Serokatiya Partiyê
Ku exlaq û polîtîkaya civakekê nîn be, ku ev di warê giştî de di wateya kolektîf de ji bona bandorên hebûnî karên hevbeş ên civakê birêve bibin û vehûnanan(doku) qezenc neke, wê civak nikaribin hebûna xwe ya cewherî bidomînin. Ku civakek, exlaqa cewherî û vehûnana wê ya polîtîk bi pêş neketibe û kotî bûbe, hatibe berevajîkirinê û felçkirinê, mûmkûn e ku mirov bêje ew civak di warê desthilatî û dewletî de, dagirkerî û mêtîngerîya tekelên cur bi cur jiyan dike
- Ayrıntılar
Rêber Apo
Ku hûn qada siyasî ya kurdan teng bikin, operasyon jî berdewam bikin, ewqas jî biçin ser gel de, jixwe we du sed kesî girtin, wê kurd jî ji bona ku xwe biparêzin biçin Parastina Giştî. Wê demê jî, wê her der di nava xwînê de bimîne. Erdogan dibê, me li herêmê du milyar razemenî kiriye. Birêz serokwezîr, heta ku pirsgirêka siyasî çareser nebe ya aborî jî çareser nabe, ji wî pereyî re heyf e. Pêwîst e ku destpêkê pirsgirêka siyasî çareser bibe. Li Tirkiyê du rê hene: Ya wê çareseriyeke demokratîk bi peş bikeve ya jî wê rewşa şer a heyî bidome.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in.
Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.
Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me hene. Ez vê hinek tînim bîra wan hêrs dibin. Ez li hember Ewropayê bin neketim, bi misogerî di nava bandordarkirina Ewropayê de me.
Xwedawenda evînê, navenda sivîlbûnê Mezopotamya ye. Ti kesî qasî li ser van axan bi azad nehizirî, bi azad neafirand, bi azad hez nekir û xweşiktî neafirand.
Ma Mezopotamya, geliyên Zagrosê ne qadên pêşxistina çandiniya yekem, şaristaniya yekem, hêlîna yekem, cîûwarbûna yekem û hevalbendiya yekem in? Ma peroşmendiyê nadin? Baş e çima ev dîrok nayê dîtin?
Çalakiya me ev e. Ji bo me dîrok ev e û em mezinahiyê jî wisa digirin.
Hê jî tê bîra min, keçên ku bala min dikişandin hebûn. Min tenê peyvek jî ji wan re negot; min bawer kir ku dê bi şer bê afirandin. Niha ez herim kû derê, hêza min a bandorkirinê heye. Ez bi ser koletiyê de biçim ezê biperçiqînim, azadiyê derxînim holê. Ên ku eleqeya wan ji vê re mezin e, dê bi min re bin, ên ku eleqeya wan nîn e jî dê biçin.
Ez li Mezopotamya xwedî dertêm. Keça Alman rêhevala Kanî jî, ma bi rastî ne bersiveke wisa ye? Hetanî dawiyê berxwedêr, hetanî dawiyê dilsoz, -dirûşme avêt. Va, ev serkeftina Mezopotamya’yê ye.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Berxwedana pîroz, şerê mey nûvejînê, di Newroza 25. de bi serkeftineke mezin hêza pêşwaziyê raber kir.
Ketina dîrokî a mezin dibe ku bi ketina Med”an re em destpêbikin kî, ew şaristaniyeke Mezopotamyayê bû di pey ketineke 2500 sala şûnde; dibekû tam weke dijberî wê, yani di her saleke wê de sedsalan bibîne ev 25 sal, bi rastî jî, ji nûvejînê û rizgariyê re gelek nêzin. Em tam bikaribin bi fikirin, ji kuderê, em ketine çi rewşê fêhm bikin, divê em çawa bin û dikarin çi bibiryarbikin, em ê bibînin ku ya bi navê jiyanê tê gotin ji mirinê xerabtire. Ger derketineke rast ya mirovahiya me hebe, nasnama me ya bi xakêre yekbûye bi dest girtin, henase kişandina vê, gelek bi sînor jîbe çiqas hêjaye mutlaqa divê were teqdîr kirin. Ji wê wêdetir jî bi minetariyeke mezin herkesê di vê demêde di nava berxwedaniyeke mezinde man, di serîde şehîdê mey Newrozê mezin Mezlûm Doxan an, Zekiye yan, Rahşan an, Ronahi yan, Bêrîvan an, di cewherê Newrozê de bi cihdikin û bi van şehadetên mezin hema her sal di wan serhildanên pîroz de wek îfada wanî dawî “di sala 90 de bi serhildanên Nisêbin, Cizîrê, Şernex, Lîcê, Wan ê û her ku derbas dibe di hemû gund û bajarên Kurdîstanê de belav dibe şehîdên wir jî di cewherê vê Newrozê de bi cih dikin bi vê ve girêdayî em ê bibînin ku fêhm kirina jiyanê bi şêweyekî din û fêhm kirina şer bi şêweyekî din pêwîst dike.
Pêwîste li ser vê 25 sala îsal her tim were seknandin, ders jê werin wergirtin, ger hebe îdayeke mey mirovahiyê, birastî jî em dixwazin li ser van xakên dayik hêza jiyanê bikarbînin, bi dil û vîn dixwazin vê biserbixin, bi rastî jî ev dibin salên xwe ji nûve avakirin, afirandinê û hema hema her tiştê hatiye wendakirin û wenda bûye bi dest xistinê. Em ji fikrekî bipûxte (ozlu) bigrin,heta nefes girtin û sitendinê, di hindir vî şerîde keda herî mezin ya dawî divê hûn bi vê zanebûnê fêhm bikin.
Bi rastî jî di vê watê de PKK; bûyera nûvejîn, bûyera roja nû, bûyera Newrozê ye. Bi hêsanî di vê rojêde me dest bi PKK nekir. Lê di heman demê de ev navdayîna dirist ya mirovên mey ku di tarîbûna herî mezin û tirsnak ya tinebûnê de ye. Jibo xwe sozê “ez ê dirist bim” dayînê ye. Di demekî herî zêde ku nîşaneyên hêviyê tinebe jî, eve ger zêde bawerî jî nede, ger şensekê wêjî nebe gotina “ ez ê, bi vê nasnamê û bi jibo vê sozî bijîm, pêwîst bike şer bikim” cewherê vî kariye. Derveyî vê bi şêweyekî din nabe.
Ez wê rojê wek niha bibîrtînim.Di peytexta dijminde, di pêvajoya ciwantiyeke wenda, bê îda û bi daqurtandinê rûbirû de, hem jî bi hemû baldariya derfetên dagiriyê rûbirû de, di demeke ewqas rewşekî paş ku qet bi pêwendiyê were ne layiq, di rojekî wisa de min ev tercîh kir. Ji jiyana dagiriyê bi hemû derfeta amadekirî re na, ji hêviyên gelek kêm jî be, zêde îmkanê serkeftinê jî nede, ji hêviyê azadiyê re ERÊ. Qismê di navdejî dibe ku bawer nedikirin, dibe ku ji hertiştîre wate bidana lê ji gavekî wisanre wate nehatana dayînde, ma me gavekî wisa bi avêtana ê çibibûna? Di cîhanê de, di dîrokê de dibeku weke wê tinebe. Me ev biryar da. Bi di gotina jî be, bi xaka dayîk, bi nasnama azad, me got ger ê jiyan bibe bila bibe. Û birastî jî em ketin şerê hêviyên mezin.
