Wê rojê dilê min bi çavê min re bibûn alîkar ji bo ez şahiya wê bibînim. Dibe ku para hevalên şehîd, xwezayê, hevalên ez bi wan re bûm û hevalên ku ez wan bibînim tê de hebe, lê ya girîng wê rojê nîgarvanê jiyanê hestên min bûn. Ez hevala Nûpelda û hevalê Baran me ava Keşane û daristanên wê şopandin û me berê xwe da goristana ku heval nû çêdikin.
Em gihîştin pira Sor ya ku hevalan nû çêkiriye, navê wê PİRA SOR e, bi rengê sor hatibû xemlandin û diyar bû ku heval gelekî ked dane heyanî ku ew pir çêkirin e. Ev cara yekem e pir li dola Keşane tê çêkirin ew jî hevalan çêkiriye. Me pir derbas kir, tenê hevalê xwarinpêj diyarbû hevalên dîtir jî hemû çûbûn ser kar. Hîna em bi wî hevalî re daxivin kêvroşk li ber çavên me ketin. Du kêvroşkên gelekî şêrîn bûn, bi dîtina wan kêvroşkan re min texmîn kir ku kevok jî hebin, ji ber hevalê Kadir Wan li goristana nû dixebite û ez dizanim ew li kûderê be kevokan xwedî dike û gelekî ji wan hezdike. Ez di texmînê xwe de neşaş bûm, hevalan bi bilokan ciyekî gelekî cindî ji kevokan re çêkiribûn. Refkê wan hebûn û di hundir de bûn. Piştî ku me wêne û dîmenên kevokan kişandin, me berê xwe da ciyê ku heval li wêderê dixebitîn. Em çawa nêzî ciyê goristana nûbûn, du welatparêzên Wargeha Şehîd Rûstem li ber çavên me ketin. Dîwar çêdikirin û em çawa dîtin dev ji karê xwe berdan û hatin silav dane me. Piştî wê heval jî yek bi yek hatin silav dane me, gotina ku di jiyana min de hêzdide min û çavkaniya moralê min e “HEVAL” bi dilekî şad min pêşwazîkir. Min hinek heval nasnekirin, lê belê wexta ji min re gotin “tu bi xêrhatî heval û rewşa te çawa ye,” bes bû ku ez bi wan re suhbet bikim. Ciyê Goristanê gelekî fireh bû û dihate fêmkirin ku projeyên hevala mezin e. Du hevalên ciwan çûn ji me û ji hevalên dixebitin re çayê bîn in. Hevalan navber dane xebatê xwe û em hemû bi hev re rûniştin û suhbet kir. Hevalê Hacî yê ku di zemanê berê de milîstî ji rêxistinê re kiriye bi israra hevalan ji me re dengbêjiyek got.
Xizmetkirina goristanê, yan jî di goristanê de xebitîn moralekî mezin dide hevalan. Her hevalekî/e ku ked di goristanê de dide bi wate nêzdibe û di giraniya nirxê goristana şehîdan de ne, ji roniya çavê wan, ji rûkeniya riwê wan ev yek diyar bû. Bi taybet wexta min dît ku ew qasî bi kêf dixebitin ez gelekî bandor bûm. Hevalên milîs ji Wargeha Şehîd Rûstem hatibûn ji hevalan hostatî dikirin û bi wan re dixebitîn. Dibe ku gelek hevalên şehîd ên cenazeyê wan li erazî ye, ew milîs nasbikin. Şopê kedê wan jî di vê xakê de gelekî heye û wexta bi hevalan re dixebitin xwedî li hevalên şehîd û li keda xwe derdikev in. Bi hevalan û bi wan milîsan re suhbet kirin gelekî li xweşiya me çû. Piştî ku destbi karê xwe kirin em vegeriyan ser Pira Sor. Hevalê Kadir ê ku ev şeş sal e xizmeta goristanê dike hate pêşiya me û em bi hev re çûn ser pirê. Qazên ku hevalê Kadir xwedîdike ber çavê me ketin. Wan qazan di nava avê de aza avjênî dikirin, mirov ji temaşekirina wan qazan têrnedibû. Bi taybet hevala Nûpelda dixwest bi dayîna nan şivantî ji wan re bike, lê zêde bikêrî şivantiya qazan nehat.
Me xatirê xwe ji hevalan xwest û em birêketin, di kêliyên xatir xwestine de, hîsekî balkêş ez dorpêçkirim; ya rastî ez gelekî kêfxweş bûm ji ber wê heval cenazeyê hevalên ku salên berê şehîd ketine wê bînin goristanê.
