Navê Kod: Çavrê Mêrdîn
Nav û Paşnav: Fadîme Bozdemîr
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1988 – Dargeçît
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Îlon 2006- Stembol
Cih û Dîroka Şahadetê: Tebax 2008 (di êrîşa hewayî de)
Belê heval baş dizanim li hemberî şehîdan û mirovên wekî we pîroz ê ku li şerbeta şahadetê wexarine nîwîsandin û axaftin wê zor be û kêm bimîne, lê belê mirovên xweşik û bedew û bi jêdert nivîsandin wekî erkekî xwedî derketina xeta wan e û dibe wekî berpirsiyartîyekî wîcdanî û bi cih anîna deynê xwe yê li hemberî wan hevalan. Nivîsandina hevalên şehîd wekî nivisandina dîrokekî ne hatiye nivisandin ji ber ku şervanên heqîqatê di dîrokê de nehatine bibîranîn û nivisandin.
Lewra bi bîranîna şerwanên heqîqetê bi navkirin wekî erkê ku exleqî pîroz e ku heyecan û moral dide mirov. Dema mirov bixwaze hevalên şehîd ên jin bigre dest û binirxîne divê mirov nirxê ku Rêber Apo dide jinê tu caran ji bîr neke. Ji berk u Rêber Apo sembola asta mezinbûn, zanistî, bîryarbûn û vîna her jinekê ye. Û jin aniye asta bedewiya gulekê ya ku bi strîyê xwe hatiye xemilandin. Dema ku mirov temaşe dike dibine ku jin bi qasî bedewî ya xwe dibe hêza parastin û şerkirinê ji bo hebûn, jiyan, rûmet û azadiya xwe û jin digihije asta ku mirovên mezin Rêber Apo dibêje “jin kevirê esasî yê goşeya felsefeya min e” bele wekî jin di rojhilata navîn de jiyan kirin em bi tevahî dizanin ku pir zor û zexmetî, dîrok û roja jin bi kuştin, tecawiz, destavêtin derbaz dibe, li hemberî wan hemû leyistik û bêexlaqî yên pergala dest bi qirêj jina PKK’yî bi keda Rêber Apo kariye wê jiyana zor a ku jiyan tê de çuye ser dawî merzarê mirinê zivirandiye. Jiyaneke bedew ji bo jiyan kirine û ev jiyana zor ji bo jiyan kirine ser xistiye û em wekî jin û mîlîtanê PKK’ê û şerwanên heqîqatê yê Rêber Apo em bûn bîryardar û xweragirtên ê jiyaneke her çend bê êş be ewqas bi bedew e û her çend zor be ewqas xweş e jiyan.
Di despêke de dema meşa şehid Çavrê û tarzê wê yê têkoşînê dinirxinim. Di aliyekî de mîna trajediya bi êş a hemû jinên rojhilata navin û jina Kurd wekî jinekê Kurdu û jinekê rojhilata navin Şehit Çavrê di tarzên xwe yên têkoşinê de yê li hemberî rastiya pergalê karî bi serbixwe lê belê şahadeta heval Çavrê ya di demekî zû de, mîna bexteke bed bû ji bo tevahî rêxistinê. Ji ber ku ew bû sedemê ku wekî tê xwastin heval Çavrê baş neyê naskirin, di despêkê de min heval Çavrê li Zagrosê naskir, naskirina heval Çavrê, meşa wê, tarzê jiyan û tekoşîna wê ez ji wê fêr bûm û ez dixwazim nîqaş û famkirina xwe, naskirina xwe bi we re jî parve bikim. Heval Çavrê bi nawê xwe yê rast Fadîme ji Mêrdînê beşdarî rêxistinê bû. Tevlîbûyîna wê ya refên tekoşînê û hatina wê ya çiya di dîroka 2006’an de bû. Li Xakurkê perwerdeya şervanê nû dit. 2007’an de hate Zagrosê û min ew li Zagrosê naskir. Di serî de beşdarbûyina heval Çavrê ya ji tekoşinê re hin milên xwe yê xweser hene û ji tevlêbûyînê têkoşîna zêdetir heval Çavrê ji aliye dijmin ve tê rêkirin, wekî sixur tê amade kirin. Şandina wê ya çiya tê çêkirin. Em bi tevahî siyaseta dijmin ya ku li ser civaka me û jinên ciwan dimeşîne dizanin. Di milekî de xizan dike û bi her awahî bêçandî, bêexlaqî û neçariyê ferz dike. Li ser civaka me û bi vê awayê dest daiawêjin civakê, jinan û ciwanan. Rêheval Çavrê bi hevkariya xal û dayika wê ya bi devletê re, gef li wê xwarina ji milê dewletê ve, bi birayê wê û bavê wê tê çêkirin û bi wî rengi devleta TC dixwaze heval Çavrê bike sîxur û bi wî avahî bahaneyên ku me diyar kiri bû dijmin dixwaze heval Çavrê bê deng bike. Heval Çavrê ji milê istixbarata MİT’ê de tê perwerdekirin û şandina wê ya çiya bi armancên ku dijmin dixwaze tê çêkirin û ji bo ku dewleta TC ajantiyê bi heval Çavrê bide pejirandin pir bihêz siyaseta reşkirina tevgera PKK û rastiya jiyana wî dide kirin. Lê belê pişti demeke kurt heval Çavrê sucên ku nav de ye ji rêxistinê re mikur tê. Piştî ku rastiya jiyanê bi çavên xwe dibîne û bi taybetî jî tarzê têkîlî û hevaltiya PKK’ê û fedakartiya hevalan pir bandor li ser wê dike. Tiştê ku hişt heval Çavrê sucên xwe mikur were ew rihê wê yê ku wekî jin ê ku ti caran gemar nebû û lêgerîna wê ya jiyana azad a ku bi sed salan mîna her jinê ku mehrûm mabû û hêza wijdan ê pişti dîtina hin rastiyan bi çavên xwe, ji hevalan re dibêje “rastiya min ev e” ger ku hesabê wê mirin be ez amade me di vê astê de li xwe mikur hatin hêz dixwaze. Li xwe mikur hatina heval Çawrê mîna vereşandina hemû gemariyên pergala dagirker û mêtînker û despêkirina ketina pêşbirka li pey ked û lêgerîna li jiyana azad û heqîqatê ye. Dema heval Çavrê hat Zagrosê di demekê ji lêpirsînê re derbaz bibû. Û heta demekî neendamtiya rêxistinê û bê çek bû. Cara yekem li Zagrosê