Berxwedêriya pîroz, şerê me yê vejînê Newroza xwe ya 25. bi serkeftineke mezin hêza pêşwazîkirinê nîşan daye. Ger em ketina mezin a dîrokî bi hilweşandina Med’an re bidin destpêkirin, -ev şaristaniyeke Mezopotamya bû- piştî ketina 2500 salan, ev bîst û pênc salên belkî jî tam bersiva wê ye û her saleke wê sedsalekê peyda dike, bi rastî jî vejînek e, û pir nêzîkê rizgariyê bûye.
Ger em fêm bikin, em ji kû hatine û hatine êxistin rewşeke çawa, em karibin bihizirin, divê em bibin çawa û bibiryar bikin, ka dikarin çi bikin, emê bibînin ku ya jê re tê gotin jiyan ji mirinê xirabtir e. Ger em bigihîjin mirovayetiya xwe û nasnameya xwe ya azad ku bi axê re têkil bûye; nefes danûsitandineke vê ya sînordar jî ka çiqas hêja ye, em neçar in ku teqdîr bikin. Ji vê jî wêdetir bi minetariyeke mezin di serî de pakrewan, her kesê ku di van salan de berxwedêriyeke watedar nîşan daye; pakrewaniyên me yên mezin ên Newrozê Mezlûm Dogan, Zekiye, Rahşan, Ronahî-Berîvan û raderbirîna dawî ya serhildanên me yên pîroz ên di salên 90’î de li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Licê, Wan û li hemû Kurdistanê tevahî pakrewanên li bajêr û gundan ger em têxin puxteya vê Newrozê, emê bibînin ku divê jiyan bi awayekî dîtir were fêmkirin û şer jî bi awayekî dîtir were dayîn.
Divê li ser vê sala 25. tim bê sekinandin û wane jê bêne derxistin. Ger hebe îdîaya me ya mirovayetiyê ji bo ku em hêzê nîşanî jiyanê bidin li ser axa dayikê, divê em van salan weke salên xwe jinûve pêkanîn û afirandinê binirxînin. Dîsa em ji ramaneke pir puxtedar bigirin heya henasê danûsitandineke azad, ev sal ew salên peydakirina her tiştên wenda bûne û hatine wendakirin in. Divê hûn fêm bikin ku şer jî di bingeh de, hewldana vê ya herî dawî ye.
PKK bûyereke vejînê, bûyera roja nû û bûyera Newrozê ye
Me vala bi vê rojê re dest bi PKK’ê nekir. Di heman demê de navlêkirineke dirûst a dawî ya mirovên me yên lewaz e ku li ber sêlûna qedîm û tariya tirsnak in.
Ev sozdayîna “Ezê dirûst bim” e.
Di wê serdema ku ti nîşanên hêviyê tunebûn de jî -çendî ku bawerî û şensê wê tunebe jî- karîna gotina “ezê bi vê nasnameyê, ji bo vî sozî bijîm û heke pêwîst bike ezê şer bikim” e.
Ew roj weke îro tê bîra min: Li paytexta dijmin di qonaxa ciwanitiyê de ku bi heşifandin, bê îdîabûn û daqurtandinê re rûbirû bû, tevî hemû derfetên rakêş ên mêtîngeriyê ku li ber sêlûna paşverû û tunebûnê bûn, min vê çêtirdîtinê da çêkirin. Me ji jiyana mêtîngeriya îmhakar re got “nexêr!” Me got, ma em dest bi vê hêviya azadî ku bêhêvî û bêderfet xuya dike bikin dê çi bibe? Gaveke wisa bû ku ti kes pê bawer nedikir, çendî ku bi her tiştî wateyê didan jî, nekarîbûn wateyê bidin vê. Belkî jî di cîhan û dîrokê de hempayê wê nîn e. Me vê biryarê da. Bi du peyvan be jî, bi axa dayikê re ger jiyaneke bi nasname pêk were, me got bila ev jiyan bi azadiyê be û em ketin nava wî şerê mezin ê hêviyê.
Bêguman vê bi hîtabeke dîrokî anîna zimên ne gengaz e. Ger gengaz be dê lêkolîn û nirxandina 25 salan, teoriya wê ya ku her diçe kûr dibe derxistina holê, viyana wê, raderbirîna siyaseta wê, jiyana ku dixwaze pêş bixe, -ka viyana wê ya leşkerî çi ye, çi pêk tîne? Bi van hemû aliyan ve ne yek, bi xêzkirina hezar çemberan, bi teşeyekî ku kûrtir û bilindtir dibe bi van têgihîştin, xwe dana mezinkirin û bi van salan re ji nû ve xwe afirandin pêwîst dike. A ku em jê re dibêjin rastiya Serokatiyê, bûyera rastîn a PKK’ê ev e.
Ma di navê de çi tune ne, em ji mirovên heşifandî bigirin ê herî xayîn, ji dilêrên bêhampa bigirin ê herî ketî, ji yê xweşik bigirin ê herî kirêt, ê herî tirsek bigirin ê herî dilêr, ê herî mirî bigirin ê herî zindî her tişt tê de heye. Ev sal, ev salên Kurdistana nûjen derveyî PKK’ê ku her tişt diqediya, nav jî nemabû, ew tevger bû ku me digot, weke çareyeke dawî ger mirovayetiya me hebe, nasnameya û rizgariya me gengaz be, werin em vê gotûbêj bikin. Pişt re jî ew tevger bû ku me digot, ger gengaz be, xwe bigihînin biryarê û jê jî wêdetir gelo em dikarin rê vebikin li ber şer.
Îro hindik be jî me hêrsa xwe ya mezin daxistiye. Lê ji bo bingehîn şerê mezin û rizgariyê afirandina van rojan em dizanin ku weke destpêkekê ye.
Ji bo partiyên nûjen bîst û pênc sal, salên serkeftinê ne.
Hema hema hemû partiyên sedsala bîstemîn ku şoreşên mezin çêkirine, vî karî deh-panzdeh sal an jî nebe di nava bîst salan de pêk anîne. Hinek bi serkeftî bûne, hinek jî bin ketine. Heta yên ku dewlet ava kirine jî dewletên xwe wenda kirine. Me nedikarîbû dewletê ava bikin, ne jî em tam bin ketine. Em di navîna herdûyan de ne. A girîng ne ev e. A girîng ew e ku gotûbêj, ronahîbûn û viyanîbûna mezin, jê jî girîngtir ka rastîn çi ne, wisa dîtinê derxistina holê ye. Ev me zêdetir eleqedar dike. Ev ji aliyekî ve ew şer e ku, li Kurdistanê li hember hêza qirêj, dagirker û îmhakar dihate dayîn. Di rastîna Kurd de ew rewşa kirêt, qedandî, ti armanc û wateya wî ya civakî ku nîn e û qasî nirxa şerê eşqiyayan jî ku şerkariya wî nemaye, li ser bingehê careka dîtir hesab pirsînê kişandina nava partiya me, ew kar bûn ku em pê dixeriqîn.
Me sînor kişande şerên bêwate. Ger şer bibe di bingehê xetê de, divê ew şer bibana ku wate û alîgirên wê hene. Vê çêkirin karekî bixêr bû. Nasname û rasteqîneke ku ewqas li dîroka xwe xiyanet kiriye, di nava mirovayetiya nûjen de hatiye tunekirin, çiqas şermîn e. Ji vê hesab pirsîn û partî avakirin ji me re pêwîst dikirin. Ev bîst û pênc sal vê yekê xweşik çarçove û çember kirin. Rastîna her tiştî ji nû ve -çiqas zêde bawerî tune be, bêîdîa be û heta dinixumîne jî-li virê hate gotûbêjkirin.
Tenê yek mirovekî Kurd û Kurdistaniyek nema ku nehat êxistin di nava vî bîst û pênc salî de. Yek mêtîngerek jî nema, heta împeryalîst jîxistine navê. Hemû cîhan hate kişandin; “werin şerê xwe yê Kurdistanî eşkere bikin.” Hûn hemû hatin kişandin; “werin pîvana bejn û bala xwe bigirin.” Min serkeftinê di virê de dît.
Kî çî ye, bila derkeve zelaliyê. Beriya şer divê ev bigihîje zelaliyê. Heke li vî welatî ev tune be, her kes ji xwesteka dijmin zêdetir sîxûr be, xayinê jiyanê be û şermkar be, raderbirîna rastîneke qedal be, ya pêşîn ku divê bê çêkirin, vê gihandina zelaliyê ye. Ev, bi partiyê re gengaz e. Hinek di navê de ne, hinek li derveyê ne, hema hemû eleqedar in. Ev, pêşveçûn û qezenceke girîng e. Berxwedanî bêyî vê nabe. Çendî ku hê dem heye ji rizgariyê re, pêşî ev pêwîst e. Peyitîneke xweşik û gaveke di cî de ye.
Şerê wî ewqas bi hilkehelk e, ewqas henase bi henase ye, ewqas binakokî ye, ewqas bihirs e, ewqas bikîn e û em bi van salan re hatine ewqas girêdan... Ji bo hinekan jî ewqas heşifî û çûna wan jî ewqas bêwateye ku... Ev hemû hêrsên erjeng rep dikin. Lê tiştek nabe ango repbûna hêrsê heke venegere çewtiyekê, destpêkirineke şer a baş e. Ez vê yekê tenê ji bo endamên rastîn ên partiyê nabêjim, ji bo dijraberên wê jî dibêjim.
Di şer de asteke watedar derxistina holê jî pêşveçûnek e. Ger hûn bi koletiya xwe serkeftinê jî qezenc bikin, bi ya min ev bi kêrî tiştekî nayê.
We dijmin di hembêza xwe de xweyî kiriye û xwe weke PKK’yî dihesibînin. Ez nikarim we bi çi tiştekî bihesibînim. Lê belê we gule teqandine û serî rakiriye. Ji bo min çi tiştekî naderbirînin, heta hindek serkeftinên we jî pêk hatine. Hêjahiya vê jî nîn e. Ji ber ku ka bi çi jiyanê ve eleqedar e, ber bi kîjan armanca bingehîn ve dibe, takekes xwe çawa diafirîne, çawa dije: Ev girîngtir e.
We derxistina zelaliyê jî pir girîng e. Hûn kesayetiya çi û kî ne? Hûn li pey jiyaneke çawa û çi ne? Van derxistina zelaliyê ji rizgariyê hêjatir e, ango ji bo rizgariyê pêwistiyeke pêşikî ye. Vejîn bi sancoyên vê yên êşdar pêk hatiye. Ez tam ne bawer im ku we zayînê pêk aniye ango rast hatine mezinkirin.
Gumanên min hene, lê gumanên baş...
Her roj mînak dertên, di dilqên curbecûr de. Di jinê de, di zilam de, di yên nû û kevin de. Van gihandina zelaliyê baştir e. Êdî li virê mirov divê veşartî nemîne. Dijmin jî, dost jî, rêheval jî, xayîn jî çendî ku derkevin zelaliyê ewqas baş e.
Egîd û Zîlan...
Gerîlayê rastîn Egîd e û hestên wî yên xweşik, peyvên wî yên xweşik ji bo me ferman in. Zîlan jî wisa ye. Peyvên wan ên zêr ji bo me ferman in û jixwe baş meşiyan. A girîng ne pir biserkeftinbûna wan e, yek be jî biserkeftinbûna wan e. Emê vê bikine serdest. Dê keç jî, xort jî û ciwan jî vê bikin serdest. Bi awayekî dîtir ketina nav vê artêşê nabe, sonda vê artêşê ev her du nav in. Ger hêza we hebe, hûn ê pêwîstekên sondê pêk bînin. Hûn dixwazin karên artêşê bikin, êdî hûn ê vê fêm bikin. Min ji we re karên partiyê vegot.
Mazlûm tê wateya partiyê. Kemal, Xeyrî, Heqî û bi hezaran pakrewanên din hene. Milîtan ew in. Ez berdevkê wan im.
Sibê çi bi serê min de were nediyar e, lê hetanî niha min berdevkiyê kir. Artêşa wê jî ev e, jin jî Zîlan, zilam jî Egîd. Gavên yekem in, emê gavên dawî ango gavên bi hev re biavêjin.
Divê fermandarekî gerîla hêsan nemire, lê bû, yên ku mane hene, leşker hene, berdevk hene. Ma ew ji bo çi hene? Hûn ê ya ku maye temam bikin. Ev qewîtî nîn e, ferman e.
Soza PKK ya Newroza 25., soza artêşê divê bi misogerî rast were fêmkirin. Divê fersend neyê dayîn ku kes sozê biperçiqîne. Bi van pakrewanên mezin ve xwe girêdan û gelê me bi rastî girtina riştiyê mezintir, ma mirov dikare peywirekî dîtir bihizire?
Gundiyê ku dibêje “me îro jî rizgar kir” îro gundiyê herî rezîl ê cîhanê ye. Kedkarê herî zikbirçî ye. Ev berevajiyê PKK’ê ye, berevajiyê artêşa wê ye jî. Bi temamî berovajî min e. Ez napejirînim. Çewt dihesibînim û metirsîdar e. Weke çemka rizgarkirina namûsê ya gundî, qaşo namûs û rûmeta xwe rizgar dike. Lê niha gundî rastîna wê civakê ye ku her cure bênamûsî li serî wî diteqe. Bi çemka azadiya wisa bigerin, binêrin mirovên me yên herî reben in. Ti wateya wê ya di nava partiyê de temsîlkirinê nîn e. Bi rêpîvaneke artêşê ve bi afirîneriyê xwe nade girêdan, tim qala yekanebûnê dike. Di bingeh de xwe dike yekane. Gotina min jê re azadî û xweseriyê, afirîneriyê tevlîhev dike. Ev hemû afirînerî ye, hemû destanên ku divê em binivîsînin dikine kenoke. Bi misogerî divê em vî mejiyê bêkêr qaşo pratîka jiyanê ye, terk bikin.
Ên ku dibêjin ev bîst û pênc sal in ku em neponijîne hene. Lê Zîlan yek salî bû, çawa ponijî? Egîd, qet ne xwedî ezmûneyên şer ê panzdeh salan bû. Du salî bû, çawa ponijî? Nivîsandinên ku kirine tam rojena gerîlayî ye. Kirinên wî jî di mercên herî zor de pratîka gerîla ye. Tê wê wateyê ku zêde eleqeya vê bi ponijîn û perwerdeyê tune. Bi dirûstiyê, biryarmendiyê, jidilbûnê, karê ku dike bi hestên bilind û azwerî girêdanê re têkiliya xwe heye. Bi vê asta perwerdehiyê, bi van ezmûneyan hûn dikarin hezar qatê Zîlan û Egîd rol bileyizin.
Jixwe êdî ew bangawaziyek in. Hûn ê ber bi bangawaziyê ve bibezin û divê bi misogerî dilsoziya bîreweriya pakrewanên PKK’ê wisa bê fêmkirin. Ew a ku nehatiye mafkirin û bingehê xwe qaşo ji şêwaza fermanî ya piraniya wan digire, ew henaseya dawî ya hemû şervanên ciwan ferman in. Ê ku vê hetanî nava mixê nade kêrsimandin, nikare bibe fermandar.
Hûn tenê ji bo yek tiştî bûne PKK’yî.
Ez bi hêsanî nakûjim, bi hêsanî kuştin dibe ku bi henaseyekî mirov têr bike. Ez naxwazim bi dijminê xwe re wisa bigijgijim. Stalîn jî wisa kir. Bi hezaran derketin holê û niha gorên wan jî nediyar in. Ez naxwazim wisa bikim. Ger ew min bikujin jî wateyeke xwe heye. Lê ku ez wan bi hêsanî bikujim zêde wateya xwe nîn e. Ez ên wisa û yên ku dixwazin wisa di nava partiyê de bimînin hişyar dikim.
Ez zorê li we nakim, nabêjim nejîn. Bi hemû berhemên min ve da ku hûn bijîn ez van dibêjim. Xwedibîniya ku li ti derî tune ye, hûn bibêjin ka li kû derê ye, ew jî li ba min e. Ez van hemû kedan pêşkeşî we dikim, lê ev nirxên jiyana rast in. Şêwaza we mînanî dizekî, mînanî mirtibekî, rêzdariya min ji kedkarên wan re heye. Ti wateya vî karî wisa pêşkeşkirinê nîn e. Her wekî rast riya jiyanê heye. Mirov dikare bi hevaltî jiyanê parve bike, rêpîvanên rêxistinê jî parve bike, gotûbêja taktîk jî parve bike. Hûn ê bibêjin jin û mêr. Em evînê diafirînin, ma ji vê mezintir dibe? Ma şêwaza ketî dibe jiyan, mirov tenezûl dike?
Şer, di heman demê de ji bo evîna mezin e. Hûn ê çima vê fêm nekin? Zayendên we pir ketine. Zayendên we ku bi şêwaza bi we dane pejirandin û zanîn biaxivin, ma ev ne ketineke tirsnak e? Ma bi wê welat neçû? Artêşbûn ji bo têkneçûnê ango ji bo têkbirinê ye. Ev hemû ji bo axên ku hatine stirandin, evîna jiyana şervanên azadiyê yên herî mezin, ku careka dî bêne binavkirin û ji bo temsîla wan e. Ez jî temsîlkarekî vê yê dilnizm im. Ez naxwazim xwe qet binepixînim, lê mafê min ê jiyînê jî heye. Divê ez xweşikê fêm bikim. Ez ê nebêjim pîvanên civaka me ya ku ji zû ve qediyaye û her wekî dijmin ew ziwa kiriye -ew jî tune ye- . Di yoma azadiyê de hewldana min girîng û pêwîst e. Civakê nekarîbû tiştekî bide, divê ez bidim xwe. Hûn dibînin ku min ne ji bo xwe kir û ne di nava ezeziyeke tirsnak de me.
Ti kesî rasteqîneke ku ewqas parçe bûye biyek nekir. Ji gelbûnê derketiye, navê xwe jî bi şermînê digire ser devê xwe, her ku girtiye hatiye halê rasteqîneke bizdonek; va, me vî gelî îro aniye asteke şanazmend. Me anî halê gelekî ku şoreşê çêdike û civata mirovên ku ji xwe re dibêjin em şoreşger in.
Salên min, salên min ên tirsnak, salên min ên bêaman. Qet pesnê xwe nadim, lê dixwazim bê fêmkirin. Ev sal ji bo gel in ku welat û azadiya xwe ya mezin biafirîne. Min jê girt, da we û dibêjim “Hûn jî pêwîstekên ji bo gel bidin.” Bangawaziyeke baş e, qet pêwîstî nîn e ji bo tengezarbûnê.
Ez tenê mam, lê netirsiyam, min ji vê re got tenêtiya rewneq. Niha baştir fêm dikim, tenêtiya wî welatê wenda, tenêtiya wî gelî ku xwe ji zû ve ji bîr kiriye. Ez sadiqê vê me. Çi xweş e ku, qasî welatê xwe bi tenê û bi qasî gelê xwe bêkes im.
Ger hebe ev gel, divê ez pê re, ew bi min re û bi dostên xwe re hebe. Ger em tenêtiyê derbas bikin, bi dost û hevrêyên sexte na, ger bibe bi mirovatiyê re pevrêtiyek û hevalbendî jî wekhev û azad be; divê di bingehê parvekirina tam de be hestên wê jî, êşên wê jî û şabûnên wê jî. Di ramanê de jî wisa û di viyanê de jî wisa. Ger tenêtî were derbaskirin, dikare di vî bingehî de were derbaskirin.
Ez ê çima ehbab-çawişî bikim? Heke ku nabine dost, ezê çima hetanî dawî pê ve girêdayî bim? Ez ê çima bi wî gelî ku xwe rizgar nake bi girîn û qajewajê xwe girê bidim? Şûna ku wisa be, ger pêwîst bike qasî Xwedayekî û li bingehê tew nejiyandinê, jixwe min tim wisa kir. Rast bû û xweşik bû. Nanepixînim, çawa ku pêwîst dikir wisa hate çêkirin. Dê mirovatî jî bibîne ku, jiyîn weke ku pêwîst dikir hewl hate nîşandan û ketina wê riya jiyanê bi vî awayî pêk hat.
