Daristanên welatê min bêdeng û melûl in. Di bin potînên zebaniyan de dieciqin û di bin gurmîna top û hawan û guleyan de dinalin. Kezeba me dişewitînin. Her der bêdeng e. Newal, dol, beyar, şiverê û daristan bêdeng in. Hem jî bêdengiyeke gelek qirase! Her tişt di nava vê bêdengiyê de difetise.
Edî şevên me ne tarî ne, bi biriqandin û şewla guleyan tevlî stêrkan diteyisin. Hê bihar nû xatir ji me xwest, hê em nû hînî havînê bûn, hê payîz ji dûr ve li temaşe dike û hê zivistan dûr û dûr e. Berf û bahoz jî nîn in ku werin hawara daristanên Kurdistanê. Cudî dişewite, Besta dişewite, Bagok dişewite, Zap dişewite, Ebdilkovî û Sîro dişewite. Welatê min dişewite, gelê min dişewite... Ev hê destpêk e, ne rojek, ne du roj. Wê ev hetanî zivistanê bidome.
Dewleta tirk tu carî bi merdî şer nekiriye û her dem bi bêbextî şerekî qirêj bi pêş xistiye. Fena her salê ji nû ve dewleta tirk bi zanebûn şewitandina daristanan “Komkujiya Ekolojîk” dike. Dewleta tirk li hember gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê her li bin dikeve, pê re jî berê xwe dide xwezaya Kurdistanê. Li hember vê her kes bêdeng e. Ka hawirparêz, ka derdorên hûmanîst... Dewleta tirk fena ku bêje, “Ya ku ji min re nebe yar, ji we re jî nabe yar” û warên herî xweşik, warên herî bêhempa yên çiyayên Kurdistanê dişewitîne. Bi şewitandinê re bi hezaran, bi milyonan tibaret û ajalî jî tune dike.
Guleyên wan bi şewat in, kezeba wan kufnikî ye, dilê wan pîrikgirtî ye. Encax hêza wan têrî şewitandina dar û beran dike, encax hêza wan têrî şewitandina hêlîna şalûl û bilbilan dike.
Em di serdemeke dirû a ku fedî û heya nîn e de ne. Li hember van, dilê me di tîbûna aştî û azadiyê de neçarî şer e. Ji bona ku pêşeroj kambax bibe, çi ji dest wan tê dikin, welatek difetisînin, pêşerojê tarî dikin. Ji bona ku êdî dar neşewitin, pitek nemrin û dayîk negirîn dem ew dem e ku li çiyayê azadiyê bibine şitlek...
Şer xwe digevizîne û dibe mêvanê me û bi wê giyana xwe ya bi kêm û hêrsê hestan parzûn dike. Li hember vê mirina yên ku aştiyê qêrîn dikin zimanan fedîkar dihêle... Hişbin! Dibêjin. Bes dem dema xerakirina bêdengiyê ye û em ê xera bikin jî.
Ew dengê kesên newêrekê mirovantiyê, encax hêza xwe ji gurmegurma bombeyan û ji wan balindeyên xwe yên hesinî digirin. Her tişt bi zagonî tê jiyandin, ji bona wan hemû mirin rewa ne… Ma wê çi bikin zarokên welatê min? Neçar in di rojekê de mezin bibin û di rojekê de bibine “terorîst”
Êdî guhên me ker, êdî zimanên me lal in. Êdî em di xala ku axaftin, vegotin û jihevfêmkirin mezixi ye de ne. Tam jî dengê çekan di nuqteya herî xweş de xwe digihîne. Her hewl didin mirinan ji xewnên me kêm nekin û kenê me bê rondik nehêlin. Ma em ê bikaribin çi bikin, ma em ê bêdeng bibînin li hember van zebaniyên dilteneke!
Na! Bîleh jî na!
Di demeke ku fetlanokên aştî û şer, mirin û jiyan, binketin û serketin di nava pêşbaziyê de, li hember pêkanînên dewleta tirk em ê bêdeng nemînin. Divê hawirparêz, derdorên demokrat û ciwanên kurd li hember vê bi çalakiyên demokratîk ku hêza veguzandinê hebe bi pêş bixin û ji bona hawirparêzên cîhanê pejinkar bikin tevbigerin...
- Ayrıntılar
Di kurdî de navên mehan li gorî werzan teşe girtine. Me meheke havînê jî li pey xwe hişt. Giha, kulîlk û gelek nebat ji zû ve hişk bûne jî. Ma çiqas rengîn bû werza biharê. Niha jî ji ew kereng, qîbar, kuvark, gûriz, goreş, sîrik, guhbizin, loş, rizkêrovî û gelek nebatên dîtir tu pêjnek ji wan nîn e. Hemû hişk û ziwa bûne. Ji ber vê yekê jî, kurdan ji vê mehê re gotine, meha “pûşper”ê. Yanî hemû giha, per(pel) û nebat ji ber qileqija havînê ya sotîner dibin pûş.
Bi taybet jî di vê werzê de, dema ku mirov xwe li nav daristanê dixe, gurnîk û diriyên hişk xwe mişt bi te ve dizeliqînin. Piştî ku meşa te diqede an tu ji bona kêliyek be jî bêhna xwe li lûtkeyê hevrazê bidî, eşêf an leqata darik, gurnîk û strayan ji gore û şal dest pê dike. Lê di vê mehê de hemû dar û ber, bi taybet jî darên berû û maziyan, wisa bi coş mezin bûne û şaxdayîna berûyên îsal kêfxweşiyeke bêtarîf dide me. Ji ber ku li çiyayên Kurdistanê şerek bêeman dimeşe û ji hêla dijminê xweza û mirovantiyê ve, her sal daristan têne şewitandin. Mîna her salê îsal jî daristanên çiyayên Kurdistanê ji rika van dijminan re, di şûna yek dareke şewitiye de, sê an çar heb tel avêtine.
