Rêber Apo
Doza me ya mezin, bi grubek heval, bi îddîayên zêde ne kemilî û bi derfetên pir biçûk li gundê Fîsê, dest pê kir û heya roja me ya îro pêvajoyeke efsaneyî da jiyandin. Bêguman, dîroka partiya me hîn kevintir e. Di bihara 1973’an de bingeha partiyê hate avêtin. Ev gaveke pir cîddî bû û her salekî din î piştî vê gavê, ji bo partiyê bûne salên avabûnê. Çawa ku her bihar destpêka jiyaneke nû ye, her der şîn dîbe, aj dide û dibe toxim, her saleke partiya me jî, bêguman xwedî wateyeke bi vî rengî ye.
Di salvegerek nû de ku em careke din lê mêze bikin, berhemên ku çêbûne pir in û cur bi cur in û gelekî hêja ne. Me di nav vê dewlemendiyê de PKK’ê heta roja îro anî. Bi tenê rizgariya netewî berhem neda, her wiha partiyê, sosyalîzma herî jixwebawer û tevgera azadiya jinê berhemên xwe dan. Digel van yekan, li beramber şerê taybet a herî tirsnak, tevgera me li ser piyan sekinî û berhemên vê jî derketin holê. Cîhan jî bibe yek, derfet heye ku em bi ser bikevin ango berhemên serkeftinê jî derketine meydanê. Ev hemû berhemên han; ew kesên di doza partiyê de jixwebawer in, ji bo xwe bi hêviyeke mezin bi çek û rext bikin, gencîneyên yekta ne.
Lê belê digel van yekan, ew kesên ku doza partiyê fêm nakin û ji hemû mezinbûna wê re nabin bersiv û nanirxînin, bêguman kêmasiyên mezin jiyan dikin û divê ji bo vê yekê, ber xwe bikevin. Di vê qonaxê de, ji doz û armancên partiyê zêdetir, tu doz û xebat, bi nirxtir nîne.
Bifikirin, wekî we derfeta min a ku di nav gel de an jî di qada şer de xebat bikim nîne. Lê belê, ez li ser partî û ramanê partiyekê, bi taybet jî, li ser xebata kadroyan bi kûrbînî rawestiyam û min da nîşan ku ez dikarim çi destanan biafirînim. Gelo ji vê xebatê, hêjatir xebat heye? Hûn bi xwe jî dikarin bibînin, di şert û mercên herî dijwar de ev xebat gihişt vê astê. Heke hûn vê bibînin, hûnê bighijin vê rastiyê; “Doza partiyê bûyereke mezin e, partîbûn hêza herî mezin e”. Bifikirin; ji bilî vê, tu çavkaniya hêzeke min hebû? Nîn bû! Ez hemû hêza xwe ji partibûnê digrim. Kûrbûna li ser partiyê, jiyana li gorî prensibên partiyê, bihêzkirina rêkxistina partiyê bingeha hemû hêz û quwetan e. Ev rastî li ber çavan e. Kadroyên partiyê bi rastî jî, ku dixwazin xwe ji dil bidine kar û di nav partiyê de xwe bi hêz bikin, divê li ser bingeha prensibên partîbûnê xwe bighînin şêwaza rast. Xurtbûn rasterast bi vê ve girêdayî ye. Bi awayekî din li vî welatî di nav artêşe de, heta li hember dijmanan, riyekî din î xurtbûnê nîne.
Hûn dibêjin “Xeta Serokatiya Partiyê”, “Hêza Serokatiyê”, vaye ev hêz, partibûn bi xwe ye. Di hundirê vê de prensîp hene û li ser van prensiban hewl û xebat heye. Divê ev hewldan, di cih de û bi hostane bê dayîn. Vaye Serokatî, vaye serkeftin.
Ez, bi navê hemû şehîdên PKK’ê dikarim bidim xuyakirin ku; tu hewldan qasê xebata partîbûnê hêja nîne. Îsrara di pîvanên partiyê de, îsrara di şêwaza partiyê de û îsrara di erkên partiyê de, ji serkeftinên cepheyê hêjatir in. Serkeftinek bêyî partibûnê, dibe û derbas dibe, lê dibe ku pişt re binketin jî li pey were, lê belê li pêşiya partîbûneke berfireh her dem û her tim serkeftin heye. Yê ku bi rengekî berfireh partibûnê di jiyana xwe de ava bike, misoger ew kesayetiya serkeftinê ye. Ji lewra ew kesê/a ku bi biryar û dixwaze xwe bighîne armancên xwe, tiştî pêwistî pê heye partîbûn e. Jiyana min ji bo vê nimûneyeke baş e; di cihekî evqas teng de û di nav bê derfetiyan de, me xebata xwe ya partiyê heta vê derê anî û gihişt astekî nêzikê serkeftinê. Mezinbûna serkeftinên ku me bi dest xistiye, li ber çavan e. Wê demê, ji dîroka partiyê xisûsa herî bingehîn divê ku hûn fêr bibin ev e; partîbûn, mifteya hemû serkeftinan e.
Wekî toximeke biçûk dema ku em hatin reşandin, ji bo ku ev toxim nerizê, me tevdirên pêwist girtin. A herî girîng jî, ji dijmin hate parastin. Ev çawa çêbû? Çawa ku dayikekê da ku zarokê/a xwe mezin bike şev û roj li xwe heram dike, me hin zêdetir li ser hewl û ked raber kir. Xebata îdeolojîk ji bo vê bû û ev jî bi ser ket. Pêvajoya kemilîna îdeolojîk, pêvajoyeke mecbûrî bû. Gel, di salên berî wê de jixwe şerm dikir û xwe biçûk didît. Şexs di hemû hêlan de hatibû lawazkirin. Bawerî, biryar, yekbûn hîç nîn bû. Te nikariye du birayan ligel hev bida seknandin. Pêvajoya pêngava me ya îdeolojîk, dawî li vê rewşê anî. Kesên ku bi çavê xayinan li hev mêze dikirin, êdî wekî dost û bira li hev temaşe kirin, yên ku li hemberî hev xeribiyeke mezin jiyan dikirin hatin gel hev û hevdû naskirin. Ev hemû berhemên şerê me yê îdeolojîk e.
Nêrîneke hate afirandin!
Nêrîna dostaniyê, nêrîna yekîtiyê, nêrîna welat çêbû û her wiha ji milê giyanî ve nêzikbûnek ava bû. Girîngiya van, kes nikare înkar bike. Yê ku dixwaze di hundirê me de karekî serkeftî bike, mecbûr e, vê rastiyê bibîne û baş fêm bike. Ku ev nebe, yek gav nayê avêtin.
Piştî ku nêrin hate afirandin û tiştên pêwist ku hatin destnîşankirin, êdî ber bi meşa pêkanîna armancên wan ve gav tê avêtin ango ber bi wan ve meş tê destpêkirin. Bêguman meşa ji bo welat û ax, bi yek kesê nabe, bi rêxistin ve, tê lidarxistin. Ji ber ku, armanca netewî ji bilî hinek xayînan, armanca her kesê ye. Azadî ji bo herkesê ye, ji bo gel e. Ji lewra pêwistî bi meşa her kesê heye. Yên ku bi rêxistinê re nemeşin, nikarin bibin xwedî doz û nêrînekê. Ew li hember welat û gelê xwe bê nêrîn e.
Destpêkirina vê pêvajoyê, bi serê xwe bûyereke mûcîzevî ye. Dî dîrokê de, tu serhildanên Kur-dan, çend meh neajotin û binketin. Yekemîn car qonaxa serkeftinê ya ku hêviyeke mezin dide mirov, niha me bi dest xistiye. Ev derfet, pêwist e bi berpirsyariyeke mezin bê nirxandin.
Ez di vê salvegerê de bi awayekî eşkere careke din vê rastiyê bînim ziman; yên ku li ser bingeha partibûnê, di xwe de guherînê çênekin û pêwistiyên wê pêk neynin, ji wan re tu hurmetek min nîne û qasê nisqalekî qîmetê nadime wan. Li gorî min şêwaza partiyê hemû tişt e. Yên ku wiha jiyan bikin û têbikoşin, ew hemû hebûna min in, rihê min in û dilê min in û hezkiriyên min in. Hebûna me jixwe ji bo vê ye. Bi cureyekî din kes nikare me bi kar bîne û bi me re jiyan bike.
Wekî hûn dibînin, dîroka partiyê bi heybet, bi ronahî, bi hêrs, bi şer, bi serketfin û bi têkçûnên trajîk, hemû di hundirê hev de jiyan dike û her rojên ku ser re dibore, bêhtir mezin dibe û hêviya serkeftin û azadiya gelê me mezintir dike. Li ser vê bingehê, bi kûrbûneke bilind, divê em rê nedin, kemasiyên ku serkeftinê ji destê me bike û bangê hemû têkoşerên tevgera azadiyê dikim ku van salên pêş bikin salên serkeftinê.
- Ayrıntılar
Çalakiya bi keviran, çi bû? Ji ber ku li min dan, gelekî zor be jî ez rabûm çalakiyekê. Li dijî Cimo û Miho çalakiyên ku min birêxistin kirine, bi qandî serhildana yekem girîng e.
