Bêrî ku ez dest bi nivîsê bikim, em bi pênûsa heval Faîk, rastiya heval Faîk bibînin. Ancax bi awayekî rast heval Faîk dikare rastiya xwe ji me re bêje. “Ez ti car ji mirinê natirsim. Lê, tiştê ku min ditirsîne, ez carekê din hevalên xwe yên bedew nebînim. Di nava PKK’ê de ti car nêzîkatiya min yê şaş dernekete holê, ez ti car nahêlim di dilê min de tiştekî wisa pêşbikeve. Ez ti car weke karkerekî ku her dem di nav hesaba dene, nêzî têkoşînê nabim. Ji ber ku ev tekoşîn ya min e û ez ti car şaş nêzî cîh û warê xwe nabim. Di cîhanê de serweta herî mezin, hezkirin û girêdana rast e. Tiştê ku cesaretê di dilê min de zêde dike, gurur û înada min e. Ez naxwazim bê sedem bimirim û ez naxwazim bê sedem cûdabûnekî jiyan bikim. Tiştê ku min ti car nexwest ez bihizirim, qûtbûna hevaltiyê ye.
Ez ji Efrînê, di gundê Hêssê de hatim dinê. Ez sala 94 tevlî qadên gerîlla bûm. Ez ji 51 çalakiyan beştarî bûm û min 43 pevçûn û şerên dijwar jiyan kir e. Ez 12’e caran li himber mirinê hatim û di nava mirin û jiyanê de hestên pir dijwar jiyan kir. Di nava tekoşînê de 226 heval li gel min gihiştin asta şahadetê. Di van şerên pir dijwar de ez pir caran birîndar bûm. Di giştî herêmên Botanê, Garisa, Gêra Berana, Haftanîn, Metîna de salên tekoşînê min derbaz kir. Heger mirinekî min hebe, bila ew jî li Botanê be. Li pêşberî Gêra Berana, li gel hevalên xwe ez dixwazim şehîd bikevim. ” (Şehîd Faîk).
Dema ez dest bi nivîsê dikim, di nava dilê min de pir pevçûn tê jiyîn. Hest û ramanên min, di nava pevçûnekî dijwar de têdikoşin. Piştre paşeroja min tê bîra min. Tiştên ku min di paşerojê de jiyan kir, hemû weke filmekî di ber çavê min de derbas dibin. Bi vê ez dikevim nava lêhûrbûnekî kûr. Rêhevalê min tê bîra min. Rêhevalê ku me pir tişt bi hevre jiyan kir, an jî demên pir bi wate derbaz kir. Dibe ku pir tişt niha mirov nikare pênas bike, lewre ew demên pîroz ji min re pir tişt da naskirin. Dilê min û hestên min niha di demekî pir dijwar de jiyan dikin. Ji ber ku rêhevalekî, ji me pir dûrket. An jî ez dikarim bêjim gihişte armancê xwe. Lê belê, dîsa jî winda kirina wî hevalî, ji min re pir zor tê û ez nikarim vê rastiyê bi pejirînim. Ez dema her rêhevalê xwe winda dikim, ji xwe pir bêzar dibim. Bi vê pir raman û hestên din jî bibîrtînim. Dibe me di dîroka tekoşînê de pir şehîd da. Pir hevalên bedew di rêka azadiyê de heta dawî têkoşiyan. Heta henasa xwe ya dawî mînakên pîroz yên berxwedaniyê derxistin holê. Pir rêhevalên ku bi çalakiya xwe destanên efsanevî nivîsandin. Pir hevalên me yên ciwan jî, jiyana xwe di rêka têkoşîna azadiyê de feda kirin. Pir tiştên din jî mirov dikare binivisîne. Her ku hevalekî-ê min digihije asta şahadetê, di dilê min de perçeyekê qut dibe. Weke ku agirekî mezin di hawirdorê min de gûr dibe. Zor e heval, pejirandina vê rastiyê, winda kirina hevalekî pir zor e. Ji ber her şahadet ji me re erkên nû derdixe holê û barê me pir giran dike. Hêvî û baweriya wan hevalan, weke erkekî li benda serkeftinê û pêkanînê ye.
Di demekî wisa de bû kî, min şahadeta rêheval bihîst. Min di destpekê de bawer nekir, min nexwest ez vê rastiyê bipejirînim. Ji ber ku me pir demên bi wate bi heval Faîk re derbas kir. Rêhevalekî ewqas bedew û bi wate winda kirin pir zor e. Ji bo wî ez pêwîst dibînim ku di derbarê heval Faîk de nivîs binivîsînim. Ez vê weke erkekî li ser xwe dibînim û pêwîst e ez vê erkê pêkbînim. Heger ji min bipirsin taybetmendiya herî balkêş ya heval Faîk çi ye? Bersiva ku ez bidim ev e; ez ê bêjim, "Pakrewanî û egîdî ye.”
Heger ji min bipirsin; hevaltî û azweriya wî li himberî tekoşînê çi ye? Ez ê bêjim ku, “rastiya kesayetê heval Faîk e.” Ji ber ku di kesayetê wî de ev taybetmendî pir balkêş bû. Di milê girêdan û nêzîkatiya hevaltiyê de, heval Faîk ti pirsgirêk jiyan nedikir. Di vê warî de hevalekî ewqas xweser, hevalekî ewqas saf û paqij min nedît. Demekî ewqas dirêj di nava tekoşînê de cîh digirt, pir taybetmendiyên xwe yên bedew winda nedikir û her dem li himber her cûre şaşitî û xirabiyê van taybetmendiyê xwe diparast. Ji bo vê jî ez nikarim heval Faîk bi ti mirovekî din re bişibînim.
