Dibe ku gelek rexên jiyana gerîla neyên naskirin. Ji ber vê yekê gelek kesayetiyên afrêner û xuliqkar jiyana wan naye naskirin. Lê şûna ku mirov dihêle li ser rûpelên dîrokê, bi tena sere xwe rastiya vê jiyanê bilêvdike û tine zindî dihêle. Mîna birûskan her tim bi dengvedana xwe mirovan ji xewa mirinê şiyardike. Ango mirov dikare bibêje ku pêşbaziya mirin û jiyanê ji nû ve destpêdike û cenga azadiyê li her qadê govendê digerîne. Lê tenê heskiriyê jiyana azad û bihêvî dikarin li ber xwe bidin û di vê tekoşînê de biserbikevin. Ji ber vê yekê her mirovê azadîxwaz bi tîrêjin rojê remanê xwe ronî dike û bi tîna wê giyanê xwe avdide. Lê yê ku vê rojê nebîne û bi tîna tîjikên azadiya vê rojê nehise. Nikare bibe rê hevalê vê tekoşînê û nikare mirovatî û heskirina mirovan di hindirê dilê xwe de bihewîne. Tenê yê ku dikare li dengê dilê xwe guhdarî bike, dikare bibe rê hevalê vê şoreşê û dikare cihê xwe di nava vê rêwîtiya dem dirêj û zor de bigre û bi giyanê xwe yê pakrewan cîhanê bi tevahî hembêzbike. Di wê demê de mirov dikare bibe xwediyê vê jiyanê û weke stêrkekî her tim geş û tijî coş, heyecan û ronahî di ezmanê dilê her mirovekî azadîxweazde biçirise.
Weke ku tê naskirin bajarê Dêrika Hemko û bi taybet herema kuçeran, heremekî naskiriye bi tekoşîn û welatparêziya xwe ya ku xwedî cihekî taybete di dîroka tekoşîna bizava PKK’ê de. Ji ber vê yekê dema ku em vegerin salên destpêkê ji tekoşîna bizavê li qada Başurê Rojava. Bê guman emê şert û mercên xebat û tekoşîna gelê me yê ku li wî parçî dijî nasbikin.
Ango mirov dikare bibêje, hemû qezencê ku me di wan qadan de bi dest xistî. Di serî de bi ked û tekoşîna Serok APO û bi xwîna hezarê şehîdan gihiştiye van rojan. Ji ber vê yekê dema ku em herema koçeran di navbera salên 1989-1990î û heyanî salên 1991'an, ango çaxên ku ji nû ve remanê bizava PKK’ê li başurê rojava belavdibû û demarê xwe di hindirê xaka vî beşî de belavdikir. Her tişt ji bona Kurdê başurê rojava nû bû û pir bala gel dikşand. Dibe ku gelek bizav û tevgerên kurdan derketibin holê û bandora xwe heyanî astekî li ser gel dabin çêkirin. Lê bi qasî ku bizava PKK’ê bandora xwe li ser başurê rojava dayî çêkirin, tu bizavên din nekarîn wê bandore çêbikin.
Ji ber vê yekê di serî de dema ku em li ser herema koçeran rawestin, em dikarin bibêjin ku ev herem heremekî ji hemû heremên li başurê rojava heyanî astekî cudaye. Ji ber ku heremekî jiyana xwe û debara xwe li ser çandinî û xwedîkirina heywanan e. Lewra gelê wê bi ked û xwîdana xwe dijî û asta xizaniyê jî li vê deverê pir li pêş e. Ji milekî din ve jî mirov dikare bibêje ku ji ber siyaseta ku pergala serdest li ser heremê dimeşîne, ji xelkê vê deverê bi qasî 300000 hezar heyanî nehajî bê nasnamene û ji wanre tê gotin ejnebî ango biyanî.
Di salên di navbera salên 1990î û heyanî sala 1992 mirov dikare bibêje ku hêza tekoşîna pKK’ê xwe gihande astekî herî jor de û xwe li her deverê başurê rojava bibandorkir. Hevala Tolan (Dîlan) jî naskirina wê di wan salan de ji bizavê re çêdibe. Li ser vî bingehî û ji ber ku malbata hevala Tolan bi xwe jî malbateke welatparêzbû. Ev yek ji tevlîbûna hevala Tolan re dibû destekeke herî mezin. Malbata hevala Tolan malbatekî xizanbû û wan jî weke hemû xelkên deverê debara xwe bi çandiniyê û xwedîkirina heywanan dikirin. Ango mirov dikare bibêje ku malbata hevala Tolan malbateke welatparêz bû û girêdayî rêxistinê bû.
Hevala Tolan di nava malbateke wisa de çavê xwe li dinyayê vekir. Tekoşîn û xwendina xwe bi hev re dida meşandin û xwendina xwe heyanî dibistana amedayî dewamkir. Dema ku Hevala Tolan derbasî bajarê Dêrikê bû ji bona xwendina xwe temambike. Hevala Tolan di ber xwendina xwe re kar û xebatê gel jî dida meşandin. Ji perwerda şagirtin dibistanê bigre û heyanî qumîtên taxa û xebatên çandî û hunerî jî dida meşandin. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hevala Dîlan ne mîna hemû şagirtên dibistanê yên ku tenê bi xwendin û dibistana xwe ve mijûldibû û hayê wan ji bayê felekê jî nebû. Lê belê hem karê dibistanê û hem jî kar û xebatê şoreşê jî bi hevre dida meşandin. Ji ber van teybetmendiyên ku hevala Tolan pê dihate naskirin pir ji milê gel ve dihate naskirin û heskirin.