Ev dîrok, bêguman bi xîtabekê bizimankirin ne gengaze. Mumkunbe ev 25 sal lêhûrîn, lêkolîn kirin, teoriya her ku dere kur dibe derxistina hole, kî di destpêka wêde ev heye, vîneke çawa heye, îfada wê ya siyasî çawaye? Jiyana dixwaze pêşbixe, di zimanê leşkerîde îfada wê çawaye? Çi pêktîne? Bi hemû aliyên wê ne yek xêzkirina bi hezaran daîreyan bi awayekî hîn kûrtir û bi şêweyekî her ku dere bilind dibe ev sal wisa fêhm kirin, bi van salan mezin bûn, bi van salan jinûve avakirin…ew rastiya Rêber’tî ku tê gotin, bûyera tê gotin, PKK ev e. Di navde ma çi tine? Em ji insane wenda bi dest bigrin heta ê xayîn, ji qehremanên bê hempa bidest bigrin heta ê herî keti, ji ê herî xweşik bidest bigrin heta ê herî nexweşik, ji ê herî tirsonek heta ê herî qehreman, ji ê herî zindî heta ê herî mirî heye. Ev sal, ev salên Kurdîstan’ a hemdem; salên derveyî PKK her tiştên xelas bûyî, wek çarenûsa dawî ku nav bixwe nemaye de ger ê mirovatiyeke me hebe , nasnama me jiyan bike, ger rizgariya me gengaz be,berî hertiştî ev tevger cihê nîqaşa vêye ku dibêje werin em nîqaş bikin.Ger mumkunbe piştî biryara em bighênê û jê wêdetir xwe gîhandina vîna mezin, ev tevgera ku dibêje ma em dikarin jibo vê rêya şerekî bidin vekirinê ye.
Bi van salan re ewqas bi vîneke mezin em hatin girêdan ku, pevçûnên wê nefes bi nefes, ewqas bi nakok, ewqas bi hêrs, ewqas bi kîn dibe ku bi qasî vê jî bo hindeka çûyîna wan ewqasî bêwate bû hatina wan jî wek çûyîna wan wenda û bêwate bû.
Eve hemû hêrsê gelekî diwerimînin. Lê tişt nabe, an jî ger werimandina hêrsê veneguhere hindek xeyalan dibe destpêka şerekî baş. Ez vê tenê ji pêvendîdarên partiyê ên rastî re dibêjim. Jibo ên dijber jî dibêjim. Di şerde asteke bi wate derxistina hole jî pêşketineke. Ez ê çibikim? We bi koletiya xwe serkeftin qezenc kiriye. Li gor min eve kêr tiştekî nayê. Ez ê çibikim ku, we dijmin di hembêza xwe de xwedî kiriye. We xwe PKK yî hesibandiye. Ez nikarim we tiştekî bihesibînim. Û lakîn we gule teqandiye, îsyan kiriye. Jibo min tiştekî îfade nake. Heta hindek serkeftinên we hene ti hêjayên vê jî nine. Jiber, bi kîjan jiyanê re têkildare, berbi kîjan jiyanê ve dibe, ew kes bixwe çawa tê avakirin ev hîn girîngtire. Ev sal di heman demêde fêhmkirina PKK di vê watêde ye. Eşkerekirina we, hûn kesayetên çi û kêne? Di pey çi, jiyanek çawa de ne? Ev derxistina hole, ji rizgariyê hêjatire an jî, jibo rizgariyê berî hertiştî ya pêwîste. Nûvejîn bi jana vêy bi êş bûye. Ez bawer nakim ku hûn tam zayîne an jî ger zayînek hebe bawer nakim rast mezin bûne. Gûmanê min hene. Lê gûmanên başin. Mînak derdikevin her roj. Di qilix û qelafet de, di jin û zilamde, di kevn û nude eve derxistina hole gelek baş dibe. Yani divirde êdî insanê veşartî namîne. Dijmin jî, dost jî, rêheval û xayîn jî çiqas derkeve hole ewqas baş dibe.
Çîye Newroz?
Kulîlka derdikeve rûyê royê ye,
Sekna jiyanê ye,
Vekirina rengarengiya xwezayê ye,
Xwîn dayîna hemû rehên jiyanê ye,
Vaye PKK jî wisa ye.
Bi rastî jî PKK partiya Newrozê ye. Partiya xwîna berbi jiyanê dimeşe ye. Ger jibo nûvejînê di xwezaya wêde tiştek hebe lêgera ew şînkirinê, gul vekirinê ye. Lê wekîdin jî di van rojên Newrozan de bahozên gelek hişt diweşin jî hene. Ên ku carna kulîlka bixwe di qelînin, ew nebatên bi îdaya fêkî afirandinê dişewitînin, ma ew di hindirê me de nînin? Hene! Ma em kêm dibin bingehên şewitandina van tova. Em kêm di qelînin? PKK, bûyîna PKK a newrozê çiqas di cihde ye? Çiqas bi jiyanî ye, çiqas ravedare! Rastî weke ya heyî pejirandin hîn rastire. Me hertim bi vê bawer kir. Gotina herî dawî me wisa got, ti qanûn ne di ser hêza qanûna “jiyana azad” de ye.
Hêz û qanûna herî mezin, qanûna jiyana azad e. Wê demê xalên zagona T.C. qanûnên zagona wê, herî zêde komarek wisaye. Yekîtî û bihevrebûn nayê nîqaş kirin. Vana hemûyan jibo me dibêje. Çiye ev? Hûnê jiyan nekin. Yani ji qanûna herî mezin qanûna jiyana azad re cih nine. Me jî bi derketina xwey destpêkê re eksî vê got. Qanûna herî mezin qanûna vîna jiyana azad e. Ger ê bi serketin ne di hemû aliyan de be jî wisaye.
Ev qanûn, ê dibêjin qanûnê mirinê herî bihêzin û her roj bi bikaranîna van qanûna xwîn didin verişandin,bi qasî van qanûnên eşkere ê dijmin, yadin jî qanûnên xayîna ku qet azadiyê nasnakin, wekîdin jî hin qanûnên kesên nebûne ê xwe, nasnekirina xwe, ne xwediyê rêgez û vîna azad ê kof wenda, ê meymûna, qanûnên bûkalemûna jî hene. Ew qanûnên gelek caran tên gotin pîrozin lê gelek şêlo û nayên rastiyê ne. Jixwe wan bixwe jî bi van qanûnên xwe gelek bawer kirin. Her wiha sê damezrênerê qanûna derket hole.
-Qanûna eşkere a qetliyama.
-Qanûna xayîna
-Qanûna ketiya a bûkalemûna.
Ev li pêşberî mebûn. Me jî got “ê qanûna jiyana azad hebe”. Û me ev qanûn dextî van salan kir. Em dibînin ku ev qanûn ya herî bihêze. Bi taybet ew qanûna TC. Ku digot “qet ti kes nikare nêz bibe, ên nêz bibin ji serîde tên jêkirin” wek zirxekê xwe dorpêç kiribû me tenê kun kir, perçe perçe kir. Ya xayînan jî wisa. Ewên kes nikaribûn nêzî wan bibûna, ew qanûn me li serê wan kir bela. Di rewşeke belengaz de ne. Min derxist holê ku ew kesayetên wan ne hêjayî sipihekêye (bît). Ew kurmikên wanî di hindir dara jiyanê de êdî bi van qanûnên xwe em perîşan dikin. Ev xebatên xweşikin. Ji jiyana azadre zelalî qezenckirine.
