehan de têne girtin. Ji bedêla ku yên girtî serbest berbidin, tazmînatê bidin, lêbûrîna xwe bixwazin, yên nû digirin û hejmara girtiyan ha ha zêde dikin. Ev argumentên xapandina geometrîk in û di xapandina gel de, roleke baş jî dîtine. Vê canbaziya ku geometrî û mekanîkê bi hevdûtin re dikine yek, li ser bingeha “we nekir, ez dikim”, “we ceseret nekir, ez dikim û hesab dipirsim” tê rûnandin. Hewqasî cambaz in ku, dikarin pratîk-kirina siyasî, serdestî rastiyan bikin e. Ev helwest, li dijî zanistên civakî teva xwendina meydanê ye, qarîşkêşiya li dijî demokrasî û îradeya gel e. Lê desthilatdariya AKPê, devê gel lixab kiriye, dest û lingê gel zincîr lele kirine.
AKPe pêşî, rewşenbîr, nivîskar, hunermend birin kêleka xwe. Ev kes û derdor berdevkê gel bûn. Pêşî bûne şûrkêşê AKPê, piştî rastî fêm kirin, bêdengî bijartin. Bêdengî jî alîgiriya serdestan e. Piştre rêxistin û saziyên civakî bi xwe ve girêdan, yan jî dane avakirin. Sazî û dezgeh jî dest û lingê gel in. Ev baskên ku tenê li “alif û ulufe” dinêrin, hîna zincîr û leleyên gel dişidînin.
Her du basik jî, bûne palê AKPê û di pêkanîna, pratîk-kirina siyasî de berdevkiyê dikin û rastiyê berteref dikin. Birînên xedar kujerî vedişêr in.
Ev pratîk-kirina siyasî, di doza 28ê Sibatê û girtina du-sê generalan de jî xuya kir. Lê çi balkêş e ku, ew kanunên ku gunehkarên darbeya postmodern digirin, li hemberî gunehkarên komkujiya Roboskî “ketûm” in. Lê çi balkêş e ku, ew dozgerên ku li dijî darbekarên faşîzma 12ê Êlûnê dadgehan vedikin, îddîanameyan amade dikin, li dijî terora polîsên ku li kolanan ciwanên Kurd dikujin, zarokên Kurd dikujin “ketum” in. Lê çi balkêş e ku ew dozgerên taybet, her roj fermanan didin û polîs jî, xewa şevan li gelê Kurd herimandiye. Lê çi balkêş e ku ew dadgerên ku dosyayên dozgerên taybet, pê re pêre erê dikin û wek berdevkê huquq û edaletê cûbeyên pêsîr sor li xwe dikin; ji bo puşiyê 24 sal ceza didin; ji bo parastina zimanê kurdî devê mikrofan digirin; bê-exlaqiyê pratîk-kirina siyasî, li exlaq û edaletê, li zanista geometrî, matematîk û fizîkê suwar dikin; û dibêjin “zimanekî nayê fêm kirin” e.
Kurd, li hemberî zîrekîtiyek totalîter in û ew zîrekîtî, bê-exlaqiya xwe jî bi pratîze-kirina siyasetê, rastiyê vedişêre. Ev zihniyet du tiştan diafirîne, anarşî û despotîzmê. Anarşiya ku diafirîne jî diavêje ser hemberê xwe û li gorî xwe zemînek meşrû amade dike û despotiya xwe jî di çarçoveya vê meşruiyetê de dike pratîkê.
Li kiryarên desthilatdariya AKPê binêrin; ji serokwezîr û wezîrna bigirin heta bi zanist, nivîskar, rojnamevan û generalên, di xefk û kemîna AKPÊ de cih digirin, anarşiyê diafirînin. Hêzên despotîzmê jî terora li dijî gel dikine pratîkê.
