HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

“HÊSIRÊN CEMIDΔ

Di nava malbateke Azerî ya bi çanda xwe ve girêdayî de ji dayik dibe û di cîrantiya Kurdan de mezin dibe. Xortekî xwedî zanebûn û têgihiştinê ye.

Çav şiyar in li hember asîmanên raxistî û bêqonaxiya stêran. Pêlên xeman li ser hev re dibûrin. Pênûs di nava tiliyan de lal, hêsir di çavan de cemidî, raman li hev diçelqin. Ma wê kî behsa te bike? Bi kîjan peyvan? Bi kîjan pênûsan, li ser kîjan lênûsan were xêzkirin? Hizir di bêronahiya şevê de winda dibe; di bêdengiya şevê de li benda straneke şoreşî ne.

“Perçeyek Ji Ûrmiyê”

Dema êdî digihêje bihara emrê xwe, gelek pergal û kiryarên rejîma Îranê jê re bêwate tên. Ew destpêkê di nava hewldanan de ye ku bikaribe ji vê yekê re bibe bersiv. Lê siyaseta Îranê ya dijmirovahî dibîne û çareseriyê di hin rêyên din de digere. Ji ber ku li cihê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye Kurd jî dijîn, ew jî, kêm be jî, navê Gerîlayê Azadiya Kurdistanê û Serok Apo bihîstibû. Piştî ku hin lêkolîn dike, ji fikir û felsefeya Serok Apo bandor dibe û sala 2006'an biryara xwe ya tevlîbûnê dide û li ser Ûrmiyê ve beşdarê doza gelan a bi pêşengtiya Apogeran dibe.

“Tîra Kewana Te Jiyana Neyaran Bêçare Dike”

Navê te mîna bîranînek bi şewat di ramanan de tê hûnandin. Ji şewqa çavên te û ji awaza kenê te pergala jiyanê tê rêsandin. Tîra kewana te jiyana neyaran bêçare dike. Bi matî li te temaşe dikin, her ku ken li rûyê te xwe dike mêvan. Lê tu mêvandar wekî te pêşwazî ji ken û şahiyan re nake.

Erdal Dogan, ango Nasir Ebbasî, piştî ku derbasî çiya dibe, li herêmên herî zehmet ên Zagrosan tevlî xebatên gerîla dibe. Ew jî wekî Zagrosan dibe xwedî kesayetekî bi vîneke mezin û qeyîm. Wekî ku perwerdeya xwe destpêkê li vê herêmê dibîne, rêhevaltiya bêhempa jî li vê deverê tecrûbe dike. Gerîla Erdal, her çiqas li herêma ku lê pratîk dimeşîne ji netewa wî kes tune be jî, tu carî xwe xerîb hîs nake; ew xwe xwemalê şoreşê dibîne û di her mijarê de bi berpirsiyarî tevdigere.

“Êdî Ew Zagrosî Ye”

Li Çarçelayê dibe rêhevalê xwezaya Kurdistanê, dibe gulleya ser sînga dijmin, dibe xewn û xeyalên zarokên Zagrosî. Di gelek xebatan de pêşengtiyê dike û dibe fermandarekî demê. Her bihistekî axa Çarçelayê bi pêlava şoreşê miz dide û şopa xwe lê dihêle. Di gelek çalakiyan de cihê xwe digire û dijmin ji hebûna xwe ditirsîne. Bi Zagrosê ve pir tê girêdan û heta dawiyê jî li wê qadê dimîne; ew jî dibe zarokekî Zagrosî.

“Kewên Hêviyê Difire”

Di asoyên awirên sêdarkirî de keskesor bilind kir. Da ber xwe û pêlên dûrgehan birrî. Li ser axa ku bi şopa neyaran birîndar maye, kewên hêviyê firand û bi xwîna xwe birîn pêça. Li baranê siwar bû da ku xunava zilmê nebare.

Di bihara sala 2017'an de, dema di bihara temenê xwe de ye, li Çarçelayê gava li ser erka xwe ye, ji ber sermayê digihêje şahadetê. Lê xatir naxwaze; ew bi şahadeta xwe rûpelek nû vedike û lênûsa dîrokî ya şoreşgeran dixemilîne. Ruhê xwe li ser Zagrosan ebedî dike û ji giyanan re dibe giyan.