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Ez û gurûpeke heval me berê xwe da Goristana Şehîd Cîger, warê hevalên şehîd bi hedar û aram e. Hemû heval ji bo yek dozê şehîd ketin e, lê belê çîroka her yekî ji wan a gerilayetî ji hevdû cûda ye. Li herêmên cewaz gerilayetî kirin e, bi bûyer û zehmetiyên cûda re derbas bûne, dibe ku hinek hevalên şehîd berî ku şehîd bikevin hevdû nasdikirin, niha jî li gel hevdû ne. Lê ya girîng hevalên ku gora wan li goristana şehîd Cîger e, hevalên gelekî kevn in û hinek heval van salên dawiyê jî şehîd ketin e hene. Ez hinek hevalan dinasim û min hevalên dîtir jî nû naskirin.
Ez gelek caran çûme wê goristanê, di her çûyînekê de hest û fikarên cûda bi min re hevalbend in. Heyecana her carekê ji cara dîtir zêdetir e. Kulîlkên wê, wêneyên wê, lênûsa wê, her tişt ji min re nû tê û ji dilekî germ ez silav didim wê goristanê. Bi fikara gelo ezê gora kîjan hevalê/î bibîn im, di serê min re derbas dibe, hestên xemgîniyê min dorpêçdikin, bîranînên ku min bi hinek hevalan re jiyankirine têne bîra min. Êdî ez bideng bi wan re naxivim, ezê di dilê xwe de silav bidim wan û di giyan de wan hîsbikim. Min gelekî bêriya wan kiriye, sîmeyên wan, rûkeniya wan û bîranînên wan ên berê di mejiyê min de ne.
Em gihîştin goristanê û di nava gurûpê de tenê min goristana şehîd Cîger dîtibû û nasdikir. Her yek ji me heyecaneke cûda dijî, ji milekî ve ew ciyê pîroz dîtin moralekî mezin bû, lê gora ew qas hevalan dîtin zehmet bû. Hevalên ku li wêderê dimîn in hatin pêşiya me. Ji hejmara me ya zêde hinekî matmayî man, texmîn nedikir ku em ew qas heval bi hev re biçin serdana wan. Em hemû heval bi hev re derbasî goristanê bûn. Ez destpêke çûme ser gora hevalê Leheng Qamişlo, Rojhat Kobane, Harûn Wan, Partîzan Mêrdîn û hevalê Alî. Ev her pênc heval sala 2011 an bi êrîşên hewayî şehîd ketin. Wexta ku şehîd ketin ez jî li wê herêmê bûm. Ew sê roj bûn min ji wan re gotibû ezê biçim li yekîneyên leşkerî bigerim û pişt re dîsa bîzîvirim ciyê ku ew lê dimîn in. Heta min ji hevalê Leheng re gotibû “ ka em xatir ji hevdû bixwaz in şer e, dibe ku em careke dîtir hevdû nebîn in,” wê demê hevalê Leheng keniya, em herdu jî ne di rastiya vê gotinê de bûn, û me mîna henekan girte dest. Kesek naxwaze kêliyên xatir xwestin bijî…..ji ber ku gelekî zor in. Min cara dawiyê ew nedîtin, ji ber min xebera şehadeta wan bihîst û ji min re gelekî giran hat. Berî ku ez ji herêmê cûda bibim, dawiya sala 2011 an ez çûm ser goristana wan. Payîz bû, kesek heval li ber goristanê nebû, dar ketibûn şîniya Payîzê, herkesî xwe ji bo Zivistanê amade dikirin, lê belê Zivistaneke bê hevalê Leheng, Rojhat, Alî, Partîzan û Harûn wê derbas bikin. Wê rojê ji barîna baranê bêhna biyanîbûnê dihat, min nikarîbû wê bêhnê bikişîn im cergê xwe û nefesa min qutdibû. Lê belê vêcarê goristan bi kulîlkan xemilî bû û ava goristanê aza diherikî. Li ser goristana hemû hevalên şehîd kulîlk şînbibûn. Heval û gundî jî li goristanê hebûn, em hemû bi hev re li ser gorê hevalên şehîd digeriyan. Hinek gor bê nav bûn û kesek nizane ew cenazeyê kîjan hevalê/î ye. Gelekî zor e, dema ku mirov gorên bê nav dibîne, tu bixwaze nexwaze ew dîmen peyamekî cewaz dide dilê te û êşeke zirav dide canê te. Me yek bi yek li wêneyên hevalên şehîd meyzekir û hinek hevalan di lênûsa goristanê de nivîs nivîsandin. Ew lênûs xwedî nirxekî manewî ye, û bi wate ye, herkes dixwaze hestên xwe parvebike. Gelek hevalan di wê lênûsê de nivîsandibû.