Ji çaxa ez heme min bi gotinên xemilî xal bi xal qanûn rêz nekir. Di mezopotamyayê de qanûnên Hamûrabî jî hene. Tê zanîn Asûr qanûnên seretayî danîne. Qanûnên tirsnakin. Û di dîrokê de qanûn di van xakan de zan. Bingehên yekem divirde hat avêtin. Bi nave desthilatdara, bi navê şaristaniyê. Lê bi rastî jî yek jî şervanên azadiyê hebûn di van xakan de. Bi têkçûn û hilweşandina koletiyê, ya Asûran re ne tenê jibo Kurda, jibo hemû gelan, gelê Asûr jî dinav de azadî destpê kir. Di vê watê de mezopotamya warê azadiyê, dîroka azadiyê ye. Ji Kawayê Hesinkar, heta Mezlûm Doxana şervanên wêy gelek zadegan (soylu) hene. Cardin em ji Mensûrê Xelac bigrin heta Pîr Sultanan, ji Nesîmiyê ku li Sêwasê hat şewitandin hemû şervanên azadiyê yên vê xakê bûn. Lê bi rastî jî di şexsê serwerên TC. De hin qanûnên bê rehm ku xwe tînin ziman jî hene. Ev dinava şerekî mezin de ne. Me di nava vî şerî de cihê xwe baş eşkere kir. Di aliyê berxwedaniya gelan de cih girtin, ev girêdana bi qanûnê azadiyê bi xwe bû. Girêdana bi mirovahiyê re, bi jiyana azad re, bi dîroka azadiyê re. Wan şahidiya van girêdana di vê derguşa mirovahiyê de kirine.
Jibo me gelek baldar hat û em anîn heta roja îro. Em bextiyarin, di nava pîrozkirina bextiyariyê de ne. Dema me destpêkir jî gotibû; “jivir şûnde her roj Newroz e. Di van 25 salan de bi rastî jî hemû dem bi Newroz bûn. Sozê me ev bû. Me binpê nekir. Lê êş û êşkenceyên zaliman dext dikirin hebûn. Şewat û qelandinên wan hebûn. Gelek însan şewitandin. Bi her şêweyên teknîk, çek, êşkenceyan şewitandin. Vaye dilê me dibêje ku,ê çawa xwedî derketinek li wanê hatin şewitandin re bibe. Çawa werin bibîranîn? PKK hêza vê ya tolhildanê ye. Zekiye, Zîlan, Ronahî dibin şehîdên mezin ên vê rojê, ya rastî tam jî jibo gîhandina pirsa “jiyana azad çawa ye” dibin bersiva herî mezin bi van wesiyet û gotinên xwe.
Ji 8 Ê Adarê Ta 21 Ê Adarê Dixwazim Bibim Pireyek Ji Agir
Sema Yuce; ev mîlîtana jin a hêja, di şeva Newrozê 21 ê adarê de li hember wî kesayeta bi hevkariyeke lanet xwe sipartiye dijmin wek çalakiyekê xwe şewitandiye û piştî têkoşîneke demdirêj di roja 17 hezîranê de nefesa xwe ya dawî daye. Çalakiyek qehremaniyê ye. Di vê dîrokêde rêheval Fikrî Baygeldî jî bi biranîna vê hevalê re girêdayî bi wê şêweyê çalakiyek saz kiriye û lê xwedî derketiye. Bêgûman ev çalekiyên pêwîste li ser werin kûrbûn û encama jê derxistinê ne. Bi vîna xwe, hêz û bêhêziya xwe di agirde şûştin, paqijî û qirêjbûna xwe bi agir jihev derxistin, zelalkirin jî em dikarin binirxînin.
Me jî Sema naskir. Di qada me de perwerdeyek dîtibû. Bawerim wê demê nave wê Serhildan bû û rihekî dayîmî ê serhildana jiyan dikir. Eşkere kesayetek ser natewîne, serhildêre, her ku diçe dixwaze xwe biwatetir bike. Xwedî gelek name û nirxandina ye.
Heman kesayetek bi şêweya kesayeta Zîlan e. Di çalakiya xwe de bihêze, aliyên wêy xweşik zêtetirîn hene. Li hember kêmasiyên hindirên ê rêxistinê hêrsa wê mezine. Li hember îxanet û dijmin hertim bi hêrse. Ji hêrsê wêdetir, kesayetekî her dayîm ya şer heye. Jiyana girtîgehê girîngiyeke mezintir bixwere tine, jibo xwe ji vê rewşa asayî derxe bawerim gelek dagirtî jiyan kir. Em nabêjin ewqasî deyax kir. Bi wê re ewqasî şer kir, şerê xwe gîhand asta lutkeyê. Di vê watêde jibo berxwendaniya zindanan jî têqûze ku mînake. Ji pirsa “çawa jiyankirinê” re têqûz bersive.
Xwesteka xebata mezin kirin, mezin fikirandin, xwesteka jiyanê bê nîqaşe. Bi qasî azweriya jiyana mezin, pekrewaniya berdêla vê ya şerê heta dawiyê dana berçav jî pêşkêş dike. Ti carî firsenda bêked, erzan û binexweşî jiyan kirinê jixwere û bi derdora xwere nade naskirin. Ev zanebûn û ronahibûna wê têra hemû lewaziyên ji çavkaniyê civakê tên derbaskirinê kiriye. Bêzarbûn nine, eksî vê nebikaranîna derfetên mezin ên azadiyê, nebikaranîna van derfetan jibo xwe gelek hers dibîne. Bêrîkirina wêy herî mezin ev derfet bi destxistin û şerkirine. Wek di rastiyên gelek şehadetan de heye, di rastiya vê şehîda me de jî, rexmî azweriya wê mezine êşa dinavbera pêkanîna vê de, rastiya trajîk mijara gotinê ye. Ev nakokî neçareserkirin, sedema vê çalekiyê ya yekemîne. Encama bingehîn em derxin; bi derfetên azadiyê nirxê şer mitlaqa teqdîr kirin û encamên trajîk negirtine. Çalekî bixwe vê emir dike. Xwesteka herî hêja, xwedî qadên şerê azadiyê bûyîne.
Dibêje; “vî agirî netefînin”. Ma wêrekiyeke jivê mezintir, fedakariyeke mezintir hey e?
Emrê herî mezin, mezinbûna fikir di asta hest de ya cirûska rêgeza raste. Kesayeta di leza tîrêjêde lez û bi enerjiyê dagirtiye. Em dixebitin vê avabikin. Ez van jibo vê dibêjim; ez hindeka jiwe jibo partîbûnê gelek bi xwestek dibînim, xwedî xwesteka artêşbûnê, bimerebûnê mezin dibînim. Lê ez jî neçarim danasîna wê bikim.
Tenê pêdiviyên wê rave dikim. Tercîh ya we ye. Di partîbûnê de tengavî nine. Di artêşbûnê de hevdû zor kirin nine. Lê cardin pêvedikim (vurgulamak). Şêweyê fikrandina di nav me de, pêkanîna lezê di eyara leza ronahiyê de ye. Gotina “ ez nefikirîm, ne axifîm, min nekir” dijî vê rêgezê ketine. Dijî rêgeza xebata Rêber’tî ketine. Jiber divirde xebata leşkerî û polîtîk di leza ronahiyêde dixebite, yani sînorê pêkanînê herî dawiye. Taybetmendiyeke ronahiyê din heye. Bi şewate, ronahiye. Lazime wisa bibe. Hûnê bibêjin ev şêweyekî heta niha zêde nehatiye bikaranînê ye. Lê koletiya em jiyan dikin jî, di ti deverên dinde bikar nehatiye. Li hember vê koletiyê encax ev şêwe dikare bibe bersiveke bi bandor. Wekî din çare nine. Min hemû pirtûkên mirovahiyê lêkola, encama çare eve dît. Lazime hûn fêhmker bin. Ligor min azwerîbûna vê nayê astengkirin. An jî encama jêhêz ketinê, ji qewet ketinê nabe azadî. Tercîha wê nabe. Jixwe lazime em di leza ronahiyêde bibezin. Di ronahiya wê ya bi şewat de bijîn. Ma ev tercîhkirina me tawane? Na! Me ya herî pêwîst pêk anî û hîn jî dibe. Tam eksî vê ne şer, ne jiyan bêy vê nabe. Dijminê eniya dijber wa dihesibîne di dest de teknîka herî dawî, bi şeklûşemala xwe, bi hejmara xwe ya zêde, bi emr û zagona xwe ya bingehîn tên serme. Hatin jî. Ev 25 salin tên. Ewqas sal derbas bûn fermî û fiîlî. Lê encam di holêde ye.
