Eger mirov kapîtalîzmê weke dînekî di heqê wî de zêde tê axaftin û çalakî têne kirin şîrove bike, dibe ku ji bo em lê serwext bibin bi kêr bê. Mekanê ku kapîtalîzmê serketina xwe lê bi dest xist Ewrûpa ye. Zêhniyeta Ewrûpayê tevî ku der barê kapîtalîzmê de gelek gotinan dibêje û çalakiyan dike, weke di gelek dînan de hatiye dîtin, rastiya hebûna kapîtalîzmê mîstîsîze kiriye. Xirîstiyan, sosyalîst û anarşîst jî di navê de yên weke dijber xuya dikin jî li ser heman xetê çûne. Eqil û fikra navenda wê Ewrûpa ekolek e. Ji sedsala 16’an ve weke sîstema dinyayê pêvajoya hegemonyayê dest pê kirine. Li gorî ponijîna min a şexsî, ev ekoleke wisa ye ku ji avakirina sîstemên xwedayî yên rahibên sumeran qat bi qat bi hostayî karîbûn mîstîfîkasyona rastiya civakê pêş bixînin. Di sîstema fikir û eqlê Rojavayê Ewrûpayê de ‘rêbaza zanistî’ xwedî roleke bingehîn e.
Mirov jî di navê de, ez behsa zanista hayjêbûna ji xwezayê nakim. Zanist weke xizna hevpar a mirovatiyê bi qasî ku mirov neke malê ti kes, kom, sazî û neteweyî, anonîm e. Mirov ê eger ille behsa pîrozbûneke xwedayî bike, di vê çarçoveyê de mirov vê payeyê bide zanistê wê helwesteke nêzî rastiyê be. Lê belê ‘rêbaza zanistî’ di termînolojiya Ewrûpayê de xwedî cihekî cuda ye. Ew, prototîpa dîktatorê hemdem e. Ango şêweyê her cure dîktayê yê otorîter û total e. Ya rastî, ew tov e ku dikeve malzarokê. Rêbaz weke peyv tê maneya usûl, rê û terîqetê. Di destpêkê de her çend erênî be û bi kêra qabîliyeta fêmkirinê bê jî demeke dirêj wexta mirov pêve girêdayî bimîne rê li ber dîktatoriyeke zêhnî ya temam vedike. Li ser navê zanistê israra di mijara rêbazê de dikare mirov ber bi dîktatoriya herî bi tehlûke ve bibe. Jixwe dewletdariya netewe ya elman a ku parêzvaniyeke hişk a rêbaza zanistî dikir, çû faşîzmê û ev jî şîroveya me piştrast dike.
Bêguman li Rojavayê Ewrûpayê şoreşeke zêhniyetê pêk hatiye. Lê mirov vê, weke rêvekirinekê ji bo navendparêziya Ewrûpayê şîrove bike şaş e. Jixwe bi tevahî pêşengên vê şoreşê pêşketinên xwe yên zêhnî ji derveyî Ewrûpayê girtine.
Sosyolojiya Max Weber di warê têkilîdanîna rasyonalîzma Ewrûpayê bi pêşketina kapîtalîzmê re bi roleke girîng radibe. Weber di berhema xwe ya bi navê ‘Kapîtalîzm û Exlaqê Protestan’ de mîna bixwaze derî li vê tezê veke. Tevî ku di pêkhatina kapîtalîzmê de rola rasyonalîteyê yek ji sedemên diyarker e jî bi tena serê xwe mirov bi rasyonalîte û huqûqê vê diyardeyê nikare rave bike.
Di sosyolojiya Karl Marks de weke sîstem serketina kapîtalîzmê bi berhemdariya wê ya ekonomîk ve tê ravekirin. Ji ber ku ji tevahiya şêweyên hilberînê bêtir hildiberîne, nirxa zêde çêdike û werdigerîne sermaye û karê, bi vê qabîliyeta xwe rê li serketina kapîtalîzmê vekiriye. Kêm cih dide dîrok, polîtîka, îdeolojî, huqûq, cografya, çand û şaristaniyê. Mirov dikare van, weke kêmasiyên wî yên bingehîn ên nirxandinê destnîşan bike. Pir bi hêsayî bûye ekoleke ku dikare weke reduksiyonîzma ekonomîk were dîtin. Bêguman mirov nikare qîmeta analîzên sosyo-ekonomîk ji nedîtî ve bê. Lê cihên wan di nava sedemên din de ji ber ku baş nehatine zelalkirin, tevî îdeayên zanistî hemûyan tehlûkeya bikeve dogmatîzmê kêm nabe. Bi piranî ya ku qewimiye jî ji ber van kêmasiyan her tim tehlûke û rîsk hene.
Fikrên ku pêşketina kapîtalîzmê bi desthilatdariyê û bi îfadeya wê ya huqûqî ya bêhtir darî çav ‘dewleta modern’ ve girê didin, gelek in, ne hindik in. Di nav yekparebûna civakî de kok û rîşên hiyarerşiyên desthilatdariyê diçine gelekî kevn. Rola wan a di rêvebirin û meşandina jiyana maddî de yek ji sedemên bingehîn e. Lê zor bi xwe nikare rê li derketina jiyana maddî, ekonomî û weke serê wan kapîtalîzmê veke. Rolên sererastkirin, pêşdebirin û astengkirinê her tim di zikhev de bûn.
Serketina kapîtalîzmê li Bakur-Rojavayê Ewrûpayê girîngiya faktora cografî û mekanê wê radixe ber çavan. Pirî caran tê gotin ku Amsterdamê jêre dayiktî kiriye. Dîsa jî weke faktorên din cografya jî ji bo ravekirinê bi sînor e. Bêyî ku mirov zêde mezin bike, her tiştî li gorî qîmeta wî deyne, wê rastiya wî jî bi qîmeta wî diyar bibe.
Daxuyaniyên xwe dispêrin faktorên çandî û şaristaniyê hêza wan a şîroveyê nayê guftûgokirin. Kapîtalîzm, esas, di qonaxên pêşketina şaristaniyê de li qonaxa rizînê rast tê. Teza min a ez giraniya xwe didimê ev e. Çemê mezin ê şaristaniyê li devera diherike okyanûsê di heman demê de dawiya vê sîstemê ye jî. Ji bo vê jî bi awayekî sembolîk mirov dikare peravên Amsterdamê û Okyanûsa Atlasê destnîşan bike. Bêguman sîstem ji okyanûsê bihuriye, bi dewleta netewe ya DYE’yê bi hegemonyayeke nû karîbûye xwe bigihîne serê globalîzmê. Ji ber ku jiyan zêdetir ketiye rengekî ferazî û medyatîk, civaka zêde dixwe û xwe nîşan dide bûye serwer, li şûna ku ekonomî bersiva pêdiviyan bide daxwazan har dike, desthilatdarî ketiye heta bi tevahiya demarên zîro yên civakê, îdeologên sîstemê bi xwe behsa bê dîrokbûnê dikin, ev giş eşkere kaos û rizîna sîstemê îfade dikin.
Mirov bê dîrok, bê zeman nikare rastiyê bifikire. Pêşketin, beridandin, pircuretî û cudatî bi dîrokê dibe. Gotina bê serûbinî ji bo şêweyekî tê gotin. Ti şêwe û awa xwedî payeya bê serûbinî nîne. Di şêwegirtina civakan de têgînên mîna bê serûbinî, heta bi qiyametê, pêxemberê dawî, qanûnên naguherin, ji serî heta dawiyê û pêşketina bê dawî zêdetir bi dogmatîkbûna bawerî û fikrê re eleqedar e, di vê de hewldanên ji bo desthilatdariyeke mayînde û derdorên xwedî paye ji bo berjewendiyên xwe dewamî bikin, rol lîstine. Di vê de bi propagandayê baweriya cewherî bidestxistin û mayîndekirina berjewendiyan esas e. Lîberalîzma ku îdeolojiya navendî ya kapîtalîzmê ye, îdeaya wê ya bibe gotina dawî ya bê serûbinîbûnê, dubareya heman lîstikê ya modernîstîk e.
Wexta mirov kapîtalîzmê bi nav bike, divê weke fikir û çalakiyeke nayê guhertin, afirandî û xwedî yek navend e destnîşan neke. Ya rastî, di civakê de potansiyela berhemê zêde çiqasî pir bibe, komên di telş û terkan de kurtêlên civakê dikeritînin û ji vê çalakiya wan a sîstematîkbûyî re mirov dikare bibêje kapîtalîzm. Hejmara van kesan ti carî ji sedî yek û dudiyê civakê derbas nake. Hêza xwe ji firsendkarî û rêxistiniya xwe digirin. Ji ber ku li ser mekan xwe baş bi rêxistin dikin, di nava neqebên civakê de ku telşê wê hîn mezin dibin pêdiviyan dixin kontrolê, di meseleya erz û daxwazê de bi buhayan dilîzin û bi vî awayî serketina xwe bi dest dixin. Eger hêzên fermî yên civakê wan nexin kontrolê, berevajî wê ji îhtîkara (spekulasyon) wan bibin deyndar û di berdêlê de timî xwe bi îltîzaman (xwedî derketina neheq) xwedî bikin, ev komên piçûk ku di her civakê de hene wê weke efendiyên nû yên civakê bikaribin rewa bibin. Di tevahiya dîroka şaristaniyê de, nexasim di tevahiya civakên Rojhilata Navîn de komên bi vî rengî yên marjînal ên faîzxur û îhtîkarê her hebûn. Ji ber ku her tim civakê ji wan nefret dikir newêrîbûn ji telş û terkan derkevin. Rêveberên herî zordest ên civakê jî tu kes nikarîbûn van koman rewa bikin. Ne tenê kêm û piçûk hatine dîtin, di heman demê de weke hêza herî bi tehlûke û hêza dejenere hatine nirxandin. Her weha ji aliyê exlaqî ve weke tovê xirabiyê hatine hesibandin.
Di dîroka mirovatiyê de bi qasî çarsed salên bi navend Rojavayê Ewrûpayê şer, talan, komkujî, mêtinkarî û xirakirina xwezayê ti carî evqas nehatiye dîtin û ev yek têkiliya xwe bi sîstema hegemonîk re heye. Bêguman dîsa heman cografyayê şahidî li têkoşînên mezin ên dijber kiriye. Ev pêvajo ji bo mirovatiyê bi tevahî weke xisarekê nabe ku bê dîtin.
Ya ez dixwazim bikim ew e ku destketiyên mirovatiyê yên Rojava bi nirxên pozîtîf ên qedîm ên Rojhilat re sentez bikim û qevdeke tîrêjên rohniyê bidim pêngaveke manedar.
*ji paraznameya Şaristaniy Kapîtalîst hatiye girtin.
Rêber APO
- Ayrıntılar
Ez van rêzan di salvegera 32’an a navlixwedanîna PKK’ê de dinivîsim. Ji bo mirov nasnameya partiyeke modern, rol û serketina wê binirxîne, bawer dikim ku evqasî sal têrê dikin. Eger mirov li van salan dema komê jî zêde bike ji çil salî zêdetir jiyaneke dijwar e. Çi qonaxa komê, çi jî salên navlêdanînê û heta bi Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an demek e ku bi şêwazê partîzaniyê pêk hatiye.
Ji aliyê îdeolojiya gerdûnî ve, em ji cîhana sosyalîzma pêkhatî û fikra pêve girêdayî ya me yeqîn dikir sozyalîzma zanistî ye, bi tesîr bibûn. Ji bo mirov li nasnameya PKK’ê serwext bibe, nirxên bi wan ve girêdayî ma, yan jî bawer dikir ku bi wan ve girêdayî ye, û paradîgma sosyalîzma zanistî ya cîhanê nuqteyeke girîng a nîrengî ye. Eger em hewl bidin bi şibandinekê şîrove bikin, em ê bibêjin, me dixwest em şaxekî nû yê civakeke ji xwe re qebîleya sosyalîst digot ava bikin. Eger em qebûl bikin ku bi vî şêwazî gelek şax hatine avakirin, me jî weke komeke piçûk mafê xwe didît em şaxekî bi vî awayî ava bikin. Bi awayekî berbiçav, bîr û baweriya me ya derbarê rastiya welat (Me Kurdistan weke welatekî dihesiband) û gelekî (Me hebûna Kurdan weke gelekî ji sedî sed qebûl dikir) de sedema me ya bingehîn bû ji bo ku em vî mafê xwe bi kar bînin. Li gorî fikra me ya cîhanî, bi awayekî xwezayî me yê xwe weke hêza pêşeng a beşên gel ên kedkar û bindest bi nav bikirana. Lewma me gotina ‘Karker’ bi kar anî. Ji aliyê konjonkturel ve hem bi maneya bindest hem jî bi menaya xebatkar dihat, û ev navlêkirin li gorî rastiya me bû.
Eger mirov bala xwe bidiyê, mirov wê bibîne, di PKK’ya salên derketina holê û partîzaniyê de cîhaneke bîr û baweriyê ya bêpirs hatiye qebûlkirin heye. Dema ez dibêjim endamê nû yê qebîleya sosyalîst mebesta min ev rastî ye. Çawa ku zarokeke dema ji diya xwe dibe, divê bêpirs qebîleya xwe qebûl bike, me jî qebîleya cîhana sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bêpirs qebûl kiribû. Cudahiyeke me ji qebîleyên klasîk hebû, ew jî ew bû, qebîleya me ya nû ya dinyayê xwe disipart bingehekî zanistî yê guman jê nedihat kirin. Herçiqasî me yeqîn bikira ku bingehê me zanistiye jî şêwazê me yê girêdanê li ser bingehê pir kêm bi bîrewerî û bêhtir bi baweriyê bû. Ango aliyên dogmatîk bêhtir giraniya xwe hebûn. Ez vê ji bo bi temamî dogmatîzmê reş bikim nabêjim. Di xwezaya mirov de fikrek tineye ku têde dogmatîzm nebe. Di îdeayê de, di fikrê bi xwe de nirxeke dogma û baweriyê heye. Mirov ji vê re dikare nirxa pîvanê jî bibêje. Mirov ji dogmaya baweriyekê, pîvanekê û bîrbirinekê bawer neke, pir zor e ku jiyana xwe dewam bike. Belkî ji bo ku karibe bêyî hewceyî ti pîvan û dogmayekê bibe û bijî divê îlahî bibe. Gelek mirovên îdea kirine ku bi vî rengî ne derketine holê, lê kesên bi vî rengî yan hîç tinene yan jî kêm kesayetî hene ku heta dawiya temenê xwe di kêliyên pir bi sînor de bi ber pêleke bi vî rengî ketibin.
Di vê mijarê de têgihîştina şaş ew e, mirov dogmayan weke heqîqetên hişk û naguherin qebûl bike. Lewma dogmayên dînî bi piranî bi vî awayî hatine fêmkirin û dîroka mirovatiyê bi trajediyan fetisandine. Felsefe û fikra zanistî, li dijî şêwazê dogmatîzekirina dogmayan şêweyekî pozitîf ê fikrê ne, ku duristir in. Serdestiya felsefe û zanistê li hemberî dogmayê ew e, dihêle ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahî cihêrengî û zindîtiya wê de bê fêmkirin. Ji lewra her civaka di felsefe û zanistê de bi pêş ketiye, li hemberî civaka ji baweriya dogmatîzmê nebihuriye û di bin destê wê de maye, timî serdest bûye. Di têkoşîna civakan de ya diyarker nirxên felsefî û zanistî ne, ku timî di fikra wan a cîhanî de hene; ya rastî, ew asta wan e ku rastiya jiyana gerdûnî di nava tevahiya cihêrengî û zindîtiya wê de fêm dikin.
Kengî mirov bi awayekî dogmatîk bi dogmayan, bi gavavêtinên bi pîvan ve bê girêdan, hingê rîsk heye û mirov dikare fikaran bike. Di dema derketina holê û salên partîzaniyê yên PKK’ê de dogmayên sosyalîzma zanistî yên PKK bi wan ve girêdayî bû, ya rastî, bi roleke erênî rabûn. Sosyalîzma zanistî herçiqasî bi temamî ji metafizîkê nehatibû şuştin jî derbarê rastiya civakî de îdeolojiya herî zêde nêzî zanist û felsefeya dîrokê bû. Di serwextbûna felsefî û zanistî ya civakê de li gorî dema xwe paradîgmaya herî pêşketî pêşkêş dikir. Di sosyalîzma pêkhatî de xetimîna çêbû bi awayekî encama aliyên dogmatîk ên sosyalîzma zanistî bûn. Ji destpêkê ve rexne li wê hatin girtin û di van rexneyan de para rastî û mafdariyê hebû. Ji ber ku di dema xwe de nehatin sererastkirin, dogmayên binyewî encamên xwe bi hilweşandina sosyalîzma pêkhatî nîşan dan. Di PKK’ê de jî herçiqasî di asta dewleta netewe de nebe jî weke proto dewleta netewe encamek di nava wê de derket holê. Di salên şerê gel ê şoreşgerî de hêmanên di nava PKK’ê de yên nikarîbûn ji dogmayan gavê biavêjin zanist û felsefeyê, dogmatîk bûn. Di vê de herî zêde hêmanên desthilatgir û peyrewên dewleta netewe derketin pêş. Her ku derketin pêş dogmatîzmê jî rehên xwe berdan. Nêzîkatiyên desthilatgir nêzîkatiyên demokratîk tepisandin. Erka partiyê rê li ber erka fermandariyê, erka fermandariyê jî rê li ber desthilatdariya şexsî vekir. Bi awayekî dewletokên netewe yên mîkro pêk hatin. Di têgihîştina partiya Lenînîst de şîroveya têgihîştina otorîteyê ne demokratîk e, lê desthilatgir û alîgirê dewleta netewe ye, ev çawa di cîhana sosyalîzma pêkhatî de bi tesîr bû, bi heman awayî di nava PKK’ê de jî bi bandor bû. Kengî ev têgihîştin bi temamî serwer bû, bivênevê rizîna ji ber desthilatdariyê pêk hat. Tevî ku PKK negihîşte dewleta netewe ya Kurdistana Yekbûyî ya Demokratîk a kiribû armanca xwe, dîsa jî ew di gelek astên mîkro de pêk anî û dît. Dema 1984-1998’an ew deme ku têde bi giranî dewletokên netewe yên Kurd çêbûn. Jihevdeketina dewletên sosyalîzma pêkhatî bi derengî û bi awayekî dijwar di sala 1998’an de dest pê kir bi serê PKK’ê de hat. Herçiqasî di vê de bêtesîrkirina Serokatiyê ji aliyê dewletên netewe yên faşîst lîberal global bi bandor bibe jî, bi awayekî bingehîn ev berê, nexasim ji salên 1995’an ve, pêvajoyek bû ku di hundir de dest pê kiribû. Li gelemperiya dinyayê pêvajoyên bi heman awayî li cem partiyên din ên bi heman rengî jî pêk hatin. Piştî jihevdeketinê du ekolên sereke hewl dan hebin. Ya yekê, partiyên kominîst bûn ku di têgihîştina sosyalîzma pêkhatî ya berê ya ortodoks de israr dikirin; ya duyan, partiyên veguherîn lîberal demokratan bûn, ku bûne şaxên partiyên lîberal ên li welatên berê kapîtalîst bi rola partiyên kok radibûn.
Di nava PKK’ê de piştî jihevdeketinê meylên bi heman rengî derketin holê, lê belê nikarîbûn bibin baskên serdest. Nexasim têkoşîna di navbera baskan a salên 2002-2004’an de gelekî zirar da, lê bi ser neket. Çeteyên sextekar ên bi maskeya lîberalîzmê reviyan û ketin xiyanetê, hêman an jî baskê ji rêûresmê yê nikarîbû ji muhafezekarî û dogmatîzmê bibihure jî tercîh kir ku li ser rêya ekola sereke bimîne. Ekola sereke serhatî û çîroka wê jî gelekî balkêş e. Dema ku herdu bask û aliyan li dijî hev têkoşîneke dijwar dimeşand, bawer dikirin ku partî bi tevahî ji wan pêk tê. Herdu alî an jî baskan nedixwest ji diyalektîka pêşketinê ya PKK’ê hayedar bibin. Ya rastî, haya wan ji diyalektîka pêşketinê ya PKK’ê tinebû. Lê nizanîbûn ku cudahiya PKK’ê ji yên weke xwe ew bû, têkîliya xwe ti carî bi pêşketina diyalektîkî re qut nekir. Çi di dema derketina holê û partîzaniyê de, çi jî di salên şerê gel ê şoreşgerî de, tevî hewldanên jirêderxistinê hemûyan, partî li gorî pêşketina diyalektîkê tevgeriya û xwe bi vî awayî parast. Herçiqasî di PKK’ê de fikreke bi serhevhatî ya diyalektîkê çênebibe jî di jiyanê de pîvanên diyalektîka şoreşgerî bi awayekî pratîkî li ser kar bûn. Xwebûn weke diyalektîkekê hebû. Bask an jî hêmanên fikirsabit ên curbecur bi ti awayî li vê rastiyê serwext nedibûn. Her jirêderketin an jî xiyanetê bawer dikir ku derba kujer li partiyê daye, lê paşê didîtin ku partî bêhtir bi lez pêş dikeve û lewma nikarîbûn vê diyalektîkê fêm bikin. Lewra bi her jirêderketin û revê re ya diqediya ne partî bû, ew bi xwe bûn. Li beramberî vê partî bêtir zelal dibû û hinekî din bi awayekî diyalektîka xwe bidestxistî pêşketina xwe dewam dikir. Di hemû pêvajoyên krîtîk de bûyer û pêşketinên bi vî rengî hatin dîtin.