Jixwe dema ku di meha pûşperê de ji nişka ve fena tavanên biharî baran bibare, kêfxweşiya herî mezin a gerîlayan e. Bêhna axa şilbûyî li her derî difûre. Hemû pûş an gihayên hişbûyî, di serî de gurnîk û dirik nerm dibin û meşa di nava daristanê de her diçe xweştir û bi tahmtir dibe. Li gorî sala din îsal baran zêdetir bariya. Ji ber vê yekê li gorî sala din, hema hema giha xwe digihandin mîtroyekê. Di mehên biharê de belkî meşa di nava gihayan de zehmet bû, lê niha piştî baranan û bayên bi şid, ev hemû giha xwe li erdê raxistine û mîna doşekekê xwe li pêşiya me gerîlayan radixin.
Li çiyayên Kurdistanê di her werzekê de, li gorî rewşa germahiyê û demhatina wan, gelek cure giha û fêkî xwe ji bona gerîlayan amade dikin. Niha jî behîvên hişkbûyî, hêjîrên hênegihîştî, dêliyên tiriyên nûciwan, firtikên hênaran, mişmiş, xox, alûç û încas li benda gihîştinê ne. Dîsa tuyên reş, spî û pembeyî jî, ji destpêka havînê ve li ser şiveriyan bang dikin û gerîlayan vedixwînin vê ziyafetê. Di nêz de şeqoq ku jê re hirmiyên kovî tê gotin û guvîj dema ku bigihîjin, rîçalçêkirin û rojane xwarina wan, ma gotin têr dike mirov vebêje?
Di şevên sayî yên çiyayên Kurdistanê de, li ber xemla xweşikbûna heyvaronê, xuşîna ku bayên bi şid derdixin, di bin xêliya stêrkan de ji me re rêhevaltî dikin. Jixwe dema heyv xwe digihîne çardehan, di nava daristanên ku bi pelên xwe asîmanan dinixumînin de ji meşa şevê xweştir ma çi heye?
Jixwe piştî meşên dudirêj, di bin tahtek an şikefteke xwezayî de bi roj xwe ji sotîneriya tavê parastin û bêyî ku kermêş û pêşûyek te tengezar bike raketin an razan, ji her tiştî re dibe derman. Di ser vê de ava qerisî ya kaniyên jî vexwî û li ser çaya qaçax cixareyek jî bikşînî, edî kêf kêfa te ye.
Piştî bêhndayînekê, her hevalek guhên xwe li radyoya ku guh û çavên me ye mûç dike. Pêşketinên siyasî, çandî û leşkerî hem guhdarî dikin û hem jî şîrove dikin. Li ser nirxandin û bangên; “em ê wan biqedînin, wê çêkên xwe radestî Emerîka bikin, wê pêşketinên baş çêbibin û filan” dibin mijarên tinazê. Encax li hember van gotinan, gotina ku bê gotin; “Ji xwe re hinek cidî bin”
Kî çi dibê bila bêje, çavên me, guhên me, dilê me û rihê me her kêlî li giravan e. Dar, lat, zinar, hevraz, şiverê, kanî, çem û giyanewerên xwezayê jî, fena gulberoşkek çawan berê xwe dide rojê, wisan berê xwe dane Roja ku ji giravan hiltê.
Ji bona azadiya her çar parçeyên Kurdistanê em rextên xwe ji her demê bêtir dijdînin, narîncokên xwe pê ve zexm dikin û xwe ji rojên herî giran re amade dikin. Ji ber ku em Hêzên Parastina Gel in. Wê tu carî vê erka me bi dawîn nebe û wê tu hêz nikaribe gelê me bêparastin bihêle...
- Ayrıntılar
Rê nêzîk nîn in.
Ew av û lehiyên delûdîn ên biharê asteng in.
Ev çiyayên bi dûman, rê nade her kesî.
Koyê Spî, Siplîs, Çotla, Kasor, Dorşîn, Berbihîv û Andok.
Ji ber ku,
Hinek ji van çiyayan re dijmin in.
Ji ber ku,
Hinek ji van çiyayan re biyanî ne.
Ji ber ku,
Di hinekan de ew vîna ku derkevin van çiyayan nîn e.
Ji ber ku,
Yek hestê wan jî jahrî ye.
Ji ber ku,
Her ramaneke wan, ji te, ji min, ji wî/wê û ji me hemûyan re dijmin e.
Em jî, zarokên egîdane û serhildêr ên gelê van çiyayan e.
Çiyayên Kurdistanê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.
Ew çiyayên Amedê ku sînga xwe ji berxwedaniya me ya bi rûmet re vekiriye.
Ne av û lehiyên delûdîn ên biharê ji me re asteng in, ne ew riyên kurt ji me re asteng in, ne jî ew çiyayên ku dibêjin bi dûman in ji me re asteng in.
Hinek ji me, em li van çiyayan hatin dinê.
Hinek ji me, dema ku li van çiyayan hatin dinê, di çardehên xwe de bûn xwedî çek û rext.
Aşkere bi yek hevokê em bûn gerîla.
Hê di çardehên xwe de li çiyayên Amedê gerîlayek hebû.
Hê di çardehên xwe de bû, dema ku li hevrazên Ko Smaîl de ku dikete pevçûna Qere Gorê.
Di berbangê de bi dijminê qehpe re bi xencerên wan ên îxanetê re şer kiribû.
Hetanî ku şeva tarî bi xêliyeke xwe nîşan dabû.
Li wir qurbanbûna 12 canên ciwan jiyan kiribû.
Dilê wî dikeliya û tu carî kela wî daneketibû.
Hetanî nefesa xwe ya dawîn girêdayî soza xwe ma, ya ku ji bona dozdeh canên ciwan dabû.
Di şexsê wan de ji gelê xwe yê belengaz re.
Dema ku bahsa wê kêliyê dikir, lêvên wî şil, qirika wî bi girêk û di çavên de çirûskên hîsên tolgirtinê...
Her dem û hetanî bêdawînbûnê, kesayetiya xwe ku her dem ji şerkeriyê û berxwedêriyê re amade ye.
