Jiyana rêxistinkirî, kamilbûna bîrdozî û polîtîk, bûna xwedî şêwaz, uslûb û tempoyê, weke leşkerekî/ê bûna xwediyê taktîkên serdemê. Ger ev hemû pêk hatin, tu yê bibî xwedî çalakiyeke mezin. Wisa mînakê çalakiyeke ku hedefê wê qet ne diyar e, derfetên daringî yên partiyê belawela dike û nediyar e ka li dijmin dixe yan na; ne çalakiya mezin e. Çalakiya mezin di rêhevala Zîlan de wateya xwe peyda kiriye.
Bersiva jiyana mezin çalakiya mezin e.
“Ji ber ku ez ji jiyanê û ji mirovan pir hezdikim, ez dixwazim vê çalakiyê pêk bînim.”
“Hezkirina min ziwa bûye, êdî ez dilteng bûme.” Em hemû mirovan deynin aliyekî, li hember hevalên ku bi hev re dixebitin hezkirin û rêzdariya wî nîn e. Heta xebateke rast jî nîn e. Nediyar e ka dixwaze xwe, yan dijminê xwe, yan jî wan pûtên di hûndirê xwe de bije. Kêfî, xwedibînî, çemkên nebes, ev kesayetiyên ku xwediyê çalakiyên wisa ne nayîne bexşandin.
Ez eşkere dibêjim:
Ger ez ji vê rêhevalê re girêdayî bimînim, ên ku bi jiyanê ewqas dileyîzin, rêzdarî û hezkirina wan li hember jiyanê nîn e, di navbera jiyan û çalakiyê de, di navbera bîrdozî, rêxistinî, xebata ramyarî û şêwaza partiyê de pêwendîdariyê çênakin, peydabûna wan di nava PKK’ê de heqaretek e. Ger girêdayîna me bi nirxên pîroz ve hebe, pêwîst e ku hindek encam bêne derxistin. Yek ji tayên porê xwe hetanî kaboka piyê xwe bi rengekî ku tiştek lê nemîne, dê xwe di hûndirê agirê azadiyê de bihelîne, tu jî bi bêşermî û bêdiltengî gelek nirxên partiyê re çawa ku dixwazî bileyizî; çemka te ya çalakiyê seqet e, çemka te ya rêxistinê seqet e, çemka te ya taktîkê seqet e, li hember şêwaza xebat û jiyanê bêrêzdar bî, anirî bî, bêmoral bî, bêviyan bî û piştre jî tuyê rabî û di hûndirê partiyê de peyda bibî! Di bingeh de ev ji bo mirovayatiyê xwekuştiniya herî xirab temsîl dikin. Xwekuştiniyê çêtir dibînin û xwekuştiniyê li ser me diçespînin. Ev çemka xwekuştinê ya dijmin e. Bîrdoziya dijmin, kesayetiya dijmin û şêwaza dijmin e. Kesayetiyên we yên heyî li ser navê dijmin di nava partiyê de di hûndirê êrîşkariyeke xwekuştinî de ne. Mezinahiya Zîlan di vir de ye. Li hember vê hostatiya mezin û egîdiya mezin, bi rengê lêxistina derbeya kuştinî diçespîne. Ev rêhevala me kêm-zêde di nava rasteqîna partiyê de ka çi çi ye karibûye şirove bike. Ewqas daneheviya nirxên mezin di nava partiyê de dana şerkirin, tiştekî awarte ye.
Nameya ji bo min hatiye nivîsandin, dema ku bersiva xwe pêwîst dikir, dikare bersiveke bi rengê hezar rûpelan peyda bike, lê dîsa jî ne bes e. Ev rêheval ji hemû PKK’yiyan re dibe soz. Ji hemû pakrewanan, hêzên şer û eniyê, hevalên girtîgehê û mirovayetiyê re dilsoziya xwe diderbirîne. Soz dide ku dê layiqî hemûkanbibe. Li hember vê divê hindek gotinên we jî hebin. Ezê di radeya hêza xwe de hewl bidim ku bibim layiq û pêwîstekan bînim cî. Lê hûn ê jî, gelo li ser navên xwe, bêyî ku bikevin durûtiyê hûn ê karibin hinek tiştan bikin?
Wekî din jî bi hîtabkirina gel, partî û jinê re jî nirxandinên xwe hene. Baş e, hûnê çawa bersivê bidin? Çawa ku min got, herî zêde du salan şer kiriye û hatiye rewşa şervana herî milîtan a partiya me. Ev rêhevala me rastîna xwe wisa dahênan û îspat kiriye. Baş e hûnê çawa rastîna xwe dahînin? Ezê dîsa tiştên ku pêwîst dikin bînim cî. Jixwe zêdetir jî tiştan ji min naxwaze.
“Ji ber ku te her tiştî daye çêkirin û em ku canê xwe jî bidin, ji bo bersivê nebes e. Me dixwest ku em karibin zêdetir bidin.”
Ezê zêdetir jî bikim. Dikim jî. Ezê bêeman bikim. Zêde pêwîstî nîn e ku ez vê bînim ser zimên jî. Di hemû gelşên ku destnîşan dike de careka din kûranî, careka din hêza çemkê, hêza rêxistinê, hêza çalakiyê û careka din hêza pêşxistina jinê, hêza azadkirinê, hêza hezkirinê, hêza dana hezkirinê bi min bêsînor e. Min vê yekê bi taktîkên pir di cî de daye çêkirin ango min bi behremendiyeke erjeng pêk aniye. Lê ez li ser navê we li ber we dikevim. Bi rastî jî fikarên min hene. Niha li vê derê Zîlan tenê ne dijmin qehr dike, di heman demê de hûn jî hindek şoke bûn. Ger di nava we de yên ku şoke nebûne hebin, wê demê ev nîşan dide ku zêde eleqeya we bi mirovayetiyê re nîn e. Ên ku li hember mezinahiyeke wisa nehejiyabin, hetanî nava mixên xwe nelerizîbin û wate pê nedabin, divê ji PKK’yiya wî/ê, welatparêziya wî/ê, milîtantiya wî/ê û heta mirovayetiya wî/êguman bê kirin. Ezê bi rabihîstina gumanê tenê nemînim, ji niha şûn de weke pîvaneke bingehîn bigirim û bi gora wê bidarezînim. Em nahêlin ku kes bi nirxên pîroz ên gelê me û mirovayetiyê bileyize. Kesayetiya ku şer dike û çalakî li kû derê be em jî li wê derê ne.
Fermandar Zîlan rêheval e. Neferên fermana wê jî em in. Bi gotineke mînanî “bi nêzîkatiyên me yên netebitî, kêm, xafiltî, tirsonek, bêrêxistinî, bêpîlan û bêmoral” me vala derxist, kêmasiyeke mezin e. Ev nikarin bibin weke bersivên çalakiya Zîlan. Ger rêzdariyek, hêza dilsoziyekê hebe, ger hêza we ya ji gotinekê re bi gotinekê bersiv dayîn hebe, ger hebe biryarmendiya we ya dawîanîna şerperzeyiya ku hûn dijîn, tenê wisa dikare were îspatkirin.
Ez çima ewqas li piyan dimînim? Ji ber ku gotinên min ên mezin ji ewqas pakrewanan re hene. Ma çi tiştê dî dikare ewqas min li ser piyan bihêle?
Ên ku ez li piyan hiştime pakrewan in.
Piştre daxwazî û xwestekên gel in. Ji dijmin tolhildan e. Tenê ev dikarin mirovekî/ê li piyan bihêlin. Ger hûn ji van pêmen bin, ji ber ku hûn dikevin ev rewşên ku ez qal dikim. Tenê ji vê pakrewanê re dilsozî jî, dikare mirov bike berxwedêrek mezin. Ma ev ne zelal e? Hûnê her roj soz bidin û bibêjin “dîsa me hedar nekir, em li piya neman, em xira bûn, parçe bûn, qetqetî bûn û me wenda kir.” Li hember kesayetiyeke wisa mezin ev, bêşermî ye.
Ma hêza we ya sozdayînê heye?
Ez ji bo zilaman dibêjim, zilamtî di wateya arişenî de, ji bûna hebûniyeke zayendî wêdetir, weke nirxekî moral, bêtir tê wateya girêdana bi gotinê ve. Di vê bingehê de zilamtiya xwe bi jinantiya Zîlanê re bînin ber hev; dê derkeve holê ku yên ku rewşa herî jinaniyê dijîn hûn bi xwe ne. Di bingeh de ev pêşbîniya min her ku diçe tê rastandin. Ger ji libateke herî egîdî û zilamtiyê were qalkirin, ev wisa tê îspatkirin.
Rexne bêtir li ser we ne. Hûnê tengav bibin. Jixwe hûn tengaviyê dikişînin jî. Pêwîstî heye ku sererastkirineke mînanî ji vê rêhevalê re soz bide, sazbarî û hêza jiyanê bide qezenckirin pêk were. Ev rêhevala dibêje, “ez dixwazim bibim remza berxwedaniyê.” Hûn li ser piya ne û derfetên we zêdetir in. Çalakmendiya rastîn ev e. Bûna xwedî jiyaneke mezin ev e. Ev zêdetir jî ji we re pêwîst e. Ger hûn nebin xwedî pêwîstekên vê, em rojekî jî we nadin jiyandin.
Bangawazî û name her yek manîfestoyek e û emê pêwîstekên wê bînin cî. Weke milîtanên ku bi nirxên mezin ve girêdayî ne bijîn û weke xwediyên çalakiyê mezinahiya xwe îspat bikin ku, em zanibin ka em bi kî re bi rê ve diçin. Jixwe yên ku wisa bi nirxan şer dikin nîn in. Ji ber vê yekê divê em beriya dijmin we çareser bikin. Bi vê wateyê Zîlan ew rêheval e ku bi min re herî baş bi rê ve diçe û vê pêk tîne. Bi vê re ketina nava nakokiyê û pê leyîstin nabe.
Destnîşan dike ku, divê gel di vê pêvajoya nêzîk de bigihîje serkeftinê. Dibêje ku PKK êdî ber bi serkeftinê ve diherike û xebata Serokayetiyê serkeftinê nêzîktirîn dike. Ev ne ew axaftin in ku vala hatine gotin. Ev, ji min bigirin hetanî we hemûkan, weke rojane ew peywir û ferman in ku pêwîst e bêne cî.
Dilsoziya nirxan divê bibe soza me ya yekane ya namûs û rûmetê.
Ger em tenê di vê bingehê de bi soza xwe ve girêdayî bin, gelê me ew yeka ku tevahî cîhan were ba hev, alîkarî pê bide, lê nekarîbe bide qezenckirin, em dikarin wê bi dilsoziya xwe bi dest bixin û evê bide qezenckirin. Ev alîkariya herî mezin, bi vê sozê ve girêdayî jiyîn e. Ger tê xwestin serkeftina gel were pêkanîn, alîkariya ku herî zêde pêdiviya me pê heye, bicîanîna pêwîstekên vê sozê ye. Hûn partiyî her ku pêwîstekên artêşa gel pêk bînin, dê wêrekiya gelê me zêdetir bibe. Ev di heman demê de dê bihêle ku hemû dostên mirovayetiyê şerê me fêm bikin û pê ve werin girêdan.
PKK, wisa xwedî bi sedan pakrewanan e. Dîsa pakrewanên xwe yên jin ên azad hene. Her wekî mirovayetî bi van mînanî nan û avê pêdiviya xwe heye. Lê hindik maye ku werin ji bîr kirin. Da ku neyên ji bîr kirin, împeryalîzm ew anîne halê nenasînê, di jiyana mirovayetiyê de bibine hêviyek, bibine roniyek, bibine vejînek û soza ku me daye pêk were, di nava partiyê de û di şerê rizgarî ya netewa gelê me de divê ev pêk were. Bi palpiştiya împeryalîzmê ku tê xwestin nirxê vê rêhevala me daxistî were nîşandan, wateya xwe jî di virê de ye. Me tenê ne faşîzma Tirkan, texrîbata mezin a împeryalîzmê ku li ser jiyanê daye çêkirin bi berxwedêriya mirovayetiyê pêşwazî kir. Belkî jî ji bo vê yekê me tam têkoşîna xwe nedabe, weke ku me dixwest nenivîsîbe û xêz nekiribe, lê eşkere ye ku ev wisa ye.
Divê em Zîlanê ber bi mirovayetiyê ve veguhêzin. Divê em bi pêkanîna serkeftina partiyê, ciyê ku gelê me di nava malbata mirovayetiyê de maf kiriye, bi girtina wî ciyê û vê bi tîpên zêrîn nivîsandinê îspat bikin. Dîrokeke mezin, pakrewanên pîroz û di nava partiya me de nirxên mezintirîn mînanî vê hene.
Her ku di nava partiya me de nirxên wisa rewneq peyda dibin, di aliyê din de kêmbûnî û kêmasiyên ku têne jiyandin têne çi wateyê? Çalakî, kesayet û helwestên weke ku li ser navê dijmin xwe diçespînin hene. Dîsa şêwaz, tempo, uslûb û paşverûtiyên mezintirîn tenê û tenê hêz didine dijmin. Hûnbi tenê di nava berxwedaniyeke mezin de dikarin xwe îspat bikin. Qet li çep û rast nexin. Egerên wê bi virê û wirê ve girê nedin û di hûndirê şêwaza ku dide qezenckirin de peyda bibin. Ji ber ku Zîlan di çalakiya xwe de vê yekê bi zelalî tîne ziman. Ger sozeke ku hûn bi min bidin hebe, dîsa sozeke we ya ku hûn bi jina azad bidin hebe, ku hinek dibêjin em hez dikin, em jin dixwazin, wê demê bila li gor vê sozê bin. Niha hûn baştirîn fêm dikin ka ez dixwazim çi bibêjim.
