Pênaseya herî watedar ku bikaribe rêhevala Rojîn ku navê xwe ji stêrkan digire, vebêje stêrk e. Hem dayîka wê navê stêrkan lê kiriye, hem jî di refên azadiyê de navê xwe ji rojê girtiye. Rojîn tê wateya jina roj, jîna rojê. Bi qasî ku wek rojê germ û jidil bû, di wateya ku roj sembola Rêbertiya me ye jî, di wateya girêdana jidil bi Rêbertî re herîbaş dikare ev nav wê îfade bike. Navê ku dayîka wê daniye ser jî Sureya ye, di Erebî de Sureya navê kome stêrkekê ye. Em rêhevaltiyê di sînorê afirandina jînê û parvekirina mirinê de parve dikin. Ev jî tê wateya ku em bi her alî ve bi aliyên herî zirav û kûr hevdu nas dikin. Lê em navên hev yên berê nizanin. Qet nayê bîra me ku em bipirsin jî. Navê ku me îfade dike ew navên ku em bixwe hildibijin in. Di wê rêya ku me hilbijartiye de rêya ku me ji xwe re diyarkirî ye. Belê, min navê rêheval Rojîn jî bi şehadeta wê re bihîst. Ez ji xwe re dibêjim ew navê ku dayîka wê daniye ser jî cewhera wê pir baş rave dike. Tenê yek stêrk nikare rêhevala Rojîn bîne zimên, ew encax bi komestêrkan dikare îfadeya xwe bibîne. Encax henga (cumbuş) stêrkan ku çavkaniya enerjî û roniyên cuda ne, dikarin wê vebêjin. Heke yek tefiya, yeke din di komestêrkan, parçeyeke din a gerdûnê dikare wê dewam bike.
Mirov li gor navên xwe dibin xwedî karakter. Navê zarokê/a ku nû ji dayîk bûye, çawa dê wî/wê pênase bike?, ev mijarkeke nakok e. Lê mîna ku ew navê malbatê daniye ser zarok, bi wî navî re bendewariyên malbatê di zarok de diteyîse. Ji aliyê din ve, em şervanên azadiyê ji bo xwe navên nû hildibijêrin. Em bi navê xwe re didin diyarkirin ku dixwazin xwedî sekneke şoreşgerî ya çawa bin û armancên têkoşîna xwe tînin zimên. Ji ber felsefeya me şervanên azadiyê felsefeya ku ‘em yek diçin bi hezaran tên’ e. Dîroka me bi mînakên wiha re dagirtî ye. Navên rêhevalên me Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Sema, Çîçek, Rustem îfadeya şênber a vê rastiyê ne, ku li pey çûna yekê bi hezaran kes cihê wî/wê digirin. Lixwekirina navê rêhevalên şehîd ji wan rêhevalan re soza me ye ku em têkoşîna ku wan meşandî, ji cihê ku maye bi awayeke hîna xurt berdewam bikin.
Mirovên herî kevin ên di dîrokê de bi taybet jî jinan navê xwe ji stêrkan girtine. Roniya ku tarîtiyê diçirine hêviya ku di nav tarîtiyê de ber bi jiyanê ve diçe ye. Ji ber ronî heta bi qasî dilopekê be jî xwedî wê hêzê ye ku tartîtiyê kun bike. Jinê ku mirovahî birêxistin kiriye û civakîbûn pêş xistiye, bi îcadên ji nava tinebûnê, ji mirovahiyê re derfeta jiyanê afirandiye û hilberîn pêşxistiye. Jin ji bo civaka wê demê wek roniya ku tarîtiyê diçirîne ye. Lewma jî mirovên wê demê ji jinê re navên stêrkan layîq dîtine.
Navlêkirina jinan bi navê stêrkan yek ji kevneşopiya axa ku Rêhevala Rojîn jê dayîk bûye ye. Wek kevneşopiya navlêkirinê, pir kevneşopiyên jinan ku yekem car civak birêxistin kirine, li wan axan hîna jî dewam dikin. Rêhevala Rojîn jî jinek bû ku pir taybetmendiyên wê kevneşopiyê di xwe de dida jiyandin. Ruhê azad ê wê erdnîgariyê di rêhevala Rojîn de dihate ziman. Rêhevala Rojîn keça eşîreta Gewda ku li zozanên Feraşîna Colemêrgê dijîn, hatiye cîhanê. Gewdayî ku di zozanên bihûştwarî yên Feraşînê dijîn, di parastina taybetmeniyên civaka xwezayî de li ber xwe dane. Ji ber çavkaniya çanda eşîrê ji azadiyê tê. Li zozanên Feraşînê azad jiyane, hemû tiştên pêdiviyan wan pê hebûye, xwezayê di berdêla keda wan de, pêşkêş kiriye. Wiha dest bi jiyanê kirine, wiha fêrî jînê bûne, li beramberî yên xwestine vê biguherin jî li ber xwe dane.
Rêhevala Rojîn, ruhê berxwedêr û azad ji kokên dîrokî ya rastiya civaka xwe wergirtibû. Tişta di serî de ew ber bi PKK’ê ve kişand jî ev koka dîrokî bû. PKK, xeta azadiyê ji kokên dîrokî ya civakê girtiye, lê belê îro bûye navnîşana têkoşîna ji bo azadiyê. Ruhê azadiyê di PKK’ê de şênber dibe. Û herkesê/a li azadiyê digere wê rêya wî bigihîje PKK’ê. Lewma jî zehmet nebû ku rêhevala Rojîn PKK’ê peyda bike. Hîna dema zarok bû, pîvanên wê yên azadiyê wek ciwanekê bi qasî ku xiyanet û tinebûna ku li ser civakê dihate ferzkirin ferq bike, diyar bûn. Qirkirina ku li Kurdistanê dihate ferzkirin, di salên ku rêhevala Rojîn tevlî bû, bi rêbazên herî hovane êrîş li gel dihate kirin. Rêhevala Rojîn ku di hembêza xwezayê de tama azadiyê dizanî, hîna di temeneke piçûk de, li beramberî xiyanet û qirkirina ku li ser civakê dihate sepandin, pêwîstiya teslîmnebûnê û berxwedanê dizanîbû.
Rêhevala Rojîn pêwîstiya azadiyê wek zerûreteke civakî hîs dikir, lewma di sala 1993’an tevlî nava refên partiyê bû. Di nav partiyê de li ser bingeha ku bi xeta azadiyê re bibe yek, bû xwedî hewldaneke mezin. Ji bo azadiyê bijî kedeke mezin da. Li qada Botanê ku ji wir tevlî bû, bi salan ma, hertim li pêş û bi çalakî tevlî pratîka şer bû. Karakterê hînker ê şer rêhevala Rojîn jî pijand, perwerde û kamil kir. Tûjîtiya şer bû şêwazê jîna wê. Li welatekê ku di çembera qirkirinê de ye ango li Kurdistanê jiyan bi tûjiya şer e. Ji bo jîna li navênga şer tenê biryardarî têr nake, ev tenê dibe yekem pêngav, ji biryardariyê jî wêdetir; vîn, dîsîplîn, xweliqkariya ku ji tinebûnê ava dike û birêxistikarî hewce dike.