Jibo artêşê jî çend tiştan bibêjim. Sozên şehîda emrê bingehîne. Gerîlayê heqîqî Egîd’e û ew hest û gotinên wî ên xweşik jibo me emrin. Di hemûyan de heye. Di Zîlan de jî wisaye. Ew gotin hemû jibo me emrin û jixwe baş meşiyan. Ya girîng ne zêde biserkeftinbûna wan, yek jî be encama serkeftina wan e. Em ê wê bikarbînin. Keçik jî, zilam jî, xort jî ê vê pêkbînin. Derveyî vê ketina nav vê artêşê nabe. Sonda vê artêşê ev herdû navin. Hêza we hebe, hûnê pêwîstiyên van bicih bînin, sonda xwe bidin. Ev gotin sozin, emrin yek rûpel bese jibo şer, jibo kêmasî nekirinê.
Êdî hûnê vana fêhm bikin. Hûn karê artêşê zêde dixwazin. Min jiwere xebata partiyê vegot. Mezlûm tê wata partiyê. Kemal, Xeyrî bi hezaran şehîdên mezin hene. Ew mîlîtanin. Ez bixwe jî berdevkekî wanim. Sibe çi jimin were nediyare, heta niha min berdevkî kir. Artêş eve. Di jinde Zîlan di zilam de Mehsûm’e. Ew gavên yekemin, gavên dawiyê ne. An jî gavên em ê bi hevdûre bavêjin bixwe ne. Divirde ti aliyekî neyê fêhmikirin tine ye.
Ev bû pêşwaziyek Newrozê ya xweşik. Hûn gelek bi sihûdin. Şagirtên mey vê dibistanê û di rastiya rojhilata navînde bi rastîjî em li ser bingehê konferansek mezin xwe dighînin ronahî, biryariyê. Di van biryaran de şewatê jî hîs dikin. Yekbûna wisa bi Newrozê re di cihdeye. Jixwe bi biryar, berpirsiyarî û bi rastî jî bi ronahiya van nirxandina hûn dikarin bi îdayeke mezin hemû firsendê jiyanê bi dest bigrin û di her alîde bi ser bikevin. Ev rastiya Newrozê bixwe bese ku we bibe berbi serkeftinê. Careke din baweriya xwe divê derbarê de biziman dikim. Careke din silav dikim!
Di vê bingehêde vê Newroza bi şens, şeref, serfiraz NEWROZA PKK yî ya 25 li hemû têkoşervanên partiyê, gelê me pîroz dikim. Silav dikim û heskirinê xwe pêşkêş dikim.
21 Adar1998
- Ayrıntılar
Abdullah Ocalan
10ê Sibatê 2010
Komcivakan Baweriyan (İnançlar Çalıştayı) çêbûye. Ya giring ew e ku van xebatan têkevin pratikê. Ev xebat dikare bibe sazî û navenda wê dibe ku Amed yan jî Mêrdîn be. Ya giring ew e ku karibin bi berdewamî bixebitin, bi awaye ku karibin çareseriyên pratîk ji pirsgirêkên rojane re bibînin. Di rastî de, ez vê yekê ji bo tevahiya Kongreya Civaka Demokratîk dibejim. Divê mantiqê wê yê bingehîn ev be; pratîkbûn û kirina xebatên pratîk ew e ku mirov karibê bi vî rengî ji pirsgirêkan re bibe çareserî. Min vê yekê bi caran anî ziman. Vayê min ji nûçeyan bihist: li Semsurê (Adıyaman) keçikek bi navê Medîne, bi zindî binax kirinê, ev tiştekî pir bi xof e. Di rastî de ya ku hatiye binaxkirin ne tenê ew e, lê di kesayetiya wê de tevahiya jinan hatine binaxkirin, em hemû hatine binaxkirin. Li gorî feraseta İslamiyetê jî wisa yê; kuştina yek kesek, weke kuştina herkesî tê pejirandin. Gelek pirsgirêkên civakî yên weke vê hene, ku pewîst e bêne çareserkirin. Divê bi van pirsgirêkan re pêwêndîdar (eleqedar) bin.
Min digot komunalizma demokratîk. Yan jî dikare jê rê bê gotin demokrasiya komunan. Di mantiqê vê de ev heye; divê komunên biçûçik çêbikin û bi vî rengî tevahiya civakê were rêxistinkirin. Divê heya tepeyê herî jorîn ev wisa werê honandin (örmek). Ji bo mînak, ma li gundekî çend heb mirovên demokrat ên durust, nînin? Wê vana bên cem hevdû û komunek ava bikin. Wê biryarên hevbeş bigrin û ji tevahiya pirsgirêkan re li çareseriyên hevbeş bigerin. Di heman demê de li taxên li bajaran jî wê komunên bi vî awayî bêne çêkirin û wê vana heya herî jorîn wisa biçin. Çima vê yekê tênagîhijin? Baş godariya min bikin, min baş têbigihîjin û min baş vebêjin. Nexwe, ezê hêrs bibim. Armanca KCD (DTK) a li Amedê ev e. Divê van komunan tavilê bêne çêkirin. Gelê me ji vê re amade ye. Bi hezaran gund û bi dehan şaredarî hene. Divê van derfetan bêne bikaranîn. Ji bo mînak mirov dikare li Amedê bi vî rengî bi sedan komunan ava bike. Bûyîna wan a li girtigehan, nayê wateya ku wê nikaribin tiştek bikin. Bila moralên xwe bilind bigrin. Ez silavên xwe ji wan re radigihînim.
Binêrin, pêwîst e mirov xalekê ji hev veqekîne: KCD (DTK) cewaz e, PAD (BDP) cewaz e. Lê ti pêwendiya KCKê bi vana re nîne. Rêxistingeriya KCK cewaz e. KCK xwe li çiya bi rêxistin kiriye; dikare xwe li bajaran ji bi rêxistin bike. Pêwîst e bi PAD re lê heman herêman xwe bi rêxistin bikin, dibe ku wisa be, lê ev, wê rastiyê naguherîne ku pêkhateyên (yapılanma) bi temamî cewaz in. KCK xwe li çar perçeyan bi rêxistin kiriye. Yekeyên (birim) KCKê bi xwe hene. Vayê yekeyeke wê li Mexmûrê heye, lê divê misoger KCK, KCD û PAD bi hevdû re neyên têkelkirin. PAD ne nîçika (uzantı) legal a ti kesî ye. Divê vêya bi eşkereyî bêjin. Divê bejin “em ne dijminên wan in, lê ti têkiliya me bi wan re nîne” û ev wisa ye.