Jina azad dixwaze xwe wisa bide afirandin. Ji daxwaziya jina azad re bi partîbûniyeke çawa, bi rêxistiniyeke çawa, bi şervantiyeke çawa, bi hezkirineke çawa, bi çemka serkeftina çawa bersiv bê dayîn? Va di çalakiya Zîlanê de ev gihîştiye pênaseyê. Niha ezê xwe bi vê ve bidime girêdan an na, bi wan hindek daxwaziyên we yên ku çi ne nediyar in ve? Ji min çi dixwaze ezê bibim layiqê wê. Hûn wekî din nikarin tiştekî dî li ser min biçespînin.
Derketiye holê, ka jin jî zilam jî pêwîst e bibine xwedî jiyaneke mezin a çawa. Jiyan û hezkirineke çawa tê xwestin; ev derketiye holê. Hûn bibêjin “na ev bûyerên jirêzê ne, yên me jî l.i gor me çemka me ya jiyanê heye” dê gumana min ji vê hebe. Ji ber ku çalakî û çemka PKK’ê ya ku dijmin dihejîne û bi erdê ve dike yek ev e. Lê çemka we ya çalakiyê, hêz dide dijmin. Wê demê herin li ciyekî dî rêxistina xwe ava bikin, lê di nava PKK’ê de nejîn. Me biryar daye ku emê wisa bijîn û em dixwazin vê biryarê bi çalakiyên erjeng îspat bikin. Em ji civata milîtanan in. Ji bo vê me serî daniye. Ên ku hemû dilên xwe, coşa xwe, azîma xwe û zanebûna xwe danîne rastê hene. Wê demê ezê çima we bipejirînim? Ger hûn bi heterî xwe biçespînin, wê demê dê ji we re bê gotin ku hûn ji eniya dijber, ji eniya xwekuştiniyê tên.
Emê derbasî parastinê bibin. Emê nirxên xwe li dijî hemû çemk û helwestan biparêzin. Çi kesên ku hene bi rengê kirêt, bêrêxistin, bêmoral, bêçalakî, biqeyran, bêpîlan, xwedibinî, kêfî, devjixweberdayî, çavên wî/ê dijmin nabînin, dîrokê rast fêm nake, baweriya wî/ê bi serkeftinê tune, bi coşa serkeftinê nepijiyaye; di nava refên me de kî/ê rast nêzikî me nabe, emê jê re bibêjin “bisekine!” Emê bibêjin, tu sîxurê neyekser ê dijmin î.
Dibêje “ez jî wisa me!” biteqize here! Ji ber ku egîd hene, em riya wan vedikin. Nexwe dê heyf û mixabin be ji vê egîdê re. Dê kî/ê maf bide? Emê bi van nêzîkatiyên we karibin maf bidinê? Ger em maf pê nedin, emê bibin hevparê tawanbariyê. Ti hêz nikare ji bo vê tengaviyê li min bike. Ez nehêlim toz bikeve ser navê egîdan. Min va yeka gelek caran got û careka din dibêjim. Ezê her cure xizmetê ji we re bikim, lê pêwîstiyên girêdana bi nirxên pîroz neherifînin. Nekevin nava wan helwest û libatên ku bîranînên van rêhevalan diherifînin. Wekî din em ji we tiştekî dî naxwazin.
Di dîrokê de qiblegeh, perestgehên pîroz û di hûndirê wan de xweda ango xwedawend hene. Peyhatî û endamên wan jî di rojên guncav de diçin û xwe dihewînin wan perestgehan, secde dikin, lavelav dikin û dibêjin “me bibexşîne!” Ev rêheval jî rêhevalên wisa ne. Weke ku hûn bikevin perestgehekê hûnê di hizûra wan de xwe bitewînin, secde bikin, bexşînê bixwazin, hêz bigirin û xwe paqij bikin.
5 Temûz 1996
- Ayrıntılar
Têkiliya di navbera xweza û civakê de yek ji mijarên sereke ye, Ilmê Civakî li ser zêde disekine. Tevî ku bandora hawîrdorê ya li ser civakê eşkere ye jî wek mijar hê nû dikeve ber destê felsefê û lêkolînên zanistî. Piştî ku sîstema civakî bandora wê ya di asta felaketê de li ser hawîrdorê derket holê, bal kişiya ser vê mijarê. Dema li ser çavkaniya pirsgirêkê were rawestîn, wê sîstema civakî ya serdest ku bi awayekî xeter ketiye dijberê xwezayê, wê derkeve pêşiya me. Mirov çendîn li hemberî xwezaya hawîrdora xwe xerîb ketiye û biyanî bûye, nakokiyên wî yên civakî û şer zêde bûne. Ev di çavkaniya nakokiyên hundurîn ên civakê de ku bi hezarê salan dewam kirine, eşkere xuya dike û ji aliyê zanistî ve jî ev yek her roja diçe zelal dibe. Di roja me ya îro de sir û şîfreya serdestiya li ser xwezayê ew e ku hemû çavkaniya zevt bike û bêeman bimije. Behsa hovîtiyên xwezayê têne kirin, ji sedî sed rast nînin. Însanê li dijî cins û cûreyê xwe hov bûye, li dijî xwezayê jî bi awayekî xeter hov bûye, ev yek jî bi pirsgirêkên hawîrdorê eşkere li ber çavan e. Ti cins û cureyî bi qasî mirov heywan û nebat tine nekirine. Eger mirov bi vî awayî û lezê karê tinekirinê dewam bike, li dawiyê wê mirovekî bûye dînazor û nifşê wî diqede bimîne. Eger bi vî awayî mirov bi lez zêde bibin û teknolojiyê xirab û hilweşînkar bixebitîne û pêşî lê neyê girtin, di demek pir kin de wê jiyana mirov bigihîje qonaxekê ku êdî nemeşe. Tevî vê rastiyê, şerê di nava civakê de zêde dibin, awayên herî xeter ên rêveberiyên polîtîk, zêdebûna bêkariyê, dûrketina civakê ji nirxên moralê û mirovatiyeke robotwarî wê bibe dînazor. Heta qonaxên pêşketina civakê rast neyên destnîşankirin, wê şerên kevneşopî yên netew, çîn û medeniyetan, bi awayekî rast û teorîk neyên ravekirin û çareseriyê neyên dîtin. Eger sosyolojî bi qasî “dîn” jî nikaribe bersiva pirsgirêkên îro bide, divê hemû sazî û dezgehên zanistî bikevin lêpirsînê. Eger zanist ev çend pêş ketiye çima ev dînîtî û hovîtî? Tê zanîn, bîlanço û encamên xwînrij ên sedsala 20. eger em rûbirû bikin, qat bi qat ji tevahiya dîroka mirovatiyê zêdetir e. Lewra em dikarin bibêjin di avahiya zanistê de kêmanî û çewtiyên ciddî hene. Dibe ku çewtî di tespîtên zanistê de nebin, di bi karanîn û rêvebirina wê de be, lê ev jî zanyaran, zanistê û saziyên wê ji berpirsiyariyê xilas nake. Bêguman ev der hûrûkûr cihê guftû-gokirina vê mijarê nîne. Bi bîr û baweriya min, rewşa zanyar û saziyên heyî, hem ji aliyê exlaq û hem jî ji aliyê baweriyê ve, ji rew-şa rahîbên li bindestê melîkên destpêkê yên Misir û Mezopotamyayê paşdetir e û bêberpirsiyarî ye. Olên li ser kevneşopiya Îbrahîmî û peyxemberên wan ên li dijî nifşên Fîrewin û Nemrûdan serî rakirin, ji aliyê exlaq û baweriyê ve di pêşketina mirovatiyê de roleke bi kêr lîstin. Ev rol aliyê erênî yê kevneşopiya rehîban e. Ilimdarên di bin fermana desthilatdariyê de timî amûrên qirkirinê didin desthilatdaran û herî dawî jî atom li nava serê mirov xistin. Eger welê be, di têkiliya zanist û desthilatdariyê de çewtiyeke xeternak heye. Em dikarin zanistê wek berhemekî herî hêja yê civakê bibînin, lê bi sedema ku ew çend rê li ber felaketan vekiriye, em nikarin rave û şîrove bikin. Lewra em nikarin saziyên zanistê û zanyaran bi vî awayî qebûl bikin û heta li wan biborin. Em heta vê nakokiya pêştir rave nekin, lêpirsîna me ya sosyolojî û hemû zanistên din jî tê fêmkirin. Em eger tespît nekin, ka sîstemê lîstika mezin di ku de lîst, çewtiya bingehîn di ku de da kirin û siberoj û bergiya mirovatiyê çawa xist pêvajoyeke nediyar, em çiqas teorî û pratîka rizgarî, wekhevî û azadiyê bikin di encamê de emê dîsa bibin karkerekî sîstema civaka serdest.
Di parêznameya xwe de îdîayeke min a girîng ew e; ezê vê nakokiya sereke ya di bingehê şaristaniya Ewrûpayê de nîşan bidim ka çawa rol lîstiye. Ev nakokiya sîstemê heta baş neyê ravekirin wê çewtiyên din ên xeternak destnîşankirina wan kêm bimîne. Sîstema Rojava xwe ji sîstemên din hemûyan dikare bi hostayî veşêre û vedize. Sîstema herî zêde dikare bi propagandayê zêhniyet û moralê belovajî bike. Bihêlin nûneriya wê ya serdema herî azad, hîç zehmet nîne em îspat bikin, nûneriya serdema koletiya hemdem dike. Lew-ma min hewce dît, ez rengên civakan li gorî xwe bihûnim. Min li gorî xwe serî li şêwaz û awayekî watedar ê ravekirinê da.
Meqseda min ji civaka xweza ev e; cins û cureyê mirov piştî ku ji prîmatan qut bû, komên mirovan sîstemek meşandin heta civaka hiyarerşîk. Pêvajoya piştî prîmatan dest pê dike û heta civaka hiyarerşîk dewam dike, civaka xwezayî ye. Ev sîstem a komên mirov e. Bi gelemperî ev komên mirovan ên ji 20-30 kesî wek klan têne bi navkirin û bi sedema alav û amûrên ji keviran bi kar anîne jî wek serdema mirovatiyê ya Paleolotîk û Neolotîk jî tê bi navkirin. Ev komên mirovan di xwezayê de nêçîrê dikin, gîha û pincaran berhev dikin û çi hazir dibînin xwe pê xwedî dikin. Bi gotineke din, debara xwe bi hebûnên amade yên xwezayê dikin. Hinekî mîna cinsên heywanan ên dişibin wan xwe xwedî dikin. Lewra em nikarin behsa pirsgirêkeke civakî bikin. Klana me, wê timî lêkolîn bike; dema bibîne wê yan berhev bike, yan jî nêçîrê bike. Her ku alet û amûran vedibîne, agir keşif dike, berhemên wan zêde dibe û wek cins pêş dikeve û bi lez ji prîmatan dûr dikeve. Rêzik û pîvanên beridandin û tekamulê pêşketinê diyar dike.
Mijareke din a derbarê civaka xwezayî de were pirsîn, şêwazê îfade û zêhniyetê ye. Mirov di kîjan qonaxa zihnî de şekil wergirtiye, mijarek e, hê jî girîngiya xwe dewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê pêştir mirov cih bide zêhniyetê, yan jî avakirin û amûran? Bersiva vê pirsê girîng e. Tevahiya dîrokê, di binê lêgerîna felsefeyên meteryalîst û îdealîst de ev mantiqê dualî heye. Sînorê herî dawî yê zanist gihîştiyê “kûantûm” û “Kozmos” dîtinên gelek balkêş ji me re pêşkêş dikin. Kûantûm wek pirtikên jêr atomê û pêlên fîzîkî qadên nipî nû li me vedikin. Bi vî awayî tespîtên cuda têne kirin, ji hiskirinê heta tercîhên azad, di heman demê de bûyîna du tiştên cuda, ji ber xwezaya mirov, pîvana mirov nikare ti car xwe ji nediyarbûnê xilas bike. Têgihîştina maddeyên bêruh û hişk bi temamî li aliyekî din têne hîştin. Berovajî gerdûneke heta dawiyê zindî û azad derdikeve pêşberî me. Di vê nuqteyê de sirra bingehîn bi taybetî di mirov de dijî. Em behsa îdealîzmê û subjektîvîzmê nakin. Em nakevin guftûgoyên felsefî yên têne zanîn. Em serwext dibin ku li gerdûnê ev çend cihêrengî li sînorê kûantûmê diqewimin.
Em dibînin, êdî ji pirtikên atomê jî wêdetir, di gerdûna pirtik-pêlan de bûyerên diqewimin, bi taybetî “zindîtî” her cureyê hebûnê pêk tîne. Em dema behsa pêderxistin û hiskirina kûantûmê dikin ev vê rastiyê destnîşan dikin. Bêguman ev çend cihêrengiya xwezayê bi mejiyekî mezin û tercîheke azad dibe. Ji maddeyeke bêruh û hişk çawa ev qas nebat, çîçek, ruhber û mejiyê însan zêde dibe. Her çend tê gotin, metabolîzma ruhber ji molekulan pêk tê jî, em heta bûyerên ji molekulan, atom û pirtikên atomê, sîstema pirtik-pêlan wêdetir rave nekin, gengaz xuya nake ku em karibin cûrbecûrî û cihêrengiya xwezayê rave bikin. Bi heman awayî em dikarin kozmosê jî analîz bikin. Li ser sînorê dawî yê gerdûnê (eger hebe) bûyerên diqewimin dişibin bûyerên di kûantûmê de pêk tên. Di vir de têgihîştina gerdûneke zindî derdikeve pêşiya me. Gelo gerdûn bi xwe, nabe ku bi zêhn û maddeya xwe hebûneke zindî be? Di kozmolojiyê de ev pirsek e, her ku diçe zêdetir tê guftûgokirin.