Hinek dem çêdibûn ku, fena xezalek bi lez xwe ji Koyê Spî ber çemê Muradê berdida, hildikişiya zozanên Omeryanê û ji nû ve vedigeriya Koyê Spî û pê re jî xwe li hevrazên Girê Îskender dixist.
Bi meşeke gerîla komeke gerîla dibire milê dîtir ê çemê Muradê û bi meşeke gerîla ji milê dîtir dianî milê din.
Ew hosteyê gerîlatiyê bû, ji Koyê Spî hetanî Şehîd Remzî, ji Şehîd Remzî hetanî Dorşînê, ji Dorşînê hetanî Zozanên Şên, ji Zozanên Şên hetanê Zoxa Serê, ji Zoxa Serê hetanî Giresorê, ji Giresorê hetanî Çiyayê Sisêyê, ji Çiyayê Sisêyê hetanî Zarê û ji wir jî Koyê Şeleyê ber bi Qilê Boxa, Gorton, Cimsak û Koyê Gorsê kevir bi kevir, newal bi newal, gir bi gir, gelî bi gelî û dar bi dar nas dikir.
Di meşan de her dem li pêş, di çalakî û pevçûnan de her dem rêber.
Hem jî dema ku fermandar bû, li herî pêş bû.
Hem jî fermandarê herêmê bû. Pê ve girêdayî fermandarê hemû tiştî bû.
Ew 21 sal li çiyayên Amedê meşiya û şer kir.
Bi pevçûnên xwe gelek dorpêçkirinan belav kir.
Ji nişka ve çû û li dijmin da û vegeriya baregeha xwe ya li lûtkeyên ku cîranên ezmane ne. Carnan jî bibêdengî xwe berda deşt û bajaran û li dijmin da û dîsa vegiriya lûtkeyan.
Bêxew ma, birçî ma.
Bêbextiyan dît.
Şehadetan dî.
Her dem bawermend ma, girêdayî ma, vîna xwe fena şûrekî herî tûj parast.
Çi dibe bila bibe, her dem keniya û hem jî bi dengekî bilind.
Ew kenî wî li cem min ma.
Dengê wî yî mehek berê li cem min ma.
Yek jî te dizanibû gelê kurd?
Ev 13 salbûn bi yek milê xwe şer dikir. Ew fermandarekî gazî bû. Ma heye ku li dinyayê fermandarekî gazî ji bilî PKK’ê û HPG’ê?
Ma heye ku, gerdûnek bersiv bide?
Vaye wisa lawên egîdane hene, ew lawên zêr î û elmas î.
Ey gelê kurd!
Yek jî te dizanibû?
Ne mûmkûn bû ku di şerek de şehîd biketana.
Ne hawanekbûna, ne mûmkûn bû ku şehîd biketana.
Ma gelê kurd te ev fermandarê serhildêr û ew gerîlayê di çalakbûna başokek de nas kir?
Me jê re digote Rizgarê Derxust!
Ey gelê min Rizgar nas bike û ji lawên xwe re vebêje.
Vebêje ku her lawek te bibe Rizgar.
Dema ku her lawek te bibe Rizgar, wê dijmin her biçe biçûk bibe, her ku biçûk bibe jî tu yê azad bibî.
- Ayrıntılar
Bi piştgiriya biharê re, havîn hêdî hêdî xwe dide hîskirinê. Dar bişkuvîn û şitlên salê kok berdane axê. Digel hênikahiya şevên tarî, roj tîrîjên xwe tûjtir dike. Ev jî xwezayê dikelîne û pê re jî rojevên siyasî û leşkerî jî germ dibe.
Li warên azadiyê, bi gerîlayan re, bihar û havîn jî di nav hev de rê digirin. Siya daran, bayê hinek ê şevên tarî û ava kaniyên cemedî her dem bi me re ne.
Ev dîmen û ev xweşikbûn, bang li me dike ku tola sedan salan ji dijminê xweza û mirovantiyê bigirin. Di berbanga sibehan de dengê çûkan, bilbilan û kêzikên rengorengo rojbaş ji me re dikşînin, da ku liv û tevger destpê bike.
Di van mehan de, xwezaya dayîk ji bona me dibe xêliyeke hevrîşimî, da ku me ji wan çavên hesinî û sar biparêze.
Di van mehan de, xwezaya dayîk bi dar, ber, taht û latên xwe ji me re dibe çeper, da ku em derbên giran li zebaniyan bidin û govendên azadiyê li dar bixin.
Di van mehan de, xwezaya dayîk axa xwe nerm dike û ji me re dibe dergûş, da ku em bi dilekî aram nîgaşen rojên azad li ser bircên Amedê nîgar bikin.
Dîsa careke din lêgerîna pêkanîna jiyaneke azad û rûmet a qewmên çiyayî ku zarokên wan mîna her carê li warên azadiyê ji bona gelê xwe têdikoşin, ji bona di şûna tavanên biharî de xwîna ciwanan li ser vê axê nerijê, bangên aştiyê dikin.
Her cara ku navê aştî û biratî tê bihîstin, ew zebaniyên bi apolet har dibin, cînîkên wan pîj dibin. Çavsorî dibin, zindî nezindî berê xwe didin her tiştî.
Ew diminên xweza û mirovantiyê, ku ev bi sedan salane li hember qewmên çiyayî bi ser nakevin, niha jî bi hovîtî êrîş dibin ser xwezayê. Dar û ber, lat û zinar, kanî û rûbar, şalûl û bilbil, heyv û stêrk birîndar in û pê re ew zarokên ku di hembêza wê de mezin bûne, bi hêrs in û mîna pozitên agirî ne.
Nahêlên ku kanî û rûbar bi dilê xwe biherikin.
Nahêlin ku dar û ber bi hemdê xwe pelên xwe mezin bikin.
Nahêlin ku şalûl û bilbil bi dilê xwe hêlînên xwe çêbikin.
Nahêlin ku pezkovî bi dilekî rihet biçêrin û li ser zinar û latan lotikan bavêjin.
Nahêlin ku giya û pûş bi dilê xwe hişk bibin ji bona ku ji bi hezaran tibatî re bibin dergûş.