Tişta ku bala min kişand, tiştên hevalên şehîd bûn. Şe, eyne, pêlav û pênûsên hinek hevalên şehîd li pey wan mabû. Hevalan ew tiştên hevalên şehîd xistine ciyekî de û diparêz in. Di heman demê de hevalan wêneyê şehîdên ku cenazeya wan li goristanê ye û wêneyê hevalên şehîd ên dîtir jî bi odeya lênûs tê de ye daleqandibûn. Wexta tu derbasî wê odeyê dibe, mîna hemû hevalên şehîd te pêşwazî bikin û ji milekî ve tu gelekî kêfxweş dibe, ji ber şopên wan hevalan wenda nabe. Wekîdîtir li kêleka goristanê bexçeyê Rêber APO hebû. Hevalan sala 2003 an destbi çêkirina goristanê kirine, bexçeyê Rêbertî jî sala 2005 an çandin e. Darên wê gelekî gewr e bûne û ji siya wan mirov rokê nabîne.
Em nêzî du demjimêran li goristanê man, her perçek ji goristanê peyameka ji hev cewaztir dida mirov. Heyecan û kêfxweşiya mirov li goristanê dijî, dibe ku ti carî bi destê mirov nekev e.
Medya SÎDAR
- Ayrıntılar
Çarçêla wek hemû Havînan mîna Biharek xemilandî ji şervanên heqîqetê re dayîktî dike. Di liv û tevgera hemû zindiyên vê derê de hişê azadiyê dide avakirin û bi bilindahiya xwe mirovan jî bi xwe re bilind dike. Hemû kulîlk, sosin, beybûn û berîn di nava mêrgande, li ber keviyên berfê, di nava ahengekî bedew de di dilê mirovan de hestiyarwariyek ji kevneşopiyan pergalê dûr, di nava xwîn û henaseya me de dide avakirin, wekî me berbi cewherê me ve bibe. Di rastiyê de ceneta ku di hişê mirovan de derbas dibe Çarçêla tîne bîr. Mirov pir caran dixwaze ku ji xwe re bibêje: ger ku rojek ji jiyan û mirin hebe ew jî bila li ser vê axê be. Ji berk u wê rojê wê azad be.
Belê Çarçêlaya rengîn, kesên ku ticaran haya wan ji hebûna te tinebûn, îro di xwazin di şûna zarokên têe de xwe bifiroşin te, lê bila baş bizanin k her dayîk bi bêhna zarokên xwe dizane û nayê xapandin.
Di singa her gelekî de navê Egîdek, li ber siya her zinarek xwîna lehengek av dide axa te, tu bi wan mezinbûyî û tuyê bi wan azad bibe. Ji bona wê jî tu xwedawenda xweşikbûn û jiyana azad û wateyî.
Belê çiyayê xweşevîst di himêza te de mezinbûyîn bi evîna jiyanek bi coş û azad de têkoşînkirin tu fikarên bi mirov re nade avakirin, berovajiyê vê yekê bi wê eşqê têkoşîn kirin me sermest dike, ji ber di demarên meyên jiyanê de hean hucre tevdigerin.
Dixwazim bibim têkoşerê te, di nav av û esmanê te de wêneyê xwe bibînim, di xwazim li ber bêhna sosinên te fêrî jiyanê bim.
Bi rastî jî xwezaya Çarçêla wekî ku ji bo wêneyê xweşikbûnê hatibe afirandin, hertim xwe pêşkêşî mirov dike. Hema hebûnên ku heyî rengekî bi wate ji Çarçêla dixemilînin û bi taybet hebûna Gerila li ser vê axê wekî ku zarok li cem dayîka xwe bi me dide hîskirin.
Mirov hertim dixwaze bi vê oxê re bibe yek ev girêdan rastiya PKK ê ya ku wate ji bo hemû çiyayên welatê me daye avakirine. Wêneyê rastiya civaka me di van çiyayan de veşartiye, ev rastî jî bi PKK ê gihîşte cewhera xwe.
7.1.2011
Zagros GARZAN
- Ayrıntılar
Navê Kod: Cemîl Iğdır
Nav û Paşnav: Metîn Torun
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1975 Îdir
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 1991 –Çiyayê Agirî
Cih û Dîroka Şahadetê: 1’ê Tebaxê 2011- Maku
Şehîd dana jiyankirin deyînekî herî mezin ê li ser milê me ye, ji ber ku her şehîdek xwedî gelek hêvî û baweriyên mezin in. Jiyankirina bi wan re dilsozî dixwaze, hêz dixwaze vînek mezin dixwaze. Yek ji şehîdê ku xwedî gelek bawerî û hêvî Rêheval Cemîl Serhed e.
Belê, min hêvalê Cemîl di sala 2007’an de naskir. Em bi hevre ketin guruba Serhadê, lê hevalê Cemîl di gerîla de ciyê herî zêde lê têkoşîn daye meşandin herêma Serhedê ye. Çawa ku tevgera azadî nasdike û pêve piyên xwe li xaka Agirî, diavêje nav jiyana gerîla. Dilê wî di quntarên Agirî de hildavêje. Ne şaş bû ew kelecana dilê wî, ji ber ku ew jî yek ji zarokên ku ji ber şûrê desthilatdariyê hatibû xilaskirin.