Ji bo mirovê di navbera kûantûm û kozmosê de radiweste em dibêjin “mîkro kozmos”. Axir tu dixwazî her du gerdûnan; kûantûm û kozmosê fêm bikî, li mirov serwext bibe û ji hev derbixe! Ya rastîn mirov navika hemû pêhesîna ye. Çiqas agahî û zanebûnên me hene berhemên mirov in. Ji kaûntûmê heta kozmosê di hemû qadan de agahiyên me mirov pêş de birine. Ya divê em lêbikolin pêvajoya pêhesîna mirov e. Ev bi maneyek din, dîroka tekamul û beridandina gerdûna me ya 20 mîlyar salî ye ku temenê wê bi qasî hatiye pîvan. Bi rastî mirov kozmosekî mîkro ye. Ji ber ku di wî de sîstema kûantûmê dimeşe. Em ji pirtikên jêr atomê û pêlan heta molekulên DNA yên pêşketî, beridandina dîroka maddeyê dibînin. Her wiha ji qonaxa herî jêr a nebat û heywanan heta qonaxa pêşketina mirov, hemû pêvajoyên pêşketinên dîrokî mumkîne werin dîtin. Bi awayekî ilmî baş hatiye dîtin ku genê mirov di hemû qonaxên biyolojîk de xwe dubare dike û mezin dibe. Qonaxên pişt re bi civak û beridandinê temam dibe. Bi beridandina civakê re jî zanistê digihîne qonaxa îro. Lewra hukmekî ilmê ye, ku dibêje; mirov xulase û kurtasiyeke gerdûnê ye. Eger em şîroveya xwe ya li ser mirov berfireh bikin, em dikarin îdeaya hin faraziye û hîpotezan bikin. Eger di hemû materyalên mirov pêk anîne de zindîtî, pêhesîn û taybetiyên azadiyê nebûna, wek encama van hemû taybetiyan însan jî wê li cem pêhesîn, zindîtî û azadiyê pêş neketa. Ji tiştekî neyî, tiştekî nû dernakeve. Ev têgihîştina me ya maddeyên bêcan pûç dike. Bêguman organîzasyonek mîna cureyê însan û civak nebe, hebûnek xwedî agahî pêş nakeve. Lê belê di vê organîzasyon û civakê de meteryalên rol dilîzin, xwedî taybetiyên agahî, pêhesîn, watedarî û azadiyê nebin, agahî û zanebûnê jî nikaribin pêk werin û ev dabaşeke tê fêmkirin. Di cewherê xwe de eger tiştek nebe, çima were afirandin? Li gorî vê nirxandinê, ne bi bandorên sivik ên ji xwezaya der ve û ne jî mirov bi awayekî Descarteswarî dibe xwedî agahî, van herdu şîroveyan jî piştrast nake. Fikir û dîtina nêzî rastiyê ew e, ku taybetiyên di gerdûna kûantûm û kozmosê de diqewimin di mirov de jî têne jiyîn. Bêguman ev gerdûn di çarçoveya rêzik û pîvanên xwe yên xweser de dimeşe. Gerdûn di mirov de têne ziman. Encama ji vê tê derxistin ew e ku eger mirov baş were analîzkirin wê gerdûn jî baş bê fêmkirin. Di felsefeyê de hukmê “xwe bizanibe” vê rastiyê îfade dike. Xwezanebûn bingehê hemû zanebûnan e. Lewra zanebûnên bêyî xwe bizanibe werin bidestxistin ji rê derketin û fikirsabitbûnê zêdetir tiştek nîne. Ji ber vê yekê, tevger û saziyên xwenizan ên di civaka mirov de derketine, bûne xwedî roleke serhişk û belovajî. Mirov dema nebe xwediyê agahî û zanebûna xwe, li derveyî vê zanebûnê hemû sîstemên civakî yên têne avakirin dibin sedemên nakokiyên anormal û bûyerên xwînrij, karektera wan a mijok jî bi sedema vê agahiya serhişk û sabit e. Eger welê be, wê demê pêvajoya pêşketina xwezayî ya civaka mirov tê qebûlkirin û wexta em dibêjin; ev yek jî divê bi agahiya mirov bi xwe be, em qanûna bingehîn a gerdûnî yanî qanûna civakî destnîşan dikin.
Li ser hîmê vê feraziyê, emê karibin çi li ser agahiya mirovê civaka xwezayî û agahiyên wî yên derbarê xwe de bibêjin? Mirovê civaka xwezayî klanê ku endamê wê ye, herî kêm wek hemû endamên din ên klanê bi pîvana parastin û hebandinê ya “bêyî wê nabe” girêdayî ye. Her endamê klan û qebîleyê ji yê din jiyaneke cihê û payeberz nafikire. Jiyaneke li derveyî klanê jî nafikire. Dikare nêçîrê bike û heta dikare mirovxuriyê bike. Lê ev hemû ji bo klan û qebîleyê tên kirin. Pîvana di nav klanê de “yan hemû yan hîç” e. Agahiyên derbarê civakê de hemû van taybetiyên klanan destnîşan dikin. Hebûn û şexsiyetek in. Hukum û şexsiyeta ferdan li derveyî klanê nayê fikirîn. Girîngiya klanê di bingehê destpêk û bûyîna şêwaza mirov de heye. Civakeke ku tê de çîn, hîyarerşî, mêtingerî û serhevrebûn nîne. Bi mîlyonan sal meşiyaye. Ji vê mirov dikare encameke wiha derbixe; cinsê mirov wek civak têkiliyên xwe demeke dirêj bêyî serdestiyê bi pîvana piştgiriyê rê ve biriye. Xwezayê wek “dayikek” di himbêza wê de mezin bûye, di mejiyê xwe de bi cih dike. Di nav xwe û xwezayê de tevdebûn pîvaneke bingehîn e. Sembola têgihîştina li klanê totem e. Dibe ku totem ye-kemîn têgîna mucered û ne berçav a sîstemekê be. Ev nîzam ku wek dînê totem jî tê nirxandin pîrozbûna destpêkê û sîstema tabûyan ava dike. Klan xwe bi sembola totem pîroz dike. Bi vê rê, cara pêşîn têgîna exlaq jî dikeve jiyana mirov. Pir baş serwext e, eger koma kla-nê nebe jiyan dewam nake, wê demê hebûnên civakî pîroz in, divê wek nirxên mezin bêne sembolîzekirin û stû ji wan re were xwar-kirin. Baweriya dînî jî hêza xwe ji vê çavkaniyê werdigire. Bi vî awayî dîn dibe yekemîn forma têgihîştina civakî. Ew û exlaq hevdu temam dikin. Ji zanebûn û têgihîştinê ber bi baweriyeke hişk ve diçe. Têgihîştina civakê êdî bi forma dîn dimeşe. Dîn bi vê taybetiya xwe, dibe hafiza bingehîn a civakê, çavkaniya exlaq û kevneşopiyeke bi bingeh. Civaka klanê, bi pratîka xwe çendîn zanebûn û têgihîştinê pêş de dibe vê yekê hemû bi totem yanî bi qabîliyeta xwe ve girê dide. Wek sembol totem û di rastiyê de jî koma mirovan her diçe serketinê bi dest dixîne û pê re pîrozkirina serketinan tê. Pîrozkirin qûtsiyetê û qûtsiyet jî dibe hêza civakê. Pîrozbûna bi hêza civakê pêk hatiye zêdetir xwe eşkere bi sêhr û efsûnkariyê nîşan dide. Asta têgihîştinê dikare xwe bi efsûnkariyê bixe pratîkê. Sihirbazî jî dayika zanistê ye. Jin bi sedema timî li xwezayê temaşe dike, zayînê nas dike, jiyanê dibîne û ev yek wê dike zana û hozana civakê. Ji ber vê rastiyê ye, sihirbaz û efsûnkar bi piranî jin in. Bi sedema xebat û tevgera xwe di civaka xweza de çi diqewime, çi dibe, herî baş jin fêm dike. Ji vê serdemê, li ser hemû berhemên hatine verotin û niqirandin şopên jinan hene. Klan yekîtiyek e, li dora jina dayik pêk tê. Zarokanîna jinê, nertina wê li zarokan û bi sedema nebatan baş berhev dike, ew dikare baş xwedî jî bike. Zarok tenê dayikê nas dike, hînê mêr wek milk li ser jinê xwediyê tesîrekê nîne. Nedihat zanîn jin ji kîjan mêrî ducanî dibe, lê dihat zanîn zarok ji kîjan jinê dibe. Ev mecbûriyeta xwezayî, hêza civakîbûna xwe dispêre jinê jî nîşan dide. Peyvên di vê serdemê de bûne têgîn bi piranî mê ne, û ev jî vê rastiyê îspat dikin. Di vê serdemê de şervanî û serdestiya mêr, paşê bi nêçîra heywanên xurt derdikeve pêş. Mêr bi taybetiyên xwe yên bedenî û fizîkî diçe dûr nêçîrê û neçar dimîne klanê ji xeteran biparêze. Ev rolên mêr ên diyarker nînin, sedemên tepisok mayîna wî jî rave dikin. Di nav klanê de têkiliyên taybet hê pêş neketine. Berhevkirina nebatan û nêçîr a her kesî ye. Zarok ên hemû qebîlê ne. Ne mêr û ne jî jin hê taybet nebûne. Ji ber van taybetiyên bingehîn ji civakê re tê gotin civaka seretayî ya komînî.
Wek encam em dikarin bibêjin; forma klanê û awayê wê; zemînê pêşketina têgînên bawerî û zanebûna bingehîn in, di heman demê de bîr û hafiza seretayî û derketina civakê ye. Di klan û qebîleyê de civakeke têkûz a xwe spartiye hêza jinê û hawîrdora xwezayî heye. Mirovatî hebûna xwe bêyî mêtingerî û zordestiyê, bi piştgiriya hevdu dimeşîne. Bi gotineke din mirovatî ji van nirxên bingehîn pêk tê. Ev tecrubeyên civakî yên bi mîlyonan sal ajotine ji dest neçûne, jixwe fikirandineke berovajî tewş û beradayî ye. Di xwezayê de weke ku ti tişt wenda nabe, di şêwazê hebûna civakê de ev rastî hêza xwe hê zêdetir dewam dike.
Yek ji dabaşeke girîng ku zanistê tespît kiriye; pêşketinên pişt re dibin ên beriya xwe jî di hundurê xwe de dihewîn in. Rast nîne ku tê gotin; dijber hevdu tine dikin û bi vî awayî pêş dikevin. Li gorî rêzika diyalektîkê tez û antî-tez di sentezê de hebûna xwe di nav dewlemendiyeke mezintir de dewam dikin. Hemû tekamul û beridandin vê rêzikê piştrast dikin.
Pêşketina nirxên serdema klanê di nav sentezên nû de dewam dikin. Eger îro jî têgînên wekhevî û azadiyê wek du têgînên bingehîn werin naskirin, ev yek bi saya jiyana serdema klaniyê ye. Wekhevî û azadî bêyî bibe têgîneke mirov lê serwext bibe, bi awayekî xwezayî di şêwaza jiyana klan de veşartiye. Ev têgînên bi dizî di bîr û hafiza mirovan de dijîn, dema bêne wendakirin, wê dîsa bi derbên xurt xwe wek pîvanên bingehîn ên civaka pêşketî ferz bikin. Wexta civak ber bi saziya dewlet û hiyarerşîk ve biberide û biçe, azadî û wekheviyê bi dijwarî van saziyan bişopîn in. Ya rastîn a dişopîne di cewherê xwe de civaka klanê bi xwe ye.
- Ayrıntılar
- Di gotareke xwe de hun dibêjin “bêyî ku ez xiyanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê bikim, hetanî vir hatim”. Gelo ma ev xeyal hîna didomin û bi pêş dikevin?
- Rêber Apo: Tiştê ez behsa xeyalên xwe yên zarokatiyê dikim, tiştên baş hizirandin, tiştên baş têgihiştin her dem ê xwezayî, yê tê hezkirin, hevaltî û aştî hêvîkirin bû. Xeyalên zarokatiyê kêm zêde wiha tê diyarkirin. Zarok biharê dixwaze, tiştê şêrîn dixwaze, hezkirinê dixwaze, aştiyê dixwaze, pêwendiyê dixwaze bi kurtayî dinyayeke xeyalî dixwaze. Rewşeke me ya ku em ji bo bigihên dinyayeke wiha, me jiyana xwe danî holê. Wateya xiyanetnekirina xeyalên xwe yên zarokatiyê afirandina dinyayeke ji dijmintiyê ferzkirinê û her cure kirêtiyê ku xwe rizgar kiriye, her kesek weke zarokan şad kêfxweş e, hev weke dijmin nabîne, her dem aştî û hezkirinê dijiye. Xeyal ev in. Wê demê jî ev xeyal hebûn, niha jî hene. Lê belê ev xeyal bi tekoşînê her diçe bi şerekî dijwar ve tê bidestxistin. Wateya xiyanetnekirina xeyalên xwe jênegerîna dinyayeke wiha ye.
Tekoşîna min û kesayeta min a ji wê rojê hetanî niha ku min pêş xistiye dadîtine holê ku, ez bi tundî xeyalên xwe dişopînim, ev jî şêwazeke baş e. Kesayetên ku xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekirine, kesayetên bihêz in. Hindek ji van mirovên zanist, hindek mirovên çalakiya şoreşgerî, hindek jî dibin hunermend. Kê çi qasî xeyalên xwe yên zarokatiyê rasteqîn bijî ew kesayet ew qasî mezin dibe. Ez dikarim bi dilrihetî diyar bikim, xiyanet nekirina min a zarokatiyê ez birime milîtaniya şoreşgerî ya berfireh. Ji ber ku xeyal, hêvî, azwerî û xwestekên wê demê dest jê nehate berdan û gav bi gav azwerî û hêza pêkanîna vê hate bidestxistin. Ango hindekî din zanistî bû. Hindekî ev dinya hate naskirin. Neçariya bi nakokî û rastiya xwe ve ferzkirina çareseriya şoreşgerî derkete holê. Xeyalên zaroktiyê di cihekî de tenê bi hembêzkirina şoreşê ve tê bidestxistin. Şoreş jî hindekî amrazekî herî bingehîn a gihiştina xeyalên zaroktiyê ye. Ji ber vê jî şêweyê jiyana şoreşgerî şêweyê jiyaneke zarokatiyê ye.
