- Ayrıntılar
Bîranîna hevalê Egîd, anîna tekoşîna wî li ser ziman, tê wateya fêmkirina destaneke qehremantiyê û bibîranîna wê, ku destaneke wisa ye ya herî pêşe di tekoşîna me ya demokrasî û azadiya civakî de. Gelo mirov dikare behsa mirin an jî mayîna kesên wisa bike, ewê ku pêşeroj û paşeroja miletê xwe û çînên wî yên bindest ya esîl di kesayeta xwe de temsîlkirine?
Belê, bê guman pêwîste mirov wî nasbike û fêmbike. Hevalê Egîd hevalekî şêrîne, hevalekî mêrxase, hevalekî fîdakare! Pêwîste mirov li hevalê weha yê bi can û ruh her gav bigere û nasbike. Ne xasim di roja me de ku ew mîrasê dîrokî yê ku mirov ji ber ve şermdike, hêjî mîna bend û zincîran di gerden û lingên gelê me de ye, gava ku mirov vî dîmenê jiyanê yê ku nayê kişandin, bîne ber çavan, mirovê bixwaze ku li hevalê mîna Egîd nasbike û di tevgera ku ew tê de ye, cih bigre, her weha mirov wê bixwaze ku pêre hevaltiyê bike û bibe mîna wî û hemî zehmetiyên jiyanê pêre hevparbike. Hevalê Egîd di serî de hiş û ruhê zincîrxeleka şehîdan kariye fêmbike. Her weha mirovekî mezine ji ber ku kariye dil û hişê miletekî di kesayeta xwe de bi cih bike. Kesekî ku bigihêjê pîvanên wî dikare mezinbûnê, qehremantiyê û esîltiyê di kesayeta xwe de pêkbîne. Mirovekî ku vê rastiyê pêkbîne, ma mirov dikare behsa mirina wî bike? Mirovekî ku gihiştî reseniya jiyanê, gelo ma ew mirov dimire?
Heger ku jiyan komkirineke bê hejmar ya çendaniyan (nîcelîk) be di hundirê demeke kurt de, navê wê piştî demeke kurt dibe mirin. Lê belê gava ku jiyan, têgihiştina gerdonê ya bê sînor be, her weha xelekên pêşketina zayenda mirov be, wê demê ew mirovê ku vê têgihiştinê di kesayeta xwe de pêkbîne, mirov nikare behsa mirina wî bike. Gelê me yê ku xwediyê kesayet û rêbertiyekî weha ye, di kesayeta wî de ev rewş bi şanazî gihiştiye vejînê û bêmirinê. Gelê me û PKK ê şanaziya xwe bi vê rewşê didin xuyakirin. Ew wê her gav di berxwedana me ya netewî de mîna sembola qehremanê tekoşîne bê bibîranîn.
Berxwedana Mezlûm ruhê partiyê yê herî mezine.
Em hinekî li ser şehîdên newrozê sekinîn, ewên ku temsîla vejînkirina rojekî nû dikin. Hinek hevalên me yên hêja bi mirineke ku jiyanê bi xwe re dafirîne bersiva vê rojê dane. Kêm zêde me wate daye şehadeta hevalê Mezlûm. Di şehadeta hevalê Mezlûm ya newrozê de, wateya ku derdikeve pêş eve: li dijî radestkirinê (teslîmiyetê) û hovîtiya ku di wê demê de ronahiya hêviyê ya herî biçûk jî di bin vê êrîşa hovane de bû, her weha hemû derfetên jiyanê gihiştibûn asta tunebûnê, li dijî vê mîna pêngavekî ku di kesayeta xwe de biberxwedanê bersiv daye, me wateyeke weha jê derxistiye. Di hundirê tarî û zulûmatê de bi darikekî yê kibrîtê afirandina ronahiyê, çêbûye. Li dijî daxwazên ku armanca wan radestkirina jiyanê ye, xwe fedakirin û ji nûve afirandin, bibiryar hebûna xwe berdewamkirin, bêguman tiştekî pir girînge ku di kesayeta heval Mezlûm de pêkhatiye. Ji ber ku rewşa ku dihat jiyankirin, ne gengaz bû ku bi wî awayî derbasbibûna. Êrîşek û hovîtiyeke wisa hebû ku, inceq bi lêvbaziyekî wisa jiyaneke azad, bi namûs û rûmet derketa holê.
Weke min got, şehadeta hevalê Mezlûm vê rastiyê temsîldike. Bê guman ev tişetekî gelekî girînge. Heval Mezlûm hevalekî me yê ku herî zêde bîrdoziya partiyê fêhimkirî û ruhê patiyê temsîlkirî her weha her gav hewl dida ku wisa bimîne, hevalekî weha bû. Ew kesayeteke bêhempa bû. Di vê wateyê de ew yekser dibû PKK e, gotina jiyana PKK e di lotkeya herî jor de temsîlkiriye. Ji ber ku wê demê zextek wisa hebû ku radestkirin serdest bibe. Ev radestkirin bêguman li dijî kesayetek weha nayê pêkanîn. Heta em dikarin bêjin ev radestkirin ne li dijî PKK ê tenê bû. Bêguman me jî li derve liberxwedida. Tiştê ku me ji derve dikirin hebûn, lê belê radestkirin bêhtir derdiket pêş. Her weha pirsgirêk ew bû, ku piştî vê radeskirina li zîndanê wê çi li pey wê bihata? Belkî ev rastî bêhtir bingeh dihate girtin. Serkeftina radestkirinê li zîndana Amedê, ew xiyaneta Şahîn – Yildirim heger biserketana, bi hezaran radestkirinên dî wê li pey hev mîna ristikekî berdewam bikirana. Ev jî wê bibûna belayekî mezin li serê gel bêguman, bi destê Kemalîzmê, ji xwe vana navê xwe kiribûn “ xortên Kemalîst” û bi vî navî ev xiyanet dikirin. Heger ku evana bi serketibana, ev serkeftin wê mîna ya 1925 an bibandorbûna.
Berxwedaniya hevalê Mezlûm, dema ku rewş giha vê xalê, li dijî vê rewşê di xaleke gelek nazik de derket holê. Ji ber ku wê demê her tişt berovajî bibû. Radestî û xiyanet bi lezgînî pêşdiket. Tiştê ku wê demê bihata kirin, inceq lêvbaziyekî weha bû. Lêvbaziyeke bi vî rengî di rojekî weha watedar de, di rojeke jiyanê de, di rojeke nû de, di rojeke vejînê de hevalê Mezlûm pêkanî. Bi rastî jî evê lêvbaziyê serdema piştî xwe bi xurtayî xiste bin bandora xwe. Tê zanîn ku li dijî radestkirinê berxwedan serdest kiriye. Evê berxwedanê berxwedana me jî xurt kir, tê zanîn ku xwe gihand serê çiyan. Em niha têdigihêjin ku ev berxwedan, berxwedaneke netewî bû.