Ew tevgera azadî di temenekî biçûk de dinase û dikeve nav lêgerînan, dem nabore di pişt naskirina wî ya ji tevgerê re, ew bi biryarek bilind, bi heskirinek mezin evîna xwe di evîna çiyan de dibîne û tevlî nav gerîla dibe, di sala 1991’î de tevlî nava refên gerîla dibe, ew salên xwe yên dirêj di nava têkoşînê de li çiyayê Agirî derbas dike. Êdî hevalê Cemîl li çiyayê Agirî dest bi erkdariya xwe ya gerîlatiyê dike û dixwaze bi rengekî herî baş bibe şervanê Rêber APO. Piştî mayîna çend salan ew derbasî başûrê Kurdistanê dibe û ji nêz ve tevgera Rêbertî nasdike. Lê di sala 2007’an de ji nişkê ve derbasî giruba serhedê bû. Belê, hevalê Cemîl qet ne di rojevê de bû ku ew jî derbasî herêma Serhedê bibe, êdî me amedekariyên xwe yên dawî kiribûn û em ê ber bi rêwîtiya bakur ve biçûyana, lê di rê de dema ku hevalê Cemîl ji perwerdê dihat û dizanîbû ku wê ev gurub biçe Serhedê, gotina ku kir ev bû “ kes nikare min ji ketina gurubê asteng bike”, bi vê bîryarê û bi vê sondê derbasî gûrûbê bû. Her çiqas min berê hevalê Cemîl nasnedikir lê ji bo ku mirov biketa cîhana wî ne zehmet bû, ji ber bi nêzikbûnên xwe yên pijyayî mirov bi sihbetên xwe bi laqirdiyên ango henekên xwe germahî di dilê mirovan de dida hîştin. Hevalê Cemîl şopên giranbiha li cem mirovan dihêştin. Cihê ku ew hebû moral, coş ti carî kêm nedibû. Bi her kesî re di nav dayîn stadinê de bû. Di gurubê de her tim çavkaniya moralê bû.
Hevalê Cemîl dema ku mirov di destpêkê de didît sekna wî bala mirovan dibir ser xwe, bejna wî gelek dirêj bû û di meşa wî de heybeta gerîla hebû. Dema ku hate nava gurubê çeka wî ya em-16 bû, lê ji yên bi çûk bû. Lewma gelek caran hevala digot; hevalê Cemîl ji bo te ev çek ne biçûk e, ew li hevalan dizivirî û digot ‘‘ na ev çek çiqas biçûk xuya bike jî lê em ji bîr nekin dibe sedema kuştina dijminê me’’ ew her tim bi bersivên xwe yên balkişandî dihate naskirin. Belê yek ji taybetmendiya bi xurtî dihate jiyan kirin, sekna wî ya di nava gel de bû. Bi taybet him ji aliyê gelê herêma serhedê him jî di nava gelê Maku de hezkirinek mezin xistibû di nava dilê wî gelî de. Ev hezkirina ku ji Gel re dida nîşandan, di eslê xwe de îfadeya heskirina wî ya ji welat re diyar dikir, rastiya gel pir baş fêmkiribû. Li herêma Serhedê navê bi sedan zarokan bûye Cemîl ev jî diyar dibe ku çiqasî gel pê ve girêdayîbû, yek ji sedema heskirina gel ew bû ku mirovên ku bixwesta xerabî bikin ji ber sekna hevalê Cemîl nedikarî bikin, ev jî ji bo gel moralekî bilind bû. Belê weke min li jor jî da diyarkirin ji ber gerîlatî li wir fêr bûbû qet di ketina nav de zehmetî jiyan nekir, bi lezgînî kete nava xebatê. Piştî ku çar sal li wir qedandin di encama kemîna pastaran de li herêma Maku jiyana xwe ji dest dide û tevlî nav karwanê şehîdan dibe.
Di gelek şer û pefçûnan de derbas bûbû lê bi hostetiya gerîlatî her tim xwe xilaskiri bû. Ev car ne weke ti carî bû, çawa ku di salên xwe destpêkê de dilê xwe li quntarê Agirî hildavêt, di çûna ber bi şehadetê va jî xatirê xwe li ber quntarên Agirî xwest û di çavê wî de biriqandina berfa li ser Agirî hebû. Meşa xwe bi Agirî destpêkir û bi Agirî dawî kir. Rêhevalê Agirî û tendûrek ê nû hevalê Cemîl Serhed. Belê rêhevalê hêja wê tu her tim di dilê min de jiyan bikî. Wê ev bibe sonda min ji bo te rêhevalê hêja û dilovan Cemîl Serhed.