di 8’ê Adarê de endamtiya rexistinê û çek girt. Bilêvkirina kelecan û moralê heval Çavrê ya ew dema di destpêkê derketina li pratîkê wê hinekî zor be, li wê demê ez ketim ferqa ku milîtaniya azadiyê wekî jin bingeha şervantiya heqîqetê çiqas pîroz e. Em demekî dirêj di nava pratîkê de bi hevudu re man, di milê heval Çavrê de her dem tevlîbûyîneke bi moral û kelecan hebû û xwesteka xwedî derketîna li Rêbertiyê û şehîdan di warê pratikî de hebû, wekî kesayet li gor tevlibuyîna xwe ya demeke kurt xwedî seknekî bû û herdem ji pêşketinê re vekirîbû. Pirtûkên Rêbertî dixwand û li gorî wê xwe digirt dest û dikir pivanê têkoşîn û xwe pêşxistinê. Pir caran stran gotina wê ya “Beritana min” û strana Dîno ya “Oy yarê û oy hevalê” heskirina wê ya ji jiyanê û ya hevaltiyê û şehîdan bilêv dikir. Pir caran heskirina wê ji nîqaşkirinê re û bi xwezayê re yekbûyina wê û heskirina wê ya ji zinarên bilind re sekna Şehid Beritan dianî bîra mirov. Beriya heval Çavrê Şehid bikeve rapora xwe nivîsandibû. Li ser bingehê dîtina perwerdeyekî akademik ji bo naskirina Rêbertî, rêxistin û şehîdan bi rengeki kûr û jiyanî kirina xeyalên xwe yê çundina Gabarê, pir caran ji hevalan re digot “ezê biçim Gabarê û ez ê ji we re silav û notên xwe binivîsim” lê belê ew xeyal û xwestekên heval Çavrê pêk nehatin û wekî hesretêkê man, piştî demeke kurt bi şahadeteke bêtalih ve rûbirû ma, ew şahadet ne heval Çavrê, ne tevgera jin û ne jî rêxistinê heqnekiri bû. Dema ku şehîd ket li pey xwe rojnivîska xwe hîşti bû. Û piranî jî di rojnivîska xwe de di destpêka her nivîseke xwe de Serokatî muhatap girtibû. Dema ku heval Çavrê şehîd ket rojnivîska wê ji aliyê hevalan hate xwendin. Wê demê me hemûyan fêmkir ku di naskirina heval Çavrê û tarzê wê yê tekoşinê û lêgerîna wê de em pir kêm mane. Beriya ku şehîd bikeve pir caran şahadeta xwe hîskiri bû. Gelek caran dema em diçun peywiran, heval Çavrê digot “gereke ew cih û ew kaniyên ku heyî bi navê min bin, dema ku ez şehid ketim” pişti ku şehîd jî ket ew kaniyên ku wê vasiyet kiribû hevalan navê wê li kaniyê kirin. Şahadeta heval Çavrê li Zagros li ber Avaşîn, dema ji peywirê tên ji ber xumxuma avê ti deng nabihîzin. Bi qazana balafirê şehid ket. Dema ku şehîd ket di destpêkê de hevalan nedizanibûn ku şehîd ketiye, heta demekî heval lê geriya bûn, digotin “belki xwe li cihêkî veşartiye” ji ber ku ji cenazêyê wê ti nîşane nîn bû. Piştî wê heval ketin fikara ku cenazeyê wê li ber Avaşîn çûye. Ketin şopa avê lê belê cenaze peyda nekirin. Pişti wê heta qederekî hevalan cihê ku qazanê lê dabû kolan, digotin belkî cenaze çû be nava axê û winda bûbe. Piştî du rojan şahadeta heval Çavrê, cenazeyê wê li milê avê yê din hate dîtin. Ji ber ku hêza avêtina qazanê ew firandi bû. Pir hevalan, ên ku di nava şer de jî mabûn serpêhatiyeke ewqas ecêp texmîn nedikirin. Piştî dîtina cenazê heval Çavrê li kêleka Avaşîn, “şehîtlîk”a wê hat çêkirin. Beriya ku şehîd jî bikeve hezkirineke wê ya pir mezin ji Avaşîn re hebû. Pir caran dema ku karek çêdibû digihişt cihê ku lê şehîd ketiye, qîr dikir û bi navê azadiyê bang dikir. Wekî ku bizanibe dê li wir şehîd bikeve. Dema ku ez li herî dawî Zagrosê derketim em ji cihê ku heval Çavrê şehid ketibû re hatin, li ber Avaşin re, wê deme hevalan cenazeyê wê derbazî şehitlika giştî kiribûn. Û di wê merzarê wê de yêlekê wê û kita pêlavê wê mabû. Dema ku şehîd jî ket heval çûbûn li ser cenazeyê wê ji hêza avêtina qazanê hemû cepxaneya wê, li sew wê teqiyabûn. Ji rext heta çek. Cenazeyê wê jî pir xira bibû. Dema heval çûn porê wê şehkirin û cenazeyê wê xwestin ku ser rast bikin. Cihê ku heval Çavrê lê şehîd ketî li ber şikefta Qehreman, kaniya esasî ya Avaşîn nêzî sêgoşeya Basya û Avaşîn e. Niha ev şikeft bi navê Şehid Çavre tê nasîn. Roja şahadeta wê 16’ê Tebaxa 2008’an bû. Roja şahadet û tevlîbûyîna wê heman rojê bûn û hevalan re jî goti bû “ez roja ku tevli bûm di wê rojê de jî şehîd bikevim” rastî jî wiha derket…
Silav û rêzên şoreşgerî
Peyman Hesekê
- Ayrıntılar
Navê Kod: AMED
Nav û Paşnav: ÎSHAK YAKUT
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê:1979- Pasur
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Omeryan-Tebax- 2003
Cih û Dîroka Şahadetê: Di 24’ê Tebaxa 2007’an li Kela Memê(di pevçûnê de)
Di sala 2006’an de di meha adarê de li Zapê li qada şehîd Rustem di tabûrekê de ez bi rastî şehîd Amed hatibûm. Di dîtina ewilî de xwînkelînek bibû. Wekî ku min di wî de tiştek his kiribû. Bi dilnizmî û rêzdariya xwe ve wekî ku xwedî hûnera mirov berbi xwe ve bikişîne bû. Bixwe fermandarê tîmê bû û ji Amedê bû. Taybetmendiya wî ya herî berbiçav kedkar bûyîn bû, lê belê di kar kirinê de ji ber ku pir hesas bû, di noqteya gelo karê min baş e an xirab e de her xwe lêpirsîn dikir.