Di sala 1992'ê de hevala Tolan derbasî Ekadimiya Mezûm Qurqumazbû û tevlî perwerdeyekî bû. Piştî ku hevala Tolan dewra xwe ya ekadimiyê temamkir, derbasî qada şer bû. Dem ku derbasî qada şer bû, şerê me û yê îxanetê li dar bû. Ji ber ku li herdeverî şer û pevçûn dihatin jiyankirin û derfetên heyî dest nedida hevalên ku nû derbasî qada şer dibin hemû pêdiviyên wan ji cil û bergan pêkwere. Ji ber vê yekê piranî hevalên heyî cilê wan yê leşkerî nebûn û gelek ji wan hevalan hîn çek negirtibûn. Ji lewra dema ku ev yekîne bi hêzên îxanetkar re dikevin di nava şer û pevçûnê de, dikevin dest. Lê ji ber ku henek mirovê hevala Tolan di nava PDK’ê de hebûn û wan hevala Tolan nasdikirin, bi rengekî cida nêzîkî wê dibin. Hevala Tolan derdorî 40 rojan dimîne di hindirê zindanêde, di dema zindanê de hevala Tolan û hevalên ku pêre heyanî demekî çalakiyê dikin û dev ji xwarê berdidin. Ew kesên ku hevala Dîlan nasdikin jê re dibijin, ji ber ku tu mirova me yî emê te berdin. Lê hevala Tolan dibêje, eger ku hûn me hemûyan bernedin ez bi tena xwe dernakevim.
Ji ber hewildana hevala Tolan, hêzên PDK’ê mecbûr dimînin ku hemû hevalên din jî berdin. Bi vî awayî wan hevalan, derbasî milê başurê Rojava dikin û wan li wir berdidin. Hevala Tolan heyanî demekî li malê dimîne û jê bi şûn de derbasî cem Serokatiyê dibe. Heyanî demekî li cem Serok dimîne û dewreyekî din a Akadimiyê dibîne û ji boan meşandina xebatê gel, derbasî herema cizîrê dibe. Di wê navberê de perwerda xwe ya bijîşkiyê jî dibîne. Bi vê rewşê heyanî 1993'ê de hevala Tolan cihê xwe di nava xebatên gel de digre. Di sala 1993'ê de hevala Dîlan derbasî milê Botanê dibe. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku hevala Tolan di destpêka tevlîbûna xwe de di gelek zehmetî û tengasî jiyankirin. Lê bi bawerî û girêdana xwe ya mezin bi serokatî û şehîdan re, di dawiyê de xwe gihande armanca xwe û hemû engelê li pêşiya xwe yek bi yek şikandin.
Piranî cihê ku hevala Tolan lê mayî û xebat lê dayî meşandin qada Hekarî û Beytulşebab bû. Hevala Tolan cihê xwe di wan hereman de digirt û bi xwe re gelek pêşketinên mezin dane avakirin. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku hevala Dîlan bi van teybetmendiyên xwe yên cuda, cihekî xwe yê di dilê her hevalekî digirt. Ji ber ku hêza wê ya coş, heyecanê pir li pêş bû û dema ku bi ser karekî ve diçû, bi dilê xwe û ji ber xwe bi serde diçû. Ji milekî din ve jî, ew di her karê xwe de serkeftî bû û ji derveyî serkeftinê ji bona xwe nedipejirand. Bi kerê xwe yê leşkertiyê re, xebatê bijîşkî jî dida meşandin. Piştî wê û dema ku yekîneyekî hevalên jin derbasî qada Garisan bû, ew heval jî di nava wê yekîneyê de derbasî wê qadê bû. Em jî wê çaxê li wê heremêbûn û baş tê bîra min dema hevala Tolan wê çaxê berpirsyarê yekîneyekî bû. Ew yekîna hevalên jin di wê Zivistanê de li cem me li qada Garisan disekinî. Piştî wê û bi hatina Buharî re careke din derbasî qada Hekarîbûn û bi guhertinên ku di her Buharê de çêdibin û di navbera salên 1996- 1997 de ew heval derbasî qada Gabarêbû.
Hevala Dîlan heyanî Payîzê li herema Gabarê xebat dane meşandin. Lê rojrkî ji wan rojên Zivistanê dema ku baran dibariya, yekîneya hevalên jin berê xwe didine şikeftekî ji wan şikeftê li wê derê heyî. Di wê navberê de û dema ku heval daran kom dikin û dixwazin agirekî hilkin û xwe li ber ziwa bikin. Lê dema ku agir hildibe û hemû heval jî li derdorê agir dirûnin, narinceyekî di nava agir de diteqe û parçek ji wê narinceyê li serê hevala Tolan dikeve. Di encamê vê yekê de û piştî demekî hevala Tolan şehîdikeve.
Meş û tekoşîna hevala Tolan (Dîlan) di nava şoreşê bi serê xwe şoreşeke di hindirê şoreşê de bû. Her cihê ku hevala Tolan lê kar û xebat dayî meşandin, cihekî xwe yê cuda di dil û mejiyê gel û hemû hevalan de dabû çêkirin. Ji milekî din ve jî mirov dikare bibêje ku hevala Tolan û bi hêza ku ji Serokatî, şehîdan û gel girtî. Di her warê jiyanê de xwe gihande astekî herî bilind û bi kesayeta xwe ya azad û bigiyanê xwe yê pakrewan bû deng û vîna her jineke azadîxwaz û her mirovekî welatperwer.
Bahoz Koçer
- Ayrıntılar
Ev car ne li derdora Dîcle, ji bilindahîya çiya, dengê geş tê. Bi nalîn û bi newala dikeve.
Ev car li ser kaniya Firat tê, ew dengê zelal û bi bandor ku geş tè u nalîn bi niwala dikevè, mişênî bi newal û mesîla dixe.
Ev car ne li bilindahiya Botan, Gabar û Cûdi ye, li bilindahiya çiyayê Bingola şewitî, li ser bilindahiya Bandozê, ku çirûskê Bêdewê, Kelêşe ronahî bi azmana dikeve.
Ev car ne şirşira xwîna çeleng û egîdê diherike ser ava Dîcleyê.
Ev car di dirêjî ser çavkaniya Firat, Perî ku ji xwîna mêrxasan rengê avê sor dibe.
Ev car ne Gabare ku fir fira çûk û reva pezkoviyane ku ji çiyayê bizina tê û ji ber tengê tifingan lehengan xwe didin alî.
Ev car ew çûk û pezkovî li Newala Perî û li Şehid Xebat in. Ji dengê çirûsk û çapiliyê direvin.
ev car li serkanîye Firat tè, ew dengè zelal u bi bandor, ku mişènî bi niwal u mesîle dixè,
Ev car ne germahiya şer û qîrê Hogirê Bota ye, ku berfê dihelîne, kulîlkê beroj û zinarê çiyayê Botaye.