PKK’ê ji gelê Kurd ku di xala tinebûnê de bû, civaka ber bi azadiyê ve diçe, bi vê rêbazê têkoşînê afirand. Yên ku vê hêzê didin PKK’ê jî milîtanên fedayî ne, ku karîn bi vê ferasetê têbikoşin. Wek rêhevala Rojîn, yên ku ruhê xwe tevlî ruhê PKK’ê kirine, bi keda xwe re dilop bi dilop PKK honandin. Wan PKK afirandin. Ew, heqîqeta jiyanîbûyî ya PKK’ê ne. Rêhevala Rojîn bi ruh, cewher, ked, rêhevaltî, ken, huzun û bîranînên xwe ve PKK ye. Pênaseya milîtan a PKK’ê, pênaseya fermande û azadiyê di rêhevala Rojîn de şênber bû. Rêhevala Rojîn karî PKK’ê bi cewherê wê ve bijî.
Cewhera jinê, di zindîbûna ruhê xwedawendan de hilgirtibû, rêgezên xwedawendiya ku di xeta PAJK’ê de tê ziman, di rêhevala Rojîn de jiyanî bibû. Ji jinê bawer dikir, ji jinê hêz digirt û jidil bi azadiya jinê ve girêdayî bû. Bi vegotina Rêber APO “xwedawend ew kes e ku di şertên herî zehmet de bikaribe xweliqkar be.” Rêhevala Rojîn jî hema bêje bi xweliqkariya xwedawendan di şertûmercên herî zor de jî bi şêwazên herî xweliqkar çareserî didît û ji tinebûnê ava dikir. Bi vî awayî kar û xebat sererast dikir û dimeşand. Ev taybetmendiya wê jî baweriya bi jinê û wek jinekê xwe bihêzkirin îfade dikir.
Di heman demê de rêhevala Rojîn şervana bê endîşe ya azadiya jinê bû. Li beramberî nêzîkatiyên serdest ên zilam, her kêliyê hestyar û di nava şer de bû. Li beramberî taybetmeniyên paşverû yên jinê jî ticar tewîz nedida. Bi qasî şervantiya tûj, şerkera afirandina tiştên nû jî bû. Ji ber vê sedemê di şerê bi paşverûtiyê de wê qet kesek nedişkand, di nava pêvajoya pêşketinê de aliyên wî/wê yên xurt derdixiste holê, ticar alîkariya menewî jê kêm nedikir û hertim pêre bû. Feraseta têkoşîna me ya rêgezên rêhevaltiyê hilweşandina xirabiyan û pêşxistina xweşikiyan e. Rêhevala Rojîn jî wek têkoşereke bêeman û bi kedeke mezin re ev feraset jiyanî dikir. Tikes ku ji rêhevaltiya wê bandor nebe, nîne. Yên nedikarîn jê tewîz bigirin, yên herî zêde jê dixeyidîn jî ji rêhevaltî û keda wê re bihurmet nêzîk dibûn. Ew îfadeya wîjdanê bû. Yên wîjdanê wan li herderê belavela bibû jî li beramberî sekna wê ya biwîjdan dihatin ser rê. Carna jî hin kes tenê ji vê sekna wê bandor dibûn û diketin lêgera wîjdanê.
Di şervaniya xwe ya 20 salan de bû şahidê ewqas tiştan ku… Ew klasîkeke jiyanê bû. Bîranînên wê tam mamosteyeke jiyanê bû. Ji fedayî û lehengên herî mezin re şahidî kiribû… Li dijî xiyanetên herî ketî li berxwe dabû… Me bi henekî jê re digot jina bûyerdar (olayli). Li cem wê ti tişt bisergirtî û veşartî nedima. Hele, ger hinekan bixwesta kareke şaş bikin, nedikarîn ji destên wê xilas bibin. Bi rûyê diyar ê cih û bûyeran re teng nedima. Bi pêşdîtin û hîsên xwe yên kûr wek ku kêmanî hîs dikir, li wan digeriya û deşîfre dikir. Lewma jî di şerê xetê de, hin kes ji bo bi wê re rûbirû nebin, sererastkirina xwe tercîh dikirin. Bi vê sekna xwe ve, ew taktîka ku hosteyên şer beriya şer biqewime şer biser dixin, di şerê xetê de pêk dianî.
Di rêhevaltiyê de xwedî ruheke zindî bû. Welê ku dûrahiyan nedikarî wê asteng bike, kesên dûrî çav bûn, lê ji dilên wan dûr nedima. Bihorîna demê jî germahiya rêhevaltiyê sar nedikir. Teqez bêku ferq û cudahî bixîne navberê, li her kesê/î dipirsî, mereqa wan dikir û ji wan re xeber dişand. Rêhevaltiya bi wê re dihate wateya ku mirov qet bitenê nemîne. Rêhevaltiya wê wek çiyayeke qahîm her li cem me bû. Çiyayeke sipsax, kip (dîmdîk), bi qasî serhildêr ewqas jî sade û ji rêgezên xwe tewîz nade, li beramberî hercure xiyanetan ji pakiya xwe tiştekê wende nake û li pêşberî dîrokê li ber xwe daye. Rêhevaltiyeke wek çiya ku li ber çavan nebe jî, me dizanî ew li wir e, kengî em bixwazin dikarin xwe pispêrinê û dê me biparêze. Çawa ku ji dûrve em hîs dikir, me jî kêliyên dûrî wê nedikarî bêyî wê derbas bikin. Mutleq me behsa wê dikir, bêriya wê dikir û bi bîranînên wê re ew li kêleka xwe hîs dikir. Heke ew li cem me nebûya jî herî zêde me behsa bîranînên wê dikir. Bi bîranînên wê ku bi germahiya rêhevaltiyê, bi xwezayîbûna jinê û tûjîtiya şer bû, em carna dikeniyan, carna dilêş dibûn û me heyfa xwe pê dianî. Lê ew carna aciz dibû ku em çima her behsa wê dikin. Ji ber, tu rêhevala me ya herî xwoşewîstî Rojîn.
Rêhevala Rojîn karî bibe rêhevala herî xoşewîst a herkesê. Heke were pirsîn di cîhanê de ya herî zêde dilovan e û tê hezkirin kê ye? yên ku wê dinasin yekem kesa ku bê bîra wan rêhevala Rojîn e. herkesê/a rêhevala Rojîn naskiribe, dê bi vî awayî wê rave bike. Ew rêhevalek e ku di dilê rêhevalên xwe de cihê herî xweş girtiye. Wê karî bibe ya herkesê/î. Yên ew nasîn, ji ber bi kesayeta PKK’ê ya jiyayî re rûbirû bûne pir bextewer in. Tiştên ji rêhevala Rojîn fêrbûne bi qasî imrekê wê hêz, moral û bawerî bide wan.
