Rêber Apo
Ji bona demokrasiyan yek pirsgirêkeke dîtir a çalakbûnê jî, der barê di rewşa parastina rewa de wê çawa bê tevgerîne. Parastina Rewa encax di zirûfên dagirkeriyê de dibe xwedî wate. Dema ku li ser gelekî sîstemeke dagirker, mêtînger an jî zextên cuda cuda pêk bên, wê demê li wir dagirkerî heye. Dagirkeriyê, bi tena serê xwe hêzek biyanî jî dikare bike, carnan jî ev nîv bi nîv ji hêla nokerên xwecihê(yerli) jî tê kirinê. Di vê rewşê de peywira parastinê derdikeve holê. Li vir hedef, rakirina dagirkeriyê û sazkirina demokrasiyê ye. Bes ji ber di nav de biyanî hene, em ji parastinê re rewa û demokratîk bibêjin, wê nêzîkatiyeke rastirîn be. Di van zirûfan de, dîsa zirûfên serhildanan û şer derdikeve holê. Dîsa jî şerê rizgariya netewî esas nayê girtin. Her çiqas hêla wê ya netewî hebe jî, li gorî pêwîstiyên demê em ji vê re şerê parastinê bibêjin wê di cî de be, ji ber ku di oxira yekbûnên demokratîk de tê dayîn. Ev cure serhildan û şer, dikarin li bajar û gundan, ya bi tena serê xwe yan jî bi hev re bipêşbikeve.
- Ayrıntılar
Hevdîtina Rêber Apo bi Parêzeran re
8 Çile 2010
Di wê demê de derdora Mistefa Kemal ji alî Îngilizan ve bi kadroyên Îtihad-Terakî hatiye dorpêç kirin, Îngilizan çar aliyê wî dorpêç kirine. Îngilizan bi destên kadroyên Îtihatgir politîkayên xwe ferz dikirin, lê Mistefa Kemal jî dixwest qerta Moskova û Lenîn bilîze. Lê Îngiliz di vê mijarê de pir zîrek û pispor in. Bi riya Kazim Karabekîr û Înonu polîtîkayên xwe didan meşandin. Min heya niha bandora Îngilizan weke rawêjî (texmînî) digot, lê êdî rola Îngilizan misoger e. Ji ber ku belge vê yekê îspat dikin û ev wisa ye. Min di rojnameya Hurriyetê de xwend, Cemîl Koçak nivîsandibû, vê ya bi qismî piştrast dike. Îngilizan Şoreşa Fransî bêbandor kirine, her wisa Şoreşa Rûs û şerê rizgari yê Tirkiyê jî rêve birine. Di vî milî de heman tiştê ku anîne serê Robespierre, anîne serê Mistefa Kemal jî. Di Şoreşa Frensî de qral bi Robespierre dane kuştin û pişt re bi komeke hîn nerme jî (ılımlı) Robespierre dane kuştin. Dora Mistefa Kemal jî bi kadroyên Îtihad Terakî hate dorpêç kirin, wî tekoşîn li hemberî vana kir; di wê demê de parlamenterek bi navê Elî Şukrî ku li meclîsê ye tê kuştin, dîsa buyera mirina Xalid Paşayê Dîn heye. Heta Cawîd,ku wezîrê Maliyê bû, da bidardakirin, lê piştî salên 1927an neçar ma ku bi vana re lihev were. Piştî vê lihevhatinê Îtihadgir Mistefa Kemal kirin Serok-komar û bi vî rengî ew bêbandor kirin û tevahiya desthilatî kirin bin destê xwe. Fethî Okyar hevalê nêzikê Mistefa Kemal bû; wî jî tesfiye kirin û hikumeta Înonu anîn şûna wî. Îngilizan bi rêya Înonu û Kazim Karabekîr bandoriya xwe misoger kirin û bi vî rengî polîtîkayên xwe xistin sepanê (uygulama).
Taha Akyol di hêla polîtîkayên Kurd de vê demê weke berî û piştî 1922 vediqetîne. Berî 1922 sozên ku ji Kurdan re hatibû dayîn hene, lê piştî 1922 van sozan têne înkarkirin. Di şerê rizgariyê de ya ku bi Yunanan Tirkiyê dan dagirkirin Îngilistan e. Her wisa dîsa ya ku misoger kir ku bêne avêtên deryayê jî dîsa Îngilistan e. Yekemîn xala rojevê ya Îngilistanê Musul-Kerkûk û petrol e. Piştî ku Yunanan derxist û Tirkan xist bin bandora xwe di gerewa (beramberi, karşılık) Musul-Kerkuk de Kurden Bakûr jî feda kir. Tevî ku van deveran di nava sînorên misaqî mîlî de bûn, bi peymaneke nepenî (veşartî, gizli) ku bi Îngilistanê re hate çêkirin, Tirkiye neçar maye ku dev ji van berde. Hîn jî naveroka vê peymanê nayê zanîn.
Di rastiyê de Mistefa Kemal Jakoben e. Komarparêz e. Ji Komara Fransî îlham digre. Bi dirêjiya dema ku Mistefa Kemal jiya, di navbera Îngilizan û Sovyetan de polîtîkayên denge (hevsengî) şopand. Îngilizan Îonyayîyan, Ermeniyan û Rûman ji Anatolyayê derxist. Dixwazin heman polîtîkayê li Kurdan jî bisepînin. Polîtîkaya dimeşînin ew e ku Kurdan jî ji Bakûr derxin û devletçeya-netew a li Başûr heps bikin. Bûyera Şêx Seîd di rastî de provokasyonek e. Ti haya Şêx Seîd jî ji vê nîne. Li Pîranê (Dicle) du leşker têne kuştin û paşê serhildan bi rengekî bêamadekarî despê dike. Her wisa Şêx Seîd ne di rewşekî wisa ye de ku bikaribe serhildanê bide meşandin.
Bandora Îngiliz li Tirkîye heta salên 1940 û 1950 didome, heta van têkîliyan pir pêş de ne. Di sala 1941 de gelek pîlotên şer ên Tirk, dema ji bo Îngilistanê şer dikin, dimirin. Vana pişt re derketin holê, piştî salên 1950 DYE û Siyonîzma Cihû despêdikin û dibin zal (hakim). Di mijara bidestxistina niştiman (yurt) de du siyonîzmên Cihûyan bi hev re pevdiçin: Cihûtiya Anatolya û Cihûtiya Filîstin. Cihûyên Anatolya dixwazin li cihên ku Îzmîr, Manîsa, Selanîk û Edîrne digre nava xwe, niştiman bidest bixin. Lê Siyonîzma Cihû, ku dixwaze li Filîstinê niştiman destbixe û ji yên ku ji Rûsya û DYE koç dikin pêk tê, axên Filîstinê weke niştimana xwe ya bingehîn dibîne. Di encam de vana raser (baskın) dibin û Îsraîl tê damezrandin. Bavê Samî Kohên jî di nava Cihûyên Anatolyayê de heye. Di dema damezrîna komarê de pir bibandor in û hîn jî di nava artêş, darazî (yargı), zanîngehan de pir bibandor in. AKP jî bi Îsraîlê re dixebite. Netenyahû netewperesteki radîkal e, lê bi taybetî Olmert û Barak bi AKP ê re di nava ahengiyê de ye.
Odeya kozmîk dîmenek e. Lê di rastiyê de pêwîst e mirov li pey vê ango li plana pişt vê binêre. AKP bi tena serê xwe nake. Peymana Erdogan-Başbug heye û li pey wan DYE heye. Wê peyva ‘sedsalî’, ku di van rojan de despêkirine bikartînin, ji min girtine. Ji berê ve ez dibêjim ku kokên sedsalî yên vê Ergenekonê hene. Xwe dispêre xebatên Teşkîlat-i Mahsusa ya xwe di sala 1906 de. Heta beriya wê bidardakirina Evdilezîz a di 1876 de, xwe dispêre tiştekî dirûbî (benzeri) vê. Ji wan rojan heya van rojan tê. Vana di wê demê de, di tevahiya welatên Îslamê de, di wateya umetgerî de xwe birêxistin dikin. Hem Îslama nerm, hem jî Îslama radîkal bi Emerîka re pêwendîdar in. DYE rola îslama nerm daye AKPê. AKP hewl dide Ereban ji xeta îslama radîkal bikişîne xeta îslama nerme. Hewl dide vê yekê bi rêya Hemasê bike. Lê ez Ereban nasdikim, wê neyên xeta AKPê û AKP jî nikare wê ya biserbixe. Tam girêkeke kor mijara gotinê ye. Wê nikaribin ji nava vî karî derbikevin. Hûn El Kaîde û Talîban di dema şer de ji alî Emerîka ve hatin rêxistinkirin, Obama niha hewl dide vana vekişîne, lê nikare bi wan re serî derbikeve. Vana fêrî desthilatiyê bûn, û naxwazin dev ji desthilatiyên xwe berdin. Pevçûna di navbera wan de pevçûna li ser desthilatî ye. Ew êrîşa li dijî Benazîr Bûto hate kirin, encama vê pevçûnê ye. Benazîr Bûtto jî mîna Tansû Çîller Emerîkanparêz bû. Li Efganîstanê jî Hemîd Karzaî anîn ser kar.