Ev car dengê Hogirê çiyayê Bîngolê ye, ku germahiya şer û qîra xwe li derdora Bandozê berf helan û kulilk vekir.
Ev car ne dengê lehengê Bota Kendal, Aydin, Serhildan, Silav û Sorxwînê ye, ku bangawaziya serxwebûn û azadiyê bûn…
Ev car dengê lehengê Bîngolê, Hemze, Necmî, Çiya, Bager û Şervana ye, ku bûne bangawaziya serxwebûn û azadiyê ye.
Ev car ne dengê şerê navsera çiyayê Gabarê ye, ku daristan dihejandin,
Ev car ev dengê şerê bilindahiya zozanê Bandozê ye ku gihayan dihejîne…
Erê Firat te jî xwîna şêrîn ji rihê min kişand û tevlî ava xwe kir da ku bigihîne ava Dîcle.
Erê Firat te jî wek Dîcle ava xwe sorkir bi xwîna van egîdan
Erê Firat te jî wek Dîcle ji me girtin, ji ber çavê me da wendakirin, ew delal û şêrînên li ber dilê me.
Erê Firat te jî wek Dîcle weşand û bir, ew pêlê daristan û kulîlkê me
Erê Firat te jî wek Dîcle ew dengê bilbilî bir nava qîrê pêlê xwe
Erê Dîcle û Firat, biqîrin û bêjin ji mirovahiyê re, ew berxwedan û awaza van hevala
Bêjin we xweşikbûna çav û rûkeniya wan hevalan
Bêjin ji zarokê xwe re ew tirsa ku xistine dilê wan dijmin û neyara
Bêjin ji dora xwe re ew çirûskê ber devê çekê xwe firîn nav stêrkên asîmana
Bêjin wê dilpaqijî û bawerî ya wan a bi serkeftin û azadiyê
Erê jibîr neke Dîcle… Jibîr neke Firat!
Wan dengên jiyanê, wan dengên azadiyê…
Jibîr nekin wan xweşikbûnên cîhanê…..
Haki Mardin (Gabar)
- Ayrıntılar
Tişta ji bo rakirinê ji mirovan re herî zor tê, bêyî agahiya te di kêliya tu hêvî nekî de, piştî rêhevalekê xwe yê ku ji bo heman armancê tekoşînê didin, bîranînên xweş hêlana li pey xwe ye.
Lê belê hevalê Mazlum zorê bi serxist, ji hemû zorahiyan re sing vekir û bi vî rengî jî berdewam kirina tekoşîna xwe bi serxist. Pir deman bi dijmin re sing bi sing ma. Di bedena wî de bi dehan birîn vebûn. Lê belê baweriya xwe ya bi vê tekoşînê, tevî hemû birînên di bedena wî de hatîbû vekirin jî; hertimî di eniyên pêş de bi ser dijmin de çû.
Ji ber ku hevalê Mazlum her çiqasî mîna rêhevalekê gazî zorahiyan jî dikişand, hertimî di got; ‘‘dema ku tu ji dil de evîndarê vê tekoşînê be, ev ji bo te bes e ku tu xwe li ser lingan bigirî’’.
Girêdana xwe ya ji jiyanê re, girêdana xwe ya ji rêhevaltiyê re û girêdana xwe ya ji azadiyê re bi vî rengî dida îfade kirin. Hevalê Mazlum bi qasî dayîkekê ku ji zimanê zarokê xwe fêm dikir, ew qasî jî ji zimanê rêhevaltî û yê bindestiya gelê Kurdistanê fêm dikir.
Di pir deman de ji bo ku rêhevalên xwe rizgar bike, dibû pola û bi vî rengî jî xwe di avêt pêşiya guleyan. Yên li kêleka wî ji wî fêr bûn bi çi rengî mirov ji bo rêhevalên xwe canê xwe feda dike û jiyanê bi xurişiyê bi reng dike.
Ji bo rêhevalên xwe, yên hîna jî dibin bandoriya pergalê de xwe rizgar nekirî, bi tevlîbûna xwe ya partiyê re ji bo fêrî rastîya xwe bibe ji nû de gav bavêje, nakokiya derbas bike , di araziyekê tevlî hev de bi mejiyê xwe dibe şîverê ji bo wana.
Weke rehberekê di çar aliyên Kurdistanê de ji ziman û hestên lawên Kurd yên ku li hev kombûne fêm dikir. Çi kesên ku navê hevalê Mazlum dibihîstin di nava xirûşekê de diman. Hevalê Mazlum bi girêdana xwe ya ji xetê re wate dida jiyanê, nirx dida ji rêhevalên xwe re. Bi qerf, (şaka) wêrektî û ruhê xwe di hate nas kirin.
Ew bû rêhevalê ku xweşî û zorahiyê di yek kêliyê de jiyan dikir. Bi sekinandina xwe ya ku ji Kemal Pîr’an girti bû, mirovan bi bandor dikir. Di dilê her kesê de ciyekî giringi digirt. Weke a niha…
Bêyî li pişt xwe temaşe bike û bêyî bes bike, di şîverêyên bi lat yên Zagrosê de bibû lehengê bi ser xistina zoriyan. Di warê Egîd’an Botan a ku kelha berxwedaniyê ye; di pişt wî de hertimî çante û bi çek dimeşiya.
Hevalê Mazlum berê xwe dide Colemêrgê ango warê şehîdan Çiyareşkê. Ew xwezaya bi bedewiya xwe, bi xweşikbûna zozanên xwe, bi narin û nazikiya tovên ku ji nû de hewla pişkivînê didin û bi ava xwe ya sar ku hundirê mirovan diqerisîne tê nas kirin. Rêhevalê Mazlum ava sar ya Dehola vexwar û di gundê xwe yê ku cara yekemîn bû silav ji cîhanê re dida, dema ku mafê xwe diparast bi heft rêhevalên xwe re ji bo ku nekevin destê dijmin, bedena xwe de diteqînin û dawî li jiyana xwe tînin.