Rêhevala Rojîn bi rengê evîndariya xwedawendan bi xaka xwe bi welatê xwe Kurdistanê ve girîdayî bû. Ji ber gêrîlatiya xwe di salên herî zehmet li Botanê bihorandibû, Botan îfadeya nasnameya wê bû. Ewçend jê hez dikir, bawer dikir û bêrî dikir. Rêhevalên ku li Botanê bi wan re rêhevaltî parve kiribû ruhên wê yên jînê bûn. Pir rêhevalên şehîd wek nîviya ruhê xwe dijiya, dida jiyandin. Yek ji wan rêhevalan jî Sorxwîn bû. Bi pir aliyan ve birastî jî ruhê wê dişibî rêhevala Sorxwîn. Rêheval Rojîn piştî şehadeta hevala Sorxwîn paşnavê xwe danîbû Sorxwîn. Dixwest herkes wiha xîtabê wê bike, lê belê ji ber hevalan ew bi navê Rojîn Gewda nasîbûn, wiha gazî dikirin. Aciz dibû, dixeyidî. Ger yekê/î jê re bigota Rojîn Sorxwîn wek zarokekê kêfxweş dibû, wek ku hemû cîhan dabine wê.
Ji Zagrosê ku herî dawî lê ma, pir cuda hez dikir. Bi heyranî behsa xweşikiya Çarçêla dikir. Wek ku di cîhana xwe de tişta herî xweşik dîtibe, bi huzûr û şanezî xweşikiyên wê vedigot. Rêhevala Rojîn bi caran birîndar bibû. Ji pir derên bedena xwe ve birînên ku birastî jî zora wê dianîn, xwaribû. Zagors jî biqasî xweşikiyên xwe, bi serhildêriya xwe ve jî zehmet e, hêz dixwaze. Wê bi evîna çiya, bêyî sekn û rawest her xebitî. Ne bi hêza qeba, bi vîna xwe re bi serhildêriya wir re kete pêşbirkê. Lûtkeya hemû tecrûbeyên xwe ên şer li Zagrosê pêşkêş kir. Wek fermandera YJA-Star di birêxistinkirin û pratîkirina şerê şoreşgerî yê gel de bi ked û xebata xwe ya mezin mohra xwe li pêvajo û şer xist. Ev şer biqasî ji bo hemû milîtanên azadiyê, ji bo wê jî bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêber APO û pêkanîna azadiya ku heq dikin bû. Rêhevala Rojîn bi hemû azwerî û hêza xwe erka dîrokî girte ser milê xwe, wek temsîla xeta rêhevaltiya şanazê Rêbertiyê, navê xwe li dîrokê nivîsî.
Zagros cihê ku herî zêde li dijî dijmin şerê giran lê tê meşandin, herwiha ciheke ku dijmin jî di vê qadê de bi rêbazên herî hovane ji bo tinekirina gêrîla êrîş dike û wiha navê xwe li dîrokê nivîsiye. Bitaybet wendahiyên li Geliyê Tiyarê li gor rêhevala Rojîn teqez divê tola wan werin hilandin. Xeyalên dijmin bi van wendahiyan re ku vîna gêrîla bişkêne, di sala 2012’an bi şerê ku pêşengtiya wê rêhevala Rojîn kir, vala derket. Rêhevala Rojîn bû fedayî û pêşenga têkoşîna ku layîqê Rêber APO û rêhevalên Şehîd e.
Di 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê de di çemberên herî nêz dijmin de şer kir. Ji ber dizanî rêya parastina civaka xwe ev e. Ev derê nêzîk dijmin, li dijmin xistin û ew tiştên dizîne jê stendin biqasî ku zerûrî bû, herwiha cihê ku herî zêde nêz mirinê jî bû. Azadiyê bedel dixwest. Lewma jî rêhevala Rojîn qet ji mirinê netirsiya, lê bi hêsanî jî teslîmê mirinê nebû, bi mirinê re şer kir. Ji mirina ji bo welat wêdetir, ji bo pêşxistina serketinê, bi caran mirina ku hatibû ba wê qewitandibû û binxistibû. Di şertûmercên herî zehmet de karî çembera mirinê hilweşîne. Ji bo azadiyê ji bo heya dilopa herî dawî ya xwîn û enerjiya xwe şer bike bi caran mirin binxist. Ji bo mirina li ser Kurdan bide şikandin dijiya. Ezma wê ya jiyan û azadiyê biqasî mirinê bin bixîne, xurt bû.
Yên xwediyên dilên ketî û zalim in bila vala vala kêfxweş nebin ku ew tine kirine, stêrk natefin, namirin. Kêliya ku enerjiya wan dawî dibe, ew kêlî ye ku stêrk enerjiya xwe li hemû gerdûnê belav dike. Dibe yên wek stêrkên geş nabînin, dibêjin qey tine bûye, lê ew êdî bi roniya ku bi salan li gerdûnê belav kiriye, gihîştiye her derê, li her derê dijî. Rêhevala Rojîn girê bi girê ruhê xwe yê ku bi azadiyê honandî, di her rêhevalên ba xwe de teyisand. Roniya wê di me hemûyan de dijî. Bi şehadeta wê re baweriya me ya nemirinê hîna şênber bû. Şehadeta wê kêliya ku bi tevahî mirin binxist û gihîşte nemirinê ye. Ruhê azadiyê di jiyan û têkoşîna xwe de şênber kir û vê jî ew kire nemir. Dema jiya Rojîn ango jina rojê li dor xwe ronî belav kir, bi şehadeta xwe re jî bi Sureyan re bû komestêrk û di dilê rêhevalên xwe de dibiriqe.
Emîne Erciyes
- Ayrıntılar
Di 9’ê Çilê de dilê Kurdistanê jan pêket. Di seat 16’an de cîhan ket nav bêdengiyeke mezin. Esman cilê reş lixwe kir. Şaristaniya ku xwe wek nûnerê hemdemtî û pêşketîbûnê nîşan dide malovaniya hovîtiyeke din kir. Di navenda Ewrûpayê de dîrokê rûpelên rûreş hişt ji bo zarokên pêşerojê. Ji bo zarokên li benda rojên ronak bûn, qirkirineke din hate hûnandin. Di nav pêncika Kapîtalîzmê de sê evîndarên azadiyê yê din xwe feda kirin ji bo rojên aram.
Di 9’ê Çile de sê kulîlkên din xwe berdan nav hembêza dayîka xwe ya pîroz. Sê rêhevalên Xwedawend Înana ku bi Enkiyên hemdem re di nav pevçûnê de bûn, bi xwîna xwe av dan kulîlkên azadiyê. Îro Kurdistan ji bo sê kulîlkên xwe yên sor digrî. Ji sûkên qeşagirtî yên Ewrûpayê heya germahiya Kolombiyayê, ji Fîlîpînê heya Rûsya û tevahiya Kurdistanê di nav xembariya oxirkirina sê kevokên xwe yên aştiyê de ye. Pergala zilamsalar ya serdest ji berxwedana azadiyê ya jinan kîndar û aciz e. Di pergala wî de cihê jina azad tineye. Ji ber vê kînê bû ku ji pişt ve gule lê barand. Xwest bi wan guleyan mêjiyê azadiyê bikuje. Xwest bi wan barûtan zanebûna heqîqetê bişewitîne. Û xwest bi kuştina wan her sê jinan têkoşîna azadiya jinê bide sekinandin.
Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla şaylemez de xwest hêza têkoşînê ya li hemberî pergala serdest ya zilam têk bibe. Têkoşîna azadiya jinê ya ku pêşengtiya lêgera jiyaneke azad dike, ji bo pergala zilam gefeke herî mezin e, lewma jî sê jin hilbijartin. Herkes dizane ku azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe û heya jin azad be civak nayê kolekirin. Jinên azad li pêşiya mêtina civakê kelema herî mezin in. Ji bo deriyê dewlemendiya civakê heya dawî bi ser kapîtalîzmê vebe divê azadî bê kuştin. Divê jin stûyê xwe beramberî çarenûsa xwe bitewîne û biçe pişt çarşevên reş. Lê belê jinên Kurd serhildêr in, jinên Kurd berxwedêr in û jinên Kurd pêşengê têkoşîna azadiyê ne.
Sakîne Cansiz bi nasnav Sara ku endameke damezêrîner a PKK’ê û endama meclîsa PAJK’ê bû, hemû temenê xwe fedayê azadiyê kir. Dema Sakîne Cansiz tê gotin di serî de berxwedan tê bîra mirov. Herkes, wê bi sekna şanaz û çik nas dike. Rêhevala Sara li hember faşîzma 12’ê Êlûnê ku bi îşkenceyên herî hovanê dixwestin teslîmiyetê pêş bixin, bi sekna xwe ya xawên û efsanewî navê xwe di nav rûpelên dîroka berxwedanê de nivîsand. Ew, dema dijiya bû efsane. Zarokên Amedê bi çîrokên berxwedana Sarayê mezin bibûn. Di dîwarên zîndana Amedê de hîna qêrîna wê deng vedide û gelek dîlên azadiyê bi wê qêrînê birînên îşkenceyan dicebirînin. Pirtûka wê ya bi navê “Herdayîm Şer Bû Jiyana Min” (Hep Kavgaydi Hayatim) bû alfebeya têkoşîna azadiyê.
Hevala Sara xwedî kesayeteke serbixwe bû ku hertim li gorî rastiya xwe dimeşiya. Serê wê jî biçûba ticar ji rastiyên xwe tewîz nedida. Nediket bin bandora kesekî/ê. Nêrînên wê ayîdê wê bûn. Ji ber vê ticar jiyana Ewrûpayê jê re balkêş nehat. Ji ber neket bin bandora bîrdoziya lîberal ya serdestan. Ew keça axên germ a Rojhilata Navîn bû, lewma nedikarî di nav mirovên Ewrûpî ku dilê wan cemed girtiye bijî. Wê dixwest germahiya xwîn û dengê lêdena dilê rêhevalên xwe hîs bike dema ew himbêz dikirin.
Di pêvajoya ku Kemalîzmê li ser Dersim û Elewiyan lîstokên curbecur dida meşadin û ew ji nasnameya wan a netewî û bawerî dûr dixist, ku di hin herêmên Dersimê hinek kes hîna jî Kurdîniya xwe înkar dikin, Sakîne Cansiz li hember polîtîkayên bişaftin û helandinê cewhera Zarîfeyê nûjen kir. Dema ku dewletê di Dersimê de kesayetên xayîn wek Rêber (Birazayê Seyîd Riza) ferz dikir, rêhevala Sara bi ruhê Seyîd Riza li hember pergala Kemalîzmê têkoşîna azadiyê bilind kir. Piştî qirkirina Dersimê ku hin kes xwe bi dewletê ve zelîqandin, ji bo cihekê ji xwe re li ber deriyê desthilatiyê bibînin xwe ji hemû nirxên civaka xwe qut kirin û welatê xwe vala kirin, wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevala Sara li çiyayên Mûnzûrê bû helbesta jiyana azad.
Îro bi hezaran Sakîne ji bo doza ku wê canê xwe feda kir, têkoşîn didin meşandin û di rêya ku wê nîşan da gavên saxlem diavjin. Roj tîrêjên xwe hîn germtir belav dike li ser Kurdistanê; ji ber Sakîne bi axa wê re bûye yek. Asoyên sor her roj zerdexendeyeke geş digre ser rûyê xwe, ji ber ku bi hezaran Sakine meşa azadiyê didomînin. Gelawêj bi silaveke jidil şopdarên Sakîneyê şiyar dike ji xewê, ji bo roja wan ronaktir be û ronahiya her sê stêrkên asmîna bêdawî bibe rêberê rêya wan. Bi dil û mêjiyên ku ber bi azadiyê ve her pêşve diçin plan û xeyalên serdestiyê vala derdikeve; têk diçe li pêşberî baweriya Apoyî. Ji ber şerê Sakîneyê dewma dike...
Nûjiyan Erhan
- Ayrıntılar
Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Çiyayê Cudî bi sedhezaran sal malovanî ji civaka xwezayî re kiriye. Her kêliya ku ez ber bi Cudî ve diçim Cudî ji min derdikeve. Her gava ku ber bi Cudî ve diçim, Cudî bilindtir dibe. Ez li ber heybeta Cudî nizim dibim, piçuk dibim…

Cudî bilind dibe, bilind dibe. Her gavek min, min dikşîne xwe. Heybet û pîrozbûna wê bandor li ser hiş û xeyalê min dike. Muyê laşê min hemû gij dike. Ker û lal dike. Her ku min dikşîne ber bi xwe ve, mêjiyê min, dilê min, hestê min bi giştî hemû gewdê min dîl digre. Êdî xwe hîs nakim. Ez ne ezim. Ez Cudî me. Em yekin…
Ev çiyê min dikşîne xwe? Ne heqîqeta gerdûnî be? Yan jî ne bihişt bi xwe be? Dibe ku sefineya ‘nebî Nuh’ be. Yan jî xwîna bi hezaran pekrewanan be ku bûne dengê bêdengiyê bin. Yan jî dibe belav bûna mirovahiyê bi xwe be.
Cudî êdî li beramberî min, wekî jina ku li peyî ’104 ME’ yên xwe ketiye. Cih dîtiye, cidiye, cih-war e, mekan e, merdî ye, camêrî ye û heybetekî eşqa îlahî ye. Êdî Cudî ne Cudî ye ku tê bilêvkirinê. Cudî heqîqeta bi milyonan sal ya gerdûnî ye. Êdî hecmê wê, sekna wê, heybeta wê, ne heybeta Cudî ye min berê xeyal dikir. Cudî êdî dayike, yan jî landika ku mirovahiyê winda kiriye ku timî min dikşîne xwe ye…
Êdî xeyalên min ên veşartî yek bi yek derdikevin, li min dixin, min bi eşqê re rû bi rû dihêlin. Êdî dibêje evîna dayika pîroz ya bi axê re, evîna înanaya bi ‘ME’ yên wê re ye. Yan jî dibe ku Zerdeştê ku di xwe de ax, av, hewa, agir û şinkatiya xwezayê dide jiyîn be. Edula ku Dewrêşan di şer û cengan de serdixe ye. Evîna Memê Alan, Siyabend û Xecê, Mem û Zînan, Ferhat û Şîrînan e. Yan jî dibe girêdana gêrîlayek bi çeka wê re be. Bêrîtana ku bersiv dide dijminên hindir û derve, Semaya ku di kêliya de tenê Rojê dibîne, Zîlana ku destên dirêjî Rêbertî dibin, qut dike û Vîyana ku heger jiyanbike, tenê bi Rêbertî re ye.
