Ji çapemenî û raya giştî re!
Di Kanûna 2011’an de li li navçeya Şirnex Silopiyê li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, gelekê ku hertimî serî li himberî dagirkeriyê rakiriye, bi pêngavên berxwedan û tekoşînê re asta serkeftinê qezenç kiriye. Bê guman, ev weke kevneşopiyekê ji dîrokê herikiye roja me ya îro. Hemû dewletên dagirker jî dizane, lê mixabin vê berxwedaniyê danaqurtîne.
Hemû rêbazên xwe yên gemar bikaranîn, lê encam negirtin. Bi hezaran girtin çêbûn, bi hezaran kes êşkence kirin, lê bi vê jî nekarîn tiştekê bikin. Bi ti awayî nekarîn gelê Kurd, Rêbertiya wê û tevgera wê ya azadiyê gav şunde bide avêtin. Tenê yek rê di destê dewleta dagirker de maye, ew jî li ser bedenên bêruh yên ciwanên Kurd rant kirin û berîka xwe dagirtin.
Şehîd, peyveke ku konê xwe di nava hemû peyvên gelan de vedaye. Peyveke pîroz e. Ji kesên ku bedena xwe xistine sîper li himberî dijminê xwe, kesên ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirine re dibêjin şehîd. Ger ku canê xwe feda kirine ji bo welatê xwe, ew veşartinekê herî pîroz maf dikin. Wana spartina dilê xwe, erkekê mirovahiyê ye.
Lê mixabin, şeytanên hemdem yên weke dewleta Tirk û hukumeta wê, ti nesîbê xwe ji van hestên mirovahiyê negirtiye. Ji bo qetil kirina ciwanên Kurd tenê li ser kar e. Êşkence dike, qetil dike û pişt re jî dirizîne.
Ew ki ye dibêje zarokên Kurd bê xwedîne û li goristana bêkesan tên veşartin. Yên bi vî rengî difikirin, ew yên ku ti keda wan di ber azadiya welatê wan de çênebûye. Ew mirovên behest in, mirovên bêked in. Mirovên xwe li ser xwîna ciwanan mezin dikine. Mirovên hov in. Ger bi qasî zirê keda wan di ber jiyaneke birûmet de çêbibûna, bi vî rengî nedifikirîn û ne jî tiştekê bi vî rengî pêkdianîn.
Gelê Kurd heya niha li hemû parçeyên Kurdistanê, li Helepçe, Mahabad, Amudê, Amedê, ji derveyî welat bi deh hezaran zarokên xwe fedayê riya azadiya welat û rizgariya netewa xwe kirine. Ev ruhê fedayî yên ciwanên Kurd roj bi roj mezin û bilind dibe. Li cihê ku pêwîst bike jî ciwanên Kurd amedene canê xwe di ber doza welatê xwe de bidin. Ma gelo tiştekê ji vê pîroztir jî heye? Ger mirinekê heye, ew mirin jî bila birûmet û pîroz be. Bila ji bo doza gelê xwe be. Gelê Kurd gelekê bi mirinê re yek bûye. Ji mirinê natirse.
Di çiyayên azad de îro, jiyaneke li ser hîmê rêhevaltiyeke geleke pîroz tekoşîna azadiyê tê meşandin. Hevaltiya ku di van çiyan de tê meşandin, hevbihayê hemû pîroziyan e. Ruhekê ku li ti deverên cîhanê neyê dîtin, di çiyayên Kurdistanê de li gel şervanên azadiyê heye. Kesên ku qet hevdu nas nakin, tên gel hev û di demekê pir kin de rêhevaltiyekê geleke mezin qezenç dike. Ev hevaltiya wan digihe astekê bi wî rengî ku canê xwe jî, ji bo hev bidin.
Gelo we qet dîtiye, kesekê ji bo hevalê xwe, xwe avêtiye ber narincokê. Ji bo ku hevalê wê/î şehîd nekeve, xwe avêtiye ber narincokê. Ev ruh we li kuderê dîtiye? Ji derveyî tevgera azadiya gelê Kurd PKK, ev ruh li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Nimuneya wê ya yekemîn di çiyayên Kurdistanê de çêbûye. Lê dewleta dagirker a Tirk, ji bo ku birînekê biçûk jî li wan venebe, zarokên Kurd dişînin mirinê. Leşkerekê ji metropolên Tirk, dişîne Kurdistanê ji bo mirinê.
Pîvaneke xwezayê ye ku, dema her zindiyek bi xeteriya mirinê re rûbirû bimîne, neçar ew zindî dikeve pozîsyona xwe parastinê. Lewma ger qesta kuştinê li ser canê wî/ê hebe, ew jî bi kuştinê bersiv dide. Ger tu qesta canê kesekê/î bikî, tuyê bihayê vî jî bi canê xwe bidî. Qesta dewleta Tirk jî mirina canê ciwanên Kurd e, welatê Kurdistan e. Li himberî vê jî ciwanên Kurd canê xwe feda dikin.
Dewleta Tirk mirinê bi mirinê dide afirandin. Hemwelatiyê xwe dişîne mirinê, piştî cenaze tê welatê wî jî vê carê rondikên Tîmsahan dirijîne. (Hun dizanin, dema Tîmsah birçî dibe çêlikê xwe dixwe û pişt re jî li ser digirî) Ev ya tenê ji bo keseke Tirk bi vî rengî ye. Lê belê ji bo ciwaneke Kurd, yê li mafê xwe yê mirovahiyê digere dewleta Tirk bi vî rengî nêz nabe. Ji ber ciwanên Kurd bêxwedî dibîne, li goristana bêkesan vedişêre. Ev jî şerma mirovahiyê ye, şerma dewleta Tirk e.
Şerma xwe ya mirovahiyê nabîne û nabêje min cenazeyên ciwanên Kurd aniye rewşa ku neyê nas kirin, serî li rêbaza gemar dide, derewan dike û ciwanên Kurd li goristana bêkesan vedişêre. Ji bo yek malbateke Kurd cenazeyê zarokê xwe bigire bi kilometrayan rêdigre pêşiya xwe. Dikeve pey canê bêruh û her bendewariyên xwe mezin dike ku tenê hestiyeke be jî, parçeyek ji canê zarokê xwe bigre. Lê dewleta Tirk li ser vê rantê dike û hatina malbatan felç dikin. Bi rojan li ber deriyê morgê dihêlin. Ger cenaze ji parçeyên Rojhilat, Rojava an jî Başurê Kurdistanê be, ji xwe nadin. Ger bidin jî, cenaze radikin cihekê bi wî rengî ku xwe gihandina wê zor be. Yan jî heya ku berîka xwe li ser canên bêruh tije nekin, cenaze nadin. Li himberî vê sucê mirovahiyê jî, wijdanê raya giştî razayî ye.
Di rewşeke bi vî rengî de jî, qala çek berdana PKK dikin. Piştî van kiryaran, ew rûreşiyeke mezin e hun qala tiştekê bi vî rengî dikin. Bi taybetî jî ew kesên xiyanetkarên Kurd yên derdikevin pêşiya qemerayan û weke bilbilê tuya diaxivin. Li şuna ku hun derkevin qala çekberdana PKK bikin, ji xwe şerm bikin ku heya niha kedekê we di ber azadiya welatê we de çênebûye. Ji xwe şerm bikin ku heya niha hun her timî duvê hinekanin û li ser xwîna ciwanên welatê xwe berîka xwe tije dikin. Di destpêkê de bibin xwedî ked di welatê xwe de, pişt re derbikevin qala çekberdanê bikin.
Li aliyekê hun cenazeyên zarokên Kurd nadin wa ku bi hestên dilê xwe law û keçên xwe ber bi koça wan ya dawiyê ve oxir bikin, di aliyê din de jî dibêjin çima ciwanên Kurd berê xwe didin çiya. Di aliyekê de welatiyê xwe dişînin mirinê û di aliyê din de jî rondikên Tîmsahan li ser dirijînin.
Zarokên Kurd ne bêxwedîne, ew li Helepçeyê jî be nebêxwedîne, li sînemaya Amudê jî be nebêxwedîne, li kolanên Amedê be jî nebêxwedî ne û li çiyayên Kurdistanê be jî ne bexwedîne. Gelî Kurdîno hun bêjin, ma zarokên we bêxwedîne? Ger nebêxwedî bin jî, wê demê berxwedanî û helwesta xwe dubare bi dewleta Tirk bidin nîşandan ku law û keçên we ne bêxwedîne.
