Rêber APO
Hîn cezayê hucrê nehatiye pêkanîn, min li hemberî bîryarê îtîraz kir, wê di nava çend rojan de diyar bibe.
Min carekê bi hevalên ku anîne vir re hevdîtin çêkir. Wezîfedarên vê derê diyar kirin ku wê di dema pêş de televîzyonê bidin. Min hevdîtin bi heyeta ku ji Wezereta Edaletê hatî re çêkir. Mudurê karê Ceza û Tevkîfê ya Wezareta Edaletê jî hebû. Piştî vê hevdîtinê li jor û jêrî derî paceyek vekirin. Di odeya ku ez tê de me de texteya razanê, dolap û masa heye. Ji derveyî wê nêzî du-sê gav cîh ji min re dimîne. Ji derveî cihê razanê, masa û dolabê bi berayî du gav û bi dirêjahî jî sê gav cîh heye. Ango mesafeya cihê ku dimîne ew qas e. Cîh hemû ev çend e.
- Ayrıntılar
Naveroka hevdîtina Rêber APO bi parêzvanên xwe re
Li gelek deveran civîn û çalakî berdewam dikin, ne wisa ye? Ma çapemeniya Tirk vê weke vekêşandina (germek) min a pêvajoyê biwesf dikin? Niha jî wisa dibêjin, ne wisa ye? Min guhdarî Evdela Gul kir. Derbas bikin, min guhdarî kir. Wekî din di çapemeniyê de çi tê nîqaşkirin? Ez bawerim Rojnameya Yenî Şafak nivîsandiye ku ew daxwazên ku min di Nexşeya Rê ya amadekirî de daye pêş, ne daxwazên wisa ne ku werin qebûl kirin û pêvajoyê dixitimînin. Ango dixwazin tam çi bêjin?
- Ayrıntılar
Rêber APO
Pirsgirên min ên tenduristiyê berdewam dikin. Rewşên ku hîn girantir bûne hene. Ezê qala vana bikim. Ji xwe ez li vir, ji ber sîstema vê hewagirtinê (havalandırma), di rewşeke ku bêhn nagirim de me. Ji ber odeya min bêhewa ye, ez heya qirika xwe xitimîme.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Min duh anîn cîhê nû. Ezê derbarê vê mijarê de daxuyaniyan bidim. Vê derê li gorî cîhê kevin xirabtir e. Hewl didin vê yekê wekî pêşketinek nîşan bidin, lê di rastî de awayê hîn girantirkirî yê tecrîtê ye. Dixwazin li vê derê dora min zêdetir teng bikin, mercên min girantir bikin û bi vî rengî min teslîm bigrin.
- Ayrıntılar
Rêber Apo
rewşa tendûristiya min de tiştekî cuda nîne, weke berê ye. Eger nebe, ezê pişt re dîsa vegerim ser vê mijarê. Ez nîqaşên di derbarê koma hatî de dişopînim. Tê gotin ku wê di 10ê Mijdarê de li meclîsê nîqaş çêbibin. Min hevdîtina Barzanî û Davutoğlu di nûçeyan de şopand. Davutoglu dibêje ku di derbarê pirsgirêka PKKê de planeke dewletê ango planeke wan a sê alî heye: Tirkiye, Bakûrê Îraqê û Ewrûpa. Eksena yekemîn Tirkiye ye; diyar dike ku wê Tirkiye di nava xwe de hinek mijaran çareser bike. Eksena duyemîn Qandîl e; dibêjin ku wê bi desteka Barzanî çareser bikin. Eksena sêyemîn Ewrûpa ye; aniye ziman ku wê bi hevkariya welatên Ewrûpa hinek mijaran çareser bikin. Ma dibêjin ku wê pirsgirêkê bi vî awayî çareser bikin?
- Ayrıntılar
Rêber Apo
Ev ne lîstok e, pêwîst e mirov cîdî be. Pêwîst e rêz werin nîşandan. Karê aştiyê karekî cîdî ye, rêz dixwaze. Hertişt hatiye fêmkirin. Hatina van koman û li hemberî vê xwedî derketina gelê Kurd a birûmet û helwesta wî, niyet û rûyê rasteqîn ê hukimetê derxistiye holê. Plana hukimetê vala derket. Yên ku çûne wir ne tenê sempatîzanên DTP û PKK’ê ne. AKP’yî jî çûn. Tişta ku hukimetê ditirsîne jî ev e. Ji windakirina dengên/rey xwe tirsiya. Lê ev rewş ne rewşeke wisa ye ku bi hesabên dengan were meşandin. Aştî cîdiyetê dixwaze. Ez ji tevahî hevalên ku li gorî bangawaziya min tevgeriyan û hatin re spasiyên xwe dikim. Bi vî rengî dilsoziyên xwe bi min re nîşan dane. Em gihiştin armanca xwe. Me bi hatina van koman û bi helwesta gelê Kurd nîşan da ku em alîgirê aştiyê ne. Gelê Kurd vîna xwe ya aştiyê bi rengekî aşkere daniye holê. Lê li hemberî vê yekê hukimet bi awayekî cîdî nêzîk nebûye.