Kongreya Civaka Demokratîk, ji bo ku gelê Kurd weke komunal bi rexistin bike, heye. Xebateke legal e. Divê êdî girîngiya pêwîst ji vê xebatê re were dayîn. PAD jî partiyeke Tirkiyê ye. Ev, bi rastî jî wisa ye û divê wisa be. Divê Ev, ne tenê ji ber ku pêwîst e wisa be, lê ji ber ku em ji dil û can bawer dikin ku rast e û em dizanin ku wekî din çare nine, wisa ye. Her wisa ji ber ku em dizanin ku tekane rêya rast ev e, wisa ye. Ev pir girîng e. Divê PAD tevahiya xebatên xwe li gorî vê yekê bike. Ez Çepgiran tênagihîjim. Divê êdî werin ser xwe. Çepgir hîn jî nekarîn têw kuştina Mistefa Suphiyan a di 1920an de jî ronî bikin û zelal bikin. Çep hîn jî di bin bandora vê darbeyê de ye. Divê edî xwe rizgar bike. Pêdiviya Tirkiyê bi vê alternatîvê heye. Lê divê van hevalên li çepgir êdî ji nivîsan wêdetir, bere xwe bidin pratîkê jî û gel birêxistin bikin. Ez tênagihîjim: ma wê vana heya ebediyetê tenê wisa binivîsînin? Ev sî sal in ku dinivîsînin û dişêwînin (çizmek), lê hîn jî tiştekî şênber (somut) nine. Çima xebatên xwe venaguherînên pratîkek, tevgerek û partiyekê? Mahîr Çayanan û Denîz Gezmîşan tewş jiyana xwe wenda nekirin. Ew rêhevalên min jî bûn. Divê xwedî li bîranînên wan were derketin, vayê ez dilsozî van bîranînan mam û ev çil sal in ku ez di nava tevgera sosyalist de tekoşîn dikim. Min tim got ku ez ji Mahîr bibandor bûm. Eger Mahîr nebûya, ez û hevalên xwe jî nedibûn. Eger ez nebûma, PKK nedibû. Eger PKK nebûya, PCD (DTP) û PAD (BDP) nedibû. Ango vana hemû hevdû diafirînin; van tevgeran girêdayî hevdû ne û ji heman mîrasên tê. Îbrahîm Kaypakkaya jî dîsa wisa ye. Wî jî dixwest ku wisa be. Ez ji hevalê TÎKKOyî yê li vê derê re jî vedibêjim, em van mijaran niqaş dikin. Her wisa ez wan pêvajoyên neyînî jî, ku di dema bihurî de di nava Dev-Yol de çêbûn, dizanim.
Divê ev jî paradîgmaya me ya bingehîn be. Paradîgmaya me jî ev e: ku gel, bi awayê komunan ji binkeya (taban) herî jêrîn heya tepeyê herî jorîn, li her derê were rêxistinkirin. Divê ev bi rengekî wisa were çêkirin ku ji pêdiviyên pratîk û rojane re çareserî hilberîne (üretmek). Em dikarin sosyalîzmê encax bi vî rengî têxin jiyanê. Komuna Parîsê cerbandineke baş bû, lê nekarî bihata tegihîştin. Eger serkeftîbûya, wê mirov karîbûya xwe gihandiba sosyalîzma ku Marks jî wê weke hedef danîbû pêşiya xwe. Lê, pişt re feraseta sosyalîzma bi destê dewletê zal (hakîm) bû. Lê belê sosyalîzma dewletê nabe, dewlet nabe sosyalîst, lê civak dibe sosyalîst. Divê em civakê bikin sosyalîst. Loma em dibêjin Civaka Demokratîk. Em Marks tam tênagihîjin. Di rastî de ew jî dibêje ku gengaz nîne ku dewleta sosyalîst hebe. Divê mijarê de tespîta rast kiribû, lê Lenîn divê mijarê de ket nava şaşitiyê. Şaşitiya ku kete navê ew bû ku digot dikare bi destê dîktadoriya proletarya û dewlet-netewê sosyalîzm were pêkanîn. Dewlet-netew di rastî de têgîneke (kavram) du sed salî ye. Şoreşa Fransî di rastî de li ser bingeha demokratîk pêş ket, lê pişt re bi destêwerdana jakobenan bi dewlet-netew bi dawî bû. Têgînên wêke dewlet û wêlat, dema em dîroka mirovahiyê re berawir (karşılaştırma) bikin, têgînên pir nû ne. Divê mirov êdî têgînên dewlet û welat ji pîrozbûyînê derxînê. Divê, ne ku mirov ji bo van têgînan bin, lê van têgînan ji bo mirovan bin. Ji ber vê sedemê, em dibêjin ‘welatê demokratîk’.
Paradîgmaya MHP û CHP faşîzma netewgir, laîkperest û netewperest e. Li milê din, paradîgmaya AKPê paradîgmayeke netewperest-Îslamgir e. Xala ku vana Tirkiyê anînê, li holê ye. Divê li hemberî vana welatê demokratîk, netewa demokratîk û komara demokratîk esas were girtin. Di rastî de demokratê dewletê jî nabe, demokrasî ji bo gel e. Gel li hemberî dewletê tekoşîna ji bo demokrasî û mafan pêş dixe. Eger demokrasî nebe, sosyalîzm û komunîzm jî nabin. Troçkî jî, di dema şerê navxweyî yê piştî Şoreşa Cotmehê ya 1917 de, digot ku ew wisa nabe. Bakûnîn û Prûdon û ew jî hîn berîya wê digotin ku ev rê şaş e. Piştî ji hevketina Sovyetan, rewşa ku gel ketiye navê, li holê ye. Hûn Çînê jî dibinin, kapîtalîzma DYE xwedî dike. Di vê tekoşîna ji bo sosyalîzmê û şoreşan de heya roja îro bi milyonan mirovan jîyana xwe wenda kirine; lê xala em hatinê de, mixabin çepa klasîk têk çû û wenda kir. Divê sedemên vê yekê baş bêne tehlîlkirin. Pêwîst e êdî vê yekê baş were tegihîştin û mirov li derdora paradîgmaya nû, ku min qala wê kir, were cem hevdû. Vayê li Emerîkaya Başûr jî di vê wateyê de pêşketinên erênî hene. Li Tirkiyê dorhêl (ortam) û merc guncav in. Eger tevahiya beşên çep, demokrat, sosyalîst, lîberal û heya beşên oldar ên samîmî yên demokrat karibin li derdora vê paradîgmayê bêne cem hevdû, dikarin bi milyonan kesan têxin nava liv û tevgerê pir jî sefkeftî bin. Divê çep di mijara metafizîkê de hinekî din nerme (esnek) be. Girêdayî bi vê yeke, li holê ye ka rola exlaq a di jiyana civakî de çiqas girîng e. Rêjeya (oran) bêkariyê pir belave (yaygın) ye; bi sed hezaran û bi milyonan mirov bêkar in. Vayê rewşa karkerên tekelê li holê ye, tekoşîna ji bo mafan didin.
Tekoşîna hevbeş êdî jênerevîn (kaçınılmaz) e û bi qasî nan û av pêwîst e. Ji bo çepgiran dibejîm. Ne neçar (mecbur) in ku di nava PAD de cî bigirin, dikarin xebatên xwe jî bidin meşandin, lê neçariyek e ku mirov bi awayê partiya sîwan, yan jî bê şêweya platformeke hevbeş were cem hevdû.
Ez dubare dikim: PAD (BDP) partiya Tirkiyê ye û wê wisa be. Tirkiyeyîbûna Partiya Aştiya Demokratîk, ji bo Tirkiye di girîngiya jiyanî de ye. Weke min got, hevalên li alî çepê dikarin xebatên xwe bidin meşandin, lê divê teqez (mutlaka) karibin li derdora partiyeke sîwan werin cem hevdû; heta ev pêkhateya ku hûn qala wê dikin, wê bibe partiyeke sîwan, her wisa wê xebatên dîtir ên dirûbî (benzer) vêya jî çêbin, hemû dikarin bêne biyekkirin. Weke min got misilmanên demokrat ên samîmî jî dikarin di nava van xebatan de cî bigrin.