Di pêvajoya 2002-2004’an ya jihevdeketinê de bawer dikirin ku heta wê rojê ya nikarîbûn pêk bînin wê têde bi ser bikevin û mîna ku partî bi awayekî bi tenê ji wan pêk tê, wê bimîne. Ya rastî, mirov ji rewşa min a wê demê zêde hêvî nedikir. Lê ez ne bi tenê ji ketûbereke wê demê pêk dihatim. Min di şexsê xwe de bi tenê dîrokek zindî nekiribû, piştî hebûna min a fizîkî jî heta civak bi awayekî kolektîf li ser piyan bimana, nemaze heta Kurd bi awayekî azad bijiyana, ez ê jî bi awayekî azad bijiyama û ez ji zû ve bûbûm rastiyeke bi vî rengî. Min xwe weke rastiyeke bi vî şêwazî û hêza maneyê hûnandibû. Haya wan ji vê rastî û maneyê tinebû yan jî hêza wan têra serwextbûna li vê yekê nedikir. Di encamê de bi hewldana komek heval û hevrê navê PKK’ê ji nû ve hat bikaranîn û li ser vî bingehî dan xuyakirin ku wê li ekola sereke xwedî derkevin. Bi vê re jî pêvajoyeke PKK’ê ya ji berê gelekî pêşketîtir dest pê kir. Bi vî awayî PKK piştî jihevdeketina mezin ket sêyemîn qonaxa xwe ya mezin an jî ket pêvajoya pêngava xwenûkirinê û di vê pêvajoyê de dibe partiya dema civakbûneke cuda û partiya dema neteweya demokratîk.
Di Dema Nû De Nasnameya PKK’ê û Maneya Wê
Bêguman qutbûna ji demên berê nedihat maneya nasnameyeke cuda, lê ne kopiyeke demên berê jî bû. Pêşketina çêdibû ne ji aliyê hejmar û çendayetiyê bû, pêşketina naverokê bû ango di warê kalîteyê de bi pêş diket. Ne bi tenê di warê nasnameya PKK’ê de pêşketin hebû, di civaka Kurd a xwenûkirî de jî veguherîneke naverokê ya bi kalîte pêk hat. Ango mirov niha dikare nasnameya PKK’ê ya hebûna xwe ya dema gihîştin û stewînê vebirî û îspat kirî bi awayekî berbiçav bide naskirin û pêkan e ku xwe bigihîne hinek encamên gerdûnî.
a- Serê pêşî bi giştî partî, nexasim jî PKK partiya dewletdariya netewe ya berê ya sosyalîzma pêkhatî nîne. Bi tevahî partiyên sosyalîst weke prensîb divê bi armanca dewlet avakirinê neyên damezrandin. Sosyalîzm nabe ku bi amûra dewletê ya modern bê avakirin. Amûra em jêre dewlet dibêjin bi xwezaya sosyalîzmê re li hev nake. Sîstema karê ya kapîtalîzmê bêyî dewleta netewe pêk nayê. Her sîstema dewleta netewe têde hebe, bi pêkanîna kara kapîtalîst ve girêdayî ye. Rewş li cem sosyalîzma pêkhatî jî cuda nîne, heta hebûna kapîtalîzma burokratîk bêhtir hewcedarî dewleta netewe ye. Sosyalîzma pêkhatî nikarîbû bibe sosyalîzm û di vê de avahiya dewletdariya netewe bi roleke diyarker rabûye. Ji partiyê ber bi dewletê, ji dewletê ber bi partiyê her gava bê avêtin wê bi înkara sosyalîzma demokratîk bi encam bibe. Di teoriyê de ji bo xwe gihandina civaka kominîst a weke civaka bê dewlet tê tesewirkirin, li gorî sosyalîzmê û şêweyê wê divê di ti qonaxê de û bi ti sedemê amûra dewletê neyê bikaranîn û ji bo xwe gihandina civaka kominîst divê mirov serî li amûra dewletê nede. Sosyalîzm kengî bi hemû aliyan demokrasiyê pêk bîne wê pêk bê; ew demokrasiya lîberalîzm wê bi awayekî durû bi kar tîne û bi rastî bi naveroka wê re li hev nake. Mirov nikare bêyî demokrasiyê li sosyalîzmê bifikire û li derveyî demokrasiyê jî bi rêyeke din ticarî ava nabe. Bi tenê bi jiyaneke demokratîk a tevlîbûna wê herî berfireh mirov dikare sosyalîzmê ava bike.
Lewra xisleta yekemîn a partiyên sosyalîst divê ew be ku xwe weke protîpeke demokrasiyê ava bikin. Partiyeke nikaribe xwe demokratîze bike ew nikare civakê demokratîk bike. Demokrasî bêotorîtetî nîne. Otorîteya demokratîk ji otorîteya dewletê cuda, dikare xwe di şert û mercên civaka siyasî de pêk bîne. Dewlet civaka siyasî li derve dihêle û xwe pêk tîne, lê ji bo pêkhatina demokrasiyê hebûna civaka siyasî ferz e. Civaka siyasî jî ew civak e ku azadiya xwe pêk aniye. Diyardeya siyasetê maneya xwe ew e, civak di mijara berjewendiyên xwe yên heyatî de gihîştiye wê hêzê ku difikire, biryarê dide û dikeve nava çalekiyê. Civakên siyasî nebûne, nikarin çarenûsa xwe diyar bikin û di heman demê de nikarin xwe demokratîk bikin. Di navbera diyardeyên siyaset, azadî û demokrasiyê de têkîliyeke ji hev nabe heye. Yek bê yên din nabe. Lewma partiyên siyasî bi tenê weke protîpeke civaka siyasî ya azad û demokratîk karin bibin xwedî nasname. Lewra bi giştî modelên desthilatdariyê, bi taybetî jî desthilatdariya dewletê nikarin ji xwe re mînak bigrin. Desthilatdarî û dewlet, herçiqasî weke hebûn diyardeyên cuda bin jî bi awayekî bingehîn yekdestdariyên hêz û mêtingeriyê ne. Tevî ku hêmanên karûbarê civakê bi rê ve dibin hildigirin jî ev hêman bi rola talî radibin. Ji bo rewakirina yekdestdariyên hêz û mêtingeriyê yên bi rola diyarker radibin têne bikaranîn. Ev sedem hemû îsbat dikin û têra xwe rave dikin ka divê çima partiyeke sosyalîst bi armancên desthilatdarî û dewletdariyê neyê avakirin. Dîsa têra xwe îsbat dikin ka divê çima bi tenê bi awayê demokratîk bên damezrandin û sazkirin.
b- Partiyên sosyalîst tevî ku saziyên modern in, ji aliyê dîrokî ve xwedî erk û berpirsyarî ne ku li beramberî modernîteya kapîtalîst modernîteya alternatîf çêkin û biberidînin. Modernîte têgîneke bêalî û notr nîne; têgînek e ku bingehê wê yê çînî, siyasî û îdeolojîk heye. Modernîteya serdest, tevî ku xwedî karektera kapîtalîst e jî modernîteyên bi tîpên din jî hene. Modernîteya demokratîk di serê van tîpan de tê. Modernîte di nava xwe de demên civakî yên veguherînên bi kok û cuda îfade dikin. Avahiya îdeolojîk, siyasî, ekonomîk, teknîk û zanistî ya serdema her modernîteyê xweserî xwe ne. Serdema destpêkê, navîn û nêz, her yek ji wan li gorî xwe modernîteyekê temsîl dikin. Wekî din her modernîte li gorî xwe şêweyên xwe yên serdest ên çînî, teknîkî, îdeolojîk, siyasî û ekonomîk hene. Her yek ji wan li gorî van şêweyên serdest karekterîze dibe. Di serdema me de ji destpêkê ve li ser şert û mercên jiyana me ya modern mohra şêwazê daneheva kapîtalîst heye, lê tevî vê yekê mirov nikare vê serdemê bi her tiştî bike malê kapîtalîzmê. Eger sosyalîzma pêkhatî bi kapîtalîzmê bi encam nebûya, pêkan bû wê jî mohra xwe li modernîteyê bidaya. Jixwe demeke dirêj jî wisa hat fêmkirin. Partiyên sosyalîst heta ji hêmanên sereke yên modernîteya kapîtalîst nebihurin û li dijî wan tênekoşin nikarin mohra xwe li modernîteyê bidin.
PKK nikare qîma xwe bi tenê bi bihurîna ji dewletdariya netewe bîne; di heman demê de bi xweavakirina weke prototîpa hêmanên modernîteya demokratîk dikare bi rola pêşengiyê rabe. Di dema nasnameya nû ya PKK’ê de yek ji erkên wê yên sereke ew e, civaka Kurd weke netewa demokratîk ava bike. Ji bo di vê erka xwe de bi ser bikeve, beriya her tiştî divê karibe xwe bike alternatîfa hêmanên sîstema modernîteya kapîtalîst. Di navbera xwebûn û bûyîna prototîpa modernîteya demokratîk de cudahiyeke girîng heye. Eger nebe prototîpa modernîteya demokratîk, zor e ku civakbûna xwe û serekbûna xwe bi dest bixe. Jixwe partî ji bo vê zoriyê ji holê rakin hene; kengî bibin kakilekî pêşeng dikarin vê zoriyê li paş bihêlin. Di navbera hêmanên modernîteyê de, di warê îdeolojîk, polîtîk û ekonomîk de, di her qadê de têkoşîneke zêde heye. Encama têkoşîna di navbera wan de wê diyar bike ka kîjan modernîte wê bi rola sereke rabe. Partî hêzên pêşeng ên vê têkoşînê ne. Ji ber ku di Marksîzmê de têkoşîn daxistin qada ekonomiyê bi tenê, encam negirtin. Lê têkoşîna modernîteyê ya tevî hêmanên kapîtalîzmê hemûyan encam diyar kirin. Ji ber vê sedema bingehîn hewcedarî bi modernîteya demokratîk heye. Eger têkoşîn di çarçoveya pêşdebirina alternatîfê de neyê meşandin, ne pêkan e ku têkoşîna li dijî kapîtalîzmê û tevahiya hêmanên wê serketî bibe. Divê mirov bi tenê qîma xwe bi analîza kapîtalîzmê neyîne, şertê pêşî ew e, divê mirov teoriya modernîteya demokratîk û di vê teoriyê de hêmanên alternatîf ên modernîteyê zelal bike û têbikoşe. Lewma partiyên sosyalîst bi awayekî bingehîn xwe bi teoriya modernîteya demokratîk zelal dikin û li dijî kapîtalîzmê têdikoşin. Bi tenê qîma xwe bi têkoşîna teorîk nayînin, tevî vê, amûrên pratîkbûnê jî pêşde dibin ango netewa demokratîk pêk tînin, teknîkên endustriyel ekolojîk pêşde dibin û diyardeya bazara sosyalîst pêk tînin. Kengî ev pêk anîn dikare li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst serketî be.
Di nasnameya nûkirî ya PKK’ê de weke berê hûrik û perçikên agahiyan derbarê mêtingeriya kapîtalîst de tine ne, pêşbîniyeke têkûz a xwe dispêre bi tevahî analîzkirina modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya wê ya nû ku xwe dispêre teoriya wê bi xwe ya modernîteya demokratîk, heye. Qîma xwe nayîne ku modernîteya kapîtalîst bi tenê tevî hemû hêmanên wê ji hev derxe; weke alternatîfa wê modernîteya demokratîk weke hêzeke pêşeng derdikeve holê, ev hêza pêşeng xwedî wê erk û berpirsyariyê ye ku tevî kokên xwe yên dîrokî bibe xwediyê wan hêmanên derbarê îro de û bername, stratejî û taktîkên van hêmanan bi ser bixin çêke.
c- Herçiqasî gotina hêza pêşeng modelên partiyên klasîk bi bîra mirov bixe jî ji aliyê cewherî û naverokê ve cudahiyên xwe hene. Hêza nû ya pêşeng prototîpa civaka demokratîk e. Modela pêş a civaka neteweya demokratîk pêk tîne.
Dema ku behs bibe têkoşîn û rêxistin, pirsa kadro derdikeve pêş. Di civakên modern de girîngiya pêşeng û kadroyan kêm nabe. Berevajî, bi sedema ku civak tevlîhevtir û aloztir dibin rola wan bêhtir girîng dibe. Li vir a girîng ew e, ka dîsa kîjan perspektîfê dikin bingehê xwe. Eger kadro û pêşengiyên partiyê ji dinya modernîteya kapîtalîst nebihurin, çi zû çi dereng wê veguherin hêmanên desthilatdarî û mêtingeriyê. Eger di hêmanên modernîteya demokratîk de israr bikin, wê kadro û pêşeng li gorî wê dirûvê xwe bigirin. Eger li şûna perspektîfa desthilatdarî û dewletê, ji perspektîfên otorîteya demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk danegerin, li gorî nasnameya nû ya partiyê pêşeng û kadroyên demokratîk wê bigihîjin.
Di dema nû de erka bingehîn a PKK’ê ji ya berê cuda ye. PKK’ê di dema komê de bi bandora îdeolojîk şer û çalakî dikir bingehê xwe û rê li ber tesîra polîtîk vedikir. Divê tevî vê di dema nû de bi nasnameya Kurd a hatiye bidestxistin û bi xwesteka ji bo jiyana azad neteweya demokratîk ava bike.
d- Çawa ku wê ji van tiştên me gotî hemûyan bê fêhmkirin, kapasîteya îdeolojîk a PKK’ê bi rexnekirina sîstema sosyalîzma zanistî û sosyalîzma pêkhatî bi hêz bûye. Li şûna nêzîkatiya dogmatîk dikare nêzîkatiyeke dijwar a lêpirsînê nîşan bide. Di fikirkirina diyalektîk û ketina nava çalakiyê de pêşketin heye. Di nirxandina rewşa berbiçav û pêkanîna veguherînên hewceyî de li gorî berê bêhtir xwedî naverok e, û hêzê dide jiyana azad. Mesafeya di navbera îdeolojî û sosyolojiyê de kin bûye. Cudahiya di navbera sosyolojî û sosyalîzma zanistî de jî kêm bûye. Danûstendina di navbera fikra îdeolojîk, sosyolojîk û sosyalîzma zanistî de yekparebûnek çêbûye û her ku diçe ber bi zanisteke civakî ya hevgirtî ve diberide. Di vê babetê de PKK di serê wan partiyên bi îdeal de tê. Hêza bingehîn a partiyeke sosyalîst bi rêjeya lihevbûna wê ya bi zanista civakî re tê pîvan. Hêza wê ya diyarker ji girêdana wê ya bi zanista civakî ye. Di kapasîteya wê ya îdeolojîk û sosyolojîk de payeya zanistî çiqasî bi pêş bikeve, di rola pêşengiyê de jî wê ewqasî bi pêş bikeve.
Asta polîtîk a PKK’ê li gorî berê di dema nû de têra xwe bi pêş ketiye. Ji ber ku kapasîteya polîtîk bêhtir bi ezmûn û tecrûbeyê tê bidestxistin, PKK di vî warî de li dinyayê yek ji partiyên sereke ye. Tevî ku modernîteya kapîtalîst di asta hegemonîk de dor lê girtiye û lê şidandiye jî tesfiye nabe û ev yek tecrûbeya polîtîk dide wê ango wê bi hêz dike. Polîtîkbûna civaka Kurd û polîtîkbûna PKK’ê di zikhev de û bi awayekî hevdu bi hêz bikin pêk hatiye. Gelê Kurd di dîroka xwe de di dema xwe ya herî bi hêz a polîtîk de ye û mirov vê rastiyê ji bo PKK’ê jî bîne ziman di cih de ye. Li cem PKK’ê polîtîka hundir û derve di zikhev de pêk tên. Asta polîtîka pêk tê hem têkiliya wê bi dîrokê re hem jî têkiliya wê bi rastiya rojane û gerdûnî re hatiye danîn. Herweha têkiliya di navbera exlaq û polîtîkayê de jî xurt û têkûz hatiye danîn. Di dizikhevdebûna civaka exlaqî û polîtîk de bingeh tê qebûlkirin. Di bingehê polîtîka PKK’ê de bi qasî hebûna îdeolojîk û sosyolojîk ango bi qasî hebûna hêmanên zanistî, hêmanên exlaqî û etîk jî hene. Têkiliya bi poetîkayê re jî ango têkiliya bi hunerê re jî paşguh nake û girîngiyê pê dide. Bi vî awayî, polîtîkayê bi tenê bi îdeolojî û exlaqê bi gewde nake, bi awayekî hunerî jî wê heyî û manedar dike. Bi vê, hewl dide xwe ji polîtîkayeke hişk û pûç bigihîne diyardeyeke polîtîkayê ya dewlemend û heqîqeta wê.
Mirov dikare bibêje, têkoşîna PKK’ê ya heta niha, bi awayekî bingehîn ji bo pirsgirêka Kurd bê dîtin, hatiye meşandin. Mirov Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an di vê çarçoveyê de binirxîne wê bêhtir realîst be. Pêngav ji tevgera rizgariyê wêdetir nêzî armanca îspatkirina hebûnê û dewamkirina wê ye.
Dema ku PKK di serê salên 1970’î de ket ser rê, erka li pêşiya wê ew bû, hebûna Kurd ji rewşa hebûneke ku li ser hebûn û tinebûna wê guftûgo tê kirin, derxe û pirsgirêka Kurd bi têgihiştina dewleteke sosyalîst a reel çareser bike. Êdî guftûgo li ser hebûna Kurd nayê kirin, lê bi awayekî di dewletdariya netewe de bist bû û ma. Di pêvajoya xwerexnekirinê de derket holê ku dewletdariya netewe antî-sosyalîst e, û antî-demokratîkbûn bi xwe ye. PKK’ê bi awayekî pirr zelal dît ku bêyî civaka demokratîk sosyalîzm nayê avakirin, û lewma çareseriya pirsgirêka Kurd bi avakirina neteweya demokratîk dibîne. Niha aliyê ku pirs çûye ser ew e, divê xwe bi siyaseta qanûnî ya demokratîk an jî bi şerê gel ê şoreşgerî yê topyekûn bigihîne vê armancê.
- Ayrıntılar
Ev babet di gelala romanê de, di dahûrandinan de hate diyarkirin û hate destgirtin. Ev yek derkete rastê: Li Kurdistanê hezkirin jî hatiye qetilkirin. Çawa ku gelek devên mêtîngerî dibêjin “Kurd wehş e, nêvenga hezkirinê, jê hatin hezkirin û hezkirin tiştek wisa nîn e, nizanin!’’ Bi rastî jî ev, hindek wisa ye. Mêtîngerî, di vê mijarê de rola qirkirinê leyistiye. Lewma hewl hatiye dayîn ku bê vegotin, çalakmendiya me ya şoreşgerî, çalakiyeke hezkirinê ye. Riya hezkirinê, şêwaza hezkirinê bi şoreşê re tê destgirtin, hîmê objektîf tê danîn. Ka wê hezkirin û rêzdarî çawa pêş bikevin, bi girêdana çi ve wê pêş ve herin, tê daxistin. Hîmên azad, di vê derê de wateyeke mezin diderbirînin. Dîsa di vê mijarê de estetîk dikeve dewrê. Girêdana fîzîkî, giyanî û zanyarbûyînê bi estetîkê ve tê avakirin. Û dertê rastê ku ev, dikarin mirov xweşiktir bikin. Di wateyekê de hatiye destnîşankirin ku rasteqîna şerê me, di avakirina ji nû de, xurt şerkirin-dana şerkirin wê karibe ji têkiliya hezkirineke xurt re rê vebike. Dîsa hatiye daxistin ku hest û hezkirinên erzan ê di destpêkê de hêz nedaye şer, ji şer daye girtin, aniye haleke paşverû, heta ber bi her cure felişandineriyê ve biriye. Di vê mijarê de nêzîkatiya rast qîmeteke xwe yê mezin heye, li Kurdistanê ji gelek encamên girîng re rê daye vekirin, nêzîkatiya koletiya jinê rûxandiye, bûye sedem ji hilkeftina mezin re, saziya xeyalan, azwêriyan, viyan, wire û estetîkê ve di qîmeta pêşxistinê de ye.
Di: Beriye em tevlî refan bibin, têkiliya pêşîn a me dabû destpêkirin, ew şêwaza koledariyê bû. Piştre bi wê pêvajoya ku me anî nava refan ve em, hêdî hêdî qutbûna ji koledariyê dijîn. Yanî pêwîstiya azadiyê piştî têgihîştina şêwaza têkiliyeke kole ya jiyana kevin, êdî em dikevin nava lêgerîna azadiyê. Bi rastî jî azadî çi ye? Divê di mejî de çawa bê şênberkirin? Çawa gihandina azadiyê çêdibe, azîna wê çi ye? Hewldan çawa tê pêşxistin? Bi gotûbêjan ev dikare dakeve rastê. Ji ber ku di nava refan de têkilî û qutbûnên bi vî awayî zêde tên jiyandin.
S.P: Erê, bi taybetî ew qadên ku hun jê hatine, ev hindik hatiye gotûbêjkirin, hindek girtî maye. Xebatên di çiyê de jî hindek wisa ne. Me, gotûbêjê zû da destpêkirin. Di sehaya Rojhilata Navîn de hindek jî da pêşxistin. Çawa ku min got, yên li çiyê qet gotûbêj nekirin. Ji ber giraniya jiyana leşkerî, ne fersend dîtin, ne jî dane nasîn. Yên di zindanê de jî, vê bi vaca pergalê girtin dest. Yanî şêwaza têkiliyên pergalê wisa bi şoreşgeriyê rûpoş ango cîla kirin û xwestin ku wêjeya têkiliya şoreşgerî pêş bixin. Ji derve ve gelek keçên ku axaftinên hezkirinê wan ê mezintirîn yên tên zanîn, ji nêzîkatiya hembêzkirinê re bi heman helwestan bersîvdayîna yên hundir, bi wê pêvajoya ku dihate xwestin PKK bê felişandin re rû da. Di şênberiya halantêdana Şener de ku uslûbê felişandineriyê dihate kûrkirin ev, hate derxistin. Mînak, hevalekî ku em bi puxteya şoreşgerî û durustbûna wî bawerbûn, ka xwe çawa pêgirê çelexwariya hestan dikir, çawa vê digihand astên tirsnak me nirxand. Mîna vê gelek têkiliyên di hundir de tên jiyîn, têkiliyên jin-zilam ka çawa şûna têkiliyên şoreş û partiyê digirin tê zanîn.
Dîsa ciwanên ku ji hundirê pergalê û şagirtiyên ku ji nêvenga 12 Rezberê tên, têkiliyên ku pir bêşêwe, bêarmanc dijîn hene. Ew têkiliyên sexte, hindek bi çanda TVê, ya pergalê, ew 12 Rezbera di riya Amerîka û Hollywoodkirinê de (ev dibe şêwaza jiyana emperyalîst) ku bi wan ciwanan empoze dikin li rastê ye. Dîsa hêmanên ku jêderka xwe ji gundîtiya klasîk digirin, ji jinê re tenê nêzîkatiyeke di bingehê zayendîtiyê de ye, hemû têkiliyên hezkirinê yên sexte yê pergalê bi rengekî belavî hate çespandin. Yên ku hê jî bandora vê bi ponijîn dijîn hene. Min xwe di vê mijarê de baş kir lêgerekî dahûrandinê. Ez hizir dikim ku di vê mijarê de bêtir di rewşa bi kûrahî bêm têgihîştinê de me. Me di virê de, dixwaze bila di aliyê binkeyê de be, dixwaze bila di aliyê xwediyê nêzîkatiyên curbecur de be, di bingeh de şoreşeke rastînî pêk anî.