Di bingeh de, bi vê wateyê serkeftin hatiye qezenckirin. Wekî din hilgirtina tuxlekî ye ku ji hêla her kesî ve bê birin ciyê bikaranînê. Weke ku pîlan hatiye çêkirin û binyad hatiye avêtin, hetanî banî jî hatiye bilindkirin. Wekî din rêkûpêkirina karên malê ye. Bi vê wateyê binyada welêt hatiye avêtin, avahî hatiye bilindkirin û heta baniyê wê jî hatiye avakirin.
Weke gelekî azad di nava vî welatî de, êdî hûn ê hesabên jiyanê çêbikin. Hûn ê bi misogerî nava malê bixemlînin. Yek jî Hûn ê xwedîti bikin li nirxên xwe. Ev der ciyê vî pakrewanî, ev der ciyê vê xweşikê, li virê li gor vê rêpîvanê tê jiyîn. Gava ku xayînek an jî dizek hat, mirov wisa li hember dertê. Ji giyanê heya ramana wê, ji zagonê heya siyaseta wê hemû hatine diyarkirin.
Ev yek her dem bi mejî westandina jiyanê dibe. Tevahî mirovatiya nûjen wisa ye. Ji bo xwarina xwarineke xweşik jî, divê hûn erçena xwe baş bi kar bînin. Heke hûn erçena xwe baş bi kar neynin, xwarineke xweşik jî zewq nade. Jiyana azad ewqas nêzîk bûye, sifra azadiyê ji bo xwarinê ewqas vekirî ye, gotina ‘‘ez hê jî jiyînê nizanim’’ eyb e. Hundirê malê jî, sifra malê jî û hemû xweşikiyên malê di cî de ne. A ku dikeve ser milên we lê xwedî derketin; hindek xemilandin pêwîst dike. Ev jî karek e ku şivanê li çiyê jî dikare bike. Hûn milîtan in, çiqas ji bo partî, ji bo artêşê pêwîst dike ewqas, çiqas ji bo gel pêwîst dike ewqas, çiqas li dijî dijmin pêwîst dike ewqas, çiqas mafê we be ewqas.
Ev sosyalîzm e.
Ev qasî pêşeroja mirovayetiyê paşeroja we ye jî.
Serokatiya Partiyê
21 Adar 1998
- Ayrıntılar
Ez ji, xwe xwediyê jinê yê xwezayî dîtina zilam nefretê dikim. Tu jin divê ji min helwesteke weke xwediyekî xwezayî hêvî neke. Dibe ku di vê mijarê de mirovekî herî neçar im. Dibe ku ez xwediyê her tiştekî bim lê belê xwedîbûyîna jinekê tu caran di aqilê xwe re jî derbas nakim. Ez vê weke bêexlaqî û li hemberî xwe weke tawanekê dibînim. Bi cewherê hemû jinan re pêşxistina jiyaneke xwedî ast, di min de azweriyek e. Di vir de jî milkiyet û çînê nas nakim. Ger jinên bi milkiyet û çîn hebin, ez dixwazim wan hemûyan ji vê bikişînim. Jixwe me hun ji van sînoran kişandine nêvenga azadiyê. Ev dibe encamên xwezayî yên ku xwestek û lêgerînên min ên jinê ye. Ne hun bi hêsanî bi xwedîbûyînê digerin, ne jî kesek tîne bîra xwe ku bibe xwediyê we. Bi tenê dikarin bibin heval. Ev xweşiktir e. Ez xwe li jinê ferzkirinê nefret dikim û ferzkirina bêmaf weke ketîbûneke mezin dihesibînim. Lê belê ji jineke ku xwe bispêre şêwaza têkîliya bimilkiyet û hemû paşdebûna xwe û kêmbûna xwe ferzkirinê jî nefret dikim û vê jî weke ketîbûnekê bi nav dikim.
Me di dîroka mirovahiyê de bi jinê re meşeke bi îdîa pêk anî. Ji ber ke îdîaya we ya gihiştina jina azad heye, mirov dikare bi we ewle be, tevlî bibe bixwaze dinyaya xwe parve bike. Li gor min ev a helal e. Ya heram cihê ku milkiyetê mirov çarçove kiriye ye. Ger em ji vê rizgarbûnê pêk bînin, wê demê dibe ku hestên pîroz pêş bikeve, vîn rabe ser piyan û hizirandin biherike. Gelo ma min hun gelekî tengav kirine? Lê belê ji bîr nekin ku bi qasî ku tu kes ne bi we re ye ez bi we re me. Ez dikarim îdîa bikim ku ji yê hun jê hez dikin zêdetir ez ê têm hezkirin im, him jî yê hez dikim e. Hatiye peyitandin ku ez yê ku rêhevalê xwe yê jin fêm dikim û dixwazim em bi hev re bimeşin. Ji ber wê jî dema ku hun gelekî tengav bûn û we got, “ev çi kare hate serê me?” xirab nebînin. Sedemê wê ne ez im. Sedemê wê kesayeta we ya ku bi sedan sal in, hatiye wendakirin e, rastiya we ya civakî ku xwe wendakiriye ye, gel e, azadiya gel e. Ez dixwazim tiştê ku we wendakiriye hindekî zindî bikim. Gelo hun ji me çi dixwazin? Gelo we evîn, ewlekarî, bawerî û hizirandin xwest û we di me de ew nedîtin? Em di van hemûyan de xwedî îdîa ne. Divê hun xwestekên xwe pêş bixin û bigihênin hêza nêzîkbûna van tiştan.
Ne bi xeyalên gelekî bêwate, ne jî qet nayê gihiştin nêzîkî me nebin. Rêbertî pergaleke nirxan e. Mirov dikare bigihê, ne tenê li ser jinan, li ser vî gelê ku em bi navê wî tevgerê dimeşînin, li ser milîtanên ku em dixwazin bikin hêzeke dijwar, bêguman emê bibin hêzek. Ji ber ku weke din şoreş nameşe. Lê belê ew meş, di heman demê de meşa we ya ku hun gelekî pêdîviyê pê dibînin û hema ji her tiştî pêşdetir e ya şeref û rûmetê ye. Jixwe ger ew wiha nebûya we nedikarî rojekê jî mecal bidîta ûı nirx bidayê. Tê wê wateyê ku em di riya rast de ne. Ya esas evîna min û azweriyên min ên azadiyê ne. Weke ku bi xwedê tên girêdan, hun jin jî ev gel jî pêwîstiya bi vê girêdaniyê dibîne. Dibe ku ez ji we hemûyan dijwartir bi vê rêgezê ve hatime girêdan. Ev xeyal xeyalên kê ne, ev evîn evîna kê ye? Ez faniyek im, lê belê hest û hizrên min wê ber bi sedan salan ve biherike û biçe. Pêwendiya vê bi kesayet re nîne. Bi temamî kesayetekî gel, perçeyekî mirovahiyê ya bi nirx e. Me xwest em vê rave bikin ev yek tê qebûlkirin. Weke ku layiqê min hatiye dîtin, bêyî ku birevim dixwazim vê temsîl bikim.
Di exlaqê azadiyê de ji beriya her tiştî xwedî hêzbûn û azadbûyîna vînên beramberî hev hene. Exlaqê azadiyê, şêweyên girêdaniyên koletiyê qebûl nake. Ji ber ku mirov gelekî lewaz in ne, ji ber ku dixwazin bihêz bin, bi vê ve têne girêdan. Ji ber gelekî bi ajoyên xwe ve girêdayî ne na, li gor pîrozbûyîna azwerî û hestên xwe girêdaniyê esas digrin. Ji bo ku li gor exlaqa gelekî fermî û kevneşopî malekê ava bikin, malbatekê û ku armanca wê ji bo zarokan girêdaniyekî pêşxistinê esas nagrin. Ji bo ku hêzê bidin zagonên bingehîn ên civakê pêwîstiya tevlîbûna hev dihesin. Di têkîliyan de girîn û gazind nabe. Bi girêdaniya mekanîzmayên venêrîna civakî ve jî tevlîbûna têkîliyan nabe mijara gotinê. Taybetmendiya herî bingehîn a vê exlaqê weke ku hesteke estetîk a pêşketî esas digre, di heman demê de parvekirina xweşikbûnê ye jî. Ji bo derbaskirina zehmetiyên mezin jî dibe ku ev girêdanî hewce be. Ji bo ku têkîliya her kesekî heye, bila têkîliya min jî hebe, ez têkîliyê ava nakim. Ger bal lê were kişandin, ev dikeve pileya girêdaniyeke evînî. Yê ku asta xwedayîbûnê tengav dike evîna pîroz e. Hêza we ji bo evînên pîroz ên xwedayî nîne. Lê belê em neçar in wiha bin.
Ez nirxeke mezin didim xebatên jinê. Tu zilamekî bi qasî min xwe nedaye têkîlî û xebatên jinê. Ji gelekî weke Kurdan ku gelekî ketiye, ji hizir û hest dûr ketiye, pêşxistina jinên wiha, ji bo raberkirina mezinbûna vê xebatê têr dike. Zilam an bi jina xwe re yan keça xwe yan jî bi dostekî xwe re pêwendî dikin. ango jinên ku pê re pêwendiyê dikin ji hêjmara tiliyên destekî derbas nabin û tu zilam nikare vê yekê derbas bike. Têkîliyên ku bi pêş dixin jî bi giştî têkîliyên serdestiyê ne. Profesorekî ispat kiriye ku qaşo zilamek dikare di heman demê de ji du jinan hez bike. Vî tiştî weke dîtineke gelekî mezin dide nîşandan. Ez jî behsa ji hemû jinan hezkirinê dikim. Nêrînên profesor nîşan dide ku ezeziyet çi qasî li pêş e. Ger ez ji hemû jinên ku werin hezkirin hez nekim ezê xwe kêm bibînim. Asta min hindekî wiha ye.
Di dijînameya bi navê “ayetên Apo” de ez ji ber ji jinan hez dikim temê tawanbarkirin. Selîm Çûrûkkaya yê ku ev nivîsandiye, dema ku tevlî xebatên me yên komê yên destpêkê bû du herêmên me yên ku bi hev germ nedibûn hebûn. Ji beşa Çewlikê zazayên sunî û ji beşa Dêrsimê Kurdên elewî hev qebûl nedikirin. Koma me ji her du cihan jî mirov xistin nava xwe. Ji van deran keçikekê û zilamekî têkîlî ava kirin û zewicîn. Her du jî ji aliyê dijmin ve hatin girtin. Şahidan digotin, “di astekê de bûn ku ji bo vê têkîliyê dikarîbûn çil caran li ber lingên dijmin bigerîbana.” Weke ku ji bo hemû mirovên xwe me ji bo van jî bawer kir ku pêwîste ev têkîlî bibe têkîliya partiyê, ya welatparêziyê, ji bo jin û zilam jî divê bibe têkîliyeke rast û me xwest em rêgezê her dem pêk bînin. Me got bila milîtanên partiyê girêdaniyê di nirxên bingehîn de pêk bînin û wê ezezîbûna gelekî kevin bûye derbas bikin. Li hemberî vê bertekeke mezin raber dikin û dibêjin, “partî me ji me didize, me xerîb dike.” Di rastiyê de ev dereweke mezin e. Hêza ku van her du beşan digihîne hev partî ye. Yê ku durûtiyê dike, xiyanetê dike jî ew bi xwe ye. Hemû nirxên pîroz, bin pê dikin û dixwazin bi riya partiyê ezezîbûna xwe rizgar bikin.
Ji ber ku dizane ez hindekî hêza rêvebirina vî tiştî me jî qaşo pirtukeke bi navê “Ayetên Apo” derxist. Ez vî tiştî ji ber ku gelekî girîng e na, ji bo ku ezeziyeteke gelekî xirab re bibe mînak diyar dikim. Bêyî ku ez jinekê jî zilamekî jî di nava hindek hestên bingehîn de bihelînim, bi armancên rizgariya civakî û netewî û bi şerê rizgariyê ve girê bidim, qebûlkirina min a wan ne gengaz e. Ez ji bo vî gelî dixwazim cara yekê van tiştan pêk bînim. Ji ber ku bi vî gelî wiha tê fêrkirin “xwedîderketina pisîk û seyên xwe rêgeza herî pîroz e” xwedîbûna jina xwe û mêrê xwe jî qaşo rêgeza herî pîroz e. Ez jî vî tiştî weke ketîbûneke herî mezin dinirxînim. Muxalifên Apo jî ji ber vê sedemê derdikevine holê.
Ez nikarim di hezkirinê de pîrozbûnê nejîm. Li gor min pêwendî nîşan nedana pirsgirêkên zayenda jinê û li ser hindek riyên çareseriyê lê hûr nebûn, tê wateya şoreşgeriyeke kêm. Hesteke gelekî balkêş e, min hetanî niha xwe weke mêrekî nedît. Ez naxwazim tu kesî jî weke jineke erzan bibînim. Van hestên wiha layiqê xwe nabînim. Xweşikbûnekî, her gotineke xweşik çalakiyeke xweşik, çi tiştê ku nirxê xwe yê estetîk a xweşik hebe, parvekirina wê di min de asta azweriyê de ye. Vaye exlaq ev e.
Ji ber ku ez mirovekî azad im, ên din di derbarê min de çi nivîsîne, çi gotine ne di xema min de ye. Dibe ku berê ez hindekî ditirsiyam, lê belê niha qet natirsim. Em nikarin bibêjin ku berê jî tirs hebû, ji ber zêde xwedî hêz nebûm, min zêde nedida derve, lê belê ez niha didime derve. Divê mirov ne tenê ji bo xwe, ji bo hev jî jiyînê bizanibe. Bi qasî ji bo hev jiyînê bizanibin, bi qasî bixwazin pêşketina civakî, dikarin bi pêş bixin. Em rewşeke awarte dijîn. Hun ne dikarin bi têkîliyên civakî yên heyî ve, ne jî pergala dahatûya pêkwere ve dikarin bijîn. Em vê gavê rewşeke ku ya kevin bi rengekî awarte, bi lez ji hev cihê dibe yê nû jî bi rengê hatiye diyarkirin ve xwe derdixe holê dijîn. Di vir de her tişt bi qasî ji aliyekî ve yê kevin dirûxîne, dahatû avakirinê jî esas digre. Zimanê van dibe û li hevketina vê dê bijî. Di kesayetên we de ev tişt zêde nehatine fêmkirin. Hun her dem dixwazin ê asayî bijîn. Dema we nekarî hun ê asayî bijîn, hun dixwazin weke xeyalî bijîn. Jiyana we yan gelekî xeyalî ye yan jî asta paşerojê ya gelekî asayî ye. Hun di van her du xalan de wenda dikin. We şêwazê hûr a pêvajoya awarte tu caran bi xwe neda qebûlkirin û pejirandin. Di we de xeyalîbûn î ji rêzêbûn di nava hev de ye. Vaye di vê xalê de hun tengav dibin.
Rewşa min jî gelekî cuda ye. Teqez pêwîste hun çîroka me baş hîn bibin. Çîrok balkêş e û hînkar e. Mînak lêkolîna we ya asta min a hest gelekî girîng e. Dahûraninda asta wê hestê ber bi afirandina netewekê ve bir. Ev aliyên we nînin. Koletî, pûçbûn û kirêtiya di têkîliyên we de diherike û diçe. Hun vê ji xwe re nakin pirsgirêk. Mînak pîvanên we yên qebûl û redê bi pêş neketine. Di we de bûyera qebûl û redê tevlîhev e. Tiştê ku we red kiriye, hun dikarin roja din qebûl bikin. Di me de pêşketina qebûl û redê pêşdeçûyîna cihêkirinê ya di asta pêş de mijara gotinê ye. Di vê têkîliyê de jî di riya qebûl û redê de şerekî mezin hate meşandin. Her tişt lêyîstokeke sîxuriyê nebû. Dilsozî û welatparêziya destpêkê hetanî dawiyê bû, qezenckirina têkîliyê hetanî dawiyê bû. Lê belê du armancên berovajî hebûn. Yêkê dixwast bi dijwarî berlingên KT yê bigere, yê din jî dixwast bi dijwarî ji wê rizgar bike. Bêguman ev pevçûneke mezin bû. Tu têkîliyên hest û evînê jî nedikarî ve rizgar bike. Jixwe di vê têkîliyê de, di vê hestiyariyê de evîn û girêdanî bi pêş nakeve. Berovajî wê şev bi pêş bikeve. Di vir de hest û hezkirin dê veguherin kîn û hêrsê, girêdanî dê veguhere dijberiyê. Hest çi qasî bihêzbin, ew qasî jî dê veguhere şerekî mezin. Dê encam bibe weke ku min kiriye.
Pêvajoyên şoreşan, pêvajoyên ku him jiyîna hizir û hestên mezin in û him jî pevçîna wan in. Ên ku ne wiha ne her dem hîs dikin ku di bin lingên şoreşê de dixuşikin û jiyan ji bo wan hîn xirabtir dibe. Ez rastiya şoreşê diyar dikim, ger hêza we hebe em bi hev re bimeşin, em nikarin ê hêsan hilbijêrin. Ger min ê hêsan bijiya, ma gelo ev tekoşîn rojekê li ser piyan dima? Divê em li welat başî û xweşibînê pîroz bikin û em li wir bigihên hêza jiyanê. Şoreş hindekî ji bo vê ye.
Hunê di şoreşê de zilamê xwe bi xwe biafirînin, gelo hunê çawa zilam biafirînin? Berî her tiştî gelo hunê çi qasî xwe biafirînin? Jina ku xwe neafirîne, afirandina zilam li aliyekî bimîne, nikare xwe ji evd û kolebûna wî rizgar bike. Ev kar, karekî lêhûrbûnê ye û hunê ji bo vê hewl bidin. Ciwaniya xwe hindekî ji bo vê feda bikin. Di vê mijarê de hindekî xwe ava bikin, xwe bi çek bikin. Encax hun dikarin wisa zilam veguherînin. Ez çawa ku jinê bi hêsanî naecibînim, hunê jî zilam bi hêsanî ne ecibînin. Ger min bi hêsanî jin ecibandiba, yek jineke xwedî nirx û pîvanên Rêbertiyê dernedikete holê. Hunê jî hindekî vî tiştî ji bo xwe esas bigrin. Jina ku bi xwe ewle ye, divê xwe baş plan bike. Ez tehrîka xweşikbûnê û pîroziya hest a di we de pêş dixim. Ez we vedixwînim egîdiyê. Ev hest û hizrên we gur dike. Dibe ku ji nava we gelek qehreman derbikevin. Hun jî vê rêbazê pêk bînin. Dema hun bibêjin, “ez koleyê te me, nizanim çi yê te me” hunê di serî de wenda bikin. Gelo dema zilamtî tê gotin, behsa çi tê kirin? Ger hun berî vê pirsê bipirsîn jî bibêjin “zilamê ku min xwe dayê” tê wê wateyê ku hun tune bûn. Ji ber ku zilamê di civakê de zilamê ku yê we di heftiyekê de tune bike ye. Ji bo wê jî xwedî plan bin, xwe bi hêsanî nedin dîlkirin.
Ger ez ji bo ku xwe bi we bidim qebûlkirin bi ziravî amade dikim, sedemeke vê heye. Hun jî di mijara wiha bûyînê de xwedî îdîa bin. Tişta herî xirab e, bi erzanî û bi koletî girêdan e. Ez nabêjim bila hezkirin û rêhevaltî nebe, bi kesayet û nasnameya xwe ve vê têkîliyê ji bo vê jî xwe biafirînin. Hun çi qasî bikaribin bi bandor, bi plan û bi tevdîr bin tê wê wateyê ku hun ew qasî şoreşger in. Naxwe dema we got, “em çi qasî kole ne, em çi qasî jina mêrê xwe ne” hunê şoreşê paş ve bibin. Ji ber wê jî nirxa zemînê azadiyê, rêgeza azadiyê baş bizanibin. Dahîrandinên ku min ji bo wê pêş xistiye û hêza partiyê baş binirxînin. Xwe bi jêhatiyên xwe yên afirandêr ve bikin yek. Bi vî rengî hun dikarin di zilam de asteke diyar biafirînin. Dema ez dibêjim, zilamê xwe biafirînin, ez nabêjim zilamekî li gor xwe biafirînin. Ez dibêjim asta zilamtiya ku tê qebûlkirin biafirînin. Hindekî hemû zilaman biafirînin. Ez jî him zilam û him jî jinê diafirînim.