Ez ji bo rastiya hevalê Faîk pênas bikim û binirxînim, ti peyv û hevok nikarim bibînim. Dema ku ez dihizirim nivîsa min jî ji min re pir kêm tê. Di milê kiryarî û şer de ti pirsgirêka wî nîn bû. Ji ber vê yekê jî her dem di qadên şer ên pir zor de dima. Milên wî yên fedakar û kedkarî pir pêş de bûn. Di van milan de ti pirsgirêk jiyan nedikir. Di nêzîkatiya jiyan û tekoşînê de taybetmendiyên wî yên pir bedew hebûn. Her dem bi xwestek û azweriyekî mezin nêzî xebat û erkên xwe dibû. Di xebatên kiryariyê de her dem cîh digirt. Ti tişt nedikarî wî paşve bikişîne an jî ji xebatê xwe dûr bixe. Heval Faîk rastiyekî bi awayekî zelal pêşberî me kir, ew jî ev bû ku li himber her cûre nêzîkatiyên şaş û zordariyê, heta dawî bi baweriya xwe xurt girtin û her dem tekoşîn domandin bû. Hevaltiya wî pir girêdayî bû û ji bo hevaltiyê dikaribû jiyana xwe jî feda bike.
Ew sembola fedekarî û pakrewaniyê bû. Weke min di jor de bilêv kir e, hevalekî ewqas fedekar û xweser min ti car nedît, an jî ez dikarim bêjim ku hevalên weke wî pir kêm in û ava kirina hevaltiyekî wisa jî pir zor e. Dema ku ez heval Faîk bibîr tînim an jî dihizirim, pir tiştên ku me winda kiriye tê bîra min. Ev winda kirin bi taybetmendî û nêzîkatiya me ya hevaltiyê ve derdikeve pêş. Ji ber ku em nikarin di demê xwe de pir tişt bi wate bikin. Dibe carna em pir tiştên bi wate nabînim. Tiştê ku êş dide dilê min, an jî tiştê ku ez bêzar dibim jî ev e. Piştî vê lêhûrbûnê, ez pir tişt derdixim zanebûnê. Lê belê, ez dibînim ku em pir dereng mane. Heval Faîk di cîh û warê pakrewanan de jiyana xwe ji dest da. Girêdana wî li himber Botanê, girêdana wî li himber Cudî pir balkêş derdikete pêş. Di Botanê de jî cîhê ku pir hesdikir, Gêra Berana bû. Ji ber ku di wir de pir hevalên xwe şehîd dabû û heval Faîk ti car van hevalan ji bîr nedikir. Her çiqas di demekê dirêj jî li qada Botanê têkoşiya, dîsa jî her dem dixwest li Botanê tekoşîna xwe bidomîne. Li himber vê xwestek û girêdanê mirov nizane çi binivîsîne. Wî baş dizanî ku dem dema tekoşînê ye. Cîhekî tekoşîn pir dijwar û tûnd e, dixwest li wir bimîne. Di dawî de jî gihişt armanca xwe. Di cîh û warê dîrokê de jiyana xwe ji dest da û gihişte asta şahadetê. Ew jî kete nava karwanên şehîdan. Karwanên şehîdan her ku diçe mezin dibe.
Tiştê ku ez di dawî de di derbarê heval Faîk de bibêjim ev e;
Ew sembola hevaltiyê ye. Lê belê, şahadeta wî pir zû bû. Tiştê ku mirov nikare bipejrîne ev e. Dema şahadeta heval Faîk hê mabû, pêwîst bû ku ewqas zû şehîd neketibana. Lê belê, dîsa jî mirov li himber girêdan û azweriya heval Faîk dikare pir encam ji bo xwe derbixe holê. Encamê ku em derbixin ev e;
Hêvî û bendewariyên şehîdan pêkanîn û armancê wan berbi serkeftinê ve birine. Em encex dikarin, bi tekoşîn û di tekoşînê de jî bi serkeftinê ve bibin bersiv. Weke din ti maf û heqê me nîn e. Weke din em nikarin girêdana xwe bi hevaltiyê ve bilêv bikin.
Ji Pênûsa Gerîlla
- Ayrıntılar
Bihara sala 2003 an bû. Em ê derbazî qada Cudî bibûna.
Cudî ji bo gelê Kurd, wateyekî xwe ya dîrokî heye. Dîrokekî wê ya dûr û dirêj heye. Cudî bi xwe dîroka xwe ji hz. Nûh destpê dike. Dema ku tofan dirabe, hz. Nûh hemû zindiyan û tevlî mirovan bar dike li sefîna xwe, tê li çiyayê Cudî disekine. Berî ku bê çiyayê Cudî, rêya xwe bi çiyayê Bêxêr dixe.
Ji çiyayê Bêxer re vê dibêje; ‘‘ez dixwazim li vir bisekinim…’’
Lê, çiya bersiva ku dide dibêje; ‘‘cihê te li ser min nake.’’
Ji bo wê jî hz. Nûh jêre gotiye, tu çiyayekî Bêxêrî. Dema ku tê berbi Cudî ve, tê çiyayê Zêrînker. Çiyayê Zêrînker wî vedixwîne li ser xwe. Lê belê, hz. Nûh jêre dibêje; ‘‘tu hemû zêrî…’’ Navê vî çiyayî jî, ji vir tê.
Niha bi zimanê herêmî jêre dibêjin, ‘‘Zêrînker.’’ Yanî çiyayekî hemû zêr. Sefîna xwe diçe li Cudî disekine.