Ya girîng, em her tiştî li şehîdekî barnakin, an jî em nabêjin di her tiştî de ya rast eve, em ne di hundirê nêzîkatiyekî xapandinê ya weha de ne. Lê belê heger ku feraseteke kûr pêwîste bike, ew ferast jî kêm- zêde bi vî awayî inceq bibandor be, em karin vê rastiyê bi hêsanî bêjin. Ji xwe ew lêvbaziyên li pey hev, piştî vê berxwedanê hatîn kirin, vê rastiyê isbatdike. Bi rastî jî newroz piştî vê dîrokê û şûnde bêhtirîn bi jiyanê ve hate girêdan. Bandora berxwedana hevalê Mezlûm, ku hiştiye rojên newrozê bibin rojên berxwedanê, tu carî kes nikarê çavekî biçûk lê binêre.
Rehşan Demîrel, pireke ji bona ku gelê me yê Metrepolê di ser wê re derbasî welêt bibe.
Berxwedanek, li kela Izmîrê buyerek xwe şewtandinê heye. Berxwedana keçeke Kurd ya gelek ciwan bi navê Rehşan Demîrel heye. Rastiyeke Kurdistanê û Mêrdînê ku hatiye koçberkirin, li wê derê heye. Welatparêzî li wê derê ji xwe bibandore. Ev keça ciwan di nava şer û bengiyeke azadiyê de ye. Li aliyekî dîtir jî rastiyeke lawaz jiyandike. Rastiya şerê rêxistinî bandora xwe dike! Di rojên newrozê de ev rastî bi lezgînî û tundî tê jiyankirin. Diyare ku vê keça ciwan xwestiye ku bi awayekî mendehoş hebûna xwe ji bona şerê azadiyê pêşkêş bike. Her weha dixwaze ji bona vê rastiyê tiştekî bike. Lê belê hêza wê ya ramanî û derfetên wê yên bikaranînê têra vê tiştê nakin, lewre ew hê negihaye vê derfetê. Ango asta bengiya wê ya azadiyê hêza wê ya ramanî û asta wê ya rêxistinî derbas dike. Li hemberî vê jî soz û peymana wê heye ku tiştekî bike, ji ber vê yekê radibe lêvbaziyekî weha pêktîne. Şert û mercên ku mirov ji ber ve şermdike, yên ku miletê me li Metrepolê tê de jiyandike, her weha rewşa malbata wê ya zor û zehmet, şertên jiyanê yên biçûkxistinê ku bi feraseta wê ya azadiyê re dikeve dijîtiyê, ev tiştana hemî dema ku bi zindîtiya newrozê û hêza wê ya kişandinê re dibe yek, dihêle ku ev keça Kurd lêvbaziyekî weha pêkbîne û bibe pêtgehek(meşale).
Gengaze, di ruhekî weha de wêrekî û piştî wê jî lêvbaziyekî weha derkeve û dertê jî. Me got em vê lêvbaziyê watedar dibînin. Evê şehadetê cemawerê me yê Metrepolê gihand ronahiyê. Her weha bi awayekî gelekî berûçav ji bona gelê meyê Metrepolê ev lêvbazî roleke wê ya mîna pirekî û amorekî rakirinê leyîstiye. Gelê me yê wêderê bi vî awayî hinekî biser xwe ve hat û berê xwe da welêt. Peyama lêvbaziyê biqasî pêtgehekê rola xwe bi vî awayî isbatkir. Ez dibêjim mîna hêzekî pêşeng xwe isbatkiriye. Ji ber ku bi sedan kes birêxistiye, ev jî tê wateye ku rola fermandariyê leyîstiye. Bi taybetî bi jin ve girêdayî, rê li pêşiya tevlîbûneke mezin vekiriye. Mirov dikare bêje ku ji tevlîbûna mêran zêdetir bandora xwe li tevlîbûna jinan kir. Di vê wateyê de ji bona azadiya jinan karekî mezin û alîkariyeke mezin kir. Ev jî dide xuyakirin ku ji bona wan bûye hêzekî pêşeng û artêşê.
Hevala Sema Yûce û hevalê Fikrî Baygeldî
Heger ku ez li derve bim ezê milîtaniya şerê demdirêj bipejirînim, wisa dibêje hevala Sema, lê belê li wê derê jî dixwaze teqez mezinbûnekê bide xuyakirin. Li pêşiya wê du pejirandinên (seçenek) mezin hene. Lê belê ew xwe bi van her du pejirandinan ve mehkûm nake. Mezinbûnek jî di vir de derdikeve holê. Pejirandina xwe li milê ya herî zor û zehmet datîne, her weha ev mezinbûna wê bêhtir dibe. Em dikarin bêjin ku ew kesayetek wisa ye, ya ku herî zêde bersiva vê rastiyê dide. Gotinên wê yên wisa balkêş hene, ku isbatdike ew xwediyê ramaneke kûre û milîtaneke partiyê ya duriste. Gelekî bi xwe re şerkiriye, di encamê de gihiştiye hêzeke biryarbûn û xwe terbiyekirinê.
Axaftina wê ya 8 ê Adarê girîng bû. Binêrin ew encamên ku we ji vê rojê dernexistîn, ewê di wan şert û mercên zor û zehmet de derxistine. Li wê derê min gelek nirxandinên balkêş û nû kirin. Ewê ew nirxandin hemî jî pejirandine û ji xwe re esas girtine. Vegotina navenda bîrdozî – siyasî û temsîla wê ku di rêbertiyê de ye, ev nêrîna wê bi serê xwe hêzekî dahorînê û biryarek xurte. Di rêbertiyê de dîdera azadiyê, bi hemî rêgeza xwe ve û pêkanîna xwe ve mîna rojê ye. Pêwîste em tevlî bibin û tevlîbûna me jî bê guman wê bi xwe re encamê bîne. Hevala Zîlan bêhtir ji aliyê bîrdoziyê dagirtî bû û bêhtir xwedî rêgez bû, lê belê hevala Sema ev rastiya hevala Zîlan, bi piratîkê û tekoşîna li dijî pirsgirêkan sergihayî kir (temamkir).