Em destpêkên xweşik pêk tînin û misoger bi pêş dikevin. Ya herî girîng jî di têkîliyan de pêşketin heye. Dema ku mirov dibêje jin, hest û hezkirin tên bîra mirov. Ez vê bi asteke guhertîtir bi dest digrim. Min ji bo vê got, “rizgariya evînê.” Divê hun bizanibin ku ka ev yek tê çi wateyê. Ya herî giring jî ji pirsa “jiyaneke çawa” re eniya xwe ve pêwîste bersivên we yên gelekî hûrbûyî hebin. Hun dikarin li ser vê bi salan nîqaş bikin. Civakeke çawa, siyaseteke çawa, artêşeke çawa, hesteke çawa, têkîliyeke taybet û giştî ya çawa, hezkirineke çawa, ecibandineke çawa, zayendîtiyeke çawa? Hun dikarin van hemû mijaran nîqaş bikin û bigihên zelaliyekê. Ev him mafê we ye û him jî erka we ye.
Girîngiya mijarê bênîqaş e. Şoreşa jinê mijara sedsala 21ê ye. Ger mirovahî dê piştî vê gavavêtineke girîng pêk bîne, dê vê kûrbûnê di asta jinê de bi dest bixe. Rexmî ku em gelekî ji her alî ve paş ve hatine, em şoreşekî ji hemû gelan pêşdetir kûr dikin. Ev jî ji bo me kêfxweşiyek e.
Her şoreşeke dîrokî di serî de bi kesên kêm û lewaz ve, di axên hêjar de pêş dikeve. Şoreşa Kurdistanê jî hindekî wiha ye. Lê belê ev şoreş hindek nirxên bingehîn ên mirov pêdîvî pê hene, di cewherê xwe de dide jiyîn. Perçeyekî vê yê herî girîng jî şoreşa jinê ye.
Em dizanin ku hun bi zehmetiyan re rûbirû ne. Hun ji nava mercên jiyana gelekî cuda û awarte tên. Lê belê şoreşa jinê gelekî giring e, ji bo dahatû û serkeftina şoreşekê ye. Li ser vê bingehê ez bi pêşketina konferansên jinê jî bawer dikim. Kongreya we ya di asta netewî de jî wê rê li ber pêşketineke zêdetir vebike. Dê her biçe tevgera jina azad pêşketinê pêk bîne. Xebatên we yên di vir de perçeyekî vê yê girîng e. Heta xwedî naverokekî ye û wê ji bo şoreşên din bibe çavkaniyek. Pêwendiya me jî ji bo vê gelekî bilind e.
Ez xwe dispêrim van hemû tiştan û diyar dikim ku em him destpêkên saxlem pêk tînin û him em ji rastbûna riya xwe ewle ne. Em bi asta xwe ya heyî ve jî ji hev fêm dikin. Li gor pêvajoyên kevin, rêzdarî û hezkirina me gelekî pêş ketiye, divê em di vê de bi israrbin. Ev dê me bibe afirandin û hevparkirina nirxên azad, wekhev û ya herî girîng jî ya xweşik. Jixwe şoreş amrazê pêkanîna vê ye. Bi dijwarî pêdiviya we bi vê heye. Di vê wateyê de şoreşa min şoreşeke armancê ye. Şoreşeke bi jinê re jî him pêkanîna ne koletiyê azadiyê, ne kirêtiyê xweşikbûnê, ne şaşitiyê rastiyê ye û him jî şoreşa parvekirinê ye.
9 Reşemî 1995
- Ayrıntılar
Belkî jî rewşa jeoçand û stratejîk a Kurdistanê bûye sedem ku di dîrokê de bibe welatê herî zêde li ser têkoşîn were meşandin, teror -dijwariya ji bo mirovan bi tirsê rêve bibe- û şer were kirin. Piştî çaremîn serdema qeşayiyê (pleîstosen), çanda mezolotîk a li derdora 20 hezar sal berê, pişt re jî çanda neolîtîk (cotkarî û heywan kedîkirin) li herêma navendî ya pêşket -li derdora 12 hezar sal berê- tê texmînkirin herêma îro Kurdistan e. Me sedemên vê yekê di mijarên curbecur de diyar kirin. Ji ber ku bûye navenda çanda herî zêde ya serdema Mezolîtîk û Neolotîk lê pêş ketiye, ji her çar doran komên çanda seretayî dijîn -mirovên dema paleolîtîk- timî berê xwe didin vê herêmê. Piştî pel û pincar berhevkirinê, cotkarî dest pê dike, pê re berhem zêde dibe û heye ku ev yek bi xwe re şêniyên li herêmê zêde dike. Belgeyên dîrokî eşkere nîşan didin ku di van deman de li herêmê şênî pir bûne. Bi awayekî asayî, ev rewş dikare car caran rê li ber şerên li ser zeviyên bi bereket, heywan û nebatan, veke. Îhtimaleke xurt e, şerên bi vê şêwazê yên naveroka wan civakî û aborî pêk hatibin. Dîsa belgeyên di dest de nîşan didin ku ji wê demê hin xirbeyên gundan mane.
Têra xwe mirov dide fikirandin ku di dîrokê de yekemîn têkoşîna ekonomîk û civakî ya berfireh, bi sedemên ravekirina wan mumkîn e, li ser Kurdistanê diqewimin. Bi qasî ku ji tevgerên şêniyan tê fêmkirin, ji başûr Erebîstana îro û ji Efrîka Bakur, ji rojhilat Îranê û hînê rojhilatê wê, ji bakur Kafkasan û rojavayê Anatolyayê komên curbecur berê xwe didin herêmê. Mîna ku îro çawa mirov berê xwe didin Ewrûpa û bakurê Emerîkayê, di dîrokê de yekem car refên mirovan ên bi armancên aborî û civakî berê xwe didan Kurdistana îro ku ji bo mirovatiyê li derdora tevahiya 15 hezar salan rola ‘Welatê Rojê’ bi cih anî. Bêguman eger welatek ev çend demeke dirêj rola welatê rojê bilîze, wê bibe sedem ku li ser, şerên mezin û xwe-lihevrakişandin bibin. Piştî ku çanda Neolîtîk a li derdora neh hezar sal berê baş tê pejirandin, tevgereke şêniyan a berovajî dibe. Li gorî agahiyên di dest de hene, em wexta diçin heft hezar sal berê, em di-bînin çanda neolîtîk hem fizîkî -tevî mirovên xwe- hem jî çandî- tenê bandor- ji Okyanûsa Atlas heta peravên Çîn Pasîfîk, li bakur heta Sibîryayê, li başûr heta Bakurê Efrîkayê belav dibe. Bi vî awayî wek berê zêde kes berê xwe nade navenda cihê derketina çanda neolîtîkê.
Tê texmînkirin ku li derdora heft-pênc hezar sal (BZ 5000-3000) berê li ser Kurdistanê koma çand û zimanê Aryen reng werdigire, ji civaka klan û qebîleyê derbasî civaka eşîrtiyê dibe. Civata eşîrtiyê bi xwe re hînê zêde koma mirovan a baş hatiye bi rêxistinkirin û çalakiyê tîne. Civatên klan û qebîleyê zêdetir ji 20-50 kesî pêk tên, lê civaka eşîrtiyê bi sedan kesî organîze dike. Ev rewş nîşan dide ku eger pirsgirêkên aborî û civakî dijwar bibin, têkoşîna di nava komên eşîrê de jî dikare gurr bibe. Hin daneyên arkeolojîk ên ji vê serdemê mane -hin gundên bi tevahî hilweşiyayî- didin nîşan ku ev zêdetir ji ber pirsgirêkên navxweyî ne. Li ser çem û erdên bi bereket şênî zêde dibin û çavnebariya cîranan ji sedemên aborî yên şer in. Em dikarin texmîn bikin ku di encama van şeran de sînorê hin eşîran çêbûne. Di vê çarçoveyê de îhtimal heye ku em kokên herêmên eşîran bibin BZ 4000 salan. Çandiniyên hevpar ên mulkên eşîrane û sînorên zozanan ji hev têne kirin. Dîsa em dikarin texmîn bikin ku ziman û zaravayên xweser ên eşîran û çandeke curbecur pêş dikeve. Yekemîn livên govendê û awazên muzîkê, kulta perestinê reng werdigirin. Gelek peykerên vê serdemê yên fîgurên jinê ne, giraniya çanda malbat-dayikê îfade dike. Em vê demê dikarin wek naverok civakî û têkoşîneke armancên wê aborî, tarîf bikin.
Dema BZ 3000-2330, derketin û temambûna şaristaniya Sumer a Mezopotamya Jêr îfade dike. Têkoşîn gihîştine asta şer. Di dîroka mirovatiyê de yekem car nirxên aborî bi hêzeke eskerî ya berê hatiye plankirin bi darê zorê têne desteserkirin û talankirin. Ev kevneşopî bi vî awayî di dîroka mirov de cih digire. Hêza şer-îqtîdarê di cewherê xwe de hêzeke talanê ye. Li pişt sifetên xwedayetî, pîroztî û qeh-remantiyê talan û desteserkirin veşartî ne.
Kurdistan yek ji çavkaniyên bingehîn ên derketina vê şaristaniyê ye. Yekemîn destana nivîskî ya hemû mirovatiyê û şaristaniya Sumer Destana Gilgamêş sefereke talanê ya bi ser Kurdistanê kiriye çîrok û çîvanok. Ji yekemîn qral û nîv-qehremanên bajarê Ûrûkê Gilgamêş bi rêya jina fahîşe ya sembola şaristaniya bajêr e, bi alîkariya barbarekî bi navê Enkîdo ji bo talanê berê xwe dide Kurdistanê. Ya esas, Enkîdo ji çiyê dadikeve bajêr bi hêza serdest re li dijî qewmê çiyê ‘Kurtiyan’ hevkariyê dike. Ew yekemîn mînaka hevkariyê temsîl dike. Ji bo dagirkirina welatê xwe pêşengiyê dike. Di berdêla vê yekê de li ser sifreya qral-dewlet hînî jiyana têr xwarin û jinan tê kirin. Biwêja “Kurd çi ji cejnê fêm dike, xulp xulp dew vedixwe” çavkaniya wê ji van deman e. Belkî Gilgamêş bi xwe jî ji qewmê çiyê be. Ji ber ku Gilgamêş tê maneya ‘camûsê mezin’, ‘zilamê mîna gayekî’. Tesaduf nîne ku dîroka Kurdistanê bi van xayînan tijî ye. Sumerî pir zêde hewceyî bi keresteyên daristanan, kevirên verotinê û madenan hebû, ji lewra tim û tim berê seferên wan li bakur bûn. Ya rastîn, şerên îro em di krîza Iraqê de dibînin, mêjûya rabirdû pir bi kurtî û awayekî xulase nîşanî me didin.
Hêzên şaristaniyê yekem car tevlî pêvajoya talan, dagirkirin û îstilaya li ser Kurdistanê bûn û vê yekê rengê bûyeran guhert. Talana hêzên dewletbûyî li ser civakên etnîk ên klan, qebîle û eşîran dibin seferên kolekirinê. Têkoşînên di demên berê de ji bo xweparastinê, zevtkirina çeman û erdên bi bereket bû, lê di dema şaristaniyê de têkoşîn di serî de bi armanca kolekirin û talanê tê kirin. Êdî mirov bi awayekî bi plan tê kuştin û êsîrkirin. Her weha heye ku hatina herêmê ya ji çar aliyan û birina çandê ya der ve dewam dikin. Berhemên arkeolojîk ên ji Hûriyan mane, şer û têkoşînên civakî rohnî dikin. Nîzamê wan ê parastinê, çîrokên wan yên qehremaniyê, hebûna têkoşîn û şeran îspat in. BZ di salên 2000 de timî ji Îran, Kafkasan, Anatolê û Erebîstanê komên dagirker êrîşî herêmê dikin. Bircên bajêr ên Sumeran û kelehên Hûriyan bi armanca parastinê hatine lêkirin. Ji ber ku çiyayên bilind jî rola beden û kelehan dilîzin, pir bi awayekî xweza xwe avêtine bextên wan. Ji lewra mirov dikare bibêje çiya baregehên parastina etnîka Kurd in. Pêşiyên Kurdan li dijî dagirkerî, talan û xirabiyên ji çar aliyan ve bi ser wan de dihatin ji bo xwe biparêzin çiyayên li seranserî Kurdistanê ji xwe re mîna beden û kelehên xwezayî kirine mesken û cihê sitarê. Dûr nêz bi sedema vê rastiya dîrokî zêde nekarîn li deştan şaristaniyê pêş bixînin. Ji lewra çiya û Kurd heman tiştî îfade dikin.
Em BZ di demên 2000-1000 de dibînin li dagirkeriyên ser Kurdistanê hin hêmanên nû beşdar dibin. Qraliyeta Hîtît a li Anatoliya Navîn tê damezrandin û Îskîtên li Kafkasan ku wek barbar têne bi navkirin, hem li dijî şaristaniya Hûrî-Mîtanê, hem jî hînê li Başûr li dijî bajarên dewlemend ên Babîl û Asûran pêvajoyeke dagirkirinê didin destpêkirin. Dîsa jî yên herî tengav dibin komên ku pêşiyên Kurdan e. Ji ber ku berê tenê ji Başûr dewletên Sumer-Babîl-Asûr êrîş dikirin, lê li van êrîşan ji bakur êrîşên dewleta Hîtît û gelek komên şerûd ên barbar ên Îskîtan jî zêde dibin. Ji Îranê qebîleyên Pers û ji rojava jî komên etnîk ên Lûwiyan beşdarî van êrîşên tengav-kirinê dibin. Ji ber ku Kurd û Kurdistan li qadeke dewlemendiyê diafirîne, hem jî derbasoka şaristaniyên nû têne avakirine, tam dualîteyekê teşkîl dike. Ji bo karibin bijîn hem li ber xwe didin, hem jî hevkariyê dikin. Berxwedan û hevkarî bi hev re pêş dikevin. Tebeqeya jor a hiyarerşîk timî serî li rêya hevkariyê dide, lê beşên li jêr timî li ber xwe didin û têdikoşin.
Begîtiyeke Kurd di belgeyên nivîskî de BZ di salên 1600 de (muhtemel li Elbîstana îro hatiye avakirin) weha bang li sazû-mankarê yekemîn ê Hîtîtan prens Atîna dike; “Kuro rezîl, me tu mezin kirî, tu li wir kirî beg, ne ji bo tu keriyên xwe yên şer bînî ser sînorên me û her roj me bêzar bikî, hêjayî sozên xwe be.” Em ji van gotinên nivîskî wer fêm dikin ku Qraliyeta Hîtît a di bin tesîra Hûriyan de pêk hatiye, êdî hêdî hêdî mezin dibe û ji bo qewmên Hûrî-Mîtanyan dibin xeter û tehlûke. Dîsa qralê navdar ê Hîtîtan Şûpîlûlîûmma ji qralê Mîtaniyan Matîwaza re welê dibêje (BZ li derdora 1300an): “Ez qîza xwe didim te, êdî tu kurê min tê hesibandin. Careke din isyan neke. Nerehetiyê çêneke. Li welatê xwe yê xweş li kêfa xwe binere. Ez li pişta te me.” Tevî şerên di navbera wan de diqewimin, em dibînin çawa bi zewacên siyasî aştî û xi-zimtiyê datînin.
Di vê demê de hêza xeternak a Asûran derdikeve holê, ji lewra hewceyî bi hevgirtina Hîtît-Mîtaniyan çêdibe. Ya hînê balkêştir ew e ku melîkeya navdar a Misrê Nefertîtî ji Mîtaniyan e. BZ li derdora salên 1500 demeke bi liv û lebat a dîrokê ye, em dibînin bi qasî peymanên siyasî û dîplomatîk şerên dijwar jî diqewimin. BZ di salên 1596 de Babîla navdar bi şirîkatiya Hîtît û Hûriyan tê dagirkirin. Şer û aştiya navdar a Kadeşê tê texmînkirin ku BZ li derdora 1280 pêk hatiye. Tê texmînkirin ku Hz. Îbrahîm ji Nemrûdê Ûrfayê di salên 1650, Mûsa jî ji Fîrewnê Misrê BZ di salên 1300 de reviyaye. Hemûrabiyê navdar BZ di 1750 de jiyaye. Di van deman de ku sedsalên şer û aştiyêne navend Kurdistan e. Kurdistan welatek e, şer ji ser kêm nabe.
Dema BZ li derdora 1000-330’î, ji bo şaristaniyên navenda wan Mezopotamya dibe qonaxeke mezin a dawî. Wek hêza diyarker a dîrokê împaratoriya Asûr li ser sahneyê ye. Di hevrikiya navbera Babîl-Nînowa de pêşengî dikeve destê Nînowayê. Asûrmar bi çavsoriya xwe ya li dijî cîranên xwe navdar dibe. Gotinên mîna “ji serê mirovan dîwar lêkirin, birc û beden avakirin” taybetî û navekî din ê împaratoriya Asûr in. Seferên şer ên herî bêrehim li nava Kurdistanê, li dijî Sûriye û Misrê têne kirin. Bandora xwe heta rojavayê Anatolyayê belav dikin. Di vê demê de Hîtît -BZ di salên 1200 de ji aliyê Frîgyayên bi koka xwe Trakyayî- têne belavkirin, di şûnê de li başûrê Torosê qraliyetên piçûk ên bajaran têne avakirin. Li Kurdistana îro li herêma Botanê berê konfederasyona Naîrî (bi maneya nehîr-şet e) -texmînî BZ di salên 1200-900- û paşê bi belavbûna wê re dewleta Ûrartû (BZ 875-606) tê avakirin. Asûrî pir dijwar êrîşan dibin ser dewlet û begtiyên piştî Hîtîtan hatine avakirin. Di serî de fîgurên li ser keviran hatine verotin, gelek bermahî dîmenên şer zindî dikin. Di şeran de serjêkirin û hilkirina serê mirovan dibe pir rêbazeke normal. Dîsa ji sedemên herî girîng ên şeran, kereste, maden û zevtkirina rêyên bazirganiyê ne. Ûrartûyan karîbûne van êrîşan rawestînin. Xuya ye di xweparastin û bergiriyê de serketî bûne.
Di vê demê de hînê li rojhilat Med, li Kurdistana Îranê ya îro ji mînaka Ûrartûyan sûd werdigirin û hebûna xwe bi hêz dikin. Dizanin hewce ne ku hebûna xwe ya siyasî xurt bikin û ji bo vê yekê jî li dijî seferên Asûriyan ên rojhilat radiwestin û bi vî awayî pişta xwe qewî dikin. Ya rastîn, di dîrokê de 300 salên navdar ên berxwedan û amadekariyê, xurtbûna Ûrartûyan û dema wan îfade dike. Têkbirina Asûriyan, wek îro Iraqî DYE têk bibin. Ji lewra amadekariyên xurt û taktîkên nû hewce dikin. Di dawiyê de fermandarê Medan ê navdar Keyakser tevî muttefîkê xwe yê Babîlî Nabûkadnezar Nînowayê hildiweşînin û dawî li hebûna wê tînin. Medên BZ di salên 612 de derketin ser dika dîrokê, karîbûn avahiyeke siyasî a nêzî împaratoriyê (texmînî BZ 715-550) li Ekbatanê -Hemedana îro- pêk bînin. Di vê pêkhatinê de xusûsiyet û taybetiyên Kurdayetiyê xurt in. Ji bakur êrîşên Îskîtan, ji başûr û rojhilat jî êrîşên qewmên xizim ên Persan bi hêzbûna wan asteng kir. Îxaneta fermandarê navdar Harpagos û hevkariya wî bi Persan re, bû sedem hêza îqtîdarê bikeve destê biraziyê Qralê Medan Kîros yanî destê hiyarerşiya qebîleyên Persan.