Nahêlin ku ew agirê pîroz di şevên tarî de bi stêrkan re şevînî bike.
Vaye ku ji bona ku careke din di şûna avên kaniyên cemidî de xwîna germ a ciwanan neherike, ji ew zebaniyên bi apolet re şalûl û bilbil, kanî û robar û ew agirê pîroz bang dikin, da ku bajar û gund, deşt û çiya bi gul û kulîlkan bixemilin.
Lê hemberî wê zebaniyên bi apolet, diqîrin û diqajin û dibêjin; “Em ê we tune bikin”
Li ser vê Roja Giravan ji banga şalûl û bilbil, kanî û rûbar û agir re re bû bersiv, tirîjên xwe li bajar û gundan û li deşt û çiyayan belav kir.
Xweza ji zarokên çiyayî re, ji hevalbendên dar û beran re, ji hevalbendên stêrkan re û ji rêhevalên Rojê re dibişire û dibê; “Hûn qet xem nekin. Ku ev zebanî nesekinin, li pey rojê şev hene, li pey biharan havîn hene, li pişt tîrmehan tebax hene û li pişt her bêdengiyekê bahoz hene.”
- Ayrıntılar
Di hemû têkoşînan de piştî berxwedanî, raperîn û şerên mezin bi awayekî aliyên ku rasterast şer dikin, bi awayekî li hev tên, hevdîtinan dikin û hewl didin xwînê bidine sekinandin. Her çiqas encam ev be jî, lê heta ku pêvajo xwe digihîne vê astê, bi deh hezaran kes di van şeran de şehîd dikevin an dimirin.
Lê mixabin qaşo nivîskar û rewşenbîrên demokrat dewletê û artêşên dewletan derdixînin asîmanan û pîroz dihesibînin û her cure hovîtî û mafên êrîşkariyê ji wan heq dibînin. Ku dor tê hêzên parastina gelan, mafê wan namîne û dema ku parastina xwe û ya gelê xwe dikin jî dibine “terorîst”.
Digel vê yekê di têkoşîna azadiya gelê kurd de ku bi dehan caran ji bona azadiya xwe li hemberî dagirkeran rabûne ser piyan û her çiqas dem bi dem gelê kurd hatibe bêdengkirin jî, tu carî dev ji têkoşînê bernedane û bindestiyê qebûl nekirine.
Niha jî em wekî tevgera azadiyê ku di şexsê PKK’ê de temsîla xwe dibîne, ji bona çar parçeyên Kurdistanê ji sî salî zêdetir têdikoşin. Ev têkoşîna ku me daye, ev bedelên ku me daye û ev gavên ji bona aştiyekê ku me avêtiye, bi kîjan dijminî re bûna, niha ji zû ve çareseriyek bi pêş biketana. Lê dema ku dijminê te tirk, faris û ereb be û ev jî ne bi serê xwe bin, bendeyên mêtînger û emperyalîstan bin, rewş gelek diguhere. Ji ber ku tirkbûn, farisbûn an erebbûn mixabin tu carî ne li ser navê xwe şer kirine ne jî li ser navê xwe wê bikarin lihevhatinan bikin. Ji ber ku wekî gel, wekî dewlet an tiştek din, tu carî bi vîna xwe tevnegeriyane. Wekî mînak li Tirkiyê, serokomarê wan ereb, serokwezîrê wan arnawûd û serfermandarê wan ê giştî jî yahûdî ye. Ku rewş ev be, ma çi xema wan e ku ciwan mirine, ma çi xema wan e welat wêran dibe, ma çi xema wan e axa welat tê firotin, ma çi xema wan e aboriya welat têk diçe an gelên ku bi sedan sala ne bi hev re jiyan kirine hevdu qir kirine.
Tevgera azadiya kurd di pêşengiya Rêber Apo de, ji sala 93’yan vir ve ji bona ku xwîn nerijê her cure fedekarî kir û hê jî vê dike. Lê di salên 93’yan de ev pêk nehat. Di 99’an de fersend çêbû, lê nehiştin û îro jî tê nîqaşkirin. Her çiqas pêvajoya li pêş me zelal nîn e û mirov nikare nav lê bike, li gorî daxuyanî û pratîkên sazûma TC’ê, wisa dixuye ew hêzên ku di 93’yan de nehiştin, 99’an de nehiştin, îro jî hewl didin têkoşîna azadiya kurdan tune bikin û rê li ber gavên aştiyane bigirin. Her çiqas derdorên ku dixwazin li ser bingeha biratiya gelan çareseriyek bi pêş bikeve jî hebin jî, ji ber ku hêza wan nîn e û bi wêrekî tevnegarin, pê re jî hewldanên wan bêqîmet dimîne.
Dema PKK’ê ji bona azadî û serxwebûna hemû kurdên ku di nava çar dewletan de hatiye dabeşkirinê, dest bi têkoşînê kir, li ser navê kurdîtiyê tu tişt nîn bû. Ne nav, ne nasname, ne ziman, ne ax, ne rûmet... Vanan bidine aliyek, kurd mirov nedihatine hesibandin.
Êdî her kes pir hindik fêm kiriye ku kurd bi komkujiyan, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi koçberkirinan naqedin. Ev hatiye selmandin. Ev yek di sala 2008’an de artêşa TC’ê bi piştgiriya Emerîka, Îran, Îsraîlê ku vanan tevahiya dinyayê temsîl dikin, hewl dan gerîlayên azadiyê li Qadên Parastina Medya ku hemû di bin kontrola me de ye, tune bikin de careke din hate selmandin. Ew artêşa TC’ê ku dibêjin me heft duvelên dinyayê aniye pê, encam girtinê bidine aliyek, heft bela xwe ji destê gerîlayên azadiyê xelas kirin.
Piştre gelê kurd li bakurê Kurdistanê vîna xwe ya siyasî diyar kir, ku em destdirêjî û çewsandinan bidin ber çav ji sedî zêdetir bajar û bajarokî reveberiyên herêmî bi dest hate xistin. Piştî ev serkeftinên leşkerî û siyasî, pirsgirêka kurd kete rojevê.