Dema ku Obama hewl dide li van deverên ku îslama radîkal lê ye, ji desthilatiyê bixîne û îslama nerm texe şûna wan, îslamgirên radîkal jî hewl didin cihên xwe biparêzin. Hevsera wî kesê ku heft sîxurên (ajan) CIA kuşt jî Tirk e. Heta min ji radyonê, dema ku sernivîsên nuçeyên rojnameyan dihatin xwendin, guhdarî kir ku pênc erkdarên CIA bi armanca jêpirsîna vê bûyerê ji Emerîka hatine Tirkiyê. Pêwendiya Ergenekonê ya li vê derê zelal e. Ev Ergenekona Tirk e. Weke hûn dizanin ji wan kesê ku êrîşa li dijî Sefareta Emerîka ya li Enqerê pêkanîn gotin El Kaîde, lê Ergenekona Tirk wî tiştî kir. Wana bi qasî ku sixurên CIA bikujin çavtarî ne. Ev xeta sext (katı) Ergenekonparêz, hîn jî bihêz e. Di rojnivîsên Mistefa Balbay de jî derbas dibe. Ji bo Ozkok dibêje ‘em not û neh in, lê ew yek in’. Di nava artêşê de jî bi qismî hîn jî hene.
Di mijara Kurdan de du polîtîkayên tuneker hene. Yek ji wan xeta tund a înkar û tunekirinê ye. Ji xwe ya ku Ergenekon, MHP, CHP ferz dikin ev e. Ya duyemîn jî çareseriya AKPê ya tuneker ya nerm e ku tê de PKK û Ocalan nîne; xwe dispêre Îraq, Emerîka û bi qismî Ewrûpa û Talabanî-Barzanî; her wisa ku hewl dide ji Bakûr hinek serokên sexte yên Kurd biafirîne û bi rêya xwe sipartina hinek pispayeyên (alçak) di nava PKK de jî, bi rêya vana encam bigre. Ev tişta ku AKP di vê desthilatiya xwe ya heft salên dawî de hewl dide pêk bîne, ev e.
Min di parêznameyên xwe de jî diyar kiribû, ku min berî niha wê dabû dadgehê. Ez ancax di nava çareseriyeke demokratîk û aşitiyane de cîh bigrim. Misoger nikarin min tevlî pêvajoya tesfiyê bikin. Tesfîyekirina me, wê çareseriyê hêsan neke, çareseriya me demokrasî ye, çareseriya demokratîk e, û aşitî ye. Min di nexşeya rê de bi zelalî diyar kir ka pêwîst e çareserî çawa be. Em di vê çarçoveyê de ji bo çareserî yê hene; ti kes nikare min tevlî cûre-çareseriyeke dîtir bike.
Diyar e Serok-komar di bernameyeke de diyar kiriye, ku di hêla vebûna demokratîk de fersendeke girîng a çareseriyê hatiye heba kirin, lê hîn ne dereng e. Wê demê bila çareser kiriba, ma karî wî çiye? Ma kî destê wî girê daye? Ez li vê derê dixwazim bang li Birêz Ebdulah Gul bikim. Çareseriya em dixwazin pêşbixin, çareseriya aşitiyane ya demokratîk e. Yên ku hewl didin vê ya asteng bikin hene, vaye meha Sibatê nêzîk dibe. PKK tew bixwaze asteng bike jî, wê nikaribe pêşiya berteka (tepki) gel bigre. Pêwîst e ev pêvajo baş were nirxandin. Dibe ku rewşên pir dijwar tund û xwînî bêne jiyîn. Aloziyên di navbera gelan de têne zêdekirin. Derxistina bizorê ya Cînganeyan (Romanan) ji cîh û warên xwe, nimûneyeke vê yekê ye. Eger ji dewletê re were hîştin, wê vê ya bi rengekî pir tund pêş bixe. Eger di vê pêvajoyê de çareserî neyê pêşxistin, wê reyên li derveyî aşitiyane bihêz bibin. Ez li vê derê hem KCKê hem jî dewletê hişyar dikim; eger çareseriya demokratîk û pêvajoya aşitiyane neyê pêşxistin, wê xeta Ergenekonparêz a hişk û netewperest, pevçûna Tirk-Kurd biafirîne; vana bêrehm in. Wê gelan bi hev û din bidin qirkirin. Vaye we dît, gel gulebaran kirin, bi çekan gule reşandin ser gel.
Pêwîst e Serok-komar vana baş bibîne. Eger hûn di çareseriyê de jidil bin û cidî bin, pêwîst e hûn vê pêvajoyê baş binirxînin. Na, eger hûn bibêjin emê tesfiyê û tunekirinê ferz bikin, PKK dikare xwe bi awayekî pir baş biparêze, xwe bide jiyandin û vî şerî demekî dirêj bide meşandin. Ji bo pêşî li vê were girtin, divê hûn rêya diyalogê bidin despêkirin. Vaye Sonmez Koksal jî dibêje, hezar û yek cûre rêyên diyalogê hene; dibe ku îlle bi min re nebe, bi rengekî rasterast nebe. Lê tenê bese ku bila cidiyet hebe. Eger bê xwestin ku ez rol bigrim, pêwîst e van mercan bên guherandin. Ez di van mercên esarêtê de nikarim tiştekî bikim.
Xeta tunekar û înkarkar, bi hevdîtina 5ê Mijdara 2007 a Serokwezîr Tayyip Erdogan bi Bush re, bidawî bû. Beşek ji baska Ergenekonê ya tund a netewperest a hişk li Silivrî ye û beşek jî li parlamentoyê ye. MHP û CHP bersûcên (zanlı) vana yên li parlamentoyê ne. MHP, CHP û Eruygur ji vê baskê ne. Vana di înkar û tunekirina hişk a fîzîkî de israr dikin. Weke kes ti hêzên Baykal û Bahçelî nîne, lê hêzên ku ew xwe dispêrin wana, hene. Her wisa pêwendiyên vana yên navnetewî jî hene. Bahçelî ji bo geştekê (gezî) çûbû Çînê. Weke hûn dizanin Lewend Ersoz jî berî bihata girtin ji Moskovayê hatibû. Di derbarê peymana bi Îranê re, daxuyaniyeke Tuncel Kilinç jî hebû; vana xwe dispêrin Îranê. MHP û CHP her du jî netewperest in. Yek ji wan neteweperest a hişk û ya din jî neteweperest a netewgir e. Bi CHP re cepgirî nabe, pêwîst e BDP vê valatiyê dagire. Pêwîst e BDP tevahiya beşên çepgir ên antî-faşîst û demokratên radîkal bigre nava xwe misilmanên demokrat jî dikarin tê de cih bigrin. Weke min diyar kir li Tirkiyê di hêla nêzikatiya ji pirsgirêkan re sê xetên bingehîn hene; yek ji wan xeta Ergenekonparêz a neteweperest a hişk e, ya duyemîn xeta tesfiyeya nerm e ku AKP, DYE û biqismî Ewrûpa, Talabanî-Barzanî tê de ne. Ya sêyemîn jî xeta demokratên radîkal e.
Divê BDP bibe Tirkiyeyî û xetabên xwe bi perspektîfek, ku tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê bigre nava xwe , bide meşandin.Min berî niha jî gotibû, min qala ji derdora femînîst, hawîrdorparêzan û beşên cûrbecûr kiribû. Divê BDP pir-reng be, divê cîhêrengiya Tirkiyê biteyisîne. Ji bo vê min qala sê rêgezan (ilke) kiribû; Komara Demokratîk, Welatê Demokratîk -Kurdîstan jî di nava vê de heye, nayê înkar kirin- û Netewa Demokratîk, ango netewa demokratîk a li hemberî feraseta netewa netewperest a hişk a CHP û MHP. Dikarin li derdora van rêgezan bêne cem hevdû. Divê hêza vana ya nûneriyê bilind bibe.
DTK ji bo avakirina civaka Kurd a demokratîk xebat dike. Xebatên xwe bi tevahî li gorî zagonan dike, her wisa xebatên guncav li gel pêdiviyên civaka Kurd dike. Hemû qadan, ji sporê bigrin heya tenduristî, huner, folklor, hawîrdor, jin, çand û hwd., bi feraseteke demokratîk birêxistin dike û xebatan pêşdixe. DTK bi tevahî li gorî zagonan e û sivîl e. Xebatên xwe jî li gorî vê dimeşîne Helbet van girtinan siyasî ne, bizanebûn in û ji bûyîna huqûqî dûr in.
Ez li vê derê nêrînên xwe dibêjim. Eger ez neaxivim wê pevçûn çêbibin û xwîn biherike. Ji bo ez pêşiya vêya bigrim –dibêjin ev hezar sal e ku em biran e- ji bo biratî û aşitiyê diaxivim. Ez ne li hemberî yekparetî û yekîtiya dewletê me. Helwest û axaftineke min a bi vî rengî nîne. Tiştên ez dibêjim ji bo çareseriya demokratîk a aşitiyane ya pirsgirêka Kurd e.
Azadiya jinê hîm û bingeha xebatên min e. Jin li cîhanê û Rojhilat a Navîn hêza motor e. Diyar e pirsgirêka jinê tam nehatiye têgihiştîn û tê suîstimal kirin. Divê tehlîlên min ên di mijara azadiya jinê de baş werin têgihîştin û bi rengekî rast bêne xistin jiyanê. Divê jin xwe pêş bixin. Li ser vê bingehê ez silavên xwe ji tevahiya jinan re radigihînim. Ez silavên xwe ji tevahiya gelê me û ciwantî re, di serî de ji yên Amed û Qersê re, radigihînim.
Rojbaş.