Di axaftinên xwe de vekirîbû, dobra bû. Heta sekneke wî ya pir xwezayî, asayî hebû. Di her karê micid jî sekna wî her asayî bû. Wekî din xwedî taybetmendiyeke mirovhez bû. Her çi qas hestewar bibe jî, di rexnên wî de we didît ku di çi astê de rêxistinî ye. Di rexnên xwe de pir sazker bû. Di milê moral û hêz dayînê de jî hêz dida yê li hember xwe. Her wiha di nêzikatiya nirxan de jî pir hêzdar bû. Li ser her tiştî, kevn be jî xwedî lukseke ku nû bike nîn bû. Qet rastî têkiliyên wî yên ahpap-çavûştiyê nebûm. Timûtim sekneke wî ya rêxistinî hebû. Ruxmê ku ji hundirîn ve jî hevalekî rihet bû, va yek hewandina bedgumaniya rêxistinî dinimand. Kesatiya wî ya leşkerî jî wer bû. Rext û ceka xwe ti carî ji xwe dûr nedixist. Ligel vê micidiya wî, ji aliyên xwe yên espriyî û henekî ve jî dixwast moral bide mirovan. Hevalekî ku di zanebûna qîma xwe yê heyî anîn de bû. Yanê ji çi tiştî gazin nedikir, ger tune be tiştna didît dixist cihê wî, zimanê ezop qet bikarnedianî. Di aliyê nêrîna giştî de wer bû. Her kesî/ê ew pir hez dikir, gotinên wî û rexnên wî jî hildidan micidiyê. Herî dawî di bîryargeha navendî de em li rastî hevdu hatibûn. Pirsa min, her dikir. Jixwe li gir(tepe) mabû. Di her hatina xwe ya ji gir de teqez pirsa hevalên xwe dikir. Aliyên wî yên şermok, fedîker jî hebûn. Zêde nediket nêvengên pir kes heyî. Piştî ku demekî li gir ma ji bo derbasî qada bakur bibe tevli guruba Garzanê bû. Di sala 2007’an de ji Zapê tevli vê gurubê dibe. Ev gurub ji yanzdeh kesan pêk dihat. Va gurub a rast gurubeke pir bi hêz bû. Şahedeta wan heval matmayî hiştîbûn. Jixwe 15-20 roj berî şahadeta wan qada ku guruba hevalê Dr. Mahîr şehîd ket jî dîsa qada Kela Memê bû.
Carek din hemû şehîdên azadiyê bibîrtînim. Bîranînên wan ê rêya me ronî bike
Rêhevalê wî yê têkoşînê
- Ayrıntılar
Rast jiyankirin hemû hucrayên bedena xwe di xezmeta têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk de dayîne bi karanîn hêza herî mezin a jiyanê ye.
Belê hevalê minê heskirî di eko pergala cîhana me de hemû kerasetên ku rûdidin de wateyek din de karesateke li hemberî zîhniyeta mirovahiya azad hatiye rûdane. Ev zîhniyet dema ku mirov binavbike, zîhniyeteke ji mejiyê hestiyarwarî qutbûyî ji wjdan û rasitiya jiyanê dûr, xwe hertim di aliyeke bedena mirovan de bi cih kiriye. Di heman demê de feraseteke ji rastiya xwezayê serbixwe, li hemberî azadiya gerdûnî xwe daye nîşandan. Ev aqil ne tenê mirvovê bindest dîlgritiye, aliyê din de kesên ku yan ji civakên ku xwe di pleya yekemîn de di hesibînin, di rastiyê de ev zîhniyet bedena wana jî kolekiriye. Ji berk u ew êdî nikarin ji wê hişmendiyê sserbixwe jiyanbikin. Dema ku mirov li ser vê mijarê hûr û kûr dibe, pir rastiyên kum e berbi dahatiyek paşverû ve dibin û bi rêbazên baweriyê yên cûda, cûda hatine dorpêçkirine. Ji bona wî jî bawerî û hizrên ku mirovahî lidora wan komdibin, di roja meya îro de naveroka wan hatine valekirin û perçekirin. Ev rastî wekî rastî wekî rastî dîtin hertim di hişê mirovan de guman daye çêkirin. Ji bona wê jî ev mejî mirov diakre wekî hişmendiyeke neyînî bibîne. Ji berk u ev mejî bi qalibên hişk hatiye dorpêçkirin.
Rêbertî di parêznameyên xwe de rastiya dîrokê radixîne berçavan. Dîroka îroyîn xwe wekî rastiyeke nirxê civakê xwe bi me daye pejirandin. Lê belê hat zanîn ku dîrok bi xwe ji bo talankirine nirxê civakê nemînin mezin daye avakirin û dide avakirin. Ji berk u dîroka îro hatî nivîsandin bi destê zîhniyeta serdest hatiye sererastkirin. Ev dide diyarkirin ku zîhniyeta ji civakbûyînê dûr dîrokê li gorî berjewendiyên xwe şîrove kiriye. Hemû xebatên ku îro ji aliyê vê mejiyê ve tê meşandin, di wateyekê de xebatên kontrolkirina mejiyê civakê ye, civak bi hişmendiya takekesî bihemû cureyên derûnî li ser civakê tê şopandin.