Di teşeyê têkiliya destpêkê ya min de, her tişt hebûn. Bandora taybetmendiyên pergal û gundîtiyê hebûn. Dîsa pir seranserî hebû. Tebî bi gor nêzîkatiya têkiliya hevalên me jî, kesayetek min tunebû. Vê, mîna çarenûsekê dîtin û weke pirsgirêkeke ku li zincirê hatiye xistin fêmkirin, ne guncaw bû. Lê, bi rengekî erzanî berdan jî, ne guncaw bû. Nêzîkatiya ku wê piştre hesab bipirse hebû. Bi rengê felişandina felişandiner û hevkarmendan, vegerandina felişandina KTyê tolwergirtin hebû. Di bingeh de bi wateyekê klasîk nêzîkê gelşê nabim. Heta ne di wateya klasîk de, ne di wateya nûjen de. Di têkiliyên min ê jinê de puxte girîng e.
Em, dixwazin di aliyê pênasekirina pirsgirêkê de bersîvan bidin. Em, pir rêxnedar nêzîk dibin. Yekcarê em ve napejirînin; malbat, divê a-wiha be, têkiliyên jin-zilam wiha tê avakirin, zayendîtî wiha tê derbirandin û têrbûnî peyda dike. Ez, naxwazim bi pirsên wisa re qîma xwe bînim. Tam berevajî em pir rasteqînî nêzîk dibin. Em, hem astên wê yên zanistî, hem giyanî, hem jî siyasî hemû aliyan di nava hev de dibînin û xwe digihînin şêwaza nirxandinê. Heta yê azad çi ye? Pêwendiya di navbeyna hezkirin û azadiyê de çawa tê avakirin? Pêwendî bi xweşikbûnê re çawa tê avakirin? Ez dixwazim wê bidim û wê didim gotûbêjkirin.
Ger bal bê dayîn, di nava milîtanên binkeya me de nêzîkatiyeke wiha zêde pêş neketiye. Her yek ji wan ya înkar dike, ya jî bi koletiya xwe tê girêdan; pir xweperestî heye. Heta ku serbest bên berdan wê hev û dî bînin kijan rewşê, bi rastî jî tebatkirina mirov zor e. Eşkereye ku ev tekilî wê pir hindik azadiyê esas bigire. Heta wê aliyan bîne rewşa nenaskirinê. Bi hêsanî hatina aliyekê rewşa pîrejinokekê zêde zehmet nîn e. Ev rewş di şoreşê de, wê ber bi jê xwarinê û felişandina mezintirîn a şoreşê ve rê vebike. Disîplîn nîn e, pergal nîn e. Tebî her kes ji ber egera têkiliyên nas û dostan wê par bixwaze, ev jî, wê ber bi rawestandina şoreşê ve bibe. Tekiliyek bi serê xwe jî, dikare bi felişandineriyê ve encam bigire.
Di aliyê din de şêwaza serokatiyê kû tê xwestîn pêşkeve û di azadiyê de bixwebawer e, pêşî hemû têkiliyan qut û perçe dike. Ji mijara mulkiyetê derdixe. Dixwaze zilam ji nêvenga zilamê serdest derbixe. Dixwaze jinê û zayendîtiyê ji rewşa bûyîna hêmana bikaranînê di bingehê mulkiyetê de derbixe. Bi çemka serdestiya zilam re ditêkoşe û hewl dide ku bipirse ka jin çi ye. Mînak, di rasteqîna civakê de ji bo zewacê dikarim bibêjim çi? Mamoste Yalçin, di nirxandina bi navê “Li Bexçeyê Kurd Soz û Peyman’’ de ramanên xwe hindek pêş dixe. Min, pêwîstî dîtibû ku di derbarê zewacê de nirxandinan pêş bixim. Pir balkêş in û nirxandinên wisa ne ku bi baldariyekê hindek encam dikare jê were derxistin. Tebî tevî ku ne li hember pevrebûna me jî, tê fêmkirin ku ew curbecur bîçimên jiyanê dixwaze zewaca ku di şêweya têkiliya taybet de be, dixwaze ya îro li Tirkiyê ku tê xwestin bi rengekî belavî bê kirin be, gelek tiştan bi xwe re dibe, heta diqedîne. Ji bo nimûne, hinek encam derketine, dibêje, “malbat li ser navê hezkirinê tê avakirin û ev encameke xwezayî yê hezkerinê ye!’’ Heta dibêje, “Ev diqedîne!’’ Ji nêzîkatiya me vê yekê derxistiye; hindek jî dikare were vê wateyê. Kartêkerên ku di bin bûyera zewacê de peyda dibin, pê dihese ku xeniqandiner in. wekî din jî, ji nêzîkatiyên me hinek xalên bingehîn selimandiye: Bûyera zewacê dîtiye; zewace dê-bav, ezmûneya zewaca min a puxteyî û di hundirê civakê de zewaca Kurd a ku pir ziwakar e, xeniqandiner e, bandora wê ferq kiriye. Va, di vê derê de ji bo şoreşa me dibêje, “Dikare bibe çalakiyeke mezin a hezkirinê!’’
A ku dixwazim bibêjim, dibîne. Ew beş, ji bo lêkolînkirinê pir nirxdar e. Naxwazim wê beşê zêde dubare bikim. Dibêje “Li ser malbata pîroz çalakiya Abdullah Ocelan sisê ne. Yekemîn, dibîne ku zewaca dê-bav, bav diqedîne. Bavê wî di pergala malbata pîroz de mîna yekî dînbûyî ye. Duyemîn, ezmûneya zewaca wî bi xwe êdî bûye cendereyek. Sêyemîn, malbatên Kurd. Herî hindik di pêşiya 1992yan de li hember metirsiya bûyîna şervanên PKKê malbat zarokên xwe direvînin, dibine Ewrûpa û didin zewicandin. Tirsa wê bireve gerîla, dixwazin bi zewacê bin bixin. Ev çalaktiyên komî ne.’’ Dîsa dibêje “Bi çalakiya azadkirinê di encama wê bersîva ku tê dayîn de, di nav alîgirên mulkiyetê de tirs heye. Di civakên ku tirsê ji nava radikin de, mulkiyeta taybetî ya çikûs nabe. Tirs mitleqa çikûs e. Mulkiyeta taybet, çikûsiya berhevkirî ye. Zewac, mulkiyeta taybet a herî veşartî ye.’’ Dîqat bikin, vana di hevdîtina me de ji bo ku zelalî peyda bibe dinivisîne. Wiha didomîne, “Dixwaze bila mara mele be, dixwaze bila bi nasîna dêrê be, dixwaze bila ji hêla rayedarên taxî yên laîk ve bê îmzekirin, mar, peymaneke hiquqa deyndariyê ye. Di bingehê wê de, ne ji bo destpêkirina pevrebûnê, hesta berdewamiyê têxe bin ewlayiyê heye. Mar, tirsa ku wê hezkirin biqede ye. Ji ber vê egerê hezkirinê qedandin e. Yekbûyîna her du zayendan, tenê ku di nêzîkatiyê de bêdawîbûn hebe, layiqê mirov e. Bi hev re jiyîn serûwenek e. Dilwêrekiya her qas hev û dî ji nû ve keşifkirinê ye. Ku her qas nû be, pevrebûyîn jî, bêdawî ye. Hezkirin, tenê bi dilwêrekiyê guncaw e. Evîn, tenê mafê wî/ê yê/a ku ji hezkarê/a xwe re dikare asîmanan zevt bike ye. Gel ji bin zincira koletiyê ango kedkaran ji bin zincîra mulkiyeta taybet rizgarkirin, bi zevtkirina asîmanan ve wekhev e. Zevtkirina asîmanan, qezenckirina bawerdêriyê ye. Ê ku ne bawerdêr e, hêza hezkirina wî nîn e.’’ Mînak, di derbarê sîstema Sovyetê ya hilweşiyayî de dibêje, “Ez bawer dikim ku berteka Abdullah Ocelan li hember çavbirçitiya zayendî ku wek azadiyê tê dîtin di reel Sosyalîzmê de, mezin e.’’ , “Serok APO, bawer nake ku beriya rûxandina malbata pîroz a feodalîzmê, Kurdistan azad bibe. Malbata pîroz, tê wateya têkiliyên dîl û jina dîl. Ev dahûrandin, çalakiyê azadkirin e. Ji malbata pîroz re bersîvdayîna APO, çalakiya azadkirina jinê ye. Di pêvajoya jin a gerîla de jî, weke ji cendera jinê tolwergirtina xwe ramiyaye. Rahavêj e.’’
Soz û peyman, di vê beşê de li ser van disekine. Yanî li ciyekî tiştên ku têgihîştiye daye kurtekirin. Tebi di van dahûrînan de wergirtina azadiyê guncaw e. Hunê ji bo gotûbêjkirinê zîrek bin.
A ku ez dibînim, qada ez jê hatime weke ku gotûbêjên wêrekanê nîn in, rev heye. Hin têkiliyên ku we jiyaye, we terkeserê qeyranê kiriye. Ev yek li ba min çiqas hatiye jiyandin û çawa encam wergirtiye da ku we ronî bike pêşwazî kirim. Yanî min, di ciyekî de her kes ji vê para herî mezin û lewma wêrekî bigire vegot. Tebî gelek ji wan ne azweriya xwe, ne koletiya xwe, ne jî hestên xwe tînin ziman; ser vedişêrin, dixine nava qeyranê. Niha min jî jiya, lê ya min, va ye bi tevgereke azadiya mezin bersîvdayîn e. Ez, di bingeh de taybetmendiya zewac ango têkiliyên kolekirinê dikarim bêtir kûr û dahûrîn bikim; dikarim çalakiya azadiyê rapelikînim.
Tebî ez polîtîkayê bi rê ve dibim. Di ve mijarê de wek we nikarim terkeserê qeyranê bikim. Ez di bin navê “Têkiliya min a taybet de’’ nikarim xwe hilweşînim û bûyeran biafirînim. Min, hemû teşeyên têkiliyan, polîtîkayê û heta xebatên leşkerî dame xurtkirinê. Bila li ba dahûrandina her tiştên ku hun dijîn, binkeya siyasî û leşkerî jî xurt bibe. Pir kêm heval dîqatê vê dikin. Mînak, derkete rastê ku azadbûna jinê tevkariya gerîla ye. Pêşiya artêşbûnê vekirin, çalakiyeke wisa ye ku di cîhanê de pir hindik şoreşan pêk aniye. Min ji vê re wêrekî nîşan da. Min got, “pêwîst e mirov wêrekî nîşan bide ku wê jin di gerîla de karibe rol bileyize ango di artêşbûnê de karibe cî wergire.’’ Lê, min çawa wêrekî nîşan da? Min vê wêrekiyê bi çî ve girêda? Azadiyê ve û bi çalakiya azadiya jinê ve. Niha me hêza şidiyayî ya jinê hindek daye avakirin.
Lê gelek kes hê xwe negihandine vê. Zêde qîmeta vê nizanin, nikarin bibin çare. Ev gelşeke cuda ye, lê serokatî di şênberiya xwe de vê çareser kiriye. Em, di vê mijarê de wêrekî didin partiyê û we hemûyan. Ev, hinekî dîtir we azad dike. Ger ku sehaya serokatiyê hinekî dîtir we azad dike, sedemê vê hêza baweriyê bidestgirtin e. Sehaya serokatiyê, çalakiya azadiyê hindek pêş de biriye, jinê pênase kiriye, azadiyê pênase kiriye. Vê bi çalakiyê pêş ve biriye. Ji ber wê yekê pê tê bawerkirin û ji ber ku bawerî pêk tê, azadîxwaz jî hindek diponijin.
Hunê pala xwe bidin vê û hinekî dîtir, li ser azadiyê biponijin. Dîsa li vê derê riya erzan nîn e. Wê kesayeta we wergir qezenc bike. Wê di aliyekê de bibe siyasî, bibe leşkerî, di aliyê din de jî, wê xwe bigihîne piroziya hestan û azadiya têkiliyan. Hunê, li hember wan bermayên ku we di kevin de jiyaye, bi serkeftin dawî lê bînin û asteke pêşketîtir bigirin. Heta hunê, di vê mijarê de estetîka xwe pêş bixin. Hunê vê bi teşeykê kulîlkbûna şoreşê pêgirê nirxandinê bikin. Bi kurtasî me got, şoreşgerek bi van aliyên xwe ve jî mijul dibe, xwe xurt û temam dike.
Em demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê radikin
Da ku ev gotûbêjên me di taybetmendiya watedar û pêşxistinkar de bin, ya/ê dibêje “Ezê bibim milîtan, di vê de biryarmend im’’ divê li vê binêre. Pêwîst e xwe bigihîne hêza birêvebirina vê. Ez, li pratîka we hemûyan ya di bingehê nêzîkatiyên kevneşopî de dinêrim, di teşeyên qeyranan de encaman dertînin. Gelek heval azwerî û hestên xwe yên azadiya jinê ger fersend bibînin wê ber bi cukên şaş ve biherikin. Dikarin bi serdestiyê ve encam bigirin. Dikare bi serdestiya zilam bibe, bi hestên jina kole barkirî bibe. Yek jî dikare pir taybet bibe. A herî girîng ku girêdana xwe bi peywirên bingehîn ve nebe, dikare di teşeyekê pir zêde nepixandî de derkeve rastê. Dibe ku aliyê estetîk qet tune be. Dibe ku aliyê civakîkirin, netewîkirin û welatparêzîkirin di pîlana duyemîn de bimîne. Bi rastî jî hemû hindek wisa çêdibin.
Tebî em, li hember van rexnedar in. Em, ji têkiliyên wisa re di nava partiyê de, îcar di nava artêşê de zêde cî nadin. Rast tevlî bibin û azad bibin. Bi azadbûyînê ve têkiliyên watedar dikarin bên pêşxistin. Lê ev çendî zor e, çi çalakiyeke mezin bi xwe re pêwîst dike eşkere ye. Niha tê zanîn, gelek hevalên me vê sehaya têkiliya azad înkar dikin, dapaçîn dikin, fersend nadin azweriyên pîroz, hinekî din jî averê dikin. Ev hemû zêde watedar nîn in. Ez çalakiya xwe didomînim. Jina ku bi xwe bawer e, helbet emê fersend bidinê. Her ku em dixwazin hewqas hevgirtî bimînin, hingê emê cî bidin azadiya jinê. Bila pala xwe bidin zemîneke azad û xwe bigihînin derbirîneke azad û xwe bigihînin derfeteke çêtirdîtina azad. Lê zewacên erzan, hestiyariyên erzan çespandin, bi ya min pir metirsî ye. Dixwaze bila bingeh ji jinê bigire, bila ji zilam bigire mijara cî nedayîna vê bi hostatî pêşxistin girîng e. Ev, herî zêde xwedî şensê ji tevgera azadiya jinê re zemîn û riyekê wergirtin e.
Di vê mijarê de bi taybetî hunê hinekî din biramin. Wê ji azadiya we re baweriya we pêş bikeve. Hunê, hem pênasekirina xwe de, hem di meşandina xwe de hêz qezenc bikin. Ev, helbet wê we ber bi helwestên xurt; li hember serdestiya zilam dibe, li hember ketîbûna jinê dibe, we bîne şûngeheke xurt. Wê hingê wate û girîngiya têkiliyên li ser vê bingehê hebe.
Di gelala romanê de ev, di teşeyê serê gelş de hatiye xwestin ku bê dayîn. Dîsa di dahûrînan de, di derbarê vê mijarê de serê gelşan hene. Ger binke nikare binirxîne, ev bêberpirsiyariya wan e. Di vê mijarê de, ji baldarî û hêza nirxandina berfirehî ya serok pêmen e.
D: Serokê min, bi taybetî ew seha ku em jê hatine çemka azadiyê tam nehatiye têgihîştin. Em jî tênegihîştibûn. Mînak, li ser navê azadiyê, li ser navê viyana azad ji zayenda dijber re bi temamî bertek raberkirin û redkirin hebû. Nêzîkatiyên bi vê şêweyê hebûn.
S.P: Erê, di hinekan de redkirin heye. Lê bele, ji vê redkirinê şunde ku fersend bibîne zevtkirin û gotina “Tu hebûniyeke zayendî ya bêteşe yî, ezê te wisa bi kar bînim’’ heye. Di bin wê de durûtiyek heye. Pêwîst e bê dîqatkirin. Yê/a herî zêde red dike, her qas dikare bibe xeternak. Pêwîst e, ew têkiliya seranser û şêwaza têkiliyên ku bi hêsanî tên pejirandin, zêde neyê bawerkirin. Pêwîst e mijar di kûrahiya çawa ku me pêkaniye de bê destgirtin. Pêwîst e hindek puxte bê destgirtin. Bi taybetî qismê jinê, divê qismê zilam baş nas bike. Niha bi vê rewşê ji we hemûyan re bê hiştin, têkilîyên ku hun pêş bixin wê bi seqetiyan ve dagirtîbin. Ji ber ku her kesê dibêje, “Ez PKKyî me’’ weke mirovan dihesibînin. Dema ku hun dikevin nava têkiliyê jî, hun diqedin, mahf dibin. Ezmûneya min pir net danî rastê ku rewş ne wisa ye. Ezmûne ya mezin, têkoşîna mezin heye. Pêdiviya we ya kûrbûn, ponijandin û azadiyê pir alî fêmkirin heye. Vê yekê gav bi gav di nava partiyê de bidine sepandin. Pêwîst e hun vê yekê hindek bi hostayî çêbikin.
Ma li hember zayendîtiyê bertek, naxêr! Min zayendîtiyê jî di vê mijarê de hindek gihandiye raveyê. Ez, hê jî hendazetiyeke mezin nîşan didim, da ku demxeya mulkiyetê ya li ser zayendîtiyê rabikim. Hema her roj dikarim bibêjim, keça ku dibêje, “Ez, ez im!’’ jî, taybetmendiya wê ya zayendîtiyê di bingehê mulkiyetê de pêşwazîkirin bi giranî ye ango di wateya zewqa bêteşe de dikeve nava nêzîkatiyê. Bi ya min her du jî hev û dî temam dikin. Yek ber bi bûyera fahîşetiyê ve dibe, ya din jî xwe bi hûrhûrîkirin dibe çil awayî firotinê. Min jî di ezmûneya xwe de vê di nêzîkatiya aliyê dijber de hindek dît; zayendiya xwe tam temam firotin. Di bingeh de rûyekê din ê vê fahîşetî ye. A di hundirê civakê de bi belavî tê jiyandin, mînakeke vê ye, yanî wek mulkiyetekî baş dîtin û firotin. Teşeyekê firotina ku eşkere bûye fahîşetî ye, ya din jî tenê bi zewacê pêk hatiye. Dibe ku zewacê wek damezrakeke fahîşetiyê nanirxînim; evê şaş bê fêmkirin, nikare bê rakirin û min têxe rewşeke zor, lê zewac ez dikarim bibêjim ku fahîşetiya dumend e. A li derezewacê ye jî, fahîşetiya giştî ye.
Di bingeh de pêwîstî heye hem fahîşetiya giştî hem jî fahîşetiya dumendî bê vekirin. Di bingehê vê de gihandina hezkirina mezin dikare pêk were. Ev jî pêdiviya çalaktiya şoreşgerî ya mezin û hêza ramanê bi xwe re pêwîst dike. Kesayetên ku pir ne xurt in, nikarin vê bigirin. Di vê nirxandinê de hezkirin, weke baweriyeke mezin û bi hêzê ve girêdayî ji rastê re hatiye daxistin. Ger ku bibe, ev tiştên ku min jimartine, dibe ku bên derbaskirin. Li tîpên herî qirase binêrin, dema dikevin nav damezraka malbatê, bi rastî jî piştî yek-du salan ji fahîşetiyê re rê vedikin. Çavê jinê jî, zilam jî li derve ye. Jin jî hezar caran dixapîne, zilam jî hezar caran dixapîne. Ev fahîşetiya dumendî nîn e, ma çi ye? Heta niha jî bêrî û hesreta min a herî mezin di van mijaran de derbaskirina fahîşetiyê ye. Tebî ez nikarim durûtiya alîgiran tebat bikim. Yanî heya niha jî hindek baweriya min bi min heye. Ez hê jî li pey mezinbûnê me, li pey hezkirinê me, li pey xurtkirinê me. Lê têgihîştina piranî hevalan di asta têgînan de jî di rewşeke pir paş de ye. Gelek zilam, gelek jin bi rengekî rast nêzîkê pênasa kar nabin. Lê dîsa jî şoreş hêvî ye, hêvî jî ber bi pêşketinên mezin ve rû digire. Çareseriya erzan nîn e.
Bi kurtasî, nêzîkatiya zayendî ya bêteşe bi rastî jî bêrêzdarî dike. Ez nikarim vê bi kesayetiya xwe re bidim pejirandin. Zewaceke wisa bibe, têkiliyeke taybet wisa bibe, têkiliya hesteke wisa bibe, ez jê re girtî me. Di bingeh de dîqat bikin, ez ji jinê re eleqeyeke bilind raber dikim û dixwazim wê bilind bikim. Di vê mijarê de jiyaneke pir cuda dixwazim derbasî şênberiyê bikim û ez bawerim ku, li qada navnetewî jî hindek zor û bandorê dame çêkirin. Lê heya niha jî weke peywireke rişt dibînim. Ev pirsgirêk ne bi înkarokiyê, ne bi hişkatiyê, ne bi serdestiya zilam, ne jî bi çemka erzanî ya “pêdiviya min heye’’ tê çareserkirin. Ger ku îro li hember dijmin min derbe nexwaribe, ji ber ku min li hember jinê derbe nexwariye û di vê mijarê de ez bi serkeftin bûme. Heke ku hewqas jinên azad li dora min dicivin, ji ber hin tiştên ku ez bidim van hene. Heke ku ez, qasî çi zilamê ku nikaribe, tevgera jinê dimeşînim, ev ji ber wê hêza ku ez gihîştimê wisa ye. Di bingehê rêkxistinê de jî, şoreş heye, azadî heye. Nexwe çima ez wisa me? Çima yên din ne wisa ne? Min, li kesan zorê kirinê, bi hêza rêkxistinê û bi hêza otorîteyê jî kesî neaniye. Kûrkirina tevgereke azadiyê mijara gotinê ye. Ger ku pêwendîdariya we jê re hebe, hunê hewl bidin ji bo rê wergirtinê.