Êdî ez, ez nînim. Ez di kêliyê de, kêlî bi kêlî Cudî dijîm, hîs dikim, xeyal dikim, bê dawî dergeh li ser dergehan vedikim. Êdî tu kes tu tişt nikare min û Cudî ji hev cûda bike. Êdî di kêliyê de li gipika herî jor bi Cudî re, bi qehremanî û destanên Egidiyê re rû bi rû me. Ez êdî wê kêliyê di stargeha mirovahiyê de dijîm. Ez êdî di xwe de ne qeyd û zîncîran, ne jî koletiyê qebul dikim. Ez êdî bi bask dibim, kêlî bi kêlî azad dibim û li hemberî neheqî, bê mafî, çewisandin û nerastiyan şer dikim. Ez êdî îfadeya Cudî ya dawî me ku wê bilêv dikim. Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Dîrok di kêliyê de jiyankirin, weke bandora pêlên baya çengên pel pelikê ye. Êdî zimanê gerdûnê ye, sê serdeman di heman kêliyê de dijî; kêlî rabirdû, niha û demê bê dijî. Di xwe de sitargeha mirovatiyê, di kêliyê de herdem azadiyê di jî.
Evîndar CUDÎ
- Ayrıntılar
Di despêka nameya xwe de bi bêrîkirina ji nav dilê xwe dibêjim silav û hezar silav Serokê min.
Her ku ez dibêjim Serokê min, kêyfxweşiya dilê min çi qasî mezin be, ew qasî firtoneyeke bi êş li ba dibe. Agirê dilê min dema ku pê dihese ku hîn ji min durî ew qasî geş û gur dibe. Bêrîkirina min ji bo we roj bir rojê mezin dibe û fireh dibe.

Di nav dîroka veşertî de, bilindahiya mirovatî li ser axa dayîk a pîroz pêk hat. Demarên dîrokê yê ku di nav van axa de veşartiye, xwe dirêjî cem we kir û di we de şîn û zindî bû. Ew şaxa darê û rihên darê bi hezaran sal li benda qêrînekê azad bû. Ev jîn bûyîn, ji bo zîhniyeta mirovan a hatibû kole kirin, ji holê rakirin û azad kirinê ye. Ev demar û şaxa pîroz a ku veşertî we derxist holê û ew perda reş ya koletiyê pirtî pirtî kir.
Serokê min, we bi qêrînekê mezin û dengekê bi azadiyê re hatî neqişkirin re got; “ezê li vê şaxê xwedî derkevim û tarîtiya li ser mirov û cîhanê bidim rakirin. Dilên ku hatine esîrkirin, dorpêçkirin, dest û lingên hatine girêdan, çav û mejiyên hatine tarîkirin rizgar bikim.
Qêrîna we di temenê we yê heft salî de destpê kir û heta Îmralî di nav çar dîwaran de jî berdewam kir û didome. Paraznameyên we diyarkirina vê ya herî bi awayekê zelal e. Ez ji wekê têkoşereka vê tevgerê kûrantiya hizirandina xwe di nava paraznameyê we de bidim pêkanîndin. Kêmbûyîna xwe ya rêhevaltiyê, rexnedayînekê rast û di cih de bidim derbaskirin û ji bo ku ez bibim rêhevala doz û xeta te her awayî hewl û libata min wê pêşbikeve.
Serokê min, ez vê nameya xwe ji quntarên çiyayê Zagrosê, li ber keviya Avaşîn dinivîsînim. Ji cih û warekê bi vî awayî ji were silav û hezkirinên xwe şandin, min pir kêyfxweş dike û ez bawerim hûnê jî pir kêyfxweş bibin. Ji ber ku we hêvî li van xakan û çiyayan balav kiriye û ev jî bûye çavkaniya azadiyê.
Di xeyal û hizrê min de ewe ku ez û Serokê xwe OCALAN re li quntarên çiyayê Zagrosê û li ber keviya Avaşîn bi hev re bigerîm. Wê demê ji were hest, heskirin û bêrîkirina xwe ji were vebêjim. Ev hêviya min heta roja ku pêk were wê her hebe. Vegotina hestên xwe ji bo we li ser rûpelekê û bi çend gotina têrê nake. Lê belê dîsa jî bi kinahî jî be bi vê nameyê re heskirin û girêdana xwe dayîna xuya kirin ji bo min pir bi wate û girîng e.
Di dawiyê de jî li ser navê xwe û tevayî hevalên xwe, silav û hezkirinên xwe yê bê dawî ji çiyayên her tim bûye xiyalên we yê azadiyê dişînim û we hemêz dikim Serokê min...
Silav û Rêzên Şoreşger
ji pênûsa şehîd Nergîz Cîzre
- Ayrıntılar
Ba, di nava daran de radibû. Tevahiya darûberan şa mabûn (behitî bûn). Îro çi qewimibû, li bayî? Di sibeha vê payîzê de ji bo çi wiha radibû? Halbûkî di serê her sibehê de zûka silav dida daran.
Dara gûzê belg û çiqlên xwe vekişandin. Wisa difikiri ku bayê bilez û bez, ê ji hêla din tê, bide sekinandin. Wê gavê, dê bizanibûya ku “çi qewimiye”. Ba rabû û hat, di nava belg û çiqlên daran de bilez û bez borî. Dara gûzê dîsa nikaribû bayî bigire. Hilû (aluçe), xox, hirmî bi giştî şaş mabûn. Darên çinarê yên pîr, mezin û girs lê mabûn heyirî.

Taa... ji kûrahiyan, Avaşînê bang lê kir. “Çi bûye, çi qewimiye?” Tu kesî/ê bersiv neda. Tenê û bi tenê dara çinarê lêvên xwe badan û got, “tu kes nizane.”
Ba, ji Avaşînê derbasî çemê Zê (Zap) bû. Seranserî çem, bi lez û bez hat ba. Hemû kes şaş bibû. Masiyên ava Zê jî ecêbmayî bibûn.
Çiyan ji hevdû dipirsîn: “Çi diqewime lo?”
Ba, berê, xwe hilkişiya Kurê Jahro. Kaniyên Kurê Jahro, lat û zinarên wê, dar û kulîlkên wê, hemû di nava mereqekê de bûn. Kurê Jahro, bi dengê xwe yê kal û pîr gazî lê kir.
“Heey, çi li te qewimiye serê vê sibê?”
Ba, qet li pişt xwe jî ne nihêrt.
Ji wir, xwe berda Şikefta Birîndaran, Mam Reşo, Mîros, Havenda, Çarçela û dawiya dawiyê jî xwe gihande Cîlo.