- Ayrıntılar
Hevdîtina Rêber APO bi Parêzeran re
20 Çile 2010
Em derneketin hevdîtina hevpar, çalakiya me berdewam dike. Weke tê zanîn tevî ku mafê me yê hevdîtina hevpar a heftane deh seat bû, daxistin saetekê û me karî em seatekê tenê hevdîtinê çêbikin. Ji bo min ne pirsgirêk e ku ez derkevim hevdîtina hevpar, ji xwe ez fêrî van rewşan bûme. Min yanzdeh salan li vir bi tena sere xwe derbaz kir. Ji xwe nedihiştin ku ez bi tu kesî re jî hevdîtinê çêbikim, mafekî wisa jî nedabûn. Ez li vir têra xwe dikim, lê ez bi ber hevalan dikevim. Heyfa wana ye. Ez nizanim ka wê ew li hemberî van rewşan bikaribin li ber xwe bidin an na. Hevdîtina hevpar a herî dawiyê ji saetek hate daxistin pêncî deqe. Di van mercan de domandina hevdîtinan bêwate ye. Ji ber vê sedemê me jî biryar da ku em dernekevin hevdîtinê. Em li vir ji bo xwe tiştekî cewaz naxwazin. Em tenê dixwazin ku zagonên xwe pêkbînin. Ez nikarim hinde caran wate bidemê û carnan li vana heyirim. Çi qas sivik nêzî dibin, zagonên xwe jî pêknahînin, rêza wan ji zagonên xwe re jî nine. Lê ji aliyê din ve jî dixwazin em li gorî zagonên wan tevbigerin. Ez vê yekê bi xemgînî pêşwazî dikim.
Min di demeke nêz de hevdîtin bi mudirê girtîgehê re jî çê kir. Gotin ku
Rûyê rastîn ê AKPê ev e. Pêwîst e ev rastî jî ji aliyê herkesî ve were zanîn. Hun nikarin min li vê derê bi rengdêr(sıfat)ên “terrorist” û wekî vana tewanbar bikin û bi vî rengî ji nava vî karî derbikevin. Berpirsyarê tevahiya van polîtîkayan AKP ye. Bi qasî ku televîzyonekê jî bikin mijara bazarê, biçûk dihizirin. Zilamtiya dewletê û cidiyeta dewletê ne ev e. Bi nêzîkatiyên wisa erzan re nabe. Divê bûyîna hukimet û rêvebirina dewletê, wisa nebe. Bi rastî jî ez diheyirim, şaşwaz dibim û bi xemgînî pêşwazî dikim. Ma em ketî ne ku werin lîstokên bi vî rengî erzan? Gelo ez ketî me, hevalên min ketî ne, her wisa gelê me ketî ye ku em werin van lîstokên bi vî rengî erzan? Vaye hişmendiya AKPê ev e. Ji ber vê, min pênaseya tesfiyê kir. Hişmendiya Faşîst û faşizm ev e. Pêwîst e vê hişmendiya vana were dîtin û fêmkirin. Pêwîst e her kes jî di vê mijarê de hişyar be. Pêwîst e gelê me vana baş bibîne. Pêwîst e dengên xwe jî ji vana re zêde bibine. Divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û neyên lîstokên AKPê. Vaye AKP hewl dide Kurdan birçî bihêle, dûra jî dibin nave vebêrhênan (yatırım)ên bi awayê alîkarî û kredî yên ji herêmê re, Kurdan bi xwe ve girê bide. Divê Kurd tenezûlê vana nekin û neyên lîstokên bi vî rengî. Yê di encam de winda bike û bimire, wê gelê me be. Divê vana wisa werin zanîn. Loma ez pir hêrs dibim, ez ji herkesî re hêrs dibim, ez ji gel jî hêrs dibim, ez tenê ji Kurdan re vana nabêjim, ji gelê Tirk re jî dibêjim; ma çima lîstokên wisa biçûk ferq nakin, çima dengên xwe didin hişmendiyeke wisa, divê yek dengê xwe jî nedin hişmendiyeke wisa. Dema AKP tevahiya van lîstokan dilîze, aliyên netewgir-neteweperest-komkujer ên Baykal û Bahçelî nîşan dide û ji me re dibêje qayîl bin. Min berê jî diyar kir, bi nîşandina aliyê CHP û MHPê yê netewgir-neteweperest-komkujer, dibêjin “binêrin,
Vaye pêwîst e tevahiya van talûkeyan baş werin dîtin. Divê BDP jî vana baş bibîne. Ango divê hun dîroka xwe baş bizanin ku xeteriyên li benda we ne bibînin. Rewş ji bo Amed û Dersîmê jî heman e. Divê hun Dersîmî û Elewî dîroka xwe baş bizanibin. Divê her kesekî ku bixwaze nikaribe ji bo Dersîm û Elewîtiyê biaxive. Gelek rêxistingeriyên saziyan ên Elewiyan hene, lê belê dengên cewaz ji hemûyan derdikevin, tevahî tiştên cewaz cewaz dibêjin. Nikarin di xalên hevpar de werin gel hev. Divê rêxistingeriyên xwe yên ku nûneriya wana bi rengekî rast bikin û pêşengên xwe yên rast derxînin hole. Vaye min wê rojê ji radyonê guhdarî kir, ji Kemal Kılıçdaroglu pirs dikin “Gelo çiyayê ji bûz(cemed)ê yê di navbera te û Onur Oymen de heliya?” Kılıçdaroglu jî di bersiva xwe de dibêje “çiyayê ji bûzê di navbera me de tinebû ku bihele”. Vaye hun dibînin, bi vê rewşa xwe ve jî ji xwe re dibêje ”ez Dersîmî me û Elewî me”, xwe bi vî rengî pênase dike. Îdîa dike ku nûneriya wê dike, lê ew qas aciz e ku nikare li vir xwedî li nirxên xwe jî derbikeve. Divê hun Dersîmî jî ji van ders derxînin û hesap ji van ferasetan bixwazin. Divê hun biçin ser vê ferasetê. Divê hun karibin bêjin “hun nikarin me bixapînin”. Divê reaksiyona we di vê mijarê de gelek tund be û helwesta we zelal be.
Di rastî de ez dixwazim îro di derbarê aştiyê de jî hinek tiştan bêjim. Dîsa ez dixwazim wan nêzîkatiyên li hemberî xwe jî rexne bikim. Vaye dewlet hewl dide min bi rengdêrên “terorîst” û wekî vana re nîşan bide û pirsgirêkê bişewşîne (çarpıtma). Aliyê me jî ango aliyê Kurd jî rewşa min a tendûristiyê û mercên min ên li vê derê didin pêş û bi nave min derbazî çalakiyan dibin. Didin pêş ku mercên min xirab in û bi vî rengî bi navê min çalakiyan dikin. Weke ku ez nêzîkatiyên bi vî rengî napejirînim, ez wana erzan jî dibînim, heta ez ji van nêzîkatiyan re pir jî hers dibim. Hun nikarin, bi riya zarî(taklît)kirina min, bi dayîna pêş a mercên min ên li vê derê, bi giranbûna mercên min û bi hincetkirina vana re tevbigerin. Temam, ez dizanim ku dibe ji bo wan wateya min hebe, lê belê divê ev pirsgirêk di bingeha yek kesî de kilît nebe. Ev pirsgirêk pirsgirêka civakî ye. Pirsgirêkeke siyasî ye. Pirsgirêka azadî û nasnameya gelekî ye. Divê ev wisa were zanîn. Ez nirx nadim nêzîkatiyên bi vî rengî. Ez nirx didim helwest û nêzîkatiyên polîtîk û aqilê siyasî; her wisa ez girîngî didim vê şêwaza nêzîkatiyê. Pirsgirêka me pirsgirêkeke siyasî û civakî ye. Û pirsgirêkên bi vî rengî yên siyasî bi aqilê siyasî û rêbazên siyasî têne çareserkirin. Ev e, nêzîkatiya polîtîk û siyasî. Divê ev rewş wisa were zanîn. Divê her cihê ku mirov biçê, ez wisa werim vegotin. Vaye mercên min têne nîqaşkirin, çalakî li ser vê bingehê têne çêkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî, tê wateyê ku mirov bibe amûr(arac)a van lîstokan.
Mirov di van mercan de nikare rêberiya pratîk bike û fermanan bide. Ez vê, ne di ware exlaqî de ne jî di ware zagonî de, rast dibînim. Ev nêzîkatî ne exlaqî ye û ne jî zagonî ye. Ez vî mafî di xwe de nabînim. Ne mercên min hene û ne jî dema min heye ku ez rêberiya pratîkî bikim; her wisa, ne jî rewş û temenê min guncav e ji bo vê yekê. Elbet ezmûna min a siyasî ya sîh-çîl salî heye. Li vê derê kûrbûna min a ramanî ya civakî ya deh salî, heta yanzdeh salî heye. Ez dikarim di paralela tevahiya vana de nêrîn û rexneyên xwe bînim ziman. Lê vê jî, ji min re zêde dibînin. Ji min re dibêjin neaxive. Min ji yê vê derê re jî got ku ez mirovekî birûmet im û helwesta min a vê derê helwesteke birûmet e. Ev donzdeh car in ku li vê derê cezayê hucrê didin min. Hewl didin bi vî rengî bi cezayên disîplînê jî min bibizdînin. Lê ez nayêm vana. Hun dikarin min bikujin jî, ez ji vê jî natirs im, lê hun nikarin ji min re bêjin neaxive.
Ez li vê derê mehkumek im. Ez pir baş di ferqa vê de me û ez di zanebûna rewşa xwe de me. Ez li vê derê weke mehkumekê dikarim diyar bikim ku ezê meşa xwe ya dawî bi awayekî şayan (layîq)ê hevalên xwe û ji gelê me, temam bikim. Yekane armanca min ev e. Ez ji vê derê tenê dikarim vana bikim. Weke pêdiviya berpirsyariya li pêşberî gelê me, ez neçar im xwe bidim jiyandin. Ji bo vê ez hewl didim li hemberî rewşên ji mirinê xirabtir li ber xwe bidim. Hun berxwedana Mazlûman, Kemalan û Xeyriyan dizanin. Mazlûm xwe bidarde kir, her wisa Kemal û Xeyrî di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan. Ez neçar im ji bîranîna van hevalan re rêz bigirim û bîranînên wan bidim jiyandin. Ew mirovên pir wêrek bûn. Ez bi rengekî eşkere dibêjim, ez bi qasî wana jî wêrek nînim. Belkî jî ez kesekê ji rêzê me, dibe ez kesekî wisa bim ku pir neyêm nepixandin. Lê yek tişt heye ku ez dizanim, ew jî ew e ku ez hewl didim bi awayekî birûmet, bi kesayetî ku gelê me û nirxên me heq bike, bijîm. Têkoşîna min a vê derê, bi awayê xwe yê herî basît û herî tazî, têkoşîna parastina nefsa xwe ye, têkoşîna xwedî derketina li nefsa xwe ye. Pêwîst e van mijaran wisa bêne zanîn.