Silav û rêzên şoreşgerî.
Rêhevala wî yê têkoşînê, Şaristan Nurhaq
- Ayrıntılar
ŞEHÎD SEMA BOTAN- MUHSÎNE ETE:
Nav û Paşnav: Muhsîne EteNavê Kod: Sema Botan
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1983 Sîrt
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Sîrt 2005
Cih û Dîroka Şahadetê: 5’ê Tebaxê 2009 li Colemergê (di pevçûnê de)
Qadên Lê Maye: Qendîl, HKÎE, Zap, Botan
Rêber APO ji bo koçera gotibû” koçer mirovê esîl in, cewherê rast ên mirovatiyê parastine û jiyan dikin” bawerî û hêvîya xwe ya ji koçera re anîbû ziman. Rastî jî bi qasî ku min jî jiyan û çanda wan şopand,cewherê jiyana wan şopê serdema neolitîkê, li gel wan pir tê jiyankirin. Jiyana wan a xwezayî û bi xwezayê re jiyankirina wan, vê eşkera nîşan dide. Bi taybet ev şop bi dayîk û jinê koçera re pir diyar tên dîtin. Ji pêçandina wan a cil û berga, ji axiftin û sekna xwe a serbilind, ji fedekarî û xizmeta civakê kirinê, ji wêrekî û bixwe bawerîya malbat bi rêvebirinê, em bigrin heya parastina malbata xwe, ev teva şopê xwedavendan e û di jîna koçera de lipêş e.
Bixwe bawerîya jina koçer, hiştiye ku malbat wê erkdarî berpirsyariya malbatê bike. Bihara sala 2000’ê ez û hevalê şehid Îbrahîmê Zer, li navsera Qendîl çûn cem zomekî, çend deqîqa runiştin. Li ber devê kon sê zilam runiştibûn, dayîkekî jî çend qoşxana danîbû ser agir, şîr germ dikir û xwarin çêdikir. Dema ku em runiştin dayîk hat cem me û çi pirsê ku me ji zilama pirs dikirin zilam bêdeng diman û dayîkê bersiva me dida. Yanî hem çavê wê li qoşxanê ser agir bû, carna radibû diçu li wan dimeyîzand agirê wan geş dikir, hem jî bi me re ji zilama bêhtir di nav dan û sitandinê de bû. Xuya bû ku dayîk li ser wan zilaman, xwedî bandorek birêz e. Belê, wek vê mînakê gelek car min ev nêzikbûn di nava koçeran de dîtiye. Li gor civakê koçer zêdetir jin erkdartiya malbatê birêve dibin û tê guhdarkirin. Welatparêztî jî di nav koçera de li pêş e û herî zû yên ku deriyê xwe ji PKK’ê re vekirin û malovanî kirin, koçer in. Xizmet û fedekariya gelê koçer ji bo tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê, pir zêde ye û hêjayî rêzgirtinê ye. Bi mal û canê xwe, malovanî ji gerilayê Kurdistanê re kirin û bawerî bi PKK’ê anîn. Îro jî li bajar, gund û çiyayê Kurdistanê, cihê ku koçer lê hebin hêza pêş a tekoşînê ye û xwe paqij tevlêdikê. Herî zêde ew li çiya bi gerila re dilsoz û heval in. Ew jî wek gerilayê azadiya Kurdistanê, tim li çiya ne û bi xwezayê re jiyan dikin. Ji tekoşîna gerila û jiyana çiyayî re ne biyanî ne, ew bi dilxweşî li çiyayê azad dijîn û xwedî rûmetekî azad in.