Împaratoriya Persan dewama Medan e. Mîna ku dewleteke hevpar be. Dîsa jî bi piranî navenda şer di bin dagirkeriya Îskît de Kurdistan e. Mirina Kîros bi xwe jî di şerekî li ser axa Kurdistanê de pêk tê. Bi sedema êrîşên barbar ên ji bakur tên, împaratorî wek herêmeke ewle ber bi Başûr-rojavayê Medyayê ve dişemite. Darîûs (Darayê Mezin; BZ 520-485) sefereke mezin dibe ser Îskîtan ji bo vê belayê ji kokê ve bi dawî bike. Seranserî Anatoliyayê ji du sed salî zêdetir (BZ 530-330) di destê Med-Persan de şekil werdigire. Li gorî rêzê hebûna siyasî ya Frîgya, Lîdya û Lîkyayê bi dawî dikin û li hemû peravên Egeyê bajarên têne damezrandin digirin bin destê xwe. Mirov dikare bibêje; Kurdistan (Medya) di vê demê de li ser rêya şaristaniyê digihîje jiyaneke bi aram. Bi sedema xurtbûna malbata bavikanî, tevna xurt a eşîrên medan, ew di nav artêşa Persan de jî dikir xwedî cihekî cihêwaz. Bi zevtkirina Misrê jî (BZ 525) navenda bingehîn a şaristaniyê dibe herêmên Med û Persan. Babîl bi statuyeke nîv-hewce paytextbûna xwe ya çandî ji bo şaristaniyê dewam dike.
Dîrok nîşan dide ku arîstokrasiya Helen û Makedon dibe xwedî arzûyekê, dixwaze Anatolyayê bi tevahî zevt bikin, dawî li tehlûkebûna Med-Persan bînin û bi vî awayî dest deynin ser dew-lemendiya berê hîç nedîtine. Bi şev û rojan xeyala vê yekê datînin û guftûgoyên wê yên siyasî dimeşînin. Hemû hemfikir in ku di vî warî de serketin karekî mezin ê îlahî ye. Mutefekîrê mezin Arîsto (BZ 385-320) vê bîr û baweriyê dixe serê şagirtê xwe Îskenderê Mezin ku kurê qralê Makedonî Filîpos e. Bi îhtimaleke mezin, Arîsto xistiye serê Îskenderê Mezin ku ji bo mirovên Rojhilat mîna heywanan bibîne û bawer bike mîna moriyan pelixandin heq kirine. Îskender di vê hewayê de li ber destê mamosteyê xwe perwerde dibe û ji ber ku bavê wî tê kuştin di temenekî ciwan de şûna wî digire. Îskender di destpêkê de yekîtiya Helen pêk tîne û paşê nifşên Makedoniyan li dora xwe dicivîne û seferên xwe yên Rojhilat ên pêvajoya dîrokê biguherine dide destpêkirin. Mîna Îskenderê Mezin bersiva Darîûsê Mezin dide. Wek tê zanîn, bi seferên xwe yên mîna brûskê, mirov mîna moriyan di bin pê xwe de pelixandin û ta Hindistanê çemê Ganjê çû. Cihekî zevt neke nahêle. Şerê wî yê herî navdar li Gavgemala (BZ 331) li derdora Hewlêra îro li Arbelayê diqewime. Împaratoriya Persan di nav şerê mezin de dikeve. Wexta vedigere paytexta çandê ya wê demê bajarê Babîlê, li gorî nav û dengê xwe xebatên xwe dewam dike. Wek sembola senteza Rojava-Rojhilat deh hezar şervanên Balkanî û deh hezar keçên esîlzade yên Med û Persan bi yek carê bi hev re dizewicîne. Keça qral Darûsê III. ku têk dibe ji xwe re dihêle. Hînê xwe amade dikir êrîşê bibe ser Komara Roma ya li rojava hildihat, ji kelmêşên çiravê mîkrop wergirt û bi nexweşiya tayê di temenekî pir ciwan de mir.
Li Kurdistanê şopên Îskender pir in. Navê Bedlîsê ji fermandarên wî Ballîs ma ye. Mirov dikare bibêje mîna gerîlla di çiyayên Zagrosê re derbas bûye. Dikare were gotin; Îskender di eskertiyê de nîv-xwedayek bû. Bi van seferan Kurdistan bi dualîteyeke nû re asê û tengav dibe. Kurdistan dibe navenda şerên navdar ên Rojhilat-Rojava. Li Îranê piştî Persan împaratoriya Partan a tê avakirin (BZ 250-216) û qraliyetên Helen ên piştî Îskender jî ava dibin, navenda şerê wan dîsa Kurdistan e. Qraliyetên Ermeniyan jî dikevin pêvajoyê. Mafê fetihkirinê wek bingehê gelan be her tim dest diguherîne. Peravên Dîcle-Firatê bi kelehan tijî dibe. Hemû bajar bi birc û kelehên xwe di rewşa parastinê de ne. Dîsa jî di dema qraliyetên Helen de qraliyeta Komagene (navend Samsat), Abgar (navend Ûrfa) û Palmîra (navend Palmyra) qîmeta wan zêde dibin. Berhemên neqane yên senteza Rojava-Rojhilat diafirînin. Dem ji aliyê zêhniyetê ve hem ji berê û hem jî ji paşê cuda ye. Mirov dikare wek demeke rohnî ya şaristaniyê binirxîne. Bandora Îran (Part) û Helen di zikhev de dimeşe. Danûstendina çandê bi qasî ya bazirganiyê geş û zindî ye.
Piştî Hz. Îsa şagirtên wî yên ji terora Romayê reviyan, ra-westgehên wan ên yekemîn dîsa herêmên mîna deriyên Kurdistanê bajarên Antakya, Ûrfa û Nisêbînê ne. Mirov dikare bibêje, demek dest pê dike, terora dînî û siyasî digihîje qonaxeke nû. Împaratoriya Romayê herî dereng PZ di salên 50 de hemû Anatolya, Sûriye, Îsraîl û Lubnan zevt kiriye û peravên Firatê derbas kirine. Piştî ku Îsa li çarmîxê tê xistin, komên Xirîstiyaniyê ku nû derdikevin, xwe dispêrin berqefên çiyan, şikeft, stargehên binerdê û çolan. Dem û jiyaneke nîv-veşartî dimeşe. Terora siyasî, belkî jî yekem car li ser bawermendên Xirîstiyaniyê tê ceribandin. Ji ber vê, çiyayên Kurdis-tanê dibin navendên yekemîn ên star û xweparastinê. Împaratoriya Romayê ya hemû qraliyetên Helen zevt kirine êdî xwe spartiye sînorên împaratoriya Part. Fermandarê navdar ê Romayê Crasûs wexta mirî tê zevtkirin (PZ di salên 50 de) Part û Ermen ji kêfa re cejnê dikin. Serê Crasûs bi rojan tê teşhîrkirin. Cih dîsa bajarê Kurdistanê Ktesîfon e. Piştî sedsala 3. dora şer a împaratoriya Roma û Sasaniyan e. Di dîrokê de şerên herî dijwar dîsa di ser Kurdistanê re dibin, sînor geh Firat geh Dîcle ye. Bajarên mîna Amed û Nisêbînê gelek caran têne xirakirin û dest diguherin. Kurdistan timî tê parçekirin. Li cihekî welê, talan û şîdeta di hinavê şaristaniyê de timî vedirşe, wê çawa pêşketinê bibe. Li çiyê jiyan bi awayekî kom bi kom dewam dike, navendên bajaran jî biryargehên dagirkeriyê ne. Sînorê di navbera civaka etnîk û civaka eskerî de pir eşkere zelal dibe. Bazirganên di navbera herduyan de, di navbera dagirker û komên etnîk de dibin xelekeke navberê. Di sedsala 4. û 5. de ji ber şerê dewamî yê di navbera her du împaratoriyan de li herêmê pêvajoyeke tarî diqewime. Tenê xebatên propagandayê yên komên Xirîstiyan û Manî yên di bin tirsa terorê de çalakiyeke cîddî ya civakî ye. Mirov dikare hilweşîna Palmîra, Abgar û Komagene wek destpêka pêvajoya tarî binirxîne. Êdî niqrîskên dawî yên koledariya klasîk diavêjin.
Xirîstiyantî mizgîniya dema nû dike û baweriyê dide ku wê bi qraliyeta îlahî piştî tarîbûnê rohnîbûnê were. Îdeolojiya rizgariyê hatiye çêkirin. Artêşa rizgariya civakî hatiye damezrandin. Her du împaratorî jî ji hundurê xwe ve hildiweşin. Ji der ve, bi êrîşên dijwar ên etnîsîteyê Roma berê parçe dibe û beşekî wê hildiweşe. Wek Romaya duyemîn împaratoriya Bîzans li pey Mezopotamyayê ye. Wexta li vê rewşê şerê di navbera mezhebên Xirîstiyantiyê de jî zêdebûn, mîna roja me ya îro cihêbûnek wek a Elewîtî û Sunnîtiyê pêk tê. Şerên mezhebî û dînî jî êdî tevlî şerên siyasî bûne. Têkoşîna civakî di bin navê dîn de tê meşandin, şerên etnîk jî rengên qewmî werdigirin. Papazên Suryaniyan, nameze yên Nestûriyan mîna şervanên zanîn û agahiyê ne. Bi şerên eskerî-siyasî re şerên mezhebî û dînî dimeşin. Pêvajo, bi çavrêbûn û bendewariya Mehdî, Mesîh û peyxemberên axir zeman derbas dibe.
Hz. Mûhammed di bêhnkirina demê de xwedî qabîliyet e. Bawe-riya wî pir zêde dibe ku pexmeberê çav li rêya wî ye û bendewariya wî tê kirin, dibe ku ew be. Ji nav qebîleyên Ereban ên di nava xwe de şer dikin û di tariya cehaletê de ne, mîna rojê hiltê. Ji hatina Esr-î Seadetê re hindik maye. Sedsalên 6. û 7. sedsalên derketin û belavbûneke mezin ên Îslamê ne. Heq tê, batil têk diçe. Roj hiltê, tarîtî radibe. Artêşên Îslamê li pey hev diçin seferan û gelek deveran fetih dikin. Pir naçe xwe ji başûr dispêrin deriyên Kurdistanê. Şer êdî ne ji bo xanedan û qralan, ji bo dîn û Îslamê dikeve rojevê.
Fethên Îslamê piştî têkçûna li Qadisiyê di sala 642 de giraniya xwe da ser Kurdistanê. Bajarok bi bajarok pêvajoya Îslamîbûnê dest pê dike. Îranî bi mezhebê Şîa hewl didin cudabûna xwe biparêzin, Kurd jî di Zerdeştiyê de israr dikin û beşek jî pir lawaz bi Elewîtiyê hewl dide hebûna xwe ya etnîk dewam bikin. Ya rastîn, Kurdîtiya sunnî, Kurdîtiya teslîmbûyî û îxanet kiriye.
Peyva Îslamiyetê, her çend aştiyê bi ber guhê mirov bixîne jî, di bingehê wê de îdeolojiyeke netewî ya Ereb a şer e. Mîna globalîzma îro dixwaze li gelemperiya dunyayê global bibe. Cîhad îbadeta herî mezin e. Li ser rêya cîhadê (şer) her tiştê tu fetih bikî yê te ye. Yên têkçûyî tu dikarî bikî kole. Tu yekser dikarî dest deynî ser jinan. Wek şêwaza eskerî ya roja me ya îro qîma xwe tenê bi fethên eskerî nayne. Li ser ên fetih dike, di hemû warên civakî, ekonomîk û nirxên baweriyê de serdestî û kontrolê pêk tîne. Herî zêde di serweriya zêhnî de giraniya xwe nîşan dide. Wek îdeolojiya Îslama feodalîzmê bi îdîa ye hemû civaka Rojhilata Navîn ji nû ve bi serûber bike. Têgihîştina ummeteke xwedî yek bawerî û yekgirtî, li pey xwe hîmê civakî yê împaratoriya Îslamê amade dike. Îdeolojiya yek xwedayî ku bi hostatiyeke pir mezin hatiye afirandin, ya rastîn bingehê îdeolojiya sultantiya bi tenê otorîte ye. Îslamê li jor sultan û li jêr bawermend pir bi hostayî afirandine, belkî jî li dunyayê teoriya herî baş a feodalîzma navendî ye.
Etnîsîteya Ereb a ji serdema Sumeran bi ti awayî ji nîvgirava Erebîstanê derneketibû bi Îslamê di dîrokê de yek ji pêngavên mezin dike. Bi têkbirina Sasanî û Bîzansiyan tîna xwe ya hezar salan a ji bo îqtîdarê dişikîne. Medeniyeteke feodal a bi heybet ava dike. Emewî (PZ 650-750) û Ebbasî (PZ 750-1258) lûtkeya împaratoriya Ereb temsîl dikin. Pir bi xurtî li ser Kurdistanê belav dibin. Heta qûntara çiyayê Toros û Zagrosê diçin. Komkujiyên pir mezin pêk tên. Îskenderwarî û bi awayekî Heccac dimeşin. Dikarin heta Kafkas, Hîndîkûş, Pîrene û keviyên Stenbolê belav bibin. Em wexta PZ digihîjin salên 1000 Îslamiyet êdî gihîştiye lûtkeyê. Ya BZ di salên 1000 de qebîleyên Îbranî kirin, qebîleyên Ereb jî PZ di salên 1000 de dikin. Ji qebîleyên Tirk-Oxizan li pey hev Selçûkî û Osmanî tên. Li ser navê Îslam û sunnîtiyê seferên herî mezin ên dawî, sultanên bi koka xwe Tirk dimeşînin. Di dema Selçûkî û Ebbasiyan de dîsa bi awayekî klasîk xeta şer di Kurdistanê re derbas dibe. Hêzên sultantiyê û Bîzansê beşekî mezin şerên xwe bi zevtkirin û paş-vedayîna bajarên Kurdistanê dimeşînin. Îslamkirina Kurdistanê temam dibe. Sultanê Selçûkiyan Alparslan bi şerê Melazgirê yê di 1071 de hêzên Bîzansan ji Kurdistanê diavêje. Her çend di navbera Eyyûbî û begtiyên Tirkan de şer hebû jî, şaristaniya Îslamê dîsa jî pêş dikeve. Li bajarên mîna Ûrfa, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Meletî û Elezîzê Îslam dikeve pêş. Çanda Îslamê hebûna Xirîstiyan, Suryanî û Ermeniyan dixîne rêza duyemîn.
Di sedsala 13. û 14. de êrîşên Xaçperest û Moxolan li herêmê rê li ber qirkirin û mirina mîna kuliyan vekir. Koçberî û xwe vekişandinan çiyan dewam dike. Herêm dîsa diçelqe û tevlîhev dibe. Xeta şer û parçebûna kevneşopiyê vê carê di navbera Sefewiyên navenda wan Îran û Osmaniyên navenda wan Anatol û Balkanan de pêk tê. Mîna ku dualîteya Bîzans û Sasaniyan xwe nû dike. Bi serketina li Çaldiranê ya Yawiz Selîm di 1514 de - bi beşê sunnî yê Kurdan re - , sînorê klasîk ê rojhilat herî li rojhilat tê xêzkirin. Hîmê parçekirina Kurdistanê ku heta roja me ya îro dewam dike, tê danîn. Her çend li keviyên sînoran ber bi hundur ve hin êrîş bêne kirin jî bi peymana Qesr-î Şîrîn a di sala 1639 de parçekirina Kurdistanê ya heta îro dewam bike di navbera hêza Anatolê û hêza Îranê de bi awayekî fermî tê xêzkirin û naskirin. Mezopotamya û piraniya Kurdan di nav sînorên împaratoriya Osmaniyan de man.
Di navbera Osmaniyan û hukûmet, begtiyên Kurd de mêzînek heta serê salên 1800 heye û ev li gorî demên berê rê li ber jiyaneke aram vedike. Şaristaniya Îslamê li ser sunnîtiyê pêş dikeve. Kurdên Elewî û Zerdeştî yên têkoşer bi awayekî nîv-serhildan neçar xwe vedikişînin serê çiyan, zozan û baniyan. Ji ber tirsa Yawiz Selîm a ji Sefewiyan di dema sedrezamtiya Kûyûcû Mûrad Paşa de çil hezar Elewî bi saxî dixin bîran û her weha darvekirina Pîr Sultan Ebdal, mînakên herî bêrehim ên vê terorê ne, ku şop hîştine. Hînê berê jî tevgera bi pêşengiya Şêx Bedreddîn hebû. Bi têgihîştineke komîn li nîzamekî digeriya, li komkujiyê qewimî û darvekirina Şêx ji mînakên girîng ê vê terorê ne. Li dijî zordarî û xizantiyê, li dijî eskertiya îcbarî û berhevkirina bacê bi darê zorê serhildana Celalî pêk hat. Pelixandina vê serhildanê jî dide nîşan ku arîstokrasiya Îslamê çawa dikare pêla terorê dijwar bike. Terora Osmaniyan herî kêm bi qasî êrîşên ji der ve tên bêrehmin.
Tevî vê yekê, pirî caran welîehdên bira têne kuştin û sedrezam têne darvekirin, ev jî ji çalakiyên terorê ne. Di dema Osmaniyan de Îslam bi şîroveya fermî Sunnîtiyê teroreke dijwar û zêde dimeşîne. Li dijî Tirkmenên li çiyê jî timî seferên terorê pêk aniye.
Kurdistan ji serê salên 1800 heta hilweşîna împaratoriyê, bi giranî dema xwe bi serhildan û seferên tepisandinê derbas dike. Sedsala 19 bi tevahî sedsala serhildan û tepisandinê ye. Divê sedsalê de Ermenî û Suryanî bi bandora mîsyonerên Îngilîz û Fransî navbera xwe bi împaratoriyê re xira dikin. Li ser vê yekê, hejmara seferên tepisandinê jî zêde dibin. Di dawiya sedsalê de û di destpêka sedsala 20. de ev xelkên kevnare yên dîrokê hema hema têne ber qedandinê. Netewparêziya kapîtalîzmê sor dike hêdî hêdî berhemên xwe yên bi jehrin, dide. Ji ber ku dînê Kurdan cuda bû û serhildanên wan berfireh bûn, li heman aqîbetê rast nehatin.
Şerê dîn û mezheban di serdema navîn de herî kêm bi qasî şer û pevçûnên di serdema seretayî de texrîbkar şopa xwe hîştin. Eşkere ye ku şaristaniya li Kurdistanê wê bi sedema van şer û pevçûnan pêş nekeve. Etnîsîteya hebûna xwe timî di berqefên çiyan de diparêze û biryargehên dagirkeran ên li navendên bajaran wê nikaribin di nav têkiliyeke diyalektîkî de bin. Her parçe di nav paşverûtî û îzolekirina xwe de hema bêje difetise. Eger rûyê Îslamê yê selam -aştiyê- hinekî were kolan, wê baş were dîtin ku di binî de hêza îstîsmarker û zordar a hezar salan heye. Sultan û bendeyên xwe bi her cure sifetên îlahî, rejîmeke kedxwar û zordar a bi ayet û hedîsan nuxumandî rêve birin. Eşqîyayê li çiyê rûyekî xwe yê hişk û vekirî heye, lê yê li bajêr bi cubbe, şaşik û dev nuxumandî heman zordarî û îstîsmarkariyê bi erêkirina îlahî dimeşîne. Cudahî ne di cewher de, di şekil de heye.
Li ser Kurdistanê têkoşînên civakî yên ji dema neolîtîkê bi xwe re şerên koletiyê anîn, bi serdema navîn a feodalîzmê re ev şer û teror hînê dijwartir bûn. Di vê çaçroweyê de tevî van hemû şer û teroran, pir hêja ye ku gelê Kurd heta îro karîbûye hebûna xwe biparêze. Bi qasî şaristaniyên pêşketî û bi hêz nebe jî têkoşerî û berxwedana etnîsîteyê tevî hemû qusûrên xwe, hêmana bingehîn e ku gelê Kurd di van pêvajoyên bêeman de gîhandiye îro.