Zagros GOYî
- Ayrıntılar
Payîza sala 1972 yan bû. Ezmûnên payîzê yên Fakulteya Zanistiyên Siyasî qediyabûn. Min di pêvajoya ezmûnan de Rêber Apo naskir. Ji ber di girtîgehê de bû nekarîbû beşdarê ezmûnên havînê bibe, ji lewra di payîzê de ketibû ezmûnan û bi notekî baş sinif derbaskiribû. Goribû ku dixwaze bi min re bipeyive. Ji Cebeciyê destpêkir di seranserê meşa me ya dirêj de nêrînên xwe veguheste min. Sîstema hizrên wî bêkêmasî bû. Li hember vegotinên wî min heyecanek mezin girtibû û ev yek ji wî re jî rave kiribû. Piştî demekê ez vexendim mala ku lê diman. Ez li wir rastê Kemal Pîr hatim. Heqî Qerer jî di heman malê de dima. Ev mal malekî xwendekaran bû. Xwendevanek bi navê Fehmî portreya her kesê li mal dima çêkiribû û li dîwar daliqandibû. Bi awayek xwezayî yakem car min bi rêya van wêneyan zanî ka kî di malê de dimîne. Dûv re min derfet dît ku ez tevan jî nas bikim.
Kemal mirovek pir cûda bû; şoreşgerek wer bû ku hevşibê wî nebûn. Di seranserê jiyana min de ji bilî Rêber Apo, di nava tevgerê de kesê herî zêde bandor li min kir Kemal Pîr e. Bandor rêzgirtinê hewcedar dike û di navbera we û kesê rêzdar de navberek ava dike. Lê belê bandora Kemal Pîr a li ser min ne bandorek wer giran ê vekirina navberê bû. Berovajî bi hevalek din re ez evqasî nekelijîm. Ya rastî zu kelijandina bi mirovan re yek jê ji taybetmendiyên diyar ê Kemal bû. Her kesî li gel wî xwe pir rehet û bi hêzbûyî hîs dikir. Hêz dayîna miravan taybetmandiyek din ê giring ê wî bû. Ji ber vê yekê ez her tim wî mîna dînamoyekê ku enerjî kom dike û belav dike, dihizirim.
Qet ji bîr nakim. Dema li navçeyekê Ordu yê girtîbû bi mudaxaleya komekî ji devre ji girtîgehê reviyabû û gehiştibû Dêrsimê. Demekê kin em bi hev re man. Weke her car bi coş bû. Bi roxmê ku ew bixwe jî ji Behra reş bû digot ku ew biyaniyê mirovên Behra reş e û diyar dikir ku eleqeya mirovên vê herêmê ya bi polîtîkayê re qels e. li hember vê yekê mirovên Kurd polîtîktir bûn, eleqeya wan a pirsgirêkên civakî re zêde bû û beşdarê nîqaşan dibûn. Pir bêriya Kurdistanê û gelê Kurd kiribû. Di her rewşa xwe de ev yek dida nîşandan. Wî ji bo gel û gelan jiyan dikir. Hesreta ku ji gel re didît helbet hesreta xebata ji gel re bû.
Di axaftina me de vê yekê bala min kêşa ku li hember girtîbûnê xwedî bertek bû. Ji lewra wiha digot “nikarim mayîna di girtîgehê de dayîx bikim. Tu her tim bi heman mirovan re rûbirû dimînî. Lê belê ger ez her rojê sed rûwê cihêreng nebînim, herî kêm bi pêncî mirovan re nepeyivim, nikarim xwe ragirim. Divê ez cardin nekevim girtîgehê. Ger rewşek weke girtinê re rûbirû bimînim divê yekser liberxwe bidim û bimrim. Divê mirina min kar bike”. Ew şereşgerek her tim di nava çalakiyê de bû. Pir xwezayî bû ku metîrsî mîna sîhbera wî ew î bişopîne. Jixwe piştî vê yekê careke din jî hate girtin. Lê belê dema dişandin girtîgeha Riha yê girtiyên adlî yên bi hev re diman jî da pey xwe û zanî cardin xwe xelas bike. Dîwarên beton ê girtigehê jî têr nedikirin ku vê mirovê egît demekî dirêj di nava cîwarek teng de ragirin.
Di mijara bandor kirin û hêz dayîna mirovan de ez yeqîn nakim ku kes mîna Kemal Pîr ragedar be. Bi ser re sal jî derbasbûn lê ev qinyata min qet nehate guhertin. Ez sedemê vê yekê bi hêza wî ya bilind a dahûrandinê ve girêdidim. Wexta dipeyivî min digot “xweziya niha teybek heba min nirxandinên wî qeyd bikirina”. Nirxandinên wî xwe ne dispartin amadekariyek diyar. Bi awayek pir zelal pêşketin rave dikir, bi dahûrandinan cîhê ferd bi wî dida nîşandan, dikare çi bike an jî divê çi bike datîna holê. Ez bawerim hêza wî ya îqna kirinê ji vir dihat. Bi kurtahî Kemal Pîr her wekî projektorek tariyê ronî bike, rastî ronahî dikir.
Kemal Pîr artêşek yek kesî bû
Hêz di gelek rewşan de ruxîner e. Kesekî qels li hember mirovek bi hêz dikare bikeve nava hestekî çewsandinê de. Hêz û zanebûn rêzgirtinê ferz dike lê bi heman awayî ji heskirinê re rê venake. Ger kesê xwedan hêz bi awayek zanebûn bixwaze hêza xwe li mirovên pêşberê xwe bide hîskirin, dikare rêzdariya xwe jî wenda bike. Mirovên ku bi Kemal Pîr re pêwendî çêdikirin ti caran hestên bi vê awayî jiyan nedikirin. Her çi qas bê nîqaş di nava wekhevan de Kemal Pîr didanîn rêza yekemîn jî xwe bi wî re wekhev didîtin. Her tiştê xwe veguhestina kesên din afirandina wekhevê xwe ye. Mirovê wekhevîxwaz mirovê comerd e, bi dayînê di haya dewlemendiya xwe de ye. Lê belê kesekê hestê bendewariyê derbas nekiribe tamah e; dizane ku wexta bendewariyê pêşkeş bike, wê têkiliya bendebûnê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê di pîvanekê ku têkiliya bendebûnê neqedîne tenê ya pêwîst dide; yê mayî jî ji xwe re dihêle. Kemal Pîr azadîxwaz û wekhevîxwazek bê kêmasî bû, mirovek xizmetê bû û dayîna ji yên gel xwe zewq didît.