Kengê min ev her du çalakî xistin hişê xwe? Min dît ku gelekî bi ser min de hatin çêdibe, êdî malbat tê rewşa nepejirandina min. Min dît êdî jêneger e heger ez nekim zêde nikarim bijîm, çi hate hişên min yên zaroktiyê?
Başe ez çawa çalakiyê bikim? Cimo zarokekî pir nerehet e, tevlî hemû xirabiyan bûye, di şer de pîvanan nas nake. Ez jî gelekî şermende me. Ez bi hêsanî nayêm şer û ev jî astengiyeke rişt e, çareserkirin zehmet e. Me jê re digot “firdo” bi rastî jî Cimo li her derê fir fir digeriye.
Çar neçar, êdî nizanim, weke pêngavên min yên her demê surprîz. Min carekê dît Cimo di newala jêr de dimeşe. Êdî em bûne dijberê hev. Tê bîra min ez derketim aliyê jor yê newalê. Min xwe li wê jorê bi cî kir. Min dest bi şopandinê kir. Dîsa wê demê kiras hebûn, ango cilên dirêj. Min kirasê xwe bi keviran ve dagirt. Hindekî li pêş cîranekî min hebû, ango ne dostekî baş be jî, dikare di nav me de bisekine yan jî ji min re bibe hevkar. Misoger beşdarî şer nabe, lê wê çavdêriya min bike. Di vî şerî de esas li ser şêwaza rast her tişt heye. Amadekariya pêwîst, çeper girtina zexm, şopandin, şêwaza tevgerê û hevpeyman. Ango rewşeke rêxistinî. Piştre min destpêkir û ji jor ve min kevir bi ser Cimo de gindirandin. Weke ku min gotî, Cimo ne yekî ku xwe bi hêsanî paşve bide û fêrbûye her dem bi nêyînî bi ser min de were. Bi barandina keviran ve herî dawiyê min Cimo xist pozîsyona revê. Dema dest bi revê kir jî, ez pêtir bi ser de çûm. Ji rûbar heyanî malê da revandin (baş tê bîra min), piştre kete mala xwe û ez bawerim derî jî li ser xwe girt.
Gelekî balkêş e. Ew ji bo min serkeftineke mezin bû, ez bawerim dayîka min wê demê ev baş nirxandibû. Ev çalakî wisa pêşket û encam jî serkeftin bû. Hîna tê bîra min, ez nanepixînim. Misoger serkeftin bû, ji ber ku, kesekî ji min bi belatir bû. Heyanî wê rojê ez şikandibûm, lê bi çalakiyeke ku min bi rêxistî, min Cimo qedandibû. Çalakiyeke pir bi amadekarî, bi plan û bi însyatîf bû.
Ji bo Miho jî heman tişt bû. Miho jî ez gelekî mijûl kiribûm, serê min şikandibû. Belê hîna şopa wî jî heye. Ji bo wî jî bi heman planê ez derketim serê ban. Wê ji quncikê ve Miho derbikeve, yek jî divê ji min ve newê xuyan. Wê ji quncik ve derbikeve, ez jî li quncika ban yê dinê me. Dîsa min kirasê xwe bi keviran ve dagirt û dema Miho ji quncikê ve derket, min kevir li ser barandin, Miho birîndar bû. Ew jî bi reveke lez heyanî hundirê mala xwe çû. Tê bîra min ez bawerim heyanî tariyên mala wan jî da dûv wî. Miho jî wisa qediya.
Dema ez niha li van her du çalakiyan dinêrim, bi hemû aliyan ve şêwaza min xwe dide dest. Plan, veşartin û însyatîf heye. Êrîşa yekem ji min de ye û heyanî dawiyê jî ez bi dûv dikevim. Heger bal bê kişandin di vê derê de hemû taybetmendiyên gêrîla veşartîn e. Hîna di temenê biçuk de weke van çalakiya mirov dikare behsa gelek çalakiyan bike.
Çiye? Di şertên gund de şerên bi malbatê re, şerên bi zarokan re...tirsa min ya ji ber zehmetiya şerê zarokan, gumana min ya ji ber encamên xirab yên lêdan-şikênandinan; hesta van derbeyên giran ji bo jîna min ya demdirêj e, hemû hîna di bîra min de ne. Heger gengaz be nemirin, lê belê heger negengaz be, weke çîroka Cimo û Miho bi rêxistina çend çalakiyên biplan û bihêz, pêwîste werin kirin. Min peyitand ku hişyariya gêrîlayekî kevn nikare nîşan bide, min di wî temenê xwe yê biçuk de nîşan da. Piştî ku ez demekî dirêj di parastinê de mam, bi carekê ve min dest bi êrîşê kir û derbeyên mezin lêdan.
Nakokiyên nava malbatê hebûn. Kevneşop û normên malbatê yên ku xwe disepandin hebûn. Li dijî wan jî, weke serhildana yekem ez ketim nava berxwedaneke mezin. Hêrs, şer û serhildaneke mezin. Piştî wê vaye heyanî serhildaneke li dijî gund, li gorî min şêwaza şerekî mijara gotinê ye. Ev jî şerekî hêrsê bû. Wê demê piştî ku ez ji gund qutbûm, bi temaşekirina dawiyê re rondikên min yên hatin xwarê têne bîra min. Bêguman ev ji hêrsê destpêdike. Sosret e? Çima tu wisa şerdikî û çima tu wisa qutdibî. Taybetmendiyeke kesayetê ye. Min got kesayeteke wisa bi hestan ve barkiriy e.
Ez diveqetim, qutbûyîna ji civata gund û bi ser civaka bajêr ve çûyîn heye, bi her aliyê xwe ve şerekî civakî ye.
Hêrseke min ya ku di deh saliya min de mezin bûyî hebû. Bi hêrseke mezin, herikîna rondikan ya ji çavên min hebû, lê min ew bir serhildanê. Xatir xwastin heye. Di wî temenê xwe yê zaroktiyê de, xatir xwastineke sotîner bû. Lê belê ji nûve veger hene û hemû jî kûr in. Bêguman min ev ji tu kesî re venegotin, tu rewşeke min ya vegotinê jî tunebû. Lê bi puxteyî wisa bû.
Veqetîna min ya ji çiya, kevir, av, civîk, gumgumok, pepûle, mar û mişkên welatê xwe gelekî girîng e û tu carî ne ji kirina min ya wir bi siyasetkirina min ve girêdayî ye.
...
Bîranîneke biçuk: mezinekî malbatê hebû. Dixwast hindekî mala me jî bivênerîne (denetim). Hîna di bîra min de ye, zilam me dişopîne. Di destên wî de bavê min jixwe weke xizanekî ye. Ez bawerim hindekî bi pêşveçûyîna min ya azad hesiyaye. Hat û got; “ev destên te dîsa bi çi re mijûl dibin, li hember min rişt(cidi) be, min pir rişt guhdar bike!” Tê bîra min wê demê ev gotin kir; “ma di te de cîva (madeyeke bêrawestan) heye lo? Li hember mezinên xwe zexm bisekine!” pîvana feodalî li ser min disepand. Min jî wê demê bi rastî lêyîst. Ez bi ber çavên mêrik ketime û hîna wê demê dixwaze min rastbike.
Ji ber ku min radestî nepejirand û li ber xwe da, di aliyê civakî de min asta pejiradinê hindekî bi destxist. Îro ez di nava gelê xwe û dostên xwe de hindekî eleqeyê dibînim. Ez bi hêzên dijberî xwe re jî rêzê dafirînim. Heger em hîna şênber baxifin, min bi salan nedikarî xwe bi gundiyekî bidim guhdarkirin. Daxwaza min çi dibe bila bibe, min ji dayîka xwe re, ji bavê xwe re, ji gundiyên xwe re, ji hevalên xwe yên dibistanê û zaroktiyê re got ku “ez nikarim xwe bidim guhdarkirin”.
Li wê derê min pêvajoyeke sosret ya têkoşînê derbas kir. Dîsa di aliyê jiyana civakî de divê mirov hindek taybetmendiyan zelalbike. Di hawîrdora gundekî wisa de, astengiyên têkîliyên malbatê çawa ne û bi nakokiyeke rûbarî malbatê çawa bi hev re dibin dijmin, min ev çawa weke xeteriyê dît, min ev yek got, ev tê çi wateyê? Hindekî xwestina pêşveçûyîna civakî ye.
Li pêşiya pêşveçûyîna civakî nakokiya Kurd ya navdar heye. Şerê xwînê, şerê cîranan, şerê kuçîkan, şerê keran û şerê bostek ax heye. Min xeteriyên vê dît. Ev jî rewşeke pir paşverû û paşvemayîn yê eciziyê ye. Ez ji vê nerehet dibûm. Bersiva ku hîna min di zaroktiya xwe de peyda kir, gihiştina berevajiya vê yekê bû.
