Nameya Ebumuslum Dogan wiha ye: Gelê kurd ê bi hezaran salan e li ser van axan dijî, di tu serdemên dîrokê de bi qasî vê demê rastî înkar, îmha û lîstikên qirêj nehatibû, ev yek li ber çavan e. Tevî vê yekê ez heta dawiyê bi baweriyê me ku gelê me bi mafdarî û rêbazên têkoşîna xwe ya rizgariyê wê bi serkeve û her wiha bibe wesîleya rizgarbûna hemû mirovahiyê...
Dîrokê êdî reng û karakterekî wisa daye têkoşîna gelê kurd ku nema kes dikare pêşiyê lê bigire. Divê hemû gelê kurd bi vê hişmendiyê li dîroka xwe xwedî derkeve û li ser bingeha jiyaneke azad helwesta xwe nîşan bide. Rewşa em têde ne, îspat dike ku êdî siyasetên îmha û înkarê û lîstikên qirêj wê bi ser nekevin. Êdî her kes dibîne ku gelê kurd ê ku berê navê wî jî dihat înkarkirin, îro bi hemû heqîqeta xwe ve tê naskirin û dîsa têkoşîna Rêber Apo û PKKê ku wan gelê kurd gihand vê astê, hêjayê teqdîrê ye. Di serî de siyasetên melisandinê yên ku li hemberî Rêber Apo dihatin pêk anîn, niha li dijî PKK’ê û tevahiya gelê kurd ketin dewrê. Wezîfa pêşîgirtina li van siyasetên dijmirovîn û hovane dîsa dikeve ser milê PKK’ê û gelê kurd. Ji ber vê yekê weke ku PKK jî destnîşan dike; “Roj roja azadkirina rêberiyê ye.
…Gelek tu caran nikare ji kesê ku ew ji mirinê rizgar kiriye, cuda were hiştin. Di vê wateyê de ez dixwazim dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo re bînim ziman û her çendî ez nikaribim wî bibînim jî hemû hewldana min ew e ku ez wî rast têbigihîjim û di rêça wî de bimeşim. Baweriya min ew ku 11’emîn sala komployê wê bibe şîara ji bo azadiya Rêber Apo û serhildanên gelê me. Ez zanim ku têgihîştina ji Rêber Apo, û dilsoziya pê re vê yekê li ser me ferz dike. Di vê riyê de eger pêwist be, divê em karibin canê xwe jî bidin. Ez jî di vê riyê de tu caran dudilî nebûm. Ji ber ku ez zanim di PKK’ê de soz her tişt e, ji ber vê yekê ez xwe ji bo Rêber Apo û gelê me û ji bo PKK’ê xwe feda dikim.
Ez di wê baweriyê de me, ku gelê kurd pir nêzî hesreta xwe ya sedan salan azadiyê bûye. Di vê wateyê de gelê bivênevê gelê kurd wê di ronahiya konfederalîzma demokratîk de weke ku Rêber Apo jî dibêje, wê rizgar bibe. Xuyaye ku Komara Tirkiyeyê jî bi vê hesiyaye ku bi navgîna hikûmetê bi navê pêşîvekirina demokratîk ketiye pey lîstika tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê. Lê belê diyar û bêguman e ku ev lîstik giş wê bên pûçkirin, gelê kurd di bin ronahiya nexşeriya Rêber Apo de wê konfederalîzma demokratîk bi serkeve.
...Beriya her tiştî min dixwest vê nivîsa xwe bi gotina gerîlayan, bi kurdiya akademîk binivîsim. Lê ez bi her kitekita kurdî nizanim û vê yekê weke kêmasiyeke xwe dibînim. Min mîlîtaniya ku helwesta PKK’ê ya li hemberî jiyanê ye, di şêweyê jiyana xwe de bi temamî pêk neanî. Partîtî û partîbûyîn bi temamî bi cih neanî, ev rexnedayîna min e.
Ez silav dikim, di destpêkê de gelê kurd ê ku azad dijî û wê azad bijî;
Zarokên rojê, welatê Kawayan, Xaniyan, Seîdan, Agirî û Zîlanan Kurdistanê;
Rêber Apo, yê gelê min û welatê min gihand heqîqeta xwe, nasnameya me da me, wê qet neyê jibîrkirin û timî were bibîranîn;
Gerîlayên cewherê wan agir e, şervanên azadiyê yên bêtirs şer dikin;
Tevahiya hevalên ku li ser riya jê bawer kirî dimeşin û yekane gunehê fikirîna rast e û ji ber vê ketine zindanan,
Dayikên Aştiyê yên ku bedenên mirî yên zarokên xwe jî nedîtine, tevahiya gelê xwe yê ku wê azadiyê di bedena xwe de bijî û biparêze silav dikim!
Çawa hevala Viyan jî gotî, êşa ku dîlbûna Rêber Apo yê ‘roja tarî’ ronî kirî, peyde dike, weke gelekan di beden û ruhê min de jî heqîqeteke mezin e. Me jiyan bi te manedar kir. Me ew qasî hez ji te kir ku em di riya te de bimirin. Bedena me ya bi rondikên çavan mezin kirî, her cara gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, nîşanî me da ka mahne û azadiya rastî çiqasî bi nirx e. Her roja Rêber Apo gelê xwe silav nake, ji bo me birîneke mezin e, êşeke mezin e ku em dikşînin.