D: Serokê min, bandorkirina vê tevgerê li ser KTyê jî mijara gotinê ye. Bi taybetî bûna serokwezîr a Tansu Çîller encamê ji me bandorbûnê ye.
S.P: Tebî, KT li hember tevgera me ya jina azad, ji jor de bi Tansu Çîller bersîv daye. Ew jî di kesayetiya Tansu Çîller de dixwaze jinê bikişîne sehaya serokatiya dij-şoreşê. Bi rastî jî dema ku çû Kurdistanê û gelek jinan kişande sehaya perwerdehiya xwe, ev yek bi vê ve pêwendîdar e. Dîrekt bi bandora me Tansu Çîller derkete rastê. Jixwe di kongreya DYPê de binketina qismê zilam weke encamekê çalakiya me bû. Yek jî pêşketina azadiya jinê, Tirkiyê wêrekdar kiriye. Bêtir jî heye; gotûbêja mezin a rewşenbîran di bingehê van dahûrînan de ye. Bandorbûna tevgera azadiya jinê ya li Tirkiyê jî bi şîdet e. Ev teyisandina xwe dide organên çapemeniyê jî. Lê bi rengekî çelexwarî, bi rengekî ji puxteyê vala derxistin çêdikin. Ji bo ku dij-şoreşê re ango jiyaneke ketûber re xizmet bike, vê bi kar tînin. Ew gelşekî cuda ye. Lê eşkereye ku pir bandordar e.
Divê mirov wêrek be. Bi misogerî qasî bastûra vaceka saxlem, bi hêza hêstên peşketî rasteqîna bingehîn a ku ji şer qut nebûye dîtin, va di bingehê welatparêzî, dîrok, gel, partîbûyîn, rêxistinbûyîn de bêyî ku berevajîketina berxwedêriya jiyana rojane ya şoreşgerî, pêşxistina hêza hest û hezkirinê girîng e. Tabî dîsa divê ku yên dixwazin çelexwarî bikin bên dîtin. A yekemîn de jin, hindek wêrek dibe, azad dibe, lê gelek zilam ango çemkên serdestiya zilam hene ku dixwazin vê bi kar bînin. Ji ber ku hun zêde ne polîtîk in, di vê mijarê de we xwe zêde negihandiye hêçandinê, ev yek dibe sedem ku hun qels bimînin û gelek xeletiyan re rê vebikin.
Bi kurtasî, hunê pejnker nêzîkê perwerdehiya xwe bibin, ji bo pêşketin û veguherîna kesayetiyê hunê qîmeteke bilind bidinê û zemîna partiyê zêde zêde binirxînin. Hunê di ber çav re borandinan her timî bikin, bermayan bavêjin. Hunê nûbûniyan li ser xwe kamil bikin û bizanin ku bi bendêmayîn û hesretên erzan ev kar pêş de naçe. Ev dikarin we pêş de bibin. Dikarin tîpê milîtana azad ê jinê û asta azadbûna tevgera jinê pêş de bibin. Bi girêdana şoreşa giştî ve, li ba peywirên we yên pêşketinê, dikarim bibêjim ku peywireke we yê din jî wisa heye. Yanî ez hizir nakim ku yên pir aliyan ve nikarin wate bidin azadiya jinê, tevkariyekê bidin partîbûyîn û şerkirinê ango dihizim ku wê di vê mijarê de kêm bimînin. Ger hun bi xwe bawer bin, hun dikarin ya herî pîroz bibînin, bibihîsin û pevrebûyînê li ser zemînekê rasteqînî bidin rûniştandin. Hun dikarin vê, bi îdîaya xwe ve girêdayî, bi azweriya xwe ve girêdayî, bi bengîniya xwe ve girêdayî, bi şoreşgeriya xwe ve girêdayî pêk bînin. Lê dema hun vê nekin, ketina qeyranên erzan, afirandina astengan û di vê de pêkolîkirin jî, felişandinerî ye. Ger zêde bê heterkirin, wê ji vê re bê gotin “astengkirin’’ û were avêtin. Bêyî bikevin van rewşên wisa, ger zor be jî hunê xwe bidin riya pîrozbûnê.
Niha rasteriya serokatiya PKK’ê wisa ye. Ji bo pêşvebirinê, bi xwesteka mezin tevlîbûn raber kirin, xwedîbûna meşa azadiyê ya pir baldar û pejnker, babetek e ku em tim li ber çavên xwe digirin. Serokatiya tevgerê di vî bingehî de meşa xwe xurtir dike û hewl dide ku vê ji hemû binke û gel re bike mal. Bi vê wateyê, em nikarin xwesteka ku dixwaze meşa serkeftinê xurtir bike paşçav bikin.
Xebata me ya îro ji vê xebatê re hindek kûrahî da qezenckirin. Emê bixwazin ku bêtir bi şênberî gohdar bikin. Xwe di ber çavan re biborînin û pirs pêşxistinê berfirehî bikin. Bersîv bila misoger, encam wergirtî û bi taybetî jî di çonayetiya xizmeta perwerde û pratîkê de be. Di rabirdûyê de çi bûye bila bibe, wire û xîreta pêkanîna xwe neşikînin. Ez dihizirim ku bi desteka me hunê karibin derketinên pêşketî çêbikin. Bi vê teşeyê layiqbûna bîranîna Berîtan (Gulnaz KARADAŞ) dikare pêk were.
23 Tirmeh 1993
- Ayrıntılar
Şûna ku mirov bibe mehkûmê kevneşopiyan û were xeniqandin, di oxira azadiyê de têkoşîneke mezin vedan hezar car çêtir e. Şûna stû tewandina mercên ne bi salan ku bi qasekê jî mirov nikare bihedirîne, di riya azadayî de her roj hezar caran mirin bêtir di cî de ye. Azadî, di pêşiya nan û avê de tê. Dema ku hun bibêjin, “Nan û av pêdiviyeke bingehîn e’’ û spasî bikin, hingê hunê li hember nirxekî bingehîn ê jiyanê berevajî bikevin. Ev bingehîn sedema serberjêrkî çûyîna we ye. Lê ger ku şûna vê de, hun ber bi azadî û têkoşîna wê ve biçin, ev helwesteke rast e.
Pênasa pêşketina PKK wisa tê çêkirin. Bi rastî jî, di bingeh de ev taybetmendiyê PKK jinê kişandiye. Em bi dahûrînan ji vê re zelaltî tînin û dîsa ka wê çawa pêwîstikên vê bên cî didine diyarkirin. Bêguman çareseriyeke wisa reçetewarî ango qasekî nikarin pêk bînin. Weke di çareserkirina her pirsgirêkê de, di vê derê de jî ji têkoşîna salan re pêdivî heye. Wekî din çawa ku di her warî de heye, ev war jî pêdiviya xwe bi afirandineriyê heye. Ya herî girîng jî ev, bi rêxistinê dibe. Rêxistin jî wekhevê şer e.
Bi taybetî gotûbêjên ku min di vê mijarê de pêşxistine, hindek takekesî ne; partî jî wê gotûbêj bike û ji xwe re bike mal. Her wiha tevlîbûna gotûbêjan hem mafê wê ye, hem jî peywira we ye. Ger ku hun, nekevin berevajiyê yekîtiya partiyê, ku hun taybetmendiya wê ya xurt dike dîqat bikin, dikarin ew tiştên ku tê gotin tabû nasnekin, pirsgirêkê gotûbêj bikin û têxin riya çareseriyê. Rêzdariya ku em ji jinê re, bi vê wateyê ji zilam re jî nîşan bidin, şûna ku di bin bandora giran a kevneşopiyê de nale nal bikin, ji azadiyê re hêz nîşandana wan pêkanîn e. Derbirîna herî rasteqînî ya rêzdariyê ev e. Heta em dikarin bibêjin ku taybetmendiya herî mezin a şoreşa me, mirov weke hebûniyeke rêzdar diyarkirin û pêwîst e rêzdarî ji rûmeta mirovbûnê re bê raberkirinê derxistina rastê ye. Ger ku em bêtirîn şênber bikin: Pirsgirêk heye. Gundî, berî gihandina 15 salî bi çareseriyeke bi awayê sergirêdanê encam dikin. Burjuvazî û emperyalîzm, jinê bi awayekê herî xirab tînin rewşa meta û bêtir bêwijdanî dibin çareseriyekê. Wê vedigerîne metayeke tazî. Çareseriya sosyalîst an jî azadiyê wisa nabe. Ne ya feodalîzmê ku jinê bi heft pacan servedişêre û ne jî ya emperyalîst kapîtalîzmê ku tîne rewşa altaxê mekanîzmayên zir li sûkên vekirî nabe şêwaza çareseriyekê. Nêzîkatiya azadiyê mirovanî ye. Di vê bingehê de nêrîna me ya cîhanê heye. Di pêşî de gotûbêjkirin ji bo têgihîştina vê ye. Gotina, “Here keça filankes bîne û were, vê keçikê bibîne û bi kar bîne, derxîne reklamê, di piyasê de bi kar bîne’’ bi yek axaftinekê bêrêzdarî ye. Ji vê jî wêdetir heqaret e, dijun e, ji mirinê xirabtir e, hereşeya jiyanê ye.
Her wiha pirsgirêk jiyanî ye. Jixwe jin, ji ber vê sedemê dixwazin werin nav partiyê. Dîsa ji ber sedemê di nava partiyê de bi mafdarî di nav hinek bendemayînan de ne. Hun ji bendewariya xwe ya azadiyê re çareseriyên rast dixwazin û ji bo vê jî bi qehremanî xwe feda dikin. Bi sedan hevalên me yên jin da ku radest nebin, stû netewînin di hundirê pêwendiya vê azadiyê de xwe feda kirine. Bi bombeyekê, bi guleyekê vê helwesta zadegan nîşan dane. Vê nedîtin, dîtin û maf nedayîn bêrêzdariya herî mezin e. Ji van nirxên mezin re maf nedayîn, tê wateya bi bîranîna wan ve negirêdayînê.
Koleyan jî mafê hevrêtiyê bi têkoşînê qezenc kirin
Ger ku çarçove wisa be, divê têgihîştina we pêş bikeve. Divê hun bi wêrekî veqetandina rast û çewtiyan bikin. Weke ku di her têkiliyê de hene, di vê derê de jî awayên ku ji şoreşê re xizmet dikin hene. Emê van veqetandina çêkin. Rewşên ku jê re bê gotin “erê’’ ango “na’’ hene. Ev der warê azadiyê ye. Qasî ku em vê derxin zelaliyê, emê biparêzin û serkeftina wê pêk bînin. Dijminên vê jî hene. Di nava partiyê de şerê herî bi ponijîn di vî warî de tê dayîn. Jina ku hatiye veguhêstin nav partiyê, tê weteya ku ji bo bûyera destpêk çêkirinê wê li ser şerê herî mezin bê dayîn. Tê wateya di têkiliyên jin-zilam de naskirina derfeta nêzîkatiya wekhev û azad. We, vê rastînê baş nedît. Lewma ji têkiliyan re sawî, zaroktî, bêast û seranser nêzikatî nîşan da. Ev, bi gor kevneşopîyan derbirîna siviktiya we ye. Halbûkî me ji bo şerê mezin hinek destpêkan da çêkirin. Weke ku jin tevlî partiyê bû, ma rizgar bû, naxêr. Tenê şensê şerê mezin bi dest girt. Me çek da destê jinê, ma xwe selimand, naxêr. Ji bo xwe biselmîne, me fersendek dayê. Tabî yên ku vê pir berevajî şirove kirin hindik derneketin. Yek-dudo gule diteqîne, xwe têxe şûna şoreşgerê çare çar. Dîsa di nava refan de bi hêza hinekan çend rojan li ser lingan mayînê wek selimandina kesayetiyê dinirxîne. Ev nêzîkatiyên pir zaroktî û xweperestî ne, gavên destpêkê ne; yên mayî wê ji hêla têkoşînê ve bê diyarkirin. Ma jixwe we platforma şer vedanê girt, lê wê şer qezenc ne kir; ji bo qezeçkirinê wê pir hewldanên we hebin. Tabî li ser jinê di çespandina têkoşînê de peydabûna me, riya tekane ya ku wê bi ser xwe ve anînê ye. Em bi her tiştê ku di alehiyê wê de ne re şer dikin. Bigihîjê her tiştê ku mafê te ne, lê ev bi têkoşînê dikare bi ser keve.
Kole, demeke dirêj mafê xwe yê hevrê girtinê tunebû, bi têkoşînê mafê hevrêtiyê qezenc kirin. Xulam jî zêde mafê xwe yê hevrê girtinê tune bû, di encama têkoşîneke dirêj de vî mafê bi dest girtin. Proleterya jî tam azad nebû xwediyê hevrêtiyê. Sosyalîzm ji vê re hindek derfet da. Dema em dirokê dinêrin, pêşketina malbatekê jî bi gelbûyînê, di welatekê de bi kombûyînê û bi dewletbûyînê ve pêwendiyên xwe hene. Çima di qereçiyan de damezraka malbatê zêde pêş neketiye? Ji ber ku cî û warên wan, nasnameyeka netew ê diyarî tune ye.
Van hemûyan, ji bo hinek pêşdaraziyên we hilweşînim û we bi rastînan re bidim nasandin dibêjim. Mirovên hewqas seranser û bêhêz dikarin çi bikin? Tenê ne jin, zilam jî wisa ye. Dema hun vê rewşê dijîn, emê behremendiya we ya dana ecibandinê çawa pêş bixin ango wê bi kîjan rûyê pêk were? Ma we vê qet hizir nekiriye? Ne şerm e, ez jî di wateyekê de hewl didim ku xwe bidim ecibandin. Ji ber ku serok, di ciyekî de yê xwe dide bêrpêşkirin e. Gelo wê gelê min, min biecibîne yan na, ango wê jin min biecibînin an na, her çende ku pirsgirêkeke wiha tune be jî, wê tu dewlemendiyeke wisa biafirînî ku gel te bipejirîne. Tu nikarî wek axayekî xwe li ser bidî runiştandin. Nikarî jê re mîrtî û paşatiyê bikî. Tu nikarî bibêjî: “hindek can lê hebe bila ew jî derkeve.’’ Tu nikarî wî li pêşberê xwe bînî halê acucan. Lê nêzîkatiyên we yên kevneşopî wisa ne. Di vê bingehê de pêşwazîkirina we ya mêr, pêşwazîkirina we ya çîna serdest, pêşwazîkirina we ya xortan heye. Gel û welat çi ye? Çî li ku derê ye? Çî ji ku derê hat, çû ku derê? Ez li ku dera vê me? Hun pirsên mîna vana nakin û bersîv nadin. Hun dibêjin, “wisa hatiye wê wisa here.’’ Tebî şoreş dixwaze vana bigûhere.
Apocîtî, ji hilkeftina karên herî zor xwe nepelikandin e
Her ku ez ez im, van mirovên me yên ku vê rewşê dijîn naecibînim. Ev kesayet û mirovên ku bêîdîa, sivik, bêçare û bêberhem in, bertek raber kirim û berê xwe dame şoreşgertiyê. Ji pirsa mirovê ku pir xwedî pirsgirêkan e ka çawa dikare xwe dewlemend bike re hewl dam ku bersîv peyda bikim. Di derbarê asta netew, asta civak, heta asta mirovanî de, yanî bi asta enternasyonal gelo wê karibin min hindek gohdar bikin û hindek têbigihîjin de ponijîm. Lê hun bêtir di çarçoveya malbatê de nêzîk dibin. Ji pirsgirêkê re hewqas teng û paşmayî nêzîkbûn nabe. Da ku rûmetekê biderbirîne, pêwîst e ast hêzdar be. Tebî ev jî bi çeka partiyê û bi hêza rêxistinê pêk tê. Tu dikarî bi zênên xwe ya siyasî, bi behremendiya xwe ya dahûrîner, bi hostatiya xwe ya şerkirinê bibî dewlemend. Di encam de wê tu daringî jî, arişen jî bînî. Hingê hêz û xurtî ya te ye. Mirovên wisa dikarin bi hev re bimeşin. Di asta navnetewî de, bi seroktî çima kes min napejirîne? Ji ber ku gelê Kurd pir xizan e. Her ku neyê rewşa hêzeke stratejîk, di hevsenga navnetewî de neyê şûngeheke ku karibe rolekî girîng bileyize, dizanim ku wê qîmeta min jî zêde nebe. Ev yek min bir serokatiya stratejîk. Di bingeh de ger ku hun bi şibandinekê gelê Kurd têxin şûna jinê, hunê baştir fêm bikin. Mînak we jinan çima kes zêde rişt nahesibîne? Çima zilam pir erzan nêzîk dibin? Pir bi mafdarî ew bendewariyên wê yên ku nêzîkatiyeke hezkirineke rast, debar, saxlemî û perwerdehiyê danaynin pêş we? Ji ber ku hun xizan in, yanî bêhêz in. Zilam di yek derbê de dibêje, “Ez vê jinê bi çendî û çawa bikirim!’’ Çima? Ji ber ku zêde giraniya we tune. Mînak keçeke Alman bi gor keçeke Tirk bihayek diderbirîne. Li pêşberî deh zilamên Tirk bêtir giran e. Zilamên Tirk ji wan keçan re “jinantiyê’’ dikin. Lê heman zilam, li hember keça Anadolê weke totirna ye. Va, pêwîst e êm bi vê têbigihîjin. Çima ku tê keça Tirk wisa ye? Ma jixwe çi hêza wî heye! Jixwe ramana wê di rewşa qedandinê de ye. Dilê wê davêje yan na, ne diyar e.
Ji ber ku ez ketim erjenga vê, min dest avêt pirsgirêka azadiyê. Ev hemû dibe ku ji we re tiştekî bîr neyênin, lê belê ji bo min weke ku vejena hîdrojenê roketan dehf dide, weke sedemê dehfdanê ye. Statuyên nayê pejirandin hene. Ev ji PKK’ê re rê vedike; ev jî ji pirsgirêkan re riya çareseriyê ye. Lê hun tenê dikarin bigirîn. Hun dibêjin, “Wey çi bi serê min hat!’’ û mîna çarenûsê dibînin. Qencî û bedewî ya min bi teşeyekî ku kesî ji we necerbandiye, bi çavên çarenûsê lê nenihêrtin a min e. Hema hilkevê û têkil hev bike, encam çi dibe bila bibe; Apocîtî hindek ev e û rast e.
Ev tenê ne ji bo we, ji bo zilaman jî pêwîst in. Çîroka jiyana xwe baş dizanim. Dema ku têkiliya jin-zilam dibe mijara gotinê, di jiyê min ê ciwan de ne kesî min bextewar didît, ne jî min tiştekî wisa ji xwe re layiq didît. Min got, ku her tiştî bi viyana xwe ya azad nedim afirandin namerd bim û hewl dam ku wan têkiliyên sipartiyê pergalê bigirim; di salên ciwantiyê de, eyb nîn e, hewl dam ku bi jinekê re têkilî deynim. Me vê eşkere kiriye. Piştre em bi vê baş têgihîştin ku, ew tiştên ku ji hêla pergalê ve hatiye amadekirin û pêşxistin ne guncan e ku bi gor kêfa xwe bigirî û bi kar bînî. Her tiştê ku pergal pêşkeşê te dike ji bo berjewendiyên xwe ne. Li hember vê di helwestekê de peyda bûn, di bingeh de nêzîkatiyeke mezin e.
Her wiha pêwîstî heye ku gelek têkilî û kesayetiyên ku bingehên xwe ji pergalê digirin weke mafdarî bi şik nêzîk bibin. Ez vê di wateya polîsiyê de nabêjim. Di nirxandineke min de, her çende ku bi şêwazeke nepixandî hatibe gotin jî, min ji bo jinê gotibû, “Zayendeke ku çonatiya xwe ya bûna sîxurtiya objektîf herî belavbûyî ye.’’ Çima “Sîxura objektîf’’ e? Super teslîmê viyana serdest bûye. Kesayeteka ku hewqas bûye rajêrê viyana serdest, desthilatiya zilam û desthilatiya çînayetiyê, helbet “Sîxura objektîf’’ e. Ev rasteqîn koletiyê, radestbûnê û lihevhatinê har dike. Ji ber vê yekê me pir giraniya xwe da nêzîkatiya azadiyê. Me vê jî got: Ger tu jinê tam azad bikî, wê tu rê vebikî ji bo şoreşeke pir radîkal. Ev nirxandin rast e. Ji ber ku gelê xizan qîmeta xwe ya stratejîk tune. Di aliyekî de jî tam girtîbûn, ji bo te zemîna hêz derxistina rastê pêşwazî dike. Ger em qasî navên xwe li xwe layiq nebînin ketibin, bizanibin ku me bihayê xwe pir wenda kiriye. Ev yek ji bo malbat, jin û zilam jî dikare bê gotin. Qîmeta jiyanî nebe, ev tê wê wateyê ku hinekan te pir xistiye. Hingê ma tuyê ji vê re bibêjî, “Çarenûs!’’ Ma tuyê bibêjî, “Wisa hatiye wê wisa here.’’ Naxêr! Sedemên vê civakî ne, çareserî jî civakî û zimanê wê jî têkoşîn e.
Pir eşkere ye ku em bangawaziya uslûp û azîna têkoşînê li we dikin. Beriya her tiştî pênase û armanca têkoşînê heye. Piştre jî kesayet û têkiliyên ku qîmet bi dest xistine. Tê dîtin ku vegotinên min bi piranî guncavê rastîna we ye û pêwîst e jî.