Ev bi vî rengî nabe. Li milekî wezîrê karê hundirîn tiştekî dibêje, lê li milê din jî van malbatên şehîdan bi armanca îstîsmarkirinê dikevin Meclîsê, bi Serokê Meclîsê re hevdîtinê çêdikin. Bi awayekî bê rêz tê axaftin, heqaret tê kirin û dibêjin teror û meror. Ev bê rêzî ye û wisa nabe.
AKP di vî karî de necîdî ye. Dibêjin ku dibe di nava meha Mijdarê de hinek tişt çêbibin, lê emê bibînin. Vana ne tenê gel dixapînin, her wisa dewletê jî dixapînin. Siyasetmedarên ku berjewendiyên xwe yên rojane dihizirin, zirar didin dewletê jî, îtîbar û rêza dewletê dixin bin gûmanê. Zilamtiya dewletê cîdiyetê dixwaze. Di Osmanî de zilamtiya dewletê hebû, cîdiyeta dewletê hebû, lê di vana de ew jî nîne. Aştî karekî cîdî ye, AKP ne samîmî ye, vana aştiyê naxwazin. Ji ber vê yekê xala dawî ku pêvajo hatiyê dîsa “alavere dalavere bila Mihamedê Kurd biçe nobetê (Alavere dalavere Kürt Mehmet nöbete) ye! Dîsa hewl didin gunehê hertiştê biavêjin ser Kurdan. Qaşo wê min jî li vê derê bixapînin û bikin aletê xwe. Nêzîkatiya vana tê wateya hewldana xapandina keçeke panzdeh salî. Hewl didin li vir vê nêzîkatiyê li min bikin. Lê wê nikaribin encam bigrin. Dibêje emê pêvajoyê ji nû ve binirxînin û hwd., lê wisa nabe. Ez Erdogan dawetî cîdiyetê dikim. Wê ji niha û pê ve kom û mom jî neyê, bila neyên. Pêwîstî bi hatina wan nema. Êdî pêwîst nake ji Ewrûpa jî kom bên.
Tê çi wateyê ku dibêjin emê ji hertiştî ji serî ve bigrin dest (sil baştan)? Çi dikin bila bikin. Ji xwe niyeteke wan a weke aştiyê jî nîne. Vana di aştiyê de necîdî ne, ne samîmî ne. Yekane armanca van tasfiyekirin e. Dev ji CHP û MHP’ê berdin, ji xwe vana aştiyê naxwazin. Yek ji wana faşîsta neteweparêz e ya din jî faşîsta neteweperest e. Ji xwe evana şer dixwazin. Wisa xuya dike ku nêzîkatiya Bulent Arinç hinekî erênîtir e. Ez ji vê derê bang li birêz Arinç dikim. Ev tişta ku AKP dike ne li gorî olê ye, dibêje ev hezar sal in bira ne, lê ne li gorî biratiyê ye û ne jî li gorî demokrasiyê ye. Birêz Bulent Arinç hun dizanin, hun dîroka Îslamê dizanin; Şerê Uhud, şerê Bedîr, şerê Hendek wê bê bîra te. Dibêjin pênc hezar leşker û pênc hezar cerdevan mirin û dibêjin çil hezar kes jî yên me mirin, tevahî pêncî hezar kes. Eger pêncî hezar kes miribin wê demê li wir şer heye. Dibêjin teror, eger teror jî be, dîsa li holê şerek heye. Dema şer hebe li holê du alî hene. Û aştî jî di navbera herdu aliyan de çêdibe.
Mafê serokwezîr nîn e ku bihestiyarî tevbigere. Ev deh sal in ku ez li vir di rewşa mirovê herî tenê yê cîhanê de tême girtin, lê ez di kêliya herî zehmet de jî bihestiyarî tevnagerim. Pêvajoya aştiyê bi fikara dengan nikare were meşandin. Vana hîn jî di derdê qoltixa xwe de ne. AKP ne samîmî ye. Bi hatina vê koma aştiyê bi awayekî eşkere derket holê ka AKP hewl dide çi bike. Ji xwe armanca min a bangkirina komê jî ev bû. Vana qaşo dihesiband ku wê min li vê derê bikarbînin û pirsgirêkê li gorî xwe çareser bikin. Lê nikarin min bi vê armancê bikarbînin.
Helbet vebûn mebûn çîrok e, armanca wan tasfiyekirina PKK’ê ye. Ezê vê heftê bersiv bidim nivîsên Îsmaîl Bêşîkçî û Baskin Oran ku di rojnamê de derketine. Î. Beşîkçî di nîvîsa xwe de dibêje çil mîlyon kurd hene û pêwîst e dewleteke kurdan jî hebe. Bi rengekî dewletparêz nêzîkî bûyerê dibe. Ez wî fêmdikim, niyeta wî baş e û durist e. Peyam dide min ku divê ez dewletekê bixwazim. Lê tam fêmnake ka ez dixwazim çi bêjim. Dikare hevdîtin pê re were çêkirin, ez silavên xwe jê re radigihînim. Aliyê min jî yê civaknasî (sosyolojîk) xurt e. Beşîkçî jî civaknas e, lê nikare dewletê baş tehlîl bike û nikare vê biser bixe. Eger van parêznameyên min ên dawiyê bixwîne, wê ramanên min ên di mijara dewletê de fêm bike. Dewlet ji gelan re azadiyê nayne.
- Ayrıntılar