Divê em ji vê pêvajoyê çi fêm bikin û çawa nêzîk bibin.
Destpêkê, em wekî tevger ji her cure gavên aştiyane re hetanî dawîn vekirîne û girîngiyê didin. Ji bona wê pêwîst bike em ê çek bidine sekinandin, em ê çalakiyan nekin. Jixwe li ser vê bingehê ev çend meh in jî em vê dikin. Lê hember vê harbûn û hovbûna artêşa TC’ê û bi hemû saziyên ku li ser gerîla û saziyên kurdan re jî em matmayî neman. Ji ber ku qerekterê vê sîstemê ev e. Sîstem xwe li ser vê ava kiriye û bêyî vê jî nikare xwe li piya bihêle. Ya girîng ev e ku em bi parastineke zexm, bi hêzên demokrat vê sazûmanê biguherînin. Sazûman bixwe naguhere. Pêwîst e ku tu zoriyê bidê, tu carnan bi pêlên şoqî ew bihejînî. Loma di vê pêvajoyê de, divê em hinek gavan ne înkar bikin ne jî pir bi hêvî nêzîk bibin.
Em wekî gerîla hetanî ku em çar parçeyên Kurdistanê li bingeha konfederalîzma demokratîk negihînin hev û Kurdistaneke Azad pêk neynin, hetanî ku gelê xwe azad nekin, hetanî birêvebirina gel bixwe nedin destê gel, wê têkoşîna me bidome. Çawa ku gulek piştî demekê ew diriyên xwe yên bo parastina xwe navêje, çawa ku pisîkek piştî demekê naprûkên xwe navêje, ê me jî em ê tu carê dev ji ew çekên ku em pê gelê xwe diparêzin nekin. Ne îro ne jî sed sal şûn ve.
Bila dijmin ji xwe biqîre û bêje em ê wan tune bikin. Lê em ê hem ji bona aştî û biratiya gelan çi pêwîst bike bikin hem jî em ê di asta jor de parastina xwe bikin.
Pêvajoya pêş me ku me wekî tevger hetanî 15’ê Tîrmehê biryara bêçalakîbûnê dirêj kir de, dijmin hewl bide me tune bike, em ê jî dijmin tune bikin, dijmin operasyon li dar bixe, di wexte bersiv bê dayîn, dijmin êrîşî gelê me bike, wê di wexte di çarçoveya parastina rewa de mafê misîleme bê bikaranîn. Loma bila gumana gelê me nîn be, wê tu êrîş, tu şehadet bêbersiv nemîne.
- Ayrıntılar
Hûn qet asîmanan dizanin? We qet berî ku razên peroşa temaşekirina bi milyonan stêrkan ku berî berbanga sibehî de di heman ciyî de dîtinê tahm kiriye? Dema ku hûn li lûtkeya çiya ne, we qet di hêşê xwe de ew tirêjên rojê ku xwe rengorengo dixemlînin di bin ewran de nîgar kiriye? Nexwe hûn dîtina vanan deyndarê ew kevalên nîgarkêşên navdar in?
We qet dersa kedê ji ew moriyên ku li pey hev rêz bûne, di vir de wê de dibezin her derî û di nava ahengekê de dixebitin girtiye? An jî hûn mîna pezkoviyan bi lez û veşartî ji nişka ve û ciyek ku qet ne li bendê ne derketin û windabûnê dikarin hîn bibin? Ma hûnê qet fêm bikin ku ew siworiyên ne roj ne şev bêyî ku ji lîstikan têr bibin û hemû dinyayê didin aliyek û nîşanî me didin ka zarokatî çawa tê jiyandin? Ma we qet xwe gihandiye ew raza dengê çûkan û wateya çavên hespekê? Nexwe hûn bihîstina vanan deyndarên fablên La Fontanine ne?
We qet serkeftina hînbûnê ya têkoşîna jiyanê ya berûyek dîtiye dema ku dikeve ser axê, wekî şitlek şîn tê û piştre kok berdide? We qet ji dengê xwezayê bihîstiye ku her zindiyek bi milyon salan xwedî rabirdûyek e? Baş e, we qet girêdan û têkiliyek di navbera peleke berûyê û ya mirovan bi nexşandinan bi herikîna jiyana xwe re daniye? Nexwe hûn vanan deyndarê waneyên biyolojoyê yên dibistanan in?
Hûn qet, hîn bûn ku dema ku ew bixwe birçî ye nanê xwe bide hevalek xwe û pê re civakeke nû pêk bînin? An jî haya we ji bişirîna hevalek digel ku birîndar e bi we re hêviyek diafrîne heye? Baş e, we qet dersek ji hişmendiya mirovantiyê ji şervanek ku dema çeperek bi kêrekê dikole û pê re jî hemû mirovantiyê proje dike girtiye? Digel van hemûyan we qet wijdanek nesîp kir ji gerîlayek ku xwe deyndarê gelê xwe hîs dike? Nexwe hûn temaşekirina vanan deyndarê ew fîlmên Holywodê ku me di çîrokên lehengiyên ku di dema zarokatiyê de temaşe kiribû de ne?
Wê vanan yên ku gelek dizanin bixwînin? Zêde bawer nîn im...
Wê wanan yên ku gelek dizanin bikaribin bersiv bidine? Qet ne bawer im...
Jixwe çiya yên me ne. Ez ê bibêjim bila bajêr ên we bin, lê qisûrê nenihêrin yên gelek zane; bila ji her kesî re mizgîn be, em ê ji bona ku bajaran ji nû ve sererast bikin ji destê we qirêj in bigirin.
Bişar Andok
- Ayrıntılar
Serokatiya me vê pêvajoyê şibande salên 93’yan û da zanîn ku firsenda ku ew dem ji dest çûn em di bihara 2009’an de nû bikin û bikin wesîleya rawestandina şer û çareseriya pirsgirêka kurd.