Di vê tekoşînê de her heşt rêhevalên ku jiyana xwe ji dest dan, bi vî rengî gihiştin azadiya xwe. Hevalê Mazlum jî tevî hemû zorahiyên ku jiyan kiriye, bawerî û girêdana xwe ya ji felsefeya Rêber Apo re xwe li ser lingan girt heya asta semyaniyê bi xwînê wergirt.
Weke ku Rêbertî jî dibêje; ‘Heqîqet Evîn e, Evîn Jiyana Azad e’, hevalê Mazlum jî bi evîna heqîqeta Rêber Apo re dawî li henaseya xwe anî.
Hîn duh bû em bi rêhevalê Mazlum re di yek kozikê de me şer dikir, nebûna rêhevalê Mazlum ya di navbera me de hêrsa me ya li himberî dijmin zêde dike. Lê em ê vê hêrsa xwe weke ku rêhevalê Mazlum dixwest, em ê bi xirûşa xwe ya jiyanê û bi azweriya xwe jiyanê dijmin vala derbixin.
Her çiqasî dijmin bixwaze me bi awayekê fizikî jî tine bike, em ê wê xirûşa xwe ya di beden de tê jiyan kirin, şewqdana li ser deruniya xwe bikin.
Soza me ya dawiyê jî, weke gerîlayên ku evîndarên azadiyê ne, em ê di çiyayên Kurdistanê de mîna rêhevalê Mazlum vî ruhî bidin jiyan kirin.
Şafak Yekbûn
- Ayrıntılar
Bêrîtana rengînî weke çûka çiyan ya 12 rengî, çawa di xwe de tevayî rengên xwezayê dicivîne û bi yekahengî, mirov li himber ciwaniya wê ya bê hempa matmayî dimîne. Ewqasî bi lez û bez tevdigere, weke sihrê, nahêle mirov ji ciwaniya wê têr bibe.
Dema Bêrîtan tê gotin, nizanim çima ew çûka 12 rengî tê bîra min. Rengîn bû, bi xwezayê re di nava ahengiyê de bû, xwe zû-zû nû dikir. Pir bi liv û tevger bû, mirov dikarî her carê di wê de aliyên nûtir bidîtana. Bi qasî ku şerker bû, ewasî jî hunermend bû, her wisa jî wêrek bû, jinek di milê derûnî de azad bû.
Bi giştî di mirovan de kêm û kurtî derdikevin û aliyên ne xweşik li gel yên xweşik bi cih dibin. Lê belê heval Bêrîtan bi qasî min pê re jiyan kir, ez tû caran jê zivêrnebûm û min tû taybetiyên wê yê neciwan nedît. Ew kesayetiyek kêm kêmasî dikir, lawaziyên wê kêm bûn, ji ber vê yekê jî pir dihate hezkirin û di karê xwe de her dem serkeftin bi dest dixist. Bi rastî jineke azad û xwezayî bû.
Piştî şehadeta wê, rojên ku derbas dibûn, hîn bêhtir di çavên min de mezin dibûn. Mîna entîkeyeke dîrokî, her ku kevin dibe ewqas bi nirx dibe. Ez bawerim mirov çiqas lê dikole tiştên hîn cuda ku qet derneketine holê dibîne di kesayeta heval Bêrîtan de.
Şerê wê, evîna wê ya mezin û bê sînor, têgeha wê ji jiyanê re, hêviya wê bi azadiyê û serkeftinê re, mirov dikare bi awayekî giştî û eşkere di helbesta wê ya bi navê “Gula min ” de bibîne. Kî bixwaze Bêrîtan nasbike; giring e, berî her tiştî helbestên wê bixwîne.
Bêrîtan di sala 1991 an de ji nava derdorek xwendevan-rewşenbîr û ji navçeyeke wek Koçgîrî tevlî refên gerîla dibe. Dibe ku tevlîbuna heval Berîtan di wan salan de zêde ne balkêş be. Ji ber ku di wan salan de hejmarek mezin ji xwendevan û rewşenbîran ji her çar hêlên Kurdistan ê tevlî refê şoreşa netewî dibûn. Di encama serhildanên gelêrî ku li bakûrê Kurdistan ê bi awayekî kûr destpêkiri bû û tevahiya gel rakiribû ser piyan. Gelo tiştê ku hevala Bêrîtan ji wan cuda kır, u Gulnaz Karataş kır Bêrîtan çi bû?
Navê wê yê yekemîn ya di nava refên gerîla de “ Binevş” bû. Piştre navê xwe digeherîne u dike Berîtan. Min jê pirs kir ka çima navê xwe kiriye Bêritan? Beritan wiha bersiv da:“ Bêrîtan li Dêrsimê navê eşîrekêye û dibe ku ez bi xwe jî ji wê eşîrê bim”. Heval Bêrîtan, bi guhertina navê xwe, gava yekemîn avêt, di azadiya bîr û bawerî de. Wê hêza hilbijartina azad da nîşandan. Dibe ku pir kesan navê wê li xwe kirin, lê ez bawerim ew yek bû û ducar nabe.
Bavê heval Bêrîtan xwedî malbatek bi zarok bûye û ji aliyê madî de hejar bûye. Mûçexur bûye li ba dewletê. Tevî hêjariya xwe bavê wê, heval Bêritan daye xwendin u tiştekê wê kêm nehîştiye. Bêrîtan jî, ji ber ku elewî bû, di hêlên sosyal de vekirî û têkilîdar bû. Têkiliyên wê bi giranî di gel kesên rewşenbîr û entelektuel hebûye. Ev taybetmendiya li gel heval Bêrîtan, bingeheke xurt a çandî û hunerî avakiri bû. Ew ne jinek asayi bû. Xwedî armanc, hêvî û bawerî bû. Ew ji deriyekî berfireh ve ketibû nava tekoşîna jiyanê. Li zanîngehê ketibu nav têkîlîya evînî bi hevalekî xwe yê zanîngehê re. Lê dema PKK’ê nas dike, her du bi hev re tevlî refên şoreşê dibin. Wê, ji hevalê xwe pir hezdikir, lê dizanîbû çawa hezkirina xwe mezin bike. Dema soz û biryara xwe ya Partîbûnê da ji wê gavê û pê ve xiyanet bi evîna xwe nekir. Di nameyek xwe de ji hevalê xwe re wiha dinivîse; “ ez ji te pir hezdikim, lê li min bibûre, ez ji welatê xwe û Partiya xwe ji te bêtir hezdikim.” Wê ji ber ku rast hezdikir û pîvanê hezkirina xwe danî bû,ji ber hezkirina xwe fedî nedikir, ji bo wê jî hestên xwe bi eşkereyî dianî ser ziman. Tenê ên ku rast hezdikin dikarin evîna xwe mezin bikin. Li gel wê jî asta tekoşîna xwe bilind dikin. Heval Bêrîtan di helbestên xwe de evîna xwe dide der. Di helbesta “Gula min” de ku bi zimanê Tirkî nivîsîye, pir baş diyardike, ew çendî bi evîna xwe ve girêdayî ye. Lê ya balkêş li gel heval Bêrîtan ew bi xwe rêzana evîna xwe bû, ew azad bû û bi tekoşînê evîna xwe mezin dikir. Ji yekîtiya azad şerm nedikir. Di evîneke wiha de tenê xweşikbûn û payebilindî heye, jiyan bi evîneke weha bi gul dibe. Bêrîtan gula evîna xwe bû, gula xwe bi rengê tekoşînê sor kiribû.