Ji bo gelê Kurd Cudî dîroka xwe ji vir tê. Ji navê xwe diyare ku hz. Nûh cihê xwe dibîne. Cu-dî, cî-dî, yanî cihê xwe dît. Ji bo vê jî di tekoşîna azadiya gelê Kurd de, Cudî hem rolekî xwe yê dîrokî heye û hem jî cihekî xwe yê pir girîng heye. Tevgera azadiya gelê Kurd jî, Cudî weke cihekî stratejîk ji xwe re girtiye. Çiyayê Cudî ji bo tekoşîna me jî ewqasî girîng e.
Tevgera azadiyê di destpêkê de te vî cihî û biryargeha xwe li wir ava kir. Çîroka hz. Nûh berfireh e. Heya mintiqa Kerboran, heya çiyayê Herekolê, bi kurtahî hemû Kurdistan ê dixe nava xwe. Ji bo vê jî em dikarin bêjin ku roja dîrokî Botan û çiyayê Cudî leyîstî, vê rolê îro jî di Kurdistanê de dileyîze. Gerîllayên Kurd îro tekoşîna azadiyê li wê derê dide meşandin. Hz Nûh jî bi çîroka xwe ya mîtolojiyê ve tekoşînekî azadiyê li himberî serdestiyê daye meşandin. Em jî îro wê kevneşopiyê didin berdewam kirin. Keç û lawên Kurd jî, îro weke berdewamiya vê kevneşopiyê tekoşîna azadiyê didin meşandin.
Çiyayê Cudî hemû parçeyên Kurdistanê dixe nava xwe. Ji xwe Kurdistana bakur, başurê rojava û başurê mezin, ger mirov Botanê tevî hesab bike, perçeyên rojhilat jî dixe nava xwe. Ev perçebûn jî dijmin xistiye nava me. Di Kurdistanê de perçebûn tine ye.
Çîroka hz. Nûh li gorî tê gotin, Lawikê Xerîb mirovekî herî nêzîkî hz. Nûh, ji gelên cuda ne. Ji bo vê jî dibêjinê Lawikê Xerîb. Lawikê Xerîb, dixwaze biçe gel hz. Nûh cihê sefînê.
Şeytan tê pêşiya wî û dibêje; ‘‘tu ji kû tê??’’
Ew jî dibêje, ‘‘ev heft sale ez dimeşim û dixwazim hz. Nûh bibînim.’’
Şeytan jî dibêje; ‘‘tu yê heft salên din jî bimeşî, encex tu bigihije Nûh.’’
Lawîkê Xerîb wê demê dua ji Xuda re dike ku rihê wî bigre. Li wê derê ew Lawikê Xerîb jiyana xwe ji dest dide. Şeytan nahêle bigihe miradê xwe û hz. Nûh nabîne.
Ger em şeytan jî binav bikin, dijminên wê demê ne. Dijminên ku wê demê li himberî tekoşîna Nûh şer dikirin û nedixwestin Nûh bigihe azadiya xwe. Îro jî di vê xakê de, em li himberî dijminekî bi vî rengî tekoşîna azadiyê didin meşandin.
Li Cudî hevalê Ş. Ronî hebû. Hevalekî ji Tetwanê bû. Bi wê kelecan, moral û bi wê xwesteka ku çawa Lawikê Xerîb dixwest bigihije hz. Nûh, şehîd Ronî jî dixwest bigihe RÊBER APO. Ji bo vê tekoşîn dida meşandin. Ji bo bigihe azadiya gelê xwe û di kesayetê gelê Kurd de jî azadiya mirovatiyê pêkbîne. Ji bo vê jî li Cudî bi dîroka xwe ve girêdayî, bi dîroka mirovatiyê vê girêdayî tekoşînekî pir xûrt dida meşandin. Lê belê, ger em şeytanên hemdem binav bikin, dijminên me yên îro ne. Çawa ku di demê hz. Nûh de şeytanan nehêlan Lawikê Xerîb bigihije hz. Nûh, îro jî şeytan û dijminên hemdem nehêlan hevalê Ronî bigihije Rêbertiya xwe û gelê Kurd. Dema ku em dibêjin bigihijiyê, em di welatekî azad de qest dikin.
Weke din hevalê Ronî gihiştiye RÊBER APO û azadiya gelê xwe di kesayetê xwe de pêkanî bû. Ji bo vê jî bi vê heyecanê, moralê şerekî li himberî dijminan dikir.
Di sala 2003’an de pêngavekî nû rêxistinê dabû destpê kirin. Ev pêngav jî ji aliyê Serokatî de bi ruhê Apoyî hatibû destpê kirin. Bi wî ruhî tevlîbûnê ji vê pêngavê re dida çêkirin.
Di sala 2004’an de li gorî fermanên biryargeha navendî û li gorî tevlîbûna wî hevalî, pêwîst dikir ku tevlî çalekiyê nebibûna. Bihata amede kirin ji bo demê pêş. Ji xwe xwesteka wî ya ji bo çalekiyên fedayî jî hebû. Me bi şehîd Ronî re ev gotibû. Ku pêwîst dike tevlî çalekî nebe. Tenê hevalan perwerde bike û hevalan ji bo demê pêş amede bike. Erkekî bi vî rengî li ser bû. Lê belê, ewqasî bixwestek bû û dixwest tevlî pêngavê bibe û şeytanên hemdem têk bibe û bigihije azadiya Rêbertî û azadiya gelê xwe. Ji bo vê jî bi şeklekî xûrt tevlî nava pêngavê dibû.