Hindistan PENABER
- Ayrıntılar
Xencera xiyanetê careke din ez kuştim.
Dibin têla dirrihî de, li ber gutînekê bi strî û roj li nîvro....
Bi dijwariya sedsalên bextreşî, di kelihên hêrivtî de û bi mivreda şikestî ez kuştim.
Li navenda cîhanê, bi qîrêneke dawudî û di nava gulokek zerahiya ezman de...
Bi napalmên antî-demokratîk û fuzeyên li çerxêneketî û antî ademî ez kuştim.
Hemberî ku helbestên 33 berên komkujiyê hatine nivîsandin ...
Hemberî ku tê gotin wê helbesta 35 bombeyên komkujiya Roboskî werê nivîsandin...
Dilê min bi birînên Xebat Dêrik re xencer kirin, bedena min bi ser bircikên bexilî û bextreşiya sedsala bîstûyekê de hêrivandin. Piştre ez û darbesta Seyfettin Işik li ser milên ciwanan birin Midyadê...
Dilê min, birînên Xebat Dêrik û darbesta Seyfettin Işik, di nava gulbijêrkên lîle-lîle jinan û bi duruşmên ciwan hatin himbêz kirin...
Xencera xiyanetê roj li nîvro li min hejandin...
Bombeyên napalmê ber esra teng li min barandin...
Û miştaxeya bedenên min li ber lat û berzehan, dibin serma şevê de, wek gotinên destan û romanên nenivîsî hatin razandin. Ez zarok bum ez kuştim, ez ciwan bûm ez kuştim, ez kal û pîr bûn dîse ez kuştim.Di her dem û heyamên temenqersivî de, di her dema ku çakûçê hesinkerên Midyadê li sidan diket, kulîlkên birînên min jî reng didan.
Xwîna min dibû rengê jiyanê....
Wê demê, ez û rengên kulîlkan, bi dengê Xebat Dêrik û Seyfettin Işik re, bi gerilayekî bê nav re, li çaryanên bajarên Kurdistanê digeriyan. Mista destên me, bayekî germ dibizivand û wek ronahiya çavên zarokên bi kevir, kanîk qewsik dilerizîn. Hevokên helbestan, di pexşanên gazinokî de, bi çîrokan dihatin xemilandin. Hingî min got:
Ezê hêviyên xwe di kûrên Batê de germ bikinû bi hêviyên jinên Serdêfê re darvebikim... Û wek salvegereke bê yadkirin, bibim gotinên dilojarê û gotinên qesîdeyeke dirêj.
Hingî zarokên Pencînarê wê dikaribin bi zarokên Ramanê re bilîzin û bi zarokên Çiyyaên hevêriya re sunda tolhildanê bixwin. Hingî cil û bergên zarokatiya min, wê ji nava çîrokên winda werin berhevkirin û ezê dikaribim xencera xiyanetê bişikînim.
Şikandina xencera xiyanetê wê bibe derman û hevaynê birînên di bedena axa min de... Hingî ezê bi kuştina xiyanetê nemirim û di nava birîna xiyaneta sedsalê de jiyan jî nabe kulmîrowa nexweşiyan..
Û ezê stranên wek destanan li hev kom bikim, da ku niviştokên bêbextiyê werin gom kirin û dibinê xweliyek sar û bi ser serê xwediyê xwe de bibare.
Hingî xayin wê bibin xwelîser... Bibin hetikber û bi qeşmeriyê re razin.
Û derxên wê şîn nabin, kulîlkên wê jî venekin....
Ez careke din di nava şînê de me...
Di kevana çiyayekî bi bombayên napalmê hatiye şewitandin de,
Bi gerilayekî bê nav re, di nava hêstirên berhevkirî de... Li pêşberî jiyana kuştî dibine romanek... Em bibine qîrêna çûkan, dibine şîqêna baz û başokeyên xeydok.
Ez û gerilayê bê nav dibinê sinekî de: Ew ji rojê diaxive, ez ji stêrikan... Ew ji heyvê diaxivî, ez ji av û axê... Gotinên me wek helbestên Ehmedê Xanî dibine cewherê çakûçê Kawayê hesinker û xencera xiyanetê dişîkînin.
Hingî dengê me û devsa gavên me, di coka dîrokê de diherikin...
Hinekî li Xinêra...
Hinekî li Qendilê....
Hinekî li ber ziyareta helbestî kulîlk vedikirin.
Hingî min bi sunda Xebat Dêrik û sunda Seyfettin Işik û sunda gerilayê bê nav...
Serbenda heyama nû, bi desmalên hevrîşmê girêdan. Wek micbiyekê, wek geştekê li çar aliyên Kurdistanê gerandin. Min got; ev navê hêviyê ye, ev navê kuştina xencera xiyanetê ye, ev navê çûkê li ser hêlînê ye, navê kewê ribat e û li ser movika rima Rastemî Zal danîne...
Li hemberî kemîn û davikên kuştinê cenga azadiyê dixwîne...
Bi tiliyên hinekirî...
Bi mista xwehdayî...
Bi ramûsanên di nava jinên Serdêfê de, ezê kelihên berxwedanê ava bikim.
Ez û hêrsa gerilayê bênav bi hêviyên siberojên rûmetdar re,
Di nava xeftanê evîna Meleyê Cizîrî de..
Bi hêviyên Ehmedê Xanî re dimeşin...
Ne bi sunda seyidekî şaşik kesk... Ne bi sunda meleyekî li ber Qur’anê rûniştî...
Ne jî, bi sebra Eyûbê kurmexwarî...
Em bi sunda gerileyekî bê nav
Bi tîr û kevanê Qeretacdîn..
Bi gurz û rima Rastemî Zal û baweriya zarokên keviravêj re xwe bigihînin azadiyê
Hingî ez û Seyfettin Işik
Hingî ez û Xebat Dêrik
Ez û şikêrên kuştiyên winda,
Emê govendekê girêbidin...
Hingî wê ramûsanên min di nava lîle-lîla jinên Serdêfê de,
Li ser darbestên cangorî û pakrewanên min bibin gulbijerkên hêviyê
M. Bagok
- Ayrıntılar
Gelê Kurd nav li sîstema Erdogan kir. Faşîzm!...
Êdî, pêdivî bi danasîna kiryar û armanca desthilatdariya AKPê nemaye. Diyar e ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr ji bo gelê Kurd, dojehekê ava dikin.
Tê zanîn ku desthilatdariya AKPê, bi “handîqapekê” hate ser desthilatdariyê. Di pêvajoya ku “troyka”, haraketa Îsmaîl Cem û Husamettin Ozkan bi fermana Emerîka û bi destê Kemal Derwîş têk çû, rê li ber Erdogan û Gul hate vekirin.
Pêşî tevlîhevî “buhran” hate derxistin, Erdogan û Gul bûne stêrika dahatuya Tirkiyê.
Îro, tu “handîkap”ên li pêşiya Erdogan û Gul xuya nakin. CHPe bi nava xwe de dikele, MHPe jî, di nava eyarê xwe de difetise û bi “haveynê edebiyata” nijadperestî mijul e. Hêviya Emerîka hîna jî Erdogan û Gul in. Muxalefet tenê Kurd mane...
Erdgan jî ha ha, dersa siyasetê dide.
Lê balkêş e, di dersên Erdogan de, exlaq nîne. Dema ku di fêrkirina siyasetê de exlaq nebe, fenomenên rastiyê jî cih nagirin. Dema ku fenomenên rastiyê di zanistê de nebin, rehberî jî çênabe û sûd nade. Demagojî, davik û kemîn, teşqele destpêdikin.
Îmaja ku Erdogan, di demên dawî de dide, bêbawerî ye û mîna tîranê ku, rojname û weşana medya tenê ji bo wî bêne amade kirin e. Ew dibêje, derdorên wî jî jê re li çepkan didin. Dema diaxive, bîrdozên xwe li ser îdealîzmê rûdinîne. Realîzm jî, estetîk jî di bîrdozên wî de nînin.
Îdeolojiya Erdogan. Hinekî dişibihin ya destpêka Franko û Salazar. Firazeya Franko jî, ya Salazar jî nîne. Piştre frazeyek ji xwe re ava kirin.
Îdeolojiya Franko û Salazar jî ,bi fetwayên entelektuel, feylesofên xwedî tîtra prof.ên li dora wan û bi erêniya “dêr”ê dihatin xwedî kirin
Di wê demê de, Brasillach, di rojnivîsên zindanê de wiha dibêje; “faşîzm namire. Faşîzm dozeke ku mirov xwe bidiyê, helbesta sedsala bîstan e.”