Nêzîkatiya ku di Fikrî Baygeldî heger ku em lê binêrin, gotinên “ evîn, bengî” di wateyeke gelekî binirx de daye xebitandin. Ewî hevalên jin baş lêkolîn kiriye û rastiya wan pejirandiye. Ew ne mirovekî nezane. Di asta netewbûnê de vê meselê dibîne û pêve tê girêdan. Binêrin girêdana ku em dixwazin pêkbînin li ser vî bingehî ye. Gelo di nava refên me de ev rastî çiqas tê pêkanîn? Kesayetên mêr peywerek wan ya bi vî awayî heye. Di hevalê Fikrî de bersivên kesayeta mêrê ku wê çawa xwedî rêgez be, ji nûve gereke çawa şêwe bide xwe û kesayetek pêjindar (duyarlî) be, hene. Ji xwe ew bi xwe jî dibêje. Evane pêkanînên mezinin, ne tenê gotinên mezinin, di heman demê de lêvbaziyên mezinin.
- Ayrıntılar
Roja 15’ê Sibatê ne roja şînê ye; roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûne ye, roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Pêvajo hin jî zelal nîne. Lê belê, em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me. Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne.
Komplo hîn neqediyaye û wê berdewam bike!
Li ser vê bingehê ez komployê hinek vebikim; ev komplo bi durûtiya Ewrupayê ve dest pê kir. Di vê komployê de, jixwe hûn rola Yunanîstanê dizanin. Yunanî ji bo ku me û Tirkan berdin hev, di nav komployê de cih girtin. Rola Yunaniyan, bi zanebûn e. Yunanistan bi Elmanan re, di pêvajoya komployê de li ser bingeha tasfiyeya min hemle pêş xist. Yunanistan, di dema pêvajoya aştiyê ya bi Özal re, bi Îngiltere û Elmanyayê re, xwest ji kadroyên xwe, PKK’yek alternatif biafirîne. Hewl dan ku, ji xwe re zilamekî çêbikin, da ku bikaribin ji bo xwe bidin şixulandin.
Elmanya, li dijî me hîn jî hewl dide ku provakasyonan li dar bixe. Pêwist e, mirov vê yekê wiha binirxîne û bi wî rengî tev bigere. Armanca wan ew bû ku; bi kompoloya 9’ê Cotmehê re, me bi gelê Tirk bidin şerkirin. Ev lîstik, versiyona listika sala 1920’an bû. Elmanya di sala 1882’yan de, Îttihat Terakkiyê da ava kir û neteweperestiya Tirkan pêş xist. Mustafa Kemal li derveyî vê xetê bû. Lîstikên Elmanya yên li ser Mezopotamyayê, ji mêj ve hene. Di van 20 û 30 salên dawî de jî, dixwaze li ser van listikan bide meşandin. Armanca wan ew bû, ez bême tasfiyekirin an jî min bixin bin kontrola xwe.
Ewrûpa, bi taybetî jî Elman û Îngiliz, tevgereke pak a azadiyê naxwazin. Yunanistan jî bi wî rengî ye. Rusya, di ser min re Projeya Herka Şîn (Mavi Akım) derbas kir û ji IMF’ê kredî standin. Her wiha Îsraîl û Mossad pêvajoya komployê bi rê ve birin û hîn bi leztir kirin. Bi vî rengî hewl da ku Tikiyeyê bixe bin destê xwe. Tiştî ku Ewrûpa anî serê me, ez, wekî ji nû ve çarmîxkirina Îsa dinirxînim. Ewrûpa, li ser bingeha înkarkirina çanda xwe, di şexsê PKK’ê de polîtikaya Kurd dide meşandin. Di vî warî de çi ji destê wê hat kir.
Emerîka jî, min diyarî Tirkiyeyê kir ku, da Tirkiyeyê qezenç bike û her wiha Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Balkanan bi xwe ve girê bide.
Di komployê de Tirkiye bi tenê nine; zêdegaviyên hiqûqê yên navnetewî hene. Yunanistan ji derveyê hiqûqê tevgeriya. Li Rusyayê jî, heman tişt pêk hatin. Her wiha Elmanya jî bi wî rengî ye. Ev hemû jî, bi dozê ve têkildar in, ne tenê Tirkiye bi Ewrûpayê ve jî têkildar pêvajoyeke hate jiyankirin.
Di dewleta Tirkiyeyê de çetebûn pêk hatiye. Eger ez bême îmhakirin wê çêbibe? Wê Tirkiye bikeve nav tengaviyeke mezin û pêncî sal girêdayî derve jiyan bike. Li gorî hesabê li ser min; Yuna-nîstan hin mezin leyist. Encam; wê Tirkiye heta dawî û bi hemû rengan bihata girêdan. Tirkiye naxwaze rastiyan bibîne û fêm bike. Wê şîddet û zorê bisepînin. Ji bo vê, divê mirov berxwedaniyê bi aqilane bimeşîne. Bêguman emê di xeta parastina rewa de bin. Lê, ez dibêjim divê bi zanebûn mirin û kuştin çênebe. Pêwist e, li ser bingeha xeta parastina rewa berxwedan pêk were. Me heta dawî got; aştî û biratî, lê naxwazin fêm bikin. Ev yek jî tê vê wateyê; diyar e ku, li Tirkiyeyê hin kes hene xeterên mezin hildane berçav, ji ber vê yekê jî, wiha tev digerin.
Em dixwazin li Tirkiyeyê, xwedî li gelê xwe der bikevin. Pêwist e, em karê rêxistiniyê hîn bi lez û beztir bikin. Ji ber ku lîstika ku tê meşandin mezin e. Bila gelê me şaş nefikre, wê Tirkiye teqez (ke-sin) biguhere. Tirkiyeyeke demokratîk, tê wateya azadiya gelê me jî. Em azadî û çareseriyê, li deriyê Yekîtiya Ewrûpa û Emerikayê nagerin. Rizgariyê, di demokrasiyê de dibînin. Me du gav avêtin, du agirbest ragihandin û niha jî di xeta parastina rewa de ne.
Em niha dikevin pêvajoyeke awarte. Li gorî min, min Tevgera Kurd xiste riyeke aqilane. Divêyabû vê, coşeke mezin derxista holê. Afrînerî pêwist e. Heyama ku em tê de ne, kordînasyoneke awarte disepîne. Pêwist e, em demê pir baş bi kar bînin. Ji bo ku mirov têk neçe, divê mirov xwedî hêz be. Mirin her dem heye. Mirin ji ku derê tê bila were, ji bo min hîç ne xem e. Dema ku mirov karekî rast kir, wê demê mirin were jî watedar e. Herkes ji bo ku karekî şaş neke, mecbûr e bitirse. Ez bawer im ku hûnê min fêm bikin.