Tevî tevahiya van mercên dijwar, me hewl da em aştiyê bînin. Me hewldana vê da meşandin, lê nebû. Me dixwest ku em vê biserbixin, lê me nekarî em vê biserbixin. Bi rasthatina ku em di destpêkên sala 2010 de ne, ez dixwazim li ser vê mijarê rawestim û qala vê mijarê bikim. Di rastiyê de tiştên ku pêwîst bûn di riya ku diçe aştiyê de bihatina kirin diyar bûn û pir hêsan bûn. Ez dîsa diyar dikim, sekina hêsir(rondik)ên çavan girêdayî du peyvan e. Di rastiyê de hêsirên çavên mirovan bi du peyvan diqedin: hevdîtinên aştiyê. Malbatên ku xizmên xwe windakirine dikarin, bi riya bilêvkirina van herdu peyvan, çareseriya vê pirsgirêkê li hukimetê ferz bikin. Ew qas hêsan e sekinandina hêsiran. Ez bi rasthatina sala 2010, dîsa bang li Serok-komar, Serokwezîr, Serfermandar, Asayîş û Îstîxbaratê dikim. Divê herkes erka ku ji bo aştiyê dikeve ser milên wan, pêkbîne. Ev pêdiviya bûyîna dewletê û cidiyeta dewletê ye. Çareseriya vê pirsgirêkê ew qas jî zehmet nine. Di vê mijarê de nêrînên me yên zelal û eşkere çêbûn. Pir ne zehmet jî bû avêtina van gavan, lê ji ber çi be, van hewldanên me qet nehatin dîtin. Min li vir tevahî ezmûnên cîhanê û rêkên diçin aştiyê lêkola û di encama tevahiya van xebatan de min nêrînên xwe di mijara “gelo wê mirov li welatê me çawa aştiyê pêkbîne?” de nivîsand, diyar kir û hewl da. Lê belê van hewldanên me nehatin girtin ber çavan. Ez li hemberî vê nêzîkatiya negirtina ber çavan xemgîn dibim. Tê gotin ku çil-pêncî hezar mirov mirin. Ji herdû aliyan çil-pêncî hezar mirov mirin; lê belê, gelo çi qas encam ji vana hatin derxistin? Nikarin bi riya gotina “teror”ê, vê yekê vebêjin û nikarin bi vebêjeyên bi vî rengî ve mirovan bixapînin. Li cihekî ku nêzî pêncî hezar mirov mirine, ne “teror”, lê şer heye. Eger li welatên din ew qas windabûn çêbin wê li ser maseyê were rûniştin, were axaftin û rêkên çareseriyê werin nîqaşkirin. Min negot di vê mijarê de îleh bi min re birûnin û biaxivin. Min di derbarê van mijaran de navnîşanên guherde (değîşîk) û rêbazên guherde nîşan da û tespîtan kir, lê vana jî nehatin girtin ber çavan.
Min çendek berê, ji radyonê guhdarî kir. Min wê bûyera di merasîma ku Serok-komar Gul tevlîbûye bihîst. Li wê derê jî tê gotin heya dawîanîna li “terorê” wê têkoşîn dewam bike. Vaye hun dibînin hîn jî li ser xwîna rijandî siyaset tê kirin. Tê gotin ku şehîdên wan heye, lê rêza wan ji şehîdên wan re jî nine. Madem şer çêbûn, li beramberî vê yekê mirov mirin wê demê pêwîst e aştî jî, ku êşên van mirovan bisekinîne û rê li ber windabûnan bigre, were çêkirin. Zilamtiya dewletê, vê yekê pêwîst dike. Ji sala 1993 û vir ve me têkoşîna ji bo aştiyê meşand, min hewl da herî dawiyê jî di van yanzdeh salan de jî li vê derê vê têkoşînê bidim meşandin. Di vê mijarê de hewldanên me çêbûn, lê van hewldanên me bêencam hatin hiştin. Belê, nêzî pêncî hezar mirov mirin, lê pêşîgirtina li mirinên nû em li milekî bihêlin, hîn jî van windabûnan têne bikaranîn. Tê gotin; “teror” û “cudaxwazî”. Me tu car nexwest ku em vî welatî dabeş bikin. Tê gotin ku şehîdên wan hene. Êy baş e, ma şehîdên wan hene, lê qey şehîdên me tinin(nînin)? Tevî tevahiya van êş û azarên xwe ve, weke ku em kevir deynin ser singên hevalên xwe û gelê xwe, me wan ji bo aştiyê îqna kir û me wan anî rewşeke amade ji bo aştiyê, ê baş e, ma we çikir? Wê bêhtir êş sorkirin. Me berê vê jî wan pêngavên xwe yên ji bo aştî avêt, ji ber vê sedemê jî me bi sedan hevalên xwe winda kir. Herî dawiyê jî hevalên me ji Qêndîl û Mexmûrê hertişt dan berçevan û bi zanebûna tiştên ku wê bê sere wan, ji bo ku bikaribin tevkariyê li aştiyê bikin bizanebûn hatin. Li hole ye ka hatina van hevalên me çawa ji aliyê hukimet-dewletê ve hatine dest girtin. Tişta ku me bi hatina van hevalên xwe re kir armanc ew bû ku, tevî hertiştî û êş û azaran, em nîşan bidin ku Kurd ji aştî re amade ne û em îspat bikin ku di rewşa çareseriya pirsgirêkê de, ka wê helwesta me çawa bibe. Lê ev yeke hate piştguhkirin. Ez bi vê rasthatinê dîsa spasiyên xwe ji hevalên xwe yên hatî re dikim û spasdariyên xwe ji gelê me re pêşkêş dikim. Weke ku min diyar kir, me hevalên xwe û gelê xwe, weke ku em kevir deynin ser singên wan, ji aştiyê re amade kir, ango anî vê rewşê. Lê hun jî li ser xwînê siyasetê dikin. Li vê derê cidiyeta dewletê tine (nine). Li holê şerek heye û tu windabûnan didî. Zilamtiya dewletê pêwîst dike ku weke tu ji şer re amadebî, ji aştî re jî amade bibî. Yên dizanin şer bikin, divê bizanibin aştî jî bikin. Vaye mînakên ji dîrokê hene. Gandhî şer kir, şerê xwe meşand, lê zanî aştî jî bike. Dîsa mînaka De Gaulle heye. Dîsa hun dizanin Churchîll kete şerê cîhanê yê duyemîn, şerê xwe da meşandin, lê zanî di dawiyê de jî aştiyê bike, aştî pêkanîn. Tiştên ku ji bo aştiyê kiriye li hole ye. Vaye zilamtiya dewletê û cidiyeta dewletê li hole ye. Di serdema eşîran de jî rewş wisa bû. Du eşîret bi hev din re şer dikirin, kesekî pêşewa yê di hundirê civakê de dihat dikete navbera wan û hewl dida aştiyê pêkbîne. Ji wan dipirsiyan ka ji aştî re amade ne yan na,
Min berê niha jî got, bila bi pêşde dayîna mercên min re tevnegerin. Bila bi zarî (teqlîda) min nekin, bila min nedin pêş, bila hewl nedin weke min bihizirin, bila weke xwe tevbigerin, bila weke ku têkevin cihê min tevnegerin, bila hizrên wan hebin.
Min li vê derê biryara xwe daye. Ezê helwesteke ne pir nerm, ne lihevhatî û ne jî hişk bigrim. Ezê di polîtîka de nerm bim, lê belê ezê tawizan ji rêgezên xwe nedim. Ezê nêzîkatiyên niçik (uç) ên du alî nedim nîşandin. Ezê li vir têkoşîna parastina nefsa xwe bidim. Ezê hewl bidim li vir rojên xwe bi rengekî watedar tije bikim. Ezê girêdayî bîranînên Mazlûman û Kemalan bimînim. Wê meşa min a li vê derê bi vî rengî be.
Îran bidardekirinan dike, Surî girtinan dike. Li hemberî gelê me li her derê zext dewam dikin. Li her derê operasyon têne kirin; têne zîncîrkirin, têne kelemçekirin û têne girtin. Parêzer jî têne girtin. AKP hewl dide ku bi Îran, Îraq û Surî re peymanên ewlekarî yên bilind çêbike, her wisa hêzên başûrî jî bigre cem xwe û bi girtina alîkariya Ewrûpa, Îngilistan û DYE re jî Kurdan tasfiye bike. Lê belê divê neyê jibîr kirin ku dibe van planan berepaş ve bizivirin. AKP hewl dide desteka tevahiya van hêzên navnetewî bigre û me tasfiye bike. Lê weke ku wê ji mînakên dîrokî de jî were têgihiştin, dibe ku ev plansazî berepaş ve bizivire. Yekemîn mînaka ku ezê di vê mijarê de bidim, şoreşa Fransa ye. Hun dizanin Qralê Faransa ku di salên 1791an de di rewşeke tengav de bû, alîkariyê ji Ewrûpa dixwaze, hun dizanin ku wê demê Jakoben hebûn, li hemberî Jakobenan alîkariya Ewrûpa dixwaze. Tevî ku tevahiya Ewrûpa dibeze ji bo alîkariyê bide qral, şoreşa Fransa ku bi alîkariya gel pêk hat, di demeke kin de li tevahî Ewrûpa vebelav (yayılma) bû. Bandorên wê bi salan Ewrûpa serûbin kir. Ya duyemîn Şoreşa Cotmehê ye. Rus ji Yekemîn Şerê Cîhanê xwe vedikişînin. Weke hun dizanin xwe ji navbera wan vedikişînin. Tevahiya Ewrûpa ji bo alîkarî bide Çar dibeze. Lê tevî ve yekê, Şoreşa Cotmehê bi desteka gel pêk tê. Şoreşa Cotmehê di sala 1917 de çêbû,
Di rastiyê de ew tansiyona di navbera Îsraîlê-Tirkiye ku van rojan derketiye hole, hineke jî xwe dispere ser polîtîkayên Îsraîlê. Derdikeve holê ku wê Îsraîl, bi van polîtîkayên xwe yên heyî, nekaribe pir zêde destek ji Îngilistanê bigre.