Ji pirsgirêkê re nêzîkatiya netewî, wê ji warê navnetewî re jî tevkariyekê berpêş bike
Ên ku vê gelşê dikin tabû, hestiyarî li ser hestiyariyê, şilekî li ser şilekî, zayendîtî li ser zayendîtiyê diçespînin kê ne? Yên ku dijminê gelşê ne. Yên ku dîrekt ango endîrekt jinê nahesibînin, ew in ku hezkirinê nezanin. Ya ku vê layiqê xwe dibîne jina kole ye. Yên ku xwe bi şepêldanê diborînin kê ne; çi kes in? Jina ku bi birîna xwe tênagihîje, bi koletiya xwe tênagihîje û bi gora vê têkoşîn venade çi ye? Ger ku têkoşîna wê ne zadegan, rêgez û biryarmendî be, ev tê wê wateyê ku di nava lîstikên jina rezîl de ye. Ji bo zilam jî derbasdar e; tenê bi stû tewandina jinê ve mijul dibe. Ev zilam ka partî çawa û çima eleqe nîşanê jinê dide nizane. Dîsa bûna heval ango rêheval nizane; roja duyemîn têkiliyan averê dike. Zilamekî wisa ji bilî şoreşgerek her tiştek e. Pirsgirêk, kesayetîyê di derxistina zelaliyê de ye, li ciyekî ev peywira kaxizê turnosol dibîne.
Hun dibînin ku mijar têkilhev e; bi we jinan re kesek wêrekî nabîne ku civîneke rişt li dar bixe. Heke ku ez, ka pirsgirêk çiqas teorîk e û heta di aliyê siyasî û rêxistinî de çiqas girîngiyê hildigire vebêjim, dibe ku zimanê we şaş û paş bibe. Ev destpêka bi aqilbûna we ye jî. Hun hêdî hêdî giraniyê didin ramana xwe, ev pêşketineke baş e. Me li hember statu, helwest û jiyana kevin a ku koledariyê wek çarenûsê dibîne şer vedanê baş da destpêkirin. Me pêşî mercên anîna halê jineka ku dikare birame, gotûbêj bike û serbixwe li ser piya bimîne afirand.
Hun baş dizanin ku yên herî nêzî we jî, bi we re civîna gotûbêjê li dar naxin. Dibe ku yên hun jê pir hez dikin ango evîndarên we jî tenezûl nakin ku bi we re gotûbêj û nirxandineke rişt li dar bixin. Tim diçespînin û dixapînin. Naxêr, ev ne nêzîkatiya dildaran e, xapandin e. Li pêşiya têkiliyên me yên azad gotûbêj û nirxandinên rişt danîna we û her wiha hizra we ya kesayetên nirxdar her ku azad dibin, her ku serbixwe dibin wê bibin layiq pir tê fêmkirinê. Li ba redkirin û înkarkirina vê û ew nêzîkatiyên ku tim dixwazin bi her cure xistin û sihêlkirinê serdest bikin nepejirandin jî tê fêmkirinê. Ger ku hun hindek rêzdariyê daxwaz dikin, di sazgeh û komeleyên civakî de hindek riştî daxwaz dikin, va wisa tê bidestgirtin.
Gotûbêjên di nava partiyê de di vê astê de pêş ve dibim. Hun Jî, di bin ronahiya vê gotûbêjê de çi pirsgirêkên hema bên hişê we nêzîk dibin. Ma zilam dibêje pirsgirêka zayendî, ha ji te re nêzîkatiya vê; ma dibêje pirsgirêka evînê, ha ji te re zagona evînê; ma hezkirin ango pevretî-pevreyî bi mirovekê re dixwaze, ha ji te re rêpîvana vê; ma estetîk û xweşiktiyê dixwaze, ha ji te re azîna wê... Ger ku bê dîqatkirin, li virê kêfiyet tune, nêzîkatiyeke rasteqînî heye. Lê hîsên we cuda, azweriyên we cuda ne. Di helwesta xwe de pêkolînkirin ku kevneperestî ye, ku li hember rêxistin û partiyê tê wateya berxwedanê û bi taybetî jî çavreşiya di vê mijarê de ku dibe xiyanetê bi mînakên xwe ve hatiye dayîn. Hêsan nîn e têkiliya jin û zilam, têkiliya nas û dostên rastîn. Ev, ne înkarkirina têkiliyên jin-zilam e, gûherîn û vegûherîna têkiliyan pêkanîn e. Jixwe têkilî, kevneşopî, dogma û qedexeyên ji hêla pergalên ve tên diyarkirin rastiyê nadin me, berevajî me dixapînin. Şoreş jî, rastiyê dide, lê belê ev jî afirînerî dixwaze, zadeganî dixwaze, pîrozî dixwaze.
Hê jî hinek dibêjin, “Tu baş vedibêjî, lê çareseriya şênber nîn e!’’ Çareseriya şênber wekî din wê çawa be? Her wiha ji çareseriyê têgihîştina wan îla hatina du kesan ba hev, hev girtin û revandin e. Yanî têkiliyêke ritm tê xwestin. Ev hoveberbûn e, ji astê ketin ango înkar e. Ji asta netew re çareserî anîn bi van nêzîkatiyên me ve pêwendîdar e. Malbata netewî, hezkirina netewî, rewişta netewî, evîna netewî, jina netewî, zilamê netewî û heta di her astê de têkiliyan bi vê çarçovê girtina dest, ya herî rast e. Hun dizanin ev, bi qasî asta netew, enternasyonal e jî. Ger ku asta netew hate dahûrandin, wê ji asta enternasyonal re jî tevkariyê berpêş bike. Pir eşkere ye; divê hindek wisa pêş bikeve.
Wek aliyekî çarenûsa xwe bi azad diyar bikin
Hun dikarin gotûbêjan pêş bixin. A ku herî zêde hun ji me bixwazin azadiya gotûbêjê ye. Wê zexta nêvengê nebe, lê pêwîst e hun jî, ji disîplîna rêxistinê re û di vê mijarê de çemk û çespandinên çewt ê mezintirîn re bergîdaneke rast bidin. Ya herî girîng jî divê hun bibin aliyekî bijarte ya jiyana rast û têkoşîner. Pêwîst e zimanê we vebe, mejiyê we bixebite û dilê we biavêje. Di vê mijarê de pêwîst e hun afirandin û xurtbûnekê pêk bînin. Yanî hun aliyek in; bi ya min neyên eyarkirin ango bi gor zilam neyên eyarkirin, bi gor xwe bên eyarkirin. Saxlemî û azadiya we, bi navê zayendekê ji bo diyarkirina çarenûsa we çi pêwîst dike wî bikin.
Nêzîkatiya azadiyê ev e. Ew pirsgirêkên ku hun pir di warê taybetî de dijîn, dikarin di vê çarçovê de bigihîjin çareseriyê. Dibe ku di rabirdûyê de hinek têkiliyên we yên sivik hebin; wana ne zêde ji xwe re bikin dert, ne jî zêde bêriya wan bikin. Cîhaneke ku hun wenda bikin tune. Lê cîhaneke ku hun qezenc bikin heye. Heke ku wisa be, nekevin bin bandora rabirdûyê û bi berteka ku li hember wan raber bikin, hun dikarin meşekî rewneq bidin destpêkirin. Her wekî têoriya me ya azadkirina gelê me jî hindek wisa pêş ket. Dîsa pratîka me ya azadkirina takekesî jî, ji van babetan hêz wergirt. Bikevin nav şêwazeke têkiliyê ku van hemûyan bingeh digire. Çi nav datînî deyne, ev guncav e, nirxdar e. Dîsa çi nav lê dikî bike, şêwaza ku vê çarçovê diçirîne û derveyî dike, guncav û nirxdar nîn e.
Hunê karibin xwe bigihînin vê çarçovê? Di vê mijarê de hewldanên min hene. Hun bi vê têgihîjin û li ser pêşketina xwe dirikibînin? Di gotûbêjan de nekevin çewtiya azînan. Nizanim di rabirdûyê de çi hate kirin; nizanim di navbera min û filan zilamî de çi bû û hwd. li pey van xalan ketin, bêastkirina gotûbêjan e. Heta dibe ku hun bibin evîndar jî, bibin nîşanî û zewicî jî, lê ev pirsgirêkên azadiyê, dîsa jî derbasdar in. Dema ku tê gotin gotûbêja jinê, hemû kes seviktiyê fêm dikin. Lê tam berevajiyê vê rişt e. Pêwîstî heye ku ji tevahî têkiliyan re neyê gotin “çilvirîn’’ û neyê jêkirin û avêtin; têkiliyên pir nirxdar dikare bê pêşxistin. Di vê mijarê de bi şertê ku ji rêgez û çarçoveyê re bê dîqatkirin, vana ji xwe re nekin rûpoş û rasteqîna rezîlî, dij-civakî, dij-siyasî û rêxistiniya xwe neveşêrin. Bi rastî jî vê rêgez û çarçovê bi xwe bidine pejirandin, weke ku wê pir pêwîst be ji nêzîkatiya we ya mirov û zilam re û dikare we pir hêzdar jî bike. Heta ev, peywirek e. Yanî tenê ne pêdiviya gotûbêjeke teorîk, peywireke rişt yê rêxistinî ye. Her wiha divê hun zilaman perwerde bikin.
Hunê li ser vê gelek bihizirin. Pirsgirêka we li virê ne xweperestîkirin e. Me xweperestiya rêxistinî gotûbêj kir û yên di oxira xweperestiyê de ka xwe anîne çi halî me dît. Hun jî xweperestiya hestyarî nekin. Bi teşeyekê, “tenê daxwaza min, tenê evîna min, nizanim hestên min’’ rêxistinê serûbin nekin. Bila hestên we bibin kolektîf, hezkirinên we bibin giştî, rewşa we ya ecibandinê yek kesî ji xwe re neke pût. Jixwe ku hun wisa nekin, hun qet nikarin xwe bigihînin çemka me. Ez qala asta netew dikim. Jixwe ku asta netew, lêgerîna xweşiktî, têgihîştina hezkirinê, têgihîştina ecibandinê, têgihîştina redê, têgihîştina kirêtî her ku pêş nekeve, hun di wateya takekesî de jî, nikarin rast tercîhê pêş bixin. Lê belê nêzîkatiyên we mezintirîn xweperest in. Yekî ku hun bi azwerî pê ve girêdayî bin hebe, heke hun bimirin jî dev jê bernadin. Xayîn be jî, hun pê re diçin. Fîzîka we neçe jî, dil û hestên we diçin. Vana ne ji bo tewanbarkirina we, ji bo ku hun rastînên pir jiyanî bibînin û bi gor vê xeleqeyên bingehîn bigirin, dibêjim...
Em di şexsê kesan de asta netew û civakî dadihûrînin
Erê, bi gotûbêjan em dikarin mijarê bêtir kûr bikin. Hevalê C. hun çi dibêjin?
C.: Li welatekî mîna Kurdistan pirsgirêkeke wisa di vê astê de anîna rojevê pir hêsan nîn e. Ez hizir dikim ku hê ji niha de anîna vê rojevê, ew şoreşa ku tê xwestin û di aliyê vala derxistina xefikên dibêtî yên dijmin de girîng e.
S.P: Xefikên li peşiya şoreşê di pêş de dîtin û di aliyê derbaskirinê de hun dibêjin ku xwedî girîngiyeke mezin e.
C.: Belê. A ku ez dibînim, ev, ne tenê li hember paşverûtiya jinê, di heman demê de li hember paşverûtiya zilam têkoşînek e ku tê dayîn. Bi vê wateyê jî, girîng e. Lê belê xala herî girîng ku pêwîst e hevalên jin bibînin; nêzîkatiyeke çewt weke ku bi hewldanên xwe gihîştine vê têkoşînê heye. Ji ber wê yekê jî helwesteke ku zêde qîmetê nezanîn heye. Halbûkî bi hewldanên Serokatiya Partiyê gihîştin vê nêvengê. Pêwîst e vê baş binirxînin û li ser vê bingehê azadbûnê pêk bînin. Tenê bi vê şêwazê dikarin xwe bidin pejirandin û pesendkirin; bi awayekî din zor e. Pêwîst e di vê mijarê de hewldanên mezin pêşan bikin. Tenê bi hewldanên partiyê pesendkirin zor e.
Bi ya min partî pirsgirêkê pir net datîne rastê. Bi rastî jî, lawên gelê ku ne xwedî welat in, di van mercan de rabin û qala hezkirina takekesî bikin, rast nîn e. Ma jixwe pêkanîna vê gengaz jî nîn e. Yên ku welatên xwe nîn in, azadiya wan jî nîn e. Di vê rewşê de heta ku em dikarin bila em bibêjin, em azad in, ev nabe rastîn. Îcar ew “Zewacên şoreşgerî’’ yên di nav mercên Tirkiyê de çi pêwendiyên xwe bi zewacên şoreşgerî ve tune. Heya ku azadbûn pêk neyê, têkiliya azad jî, pêk nayê.
S.P: Yanî ji zewacên kevneşopî bêtir xeternak e.
C.: Belê. Jixwe xeternak, çêkirina vê li ser navê şoreşgeriyê ye. Di rêjeya ku welatê mirov azad dibe de, mirov dikare azad bibe. Hingê mirov dikare têkiliya azad jî bigire. Ger ku ev nebe, bi çi cure têkilî dibe bila bibe, eşkere ye ku ew nabe têkiliyeke azad. Ez bi xwe bawer nakim.
S.P: Hevalê C. di asta rêgez de rast nêzîk dibe. Lê em berevajiyê vê nakevin; bi şertê ku ev rêgez bê bingeh girtin, mirov dikarin hezkirin û ecibandina xwe deynin rastê. Tebî wê rêgez û armanc neyê paşçavkirin. Bi gotineke, “min armanc ji bîr kir, dilê min pê ket’’ partî li aliyekî û welat li aliyekî bên hiştin, wê li paş rev bimîne. Bi rastî jî, di bin navê daxwaziya azadiyê de, gelek jirêderketin hatin pêşxistin. Ger ku hun mebest baş bin jî, heke ku hun armanc û maweya têkiliyên ku ava bikin bi gora rêgezê baş û baş kontrol nekin, bi rastî jî hunê pir bi debengî wenda bikin. Pêwîst e hun pêwendiya di navbera rêgez û pratîkê de pir haydar bin. Ji ber ku çawa di vê mijarê de tê hizirkirin, zêdetir di bin navê rêgezê de înkarkirin, di bin navê pratîkê de ketîbûn tê jiyandin. Pevretiya teorî û pratîkê çawa ku di her gelşê de pêk tê, di vir de jî pir pê ve girêdayî ye. Rêgeza azadiyê derbaskirina jiyanê, tam karekî şer e. Bi taybetî jî pêwîstî heye ku hun rastîna Serokatiyê baş têbigihîjin. Em bûyeran hem digihînin eşkeretiyê, hem jî di pratîkê de bi rê ve dibin.
Di bingeh de ez, bi we re ne tenê çareseriya takekesî pêş dixim. Belkî hun komek in û hatine veguhestin nav partiyê, lê ji bo dahûrandina asta netew û hemû civakê, em we digirin dest û dihêvojin. Ji ber vê yekê, xwe bi rengekî çawa ku teng nêzîkbûn tê raberkirin û bi erzanî dibêje, “ez azad bûm, bi takekesî min qezenc kir’’ xwe nexapînin. Dema ku hun bibêjin, “min qezenc kir’’ hunê hingê asta netew bidahûrînin. Lê di van mijaran de ka hun çiqas teng in, hun bi xwe dizanin. Bi rastî jî her kes tengtiya rêxistinî heya nav mixên xwe dije. Dibê qey pirsgirêkê di asta takekesî de çareser bike, wê xwe bifilîtîne. Naxêr! Çareserkirina pirsgirêka jinê ne bi avakirina nas û dostan ango bi malbatekê, di asta netewî de wergirtina azadiyê, dîsa di şer de qezenckirina serkeftinê ye. Her kes dipirse, “pirsgirêka jinê çi ye; çareserî wê çawa be?’’ va wisa dibe.
Ger ku li gotina çepê Tirk bê nihêrtin, dibêjin, “zewaca şoreşgerî.’’ Lê ev, ji zewaca şoreşgerî bêtir dişibe her tiştî. Ez dibêjim ku zewaca qereçiyan zêdetir watedar e. Min vê gotibû, pir hêrs bibûn. Min dabû zanîn ku, ji têkiliyên babistîn bêtir xeter dibînim. Navê wan rêxistinan naxwazim dubare bigirim devê xwe. Piştre derket rastê ku ev têkiliyên dijraber ne. Nêzîkatiyên ku di pratîka çepê Tirk de wisa xwe debar dikin, li ser canê azadiyê xwendin e. Bi rastî jî PKK di vê mijarê de rastînan pêş xist, anî gihanekeke girîng. Divê ez bibêjim ku têkiliyên sosyalîstekî herî mezin ê Tirkiyê yê burjuvaziyekê piçûk ê naedilin in. Jinê aniye rewşeke herî kerax. Ez belkî di malabata Saqib Sabancî de xweşiktiyekê bibînim, lê di malbata wan çepgirên sexte de nikarim xweşiktiyê bibînim; bêtirîn xistin heye. Debengiya burjuvaziyê piçûk û xwe xapandin heye. Heta ji wî kapîtalîstî bêtir rewşeke xirab dije. Hema dişibe kapîtalîzma li Sovyetê. Lê eşkere ye ku kapîtalîzm hewqas nirxdar nîn e. Nêzîkatiya yê me yên kapîtalîst ên burjuvaziyê piçûk, bi gor nêzîkatiya kapîtalist ên mezinê Tirkan li çepê nîn dimîne. Tebî nêzîkatiya şoreşgerî heye û hewl dide ku temsîla xwe ya xurt pêk bîne. Ez bawer im, hun hindek têdigihîjin. Hevalê Z.yê ku mejiyê xwe herî zêde dide mijulkirin, çi dibêjî?
Z.: Di bingeh de li vir pirsgirêka partîbûnê heye. Ji ber pirsgirêkên gihîştina kesayeta gihandî, partîbûn nayê jiyandin. Di pirsgirêka azadiya jinê de jî wisa ye. Di bingeh de ew hedefê ku em dixwazin bigihîjinê, em dibînin. Li pêşberî me sosyalîzm heye, cîhaneke xweşik heye. Em dixwazin herin wirê, lê belê dema ku hatina xala pêkanîna wê azadiyê di xwe de çêkirin pêk tê, hingê şerê binyadî tê jiyandin. Dîsa di navbeyna armanc û rasteqîna heyî de nakokiyek tê jiyandin. Di bingeh de ji wê hedefê tu caran qutbûn çênabe, yanî ew hedefê tê xwestin em ber ve biçin, ji bo me pir xwerû ye. Xalên ku hevalê C. destnîşan kir ez jî dixwazin diyar bikim. Di bingeh de nakokî nayên veguhêstin ber bi paşerojê ve. Çareseriya pirsgirêkê di bingehê afirandina civaka azad de, bi wateya diyarkirina hedefê pusulayê rast danîn e. Lê îro di xala çareseriya nakokiyên tên jiyandin de, zêde nêzîkatiyeke milîtanî û nêzîkatiyeke zêde wêrekane nayê pêşan kirin. Bi rastî jî nakokî di herikandina xwe de diçin; wana qeşakirin û paşerojê ve veguhêstin wisa nabe. Pêwîst e bi van nakokiyan re bê şerkirin. Ger ku hedefê paşerojê rast hatibe selimandin û azînên şer jî rast hatibin têgihîştin, êdî pirsgirêk bi nakokiyan re saxlem şerkirin û têkneçûyîn e. Ez bi nêrîna pêwîst e pêkanîna rastiyan bi paşerojê ve bê taloxkirinê ne bawer im; hê ji îro de divê ji bo vê şer bê kirin. Bi taybetî jî dema ku pirsgirêka jinê dibe mijara gotinê, ev, şerê xwe çêkirina jinê û xwe peydakirinê ye. Heke ku jin, di xala wendakirina jinê û wendakirina hezkirinê de ye, ev selimandina rast, şerê jinê yê xwe çêkirin û afirandinê ye. Ev şerê xwe bi kedê peydakirin, di heman demê de bi zayendê dijber re azadane şerê biyekbûn û şerê wî jî afirandinê ye. Hizra min ew e ku divê ev di nava hev de bên birêvebirin. Ji ber ku dema tê perçekirin, şer jî lewaz dikeve. Şer bi tevahîtî nayê têgihîştin.
Ên ku nayên xeta rêxistiniyê nayên têkiliya azad jî
S.P: Tu sepandinên min çawa dibînî? Pirsgirêkê ji paşerojê re taloxkirin e, yan na di nêvenga dijwariya şer de jî nêzîkatiya wêrekane ye?
Z.: Bi ya min nêzîkatiyeke xurt e. Li vê derê herî hindik di aliyê xwe de xalên ku ez hewl didim pê têbigihîjim hene. Beriya her tiştî şerê di asta serokayetî de tê birêvebirin...
S.P: Pêwîst nîn e, bê gotin Serok û bê îlahkirin; di heman demê de asta partiyê, yanî asta milîtan mijara gotinê ye.
Z.: Asta partiyê bûyereke pir ciwaz e. Asta Serokatiyê pir hêzdar e û li ser dahûrîna dîrokê pêk tê. Asta dahûrîna hem hevalên jin, hem jî hevalên zilam pir qels e. Dema ku em di aliyê rastiya xwe de vê digirin dest, dema em tên kişandin nav şerê ku tê xwestin bê pêkanin, di bingeh de em ferq nakin ka em hilkişiyane nav şerekî çawa; şaşwaz dibin û li çep û rast bela wela dibin. Pirsgirêka bingehîn di vê xalê de tê jiyandin. Yanî ez dihizirim ku, pêwîstiya ew nakokiya di virê de tê jiyandin bê dîtin, heye.
S.P: Yanî em, mînanî rewşa rêxistinî ku hun ketinê rû bi rû ne. Yên ku weke takekesiyê rast nayên rêxistiniyê, di sehaya têkiliyekê de jî nayên rastiyê, nayên partîbûnê. Vê bi gora xwe têxin teşeyên cewaz û ber bi nêvenga asêkirin û kevneperestiyê ve diçin.
Z.: Ez jî dixwazim vê xalê destnîşan bikim: Hêza çareseriya nakokiyan di asta Serokatiyê de pir mezin e. Di me de hê têgihîştina nakokiyan jî nîn e. Hewqas di asteke jor de çareserî tê çespandin ku, ew mirovên ku hê bi nakokiyên xwe re nasdar nebûne, di bin vê de diperçiqin û tênagihîjin.