Zihniyeta Erdo-Cemaet, alliyek Bernard Russsel e, rasyonalîzmê diparêze; aliyek Freud û Cornad e, îrozyanolîzmê diparêze. Dema ku ev her du bawerî bûne yek, mirov ber bi “mirovên heywan” dçe. Yanî hov dibe. Ev paradoksa AKPê û Cemaeta Gulen e. Kiryarên li dijî gelê kurd jî, ev bextreşî ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, bûye xwedî hişmendiyek dîrokî û siyasî.
Êdî, li dijî kiryarên faşîzan û kujerî, çalekiyên ku dikevine rojeva raya giştî ya cîhanê lidardixin. Gelek caran em dibêjin: “Kurd di aliyê dîplomatîk de lewaz in.” Lê guman dikim ku, tevger û têkoşînên dîplomatîk, ne tenê hevdîtinên bi siyasetmedaran re ne.
Çalekiya greva birçîbûna li Strasbourgê jî, biqasî rol û misyona siyasî û civakî, xwedî rol û misyoneke dîplomatîk e. Bi hêsanî em dikarin bêjin ku, di vê qonaxa ku rewşa çalekgeran her ku diçe xerab dibe, xewa rayadarên Ewropa yên pêwendîdar jî direve. Kimya mêjiyê wan dibe deşo.
Greva birçîbûna li Strasbourgê, di daxwaza azadî û mafê xwezahî de, di daxwaza jiyaneke bi rûmet de jî xwedî roleke dîrokî ye. Ji ber ku gelê Kurd di destpêka sala 2012an de, kampanya “yan azadî, yan azadî, ji bo Ocalan azadî, ji bo gelê Kurd statu” da dest pê kirin. Vê pêvajoyê ji 8ê Adarê dest pê kir û bi pîrozbahiyên Newrozê giha asta herî bilind û heta bi 4ê Nîsanê, Meşa Amara dewam kir; bi grevên birçîbûnên ku, çalekgeran li zindanên Tirkiyê û Strasbourgê dane destpêkirin berdewam dike.
Greva birçîbûnê, wek çalekiyek pasîf tê binavkirin. Lê ne wilo ye, dema ku mirov bedena xwe kire mertal, dibe çalekiya herî pîroz û giranbiha. Tiştek ji canê mirov bi nirxtir û pîroztir nîne. Çalekgerên Kurd jî, ev nirx û pîrozî kirina ala azadiyê.
Êdî xewn û xeyalên statukoparêzan xerab bûne. Ji aliyekî ve li zindanên Tirkiyê, rayedarên statukoparêz; ji aliyê din ve li Strasborugê, rayedarên ku destekê didine dewletên dagirkerên Kurdistanê, nema dikarin bi hêsanî hesabên dûrûdirêj li ser gelê Kurd û li ser xaka Kurdistanê bikin.
Efsûna wek destîniya nayê guhertin ji holê hilat û gelê Kurd, ji destpêka sala 2012an û vir ve, meşrûiyeta desthilatdariyên dagirker red kir û statuya xwe ya îradî û siyasî îlan kir. Belkî daxuyanî neda, yan jî li ser bircikên Amedê li boriyên îlankirina îradî û xweseriya demokratîk neda, lê Amed, biqasî Enqera di siyaseta Tirkiyê de xwedî gotin e.
Greva birçîbûna li zindanên Tirkiyê, greva birçîbûna li Starsbourgê jî, li Ewropa otorîteya dagirkerî û statukoparêzîya li dijî gelê Kurd têk birin.