Tabî dema ku pirsgirêka kurd tê gotin, bila tenê li Tirkiyê neyê fêmkirin. Lê xeleka herî dijwar û qewîm li Tirkiyê ye. Çareseriyeke li bakurê Kurdistanê wê bandor li parçeyên din ê Kurdistanê bike. Dewletên mîna Îran û Sûriye, ji dewleta Tirkiyê hêz digirin û di heman astê de polîtîkayên tunekirin û înkarê bi rê ve dibin. Tabî di van polîtîkayan de divê erka hêzên emperyalîst ên mîna Emerîka, Îngîltere û Îsraîlê jî em ji bîr nakim.
Niha jî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê nîqaşên çareseriyê ev demeke têne kirin. Çapemeniya tirk û ew nivîskarên wan ên ku dirû, gotar li ser gotaran dinivîsin. Serokatiya me ji bona ku ev pêvajo dest pê bike çi ji dest hate kir û pê re jî Koma Civakên Kurdistanê hetanî 1’ê Hezîranê biryara neçalakbûnê da. Me jî wekî HPG di asta jor de ji bilî çend çalakiyên xweparastinê, ev biryar pêk anîn û em vê hê jî didomînin.
Tabî ji hêla rayedarên Tirkiyê ve gelek caran daxuyaniyên ku hêviyan seridandiye hatine kirin û di her carê de jî, ya bi ser neketine, ya hêza wan têrî nekiriye û yan jî armanca wan xapandina gelê kurd bûye. Di sala 93’yan de Ozal ceriband, bes hate kuştin, Ecewîd hewl da hinek tiştan bike, bes ew jî bi awayekî guman mir. Erbakan jî di hinek hêlan de xwest hinek gavan bavêje, lê nehiştin.
Belê, niha jî hikûmeta AKP’ê û serokomar Abdullah Gul ku ji heman ciyî hatiye, hinek tespîtên ku mirov ji wan re bêje ROJBAŞ! dikin. Serokomar tespîteke ku zarokekî heft salî jî dikare bike kir û da zanîn ku, pirsgirêka Tirkiyê ya herî mezin ya kurd e û wê hinek tiştên baş bêne kirin. Niha wisa dixuye ku ev bi riya çapemeniyê dikin. Yan jî bi awayekî veşartî hinek tiştan dikin, lê çi ye ne diyar e.
Lê nakokî ev e ku, hem ev daxuyanî têne kirin hem jî siyasetmedarên kurd têne girtin, zarokên kurd têne kuştin, balafirên şer êrîşên hewayî didomînin, hejmara cahşan zêde dikin û operasyonên bi armanca tunekirinê li dar dixin. Dîsa bahsa çareseriyê dikin, lê di hêlekê de hemû dagirkerên Kurdistanê piştî derketina Emerîka ya ji Iraqê hesabên bi hev re qirkirina kurdan dikin. Yanî di hesabên wan de qirkirina kurdan heye. Bi vê armancê herêmên tampon çêdikin û herêman ji kurdan xalî bikin, pê re girêdayî top avêtinên wan didomin.
Wê demê mirov dikare vê bêje ku dewlet ne homojen e. Yanî wê pêvajo ber bi ku ve biçe, zêde ne diyar e an jî mirov nikare navek lê bike. Wê pêvajo bibe ya diyalog an çareseriyê an jî wê bibe ya şerekî dijwar, pir belî nîn e.
Hikûmet bahsa perwerdehiya kurdî dike, dibêjin em ê navên gundên kurdan ji nû ve li wan bikin, li hinek zanîngehan beşên kurdolojiyê vebikin û li gorî wan “efû”yek derbixînin. Hema em vê li vir bêjin, wisa kurdî li dibistanan bibe dersa hilbijêriyê, niha de ev xapandine. Ku kurdolojiyên di pêşengiya dijminê qewmê xwe Kendal Nezan ve bê kirin, ev xapandineke. Ji TRT-6’ê cudatir tişten nîn be. Efû be, rewşeke me ya efû xwestinê nîn e û em vê heqaret dihesibînin. Divê destpêkê em wan efû bikin. Yên ku bêne efûkirin ew in. Ji bona navên kurdî jî, ku di fermîyetê de, Diyarbakir nebe AMED, Tuncelî nebe DERSÎM û ev bi navê gundan tenê bimîne, ev xapandinek e.
Ya zelal ev e ku sedema van nîqaşan, serkeftinên Tevgera Azadiyê ye û bi hêzbûna wê ye. Nexwe ew sazûman ku hebûna gelê kurd qebûl nedikir û dema ku navê kurda dibihîst cînikên wan pîj dibûn, wisa bi hêsanî gavan nediavête.
Niha em bi tevahî rewşa heyî nebînin û guhertinên çêbûne tune bihesibînin wê rast nîn be. Lê zêde hêvîdarî jî wê ne rast be. Ji ber ku hê sîstem di nava demokratîkbûn û faşîzmê de diçe û tê.
Bila gelê me baş bizanibe, wê gerîla her biçe xwe xurt bike û wê her dem xwe li gorî rewşa herî xerab tanzîm bike. Beşdarbûna ciwanên kurd her diçe zêde dibe. Pêwîst e ku em hejmara gerîla herî kêm derxînin du qatî. Dîsa meseleyên çekberdanê û filan jî çîrok in. Di dinyayê de tu gelek bê parastin nîn e, em ê jî gelê xwe tu carî bê parastin nehêlin. Çareseriyek bibe jî, wê gerîla li bajar û çiyayan dîsa vê erka xwe ya parastinê bidomîne.
Bi hêviya ku dijmin vê carê bê riya rast, nexwe ne pirsgirêk e, ev sî sal in em têdikoşin, em ê sî salekî din jî ji bona jiyaneke azad, ji bona Kurdistaneke Xweser û Demokratîk li ber xwe bidin.
Aram Masîs
- Ayrıntılar
Ji bona welatek keskesor
Xwîn dinuqute hetanî dilopa dawîn
Û
Milîtan dibin destbirak
Û
Gel dibin bira...
Şoreşgerî, sekna xwegihandin û rûmetkirina keda azadiyê ya bi hezaran salan a gelan e, dawîn xwe gihandina serkeftina şoreşê û gihîştina sosyalîzmê ye.