S.P: Hingê hunê di şer de jî biperçiqin.
Z.: Di vî aliyê de, bi taybetî di asta Serokatiyê de şerê ku tê vedan (min berê jî destnîşan kiribû) bi ya min di hundirê xwe de gelek rîskên ku hildigire heye. Mînak ez bi wê xalê zêde tênagihîjim. Yanî li min zor tê. Ji ber ku ew, belkî jî ew hevalên karibin pêşketinê pêk bînin, li beranber xwe perçiqandina di bin barekî giran de bi xwe re tîne û rê ji jirêderketinan re vedike.
S.P: Hizir nakim. Ya we di teşeyekê “bi gora min çemka min a partiyê heye, çemka min a rêxistinê heye; divê çawa ku dilê min bixwaze di jiyandinê de azad bim.’’de ye.
Z.: Naxêr, ez naxwazim wê bibêjim.
S.P: Gelek dişibê. Tenê wek jinekê dixwaziya we ya jiyînê heye. Tebî ez, carna wê xwesteka we ya ku weke jinekê dixwaze bi gor xwe bije, digirim ber topan. Belkî hevalê Cuma jî vê ferq dike. Gelo hun wateya vê dizanin? Zilam, xwedî çemkeke nîşaniya seqet e; ez bi hewayê ve difirînim. Bi gor xwe xwedî çemkeke jinantiyê ye; tinazê xwe bi vê dikim. Ev tev bi gora we ji lêdanekê bêtir dijwar in. Carna pir berevajiyê ya ku hun dibêjin dibêjim. Ez dibêjim, “mafê te yê hezkirinê nîn e, mafê nêzbûnê jî nîn e!’’ Bi taybetî di asta Serokatiyê de ev pir pêwîst in. Ev nêzîkatî, di hêvotina mirovê Kurd de, jina Kurd anîna ser xwe ve, di asta pêşengiyê de, di rewşa pêwîstekên ku werin cî de ne. Hun vê mijarê weke takekesekê asayî bidestgirtinê esas digirin. Em, bi çemkeke mînanî burjuvaziyê piçûk a wekheviyê rû bi rû ne. Asta Serokatiyê asta netew e.
Ez, bi tu awayî nexwesteka we ya dîtinê fêm nakim. Di bûyera rêxistinê de jî hun wisa ne. Bi hizra min, çemka burjuvaziyê piçûk a wekheviyê asta gelek hevalên me ye. Hun rêzdariyê jî wenda dikin. Niha jî, weke yeka ku qet asta netew nedîtiye min wisa bi takekesiyê şirovekirin, jinê jî bi xweperestî şirovekirinê ve pêgir girtin xeteriya bingehîn e. Em van keçikan tev hindik zêde tînin bi ser xwe ve. Mînak di gelek hevalên ku ez dibînim de (him keç, him jî xort) hinek tabû hene. Ger ku ji keçekê re eleqeya wî hebe, divê ew bibe ya wî. Di nêzîkatiya keçikê de jî, rewşeke mînanî vê heye. Dema tu dibêjî, dev jê berde, ev bi gor hinekan êrîşkarî ye; li ser wan nirxên wî yên pir pîroz, li ser bêriyên wî êrîşkarî ye. Di bingeh de naxêr; berevajî wî rakirina nakokiyekî ye. Kişandina nav têkoşînekê ye. Belkî jî qencî ya herî baş a ku ez karibim bikim ev e. Di vê derê de nebibêjim mînanî lîstikeke sînemayê, mîna wê hun bi lîstikekê ve rû bi rû ne û hindek jî ev lîstîk pêwîst e. Bi awayekî din keç û xort bizewicîne ango nîşanî bike, gelo piştî heftiyekê ji wan mirovan berhemek bimîne? Ger ku pir azweriyên paşverû hembêz bikî, gelo wê di te de derfeta hezkirina welat û heta têkiliya azad bimîne?
Mirov rîskê nede ber çav serkeftin nayê qezenckirin
Van tevan bi rengekî teng nirxandina we, bi kêmahiya têgihîştinê dikare bê guzariştkirin. Divê hun bi lezginî vê derbas bikin. Cîhaneke mezin a ku bê vekirandin heye. Ji tabûyan dûr bisekinin. Ez nabêjim têkiliyên pir eşkere ava bikin. Ez ji vê nefret dikim û bala xwe pir didim astê. Bi ya min bi jinê re tevgerîn divê di asteke artîstik de tim pêş bikeve. Divê axaftinên herî bedew, têkiliyên herî bedew, gotinên herî bedew di sehaya vê têkiliyê de werin ziman. Nêzîkatiyeke pir girîng e. Gelek kes vê bi dizî çêdikin. Dibêjin “warê têkiliya taybet e.’’ Ez hindek berevajiyê vê dibêjim. Ger ku gengaz be vê hindek derxin eşkeretiyê. Min got ya, li asta netew belav bikin. Xweşiktî û hezkirin ji bo tevahî gel pêwîst e; ji bo hun jê re bikin mal hewl bidin. Ew tiştên ku hun weke tiştên xeternak dibînin, nêzîkatiyên mînanî vê ne. Tebî di vê mijarê de wêrekiya we nîn e. Ji ber ku em jî hîtabê asta netewekî dikin, emê hindek wêrekdar bin. Mirov rîskê nede ber çav, serkeftin nayê qezenckirin. Ez nabêjim pir û pir ezmûnên evînê li dar bixin, pir û pir têkiliyan ava bikin û xirab bikin. Ya ku ez dibêjim ev e: Qasî ku hun bi rêgez in, di pratîkê de hewl bidin ji bo bûyîna dewlemendî û berhemdariyê. Xwe perwerde bikin, rêhevalên xwe perwerde bikin. Ger ku yekî ji we re bûyera hezkirina rastînî didamezrîne, divê bersîvên we yên erjeng hebin. Nekevin nava nêzîkatiyên erzan. Ji vê re bersîvên pir watedar ên ku bê dayîn hene. Mînak hun ji min pir hez dikin, gel jî ji min hez dike, ne wisa? Peywirên pir dijwar datînim pêşiya we. Bergîdana hezkirinê şer e, wisa dibêjim, baş têbigihîjin. Tevahî netewekê didim hizirandin. Bi sedan jinan didim hizirandin û jina azad hindek wisa derdikeve rastê.
Tebî gelek hêmanên ku bi asta têkiliyên me tênagihîjin hene. (kontrgerîlayan di derbarê min de pirtûk nivîsandine) Tim û tim mînak didim. Hêmana Fatma (Kesîre Yildirim) jinantiya xwe ya herî dawerdî, weke bazirganiya qonaxa merkantalîst (doktrîna aboriyê ya ku tim wergirtinê bingeh digire) bi çemka bazirgan û tefekara herî pêşketî, bi şêwazeke xapînok a ku dixwaze yek bide û hezar bistîne, bi kar dianî. Zayendîtiya xwe, jinantiya xwe, hêza xwe, civakbûna xwe heta siyasîbûna xwe jî dema ku hewl dida tevlî nav partiya me bike, qaşo hewl dida ji bo biryardayîna da ku bi min re par vebike, lê nihêrtim ku hêştirê bi kurtan ve bar dike. Bi palpiştiya min wê tevahî partiyê teslîm bigire û min jî ji xwe re bîne rewşa zilamekî herî sadiq. Min çawa vê fêm kir? Dema ku min vê çemka dihate çespandin dît, min derbeyeke xedar weke ku her zilamê me dike, parî parî nekir. A min şêwaza encam wergirtinê heye û bi gor vê min biriya xwe dayê. Pêwîst bu ku ew ji bo min bibûyana bûyera têkoşîneke mezin; min wisa kir.
Me çi dît di virê de? Bergîdana têkiliyên dayendeyî ên pergalê, dibe ku pir bin. Dikarî ji vê feyde bigirî. Lê ew jî dikare hemû hêza te daqurtîne. Li ser navê hêz tevlîkirina partiyê dibe ku partiyê jî bifelişanda. Weke takekesekê xwest ku xwe xurt bike. Ger ku tu ne di nava rast helwestekê de bî, wê tu bi erdê ve bibî yek. Tebî em bi înkarî nêzîk nabin. Di çîna jor de jî şoreşgerên nirxdar dikarin derkevin, lê ev yek îstîsna ye. Pêwîst e encam bên derxistin ji vê ezmûna ku hatiye jiyandin. Ji bo ku di têkiliyê de azadî bê bingehgirtin, bi hezarûyek awayî hiziriyam. Dema ku kesek bi kesekî din re dikeve nava têkiliyekê wê çi bigire, wê çi bide? Nêzîkatiya wekhev û azad wê çawa be? Ger ku me vê ezmûneya mezin bi serkeftin neborandibana, pêşkeşkirina me ya çarçova saxlem a îroyîn jî gengaz nedibû.
Ev hema hema ji bo her kesî hindik zêde derbasdar e. Lê ez bawer im ku kesekî dî di ciyê min de ba, ya wê di mabeyna bîstûçar demjimêran de qirên bikira, wê encamên vê bijiya ya jî wê jê re bibana pêvek. Ev têkiliyekê wisa ye ku pêwîst e di asta netew de bê gelemperîkirin. Ji ber ku her kes hindik zêde mîna vê pirsgirêkên xwe hene. Ji vê ezmûneyê min vê derxist: Zayendîtî çi ye, bi vê çawa tê leyistin; ji çînên cuda bûyîn çi ye, ev çawa tê kirîn û firotin, têkiliya hêz wergirtin û dayînê çi ye? Yek jî me encama hevalbendiyê derxist; em li ser bersîvdana pirsa hevalbendiya rastîn ponijîn. Li ser hevalbendiyê gelek nirxandinên me pêş ketin. Min gelek nirxandinên teorîk ji nava jiyanê derxist. Di bingehekî xedar de şerê nav rêxistinê hebû. Gerîla hebû, yek jî di vê sehayê de şer hebû. Bi gotinê hêsan e; ez di virê de neketim nava jiyaneke din. Naxêr, min di tevahî jiyana xwe de şer giştî kir û ji hemû jinan re mal kir. Dema ku wê hewl dida ji bo xeniqandina hemû jinan, min dixwest ku ez hemû jinan rakim ser lingan. Va çareserî.
Hesteke sihêl jî dikare hêviya gelekî bi erdê ve bike yek
Ev çareseriya ku me gihandiye vê astê re ji eniya dij-şoreşê bersîvek çawa hate dayîn? Hun dizanin, di zindanê de, di halantêdana Şener de, hevaleka me ya herî li ber xwe da, bi hilkeftineke sexte xwestin ku li hember partiyê bînin rewşa derbeya herî mezin. Tebî ev jî êrîşeke bi evînê rûpoşkirî ya KT’yê bû ku li ser PKK’ê diçespand. Heke ku ew tecrûbeya min dijiya neba, ev çîroka evînê bes bû ji bo PKK’ê bi erdê vê bike yek. Çirokeke wisa hatiye eyarkirin ku di xwiyangê de hestên erjeng hene. We nameyan xwend. Li bin pesindanên helbestan “tu pir raserê Roza Luksembûrg î, tu temsîlkara jina cîhanê yî’’ azweriyên ku nayên hiş û aqil, pesindan tev bi îmze ne. Min nêrî, hevala min hişk hatiye girêdan. Min pir di jêr de girt û pir bi zanistî nêzîk bûm, da ku em vê lîstîka KT’yê xirab bikin. Ji bo derbaskirina encamên dîrekt ango endîrekt pir girîng bû û bi ser de çûm. Şêwaza têkiliyeke wisa bû ku, ji hemû zindanê re û ji hezaran hevalan re hatibû teyisandin.
Ew hevalên me yên ku yek perçe çerm û hestî mabûn; di rojiya mezin a mirinê de nexwarin û venexwarin, dilêriya mezin nîşan dan û berxwedaneke ku di nava dîrokê de mirov rastê hempayê wê nabe raber kirin. Di aliyê din de jî me nihêrt ku, tê gotin, “mafên mirov, mafên xwarin û vexwarinê.’’ Di hundirê zindanan de ji me jî pirtir gumrehiya jiyanê çêbûye. Rêhevalan ji bo rûmeta partiye xwe anîn rewşa çerm û hestî. Me cendekê Kemal Pîr dît, dibê qey xwe dane ziwakirin. Tu jî, ji bo hindek xwarina zêde, qaşo ji bo hindek zêde mafê mirovan, dixwazî tevahî partiyê bikşinî bin xizmeta xwe.
Hindek halantêderên din jî derketin. Azadiya jiyaneke bêsînor diçespandin. Ma di cîhanê de ev gengaz e? Ma dijmin dikare vî mafî bide? Ger ku bide, ev ne xapandin e? Ma di zindanê de mirov dikare evînê bije? Tu esîr î. Belkî canê min jî bixwaze, lê ev ketîbûnî ye. Ma ya rast, li ser çarenûsa netew, li ser çarenûsa berxwedanê, li ser çarenûsa şer hizirandin nîn e? Ji dijminê ku hewqas tişt bi te kiriye re, ya rast ne ew e ku tu jî hinek tiştan pê bikî? Ger ku pêşketineke berevajî çêbe, wê ev bibe averiyeke mezin, hem jî li ser navê evînê wê bibe averiyeke mezin. Nameyên bi azwerî nivîsandine. Tê gotin, “ez wisa ji te hez dikim, wisa te hembêz dikim’’ û hwd. Temam hez bike û hembêz bike, lê hindek riyên vê yên rasteqînî jî birame. Ev çawa gengaz e?
Me hewl da ku em vê bi bî bixin. Me nihêrt ku, li hember me berxwedanên mezin hene; hê jî ji ber vê yekê rûniştin heye. Wê di nava pergalê de birûnên, wê li Ewrûpa birûnên. Wê bi gora xwe evînekê bijîn. Bila li serê xwe bixin, vê evîn û hesta ku asta netew diqedîne...
Yanî ez tînim ku derê? Di xwiyangê de hesteke kesanî ya sihêl e, lê ku tu binê wê vekolî hêviya gelekî bi erdê ve dike yek. Tê wê wateyê ku têkilî, wisa gelşeke hêsan nîn e. Li hember van çîrokên evîn û hestan min şer veda. Dijminên me zêde dibin, lê parastina welat, parastina partiyê beriya her tiştî tê. Felatkirina mirov jî tenê di vê bingehê de gengaz e.
Di asta netew de dahîrînên mînanî van, dikare bêtir bên pêşxistin. Ji bo min dikarin vê jî bibêjin, “bi damezraka zewacê ve dileyize.’’ Jixwe hin kes dibêjin, “jinan ji rê derxistiye.’’ Ev axaftin pir tê gotin. Wê hê jî bibêjin. Yek car jinan ji rê derxisten çi ye. Ew riya ku we jinan xistiyê, riya kê ye? Ev rê jinan dibe ku derê? Pêwîst e em gotûbêj bikin. Ew riya ku zilam diçespînin dibe ku derê? Riya jina pêvek ji çi re rê vedike? Zarokên ku tînin û mezin dikin, ji dijmin re çawa xizmet dikin? Pêwîst e em vana gotûbêj bikin. Evînên sihêl bi karesateke çawa ve encam digire ango bi xitimandinê kesan çawa zû diqedîne? Pêwîst e em vana gotûbêj bikin. Ez mijarên din jî tabû nabînim. Zayendîtî, ne têgîneke ku bê qedandin, têgîneke ku divê bê pîrozkirin e.
Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin
Bêguman ev dahûrînên ku em didin pêşxistin, da ku kadroyên partiyê karibin derxin zanebûnê û bi taybetî jî gavên pratîk bavêjin, wisa hêsan nîn e. Hemû pirsgirêkên şoreşê wisa ne. Ger tu ber bi ya hêsan ve herî, ew dibe şemitandina helperest. Ger tu şêwaza me bingeh bigirî, pir rîskên xwe hene, lê tu dikarî encam bigirî. Tebî hewqas jinan ber bi çiya ve kişandin, bi zilaman re beranber girtin tim bi rîsk e. Lê hesabên sedsalan jî, di nêvenga şerekî dijwar de pirsîn, ya herî rast e. Rîska xwe heyê, lê hesab pirsîn jî tenê di ciyên wisa de dikare pêk were. Ger tu bi xirabî bi kar bînî, wê tu artêşa xwe wenda bikî. Hingê jî bedêlê bi serê xwe bidî. Bergîdaneke din ê rîskê jî ev e. Ger ku te jinê girt pêşberê xwe, tuyê wê azad bikî; heke te wê kiriye pêvek (çemkên li hember min wisa dikirin) wê tu bergîdanê bi serê xwe bidî û ku te xwe xist, wê tu biqedî. Bi awayekî din nabe. Tu asta netewî diafirînî; wê hemû jin û zilam bikevin nava pêşbirkekê. Emê bi awayekî din çawa karibin wê ketîbûna mezintirîn derbas bikin? Li virê va hêza hezkirinê, hêza evînê ku te di nava vê pêşbirkê de xurt dike bimeşîne, na ku tu bikevî paş refan û hindek jî bikişînî paş refan, wê gavê ya ku tu dikî tevgereke herî paşverû ye û nayê pejirandin.
Gotûbêj û dahûrînên di nava PKK’ê de di vê bingehê de ne. Ez hizir dikim ku wê gelek peywirên ku bikevin ser milên we hebin. Mînak, ez bawerim we jî di rabirdûyê de pirsgirêkê girtibû dest. Lê hun dinêrin dahûrînên me bêtir kûr in û ji bo peywiran jî, nêzîkatiyeke cuda pêwîst dikin.
Z.: Rast e, Serokê min. Dahûrîn gelek pêşketî ne. Lê di gihandinê de em pir zorî dikişînin. Yanî dahûrîn di asteke pir jor de ne. Tebî şûngeha civaka me jî diyar e. Lê jin bêtir hatiye xistin. Ji ber ve egerê jî, di yek carî de gihîştin, jixwe bêderfet e. Ez dixwazim diyardeyên Serokatiyê bişibînim wan hilkeftinên dîrokî yên dî. Mînak derketina hinek serokan heye. Bi taybetî, di xala gihandina hin hedef û armancên jinê de gavavêtinên pir bi serkeftî pêk anîne. Mînak, di qonaxa Mihemed de, derketina Îslamiyetê û dîsa derketinên dî jî hene. Di Kurdistan’ê de jî wisa ye. Em vê yekê di kesayetiya Serokatiya xwe de dibînin. Lê bi ya min pir giran û ji bo gihîştinê jî, pir zor e.
S.P: Tebî di wateyekê de em pirsgirêkê di aleyhiyê zilamê heyî de çareser dikin. Helbet pir zor e. Hemû zilam di vê mijarê de xwedibîn in.
Z.: Serdestiya zilam giran e.
S.P: Yekî wiha gotiye: “ma ez xêt im serdestiya xwe bi destê xwe ji rastê rakim!’’ Hindek rastînê diderbirîne, lê êdî em hindek di lehê jinê de tevgerînê didomînin. Ji bo min teşeyê têkiliyeke herî nayê tebatkirin teşeyê hev pejirandina jin û zilamekî ye. Bi ya min divê têkilî asta xwe, yan rewneq bin, weke helbestekê be, yan jî wek vehûna hunerê bê hûnandin, yan jî pê re bê şerkirin. Hun nêzîkê pejirandineke pir erzan dibin. Yek jî li serê gotûbêj dikin. Pir pir gotûgota wê dikin û şer derdixin. Bi ya min di virê de wendakirina mezin a civakê heye. Babeteke ku ez wek taybetmendiyê xwe digirim dest, di vê mijarê de xwe bêastnekirin e. Di mijara jinê de têkiliyên min xurt in. Hinek rêgez, rabes û helwestên ku ez raber dikim hene. Rûmet, rêgez, hewldan û hwd. tev tê de hene. Li hember paşverûtiya jinê hedirandin, ji hedarkirina li dijî mêtîngeriyê pir zortir e. Di temenê xwe yê pir piçûk de li hember dê û bavê xwe berxwedanê nîşan dam. Bi birayên xwe re hê jî di nava şer de me. Pêwîst e ev ji bo wê wateyekê biderbirîne. Ji ber ku ne babetekê wisa ye ku hema mirov derbas bike. Di mijara jinê de jî, têkoşîneke wisa mezin heye.
Heke hun dereng têgihîştibin, di têgihîştinê de zorê dikişînin, divê hun vê, bi çemka xwe ya sawî û teng ve girêbidin. Jixwe mezinbûna PKK’ê di giştî de heye. Ez dihizirim ku di nava keç û xortên PKK’ê de pîrozbûneke diyar heye. Heta yê gav davêje nava PKK’ê di vê mijarê de dilêr e. A herî hindik xeleqa pêşî ya hezkirinê girtine. Tebî ev bi serê xwe têr nake. Hatina nav rêxistineke weke PKK’ê, di nav rêxistineke weke PKK’ê bi hêsanî hêza xebat û şerkirinê raberkirin, dikare hezkirinê bide destpêkirin. Lê belê bi vê qîmanîn, bi vê leyistin nemerdiya herî mezin e. Şaş helwesta di virê de ber bi karesatê ve dibe.
Di bingeh de ev tev ji hêla Serokatiyê ve tên hizirandin û ji partiyê re weke polîtikayekê tê teyisandin. Di nava partiyê de, e ji polîtikaya zayendîtiyê bigirin heya polîtikaya evînê tev hene. Heke hun bi vê tênagihîjin, sedemê bi paşdemayîna xwe ve girêbidin. Em ji girêdana jinê bi rêxistinê bigirin heya girêdana hestyarî nêzîkatî hene. Em ji girêdana jinê bi gerîla bigirin heya civakbûnê re tevkarî berpêşkirinê nêzîkatî û polîtîka hene. Ger ku hun tênegihîştibin, vê bi paşdemayî ya xwe ve girêbidin.
Jin pir helbest dinivîsînin, distrînin, hestdar in. Yê me jî, di têkiliyan de şêwaza me ya strandinê, xwendina helbestan heye. Em helbest û stranê ne ji bo vehesandinê, ji bo wêrandina asta netewî dixwînin. Ji Serokatiyê wekî din tişt nayên xwestin. Zoriya serokatiyan di virê de ye. Wê kadro jî hindek bi vê têbigihîje û bisepîne, vê disîplînê wê nîşan bide. Ez hizir nakin ku hun di rabirdûyê de hewqas têdigihîştin.