Sal 2004, meha Pûşperê bû. Em bi hevre diçûne wezîfeyekî. Lê belê, ji ber hindek karên pêwîst hevalê Ronî ji me qût bû û berê xwe dide cihekî din. Binavê ku biçe kişfekî li ser dijmin bike û çalekiyekî bike. Bi ruxmê ku jêre jî hatibû gotin, cihê ku çalekî jî lê kirî gewriya Nerex girêdayî Şirnexê ye. Dema ku du wesayîtên leşkerî derbaz dibin, ew û dû hevalên xwe ne. Ji hevalên xwe re dibêje, ‘‘em biçin kemînekê li pêşiya van wesayîtan biavêjin.’’ Bi her du hevalên xwe re diçe û kemînê davêje pêşiya wesayîtên dijmin. Li gorî agahiyên wê demê me girtî û çapemeniyên dijmin jî dayî, wesayîtekî bi tevahî îmha dibe. Hevalê Ronî di wê çalekiyê de birîndar dibe. Piştî ku birîndar dibe, ew û hevalê xwe ji hevqut dibin. Bi birîndarî vedigere cihê xwe. Dema ku vedigere cihê xwe, dibîne heval ne amedene. Dixwaze hinekê bergira xwe bigre. Nivîsekî jî li cihê xwe dihêle. Ew nivîsandinên wî li gel rêxistinê û di arşîvên wî dene. Di wê nivîsandina xwe de dibêje, ez ber birîndariya xwe û westandina xwe nakevim, ez ber dikevim ku hevalên min birçî mabin ji bo wê jî not û erzaq ji bo hevalan dihêle û xwe dide cihekê sexlem. Roja dîtir dijmin dema ku tê operasyonê dike, hevalê Ronî bi birîndarî dibîne. Heya fişeka xwe ya dawî bi dijmin re şer dike û di dawî de jî narincoka xwe bi xwe de diteqîne. Digihije şahadeta xwe. Di kesayeta xwe de digihije azadiya Rêbertî û ya gelê xwe jî pêktîne. Di vê bûyerê de jî diyar dibe ku şeytanên hemdem çawa ku li hz. Nûh û Lawikê Xerîb kirin, bi vî rengî li şehîd Ronî jî kirin.
Hevalê Ronî hevalekî wisa bû ku di nav hevalên Cudî de li ser desta dihate girtin. Bi rastî jî hevalekî wisa bû. Dibe ku ez nikarim mafê wî bidimê.
Berê wê bi demekî li ser qereqola Mila Goriya çalekiyekî kiribû û li pey çalekiyê jî notekî dinivîsîne.
Di wê notê de dibêje; ‘‘Şehîd Erdal (Engin sincar) di sala 1997’an de fermanda bû min ku ez çalekiyê li ser wê qereqolê bikim. Min ne kiriye, lê belê sala 2004’an min vê çalekiyê kir.’’
Bi van gotinan hem rexnedayîna xwe dide û hem jî wezîfeya xwe pêktîne. Ji şehîd Erdal re rexnedayîna xwe bi vî rengî dide. ‘‘Ew fermana te dabû min, dereng be jî min pêkanî.’’
Li vir girêdaneke hevaltiyê derdikeve. Ji bo vê dirûstbûna xwe, moral û heyecana xwe, sekna xwe ya jiyanî, girêdaneke me yê di astekî bilind de jêre hatibû çêkirin. Dilsozê rêhevalê xwe bû. Ji bo vê jî me wî li ser dest digirt.
Lê belê, em dikarin bêjin ku me li gorî dihate xwestin nekarî hevalê Ronî biparêzin. Pêşengekî gelê Kurd, yê ji bo pêşerojê bû. Me nekarî vê pêşengê xwe biparêzin. Ji bo vê jî hevalê Ronî tekoşînekî layîqê dîroka gelê xwe û layîqê perwerdeya ku RÊBER APO dabûyê, dida meşandin.
Weke hevriyên wî, em ê jî li ser şopa wî heya dawiyê bimeşin. Bixwazin tolhildana wî ji dijmin rabikin û karên nîvçe mayî bixwazin temam bikin.
Elî PILING
- Ayrıntılar
Gerilayê Kurd Mezlûm Azerî piştî ku parêznameya Rêber gelê Kurd Ebdulah OCALAN ya “parastine gelekî” dixwîne, bandor dibe, berê xwe dide çiyayên Kurdistalne û di pevçûneke navbera artêşa Tirk û gerila de jiyana xwe ji destdide.
Mezlûm Azerî yê bi navê Yahya Musazade sala 1988 an li Xoy tê dinê. Ji Eşîra Musazade ye û bi aslê xwe Azerî ye. Mezlûm Azerî hem dixwîne, hem jî dixebite. Berî ku tevlî nava refên gerila bibe li malê ajovan e. Di temenekî biçûk de bavê xwe wendadike û destbi xebtandine dike, lê belê di heman demê de xwediyê lêgerînên kûr e. Lêgerînên wî yên jiyaneke azad û yekbûna gelan, wî ber bi çiyan ve dibe. Ciwanekî Azerî ye, danûstandina wî bi Kurdan re nîne, ziman û çanda gelê Kurd nasnake, lê belê tevlî nava refên gerila dibe. Ev rewşeke balkêşe û vê pirsê tîne bîra mirov; gelo Mezlûm Azerî gerila çawa naskiriye û çawa berê xwe daye çiyan? Gerilayê Azerî Mezlûm bi rêya birayê xwe parêznameya Rêberê gelê Kurd Ebdulah OCALAN ya ‘ PARASTİNE GELEKÎ’ dixwîne û bi kesayeta Rêberê gelê Kurd bandor dibe. Weke ku ji hevalên xwe re behskirî, wî çend caran parêzname ‘Parastne Gelekî’ dixwîne û bersiva lêgerînên xwe yên azadiyê û yekbûna gelan di wê parêznamê de dibîn e.