Di di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de Orhan Yilmazkaya; Mahîran, Hûseyînan, Yûsûfan, Kadîr Mangalan, Ûlaşan, Îbrahîman û Sînanan bi rûyên wan ê xweşik û bi hezkirina wan berz a ku di oxira wê de şer kirin û ku bûn şervanên rûmeta mirovahiyê, rêheval Orhan careke din ew nîşanî gel da. Orhan Yilmazkaya got ku; ku bibe jiyanek bi wan re û bi berxwedanî. Orhan Yilmazkaya, bû Mahîr, bû Hûseyîn, bû Yûsûf, bû Kadîr Mangalan, bû Ûlaş, bû Îbrahîm, bû Sînan û bû navê jiyana bi rûmet û ev ê ji niha şûn ve ev wisa bê zanîn.
Dîsa di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de Orhan Yilmazkaya, bû nav û sekna li hember derdorên ku vî welatê giranbuha pêşkêşî emperyalîst û siyonîstan kiriye û ji bona vê pêk bîne, li hember nokerên ku gelan berdidin hev, bû navê şer.
Dîsa di Tirkiyeya roja me ya îroyîn de Orhan Yilmazkaya; bû namûs û rûmeta rewşenbîriyê. Ew bû navê deşîfrekirina derdorên ku şelaqiya emperyalîst û siyonîstan dike û qîriya; “Ku tu rewşenbîr bî, tu rewşenbîrê çi yî”û bû navê pêşengiya milîtaniya rewşenbîr a gelan. Ev vexwendineke ji her rewşenbîrî re û banga têkoşînê ye.
Orham Yilmazkaya di dîroka mirovantiyê de, ew ala ku milîtanên azadiya mirovantiyê dewr girtibûn bi layîqî hilgirt û ala sosyalîzmê ji yên pey xwe bi layîqî hişt.
Hevalê Hamdî, Rêheval Kadîr Xelîl, Fermandar Orhan Yilmazkaya, naskirina te û şahidiya berxwedaniya te ya berz bo me rûmetek e.
(Xeyrî Kiziler)
- Ayrıntılar
Kalikê kalikê min hatibû dinê.
Berî ku ez li welatê xwe li stêrkan binêrim, kal û pîrên min hemûyan li stêrkan dinihêrtin.
Kal û pîrên min bûn ên ku yekem car bi nihêrtina stêrkan zanistiyê îcad kirin.
Ew nanê ku her kes dixwe, ew mala ku bûye stare, ew maşîna ku hûn dajon, ew taye, ew hiriya ku veguheziya ben û rîsan, ew teşî, nivîs û jimarên şaristani û hemû evînên destpêkê, pêşiyên min bûn.
Yên ku yekem caran şaristaniyê afirandin û zimanê yekemîn îcad kirin pêşiyên min bûn.
Ji bav û kalan ev welat, welatê me ye.
Me bi dexsokî xwe bernedaye van axan.
Li ser vê axê em qewmê herî resen û otantîk in.
Me bi sarbûna maran jahriyê li ser vê axê nereşandiye û me bi hovî dagir nekiriye.
Em li ser vê axê bi nazenîn û sîtembariya xezalek jiyane.
Fena kulîlkên şilêr ên li Zagrosan em bi xweşikbûna xwe xweser bûn.
Di dest me de şûr û bi qîrînên “ya bîsmîllah ya Allah” me canên ciwan qetl nekir.
Me di dest xwe de bi şûran rûman, ermeniyan, sûryaniyan, ji qewmê xwe û birayên xwe yên olê qetl nekiriye.
Di dest me de şûr û bi qîrînên “ya bîsmîllah ya Allah” me Enatolyayê û Trakyayê dagir nekiriye.
Ji heft bavan me zarokên pênc, heşt û panzdeh salî ji komkujiyan derbas nekir û me ew di dibistanên Endurun de nekir tirk.
Em veneguhezîn ew celadên Yenîçerî û artêşa tirk.
Me di tu demên dîrokê de ne eslê xwe înkar kir û ne jî me netewek înkarok afirand.
Me ne li ser navê îslamê û ne jî li ser navê kurdbûnê ji zarokan mêrkûjan afirandinê, ji xwe re layîq nedît.
Me tu carî rûmeta xwe ya mirovî bin pê nekir.
Û em li nasnameya xwe xwedî derketin û me xwe gihande van rojan.
Em her dem ji qewmê arî ku yekem nirxên azadî û wekheviyê afirandine serî bilind bûn. Me li hember dagirkeriyan, talanan û gelek şeran li ber xwe da.
Ji ber dîroka xwe me tu tişt ku zarokên me jê şerm bikin li pey xwe nehiştiye.
Me tu carî îxanetê li xeyalên xwe yên zaroktiyê nekir û em ê van xeyalan ji zarokên xwe re bibexşînin.
Baş e, ya hûn.
Hûn ên keriyên mêrkujan ên kuliyên beyar û çolan.
Ji bona ku hûn bibin xwedî welatek me xwîna xwe rijande, lê we li hember vê çikir?
We îxanetê li me kir, we bêbextiyan li me kir.
We li ser navê yekbûna çarenûsê, li ser navê dîrokê û li ser navê olê pûtperestiya tirkbûnê afirand.
We me ji qirkirinan derbas kir û we zikê dayîkên me qelişand.
We me avêtin nav agirên bizotî.
We negot ev giyanîwer e an negiyanîwer e, we em hemûyan şewitandin.
Qirş û qal jî di nav de çi yê me hebû, bi qasî ku hêza we têr kir we talan kir û we mêtand.
Baş e, hûn ên ku fena kuliyên beyar û çolan keriyên mêrkuj û dagirkerên Kurdistanê yên dawîn.
Ev deh hezar sal in em li ser axa kal û pîrên xwe jiyan dikin, lê wê demê we çi dikir?
Hûn li ser xwînrijandina me, her çûn çilek bûn.
Her ku hûn çilek bûn, hûn hov bûn.