Îdeolojiya Erdogan jî, bi fetwayên Fetul-munkîr û prof.ên dewletê tê xwedî kirin û helbesta (!) sedsala bîstûyekê dixwîne. Îcar ez dibêjim; siyasetmedar, nivîskar, rojnamevanên Kurd jî wê di zindanên Erdogan de, gotinên Brasillach di rojnivîsên xwe de, dubare bikin.
Faşîzma Erdogan, di şerê li dijî Kurdan de tixub-sinor û exlak nasnake. Bi operasyona dawî, ku li 16 bajaran û 123 navnîşanan pêk anîn de, da xuya kirin ku, heta yek leheng û pêşengê gelê Kurd heye, Erdogan rehet ranaze. Pêşî senaryo tê amade kirin, piştre dozgerên taybet û felzekeyan amade dikin, piştre jî dadgeh biryarê didin û operasyon dest pê dikin.
Lê Erdogan, yan jî alîkarekî wî diaxive û mîzansena terora polîsan diparêze. Medya jî dikevê nava seferberiyê dibe alîkar û perdeyekê diavêjin ser kiryarên faşîzan. Yanî, bi znaîn û karekî kolektîf, “tirsek”e di nava reşê de ava dikin. Herî dawî jî, entelektuelên ku ji alifê Erdogan, ji alifê Fetul-munkîr têne xwedî kirin, wek canbazên li ser şelîtê, gotinên dirû dinivîsin û firazeyeke Erdogan ava dikin.
Mîna fşîstên cîhanê teva, firazeya Erdogan jî nîne.
Binêrin: Musollînî jî di partiya sosyalîst de endam bû. Piştre bi şervanên kevin re ji partiya sosyalîst veqetiya û bû serokê wan û firazeyek da avakirin. Yanî firazeya Mussolînî jî nîne. Keza, Salazar û Fanco jî di heman rewşê de ne.
Mînak du: Wek her faşîstî, Erdogan jî, li Rojhilata Navîn, li cografya Kurdistanê wek ribat, wek mêrxas û pêlewanekî tevdigere. Lê dema ku berê wî dikeve Rojava, dibe çêlkew, mîna kewê çîz bûbe, mûrşikestî ye û bi beşûşîyeke kompleksî radiweste. Dema ku, Xwedawendên dem û heyamê karekî didine ber û rolekê didinê, “cehdeke” balkêş destnîşan dike û rola xwe “bihaqqin” dilîze. Şova Dublînê, bûyera “yek munît” li bîra her kesî ye. Salazar jî, Franco jî, heman tişt dikirin.
Tiştekî din yê hevbeş, doktrîna Mussolînî, Salazar û Franco êrîş bû. Ya Erdogan jî êrîş e. Cûdatiya navbera Erdogan û yê din; Mussolînî, Salazar û Franco pêşî êrîş dikirin, piştre xeftan û kiras qaz dikirin. Erdogan pêşî kiras û xeftan amade dike, piştre êrîş dike.
Doktrîna her sê faşîstan yek bû; sazkirina netew dewletê. Milletekî arî, xas, ku di yek hawunî de hevîr kirin û haveyn kirin. Erdogan jî, bingeha îdeolojiya xwe li ser yek-yekan daniye û bi Fetul-munkîr re dixwazin, yek reng û yek ahengê ava bikin.
Entellektuelên, yan jî prof.ên, ku doh spî bûn, îro kesk in, ji bo parastina ideolojiya faşîzan ya Erdogan û Fetul-munkîr; bi dijwarî û berdewamî dibêjin, “guhertin li Tirkiyê çêbûne, ev guhertn jî bi saya AKPê pêk hatine.”
Helbet ev jî dereweke mezin e. Ji ber ku desthilatdariya Erdogan, çînekê bê çîn e û ev jî nikare guhertinan bike. Li dijî diyalektîkê ye û derî kanunên xwezahî ye.
Eger guhertinek li Tirkiyê çêbûbe, ew jî bi saya têkoşîna gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd e. Mînaka vê jî, Bloka Ked û Demokrasî ye, parlamenteriya nûnerê nifşê ‘68an û rêhevalê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û demokratên tirk ya li parlamento ye. Ya duyemîn jî, zora gelê Kurd ya guhertina Destura Bingehîn e.
Lê AKPe, ji destpêkê û heta îro jî, di guhertina Destura Bingehîn de astengiyan derdixe û dixwaze Destura Bingheîn ya faşîzma 12ê Êlûnê rêwîzê bike.
Lê faşîzma AKPê, ji bilî Kurdan, ji bilî Haraketa Azadiya Kurd, gelê Tirk, zanîngeh û kesên xwedî tîtra prof.tiyê, medya, entelektuel û kesên bi lewendgîriya zihniyeta Çetîn Altan radibin û rûdinin teva felc kirine, dîlgirtine û dixwaze Tirkiyê ji nû de ava bike. Di vê Tirkiya nû de, tenê hikmet-î vucudekî “tirkîtiya kesk” heye û demokrasî dikuje, ramanê azad, entelektueliyê ji holê radike, jinê dike rekiha reş û cemawerekî “nas û teba” ava dike. Avakirina şikefteke reş û girtî ye.
Erdogan, psîkolojiya gelê Tirk jî di “çîroka pezê li dora şivan” de dizane. Psîkolojiya “teba” ye. Lewma Erdogan bi derewan kiryarên faşîzan, bi hêsanî dikare veşêre.
Êdî hatiye fêm kirin ku, terora dewletê, polîs û kontrayên AKPê, fetwayên kujerî yên Fetul-munkîr ne qeder in. Dewlet jî, AKPe jî, Fetul-munkîr jî, bi sed maskeyan barkirî ne, bi sedan pût û nîq û teşqeleyan dagirtî ne.
Gelê Kurd, rengê wan naskiriye û nav jî li wan kiriye. Êdî baş dizane ku dewlet, AKPe û Fetul-munkîr dojehekê, ji bo gelê kurd ava dikin. Hewqas bombarduman, hewqas komkujî, hewqas gorên komî, hewqas girtin, hewqas bêbextî, hewqas tecrîd, hewqas komplo, tolhildan, kîn, teşqele, derew, nîq, kemîn û davik, kevirên avakirina dojeha Kurdan e. Tenê hişmendiyek, hewngîriyek û mejiyek dikare van kiryarên derî ademiyet û derî nirx û exlaqê mirovahiyê bike pratîkê. Faşîzm!... Yan jî mêjiyekî nexweş! Bi vê jî dixwaizn ku hêviyên gelê Kurd û îardeya gelê kurd têk bibin.
Îro gelê Kurd, li dijî faşîzma reş, şer dike. Şerê gelê Kurd meşrû ye û bingeha şoreşa li heremê jî ava kiriye. Pêwiste entelektuel û rewşenbîrên Kurd jî tevlî şer li dijî faşîzmê bibin.
Qedera gelê Kurd bi cografya Kurdistanê û bi Haraketa Azadiya Kurd ve girêdayî ye. Cografya Kurdistanê hevîrê hebûna gelê Kurd e; Haraketa Azadiya Kurd jî çarçoveya dîroka cografya Kurdistanê ye. Du tiştên ku hevûdin temam dikin û yek bêyî ya din nabe. Yanî têkoşîna berdewamî û dijwar. Bê çawa li dijî Mussolînî, li dijî Salazar û Franco têkoşîn hate kirin, pêwiste li dijî Erdogan jî têkoşîneke dijwar werê kirin.