Dibe ku aştî hin baştir jî pêş bikeve. Lê dibe ku mirin jî pêş bikeve. Pêwist e, hûn ji herduyan re jî amade bin. Ez di derbarê nêrînên xwe yên aştiyê de samîmî me. Vê yekê fêm bikin. Eger tiştekî bi min were, wê lêkdan, mirin û kuştin pêş bikeve. Ev jî tê wateya ku, hûnê hemû ji holê bên rakirin. Ev yek eşkere ye. Eger şexsî bûya ezê bimrama. Ku ez bimrim we 50 hezar kes jî bimre. Ji bo ku ez, 50 hezar kes bidim jiyankirin, hewl didim ku xwe rojekê zêdetir bidim jiyankirin. Eger ku mirin hebe jî, ezê bi şiklekî rûmetdar bimrim. Ez di encama komployeyek cihanî de hatim qurban kirin. Ê min bi xwe, tu fikareke min î şexsî nîne. Pêwist e, em li hemberî komplogeran çemka biratiyê pêş bixin.
Ezê heta dawiya nefesa xwe, ji bo xatirê rastiyan jiyan bikim. Eger ez jiyan nekim jî, divê hûn bizanibin ku, ev mirin; çalakiya herî binirx e. Wê demê mirin, a herî binirx û pêwist e. Wê mirin ji bo min ne tenê bibe dema êşê, her wiha bibe dema êş û hezkirinê jî. Ez ji bilî vê, destûra jiyan û mirinê nadim. Azadiya min bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji wan re bibêjin; ku em azad bibin emê bi hev re azad bibin, emê bi hev re yekitiya azad bi dest bixin.
Bi ronîkirina vê komployê ve, ez meşa we ya demokratîk ya bêhempa silav dikim. Banga min ji dostan re jî, ew e ku; wekî pêwistiyên dostaniyê, erkên xwe li ser vê bingehê pêk bînin. Ji gelên Tirkiyeyê jî dixwazim ku, xwedî li biratî û demokrasiyê der bikevin. Her wiha ji bo dostên Ewrûpa jî heman tiştan didim diyarkirin.
- Ayrıntılar
Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’.
Dewlet-netew, weke bêberdewamiya sêyemîn û herî girîng a modernîteyê, şêwê (form) ya herî bingehîn a navgînî ya çalakî ya kapîtalîzm a fethkirin û mêtingehkirina civakê ye. Dema lîberalîzm xwe weke yekpareyıya armancan (civaka îdeayan) pêşkêş dike, dewlet-netew jî weke şêwe (form)ya bingehîn a desthilatî wateya xwe dibîne. Feth û mêtingekirina herî berfireh a civakê li hundir û derve, ku di dîrokê de rûbirû maye, eger forma dewlet-netew nebe, nikarin bêne pêkanîn. Dîsa, mijara ku zanistên civakî li ser wê herî zêde korkirin, ji rêderxistin û loda dogmayan pêş dixe, dewlet-netew e. Hîn jî zor e ku mirov bêje ku tehlîla berfireh a dewletê hatiye kirin. Marksîstekî tew mîna Lenîn jî; dema berê xwe da avakirina yek ji şoreşên herî mezin ên civakî yên dîrokê, nekarî biserketa ku tehlîlkirina ‘pirsgirêka desthilatî û dewletê’, ji linga dewlet-netewê rizgar bikira. Serketinê li milekî bihêlin, tevî hemû rexneyan, nikare xwe jê bide alî ku tew veguherandina Sovyetan, ku rêxistingeriya civaka demokratîk e, bo dewlet-netewê, weke saxlemkirina şoreşa nenirxîne. Dewlet-netewa Çînê, ku di roja îro de xizmeta herî mezin pêşkêşî kapîtalîzma cîhanê dike, nimûneya dêwane ya heman nêzîkatiyê ye.
Nêzîkatiya Anthony Gîddens a di derbarê tekanetiya dewlet-netew de, tevî ku para rastiyê di xwe de werdigire, di hêla girêdana wê ya zincîrane bi yekdestiyên desthilatî re yên lodane (kumulatîv) yên dîrokî de, vegotineke pirr nebes e. Ez ê li vir dubare nekim, ji ber min hewl dabû ku dewlet-netewê di bergên berî vê de bi berfirehî pênase bikim. Lê,bi rêya ronîkirina vê mijarê di hêlên cewaz de û bi diyarkirina encamên ku pêwîst e jê bêne derxistin, ez ê vegotinê bihez bikim.
Berî her tiştî divê netew-dewlet weke mezintirîn şêweya (forma azamî) desthilatiyê were hizirîn. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewlet-netew (wê rasttir be ku jê re bê gotin ‘netew-dewlet’), ne di kapasîteya desthilatî de ye. Sedema herî bingehîn a vê yekê ew e ku beşa jorîn a çîna navîn, di rêjeya zêdebûyî de, bi pêvajoya yekdestîbûnê ve tê girêdan. Pêwîst e mirov qet ji heşê xwe dernexe ku dewlet-netew bi xwe yekdestiyek tevdeyî (komple) ya herî pêşketî ye. Yekdestîperestiyên bazirganî, sanayî û malî (fînansî), di qonaxa dewlet-netewe de, bi yekdestîperestiya desthilatî re mezintirîn peymanê saz dikin. Yekîtiya herî pêşketî ya tevahiya yekdestiyan e. Pêwîst e mirov yekdestiya bîrdozî jî, weke perçeyekê jeveneqetî ya yekdestiya desthilatî, di vê wergiriyê de bihizire.
Yek ji qadên ku zanistên civakî têde herî zêde şaşwazî dikin, ewa di derbarê yekdestiyan de ye. Bayêxa mezin nîşan didin da ku emrazên desthilatiyê, weke ser-aborî, ji yekdestiyên bazirganî, sanayî û malî cûda bi cî bikin. Bi vî rengî, dixwazin ku desthilatiyê bi giştî û dewletê jî bi taybetî, mîna ku diyardeyên cewaz bin, pêşkêş bikin [nîşan bidin]. Yek ji xalên bingehîn ku zanistên civakî seqet dihêlin, ev e. Cewaziya di navbera yekdestiyên ser-aborî û yekdestiyên desthilatî de, dikare ancex di wateya karbeşî de were ravekirin. Ji bilî vê, yekparetiya di navbera wan de dîrokî ye û misoger e. Divê ez hevokekê Fernand Braudel bigirim vê derê, ku ez wê pirr bandorker dibînim. Braudel dibêje: “Desthilatî jî, weke sermaye, tê berhev kirin.” Wisa ye weke ku yekparetiya di navbera wan de qefaltibe. Bi ser de, kesekî pirzan e ku vê mijarê ji gelek hêlan ve zelal dike.