Em hindekî jî weke zarokan in. Ji ber ku em bi xeyalên wan ve dagirtî dijîn. Wê demê jî wiha bû û niha jî bi vî rengî ye. Cihêbûna di navberê de niha em bi rastiyên dijwartir re di nava hev de ne, di nava tekoşîn û şerekî berfireh de ne. Lê belê xeyal dîsa ew xeyal in. Hindekî din serkeftin heye, hindekî qezencekî rastî mijara gotinê ye. Tê wê wateyê ku me ji zarokatiyê pê ve jiyan rast bi dest girt, ji bo xeyalên zarokatiyê bi tundî giredaniya me bi hemû hêza xwe ve himbêzkirina me ya wan xeyalan, sedemeke herî girîng a din ku me hêz qezenckiriye û em di riya rast de ne. Me xiyanet nekir, em rast cewherî û paqij man. Lê belê em rasteqîn bûn. Me xwe tenê bi xeyalan têr nedît. Bi hewldaneke mezin ve em ber bi tekoşînê ve çûn. Ev jî nîşan dide ku em ji zarokbûnê dûr ketin û mezin bûn. Me ev jî di dema wê de raber kir. Di encam de me dinya herî baş, têkîliyên herî baş bi kurtayî girêdaniya mezin a doza gihiştina jiyana azad wiha fêm kir û wiha jiya. Em kar dikin ku vê ji bo civakeke mezin û mirovahiyê pêk bînin.
- Kesayeta azad çawa tê avakirin? Kesayet kengê dikare bibêje “ez xwedî kesayetekî azad im?”
- Rêber Apo: Azadî xebatkirin e. Xebat bi jiyanê ve gengaz e. Ji bo çi em ev qasî li ser xebatan disekinin? Ji ber ku xebat me azad dike. Kesayet çi qasî bixebite ew qasî azad dibe. Azadî bi xebatê ve, xebat jî bi şer ve girêdayî ye. Hizirandina şer, amadekariya ji bo şer di kesayet de çi qasî bihêz be, perwerde û serûberkirina şer –şerê leşkerî û siyasî ferq nake- heta şerê bîrdozî çi qasî pêşketî be, kesayet jî ew qasî azad e. Hun çi qasî azad bibin, hunê ew qasî weke jineke mezin bijîn. Dema hun azadiyê di jinê de temsîl bikin, bi tenê wê demê hun dikarin jiyana azad temsîl bikin. Jin dibe zilam dibe ger yek dikare bibêje “ez azad im” di şerê azad de ango di qada bîrdozî, leşkerî û siyasî de bi xebatên pratîkî yên xwe ve xwe ispat kiribe û bi pêş xistibe nirxekî wî yê mirovî heye. Hun dikarin bi wî mirovî re bin, kar bikin û bijîn. Ên din gotinên pûç in û rezîltî ye. Misoger e ev qasi xebata me ji bo jiyana azad e. Hun jî çi qasî xebatên xwe rast bimeşînin ew qasî em dikarin bibêjin hun xwedî jiyanê ne. Şêweyên din ên têkîlî û jiyanê li gel me xwedî tu nirxan nînin. Eşîretgerî, malbatgerî, qebîlegerî, biratî, pîrekî û mêrîtî tunebûn e û rezîltî ye. Ger mirovek dibêje “ez xwedî kesayetekê azad im” pêwîste ku xwe ispat bike. Ger xwe ispat neke di jiyana me de cihê wî nîne.
Armanca tevlîbûna me ya şer û berxwedana me ya li hemberî zehmetiyên wê, ji bo ji we kesayetên azad derxistinê ye. Derveyî vê ji bo me mirovahî û rê nîne. Hemû riyên din li me hatine girtin. Em tenê dikarin xwe li vir bikin mirov. Hemû zehmetî û hewldanên me ji bo vê ne. Di vê riyê de mirovên azad û birûmet bi pêş dikevin. Em dikarin bi van mirovan re jî bimeşin û bi hevrebûnê pêk bînin. Em dixwazin mirovekî baş û serkeftî bi pêş bikeve. Mirov bi vê re jî jiyaneke bişeref bidomîne. Mirov dikare bi mirovên azad re bimeşe. Di Kurdistanê de mirovên azad wiha tên pêşxistin. Di vê mijarê de tu riyeke me ya din nîne.
- Têkîliya azad ji kîjan alî ve jin û zilam bihêz dike? Di nava vê têkîliya azad de reng û ristê ajoya zayendî pêwîste çi be?
- Rêber Apo: Têkîliya azad di wateya navhevdebûn nîne. Têkîliya azad tê wateya mirov hêza serbestî, hêza hizirandina azad û çalakiyê qezenc bike ye. Ev têkîlî tambûna mirov rave dike. Wî dixe hundirê çalakiyê. Yê ku têkîliya azad qezenc kiriye vîna wî di bin bandorên cihê de felc nebûye, di bin bandora îradeyan, kevneşopan, edetan û siyên din de nîne. Dibe ku dewleteke emperyalîst xwedî hêz be, dibe ku kevneşopeke girêdanîner be, dema pêwîst kir dikare li hemberî wan jî bisekine. Pêwîst e mirov azadbûnê berfireh pênase bike. Bi qasî wiha azadbûn hate pêkanîn, an jî yên ku wiha azadbûn e, bi qasî pêşxistina têkîliyê mirov dikare behsa têkîliya azadiyê bike. Ev bi hemû helwestên xwe ve yên gel in. Dikarin encamên helwestên xwe bibînin û berpirsyariya wê rabikin. Jixwe wateya peyva azadiyê pêşketin û pêşveçûn e. Kesên ku gihiştine vê xalê di têkîliyan de azad e. Mirov dikare bibêje, serkeftina azadiyê ya têkîliya azad bi pêş ketiye. Bi kurtayî di vê wateyê de dikare di têkîliyên azad de ristê xwe bilêyîze. Em dixwazin vê mijarê hindekî din vekin, ji ber ku pêwîst e baş were zanîn li ser vê gelek lêyîstokên mezin tên lêyîstin.
Ajoyeke ku her diçe tune dibe û fahîşe dibe jî, dibe ajoya zayendî. Li gor min hîn jî ajoyeke mirov ku herî kêm têgihiştin û herî kêm wate tê dayîn jî ajo û têkîliya zayendî ye. Ji demeke dîrokê ya dirêj hetanî niha rewşeke ku ketina bin bandora pergala civakî, siyasî û aborî mijara gotinê ye. Di dîtinê de ajoyeke xwezayî ye. Lê belê ketiye rewşekê ku bûye eşya û malekî herî xirab bi kar tê anîn. Têkîliyeke gelekî xwezayî û teqez pêwîste azad were jiyîn, ji bo çi hatiye vê rewşê? Di vê mijarê de divê dîrok û civak were lêpirsînkirin. Ji ber ku di asteke mezin de qedexeyên serdest ve dagirtî ye. Zayendîtî di bin bandora qedexeya giran de ye û ev aliyekî wê ye. Aliyekî din jî şopa milkiyetê ya giran dide jiyîn. Bi nêzîkbûnên mal û milkirinê, malbûnê ve weke hatiye rewşeke bi nexweşî. Ev di civaka Kurd de jî wiha ye. Di rastî de li gor her çînekî û tebaqeyekî hatiye serûberkirin û gelekî kirêt e.
Ev jî rastiyek e ku li gel me têkîliya zayendî rê li ber hilweşandin û tunekirina mirov vedike. Dema li gor kevneşopan guncaw be wê demê jî bi şêwazê milkiyetê tê nirxandin. Hunê rojekê lê temaşe bikin ku ew têkîliya jê re tê gotin milkiyeta pîroz weke têkîliya fahîşetiyê ya herî xeter hatiye darezandin û cezakirin. Mijareke herî zêde pêwîste were zelalkirin jî ev e. Zewac fahîşetiyeke dualî ye. Zewac jî di rastiyê de rûyê din ê pergala milkiyetê ye. Bi qasî ku milkbûyîn û rewşa jinê milkbûnê bi pêş ket, eniya vê tiştê ya din fahîşebûn û giştîbûn ava dibe. Ev her du jî koletî ne. Rastiya milk kirinê û mijara fahîşetiyê jî gelekî xeter in. Ev rastiyê de serdestkirina exlaqekî durû ye. Ji ber çi ev wiha ye? Wisa tê fêmkirin ku karakterê giştî ya civaka çînî bi taybet jî rejîmên zordest ên Rojhilatanavîn bi qasî ku zirav e, li ser milkeke pîroz ê bingehîn rengirtina wê mijara gotinê ye.
Civak û mirovan çi qasî milk bi dest xistibin jî ji hemuyan zêdetir jin û zayendîtiya jinê tê girêdan. Dema ku zilamek bi jinekê re têkîliyeke biçûk, zewacek an jî destgirtiyek ava kir, ji bo çi dibêje teqez a min e? Heta dema yekî şaş li jinê temaşe kir ev rê li ber mirina wî vedike. Em dikarin vê yekê çawa dahûrînin? Em dikarin vê weke encamekî bûyîna mijara têkîliya milkiyeteke ku gelekî bingehîn e û kevneşopekî gelekî tund e binirxînin. Mînak te têkîliyek ava kiriye, ji bo çi zilam dikare ev qasî li ser te serdest û bi bandor be? Ji bo çi te weke mal dibîne? Vaye hêza kevneşopiyan di vir de derdikeve beramberî me, bi jiyana me dilêyîze. Di vir de azadî nîne. Berovajî bûyîna mijara milkiyetekê kevneşop a tund heye. Mirov bi destxistina mal, milk û pereyan bi hêz dibe. Ev jî bi destxistina jinê ve yan jî bidestxistina jin û zilam ve çêdibe. Hindek taybetmendiyên ku mirov bike mijara milkbûnê hene. Ev bi vegotineke weke çi qasî zeviyên te, pere û zayendîtiya te zêde hebe ew qasî tu têr dibî ve tê ravekirin. Di vir de tiştê mijara gotinê mirov e. Milkiyeta li ser pere û axê ewqasî rê li ber xeteriyan venake. Lê belê li ser zayendîtiya mirovekî ev qasî serdestî û milkiyet dibe ku bibe çavkaniya koletiyê.
Wisa tê fêmkirin ku di me de xelasbûn û her cure feraset bi mayîna me ya nêzîkbûna malbatê ya gelekî hov û paşverû ve ji ber wê jî bêwelatî ji nasnameya netewî, ji rastiya welat û heta dûrbûna me ji rastiya civakî û gelekî şûn de mayîna me ji nêzîk ve bi feraseta zayendîtiyeke wiha ve girêdaniya xwe heye. Jin dibe yan jî zilam dibe, dema ku zayendîtiyekê bi dest xistin ev wana têr dike. Di Kurdistanê de ev yek gelekî bibandor e. Zayendîtiyeke gelekî çors û pergala malbateke ku li dora wê tê avakirin, mirovên me xelas dike û tune dike.
Pêwîst e di vir de hun taybetmendiyeke min bi dest bixin. Li gor min di vê mijarê de jî kesayeta min xwedî gavavêtineke balkêş e. Nêzîkbûna min a zayendîtiyê ya gelekî bi tevdîr, bi hevseng û gelekî azad xaleke mifte ya pêşketina şoreşgerî ye. Netemaşekirina min a ji bo vê ya weke her kesî di pêşketina min a şoreşgerî de risteke mezin dilêyîze. Weke ku ji bo gelek mijaran ez li gorî kevneşopan nêzik nabim, li gor çanda kolanan jî nêzîk nabim. Ji bo her duyan jî ez metirsîdar nêzîkbûm. Pêşkeşkirina jinekê çi qasî hesta kirêtiyê anî be giştîbûna wê yan jî veguhertina wê ji bo jina kolanan jî ew qasî kirêtiyê tîne. Ez çi qasî li hember bûyîna mijara mal û milkbûnê ya jinê hêrs bûme, bi kirina mijara harem û aleman jî ez hêrs bûm. Van tiştan bi kûranî ez ponijandim. Yek jî ji bo têkîlî û jiyana min yek jî vî tiştî rê da. Hîn jî ez di bin bandora vê de me.
Çi qasî li jin û zilam ji pergala mal û milk wêdetir were temaşekirin, çi qasî ji pergalê û fahîşetiyê qutbûn were pêkanîn ew qasî bi rengê çalakiyeke mirovê azad vediguhere. Ez çavkaniya xweşikbûn û her cure pêşketinê hindekî li vir digerim. Ez bawer dikim ku kesayeteke wiha azad bûye. Yê zayendîtiya wan jî were rizgarkirin. Azadiya zayendîtiyê dibe taybetmendiya çalakiyê ya kesayeteke ku azad dibe. Nexwe, xwe pêşkeşkirin bêguman azadiya zayendîtiyê nîne. Di heman demê de her roj ketina têkîliya zayendîtiyê jî nabe azadiya zayendîtiyê. Li gor min kesayetê ku azadî bi dest xistiye di zayendîtiyê de jî xeleka azadiyê bi dest xistiye. Lê belê ji ber ku kesayet hîn jî di bin bandora giran a kevneşopan dijîn ev bi tenê di nava partiyê de gengaz e.
Ji ber ku ji azadiyê re di asteke bisînor de nêzîkbûn tê raberkirin, mijara zayendîtiyê jî dibe mijareke ku herî kêm em wêrekiya dest dayînê raber bikin. Nêzîkbûnên gelekî hov hene. Nêzîkbûnên li gor ol û kevneşopan heta nêzîkbûnên bi taybetmendiyên herêmî ve dagirtîne dihêlin ku zayendîtî neyê naskirin. Nêzîkbûnên cuda weke ku kesayeta we ji kûr ve birîndar dike. Gelekî kêm kes di vê mijarê de asta azadiyê ji bo xwe bingeh digre. Li gor min hîn jî pirsgirêkeke herî bingehîn ev e.