Ez silav, rêz û heskirinên xwe radigihînim bo gelên me yên li Amed, Wan, Êlih (Batman), Sêrt, Antalya, Aydin û yên li navçeya Akdenîz a Mêrsînê.
Dema em dikevin 12. Salvegera komployê, ez dikarim vana diyar bikim: çava ku di salên 1920 de û berîya wê di salên 1915 de pêşî destek dan Ermeniyan, wan dane pêş û paşê bûn sedem kû ji Anatolya bi tevahî tesfiyê bibin; bi heman rengî çawa ku Yewnan pêşî hatin destekkirin û paşê ji Anatolya bi tevahî hatin tesfiyekirin; bi komploya ku di 15ê Sibata 1999 de hat pêkanîn, tişta nîhayî ku li hemberî Kurdan jî ji xwe re kirin armanc, ev bû. Pişt re komunîst û muxalifên din jî ji Tirkiyê hatin tesfiyekirin û bi vî rengî Tirkiye hate kirin dewletek bi temamî xwedî taybetmendiyên ku dewletên kapîtalîst ên Rojavayî dixwazin û ku guncav e li gel armanca wan. Ev tespiteke girîng e. Pêwîst e Çep jî êdî vê tespîtê bike. Ew darbeya ku Çepgiran bi tesfiyebûyîna Mistefa Suphî re girt û hîn jî didome, ne serbixwe ye ji vê yekê. Hîn jî kesên rasteqîn ku li pey bûyera Mistefa Suphî cî girtine, ne hatine derxistin hole. Vaye malbatên ku xizmên xwe hunda kirine, hatin cem hevdû. Mebesta min malbetên ku di doza Xirant Dînk de hatin cem hevdû ye.
Di nava wan de xizmên Sebahadîn Elî jî hene, dixwazin ku kujer (katil) ên rasteqîn werin derxistin holê. Pêwîst e vê yekê were birin heya Mistefa Suphîyan û vê kuştinê jî were ronîkirin. Ji ber vê yekê min Komîsyona Dadê û Lêkolînan Rastiyan pêşniyar kir. Gelek karên ku pêwîst e vê komîsyonê bike, hene. Wê ev teqez (mutlaka) çêbibe û hatina cem hev a van malbatan jî destpêkek e û pêvajo despê kiriye. Bi vî rengî tevahiya kuştinên kiryarên wan ne diyar, dikarin bêne ronîkirin. A ku bi komployê dihat armanc kirin, sê tişt bûn. Di gerew (berdêl) a radestiya min û tesfiyeya PKKê de, çawa ku di salên 1920 an de dewleta Tirkiyê bi xwe ve girê dan, wê li Başûr jî pêşiya pekhateyeke siyasî ya Kurd a bi wan ve girêdayî hatiba vekirin ku ji bin venêran (denetim) û kontrola wan derneketa û ev bi qismî pêkhat. Wêkî din, li Qibrîsê soz hatibû dayîn bo Yewnanîstanê. Her wisa sozên ku hatibûn dayîn bo dewleta biçûk a Ermenî hebûn. Wê vana bi Tirkiyê bidana pejirandin, lê ti yek ji vana pêk nehat.
Ez ji vê derê êdî dikarim mizgînê bidim gelê me. Dema em dikevin 12. Salvegera komployê, ev komplo vala hatiye derxistin. Ev misoger hatiye têgihîştin. Vê yekê, bi helwesta min a bisebr a li vêderê û bi hewldana hevbeş a gelê me pêk hatiye. Em vêya êdî dikarin ji gelêmê re bi eşkereyî diyar bikin: em biser ketin ku em komployê vala derxin. Çawa ku min ji bo vê yekê 11 salan li ber xwe da, ezê di sala 12. de jî dîsa bi heman awayî berdewam bikim li ber xwe bidim. Tevî vê komployê û tevahiya hewldanên ji bo tesfiyekirinê, di encam de tevgerame û gelê me, bi awayekî xurtbûyî derketiye.
Bijare (tercih) ya ku AKP di dema pêş de bike, girîng e. Yan wê li alî demokrasiya rasteqîn cî bigre û tevlî wan ve, wê tevahiya Tirkiyê –Kurd, Tirk, Elewî, Ermenî, Çerkez û wekî vana, ez qet cûdahî nakim- biser bikevin; yan jî wê li aliye CHP û MHP, ango wê li aliyê înkarker ê netewgir (ulusalcı) û netewperest (milliyetçi) cî bigre û bi vî rengî dîsa di tesfiyekirinê de pêdagerî (ısrar) bike û ev jî wê bibe sedema şerekî bixof (korkunç) û wendakirina Tirkiyê. Ez vana weke tespît dibêjim.
Hiseyn Çelîk di daxuyanîya xwe de “yan emê vê pêvajoya vebûnê heya dawî bibin, yan jî wê ev pêvajo me biqedîne” got. Girîng e ku vê yekê tebigihîjin. Her wisa girîng e ku birêz Serokwezîr jî vê mijarê baş tebigihîje.
Ji herkesî re silav
Rojbaş
- Ayrıntılar
Abdullah Ocalan
24ê Sibata 2010
Ne karekî hêsane ku mirov bikeve dozê, gelek zehmetiyên ku bi xwe re tîne hene, zehmetiyên jiyanê bi xwe hene. Ez dibihîsim, dişopînim, bêkariyeke pir tirsnak heye. Ciwanên mezûnê zanîngehê li koşeyên qehwexaneyan de jiyanê diqedînin, nizanin ka wê çi bikin. Kapîtalîzm wisa ye, mirovan diqedîne. Ez dizanim ku hîn hevalên me yên cixarê vedixwin hene. Divê mirov bi kapîtalîzmê nexape. Li gorî min kalbûn bi mejî ve girêdayî ye. Divê hişê mirov xurt be. Zihîn çi qas xurt be wê beden jî ew qas zindî bimîne. Vana tiştên ku bi hev û din re giredayî ne. Eger hiş xurt nebe, sîstemê baş tehlîl nekiribe wê beden jî zû hilweşe. Dîtina rastiyê di sîstema kapîtalîst de û şîrovekirina rastiyê bi awayekî rast pir zehmet e, kes ji rê derdixe. Kesayeta ku ji rê derketibe jî, tê wê rewşê ku êdî nikare ti tiştekî bike.