Bi hestên xwe yê neteweyî yê ji nijadperestiyê dûr, dikarî tevayî beşên Kurdistan ê himbêz bikirana. Vê rastiyê di têkiliyên xwe de jî pêk dianî. Heval Bêrîtan, her dem li pêş di ramiya. Di fedekariya xwe de û di wêrekiya xwe de bêhempa bû, destê xwe davêt çi karî bi ser dixist. Wê xwe bi çiyan re kiribû yek û bibû evîndarê çiyan. Tenê kesê xwedî hezkirinên mezin, evînên mezin dikarin ewqas çalak, zindî u cangorî bin. Hezkirin û welatparêziya wê dibûn sedem ku zû fêrî tiştan bibe. Tevî ku qet Kurmancî nedizanî, di demek kurt de xwe fêrî zimanê Kurdî kir. Di karên piratîk de jî xwe li paş nedihîşt, di pêşya hemû kesan de bû.
Di zivistana 91-92 an de cihê xwe di xebata ragihandinê de girt, wê demê bîroya ragihindinê di bingeha Biryargeha Partî ya duwemîn li Xakûrkê hatibû sazkirin û (2) kovar dihatin weşandin. Kovara “Dengê Gerîla” ji hêla şaxê jinan ve dihate weşandin. Heval Bêrîtan cihê xwe di rêvebiriya beşa çapemeniyê de digirt. Di karê ragihandinê de jî bi awayekî afiranderî zîrektiya xwe dida diyarkirin. Di nivîsên wê de zelaliya ramanên wê yên bîrdozî, her weha têgihiştina wê ji rêbaza Serokatî û Partiyê re xweş diyar dibû. Di wan salan de hîna rastiya cins çiye ne çiye nehatibû naskirin, her weha hevalên jin tevlî tekoşîna giştî dibûn, lê hîna wate nedidan şoreşa civakî û tekoşîna cinsî. Jinan ji hev heznedikir, pîvanên kevneperest yên civakê hê jî di nava refên şoreşê de berbelavbûn. Sekna heval Berîtan lı pêşiya paşverutiyê helwestek bû. Heval Bêrîtan bi ziman tiştek ne gotana jî, bi jiyana xwe her tim dibû hêza rexneyê li peşiya paşverutiyê. Ev rewş hem dibû sedema nakokiyên mezin, hem jî dibû sedema pêşketinên mezin. Heval Bêrîtan li hember tevayî hewildanên dervayî rêbaza Partiyê diket nava tekoşînê, di kesayetiya xwe de taybetmendiyên milîtaniyê pêk dianî. Ew di tekoşîna çinayetî de tim li pêş bû û teslîm ne dibû. Wê azadiya xwe ya hundurîn bi pîvanên Partiyê yên azadiyê re nû dikir û hêza berxwedanê wisa ji xwe re peyda dikir.
Heval Berîtan wate dida tevayî bûyeran; dûr û dirêj difikirî, pêşbîniya wê jî bi pêşeroja azadiyê ve girêdayî bi hêz bû, bi rojên weke îro bawer dikir ku şefeqa azadiya welatê me dabigre. Di helbestên xwe de jî baweriya xwe bi vê yekê re diyar kiribû. Di helbestek xwe de wiha dibêje:
Ez bi qasî zereyekê, ji mirinê natirsim û mirin li min zor nayê lê belê ...!! temaşake li van çiyayên noqbûyî di nava şefaqê de tenê ji bo em kêliyekê bi hev re li wan temaşakin ez naxwazim bimrim.
Di salên 91-92 an de hêjmara jinên gerîla di nava şoreşê de her diçu zêdetir dibû. Di wan deman de artêşbûna jinê hîn nû bû, jin hîna bi temamî nehatibu asta artêşbûn u partîbûnê. Serok Apo nirxek pir mezin dida artêşbûna jinê. Hewl dida ku artêşbuna jinê pêş bixe. Ji ber wê jî hertim bangên serok çêdibun ji bo tevlîbuna jinan. Li gel hemû hewladanên serok, hîn kesên paşvrû dixwestin jin di rewşa xwe ya kevin de bimîne u pêş nekeve. Ji ber vê jî, çi ji destê wan bihatana dikirin.
Li Amedê hejmarek mezin jinan ji nava artêşê hatin avêtin, her wiha ji bo ku nehatin rêxistin kirin û perwerdekirin pir ji wan ketin destê dijmin, pir ji wan jî ku namzetê tevlêbûna tekoşîna rizgarıyê bun, bê beş man û nehatin wergirtin. Ev pratîka tunekirinê bi destê Şemdin Saqiq ve pêş ket. Wî digot; jin bargiraniya artêşê ne. Bê guman ew pratîk bi giştî li dijî hewildanên Serokê netewî bûn û bi armanca vala derxistina kedên wî bûn.