Gihiştina berevajiya vê çiye? Ez wê nebêjim binkeya civakî ya gund ku bi cî bûye, li dijî binkeyeke ji civakbûnê re girtî, hindekî afirandina civakbûyînê ye. Hîna di wê demê de bi hevtemenên xwe re jî pêwîstiya têkîliyên veşartî min xwe neda paş. Temenê min heft-heşt pir zêde deh bû. Di hawîrdora gund de yekem têkîliyên xwe yên veşartî min wisa avakirin. Pir baş tê bîra min, ji mezinên malbatê veşartî, bi zarokên malbatên ku weke dijmin hatine binavkirin re min têkîlî avakirin. Rêxistinkirineke veşartî, yên ku wan weke dijmin bi nav dikirin, min xwest ez weke heval pêşwazî bikim. Ango derveyî armanca cigehî ez ketim nava armancan. Têkoşîna min, wisa bi nepejirandina têgeha wan ya dijmintiyê ve destpêkir. Dema ez heft salî bûm min xwe wisa fêrkir. Ez diçûm hema digotin; “vaye dîsa cîva hat”. Ez deh salî bûm, min got “ma tu dayîkî?”, “ma tu dizanî te ez di cîhaneke çawa de, bi şertên çawa re rûbirû hiştim?” Ew pirsîneke hesabê bû. “Ma tu dizane tu ji zarokekî çi dixwazî?” Min mirîşk û çêlik nîşanê wê dan û min têkîliya me şipande ya wan. Ez pê hesiyam ku hindek tiştên dayîkeke dînok ji zarokekî nexwaze hene.
Jiyaneke wisa pêwîst e. Ez bi tevger bûm. Bêguman disiplîn pîştê wê yekê tê, ez xwedî disiplîn bûm jî. Mesela ez yekemîn şerên xwe yên bi maran re, guran re û civîkan re gelekî xwedî disiplîn bûm. Ji ber ku dikarîbûn bi min vebidin. Ez hema di nava hemû zinaran de direviyam, min hema destên xwe davêtin hemû tiştî, yekî jî bi min veneda. Ew jî bi disiplînê ve girêdayî ye. Min xwe bi hêsanî neda girtin. Ev bi tempo ve girêdayî ye. Tu kes berevajiyê min nebû. Min dizanîbû ku ez xwe bi hemû kesî jî bidim guhdarkirin. Ango tiştên herî bêbawer min digotin, her kesî bi ken derbas dikir. Ya girîng xwe dayîna guhdarkirinê bû. Balkêşî bû, xweşikiya uslûb bû? Wan çawa dixwast weke wan dibû, ne weke ku min dixwast. Yan jî çawaniya xwasteka xwe min piştre nîşan dida. Ez şerekî çawa dixwazim, ez yekîtî û têkoşîneke mezin çawa dixwazim. Ez encama wê çil salî bi şûn ve nîşanî mirovan didim. Ji bo ez wan nîşan bidim, wan çawa dixwast ez weke wan dibûm. Mînak digotin, “ax kurê me jî hebûya, wisa bixwenda, wisa bixebitiya”, min wisa nîşan dida. Ji bo ku gundî min begem bikin. Bêguman, roxmî ku ez qet wan begem nakim û li hemberî wan ez di nava eciziyekê de bûm, lê belê tenê ji bona ku ez wan bikşînim nava refên xwe, min li wana guhdar dikir.
Erê, li dijî jiyana gund ya feodal di nava eciziyeke bê eman de bûm.
Zilamekî cîranê me zewiciya bû. Zewaceke duyemîn ya ku min wate nedidayê kiribû û zewaca xwe ya duyemîn bi keçeke di temenê min de re kiribû. Wê demê jî ew zewac ji bo min qelsî bû. Keçikeke di temenê min de wisa bi hêza peran çûyîna bi zilamekî wiha qels re tawanek bû, bê exlaqiyeke mezin bû. Heger ji destên min hatiba wê demê min wê ew keç ji destên wî zilamî derxistiba. Min bi ser nexist, ji ber ku ez bêhêz bûm. Hêza min tune bû.
Xwişka min: yên ku qet ew nedîtine, ji rêka du rojan hatin, gotin “em dixwazin”. Hatin li beramberî çend telîs genim, çend qirûş dirav girtin û birin. Ev têkîlî hîna min nepejirandiye. Zilam ji rêka çend rojan hatiye, yek jî weke ku xulamê feodal û azepê axê ye, xwişka me bir û çû. Min got; “çiqas guneh bû”. Dîsa hêza min têrê nekir.
Dîsa tê bîra min (ev yên ku min di jiyana biçukahiyê de jiyîn e) dîsa keçeke paqij bi zorê dabûn malekê. Wisa pir bê eman, bi lêdanê dabûn. Keç, li hemberî zilam serê xwe natewîne û direve. Tê bîra min ez xwendevan bûm, ya ku cara yekem hat kêleka min û ji min re got, “tu dikarî hindekî min fêrî xwendinê bikî” ew keça gund bû. Wisa dihat li hevokan temaşe dikir. Hîna di bîra min de ye, min yek-du peyv jê re gotin, weke din hêza min çênebû.
Vaye ez îro tola wê hildidim, ez hîna li dûv tola wê me. Ev asteke civakê bû, Heger wê wisabûya bila qet nebûya baştir bû. Îro di civaka min ya rêxistinkirî de, êdî weke ya berê ne asta civakî ya wisa dimîne, ne jî jinên wisa dimînin. Jin jî êdî zilamên weke berê nabînin. Ji ber ku li gorî min ew jî ketineke mezin e. Jineke ku bi şêwazên serdestiya kevn bi têkîliyan ve hatiye girêdan, wê wendakiriye û wê wendabike. Jixwe ji bo min îro jinek bi qandî ku azade heye. Jineke ku şaş bi zilamekî ve hatiye girêdan, ji bo min qediya ye. Li gorî min, jina ku şaş hatiye girêdan, ya ku xwe li gorî asta rêgeza azadiyê bi rê ve nebe, hêza xwe wendakiriye, yan jî qediya ye. Jin her dem tê îdealîzekirin. Îdealîzekirina wê jî bi azadiyê ve girêdayî ye.
- Ayrıntılar
Bi Pêngava berz ya 15’ê Tebaxê û pêşketinên piştî wê ve, PKK’ê bi rêbertiya xwe ji bo guhertina çarenûsa xwe ya vajî, gavekî dîrokî avêtiye. Zingara ser dilê me rakir, ji wê zêdetir jî bi gotina birjuwaya Tirkan qelibên betonê şikenand, kêlên mezelên li ber serê gelê me hatibûn çikandin rakir, avêt û vegotina rastiya gelekî ku zû biz û mirinê napejirînê derxist holê.
Di demeke ku bêbawerî, çavşikestî, ji holê rakirin û ewrên radestbûnê wekî xewnereşkan ketibûn ser civak û tevgerên çepger, derketineke wiha wekî bûyereke behît bû.
Tevgera PKK’ê wekî tevgera baweriyê derket holê. Ji roja derketina wê û heta roja me ya îroyîn tiştê ku mora xwe li têkoşîna wê ya ku hatiye bilind-kirin da, giyaneke berxwedaniyê ye. Ev giyan, bi ber-xwedaniya partiya me ya çekdarî ve hîn belûrtir bû û bi pêngava 15’ê Tebaxê ve gihişt radeya herî jor. Tişta ku têkoşîna me anî vê astê ev giyan e û xwe gîhandiye rûmet-bûyineke xwedan wateyeke dîrokî.
Pêngava 15’ê Tebaxê di heman demê de afîran-deyeke ku bi ke-dên kiryarî yên awarte ve teşe girtiye.
Pêngava 15’ê Tebaxê dê wekî lehengiya kedê derbasî dîroka berxwedaniya me bibe.
Di welatê me de ji warê erdnigarî û taybet-mendiyên dîtir ve di şert û mercên herî dijwar û paşverû de, li xakên Kurdistanê ku heta dawî zuha û ji hişmendiyê dûr e, pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, bi derbaskirina çiyayên bilind ên bi berf, bi birçîbûna rojan, bi meşa mehan, bi progpagandeke xurt û hêza qane kirinê ve hate pêkanîn.
Di vê wateyê de Pêngava 15’ê Tebaxê deriyê bi hostatî pêşxistina rastiya berxwedaniya şoreşgerî heta piştê vekiriye.
Di serdemeke ku hewil-danên tunekirinê yên dewletê di astekî herî jor de bû û tevgera şoreşgerî ya Tirkiye dix-west tune bike de, Pêngava 15’ê Tebaxê ev şoreşgertî di xwe de şenber kir û ji bo ku careke din bi-de gelê Tirkiye xwedî li van nirxan derket.
Pêngava 15’ê Tebaxê ya şoreşgerî, karakterê kesên baja-riya biçûk, netewper-werên hov, revokên şo-reşê, radestkar û bêvîn derxist holê û nasnama wan a rast li ber çavên her kesî raxist.
Pêngava 15’ê Tebaxê ger tenê mirov dijwariya şert û mercên wê demê, astengiyên ku rû be rû bû, zahmetiyên ku hatin kişandin, tevî kêmasiyên xwe û rewşên neyênî bide berçav, bi rastî jî tevgereke behîtî ye. Erê, ji bo kesên ku bi zanyariya şoreşê ve hişka hişk girêdayîne re, tu têkiliya vê bûyerê bi behîtiyê ve nîne. Lê belê di şert û mercên Kurdistanê de qetandina kefenê ku ji şoreşa me û heta ji hebûna me re hatibû dirûtin û derketineke wiha şoreşgerî çêkirin ne karê her mêrî bû.