Desthilatî ne tenê weke sermaye tê berhevkirin, lê, awayê sermaye yê herî homojen, parzinandî û weke dîrokî berhevkirî ye. Eger ez bi tîpên mezin binivîsînim; DESTHILATÎ, AWAYÊ SERMAYE YÊ HERÎ HOMOJEN, PALANDÎ Û WEKE DÎROKÎ BERHEVKIRÎ YE.
Sermayeyên din ên ser-aborî, di şûngeheke wisa de ne ku, bi rêya berhevkirina cewaz, dest diguherînin û xwe birêxistin dikin. Sedema ku li hemûyên wan weke yekdestî tê nêrîn û wate tê dayîn, ew e ku ser-aborî ne û di wê karakterê de ne ku dest datînin (desteserkirin=yekdestî) ser nirxên civakî bi giştî û nirxên-zêdemayî yên civakî bi taybetî. Hemû çirpandinên ji civakê, dixwazî bi awayê bacê bin, dixwazî bi rengê kara dam û dezgeh bin û dixwazî bi şêweya talana dipdiyar bin, di karaktera yekdestî de ne. Ji ber vê, divê têgîna ‘yekdestî’ di cî de û baş were têgihîştin.
Ciyê dewlet- netewê di nava dîrokê de ew e ku tevahiya van yekdestiyan bi şêweyeke baş di wergiriya xwe de kiriye yek. Ew bi xwe dibe mezintirîn yekparetiya sermaye û hêza xwe jî ji vê şûngeha xwe digire. Her wisa, ji ber vê şûngeha wê ye ku navgîna herî bandorker a daneheva sermaye ye. Ji bo me hemûyan pirr şaşwazker bû ku dewlet-netewa Partiya Bolşevîk ew ava kir, piştî heftê salan weke yekparetiyeke sermaye ya biqelafeta dêwekî qelantor- derket pêşiya me. Lê di rastî de, dema em di hêla tehlîla dewlet-netew de li mijarê binêrin, ev rewş ta radeya dawî têgihîner e. Ji ber ku rêxistingeriya dewlet-netew, awayê herî kevneşop (tîpîk) û kurtebir ê xwe rêxistinkirina sermaye weke dewlet e. Bi dewlet-netewê, mirov dikare, ne sosyalîzmê, lê, kapîtalîzma herî xas birêxistin bike. Çiqas gengaz be ku hêstir /qantir were kirin hesp, ew qas jî gengaz e ku dewlet-netew were kirin, yan jî hesibandin, sosyalîst!
Tevî vê yekê, gengaz nîne ku tekanetiya dewlet-netew, bi rêya qutkirina wê ji şêweyên dîrokî, yên berê were ravekirin. Cewazîbûna wê ji çiqas pêşketibe bila bibe, ya destnîşankar daneheva dîrokî ya desthilatî ye. Em li Îngilistanê binêrin, ku yekemîn welat e ku dewlet-netewê birêxistin kiriye. Îngilistan di destpêkên sedsala 16. de di pencika desthilatî ya Îspanya, Frensa û Normanan de ye. Eşkere ye xeteriya ku tesfiye bibe, eger nikaribe xwe weke dewlet-netew birêxistin bike. Ew bi xwe qraltî ye. Xanedanî li pey hev tên û diçin. Aboriya wê, bi koçberiyên ku ji dema neolîtîkê û vir ve di rêya Ewrûpa re diçin, tê avakirin. Cewaziya wê ji welatên din ên Ewrûpî, di bingeh de şûngeha wê ya giravî e. Dewlet-netewa xwe, bi rêya xwespartina van mercên dîrokî û şênber, ava kir. Dîrok vê pêvajoyê di nava temamiya şênberiya wê de vedibêje ka zêdebûna hêza Sterlîn (yekeya pere ya Îngilîs) çawa meşiyaye dest bi dest (mil bi mil) li gel deyndarbûn û yekdestîbûna mezintirîn a li ser aboriyê. Her wisa, tê zanîn ku, ji bo pêngaveke serwerî, berê xwe da şoreşa sanayî jî. Wate, eşkere ye ku, bêyî hebûna dîroka Îngilîs, dîroka wê ya xanedanî bi taybetî û xanedanî ya wê bi xwe, em gengazbûna dewleta netew a Îngilîs li milekî bihêlin, tew qet nikare were hizirîn. Xanedanî şêweya dewletê ya herî berfireh û demdirêj a bi dirêjiya dîrokê ye. Sedema ku Îngilîstan hîn jî dev ji forsa xanedaniyê bernade, bi vî aliyê dîrokê re pêwendîdar e. Demokrasî û komar pirr sînordar in. Împaratorî formeke hîn guherdetir e. Eger danehevên desthilatî nebin, ku bi hezaran salan in weke yekdestiyên herî palandî (refînekirî) herikîne û hatine, nikarin çêbibin devlet bi giştî û dewletên netewî bi taybetî.
Pirr hindik qala pêwendiya dewlet-netewê bi çavkaniyên teolojîk re hatiye kirin; lê vê mijarê ta radeya dawî girîng e. Karl Schmîtt, dema diyar kiriye ku çavkaniya tevahiya têgînên hemdem ên siyasî, teolojîk (zanista li ser xweda) e; rastiyê bi aliyekî wê ronî kiriye. Eger kesek bi baldarî lêhûrbûneke sosyolojîk bike, wê zoriyê nekşîne tespît bike ku ol û hêmaya xweda, ku pê re pêwendîdar e, şêweyên herî kevn ên nasnameya civakî ne. Ol û xweda, divê bêne têgihîştîn weke pêdiviyeke serdemên heşmendiyê, bêhtir ji bûyîna her yek ji wan bizanebûn nasnameyeke hêmayî. Sêwiran (tesawir)a kolektîv a civakî, dihizire weke yek ji rêyên mayîna li ser piyan, ku xwe bi têgînên herî pîroz bike nasname. Di jêderka xwedatiyê de homîn/pîrozbûyîna heyîna civakî heye. Bi pêvajoyê re, herku veqetîna dewlet û civakê bilez dibe, payeyên pîrozî û xwedatî têne derxistin ji bûyîna nasnameya kolektîv a civakê û têne kirin malên desthilatdaran û yên xwedî dewlet. Serweriya bîrdozî li vê derê rola girîng dilîze. Tê diyarkirin ku desthilatî û dewlet ji çavkaniya xweda ne; lewre êdî rê vedibin ku, weke desthilatdar û xwedî dewlet, îdea bikin ku ew bi xwe jî pîroz in û xwedayî ne. Êdî ne zor e ku xwe bigihînin têgînên ‘qralê xweda’ û ‘siya xweda’. Her wisa wê dereng nemîne ku têgînên ‘qasidê xweda û siya xweda’ jî, li pey hev pêş bikevin.