Eynî mîna ew çilekê hov ê tîmê taybet ê li Colemêrgê hov dibin.
Her ku hûn hov dibin, em mirovî dibin.
Bi qasî wê jî em dibin çiyayî û em çiyayan dikin war.
Her ku em çiyayan di war ji xwe re, em ewqas jî azad dibin.
Her ku em azad dibin jî, pê re jî em xweşik dibin.
Mîna ku helbestvanek digot, “Ê xwedê mezin e, ev çiya qedrê me dizanin”
Lê hê ku min ji bîr nekiriye vê jî bêjim, em jî qedrê çiyayan dizanin.
Piştî ku em gelê van çiyan bin û ev çiyan jî yê me bin, wê demê di derketin û di daketina çiyê de em ê biryara xwe bidine.
Jixwe maye ku em çiyayî ne.
Çiya warên azadiyê ne, ew bajarên ku zindanên hemdem jî warê bêehleq û rizandî yên modernîteya kapîtalîst in.
Ji ber vê yekê ye ku hetanî ku bajêr azad nebin, wê ev sekn û berxwedaniya me ya fena çiyayan berz bidome.
Hetanî ku ew rejîma nîjadperest û pûtperest û mîna kuliyên çilek welatê me neterikînin, em ê li ber xwe bidin û em ê ji çiyayan danekevin.
Ji ber ku çiya û welatê me stareya me ya pîroz in.
Bila ev wisa bê zanîn.
(Ozgur Bîlge)
- Ayrıntılar
Kevirên destên te çirûskên hêviya azadiyê ne, destên te, ax destên te! Em ê wan li kîjan şefeqa serfiraziyê veşêrin?Gurê bozê rûreş ji paş ve digihîje te û te dide ber qondaxên tifingan, li te dide, li te dide! Ax em ê çavên xwe çawa rizgar bikin ji vê dîmena li Colemêrgê? Giyana me bû gola xwînê. Li Colemêrgê… Li Colemêrgê şikest her tişt, lewre serê Seyfiyê me şikest. Li Colemêrgê her tişt bû xwîn, lewre ser û çavê Seyfî bû xwîn.
Hewar e hewar! Dil jî çav jî, por jî, dest jî digirîn bi xwînê û tîmê rûreş li me dide, li pêşeroja dilê me li Seyfî dide. Xuya ye ku dixwaze heyf û tola serfiraziya Colemêrgê ya di hilbijartinan de ji Seyfî bistîne. Xuya ye ku dewlet har û dîn bûye, nikare wê serfiraziyê bipejirîne û êrîşê canê wî dike, êrîşê stêrka çavên me dike!
Belê roja 23’ê Nîsanê ango, roja cejna zarokan li Colemêrgê wehşetek hate lidarxistin ku ji Naziyan kêm namîne. Diviyabû cîhan bileriziya, diviyabû cîhan û tevî pergalên wî yên polîtîk û civakî û leşkerî bişikestana! Lewre dilê Seyfî şikest, zarokatiya wî şikest û niha giran birîndar e, ne li ba me ye, em ne li balê ne. Jixwe dema ku me ew xuyang dîtin me hezar car şerm kir ji mirovbûna xwe, ji ‘mezinatiya xwe’, ji hebûn û nebûna xwe! Wek gulek Newroz û Nîsanê ma di nav lepên gurên har de. Ew bilbilê Seydayê Xanî bû, lê kete nav destê wan cinawiran û me nekarî em biçin balê! Ya rastî ev wehşet neçariyê dike wek marek reş û bera tevî hebûna mirov dide, jiyanê dike jehrî! Ango ez ji me jî hêrs dibim lewre ew zarok… Hêviyên delal tik û tenê dimînin û wisa têne ‘şikestin’, têne peçixandin! Ango hesta ‘ji bo ku em nikarin herin hewara wan jî sûcdar in’ xwe li jiyanê dilefîne û ew derbên tîmê gur, herî pir bi vî awayî me diêşînin.
Seyfî niha li nexweşxanê, li Wanê ye. Hêvîdar im ku beriya ev nivîs biqede ew baş bibe, rabe ser piyan û bi çavên xwe yên berbangî li me binêre, dilê me û jiyanê xweş bike.
Hêvîdar im tu rabî, tu baş bî, tu roj bî, tu heyv bî, stêrk bî, tu bihar bî. Hêvîdar im tu bihara bextewariyê bî Seyfî… Divê tu baş bî, divê tu ji wî gurê har ê ku ji paş ve bi bêbextî li te dixist re, bêjî “ez nemirim, ez li vir im, li welatê xwe me, li ser piya me. Ez nemirim, ez bihara bi milyona me, baş, delal û leheng im.”
Niha Kurdistan li benda te ye, li benda başbûna te ye, li benda vebûna çavên te. Niha Kurdistan tu yî, Colemêrg tu yî, Amed tu yî, Ararat tu yî. Qey çi dibe rabe careke din jî veke çavên xwe. Da ku ev dewleta ku bi her tiştî ketiye, êrîşa tolhildanê, careke din jî bibehece û ji derbê serfiraziya me xwe li gorên xwe yên faşîst û deremirovî biqelibîne.
Belê, em hewldan û êrîşên dewletê yên piştî hilbijartinan dibînin û peyamên cuda cuda digirin. Em careke din wateya bindestî û serfiraziyê hebûn û nebûnê, xwebûn û dijminahiyê fam dikin. Em di kesbûna Seyfiyê serbilind de lehengî û biryardariya Colemêrgê û tevî Kurdistanê dibînin û em dizanin ku divê em gurbûna agirê Newrozê ji dil û aqil, jiyan û têkoşîna xwe tu car kêm nekin. Em dibêjin Seyfiyê delal, tu niha dilê Kurdistanê, vîna Kurdistanê yî, bilezîne çavên xwe veke û ji rika kujeriya dewletê ve bikene, bimeşe dilê me geş bike.
Em têne destên te Seyfî, destên te yên bi kevir û Colemêrgî Kurdistanî!
(Mizgîn Ronak)
- Ayrıntılar