Baş tê zanîn ku, duvê statukoparêziya li Enqerê dirêjî payîtextên Ewropa dibe. Bi vê mebestê, greva birçîbûna li Strasbourgê xwedî rol û mîsyonek dîrokî ye. Her roja ku çalekger di kûraya “bêhalketina bedena xwe de rojek li paş dihêlin” topek li dîwarên mabedên statukoparêziyê dikeve û deverekê di dîwar de vedike. Ne hêsa ye, 50 rojî birçîbûna bedenê û tenê vexwarina qentê, ne hêsa ye. Ez wê êşê û wê psîkolojiyê baş nas dikim. (bi vê pêwanê ez lêbûrîna xwe ji çalekgeran dixwazim, ji ber ku kar, derfetên çûna serdana wan neda), Lê îradeya ku bi berdêlên giranbiha û di nava 30 salên şerê dijwar û giran de hatiye bidestxisitn, di giyanê çalekgeran de ala serkeitnê dibalivîne. Ev serketin, di dengê Fuat Kaw de, ku di mikrofonên Radyoya Dengê Mezopotamya de û di ekranên Nûçe TV de olan vedide, xuya dike. Aliyekî têkoşîna gelê Kurd çiyarêzên Kurdistanê ne, aliyek kolanên bajarên Kurdistan û metopolên Tirkiyê ne, aliyekî têkoşîna gelê Kurd tevahiya cofrafya Ewropa ye.
Gelên li Ewropa Şoreşa Frensa û encamên wê jiyan e û ew nirx ji destên xwe winda kirine. Lê gelên li Rojhilata Navîn, ji pêvajoya pêxemberan û heta îro, guhertinên şoreşgerî ne jiya ne. Yekemîn car e û gelên herêmê ketine pêvajoyeke wisa. Lewma em navê têkoşîna gelê Kurd bi guhertina dîrokî re, bikartînin û bi nav dikin. Têkoşîna ciwanên kurd, çalakiya grevên birçîbûnê, wek destan û rol û misyonek pêşengî û zora li dîrokê binav dikin.
Rojhilata Navîn ku dibin desthilatdariyên otorîter de dihate guvaştin, serûbinî hev bûye. Tirkiye, ber bi paşverûtiya cemaetan biçe jî, rastî dîwarê Haraketa Azadiya Kurd tê. Ewropa ku dixwaza, statukoparêziya, bi şerê yekemîn yê cîhanê, weke bextreşiyekê layiqî gelên li Rojhilata Navîn dîtiye, li hundir, di navêndên xwe de rastî dijberiya kurdan tê. Di dîroka Ewropa de, tu hêzên li derî Ewropa, biqasî Kurdan bandor li siyaseta Ewropa, li civaka Ewropa ne kiriye.
Kurd îro li Ewropa, rol û misyoneke Şoreşa Frensa dilîzin.
Belkî biqasî êrîşa li dijî Girtîgeha Bastîlê nîne, lê di guhertina civakê de, xwedî rol û misyonek e. Ciwanên kurd, bi çalekiyên xwe, çalekgerên greva birçîbûna li Strasbourgê jî, kimya bedena siyastemedar û rojnamevanan xerab kirine. Ava kimyewî ya mêjiyê wan tevlîhev kiriye. Ev bûyer û pêhatî wê di nava demê de bandorên mezin bikin.
Siyaset, ne tenê axaftin û kanunçêkirin e. Siyaseta mezin bandora li ser civakê û xerab kirina xewn û xeyalên sosret e. Greva birçîbûna li Strasbourgê jî, ew bandor li ser civaka Ewropa kiriye. Di têkbirina xewn û xeyalan, xerakirina hesabê dagirkerî û statukoparêziya ku destên wê dirêjî navenda cîhanê Kurdistanê dikin roleke dîrokî dilîze.
Hêvî ew e, ku CPTê û Komisyona Ewropa, di vijdan û berpirsiyariyên xwe de dereng nemînin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li ber darekê
Piştî bombardumana balafirên F 16 û şewatek dagirkerî
Di nava behnûbixara jiyana parçekirî de
Piştî şewata daristanê, li bin dareke berûwî
Di civîna komek gerila de, stratejiyên li ser pelên darên şewitî nivîsandî di ber çavên dil re derbas kirin. Hinekî êş… Hinekî mixabinî… Planên xwe gotin û bi dilên xwe radestî hev kirin
Fermanên di civînên Enqerê de nîqaş kirin û zengilê telefonên dibine bingeha komkujiyan, di ber çavan re derbas kirin. Xetnivîsên li ser pelan, di nava kelgerma barûdî de, aliyek kizirî, aliyek şikestî xwendin û şîrove kirin.