Li Herêma Zagrosê Gerilayetî Dike
Mezlûm Azerî sala 2006 an li Mako tevlî nava refên gerila dibe. Destpêke şervantiya xwe ya nû li herêma Qendîl dibîne. Zimanê Kurdî nizane û fêmnake, tenê zimanê Farisî dizan e. Heyanî ku xwe fêrî zimanê Kurdî dike, di danûstandina bi hevalên xwe re gelekî zehmetî dikişîn e. Di demekî kin de ku nayê texmîn kirin fêrî zimanê Kurdî dibe. Pêre jî gelek pêşketine bi xwe re dide çêkirin. Gerilayên ku wî nasdikin, gava wî piştî salekê dibînin, balkêş dimînin ku ew qasî pêşketin bi xwe re dane çêkirin. Mezlûm Azerî tişta ku pê bawer dike, di piratîke de pêktîne. Di Piratîkê de gelekî zêde pirtûk dixwîne, diçe kuderê di çentê wî de pirtûkên Rêberê gelê Kurd Ebdulah OCALAN hene. Meraqe wî ya naskirine gelê Kurd hêzeke mezin dide wî ku xwe perwerde bike. Di wezîfe û çûyîna çalakiyan de li pêşe, ji ber vê yekê di tektîkên şer de dibe xwediyê tecrûbeyên mezin. Her gerilayekî/e ku wî nasdike, di nava axaftina xwe de behsa hezkirine wî ya jiyanê dikin. Di jiyanê de bê denge, û kesayetekî pijiyayî ye. Tevlîbûna wî ya perwerdê, çûyîna wî ya çalakî û wezîfeyên herî zor, bala herkesî dikişîne. Herkes dixwaze bi wî re biçe wezîfeyan. Çavkaniya serkeftina wî ya di wezîfeyan de, pêkanîna wî ya rêzikên gerila ye. Gerilayekî ku wî nasdike bîranîneke wî ya çûyîna çalakî weha bibîrtîne “ di çalakiyê de ew BKC î bû, gava ku çalakiyê destpêkir, çeka wî sekinî û nema xebitî. Ji qehra re heftiyekê xwarin nexwar û zehf acizbibû. Her çiqasî hevalan dixwestin wî ji vê rewşê derxînin, xwe nedida qenaet kirin û ew kêmasî ji xwe re nedipejirand. Hevalê Mezlûm di karê xwe de gelekî hesas bû û jidil dixebitî. Gava ku diçû nava gel, di sekna xwe de giraniya PKK ê dida hiskirin. Ji ber vê yekê dayîkekê digot Mezlûm kurê min e. Di nava gel de gelekî dihate hezkirin.”
Di Şer De Gerilayekî Cesûr û Fedakar e
Mezlûm Azerî bi taximeke hevalên xwe re li Geliyê Zap gerilayetî dike. Taxima wan bi hêzên artêşa Tirk re, yên ku derketine operasyone, dikevin nava pevçûnê de. Gerila gava ku dikevin pevçûnê de xwe dikin gurûp û ji hevdû belavdibin. Mezlûm Azerî û gerilaya bi navê Sila Wan bi hev re dimînin û bi leşkerên Tirk re şerdikin. Sila Wan di pevçûnê de jiyana xwe ji destdide, lê belê Mezlûm Azerî ji serê xwe perçe dixwe. Ji bona ku hevalên wî xwe ji çemberê derxînin, parastine wan dike. Mezlûm Azerî di pevçûnê de rêya xwe şaşdike û dikeve nava leşkerên Tirk de. Leşkerên Tirk gava ku Mezlûm Azerî dibînin, bê rehmet wî ji ling heyanî serê wî gulebaran dikin. Gava ku gerilayê Azerî Mezlûm jiyana xwe ji destdide, gel gelekî bandor dibe, ji ber ku di nava gel de dihate naskirin. Mezlûm Azerî bi çend hevalên xwe re li Colemergê tê veşartin.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Gerilaya Kurd Hedar Efrîn, di temenkî biçûk de tevlî nava refên gerila dibe. Gerilayetî li gelek herêman dike û li Geliyê Zap jiyana xwe ji destdide.
Hedar Efrîn ya bi navê Hanîfe Alî sala 1982 an li Halap hatiye dinê. Dibistana navîn bi dawî kiriye û dev ji dibistanê berdaye. Malbata wê welatparêzin, kadroyên PKK ê nasdike û sala 2001 an tevlî nava refên gerila dibe. Piştî ku li herêma Qendîlê perwerdeya xwe ya şervantiya nûdibîne derbasî herêma Zagros dibe. Heyanî ku fêrî Zagros dibe û tecrûbeyên wê yên gerilayetî çêdibin, gelekî zehmetiyan dikişîne. Ew zor û zehmetî girêdaneke wê ya kûr bi Zagros ve dide çêkirin. Hedar Efrîn ji bêhna axa zagros, ji bedewbûna av û çiyayên wê sermest dibe. Gava ku min li ser Hedar Efrîn lêkolîn kir, hemû gerilayên xort û jin yên ku pêre jiyankirine, li ser hezkirine wê ya Zagrosê nivîsandine.
“ Pêwîste Em Bersiv Bidin Pêvajoyê û Xwedî Li Rêber APO Derbikevin”
Hedar Efrîn ya ku evîndara Zagrosê ye, bi çûyîna bakur dixwest erkê xwe bi cî bîne. Hemû gerilayên li çiyan dijîn, hesreta wan ya çûyîna bakur heye, lê belê gelek ji wana berî ku biçin bakur jiyana xwe ji dest didin û nagihîjin hesreta xwe, Hedar Efrîn jî negihîşte hesreta xwe ya dîtine bakur. Çend salan li Zagros dimîne, piştre li Akademiya Hakî Qerar dewreyeke perwerdeya bîrdozî dibîne. Armancê wê ewe ku derbasî Cûdî bibe, lê belê diçe Şikefta Birîndare ya girêdayî Zapê. Hedar Efrîn di jiyanê de bê denge, lê belê hêza wê ya moralê di wezîfe û di demên zor de dertê holê. Ji bona alîkarî bide hevalên xwe, xwedî hewldanekî mezin e. Xemgîniya çavên wê, sîmeyên wê yên zarokî ti carî ji bîra hevalên wê naçe.