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Dengê axînekê ji dilê min tê, bi hevaltiya hevalan re ez fêrî axînkişandine bûm. Hinek heval ji min re bûn mamosteyên jiyanê. Ez fêrkirim ku bi pênûsa hevaltiyê jiyanê neqişbikim. Ruhê min geşkirin, bi hevaltiya xwe ez kirim xwedî wicdan, yek ji wan jî hevala Bêrîtan Şîn bû. Roja ku hevala Bêrîtan Şîn hate tabûra me li bîra mine. Çavên wê, sîmeyên wê, gotinên wê bala min kişand. Êşa ku jinên Kurd dikişîne min di çavên wê de didît. Hezkirine dilê jinê min di ruhê wê de hîsdikir. Jineke gelekî jêhatî bû. Ew jî mîna gelek jinan jiyana xwe fedayî xwişk û birayên xwe kiribû. Gava ku ez pêre diçûm wezîfeyekê min ji xwe şermdikir û min ji xwe re digot “min çima weha arzan jiyankiriye”. Şehîd Bêrîtan li gundê Bêrî yê girêdayî Mako ji dayîkbibû. Birastî bêhna jinên kedkar ji wê dihate. Hîna xwişk û birayên wê di temenekî biçûk de ne, dayîka wê nesaxdikeve û hevala Bêrîtan jiyana xwe fedayî wan dike. Şûna dayîka xwe karê malê dike, ji bona ku xwişk û birayên xwe mezin bike dixebite. Her êş û janeke ku jiyankiriye bi qermîçokên riwê xwe re vedişêr e. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê biçin dibistane bi roj û şev dixebite. Li axînên dayîka xwe guhdar dike, rondikên çavê xwişk û birayên xwe paqijdike. Dilê wan şad dike û jiyanê bi wan dide naskirin. Êşên wê bi zeman re diherikin. Dilbirîn dibe û ji jiyana xwe nememnûne. Dizane eger mîna jineke civakê jiyanbike ewê bibe mulkê zilamekî, ji ber vê yekê herdem hewldide ku nezewice û ji wê jiyanê rizgarbibe. Bêrîtan Şîn di heman demê de naxwaze ku her du xwişkên wê bizewicin û bibin mulkê zilamekî. Ji xwişkên xwe re dayîk, xwişk û hevala. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê ji bedewbûna jiyanê mehrûm nemînin, jiyana xwe fedadike. Xwişk û birayên wê nekêm nan û xwarin ji destên wê dixwin. Xwişka xwe Nalîn fêrî ferşçêkrine dike û wê herdem diparêze. Piştî ku Bêrîtan Şîn hevalan nasdike hatine çiyan çêtir dibîne û berê xwe dide warê leheng û qehremanan. Çîroka her du xwişkan Bêrîtan û Nalîn di rêka çiyan de destpêdike. Gava ku berê xwe dide çiyan xwişka xwe Nalîn jî bi xwe re tîne. Bêrîtan Şîn û xwişka xwe Nalîn sala 2007 an bi hev re tevlî nava refên gerila dibin. Bi hev re şervantiya nû dibînin, lê belê kesek nizane ku herdu xwişkên hevin. Hevala Bêrîtan dixwaze ku Nalîn fêrbibe bê wê jiyanbike. Dizane ku her yek ji wana wê biçe herêmekê. Hevala Bêrîtan Şîn berê xwe dide herêma Behdînan û ji Nalîn dûrdikeve. Bi rêya name nivîsandine agahî ji Nalîn digire. Lê belê hesreta wê ewe ku rojekê Nalîn bibîne. Piştî çar salan Nalîn dibîne û dinêre ku Nalîn bûye gerilayeke gelekî xurt. Her kêlî û rojeke ku Bêrîtan Şîn jiyankiriye ji hevalan re bûye bîranîn. Di tabûrê de herkesî jê hezdikir. Ji bona ku kêmasî di karên wê de dernekevin gelekî hewldida û xwe diwestand. Ji zor û zehmetiyan neditirsiye. Di tengaviyê de bi hevalên xwe re dostbû. Eger ku kêmasî di karê wê de derketibane, nikarîbû xwarin bixwe yan jî bikene. Wicdanê wê qebûlnedikir, fêrbibû ku herdem di karê xwe de serkeftî be. Berî ku tevlî nava refên gerila bibe xwendin û nivîsandine wê nebû. Li çiyan xwe fêrî zimanê kurdî kir. Hesreta wê bû ku bi xetên destê xwe nameyekê ji bona Nalîn binivîsîn e. Dixwest bi lênûsa xwe re jiyana xwe ya gerilayetî parvebike. Sala 2010 hevala Bêrîtan Şîn tevlî perwerdeya Akademiya şehîd Bêrîtan bû. Hîna perwerde bi dawî nebibû Bêrîtan Şîn rext û çeka xwe ji bona piratîkê amadekiribû. Bi moralekî mezin wêne û lênûsa xwe ji xwişka xwe Nalîn re rêkir û berê xwe da çiyayê Zagros. Cara dawiyê min wê dît li ser rêka Zagros bû. Moralê wê gelekî bilind bû, ji min re got “ ezê biçim Zagros bedewbûna çiyan bibînim, biçim piratîkê û tevlî şerbibim. Ezê ji çiyayê Zagros name ji we re bişînim.” Lê belê hevala Bêrîtan negihîşt ku name ji me re binivîsîne. Sala 2011 an bi 35 hevalan re di çalakiya Çelê de şehîdket. Berî ku name ji me re binivisîne, me xebera şehadeta wê bihîst. Min ticarî xwe amade nekiribû ku ez bibihîzim hevala Bêrîtan Şîn şehîdketiye. Lê belê dilê min destek nade ku ez hestên xwe yên di wê kêliyê de bînim ziman. Tenê min mafê xwe didît ku ez di jiyanê de xwedî li bîranîn û kesayeta şehîd Bêrîtan derbikevim. Bîranînên ku me bi hev re jiyankirî roj bi roj dihatin ber çavên min. Min dengê ahenga jiyanê di wan kêliyan de bihîst. Her çiqasî ew kêlî bi êş bin jî lê belê hêzekî mezin da min.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di şeva 19’ê Çile de êrîşa bombeyî ya li navenda Colemergê hate lidarxistin û di encamê de xortekî Kurd jiyana xwe da tu têkiliya wê bi gerîla yê me re tuneye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Çile de li navçeya Colemergê Şemzînanê li dijî nuqteyeke polîsan ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hate lidarxitin. Di encama çalakiyê de polîseke tîmê taybet ji aliyê gerîla yê me ve hate kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û raya giştî re!
Di Kanûna 2011’an de li herêma Cûdiyê di navbera gerîla yê me û leşkerên artêşa dagirker a tirk de pevçûnên dijwar qewimî bûn û di van pevçûnan de jiyankirina şahadetan û birina cenazeyan a Meletiyê di çapemeniyê de derbas bibû.
- Ayrıntılar
Me hûn tev li şoreşê, tev li karê welatparêziyê kirin, lakîn hûn jî pir ne hazirin, qûweta we jî keme. Zanebûna Kurd, fikara Kurd zeyife. Hezar derd û mûşkuleyên we hene. Ê dor we, ê cînarên we, ê aîla we, a malbata we... Hûn nikarin xweş serê xwe rakin. Ez baş dizanim kû derdê çend zarokan mîrov dêhn dike, ên we jî bi sedan li dora wene. Mejiyê kê li ser meseleyên mezine? Tuneye. Xebera ke di çihde li ser meseleya mezine? Tune.
Rojê her însanekî me hezar carî li xwe dixe, xwe dixe, xwe xera dike, dişeitîne. Ez li ser peyatiya Kurd disekinim, li ser egîdiya Kurd, li ser malbat û mîroviya Kurd disekinim. Min cewhera wê pir ronahî kir. Ne wihebaya me nikarîbû ev însan çêbikirana û bimeşandana. Tu xwe bade, tu xwe paşde bixe, tû xwe daxe mirine. Tu mecbûrê çare û hal deyne. Sal diçe, lê bi çi awahî diçe. Li tarîxê binêrin, Tirk di pir salande zeyif bûn, çiqas serhildanên Kurd çêdibûn, di çend mehande tev dihîlanîn. Li hember vî dijminî nikarin nefesê bikişînin. Me çi kir? Bi tenê serê xwe ji tunebûnê me heta vir anî. Mîrov hay ji xwe hebe. Me pir tişt îspat kirin, li ser serkeftine, li ser çaresariyê. Ji bo Kurdan ji vê baştir çênedibû, eger Kurdayetî mabe, têde tiştek hebe ya ku be çêkirin ev bû. Me tiştên bi qiymet jê re çekirine, ne? Lê nikarin jê fêyde bibînin. Ên bi sala şer dikin dîsa tiştên me dane peşiyê nikarin baş bişûxulînin. Çekên me daye dest, nizanin pê şer bikin. Heta kesî tu sîlah nedane û sîlahê dane jî ji bo pê lixwexe dane dest, pê wî di dehfîne dijmin, di xismeta dijminde sîlahan diavêje. Wê çi qiymeta xwe hebe?