Careke din bê ku hûn rê bidin durûtiyê û xwe xa-pandinê, ger hûn dixwazin xwedî li tevahî nirxên şer ên pêngava 15’ê Tebaxê derkevin û bibin pêşengên lêgerîna azadiya gelê me ya watedar ku ji êş, azar û dilşadiya wan derket holê û dîsa bibin pêşengên vegu-hertina jiyanê, divê hûn bersivên vê pirsê bi rengekî balkêş bidin.
Netêgihiştina dîroka şer a partiyê, bêwîcdaniyeke herî mezin e. Hal ev e ku destpêkirina me ya vê pêvajoyê bûyereke behîtî bû.
Em di têkoşîna van salan de mafdar in, em mafdariya xwe bi serxistina van salan, bi zêdekirin û dewlemendkirina berhemên têkoşînê ve nîşan didin. Ramana têkoşînkirinê xweş e, xala wê xweş e. Ma qey tu tişt ji vê bi nirxtir heye? Eve em cîhaneke berz didin we.
Ev milê pêngava 15’ê Tebaxê jî heye; ango dê ji xiyanetê bi dijwarî hesab bixwaze, di nav me de jî ji kesên hevkar, ji kesên bêbawer û nabebûyinê disepîne, herî kêm bi qasî wê dê hesab bipirse û di cihekî de dema vê hesap pirsînê bi rengekî balkêş hatiye.
Rastiyên me yên dîrokî û rojane, di vê pêvajoyê de raman û çalakiyên ku ji bo dema pêş divê bên jiyîn çine û tiştên ku rizyane, divê bên derbaskirin çine, bi rengekî eşkera ji her demê bêtir em van datînîn holê. Ev pêngava me ne tenê berxwedaniyeke leşkerî ye. Ji wê wirdetir xwedan gelek wesf û taybetmendiyên cuda ye. Hem ji bo ronahîkirina rabirdûyê û hem jî ji bo têgihiştina destxistinên şoreşgerî yên dahatûyê ji kûr de fêmkirina pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê xwedan girîngiyeke jiyanî ye.
****
Ji van kesên ku nayên rê re, gotina her dilopek xwînê, her lehengekî berxwedaniyê ku dikeve nav xakên welat heye. Gelek tiştên ku bi wan bidin pejirandin hene…
Em di hamleya xwe ya dîrokî de bi biryar bûn. Em di her meşeke biryardar de qonaxekê li dûv xwe dihêlin. Belê rast e, di pêngava 15’ê Tebaxê de komplo hatin kirin. Tê bîra min piştî şehadeta Egîd hinek ke-san got; “Ev kar nameşe, zilamên te yê tu herî bi wan bawer ew jî çûn. Careke din nahêlin hûn henaseya xwe bigirin.” Yê me jî nêzîkatî û helwesta me ji şehadeta Egîd re hebû.
Dîrok ev yek peyitandiye ku, xebatên di qada serokatî de tên meşandin heta niha qet bi bin neketine û xebatên serkeftinê ne.
- Ayrıntılar
14’ê Tîrmehê bibîrtînin. Îro, komek berxwedêrên zîndanê di şexsê xwe de; li hemberî dijminê ku dixwest hêviyên gelekî ku heta kurtêlên dawîn jiholê rabikin, berxwedêriya PKK’ê ku di xwe de bi cî kiribûn nîşan dan. Ev rastiyeke bênîqaş e. Di demên herî zor ê destpêka sala 1980’î de, çi nirxên li piyan hebin, bi tevahî jiholê rakirin û bi zanebûn hemû tedbîran dan pişt xwe, da ku careke din şîn neyê. Li hemberî van polîtîkayên jiholêrakirinê, çi berxwedêrî pêwîst dike kirin, wekî berxwedaniya dawîn laşê xwe helandin, henasa xwe ya dawîn bi vî awayî mezaxtin û bi biryara çalakiya berxwedaniya herî bi hêz li ber xwe didin. Tam di vê xalê de, bi dirûşma “berxwedan jiyan e”, ji xwe re vê şîarê dipeyitînin û dertên holê. Ev bi tevahî dibe hêviyeke esîl a gel û banga jiyanê. Dibêjin; “Dev ji hêviyê berdan nabe, dev ji partiyê berdan nabe, emê xwe bihelînin û bizivirînin jiyanê.”
Berxwedaniya zîndana Amedê, di wateyekê de dibe berxwedaniya hebûn û tunebûnê ya Kurdistanê; lêdaneke li çarenûsa mirinê xistinê ye û berxwedaniyeke ku gengaziya qonaxeke girîng a jiyanê ye. Ji nava wê tê. Me berxwedaniya tîrmehê a rêber, bi girîngî û wateya wê danî holê. Berxwedaniyeke ku bi çarenûsa Kurdistanê re eleqedar e. Pêşengê vê berxwedaniyê hene. Teqez beşeke girîng, bi berxwedaniyeke dîrokî ya girîng de şehîd ketine.
A rast, rêhevalên wisa ne ku, dixwazin berxwedaniya herî mezin bidin. Em Xeyriyan û Kemalan baş dinasin. Hevalên ku bi azweriya têkoşînê tijî bûn. Pratîka şoreşgerî, ji bona wan jiyan bixwe ye. Xeyrî, kesayetiyeke ku xebat û propandayên rêxistinê henas bi henas dijiya, ji bilî vê yekê kesayetiyeke ku yek rojeke wî vala nîn e. Kemal, kesayetiyeke ku ji goşt heta neynûk her tiştê xwe têxistiye xizmeta partiyê, bi her tiştê xwe xeta têkoşînê ya partiyê dijiya û dîsa kesayetiyeke ku henas bi henas tarza jiyana partiya birêve dibe. Li ser vê mijarê pir tişt hatin gotin, dibe ku zêdetir jî bê gotin û ewê bê gotin jî. Ew rêhevalên me yên ku, xwe bi rastiya partiyê re, di şert û mercên herî zor û bêderfetî de, xwe bi pêş ve birine û ji bo dev jê bernedên, bi berxwedêriyeke mezin bûne bersiv. Ew kesayetiyên ku gelek caran vê yekê peyitandine. Biryarîbûneke berxwedêr a bi vî rengî, van kesayetiyan pêşengî kirine. Vê yekê, divê em baş fêm bikin.
Di berxwedaniya 14’ê Tîrmehê de, em Ferhatan jî bibîrbînin. Berxwedaniya çaran jî berxwedaniyeke mezin e, ew jî yek ji berxwedêrên dîrokê yê kêmdîtî ne. Berxwedaniya Mazlûm, Ferhat, Xeyrî û Kemalan, xala lûtkeya berxwedaniyê ye.
Vaye berxwedaniya Newrozê ya Mazlûman, vaye biryara berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, vaye xwe kirina meşale ya Ferhatan, bi tevahî tevahiya xwe wisa ye.
Girêdayî bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê mayîn meseleyeke mezin e. Rêhevaltiya partiyê û hevaltiya dozê, ger bi her awayî rastiya herî bingeh a berxwedêran tênegihîje, wê demê li xwe xerabiya herî mezin dikin.
Ji bona ku em careke din wate bidin salên ku di vê bingehê de hatine qezenckirin û li ser navê berxwedaniya 14’ê Tîrmehê biaxivin, divê em PKK’yîbûna wê demê têbigihîjin û bikin. Di vê wateyê de, karê we zor e. Lê ew qas jî nêzîkî serkeftinê ye. Bila tu kes, li ser mîrateyên ku wê demê hatine qezenckirin, hêviya rojên xwe xelaskirinê neke. Ev ji îxaneta aşkere û xefletê xetertir e. Divê em xwe bidin qanîkirin ku, vîneke me û biryareke me û sîstemeke me ya nirxên pîroz heye. Li hemberî her tiştî derketin û bêhay dibe, lê baş bizanibin ku li hemberî van nirxan wisa nabe. Ger hêza we nîn be, bizanibin di ciyê xwe de bisekinin. Şer, ne karê her mêrxasî ye. Ez bixwe jî, xwe li vî şerî kêm liyaq dibînim. Min kir û nekir, xwe li vê serokatiyê nedam rûniştandin. Gotin di cî de be li ser daxwazê, dîsa li ser daxwaza şehîdan û pêwîstiya wesiyetan, min nedikaribû di çarçoveya hêza xwe de neanîna cî. Lewre em dibêjin, berxwedêriyek û biryareke fedakar.
Em vê yekê aşkere bêjin ku, di nava partiyê de; ne liyaqbûna bîranîna şehîdên berxwedêr ên mezin, li hemberî kêmasiyên xwe kirina perde, li ser wan bi erzanî jiyandin, pêre sekna her curê paşdemayînan, nefêmkirina biryarên vê roja mezin ku tê wateya banga şehîdên berxwedêr, bê têgihîştin jî neanîna cî, jiyana şehîdên berxwedêr tengkirin, mîna ku roj bi roj bîranînên wan jibîrkirin, xwe bi bîranînên şehîdan bi hêzkirin bidin aliyekî, li ser mîrateyên wan xwe debarkirin heye. Ger kar hatibe qonaxeke wisa, bizanibin ku ew partî û hevaltiya riyekê, bi rewşeke xeter re rû bi rû maye.