Wexta Kemal Pîr li bam e ba, me xwe weke neferên artêşekî yê ku qet bin nakeve didît. Me dihizirî ku kî bê ser me bila bê, ti caran nikare me bin bixe. Ez yeqîn dikim ku her kesekî ku Kemal Pîr nas kiriye teqez ev hest jiyan kirine. Li derdora me mirovên pir bizdonek jî hebûn. Piranî van kesan nedixwestin zêde li derdora me bisekinin û wexta me dest bi nîqaşan dikir, wan nêveng terk dikirin. Lê belê ez bûm şahid ku heman mirovan dikariyan bi Kemal Pîr re bi saetan bipeyivin. Min qet guman nedidît ku wê Kemal Pîr wan kesan ji bo şoreşê bixe nava tevgerê de. Ti kes nîne ku piştî naskirina Kemal Pîr ajoya xwe ya tirsê derbas nekiribe. İro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi şoreşgerên mîna Kemal Pîr heye ku wî bawerî dida her kesî hêz dida mirovan û ew kes dikirin hevparê coşa xwe û beşdarê pêlên şoreşê dikirin.
Bi stuh tewandinê fatihek ticaran nikare dil û mejiyê mirovan fetih bike. Fatihek dikare sûran û kelehên herî zor hilweşîne, deriyan bişkîne. Lê belê fetha rastîn ew e ku bêyî mirov serî li zorê bide bikare deriyê dil û mejiyan veke. Ruhê mirovan ne pêşangeheke ku deriyên wî ji serdanan re vekirîbe. Heya neyê îspatkirin ku nêzikatî ji dil e, deriyê xwe ji her kesî re venake. Kemal Pîr fatihekî dil û mejiyan bû. Kesekî ku demekî kin bi wî re maba yekser mifteya dil û mejiyê xwe radestê wî dikir. Ji ber ku ew bi heskirinek kûr bi gelê me û mirovahiyê ve girêdayî bû. Kesê hes dike her tim dixwaze xizmetê bike û hêz dide yê heskiriyê xwe. Kesekî hêz nade mirovan nikare îddîa bike ku ew ji mirovan hes dike. Heskirina rast a gel ew e ku gel bi hêz dike, berê gel dide rêxistinê û lêgerîna mafên xwe. Ger heskirin azad bike dikare bi navê heskirinê maf qezenç bike.
Hêza gotina ku cîhê xwe de ye ji hêza tevahî çekan serdestir e.
Ne valaye ku bi taybet di demên dawî de Rêber Apo her tim qala kesayeta Kemal Pîr dike û dibêje divê mirovdi mijara rêhevaltiyê de mînaka Kemal Pîr bişopîne. Ez bawerim ku Kemal Pîr ev rastî îspatkir. Mirovê qels nîn e,mirovê divê bê bi hêzkirin heye. Mirovê xwe pêk anîbe, bi gotina Rêber Apo, ji bombeya atomê jî bi bandortir û xortir e. Ev yek jî di serî de karekî zanebûnê ye. Zanebûn ji karkeran re derve tê birin. Pêwîstiya pêşengê jî di rastiyê de ji vir derdikeve.
Berî her tiştî Kemal Pîr propagandavan û ajîtator bû. Propaganda û ajîtasyon hewldana ravekirina rastiyê, teşîrkirina xeletiyan û serdestkirina rastiyan e. Daxwaza azadiya raman, tê wateya daxwaza mafê propaganda û ajîtasyonê. Hêza gotina ku cîhê xwe de ye ji hêza tevahî çekan serdestir e. Kemal Pîr di parêznameya xweya dadgehê de dibêje: “ji bo qezençkirina mirovekî ger pêwîstbe sê saet, dîsa pêwîstbe me sêsed saet pêre peyivî”. Ev yek tê wê wateyê ku ji bo qezençkirina mirovan axaftin an jî bi ziman îqnakirin şert e. Bêyî fikirandin, bêyî ku mirov fikrên xwe bi yên din re parve bike gehiştina heman têgehiştinê nabe. Ger mirov ya divê bê guhertin nedayne holê, rê û rêbazên guhertiunê nede nîşandan, nikare rêxistinê bike û çalakiyan pêş bixe. Fikirandin çalakbûn e. Jêdera çalakiyê jî gel e. Çûyîna cem gel, di heman demê de gel zanebûna birastiya xwe arastekirin e. Kemal Pîr mirovek wiha yê çalakger bû.
Kemal Pîr beşdarê civîna damezrandina partiyê nebû. Ji ber ku di wê demê de di girtîgehê de bû. Ji bo erkek weke Komîteya Navendî re jî nehate hilbijartin. Bi gotinek din, ti demê nebû şoreşgerek bi payeyan hatibe arastekirin. Her wiha dema kêm jî ma, ji kêmasiyan gilî nekir û sedem bi payeyan ve girê neda. Ti caran tenezulê şoreşgeriya paye nekir, neket nava heskirina kursî û payeyan de. Ji bo wî ya giring berpirsiyariya wî ya li hember gel, partî û rêhevalên xwe bû. Di vî warî de Kemal Pîr mînaka herî hilbijartî ya şoreşgerê berpirsiyar bû. Mirov her kêliyê fermandariya manewî ya Kemal Pîr li cem xwe hîs bike, bêyî ku benda emir û dîrektîfan be dizane ka çi pêwîst dike û ya pêwîst jî pêk tîne.
An ciwan an jî pîr, jin an jî zilam, xwendevan an jî karker, kî dibe bila bibe Kemal pîr dikariya bi her kesî re bi şêwazek hêsan pêwendî dayne. Dikete nava dilê wan û hesretên wan ên ku nediwêrîn ji xwe re jî bêjin, derdixiste holê. Bi vê awayî kir ku bi çavekî cuda li jiyanê binerin, ji jiyanê hes bikin, ji bo ji kirêtiyan xelas bibin tekoşîn bikin. Jixwe naskirina Kemal Pîr naskirina jiyanê bû, bi rengên resen naskirina jiyanê bû.
Ji bo Kemal Pîr girêdaniya sosyalîzmê heya dawîn giring û ji bo serkeftinê jî diyarker bû. Weke sosyalîstekî wexta nêrînên xwe bilêv dikir heya dawîn jixwe ewle dipeyivî. Ji bo Kemal mirovekî xwe bi zanistên civakî araste kiriye hêzek wisa hilgirtiye ku ti caran bin nakeve. Li hember helwestên wî yên wêrek û jixwe bawer kesê ku bigota Kemal xwe pir mezin dibîne û wan piçûk dixwe Kemal wiha digot: “em sosyalîst in û mirovên sosyalîst mirovên mezin in. Em sosyalîstekî rast û sosyalîstekî birjuwaziya piçûk nadaynin heman şikevikê”. Herî zêde nirx dida taybetmendiyên weke egîdî û girtina soza xwe. Divêya şoreşgerek her tim egît be û biryardariya xwe têkûz bike. Divêya şoreşger mirovek zelal ba û mirovê zelal jî sosyalîst e.