Di Pevçûne De Jiyana Xwe Ji Destdide
Hedar Efrîn di piratîkê de berpirsyarê taximê ye. Piştî Şikefta Birîndare derbasî Cîlo dibe. Li wêderê gerilayetî dike, piştre bi pêşniyarê xwe vedigere Geliyê Zap. Roja 14 meha Eylûlê sala 2009 an artêşa Tirk li ser gurûpeke gerila baskin dikin. Hedar Efrîn û hevalên wê bi leşkerên artêşa Tirk re dikevin nava pevçûnê de. Heya ku jiyana xwe ji destdidin şerdikin. Hedar Efrîn bi heft hevalên xwe re jiyana xwe ji destdide.
- Ayrıntılar
Dembaş Heftenîn ezê îro li te guhdar bikim, ma tu ji min re behsa zarokên xwe yên delalî nake? Bi qasî ku min bihîst gelek mirovên ku ji ava te vexwarine û bûne perçek ji suruşte te, di hembêza te de xewdikin û îro li ser goristana wan kulîlkên hêviyê şîndibin. Gerilayê ku di bin darên geliyê Pisaxa de jan ji kûrahiya dilê xwe dikişandin, bedena wî di nava xwînê de mabû, dîsa jî riwê wî bi ken bû, ma qey nayê bîra te. Ma te jibîrkiriye çîroka wan lehengan anîne ser ziman, erkê te ye. Ma tu nizane em ji wan pehlewanan fêrî jiyanê dibin. Ez dizanim behsa wan kirin dilekî qewîm dixwaze, hevaltiyeke durust û girêdaneke bi rêgez dixwaze, lê belê jibîrneke ewê rêya rast nîşanî me bidin û kokên wijdanê di me de avabikin. Ji êşa ew anîne ser ziman netirs e.
Belê gerilayên hêja bila mirovên ku dilê wan germ, çavên wan vekirî û xwedî li bîranîna van hevalên şehîd derbikevin li min guhdarbikin. Yek ji gerilayên ku gerilayetî li asoyên çiyayên min kir, bedewbûna min jidil hîskir û bû perçek ji min, hevalê Cîger Guyî bû. Bi salan bi êş û zehmetiyên min re bû heval.
Hevalê Cîger sala 1993 an tevlî nava refên gerila bû, temenê wî gelekî biçûk bû. Li Uludera ku lehengan dafirîne ji dayîkbibû. Li ser wê xaka ku bindestiyê napejirîne û di ruh de azad dijî, mezinbibû. Zarokekî kêrhatî ye, bala herkesî dikişîne û şeydayê welatê xwe ye. Çawa dibihîse gerila ji bona azadiya welat li çiyan ditêkoşin ew jî biryar dide û hatine çiyan çêtir dibîn e. Bejna hevalê Cîger kin bû, çavên wî diperiqîn, bê ku baxive di çavê xwe de gelek rastî îfade dikirin. Mirovên ku ji êşan fêmdikin anceq dikarîbûn çavên wî bixwînin. Her hezdikir wê kefiya xwe ya reş û spî bavêje sukra xwe, birastî ew cemedana reş û spî gelekî li bejna wî dihat. Bi hezkirina xwe ya jiyanê herdem ji min re digot “ emê biserbikevin û tê xakeke pîroz were naskirin. Dilê xwe negire herdem cihê te di dilê gerila de heye.” Bi salan hevalê Cîger bê ku dudilî bijî ked dida, hedana wî nedihat ku tevlî çalakiyan nebe. Azweriya wî ya fêrbûna jiyanê mîna agir gur bû û bi zeman re diherikî. Kesekî nikarîbû li pêşiya aşka wî ya jiyanê bibir e.
Hevalê Cîger sala 1995 an di çalakiyekê de pêlî mayînekê kir û lingekî xwe wendakir, wê demê dilê min birîn bû, ez tirsiyam ku ji min dûrbikeve. Min lawê xwe nasdikir û min dizanîbû wê li berxwebide. Piştî ku hevalê Cîger birîndar bû, operasyona PDK ê û artêşa Tirk bi hev re destpêkir û neh rojan dewamkir. Heval neçar man ku hevalê Cîger û hevalekî dîtr di şikeftekê de veşêrin. Derman di destê hevalan de nînbû ku birîna wî derman bikin. Ji rewşa xwe raziye û gazinc nake çima birîndar bûye. Moral dide hevalê li kêleka xwe. Her çiqasî birîna wî girandibe û kurm didine, ew xwe radestî mirine nake. Heval texmîn nakin ku hîna hevalê Cîger jiyandike û dibêjin “ Hevalê Cîger gelekî xwîn wendakiriye û birîna wî nehatiye derman kirin, teqez şehîd ketiye.” Di kêliya heval diçin şikeftê û dixwazin bi hevalê Cîger ve biçin, hevalê Cîger bi saxmayîna xwe ve hêza îrade bi hevalan dide naskirin. Tişta balkêş çi bû; heval ji moralê wî matmayî dimînin û gelekî dilşad dibin ku hevalê Cîger şehîd neketiye. Hevalê Cîger bi wê heyecana Rêber APO dîtin, berê xwe dide rojavayê Kurdistane. Dilê wî şêtbûye, kesek nikare rêya wî bigire, sînoran bi lingekî qutdike, dizane wê hesreta xwe ya bi salan bijî. Xatirê xwe ji min nexwest, dizanîbû bê min nikare bijî.