Em li ser me kirine bele. Em li hember me bi xwe kirine sîlahek. Bi me li me dixe. Xiyaneta mezin ev tişt baş îspat kir. We di telewizyonande her roj dibînîn, ketibûn peşya leşkerên Tirka, wekê kere barê wana radikin, ji wana re nan tînin, dikevin şikeftan, tûra jê re redikin, bê şerefno. Ku dunya bibe ya wana, bêrîka wana tijê dolar be çi qiymeta xwe heye. Yekî ewqas di xizmeta dijminê xwekeve. Ez nizanim vana bi çi hawî xwe însan dihesibîni, di mala xwede, li hember pîreka xwe zarokên xwe, nizanim vana bi çi hawî nan dixwin, bi çi hawî ruyê xwe radikin, tabîî mîrov şaş dibe. We xiyanetî dît, xerabî dît.
Acizbûna min ne ji bo dijmin bû, li ser kêmasiyên hevalan, ên van xayinên me û Kurdayetiya bê çare, ên xwe bi destên xwe xerab kirine. Di jiyana xwede tiştê ez tewra mezin dihesibînim, mîrov li hember dijminê xwe negirî, li hember dijminê xwe xwe bê çare neke. Ev nuqteke muhîme, ji bîr nekin ku hûn digirîn. Kurd bê çarene. Ev hezar salin dixwazin egîdiyek derkeve me xwest em temsil bikin, me binek tişt kirin jî. Xiyanetiye fêhm kir ku egîdiyek derdikeve û mirina wî ye, ji bo vê ji dijmin behtir xwestin me hilînin. Dizanin kû di bin hûkme dijminde ji wana re jîyan heye, jê di egîdiyê Kurdde ji wanare mirine.
Dijmin negot ku ji mere ewqas xizmet bike, vana ji xwesteka dijmin bêhtir hatin ser me. Ne ku em bêjin ji ber menfeata Başûre, ya Kurdistanêye, na. Hinek xayin têde hene, di xebatiya egîdiyêde, di ya serxwebûn û azadiyêde mirina xwe dibînin, ji bo vê ji bo jiyana xwe ya şexsî ji dest nere hatin ser me û millet jî bi xapandindan. Pir pêşmerge bi xapandindan. Pir însanên durust xapandin, çima? Pereyên xwe hene. Çima? Dijmin quwetê didyê. Berê jî wiha bû, ne niha tenê. Pişti hezar salan.
Hûn van meseleyan baş dizanin, ez naxwazim van tiştan pir kûr vekim, lê niha bêhtir li ser cewhera Kurd disekinim. Çima ewqas ketiye, bi çi hawî katiye, her roj dikeve, vê nes bikin, bêhtir jî gav bi gav rabûn biçi hawî çêdibe, em niha li ser vê disekinin. Me tiştek fêhm kir ku ev tişt ne bi silahan, ne bi pereyan hal dibe. Ku tû xwe nekê silaha mezin, însanek bixwe xwe nekê bombeyekê mezin, dunya were alîkariya wî bike, dısa nikare rabe. Me bixwe xwe kuştiye. Me bixwe xwe li hember xwe kiriye dijmine mezin. Ji bo vê ez li ser însanê Kurd pir disekinim. Dîsa Kurdin, em bisekinin nabe. Em kar nekin nabe. Em bi kûrahî bi ser meseleyêde dinerin, ew ketinên mezin dikin, lê dîsa jî mîrov baweriyê qût neke zêde kar bike. Em ji millet dûrin, li ser qedera millet wiha mezin em kar dikin pêşveçûna we nizanim biçi hawiye, çiqwase? Hûn çiqwasî xwe çêdikin? Tesîra siyaseta partiyê heye, lê ne xurte. Bi xwe jî hûn çiqwasî xwe çêdikin, hûn nikarin. Ez ji dijmin bêhtir ji însanên Kurd ditirsim, çima? Xwe mahf kiriye. Ev salên çûne her salek di tarîxêde çibûn, çi çêkirin? Me pir tişt gotin, me kir û gihande we jî, hûn çiqwas li ser sekinin, dîsa nizanim. Me xebata xwe roj bi roj vekiribû, safî dabû, nikarîbûn jê tam fêde bikrana. Kurdin, min got ku di aliyê fikarêde pir zeyifin, ruhê xwe yê li ser qedera xwe pir nemaye. Ji siyaseta ji bo xwe dûre. Bê çareye, ji bo vê nikarîbûn van salên çûyî xwe bi ser din, van salan xurt bikin. Dîsa jî pir tişt hatin girtin, niha jî tesîr xurte, bes wekê ez dixwazim jê pir dûrin.
Dijmin vê dizane, ji bo vê niha pir li ser vê nuqteyê disekine, dixwaze dîsa bitirsîne, wekê berê bike. Her roj çavan ditirsîne, şerê xas dimeşîne, ên xwe xurt necivandine, xwe tanzim nekirine, dixwaze hilîne. Niha roj bi roj kare dijmin eve. Dunyê dixapîne wiha dike. Çend dolaran dide xayinên me û wiha dike. Me pir xwest ku em millet hişyar bikin, dijminê we wiha dike, hay jî xwe hebin, hûn jî tiştna bikin, min pir got. Hûn baş dizanin, bi nivîsandin gihiştin we, bi qaset gihiştin we. Belê, millet hinek tişt kirin, lê ne bese, min got ya dijmin bi şerê xas dixwaze her tiştê bûye jî hilîne.
Karê min eve, ev tiştên ez dibêjîm min berê pir kûr vekirine. Li cem me çi heye, çi tuneye hûn dizanin, lê meseleyên we yên şexsî, yen malbatî cine, ne mumkune ku mîrov teva bielime û ne lazime jî. Le guhertin heye, xurt tê dîtin, pir tişt ne wekê berêye, dîsa jî ji riyana dibin destê dijminde baştire. Mîrov bimre, di reka doza xwe de hîn baştîre. Bi ser keve jî bi ser nekeve jî a muhîm ji jiyana bê namûsiyê baştire. Wiha ev dikeve nava millete Kurd. Êdî dikare namusa xwe hebekî pak bike. Nizanim, hûn ji me çi dixwazin? Ew dostên berê, yên nuh li pêşya wana çi mesele hene? Ev kar ne yê bavê mine, karê we tevdaye. Çiqwas pêrene, ne pêrene, çi dikarin bikin, çi nikarin bikin, zor çiye, zahmeti çiye û bêhtir çi dixwazin?
Min hesabên vê gelekî daye, em hesaban dixwazin û didin jî. Hûn isûlê dizanin, ne wekê yen dine, serokiya ez çedikim û dîmeşînim, ferqî heye. Gelekan jî hîn nas nekiriye, ne dostan, ne dijmin. Jî hîn em tam nas nekirine. Heta niha tiştên me aniye, ez dîsa çêdikim. Ne wihabe, tabîî ne mumkune, ku mîrov li gor kêfa însanê me hereket bike, îmkan tune tu qasî serê derziyê kar biserxe. İsûla Kurda ya rast eva me çekiriye. Ne wiha, be îmkan tune, ji xwe Kurd çibûn, Kurd murd tev çibûn.
Ê min berde, dijminatiya min bikin jî ne tişteke. Ez karê xwe bi dijmin jî meşandin didim. Bi dijmin, me hukûmeta Başûr jî çekir. Ew hukûmeta çêbûye me bi destê dijmin çêkir. Ez karê xwe ji sedî nod bi destê dijmin dimeşînim. Yanî Serokî dikare karê xwe bimeşîne û dimeşîne, le bi çi hawî? Dibêje, “Ew Serokê mine.” Nikare li ser qedera xwe rast bisekine mejiye xwe, ruhê xwe bi yekke, ji hev hez bikin, hevdû baş bikin, xurt bikin. Ev tiştan muhîmin. Di nava Kurdan de berê pir ferdiyet hebû, cîran ji cîrên, bira ji bira hez nedikir, tim dixwazin hevdû biçûk bikin, hevdû reş bikin. Ruhê kevin eve, ne ruhê kevin, ruhê dijmine. Vaya ne ruhê kevne jî, ruhê kavin baş bû, ev ruhê ku dijmin bi bermexistiye. Ruhê ku dijmin bi bermexistiye, bi çi hawî bi paşde dihere? Gelo me ruhê dijmin tam ji nava xwe derxist, dernexist? Ev muhîme.