Piştî belavbûna împaratoriya Osmanî Kurdistan hînê zêdetir parçe bû û ket nav şîdet û dijwariyê. Îngilîstan û Franse wek hêzên nû yên mêtinger û emperyalîst di nexşeya Rojhilata Navîn de li ser Kurdistanê sînorên Komara Tirkiyê, Şahtiya Îranê, monarşiya Iraqê û serweriya rêveberiyên Sûreye-Franseyê xêz kirin. Ya rastîn, ev xet li ser Kurdistanê ferz kirin. Tebeqeya jor a Kurdên hevkar di bin rejîmên nû de berjewendiyên wan gelekî teng bûn, ji lewra bi hewesên berê yên otonomiyê û piranî bi tevdanê, serî rakirin, vê yekê jî bi xwe re teror dijwar kir. Serhildanê pêk hatin, ji xurtkirina daxwazên netewî û demokratîk dûr bûn. Ji ber ku feodalên Kurd ên hevkar rewşa xwe ya berê ya cihêwaz ji dest dabûn û ji van rejîmên nû para xwe dixwestin. Rejîmên nû yên ketibûn bin tesîra îdeolojiya netewparêz a xwe dispêre kapîtalîzmê bi fanatîzma dewleteke unîter, yek ziman û yek netew radibûn, ji vê yekê jî para Kurdan ji her demê zêdetir înkar, zordarî, di dema serhildanê de komkujî û asîmîlasyona bi zorê diket. Kurd bi van polîtîkayan di tariya serdema navîn de dihatin hîştin. Kurd tam xistibûn cendereyê. Mirov dikare bibêje; li dunyayê piştî Cihûyan di çarçoveya herêmî de herî zêde terora netewparêziya şoven, li ser etnîk û hebûna Kurd hatiye meşandin. Kurd ji ber ku ji aliyê xayînên xwe yên hevkar di nav paşverûtiya feodalîzmê de hatin terikandin û nekarîn maneyê jî bidin tevgerên demokratîk ên netewî yên hemdem, di sedsala 20. de rewşa Kurdan bû yek ji rûyên kirêt.
Tirkiyê li Kurdistana kir bin serweriya xwe, polîtîka bi fermî dimeşand jê re digot ‘tevgera lehiyê.’ Di ku re derbas bûbûya divê bipelixanda û ev yek wek polîtîkayeke ‘baş’ hatibû qebûlkirin. Di vê de êşa wendakirina împaratoriyê jî hebû. Hîç nebûya, divê parçeyên mayî ji sedî sed bihatana helandin. Qedexeya zimanê zikmakî bi awayekî li ti devera dunyayê û wek li cem ti rejimê nehatibe dîtin, rejima 12 Îlonê pêk anî. Li têkoşînên civakî yên hezarsalan, şerên mêtingerî, dagirkerî û îstîlayên bêrehim, perdeyeke reş hatibû zêdekirin ku bi ser hemû nirxên Kurdîtiyê ve hatibû kirin. Eger wêje û ilmê civakî li ser jiyana Kurdên di bin statuya Komara Tirkiyê de pir lêbokolin tenê dikarin xwe bigihînin hin rastiyan.
Şahtiya Pehlewî ya li Îranê wek xanedaniya împaratoriyekê mezin bû, kiryarên wê ji yên komara Tirkiyê cuda nebûn. Ji serhildana Simko Îsmaîl heta Komara Kurd a Mehabadê tevgera Kurd a xwe dubare kiriye, bi heman sedemên îdeolojîk û çînî li tasfiyekirinê qewimandine. Di dawiyê de rejîmeke terorê ya xwedî helwestên netewparêz ên faşîstî xweser li sedsala 20. ferz kirin. Li ser Kurdistana Iraq û Sûriyê, kiryarên Îngilîstan û Fransaya xwe spartibûn xanedanên hevkar ên Ereb, bi heman awayî rejîmên zordar û kedxwar ferz kirin.
Di sedsala 20. de ya bi serê hebûna Kurd anîn mînakê wê li ti deverê dunyayê nîne. Polîtîkayek dimeşandin, mîna ku Kurd heywanek be xistibin qefesê û kedî dikirin. Ji ber ku ti îşaret nebûn Kurdan ji mirovan dihesibînin. Polîtîkayên mêtingeriyê yên li Efrîkayê têne meşandin jî ji Kurdan re zêde hatibûn dîtin. Bi awayekî hemdem zordariya mêtingerî, netewî û etnîk bi şêwazên siyasî, ekonomîk, civakî, huqûqî û heta eskerî ji bo Kurdan zêde hatiye dîtin û li ser wan nehatiye meşandin. Tine dihesibîne (serokwezîrê bi navê R. T. Erdogan dibêje; “Eger tu xwe Kurd nehesibînî pirsgirêka Kurd nîne”, ya rastî vî serokwezîrî rastiya dewleta veşartî-kûr baş ji ber kiriye û dipeyive) Têgihîştin ev e; “Tu xwe çendîn ji mezheb û netewê serdest bihesibînî û xwe tune bibînî, tê werî qebûlkirin”, ya rastîn, ev yek ji şêwazên herî xeter ên faşîzmê ye. Cureyê terora li dijî Cihûyan eşkere û vekirî bû. Cureyê înkarê, veşartî û tarî ye. Terora li dijî Kurdan tê meşandin, li cihe em jê re bibêjin ‘terora reş’.
Di dawiya sedsala 20. de û di serê sedsala 21. de herêm li bandora DYE baş vebû, pê re polîtîkayeke pir bi nakok û xeter li Kurdistanê tê meşandin. Li aliyekî federeya Kurd, li aliyê din jî tasfiyekirina PKK’ê û Kurdên li parçeyê mezin ê Tirkiyê, em şerê tê meşandin û encamên wî ti car nikarin bêyî DYE û YE bifikirin. Gengaz e ji lîstika Îsraîl-Filîstînê wêdetir li Kurdistan û cîranên wê werin lîstin. Li polîtîka têkoşîn, şer û terorê mirov dikare sifetê ‘hovîtiyê’ zêde bike. Di ti zeman û mekanê dîrokê de polîtîkayên ev çend hov li ser komên mirovan nehatine meşandin û mînakên wê nînin ev çend polîtîkayên hovane yên hatibin spartin şîdeteke ev qas vedizî û bi plan.
Divê ez tavilê bibêjim ku em nikarin polîtîkayên şer mîna berê bi vegotinên bi îmhakerî, înkar û mêtingeriya Tirk, Ereb û Fars rave bikin. Îzaheke bi vî rengî wê pir kêm bimîne û dikare me bigihîne encamên şaş. Rastî hînê dorfirehtir bi sîstemên civakî û dîrokî ve têkildar e. Bi heman awayî vegotinên wek ‘ji kiryarên li Kurdistanê dewletên Tirk, Ereb û Fars berpirsiyar in’ vegotinên pir mucered û gulover in. Ji îzahkirina rastiyê pir dûr in. Çawa ku tê bawerkirin li naverastê berjewendiyê dewlet û netewa Tirk, Ereb û Fars jî nîne. Netew-dewlet bi xwe sifet e; tarîfeke îdeolojîk e, rastî bi xwe nîne. Dewleta netewan nabe. Heta di maneyeke teng de dewleta çînan jî nabe. Dewlet herî kêm kevneşopiyeke pênc hezar salî ye. Mîna guloka agir-berfê gindiriye heta roja me ya îro hatiye. Parçeyî gelek beşan bûye; hin etnîsîteyan pir û hinekan jî hindik bi kar aniye, yên bi kar anîne jî hemû etnîsîte nebûne, hin komên çînî û hiyarerşîk jê sûd wergirtine.
Belkî jî netew û etnîsîteya Tirk, Ereb û Fars jî bi qasî Kurdan ji dewletê kedxwarî û zordestî dîtine. Êşên Tirkmenan kişandin, serhatiyên Bedewiyan, rastiya xulaman ji tiştên Kurdan dîtin kêmtir nînin. Eger em bibêjin kêm e emê xwe bixapînin. Jixwe pirsa kîjan Kurd jî pir girîng e. Berpirsiyarê mezin ê polîtîkayên şer feodalîteya Kurd e. Taximê beg, mîr, hecî û xoce ne. Eger serhildanên provakatîf û paşê teslîmiyeta wan a rezîlane ya ji armanc û hedefeke ciddî dûr li ser navê gelê Kurd ê kedkar û xizan nabûya, ti dewletparêz û netewparêzê Ereb, Kurd û Tirk nikarîbûn ev polîtîkayên heyîn îcad bikirana. Ji lewra eger Kurdê li hêmanekî neyênî yê stratejîk bigerin divê di nav xayînên xwe de bigerin û bibînin. Hem jî divê li her derê û li cihî, bi her armanc û rêbazê. Ji ber ku ev ji bo berjewendiyên xwe yên rezîlane, bi lîstikên trajediya Îsraîl-Filîstînê jî li dawiyê bihêlin, îqtîdaran û gelê Kurd tînin beramberî hevdu û xwe ji navberê vedikişînin. Di berdêla vê îxanetê de mal û mulkên xwe diparêzin. Heta li metrepol û li havîngehan bi cih dibin û wê lîstika bi lanet a hezarsalan dewam dikin.
Min hewl da polîtîkaya herî kêm temenê xwe pênc hezar salî -ji Gilgamêş û Enkîdo ve- ku xwe bi kirasê destanê veşartibe jî, rave bikim. Ez bawer dikim ku ji polîtîkayên blok ên îqtîdarê, ji sedî 99 ne dewlet, ne jî netewên Tirk, Ereb û Fars berjewendiyên wan ên rastîn hene. Berovajî berjewendiyan, dijminahî, rik û kînajotina bê mane, paşvemayîn, şîdet, bêsedem têkçûna çavkaniyan û di encamê de hemû rê li ber jiyaneke heq nehatiye kirin, vedikin. Bi vê jî zirarê didin xwe. Em ji bo vê zîzbûna li dora xwe ya xeternak, lîstika bi sihêr û sirrê eşkere bikin, divê wek çare em serî li ilmên civakî bidin. Lê ez behsa ilmekî civakî dikim ku îqtîdarê, avahiyên civakî û şerên rê li ber wan vekir û xwe spartê karibe çareser bike. Naxwe ilmekî civakî yê ji ‘ilmê çarenûsê’ yê rahîbên Sumeran dispartin tevgerên stêrkan xetertir encamên xwe hebin, wê bibe ilmekî civakî yê yekparebûnê nabîne, ruhşînas, jiyanê nabîne, rêz û humetê his nake. Bi kurtî wê bibe ilmekî beratê.
Di vê parêznameyê de alîkariya min a girîng ew e ku ez maskeya vê zanistê dixînim û bi vî awayî hinekî din nêzî rastiyê dikim. Zanista netewparêziyê çiye? Zanista dîndariyê çiye? Zanista sosyalîzmê çî ye? Zanista lîberaltiyê çî ye? Zanista muhafezekartiyê çiye? Belkî jî ji pûtperestiya serdema seretayî ya dema wê derbas bûye -ji paganîzmê- pûtperestiyeke paşverûtîtir e. Ji ber ku ew pût-perestî zirarên wê bi sînor bû. Lê ev têgîna pûtperestiyê ya ser û binê wê diyar nîne, hed û hesabê zirarên wê hene? Bawermendên bi pirtûkeke pîroz ve girêdayîne jî -ev pirtûk ji hin aliyan ve min analîza wan a civakî kir- tevî ku bi hin nirxên yeqîn dikin dizanin ew çend dilsoz in, gelo çiqasî bi tespîtên têgîna pûtperest û berateyê ve girêdayî dimînin, jê li benda feydeyê ne? Ez diyar dikim ku ezê di beşên pêş de bi awayekî rexne lixwegirtinê nêzî van dabaşan bibim û li mijarê vedigerim.
Ez bi israr tînim ziman ku li Kurdistanê heta rastiya şer û îqtîdara xwe dispêre rast neyê çareserkirin, wê zirarê bide her kes, dewlet, komên civakî û siyasî yên bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibin, tevlî dibin. Bi vê jî, belkî alî xwe ji nû ve di ber çavan re derbas bikin, ji şaşî, xeta û helwestên xeternak vegerin û eleqeyê nîşanî gelek helwestên însanî yên çareseriyê bidin. Eleqe nîşandana van hel-westên çareseriyê ku mumkîn in pêk werin, rêbazeke watedar e. Her helwesta fanatîk -çi li ser navê serdestan, çi jî li ser navê bindestan, çi mêtinger çi jî yê tê mijandin- a netewparêz, dîndar û çepgir nabe çareserî, şerên sedsala 20. di berdêla êş û wendahiyên mezin de ev yek piştrast kirine.
Çawa ku wê ji pêşnûmeya me ya hişkûber a dîrokî jî were fêmkirin; mîna li Kurdistanê têkoşîn, şer, pevçûn û kiryarên terorê blokeke îqtîdarê ya xweser pêk tîne. Ev blokên îqtîdarê di hemû sîstemên sereke yên dîrokê de hebûna xwe bi hêza eskerî û şer dewam kirine û mîna hevîr hemû hucreyên civakê strane û şekil danê. Li naverastê civakeke Kurd û netewa wî ya bi dînamîkên cewherî û xweser pêk hatiye nîne. Ji Nûh Nebî - bi rastî jî welê ye - avahiyên îqtîdarê yên mayî û îfadeya wî ya bûne sazî bi zora kevneşopiyan tê diyarkirin. Car heye bûne mîtolojî, carnan jî çîvanok. Di demeke din de ji wan re dînê mezin hatiye gotin. Ber bi serdema me li ser navê netew û çînê netewparêziya me, wek sosyalîzma me li meşrûiyet û li rewabûnê geriyane. Ev amûrên zorê di civakê de ti tiştê bela xwe lê nexistibin, ti hucreyeke diyar nekiribin nehîştine. Ya esas, pirsgirêka Kurd ji şêwazê hebûna van rastiyan derdikeve holê. Rastiya Kurd bi xwe ji şêwazê pêkhatinê tam lod û gidîşeke pirsgirêkan e.
Aliyê herî dilêş û xeternak, vê rastiyê qabîliyeta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan bi giranî wenda kiriye. Rastî û hebûn ji ber pirsgirêkan difetise. Divê mirov behsa şax û hucreyên civaka Kurd bike ku dişibin şaneyên kanserî. Tê gotin; “kurmê darê ji darê ye.” Bi vî awayî, bi baran nasname û şexsên Kurd li naverastê radiwestin. Em ji zimanên Kurd bigirin eger hebe heta partiya wî, em ji jina Kurd bigirin heta qaşo lîderê herî naskirî, ji gundiyê Kurd heta bajariyê wî, ji rewşenbîr heta meleyê wî, ji dîndar heta netewparêzê wî, ji welatparêz heta xayînê wî, ji dîplomat heta siyasetmedarê wî, çiqas neçar, sexte, qurnaz, xayîn, xeternak, baş, bedew û rast ên hakimê abc’ya kar nînin, hene? Pirsek e, bersiva wê ya texmînî jî zehmet e. Berpirsiyar kî ye? Parçeyên îqtîdarê yên heyî û ji dîrokê rengê xwe girtine ku bi rastîn nayê zanîn ji kê re, çawa û çiqasî xizmetê dikin, di encamê de rabirdû, tevnên zorê yên roja me ya îro û her cure şer û terora wan, dibe sedem li ser piyan bimînin. Ev in, yên civaka Kurd diyar dikin û wan ji rewşên heyîn dike berpirsiyar û neçar dihêle.
Lê dema berovajî li dijî van tevnên zorê serhildan bibe, yan jî bi rêbazên gerîlla têkoşîn were meşandin, hîn nebûye, lê wexta bibe, modela şer a ji Filîstîn-Îsraîlê wêdetir dixin rojevê. Li ser navê çi dibe bila bibe, alî dikarin bi modelek bi vî rengî çi pirsgirêkeke civakî bi awayekî hînê baş û bedew çareser bikin? Rast nîne agir bi agir were vemirandin. Ji lewra ya herî rast ew e ku klîkên îqtîdar-şer rêbazên xwe yên çareserkirina pirsgirêkên civakî biterikînin. Divê têkoşer û berxwedan jî tevnên xwe biterikînin. Divê mirov li cihekî din û bi awayekî din li rêbazê bigere.
Ji bo çareserkirina belovajiyên mezin ên di rastiya Kurd de, divê mirov ji tevnên şer -bi taybetî hêzên îqtîdarê û zora hakim di destê xwe de digirin -li benda rêbazên çareseriyê nebe. Eger aliyê din ji îdîaya xwe ya ezê bi zorê tiştekî bidim kirinê hatibe xwarê, şêwazê demokratîk ê aştiyane û çareseriya siyasî esas wergirtibe û jidilbûna xwe spartibe sedemên maqûl, divê hêza hakim jî tevna xwe ya eskerî ji rojevê derbixîne û divê bi heman rêbazan bersivê bide. Divê rêyên guftûgo û çareseriyê ji amûrên sivîl ên demokratîk ên diyalogê re werin hîştin û ev yek bi qasî ku însanî ye, li gorî berjewendiyên ekonomîk û piraniya civakê ye.
Min berhema bi navê ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ di sala 1982 de tomar kir. Min yeqîn kiribû ku min zor çareser kiriye. Lê di pratîka demên pêş de min dît ku di vê bawerî û jixwe piştrastiyê de pir kêmasî hene. Ez van rêzikan wek destpêkekê diyar dikim û ji nû ve li rola zorê ya li Kurdistanê vedigerim. Bi rastî ez vê carê jixwe piştrast im ku ez bi awayekî ilmî têra xwe ponijîme. Weke ku tê texmînkirin, - û li ser navê sosyalîzmê em bûn xwedî ezmûnekê - rêya çareseriyê di ‘şîdeta pîroz’ re derbas nabe, berovajî heta hewce neke ji bilî ‘parastina rewa’ divê li hemû cureyên zorê lanet were kirin û ez bi vî awayî hewl didim berpirsiyariya çareseriyê di pirsgirêka Kurd û rastiya Kurd de nîşan bidim.
- Ayrıntılar
1-Têgînên Kurd, Kurdistanê û Ji Bo Dîroka Wê Pêşnûmeyeke Kurt
Em xwexta Kurdan û komên din ên hindikayiyan wek civak û Kurdistanê wek welat bi nav dikin, pê re hin zehmetî derdikevin holê. Li cografya Rojhilata Navîn têgîna welat bi gelek awayên curbecur tê kirin. Eger em ji serdema navîn dest pê bikin, tarîfên welat ên li ser hîmê dînî zêdetir in; wek Diyarê Îslam, Diyarê Kuffar. Li gorî qewm û etnîsîteyê jî cihêbûn hatine kirin, lê sînorên wê zêde zelal nînin. Dema sînorên komeke etnîk û qewm were pirsîn, bersivên bêne dayîn zelal nînin. Bi giştî cihûwarên mayînê yên eşîr û qewman têne diyarkirin. Li gorî pêkhatineke siyasî nînin. Pêkhatinên siyasî zêdetir bingehê wan bajar in. Ji lewra cografya wan a lê bi bandor jî bajar e. Cihûwarên eşîran jî zivistan havîn diguherin. Sînorên mulk ên xanedaniyên xurt jî ji maneyeke siyasî dûr in. Lê bi giştî sînorên Ereb, Tirk, Kurd, Fars û qewmên hînê di asta jêr de li gorî çand û zimanên dipeyivin, têne destnîşankirin.
Di bingehê têgîna Kurdistanê de peyva ‘Kur’ radizê û ev peyv bi koka xwe Sumerî ye. Di zimanê Sumerî de Kur tê maneya çiya yan jî koh. Daçeka ‘tî’ jî aîdiyetê îfade dike. Bi vî awayî gotina Kurtî tê maneya qewmê çiyayî. Em BZ dikarin heta 3000 salan paş ve biçin. Em li wir dibînin hinek navên din jî hatine bi karanîn. BZ di salên 1000 de cîranên wan ên başûr Lûwiyan ji herêma Kurdistanê re bi maneya ‘welatê gundan’ peyva Gondwana bi kar anîne. Gond di zimanê Kurdî de hînê jî wek gund tê bi kar anîn. Di dema serdestiya Asûriyan de peyva Naîrî bi maneya xelkê çem dihat xebitandin û heta em dizanin di navbera Dîcle-Zê de Federasyona Naîrî hatiye avakirin. Ji beşê wê yê berfireh re peyva welatê Med, Madaîn, Maden hatiye bi karanîn. Di demên serdestiya Asûran de BZ di navbera salên 1300-1600 de em dibînin ev peyv û nav bi awayekî berfireh hatine bi karanîn. Em peyva Ûrartû jî dikarin bi heman analîzê bibêjin çavkaniya wê Sumerî ye. Ûr bi maneya girikê bilind e. Mirov dikare bibêje ku Ûrartû tê maneya cihê bilind, welatê bilind û welatê zozanan. Ji ber ku Sumer li Mezopotamya Jêr diman timî navên bilindahiyê îfade bikin li zozanê Kurdistanê kirine. Peyva Hûrî jî bi îhtimaleke mezin ji heman çavkaniyê tê. Tê maneya xelkê welatê bilind. Yanî dîsa bi maneya qewmê çiyê ye. Komagenes bi koka xwe bi navkirineke Helenî ye. Qraliyeta Komagene BZ li derdora 250 û PZ sala 100 li Semsûra îro jiyaye. Peyva ‘kom’ hînê jî ji bo komên nîv-koçer û cihûwarê wan bi maneya zom tê bi karanîn. Peyva ‘gen’ jî bi maneya nijad, qebîle û eşîretê tê. Komagene tê maneya diyarê eşîrên nîv-koçer.