Bîrokratekî Botaşê diyar kiriye ku piştî di 1998an de ji Rusya hatiye deresînorkirin, ferman girtine ku Projeya Bizava Şîn (Mavi Akım Projesi) bixin jiyanê. Belê pir girîng e. Min berê niha qala wan peyman û lihevhatinên ku hatine kirin kiribû. Di roja îro de jî ev rewş derbazdar e. Moskowa, Tirkiye û gelek hêzên navnetewî van têkiliyan li hemberî didin domandin.
Ez dikarim ji bo BDP vê yekê bêjim. Dikarin mirovan ji beşên guherde heya hawirdorparêzan tevlî bikin, divê xwe di baweşîneke (yalpaze) berfireh de rêxistin bikin. Divê BDP xuyaniya (görünüm) partiyeke nasname derbaz bike. Divê karibe bibe partiyek ku bêhtir ji pirsgirêkên giştî yên welat re hestyar be. Loma divê karibin mirov û derdorên ji beşên pir guherde bigrin nava xwe û divê perspektîf ev be.
Di radeya jîndarî (hayati) de pêdivî bi yekîtiya Kurdan û Tirkan heye. Dîsa ji bo ku karibin mezin bibin neçar in ku bi awayê Sîwan werin cem hev û din û di mijarên bingehîn de hevbeşî çêbikin. Ez weke kesekî Mahîrparêz û Denîzparêzê herî kevn, vana dibêjim. Divê ji wana re jî ev were gotin. Her wisa bê gotin ku Denîzparêz û Mahîrparêzê herî kevn vê yekê dibêje. Haluk Gerger dinivîsîne û dişêwîne, lê nayê polîtîkaya pratîk. Ango polîtîkaya pratîk nake. Ez bangewazî lê dikim ku polîtîkaya pratîk bike. Wekî din Nabî Yagcu heye, ew jî ev bîst-sîh sal in ku dinivîsîne û dişewîne, lê polîtîkaya pratîk nake. Bila destên xwe têxin bin kevir, bila polîtîkaya pratîk bikin. Ji ber ku tenê bi axaftinê û bi nivîsandin û şêwandinê ev kar nameşin. Dîsa Celal Beşîktepe, Ertugral Kurkçu dikarin xebatên xwe bimeşînin. Ez ji wana re tiştekî nabêjim. Lê divê karibin peymanên xwe pêşbixin.
Ez silavên xwe ji tevahî gelê me û dostan re radigihînim.
Roj baş
- Ayrıntılar
Hevdîtina Rêbertiyê
Rojnameyeke xwedî nêrînên çep li Îtalyayê, dixwaze ez ji wan re bi awayekî rêkûpêk nivîs binivîsînim. Li Îtalya dostên me hebûn, hîn jî dost in. Ez hez ji Îtaliyan dikim, ez girîngî didim dîroka Îtalyayê. Min bi taybetî beriya vê jî, qala Gramscî kiribû. Min di vê çarçoveyê de, di parêznameya xwe ya bi navê Demokratîkkirina Çanda Rojhilata Navîn de bi xetên wê yên giştî ve diyar kiribû. Dikare ji wir sûd were girtin û ji wan re yek-du gotar (meqale), ji bo niha, were dayîn. Lê eger çêbibe, ez dixwazim nêrînên xwe bi Îtaliyan re parvebikim, her wisa ez girîng dibînim ku Îtalî nêrînên min fêrbibin û wan parve bikin. Ez dikarim bihizirim ku mehê yek gotar binivîsînim. Berê min bi xetên giştî tehlîla Îtalya kiribû. Lê ez dihizirim ku ji vir û şûnde tehlîlên xwe yên Ewrûpa li ser Îtalyayê pêşbixim. Min bi qismî jî Îtalya tehlîl kiribû. Fêmkirina Îtalya û tehlîlkirina dîroka Îtalya, tehlîlkirina Ewrûpa ye. Hunê Îtalya jî fêmbikin, Ewrûpa jî fêmbikin. Eger hun Îtalyayê tehlîl bikin, jê pê ve Ewrûpaya geremol (qelebelix) e. Ez li ser vê bingehê, silavên xwe ji wan re radigihînim.
Parêzerên min dikarin, bi navê min, bersivên guncav bidin pirsên derbarê Ergenekonê de, ku Belma Akçura, ji rojnameya Mîliyetê, kiriye.
Elbet, dibe endamtiya min a PEN hebe. Ez bawer im ji xwe endamtiya min heye di yekitiya nivîskarên Ermenî de, dibe PEN jî be, ti fikareyeke (sakınca) wê nîne. Bi rasthatina (wesîleya) vê mijara nîvîskaran, ez dixwazim Aram jî bibîr bînim û ji Ermeniyan re vê bêjim: Ew tişta ku min di vê tehlîla xwe ya dawî de pêşxist; ango, tevahiya tehlîlên min ên di pareznameya min de, ya bi navê Demokratîkkirina Çanda Rojhilata Navîn, Ermeniyan jî eleqeder dike; dikare çareseriya pirsgirêka Ermenî jî pêkbîne. Ez girîngî didimê ku di şûna van tiştên neteweperestiya sext (katı) de, çareseriya di çarçoveya demokratîk de, ji bo Ermeniyan jî karibe were nîqaşkirin û were pêkanîn. Dikarin tenê bi vî rengî pirsgirêkên xwe yên rojane jî derbaz bikin. Bi vê rasthatinê, ez vê peyama xwe ji wan re jî radigihînim.
Parêznameyên min ên sê-bergî (üç ciltlik), werdigerînin Îngilîzî. Dihizirin ku berga yekemîn û duyemîn di yek pirtûkê de tomar (kom) bikin. Wê berga sêyemîn serbixwe be. Ango wê bibin du berg (cîld). Bi raya mini ti fikareyeke wê nîne; dikarin bikin.
Ez operasyonê dizanim, min ji radyonê guhdarî kir. Di rastiyê de ev operasyn provokasyonek e, ezê paşê qala vê bikim. Yuksel hate girtin? Gelo wê bikaribe bi tena serê xwe birêve bibe, dihizirin kî bînin şûna Xetîb? Dîsa reaksiyonên gel berfireh in, ne? Vana reaksiyonên wan bi xwe, yên demokratîk in û çalakbazî ne (eylemlilik) ku gel ji ber xwe ve pêktîne, ma ne wisa ye? Gelê Kurd li hemberî hertiştî birêxistî ye, rêxistingeriya xwe diparêzin. Helbet wê rêxistingeriyên xwe biparêzin û wê protestoyên wan jî di vê rasterê (bu yönlü) de be.
Konseya Rêveber a KCKê, van operasyonan weke nîjadkujiyek siyasî nirxandiye. Ji xwe minê di derbarê KCK û pêvajoyê de nirxandin kiriba. Pergal(sîstem)a min hîn tam fêmnekirine. Di rastiyê de tişta ku ez dixwazim ji KCKê re bêjim, tişta ku divê Mûrad wana jî bizanin, ewe ku KCK pêkhateyeke (yapılanma) îlegal e, ango li gorî Tirkiye zagonî (qanûnî) nayê dîtin. Pêkhateyeke cûda ya KCKê heye, vaye serê wê li Qendîlê ye. Gelek rêxistingeriyên KCKê hene li her derê, pêkhateyên wê hene, ez çi dizanim, di nava Tirkiyê de pekhateyên wê hene. Pergaleke wan a li gorî xwe heye, xebatên wana jî li gorî vê yekê ye. KCK û siyaseta legal cûda ne. Ez bawer nakim ku Selîm Sadak wana, Xetîb wana, her wisa serokên şaredaran û siyasetmedar endamên vê pêkhateyê bin, pêwîst e nebin jî. Ez bawer nakim ku yên hatine hilbijartin jî, vê yekê bipejirînin, her wisa bawer nakim Ehmed Tirk wana û Xetîb Dîcle jî vê yêkê bikin. Wê KCK vê neke, eger teklîfek wisa were jî –ku teklîfek wisa nayê, ez bawer nakim ku hatibe, KCK vê nake- divê nepejirînin, ez bawer nakim ku pejirandibin jî. Nayên tiştên wisa. Weke min got, KCK cûda ye, pêkhateyek e ku pergal û rêxistingeriyeke wê ya li gorî xwe heye, dizane ku ew li Tirkiyê ne-zagonî ye, wê li gorî vê tevbigere.