Ziman wexta dibêje, wexta emel çêdibe ji bo dijmine. Niha ev tişt radibin, ranabin? Ev muhîme. Ê muhîm hinek tişt çêdibin, lê wekî din nizanim mîrov ji bo Kurdan çi bike? Milletekê tiştekî wî ne xuyaniye, milletekê ling li hêleke, dev li helekêye. Yanî her yek li helekêeye. Parçe parçe bûye. Serê mîrov pir meşxûl dike. Me xwest em Kongreya Netewî çêbikin, ji bo yekitiyekê, ji bo ku milletê Kurd xwe bi destekke, xwe bi çavekke. Zahmet çêdibe. Mîrov çiqwasî di tengasiyandebe, ku xwe neavêje erdê, dikare çareyê bibîne. Yekî ku serê xwe neke beleyan, nikare xwe bi rastiyê gihîne jî. Muşkuleyên tên serê mîrov, hal û çareyan jî datîne pêşîya mîrov. Ji bo ve hûn ji berê bêhtir dikarin pir tiştan bibinin û xwe bi çarekin jî. Mîrov xwe bi xwe pêşde bibe. Riya me bi ber we xistiye, îmkanên me dane we ne hindikin. Her roj hûn li cem hevin, dayin û sitendinên we bi hevre hene, vê bi quwet kin. Berê ji fitne û fesadiyê bêhtir tiştek di nava millet de tunebû. Hemû li ser tiştên fasafîso deng dikirin.
Niha li ser meseleyên mezin bisekinin, bi roj û şev. Nuhbûn eve. Dijmin ji xwe dûr xistin eve. Dibêjin em xwediye malanin. Dema mîrov xwediyê malanbe, lazime bi her awahî dijmin ji mala xwe dûrxe. Ev jî bi çi çêdibe? Min got ku mala Kurd tar û mar bûye, hay jê tuneye, dibêje mal mala min e, namûsa mine. Halbûkî te perîşan kiriye, pergal belav kiriye, te hay ji xwe tuneye.
Ji bo vê mîrov niha dikare derdê xwe baş fêhm bikraya û we dikarîbû xurt bicivana, îşaretên me dabûn we dîsa besbûn. Tabîî min jî bi salan xebat kir, min xwe jê dûr xist. Niha ez li karê serokiye dinêrim ku ne ahdeka mezinbûya, ne îddîayeka mezinbûya mîrov nikare rojekê tehammul bike. Tabîî serokiyên xwe bixapînin, ên pê bileyizin, ew tiştekî dine. Li ser xetêbe û ne serkeftinbe, ji tere mirin be tê xwe çawa bikê? Hevalên me cesaret nakin, rêka em têde emê bi çi hawî bi serxin? Mirinê qebûl dike, nikare li ser xisûsiyetên serkeftine bisekinin. Ê we jî wihaye, hûn nikarin li ser qedera xwe bisekinin. Wexta hûn tiştna dizanin jî hûn nikarin li ser xwe bi yekkin. Belê, di van salande çêbûn, temam niha Kurd bi ziman xurt dibin, civakên wan çêdibin, ev ne xerabe, lê ku tu hişyariyê neke, bi destên çend xeraban dibe xizmeta dijmin.
Berê digotin, eme heyfa xwe hilînin, dijminê me heye, em wiha bikin... Dikin jî, eşîret li hember hev dikin, pir şer jî dikirin. Vaye dijminê te li hember teye, de rabe bi rastî bi serde here, heyfa xwe hilîne, dibêje ez nikarim herim. Egîdiya ku li hember hev dikin, li hember dijmin bikrana, niha me deh Kurdistan çêkiribana. Me got, eman wekê berê li hev nexin, ev leyistoka dijmine, bi zorê me hûn jê dur xistin. Mestere, dijmin fêhm kir ku karê me ne karê berêye, karê me ne wekê karê ehmeqiya berêye. Dereng fêhm kir, lê min got ku wexta em karê xwe dikin, têde egîdî, serkeftin, çare heye. Belê emê ji vê şunde jî hîn xurt bikin. Em bi xwe bawerin û haziriyên me jî ji xwe herdem hene. Divê herkes jî hay ji xwe hebe, haziriyên xwe bike. Ahdeke min heye, qirareke (biryareke) min heye, ya serkeftin ya mirine. An mîrov li ser vî erdî jiyaneke bi şeref bimeşîne, yan di bin erdêkeve. Wekî din jiyan herame, ev ahda mine. Jiyana xwe li gorî vê bipîvin. Ez ji tevan re heşkere dibêjîm, ev sala tê belkî bi hezaran jî bikevin. Ez ji bo xayinan jî dibêjim, ji bo ewên bi her dereceyi peyatiyê ji dijminre dikinre dibêjim, ev dema şere, tiştin wê çêbibin, ji bo ku mîrov li ber lingan telef nebe, cihê xwe, mewziyên xwe mîrov bigre. Berê jî, herdem min digot, serê salê min got, sal tê, sal çi dike ber mîrov? Bi aqilê zarokî hareket kirin, pir ne di cihde çûn. Dîsa jî ez dibêjim ku sala tê wê şer bêhtir xurt bibe. Li hember mîrov dijmin çiqwasî xurt be, divê şerê mîrov jî ewqas xurt be. Ez namûsê jî wiha dihesibînim. Te bi dijminê xwere çiqwas şer kir tu ewqas bi namûsê. Ev bîst salin ez bê nefes herêket dikim, ji bo em derbena li dijmînxin. Ev jiyana mine, namûsa min jî wihaye. Tîştên din ez namûs nahesibînim. Heta ku ez heyfa xwe xurt hilneynim, nikarim bêjim ez rehetim, wiha bi halim. Min jiyana xwe wiha çêkiriye. Ev tiştên min çêkirine jî ji bo destpêkekêye, ne tiştê temame. Hevalên me hinek pir xerab derdikevin, zû dimirin. Ne wihabaya, min her yek kiribû bombeya atomê, Nizanin xwe di cihde biteqînin. Ku wekê me gotiye xwe biteqandinaya, her yekî wê zêdeyî hezar dijminî bişewitandaya. Hîn jî em li ser vê disekinin. Însanê Kurd bi bombekin. Tabîî ev sinetê (sanaat) Serokiyêye, ku ne wihabe jî -ez tim dibêjim- jiyan herame. Ewqas haqaretê bike, bi ewqas zulmê bi ser tede were, welatê te xerabe bike û tû bêje ez peya me, wihame, xwedî malim nabe. Ez ji bo vê dibêjim di Kurdistanê’de kes nikare bêje ez xwedî malim, hetta xwedî aîle me. Zanin ku hesîrin, li ser hêsîran tê çiqwasî, bi çi hawî xwe peya bihesibîne? Tu hêsîrê, çi yê teye? Tiştek ne yê teye.
Tabîî dibêjin ku ez di destpêkêde hişyar bûm. Wexta yên xwe peya dihesibandin, min digot ne mumkune ku ez xwe peya bihesibînim. Min li dora xwe dinêrî, min digot ev wekê pîrekane. Ji zarokî ve tê bîra min, min xwe wiha dipîvand, Min nêrî ku tiştek ne di destê medeye. Tabîî însanên teng, însanên wiha hay ji dunyê tuneye dibêjin, ez bûme xwedî erd, xwedî mal, xwedî zaro, nizanim xwedî çik... Rojekê li hember leşkerekî dijmin, dinere kî tuneye. Hûn baş dizanin, hinek li cem we hene mezinin, axene, hetta zengînin jî, li hember mûvebaratekî wekê zarokekîne.