Em zayendîtiyê tenê bi serê xwe bi dest nagrin. Bi hemû aliyên xwe yên aborî, civakî, hunerî û rastiyên civakî ve bi wan re di nav bandor û helwest, têkîlî û nakokiyê de bi dest digrin. Asta azadiyê ya di van mijaran de û asta têkîliya zayendî pêwîst e bi hev re were bi dest girtin. Kesayeteke ku xwe di vê xalê de gihandiye û kûrbûna wê bi dest xistiye, dê rast bijî û bide jiyîn. Tiştê ku şerme û pêwîste neyê qebûlkirin feraseta ji ber ku lihevhatina zilamekî ya bi keçikekê re yan jî keçikekê ya bi zilamekî re weke ku dixwaze bijî ye. Ango ji ber li hev hatiye, li gor edetan zewiciye, ji ber bi fermiyetê ve hatiye girêdan, ev têkîlî zêde min têr nakin. Ev rengên têkîliyan hîn di serî de zêde min jê hez nedikirin.
Girêdana asta azadiyê ya bi şoreşê ve bi şer û rêxistinbûnê ve gelekî zelal e. Min ji bo xwe rêgezek ava kir ku têkîliya li derûdora vê bi pêş bikeve dê watedar be û bi rêzdarî dê bi pêş bikeve. Taybetmendiyeke vê ya şoreşî û civakî heye. Em ji bo welatê xwe şerê vê dijîn. Ji gotina “em wiha têkîliya azad bijîn” wêdetir em tekoşînê û kesayetan azad bikin ku mirov ji bo têkîliya azad û azadiya zayendî jî bikaribin rast nêz bibin. Qedexekirina zayendîtiyê, milkiyet û fahîşebûn hiştiye ku kesayet neyên naskirin. Dibe ku lingê her mirovê bişemitîne. Hunê li ser xwe serdest bin, radestî van ferzkirinan nebin û nekevin nava nêzîkbûnên gelekî erzan. Li gor min pêşketina şoreşê, azadiyê û kesayetê dikare di vê mijarê de çareseriyê ava bike. Ji ferasetên têkîliyan ên derveyî vê re ez zêde wate nadimê û kirêt dibînim.
Dibe ku were gotin “em tengav bûn, pêwîstiya me bi vê têkîliyê heye.” Di civaka Kurd de mirov gelekî tengav bûne. Bi tenê zayendîtiya çors ve têrbûnê pêk tînin. Jin piştî panzdehan, zilam jî piştî bîstan diweşin û bedenên wan xirab dibin. Dibe ku bi zayendîtiya çors ve jiyanê bimeşîne. Ev jî bi tenê sînorên hovbûnê diyar dike. Naxwe çareserkirina vê pirsgirêkê diyar nake. Taybet her kes di vê mijarê de asê maye. Bi taybetî di rastiya Kurdistanê de ev yek wiha ye. Riya derbaskirina vê tekoşîneke ku ji sînorên zayendîtiyê hîn mezintir dayîna ber çavan e. Mirov dikare bibêje pêwendiya xwe bi zayendîtiya çors ve nîne. Bi têrbûna zayendiyê ve jî zêde pêwendiya xwe nîne. Dema ku têrbûna zayendî jî were lêkolînkirin dê were dîtin ku dema rast neyê bidestgirtin dikare jiyanê tune bike. Weke meşa li ser pira siratê ye. Dema rast hate bidestgirtin, dibe ku pîroziya wê têrbûnê jî hebe. Hunê balê li hevsengiya hemû civakê bikişînin. Qada tekoşîna zayendî weke qada şer e. Perwerde û têkîliyeke zayendî ya xelet dibe ku mirov tune bike. Dîsa înkarkirina çors a zayendîtiyê mirov gelekî seqet dihêle.
Gelo ya rast çi ye? Ya rast tekoşîneke gelekî dijwar e. Ji bo zayendîtî azad bikin hunê rast bi dest bigrin. Hunê di sîwanê tekoşîn û şer de azad bikin. Hunê xwe ispat bikin ku wateyeke zayendîtiyê hebe. Naxwe tenê bi wateya çors de gotina, “zayendîtiya min heye, ez zilamekî wiha me, jineke wiha me” nêzîkbûneke xercî alem e. Dibe ku pirsgirêkên kesên wiha li kerxaneyan, kolanan û di zewacên ehmeqî de were çareserkirin. Lê belê tê zanîn ku ev hemû li gel me ne çareserî ne. Ketin e, avahiyeke civakî ya hov e û ji bo her cure bandorên dijmin vekirî ye.
Di dahurînên Rêbertiyê de pirsgirêka zayendîtiyê bi wate derketiye rastê. Jiyana di vê mijarê de jî jiyaneke gelekî dijwar e û pêwîste cidî were bidestgirtin. Bi dest girtina ji zarokatiyê heta roja me nêzîkbûna têkîliya jinê, têkîliya dayik û bav, têkîliya bihest, têkîliya bi partiyê re bi ziravî hatiye diyarkirin. Hîn jî rêveçûneke gelekî baş a vê rêgezê heye. Di PKK’ê de çîrokeke meşandina saxlem a azadiya zayendî heye. Gelek kes ne di zanebûna vê de ne. Lê belê di giştî de rêgeza azadiyê û xwe nîşandana vê di qada zayendîtiyê de gav bi gav pêş dikeve. Yê ku nikarin xwe li gor pêwîstiyên vê rêgezê pêş bixin di gelek qadên din de jî bi paş dikevin an jî pêşketineke zêde bibiryar nikarin bijîn. Ev jî tekoşînê dixwaze. Li şûna ku mirov pirsgirêkê weke tabuyekê bibîne, pêwîste bi tekoşînê ve qezenc bike. Ger hun baş bizanibin, zayendîtiya zayendên jin û zilam bêdagirkerî, bêmilk ji dûrûtiyê û serdestiyê dûr azad û wekhev bi rêxistibûna siyasî û çandî ve bi dest bigrin, li pîvanên di vê mijarê de balê bikişînin, wê demê wateyeke têkîliya zayendî dê hebe. Berovajî hun dê rezîlbin û gelekî xirab wenda bikin. Di tekoşîna şoreşgerî de bi taybetî jî ger hun di nava rêxistina siyasî û artêşê de bin bi şertê ku hun zirarê nedin xebatên nava artêşê de li ser çareseriya rast a zayendîtiyê hun dikarin nîqaş bikin. Hun dikarin di vê mijarê de lêgerînên xwe yên rast bidomînin. Weke din pêwîste hun di vê mijarê de hesas bin, dîsa uslûbê tekoşînê bingeh bigrin. Ji ber ku lêyîstokên herî mezin li ser zayendîtiyê tên lêyîstin.
Di zilaman de mijara zayendîtiyê mijara serdestiyê ye. Kêmasiyên we ji bo wan sedema serdestiyê ye û karektereke zordest bi zilam dide qezenckirin. Ger hun li ser vî bingehî xwe pêşkeş bikin, dibe ku derveyî armancên we hunê xwe bikin amrazê serdestiya zilam. Ji ber wê jî ji bo ku li ser zayendîtiyê serdestiya zilam a zordest bi pêş nekeve pêwîste hun xwe gelekî bi pêş bixin û azad bikin. Hun neçarin di vê mijarê de bi zilam re tekoşînê bigrin ber çav. Bêguman ez van tiştan di wateya çors de diyar nakim. Zayendîtî weke çekekî, weke hêza kirîn û firotinê bi kar anîn kirêtî ye. Ez di vir de behsa tekoşînkirinê ango ji aliyê civakî û siyasî ve di nava sînorên ku ew ji hemû aliyan ve were qebûlkirin de hatina rewşeke kesayetbûnê dikim.
Ger hun jî ji bo zayendîtîya xwe bibêjin, “çi be jî gelekî pereyan dike, ger li vir nebe jî ezê li wir bifiroşim, ezê ev qasî biha bifiroşim.” Wateya vê hunê xwe bikin mijara milkbûneke gelekî xirab. Hunê bikevine bin serdestiya hindekan û xwe bifiroşin. Bikevine rewşekê ku bibine malekî pênc qirûş nayê dayîn. Riya pêşîgirtina van xeteriyan, riya ku em ji bo xwe bingeh digrin e. Pêwîste neyê înkarkirin jî. Pêwîste mirov nebêje “malê min e, ji bo ku biha bifiroşim ezê li benda kiryarekî mezin bim.” Ez van weke sembol diyar dikim. Ji van zêdetir pêwîste bibe raveya rêzgirtina mirov a ji bo xwe û xwezayîbûna xwe. Lê belê ji bo vê jî pêwîste mirov bibe mirov. Gelo li gel me kesayet çi qasî mirov e? Ev tekoşîn tekoşîneke mirovahiyê ye. Em dixwazin bibin mirov. Diruşma me ya din jî ev e. Ji bo bikaribin zayendîtiyê weke mirov bijîn pêwîste hindekî tekoşîna çînî were qezenckirin.
Ez nirxandineke giştî bes dibînim. Pêwîst e kesayet li ser vê biponijin û nîqaş bikin. Hindekî xwe tengav bikin û em dixwazin çi bibêjin hindekî têbigihên. Ez tekoşînekê dimeşînim. Ev tekoşîneke zehmet e û ez bawer dikim ku min bi vê encamên baş derxistine. Naxwe jinên ku ev qasî alîgirên azadiyê ne dernediketine holê. Ger di refên me de zilamek erzan nêzî jinê nabe, ev rewş nîşan dide ku tekoşîn berhemên xwe dide. Nêzîkbûnên erzan gelekî hatine bisînorkirin. Pêşketinek heye, nêvenga têkîliya rêzdar tê afirandin. Ger xiyanet lê neyê kirin, li çepê yan jî li rastê neyê razandin her biçe gihiştina pêvajoyeke têkîliya mirovî gengaz e. Pevçûna mirovên rêzdar ber bi dinyaya têkîlîyê ya mirov zêdetir rêzdar dike gengaz e.
Têkîliyên di bin pîvanên zewacê de her çi qasî di bin navê şoreşgeriya klasîk de be jî ez zêde watedar nabînim. Têkîliyên we yên erzan ên di dibistanan de jî zêde cidî nagrim. Nêzîkbûnên weke “lihevhatiya min e, evîndara min e” jî têkîliyên weke ne cidî dinirxînim. Ji ber ku naveroka van nîne û ne xwedî nirxin. Têkîliyeke birûmet di asteke wiha de nayê bidestgirtin. Ewên ku têkîliyên bi vî rengî dijîn, em wan dihejînin û dibêjin “were ser hişên xwe, têkîliya mirov a bi mirov re ji rêzê negre dest.” Di heman demê de şêwazên têkîliyên pergalê ne. Şêwazê têkîliyên pergalê taybet ên faşîzma 12 Rezberê di giştî de ya serdestiya emperyalîst ku bi ragihandinê weke bahozê di nava mirovan de belav kiriye û mirov gelekî kirine kole ye. Pejirandina vê stûtewandin bi xwe ye û wendakirinê rave dike. Ev yek ne azadiye jî. Ev dibe rewşeke ku em dixwazin vê hindekî bi tekoşînê derbas bikin û qezenc bikin.
Em dixwazin jinên hîn nêzîkî azadiyê ne û zilamên hîn nêzîkî wekheviyê ne ji aliyê estetîk ve pêş bixin. Ji têkîliyên ku mirov jê nefret bike dûr bixin. Rewşên ku hev gelek xirab bi kar anînê derbas dikin û bigihînên rewşên ku kêm zêde rêz were nîşandan. Li ser vê bingehê hêdî hêdî ber bi çareseriyê ve çûyîn çêdibe. Ger her kes di vê mijarê de bi baldarî li ser xwe bisekine, xwe rast şîrove bike û rast xwe tevlî çareseriyê bike wê pêşketin ronahîtir bibe. Zayendîtî weke ajoya jiyanê ya gelekî xwezayî dê ji bo pêşketinan bingeh ava bike û mirovan bihêz bike. Di şûna nêzîkbûnên seqet hatine hiştin an jî weke siyasî, civakî û çandî li dijberî civakê tên xebitandin, wê bigihên nêzîkbûnên ji bo pêşketinên siyasî, civakî û heta çalakî ku gelekî hêzê dide. Li gel bin xistina vê ve dê zayendîtî ji binketinê rizgar bibe û bigihê ristê xwe yê bingehîn. Bi destxistina vê ve dê bibe civakbûn û siyasîbûna bihêztir û ev jî çareseriyeke rast e. Lêhûrbûna me li ser vê bingehê ye.
Mijar li ser vê bingehê gelekî hate bidestgirtin. Ger zêdetir bi wêrekî serdeçûn çêbibe, zehmet be jî her çi qasî em ji pêvajoyeke zehmet û azad re derbas bibin jî em rûmet bidin ku emê bigihên çareseriyeke saxlem. Em hêvî dikin bi hindek sebir, tehemûl, rexne û tekoşînê ve emê pêvajoyeke azad bi dest bixin. Wê demê pêwîste em hêz bidin vê kesayeta saxlem bi dest bixin, perwerde bikin û bihêz bikin. Azad bikin ku bi vî rengî hun bikaribin ristê çareserî û rêbertiyê bilêyîzin.
- Ayrıntılar
Ji dîroka şaristaniyê pê ve pêşketina civaka çînî civakîbûn û netewîbûn ji koletiyê heta roja me heta rengirtinên civakê yên cihê her yek ji eşîret û civatên gelan bi rengên cuda pêk hatine. Carna bi aştî, carna bi şer, carna bi rêbazên çandî û aborî, carna bi rêbazên siyasî hiştiye ku hindek erênî bi pêş bikevin û hindek jî tune bibin. Ji bo hindekan jî rê vekiriye ku di asta navîn de bi pêş bikeve û ji ber sedemên hundirû û derve pêşketinên civakî û netewî di Kurdistanê de gelekî lewaz maye. Encameke bi vî rengî derxistiye holê. Mirov dikare bibêje welatê me ji bo cara yekem derketina koletiyê ji civaka mirovan re dergûşî ango navendî kiriye. Hemû pêvajoyên şaristaniyê bi rengên gelekî neyînî, bi rengê dagirkirin, zordarî û talankirinê xwe dide nîşandan. Ev yek jî ji bo reva çiyan û di asta malbat û qebîleyên hov de were jiyîn rê vedike. Şaristanî di Kurdistanê de ne bi aliyên erênî hîn zêdetir bi aliyê dagirkirin û talanê cih digre. Ji ber wê jî ger tê xwestin di nasnameyeke ku em bikaribin jê re bibêjin Kurdîtî hebûn were domandin pêwîste mirov xwe bispêre çiyan. Ev yek jî her dem ji bo gelek deman tenê bi rengekî li ser piyan mayinê derdixe pêşberî me.