Di serdema navîn de, di dema serdestiya sultanên Ereb de peyva ‘beled el-Ekrad’ bi maneya herêma Kurdan tê bi karanîn. Sultanên Selçûkiyan ku bi Farisî dipeyivîn, bi maneya îro ji bo diyarê Kurdan, peyva Kurdistanê bi awayekî fermî yekem car wek xwediyê dewletê bi kar anîn. Pişt re sultanên Osmaniyan, nemaze bi dema sultan Yawûz Selîm re peyva hukûmetên Kurdistanê û eyaletên Kurdistanê pir tê bi karanîn. Bi Qanûnnameya Eraziyan a di sala 1848 û 1867 de eyaletên Kurdistanê fermî têne avakirin. Di demên Meşrûtiyetê de mebûstiyên Kurdistanê têne tesîskirin. Mistefa Kemal di salên 1920 de gelek beyan û talîmatên naveroka wan Kurd û Kurdistan, dane. Polîtîka înkarê, bi awayekî fermî zêdetir piştî tepisandina serhildanan bi polîtîkayên asîmîlasyonê pêş ketiye. Bi maneya welatê Kurd û Kurdan Kurdistan, belkî jî wek welat û xelkê herî kevin ê dîrokê xwedî cihekî cihêwaze ji bo navê wê were hildan. Lê em wexta ber bi roja me ya îro ve tên, ji maneya siyasî wêdetir bi maneya jeoçand tê bi karanîn. Bi biryardana ji bo damezrandina dewleta federe ya Kurdistana Iraqê, êdî peyva Kurdistanê wê bi maneya siyasî jî pirî caran derkeve pêşiya me. Ya girîngtir, bi bûyerên siyasî yên PKK’ê rê li ber wan vekir, Kurdistan ji peyvekê wêdetir wek têgîneke siyasî û civakî di qada navnetewî û herêmî de bi awayekî berfireh hatiye naskirin.
Kurdistan bi awayekî stratejîk qadeke 450 hezar kîlometirkare di navbera Fars, Azerî, Ereb û Tirkên Anatoliyayê de zevt dike. Li Rojhilata Navîn cografyayeke bi daristan, bi çiya, bi deştên xêrûber, çem û çavkaniyên avê ye. Ji bo heywan xwedîkirinê mêrg û çîmenên wê pir in. Erd û zeviyên wê ji bo her cure mêwe, pel, pincar û zad li cih in. Di dîrokê de şoreşa herî mezin a neolîtîk şoreşa cotkariyê (BZ 11.000-4.000) li navenda vê cografyayê pêk hatiye. Çavkanî û rêbuhurka şaristaniyan e. Ev rewşa wê ya stratejîk, derfet daye ku Kurd xwe weke qewm biparêzin, lê di warê şaristaniyê de - bi sedema rêbuhurbûn û dagirkeriyê - bûye sedem paş ve bimîne.
Ravekirin û tarîfa civaka Kurd hînê hêsantir e. Gelê Kurd û heywan xwedîkirin, cotkarî û çiya heman tişt in. Bajarîtî weke têgîn ji Kurdan dûr e, belkî jî gundîtî di dîrokê de rastiyeke civakî ye ku pêşiyên Kurdan pêk anîne. Kurd çendîn gundî û koçer bin, ew çend jî ji bajartiyê dûr in. Komagene pir baş rave dike ku nîv-gundîtî û nîv-koçertî nîzama tevgerê û cihûwarê hezar salan ê Kurdan e. Bajarên wan jî zêdetir dagirkeran ava û tijî kirine. Lê ev nayê wê maneyê ku Kurdan bajar ava nekirine û nebûne xwediyên şaristaniyê. Di serî de dewletên Ûrartû, Med û Mîtanî, tê zanîn ku bûne xwediyê gelek bajar û şaristaniyan. Di serdema navîn de têra xwe bajar û hukû-metên eyaletan ava kirine. Lê ji ber ku dewlet û hukûmetên ku ava kirine, temen dirêj nebûne, bajar zêdetir bûne biryargehên hêzên da-girker û ji civakên hawîrdorê pêk hatine. Di serdemên seretayî de Su-mer, Asûr, Aramî, Pers û Helen bandora mora xwe li ser berhemên çandî û nivîskî dixînin. Lê di serdema navîn de ziman û çanda Farisî û Erebî şopên xwe hîştine. Gelek rewşenbîr, dewletdar û fermandarî bi vî ziman û çanda cîran rol lîstine. Tevî ku çand û zimanê Kurdî hîm û kokek wê ya kevnare heye jî bi sedema pir hindik bûye zimanê nivîsê û nebûye zimanê dewletê, nekariye belge li dawiya xwe bihêle û pêş bikeve. Dîsa jî çanda Kurdî bi rêyên cuda, bi hebûna xwe ya etnîk a dijî û berhemên dîrokî heta roja me ya îro tê.
Çand û zimanê Kurdî, bi îhtimaleke xurt ku -gelek arkeolog vê dîtinê parve dikin- , wek çand û zimanê yekemîn şoreşa neolîtîkê li qûntara çiyayên Zagros-Torosê daye destpêkirin, bi demê re bingehê hemû çand û zimanên koka wan Hînd-Ewrûpiye, pêk aniye. Tê texmînkirin ku BZ ji salên 9000’î pê ve ne bi fizîkî, lê bi awayekî çandî li cografya Hînd-Ewrûpayê belav bûye. Em pêkhatina wê bi xwe jî dikarin BZ 15.000-10.000 bibin. Bi îhtimaleke mezin, bi derketina ji çaremîn serdema qeşayî (BZ 20.000-15.000) wek ziman û çanda herî otoktan -xwecih- pêk hatiye. Etnîsîteya Kurd BZ di salên 6000 de êdî pir cihêwaz dike. Em li ser dika dîrokê yekem car wan bi navê Hûriyan (BZ 3000-2000) dibînin. Sumerî li ser daristan û madenên xwe, nifşên Hûriyan jî bi dewlemendiya xwe ya şaristaniyê bi hezar salan bi têkoşîneke êrîş-parastinê li ber hev dane. Ev diyalektîka dîrokî bi Babîl, Asûr, Hîtît, Îskît, Pers û Helenan re dewam dike. Belkî jî ti qewm û nifşan bi qasî Kurdan di êrîşên beramber ê koçer û bicihbûyan de cih negirtiye. Ji bo şaristaniya Sumeran bigihîje Hîtît, Lûwî, Îon û Persan, rola Hûrî û Medan diyarker e. Ji ber vê rastiyê ye, ku gelên behsa wan tê kirin, nêz dûr ji koma çand û zimanê Hînd-Ewrûpa ne.
Di Dîroka Heredot de pir eşkere tê dîtin ku ziman û çanda bandora xwe li Helenan kiriye çavkaniya wê Medî ne. Helenî BZ heta salên 900-400’î pir zêde di bin tesîra Mediyan de jiyane. Gelek hêmanên çandî yên maddî û manewî di vê serdemê de ji çavkaniyên Ûrartû-Med-Persan wergirtine û bi senteza xwe dewlemend kirine. Tê texmînkirin ku pêşiyên Kurdan Hûrî (BZ 2500-1500) dîsa Mîtaniyên bi koka xwe Hûrî (BZ 1500-1250), Naîrî (BZ 1200-900), Ûrartûyî (BZ 900-600), Medî (BZ 700-550) di van deman de bi konfederasyonê eşîran û qraliyetan jiyane. Civaka Kurd a di vê demê de hiyarerşîk e û derbasî dewletê dibe. Mirov çav didêre ku nîzamekî xurt ê bavikanî danîne. Ji ber ku di serdema neolîtîk a cotkariyê de jin hînê fonksiyonel e, di civaka Kurd de giraniya jinê heye. Îhtimaleke xurt e, jinê ev hêza xwe ya ku demeke dirêj bi kar aniye, bingehê wê şoreşa cotkariyê ye. Hêmanên mêbûnê yên di ziman de û kulta xwedawend Starê belge ne ku vê heqîqetê piştrast dikin.
Zerduştî BZ di salên 700-550 de wek şoreşeke zêhniyeta Kurd pêş ket. Zêhniyeta Zerduşt xwe dispêre cotkariyê; ji heywan pir hez dike, li ser hîmê wekheviya jin û mêr e, wek têgihîştineke exlaqî ya azad e. Ev çandek e, hem bi cihoka Persan diherike Rojhilat, hem jî bi cihoka Helenan diherike şaristaniya Rojava û bandoreke xurt li wan dike. Li ser xeta çanda Rojava-Rojhilat ji hev dibe, bandoreke xurt li ser herduyan jî dike û di şikilgirtina şaristaniyê de herî kêm bi qasî Mûsevîtî û Îseviyetê rola çavkanîbûnê lîstiye. Şaristaniya Persan, ya rastîn şaristaniyeke ku Medan ava kiriye û şaristaniyeke Med-Persan e, tevî nifşên Persan dewam kiriye. Di Dîroka Heredot de ev rastî pir eşkere xuya dike. Ji serî heta dawî etnîka duyemîn e, şirîkê împaratoriyê ye. Di dema Sasaniyan de jî heman rewş dewam dike. Di hemû şaristaniyên Îranê de eger mirov rola Kurdan di rêza duyemîn de bibîne, wê helwesteke realîst be.
Pêşiyên Kurdan di serdema seretayî de nîzama baviktiyê pir xurt dijîn, lê cihêbûyîna çînayetiyê bi heman kûrahiyê nejiyane. Tevî ku hiyarerşiya wan xurt bû, cihêbûna çînan qels bû. Ev yek ji bandora eşîrtiya koçeriyê ya li çiyan e. Komên eşîr-qebîleyan wek komên xizman di nava xwe de keys û firsend nadin pêşketina koletiyê. Jixwe koletî zêdetir berhemeke bajaran e. Di civaka Kurd de hêmanên folklorîk zêdetir destanwarî ne. Ji ber ku destan bi giranî qehremaniyê tînin ziman, bi îhtimaleke mezin ji serdema hiyarerşiyê mane. Kokên awazên di destana Mem û Zîn, Memê Alan û Derwêşê Evdî de heta muzîka Sumeran diçin. Dîsa îhtimaleke mezin e, bi cihoka Sumeran ji nifşên Hûriyan BZ di salên 4000 de digihîje me û afirêneriyek wan e. Nîzama muzîk û lîstikên Kurdan, li Rojhilata Navîn çanda herî zêde gurr û xwedî nirxê hunerî ye. Mirov hebûna dîrokî ya Kurdan herî zêde dikare di muzîk û govendên wan de bibîne. Dîsa mirov bi heman awayî dikare biçavdêriya li sekna jinê, di kinc lixwekirin û şêwazê wê de, di tenikahiya rûniştin û rabûna wê de bibîne. Esaleta nifşên Kurd çavkaniya wan serdema seretayî ye. Xwezaya tund a çiyan, berxwedana li dijî dagirkeriyên domdar û bêrehim, dîrokeke demdirêj di pêkhatina vê esaletê de xwedî roleke bingehîn e.
Em fêm dikin ku di ketina serdema navîn de dema Helenê şop hîştine. BZ di salên 3000’î de Abgara navenda wan Ûrfa, Koma-geneya navenda xwe Semsûr Samosat û melîkiyeta Palmîra ya li Sûriyê xwediyê heman taybetiyane û di bin tesîrên xurt ên Helenê de ne. Ya rastîn, di dîrokê de yekemîn mînakên herî delal ên senteza Rojhilat-Rojava pêk anîne. Ev şaristaniyên ku heta fetha Romayê dewam kirin -herî dawî ketina Palmîra BZ di 269 de ye- qonaxa herî girîng a pêşketina li herêmê temsîl dikin. Berhemên dîrokî yên li Palmîra, Nemrûd û Ûrfayê ji wê demê mane. Ev şaristanî têkiliyek wan a zêde bi Kurdan re heye. Di wê demê de em dibînin ku du ziman Aramî û Helenî wek hevrikên hevdu derdikevin pêş. Li hemberî van şaristaniyên serdest ên zêdetir bi bazirganiyê re mijûl dibin, Kurd jî zêdetir bi cotkarî û koçertiyê hawîrdora xwe ava dikin. Berhemê vê nîzama heta roja me ya îro dewam dike, hene. Xerîbtiya navendên bajêr û Kurdîtiya gund û koçertiyê mîna dualîteyeke diyalektîkî ne.
PZ di serê sedsala 3. de împaratoriya Sasanî derket holê û di nav wê de jî giraniya Kurdan neguherî. Zerduştî bingehê îdeolojîk bû, xwe spartibûnê. Nûbûna wê ew e, PZ di salên 210-276 de Manî dike peyxember. Ji hemû dînan Manî dixwaze sentezekê biafirîne û pê zêhniyeta bingehîn a împaratoriya Sasanî û Romayê bihûne û pê re aştî û Ronesansekê pêk bîne. Lê li xezeba rahîbên Zerduşt ên muhafezekar diqewime û tê kuştin. Dîsa jî wek xeteke xurt a zêh-niyetê heta roja me ya îro şopa xwe hîştiye. Belavbûna Xirîstiyaniyê jî li vê demê rast tê. Nemaze di ser Ûrfa û Nisêbînê re - Nîzîbîs - wek navendên xurt ên Xirîstiyaniyê bandorê li ser Kurdan dike. Hin cih dibin Xirîstiyan, lê hebûna Zerduştiyê li cem Sasaniyan serketineke tam a Xirîstiyaniyê asteng dike.
Em dikarin texmîn bikin ku avahiyên feodalîzmê li cem Kurdan di dema Sasaniyan de (PZ 216-652) pêş ketine. Mirov dikare Manîtiyê wek Îslama zû hatiye, binirxîne. Manî bi xwe Hz. Muhammedê zû hatiye dunyayê ye. Lê bandora şerên dijwar ên di navbera împaratoriya Sasanî û Romayê de -nemaze li ser xeta Amed-Nisêbînê- bi salan dewam dike. Berovajî dema Helenîstîk civak rûyê pêşketina rehetiyê nabîne. Di navbera Xirîstiyantî û Zerduştiyê de hevrikiyek bûye. Nestûrîtî ekoloke Xirîstiyaniyê ye, di bin bandora Sasaniyan de wek hevrikek tevgeriyaye. Xirîstiyantî nasnameya Sûryantiyê werdigire. Bi vî awayî Asûrî di vê demê de têra xwe bi liv û lebat dibin. Nexasim gelek xebatên qîmeta wan ya arşîve heye, kirine. Di belavbûna Îsewiyetê de ji Grekan zêdetir rol lîstine. Gelek pîskopos perwerde kirine û gîhandine. Texmîn tê kirin ku wêjeyeke xurt pêş xistine. Li Ûrfa, Nisêbîn û Sêrtê akademiyên pêşketî ava kirine. Di avakirina navenda zanistê ya Gundî Şahpûr a Sasaniyan de para wan berçav e. Zimanê Aramî wek zimanê hevpar bandora xwe dewam dike. Grekî ber bi Rojava qada Bîzansan ve diçe, Aramî li Rojhilat dibe zimanê serdest ê bazirganî, wêje û dîn.
Em dikarin texmîn bikin ku Kurd di vê demê de (PZ 250-650) kevneşopiyên xwe yên feodal pêş de birine û di vî warî de civakê xwe veguheriye. Pêşketina feodalîzmê cihêbûna di avahiya etnîk de jî nîşan dide. Di civaka Kurd de tayên feodaltiyê her ku diçe xurt dibin. Di serdema pêşketina şaristaniya feodalîzmê de şoreşa Îslamê dikeve rojevê. Ya esas, Îslamiyet têkiliyên tund ên koletiyê û tayên etnîk ên li pêşiya pêşketinê kelem in li ser hîmê bajarbûnê vedigu-herîne û nîzamekî hînê pêşketî, civaka feodal li ser bingehê şoreşa zêhniyetê û îdeolojîk ava dike. Ya li Ewrûpa, Hînd û Çînê bi tekamuliyet û beridandinê pêk tê, li vir bi rêya şoreşê diqewime. Îslamiyet di şaristaniya Rojhilata Navîn de şoreşa herî mezin e. Hema hema heta sedsala 12. di pêşketina civaka feodal de rola avakirina polîtîk û îdeolojîk dilîze.
Bi hilweşîna Sasaniyan re (PZ 650) Îslamiyet di nava Kurdan de jî bi lez belav dibe û arîstokrasiyeke feodal diafirîne. Hêzên dewletparêz û hîyarerşîk ên Kurd di bin bandora Erebkirineke xurt de vediguherin û di vê demê de dibin yek ji komên herî xurt a siyasî û civakî. Bi Xanedaniya Eyûbiyan a Kurd (PZ 1175-1250) xane-daniya herî xurt a siyasî li Rojhilata Navîn pêk hatiye. Di nava Kurdan de jî têra xwe bi tesîr bûn e. Li aliyê din, sultantiya Selçûkiyan a ji Ebbasiyan PZ di 1055 de împaratorî wergirt, bi Kurdan re jiyaye. Hînê jî mîna li Kerkûkê ev jiyana hevpar bêyî şer derbas bûye. Dewletên feodal ên bi koka xwe Kurd mîna Şeddadî, Kurên Buveyh û Merwanî (PZ 990-1090) pêşketine. Her weha gelek begtî û hukûmetên Kurd hatine avakirin. Kurên Şerefxan ên navenda wan Bedlîs bû, begtiya herî demdirêj ava kirine. Vê begtiyê heta dema sultan Qanûnî Silêman hebûna xwe dewam kiriye. Taybetiyên civaka feodal rê li ber veguherîneke girîng a zêhniyeta civaka Kurd vekirine. Şop û bermahiyên Zerduştiyê ji bilî li cem Zerdeştiyan - Yêzîdiyan - tine bûne. Bi îhtimaleke mezin ev guherîn di pêşketina hevkarên Kurd de xwedî roleke dijşoreşê ye.
Li bajarên dibin misilman, zimanê Erebî bi tesîr e, lê dîsa jî di çand û zimanê Kurdî de paşketin nîne. Yekemîn tomarkerê destanan bi awayekî nivîskî wek Ehmedê Xanî di vê demê de derketine holê. Çanda bi Îslamê nuxumandî, mîna li cem her koma etnîk hatiye dîtin, li cem Kurdan jî pir kûr rehên xwe berdane. Tevî vê yekê li Başûrê Kurdistanê bi eşîrên Ereban re -nemaze bi Şemmeran re heta roja me ya îro- şer timî dewam kiriye. Destana Derwêşê Evdî destana van şeran e. Ev destanek e, şopên xurt ên çanda Kurd nîşan dide û di koka xwe ya Zerdeştiyê de israr dike. Tê texmînkirin ku di sedsala 18. de qewimiye. Di nav Îslamê de Zerdeştîtî mîna çandeke têkoşer û berxwedanê ye. Berxwedaneke resen û esîl a çanda Kurd e, li dijî biyanîbûn û xerîbketinê. Elewîtiya qels û xwe bi Îslamiyetê nuxu-mandiye û alîgiriya Hz. Elî dike, piştî Zerdeştiyê çanda Kurd a herî têkoşer e, mîna Şîatiya Kurd be. Li beramberî vê yekê, nemaze Kurdên Başûr ên nêzî deştê bi baweriya Îslamê ya Sunnî dibin xwedî karektereke hevkar û paşverû. Ev derdorên xwedî zêhniyeta ba-zirgan-feodal çanda nifşên xwe înkar dike, nûnerên vê zêhniyetê ku li herêmên nêzî Ûrfa, Mêrdîn û bajarê Sêrtê di nav îxaneteke super de ne. Pir bi awayekî seyr û ecêb, hevkar in û berjewendîperest in. Kurdên di bin bandora Îranê de hînê kêmtir xira bûne. Cewherê xwe yê netewî hînê bi awayekî otantîk diparêzin.