Pêwîst e siyaseta demokratîk di statuyeke cûda de biçe rêxistingeriyê. Ji bo vê jî rêxistingeriyên weke komelan çêdibe, dikare bi rengekî damezirandin û însiyatîfên civaka sîvîl xwe birêxistin bike. Wê xwe li Tirkiyê jî birêxistin bikin. Navenda Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê ye. Di nava wê de wê Kurd hebin, helbet wê yên cûda jî hebin, lê bi taybetî wê Kurd hebin. Min gotibû pêwîst e Kongreya Civaka Demokratîk xwe di gelek qadan de, ji siyasetê heya aborî, ji spor heya huner, ji çand û li her qadê, jin dibe, ciwan dibe, di nava gel de dibe, divê Kurd xwe di bingeha demokratîk de birêxistin bikin. Dibe li Stanbolê tiştên ku di nava DTKê de cîh bigirin hebin, lê vana girêdayî Amedê ne.
Min got sê xeleq (halka), xeleqa yekemîn vaye ew tişta KCKê ye, ew tiştek e ku ew bi xwe dizanin. Xeleqa duyemîn Kongreya Civaka Demokratîk e. Xeleqa sêyemîn Partiya Siyasî ye. Min gotibû divê ev ne tenê bibe partiya Kurdan, bibe partiya Tirkiyê jî, lê ez nizanim ka ji vê re çi qas bi amadekar in. Kî tê hizirîn? Ez bawer im hîn jî nîqaş dikin. Min gotibû pêwîst e Kongreyên xwe ji herêman ve çêbikin, li tevahî Tirkiyê her cûre nîqaşên demokratîk têxin jiyanê û bi vî rengî pêkhateyekê ava bikin.
Ji bo Hevserokê/a xwe kî dihizirin? Nexwe hîn nîqaş dikin. Tê hizirin ku Gulten be, ma dikare were hizirîn? Ez bawer im Ayna ye; gelo hun dizanin ka ew çi dihizire? Ew hinekî hincirî (yıprandı) dikare bihizire ku xwe paş de bikişîne. Gelo wekî din di şûna wê de dikare kî be? Pêwîst e nîqaş yekser ji min re werin anîn. Ez jî dixwazim nêrînên xwe bêjim. Ha wê demê temam e, helbet dikare ji derve jî be. Pêwîst e beriya 15 Sibatê teqez ji min re agahî werin anîn derbarê ka kî tên nîqaşkirin û çi tên nîqaşkirin. Ez bawer im Fîlîz wanan jî di nava partiya nû de ne.
Diyar e Eyşe wana derbazî partiya ekîp bûn. Vanan bi wan re komek in, dikarin werin, hatina wan baş bûye. Pêwîst e Fîlîz di nava partiyê de di asta navendî de cîh bigre, ez dihizirim ku pêwîst e wezîfe bigre, wê baş be. Ez dipejirînim ku derdorên cûda, hizrên cuda cîh bigrin di nava vê partiyê de. Pêwîst nake ku îleh tevlî me bibin, dibe bi hizrên xwe, bi komên xwe di çarçoveya rêgezên xwe de –ku ezê bêhnekê şûndatir vekim- jî çêbibe. Min vê yekê berî niha jî gotibû. Vaye Ufuk Uras heye, wana dikarin bi pêkhateya xwe ve, bi wê pêkhateyê ve werin, an jî pêwîst e di demeke dirêj de hevpar tevbigerin. Nexwe em nikarin siyasetê bikin, siyaseta demokratîk nabe. Ev berpirsyariya wana ye jî. Ji bo partiya siyasî, min berê jî qala Aksu Bora kiribû. Ez bawer im hevala Pinar Selek e. Min yek-du gotar (meqale) ên wê xwendibû. Akademîsyen e. Destnîşankirinên wê yên li ser siyasetê, baş in. Gelo tê nasîn? Baş e, pêwîst e mirov xwe bigihînê. Dikare ji wî re were vegotin ku eger ew bixwaze di nava siyasetê de nêrînên xwe rave bike û têxe jiyanê, pêwîst e di nava partiya siyasî de cîh bigre. Ez dihizirim ku di nava partiya siyasa de koma femînîst û derdorên femînîst jî cîh bigrin. Ji bilî vê jî van pirsgirêkên hawîrdor(jîngeh)ê, vana girîng in. Hawîdorparêz jî dikarin di nava vê partiya siyasî de cîh bigrin. Min nivîsên Dilawer Demîrag xwendibû, nêrînên wî ne xirab in. Di Kovara Bîrîkîm de dinivîsîne. Ez dem bi dem dikarim kovara Birikîm bigrim. Pêwîst e di vê çarçoveyê de bi akademîsyenan re, bi rewşenbîran re, bi nav û nêrînên cûda re, bi rêgezên ku ez bêhneke din bidim re, di çarçoveya sê rêgezan de hevdîtin werin çêkirin. Pêwîst e vana, her wisa derdorên berfireh di nava partiya siyasî de cîh bigrin. Ez dihizirim ku pêwîst e femînîst jî, hawîrdorparêz jî û komên cûda jî bi nêrînên xwe ve di nava partiya siyasî de cîh bigrin. Pêwîst e partiya siyasî, weke xeleqa sêyemîn, li her deverê Tirkiye xwe birêxistin bike.
Min hevpeyvîneke Îbrahîm xwend. Hejmareke Kovara Harman nû dane min, ez nizanim ka kîjan hejmar e. Ez bawer im guncav dîtine, nîqaşên wisa pir nadin min. Navên ku li wir hatine nîqaşkirin hebûn. Celal Beşîktepe tê nasîn. Dikare bi derdora Harmana Nû re, bi wî re jî careke din hevdîtin were çêkirin. Ji xwe demekê berendamê Parlamenteriya Mersînê bû, ne? Mirov dikare here em wî. Îbrahîm wî nas dike, ew dikare biçe. Celal, ji amedeyî (lîse) hevalê min ê refê ye, hunê silavên min li wî bikin. Hun dikarin jê re bêjin ku Ocalan wisa dihizire ku, eger dixwaze nêrînên xwe ragihîne nav siyasetê, eger dixwaze siyasetê bi van nêrînên xwe bike, wê demê –ew berê jî bûye berendamê parlamenteriyê, dikare dîsa bibe- divê di partiya siyasî de bixebite. Celal mirovekî rêxistinger e, wê baş û bandorker bibe. Hun dikarin jê re bêjin ku Ocalan wisa dihizire. Ertugrul Kurkçu hebû, Mahîr hebû, dikare bi van derdoran re hevdîtin werin çêkirin. Helbet eger ji nava wan jî, hinde navên diyar bixwazin bi navê koma xwe, lê di çarçoveya rêgezên hevpar de, tevlî bibin, dikarin tevlî bibin. Pêwîst e beşên Elewî yên durist, rewşenbîrên Elewî jî werin tevlîkirin.
Ez dixwazim van sê mijaran bidim ji bo partiya siyasî. Ez dihizirim ku pêwîst e van sê rêgezan bigrin dîqetê û li gorî vê di kongreya xwe de rêzikname û bername ji nû ve li ber çavan re derbaz bikin û di vê bingehê de siyasetê bikin. Nexwe wê berevajiya vê, vaye partî falan têne girtin; eger wisa biçe, wê nikaribin biserkevin. Yekemîn rêgeza hevpar, Komara Demokratîk e. Qesta min ya ji vê, demokratîkkirina dewlet e. Rêgeza duyemîn; Welatê demokratîk e. Min berê weke welatê hevpar diwesfand, qesta min ya ji vê, ev tevahî axa welat e. Welat dîsa hevpar e, lê ji bo ku were zanîn ku di van axan de her kes, rastiya netew û etnîsîteyên cûda dijîn, ez dibêjim welatê demokratîk. Rêgeza sêyemîn; Netewa Demokratîk e. Ji bo ku baş were fêmkirin, ji bo ku were bîra we ez têgîna demokratîk didanimserê her yek ê. Komara demokratîk tê zanîn, welatê demokratîk, axa welatê hevpar e, em bi sînoran re mijûl nabin, lê pêwîst e bi rengekî demokratîk were îfade kirin. Têgîna netewa demokratîk, demokratîkbûna netew, tişta ku ez dixwazim li vir bêjim, di rastiyê de netewa pirerengî (çoklu) ye. Ne tenê Kurd û Tirk hene, etnîsîteyên cûda û hindikahî/azınlık jî hene, ez ji çanda ku tevahiya vana hembêz bike, çanda pirerengî, nasnameya pirerengî, netewa pirerengî, ji yekbûna vana re, ji tevahiya vana re dibêjim netewa demokratîk. Ev li Îspanya heye. Hun dizanin, li wir yek netewa Îspanyol nîne, welatê hevpar heye, Îspanya heye, lê feraset û dewletek, ku herkesî bike Îspanyol, bike netewa yek tîp û yek zimanî ferz bike, nîne. Li Îngilîstanê jî feraseteke ku dişibe vê heye. Min berê jî diyar kiribû, weke ya li Tirkiyê heye feraseta yek dewlet, yek netew, weke Kuna Tarî ye. Hertiştî dadiqurtîne, dema hewl dide bişînbîne xwe û bike yek tîp, tune dike. Kurd dikarin bi rêka DTK netewebûna xwe ya demokratîk pêkbînin. Di derbarê demokratîkbûna Kurd, netewebûna demokratîk a di bingeha demokratîk de ye. Me ji bo wê got, navenda DTK Amed e. Ev bi taybet li herêmê tê birêxistinkirin. Lê partiya siyasî wê li tevahî Tirkiyê be. Wê bernameya wê jî li gorî vê be, bi pirsgirêkên Tirkiyê re, bi demokratîkbûna tevahiya Tirkiyê ve eleqedar be, ango divê bibe partiyeke Tirkiyê. Pêwîst e li gorî vê ji nû ve rêzikname û bernameya partiyê were nîqaşkirin û ji nû ve were birêkûpêk kirin. Ji bo vê jî dikarin sûd ji pareznameyên min, ji nîqaşên min ên berê bigrin. Dikare bi navê min van her sê rêgezan di manşetê de werin dayîn, pêwîst e vana baş werin nîqaşkirin. Ez pêşniyar dikin ku partiya nû xwe di vê çarçoveyê de pêşbixîne û weke stratejîk wisa xwe birêxistin bike. Mirov dikare tenê wisa ji kapîtalîzma Qumarê ya li Anatolya rizgar bibe.