Pêşketin di bin kontrola DYE de pêşdikevin. Vaye hun wê tişta balyoz dibînin. Vana dîn bûne. Qala bombekirina mizgeftan dikin. Dînîtiyeke tam e. Plan kirine ku Kurdan jî bi temamî tune bikin, Kurd xistine şûna Yewnanan, hizirîne ku wê weke Yewnanan wan sirgûn bikin. Plan kirine ku ew qas kesan sirgûn bikin û bikujin. Vêya tişteke tirsnak e. Ew ramana min a bi salan a li vê derê piştrast dibe ku pêwîst dike Kemalîzm ji nû ve were nirxandin. Min gotibû ku wê Tirkiye nikaribe bi rewşa xwe ya heyî ve bidome. Vana niha baştir têne têgihiştin. Vana hizirîne û xeyal kirine ku wê NATO jî destekê bide van planên wan ên tirsnak. Lê NATO jî destekê nade ew qas komkujiyan. Dînîtiya vê ramanê û planê li holê ye, lê ji ber carekî ketine nava vî karî, êdî nema dikarin ji navê derbikevin. Emerîka jî vê yekê napejirîne. Ji xwe Velî Kuçuk wana berî vê tasfiye bûn. Plana Balyoz hinekî din cewaztir e ji Ergenekonê. Ji ber DYE dît ku wê kar nikaribe êdî bi vana re bimeşin, Serokwezîr tangav kir daku vana tasfiye bike. Ji xwe Başbûg jî hişyar kirine. Ji wî re jî gotine wê nikaribe bi vî rengî were berdewamkirin. Niha vana tasfiye dibin. Li milekî CHP, MHP û Kemalîstên di nava artêşê de, hîn rastir bermayiyên îtîhatgir, dibin beşên ku alîgirên komkujiya netewgir in. Li milê din beşa kevnaparêz (muhafazakar) e ku AKP tê de ye. Ya sêyemîn jî ew xeta demokratîk e ku em û demokrat nûneriya wê dikin. Rewşa li Tirkiyê niha rewşeke tam a gengeşî (kargaşa) ye. Li aliyekî beşa netewgir a sext (katı), hêza vana ne kêm e. Min ji nûçeyan bihîst ku Çetîn Dogan di kêliya dawiye de plan kiriye ku bireve Meksîkayê. Bedredîn Dalan wana jî di nava xebatê de ne, beşa rastgir a Îsraîlê jî destekê dide wan. Neo-conên ku beşa herî tuj a Emerîka ye destekê dide vana. Netenyahu wana jî yên li Îsraîlê destekê dide AKPê. Li milê din jî AKP û Fethullah hene. Di rastiyê de ne tam Fethullah e jî. Gelek cemeat hene, bi awayê organîzasyonekî ne. Li aliyê din jî tevgera Kurd heye. Li ser tevgera Kurd gelek lîstok hatin lîstin, hewl hate dayîn ku were tasfiyekirin. Lê belê çi bû? Gel û PKK li ber xwe dan û di qada demokratîk de hêzbûneke mezin hate jiyîn. Min jî li vir bi sebreke mezin li ber xwe da. Û lîstok xira bû. Kurd tasfiye nabin. Rastiya ku êdî tevgera Kurd nema dikare were tasfiyekirin jî heye. Ev hate dîtin. Lê nizanin ka wê bi vê rastiyê re çi bikin û wê çawa bi vê rastiyê re bijîn. Herdû alî jî dibin kontrola Emerîka de ne. Tevahiya van pêşveçûnan dibin kontrola Emerîka de pêşdikevin. MHP û beşa laîk li Tirkiyê bêhêz nînin, AKP jî xurt e, lê başe gelo wê ev pêvajo bi van pêşketinan re çawa bi encam bibe? Li gorî baweriya min wê di encam de li ser demokrasiyê wan li hev bînin. Wê li ser tişteke demokratîk lihevhatin çêbibe. Wê Tirkiye biguhere. Wê Kurd jî li Tirkiye ku biguhere, weke hêzeke demokratîk bêne pejirandin. Wê Kurdan bipejirînin. Min di nexşeya xwe ya rê de jî diyar kiribû ku xweseriya demokratîk çareseriya herî guncav e ji bo Kurdan.
Di rastiyê de Komarê hertim xwest ku hersê beşan tasfiye bike. Xwestin xeta îslamgir di bin navê “Îrtîca” de, beşa çep-komînîst bi gotina “rûxîneran” û Kurdan jî bi gotina “cudaxwazan” tasfiye bikin. Lê çi bû? Bi riya Erbakan tasfiyeyek çêbû, lê bi awayekî bi AKP û DYE re pêwendî danî û bi vî rengî xwe hêvişand (muhafaza kir) û bêhtir bihêz bû. Çep di rêjeyeke girîng de hate lewazkirin, lê vaye hun dibînin, hîn jî gelek kom, partî û jêmayiyên wê hene. Gelê Kurd jî tasfiye nebû, hate têgihiştin ku wê tasfiye nebe. Ji lewra komar neçar dimîne ku van rastiyan bipejirîne. Gelo wê AKP bi Kurdan re lihev were û vê pirsgirêkê weke demokratîk çareser bike? Di AKPê de hertişt girêdayî helwesta Tayîp Erdogan e, mîsoger hertişt girêdayî helwesta wî ye. Lê AKP jî bi rengekî demokratîk tevnagere. AKP hewl dide bi riya xwe spartina parlementerên Kurd ên di nava xwe de û Kurden hevxebatkar ên noker (yanaşma işbirlikçi) hinek tiştan bike. Lê vana wê nikaribin pirsgirêkê çareser bikin. Girîng e ka wê di derbarê Kurdan de helwesteke çawan nîşan bide. Di rastî de Erdogan jî di rewşeke tangav de ye.
Di mijara pirsgirêka Kurd de sê rêk hene. Ya yekemîn feraset û polîtîkaya inkar-tunekirinê ya 80-90 sal e ku berdewam dike. Ya dûyemîn damezirandina Kurdistaneke biçûk û girêdana tevahî Kurdan bi wir ve ye. Ango bi xeyala Kurdistana mezin re damezirandina Kurdistana biçûk û mijûlkirina Kurdan sedsaleke din e. Eynî weke îdeaya megalo ya Yewnanan. Damezirandina Yewnanîstana biçûk û Jiyandina îdeala megalo. Dîsa weke bi xeyala Ermenîstana mezin damezirandina Ermenîstana biçûk û Ermenî bi vê re mijûlkirin. Dixwazin li vir jî Kurdistana biçûk damezirînin û xeyala Kurdistana mezin bidin jiyîn. Wê di vê rewşê de Kurdên li Bakur bi wir ve bidin girêdayîn, dê wê jî bi Kurdistana biçûk ve bidin girêdan. Girêdayîna her cure ye. Wê Kurdistana biçûk damezrînin û tevahî Kurdan bi rêka wê kontrol bikin. Eşkerekirina vê yekê di girîngiya jiyanî de ye. Ev deh sal in ku ez vêya dibêjim. Pispayeyên me jî bi vî rengî bi wir ve dane girêdan. Li wir her cure derfetan dane wan. Li wir ji gelek kesan re jî şîrketan didin dameziradin û wan bi xwe ve didin girêdan. Çawa ku berê bi riya ocaxên ulku çep hate pasîfîzekirin, îro jî tê xwestin ku bi destê wan cemeatan, tevgera me were pasîfîzekirin. Derfetên wan ên pir xurt ên aborî jî hene. Vana jî dixin dewrê. Hinek malbatan di vê çarçovê de bi xwe ve girêdidin. Vaye wan pispayeyên Osman digot “pêşiya min vekin ji bo ez biçim Kurdên kevneparêz birêxistin bikim”. ,Rêka sêyemîn jî çareseriya demokratîk e ku em wê diparêzin. Em li vê derê dibêjin komara demokratîk, welatê demokratîk û civaka demokratîk. Yên ku bi awayekî mezintirîn polîtîka ji vê rewşa tevlîhev ku tê jiyîn hilberînin (üretmek), wê pêşketinên mezin bidest bixin. Weke hun dibînin Erdogan naverastê radike ser piyan. Her roj Bahçelî û Baykal feveran (histerî) dikin. Çima? Ji ber siyaseta niha vê yekê pêwîst dike û ew vêya dizanin. Ji bo siyaseta rojane divê wisa bikin. Divê yên me roj bi roj bi awayekî mezintirîn polîtîka bikin. Kî di vê rewşa gengeşî de xwe pir baş birêxistin bike û polîtîkaya baş û rast bimeşîne, ewê bi destkeftî derbikeve. Min ew qas got ku akademiyan demezirînin, li holê ye ka îro çi qas pêdivî bi akademiyan tê hîskirin. Eger vê pêvajoya tê jiyîn bi rengekî rast têbigihijin, wê van girtinan jî vala derbixînin. Pewîst e hun serokatiyên xwe yên demokratîk ên navçeyî derxînin holê. Van girtinan textîkeke dewletê ye. Bi meşandina siyaseteke baş re van girtinan dikarin pir hêsanî werin valaderxistin. Dema ez dibêjimn Siyasetê baş bimeşînin, ez qadeke derezagonî (îlegal) destnîşan nakim. Xebatên mezintirîn hene ku mirov dikare di zemînên demokratîk de bike, ez dibêjim vana bikin. Lê pir baş nayê têgihiştin. Serokatiyên demokratîk ên navçeyî derneketin holê. Di warê teorîk de jî pir doxmatîk in.