Malbat asta eşîret û qebîleyan jî di cihekî de pêvajoyeke hov a pêşketina civakî temsîl dike ango rengê civakê yê bingehîn a serdema komûnal a hov rave dike. Asta netewî û civakî paşketî ye. Hela siyasîbûn hîn jî paşketiye. Astên din ên aborî û civakî qat bi qat paşketîbûneke giran dijî.
Dema ku rengirtina jin, zilam û malbatên li gel me mirov bîne pêş çavan balkişandina vê taybetmendiya dîrokî girîng e. Bi qasî ku mirov bibîne ka pêşketina şaristanî ji bo her welatî û ji bo her gelî çi rave dike, ger bi rengê anîna gel hev ve were bidestgirtin dê çawaniya vê rengirtinê hîn zelaltir were fêmkirin. Di heman demê de ev yek dê me bibe pergala me ya têkîliyan a gelekî têkîlhev û rastiya me ya civakî ku ketiye rewşa kaosê dê hîna rastir fêm bikin. Ew jina ku bi tenê tê xwestin bi kevneşopiyan were rizgarkirin û di riya wê de tekoşîneke ku bi rengekî xirab paş dixe tê dayîn, malbata ku derûdora wê tê avakirin û ew feraseta qaşo namûs û exlaq ku li ser wê tê bilindkirin dibe ku berovajî vediguhere taybetmendiyeke ku herî zêde xizmeta dijmin dike û wan tune dike.
Me gelek zelal derxiste holê ku ew helwesta exlaqî ya bingehîn li derûdora jin û malbatê ku dikevine navê û bi rengekî heta dawiyê kevneşop û hişk tê avakirin. Raveya wê ya herî berbiçav jî ew binkeyên namûs, rûmet û kesayetê di rastiyê de bêyî ku bikeve zanebûna wê dijberê xwe diafrîne. Bi gotineke din ve namûs dibe navê bênamûsiyê, rûmet ê bêrûmetiyê, kesayet jî dibe rûpoşê bêkesayetiyê. Her çi qasî bi êş be jî di rastiya me ya civakî de ev yek wisa ye. Dema hate xwestin hîn baştir û kûrtir were dahurandin dê were dîtin ku tiştên ku li hember dîrokê û di roja me de li hemberî dijmin ber bi her cureyê binketinê ve dibe di encamê vê yê xwezayî de me dibe şertên jiyaneke hîn paşketîtir û nayê qebûlkirin. Ew wateyên ku em didin van têgehên di riya wan de her tiştî feda dikin û encamê helwestên ku têne girtininin. Rastiya Rêbertiyê di PKK’ê de ji dayîkbûna xwe heta roja me vî tiştî bi rengekî balkêş dibîne, bi dahurandinên berfireh ve nasnameya civaka nû û netewî dide, li hemberî rastiya dijmin ku dorpêç kiriye dîsa li hemberî aliyên nokerên kevneşop û feodalên girtî ku xizmetê wê dike, weke şerekî ku tekoşînê dide tê bidestgirtin. Bi vî rengî ew helwesta ku em jê re dibêjin azadî dê were çi wateyê derdikeve holê. Ji ber wê jî civak gelekî tund tê rexnekirin. Ew feraseta têkîliyan ku rewa tê pejirandin tê rexnekirin û lêpirsîn. Ev lêpirsîn hetanî kesayet tê daxistin. Asta azadiyê xwe nîşandana vê ji bo exlaq û şêweyên cihê yên çandî ya herî girîng jî cihê vê di rastiya şer de tê danîn. Girêdaniyên berê çi qasî ristekî asteng dilêyîze û şermê ava dike derdikeve holê. Di vir de her tişt serûbin dibe. Berî vê yê ku rewa hatiye pejirandin ne rewabûna wê yê birûmet hatiye hesibandin, bêrûmetiya wê yê jê hatiye şermkirin neşermbûna wê tiştên ku pêşketin hatiye gotin nepêşketina wê tê zelalkirin. Serûbinbûneke wisa tê jiyîn. Vejîneke jinûve ya li ser lingên xwe dibe mijara gotinê. Ev xwe dide hîskirin û nîqaşên di nava PKK’ê de wê jiyana nû pêwîste çawa bibe derdixe holê. Pirsgirêk bi rengekî gelekî zelal û berfireh tê hîskirin. Tiştê ku di dîrokê de hatiye wendakirin, dubare anîna wê ya rojeva dîrokê wiha çêdibe. Her pirsgirêk çawa ku despêkê dibe rojev û li bersiva xwe digere rojevkirina bersiveke wiha ya partiya me jî mijara gotinê ye. Pirsgirêk baş li holê hatiye danîn. Mirov dikare vê yekê hîna berfirehtir bike. Lê belê pirsgirêk bi aliyê xwe yê çareseriyê û bersivên hîn girantir ve dikeve rojevê.
Em tenê xwe bi rexnekirin û tawanbarkirina ya kevin ve têr nabînin. Tiştên nû û tiştên pêwîste em biafirînin çî ye, di têgihiştinê de û di pêkanînê de emê çawa nêzîk bibin jî derdixînine holê. Pêwîste neyê jibîrkirin ji bo biryarên rast werin dayîn û gihiştina helwesta rast çêbibe, kesayetên serbixwe pêwîst in. Ew kesayetên ku ji hemû aliyan ve girêdayî ne, di hest de, hizir de û helwest de kesên ku wiha ne gihiştina wan a biryarên azad û rengên jiyanê ku ji vî tiştî çavkaniya xwe digre zehmet e. Yan jî bigihên jî ev jiyan gelekî tevlîhev e. Pêşketineke herî pîroz ku di partiya me de hatiye pêşxistin jî di nêzîkbûnên jin û zilam de helwesta serbixwe bi jîrbûneke mezin, sebir û hewldanê ve hatiye pêkanîn. Çareseriya ku di nêvenga PKK’ê de em gihiştinê yan jî bersiva ji bo pirsgirêkê hatiye dayîn di rastiyê de pêkanîna jin û zilamê serbixwe ye.
Dema em rexneyên di hundirê partiyê de tînine ber çavên xwe dê were dîtin ku êşên herî zêde têne kişandin ew xwesteka şêweyên têkîliya yên heyî feraseta malbat û qebîleyê bi mirinî anîna nava me ye. Partî di vê mijarê de bi tekoşîneke birêgez û mirinî ji bo vê bersivê dide. Ji ber ku partî datîne holê ku ev nêzîkbûn asta netewî û civakî lewaz dihêle herî kêm bi qasî komkujiya dijmin civakê tevlîhev dike. Ji ber wê jî şerê li hemberî wê şerekî bîrdozî û siyasî ye. Di encamê de her kesekî ku dixwaze PKK’yî be nêzîkî rastiya şer bibe, bigihê kesayeta serbixwe bi taybet dixwaze ji koletiya ku li jinê tê ferzkirin jê rizgar bibe û ew pergala têkîliyan ku li dijberî jinê ne derbas bike, pêwîste ji serî hetanî neynokê serbixwe be. Bibe xwedî helwestên azad, bibe xwedî vîn û hizrê azad. Wiha ye ku helwestên wan jî dê bibe raveya azadiyê. Em dema asta azadiyê ya partiyê bi pêkanîna vê rêgezê ve girê didin, pêwîste mirov vê yekê di civakê de jî belav bike. Ev bersiveke gelekî mezin e. Asta pêşketinê ya PKK’ê dibe ku ji hemû aliyan ve derneketiye holê. Lê belê pêwîstiya têgihiştinê heye. Di serî de rizgariya civakê di nava PKK’ê de digihê bersiveke wiha. Mirov dikare bibêje ger ew bersiv bi rengekî bibiryar di civakê de were nîşandan şoreşekî gelekî xwedî bingeh hê ji niha ve digihê hêmaneke saxlem.
Bêguman çareseriya di partiya me de em gihiştinê him teorîk e, him jî bi rengê ev qas hêjmareke kadro ku mirov nikare biçûk bibîne hêza wan a hizirandina serbixwe û biryardayînê derdikeve holê. Em her dem tînin ziman dema ku ji bo têkîliya jin û zilam rengê wê yê berê rexneyên hişk têne kirin û nepejrandina wan tê nîşandan, li şûna vê ji bo têkîliya azad nêvenga wê û rengê wê ev qasî zelalkirin ji bo helwesta bi vî rengî azadbûyînê nêvengeke guncaw pêşkeşkirin dibe pêşketineke herî mezin. Dibe ku rewşeke gelek kes fêm nakin û pîroziya wê teqdîr nakin, îro di xebatên jinê de weke pêşketineke gelekî girîng nirxandin, vê astê hîn dewlementir kirin, erkê herî bingehîn a xebatên jinê ye. Ji ber wê jî kongreyeke jinê pêşketineke herî girîng ku di vê mijarê de hatiye pêkanîn e. Ji bo xwe kirina mijara nîqaşê ya bingehîn, li ser bingehê vê nîqaşê ji bo xwe erk diyarkirin hîn pêşçavtir yekirina jiyanê riya herî saxleme ku mirov bikeve tê de. Bêguman ger ev hêman her dem were şopandin mirov destên xwe biavêje kîjan têkîliyê dê bigihê encamên bitenduristî.
Girêdaniya vê bi rastiya şer ve baş derketiye holê. Wateya bûyîna xwediyê helwesta azad a bi vî rengî di nava jiyana şer a balkêş de cihê xwe diyarkirin, dîsa di nava avahiya rêxistinê de cihê xwe girtin û bûyîna xwediyê xebateke siyasî ya bihêz e. Ger tê xwestin asta azadiyê di têkîliyan de were avakirin û tê xwestin veguhere şêweyeke jiyanê pêwîste baş were şerkirin, baş siyasîbûn çêbibe û ji bo wê jî pêwîste rêxistinbûn baş were pêkanîn. Ji ber wê jî em bi ziravî diyar dikin ku kesayetên gelekî baş rêxistî nebûye, li ser vî bingehî siyasî û leşkerî nebûye nikare azad bibe. Ger tiştê mijara gotinê rastiya Kurdistanê be, rêxistina ku ji vê re rêbertiyê dike PKK be, em li asta rêxistinbûna ew kesên ku dixwazin bibiryar bin û bibêjin, “ez azad im, xwedî biryara azad im” temaşe bikin. Emê ji bo rêxistinbûnê li perwerdeyê, ji bo siyasîbûnê şûna astekî berfireh kûranî girêdaniya siyasîbûnê bi şer ve, çi qasî tevlî dibe û çi qasî şensê pêşketinê dide, temaşe bikin ku em bizanibin ka pileyên wan helwestan ên azadiyê çi qas e? Misoger têkîliyên wan bi hev re gelek in. Qutbûna di qadekê de dê rê vebike ku qadên din jî ji dest biçin. Ji bo vê yekê jî pêwîste mirov bi sîstem bigre dest, bi qasî tê dîtin di heman demê de ew bi xwe re disîplîneke tund jî tîne.
Azadî weke ku gelek bawer dikin, lîberalîzmeke ne cidî û kevin nîne. Azadiya li gel me helwesta azadiyê ya çînê herî kedkar e. Lê belê ew jî bi tenê bi disîplîneke ji dil a bihêz ve dê were pêkanîn. Bi rêxistinbûn, siyasîbûn û leşkerîbûn di rastiya Kurdistanê de û di rastiya wê ya şer de jiyaneke di asta herî jor de bi disîplînbûnê, ji bo rêgez li ser bingeha xetê ku gelekî tund girêdaniyê hemû jiyana xwe fedayî vê yekê kiriye û hewldanên vê yên herî serkeftî pêwîst dike. Ji ber wê jî ger jin dibe, ger zilam dibe yê ku nekeve rêxistinbûneke di asta bilind de hewldanên wê siyasîbûnê û leşkerîbûnê nede yê ku bi girîngiya kedê me ve û pêwîstiya bi cîhaniya wan ve neyê girêdan, milîtaneke ku xwe dixapîne ye. Pêwîste mirov zêde bi kesayetan ewle nebe. Ger em bizanibin bi biryarî, bi asta rêxistinbûyînê ve bi hewldanên berfireh ên di hemû qadan de bi taybet girêdaniya wê ya bi rastiya şer ve ew jî tenê bi axaftinê na, pêwîste li pratîkê nêrînê ve wekhev tê dîtin. Ger em pêwîstiya vê pîvanê pêşçavgirtinê her dem bizanibin emê bigihên helwesta azadiyê ya zexm.
Hevala Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê Başûr de şehîd ketibû, ji aliyê azadiyê ve xwedî hewldaneke mezin bû. Raporeke ku wê hevalê ji min re şandiye hebû, min hîn nebihîstibû ku şehîd bûye û her dem ev heval di bîra min de bû. Digot, “ez dixwazim ji dahurandinên Rêbertiyê sudê werbigrim û ceribandina romanekê bikim.” Li gel me hetanî niha kesekî gotineke wiha negotibû. Hevaleke gelekî pêwendîdar bû. Min digot, ger min ev hevala bidîta û nîqaş bikira dê baş bibaya. Piştre xebera şehadeta wê hat. Keçikeke gelekî qehreman bû. Di asta rêbera taximê tevlî çalakiya qereqola Rûbarok bûye û di vê çalakiyê de birîndar bûye. Tevî ku birîndare jî di eniya şerê Başûr de li herî pêştir helwest girtiye, di wir de jî hetanî ku guleyên wê qediyane di sengerê de maye. Piştre hêzên xayîn û noker derûdora wê dorpêç kirine û gotine “radest bibe, em tiştekî bi te nakin” lê belê helwesta vê hevalê gotina, “we bi dijmin re hevkarî kir, hun ji Başûr êrîşê Bakûr dikin, hun xayin in ez radestî we nabim” bûye. Bi navêRêbertiya Partiyê jî di asta diruşm de qêriyaye û xwe ji kendalê ve avêtiye.