Di heman demê de li navça Xakûrkê ku biryargeha Partiyê ya duwemîn li wir bi cih bibû, hewildanên wekî ên Şemdîn dihatin kirin. Nêzîkatiyên ku ji aliyê van kesan ve dihatin kirin ji nêzîkatiyên civaka paşveru ne cuda bû. Her çendî jin di metirsiya van nêzîkatiyên paşverû de bi giştî tênedigihiştin jî jinên têgihiştî dikarîbûn rastiya bidîtana. Ên ku van rastiyan didîtin, hewl didan ku li hember van nêzîkatiyên paşveru têbikoşin u wan bê bandor bihêlin. Çawa tekoşîna çekdarî bi armanca rakirina biryara mandelkirinê li ser doza kurda bû, her weha jî tevlêbûna jinê ji tekoşîna çekdarî re ji bo rakirina mandelkirinê li ser mafê jinê bû. Jin êdî di van bîr û baweriya de têgihişt û tekoşînek bilind diyarkir ji bo xwe ispat bike. Li hemberi nêzîkatiyên zilamê serdest, jinê xwe ji her mili perwerde dikir u bi vî awayî dibû xwedî seknek bi hêz. Heval Bêrîtan jî yek ji wan jinên rêber bû, ku berî tevayî jinan behna metirsiyê girt, pilanên li ser tekoşîna azadiya jinê digerin fêmkir u li dijî wê ket nava hewildanên bê hempa, da ku bide pejirandin ew dikare tevlî şer bibe. Her roj heval Bêrîtan ezmûnên xwe li pêşdixist, xwe fêrî tevayî pedîviyên leşkerî dikir. Wê bawerî da partiyê û xwe da pejirandin. Cara yekem bû wê tevayî bendên ku li pêş jinan hatibûn danîn hilweşand. Li meydana şer bi her awayî ji bo bi çespîne ku jin dikare bi serkeftin şerbike, dida bawerkirin. Hezkirin li hevhatin, yekbûn û hevaltî, nav û nîşana wê grûpê bû.
Di hemu çalakiyên xwe de bi serkeftin bûn. Li ser tevayî çekan hakim bûn û wan bi kar dianîn. Di meydana şer de jî perwerda xwe didomandin. Bi vî awayî ew grûp bû tovê artêşbûna jinê. Êdî ew gav bû bingehek ji bo belavkirina wê çandê li her deverekê welêt. Heval Bêrîtan bi hest û giyana xwe ya berpirsyariyê rêbertî ji vê pêngavê re kir. Bi başdarbûna grûpê ji çalakiya “Rûbarûkê” re, xebat gihişt lûtka xwe. Di wê çalakiyê de heval Bêrîtan bi xwe di refên pêş ên di êrîşê de cih digirt. Birîndariya wê, di çalakiyê de wê xistibû nava hestekî pir bilind de. Mîna evîndarek di roja cejna evindaran de gulek sor diyarî bigre. Wê weha ji birîna ser rûyê xwe coş digirt û pê serbilind dibû. Hîn xwîna li ser birîna heval Berîtan û hevalên wê zuha ne bibû, bi hezaran pêşmerge yên PDK û YNK bi hevkariya artêşa dewleta Tirk u Emerikayê, pilangeriyek mezin li darxistin. Armanca vê pilangeriyê, ji holê rakirina gerîla u zextkirina gelê kurd bû. Navê çalakiya ku Emerîka û Îsrail jî bi awayekî neyenî tê de cih girtibû, kiribûn “sandawîç” yanî wê hêzên gerîlla dorpêç bikirina û tunebikirana. Ji hemû aliyan ve leşker û pêşmerge dihatin, agir ji top û firokan dibariya. Gerîla ketin nava şerê man û nemanê. Gerîla hemû li berxwedan, lê berxwedana jinan pir cuda û balkêş bû. Wan ji zilaman bêtir wêrekî û mêrxasî dan diyarkirin. Li tevayî meydanan gerîlayên jin hunerek û afîrandineke bê hempa dan nîşandan. Jin bi vî awayî da nîşandan ku ew di arteşê de ne bargiraniye, hêza serkeftinê ye. Heta gihîşt wê radeyê ku berpirsên eniyan bi bê têlan bangî hevdikirin û dixwestin deh zilaman bi jinekê biguherînin.
Her çendî ku Heval Bêrîtan ji gelek cihên xwe birindar bibû jî, pir dixwest ku tevlî çalakiyan bibe. Hingî xwe sepand ku êdî heval nedikarîn pêşiya wê bigrin. Û di dawiyê de xwesteka heval Bêrîtan pêk hat u bi wî halê xwe tevlî çalakiyê bû. Wê di nav şer de berpirsiyariya eniya Lolanê kir û şerekê dijwar li darxist, li himber hêzên xiyanetkar. Eniya wê bi berxwedana xwe bala hêzên li himber jî kişand. Bi rojan şereke pir dijwar tê dayîn. Êdî cepxaneya gerîlayan ber bi xelasbûnê ve diçe. Hêzên dijber çawa vê rewşê ferq dikin, hemû hêza xwe ber bi wî milî ve dibin. Dixwazin eniya ku heval Bêrîtan lê ye, hilweşînin. Li hember vê yekê Heval Bêrîtan tevayî hevalan paş de dide kişandin û ew bi xwe parastina wan dike. Dema mecala wê ya paşdegişandinê namîne, dijmin pir nêzîkê wê dibin û bang dikin u dibêjin:“teslîm bibe.” Heval Bêrîtan bi dengekî tund, bi hêz û bi bawerî bersivê dide wan û dibêje; “PKK teslîm nabe, yê teslîm bibe ketxwarî, paşverûtî û xiyanetkarî ye.” Û piştî van gotinan xwe ji serê zinarek bilind davêje xwar. Dema pêşmerge dengê jinekê dibihîzin wêrek dibin û êrîşên xwe tund dikin. Lê dema bersiva heval Bêrîtan û ne teslîmbûna wê dibînin, li hemberî rastiya qehramanîya wê de dikevin nava şermeke mezin û ji ber zilamtiya xwe fedî dikin. Qahremaniya ku heval Bêrîtan nîşanî wan kir, hişt ku pir ji wan di meydana şer de soza çek berdanê bidin. Ji ber xiyaneta xwe şerimkirin û sondxwarin êdî nebin çetê dijminan. Êdî çîroka qehramantiya heval Bêrîtan li ser devê pêşmergan bi xwe li tevayî deverên Başûrê Kurdistan ê belav bû û bi sedan xort û keçên Başûr tevlî refê şoreşa netewî bûn.