Çiya hemû, niha li benda wî/wê bûn. Daran belgên xwe, ber bi wî/wê ve zivirandibûn, gul û kulîlkan berê xwe dabûn wî/wê. Heta, Avaşînê jî, ew dengê xwe yê bi hengame kêm kiribû û li benda wî/wê bû. Masiyan serê xwe ji avê derandibû û li bendê bûn, ka dê çi bibêje ba.
Bayî serê xwe rakir. Rondik diherikîn ji herdû çavan. Qet çu kesê ew nedîtibû heya niha, gava ku digirî. Ew, di nava wan ya/yê herî lezgîn bû. Li her derê digeriya û tim û tim bi dengûbehsên xweş dihat. Lê niha, niha digiriya.
Bêhna xwe da hev. Li bendê bû ku qulpikên wê bi dawî bibin. Û herdu destên xwe ber bi kêleka devê xwe ve bir û heya hêza wî /wê hebe, ji binî kir gazî û qêrin:
“Gule li Seîd ket!..”
Masiyan, zûka serê xwe xistin binê avê. Û bi temamî xwe berdan nav kûrahiya avê. Xwe gihandin kevzên li ser zinara û ew agahdar kirin. Bêdengbûn hemû. Masiyên biçûk wê rojê neleyistin. Xwe ber bi herikîna avê ve bernedan û kêf û şahî nekirin.
Avaşîn, hêdî hêdî herikî wê rojê. Deng dernexist qet. Xwe, li lat û zinaran neda. Xuşe xuşa wê, kesê nebihîst wê rojê.
Nexwe, êdî ew ciwan (Seîd) dê melevanî (ajne) nebiriya di nava ava Avaşînê ya dîn û har de. Nexwe hêdî bi masiyan re dê nebireqisa, li ser lat û zinarên bilind dê xwe nebavêja nava avê û dê bi herikîna Avaşînê re nebiketana qirika hev.
Darên fêkiyan hema zûka naskirin Seîd. Hilû axivî berê:
“Gelo, ma ev ne ew şervan (gerîla) bû ku, serê her sibehê dihat û fêkiyên me berhev dikirin û dibirin?”
Bersiv da bi lez û bez dara gûzê:
“Belê belê, rast e; ew e. Te dît, carekê çiqleke dara min şikandibû û gelek pê êşiyabû û xemgîn bibû.”
Xox kete navberê:
“Dê niha kî berhev bike fêkiyên me, kî dê bi tameke xweş bixwe, kî dê derkeve ser çiqlên dara me û bi tiqetiq bikene ?! ”
Hemû bêdeng bûn. Serê xwe çemandin ber xwe. Heya wê demê qet dengê xwe dernexistibû tirî. Devê xwe vekiribûya, dê nikaribûya xwe ji giriyê xelas bike. Dîsa jî nikarî xwe bigire, devê xwe vekir û ji nişka ve axivî:
“Herî zêde hez ji min dikir”.
Êdî nema dikarî hêsirên çavên xwe bigire. Tevahî daran ketin nava bêdengiyê. Li her çar milan, giriya tirî belavbû.
Kurê Jahro bêdengiya xwe xerab kir, destên xwe li çokên xwe da:
“Wey lo, nexwe li Seîd jî xistin ”
Kurê Jahro, ew baş û qenc nas dikir. Ma qey, ew bi rojan nedabû ber dilê xwe û hembêz nekiribû, ma ji dil û can ji guleyên topan û êrîşên hewayî neparastibû ew? Nîha, bi tenê dewsa (şop) piyên wî mabûn di şîverê (peyarê) de. Destên xwe dirêj kir û dest gerand li şopa piyên Seîd. Tu kesî/ê nedîtibû ku, heya niha Kurê Jahro giriya bû; lê niha?
Mam Reşo ji kul û xema wî, bibû dilşewat û cegerxwîn.
“Şervanekî (gerîla) mîna çiya bû. Ew mirov qet nayê kuştin.” Wisa digot ji bo wî Mam Reşo û her tim dubare dikir: “Şervanekî mîna çiya bû”
Tevahiya xweza, çiya, darûber, av û kanî, çem û rûbar, hemû ketin nava bêdengiyeke kûr û dûr.
Qêrîna bazekê hat bihîstin li şînkatiya asîmanan. Wî jî bihîstibû navûdengê Seîd. Qêrînek wisa pêket, te digot qey digirî. Ber bi asîmanan ve, hê zêdetir bilind bû, bilind bû, niha li qada herî bilind bû. Dîsa jî hê bilind bû; dixwest qul bike û bi qelişîne rûyê asîmana.
Wî jî Seîd nas dikir.
Geriya li her çar dorên navserên (lûtke) çiya. Per û baskên xwe heya dikarî vekir; pûrtê wî yê reş û zer bi şewq û ronahî dibiriqî. Bi nikulê xwe, ji per û baskên xwe pûrtek kişand û wergirt. Pûrtek reş hilbijartibû. Ji bo çi ne spî, ne sor, lê ji bo çi reş? Sedema reş hilbijartina wî hebû bêguman.
Kefiya (çarik) Seîd jî reş bû. Kefiya xwe ew qas xweşik li stûyê xwe dialand, ji tu şervana nedihat qasî ji wî dihat.
Tim, li cihê bilind, li Seîd temaşe kiribû bazê asîmanan. Car caran xwezî bi kefiya wî ya reş anîbû.
Kete nava hizr û fikaran.
“Gava Seîd hatibû kuştin kêfiya wî li stûyê wî bû gelo? ” Û ew pûrtikê reş, ê ku bi nikulê xwe girtibû, da ber bayê, ji bo bîranîna Seîd.
Pûrtê reş ê bazî, girt û bir, bayê ku digeriya.
Firand, firand, firand...
Pûrtê reş deşt û çiya qeliband. Li ser gund û bajaroka derbas bû û ji wê derê xwe gihand Êleh’ê, Besiciyê.
Di nava kuçe û kolanan, li ber malan borî û xwe li ser paceya piştê ya xaniyê dîwarê sor û xwedî berbank danî.
Keçikeke pir ciwan û pir delal, pace vekir, pûrtê reş ê baz nas nekir. “Hebe nebe ev pûrt, pûrtê çivîkeke xweş û bedew e ” got di dilê xwe de û wisa fikirî. Pûrtek bi vî rengî nedîtibû heya niha.
“Gelo, çivîkan kijan çiya bû?”
Destê xwe dirêj kir. Pûrt hê germ bû. Nêrî li asîmana, qet tiştek nedît. Kir û nekir, nikarî pûrtê reş bavêje; dilê wê pêsot (şewitî). Kete menzelê, deriyê cildankê (dolaba cilan) vekir û albûmek derxist. Bi lez û bez rûpelên albûmê qulipandin; li wêneya dawî ya di pela dawî nihêrî.
Wêneyê zilamekê bû. Ku bi salan berê niha, jê cihê bibû û ev bi salan e li bendê bû; ku jê re gotibû “rojekê...”