Me her dem vê yekê got; ger em hinek be jî li peywirên xwe xwedî derketibin û hêjî me dev ji berxwedaniyê bernedabe, babeta bingehîn a erka xwe diyarker e, teqez ev berxwedêr in û bi taybet girêdaniya me ya bîranîna şehîdên berxwedêr e. Bi qasî ku gengaz bû, me ew di xwe de hîs kir.
Li hemberî biryarîbûna 14’ê Tîrmehê, hûnê encameke çawa derbixînin? Pirsa herî balkêş ev e. Bi taybetî wan ji bona partiyê ji me re wesiyet kirin, me jî hinek girt. Gelo, wekî milîtanên ku dijîn, hûnê çawa bersivek bidin. Ji bona min, ev pirs pir sotîner e. Teqez divê, ciyê we di jiyaneke şoreşger û şer de hebe, serkeftineke we hebe. Ew belasebe, vê biryarê pêk neanîn û xwe şêst rojî nedan jiyandin. Bi berxwedanî, jiyankirinê wisa nîşandan. Gelo, hûnê çawa bi şer jiyankirinê nîşan bidin? Ku ew bi vî halê xwe li ber xwe dabin û şer kiribin û jiyan kiribin, hûn bi hemû derfetan lîstinê û rê li ber her curê binketinan vekirinê, çawa bêjin em jiyan dikin? Di vê bingehê de, gengaza ku hûn xwe bidin efûkirinê? Rastî li holê ye; liberxwedan, xwe helandin û “jiyan ev e” gotin. Girêdana di navbera şer û jiyanê de wisa raberî me kirin. Tiştê ku dikeve ser milên we jî, bi rêzkarî derbasî jiyankirinê ye.
Rêber Apo
- Ayrıntılar
Bêguman li hemberî ketina mezin, li hemberî girîna mezin, li hember layîqiya biçuk, helwestekî min heye. Ji xwe bavê min digot, “dema ez bimirim dê tu rondikekê jî nebarînî”. Wî dizanibû ez li dijî çi me. Li hember biçukbûnan û erzanbûnan ez rondikan nabarînim. Lê di aliyê dîtirê de jî cîhan hemû dizane ku ez çiqas hestiyar im. Aliyê min yê evînê û hestewarî ji aliyê min yê zanebûnê bihêztir e. Lê zanebûn jî heye, ez wê jî piştçav nakim. Meşa min ya nêzî zanistiyê tu kes nikare piştçav bike!
Ez şerekî balkêş yê hestan didim meşandin. Ji xwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwastek, bi qandî dijbertiya kîrêtiyan, bi bingeh girtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn.
Min xwast ez feraseta herî paşverû û kirêt ya gundê me jî fêmbikim. Hîna tê bîra min zarokên xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Li gel wê, dibe ku di kirêtiyê de tu kes mîna wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin.
Ev bîrdoziyeke.
Bîrdoziyeke e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: dibe ku xwedî çend bost, erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welêt jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan wekî dîtir tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye.
Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat dikir. Palehî ji bo me barekî giran bû. Min digot palehî pêwîste û min palehî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwîdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana bi kedê çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar dikir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim.
Ez bi xwişk û birayên xwe re diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Di her tiştên wan de kîrêtî jî hebe, dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawerim min xebatek li ser wê dida sepandin. Dibe ku zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawerim di xebatê de min çalaktî jê dixwast. Wê jî digot; “ancax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her weha ez bawerim piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwarî dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê bû.
Min lîstok jî dilêyîstin, lê zêde ne. Lêyîstika bi lingekî, lêyîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwast ez bi keçan re jî bilêyîzim. Keçeke ku min dixwast ez pê re bilêyîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lêyîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîne, lê wê gotiye dibe ku hebe.
Heger hêrsa min ya bêyî encamiya lêyîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim vê lêyîstika azadiyê û têkoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, ne xiyanetiya li zaroktiyê. Bi bingeh nakokiya mezinan çî ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pêve girêdan, têkîliyeke rast e.
Pejirandina zilamê Kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heger min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min, li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîreke malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê ta birîne û reviya ye. Ji ber çi revî ye, wisa bala min kişand. Lê roxmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pêve tên girêdan. Başe ma ez dê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim?
Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm ber textê reş tê bîra min. Mamoste ez rakirim û got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmuneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawerim min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmuneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn: zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Ji xwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Ango rewş wisa bû.
Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e.
Ez bawer nakim ku tu zarok li hemberî van rastiyan ev qasî xafil bimîne.
Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest, dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di wî temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heger ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ezê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem ya bûyîna min a xwedî xetekê ye.
Mamosteyê yekem... ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribûn. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her dem parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hemberî rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû.
Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez hem di pergalên lêyîstika zarokan de û şeran de, hem jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min piratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan yên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min ya xwezayî hebû. Di perwerdê de û di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm.
Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû.
Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayîkeke ku xwe weke têyî xwestin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gav avêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyê re didim meşandin hîna wê demê pir bi dijwarî min dida meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayîka min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîna tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke piçûk ya me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwast ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistikirinê bû. Bi xwe bixwe re meletî kirin girîng e, ma ne wisa? Ango li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe.
Min dixwast ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewldana ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewldana perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyare ku ez berbi ciwanmêriyê ve diçim.
Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok dê nebe zarokekî asayî yê malbatê. Hîna wê demê dayîka min ji min re digot tu nikarî malbatekê sazbikî. Weha rexne dikir, “tu kes keçan nade te, kar nade te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, eşkere derdixist holê ku ez dê bi tendûrist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin.
Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bixwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwastin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê.
Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên bîrdozî û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dixwast de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwasteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve, ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nasdikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirina hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîrtînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bona girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê roxmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû.
Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Roxmî her tiştî bêyî ku tu wan bişkînî, bêyî ku tu wan nerihet bi êşînî... ji ber ku têperandina wan dibe ku wana bi êşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê belê heger pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Du dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalên xwe, ev yek jî wî/ê dilxweş dike. Dîsan yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî Tirkan bû û malbatên wan hîna jî me bi xêr bi bîrtînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû.
Hîna jî ez di cihê nêvî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîna mijûl dibin. Ango ez dîn jî bibim, ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye, dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ser piyan. Ez bawerim Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm. lê ev hest hîna di bîra min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiyan kir. Dema ez rabûm jî me nekarî em ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê roxmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heger ez nikarbim jê bibim jî, ez têkçûnê jî napejrînim.
Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwast ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heger gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de, ez wisa bûm. Li lîsêyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn.
Heger ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev her du hest,
bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Di derbarê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîne. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, ji xwe min bidest dixistin, yên din jî wekhevî bû. Ez bawerim min pir kêm di lêyîstikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû.
Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawerim 1984’an de mir) digot, “heger tu bi vê lezê bidomînî tuyê bifirî. Tuyê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min ya destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kêmanî ez dişopînim. Şêwaza min ya şopandinê, di derbarê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min yên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye.
- Ayrıntılar
Roja hevgirtin û yekîtiya kedkar û karkeran yekê gulanê ku em dixwazin pîroz bikin, di sala 1991’an di roja me ya îro wateya pêwîste em bidin bêgûman famkirina pirsgirêkên sosyalîzmê û encamên pêwîste xwediyê kedê derxîne divê çibe, em hinek bêjin wê di cîde be.
Ev çend sale êrîşên mezin li ser sosyalîzmê tê kirin, ya pêwîst bû sosyalîzm bike çiye? Çima pêwiste mirov xwedî lê derkeve? Çawa xwedî lê tê derketin? Sedemê ew qas êrîşan çiye? Lawazî û şaşitiyê avahiyê çiye? Ji bo dubare derkeftinekê divê çi were kirin? Ev pirs bêne kirin û bersivên wan werin pêşxistin, wê nêzîkatiya watedar a pêwîst jî bê nîşandan.
Sosyalîzm, bi dîroka mirovahiyê we her ku biçe wê weke xeyaleke (utopya) zanistî pêşbikeve. Sosyalbûyin yanî civakîbûyin, şêweyeke bi hebûnê destpêkirina cûreyê mirovan e.
Mîrov her ku cîvakî dibe cureyê xwe ispat dike.
Di wateyekê de mirovbûyin, bi cîvakbûyinê destpêdike, bi sosyalbûyinê destpêdike. Sosyalîzm jî di îddiaya îfadeya zanistî ya civakîbûyinê ye. Ji lewra ji sosyalîzmê gûman kirin, ji însan, ji hebûna wî ya civakî gûman kirine ku ev jî gengaz(mumkun) nabe. Hebûna însan, hebûna civakî her ku hebe, pêş bikeve, wê sosyalîzm jî hebe, wê pêş bikeve. Û ji xwe li gorî zîvronekên pêşketinan jî her biçe wê dewlemend bibe. Çarenûsa mirovahiyê çarenûsa bi keda xwe nivîsandiye. Ew heta ku biçe, dest bide çi, sosyalizm jî wê bibe îfadeya ronakbûyina wê.