Di virde jî ez peya me, li ser xwe ma. Leşkerek bang liteke, li hember cendermeyekî Tirkan axeyê me yên tewra mezin wekê pîrekekêne. Ji bo vê ez dibejim tê liku xwe peya bihesibîne? Lê bê çare bûn, tiştek ji dest wana nedihat, pê simbêl berdidan, li ser pîrekan xwe peya dihesibandin. Ev cesareta min qet tunebû. Bi rastî ev cesaret bi minre tunebû ku ez bêjim, ez bûme peya. Ma ne eybe? Wexta ez wiha dibêjim, eybe? Heval textor ne eybe? Ez rastiyê dibêjim, ne? Yanî wexta Serokê we wiha dibêje, nebêjin Serok xwe wekê pîrekan dihesibîne. Ez halê xwe nas dikim, lê xwe diparêzim. Mesele ne ezim, ez di Kurdistanê’de ji tevan xurttirim, bes mesele millete. Min xwe mezin kiriye, pir bi pere kiriye, pir bi giymet kiriye, lê milletê te, welatê te di bin lingên dijminde pelixiye, tu qiymeta te tuneye. Yekî şerefa însên binase, girêdayiye tu çiqwas bi welatreye, yan jî rabûna te çiqwas rabûna welate. Serkeftina te çiqwas a gele û çebûna te, hebûna te çiqwas a gele, ya millete teye? Wê çaxê tû dikarê bêje ez heme, Kurd hene. Min jêre xwe çi kir? Min got ku ez heme, millet heye, ez heme, Kurdistan heye. Tabîî ev nuqteke muhîme. Me ev îspat kir, kî biminre kar bike, kî biminre bimeşe û ez bi xwe jî ku hebim, Kurdistan heye, ez heme, Kurd heje. Berxwedana min a li hember dijmin, derketina ji xerabiyê ji ne mîroviyê wiha dibe. Bila kes nebêje ez jî peyame, ez jî egîdim. Ma egîdî wiha dibe? Ez ne zarokim, ez ji bo we jî, tu îxtiyarî, tu nizam çîkî... Ez ji tevanre vî tiştî dibêjim. Di vîrde însên nas dikim û dema ez qiymetê dimi însên jî li ser vê rastiyêye. Berê jî min digot, xwe nexapînin, dora xwe nexapînin. Ez ne tu caran xwe mezin dikim û ne jî xwe dadixim, ez li ser rastiyême. Bi tenê xwe min xwe heta vir anî, hîn jî ez karê xwe li ser vê rastiye dikim.
Gêj dîbûm, berê dihatim nava millet dehn dibûm ku vê piyana wiha bi çi hawî qabûl dikin, ji bo vê min xwe dûr xist. Niha millet ewqas biminreye, lê ez pir xwe ji tengahî û ketina millet dur dixim. Ku ez jî xwe wiha bikim tiştek di minde namîne. Ku xwe bi ber bayê milletxim yanî bi ber tengahiyên wana, kêmasiyên wanaxim, hetta irf û adet tev ên dijminin, nikarim nefese bikişînim, ezê dehn bibim. Dijminê te ne hindike. Ku yek li zarokên wexe, yek xeberêke bi ser wede berde, hûn ewqasî teng dibin, pekî ewqas hezar sal, ewqas milyon însan her roj bi her awahî, bi her wasiteyê lêxin, bikujin, ji pîrekê xerabtir bikin, tê bi çi awahî tehammul bikê? Ku tu serokêkî rastbe, peyayekî egîdbe, tê bi çi awahî qebûl bike? Ku tu qebûl bike, tê li ku bêje ez welatparezim, ez xwedî milletim. Ku tû bêje, tê bi çi awahî, bi çi zimanî, bi çi quwetê bêje? Ev tişt bi ziman nabe ku incax xwe bixapînin, lê bi xapandînê jî mîrov nikare xwe bi peyake.
Hin tişt min hezar caran tekrar kirin, min got ave wihaye. Însanê Kurde, wekê haşhaşê vexwe, ev hezar salin hinek tişt elimine, xwe jê dur naxînin. Ez dibêjim wiha dibe, ew dibêje weha dibe. Ji destpêke heta niha min got, got, got. Niha dibêje ha, wiha ye. Vê neqlê jî dibêje ez pê nikarim. Niha jî ez dibêjîm, tê pê bikaribe.
Kes talîp nebû, ev doz dozeke wihaye. Bi salan ji min re jî digotin tu ahmaqe, ji me dûr diketin, tû alîkarî çê nedibû. Mesele ne ehmaqî, ne neahmeqîye, min got ku şerefa însên heye, min nexwest ku ez xwe bixapînim, ji bo menfeateke biçûk li rastiyen esasî ez xwe badim. Min bi hemû cihan ve lîst, lê min bi rastiya esasî nelîst. Hinek tişt hene, pir pê dileyizin, le hinek tişt hene ev sîh-çel salin ez wekê delemeyê li dore çerx dibim. Ne wihabe nabe. Ji bo ku em rastiya Kurd heşkere bikin em çêdikin. Min got ku ji vê şûnde jî bi ser de herim, bêhtir bi şer, bêhtir bi siyaseti emê bimeşênin. Li gorî vêjî bila herkes hesabe xwe bike. Niha ez hîn nêzîkî we nebûme, nêzîkî welêt nebûme. Ku ez nêzîkê bibim wê çawa bibe? Heta niha karê min jî hazirîne. Ku rojeke firsend bi destê min keve, rojekê ez xwe wiha bi nava sahaya gelxim, tabîî wê pir xwîn bê rijandin. Ne xwîn tenê were rijandin, teqandin, wekê hevîrî eme hevdû bistirên, wekê kêra emê hevdû bibirin. Ê min ez însanê wiha ketî qabûl nakim. Însanê xerab, însanê çîrkîn, însanê bêçare qebûl nakim; an wê rabe, yan wê bimre. Niha quweta min nagihae her derae, lê ku bigihe ez dizanim bê biçi awahî dikim. Ê min qiymeta min ji însênre heye. Ku yek li ser te her tiştî bike, tu her tiştî tenezul bike, ezê bi çi awahî qebûl bikim. ji bo vê şaş dibim, yanî pir nêzîkî we bibim, ezê dêhn bibim, lê ji bo xatirê serxebûnê ez xwe dihelim. Vana berde, şaşitiyên ku heval dikin pê mîrov dixin. Tabîî ez nikarim qebûl bikim. Hurmeta min ji jiyana însênre heye, ji şerefa însênre heye.
Mesele ne dîktatorî û nedîktaroiye. Mesele çêbûna însanê Kurde. Hûn textorekin, hûn nexweşiyekê dinasin, lê nexweşiya milletekîye, di qomayêdene, jêre operasyoneke îneain tê xwestin. Heta niha ez ji bo ameliyatê haziriye dikim. Hinek tiştan temîn dikim. Hûn dizanin ji bo ameliyatekê pir tişt lazimin, min hîn hûn nedanîne ser maseyê. Hûn pir nexweşin.
Îsal emê tiştin meşin bikin, ez tim dibêjim ku me ji tînebûnê pir tişt çêkirin, belkî pir ne mezinin, lê tiştek dimede nemabû. A xerab, tu xwe ji bîr bike, ya xerab tu xwe mirî bihesibîne, ya xerab dijmin her roj her tiştî li ser te bike, tun hay ji xwe tunebe. Halê millet eve. Tu her xerabiye li yaqî xwe bibine, xerabe. Min ji bo vê xwe ji jiyana di nava milletde dûr xist, min xwe ji jiyanê dur xist, ne ji jiyana nava millet. Min sekinand, min got jiyana wiha nabe. Tabîî jiyana Serokiyê wihaye. Medê min jê li hev diket. Min xwe jê dûr xist, li serê çiyakî çarde salan min xwe tenê hişt. Ne fesa min ranake vî tiştî qebûl nake, bi wî awahî nikare bikişîne. Ez nikarim her tiştî bixwim, tiştên ku dijmin bi milletre bi xwarin dida ez nikarim bixwun. Ew jiyana bi xwarin dide, bi rastî ne jiyaneke mîrov bixwe. Ji bo vê min jiyan bi sekinandin da, di demeke dirêjde. Belê niha ez nan, şîvê dixwum lê nizanim bê min biçi awahî xwariye, bi çi awahî ne xwariye. Yanî îmkan hebe, tew min hay jê tunebe çiye, ne çiye.
Ev ji bo vê tên xwestin, min got ku mîrov li ser meseleyên xwe kûr bifikire, ku nefs bi tere hebe, tê hebekî xwe biparêze. Mesele ne ewe, ji bo zarokekî, ji bo pîrekekê, ji bo buhustek erd mîrov li hevxe. Welat tev çûye, em tev bûne pîrek, ji zarokan xerabtir kirine û her roj jî me dikujin, li me dixin, mesele eve. Tê li hember vê çi bikê? Kes fêhm nake, kes bi rastî li ser xwe nasekine, tim xwe badidin, tim dibêjin şeklekî dine.