Vana dikarin bi awayekî pir û pir bi derdorên cûrbecûr ên siyasî re, bin nêrînên cûda re werin nîqaşkirin. Min rêgezên hevpar ên ku her kes bikaribe tê de cîh bigre danî holê. Dikare di vê çarçoveyê de were meşandin. Ez dixwazim rexneyekê jî di vê mijarê de diyar bikim.
Duran Kalkan, di çapemeniyê de dibêje bûyera Reşadiye ne encama guhartineke stratejîk e, lê ev bûyer li dijî hesaskirina mercên min hatiye pêkanîn. Gelo ev mîsoger e? Wê demê ma weke Komên Xweser (Otonom) li Deryaya Reş dimînin; vana kîne, gelo di nava wan de Tirkman hene? Ne ji bo tiştekê, lê li ku derê ne û hejmara wan çend in? Nexwe komên xweser (otonom) in, ji bo nirxandinê ez dixwazim bizanibim. Ji bo mirov bikaribe hinekê fêmbike ku ev kom bi kîjan kesan ve pêk tên, di nava wan de beşên cûda jî hene, yan na.
Li Deryaya Reş vebelav bûne. Wa wisa ye? Wê demê helbet dikarin weke komên nîv-xweser/otonom biryarên xwe bidin. Min berê jî gotibû, dibe kesek nikaribe wana bigre. Nikarin hinde hesasiyetan bibînin. Lê li ku derê ne, çiqas hene, hejmara wan çend e, helbet ez vana nizanim.
Murat Karayilan dibêje di nava pêvajoya 11 mehan a nepevçûnê de 149 operasyon û 49 êrîşên hewayî hatine pêkanîn û di encam de 94 gerîla, 123 leşkeran di nava van êrîşan de jiyana xwe winda kirine. Wekî din çi diyarkirinên wî hene, ji bo nepevçûnê çi dibêjin? Dibêjin destkeftiyên siyasî hene. Bi taybetî jî ji bo operasyonên KCK û van lêgerandinên navendan yên vê dawiyê dibêje vana şerê pevşêwrî ne (danışıklı dövüş); her wisa vana ne cîdî ne, vana nederçûyî ne (çıkışsız) û di vebûna demokratîk de ne samîmî ne. Ji bo nepevçûnê jî dibêje, destê wan li ser tetîkê ne, amadekar in, lê wê ne ew bin yên ku destpêkê pêlî tetîkê bikin. Baş e, nexwe wisa ye. Ez bawer im kom hîn jî li her derê nava Tirkiyê hene.
Ez rêberiya stratejîk im, ez destnîşankirinên sosyolojîk dikim, ez fermanan nadim, ez vê rast jî nabînim, wê di hêla etîk (exlaq)a siyasî de rast nebe, ez nêrînên xwe diyar dikim. Mafê min ê nîqaşê weke herkesî heye. Lê weke min berê jî gotiye, wê ew bi xwe biryarên xwe bigrin.
Nexwe Avnî Ozgurel dibêje ku di nava saziyên dewletê de nakokî nîne. Ji bo min jî dibêje heya ez neyêm dîtin, wê pirsgirêka Kurd çareser nebe, eger destûra bingehîn a herî demokratîk jî were kirin, heya hun Ocalan nebînin, hunê nikaribin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Tiştên ku di nûçeyên ji bilî TRTê, derdikevin pêş çi ne, çi hene, çi di derbarê min de tê gotin, gelo, erênî yan neyînî, rexne hene?
Li Wanê çi heye, pêşketinên çawan in? Li Wanê bûyer hene, gelo reaksiyonên gel bi xwe çêdibin? Li wanê pêşveçûn hene. Ez bawer im bûyer li Ercîşê zêdetir in, li wir jî tevgerdariyekê (hareketlilik) heye. Wekî din çi heye ku bixwazin ji min fêrbibin, tiştên ku ji aliyê gel ve tê xwestin ku ji min fêrbibin hene?
Di rastiyê de berê jî di vê mijarê de pir hate nîqaşkirin, min nedixwest ku ez bikevim vê mijarê. Tevahiya vana şerê pevşêwrî ye (danişiklî döğüş), vaye yên me jî dibêjin. Belê tevahiya vana şerê pevşêwrî ne; operasyon-moperasyon nînin, têketina daîreya taybet, tiştên odeya kozmîk, tiştekî wisa nîne. Kengî AKP operasyonan dike li ser Kurdan, wê demê ji bo ku ser wê bigre û bêje vaye ez dixwazim hinde gavan biavêjim, lê li pêşiya min dibin asteng, artêş astengiyê derdixîne pêşiya min û bi vî rengî nediyariyê çêdike ji bo Kurdan. Kengî operasyonan li ser Kurdan pêktînin, wê demê ji bo ser operasyonan bigrin, yekser hinde tiştan li dijî artêşê jî dikin, wisa didin diyarkirin ku wana li dijî artêşê operasyonan pêşdixînin, hewl didin ser tiştên ku li Kurdan dikin bigrin. Vaye, niha jî operasyona li dijî KCKê kir, bi vê çewsana/baskıya ser qerargehê û falan re rojev guherand. Tevahiya rewşenbîran jî –tê gotin ku deng ji Ewrûpa dernakeve- û reaksiyonên ku bên jî ji holê rakirin. Operasyona li dijî KCKê çêbû, ev provokasyone e, lê ji kesekî deng derneket, nayê nîqaşkirin. AKP li gel Artêşê di nava rewşa şerê pevşêwrî de ye. Ev heft sal in ku AKPê vê dike. Dibeje vebûna demokratîk, lê ev ne vebûna demokratîk e, ev ne vebûn e, bibe bibe ev vebûna zordestî û zextan e. Vaye wan Kurdên ku hewl didin hinekî azad bimînin, davêjin girtîgehan, dibêjin endamên KCKê ne.
Pêşiya wê beşa Kurd a dixwaze siyaseta azad ûdemokratîk bike digire, lê artêşê dike bahane. Ango ji Kurdan re dibêje xwe bavêjin ber bextê min. Min berê jî gotibû, li aliyekî Kurdan tesfiye dike, li aliyê din jî hinde malbatên Kurdan bi tiştên weke pere ve hewl dide bi xwe ve girê bide, ev ne vebûn-mebûn e. Pêwîst e Kurd li hemberî vê, ji bo tevahî Tirkiyê vebûna xwe ya rasteqîn, sekna xwe ya demokratîk têxin jiyanê. Eger wê siyasetê bikin, eger wê têkoşînê bikin ji bo azadiya xwe, wê demê pêwîst e vê provokasyonê baş bibînin û derxin zanebûnê bê ka vana çi ne. Heta ev dikare di 2010an de weke peyamekê jî were rêkûpêkkirin. Pêwîst e AKPê daxînin ji sedî deh. Ji bilî tasfiyê ti çareseriya vana nîne. Dixwazin Kurdan bi vê rêkê bi xwe ve bidin girêdan. Vaye min li hemberî vê, parêzname pêşxistin. Detayên di derbarê vê de hene di parêznameya min a Demokratîkkirina Çanda Rojhilata Navîn de. Ji bo ku hun bikaribin van lîstokên wisa vala derxînîn û siyasetê bikin, pêwîst e hun vana fêmbikin. Min ji bo vê sedemê akademiyên siyasetê pêşniyar kiribû, lê pêk nehat, we nekarî hun pêkbînin. Pêwîst e teqez vana werin kirin. Pêwîs te vana li pir cihan, heta li her çar perçeyan, li Îran, Îraq, Surî, li Kurdistana Tirkiyê, heta li Ewrûpa; min ji bo jinan gotibû Akademiyên azadiyê, vana têxin jiyanê. AKP jî van tiştên ku me gotine girt û gelek akademiyên siyasetê vekir, nexwe min ji bo ku hun tevahiya vana nîqaş bikin, di çarçoveya parêznameyên min de derxînin zanistiyê û pir rehet siyasetê bikin, min akademiyên siyasetê pêşniyar kiribû. Di vê navberê de pêwîst e hun bizanibin ku tevahiya saziyên demokratîk bi awayekî bandorker û xurt bikarbînin.
Pêwîst e hun xwe baş îfade bikin, li her platforman, rastiyan bi serbestî vebêjin û nîqaşan bizanibin. Pêwîst bû Sebahat jî, Emîne û Gulten jî derketibana kursiya meclîsê û van tiştên min û provokasyonên AKPê, li pêşiya gel nîqaş kiribana, pêwîst bû qiyametê rakiribana. Pêwîs bû nêrînên xwe yên di derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk de vegotibana, eger hewce ba pêwîst bû tevahiya raya giştî rakiribana ser piyan, lê nekarîn bikin. Ezê li vir rexneyekê li Parlamenteran bikim. Nekarîn kursiya meclîsê, ya siyasetê, têr û baş bikarbînin, nekarîn têr baş siyasetê bikin. Nekarîn weke Kamer Gençekê jî qiyametê rakin.