Belê, Heval Sema jî keçeke koçer bû û ew bi eşqa azadiya welatê xwe, tevlî gerilayê azadiya Kurdistanê bibû. Ew jî wek jina serbilind û wêrek Hevala Silav ku koçer bû û bi fedekariyek mezin tiştê ku gelek kesê nedikarî bike wê dikirin, bi xwe bawer bû. Belê, Heval Silav jî jineka koçer bû û bi wêrekî û kiryarê xwe yên serkeftî, nirxê pir giranbiha bi berxwedana xwe derxistin holê. Heval Sema jî şopdarê Silav û bi hezara şehidê Kurdistanê bû û xwestibû ku erkê xwe bîne cih. Bi ciwaniya xwe ya temen biçuk qesta jiyana azad a nav refê gerilayê azadiyê kiribû, ji bo azadiya gel û welatê xwe. Heval Sema ewqas zindî û zîrek bû ku di tevayê xebatê xwe de tim serkeftî bû. Rûkenî û coşa Heval Sema, morale hevalê derdorê xwe bû. Bi wê hevaltiya xwe ya dilpak, paqij û ya şîrîn baweriya hevalê xwe ya herî xurt li dijî dijmina bû. Carna hevalên ewqas di sekna xwe ya dilsoz ku bi nirxê gel, Serokatî û şehida ve girêdayîn e, mirov hêza herî mezin ji wan digire ji bo serkeftina tekoşîna azadîyê. Ewqas tişta di sekin û tevlîbûna xwe, xebat û kiryarê xwe de nîşan didin ku li hember wan rêzgirtinek mezin çêdibe. Yek ji van jî lehenga rûbiken hevala Sema bû. Biqayî hevaltiya wê ya paqij mînak bû d inav hevalan de, ewqas jî wêrekiya wê ya li hember artêşa Tirk jî hêz û hêviya serkeftinê dida hevalan. Rastî jî di şerê xwe yên êrîşa ser dijmin de, wêrekî dida derdorê xwe. Heval Sema sala 2006’ê de derbazî qada navîn, eyaleta Amedê bû û tevlî xebatê gerila yê şerê azadîyê bû. Dema ku derbaz dibûn, bi koma xwe re hatin cem me Gabarê û min ew nû dît û çend roj li cem me man. Rastî jî hevala ku di nav komê de herî zêde bi coş û zindî xuya bû, Heval Sema bû. Ev di tevayê jiyana wê de xuya bû û tev hevala jî bi çavê xwe didîtin û dianîn ziman. Ewqas meşa dirêj, ji Başurê Kurdistanê heya Gabarê hatibû jî, lê dîsa wek ku ne meşîbû zindî û zîrekbûna wê diyar dibû. Belê her gavek ku bi pêş de diavêt, nêzî dijminê xwe dibû û daxwazîya wê ya tola hezar sala rakirinê ji xwînmêja, zêdetir dibû. Li pêşîya wê hêj rêka dirêj a du heftan mabûn, dîsa ew bi moral bû û bi hêviya ku zû tevlî şer bibe, xwe amade kiribû. Piştî çend roj li Gabarê cem me man, pişt re ji me cûda bû û berê xwe dabû eyaleta Amedê. Sala 2007’an dema ku em çûn eyaleta Amedê min cardin ew dît û êdî heya ku şehid ket jî em bi hev re tevlî xebatên şerê azadiyê bûn. Çiqas carna em durî hevbin jî, lê xebatê Heval Sema me ji nêz de dişopand û min moral ji tevlîbûna wê digirt. Payîza 2007’an bû em gihiştin herêma Koy Sipî(Akdax) ya ku Heval Sema jî ji vir bû û di rêveberiya herêmê de jî cih digirt. Mêhvandariyek pir bi rêz nîşanî koma me da û berpisyariya wê ya ewlehî û pêdiviyê hevalan pêkanînê, Heval Sema baş li ser disekinî. Li vê herêmê bihara 2008’an dema ku operasyona artêşa Tirk derdikeve herêma wan, heval kemîn li pêşiya wan diavêjin û ji nêz de bi bandor li wan didin. Hevala Sema hevala herî li pêş e û çawa ku li leşkerên Tirk dixe, diçe ser çend leşkeran û du çek ji ser wan radike û paşde dizivire. Belê, di eyaletê de destpêka salê Hevala Sema bi wê çalakiya xwe ya serkeftî û çek rakirin ji ser dijmin, pêvajoyek êrîşê dabû destpêkirin. Ji bo vê serkeftina wê, hevala ew xelat kiribû û baweriyek mezin dabû hevalan. Ewqas hevalekê paqij û şerker bû, tevayê hevalan dixwest ku Heval Sema here herêma wan û pê re tekoşîna azadiyê bimeşînin. Hevalên eyaletê teva ji tevlîbûna Heval Sema ya jiyan û şer hezkiribûn û bawerî pê anîbûn.