Pûrtê reş ê bazî, li şûna wêne bi cih kir. Û di dilê xwe de dîsa derbas kir “rojekê...”
Wê gavê dengek hat guhê wê, ku nas nedikir. Qêrin û awaza bazekê li bilindihiya asîman hat bihistin.
Şîna Seîd girêdida bazî.
Şehîd Xelîl Dax
- Ayrıntılar
Êşa ku nedihat rakirin, weke brûskan li mejiyê min dida. Hure-hura ba û bahozên zivistanê êş û azar zêde dikirin. Te çidikir lê nikaribû êşa giran ji bîr bikira. Ne muzîk, ne stran, ne ax û wax û ne jî xeyala, êşa birîna germ kêm dikirin. Te digot qey artêşeke hov bi şûr û rimên xwe di canê min de dikirin û diqelaştin... Hure- hura bayê çiyayî û barîna berfa bêdawî, êş û azarên koma birîndaran zêde dikirin. Pir caran ji ber êşê êdî me dest bi kenê bilind dikir. Hevalê Welat jî(yê ku di stuna pişta xwe de birîndar bibû) ji ber êşa xwe ya ku çiya jî nikarin rabikin, bi dengekî bilind, strana derwîşê evdî digot: “Hey lo delal hey lo lo lo delal...” Ev hevok bi hinaseyeke dirêj berdida û axeke xemgîn ji kûrahiya dil û hinavên xwe ve dinaliya û bi kenekî bilind diqedand “Ay ay ya mirdim...”

Ji bo ku xwîn bikaribe di laşê me- yê bêxwîn- de bigere û êş kêm bibe, hindek çente û betanî xistibûn bin lingên me. Wisa jî kêmekî canê birîndaran rihet dibû... Lê vê sibê, hevala Dîlan hat û çenteyê di bin lingê min de derxist û bêyî ku deng bike derket û çû. Min li pey wê bang kir û sedema birina çente jê pirsî. Bersîva wê, ez ji kûrahiya dilê xemgîn de hejandim, brûskên biharê di mejiyê min de vedan, êş, azar û birînî êdî bi bayê rojava re çûn... Êdî cîhan li ber çavên min reş û spî bû. Hemû hîs û hestên ji cîhana derve qut bûn, zagona bîra min ser-binî hev bûn, dûr- dûr çûn... Rêdûr. Ax Rêdûr...
* * *
Di bêdengiya şeveke payîzê de, refek ji 15 kesan, bi hişyartî û muqateyî berbi cîhekî ve diçûn. Her kes di rêza xwe de dimeşiya, ne deng derdixistin, ne jî çavên xwe ji derdorê vediqerandin. Min çi kes nas nedikir, jixwe hîna rojek nebibû ku bi rewşeke awarte em vegohezî vir bibûn. Ev bû 5 saet em di meşê de ne, lê ez bi xwe jî tam nizanim cîhê em çalakiyê li ser dikin kîjane. Di rê de bi hezaran aşop û fikir serlêdana mejiyê min dikirin, bi qasî ji min dihat, bihişyartî dimeşiyam. Lê ew hevalê bejin tîtal û bilind (çendî ku min rûyê wî jî nedîtibû û navê wî nizanibû) baweriyeke mezin dida min. Arbêçiya wî di destên wî de weke demançakê bû. Ew heval pir dirêj û mil fereh bû. Ji ber ku min navê wî nas nedikir, min jê re digot “Hevalê dirêj”, wî jî bi rûkenî bersîva min dida.
Riya me 2 saet bûn, lê ji bo dijmin berî çalakiyê bi êrîşa me nehese, em di riyeke dûr re çûn, da ku em li dora dijmin bizîvirin. Jixwe di meşên wisa de, mirov heya dawiyê di deryayên xeyal û fikara de avjeniyê dike, dixwaze zêdetir nêzî hevalên xwe bike, jê germahî, aramî, hêz, bawerî û dilniyatiyê bigre. Vaye ev hevalê bejn dirêj û simbêl mezin ji min re dihat vê wateyê.
Barana payîzê, erd û gîhayê çiyayan şil û nerm kiribûn, ev yek jî dibû sedema em car- car bişemitin li ser gurzê istrî û guniyan bikevin. Heval him bi hevalê ketiye dikeniyan, him jî dest didanê û radikirin: “Heval ku te çi dîtibe, nîvê wê ya min e...” her kes bêdeng dikeniya. Lê dema hevalê bejn dirêj û simbêl mezin dişemitî, çerqe-reqa dengê guleyên Arbêçiyê (B7) bilind dibûn, hemû hevalan bi hev re digotin: “Heval! Muqate be, deng dernexe”, di heman demê de direviyan û arîkariya wî dikirin.
Em him westiyabûn, him jî birçî bibûn, ji bo wê jî me lez dikir vê çalakiyê li dar bixin; ev demeke ku em li her derê di liv û libatê de ne. Derfeta bêhnvedanê hîna bi destên me neketiye. Ev çalakî jî wê ya dawiyê be; ji ber ku zîncir bi ketina vî girî re dikeve destên me û tiştek di dest dijmin de namîne. Piştî meşeke dirêj û zor, 15 kes, di bin singerên dijmin de, ji bo dest pêkirina lîstikên agir û pola amade bûn. Dil bilez lêdida, xwîdana sar ji laşê westayî diherikî û narincoka pîm-hilkirî ji xwîdana destan zor dihat zeftkirinê... Min çavên xwe gerand bo ku kesekî li nêzî xwe bibînim, bala min kişand ku hevalê bejn dirêj û simbêl mezin li cîhekî dîtire. Nizam! Min dixwast ew di vê rewşê de li gel min be; lê ji ber ku rola me di çalakiyê de cuda bû, cîhê me jî cuda bûn... Ez weke her carê, di deryayên xeyalan de diçûm cîhên dûr û demên borî yên weke xewnan. Lê ew hestdariya biyanî ya ku her tim di rewşên wisa de êrîşî min dike, dîsa serlêdana min kir. Hestekî ji bo himbêzkirina hevalan ez dehf didam, lêgera germahiyeke di van rewşan de ez pê hîs dikim, dihîşt ez ew hevalên bi min re pir-pir nêzî xwe bibînim, germahiya dilê wan di giyana xwe de hîs bikim.... Dengekî bilind ê weke şerqîna brûskan, ez ji avjeniya bêdawî ji nişkav ve veciniqandim û lerizandim. Yekser cîhana bêdeng, tijî dengê teqinî, qîr- wira û zir-zira xwedayê şer hat. Agirê guleyan, cîhana tarî ronî dikirin.
Xwedawendên serbilind û jixwe razî “Karox”, ji ber dengê narincok û guleyan serê xwe zivîrand û li me mêze kir. Awirekî dijwar û tuj avête me, ji ber me ew ji xilmaşbûnê hişyar kir, tengezariya xwe eşkere kir û dîsa jî bibêxemiyeke sar û tevizî berê xwe zivîrand û pişta xwe da me; ji xwe xema me jî ne Karox bû, ne jî awirên Karox bûn. Çawa wî bi bêxemî nîşanî şanoya me ya agir û pola kir, me jî bala xwe neda wî, vê yekê jî di hundirê wî de kîn û kerbek çêkir.