Ev çalakiyeke watedar û gelekî wêrek e. Di rastiyê de weke teorîk gelekî bihêz e. Tenê ji welatparêziyê û berxwedaniyê bingehê xwe nagre, di heman demê de keseke ku dixwaze dahurandinan jî bi kûranî fêm bike. Ji ber ku dixwaze asta wan hîn zêdetir bike. Ev rewş tê wateya ku ji vê rêhevalê dê dahurînêreke baş derbikeve. Kesayetên ku di têgîhiştinê de xwedî biryar in û ji bo vê her cureyê berxwedêriya qehremaniyê pêk bînin jê derdikevin û pêwîste mirov rûmetê bide vî tiştî. Pêwîste mirov bersiveke baş bide bîranîna vê hevalê. Ev kesayet û helwest wisa ye ku mirov ji rêzgirtinê zêdetir nikare tiştekî din bike.
Li ser vê şehadetê heval dibêjin, “em bi bîranîna vê hevalê ve girêdayî ne, emê navê wê bidine tabûrê.” Pirsgirêk bi navê wê dayîna tabûrê ve û çawa ber xwe daye bi vegotina wê ve nayê çareserkirin. Pirsgirêk helwesta ku ew dişopîne dayîna jiyîn e. Jixwe yê ku van encaman derbixe holê jî ev helwest bi xwe ye. Em wê bingeh digrin. Ev hindekî dibe mînak an jî modelê ku hevalê em dixwazin pêş bikevin e.
Ev hevalê ku di pêşketinê de bibiryar e, di rastiyê de bi gelek çewtbûnan re jî rû bi rû maye û dibe ku şaşitî jî kiribin. Lê belê her diçe di xeta rast de kûr dibe û dikare biçe encameke gelekî bibandor jî. Tiştê ku ez dixwazim diyar bikim ev e. Ger em rê vekirî bihêlin dê kesên mêrxas hetanî qehreman derbikevin. Ji ber ku ji berî vê di vê qadê de dihate gotin, “jin gelekî giraniyê çêdike, em çi ji van bikin?” min ev yek got, “yê ku we got giranî ye, berovajî ye. Jin di rastiyê de hêzeke mezin a fedayî ye. Hatina wan hevalan a wan deran weke ku di gelekan de hatiye dîtin, li gel feraseta xwe fedakirinê wêrekiyê jî rave dike.” Hun vê yekê nanirxînin. Bi nêzîkbûnên feodaliyê ya gelekî paşketî û ya pergalê ve nêzîk dibin. Ev nêzîkbûneke ne rasteqîn e. Dibe ku hêza we têr neke, dibe ku nêzîkbûnên rast pêşkeşkirin jî zehmet be, lê belê feraseta min jî ev e. Ji ber ku rastbûna vê ferasetê derkete holê. Piştre gelekan gotin, “hemûyan di sengerê de ber xwe dane, qet nerevîne, tu caran weke ku me bawer dikir nebû. Ev yek di şerê paşê de derketê rastê.” Ev jî wisa encamên zêde werin mezinkirin nînin. Her çi qasî asteke ku hindekî din were pejirandin hatiye girtin nîşan bide jî hatinên mezin ên rastiyê, dê piştî vê bibe mijara gotinê.
Ez hêvî dikim hewldanên me ku ji bo jinê em bi pêş dixin, him were fêmkirin û him jî mezin were nirxandin. Dibe ku em hindekî li ser we ferz bikin. Dibe ku jiyana bidisîplîn we teng bike, lê belê bedêleke azadiyê û pêşketinê heye. Bêyî ku mirov van bedêlan bide nagihê van tiştan. Dibe ku çareseriya erzan asta têkîliyan ku rihet bike û hînbûnên jiyana rojane we têr bike, lê belê tu caran nabe azadiyê. Ev yek jî kesayeteke lewaz derdixe holê. Em naxwazin xwe bi vê yekê têr bibînin. Ger em bixwazin dikarin we gelekî hêsan bi rê ve bibin. Hun fedayî ne, ji bo her cureyê şeran hene. Lê belê gengaze ku hun bi hêsanî werin bikaranîn, hindek dikarin vî tiştî bikin, lê belê ez dihizirim nêzîkbûneke wiha bêrûmet xeter e. Ji ber wê jî pêwîstiya kûrkirina bi we re karkirinê, ez helwesteke hîn rastir dibînim. Ji ber ku yên gelekî seranser çûne welat hêsan wenda dikin. Dema mirov vê yekê tîne pêş çavan me peyitand ku nêzîkbûnên me layiqê jiyandinê ne.
Em dixwazin we bikin xwedî helwesteke ku gihiştiye vîneke serbixwe, helwesta azadiyê û raveya wê bi hêsanî nakeve rewşên şaş, di gihiştina kesên ku em dixwazin biafirînin de hindekî bi biryar herî kêm di vê mijarê de bi sebir û rik. Ez dihizirim ku ev yek hîna baştir e. Bêguman pêşketinên pêvajoyên pêş de ku partiya me di azadiyê de bijî, têkîliya jin û zilam, têkîliya malbatê û xwe nîşandana van a di jiyana azad de gihiştina wê ya him zelalbûnê û him jî pratîkê dê bibe bûyereke ku ew bi xwe tê jiyîn. Ev jî bi hemû aliyan ve li gel tekoşînê û berfirehiya hewldanan ve dê çêbibe. Pêwîste mirov kêliyekê jî piştçav neke ku bêyî were şerkirin em nikarin jiyana civakî ya herî di asta jêr de jî rizgar bikin. Asta me ya netewî û civakî ya heyî rastiya dijmin a ku ew afirandiye jiyana malbat, jin û zilam emê bi şer serûber bikin. Bi rengekî xayînî ketî, yê ku ji hêzê dixe û dibe binkeftinê na, emê bibin xwedî helwestekê li ser bingeheke azad dibe serkeftinê û yê nû. Ew rengên ku jiyanê hîna zêdetir watedar dike, bi tenê emê bi şer bigihênê.
Raveya vê ya din jî asta ferasetê ku di civaka me de gelekî hatiye texrîbkirin, pêşvexistina wê ye. Em tenê vê encamê dema ku me dît civaka me çi qasî li dijî hev e, mirov çawa weke stiriya bi hev re diçin, di nava malbatê de, di nêvenga her eşîret û qebîleyê de dîsa di navbera kesayetên cihê de çawa tevlîheviya têgehê û kaos didome bi taybet di bûyera rêzdarî û hezkirinê de lewazbûneke çawa em dijîn, wê demê dê baş were fêmkirin ku şerê em didin di cihekî de şerê hezkirin, rêzdarî û ferasetê ye. Ew riya ku di Kurdistanê de diçe hezkirin, rêzdarî û ferasetê jî pêwîste girêdayî rastiya şer, bi cihanîna hemû pêwîstiyên wê be. Ger hun dixwazin bigihên nêvengeke ku hîna zêdetir dikare hez bike, wê demê hunê bibin xwedî derfetên hîn zêdetir ên şerkirinê. Misoger bi qasî ku ev diyardeyeke rast e, bûyereke ku bi hewldanên rojane ve girêdayî ye. Bila tu kes bêyî ku şer bike, bêyî ku hewldanên vê yên pêwîst nîşan bide hezkirinê û rêzdariyê hêvî neke.
Xwenîşandaneke şoreşa Kurdistanê di kesayetê de yek jê jî ev e. Me ev yek serkeftî daniyê rastê. Tiştê ku dimîne pêwîstiya li ser vê bingehê rêxistineke baş derdikeve holê. Li gel derfetên vê dîsa weke ku gelekî tê xwestin derfetên leşkerbûnê jî diyar bûne. Piştgiriya nêvengên ku hene, ji bo leşkeriyê nikare biçûk bibîne. Ya herî girîng em ji bo hîn zêdetir werin hezkirin, rêz were girtin û bigihên jiyana pîroz ku aîdê mirovan e, şoreşê dikin. ji bo têgehên ku di rastiya civak û netewa me de hatine wendakirin û ji bo me bi qasî nan û avê pêwîst e, ji bo ku ev yek xwe di jiyanê de bidin nîşandan, em neçarin şer bikin. Kê dibêje ku, di van mijaran de tiştên layiqê wê ya bigihê, pêwîste şer bike. Him jî pêwîste bi serkeftî şer bike ku bigihê azadiyê. Cewherê diruşmên me jî ev e.
Bêguman ev mijar bi wêjeya şoreşgerî ve hîna baştir tê vegotin, bi şerê wêjeya şoreşgerî ve jî mirov dikare bigihê asta derûnî ya kesayetê, serûberkirina têkîliya jin û zilam, zelalkirina wê asta huner û şêweyê hunerê ku em jê re dibêjin xweşikirin. Ev yek tê wateya asta xweşikirinê yê şoreşê li ser huner zêde bikin. Riya wê jî bi girêdayî şerekî şoreşgerî ya wiha ve hatiye danîn.
Em nêzîkî Newrozê dibin, kongreya jinê ya netewî tê pêşxistin û 8 Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê tê nirxandin. Bi vî rengî hatina çend rojên watedar ên li gel hev, pêwîst dike ku careke din li ser pirsgirêkê were rawestandin. Têkîliya di navbera zayendan de misoger di heman demê de têkîliya di navbera çînan de ye. Heta girêdaniya vê bi asta netewî ve jî heye. Xeyalê jiyana sexte zêde kêfxweşiyê nade. Jiyan xedar e. Rûmet û hezkirin bi hêsanî nayê qezenckirin. Hela evîn weke tê gotin tu caran hêsan nayê qezenckirin. Lê belê dîsa jî pêwîste em qîmetê bidin hev. Jinek ger bikaribe kesayeta xwe zelal, xwerû û çîrûskeke zeka bike bibe xwedî uslûbeke şêrîn, bi qasî wêrekiyê bizanibe hestiyar be, vê yekê li her qadên jiyanê serdest bike hêza nîqaş û çalakiyê nîşan bide, jineke wiha dikare were astekê ku dişibe xwedawendan. Hun dikarin li şûna ku xwe bispêrin hindekan bibin xwedî dewlemendiyekê û mezinbûnekê ku her kesek xwe bispêre we. Ez vê derfetê dibînim û pêwîste mirov bi vê kêfxweş bibe. Weke zayend şûna ku perçiqandin û lewazhatina dîtin, bûyîna xwediyê xaweniyê (erdem) bi vî rengî gengaz e. Ev yek di heman demê de balkêşbûn e. Ma gelo tiştên şerm li ku dera vê yekê ye? Koletî û ji rêzêbûn li ku dera vê ye? Ev bi şerên mezin ve –ez tenê di wateya çors de behsa şer nakim- bi qasî hêza hizirandinê ya gelekî pîroz bi bûyîna xwedî hêza rêxistinî û çalakiyê ve jî girêdayî ye.
Me jî her dem xwest ku di vê çarçoveyê de bi we re pêwendiyê bi pêş bixin, ji ber wê jî em ji bo rastiya jiyana jinê ya giştî bi taybet jiyana jina Kurdistanê ku mirov nikare bipejirîne û pêwîst e were derbaskirin, em rêzdariya xwe wiha diyar dikin. li gel ku tiştên me kirine ne kêm in, ev hîn destpêka vî karî rave dike. Piştî vê emê xwe bispêrin ezmûnên xwe û hîn baştir tekoşînê bikin. Rojên pêş rojên ku mirov hîna zêdetir bipejirîne û biwêre bijî ne. Wê demê, dema ku hun diçin kongreya jinê bi qasî ku hun di van hêmanên bingehîn de zelal bûn pêwîst e em xwe rûbirûyê erkên zelal bikin û hewldanên wê kêm nekin. Ev yek gelekî girîng e. Ger weke partî em li ser vê bingehê baş tê bigihên û tiştên pêwîst were bicihanîn, em dikarin ewlebin ku em di riyeke baş de ne.
Xebatên we yên kongrê ku li ser vê bingehê dimeşin em bawer in ku hunê serkeftinên girîng pêk bînin. Em ewle ne ku hemû heval tiştên li ser vê bingehê dikevin ser milên wan dê hîna zêdetir bi cih bînin. Em bawer dikin ew piştgiriyên ku di hemû qadên şer de wê pêşvetir bibe. Em hêvî dikin emê piştgiriya xwe bêkêmasî bi cih bînin, hun hemû jî di vê qadê de jî bibin xwedî serkeftinên bilind. Em pêşketina bilind û bi serkeftî bi dawîkirina wê silav dikin. Silav û hezkirinên xwe pêşkeş dikin.
- Ayrıntılar
Divê jin ji bo siyaseta demoqratîk xebat bikin. Di akademiyen min pêşniyar kiriye de jin dikarin perwerde bibin. Dikarin xwe perwerde bikin. Bi heman rengî li akademiyên din de jî bi hezaran kes dikarin bêne perwerde kirin. Çima hîna jî nekarîn akademiyan avabikin? Xebatên akademiyê girîng in. Ev akademî ji xebatên sporê heta siyasetê, ji huqûq heta felsefê, heta xebatên kargehan, xebatên çand huner di nav de. Her cure xebatên xwe dikarin bikin. Dîsa ev akademî di vê hemû aliyan bigire li nava xwe. Mînak divê xwendevaneke zaningehê jî, jinekê malê jî di nava xebatan de cih bigirin. Demekê enstituyê gundan hebûn. Dixwestin xebatên bi heman rengî bikin. Lê akademiyên ez pêşniyar dikim, enstituya derbas dike. Nav ne girîng e, akademî, enstîtutî jî dikare bê gotin. Malbat, li derdora jin çêdibe. Jin hilberînêr in. Bi yên hildiberînin dikarin pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin. Nimûne dikarin bi kirêkirina zeviyekê çandiniya organîk bikin. Bi vî awayî di çareserkirina pirsgirêka bêkariyê de wê bibin alîkar. Xebatên jinê heyecanê didin min, jin dikarin ji xwe bawerbin. Ku giraniya xwe bidin ser azadiyê tiştekî ku bi ser nexin tune.