Rêber Apo gelekî navê wî jî qedexekirî, endamên wî yek bi yek ji ariya wan ji nû ve zindî kirin. Ji ber vê yekê weke her ciwanê kurd ez jî hezar caran minetdarê Rêber Apo me. Bila fêm bikin ku careke din xiyanet wê li gelê Kurd neyê kirin. Ez dixwazim bi baweriyeke mutleq bînim ziman ku ku vê roja ku agir wê bedenan bikeve jî em ê ber bi cewherê xwe azadiyê ve biçin, ji riya em pêde diçin veger nîne.
Bêrîtanbûyîn, bi Semayan bilind bûn, Mazlûmbûyîn gihiştina Viyanan e.
Bijî Serok Apo, Bijî Kurdistan, Bijî Azadî!
Lawikê Bêzar.”
- Ayrıntılar
Veqetîn bi zerbûna xwe payîzeke dawîn e
Fena bayek hênik dibalive
Û di her balivandinê de
Ji dil hinek tiştan qut dike
Veqetîn dareke qirase a çinarê ye
Pelên wê zer bûne
Ji dil tiştek kêm dike
Veqetîn deryayeke bêwate ye
Şînbûna wê çilmisiye
Her dema ku li asoyan dinêrim
Veqetîn ji dil hinek tiştan dikuje
Cesûr Gever
VEGERIYAM
Ma min ji te re negotibû ku ez ê rojekê vegerim
Û ez hatim çiyayên azadiyê Heftanînê
Çiyayên azadiyê yên Heftanînê, her dem di xeyalên min de bûn
Gelek sal bihûrîbûn, min çiyayên Heftanînê nedîtibû
Ew xeyalên min pêk hatin
Ez nizanim ez ê çawa xweşikbûnên wê vebêjim
Mirovek ku Heftanînê nedîtibe, nikare xweşikbûna wê bîne ziman
Êdî xeyalên min bûn rastî
27.11.2004
Gabar Çiya
Heftanîn
- Ayrıntılar
BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –I-
Gelê kurd ku di dîrokê de wekî Hûrî, Gutî, Mîtanî, Naîrî, Ûratûyî, Hîtîtî û Medî hatine binavkirinê, yekane neteweke ku bi hejmara xwe ya zêde, hem li ser welatê xwe hem jî li her devera dinyayê gelekî ji her cure mafên mirovî û welatekî ne azad bêpar mayî ye. Zihniyetên dewletparêz hewl dane vê yekê wekî qeder bi gelê kurd bidine qebûlkirin.
- Ayrıntılar
Rondikên dayîkên me yên fedakar, hêrs û kela dilê me difûrîne. Ew dayîkên me yên ku keç û xortên xwe yên herî bedew di oxira jiyaneke azad de feda kirine û tu carî ji fedakirinê bi paş de nemane, li hember hovîtiya dijminê har, girêdayîna xwe ya bi şehîdên xwe re, bi Serokatiya xwe re bi hestên xwe yên herî dilsoz û bedew, li qadan diqîrin.
- Ayrıntılar
Duran Kalkan
Bûyeran daye nîşan ku AKP careke din nêzîkatiyeke li gorî kevneşopiya xwe ya takiyeger daniye holê. Gelek derdorên hundirîn û derve bawer kiribûn ku wê AKP xwe bi spartina merc û derfetên hundîrîn û derve re, di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiyê de hinde vûbûnan pêkbîne. Lê mixabin ew helwesta ku hukimetê li hemberî komên aştiyê ku li ser bangawaziya Rêber Abdulah Ocalan ji Mexmûr û Qendîl çûne daye nîşandan, daniye holê ku ev bawerî û hêvî nerast in.
- Ayrıntılar
Cemil Bayık
Rêber Apo cihê nû yê di nava sîstema Îmraliyê de ku lê tê hiştin mîna ‘çala mirinê’ binav kiribû. Li hemberî nerazîbûna gelê kurd a rewa û demokratîk weşandina wêneyên Îmraliyê ya ji aliyê Wezareta Dadê ve jî ev navlêkirin piştrast kir. Mîna di wêneyên hate weşandin de jî hate dîtin Rêber Apo di cihekî mîna çaleke bêbinî de tê hiştin.
- Ayrıntılar
Filistîn heya destpêka sedsala 20’an di bin destê dewleta Osmaniyan de bû. Di heman demê de, xwesteka cihûyan a mezin hebû ku Filistînê ji xwe re bikin dewleteke cihû. Hemû hewldanên wan bi Sultan Abdulhamîd re vala derketin û nikaribûn ku Filistînê bi zêran bistînin. Piştî şoreşa ereban di dema şerê cîhanê yê yekemîn de û binketina dewleta osmaniyan, vêca artêşa îngilîz kete Filistînê.
Hozan Ehmed Arîf di helbesta xwe ya bi navê Pidika Adîloş de wiha dibêje::
- Ayrıntılar
Ji dilê çiyayên azadiyê ez silavên xwe yên bêdawî ji tevayî rêhevalan re dişînim. Di serî de cejna Rêber APO û tevayî girtiyên azadiyê pîroz dikim, rêz û girêdana xwe ya bêdawî nîşan didim.
- Ayrıntılar
Cemil Bayık
Nûçeyên der heqê şandina pênc girtiyan ji girtîgeha Îmraliyê re û guhertina cihê Rêber Apo di navgînên çapemeniyê de cih girtin. Di van nûçeyan de, der barê girtiyên hatine şandin de hin agahî hatin dayîn. Parêzer û birayê Rêber Apo ên çûne serdana wî jî ev nûçe piştrast kirin.
- Ayrıntılar