Di vê demê de têkiliyeke girîng di navbera dewlet û nifşên etnîk ên Tirk-Kurd de ne. Ji şer dûr in, bi bandor Bîzansan jî piştgiriya hevdu dikin û di nav têkiliyên dostane de ne. Xirîstiyantiya Ermenî û Suryaniyan jî di vê yekê de roleke girîng lîstine. Şerê Melazgirê yê 1071’ê di cewherê xwe de şereke ku xwe dispêre îttîfaqa Kurd-Tirkan. Eger sultan Alparslan xwe ne spartibûya Kurdan, mumkîn nebû bûbûya xwediyê serketinê. Di vê demê de eşîrên Tirkmenan ên di nav nifş û çanda Kurdî ya bi cihbûyî de, li asîmîlasyoneke girîng qewimîne. Vê pêvajoya heta dawiya sedsala 19. dewam kir, bi komarê re berovajî dageriya.
Kurdên bi tevahî dikevin bin bandora çanda feodal a serdema navîn, çendîn çînîbûyîna feodal dijîn ew çend di jiyana azad de paş ve dikevin. Koletiya feodal timî li dijî azadiya eşîrtiyê pêş ketiye û di xerîbketina zêhnî de qonaxeke girîng pêk tîne. Tevî gelek rewşenbîrên Îslamê yê Kurd gihîştine jî, ji ber meylên dewletê yên hevkar nekarîne bandoreke mayînde bikin. Di serê pesindar û hevkarên dewletê de Îdrîsê Bedlîsî tê. Li Çewlîkê di hilbijartinên herêmî yên herî dawî sala 2004’ê de komeke koka wan terîqeta Neqşîbendî - terîqeta Şêx Seîd - sloganeke pir balkêş qiriyane wek “Îdrîs-î Bedlîsî li vir e, Yawûz Selîm li ku ye?” Mirov dikare li bendê be ku serokwezîr Erdogan rola Yawûzekî duyemîn bilîze. Eger îxaneta Neqşîbendiyê bi tevahî li Kurdistanê neyê nirxandin şensê şoreşa rohnîbûnê nîne. Li beramberî vê, rohnîbûna Elewiyên bi koka xwe Kurd hînê erênî bûye. Em wexta bandora dînamîkên dîrokî li ser mezheb û terîqetên îro lêkolîn bikin, em dikarin gelek tiştan hîn bibin û bigihîjin encaman. Ev derdor rohnîbûyîna komarê bi ‘kemalîzmê’ gunehbar dikin û bawer dikin ku wê bi vî awayî rûyê xwe yê kirêt di nav gelê Kurd de veşêrin. Heta paşverûtî û berjewen-dîperestiya nuxumandî ya gelek terîqetên bi koka xwe sunnî, neyên teşxîs û teşhîrkirin, wê welatparêzî û demokratiyeke têkûz a Kurd pêş nekeve.
Şaristaniya Îslamê ji sedsala 13. û pêve di hundur de bi girtina deriyên îçtîhadê, ji der ve bi êrîşên Moxolan û di bin seferên Xaçperestan de êdî bi ser xwe ve nehat û ket pêvajoya rawestîn û paşveçûnê. Heta sedsala 13. li ser navê şaristaniya Rojhilat alîkariya şaristaniya Ewrûpayê kiriye ku Ewrûpayê gavên xwe yekemîn diavêtin, pişt re ket pêvajoya rawestînê (PZ 1200-1500) û pêvajoya paşveçûnê (PZ 1500-1918) ji aliyê Osmaniyan ve bi zehmetî hatiye meşandin. Her çend dema Osmaniyan li dijî Rojava ya mezin dibû xweparastina dawî be jî sîstema wê ya ji aliyê îdeolojîk, polîtîk û aborî ve paşvemayî pêşî li serketina wê girt û nekarî hilweşîna wê asteng bike.
Çînên serdest ên Kurdan, bi giştî bi dema Yawûz re di nav împaratoriya Osmaniyan de bi otonomiyên xweser û berfireh destekdarên herî nêz bûn. Ev rewşa heta serê sedsala 19. dewam kir, ji sedsala 19. û pêve bi hatina herêmê ya mêtingeriya Rojava, xira bû. Di vê yekê de rêveberiya navendî ya qelsbûyî û polîtîka zêde bac û esker berhevkirinê jî roleke diyarker dilîze. Dostanî û piştgirî cihê xwe ji serhildanan re dihêle.
Ji sedsala 19. û pêve civak û dîroka Kurd dikeve qonaxeke nû. Têkiliyên ku bi Osmaniyan re xirabûne rê li ber serhildanan vedikin. Mîsyonerên Îngilîz û Fransî jî bandorê li dêrên Ermenî û Suryaniyan dikin ji bo cihêtîxwaziyê bikin û bi vê yekê rê li ber tevlîheviyekê vedikin. Têkiliyên di navbera Ermenî, Asûrî û Kurdan de jî xira dibin. Ji ber ku hem têkiliyên wan hemû di nava xwe de xira dibin û hemû têkiliyên wan bi rêveberiya Osmaniyan re têk diçin, ev dibe sedem di dîroka wan de rûpelekî bi keser û xemgîr vebe. Ev pêvajoya di sala 1918 de piştî şerê cîhanê yê yekemîn destpêkir, bi giranî ji aliyê çand û fizîkî ve bi tasfiyekirina Ermenî û Suryaniyan bi encam bû. Têkiliyên Kurd û Tirkan tevî ku pir zirar dîtin jî di asta yê Ermenî û Suryaniyan de qut nebûn. Ji lewra şerê rizgariya netewî yê di sala 1920 de bi hev re meşandine. Sêyemîn hevkarî û hevpariyeke mezin a stratejîk mîna bi Alparslan û Yawûz re pêk anîne. Dîrok pir baş şahid e ku eger mîna rola Kurdan a di serketina Alparslan a 1071 de, ya di serketina Yawûz Selîm a 1514 de li dijî Sefewiyan û di serketina 1516 û 1517 de li dijî Memlûkiyên Misrê nebûya, qewmên Tirk wê nikarîbûna Anatolî fetih bikarana û wê împaratoriya Osmaniyan nekarîbûya li rojava û rojhilat belav bibûya.
Vê trenda dîrokî heta salên 1920 dewam kiriye. Sêyemîn hevpariya stratejîk karîbûye pêşî li belavbûna emperyalîst bigire û firsendê bide serketina şoreşa komarê. Lê ji ber ku tebeqeya jor a Kurd a feodal ku bi awayekî kevneşopî hînî hevkariyê bûye, bi sedema komarê şaş dinirxîne û pir bi hêsayî bi niyetên emperyalîzmê dixape, serî hildidin û ev yek jî dibe sebeb ku sazûmankarên komarê polîtîkayên xwe biguherînin. Kurd-Tirk bi hev re ji projeyên azadiyê dadigerin û ev yek di dîroka wan de dibe sedem pêvajoyeke pir neyînî bijîn. Bi vê têkçûna stratejiya têkiliyên Kurd-Tirk, înkarkirina Kurdan, paşvehîştina wan, asîmîlasyona bi darê zorê dest pê kiriye û kiriye ku bi tevahî Kurd li derveyî sîstemê werin hîştin. Çendîn bûne Tirk ew çend jî hatine qebûlkirin. Vê yekê polîtîka hînê kûr kirine. Di salên 1970 de li tevahiya dunyayê tevgereke rohnîbûnê hebû, polîtîkayên bi ser rastiya Kurd û Kurdistanê de mîna ewrekî reş tarî girt, rê li ber tevgereke nû ya rewşenbîr a Kurd vekir û pişt re di şexsê PKK’ê de pêvajoyeke berxwedanê ya eskerî û siyasî dest pê kir. Bi vê re, di têkiliyên Kurd-Tirkan de pir êş û şer bû, lê gav hatiye avêtin pêvajoyeke bi şeref.
- Ayrıntılar
Modernîteya kapîtalîst li Anatolya û Mezopotamya Jor, li Tirkiyê û beşê mezin ê Kurdistanê mekanîzma sêling a distanê pêk aniye û bi vê, civaka ji rêûresmê ya Tirk-Tirkmen di nava wê de bi tevahî kiriye mêtingeh û helandiye, rastiya Kurd jî di astên cûrbicûr de parçe kiriye û xistiye hedefa xwe ji bo hebûna wê tine bike. Min hewl da, ez bi awayekî pêşnûme pêşkêş bikim ka di rastiya çandên li derveyî Kurdan de çi qewimiye, lewma ez ê dubare nekim. Lê ji ber têkiliya wê ya xurt bi rastiya Kurd re dubare be jî ez ê timûtim bi girîngî şîrove bikim. Eger mirov rastiya Kurd ji çend aliyan û şaxan ve şîrove bike, ji bo hêsankirin û hînkirinê gelekî di cih de ye. Em dema ku bi tevahî alî û şaxên wê binirxînin, em ê bibînin ku hemû kirine tiştên parçekirî, helandî û kirine ku ew êdî ne ew bin (bi sedema qirkirinê) û tevî vê rewşê di nava hemû parçeyan de wekheviyek heye û divê mirov vê bi girîngî li ber çavan bigire.
Bi awayekî dîrokî, ji Proto Kurdan heta bi Kurdên hemdem hertim rastiyeke dayikniştiman ji bo Kurdan hebû. Di dema Sumeran de Kurtiye, di dema Lûwiyan Kurdiwana (welatê Kurdan) û di dema Helenan de têgîna Kardokya hatiye bikaranîn. Ev têgîn hemû ji yek kokê zêde bûne û bi demê re veguherîne û herî dawî jî siltanên Selçûqiyan ji dema serweriya xwe ya li Îranê û pêve (ji sedsala 11. P.Z.) bi awayekî fermî Kurdistan bi kar anîne. Di dema Împaratoriya Osmanî de têgîna Kurdistanê di nava sedan fermanî de ango di nava fermanên siltan de timûtim hatiye bikaranîn. Di dema damezrandina Komarê de M. Kemal bi xwe gelek caran têgîna Kurdistanê bi devkî û nivîskî bi kar aniye û parlementerên pêşî yên herêmê çûn Parlementa Tirkiyê xwe weke ‘Mebûsên Kurdistanê’ dane naskirin. Ji komploya Tirkê Spî ya sala 1925’an û pêve, her cure mîrate û navlêkirinên têkildarî Kurd, Kurdistan û Kurdîtiyê bi carekê bi rêbazên dehşetwarî hatin qedexekirin û xwestin bikin ku ew êdî ne diyarde bin.
Ev darbeya li dijî têgîna Kurdistanê gelek armancên xwe hene. Ya pêşî, Tirkên Spî (Em ji van re dikarin burokrasiya ciwan a bûrjûwaziya Tirk jî bibêjin, lê bi şertê ku li rêveberiya wê ya kakil sermayeya Cihû bê zêdekirin) bi rêbazên Ingilîz û Fransiyan Kurdistan ji nû ve kirin çar parçe û parçeyê herî mezin ji xwe re veqetandin û bi her tiştê di navê de Tirk hesibandin û xistin pêvajoya qirkirinê. Ev, li dijî cografya Kurdistanê darbeyeke komplowarî ye. Di sala 1925’an de bi Plana Islahkirina Şerqê xwestin rastiya Kurd bi temamî ji dîrokê rakin û welatê Kurdan ‘bi hikmê tine’ hesibandine.
Têgînên welat, dayikniştiman di serdema netewebûnê de girîng bûne. Dayikniştiman weke têgîneke sosyolojîk, cografyayeke bi sedsalan li ser çand hatiye afirandin, bazar hatiye çêkirin, serwextbûneke dem û dewranan pêk hatiye û weke demografîk li ser cihûwarbûnê îfade dike. Kapîtalîst hewcedarî bazarê ne, lê ji vê girîngtir, ji bo gel û neteweyan ku ew afirênerên rastî yên çanda civakî ne, welat ew mekanê jiyanê ye, bêyî wî nabe. Welat bi tenê ne ew cografya ye ku li ser çand pêk tê û hilberîna maddî ya jiyana civakî çêdibe, ew xanî û dergûşa jiyana civakî ye ku têde ruh û dîroka wê pêk tê. Mirov jê mehrûm û bêpar bimîne (weke ruh û têgîn), ji bêruhmayîn û bêxanîmayînê xirabtir e. Yê civakê bêxanî û bêruh bihêle, dikare wê bê çanda maddî û manewî jî bihêle. Jixwe bûyerên bi vî rengî di bin navê Plana Islahkirina Şerqê de bi awayekî hovane pêk anîne. Di çarçoveya komployê de isyanên li ser zemînê provokasyonê pêk hatine, kirine bahane û kevir li ser kevir nehiştine û hewl dane ku gotineke bi tenê jî der barê rastiya Kurd û Kurdistanê de neyê bikaranîn. Hêmanê xwerû yê damezrînerê Komarê, gelê di dîrokê de belkî cara pêşî bi navê xwe bûye xwedî welat, hatiye ber jidestdana wesfê gelekî xwediyê welatê xwe bi xwe.
Di ti serdema dîrokê de nehatiye dîtin ku îdeolojiyekê û dînekî welatek bi vî awayî tine hesibandibe. Di zêhn û biryara pirraniya civaka Tirk de nêzîkatiyeke bi vî rengî tineye. Mirov dikare mînakên pratîka diyardeya Tirkê Spî heman wextî di serî de Elmanya, Îtalya û Japonya li cem gelek neteweyên (neteweya dewletdar, neteweya bi destê dewletê hatiye afirandin, dewleta bi destê neteweperestî û milliyetgiriyê hatine pêkanîn) gav avêtine modernîteya kapîtalîst bibîne. Lê ji ber ku kadroyên burokratîk ên Îttîhad û Teraqîgir ên dixwestin ji neteweperestiya Tirk dewletê çêkin di Şerê Cîhanê Yê Yekemîn de tevî Elmanan şer kiribûn millîtarîzm û milliyetgiriya Elman a li mişara wê gihiştibûn esas digirtin, ne bi tenê cêwî yan jî weke neteweperestên Nazî bûn, ji hêmanên wê yên damezrîner bûn. Hîtler li xwe mikur hatiye ku dema wî xwe li qirkirina Cihûyan rakişandiye, wî ji ceribandina qirkirina Ermeniyan a Hukûmeta Îttîhad û Teraqiyê îlham girtiye.
Bêwelatmayîna Kurdan bi van du ceribandinên dîrokî re ji nêz ve têkiliya xwe heye. Herweha divê mirov bandora demeke îdeolojiya pozîtîvîst derket asta herî jor jî li vê zêde bike. Zanistperestiya pozîtîvîst diyardeyên civakî jî bi pîvanên zanistên fizîk û biyolojiyê dinirxandin. Tirkperestên Spî yên di bin bandora vê îdeolojiya dogmatîk laîk de bûn, kengî diyardeyek bi qanûnan tine dihesibandin, bawer dikirin ku ew diyarde êdî hukmê xwe û rastiya xwe namîne. Bi vî aliyê xwe, ji dogmatîkên serdema navîn bêhtir dogmatîk bûn. Têgîna Tirkiyê di van salan de pêk hatibû. Ji ber pirraniya şêniyên Tirk û pêkhatina wan a dîrokî, ev têgîneke şaş nebû. Lê bi darê zorê û qanûnan berfirehkirina sînorên vê têgînê bi awayekî ku Kurdistanê jî bigire nava xwe, bi rastiyên dîrokî re li hev nedikir. Modernîteya neteweperest a Tirk, bi awayekî, mîna dînekî nû ava bike, wisa ji xwe bawer dikirin ku her diyarde û têgîna qebûl nakin jêre bibêjin “tine bibe” wê tine bibe. Bêguman di vê yekê de millîtarîzma kujer bi rola sereke radibû.
Ji bo Kurdistan ji Kurdan re nebe welat, isyanên Kurdan bi awayekî bêrehm pelixandin. Li şûna gelekî beşdarî damezrandina Komarê bûyî, hinek kesên bê welat û hov mabûn. Navê wan qedexe bû. Jixwe dema li çiyê li ser berfê meşiyabûn dengê ‘kart kurt’ derxistibûn û navê xwe ji wir girtibûn; bê zar û ziman bûn, lewma diviyabû bi her awayî bêne pelixandin û tinekirin. Hêza hegemonîk a kapîtalîst Ingilîstan hevkarê herî nêz ê vê polîtîkayê bû. Qet dengê xwe dernexist û di binî re destek da vê polîtîkayê. Jixwe ji ber vê sedemê li ser petrolên Mûsil û Kerkûkê rûniştibû. Nêzîkbûna li Franseyê, qebûlkirina têgihiştina huqûq û neteweyê laîk, têrê dikir ku çavên xwe li van kirinên li derveyî mirovahiyê bigire. Elmanya jixwe endamê damezrîner bû. Li gorî sosyalîzma pêkhatî ya Rûsyayê, kirinên Tirkperestiyê li Kurdistanê serketina pêşverûtiyê li dijî paşverûtiyê bû. Komara Mahabadê ya Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê jî bûbû qurbana heman polîtîkayan. Hêzên modernîst ên kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe yên rojane welatê hezar salan ê gelekî bi carekê feda dikirin, tine dihesibandin û ji vê jî fikar nedikirin. Ev piştrast bûbû.
Rastiya Başûrê Kurdistanê di encama hesabên şerê sar de hatiye amadekirin. Gelê Kurd ê bi fizîkî be jî hebûna xwe diparêze, ji bo nikaribe bîr bibe û hukim li çarenûsa xwe bike bi vî awayî pêşî lê digirin û bi armanca qereqola pêşî ya sîstemê rabe Kurdistaneke piçûk timî yedek hiştin. Ji ber ku vê carê berjewendiyên wan ev ferz dikir. Çawa ku gelên Helen û Ermen ên welatên xwe yên dîrokî ji dest dan û di berdêlê de weke deynekî diyet mehkûmî parçeyekî piçûk ê welêt kirin, diyardeya jêre Kurdistana Iraqê tê gotin jî bi heman awayî derket holê. Dema sedsala 20’an bi dawî bû, belkî jî di dîrokê de welatê pêşî û yê herî kevin hema hema hatibû tinekirin. Modernîteya kapîtalîst civakekê bêwelat bihesibîne, ev ji bo wê civakê tê wê maneyê ku nîv bi nîv rastî û hebûna xwe ji dest daye. Piştî ku welat tine hat hesibandin, ji bo civak li ser piyan bimîne, çanda maddî û manewî ya heyîna xwe dewam bike, hewcedarî mûcîzeyan e. Ev dişibe rewşa mirovekî di valatiyê de avjeniyê bike yan jî bimeşe. Yan tu yê bibe masî bilîzî yan jî tu yê bibî çivîk bifirî.
Yek ji gunehên herî mezin ên modernîteya kapîtalîst li beramberî diyardeya welat kirî ew e, têgihiştina hişk û naguhere ya sînorên tek netewe ye, û ev bi sextekarî weke têgîneke herî pîroz xistiye piyaseyê. Li ser têgihiştina sînor a dewleta netewe weke kult û îbadetekê radiwestin qaşo dixwazin nîşan bidin ka çawa welat diparêze. Sînorên wê bi xwe, sînorên milkiyeteke herî berfirehkirî û giştîkirî ne. Sînorê herî pêşdebirî yê milkiyetê ye; qonaxa herî dawî ya dîroka milkiyeta bi çîtkirina dora erdekî destpêkirî ye. Sînoran wisa hişk û asê dikin, qaşo ji bo bihostek wê jî dikarin şer bikin. Şer dikin, lê ne ji bo gel, ne ji bo berjewendiyên netewe, ji bo potansiyela kara herî zêde ya di nava xwe de dihewîne. Sînorên dewleta netewe çiqasî hatibin şidandin û asêkirin, derfet û îmkanên kara herî zêde jî ewqasî hatine amadekirin.