Kemal Pîr ronahiye û li her devera lê dide ronahî dike.
Kevneşopiyek me heye. Em tevgerek in ku me ji tinebûnê hebûn afirand. Dema em li Enqerê bûn me zivistanek bêyî sobe derbaskir. Di dema çûn û hatina fakulteyê de ji bo pêncî quruşê heqê otobûsê nedin, bi saetan em dimeşiyan. Nîv têr, nîv birçî, jiyanek me yê sade hebû. Dîsa jî em ji vê rewşê gilîkar nebûn. Demekê ez û Kemal Pîr li Amedê bi hev re man havîna sala 1976 an bû. Bi şev em li ser banê hotelekî hêsan diman. Ji ber xwîdan û germa zêde spîh û kêçan da canê me. Perê me nebû ku em biçin hemamê xwe bişon. Ji ber vê yekê me jî cil û canê xwe di destşoka hotêlê de dişuşt û him jî em naçarbûn ku wexta her kes radizê vî karî bikin. Şert û merc ev qas bûn. Em di nava gelê xwe de bûn û me ji bo xebatê derfet dîtibû, ev jî ji me re bes bû. Ti caran em neketin peu jiyanek lûks û xweştir. Li her cîhê ku Kemal Pîr lê bû coş û heskirina jiyanê bilind dibû. Niha ez pir baş fêm dikim. Yê dibizdîne û xof e ne tinebûn e, zêdehî ye. Ji ber ku zêdehî îştaha mirovên çavbirsî vedike, ajoya mirov ê ji bo rojekî jî be mîna paşayê qereçiyan jiyankirinê dilivîne.
Rêber Apo di hevdîtinek xwe de ji parêzerên xwe re dibêje ku di Newroza sala 1972 yan de li malekî xwendekaran axaftinekî nîv saetî dike, ev yek bes dike û dibe sedem ku Kemal Pîr beşdarê tevgera azadiyê bibe û bi tempoyekî her diçe bilin dibe tevlêbûnek bilin pêktîne. Li gorî qinyata min di nava tekoşîna me de kesê herîz û kesayeta serokatiyê ya Rêber Apo ferqkir û di vê çerçovê de helwest nîşandaye, hevalê Kemal e. Bi misogerî li cem me cîhê Rêber Apo cuda bû, me tevan nêrînên wî pejirandibûn. Lê belê zanebûna vê cudatiya wî pir kûr nebû, aliyê wî yê jixweber derdiket pêş. Lê belê di Kemal de ev yek zelal bû. Wî dizaniya ku ev tevgera tevlê bûye tevgerek serokatiyê ye û li gorî vê yekê tevdigeriya. Li gori Kemal Pir divêya bi misogerî serokatî bê fêmkirin û bê pêkanîn.
- Ayrıntılar
Dîrok diherike û bi herkandina xwe re jî gelek mirovên qehreman û dilawêr dafirîne. Bagerê vê qehremaniyê dijware û bi xwe re gelek dilan dihejîn e. Gava ku ruhê jiyanê yê azad, wekhev û dadwer were qirêjkirin, ne mumkine ku kesek vê yekê bipejirîne, û pey lêgerînên heqîqetê dikevin. Heqîqet çiye? Dişopînin. Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle jî pey heqîqetê dikeve û rêya çiyan çêtir dibîne. Heqîqeta rast di têkoşînê de dibîne û biryara wê dide. Heyanî ku jiyana xwe ji dest dide li Amedê gêrîlayetî dike.
Dîcle ya bi navê Fikriye Özpamuk sala 1975 an li Pîran ya girêdayî Amedê ji dayîk bûye, zanîngeh bi dawî kiriye û sala 1998 an li İstanbulê beşdarî nava refên gêrîla bûye.
Her mirovekî/e şoreşger destanekê li pey xwe dihêle. Ev destan dibe ku bi pênûs, bi xwîn û bi zargotinan jî were nivîsandin. Lê belê Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle destana birayê xwe yê ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî, bi rakirina çeka wî dinivîsîn e. Dîcle vê destanê bi tîpên zêrîn dinivîsîne, lê belê berî ku binivîsîne jibîr nake ku li pey wê paşerojek heye dilê wê birîn kiriye.
Di sala 1994 an de Dîcle biryar dide û beşdarî nava refên gêrîla dibe. Dixwaze bi birayê xwe re gêrîlayetî bike, lê mixabin Şemdîn Sakik yê ku wê demê di nava gêrîla de berpirsyarê Amedê ye destûr nade ku li çiyan gêrîlayetî bike û wê paşde dizîvirîne malê. Dicle dev ji lêgerînên xwe yên heqîqetê bernadê û piştî zanîngehê beşdarî xebatê dibe.
Bi Jiyana Azad û Wekhev Bawermend bû
Giyanê pak û paqij bi bagerê serhildanê hatibû hûnandin û tovê hezkirina welêt her ku diçû di dil wê de mezin dibû. Hedara Dicle nayê ku betal bisekinê û tevlî xebatê nebe. Ji ber vê yekê li Pîranê jinên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû, wan fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Girîngiyeke mezin dida rolê jinê di civakê de. Tarîtiya jinê û rewşa ku jin tê de jiiyandike napejirîne û dest bi rêxistinkirina jinan dike. Dicle her çiqasî xebatê dide meşandin, lê belê têr nabe û sala 1998 an beşdarî nava refên gêrîla dibe. Şervantiya xwe ya nû li Xinêre dibîn e. Her rastiyeke ku di çiyan de tê jiyankirin ji bona wê nûbûneke. Ew nûbûn jî heyecan û coşa tevlîbûna jiyanê didiyê. Piştî şervantiya nû derbasî Qendîl dibe û li wêderê dest bi jiyana gêrîlayetî dike. Di fêrbûna piratîkê de zor û zehmetî nakişîn e. Dicle jineke asê û torîne, tu caran nêzîkatiyên çewt û tevlîbûnên lewaz napejirîne. Di jiyanê de gava ku dibîne hinek kes çewt tevlîdibin, napejirîne û li beramberî wan têkoşîn dike. Ji bona ku hevalên wê di jiyanê de zorî û zehmetî nekşînin, her dem alîkarî dide wan. Lê belê mijara herî girîng ewe ku bi têkoşînkirine bi mirovan re kesayeta xwe jî lêpirsîn dike û xwe perwerde dike. Seknekî qels û lewaz ji bona xwe napejirîne.