Piştî heyamekê, dengê hevalê bejn dirêj ji pişt min ve hat, qîr dikir digot “ Heval! Xwe bitewînin” û yekser agirê çeka xwe ya volqanî bera singerekî li pêş me ase bûyî da. Qêrînî ji leşker hat û pişt re bêdengiyeke goristanî xwe li ser vîna cîhanê ferz kir, êdî şano bû şanoya lalan. Her tişt bi dawî bû, di heyameke kurt de me du-du cîhê xwe di singerên ku bêhna barud û agir jê dihat de girtibûn. Ez bi tenê di singerekî de bûm. Pêwîstbû heta sibê, em di cîhê xwe de bin, hişyar bin, ji bo hemû û tevgerên tolhildanê yên dijmin amade bin. Di rewşên wisa de, bi tenê mayîn, mirovan tengezar dike. Min dixwast bi tiştekî, yan jî hizrekê ve xwe mijul bikim, lê ev yek li hember min ase bibû... Piştî demekê min dît hevalek nêzî min bû û got:
-“Heval! Ez dikarim di singera te de bimînim?”.
Vê yekê ez pir dilşad kirim, ku min hevalek dît ez pêre hetanî sibehê mijul bibim. Min mêze kir ku hevalê bejin dirêj e. Weke her carê, sohbeta me bi gotinên normal dest pê kir, “Pir sar e”, “Em pir westa bûn”, “Baş bû dijmin zû dev ji berxwedaniyê berda”, “ Rê pir dûr bû” û weke van hevokên jiyana me... Min bi zanabûn bi navekî -hema wisa hate mejiyê min- bangî wî kir: “Hevalê Serdar! Heste li cem te heye?”
“Bibûrîn heval! Navê min ne Serdar e! Ez Rêdûr im”.
Ji xwe meqseda min jî ev bû û ez gihîştim mirazê xwe: “Serçava hevalê Rêdûr! Îro riya me gelekî dûrbû...”. keniya û bi germahî dest bi axaftina hetanî sibehê kir. Lê ez nizanim çawa mijara me çû ser helbest û romanan; ji min re got ku niha ew romanekê dinivisîne, min jî soz da ku romana wî bixwînim û nêrîna xwe li ser bidim... Serma, zikê birçî, westabûn, tirs û mijara romanan çi yê hev in?!
Sibeh bû, ez bi aliyekî ve çûm, ew jî bi aliyekî dîtir ve çû. Êdî di navbera me de gelek çiya, newal, daristan û çem hebûn. Tenê min dizanibû ew li cîhekî dûr e; lê min dixwast wî dîsa bibînim, romana wî bixwînim. Ew çend saetên ku me bi hev re di singer de derbas kirî, bibû demara pêwendiyeke hevaltiyê ya herî germ û bihêz. Ku kîjan heval bi rexê wan ve diçû, min jê re silav rêdikirin, wî jî di vê yekê de qisur nedikir, lê ne min ew dît, ne jî wî. Her diçû hevaltiya me ya giyanî germ û mezin dibû; ew mesafeya di navbera me de jî çi bandor li ser me nedikir; ez her tim li benda romana wî bûm.
Yekser li cem wan dîsa xwedayê şer daholên xwe lêdan. Yekîneyên me jî derbasî rexê wan bûn da arîkariya wan bikin, dema ez bi yekîneya xwe re berbi wan diçûm, min hêviya dîtina wî dikir. Lê min ew nedît, ew li girekî bû, ez jî li girekî dîtir bûm. Min dixwast biçim wî bibînim, lê di rê de guleyeke neyar riya min birî, bixwe re jî gelek hêvî birîn. Êdî derfeta dîtina wî û xwendina romana wî bû weke xewnek e. Hevala ez veguheztim nexwaşxaneyê, ew jî çû çalakiyeke li ser xwedawendê pozbilind û jixwe razî “Karox”, jixwe Karoxê dilbikîn jî, ji rêdûr bêzar bû, jê re dehf û xefik vedidan. Lewra jî ez li ser wî pir dihizîrîm
Da vê sibê hevala Dîlan ew bersîva da min, êdî werîsê hêviya dîtina rêdûrê -rêdûr bêveger çû, bi bayê rojava re koçkir... guleyeke neyar canê rêdûrê bejn dirêj û simbêl mezin derbaskiriye, xwîna wî ya germ û pak, di hundirê wî de diherike, diherike û çavên rêdûrê rêdûr hêdî- hêdî ji ronahiya cîhana spî û sar digere û giyana pak ji laşê wî yê kovan û xwîndar azad dibe... Lê wî soz dabû min ku romana xwe bide min da ku ez bixwînim...
Lê min ta niha nizanibû ew çenteyê di bin lingên min de ya Rêdurê bejin dirêj û simbêl mezin bû. Piştî ku hevala dîlan çû, ez pê hesiyam ku ew çenteyê rêdûr bû. Çendî min li pey hevala Dîlan bang kir, lê wê nebihîst û çente bire cîhekî dûr-dûr. Ez jî bi dilekî xembar û kovan dûrî merqeda rêdûrê xwe bûm. Ji wê rojê û vir ve, lêgera romana wî neqediyaye lê hîna jî- çendî ku ev bû evqas sal jî- ew romana wî hîna min nedîtiye. Bejna wî ya dirêj, simbêlên wî yên mezin û şemitandina wî ya li ser gîhayê şil û şemitokî her tim tê bîra min. Nedîtina wî ji min re bû hesreteke ku hetanî hinaseya min a dawiyê dê di dilê min ê xemgîn de hebe. Dîsa jî dibêjin: “Heval! Çima tu xemgîn î?”... Lê ku we jî şevekê hevaltî bi rêdûrekî bejn dirêj û rûken re kir û piştî wê êdî nema hun wî bibînin, hunê baş bizanibin ka çima ez xemgîn im, çima ez nakenim, çima lêgera romana wî ji min re bûye armancekî pîroz û dûr... Lê dîtina rêdûr êdî dê weke hesreteke biêş û xemgîn di amraza pênûsa min re jî derbikeve cîhana bêbext û sar.
EZÎZÊ MIN
Hoy heval
Tu bûyî evîna dilê xemgîn
Ka rabe jixewê
Xewa şêrîn
Xew dijmin e heval...
Serî rake heval ji ser balîfa sar.
Ka rabe ...
Li benda te ne
Hogir û ezîz
Dildarên te pir in
Li benda te ne
Li vir
Li ser kevana rê
Di bin darên pelweşiyayî
Li ser kaniya miçiqî li benda te ne
Ewrên payîza sar
Dimeşin... diçin
Welatên dûr, dûr
Tu jî bûye
Tekê refê qulingên Koçber
Diçî û venagerî
Hoy heval!
Em li benda te ne
Ka rabe ji xewa şêrîn
Riya me dûr e heval,
Rêwiyê riya dûr...
- Ayrıntılar