Bi qîrîna heval Bêrîtan re xiyanet û paşverûtî hate darizandin û rûyê wan ê reş hate eşkerekirin ji tevayî gelê Kurd re. Wê bi çalakiya xwe zaboqek (vîracek)nû di şoreşa netewî de vekir û asta mîlîtaniya PKK’ê bilindkir. Bû nûnera rêbaza Sarokatî û di kesayetiya xwe de bi ser xist. Heval Bêrîtan di raporeke xwe de ku di bihara sala 1992 an de ji Serokatî re nivîsî bû de, diyarkiribû ku ew dixwazê romana Serokatî binivîse. Tê zanîn romanivîsîn hêzeke mezin, wêrekî, xeyal û wêjevaniyeke bilind dixwaze. Biryara nivîsandina romana Serokatiyê dayîn ne karekî hêsan e. Heval Bêrîtan wê hêzê di xwe de didît, ku romana serok binîvisîne. Wêrekiya wê ji pêkariya wê dihat, ew wêjevan û helbestvanek bi hêz bû. Û ez di wê baweriyê de me ku ew saxbana wê soza xwe bi awayekî afirandî pêk baniya.
Wê xwe bi şehîdên dozê re kiribû yek û di rêya wan de bi israr û bi bawerî diçû. Di helbestek xwe de ku girêdana xwe bi şehîdan re dide nîşandan dibêje:
Ev dila hatiye hûnandin Li gel keziyên Koçerînê yê çil gulî Destên min Bêrîvanin Wekî Egît diçizirim çiyan Wekî Delîl dikevim nava pêkdadanê Û Mezlûmê sê darikên kibrîtê me Ez çend giyanên nûhatî ji hinavê xwe dizêm. Di her pêkdadanê de ez ya li pêşim Ez ji nû de dizêm bi tilîlîyan re Wek Ferhat....wek Mehmûd Bedena min dişewite.
Di nava germiya cengê de me nikarî em wateya qehremaniya heval Bêrîtan nas bikin. Lê belê piştî paş de kişandina hêzên gerîla ji qampa Zelê re li Başûrê Kurdistanê, tevayî heval ketin nava xemgîniyek mezin. Her ku rastiya şehadeta Bêrîtanê derdixistin zanebûnê, ewqasî pê bandor dibûn. Mîna birînek pir xedar û kûr di hinavê gerîlayan de vebû. Birîn di axivî û jana wê em çember dikirin. Qîrîna Bêrîtan ya li himberî xiyanetê, weke zengilekî deng vedida di mejî, wijdan û dilên me de û êdî di cergê xaka Kurdistan ê de bi sedan Bêrîtan vejiyan. Piştî agirbestê û piştî şehadeta heval Bêrîtan bi heyvekê di 22-23 heyva Mijdara 92 yan de min du helbest ji bo bîranîna şehadeta wê nivîsand. Di sala 93 yan de di kovara “jina serbilind” de hatin weşandin, her wiha hatin awazkirin ji hêla hunermend û komên hunerî li Kurdistan û Ewropa yê. Her weha di berhevoka min ya helbestan de ya bi navê (Zenglên Hevgihînê) de hatiye weşandin. JI BO ŞEHÎDA ŞEHÎDAN
BÊRÎTAN Mîna awazê jiyanê wekî şivanekî hozan xwezayê distrê û di kûraniya damarên nêdar bi xwînê jiyan bi kela xwe dijî ey Bêrîtana min ey bêrîvana gulperî min te naskirî û jiyankirî pêleke torebûyî di rûçkê faiştan de mawzerek bûyî amade bo yî lêdanê di sînga birakujan de
* * * Te xwe bi şer ciwan kir û tu mezin buyî û em mezin bûn bi te her yek ji me digere li şefeqê yan wê sazdike te ew sazkir bi tivingê bi xwînê
* * * Dema ji çeperekê xwe davêt çeperek din di asoyê azadiyê yê kesk û sor û zer de nîşana serkeftinê xêzdikir û eniyek vedikir di dilê enyakê de Bi pencên xwîna erxewanî perda ser çavê xiyanetê çirand ew reşkir bi rengê reşqelekê û bi wan pencan xiyanet darizand
* * * Bi bêdengiya gulla xiniz re her tişt bi dawî dibe gulle sar dibe û dimre destê kuştkar her mirî ji dayik çêbûye lê Bêrîtana min xwediya bîst û du biharan her dijî gulek di dilê çiyê de bi her lêdanên dilên me re di damarên gel de tîrêjek ji yên şefeqê yê sor pertewek vêketî di mala tariyê de û wekî bêhna nanê germ li her kolanên welatê min belav dibe belav dibe.
Başûrê Kurdistanê ( Zelê )
- Ayrıntılar
Bêrîtan di cihê xwe de req bûbû û bi baldariyeke mezin li dayîka xwe guhdarî dikir. Di cîhana xeyalan de bû, tiştên ku dibihîstin ew şaş dikirin. Wekî ku temaşeyî fîlmekî dikir. Gelekî pirs di mêjiyê wê yê zarok de diçûn û dihatin. Gotinên nû dibihîst ji devê diya xwe. Çavên wê diçûn û dihatin mîna ku ji wê kuna xwe ya biçûk aciz bin. Dixwest ber bi ezmanan ve bifire. Bêrîtanê ji bo ku çokên xwe yên ji heyecanê dilerizîn, ji dayika xwe veşêre, destê xwe danî ser û bi dil û can li dayîka xwe guhdarî kir.
Dayika li ber giriyê bi dengekî ku ji kûrahiya dil dihat, digot: “ Wê rojê destanek nû dihat nivîsandin li Lelîkanê. Ew roja Lelîkan bi tîpên zêrîn diket nav dîroka berxwedana mirovahiyê. Dîsa jinek qehreman bû, nivîskarê dîroka berxwedan û azadiyê.