Ez bi vê wesîlê careke din jî dibêjim. Ez dixwazim di vê bingehê de peyama xwe ya 2010an jî bidim. Vaye KCK dibêje nîjadkujiya siyasî ye, rast e, nîjadkujiya siyasî ye. Tişta ku li ser Kurdan tê pêkanîn nîjadkujiya siyasî ye, nîjadkujiya aborî û çandî ye. Ez dizanim ku li dijî vê jî berxwedaneke cidî ya gel, bi sekneke birêxistî re li dijî vê derdikevin û ez bi wan bawer im. Pêwîst e di sala 2010an de rêxstingeriya xwe ya siyasî bilind bikin û tevahiya hêza xwe ji bo gihiştina azadiyê seferber bikin. Ez careke din diyar dikim ku pêwîst e di bingeha demokratîk de sala 2010ê bibe sala têkoşîneke mezin. Wê helwesta AKPê û sekna gerîla jî heya 15ê Sibatê zelal bibe. Ebas dibêje, komên xweser/otonom in, reaksiyonên wan bi xwe hene, em jî nikarin wana asteng bikin. Ez jî nikarim wana asteng bikim. Min heya niha tiştek kir û me heya vê derê anî. Lê pêwîst e hukimet bibîne ku wê wisa dewam neke. Ez li vir wisa taktîk-maktîk nadim, ez ferman jî nadim, ez vê yekê rast jî nabînim. Ya min ne rêberiya pratîk e, lê ez dikarim rêberiya siyasî û bîrdozî bikim; ez vana jî weke nirxandinên sosyolojîk pêşkêş dikim. Lê eger wisa pêşbikeve, wê kesek nikaribe pêşiya vê bigre. Wê ne tenê li çiyan, wê encamên pevçûnan pir biêş be û wê kûr bibin. Ji ber vê ye ez dibêjim pêwîst e rewşenbîrên Tirk jî vana bîbînin û bi gelê Kurd re siyaseta demokratîk bimeşînin. Pêwîst e wana jî, li şûna ku bi provokavakayonên AKPê bixapin, tevahiya vana aşkere bikin û qiyametê rakin. Dikare vana jî werin ser zêdekirin û ji parêznameyên min jî sûd were girtin û peyama min ya 2010an were rêkûpêkkirin. Bila zimanê wê baş û guncav be. Dikare ji parêznameya min a Demokratîkkirina Çanda Rojhilata Navîn jî sûd were girtin. We çi ji vê parêznameyê kir? Bûn çend rûpel? Wê bibe pirtûkeke hejmara xwe çend? Ma dused rûpel ne kêm in? Ma bi Nexşeya Rê re? We we nekarî hûn 160 rûpelan bigirin, ma ne wisa ye? Pirtûkên din çend rûpel bûn?
Ez rewşa Parlamenteran a derxistina dadgehê dizanim, min guhdar kir. Bila Aysel hay ji xwe hebe. Bila nekeve tiştên girtinê falan. Tişta parlementoya Ewrûpa heye, dikare biçe Ewrûpa, lê dîsa jî ew bi xwe dizane. Ez heman tişt ji bo Ehmed Tirk jî dibêjim. Ehmed dikare biçe Başûr jî. Bila ji Barzanî û Talabanî re bêje, “DYE li pey mafên we digere, bila li pey mafên min jî bigere”.
Ma ji Bekîr re ceza hate dayîn? Dogan Erbaş hîn dost e? Kî hatiye şûna Ertugrûl Ozkok?
Ezê li ser nameyan biaxivim. Nameyên ku ji bo min ji girtîgehan hatine hene, ezê di derbarê wan de hinde nirxandinan bikim. Gelek nameyên biçûk-biçûk tên ji Tekîrdag ê, du name jî ji girtîgeha Wanê hatine. Dîsa min ji Bakirkoyê nameya Gonul Erdogan û Narîn Falay girt. Ez silavên xwe ji hevalên jin ên li Bakirkoyê re dişînim, min nameyên wan begem kir. Yeke din jî hebû li wir, Mesîl Demîralp, dikare bi wan re hevdîtin were çêkirin. Ez bawer im pir hevalên jin li wir hene. Dîsa komeke hevalên jin heye li Betlîsê. Name nivîsandine. Dîsa ji girtîgeha Mîdyatê nameyên Încî Roj û Şadiye Manap hene, ezê di derbarê wan de yek-du tiştan bêjim. Nirxandineke pir biçûk ku 18 rûpel e, ya Enver Ozkartal dane min, destnîşanên felsefî dike. Min girîng dît, kûr bû, wisa diyar dibe ku cewhera parêznameyan fêmkiriye. Ez pêşniyar dikim ku xebatên xwe bidomîne. Ez bi giştî nameyên ku ji girtîgehan tên baş dibînim. Pêşketina hevalan ne xirab e. Lê weke ku Enver Ozkartal jî dibîne berxwedan tenê ne tiştekî daringî (madî) ye. Li girtigehê berxwedan tiştekî arişî (manewî) ye. Tu nikarî di girtîgehê de tenê weke daringî (madî) li ber xwe bidî, tu nikarî di mercên girtîgehê de tenê weke fîzîkî li ber xwe bidî. Eger tu tenê weke daringî (madî) li ber xwe bidî, wê ev yeke te bibe heya tunebûnê, pêwîst e hun hêza xwe ya arişî (manewî) derxînin holê. Pêwîst e mirov weke arişî (manewî) xurt be ku bikaribe di mercên girtîgehê de li ber xwe bide. Wê sala 2010ê ji bo hevalên girtîgehan bibe sala azadiya arişî (manewî), ez di vê bingehê de sala wan a nû pîroz dikim.
Dîsa, destnîşankirina Enver Ozkartal a di derbarê têgîna qutbûna bêdawî heye. Ez dihizirim ku hevalên jin jî ev yeke fêmkirine. Û ez dihizirim ku di vê wateyê de hêzeke arişî (manewî) jî derxistine holê. Tişta ku ez ji qutbûna bê dawî qest dikim, qutbûna ji çanda serwer a pênc hezar salî ya zilam e. Ez vê serdestiya pênc hezar salî ya li ser jinê weke çanda tecawîzê diwesfînim. Qutbûna ji vê çandê, helbet wê azadiya jinê bîne. Azadiya jinê bingeha azadiya demokratîkbûna civakê ye. Min jinê, wêdatirî ji netew û çîn, weke yekemîn beş û netewa bindest a civakê, wesfand. Helbet azadî û wekheviya jinê, rêka tenê ya wê biçe civakeke azad e. Eger em dibêjin wekheviya civakê, wê demê pêwîst e em vê yekê pêkbînin. Ez bi têgîna evîna bêdawî jî vê qest dikim, eşkerekirina evîna azadiyê, ne di wateya daringî (madî) de, lê di wateya arişî (manewî) de, eşkerekirina hêzeke mezin e. Hunê nikaribin ji vê qezenceke daringî (madî) yan jî kêfxweşiyê bidest bixin, lê hunê weke jin bikaribin azadî û xweşikbûnê,
Ez dihizirim ku jin, ne tenê di wateya siyasî de, lê di wateya bîrdozî û arişî (manewî) de jî wê kûr bibin, kûr bûne. Ez dihizirim ku wê di bingeha qutbûna bêdawî ya ji çanda zilamê desthilatdar, di sala 2010an de azadiya xwe bilind bikin. Min akademiyên jina azad, akademiyên azadiyê pêşniyar kiribû. Ji bo jinê dikare tiştên ku min berê gotine, parêzname jî di nav de, peyameke cûda ya sala 2010an were weşandin. Min nameyek nû ji Încî Roj girt, ew keseke seyr (ecêb) e. Min berê jî pirsgirêkên wê yên di derbarê girtîgehê de anîbû ziman, min di derbarê vê de name ji Şadiye Manap jî girt. Încî Roj qala reaksiyonên xwe yên li hemberî vê jinê dike, heta dibêje ew ê xwe ji ber wê bişewitîne. Ez vê rast nabînim. Min ji xwe berê jî gotibû ez naxwazim ku heval zirar bidine xwe. Min berî niha jî ji Încî Roj û Şadiye Manap re gotibû; bila pirsgirekên xwe ew qas nehînin rewşa neçareseriyê. Pêwîst e beyî ku bûyerê bînin vir, bizanibin ku nîqaş bikin. Heta min ji wan re pêşniyar kiribû ku van nîqaşên xwe ji kesê sêyemîn re vekin, ez dîsa pêşniyar dikim. Ez dihizirim ku wê ev yeke encamên hîn berhemdartir bi xwe re derxîne holê. Di vê bingehê de dikare wana bêne dîtin, bi wan re were axaftin û ew werin agahdarkirin. Mirov dikare biçe girtîgeha Bakirkoyê jî. Min nameya Gonul Erdogan jî begem kir. Dikare li ser dîroka Tirkmanan bixebite. Ez silavên xwe li tevahî hevalên jin ên li Bakirkoyê dikim. Ji girtîgeha Wanê nameya Silhedîn Sayan heye. Nameyên ku ji girtîgeha Edirne hatine hene. Ez ji tevahiya hevalan re silavên xwe birê dikim. Ez bawer dikim ku wê di sala 2010an de azadiya xwe ya arişî (manewî) kûr bikin. Dîsa min nameyek ji kesekî bi navê Mehmet Seyît Ocalan girt. Ne mirovê min e, ji Goklu ya Jorîn e, gundê me yê cîran e. Ez silavên xwe ji wî re radigihînim. Ez silavên xwe li gelê me yê li Mûş, Kop (Bulanık) û Wanê dikim.
Roj baş
Ji herkesî re silav
30 Kanun 2009
- Ayrıntılar
Li odeya min şibake vekirin. Derketina hewagirtinê jî kirin du seat. Seatek ji bo serê sibê û seatek jî ji bo piştî nîvro; ez du seatan derxistin hewagirtinê. Me duhu dîsa bi çar hevalan re hevdîtin çêkir. Me bi wan re jî sohbet kir.
- Ayrıntılar
Tenduristiya min weke her demê ye, tiştekî din cûda nîne. Weke ku min berê vegotiye ye. Di vê mijarê de tiştekî ku guherîbe nîne. Baş e, ew qas ne girîng e, zêde li ser vê nesekinin. Hinek guheranên hûrde çêkirin.