Jana Gelê Kurd û Hevalên Xwe Ji Kûrahiya Dil…Hîsdike
Di roja 12 ê Adarê sala 2004 an li Sûrî komkujiya ku li ser gelê Kurd dane pêkanîn, gelekî li zora Dicle diçe. Li hemberî vê komkujiyê bê dengî napejirîne û weke şoreşgereke parastina gelê xwe dike, pêşniyar dike ku li hemberî komkujiya 12 ê Adarê çalakiyeke fedaî bike. Guleyên ku faşistan berdana canê ciwanên Kurd mîna ku berdin canê wê. Xwîna ciwanên Kurd ya ku li kolana diherikî, di dilê wê de kerbek û kîneke mezin dikolîne. Ji bona êş û janên gelê xwe parvebike û tola wan rake pêşniyar dike ku çalakiya fedaî bike. Bi wî ruhê fedaî tevlî jiyanê dibe. Di wê salê de derbasî Behdînan herêma Zagrosê dibe.
Gêrîlaya dêrîn berê xwe dide Zagrosan û li pala çiyayên Zagrosê digere. Gêrîlaya delal hesreta dîtine çiyayên Zagrosê di dilê xwe de nehişt û bi wî ruhê germ gêrîlayetî dike. Dicle gava ku ji Zagrosê qutdibe û derbasî Botanê dibe, ji bîrnake ku Avaşîn di koşeke dilê xwe de veşêrîn e.
Dicle Berê Xwe Dide Warê Lehengan…Amed
Piştî ku tevgera azadiya gelê Kurd dest bi hemla 1ê Pûşperê dikin, Dicle jî bi çûyîna bakur dixwaze beşdarî vê hemlê bibe. Ji ber vê yekê sala 2006 an bi pêşniyarê xwe derbasî Gabar ya girêdayî Botanê dibe. Her cihekî ku Dicle diçiyê, mîna ku nû tevlî gêrîla dibe, bi wê heyecanê û kêfxweşiyê beşdarî jiyanê dibe. Xwesteke wê ya herî mezin ewe ku tevlî cengê bibe û di şert û mercên zor de gêrîlayetî bike.
Piştî sala 1999 an gêrîlayên jin naçin Amedê, lê belê piştî ku tevgera azadiya jin biryar dide ku sala 2006 an gurûpeke gêrîlayên jin rêkin Amedê, Dicle pêşniyarê xwe dike ji bona ku di wê gurûpê de cihê xwe bigire. Pêşniyarê wê tê pejirandin û di gurûpa yekem de ji Gabar derbasî Amedê dibe. Her çiqasî gêrîlayên jin berê jî li Amedê mabin, lê belê piştî sala 1999 an gêrîlayên jin nema diçin Amedê. Ji ber vê yekê di gurûpa yekem de çûyîna Amedê ji bona tevgera jin tê wateya saheyeke nû fetihkirine. Gêrîlayên jin kedekî mezin didin ji bona ku di têkoşîna leşkerî de serkeftinê bidestbixînin. Pirtûka gêrîlayên jin yên ku berê li Amedê bi lehengî jiyana xwe ji destdane, ji nûde vedikin. Mîratê wan jibîr nakin û rê li pêşiya herkandina ruhê wan carekî dîtir vedikin. Bi tevlîbûna xwe ya jiyan û cengê destûr nadin ku kesek rêya herkandina têkoşîna jinê bixetimîne. Dicle û hevalên xwe di şert û mercên herî zor de gêrîlayetî dikin, lê belê xwe nadin paş.
Ew hesreta careke dîtir li Amedê gêrîlayetî kirin di dilê wê de namîne û sê salan li Amedê gêrîlayetî dike. Bi ruhê tola gelê Kurd û birayê xwe ji artêşa Tirk rakirin, her dem di nava hewldanekê de ku derbeyên mezin li leşkerên Tirk bide. Gava ku diçe Amedê armancê wê ne tenê ewe ku şerbike. Di heman demê de ji bona ku kesayeta xwe bide avakirin di nava hewldanekê de ye. Di cihê xwe de nasekinê û zeman nirxandin ji bona wê gelekî girîng e. Di milê mejî de xwe gelekî diwestîne. Her wezîfeyeke ku zor û dûre Dicle pêşengtiya wê dike. Li ser rastiya şer lêhûrbûn dike û dixwaze bibe xwediyê çalakiyên mezin. Hêza xwe ya manewî ji heval û tevlîbûna xwe ya jiyanê digire.
Dicle ji bona kesayeta xwe bide avakirin, xwe dabû qenaet kirin ku pêwîste di şert û mercên zor de derbas bibe. Piştî wê pêşniyar dike ku biçe çiyayê Sipî.
Dicle Di Hembêza Çiyayê Sipî De Jiyana Xwe Ji Dest Dide
Pêşniyara Dicle ji bona çûyîna qadê çiyayê Sipî yê girêdayî Çewlik tê pejirandin. Li çiyayê Sipî gêrîlayetî kirin zoriyên xwe hene. Li wê qadê derfetên gêrîla kêmin. Dewleta Tirkiya bi polîtîkayên xwe yê imha û înkarê gelê Kurd yên li wêdeverê kirine cerdevan û li dijî gêrîlayên PKK ê dixebitîne. Ji ber vê yekê gêrîlayetî li wê qadê kirin gelekî zoriyên xwe hene. Dicle wan zorî û zehmetiya dide ber çavê xwe û derbasî wê qadê dibe.