Ew siyasetin îslahî çine? Em dibêjin, dijmin wiha lime dixe, wiha em rakirine, ew dibêjin na, ne wihaye. Em dibêjin vaye li ser tanq û topan bi dijmin re bûne yek, ew dibêjin “Na welatparêzin PKK ne başe!” Vaye dijminê te bênamûs. Kirasek li xwe kirine, dibêjin kirasê Kurdayetiyê ye. Bi çavên mîrov dinêrin, vî tiştî dibêjin. Hûn tehamul dikin, ez tehamul nakim. Ku ez di nava wanade bim, di deqeyêde yan ezê wana bifetisînim, an wê ewê min bifetisînin. Tabîî ez acele na-kim, ez bi siyasî kar dikim. A muhîm, hûn nikarin vê bi siyasetkin. Em nabejin di deqeyêde bukujin, lê mîrov bi meseleke û bi sîyasetke bi serde here. Divê nuqteyêde mîrov xwe bi çareke. Ne ku mîrov amelê întixarî bike, mîrov bi çare be. Kurd mezin dibin, yanî sal diherin, salên nuh jî ten. Mirov hebekî serê xwe rake,ruyê xwe sipî bike, dengê xwe xurt bike, quweta xwe mezin bike, ne ku mîrov bi pey salan keve, salan bi ya xweke. Ew tiştên din tev fasafîsone. Salekê ez mezin bûme, ixtîyar bûme, zarok mezin bûne ez ixtiyar bûme... Ew ne tiştek in, tew nayê bîra min, me serê salê çi xwar, çi nexwar, zengin bun, feqîr bûn... Ev ne tiştekin. Zenginbûniya mezin ev tiştên ez dibêjimin. Ez ji bo vê dibêjim ku heta niha ev tiştên me kirine haziriyek bû, ji bo vê sala li pêşya me jî, mehên li pêşiya me jî emê bi çi awahî li berxwe bidin, bi çi awahî cihna din bigrin, bi çi awahî mezin lêxin, bi çi hawî kêm lêdixin? Tiştên din dawiyê tên.
Jiyana nuh qiymetê bidinê û xwe li serê dijmin bi belekin. Ez vê îmkanê ez di hemû însanan de dibinim û ez ewqas rexneyên mezin dikim, lê di însênde jî îmkanên pir mezin dibînim. Ku baweriya min li ser însên tunebaya, min xwe wiha nedikir. Di Kurdistanê’de însanê tewra zeyif ez bûm, ê bê çere ez bûm, lê min imkan di însênde dît, min bawerî li ser însên çêkir û li ser vê min xwe xûrtkir. Wexta ez rexneyan li ser we dikim, ne ku ez bê bawerîme û ji we tiştek çênabe, na. Limin binêrin û xwe çêbikin. Îspata mezine, bê min ji tunebûnê çi çêkiriye. Ez texmîn nakim di tarîxêde kesî wekê min ji tunebûnê wiha çêkiribe, û ji bo milletekî, ne ji bo sexsê xwe. Ecêbe, bi çi awahî çêbûye, li ser bisekinin. Li gorî vê jî baweriyê li ser xwe çêbikin. Yekî di reşahiyêde, di bin kêrêde, di bin her roj mirinêde bi çi hawi xwe wiha kir? Li ser bisekinin hûnê hezar carî xwe xûrt bikin. Hûnê durust li ser bisekinin. Ez heta niha wiha li ser sale sekinîme. Ê min mirin jî ne li ber çavên mine, hebejî tûnebejî, tew nafikirim jî, ez wiha li ser karê xweme. Em bi ser ketin. Sala çûyî bi rastî dunya bû yek, di hundurde jî şowenizma Tirk, -ne ê Tirk tenê- tevan xwe gihand hevdi vî şerêde bun yek, xayinen me jî bûn yek, dîsa ya bi ser ketî em bi xwe bûn. Ev biçi ew awahî çebû? Nikarîbûn em gavekê li paş xistibana, nikarîbûn em ji mevziyekê derxistibana. Yanî însanek ku xwe xweş di mevziya şerke, dünya bi yekbe, pê nikare. Vaye, me ev îspat kir. Ne meseleyeke biçûke, milletê Kurd, hemû kes li ser bisekinin ji min bêhtir dikare li ser kar be, ji min behtir dikare derbeyan li dijminxe. Tiştê meddi vê demêde kirine, herkes dikare hezar caran bêhtir bike. Li min binêrin xwe çêbikin. Ev tê xwestin, wiha çêdibe. Li Serokatiyê binêrin, li jiyana Serokatiyê binêrin, ku mumkunbe jê fêhm bikin, li gorî ve hebekî xwe tanzim bikin, xwe tertip bikin hûnê bi serkevin. Wekî din serokî ne tişteke. Ne ku pir bêjin, ‘‘bijî filankes”, “xwedê te ji mere bihele” , mesele ne eve, mesele isûla meye, mesele jiyana meye, xurtbûniya meye, di minde ji bo we çi çêdibe, ji bo we çi, bi çi awahî çêbû û hûnê bi çi awahî bi ya xwekin. Mesele eve. Ne bi ya şexsê xwekin, bi ya milletê xwekin.
Divirde pir tişt çêbûn, min got ku ji bo serê salê jî ku mîrov ji bo milletekî tiştê baş çêbike eve. Ji vê baştir û bi qiymettir ne mumkune mîrov tiştna çêbike.
Ku mîrov serê sale wiha bigre başe, me wiha girt. Pîrozbûna serê salê jî wiha çêbûye.
Serokatiya Partîye
06.01.1993
- Ayrıntılar
Dunya Pale
Gerîlaya Kurd Xurbet Şirnex bûye qurbanê koçbertiyê û li Mexmûrê mezin bûye. Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Ebdulah OCALAN bandor dibe û tevlî nava refên gerîla dibe.
Xurbet Şirnex ya bi navê Xurbet Îlhan sala 1983 an de li Şırnexê hatiye dinê. Tenê heşt salan xwendıye û ji ber zordariya dewleta Tirk malbata wê naçar dimînin koçber bibin. Xurbet di temeke biçûk de bi birçîbûn, zor û êşan re rû bi rû dimîne. Ew êşên penabertiyê wê fêrî gelek rastiyan dike. Di dilê wê de hestên tolrakirinê derdike pêş. Ew zordariya dewleta dagirker a tirk li ser serê wan daye meşandin, napejirîne û herdem fikra tolhildanê mezin dibe. Di malbata wan de gelek xort û jin din ava tevgera azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Rêber APO dîl hate girtin, Xurbet nikare vê yekê bipejirîne û tevlî nava refê gerîla dibe. Perwerdeya xwe ya yekemîn li Qendîl dibîne. Bi pêşniyarê xwe di sala 2003’an de derbasî herêma Zagrosan dibe.
Zagros Perçek ji canê wê ye
Gerîla ya Kurd Xurbet ji sala 2003’an hetanî jiyana xwe ji dest dide li herêma Zagrosan dimîne. Herî zêde li Çarçela dimîne. Gerîlatiya Çarçela jî hêsan nîne û vîneke mîna pola dixwaze. Tevî ku fizîka wê lawaze jî lê tu carî ji çûyina wezîfeyan û çalakiyan qut nedibû. Hezkirina wê ya ji Çarçela hêzeke mezin dide wê. Hemû hevalê wê vê girêdana wê ya bi Çarçela dizanin. Demeke dirêj li Zagrosan li Çarçela mabû, gelek caran hevalê wê dixwestin wê bişînin perwerdeyê lê wê ji ber qutbûyina ji Zagrosan ev yek nedixwest. Hevala Xurbet dema tiştek bianiya ser ziman an jî ji tiştekî bawer kiriba ne pêkan bû tu kes bi wê paş de gav bide avêtin. Gelekî dixwest biçe bakur lê ji ber di malbata wan de şehîd û tevlêbûn pir bûn bi niyeta parastinê nedihat şandin. Lê belê wê ji ber vê helwesta hevalan xwe qane nedikir û digot “Ez ji bo azadiya xwe hatime çiyan, ne ji bo malbata xwe hatime. Ger ku malbatê bedel dane ji bo xwe dane ne ji bom in dane. Pêwîste ez ji bo azadiya xwe tekoşînê bidim meşandin. Wan ji bo azadiya xwe tekoşîn kirin.” Di heman demê de Şehîd Xurbet gelek hestyar û bihistyar bû. Tu car nedixwest tu kesî bişkîne. Penabertî û şehadeta hevalên wê wê gelek hestyar kiribû.
Gerîlaya Xurbet di sala 2008’an de diçe Akademiya Mazlûm Doxan û piştÎ perwerdeyê cardin vedigere herêma Zagrosê. Di 21’ê Îlona sala 2009’an de li Geverê di pevçûneke bi leşkerên artêşa dagirker re tevlî nava kerwanê şehîdan dibe. Hevala Xurbet di himbêza Zagrosan de şehîd dikeve û heta şahadeta xwe jî ji Zagrosê qut nabe…
- Ayrıntılar