Desthilatdarî, xwe bi jinê bi pere bi meqam diwazin xwe bi hêzbikin. Ji bo min a girîng azadi ye. Herkesê ku têkoşîna azadiyê dide rêza bêdawî nîşan dikim, ev zarokek biçûk jî be, ji bo min bêbandor bihêlin li vir li ser min çewisandina kargêrî, siyasî, adlî bi pêşdixin. Heta ku bixwazin dikarin imha jî bikin. Li vir li ser min pergala dewleta mîkro tê sepandin. Kargêriya girtîgehê heye, ev karên kargêriyê dişopînin. Ji bilî vê tiştek ji destê wan nayê. Yên li ser min tên sepandin encamên siyasetê ne. Siyaset çi ye? Siyasetê bi du hevoka bi şêwazekî xweşik ji we re bêjim. Siyaset ji herêmî heta gerdûnî, ji kes heta civakê, pirsgirêkên xwe yê nasnamê nîqaşkirin, nasnama xwe azad bi şêwazekî wêjeyî îfade kirin e, anîna zimên e. Siyaseta demoqratîk tiştekî wisa xweşik e.
Min ji bo jinan, akademiyên siyaseta demoqratîk û çandê pêşniyar kiribû. Ji bo ciwanan, ji bo yê dîtir min pêşniyar kiri bû. Divê ev hemû gavek berî gavekê bikevin jiyanê. Divê herdem li akademiyan bên gel hev niqaşbikin, tu tiştek çênebe jî wê hişê wan vebe. Siyasetmedar ji van deran derkevin. Perwerda akademiya naşibe perwerda li dibistanên dewletê yên asayî. Bûyera dibêjin civaka eşkere ev e.
Pêwîste ligel dewletê jî civak bê demoqratîk kirin. Riya vê jî di her mijarê de têkildarî hemû persgirêkên civakî de rêxistin bûyîn e . Rêxistinên ku ez dibêjim kom û komûn wê îfade dike. Waye bi pirsgirêka jinê re pêwendîdar, bi hindikahiyan re pêwendîdar h.w.d. diyardeyek û her bûyerek civakî ku tê aqila re pêwendîdar dibe. Bi şêwazên komin rêxistin çêbibin. Komûnên çandiniyê, komûnên gundan, komûnên taxan h.w. d. Dikarin bên zêdekirin. Dîsa dibe ku wekî mînaka hêsan bê dîtin, lê mînak komelên parastina darên mazî, zêdekirina wan daran bê kirin. Li her gundî sed darên mazî çandina wan gelekî girîng e û bi sûd e. Em dikarin hemû xwezaya xwe bikin daristan. Hemû rêxistinên sivîl dema dibin sîwana konfederasyona civakî ya sivîl an jî komînalîzma demokratîk bighêje hev wê hêzek mezintirîn a demokrasiyê derkeve holê.
Divê Kurd bêyî ku desthilatiyê armanc bigrin civaka demokratîk ava bikin. Pêşniyaza min a ji kurdan re divê rêxstinên demokratîk ên sivîl ên siyasî, civakî, aborî û çandî li her qadê çêbikin, divê van ji dewletê hêvî nekin. Divê em vana bi hêzên xwe yên cewherî bi serbixin. Komalên hawîrdor, komalên hawîrdorparêz û femînîst , rêxistinên kedê, saziyên piştgiriyê û wekî wan bi hezaran komele rêxistin divê bên avakirin. Bi avakirina komeleyên hawîrdorparêz û femînîst, ku bi pêşkevin û bigihên gel kuştinên namûsê û tûrê dikarin bêne asteng kirin. Divê di wê mijarê de civak û jin bên hişyarkirin. Tenê wê demê dikarin azad bibin. Di qada siyaseta demokratîk de kêmasiyên ezmûn perspektîvên ciwana hene. Ji ber vê sedemê ciwan dema têkoşîn dikin bêsebir tevdigerin. Ez zanim her kes ketiye rewşeke bûye dîlê kapîtalîzimê û bi taybet di ciwanan de sift e. Ji ber vê sedemê ciwan ji bo serkeftinê divê ji pere, pûl û ji derdorên kapîtalîzmê dûr bisekinin. Jiyan ji bo wan wê wisa bi wate be. Saziyên ciwan û jin hêza wan a motor e. Lê divê ku ji ciwan û jinan hinek kes û beş bikarbînin. Divê ciwan û jin li hemberî van şiyar bin. Xwe nedin bikaranîn. Divê mijarê de pir pirtûk û nivîsên min derketin dikarin ji wan sûd bigrin.
Min di parêznameya xwe de xwest pirsgirêka jinê bigrim dest. Civak jî weke jinan çawa tê pelçiqandin û mêtingehkirin min xwest vebêjim. Ango di van parêznameyên xwe de min xwest jinkirina civakê dahûrînim, em di pêvajoyekê de ne ku bi taybet di roja me de jiyan bêwate bûye, ji bo bêwatebûyînê derbas bikin, armanc kirina azadiyê girîngiya kilîtkirina azadiyê min xwest vebêjim. Bi taybet ji bo jin ku di nav de ne jiyan bêwate ye, ji bo rewşa di nav de ne derbas bikin, jiyanek bi angaşt bi armanc bigrin pêwîst e xwe kilîtî azadiyê bikin .
Berê min vegotibû ku pirtûka “jina azad kê ye, çawa bê jiyankirin” pêş bixin hûn dikarin li ser vê sift bibin. Pirtûka ku minn pêşniyaz kir wê bi pêşbixin ez vê bi wate dibînim, divê zêde li zilam bawerî nebe. Jin serxwebûna xwe wê bi xwe biparêze, bila parasitina xwe bikin. Pêwîst e ji azadiya jinê neyê tirsîn. Divê jin namûsa xwe bixwe biparêze. Jin wê bibe mirova ku xwe biparêze. Ez bi jinê re wisa rêheval im. Tişta zayenda çors çîrok e. Min bi jinê re rêhevaltiyek balkêş kir, bi jinê re hevaltiyeke min a bi hêz heye. Ev melseleyeke hêz û baweriyê ye. Zilamên wisa hebin ew jî dikarin bibine alîkar. Ez wiha bersiva keda wan a li ser xwe didim. Ez wisa rêzdariya dayîka xwe didim. Pir rêhevalên min ên jin ên ku ji bo min xwe şewitandin çêbûn. Ez wisa bersivê didim bîranînên wan. Jinên bi sîxûrvanî rawestiyan hebûn. Li hemberî yê ku dixwazin min bikarbînin ezê şerê xwe bidomînim ji bo Fûad`an min pêşniyar kir, çawa baxivin ji bo jinan jî pêşniyazî dikim. Her hefte yek derkeve baxive bi zimanên cûrbercûr bi erebî, kurdî, farisî divê axaftinên heftane dest pê bikin, bi sepandina min şîroveyên xwe jî tevlî bikin her hefte derkevin baxivin.
- Ayrıntılar
Temamên dostên ku dilê wan bi agirê Newrozê û aştî û azadiyê geş dibe, merheba!
Ez gelê xwe yê li Mezopotamyaya ku dergûşa şaristaniyan e, agirê Newroza bihişmet veguherand şahiyek hişyarbûn û demokrasiyê silav dikim.
Di şexsê we de ez hezkirinên xwe dişînim ji temamên jin û ciwanên welatê xwe re.
Ez bangî her kesên ku di dilê xwe de ji aştiyê re ciyek veqetandiye, li dengê me guhdar kiriye dikim.
Temamên Tirkiyê, bi ruhê piştgiriya sedsalan bibin yek.
Ez cejna gelên bira yên Rojhilata Navîn û Asyayê ku dergûşî ji dîroka şaristaniya dinyayê re kirine jî pîroz dikim.
Ji we tevan re, silavên jidil û can dişînim. Merheba..!
Me agirê şer ê ku şaxên ciwan, can û evîn û ked, tev kiribû arî, dîsa di rojeke wiha de, di Newrozê de tefandibû û ji bona aştiyê meşaleya vejîneke mezin pêxistibû.
TEMAMÊN RIYÊN NAVBER Û DEMÎ ÊDÎ MÎADA XWE DAGIRTINE
Gelê Tirkiyê, yê xoşewîst!
Dîrokê şanî me daye ku rêbertiyeke aştiyê ya bi biryardar neyê pêşandan, ew ê pirsgirêkên dîrokî bi ya xwe bikin û bi gelemperî ew ê bersivên tev bi xwîn û elem û mirin bidin me.
Pirsa herî şewat ya li ber me, ku li hêviya bersivê ye, gelo bila darbe her tim xwe dubare bikin, an jî bi demokrasiyeke tam û radîkal em bi riya xwe de bimeşin e.
Rewşa rojane ya şênber ku ji Newroza dawin û heta îro em dijîn, tam jî vê riya veqetînê ku dijwarttir dibe şanî me dide. Ya ew ê rejîma komploker û darbeker ya ku, pişta xwe daye modernîteya kapîtalîst, ya van 200 salên dawîn, ji nûvde xwe restore bike û dewam bike, yan jî têkiliyên Kurd û Tirkan ên ku li ser armanca xwe ya dîrokî hatine rûniştandin ew ên di reformên demokratîk ên berfireh de derbas bibin û bi rejîmeke qanûna bingehîna demokratîk makenîzmayên komploker û darbeker parçe bikin û çareseriyê bînin. Temamên riyên navber û demî êdî mîada xwe dagirtine.
ÇARÇOVEYEKE QANÛNÎ JÊNEREV E
A ku heta niha dewam dikir pêvajoyeke diyalogê bû û girîng bû. Di vê pêvajoyê de herdu aliyan jî neytên hev î qenc û rastîn û têrkerî test kirine. Vê testê daye xuyakirin ku ligel helwesta xwegirankirin, ji bingeha qanûnî revîn û dirêjkirina demê ya hikumetê, herdu alî jî di lêgerîna aştiyê de bi biryarin. Lê herwiha ligel ku pêvajoyên diyalogê girîngin jî girêdêriyekê şanî nadin. Ji ber vêna ji bonî aştiyeke mayînde ewlehiya têr û tije dernaxin holê. Nuxteya ku em hatinê, ji bonî sîstematîka muzakereyan çarçoveyeke qanûnî jênerev e.
DEMA ME LI BER XWE DE AN EM NETIRSIYAN, DEMA EM LI HEV BÊN JÎ EMÊ NETIRSIN
Aştî ji şer zortir e, lê aştiyeke her şerî heye. Dema ku me li ber xwe dida em neditirsiyan, dema ku em li hev bên jî em ê netirsin.
Berxwedana me ne li hember gelên bira bû, li hember pergala hegemonîk, înkarker, a ku tune dikir û zilimkar bû. Herwiha aştiya me jî ne ji bonî hikumet û dewletan e, ji bonî gelên ku nirxên vê axê yên kevn û hezar salî dahurandine û amadekarên bêhempa yên mîrata çandî yê dinyayê ew gelên Enedolê, Kurdistan û Mezopotamyayê ye. Hikumet û dewlet divê li gorî vê rastiyê tevbigerin û barê wan pêşxistina cidiyeteke li gori vê rastiyê ye.
DIVÊ LI HEMBERÎ KOMPLOYÊN NAVNETEWEYÎ HIŞYAR BIN
Rêwîtiya me ya mezin a aştiyê ji Osloyê heta Parîsê, ji Geverê heta Licê, ji operasyonên KCKê heta helwesta zalimane ya li ser nexweşên girtî, rasti gelek êrîşan hatiye. Va, ya ku ew ê van lîstokên qirêj tev xerabike, serdestiya Gladyoya Navnetewî hilweşîne û vala derxe ev tevger e; yanî hûn in. Di bêtesîrkirinatemamên pergalên wêristî yên di herêmê de, para mezin a têkoşîna ku me daye heye. Li hember komployên navnetewî, ku bi hezar şêweyî derdikevin pêşiya me, divê em baldar bin, ev peywireke me ya dîrokî ye.
Herwiha uslûb û zimanekî xweş û rast, ligel ku ew ê rêbazên şerê psîkolojîk û nîjadperest vala derxe, ew e bibe karakterê bingehîn ê aştiya me ya mezin.
Ev aştî di serî de li Rojava, li temamê herêmê ancax ew ê bi çareseriyên demokratîk ên qanûnî bê xurtkirin.
Jin, ligel potansiyela azadî û wekheviya mezin, bi lêzêdekirina nirxên exlaqî û bedewî, yên nû, ku ew ê li pêşveçûna demokratîk a civakî zêde bikin, ew ê bibin barhilgirên esasî yên vê aştiyê.
Tevgera me wek tevgereke ciwan destpê kiriye û her tim ciwan maye. Li hember êrîş û provakasyonên li ser vê aştiyê, ew ê dîsa ciwan bibin parastvanên nebez û berxwedêr.
Gelê me yê ku di serî de Ewrûpa, koçberî çar aliyên dinyayê bûne, ew ê bibin dengê me yê ku ji dinyayê re aştiyê û jiyana bi rûmet û azad diqîre.
Temamên rêhevalên me, yên ku li her warên ku hêvî ber bi tunebûnê ve çûye, bi vina xwe ya bêhempa jiyana xwe, tenduristiya xwe û azadiya xwe, bêyî ku çavên xwe bişikînin dane, ew ê bibin sparteka me ya bingehîn.
Ligel gotinên nijadperestîn, dabeşkar û biçûkdîtin û xwîn û nefretê; bi serpêhatiya biratiya hezar salî ew ê gelên Tirkiyeyê bibin bersiva heri xurt.
Bi baweriya welatekî tam demokratîk ku ew ê lê temamê gel û baweriyan, çand û ked xwe azad bibînin, bi hestên xwe yên herî şoreşger we tevan silav dikim.
Bangî her kesên ku li hemberi dem û mirovahiyê xwe berpirsiyar dibînin dikim ku bibin kevirên avahiya aştiya me ya mezin.
Silav li yên ku ji bonî biratiya gelan dixebitin.
Silav li bargiranan.
Bijî Newroz!
Bijî biratiya gelan!
Abdullah Ocalan
Girtîgeha İmraliyê
21’ê Adarê 2014
- Ayrıntılar