Dicle û çend hevalên xwe li çiyayê Sipî dixwazin çalakî bikin, ji ber vê yekê diçin keşfa çalakiyê dikin. Gava ku gurûpeke leşkerên Tirk dibînin, dixwazin li wan bixin, lê belê haye Dicle û hevalên wê jê nîne ku gurûpeke leşkerên Tirk li pala çiyayekî dîtir ew dîtine û ji dizî ve derûdora wan dorpêç kirine. Dicle û hevalên xwe çawa dixwazin derbe li leşkerên Tirk bidin, leşkerên Tirk hemû teknîka xwe li dijî wan didin bikaranîn. Di destpêkê de Dicle jiyana xwe ji dest dide û hevalekî wan jî birîndar dibe. Gêrîlayên dîtir dixwazin hevalê xwe yê birîndar xilasbikin, lê belê mecbûr dimînin ku wî di cihekî de hildin saxlemiyê û veşêrînin, piştî ku pevçûn bi dawî bibe werin wî bibin. Lê belê ew gêrîlayê birîndar ji bona ku nekeve destê leşkerên Tirk de bomba xwe bi xwe de diteqîne û jiyana xwe ji dest dide.
Destana gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle bi destê zarokên gelê wê tê nivîsandin. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide gelê Kurd xwedî li cenazeya wê derdikevin û bi silogana rêça wê şopandin û berxwedanî berdewam kirin wê dispêrin xaka warê wê … Amed.
Dunya Pale
- Ayrıntılar
Civak li gorî exlaqê fêrbûye û li gorî baweriyê xwe rastiyê bi te dide naskirin. Ew rastiya ku bi te dide naskirin, çiqasî ronahiya paşeroja te ye, tê vê yekê ji xwe bipirse. Dibistan, mamoste û pergal jî rastiyeke bi perdeyekî derew nixumandî bi te dide naskirin, rastiyeke te ji ziman, çand û exlaqê te mahrûm dihêle, mîna zêr û zîv pêşkêşî te dike, rengê wê gelekî bedewe, lê haya te jê nîne ku roj bi roj cerg û dilê te dihelîne. Zîhniyeteke wisa di te de dide avakirin, cûdahiya rengan li gel te namîne, her tişt li ber çavê te reş û spî ye, wexta dibêjin daristan, dibe ku tenê komek dar were bîra te, çiya çî ye, deşt, berg û zozan ji bo çine? li gel te bê wateye, her tişt ji bo te çarenûse û tu li benda mirina xwe ye. Pênûsa ku didin dest te bi hestan tejî kirine, ancax çilkên ku paşerojeke seraser binivisîne, bibarîne. Wî wextî tu pirsa rastî çiye ji xwe napirse? Jiyan çiye, çi jiyanê bedew dike tu ji xwe napirse? Lê ez ticarî jibîr nakim ku lêgera zarok û ciwanan ya jiyaneke azad, wekhev û bê êş heye. Ev lêgerîn jî mirovan berbi lêgera jiyaneke rast ve dibe.
Piştî ez tevlî nava refên gerila bûm, pirsa yekem min ji xwe pirsî ev bû; gelo çalakiya şehîd Sema û şehîd Zîlan rastiya ez lêdigerim? Gelo berxwedaniya hevalên girtîgehê yên salên heştê rastiya ku ez lêdigerim? Raste min lehengî û reseniya gelek keç û xortên Kurd bihîst, lê ez hestewer nêzbûm û min bawerî neda xwe ku ez rojekê ji nêzve rastiya Rêbertî û hevalên şehîd hîsbikim. Mîna niha gava navê Rêbertî tê guhê min laşê min nedirecifî ji heyecana. Zemanê mejî û dilê min berê xwe dida xerabiyê, hevalên şehîd nedihatin bîra min, qêrîn û êşên zaro û mirovên Kurd ji kezebê kişandine, nedihatin guhê min, di wan kêliyan de min çima ji xwe nedipirsî ezê bi vî halî çawa bigihîjim rastiyê?
Carne gihîştina rastiyê ji min re mîna bîreke kûr dihat û ger ez nêzbibim ezê bixeniqim, ango bi tirs nêzdibûm. Min mîna xeyalekî ku mirov ticarî nagihîje, xwe dabû qenaetkirin û ya girîng ewe ku çi ji te têxwestin tu bike. Min çiya tenê ciyê şer û kuştina leşkeran didît, ciyê xwe li dijberî dijmin parastinê didît. Ne mejiyê min, ne temenê min û ne jî dilê min têrê dikir ku ez çiya ciyê jiyanê bibînim û di nepeniyê jiyanê de li rastiyê bigerim.
Hevaltî yek ji nepeniyê jiyanê ye, lê kîjan hevaltî, bi kîjan pîvan û bi kîjan exlaqî…..? Di zor û zehmetiyan de serkeftin û binkeftin nepeniyên jiyanê ne, lê min ji xwe nepirsî gelo ez têkoşîn dikim, yan jî wisa bi rehetî dikarim van kêliyan bijîm. Min mereq nekir karekî ez jê heznekim, dema ez bikim wê min fêrî çibike, yan jî wê hêzekî çawa bide min? Min zorî neda xwe ez bi miroveke/î jê heznekim bidim û bistînim, wê gavê lêgerîna min ya rastiyê bi hinek pîvanan re xetimî û nema herikî. Min mafê xwe dît ez hevaltiya PKK ê mîna dixwazim bijîm û min jê re got ‘ev rastî ye’……..
Li gorî em dizanin divê lêgervanên rastiyê ji êşê, ji zorî, ji tarîbûne û ji mirine netirsin. Dilê xwe bi hemû rengên demsalan, bi bêhna hemû kulîlkan bixemlînin. Firseta lêgervanên rastiyê nîne ku cudayî têxin nava mirovan de, ji hinek demsalan hezbikin û li gorî çavê xwe li kulîlkan binêr in, yan jî wê di bin perdeya tenik ya xapînok de, cehaleta herî mezin bijîn. Bi pêlên agirê şehîd Viyan û isyana şehîd Medya re dengê qêrîna jiyana rast hate guhê min. Ruhê Bêrîtan Şîn û xemgîniya çavê wê ez fêrî têkoşînê kirim. Bi rastiya şehîdan re ez fêrî tîpên jiyana rast bûm û ezê nema destûr bidim ku rondikên çavan wan tîpan bi hestên lewaz binixumînin. Gelekî zehmete mirov rast bijî, ne tenê zore, bihaye jî û vê yekê heqdike.
Medya CÛDÎ
- Ayrıntılar