Di dîrokê de heta rawestgeha sosyalîzmê bi hêsanî pêşneketiye. Di necama tekoşînên mezin, em dizanin ku nêzî îfadeya zanistî bûye. Di şêwe girtina civaka mirovahîyê de tekoşîna civakî herdem roleke motor dilîze. Cardin dema mirov li rojame ya îro jî dinêre, di bin êrîşên heyî de em ê bibînin ku tekoşîneke civakî tê lidarxistin. Di tehlîlê dawî de tekoşînên di çarçoveya netewî û navnetewî, civakî ye. Ya sosyalîzm dixwaze weke qozeke tekoşînê li vê zêde bike, zanistî bûna wê ye. Em li vir ne di wê rewşê de ne ku dîroka sosyalîzmê an jî tekoşîna civakî binivisîn in. Qet pêwîstî bi vê nîn e. Êdî mijareke ku piraniya we bi xwe dikare lêkolîn bike.
Pêşketinên di salê dawî de ên sosyalîzmê xumam dike her weha ji baweriyê dixîne nîrxandina wan wê di cî de be. Ev ji hêla me girîng e. Ji ber ku êrîşek heye û parastina sosyalîzmê her weha pêşxistina wê hema bêje bûye rewşeke şermkirinê. Şaşitiya kêmasiyên sosyalîzma pêkhatî (reel), bi giştî weke şaşitiyên sosyalîzmê nişandayîn pir pêşketiye. Û her weha em di rewşeke wusa de ne ku em nikarin texmîn bikin ku emê çawa xwe ji van bandorê wê yê neyînî rizgar bikin. Asta famkirina me ya cewherê sosyalîzmê qederekî bi sînor e. Ev tenê ne ji bo gelekî taybetmendiyê me yê pir paşketî yên civakî ye, di gelemperiya cihanê de tê famkirin ku teoriya sosyalîzmê pêşnaxîne, pêkanîn a wê jî şaş e û herweha heta bigihêje berowajî cewherê wê, wê bê xuyakirin. Cardin wusa tê famkirin ku sosyalîzma reel, yanî sosyalîzma pêkhatî, ji bo sosyalîzmê belkû jî ketiye rewşeke ji dijminantiya kapîtalîzmê. Çawa hate vir? Li ser pir hate sekinandin û wê bê sekinandin jî.
Şaşitiyên berovajî cewherê sosyalîzmê çi bû, çawa dest bi şaşitiya hate kirin, çawa pêşket? Wusa tê famkirin ku wê rexneyê dijwar lê bikin. Mirov sosyalîzmê tenê di nava têgehên Marksîst-Lenînîst de bi cîh bike tengav kirina wê ye. Mirov Marks jî Lenîn jî di pêşketina Sosyalîzmê de weke rawestgehekê binirxîne wê di cîh de be. Û ger sosyalîzm weke pergalekê pêş bikeve, di vê zanistê de gelek rawestgeh û nûnerên wê hene. Famkirina vê ne zehmet e. Şaxekî zanistê tenê ji aliyê yek hosteyî nayê temsîl kirin. Ekolên zanistê bi hewldanên gelek mirovên zanistê û di roja me ya îro de jî bi awayekî dawî nebûye berdewam dike.
Weke şaxekî zanista civakî sosyalîzm jî girêdayî pratik a konaxên cûr be cûr wê xwe pêş bixîne. Wê teorî û pratîka xwe gelek caran wê ji be çavan derbas bike û îfadeya zanistên civakî, ifade ya zanistê kîmyevî cûdatir her weha ji teqeziyê wêdetir, bi îhtîmala, ji be ku xwedî taybetmendiyeke hîn bêtir ji îhtîmalan vekiriye wê ji teqeziyê dûr bisekine, bi vî awayî her ku biçe wê hîn bêhtir li gorî îhtîmalên hundirîn wê xwe li ser van bingehan wê xwe pêşbixîne, ji lewra wê gelek deman bi gelek nûnerê xwe an jî wê bi kesên teorî û pratîka wê mijûl dibin wê pêşbikeve.
Li vir ya girîng hebûna tekoşîna civakî ya di dîroka mirovahiyê de ye. Her ku diçe, yên li dijî sosyalîzmê ne, yên dixwazin li ser civakê ji lewra li ser keda civakî ji xwe re cîh bigre û di dîrokê de herdem weke serdest û mêtinger derdikevin pêşberî me, tiştê ev kesana dixwazin înkar bikin, li şûna vê yên teoriyên din an jî li hevkirinan û di tekoşînê xwe yê civakî de herdem sosyalîzm red kirine.
Civakek bi rastî jî organîzmayeke bi kedê pêşdikeve ye. Cûreyê nepeniye Cûreyên kedê hene. Begûman mirov dikare weke kategoriyên ked a zanstî, ked a siyasal, ked aborî cûda bike, lê ya girîng pêşketinên civakî ne ji xweber, ne ji aliyê hêzên jorê civakê dibe, bi tehlîlan, ne jî bi qeza ji aliyê hin kesên di nava civakê rê li ber hatiye vekirin.
Ya civakê dike civak, encama keda xebatkara ye.
Bingehê sosyalîzmê ev e. Emperyalîzm di roja me ya îro de êrîşê xalên wusa dike ku, tu dibê qey her ku vana ser û binî bibin wê sosyalîzm jî ser û binî bibe. Û herweha tekoşînên civakî carekedin nabe. Na, din ava civakê de yên pêşerojê heq nakin, dema tê xwestin li ser kedê ji xwe re cî çêbike, li vir tê wê wateyê, tekoşîna civakî destpêkiriye. Em ji aboriya ne li gorî keda xwe ye bigrin, di huner, dad (huquq), siyaset di her qadê de ku dixwaze ji xwe re cîhekî dagir bike û li vir xwe dispêre dewletê, bi şêweyên cûr be cûr ketibe nava hewldanên xwe hîn xurtir bike, li wir tekoşîneke civakî heye. Û ji lewra li ser keda hinekî din, bila nîrxê ji sedsalan hatibe berhevkirin, dixwaze nîrxên rojane hatiye berhevkirin, pevçûnek hebe, di vê pevçûnê de alî jî hene û di nava van aliyan de tekoşîn jî heye. Ev tekoşîna civakiye û di roja me ya îro de ev tekoşîn ku behtir tê xwestin bi zanistî û pêşbînî were kirin, ew ê ev bibe tekoşîna sosyalîzmê.
Wusa tê famkirin ku di roja me de tenê ne li ser keda mirovan, bi giştî li ser bingehên objektîf ên jiyan ê, li ser xwezayê mijandineke nehatiye dîtin ku pêk tê, wê ev tekoşîna civakî pêşbikeve û wê sosyalîzm ji her demê zêdetirwê xwe weke sedema hebûnê hewl bide biparêzê. Dii rewşa heyî ya cîhanê di roja me de gelek gazin hene. Ji qirêj bûna xwezayê ya jê re tê gotin derdora civakî bigrin, qirêjbûna di nava civakê de ku ev xeteriyeke mezintir e, bi qasî bi tu dema re nayê qeyas kirin hatiye qirêj kirin. Derdora xwezayê ya civakê an jî bi qirêjbûna derdorê ya hundirin, yanî asta qîrêjbûna wê ya maddî û giyanî di hin bajaran de her weha di hin welatên pêşketî de rewşeke nayê jiyankirin afirandiye, em vê her roj temaşedikin.
Ji xerabûna avhewayê bigrin, xerabûna xwezayê û hîn zêdetir jî di bin zextê de girtina giyanê însan bi awayekî bêhempa, bêpîvaniyên mezin, nemaze bi amûrên êrîşkirina mirovan di roj a me de, ji çekên nukleerî bigrin, heta amûrên çapemenî-weşanê, dema em van xeteriyên mezin li ber çav digrin, ji her demê zêdetir eşkereye ku pêwistî bi dijwarî, bi tekoşîna sosyalîzmê heye.
Di roja me de xetimandin a sosyalîzmê ya pêwiste bê rexnekirin an jî bêwatebûna sosyalîzmê, ne nehewcebûna wê ye, berovajî vê li dijî pirsgirêkên bêhempa, bi qasî tê xwestin xwe ne amadekirina wê ye. Ji ber pirsgirêkên dêwane yên derdikeve pêşiya miirovahiyê li ser navê tekoşîna civakî, li ser navê sosyalîzmê bersivên pêwîst nehatiye dayin e. Li ser navê sosyalîzmê, bersivên li ser navê sosyalîzma pêkhatî têrê nake, her weha pirsgirêkan girantir dike. Ya bingehîn divê were dîtin ev e. Dema di nav sedsala 19. De sosyalîzm gihîşt îfadeya xwe ya zanistî, tê gotin ku kapîtalîzm derbasî dema gihîştinê bûye. Pirsgirêkên wê demê bi rastî jî ne bi qasî yên îro ne. Di asta herî jor de mêtingeriya çîna karkeran heye. Belkû jî di nava rojê de 19 saetan dixebite, di karê zehmet de tê xebitandin û mûçeyekî kêm tê dayîn. Derfetê perwerdeyê yên saxlem nîn in, bi sînor in.
Ji lewra sosyalîzma wê demê sade proleterbûyineke li pêş an jî sosyalîzma pir zêde feqîriyê ye. Ji bo vê jî vaye ‘Kapîtal’ tê nivîsîn. ‘Kapîtal’ di esasê xwe de ya dixwaze îspat bike nîrxê zêde ye. Nîrxê zêde çawa tê avakirin û çawa tê belavkirin. Û ev jî hîn zêdetir dixwaze çi çareser bike? Li ber çavan mêtingeriyeke zêde heye. Ev jî çawa tê îfadekirin? Vaye çineke karker ên pir xîzan, ji lewra ji bo çawaniya tekoşîna siyasî li çareseriya tê gerîn.