Her çend dewleta laîk dixwaze xwe li derveyî vê pêvajoyê bihêle, li ev ne rast e. Laîktî, ku rêgeza bingehîn a civata Mason e, ku ji bandora dêrê nerehet e û koka wê bigiranî Cihû ye, weke pêdiviya xwezaya wê ye ku, ji xwe weke cemsera dijber a rêgeza rûhanî, heyîna xwe di pîvana mezin de ji van têgînan bigire. Pêwîst e bi rengekî eşkere bê diyarkirin ku ne laîktî bi qasî ku tê rawêjkirin cîhanî û sekular e û ne jî rûhanîtî bi qasî ku tê têxmîn/rawêjkirin axretî û ûxrewî ye. Herdu têgîn jî cîhanî ne û civakî ne. Dogmayên bîrdozî cewaziya di navbera herduyan de vekirine.
Lewre, dikare bê payîn ku hêmaya ji çavkaniya xwedayî ya desthilatî û dewletê, ku bi dirêjiya tevahiya çaxan hatiye dîtin, heman weke xwe, li çaxa me biteyîse. Nikare were hizirîn ku dewleta hemdem jî ji vê teyisanê bibandor nebe. Ev têgîn bi dirêjiya dîrokê wisa hatiye strandin. Têgînên dewleta laîk û desthilatî binakok in û nediyar in.
Dewlet-netew barkirî ye bi têgînên xwedayî, zêdetir ji ya tê rawêj/texmînkirin. Rajêrî merasîmên homîn/pîrozbûyînê ye, bi qasî ku di ti serdema dîrokê de nehatibe dîtin. Têgînên mîna ‘welat’, ‘al’, ‘unîter’, ‘serxwebûn’, ‘pîrozî’, sirûd/marş-muzîk’, ‘vegotina bi awayê çîrokkirinê’, û wekî vana, ku xwe dispêre wan û wana weke hêma ji xwe re bijartiye, ji qraltiyên-xweda zêdetir xwedî payeyên xwedayî ne. Ti şêweya dewletê, bi qasî dewlet-netewê, zirxên bîrdozî, huqûqî, siyasî, aborî û olî li xwe nekiriye. Sedema bingehîn a vê yekê dîsa ew e ku deriyê bingehîn ê debarê ye ji bo burokrasiyeke sivil-leşkerî, ku pirr qelebalix bûye. Eger ji bin burokrasiyê qoltixên dewletê bêne kişandin, wê mîna masiya derketî ji avê lê were. Dewlet ji bo wan pirsgirêka mirin û mayîne ye. Kirmişandina dewletê bo payeya herî pirole ya xwedatî, têkîldar e ji nêz ve bi vê taybetmendiya burokrasiyê re. Sedema ku di modernîteya kapîtalîst de, bi qasî ku di ti modernîteyan de nebûye, ewqas li ser dewletê tê rawestîn û tofan tê rakirin, dîsa guherana di pêkhateya wê ya çînî de ye. Her wisa, di navbera kirpana modernîte, dewlet-netew û bi taybetî “yekîtîgirî-unîterî” û têgîna ‘yekîtiya xweda’ de têkiliyeke nêzîk heye. Çawa ku di dîrokê de xwedayên qewm û qebîleyên din tevli qebîle û qewmên xwe ve hatine tesfiyekirin û di nava xwedayê zal/hakîm de hatine helandin, xwedayên wan jî di nava xwedayê qebîle û qewma zal de têne helandin û tekkirin. Dema em di nava vê rastiya sosyolojîk de li têgîna ‘yekîtiya xweda’ binêrin, em ê bi rengekî hîn hêsantir xwe bigihînin wateya wê.
- Ayrıntılar
“Rûmeta Azadiya Bêrîtan Parastin, Deynê sitûyê me ye, ev rêgezê min e.”
Gelekî ku xwe rêxistin neke, gelekî koleye. Zayendekî ku xwe rêxistin neke û birêve nebe jî kole ye. Bihizirin ku mekanîzmeya we ya parastinê heye. Zilamekî dixaze ji jinekî re bê mafiyê bike. Ew dem ev rêxistin bi giştî li dijî vê yekê sekinî. Ew zilam wê çi bike? Çimkî her roj bi hezaran bêmafî heye. Yek bi yek xwe sipandina zîhniyeta zilam ve çareserî naye dîtin. Helwesta herî rast bi sipandina artêş û rêxistan xwe ve çareserî dîtine.
Gülnaz Karataş (Bêrîtan) ku di şerê başûr de şehîd ket. Di gîhandina azadiyê de xwedî hewlekî pir mezin e. Rapora ku heval ji min re şand heye. Hê min nizanî ku şehîd ketiye û ev heval her dem di hizrandinê min de bû. Digot “Bi dehuriînê Serokatî ve ez dixwazim romana binivisînim. Di me de tu kes heta naih gotinekî wisa negoti bû. Hevalekî pir bi hişyar bû. Min digot vê hevalê bibînim û pê re niqaş bikim wê baş bibe. Piştre agahiya şahadeta wê hate. Keçikekî pir leheng e! Çalekiya karekola Rûbarok re di asta fermandarê taximê beşdar dibe û di vê çalekiyê de birîndar dibe. Her çiqas birîndare jî di eniya herî pêş a şerê başûr de cî digire. Di wir de heta gula xwe ya dawî di mewziyê de ma ye. Piştre hêzên noker û hêzên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin “Radest bibe, em ji te re tiştekî nakin” lê helwesta heval “We bi dijmin re nûkertî kir, win ji başûr êrîşê şoreşa başûr dikin, win xayîn in, ez radestî we nabim” bûye. Serokatiya partiyê di asta dirûşmeyan de qîr dike û xwe ji zinaran diavêje. Çalekiyekî bi wate û wêrekî ye! Ji xwe di asta teorîk de pir xurt e, tenê ne di asta berxwedan û welatparêzîyê, di heman demê de keçikekî dixwaze dehurînan bi kuranî fêm bike, çimkî dixwaze vê hê berfirehtir bike. Ev tê vê wateyê, dehûrînekî baş wê ji vê hevalê derbiketa. Pir kesayetên ku di fêmkirinê de bibiryarin û ji bo vê her cûran lehengiyê dikarin bikin, pêwîst e em nirxekî mezin bidin. Pêwîst e bîranîna vê hevalê re bersivekê baş bê dayîn. Ev ne kesayetên ku erzan bên destgirtin in. Li ser vê şahadetê heval dibêjin “Em bîranîna wê re girêdayîne, emê navê wê bidin tabûrê” Tenê nav dayîna tabûrê ve û çawa berxwedanî kir gotin ve têr nake. Pirsgirik helwesta ku şopandiye jiyanî kirine. Ji xwe yê ku vê encamê derxist holê, ev helwest bi xwe ye. Em vê hîm digirin. Hindek jî dibe mînaka hevalên ku em dixwazin pêşbikevin, dibe model.