Z.: Di nava partiyê de pêşketineke girîng heye. Vê bi civakê dana pejirandin, ji binkeyê re dana pejirandin gaveke girîng e. Lê...
S.P: Dibe ku hun şaşwaz bibin, ditirsim ku hun pir zorî bikişînin.
Z.: Em di wê xalê de mane.
S.P: Di nava PKK’ê de keç rabûne pêngava melekbûnê. Çi ye melekbûn? Hun dizanin pir zor e. Hun mirovên ku mirinê dane berçav in, hem jî layiqê vê ne. Ev tam nehatiyê têgihîştin. Jixwe her tişt tam hatiba têgihîştin, pêdivî bi Serokatiyan nedima. Hilawestineke diyarî em pêk tînin. Misoger e ku pîrozî heye. Dijminên wê jî pir in, dostên wê jî. Eşkere ye ku wê hêsan nebe. Ez jî xwe rojane digihînim gerîlayekî. Ez pêşengekî xurt dikim. Hun jin jî pêl bi pêl tên, hewl didim ku pêşiya wan vebikim. Yê ku hatin, li hawîrdor me mîna dêranekê bûn, şekl û fesala wan tunebû. Ya herî xirab, dihizirin ku bi xwe van pêşketinan pêk anîne. Ne wisa ye, helwdanên cîhanekê pêwîst dikin. Ev tênegihîştina we, bêtaloxî û kêmahiyeke mezin e. Ez hizir dikim ku çewtiyeke mezin jî di virê de tê çêkirin. Mirov dikare birame ku nêzîkatiyeke taybetê şoreşên mezin, di vê mijarê de hatiye pêşankirin. Ew şoreşên ku tê gotin pir zanistî ne, her tiştên wan nîvî nîvî proje û ûtopya ne. Ev mijar, ji bo me jî, ji bo Îslamiyetê jî wisa ye. Hz. Mihemed, ji bo îslamiyetê dibêje ku, olê dawî ye. Kapîtalîzm qala biratî û aştiya bêdawî dike. Sosyalîzm dibêje, komunîzm gihîneka herî dawî ye. Ev proje ne. Em, ji bo jinê qala wekhevî û azadiyê dikin. Ev jî projeyek e. Lê pêkanîneke sînordar jî, pir nirxdar e, gaveke qirase ye.
Şoreş niha di mijara jinê de wisa seyr dike. Heman tişt ji bo zilam jî derbasdar in. Pirsgirêk yek alî nîn e, weke goşt û neynûk e. Em eşkere bin, qasî qutbûna ji rabirdûyê, heya lêkirina xeleqeyên azadiyê divê em bi îdîa bin. Em neşikînin û nerijînin. Bi taybetî jî, divê astengî neyên çêkirin di şer û jiyana rêxistinî de. Ger ku di rewşeke wisa de mayîn çêbibe, pêwîst e hema helwest bê raberkirin. Şêwazekê ku jiyanê xurt dike, em li her ciyê û di her demê de bidin rûniştandin. Ji bo vê yekê jî em bi xwe bawer bin. Ew qencî, rastî û xweşiktiya me wenda kiriye, em qezenc bikin. Em di riya rast de ne. Ger ku em bi armancên xwe vê girêdayî bijîn, dîsa çeka têkoşînê bi gor mercên şênber li xwe bikin û bi kar bînin, emê hemin qezenc bikin.
24 Rezber ango îlona 1993
- Ayrıntılar
“Pêşî li jinê bixin, pêşî jinê bixînin, pêşî bi jinê bikevin.”
Mêtîngerî bi vê çekê civakê bi rê ve dibe. Va, ji bo vê pêşî di jinê de rizgarî... Şoreşa jinê, rêxistina jinê, YAJK pêwîst in.
A herî dawî tê ramandin, digirim herî pêş.
Min ev baş dît; ger di têkiliyê de rizgarî nebe, ji hemû xirabiyan re derî tê vekirin. Bingehîn sedemê nepêşketîna pênaseya şoreşgerî ji ber nêzîkatiya “em pêşî jinê bixînin, pêşî jinê bigirin, bifiroşin, bi kar bînin, bizewicin, evîn çêbikin” e. Rastîna civaka biçîn, bizilam û têkçûyî beriya her tiştî vê esas girtiye, -çek ev e.
Li ciyê hatî lêxistin, lêxistinê zanîn; -YAJK hinek ev e.
Ji têkiliya ku hatî lêxistin ber bi têkiliya lê dixe... Ji têkiliya ku dide wendakirin ber bi têkiliya qezenc dike... Me ev baş peyitand û bi wêrekî, afirandiner gavên xweser avêtin. Rewş ber bi erîniyê ve diçe. Li hember fermana CIA’yê “pêşî li jinê bixin”, em jî dibêjin “pêşî jinê rizgar bikin, pêşî rizgariya jinê.” Di bingeh de jina ku xwe li rizgariyê ranazîne, dibe amrazê herî tirsnak û êxistok.
Gotina “pêşî li jinê bixin”, tê wateya “bi kar bînin, bikin sîxûr.”
Va împeryalîzm, bi vê jinê şerê çînayetiyê vegerand lehê xwe, hemû civakên paşketî bi xwe ve girê da û heta bawî kir. Bi riya medyayê jîrekatî û giyanan weke ku dagir bike feth kir. Ê me jî, lêgerîna me ya bi rengê ka emê çawa karibin vê vegerînin berevajiyê heye.
Jina di nava PKK’ê de divê pêşî xwe rizgar bike. Jina di nava PKK’ê de ew jin e ku pêwîst e xwe razîne veguherîna herî radîkal. Jina di nava PKK’ê de ew jin e ku pêwîst e qasek jî îhmal neke. Bikin dê çi bibe? Ger bike, dê li me bixe, metirsîdar e. Her wiha pêwîst nake ku em bigirin artêşê.
Çima di hinek artêşan de jin qet nîn in. Ji ber ku metirsîdar e, ji ber ku hêza şer a artêşê bawî dike. Rasteqîna objektîf a jinê li ber vê rê vedike. Taybetmendiyên zayendê, taybetmendiyên koletiyê; ji ber ku kesayetek hatî gelemperîkirin û dagirkirin, her libatên wê disîplîna zilam xira dike. Zilam jî ji ber ku hinek serdest e, dibêje “ez jinê bi dest bixim.” Şer di destpêkê de li ser jinê meşandin û jin jî li wirê dixwaze xwe weke amrazê tolwergirtinê bifiroşe. Ji bo ku “xwe bifiroşim vî rêveberî, vî kesî” ber bi şerekî mezintirîn ve dibe ku, ev di civaka me de darîçav e.
Her wekî di civaka Kurdistanê de, di bingehê gelek dozên xwînê de jin heye. Civakê dişikîne û diçe. Malbûna jinê, rewşa wê ya tûşî tecawizê hatinê, rewşa wê ya kerxaneyî li ber vê rê vedike. Qet nebe li ber kerxaneyê nobedarek heye, bi pere dikevê û dertê, lê jina di civakê de vedigere amrazê dagiriya her kesî.
Va, li virê bêgavî ye ku jin xwe veguherîne kesayeta rizgariyê. Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistan bergiriyeke giştî ye. Dê pêwîst bike ku nava wê bê dagirtin; bêyî ku were taloxkirin û heta beriya şer... Di halê berevajî de dê pêwîstiya derveyîkirinê derkeve. Çi bike bila bike, dê jin di xwe de çareyê peyda bike. Zemînê giştî yê objektîf dê xencera azadiyê li sîxûrtiyê bixe. Di bingeh de Sema û Zilan li hember vê jinê xencerek in. Jin bi vê erjeng dibe amrazê şer, amrazê rizgariyê, dibe amrazê evînê.
Belkî zor e, lê ku jin bikeve nava artêşê, ev dibe avêtina gava herî radîkal a wekhevî û azadiyê. Ger bi gor pêwîstekên vê mezinbûn nebe, emê xwe bi xwe biqedînin. Ji ber ku ti artêşê wisa nekiriye. Em bikin, dê çareseriya radîkal jî wisa be. Yanî tenê weke amrazê şer na, ji bo kesayeta rizgariyê jî na, ji bo peydakirina kesayetiya jiyanê.
Navê wê jin...
Weke yekî ku ewqas bi karên şoreşê re mijûl dibe, ez dibêjim bi vê jinê re bi zor tê jiyîn. Dema ku ez vê dibêjim, tenê ji bo xwe nabêjim. Hemû rewşên netewî, siyasî, rêxistinî û şerî tînim ber çavan û wisa dibêjim. Heman tişt ji bo zilam jî derbasdar e. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, “bi vî zilamî re nayê jiyîn.” Ev jî nirxandineke giştî ye û ji xwe ve nayê gotin. Jina kole di bingehê sîxûrtiyê de nêzîk dibe. Ev ew nêzîkatî ye ku divê bê tesfiyekirin. Dema ku jina azad dibe mijara gotinê, karê pêşîn ku asta zilam a heyî bike, qedandina jina azad e.
Nikare bê gotin “ez bi zilam re bijîm, dikarim bijîm.” Rêgeza zilam tune, azadiya wî tune, şerê wî tune, heke hebe jî tevek bêserkeftin in. Dilê wî tune, xweşiktiya wî jî tune, hêza wî ya hezkirinê tune, wê demê tuyê çi bikî ji vî zilamî?
“Ezê xwe weke sîxûr bifiroşim û wî ji bikirim.” Di her halî de di partiyekî de, di artêşekî de tawana herî mezin ev e. Ma ez dîn im, ez hatime vî temenî hewl didim ku şervantiya mezin di vê jiyanê de bi cî bikim. Çima? Ji bo afirandina pîvana zilamtiyeke tê pejirandin û jineke tê pejirandin.
Cewaziya min ev e; min weke we astê danexist. Min weke we lavelav nekir. Min negot “bêjin û mêr nayê jiyîn” û stû netewand. Min li ber xwe da; li ser navê netewbûnê, li ser navê azadiyê, li ser navê artêşê... Di encamê de hinek pêşveçûn derketin holê. Dilêriya mezin a jinê û rastîna jina azad derkete holê.
Di şer de serkeftin, di têkiliyê de evîn e. Lê weke ku hun hizir dikin bi teşeyê “ka em çalakiyekê çêbikin û jinê bixapînin, zilam bixapînin” na. Serkeftin cewaz e. Serkeftin ew kesayet e ku, di hemû gelşên stratejîk û taktîk de hêza têkbirina dijmin nîşan dide.
Beriya evînê serkeftin divê.
Kesayeta serkeftinê, meşa serkeftinê, lêxistina serkeftinê. Evîn di pey re tê. Evîn rêhevalê serkeftinê ye. Evîn evîna serkeftinê ye. Ê ku serkeftina wî tune ye, her wiha rêhevala wî ya evînê jî nabe.
Pêşî evîn... kesayeta evînê, kesayeta serkeftinê. Piştî van hemûkan zilam û jin tê.
Hun ew kesayet in ku eleqeya we bi serkeftinê re tune ye, eleqeya we bi rastîna evînê re tune ye.
Jin-zilamê ku serkeftin û evîna wan heye li kû derê ne?
Lê divê, heta armanca dawî ya şer serkeftin e. Taybetmendiya şer ku herî pê bixeriqe, taybetmendiya evînê ye û ew jî bêguman dikare di jin û zilam de şênber bibe. Yanî di virê de zayend ewqas ne girîng e. Hebe hêza wê hun bi xwe îspat bikin. Dîsa jin û pirsgirêka desthilatdariyê pir girîng e. Ji wisa bûnê, divê jin û pirsgirêka desthilatdariyê bê çareserkirin.
Jin, serokatî û siyaset...
Da ku encam bê girtin, divê jin di xeta sekoratiyê û di siyaseta wê de bibe milîtan. Ji bo ku ev pêk bê, esasên qûtbûna rast ên jin ji zilam û zilam jî jinê divên.
Jin û leşkertî...
Leşkertî, artêş û şer e. Divê jin jî şûngeha xwe ya di nava artêş û şer de bîne halê birêgez û pratîk.
Ûtopyaya jinê...
Helbet tebî, ûtopya pêwîst e. Ûtopyayeke pir balkêş, dewlemend û bireng hêja ye. Cîhaneke azadiyê ku dixwazim biafirînim heye. Ev cîhaneke him giştî û him jî ya ku dixwazim bi taybet pêş bixim e. Him ji bo netewekê, him ji bo xwe û heta ji bo mirovatiyê. Ez xwe jî weke kesayeta vê ya mînak dibînim. Ê ku azad e, di pêwendîdariya evîn û serkeftinê de kesê ku digihîje xwesteka xwe ye. Azadî gihîştin e, lê ku ev di rastîna serkeftin û evînê de bê îspatkirin...
Li ber azadiyê, li ber pêşveçûna azad ezezî astengeke erjeng e. Di vê qasê de, di jinê de ezeziyên ku sîsikê hejîrê tijî nakin hene. Bi ya min hişê jinê li dora sîsikê hejîrê digere. Ji bo vê yekê jî divê şerê rizgariyê pir hêzdar bi rê ve bibe. Bi ya min çîna jinê zêde ne diyarker e. Di têkiliya zayend-çînî de bindestiya zayendê bêtir diyarker e. Bandora çînê jî heye, lê di esasê de ketina di taybetmendiyên zayendê de, pir bi metirsî diteyise ser bûyera şer û rêxistinê. Weke sîxûrtiyê ye. Pakrewaniyên hêja yên milîtanên me yên jin hene. Va, li zozanên Fereşînê çar milîtanên me yên hêja, ji bo ku radest nebin bombeyên xwe di canê xwe de diteqînin. Weke Zîlan, Sema û Fikrî Baygeldî.
Jin û zilamê ku nabine hêz, qet nebe bila xwe ji bûna zemînê sîxûrtiyê derxînin, “Ez nagihîjim kesayeta serkeftin û evînê, lê ez nikarim bibim amrazê kesayeta ziwa û têkçûyî.” Yanî ku nagihîje erêniyê, divê nebe zemînê neyiniyê. Divê xwe bigire parastinê.
Kesayetên evîndar û serkeftî çima pêş nakevin? Ez van jî lêpirsîn dikim. Ger hebe hêza we hun jî mijûl bibin. Lê bi rastî weke ku li gelek qadên me derketiye holê, di bingehê qedandiner de na. Yanî bi gora fermana “lê bixe” ya CIA’yê na, divê hun bi gor fermana “rizgar bibin” bidine meşandin.
Divê jin taca serkeftin û evînê li serê xwe bike.
Divê ji fîzîkê bigrin heya hîtabê, ji nêrînê bigrin heya meşa wê ya dilkêş, ji fermanê bigrin heya şervantiya wê ya pir hişmend, ji bûyera ku jê re tê gotin jiyana pir watedar û çalakmend re bibe bersiv. Ma gengaz e? Bi ya min divê tim xwezî pê were anîn û gihandin.
Zilam jî heke ku dixwaze şensekî bi xwe bide, derketinek divê. Bi hêza zilamtiya bêteşe, bi zilamtiyê û heta ku xwe bispêre karbidestiya rêveberî û fermandariya partiyê û jineke bêçare bigire ba xwe, dê bi navê azadiyê bê darezandin. Dê were gotin “ev bi zimanê serdestan bênamûsiyê dike, ev ketî ye.” Ev tawan jî bes e, ji bo qedandina takekes. Him moral, him rêgez, him xweşiktî; va ya ku bi gelek hewlan hatiye xwestin bê afirandin, te dagir kiriye. Yanî çawa ku tu herî mala keça malbatekî û bibêjî “min keçê girt, revand û tecawizê kir” û parastina puxte ya malbatê te bibe hetanî mirinê; ger tu bi karbidestî û derfetên partiyê keça ku tuyê bixînî ango keç jî bi jinaniya xwe ya sihêl zilamê me yê belengaz bixîne, ev tawanê herî mezin e. Ji ber ku rêgezên bingehîn û şervantiya herî bingehîn dikuje. Sîxûrek jî nikare ewqas bike. Bi hêza partiyê, ne li ser jinê dikare serdestî bê avakirin, ne jî jin dikare bi teşeyê “di zilaman de ajoya hêzê ya serdest nayê sekinandin, ger ez jî xwe bi gor vê eyar bikim, ezê xwestekên xwe bi dest bixim” nêzîk bibe. Ev, sîxûrtî ye ku çînên serdest bi sedsalan dane sepandin. Helbet eşkere ye ku evê jî neyê bexşandin.
Dibêjim ya, têkilî di nava me de pir zor e. Çima? Ji ber pêwendîdariya evîn û serkeftinê zor e. Ez çima neçar mam ku hetanî vî temenê xwe wisa tev bigerim? Ez naxwazim ji pêwendîdariya evîn û serkeftinê qût bibim. Min di yoma evîn û serkeftinê de ewqas çêkir. Têkiliyên min bi jinê re bêtir sînordar in, jixwe jin bi xwe sînordar e, wisa evîn û serkeftin zêde nayê pêkanîn. Yanî li holê jin pir in, bikevî berevajiyê têkiliya evîn û serkeftinê dikarî weke dixwazî bijî. Weke ku piraniya we dike, hun xwe bixapînin dikarin bijîn, lê her tişt diqede. Her wekî ma di nava me de ne wisa ye? Jin û zilamê ku diqedin hema direvin.
Va, Zîlan û Sema di şênberiyê de negihîştin pêwendîdariya evînê, lê di berxwedêriyê de xwestin ku bibine sembolek. Ev pir zor e, lê rasteqîn bi awayekî din fersendê bi libatê nade.
Serokatî çî ye li virê? Hêza berxwedan û hedarê ye. Him li hember neyiniyê hêza şer, him jî hêza zorlêkirina evîn û serkeftinê ye. Tê wateya veguherandina jinê bi jiyan û rasteqîna jiyana azad. Ger bal bê dayîn hinek dibêjin, “Serokatî wisa dije, wiha dije.” Nexêr, jiyan nakim, ji ber ku pîvan ne bi gora min in.
Niha ji hemû Kurdistanê û heta ji tevahî cîhanê keçik werin, ku ne bi gora pîvanên min bin, ez nikarim bi jinekê re heya sibehê bihedirînim. Pîvanên min hene û bi pîvanên xwe ve girêdayî me. Baş e yên we wisa hêza pîvanê, estetîk, hêza şer û serkeftinê heye? Nexwe, ji ber ku evîn û serkeftina te tune, ji bo te jinantî jî, zilamtî jî pênc pere nakin?
Jin û zilamên ku dixwazin bibin şervanên baş ên jiyanê û milîtanên baş dikarin ji hev hez bikin. Pêwîstî nîn e ku mirov bibêje “dikarin ji hev hez bikin” jî. Ew, hezkirinê dizane û wî pêwendîdariyên evîn û serkeftinê ava kirine. Dirûst e, birêgez e. Zêde xeta çênake, ji ber ku rêgez û felsefeya wî heye, ji ber ku bi xwe xwadayê şer e.
Evîn welat e.
Evîn li welêt azadî, di rêxistinê de tê wateya serkeftina vebir.
Evîn şer e. Evîn, di şer de tê wateya serkeftinê. Sewdaserî li evînê xiyanet e. Bûna jin û zilamên wisa pir hêja ye.
Yanî her ku diçe şênber dibe. Me gelek neyinî rûxandin. Me jinê kişand sehaya azadiye û em zilam jî ji zilamtiya klasîk derdixînin. Zemînê şer, evîn û azadiyê diafire. Jixwe ev hemû şer di ciyekî de ji bo vê ne. Lê serkeftin hê tam nîn e, jin hê nû û nû xwe peyda dike. YAJK xwe peydakirina jinê ye. Berdin van feqîran, bila li parçeyekî çiyê xwe gotûbêj bikin, li ser xwe biaxivin. Bila lingên xwe, viyana xwe û bergeha xwe hêzdar bikin. Ev hemû ji bo evînê pêwîst in. Ev mercên daringî yên evînê ne.
Bi jineke reben re bûyîn qet nabe. A yekem ku radestkar dikin, bidestxistin û bikaranîna jinên reben in. Milîtanekî rastîn ji vê re tenezûlkirin bila bimîne li vî aliyê, pê re şer dike. Azweriya wî azadiya wî ye. Niha ku di zilam û jinê de çûyîn ber bi azadiyê ve çêbû, dê tu ber bi wê ve bimeşî, jê re bibî pir.
Bi vî zilamî û bi vê jina reben dê kîjan evîn bê jiyandin?
Rewşên we bişerm in. Ê ku hezkirin û têkiliyê dixwaze, divê vê şermê ji holê rabike. “Ma ez kesayetiyeke hezkirinê me an na? Hezkirina min ji min re û ji derdorê re feydeyê an xisarê tîne?” Va, divê di pêşî de ji van re bersivên we hebin. “Ma jinantiya min hêja ye an na? Ma jinantiya min encamê digire?” Va ev, zanebûnî ye, yanî azadbûn e. Sinca herî baş, bi vê zanebûnê biryar dayîn e.
Ê ku ne xwedî zanebûna puxteyî ye, ne xwedî sincê ye jî. Ji yê tê û ji yê diçe re xwe dide bikaranîn. Ev jî bêsincî ye. Ez civakê di vî aliyê de weke bêsinc dinirxînim. A ku dibêjin sincî ye, bêsinciya herî kûr e. Ji ber ku li ser koletiyê hatiye avakirin. Sinca ku li ser koletiyê hatiye avakirin, welatê xwe tune, hêz û siyaseta xwe tune, çalakî û şerê xwe tune. Tenê bi gor hiqûqa koletî rebenekî girtiye nava destê xwe. Ev, ketîbûna herî mezin e. Di bingeh de namûs û sinca ku li ser zayendîtiyê hatiye avakirin, bêsincî û bênamûsiya herî mezin e. Divê xwe ji zayendê, zayendîtiyê herî hindik ji bêsinciya koletiyê rizgar bike û bigihîne zanebûna mirovê azad.
Tebî ev gava pêşîn e. Hunê gelek tiştan li ser vê ava bikin. Rêgeza xweşiktiyê jî pêwîstekeke vê ye. Estetîk bi temamî gelşa şoreşê ye. Tişta ku dij-şoreş kirêt dike, şoreş xweşik dike. Di nava me de estetîk û huner ev yekem car e ku bi şoreşê re jiyanê peyda dike. Estetîka şoreşê heye, - li ba me pir balkêş e. Şoreş bi xwe estetîk e, divê wisa be jî.