Ji lewra zêdetir ê xwe pirsgirêkên wê demê dihat xwestin bê çareserkirin, pirsgirêkên dema Marks û Engels, teorîk û pratîk in, sendîqalî ne. Di warê teorîk de nîrxên zêde û dizîna wê, cardin di warê pratîk de sendîka tên pêşxistin û tekoşîna aborî ya tê dayîn bi vê armancê ye. Ev jî weke em dizanin heta dawiya sedsala 19. hin pêşketinan bi dest dixe. Teoriya wê hinek tê pêşxistin, sendîka bi hêz dibin, herweha tekoşîna siyasî hinek pêşdixîn in. Heta dikevin parlementoyan, parlementoyên bûrjûwayan, partî tên damezrandin. Lê di bingehê xwe de hîn derneketine derveyî sînorên pergalê.
Demokrasiya bûrjûwayan an jî komar a wan an jî di nava desthilatdariya wan de tekoşîna mafan mijara gotinê ye. Çîna karkeran nasname ya xwe ya çînî ku di warê îdeolojîk û sîyasî îfadekirinê de xwe ji çînên din cûdakirin, partiyê xwe avakirin, bi rêbertiyên xwe tekoşîna siyasî bi tekoşîna aborî kirina yek, di vê demê de mijara gotinê ye. Di cîh de ye, pêwîst e, û yek ji amûrên pêşketinê yên vê demê ye. Nemaze (bi taybet) di nêviyê duyemîn ên vê sedsalê bi giranî bi wuha ye. Beriya wê jî tekoşînên civakî û teoriyên tekoşînê civakî hene. Li ser nîrxê, li ser ekonomi-polîtîka, ‘EkonomîPolîtîk’ qederekî tê pêşxistin. İfade ya wê ya felsefîk, herweha di nava lêkolînên dîrokî de hatiye dest girtin.
Ekopolîtîk a Marks kiriye, şêwazê diyalektîkê û lêkolînkirina sosyalîzma utopîk (xeyalî), ji van hemûyan derbaskirina îfadeya sosyal û sosyalîzmê ye ku em sosyalîzma utopîk lêkolîn bikin, bingehê wên diçe heta dîrokên berê. Ekopolîtîk diçe heta serdemên seretayî. Cardin diyalektîk heta serdemên seretayî diçe. Sosyalîzm, weke sosyalîzma zanistî (ilmî) bi senteza vana hemûyan îfade ya xwe dibîne. Di sedsala 19. de weke îdeolojiya herî xurt xwe dide pejirandin. Çek a çalakiyê ya çîna karker e. Kılavuz a çalakiyê ye. Radike ser piyan, gelan ber bi tekoşînê ve dibe. Ji bo vê pêwistiya rêxistinkirina vê datîne pêşiya wê.
Alîkariya Lenîn ya ji bo vê em dizanin. Lenînîzm di dîroka sosyalîzmê de di tekoşîna çîna kedkaran de ne tenê di warê îdeolojî di warê aborî jî bisînor nake. Herweha di warê siyasî de jî mafê siyasî yên di nav sînorên pergalê de ji aliyê siyasî ve weke pêşxistina mafan napejirîne. Hîn jî pêştir diçe û li desthilatdariya heyî perçekirin û li şûna wê damezrandina desthilatdariya kedkaran esas digre. Taybetmendiya wê ya ji yên din cûda dike ev e û ev jî rastî serdema emperyalîzmê tê.
Ji lewra tahlîlên Lenînîzmê yên kapîtalîst – emperyalîst ên ji aliyê çîna karkeran û hewldanên derbaskirina wê derdikeve pêşberî me. Her çiqas pêşbîniyên Lenîn ên di vê mijarê de her çiqas jî pratîka wê yanî tiştên di derbarê desthilatdarî, partî û tekoşîna desthilatdariyê, Şoreş a Cotmehê digihîjîne pêkanîneke bi hêz.
Rê li ber tecrûbeyên Sovyetan vedike.Pêkhatina vê tecrûbe bi giranî di nava Rûsya yê mijarê gotinê ye. Cûreyeke sosyalîzmê tê dîtin. Ev a Lenîn birêve nabe, yanî ya damezrenêrê wê birêve nabe, avakirineke sosyalîst e. Di pêvajoya pelçiqandin şoreşê ya ji aliyê dij-şoreşê de, bi Lenîn di serîde din ava Partiya Bolşevîk de nîqaşên dijwar çêdibe., tasfiye heye, lê di dema avakirinê de ev hîn dijwartir e, lê di wê demê de Lenîn nîn e.
Weke tê zanîn di Rêbertiya Stalîn de pêvajoya avakirina sosyalîzmê tê destpêkirin. Ber bi avakirina aborî ve diçin. Avakirina desthilatdariya dewlet û dîktatoriya çîna karkeran, şahidiya hewldaneke xurt a desthilatdariya siyasî û aborî dike. Îroj jî ev pir tê nîqaş kirin. Adeta tecrûbeya Sovyetan tê topbarankirin. Nemaze pratîka Stalîn tê topbarankirin. Divê mirov vê hîn baştir fam bike. Tecrûbeya Stalîn çiye? Girêdan a wê bi Lenînîzmê çiye û herweha îroj têkiliya wê bi tiştê tê gotin reformên Gorbaçov re çiye?
Mirov bi giştî di bin bandor agiran a rojane bûyinê de ye. Di pêşketinên rojane yên tê jiyandin weke pêşketineke teqez (mûtlaq), û weke gotina dawî dixwazin nîşan bidin. Ev tengavbûn mîsoger e! Her ola derketiye xwe weke ol a dawî îlan kiriye, her pêxember jî xwe weke pêxemberê dawî îlan dike. An jî her teoriya derdikeve ji aliyê xwediyê wê ve tê gotin ev teoriya herî dawiye, dibêjin êdî gotina herî rast a dawî ev e. Ev taybetmendiya mirovan e. Di sosyalîzmê de jî mirov rastî tiştekî wusa dibe. Her demê teoriya herî dawî ya sosyalîzmê û pêkanîna wê xwe hinekî din pêwistiyê xwe weke ya mûtlak pêşkêşkirinê dibîne. Wusa tê famkirin ku di pratîk a dema Stalîn û herweha mirov dema Lenîn jî bigre nav vê. Mirov Lenîn weke Stalîn nikaribe nîşan bide jî mirov dikare bêje ew jî xwe weke mûtlaq nîşan daye. Tê famkirin ku sûbjektîvîzmek jî hatiye jiyandin.
Nemaze di derbarê hilweşandin emperyalîzmê weke mubalaga (mezinkirin) nebe û ji bo wê rojê hin rastiya îfade bike jî em dizan ku rewşa pêşiya xwe nedîtin hatiye jiyîn. Cardin diktatoriya karker-gundî ya tecrûbeya Sovyetan, ji bo wan roja weke pêwistiyeke derkeve pêşberî me jî piştî wê girêdana wê bi sosyalîzmê zehmete, ev di roja me de tê îspat kirin. Ji bo mirov tecrûbeya Sovyetan fambike, destnîşan kirina vê girîng e. Sosyalîzm di cewherê xwe de îdeoloji ya tefandina dewletê ye, her ku biçe, tasfiye ya dewletê pêş dibîne. Di sosyalîzmê de dewletperestî, an jî mutleq kirina dewletê pir lawaz e, nîn e!
Niha tê famkirin ku cardin hebûna dewletê rast bê destgirtin wê bibe riya herî guncav a dîtina gengeşî û şaşitiya heyî. Her ku mijara dewlet û sosyalîzmê were famkirin, famkirina roja me jî wê hêsantir bibe. Di wateyekê de hebûna dewletê pêwîst e. Rê li ber gelek pêşketinan vedike lê çavkaniya gelek xerabiyane jî. Burjuvaziya ku dewleta feodal paşketî didît û li dijî wê şer da bû destpêkirin, xwedî wê îddiayê bû ku demokrasiyê tîne. Lê îroj amûr a dewletê ya burjuwaziyê anîbû weke extepotê civak dorpêç kiriye. Ya di faşîzmê de îfadeya xwe dibîne gihîştiye ber konaxeke ku nesebê însan tehdît dike. Ya divê sosyalîzm bike, divê ne bihêzkirina dewletê bûya. Şaşitiya herî bingehîn li vir hatiye kirin. Ya divê sosyalîzmê kiriba, nemaze bi şêweyê faşîst ê burjuwaziyê ku êdî mirovatî nikare wê rabigre, di binî de dinale, em dikarin vê amûrê ji holê rabikin û li şûna vê jî ya baştir dikarin bicîh bikin, divê nêzîkati ya me ne ev be, divê bi kîjan şêweyê dikarin lawaz bikin bûya. Dema li dijî faşîzmê tekoşîn dihat meşandin an jî dema tekoşîna li dijî demokrasiya burjuwaziyê tê kirin, ji bo vê bi giştî Dewleteke Sowyet an jî çîna karkeran, bi şêweyê dîktatoriya karker – gundiyan bi amûreke hîn pêşketîtir bersiva vê dayîn, her hal wê nebe bersiva herî di cîh de ya ji bo burjuwaziyê tê dayîn. Wusa tê famkirin ku çînên ji huner a dewletê derbas bûne, yanî çînên serdest – mêtinger di vê hunerê de pir pêşketîne. Mirov rabe li ser navê sosyalîzmê, di nûneriya karker-gundî de, bi dewleteke hîn pêşketîtir bersivê bide vê her hal wê bibe bersivdayina herî şaş û bi kêmasiya barkirî.