Keçikekî hebû, navê wê Bêrîtan. Ji bo radestî paşverûtiya kurd nebe, xwe ji zinaran diavêje. Ji gundekî girêdayî Karakoçanê bû. Pêşmerge dibêjin “Radest bibe, em ji te re tiştekî nakin” lavayî dikin. Xeta ku ez hîm digirim ev e. Ew dibêje “Ez ji paşverutiya kurd re radest nabim” û azadiyê hîm digire. Ger KDP û YNK êrîş bikin, emê xeta Bêrîtan hîm bigirin, heta dawî li ber xwe bidin. Ger çeka me xilas bibe, emê xwe ji lat û zinaran biavêjin. Rûmeta azadiya vê keçikê parastin, deynê situyê me ye. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan wisa dinirxîn im. Ez bawerim bastura jinê hêz dibe, ji carekî da destur nabe. Dînazorên pênçhezar sal ji qêliyekî ve naye gûhartin. Pêwîst e ji hêza xwe ya cewherî bawer bikin. Hêzên wan ê parastinê hebin. Wek rahîbeyan nabêjim, lê azadiya xwe bi awayekî tund hemêz bikin. Pêwîst e ked bidin û bi tebat (sabr) nêzî bibin. Ji tu kesî hêvî nekin ku werin wan pêş bixin. Heta alîkariya min jî wê bi sînor be. Ez ji hêza jinê bawer dikim. Dibêjin “Wê cîhanê karkerên rajer rizgar bikin” ez jî dibêjim “Wê cîhanê jin rizgar bike” Jinekî bûye artêş, gelê kurd a ku bûye artêş e. Raperîna gelê kurd, gerîllayên ku gîhaştiye serkeftinê ye. Û ji her tiştî wirdetir jina azad, Kurdistana azad e.
Min ji xwe de xeta Bêrîtan negot. Berxwedaniya Bêrîtan di me de şêweya bingehîn e. Heval radest nebû û xwe ji zinaran avête. 9 keçik hebû, wek govendekî hev dû bi hevdû re girêdan û bi bombê şehîd ketin. Ji bo ku nekevin destê dijmin wisa kirin. Ev hemû lehengên mezin in. Ji bo me keçên pir leheng û berxwedevan hene. Di heman demê de kesên ku xwe şewitandine jî ez bibîr tînim. Yê ku dixwazin hemdem bibin, bila biçin. Diçin Ewropa, diçin ku, bila biçin. Ez rastiya xwedawend wek çand dibêjim, ez bi zimanê magazîn ve nabêjim. Ev çand wê zindî bibe. Zilam naxwaze fêm bike. Ji derveyê vê jiyana azad nabe. Li ser jinê teorî û felsefe nû pêşdikevin. Azadiya jinê nû ketiye dema xwe ya pêşketinê. Zagonên vê heye.
- Ayrıntılar
9’ê Cotmeha 1998’ an ku min hewl dida di ser Atînayê re derkevim Ewropayê û piştî wê, ew îflas bû ku bergeha paradîgmaya nûjenparêz di kesayetiya min de dihate jiyandin. Tevî hewldanên min ên veguherîna binkeya jîrekatiya min a teng û fikarmend, lê ji ber ku min di nav welêt de negihande hêza azadiya serkeftî, di vî alî de astengên li pêşiya min, eşkere ye ku hiştine derketina min a Ewropaya ku xwedî hêzeke kamil a temsîlkirina şaristaniyê ye, neçar bibe. Ev rasteqîn bi wateyekê jî, mûkir hatina bêbaweriya hêza xwe ya puxteyî ye. Li ser navê dîrok, heyam û şûnewar wê nabosa kûr diderbirand. Hewldanên min ên Rojhilata Navîn ku nêzîkî bîst salan bûn (1979-1999) tevî ku ji pêşketinên girîng re rê dabûne vekirin jî, mînanî ku civakên Rojhilata Navîn di hundirê de gêr dibin, têr nekirin ku wê korgirêkê bigihîne çareseriyeke mayînde.
Ji wan her du rêyên ku li pêşiya min vedibûn yek ji wan ber bi “şerê çiyê” ve çûyîn derfetek bû. Lê ji ber pir derengmayîna min, him jî pîrozbûna hêzên çekdarî bila li vir bimîne, ji ber ku dejenere bûbû, dema ku min dît yên tên bêrîkirin vedigerin berovajiyên xwe, li vê navendê hêviya min a çareseriyeke kurt û hêsanî ku dikir. Yek jî di sengergirtina hêzên heyî de ji çareseriyeke hêsanî zêdetir ew hînbûyînên ku wijdanê ku dikin û li çengelê “bimire û bikuje” eliqî mabûn, di bingeh de weke rewiştî û felsefîk datanî rastê ku takekes çewt dimeşin. Ber bi çiyê ve çûna min dibe ku di wateya teknîk û taktîk de dikaribû ji hinek durûstkirinan re rê bide vekirin. Lê şikbar bû ku dê karibe rê vebike ji çareseriyeke stratejîk û dumahîkî re. Bêtir bi hêza xwe ya ronakbîr biewle bûm û wê çavkaniya hîs û besta ku tim pêwîst dikir rolê xwe wisa bileyizim, hildigirtim. Min, rastîna nav civaka Kurd û Rojhilata Navîn a ku bi zêde xwîn rijandinê hewl dide pirsgirêkan çareser bike, şûna vê de baweriya xwe ya ku pêdivî bi derçûnên ronakbîr ên rehdar heye qet wenda nekir. Erêna di navbera van her du wilfan de bû. Her wekî ku pîvanên xwînê û pîvanên çerxî yên ronakbîr bi min re di nav pevçûnekî de bûn. Ger fersendekî piçûcik jî dîtibama, qet gumana min tinebû ku ezê giranî bidim derçûna polîtîk a ronakbîr. Bi taybetî kengê ku nabosên dihatin jiyandin di kêşeya Filistîn û Îsraîlê de bi min bêwateyiya şîdeta kor dane eşkerekirin, “şîdeta felsefeyê” ji nû ve dahûrandin hate rewşa jênerevînê. Ew çemka çetegeriyê ku PKK’ê dijiya û hema bibêje hatibû rewşa nayê astengkirinê, wilfa min a di vî aliyê de xurtir dikir. Li paş vê rasteqînê jî ew baweriya ku hemû pirsgirêk û rêyên çareseriyê yên nûjen ku çavkaniya xwe ji Ewropayê digirin, pêwîstiya lêgerînê di ser Ewropayê de dida sepandin. Her wekî bi diduyan ve parçe dibûm. Weke encam ji ber ku derfet hate dayîn ji bo hilkeftina min a Atînayê re û her ku zextên rêveberiya Tirkiyeyê li ser Suriyeyê giran bûn, rê da vekirin ji wê derçûna tê zanîn re.