Di sala 1996 an de xwe amadekiribû ku biçe Botane, hevalan destor neda û dîsa vegeriya warê xwe. Dilê min dişewitî gava ku min wî bi lingekî didît, dîsa jî mîna berê ez tenê nedihiştim. Qul bi qul li çiyan, li dol û li newalên min digeriye. Hedana wî nedihat ku di cihê xwe bisekine. Ji bona ku hevalên wî nekevin zoriyê de herdem bi tedbîr bû. Serkeftine dijmin ji bona wî mirin bû, lê belê binkeftine dijmin ji bona wî rêgez bû. Dilê wî ranedikir ku hevalên wî birçî bimînin, yan jî êş û zorî bikişînin. Sala 1998 an êrîşên dijmin li ser gerila gelekî dijwar bûn. Bi taybet rêyên arzaq anînê, hemû hatibûn girtin. Hevalê Cîger bêçare nemabû, aşên gundiyan yên li geliyê Pisaxa çak kirin, ce û genim ji bona hevalan dihêrand û arzaq li hemû yekîneyên hevalan belavdikir. Rêya serkeftine dijmin bi jêhatîbûna xwe dixetimand. Bi vê jêhatîbûna xwe cihê xwe di dilê hemû hevalên xwe de çêdikir. Xizmetkirine hevalan ji bona wî moral bû. Piştî sala 1999 an rêveberiya rêxistine biryar da ku hevalên nesaxiyên wan hene û birîndarin wan rêke cihên dîtir. Lê belê kî dikare hevalê Cîger bide qenaet kirin ku ji çiyan dûrbikeve? Dûrketine ji çiyan, ji bona wî mirin bû. Dilê min rehet bû, min dizanîbû dost û hevalê min ji min dûrnakev e.
Rojekê dengê teqînekê cîgera min şewitand. Janeke ku dawiya wê nîne dilê min girt û berneda. Gelo min hîsdikir dostê min nefesa xwe ya dawiyê dide. Hevalê Cîger berbi êvarî ve dixwaze muhabere bike, pêlî mayînê dike û lingê xwe yê dîtir jî wendadike. Heval hemû direvin û diçin bi hewara hevalê Cîger ve, herkes bandor dibe. Hevalê Cîger di nava xwînê de maye, dîsa jî ew moral dide hevalan û dibêje “ heval tiştek nabe, lingên min herdu mîna hev lêhatine.”
Heval wî dadixin geliyê Pisaxa. Hevalê Cîger herdem bi hevalan re daxive. Nikare xwarinê bixwê û tenê çixare vedixwê. Heval dixwazin wî rêkin derve, rê hemû girtîne û dijminê hov destor nade ku dostê min ji mirine bifilite. Hevalê Cîger dizane ew kêliyên dawiyê ne ku bi hevalên xwe re bijî û naxwaze ji çiyan dûrbikeve, du rojan liberxwedide û bi rûkenî di roja 26.6.2001 an çavên xwe dide ser hev. Du rojan kêlî bi kêlî min êşa dostê xwe Cîger hîsdikir, li berçavê min bi zorê nefes dikişand. Di xaka min de hate veşartin û bi rondikên çavên min kulîlkên li ser gora wî avdan. Piştî çend salan hevalan goristana şehîdan bi navê hevalê Cîger çêkirin û di konferansa HPG ê yê yekemîn de hevalê Cîger sembola kedê tê îlankirin.
Belê gerilayên hêja min pirtûka hevalê Cîger careke dîtir vekir û çîroka wî bi were parvekir. Lê belê hêviya min heye ku hûn xwedî li bîranîna wî derbikevin.
Hevalên wî yên rê
- Ayrıntılar
Min hevala Sorxwîn li Botanê nas kir. Lê berê wê jî, min gelek li ser hevala Sorxwîn bihîstibû. Bi hinek taybetmendiyan hertimî qala hevala Sorxwîn ji min re hatibû kirin. Yek ji taybetmendiyên wê yên ku herî pir bala min kişandibûn, hevaltî, heskirina wê ya ji mirovan re û fermandariya wê bû. Di vê yekê de jî gelek hevalan, qala hevala Sorxwîn ji min re kiribûn.
Demekê mayîna min li gel hevala Sorxwîn çêbû. Ez bi xwe jî gelek bextewar bûm ku çûm cem hevala Sorxwîn û min pêre jiyan kir. Min ji xwe re got ku ez pir bextewarim ku dibin venêrîna fermandarekê mîna hevala Sorxwîn de dixebitim.
Tiştên ku hevalan li ser hevala Sorxwîn ji min re gotibûn, hemû jî rast bûn. Min gelek dixwest hevala Sorxwîn nas bikim, ji bo wê jî di jiyanê de bala min hertimî li ser hevala Sorxwîn bû. Min dît ku hevaleke taybet e û xwedî taybetmendiyên cudane. Hevaltiya xwe cuda ye. Bi hevalên Elewî re ez qet nema bûm. Min kesayetên Elewî nas nedikirin. Ez tenê bi hevala Sorxwîn re mam. Hevalan qala hevalên Elewî dikir. Di kesayeta hevala Sorxwîn de jî, min gelek mereq dikir ku bibînim.
Hevala Sorxwîn xwedî taybetmendiyekê wisa bû ku hemû hevalan dixwest cihê ku hevala Sorxwîn lê fermandar e, di bin venêrîna wê de kar bike. Ev bextewariya ku ez li gel wê bimînim min jî bi dest xist. Dibin venêrîna wê de, me zivistanekê xweş derbaz kir. zivistaneke tije heskirin, tije hêvî, tije perspektîf, tije tekoşîn bi hevre dimeşiya.