Piştî civîna rêveberîya eyaleta Amedê ku Heval Sema jî tevlî bû ya bihara 2008’an, Heval Sema hat bîryargeha qadê û êdî me bi hev re xebat û meşa dirêj meşandin. Bihara 2008’an me berê xwe dabû eyaleta Erziromê. Belê, bi hev re me berê xwe da bilindahiya çiyayê Çewlikê. Ava Muradê jî li pêşya me bû û pişt wê re deşta Çewlikê jî dihat pêşya me. Lê çiqas li pêş me rêka dirêj û nexweş hebû jî, hevalên wek Sema, Özgur Armanc zîrek û fedekar, nehiştin ku em biwestin û tim moral dan me. Me da nav ava Muradê, avê dida sînga hevalan lê dîsa hevalan lêda û em derbazî Bakurê Mûradê bûn. Her navberek ku me dida meşa xwe, Heval Sema bi axiftinê xwe yên xweş û biwate hêz dida hevalan û westandin diborand. Êvarê heya berê sibihê em di deşta Çewlikê re meşîn û gihiştin quntarê çiyayê Ferxanê. Meşa me ya bi Heval Sema re ji Kanîreşa Çewlikê heya Pulumur û Nazimiya Dêrsimê çûn, berdewamkir. Ev meş nêzî 20 rojan berdewamkir û her şevekê em di gelek çiyayê bilind û dolên kûr re derbaz dibûn. Heval Sema di vê meşa dirêj de, dema ku me navber didayê û me dixwest ku em çayek an jî xwarinek bixwin, Heval Sema dibezî çaydank û beriya hevalan destbi xwarin çêkirinê dikir. Ewqas ji bo hevalên xwe fedekar û xizmet bê hesab dikir. Rastî jî ti car mirov nikare wê xizmeta wê ya hevaltiyê ji bîr bike. Li eyaleta Erziromê Heval Sema tevlê gelek keşfên baregehên leşkerên tirk bû. Qereqola Sariyayle û ya Tezvazê jî keşif kir û dawî jî bi xwe jî di çalakîya Tezvazê de cih girt. Wek tê zanîn ev çalakî serkeftî bû û bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Heval Sema di amadekarî û pêkanîna vê çalakiyê de ristekî pir mezin leyîsti bû û hêz dabû hevalan. Wê bi tecrube û wêrekiya xwe coş dabû hevalan û derbeyek kuştinê li dijminê xwe yên xwînmêj dabû. Belê, wek gelek carên din bi lêdana xwe ya dijwar, tirs û xof xistibû dilê artêşa Tirk. Wek xwedavandek şerê azadiyê li dijî dijminê hovane ku welat û gelê wê dagirkiriye, disekinî û tola kal û pîrên xwe radikir.
Dewlemendiya Heval Sema tenê ne zanebûn û tecrubeye şer bûn, dilgeşiya wê ya xweşikbûna şînkayiya zozanê Erziromê ku di gul û kulîlkan de di xemilîn jî, dil û mejiyê wê vedikir ji bo azadî û serxwebûnê. Her gul û kulîlkek dema didît, rûyê wê wek wan gulan vedibû, reng û bêhna xwe dida derdorê. Rastî jî dil paqijî û rûkeniya Heval Sema, li ber çavê mirov wek gulekî geş di zinarê bilind de ku azad jiyan dike, dianî ber çavên mirov. Heval Sema pir hez gul û kulîlkan dikir û tim bi wan re dikeni. Belê, ew keçek koçera bû û tev jiyana xwe di nav gul û kulîlkên çiyan de derbazkiri bû. Ew keçek zozan û çiya bû, bi bêhn û rengê şînkahiya giya û kulîlkên reng birengî şah bûbû û fêrî wateya jiyanê bûbû. Mezinbûna wê bi bêhna kulîlk û gulên çiyan bû. Zarokek xwedavend û xuşka Silav û bi hezaran jinê serhildêr bû. Rêka xwe baş ser rastkiribû û xeta şopdariya wan, bi tevlîbûna PKK’ê berdewam kiribû.
Belê, em cardin bi Heval Sema re ji çiyayên eyaleta Erziromê zivirîbûn û berê me li eyaleta Amedê bû. Çiqas rêke me cûda jî bû, lê dîsa dirêj bû û bi fedekarî, coşa Heval Sema bê navber heya eyaleta Amedê em bi hev re meşîn. Biharê Heval Sema derbazî eyaleta Botanê bû û payîzê zivirîbû eyaleta Amedê. Di van rêkan de bi dehcar bîranînê Heval Sema ku wê tim hêz bidin mirov hatin jiyan û dîtin. Bi Heval Sema re li çiyayê Kurdistanê meş û pê re jiyankirin, her saetekê bîranînekî bi nirxbû. Di bihara sala 2009'an de dema ku operasyona artêşa Tirk li herêma Şehid Brusk, Pîranê çêbû, hevalan êrîşî ser girekî leşkerên Tirk kiribû û dijmin tar û mar kiribûn. Baskê ku Heval Sema fermandarê wê bû, di çend deqîqa de çeperê leşkerên Tirk dixin dest xwe û gelek leşker dikujin. Cardin Heval Sema du çekan li ser leşkerê