Eşkere bû ku ew serboriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez biafirandinekî nû ve rû bi rû bimînim. Li virê parastina puxteya xwe, mebesta xwe ya pak û hewldanên xwe yên mezin kirin, weke takekesî zêde wateyekê naderbirîne. Encamê ku derketiye holê; tenê ne înfazek, kişandina çarmixê ye. Weke ku min di serî de diyar kir, hema di cî de tewanê bi ser rêveberiya Tirkiyeyê ve avêtin û wê rola ku ji hêla sîstema cîhanê ve ji Tirkiyayê re hatibû dayîn bi kûrahî û di nav hemû wergeriya dîrokî de nenirxandin, mînanî ku hêzên komploger yên yekser û neyekser ku dihizirin, dê wateya xwe veşartina wan jî hilgire. Ji ber vê yekê min hewl da ku di parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de zelal bikim ka roja me ya îroyîn sîstemeke cîhanî ya çawa ye. Parêznameya min bi xwe armanc raberdikir ku wê hebûnî û kirûya Kurd ku hema hema di hundirê şaristaniya civaka hiyerarşîk de di rewşeke helandinê de ye, di nav dîrokê de û bi hemû aliyên xwe ve daxîne holê. Bi wê zanebûna ku daxistina pirsgirêkê nîvê çareseriyê ye, min vê hewldan li dar xist. Ev hewldan, weke ku di nimûneya dagirkeriya dawî ya İraqê de hate dîtin, tenê bi teşeyekî şahane erêkirina pêşbîniyên min ve nema, him derfetên dibetî yên çareseriyê zêde kir û him jî anî rewşa eşkertiyê. Azîneya sîstemê ya kişandina çarmixê û bi rengê Prometheûs li latê mîxkirin, nedişibiya wê encama klasîk ango ya di çerxên mîtolojîk de. Li dijî “êrîşkariya gilobal” a sîstema cîhanê ya kapîtalîst, derfet dihatin rewşa peydabûnê da ku lêgerîna “demokrasiya gilobal” a gelan bê xurtkirin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd jî bêne wergirtin.
Bi taybetî pêvojaya min a li girtîgeha yek kesîn a Îmralî, li dijî wê rizandina hînbûyî ya di dirêjahiya dîrokê de, dida peyitandin ku çareseriyeke zanistî him felsefîk, him pratîk tenê ne ji bo kesayetiya min û gelê Kurd, dikare ji bo tevahî mirovahiyê derçûnê peyda bike. Lewra hemû raboriya xwe tewanbarkirin weke ku ne rast e, di xwe de parastina peydabûna puxteyekê zindî û mafdar aliyê dîtir ê rastînê bû. Her wiha hindek babetên girîng ku di wesfa temamkirina parêzname û ragihandinên min de ne, vekirina wan xwedî girîngiyeke mezin e. Ezmûnekirina dahênanên min ên teorîk li ser rastîna Helen, Tirk û Kurd dê bêtir bibe ronîker.
Xwestin min jî wekî kozekî bikarbînin. Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê. Dê ti tiştî nede Kurdan. Ji ber nijadperestên hov rola emîrberê wî dixebitin, dikarin dewletokekê sazkin. Kurdên nijadperest dikarin heta demekê bi YDA’yê re bimeşin lê belê di Rojhilata Navîn de bi YDA’yê re bûyin dê rê ji çi re veke? Ermenî 50 salî bi Îngîlîz û Fransiyan re, Îyonî jî 100 salî bi Îngîlîziyan re meşiyan lê belê ji vê xakê hatin tinekirin. Li Nînovayê Asûrî û Suryanî hebûn, ew jî li dû hev ji holê hatin rakirin. Wê Kurd bibin xwediyê dewletokê, lê belê mirov çiqas dikare bi vê bawer bike? Gelo wê bibe wek Îsraîleke duyemîn? Gelo dê Kurdan bajo nav şerekî, ev jî ne diyar e. Bi destê Tirkan kuştina Kurda di zemanê Îngîlîzan de destpêkir, lê niha Kurd jî hinekî hêzdar bûne. Min ev tişt fêmkirin. Gelo dewlet çiqas ji van peyamên min têdigihêje? Fêmbike jî êdî dereng maye.
Ev rewşenbîrên Tirk çima komployê nanivîsinin? Ne ji bo min, bila ji bo gelê xwe binivîsînin. Min di serî de jî got, ne ji ber ku ez ji dardakirin û mirinê ditirsim, divê em vê komployê çareser bikin. Li vê derê dardakirina min, kuştina min û rizandina min rizandina Tirkiyê ye jî. Rewşenbîrên wê jî, çepgirên wê jî, îslamparêzên wê jî tênagihêjin. Ne ji îslamdariyê, ne ji welatparêziyê ne jî ji biratiyê fêmdikin.
Pêvajo ji bo tevahî hêzan teşe û zayineke nû ferz dike. Ji dewletê heta aboriyê, ji siyasetê heta hiqûqê, ji rêwişt heta hunerê tevahî qadên jiyanê tên hejandin, qeyran û aloziyan dijîn û pê re li çareseriyan digerin. Pêvajoya min a Îmraliyê tê wateya lezkirina vê rastiyê.
Spot 1: Eşkere bû ku ew ser boriya di ser Atîna, Moskova, Roma û cardin di ser Atînayê re li Naîrobiya Kenyayê bidawî bû, hiştiye ku ez bi ji nû ve afirandinekî ve rû bi rû bimînim.
Spot 2: Komploya li ser min ne gel, ne PKK, ne jî dewletê fêmnekiriye. Lê belê YDA’yê baş têgihiştiye, plana wî xweş bi cih tê, wê ti tiştî nede Kurdan.
- Ayrıntılar