DTK navê xwe rêxistinkirina demokratîk a zagonî ya civaka Kurd e. Dîsa BDP partiyeke siyasî ye ku zagonî ye û xebatên xwe li tevahiya Tirkiyê dide meşandin, partiyeke Tirkiyê ye. Vana xebatên cûda ne ji KCKê, divê têkelê hev neyên kirin.
Ev deh sal in ku ez li vir her dibêjim, ez ti xebatek li naverastê nabînin. Ev rewşeke kevneşopî ya çep e. Hinek tişt jiber (ezber) kirine û her wan tiştan dubare dikin. Min li vir hewleke pir mezin da. Min li vê derê Stalînîzm qat bi qat û ferseh bi ferseh derbas kiriye û min ramaneke wisa ku bibe malê cîhanê hilberandiye ango min ramana xwe çêkiriye. Ez ji vê re dibêjim jiberkerî (ezbercilik) û doxmatîzm. Ya girîng pratîzebûyîn e. Niha di siyaseta Tirkiyê de ya herî girîng pratîzebûyîn e û polîtîkaya pratîk e. Min qala sê xet û hêzên serekîn kiribû. Ya yekem xeta netewperest a sext û netewgir; a duyemîn xeta Îslamgir-kevneparêz a nerme ku AKP nûneriya wê dike. Min digot û ez dibêjim ku em Tirkiyê ji van herdû serweriyan rizgar bikin. Me li hemberî vana, weke çare, rêk û xeta sêyemîn pêşniyar kir û pêşxist. Ev xeta yekîtiya demokratan e. Vaye girseyeke weke çiya li holê ye, ma ez êdî dikarim çi bikim! Dixwazî bila di nava BDPe de yan jî li derveyî wê be, bila werin; ya girîng ew e ku xebata hevbeş were meşandin. Dikare desteyeke kordînasyonê ji bo vê were damezirandin, dikare xebatên parelel û hevpar werin kirin û meşandin.
Min çend roj berê ew nivîsa Avnî Ozgurel a di Aktuel de xwend. Ozgurel jî diyar dike ku mijarên Kurd, PKK û Ocalan cûda ne, lê belê vana bi hevdû re pêwendîdar in û di nava hev de ne; eger bi hev û din re neyên destgirtin wê nikaribe çareseriya pirsgirêkê çêbibe. Tespîteke baş kiriye, tişta ku dibêje rast e. Dibêje “her bijareya ku Ocalan li derveyî dewrê bihêle, Ocalan xurt dike”. Ev jî rast e. Ji xwe heya roja îro jî xurt kir. Ez li vir lava û rîca li tu kesî û dewletê û filan nakim. Min di nexşeya xwe ya rê de jî diyar kir ku dema tenduristiya min hîn dest dide, ez dixwazim rol bilîzîm. Li Semsûrê Şagirtê amadekarî yê ji Yazıhaneya Malatya agir berdaye canê xwe û jîyana xwe ji dest daye. Ez ji malbata wî re sersaxî, sebir û metanet dixwazim.
Ziman beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî li bedenên xwe derbikevin. Zimanekî wisa bi tena serê xwe ziwa tiştekî îfade nake. Tevahiya vana yekpare ne. Eger bi hev re bihizirin, bi civakeke demokratîk re dikare vana bi hev re wateyekî îfade bike. Ez ji ziman, erdnîgarî û çandê ango ji tevahiya vana re dibêjim beden. Eger hun xwedî li bedena xwe dernekevin, serî tiştekî îfade nake û bi kêrî karekî nayê. Tevahiya vana qadên xebat ên DTKê ne, divê di qada ziman, çand, spor û di her qadê de di nava civakê de xebat werin meşandin.
Di têkiliya jin û zilam de –nivîskarek jî diyar dike- gelo jin radestî zilam an zilam radestî jinê dibe? Dikare vê yekê were nîqaşkirin, li gorî min di roja me de herdû jî radestî hev bûne. Divê têkiliya jin û zilam rast were têgihiştin. Girîng e ka wê mirov li ser kîjan bingehan bi jinê re were cem hev. Ez bi xwe jî her roj vê mijarê dihizirim. Ez hatime vî temenê xwe, lê hîn jî dihizirim ka wê mirov li ser kîjan bingehî bi jinekê re were cem hev, eger em bi jinekê re werin cem hev û din emê çi biaxivin û emê kîjan mijaran biaxivin. Slovaj Zîzek dibêje “tişta ku herî zêde min bi hêyecan dike ew e ku ez felsefê bi jineke ji min zîrek(zekî)tir re biaxivim”. Divê diyalog û têkilî li ser bingeheke diyar were damezirandin. Ez bi nêzîkatiyeke rast ji mijara hatina cem hev a jin û zilam re dibêjim zimanê çêbûna gerdûnê. Ango dibêjim şêwaza çêbûna gerdûnê. Ez wisa li têkiliya jin û zilam dinêrim. Eger mirov li ser bingeha azadiyê xwe bigihîne vê şêwaza têkiliyê, wê demê wê mirov karibe xwe bigihîne Nîrvana. Ez li ser bingeha rêzê nêzî jinê dibim. Li gorî ku jin ew qas min dişopînin, tê wateya ku di min de hinde alî kifş kirine. Ez pir nirx didim jinê. Divê jin azadiya xwe biparêze. Ez nirx didim vê. Divê jin karibe her cure azadiya xwe pêşbixe û xwe di vê mijarê de bîne rewşeke têrker. Ez dixwazim ji vê re mînak bidim. Jinek bi navê Hypatia ji Îskenderiye, ji ber ramanên xwe di sala 415 piştî zayînê ji aliyê Xirîstiyanên yekemîn ve tê mehkûmkirin bo mirinê. Ji jinê re dibêjin “tu li dijî zagonên me rabûyî”. Jin li hemberî tunda wana bi felsefê bersiv dide. Herku wana êrîş dikin, jin felsefê hembêz dike, xwe bi felsefê diparêze û felsefeya xwe datîne holê. Ji ciwanên li derdora xwe re jî dibêje “hun li bingeha sudwergiriyê û zayendîtiya çors nêzî min dibin, ez nikarim vê yekê bipejirînim”. Pişt re jinê bi keviran lînç dikin û wê dikujin. Vaye divê jin xwe ji bo azadiya xwe wisa biparêze. Keçikek li Semsurê bi saxî binax kirine, saxî bi saxî! Dema hîn sax e axa ku avêtine ser wê heya organên wê yên hundirîn tije bûye. Di rastî de ya ku hatiye binaxkirin jin e, jinîtî ye û tevahiya mirovahî ye. Ti cewazî nîne di navbera binaxkirina yek kesî û binaxkirina milyonan kesî de. Doxmaya olî him di wê heyam(dönem)ê de him jî di vê heyamê de bixeter e. Dikarin bîranîna jiyana vê kêçikê bikin roman. Yên di girtîgeha Semsûrê dikarin li ser vê rawestin. Ez ji ber vê yekê dibêjim ku divê jin xwe pir baş bigihînin.
Ez silavên xwe ji gelê Qersê re radigihînim. Ez dîsa silavên xwe ji tevahî hevalên li girtîgehan re radigihînim.
Ji herkesî re silav û roj baş
- Ayrıntılar