Şoreş, çalakiya afirandiner a xweşiktiyê ye.
Pênaseya şoreşger a ku min çêkir, di heman demê de pênaseya xweşiktiyê ye. Vê pênaseya şoreşger li ser xwe rikibînin, hunê erjeng xweşik bibin. Hingê dê ji we bê hezkirin û hunê jî hez bikin. Zagon wisa dibêje, şoreş wisa dibêje.
Ez vana naçespînim; jiyana şoreşger, jiyana azad dixwaze. Xwedayê azadiyê wisa dixwaze, ne ez. Va, sosyalîzm dixwaze, welatparêzî dixwaze.
Yek jî Partiya Jina Şoreşger, Partiya Jina Şoreşger a Kurdistan dikare bibe pêşveçûneke rişt. Nakokiyeke mezin, tenê dikare bi partiyeke mezin were têperandin. Her wiha ew nakokiya mezin a ku hun dijîn, ramana têperandina bi pratîka mezin ve jî, hêja ye ku mirov li serê bisekine. Pirsgirêkên we giran in. Bibin partî! Divê hun xwe birêxistin bikin. Tevî ku ez ewqas xwedî ramana alîgirê jinê me jî, ez hizir dikim ku aliyê min ê zilam ku diçewisîne, dikare giraniyê bidê. Ezê xwe venêran nekim, qirên derkeve, zext derkeve, pirsgirêk derkeve. Ji ber wê yekê divê hun bi xwe rizgarbûna xwe pêş bixin.
Pir balkêş e, ne wisa? Dema ku ev partî ava dibe, dê biryarên wê yên balkêş derkevin. Li hember tevahî nêzîkatiyên zilaman, li ser navê rêxistina jinê bersiv dayîn pir balkêş e. Hun dikarin di der barê hestan de jî biryarê bidin. Ger tiştekî wisa pêş bikeve, dibe ku zilam were şûngeha lavelavkirinê. Hun dikarin hemû pîlanên xwe derbasî jiyanê bikin.
Ez dihizirim ku; çiqas xeyalên jinê hebin, dê hemû bi rêxistine re derbasî jiyanê bibin, ne wisa? Mînak ji zilamê ku di berê de bi karbidestiya xwe, bi perê xwe, bi hêza xwe dihat û jinê digirt re, hunê bibêjin, “xwe îspat bike. Ma çima tu têyî û jinê dixwazî?” Di berê de ji malbatê dixwestin. Niha bila ji partiya jinê bixwazin. Hun dikarin pêncî heb mercan berpêş bikin. Ji axayê dixwestin, ji keya dixwestin. Tebî ew hemû nemerd in. Ger ji partiya jina azad keç bixwazin, mercên we yên awarte hene. Bi rastî jî ji bo we derfetê rizgarbûneke pir girîng e. Hunê hetanî ku zilam bikine zilam mercên xwe lê biçespînin.
Rêber APO
21 Rezber 1998
- Ayrıntılar
Di pêşveçûyîna xeta civakiyê de li hember gund min serî netewand, ji malbatê re serî netewand, min serî li hember pergalê jî netewand.
Dewsa civaka gund, ketina sînorên civaka bûrjuva gelekî westînêr e. Yekem car ketina civaka bajar, ji bo destpêkekê gelekî zor bû. Him bajarên biçuk, him jî Enqere ketina nav wan gelekî zehmet e. Ev jî girîng e. Ez ketim nav lê min xwe wenda nekir. Rexmî ku ez gelekî negirtîbûm, di nava bajêr de ez neheliyam. Bi salan bi mehan ez li bendê mam. Li beramberî mereq û hewla mezin a fêmkirina bajêr, ez di qeraxa jiyana bajêr re jî derbas nebûm. Hevalên min di nava sê mehan de diketin nav û xwe didan jiyîn, lê min nekarî û li beramberî vê yekê zikê xwe bi min dişuştin. Erê zarokên bajêr bi beşeke mezin di nava nêzîkatiya zik şuştinê de bûn.
Eleqeya mamosteyan cewaztir bû. Di pêşketina min de xwedî hêvî bûn. Lê li gor mirovên min û kesên derûdora min ez di rewşeke henekî de bûm. Bi ihtimaleke mezin li gor pergala jiyana wan ez di xaleke cewaz de dimam û yek ji bo xwe xeter didîtin. Li hember civaka bûrjuva kêm zêde ez weke xeteriyekê didîtim. Li hember jiyana civaka bûrjuva eciziya min hebû û ez neketim nav, min hêza xwe wisa ji dest berneda. Min ew di cîhana xwe ya hundir de mehkum dikirin, wan jî ez bi ew henekên xwe ve mehkum dikirim. Wisa derbasbûyîneke civakî mijara gotinê bû.
Ez li dij bandorên kemalîst û feodaliyê jî xwedî endaz (temkin) bûm. Ez di rewşeke wisa de bûm ku, bi carekê ve nediketim nav û ev cewaziya xwe min her dem diparast.
Ji bo avakirina komên hevalan min hewla xwe ya mezin gotibû. Ez carna ketim nav hindek mijarên bingeh, lê carna jî min xwe ji yekê diavêt yeke dîtir. Ez bi destpelkî diketim nava mijarên weke ol û felsefeyê. Di hemûyan de mirov nikare bibêje ez gelekî serkeftî bûm. Lê şêwazeke min ê ezmûneyê heye ku balkêş e. Yanî hindek dikevin nav, dawiya jiyana xwe tînin; ez tenê dest dipelkînim.
Qutbûyîna min a ji kesayeta Kurd a kevneşop, bi dîtîna min a bêmafiya di civakê de û bi dijderketina min a ji hemûyan re ve girêdayî ye.
Dema ez hîna li Nizibê diçûm dibistana navîn her tim henekên xwe bi min dikirin. Bihizirin, bi zarokekî weke min ku xwediyê serhildana hatiye diyarkirinê, pê henek dikirin. Di dibistanê de belkî ez zarokê herî feqîrok bûm an jî li gor mamosteyan ez ê herî hişmend bûm. Ji ber ku li gor dema wê, him mamosteyên jin, him jî yên zilam gelekî nirx didin min û her ku diçe zanebûna min bi pêş ve dixin. Di dibistanê de ez her dem li rêzên pêşiyê bûm, lê rexmî vê yekê ez dibûm henekê zarok û xwendevanan, bandorên neyînî yên bajar hebûn. Piştre ji bo ez vê vegerînim teqînê sal pêwîst bûn. Hîna tê bîra min, hindek ji wan zarokên serbendan, gelek jî yên axa û xulaman bûn. Di min de hindekî taybetmendiyên Kurdî hebûn, ez bawerim nêzîkatiyên min zêde bihêz nebûn an jî li gor wan hindekî cewaz bûn. Min nedikarî ez weke wan bim. Pir vekirî bû ku ez li gor taybetmendiyên wan ên civakî nahelim û wan ev yek weke xeteriyekê didîtin. Bi biçukdîtinê ve û bi henek kirinê ve her roj dixwastin min li gor xwe paş ve bixin.
Bersiva ku min dida çi bû? Bi mamosteyan re avakirina pêwendiyên rast. Min gav avêtin di pêwendiyên baş ên mamosteyên xwe re didît, min baş li pirtûkên xwe dinihêrt; ez her gav di yekemîniya refê de bilind dibûm ku, ev jî di encam de şer e.
Şerekî pir bi wate ye. Piştî ku ez di pêwendiya bi mamoste re şareza bûm, yek jî piştî ku min yekemîniya refê bi dest xist, dihate wê wateyê ku min ev zarokên bûrjuva têk dibirin. Pir şênber e, ez her sê refan jî wisa derbas dikim. Li dij teşeyê pêwendiya bûrjuva eciziyeke min a misoger pêş dikeve. Belkî pêtir xeter dihatin û ez ji şêwaza ku wan disepand dûr disekiniyam. Ji ber ku, min hindekî xwe nêzî bikira dê mala min xira kiribana. Bi şêwaza ku wan disepand ne, di rastiya min de tekoşîn pêşxistin, bûyîna yekemê refê û ketina çavên mamosteyan; dikarim bibêjim ku min ev her du jî bi ser xistin.
Vaca kemalîst, hindekî jî vaca dibistana leylî (yatılı okul) ye. Kemal bi xwe xwendevanê dibistana leylî ye. Li navenda Enqereyê ez bûm xwendevanekî dibistana qedestro yê. Ez bawerim wê rê li pêşiya vê pêşveçûyînê vekir: min ew derfet bi dest xist ku, him bi dewletê ve spartî li Enqerê dîtina rastiyan, (ku ev gelekî girîng e) him jî li navenda Enqerê çavdêrkirina civaka bûrjuva. Heke ez negihiştibama wê derê, wê derfeta min a çavdêriyê nebûya. Ez dikevim nava civaka bûrjuva, dîsa bi dewletê ve spartî, dibistaneke ku min bîrê nekiriye, lê dema Enqere bû mijara gotinê, diviya ku min ezmûne kiriba.
Dema ez gihiştim Enqereyê, mamosteyekî ku min rasthatî di bosê de naskir hebû. Min got, “tu hindekî dikarî alîkariya min bikî”. Min bi kirasê wî re jî girtibû. Weke ku min berê li Berêçûk bi kirasê bavê xwe re girtibû, heman hawirdor. Dîsa Enqere weke çiya bi ser min de tê û ez tirsnak lê temaşe dikim. Min peykerê ataturk dît. Min zilam zixtand; “ka li vî bînêr!”. Her tişt bi min hewlnak dihat. Nakokiya mezin. Weke nakokiya axa ya li gund. Hemû niha di bîra min de ne.
Di Tapu-qedestroyê de mamosteyên min ên leşker hebûn. Diçin dibistana herbê. Ez li ser destan digirtim. Ez nizanim, gelo ma wî mamosteyî jî bi zanebûn wisa dikir? an jî gelekî hez dikir? Dihat û wisa digot, “zarokno, min kompozîsyona Abdulah girt, çûm bi profesorên dibistana herbê da xwendin, hemû şaş man”. Û bi xwe şîrove dikir. Yanî heke li gor wî bûya, ez firişteyek bûm, dahî bûm. Zilam evqas nirx dida. Leşker bû. Belkî jî di min de xeterî dît, xwast wisa min bidest bixe. Ev zêde girîng nîne.
Weke hest jî, min xwe diçewisand û li dij bûrjuvaziyê xwe zêde xwedî şens nedidît. Dîsa rexmî ku ez yekî çalak bûm, min gelekî xwe diçewisand. Her ku çû min pêwîstiya bi nav de çûyîna olê dît. Ez bawerim li dijberî nirxên civaka bûrjuva weke teşeyeke ku min hîna di zaroktiya xwe de li gund dîtibû, ez li ser rastiyeke olî ya ku xwe tê de aram dihizirînim ponijiyam.
Nimêjkirina min a li gund min vegotibû. Meleyê me digot,” heke tu bi vê lezê biçî, tuyê bifirî”. Ew firîn piştre pêk hat. Firîn, şoreş e. Tê wê wateyê ku wî meleyî hindekî li gor ferasetên xwe yên olî be jî, ev yek dîtiye. Li hember civaka bûrjuva hetanî dawiyê min xwe parast. Û ez bawerim ev bû tiştekî baş. Ji ber ku, heke nirxên darezandina bûrjuva ez dagir kiribama, ne gengaz bû ku, ez bi tendûristî ketineke rast ji pêvajoya 1970’an re bikim.
Di dîtbariyê de ez hindekî muhafazakar bûm. Lê di bingeh de min rewşeke pir bi nakok jiyan dikir. Ji bo heram nebe, her gava xwe min bi pîvan diavêt. Li dij heramê hişyarbûyîneke min a awarte hebû.
Wê demê pirtûkeke alimekî mezin ê ku oldaran dixwend hebû. Wê demê min pirtûkeke Seyîd Kutub bi dest xistibû: “ol ev e”. Pêvajoyeke ku ez dibêjim ev rêka min e û jiyan ev e heye. Bêguman, ez şeş salên xwe yên dibistana navîn wisa dinirxînim. Ku dirêjahiyên vê yên gund hene.
Dema ez li Enqerê di lîseya pîşeyî ya tapu kadastro de bûm, ez ji çûyîna mizgefta maltepeyê bi paş ve nedimam. Mizgefta maltepeyê, hema li kêleka dibistana me bû; mizgefteke pir xweş e. Pir caran ez diçûm wê derê. Ez beşdarî konferansên komeleya tekoşîna bi komûnîzmê re dibûm. Heta ez dikarim bibêjim ku ez diçûm ocaxên ulkucu’yan jî. Lê min zêde ne eciband. Ez di nava atmosfereke wisa de bûm. Ew hulusî turgut hebû, min gelekî guh dida wî û hevpeyvîna wî ya bi berzanî re jî bi baldarî dixwend. Yanî ev aliyê min jî hebû. Weke raman min eleqe nîşanî pirtûkên olî dida. Min necîp fazil kisakurek bi baldarî dişopand. Ez beşdarî yek-du konferansên wî bûm, min awarte dît. Heta ez coşandim. Dîsa di ocaxa Tirkan de beşdarî du konferansan bûm. Ez bawerim ev di fêmkirina xeta bingeh de bîranînên girîng in. Berpirsyarekî Komeleya Tekoşîna bi Komînîstan re hebû. Ez bawerim refîk korkut bû. Teorîsyen bû. Ez li vir beşdarî civîneke ya Demîrel jî bibûm.
Dema ez di pêvajoyeke wisa de bûm, tê bîra min, bi rasthatî min pirtûka hubermann a bi navê “Alfebeya Sosyalîzmê” bi dest xist. Min xwast ez binêrim, wisa bi plan ne. Yanî tu niyeta min a girtin û xwendinê tunebû. Min wisa hilda destên xwe yek-du rûpel xwendin, ku ez jê eciz bûm. Wê demê li dibistanê hevalekî min ê gundî bi navê ezîz hebû. Heyranê çetîn altan bû, li dij NATO yê radipeyîvî, bi navê çepgiriyê radipeyivî. Niha bûrokratekî baş ê pergalê ye. Ez jî ji wî eciz bibûm. Dema wisa bû, min ew pirtûk hilda destên xwe, her ku hevok pêş ve çûn tiştê ku ji zimanê min weşiya ew bû, “ol wenda dike, Marks bi ser dikeve”.
Ev dirûşmeyeke guhertinê bû. Heke ev yek şênbertir were îfadekirin, îdeolojiya kevneşop wenda dike, jiyana sosyalîst bi ser dikeve. Ez dikarim bibêjim ku di sala 1969’an de ez gihiştim vê biryarê. Ji ber ku, tê bîra min, min ev gotin bi xwe ji xwe re kirin.
Piştî wê ez weke fermanberekî (fermanber) kadastro firiyam Amedê. Li Amedê çavdêriya Kurdistanê diviya ku hindekî din aso berfireh kiriba.
Weke fermanberê (memur) dewletê, li wê derê bêhtir derfet hebû ku ez rastiya sosyalîst û rastiya dewletê baş bînim ber hev. Ji ber ku, berê me nedikarî di nav zewiyên genim û pembû de çavên xwe vebikin. Lê wisa hindekî xwedî pere, bi qandî tê xwastin bi dest xistina derfeta çavdêriyê, jiyaneke wisa ya otelê. Hindekî bi bûrjuvayên biçuk re jiyîn dibe ku hindekî te wêrek bike. Axa nêzîkatiya yekem nîşan didin. Bûrjuvayên biçûk ên weke xirbeyên demagojiyê ku berê me nedikarî em di kêleka wan re derbas bin, her roj em rû bi rû ne. Ev hemû hêza çavdêriyê zêdetir dike.
Gundiyên girêdayî, gundiyên axeyan, rexmî ku fermanberekî kadastroyê bûm, her dema ku ez derdiketim nava erdan digotin, “xwîn ji pozê me tê” û bi rastî jî wisa bû. Di ew jiyana fermanberiyê de jî, min xwîn ji pozê gundiyan dianî. Bêguman, ev tempoya xebatê nîşan dike.
Ez di fermanberiya tapu ya Amedê de salekê mam.
Dayik mirov a herî nêz e û bi xwezayî ji kurê xwe hindek tiştan dixwaze. Rik danabû, digot, “tu çima ji min re çend mîtro paç nakirî?” Ji wê rojê bi vir ve min ji wê re tu tişt nekirî. Ma dibe ku kurek tiştekî nekire? Ez xwedî muçe (maaş) bûm jî, lê min got “ez nakirim”. “heke te çav berdabe paçekî, di ne dayîna wê de ez jî misoger xwedî helwest im”. Lihevhatinên min ên wisa jî hene. Çima? Ji ber ku, karên min ên mezin nabîne, di vê mijarê de daxwazan pêşkeş nake, dixwaze her tiştî bixe asta parçeyê paçekî. Ji rewşa min a wê demê tê fêmkirin ku, ez çiqas xwedî edebim û dixwazim di nava hişyariyeke mezin de bimînim. Yan jî ne ji ber nefêmkirina min a dayîkê ye û nebûna kurekî layiqe dayîka xwe ye. Wisa erzan fikirî, min jî rik danî û nekirî. Wisa çavên wê li paş mayî çû.
Wê demê qet ez nabêjim ku diravên min nînin. Esas ez dizanim ku min deh hezar lîra di banqeyê de razandiye. Her wiha dema min ji wan gundan, ji axeyan dirav digirtin, min digot, “dibe ku ev bibin diravê şoreşê”. Tiştekî weke bertîlê bû, lê tê bîra min ku min bi şertekî qebûl dikir. Diravên bavê çawa ji bo serhildanê min bi kar anî, min digot diravên min ji wan girtî jî “ez dê rojekê ji bo serhildana giştî birazînim”. Û min qebûl kir. Dema bertîla yekem dan min, ji bo qebûlkirina bertîlê min got “tu çawa dikarî bertîl bixweyî” û min xwîdan dida. Ez hizirîm, min nîqaş kir di dawiyê de min bi wîjdana xwe da qebûlkirin. Ev dirav dikarin ji bo Kurdistanê werin bikaranîn û rewa ye. Ev dirav ji vê derê tê, dîsan mirov dikare ji bo başî û xweşikiya vê derê bi kar bîne. Girêdayîneke min a wisa hebû.
Hevalên min jî gelekî vedixwerin û ev dirav di her karê qirêj de bi kar dianîn. Pir girîng e, girtina bertîlekê dikare mirov xirab bike, bêehlaq bike. Hîna tê bîra min, di wan şertan de (1970) bi carekê ve bi destketina du-sê bihayê mûçeyên min gelekî balkêş bû ji bo min. Ji bo nexirabûyînê bi lez fikirîn û dîtina çareyekê gelekî girîng e. Û ez hizirîm ku, bertîlekê ez gazî Kurdistanê kirim. Ramana Kurdistanê bû rewşeke girêdayiyê bertîlekê. Lê ya ku Kurdistan qedandiye jî ev bertîlgeriye. Li wê derê berovajiyê vê, vê bertîlê hişt ku ez li ser Kurdistanê bihizirim. Ji ber ku, heke tu vî diravî bigrî û bi kar bînî tuyê misoger kesayeta xwe wenda bikî. Ez hatime fermanberiyê bikim, belkî ez dikarim pereyên zedê bibînim û xwe dewlemend bikim. Lê heke ez dirav bigrim û bikevim riyeke xirab an jî şaş (ku, Kurdistan şênber nîne) dibe ku kesayeta min bikeve riyeke cewaz. Dikare bi bertîla yekem wenda bibe û here. Lê ez dibêjim, “ma ez dê bertêla yekem çi bikim”. Hetanî sibehê xwîdan didim û ez çareyekê dibînim. Wê demê ramaneke pir bi sînor a Kurdistanê hebû û bi ser de çûyîna min ne diyar bû. Heke ez bi ser de biçim jî, ez dê cewaz biçim, ezê lez nekim. Vaye, bertîl dide lezandin. Ev diravê ku di berîka min de sekiniye dibêje, “Kurdistanê bihizire, ji ber ku te ev dirav ji bo vê yekê girt”. Vayê dema min deh hezar lîra dîtin, min xwe avêt Stenbolê.
Di rastiya civaka me de, dewsa gelek meşên, girêdayî, bimal, qels û lewaz; bûyîna xwedî meşeke şanaz, bi kesayet, bi nasname, bi vîn, wekhev, weke moral xwe îfade kirî, wisa bi biryar û jiyanî gelekî girîng e. Ez dihizirim ku azweriya rast ev e. Divê li gor wê ev hêza bandordar û jêneger were nîşan dayîn. Ez îro jî, çiqas dixwazim wisa bim? Ev ne şerm e, berovajiyê vê ya şerm di wateya qedîna her tiştî de bi ew şêwaza jiyana kifnikî jiyîn e. Ez heyfdarim, van jiyînan giyana min xirab dikir.
Di encam de salek fermanbariya min a Amedê balkêş e. Ez hindekî bi dirav re hevnasînê dikim, bertêlê dinasim, bi gotinên weke “axê min, begê min” re rû bi rû dimînim. Ez fermanbarê dewletê me, têkîliya di navbeyna gundî û dewletê de fêm dikim. Lê ez xwedî niyetekê wisa nînim ku weke fermanbarekî biçuk bimînim. Misoger ji bo ku ez hindekî din bilind bibim, amrazê dibistanê heye, dibêjim ku divê ez vê ezmûne bikim. Ji bo vê yekê ez beşdarî xebatên amadekariya zanîngehê bûm.
Ez gelekî di sûrên Amedê de geriyam û mam. Wê demê oteleke sur palas hebû, ew biryargeha min bû. Otela lîceyiyan bû, bi qandî ku min bihîstî ya behçet canturk bû. Piştî wê vegeriyaye otela demir an jî tiştekî wisa. Yanî oteleke di derbarê de Kurdan de xwedî çavdêrkirineke zêde bû. Azweriya min a çûyîna zanîngehê, ji bûyîna bûrokratekî bilind zêdetir, rastirîn beşdarbûna hewaya siyasî ya Tirkiyê bû. Di armanca min de siyasal hebû. Bi vê re têkiliya siyasetê derdikeve holê. Lê weke dibistaneke navbeyn jî, heke ez di wê de bi sernekevim, li Stenbolê li ser hiquqê jî hiziriyam û min tayîna xwe hilda wir.
Rêber APO
- Ayrıntılar