Ger wê bi gelemperî rexne ya Stalîn were pêşxistin, zêdegaviya ku amûra dewletê pir li pêş burjuwaziya dixwaze pêşbixîne. Ji berk u hîn di wê demê de ne rewşeke ku nehatiye dîtin. Vaye burokrasî ew pêşdikeve, ev tê rexnekirin. Rexneyên Troçkî pêşxistiye hene. Cardin pirgirêkên demokrasiya proleter tê nîqaşkirin; tê gotin “demokrasî nîne” Lê bi encamekê ve nayê girêdan û em sedema vê jî pir baş dizan in. Li beramberî vê pêşketina kapîtalîzmê heye. Ya pêwîste were kirin tecrubeyeke Sovyet a bêeman bê pêşxistin û sosyalîzm bêr rizgar kirin e. Gelo sosyalîzm, welatê sosyalîst dikare bê rizgar kirin an wê ji hundir bê valakirin? Îroj jî pir dide fikirandir. Wusa tê famkirin ku wê vê fikirandinê berdewam bike. Îhtîmaleke mezin lêkolîn û lêpirsîn wê pêşdetir biçe û nîşan bide. Dibe ku tecrubeya Sovyetan weke ji rêderketineke mezin derkeve pêşberî me. Giraniya hebûna dewletê daye, bi giştî parastina sosyalîzmê weke parastina dewletê fikirandin, pêşeng kirina dewletê, herweha di roja me de partî hema bêjin bêwate kiriye, yek ji şaşitiyên herî cidî derdikeve pêşberî me.
Gelo tanzîmkirina civakê bi şêweyê dewletê gelo sosyalîzm e an na, ev nîqaş di roj a me de nîqaş a herî diyarker e. Ger êrîş bi lez a herî dawî di bin navê piyase ya serbest li dijî sosyalîzmê berdewam dike di bin vê de hinek ev heye; sosyalîzm hemû pirsgirêkan di asta dewletê d girtina dest, çareseriyê jî bi giştî di vê çarçovê de bibîne, li ser zemîneke pir şaş û di cewherê xwe de bi şêweyeke berovajî di nava tekoşînê de hiştin ku ji vê jî wê sosyalîzm zirar ê bibîne. Di vê tecrubeya Sovyetan de heta kuderê gihîştiye? Em dibînin kut ê xwestin weke pergalekê bê îfadekin.
Me jî ev gotin gelekî bikaranîn. Hate gotin pergal a sosyalîst, hate gotin pergal a kapîtalîs – emperyalîst, di navber a wan de çiyayên Qafê hate avakirin. Qaşo weke cîhanên pir cûda hate destnîşankirin. Lê îro em dibînin ku adeta gîhiştiye asta ji pergala kapîtalîs – emperyalîst re bejîn were hawar a me an jî ber bi radestbûnê ve diçin. Ya li vir diçe radestiyê rêxistingeriyeke dewleteke seqet a sosyalîzmê ye, her tişt bi dewletê çareserkirin ku ev jî ne demokrasiye, burokrasiye, anîna rewşa bênefhiştinê ye. Di wateyekê de weke amûreke pir xirap qabiliyetê parastinê li ser navê sosyalîzmê binkevtine.
Wê Sovyet çawa ji vê tecrûbê saxlem derkeve? Wusa tê famkirin ku tecrûbeya Sovyetan îroj tar û mar dibe. Li rastiya xwe de di wateyekê de ev erêniye. Li dijî pergala kapîtalîst – emperyalîst e lê di heman demê de jî li ser civakê mijokdar e, weke hêzeke zextperest e, ev sosyalîzm, ya rastir ji bo derbaskirina vê pergala ku sosyalîzmê dixetimîne, derbaskirin an jî ji bo perçekirina wê weke yek ji pêwistiyên sereke xwe ferz dike. Ji lewra ya hilweşiya ye ne sosyalîzm e, berovajî vê di pêşiya xwe pêşxistina, xwe parastin a sosyalîzmê amûr û alava astengiya li pêşiya wê bi xwe ye.
Ger wê sosyalîzm derkeftinê bike, beriya her tiştî ev astengiya dewletê ya lipêşiya wê, an jî li ser navê dewlet û sosyalîzmê girtina dest ya hemû tiştan wê ji xala dibêje ezê çareser bikim wê destpêbike. Qaşo mirovê sosyalîst, tevlêbûna civaka sosyalîst e! Ketiye rewşa tiştekî nikaribe bifikire, her tiştî êdî ji dewletê hêvî dike. Însiyatîfa di şexsekî di civaka kapîtalîst de heye, di şexsekî sosyalîst de nîne. Mahîrbûn, pêşengtî, afirîneriya wî-ê (xuluqkarî) pêşneketiye, an jî pêşî lê hatiye girtin. Di asta netewî de jî ev wusa ye. Netewên sosyalîst hema bêje ketine rewşa netewên utopîk (xeyalperest). Girêdana xwe bi jiyanê qut kirine. Ev ji rê derketinek cidî an jî şahidî ji hebûna astengekê dike. Divê cihê sosyalîzm bigihiştiba ev der bibûya. Carekê ku kapîtalîzm an jî kapîtalîzm, emperyalîzmê ku ew qas rê li derveyî civakîbûyinê vekiriye, li ser civakê bûye bar, xwezayê çawa xiradike dema em vê tînin ber çavan divê çarenûsa sosyalîzmê ne ev bûya. Divê bi vekirinên pêşketî û bi çareseriyê divê teqez xwe bigihindibûya.
Lê wusa tê famkirin ku cardin ji tecrûbeya sosyalîzmê wêdetir, ji sosyalîzmê bandor bûye, herweha di nav wê de gelek sosyalîstên birûmet tekoşîn kirine û di encamê de sosyalîzma millî an jî sosyalîzma li gor dema civakên paşdemayî de hîn tam derfetê kapîtalîzmbûyinê nedîtiye, lê bûye îfadeya bi kapîtalîzmbûyinê pêşketina civakî an jî pêşketina çînî. Wusa bi riyên takekesî kapîtalîstbûyin, di derfetê emperyalîst ji ber zêde ne mumkun e û di hin civakan de ji ber weke ya li Ewrûpaya Rojava an jî weke pergala Rojava nikarin pêkbînin, wan bi navê sosyalîzmê ber bi dewletbûyinê dibe. Ev di roja me de baştir tê famkirin.
Sosyalîzm ne dewletparêze, di destpêkê de jî ev dihat gotin, ev ji aliyê Lenîn bi xwe tê gotin. Kapîtalîzma dewletê ji bo me pêwiste lê ne sosyalîzma hişk e. Ya pêşket kapîtalîzma dewletê bû. Weke kapîtalîzma xwe dispêre ferd mumkun be, kapîtalîzma xwe dispêre dewletê jî mumkun e. Di dema avabûyina dewlet a tirk de bi riyê ferdî nikarîbûn kapîtalîzmê pêşbixin, kapîtalîst dernediket holê. Dewletparêziya tirk jî nîşan dide ku kapîtalîzm bi destê dewletê pêşdikeve. Ev di rastiya xwe de di gelek dewletên di vê demê de rewşa hatiye jiyankirin e. Kapîtalîstê afîrîner nîne, ji lewra pêwistî bi kapîtalîstê kolektif heye ew jî dewletparêzi ye. Sowyetan li herî pêş rêbertiya vê kir. Bi tecrûbeya Sowyetan tê famkirin k udi hundir de çiqas sosyalîzm hebe, demeke giraniya avakirina sosyalîzmê hebû. MÎnak dema Stalîn demeke di asteke girîng de giraniya sosyalîzmê heye. Lê kapîtalîzm jî heye.
Burokrasî kapîtalîzme.
Bûrokrasî bê ku hewce be zêde bibe, kapîtalîzm a zêde bûyi ye.
Ev jî bûrjûwaziya zêde dibe ye. Li vir xwe rêxistinkirina kedê heye. Xwe din ava dewletê de bihêz girtin heye lê burokrasî jî heye. Weke em dizanin vana bi dijwarî li ber hev didin. Îroj di yekê gulanê de serokê Sovyetan Gorbaçov, pêwistî bi vegotina hin tiştan ji bo karkeran bike dîtiye. Ev nûnerên burokrasiyê ne, karker jî bi grêvan îstifaya wî dixwaze. Wê demê tekoşînek heye, di navbera burokrasî û karkeran de
Gereksiz yere artan bürokrasi, artan kapitalizmdir tekoşîneke hûndirin heye. Di derbarê mînaka Sovyetan gelek tiştên bê gotin heye. Vana divê li ser navê sosyalîzma millî, yek jî weke kapîtalîzmê divê bê nîrxandin…
Gulan 1991
- Ayrıntılar