Bêguman sînorên welat ên gel û neteweyan hene. Lê pêkhatin û bergiriya van sînoran bi temamî ji zêhniyeta dewleta netewe cuda ne. Sînorên welat ên gel û neteweyan xetek e ku bi milkiyetê hişk nebûye, berevajî li ser bi cîranan re parvekirin û hevkartiyeke gurûgeş, senteza çandan a piştgirî, dostanî û pêkhatinên civaka jor dibe. Herî zêde li van qadan pirr netewebûn û çandbûn pêk tên. Ev qad xelekên afirîner in ku şaristanî û çandeke jortir lê dimeye. Ne qadên pevçûn an jî şer in, qadên aştî û biratiyê ne. Sînorên di dîrokê de ji karûbarên bi vî rengî re bûne dergeh, di dema modernîteya kapîtalîst de bûne xetên herî zêde li ser wan dijmintî û şer qewimîne, mayîn hatine danîn, têlên rêsayî lê hatine badan û dîwarên mirov nikare ji wan derbas bibe, hatine lêkirin. Veguherandine dîwarên girtîgeha ku gel û netewe têde têne hiştin. Gel û neteweyên di nava wan sînoran de têne hiştin, bergiriya wan nayê kirin, ew kirine qefesa hesinî, ew kirine girtî, ew kirine eskerê bi darê zorê, ew kirine bêkar û ew kirine karkerên heqdesta wan kêm. Rêûresm û çandên etnîsîte, gel û neteweyên li derveyî neteweya serdest a fermî dixin ber çerxa asîmîlasyon û qirkirinê. Di rastiya sînorê dewleta netewe bi xwe de berjewendiyên bêsînor ên yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê veşartî ne.
Rastiya Kurd a ji dayikniştiman hatiye qutkirin, rastiyek e ku birîndar e, diperpite. Gel û neteweyek li dayikniştimana xwe xwedî dernekeve, ev tê wê maneyê ku dev ji dîrok û çanda xwe berdaye. Di encamê de dev ji netewebûnê û jiyana bi awayekî civakî berdide. Mirov nikare rastiya civaka Kurd bê welat bide naskirin, ji ber ku ew bê welat nikare hebûna xwe dewam bike, paşê şik têde nîne ku wê ji hev de bikeve û tesfiye bibe.
Herçiqasî rastiyeke welat a mêtingeh û qirkirinê hebe jî hebûna Kurdistanê înkar nabe. Heta ferdê dawî yê ji wan kesan ku bixwazin bi awayekî azad, girêdayî û hêjayî dîroka wê û rastiya wê ya civakê li ser erdên wê bimînin, hebe, hebûna wê wê dewam bike. Ne bi tenê welatê Kurdan, wê bibe welatekî hevpar ê Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Ereb û her ferd û çanda bi awayekî demokratîk, azad û wekhev parve dike. Nebûna dewleta netewe wê nebe bêşensî wê bibe şens. Vê carê, wê nebe welatê bajarvaniyeke biçîn a nû ku dijminê ekolojiyê ye, û nebe yê dewletdariya netewe, li Rojhilata Navîn wê bibe welatê şeveqa modernîteya demokratîk lê biavêje û bibe dergûşa wê ya têde mezin bibe.
- Ayrıntılar
Mirov dikare çend pirsan ji bo berxwedana 14'ê Tîrmehê bibêje. Heval Xeyrî, Kemal û hevalên din jî wexta ji bo birçîbûna mirinê bîryar dan, armanca wan çi bû? Dijmin bi rastî yanî dihat ku di tengahiyê de vana bifetisîne, xwe înkar bikine, Kurdayetiyê înkar bikine, baweriya partiyê înkar bikine, partiyê înkar bikine. Digot, heta hûn înkar nekin ji we re jiyan tune. Wexta dijmin bi her awayî, bi her êşkenceyê xwest ku van tiştan li ser wana bimeşîne, wana jî got, mirin ji me re jiyan e, wiha ne jiyana mirovan, ne jiyana ku em ji bo gelê xwe qebûl bikin, em înkarbûna partiyê qebûl nakin. Înkarbûn mirina tewra xerab e û ji bo vê jî ji me can tê xwestin û em ê bidin. Wiha bîryara birçîbûna mirinê dan û dest pê kirin. 14'ê Tîrmehê bi rastî gaveke mezin bû. Gaveke di cih de bû. Vaya çi gav bû? Di cihekî de ku mirin ji me tê xwestin; mirov ê xwe bide, mirov ê vê bîryarê bide, çiqas bi zehmetîbe jî mirov ê bide û dan.
Ew bîryara wana bû bîryara partiyê, bû bîryara gel. Dema me gava 15'ê Tebaxê avêt jî bêhtir me got mirov vê bîryarê bimeşine, ne bîryareke biçûk e, bîryareke rê dide însaniyetê, dide jiyanê, dîrokê û jiyaneke nû çêbûye. Tabî mirov ji bo vê bîryarê her tiştî dike. Wexta ev bîryara hevalan gihîşte me, me li vir karê xwe şidand, me Kongreya duduyan çêkir, me bîryara xwe ya vegerandina welat da, di wan rojên dijwar de li ser bîranîna wan hevalan me xwe gihande welêt. Û li ser wê 15'ê Tebaxê, û li ser vê bîryarê jî sal bi sal şehîdên me dane bûne bîryar û bêhtir şer bilind bû. Wexta hevalê Egîd di 28'ê Adarê de (sala 86'an) şehîd ket, me dîsa bîryar da, me got saleke din em ê refên gerîla di pir aliyên welêt de zêde bikin. Di '77'an de me bêhtir xwe di Kurdistanê de bitevger kir. Pir şehîd çêbûn, me pir bîryar dan, her şehîdek bû bîryar û '88, '89, '90, '91 me bêhtir kirin salên şer. Destpêka vê jî heye; wexta heval Heqî şehîd bû, me dîsa ev kir bîryara şer. Bi şahadeta her hevalî/ê re, me bîryara şer dida û me pêkdianî. Sala çûyî heval Xelîl Çawgûn şehîd ket me got em ê vana jî bikin bîryar, di Hîlvanê de em ê dest bi serhildanê bikin. Meşiya. Sala din me partî îlan kir, li ser bîranîna wan şehîdan, berpirsyariya me giran bû, me wiha li dor xwe nihêrî, rê li ku ye, cih li ku ye me xwe avête ser, nefes bi nefes me xwe gihande derve. Di dudiyê vê mehê de wexta me xwe li vê aliyê xist, dîsa me bîryareke mezin da. Ku ne ew bîryar bûya, dîsa her tişt disekinî, di çend mehan de wê bisekiniya. Ew bîryara me daye, di cih de bû, ji bo mirinê mirov bijî, bîryareke wiha bû. Bîryardayîn tenê bes nîn e. Bîryardayîn şûnde xulekbixulek li ser kar, nefes bi nefes ji bo karê partiyê, ji bo ev şer nesekine divê mirov xwe bide ser. Wexta em behsa van tiştan dikin, ji bo hûn encaman jê derxin. Em tenêbûn, tiştek tûnebû, bes tiştên biçûk jî me dikir lê em pir pêre bûn, em pê bawerbûn. Encam hûn dizanin li Başûr yek dostê me tunebû, niha bi milyonan dost bi me re ne. Ne wekî we xwe tevlî şerkirin, nîv saetekê guh nedinan li me, ew partiyên sexte ewqasî hebûn û niha sedî not tevli şer bûne, bi partiyê re bi me re ne. Malekê em bi mêvandarî qebûl nedikir, niha hemû mal malên me ne. Va bi çi awahî çêbû? Bi bîryara me, bi jiyana me çêbû.
Wekî din jî me pir bîryar dan. Her bîryara me daye em bêhtir pêre bûn, me şopand ka dimeşe yan nameşe, pir kesan bi navê hevaltiyê jî lîst, bawer nedikirin, wana winda kirin û tev ketin. Lê yê ku xwe pir şidand xebat bi pêş de bir û vê yekê karên me bi xwe mezin kir, ku sînorên xwe nas bikin, li ser bîryara xwe durust bin, bipîvin û bimeşin, roj û şev li ser rawestin. A girîng ew e ku ne mumkune mirov tiştên şaş bike, li gorî derfetên xwe mirov her gavekê di cih de biavêje, va jî dibe serkeftin, bûye serkeftin. Fikra rast, bîryara karên rast; ger mirov xwe heta dawiyê bibîne, mirovên serdikevin çêdibin. Ji tevan re jiyan hebû, ji minre tune bû, ji her tiştî re bawerî hebû, ji vê gavê re tune bû, niha ji tevan re jiyan nîn e, ji me re heye, ji tu gavan re meş tune, ji vê gavê re meş heye. Ez bawer im ku em çend salên din wiha bimeşin ne munkun e yek li pêşiya me bêje ez heme. Weke lehiyê wê herkes xwe tevlî bike. Çima? Heqîqeta miroviyetê di vê gavê dê ye, rastiya mezin tê de ye. Kî/ê wê li pêşiyê bisekine? Her tişt ji bo welat, her tişt ji bo gel, her tişt ji bo jiyaneke bi namûs e. Ku tu bi xwe neleyize, bê namûsiyê nekî her tişt wê bi ya te be û ya gelê te be.Ya gel be, dibe ya te, ya te be dibe ya gel. Niha jî ya îspat bûye ev e. Ango ku derfet hebe ji vê şûnde jî em karê xwe wiha bidomînin, ew tiştên maye jî, ew tiştên kêmasî, tê de jî wê tev rabe. Ew mirovê dibêje em tunebûne, ew mirovê dibêje ji me her tişt çûye, çênabe, niha dinêrin a mirov digihêne tiştan eve, ji mirov tiştên bi xêr çedibe, tiştên baş çêdibin. Mirov dikare xwe çêbike û ji nû ve ava bike. Mirov hîn li ser xwe bisekine dikare bêhtir xwe bike mirovê baş. Gelê Kurd gelê di cîhanê de windabûyî û tunebûyî dihate hesibandin, niha her kes her roj dibêje Kurd û Kurd. Ku em şerê gel hîn bişîdînin, cîhan wê bêje ev gel çi gel e? Tu di welatê xwe de xwe biserxîne wê bêje ev gel ê herî mezin e. Bi destê xwe ye, bi destê gel bixwe ye. Tu şerê xwe xurt bike, xwe xurt bimeşînin hûnê wiha bikin. Heta niha tiştê îspat bûye û derfetên têde hene, va tiştina wiha ye, wiha dibin, wiha bi serdikevin. Tecrûbeya di van salan de min dîtiye ev e, ya şerê 15'ê Tebaxê, ya bîryara berxwedana 14'ê Tîrmehê û derketina derve û di vê qadê de û heta îro ya îspat bûye ev tişt in û ne hindikin. Alîkariya em ji we re, ji hemû mirovên xwe re bikin ev xebat e. Ne mumkin e mirov bi pereyan, bi rihetiyê, bi destê xwe û va yek ji me re jî qet ne baş e.
A mirov rihet bike, têr bike ev kar e. Ya reva mezin bisekinîne, berê te bide welêt ev kar e.Ya te ji hemû xelkê re ji dijmin re ‘’’bi peyake, bi leşkerke li pêşyê bisekine, te ji bo xwe peyake, bi leşkerke ev kar e. Ên welatê xelkê ji xwe re bihûşt dihesibandin, ji bo vê her tişt difirotin û direviyan, li hember bisekinin; welatê xwe bikin bihûşt, tiştê we bike xwedî rûmet dîsa ev kar e. Û yên weke we betal, bêkar xwe bikin xwedî kar,karekî paqij û zêrîn bikin,ew jî ev kar e. Tev dibêjin em betal in, em bê kar in, karê zêrîn, karê mirov digihîne her tiştî ev e. De xwe bi serbixînin, bi heter girî, bi heter xerabî ne ji bo mirovên binamûs e, mirovên xerab wiha dikin, mirovên ketî wiha dikin. Di serê van salan de mirov xwe ji van tiştên xerab dûrxe. Niha hûn jiyaneke, dîrokeke bi lanet dijîn, me derfet dît em xwe ji vê dûr bixin, dîrok û jiyana bi lanet bin erd bikin, ya bi şeref, bi rûmet bilind bikin. Bi vî karî wiha çêdibe. Ez bawer im ku di vê nîvê salê de hîn tiştên mezintir em ê bikin, heta niha ev panzdeh sal in û di van panzdeh salan de tiştên hezar salî me nikarîbû çêbikira bi şer ve em ê di vê salê de çêbikin. Karê me yê mezin niha çêdibe û hemû gel tê de ye. Bi rastî min ji tunebûnê xwe gihand vir, ji bo gel cejna mezin ev e, ji bo yên wekê we xurt jî derfetên mezin ev e. Wekî din jiyan qut e. Hebe jî tu qîmeta xwe tune ye. Hûn hemû xwe tevlî bikin. Ji bo vê em dibejin, karê artêşa gel, karekî mezin e. Karê gerîla şerê gerîla dimeşîne, karekî mezin e. Hûn di artêşa gel de û artêşa gel jî di şerê gel de jiyanê bi destê xwe û ji bo xwe bi daxwaza xwe çêdike. Tişta herî mezin mirov bide we ev e. Gelê me, dijmin çiqas wî bikuje, qirkirinê çêbike, bêjin ji me re cejn e, ew qas bêhtir xwe dikiyê û di vî şerî de wêrekiyê mezin dike. Va yeka ji bo me ye, jiyan di vir de ye, dijmin bêçare ye. Gelekî wiha rabûye, partiyeke wiha pêşengtiyê dike, şervanên wiha şer dikin, dijmin li hember wan çibike wê nikaribe. Dîsa bixwaze wekê berê xwînxwarîyê bike, lê belê her roj li paş dikeve. Tu çiqas xwe bike yek, bişidîne bi ser de here tu ew qasî wî li paş dixî û di demeke kin de jî mirov ji vî welatî vî dijminî derxe. Wê çaxê tê bêje ev jîyana rast e, serxwebûn û azadî heqîqeta mirov e, mirovê bi şeref e. Ev ji bo we ye jî û me xwe gihandiyê, me xwe gihande jiyana xwe. Karê partiyê, karê serokatiyê heta niha ev bû. Dîsa em bi karê xwe bixwe digihînin, em xwe winda nekin, ne xwe giran bikin, ne jî pir acele bikin. Di cih de bi çi awahî divê, em gava wiha bavêjin, usûl çi ye em wiha bi serde diçin. Li ciyê ku mirin tê xwestin herkes ji bo mirine amade ye, di cih de lêxistin tê xwestin, lê dixin, çi tê xwestin, wî dikin, biserdixin. Va ye usûla PKK'ê, jiyana PKK'ê ye.
Emê salê wiha tam bi ya xwekin, ne tenê salê, jiyana ji vê şûnde dimeşe emê bi ya xwe kin. Û emê bi karê xwe bi ya xwe kin, hûnê ji bo jiyaneke wiha xwe rakin xwe tevlê bikin û xwe avabikin. Ku we çi qasî xwe çêkir hûn partiyê çêdikin, we çi qas partî çêkir arteşa gel xwe çêdike, artêşa gel, şerê gel çiqas çêdibe gel bixwe çêdibe, gel wiha çêdibe, ev yek jî serxwebûn û azadiyê çêdike û welat çêdike. Armanca me, karê me ev e û serkeftin ji bo vî karî, serkeftin ji bo we hemûyan e.
Li ser vê dîsa vê dewreya we ya Şehîdên Tolhildanê em pîrozdikin. Bi rastî şehîdên Tolhildanê şehîdên mezin in, mirov bi navê van şehîdan jî vê dewreyê xurt bike, di demeke bêhtir di aliyê şer de nûbûyînê çêbike, kêmasiyên insanên me rake, ew mirovên di hemû zor û zehmetiyê de li ber xwe didin, va mirova çêdike. Bi kevinperestiyê, bi leystikên dijmin ê mirov hiltînin, mirov li ser wan bisekine, wana rake û nekeve leystika, li derveyî partî, hundurê partiyê de nekeve leystika, li ser bîranînên şehîdên wiha çêbuyî mirov wana temsil bike, xwe wiha bi hêzbike ji bo partiyê, ji bo şer, sozên me daye şehîdan mirov pêkbîne.
Li ser van rastiyan em ji bo we serkeftinê dixwazin, dîsa em ji bo hemû gelê xwe jî di vî şerî de û di nîvê vê salê şûnde serkeftinên mezin dixwazin. Ger em wiha rast kar bikin, wiha xwe rast bidin ser şerê xwe, dunya bi yekbe jî, nikare me ji serkeftinê dûrxe. Dîsa em her car pir dibêjin, em ji derveyî serkeftinê tiştekî qebûl nakin û ji bo me jî mecbûriyet e, dîsa ev dewreya we bi serkeve û ji bo we tevan pîrozbe.
hevalên bi tecrube hene. Hevalên zîndanê hene, ji çiyê hatine hene, yên 15, yên 20 salî jî hene, dersan didine we, guhê xwe hebeki vekin, mejiyê xwe vekin û jê bigrin. Ji xwe hûn genî bûne, hûn kufikî bûne, hatine qirkirin, ji hevalan bigirin û paşê berbi Welat ve biçin û biçînin û şînbibin. Ji bo we firsendeke mezin e, sûd jê werbigirin. Hevalên me zû dikevin, zû winda dibin. Xwe wiha çêbikin ku hûn çûn cihê xwe mirov bi we bawer bike. Mirov bêje, van hevalan zû nakevin, nav hevalan tişt ji dest tên der, di virde mirov îkna bikin, dema mirov we rêdike welat, mirov bêje vana di şer de di çiyê de dikarin jiyanê bimeşînin, dikarin berpirsyartiyê bigrin, bi dijmin dikarin, ji usûla şer re çi tê xwestin, dikarin pêre bimeşin û dijminê xwe bixînin. Me wiha îkna bikin, rojekê pêşde mirov dikare we bişîne. Yên diçin welêt zû dikevin, heyf e, pir bi bîryarên şaş dikevin, pir li dijî usûlê şer dikevin. Ji bo vê heta dawiyê li vir fêrbibin. Ya şerm ne fêrbûyîn e. Ji alî şer de xwe çêbikin, çi ji we re lazim e, bixwînin pirtûk hene. Heval jî pir tiştan didin we, wexta hûn çûn welat, mirov bawer bike ku ji destên we hinek tişt tên der.
Bi salan li hember dijmin di welat de hûn dikarin şer bikin. Em vê ji we dixwazin. Sozên hûn didin em wiha qebul dikin. Bi rastî ango sozên we dane em wiha pêrene. Wekî din sozên hûn bidin, tu qîmeta xwe nîn e. Sozên mirov bide ku li hember dijmin xwe bisekine, li hember dijmin şerzaniyê bike, biser bikev e. Ji bo partiyê nebe pirsgirêk, berovajî pir tiştan hilgir e. Bibe mirovek baş, ji hevalên xwe re mirov başiyê temsîl bike. Ji bo vê ez dibêjim xwe çêbikin. Baş e, hûn alîkariya van hevalan jî digrin, bi rastî jî li ser xwe bisekinin. Evqas sal e ez her roj li ser xwe disekinim, her roj xwe çêdikim, her roj me ew qas bar rakiriye, rojekê min negotiye ez westiya me, nikarim bikim. Çi hate ber çavê me, em li ser sekinîn. Çi ji me hate xwestin, me jî li gor hêza xwe, xwe da ser. Hûn dibînin ku tiştên mezin çêdibin, hûn jî çêbikin. Ji we yên werin xwestin ev in. Heta ku hûn wiha çênekin, xwe efû nekin. Hûn zanibin ku partî jî we efû nake. Partî, mirovê bisernekeve, mirovê di her cihî de nemeşe, nikare pêre bimeşe. Mirov di nava partiyê de li ser hevalan xwe neke bar. Mirov xwe bihêle ji bo bar rake, xwe nexe bar. Barê gel sivik bikin, ne xwe li ser gel bikin bar. Bawer im hûn wiha partiyê fêhm dikin, wiha li ser disekinin. Em dîsa ji we tevan re serkeftinê dixwazin.
Rêbertiya Partiyê
15 Tîrmeh 1993
- Ayrıntılar