Piştî rista plansaziyê û kifşkirina rêwingîtiya ber bi oxirê,
Di keliha welatê dagirkirî de,
Di nava kenên bêrîkirinê de, koma gerila li hev nêrîn,
Ew kêlîka xatirxestinê bû
Piştî ramûsanên bi ronahiya rojê hatine avdan û piştî destdana hev ya germahiya dilsoziyê, komek ber bi Haftanîn derkete rê… Yek ber bi Garê… Ya din jî, lorîna berbûliyê bûkê lîland û ber bi kêlikên di dilê erdnîgariyê de hatine çandin ve meşiya…
Koma ku biçe Çiyayê Mava,
Li mij û morana hawara Diclê nêrî, li xumama geliyên kûr û dolên di nava dûxana qazanan de nêrî… Jiyanek fetsînok hebû û gerila sunda xwe bi hêrseke tolhilodanê dubare kir. Li Geliyê Xwînê û deşta suwariyên di kêşa pêşbaziyê de, li dijî nifiran kelehêrsa xwe di nava lebşêrîna stranan de fûrandin.
Û bi gotina “berê xwe dan oxirê, pişta xwe dan felekê”meşiyan…
Aliyekî gerila Bagok bû
Aliyekî gerila berxwedanên qedîm Serhed û Pencînarê bû
Aliyek jî Çiyayê Hevêriya û Xanturê bû…
Ev kelihên 30 salên berxwedanê ne, wek nasnameya şerên destenî ne, di kembereke bûkaniyê de aliyek zêr, yek zîvî bû…
Rengê hevrîşmê bi qeseba cewherî xemilandî bû…
Ev kelihên gerila ne, wek hunerê zîvkerên Midyadê di nîgarkêşiya sedsalan de, bi dilopên xwînê, bi beza deh salan, bi xwehdana li tirsê barkirî, bi gotinên bêrîkirin û evîna li bane asoyên sirtikên çiyarêzan hatine xemilandin.
Xemla hunerî di bejna gerila Zelal de
Di garden-gaza Mizgîn de bûye efsûnek Yezdanî
Bûye ayetên ezmanî û metafizika di helbestên meleyê Cizîrî de, ber bi Pisaxê diherikîn.
Herka gerila dibû şelîpanek û xwe digihande payîtexta Şahê Banikê. Dibû şelîpanek gerdûnî û hafa Çiyayê Cûdî dikir. Li pêşberî kêştiya Nuhê Kal, bizmarên di nava demûdewranan de rizî berhev kirin.
Salûheyam xwendin
Demûdewaran strandin
Û di xatirxwestina berî meşa ber bi azadiyê de, gerila, birînên dilê xwe kirin bendav û kirin pirr… Piştre, gotinên ji derya ferhengan dûr hatine hiştin,
Di teng û bertengên xwe de şidandin
Bi pêlên peyvan re,
Ber bi destanên dku i pirtûkan de hîna ne hatine nivîsandin meşiyan.
Gotin, “qewlê me, car din, li binê dara berûwî,
Gotin, piştî ledaneke li dijî faşîzmê, şevê li xwe bipêçin û werin, xwe ji çeka lawê biparêzin, asoyên hêviyê li xwe bar bikin û werin
Gotin, car din bi şînbûna daran re
Bi hêviya dîlan-girtina di nava daristana şewitî de
Û bi soza ku car din, bi hev re çaya bi “doçka” de vexun
Di ser pira Basya ve derbas bibin û werin
M. BAGOK
- Ayrıntılar