Tirk radike û bê windayî paşde dizivirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Heval Özgur û pê re di çalakiya Tezvazê, li eyaleta Erziromê şehid ketibû, kiribûn. Çalaki ser navê, tîma Şehîd Özgur, hate kirin. Belê vê carê jî xwedavenda şerê azadiyê, li ser serê dagirkerê Kurdistanê ferman rakiribû û ew şaş û maşo kiribûn. Bi vê çalakiya xwe ya serkeftî jî moralek mezin dabû heval û gelê xwe, ewqas jî tirs û xof xistibû dilê dijminê xwe. Wek brûskê li dilê neyar ketibû û tola şehidên Kurdistanê rakiribû. Wêrekî û xwînsarîya wê ya li hember dijminê xwe, dihişt ku çalakiyê wê tim serkeftî bin. Lê mixabin ev çalakî dawî bû, piştî vê çalakiyê demek ne dirêj, dema ku Heval Sema bi komek heval re ji herêma Apê Musa derbazî herêma Licê dibin, li nêzî korxê dikevin şerekî giran û bi Heval Sema re Heval Bêrîtan,Elî û Rustem jî her çar heval şehid dikevin. Artêşa Tirk derdorê noqta wan digire û di encama şerekî giran de ku gelek leşkerên Tirk jî tên kuştin, ew jî bi qehremanî tevlî karwanê şehidên Kurdistanê dibin. Ew her çar lehengê Kurd, hevalê pir hêja bûn û xwedî xebatekî serkeftî bûn. Heval Sema jî wek gelek ciwanê Kurdistanê ku xwe xistin cangoriyê welat û gelê xwe, wê jî erke xwe ya berxwedêr ku bi gelek cara derbê mirinê li dijminê xwe xistibû, xwe da nişandan. Wê ciwantiya xwe feda kir ji bo azadiya mirovatiyê. Şoreşgera Kurdistanê, bi kiryarê xwe yên pir giranbiha ku ji bo Kurd û tevayê mirovatiyê, pir pîroz û hêjabûn, derxistin holê. Pêwîst e her miroveke ku bêje ez mirov im, li hember vî nirxî birêz be û bibe şopdarê armanca vê xwedavendê. Ji ber ku Heval Sema tev jiyana xwe xist xizmete azadî û serxwebûna mirovatiyê û heya dilopa xwîna xwe ya dawî jî, li berxwe da. Em jî wek hevalê wê cardin soz didin wê û şehidên şoreşa Kurdistanê ku em ê girêdayî bîranînê wan bin û rêke wan bişopînin. Ti car ew rûkeniya Heval Sema ji ber çavê me naçe, ti car ew zindîbûn û zîrekbûna Heval SEMA ji ber çavê me naçe. Şewqa wê tim pêşya me ronahî bike, heya serkeftinê.
- Ayrıntılar
Rêhevala delal a rûyê wê, dilê wê dikene
Di rûyê te de kenên germ, di dilê xwe de bahozên bêeman
Û te xwe li rêyan xistiye
Dema îro te starana xwe digot xweşikbûneke cûda bû, gotinên ku di dengê te de bilind dibû
Te rêhevalên delal ên dilê wan û rûyê wan dikene jî hildaye ligel xwe
We govendeke bêsekn û tebat girtiye
Bi dengê xwe yê xwerû ve govendeke ku dê qet neqede
Bersiva ew pirsa ku te di strana xwe de dikir dîtiye û tu jî diçî
Yek jî ew xweşikbûna kelûcaniya çûyînê tevli li kenên rûye te, xweşikbûnên li dilê te bûye
Te carekî bersiva pirsa xwe dîtiye êdî kî dikare bibe asteng
Kî dikare li hember te bisekine
Û li ber bahozên ku di dilê te de diteqin
Bahozeke wisa ye ku, di her gavake tu diavêjî de hin bêhtirîn mezin dibe
Te pişta xwe li çiyan û berê xwe li Rojê zivirandiye
Û te xwe daye ew rêya ku bi hezaran derbas bûye
Hemû ked, hemû hewldana te
Şopa lingên kesên ku çûn şopandin
Û xwe gihandine tiştên ku dibêjin xwe gihandin nepêkan e
Rikî yên dibêjin nayê gihandin dimeşî
Bila ew her bibêjin
Te carekî bersiva pirsa di strana xwe de dîtiye
Bi wêrekiyeke mezin ve bi hêviyeke naqede ve diçî
Cihê ku bi hezaran çûn bi hezaran ê biçin
Ne tarîtiyên qîr dikare te rawestîne ji wê ronahiya ku mirov berbi xwe dikişîne
Ne jî kendal dikarin li ber bi aweyek azad bask lêdana dilê te yê firî çû bibin asteng
Rêhevala dilê wê bedew rûyê wê ken
Celat bila her qîjîniya dînatiya biavêjin
Tu ji zû ve de gihiştiyî wergehê mirovê dil olyanus ê ku di nava olyanusê de
Bi wê dengê xwe yê xweşik ve stranên xwe yê herî xweşik ji Wî re dibêjî
Rûyê te bi ken, dilê te aram
Di kesayeta şehîd Delîla û deh rêhevalê wê de bo bîranîna hemû şehîdan
Avaşîn Yilmaz
- Ayrıntılar