Hevala Sorxwîn, heval bû. Ji ber dixwest her hevalekê ji hundir de nas bike û li gorî wê nêzîkatiyekê raber bike. Hem di warê meriyetê de, hem di warê kesayet de, fermandarê şer bû. Di her qadê de pêşeng bû. Di hemû zor û zehmetiyan de li pêş bû. Ji hemû karî re xwe dida pêş. Di hemû tevgerên wê de hêz û arîşen dida derdor.
Qala hevala Sorxwîn kirin, geleke zehmet e. Ji ber hevalên mîna wê pir kêm tên dîtin û nabe bextewariya her mirovekê bi wana re jiyan bike. Herî zêde jî, ev sekna wê bandora xwe li ser kesayetê min kir.
Li himberî jiyanê pir bi kelecan bû. Ji xwezayê re wateyekê mezin dida. Ji xwezayê pir hesdikir û dixwest dinav de bigere û bimeşe. Kesayeteke dijraber bû. Di nava perwerdê de jî tevlîbûneke xwe ya zêde û bi fêm kirin nêz dibû. Hem xwe perwerde dikir û hem jî hevalên xwe. Hem li qadên perwerdê, leşkerî, meriyet û di hemû aliyên kesayeta wê de taybetiyekê di hate dîtin. Ev sekinandina wê bala her hevalekê dikişand. Her kes dixwest cem hevala Sorxwîn bimîne. Bi hevala Sorxwîn re jiyan bike.
Ji bo rêxistin û YJA STAR ê, hevala Sorxwîn windahiyekî mezin bû. Şahadeta hevala Sorxwîn, tenê weke şahadetekê di vê mirov negire dest. Ji ber bi şêwazê fedayitiyê gihişt merteba şahadetê. Di qadên herî zor de, ji bo rizgar kirina rêhevalên xwe, xwe feda kir. Li qadên tekoşînê yên Botanê de koçî cîhana nemiriyê kir.
Di pêngava yekê Hezîranê de li qadên weke Besta yê de cihê xwe girt. Yeke yek fermandariya van qadan, girt li ser xwe.
Di pir aliyan de role xwe leyîst. Di operasyona Besta ya 2005’an de rolekê mezin leyîst. Hişyariyekê mezin û pêşengtiyekê mezin kir. Dema ku hevalekê dibin venêrîna hevala Sorxwîn de şehîd biketaya, ji xwe re maf nedidît. Ji bo ku tola wan hevalan hilîne, bersivekê ji şahadeta wan re bide, diket nava hewldanekê mezin. Ne bibûna bersiv di warê wijdanî de rihet nedibû. Çi qasî bi xebitiya jî têr nedît û dixwest tiştên hîn mezintir ji bo hevalên şehîd bike.
Gihiştina merteba şahadetê bûyerekê pîroz e. Lê tenê bi gotina şehîd ketin, ne bes e. Tola hevalên xwe rakirin, wana di jiyanê de dana jiyan din, li ser wan axaftin kirin û wana dayîna nas kirin, xalekê girîng e. Pêwîst dike hişyariyekê me hemû hevalan di vî warî de hebe.
Ji bo min jî gelek zehmet e ku dema li ser hevalekê şehîd diaxivim. Ev yek di hevala Sorxwîn de pir li pêş bû. Ji ber ku danasîna rêhevalên xwe, weke deynekê li ser milê xwe di dît. Bi vê felsefê nêzîkatî dida çêkirin. Ji bo min yeke yek taybetmendiyekê ku hertimî ji bo xwe mînak digrime. Hem hevala Sorxwîn û hem jî grubekê ku pêre şehîd ketin, gelek taybet bûn. Hevaltiya wan ya di jiyanê de, bedewiyên wan geleke cuda bû.
Yek ji hevalên ku bi hevala Sorxwîn re şehîd ketin hevala Adar bû. Hevala Adar em bi hevre tevlî rêxistinê bibûn. Hevala Adar kesayetekê di warê heskirinê de, tekoşînê de, di warê sekinandina xwe de, xwestekê xwe yê ji meriyetê re mînak bû. Bi ruxmê ku dema tevlî partiyê bû biçûk jî bû, lê ti carî ji berpirsyarî, ji têkoşînê nereviya û barê rêxistinê girt li ser milê xwe. Di jiyanê de gelek dihat heskirin.
Hevala Axîn jî, hevaleke ciwan bû. Hevalekê xwedî hêz bû. Bi tekoşîna xwe di hate nas kirin. Hemû hevalên din jî yên li cem hevala Sorxwîn şehîd ketin, hemû jî mînak bûn. Şahadeta wê grubê, hemû jî bandorekê xwe yê mezin li ser min da çêkirin.
Di felsefeya rêxistinê de rêhevalên şehîd dana nas kirin, erkekê pîroz e. Em jî weke rêhevalên hevala Sorxwîn, ji bo tiştên di dilê hevala Sorxwîn de nîvî maye pêkbînin û xwedî li daxwaziya wê derbikevin, tekoşînekê mezin em ê bidin. Em ê di rêya wana de bimeşin heya hemû xwestek û daxwaziya wan pêktînin. Şer were xwestin em ê şer bikin, xebat were xwestin em ê bixebitin.
Hevala Sorxwîn hertimî di bîra me de ye û wê bimîne jî. Weke şexs jî ew di dilê me de jiyan dike. Di rojaneya xwe de jî hevala Sorxwîn gelek tişt anîbûn ziman. Sadebûna hevala Sorxwîn ya ji jiyanê re hêzekê mezin ji min re daye. Hêlaye ku em bi awayekê rast berbi berpirsyariyên xwe ve rabin. Bi vê boneyê di kesayeta rêhevala Sorxwîn de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînim û bejna xwe li himberî wan ditewînim.
Roza AFRÎN
- Ayrıntılar