Li ser lutkeya zinarekî reş û mezin bû. Li paş wê Çiyayê Şekîf, li biniya wê Dola Çil û çaran hebû. Beriya demekî 44 çar hevalên wê şehîd ketibûn li wê dolê. Perçeyek mezin ji dilê wê qut bûbû. Lê di pêçandina birînan de hosta bû. Ew, roj pir asê bûn hemû çiyayên Xakurkê. Bûbûn mertal li beramberî îxanetê.
Guleyên di çeka wê de xelas bûbûn. Bi guleyên xwe yên heyî hevalên xwe parastibû. Tenê ew, çeka wê ya bêgule, çiyayên asê ên Xakurkê û dilê wê yê ku ji bo azadiyê lêdida mabûn. Ev çend roj bû di pevçûnê de bûn. Şerê Başûr bi hemû dijwariya xwe berdewam dikir. Bêrîtan heta niha gelek caran ketibu pevçûnan. Gelek caran ji gelek cihên bedena xwe jî birîndar bûbû. Lê vê carê tişta ku zora wê dibir, ew bû ku yên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê belê tevî ku vê yekê zora wê dibir jî Bêrîtan bi biryar bû ku di vî şerî de bi ser bikeve. Ji ber ku heta niha tevgerên azadîxwaz ên kurdan ji ber îxanatên hundirîn têk çûbûn. Dîroka kurdan bi îxanetên bi vî awayî ve tijî bûn. Bêrîtan vê carê bi biryar bû ku, li hemberî îxaneta kurdan bi serbikeve. Diviya dîrok vê carê dubare nebûya. Diviya berxwedanê îxanet têk bibira.
Dengê pêşmergeyên birakuj ên PDK u YNK’ê her ku diçû ji nêztir dibû. Du hestên cuda xemgînî û kêfxweşî bi hev re ketin dilê Bêrîtanê.
Xemgîn bû... Ji ber ku carek be jî serokê xwe ji nêz ve nedîtibû. Carek be jî ew hembêz nekiribû û bi heskirineke mezin maçî nekiribû. Ev bê edaletiyeke mezin bû. Xeyala wê ya herî mezin carekî be jî dîtina Roja Pîroz bû.
Xemgîn bû... ji ber ku ên li hemberî wê şer dikirin kurd bûn. Lê ji bo berjewendiyên biçûk û malbatî birayên xwe firotibûn û çek hilgirtibûn li dijî wan.
Keyfxweş bû.. ji ber ku bi şerê xwe yê azadiyê xweşik bûbû. Keça herî xweşik a cîhanê bû êdî. A li ser ruyê wê ne şopa gule, belku destegulek bû ji nav bexçeyê azadiyê. Kêfxweş bû.. ji ber ku heta dawiyê li ber xwe dabû. Neketibû destê îxanetkar û birakûjan.
Bi aramîyek mezin liviya ji cihê xwe û rabû ser piyan. Destpêkê çeka xwe ya azadiyê ku ev çend roj bû bûbû parêzvanê wê yê herî mezin şikand ji bo nekeve destên qirêj ên îxanetkaran.
Êdî li pêşberî hev bûn. Komek cerdewanên dilpasgirtî wekî ku serkeftinek mezin bi dest xistine temaşeyî Bêrîtanê dikirin. Haya wan ji tiştên berî biqewimin tunebû. Digotin qey her tişt xelas bûye û îhanet gihîştiye armanca xwe. Bêrîtana ku ji rû, mil û sînga xwe birîndar bibû bi tevgerek xurt û jixwe bawer derket ji mewzîya xwe. Cara yekê bû, ew qas nêzî azadiyê bûbû. Azadî tenê bi qasî gavek biçûk durî wê bû. Çavên wê ne li pêşmergeyên çavsor bû. Çavên wê, peşmergeyên birakuj, guhên wê bangên ji bo teslîmbuyînê nedibihîstin. Berxwedan û mirin di tama azadiyê de bûn, di riya armancên pîroz de. Bêrîtan bi biryar bû ku ew navbera bi qasî gaveke biçûk ya di navbera xwe û azadiyê de ye, ji holê rabike.
Hemû jiyana wê wekî şerîdeke fîlmê ji be çavên wê re derbas bûn. Heta wê demê qet bawer nedikir ku di bêhna dawî de hemû jiyana derbasbuyî, hêvî, bêrîkirin,armanc û hwd. ji ber çavên mirovan derbas bibin. Lê rast bû. Bêrîtan di carekî de çû, Dêrsîm û Çewlikê. Keçeke biçûk a Dêrsîmê bû. Lê di sala 1971’î de li Çewlikê hatibû dinê u li wir mezin bûbû. Di sala 1989`an de li zanîngeha Stenbolê fakulteya Zanistî û Bazirganî beşa îngilizî dest bi xwendinê kiribû. Di newroza heman salê de fêr bûbu ku ew jî keçeke kurd e. Di tevahiya jiyana xwe de miroveke serkeftî bû. Tu tiştekê ku wê dest avêtiyê nêvî nemabû heta niha. Di jiyanê de çalak û bêhempa bû. Ji biçûkatiya xwe heta ku beşdarî nav refên PKK bibe jî ew wisa berdewam kiribû. Di sala 1990’î de bi destgirtiyê xwe re beşdarî refên gerîla bibû û di cotmeha sala 1992’yan de jî beşdarî şerê Başûr bûbû.
Li ser zinarekî reş û mezin bû niha, carekî de gotina wê ya ku beriya beşdarî nav refên PKK bibe ji diya xwe re gotibû hate bîra wê. Dema biryara beşdariya wê bihîst diya wê dest bi giriyê kiribû. Bêrîtanê serê xwe rakir û bi awayekî ji xwe bawer got: Dayê negrî, tiştek bi min nayê. Ger rojekî ez pir tengezar bibim ji bo ku ez nekevim destê dijmin ezê xwe ji zinaran bavêjim û bi destê xwe dawî li jiyana xwe bînim. Ez nahêlim ku destê wanê qirêj bi min bikeve.”
Bêrîtan li wê gotina xwe xwedî derket.. Ji bo ku nekeve destê peşmergeyên birakuj, gava dawî ya azadiyê jî bi serkeftî avêt. Di wê demê de erd û ezman gihîştin hev, çiyayên Xakurkê rabûn dîlana azadiyê. Bêrîtan bû tovê azadî û berxwedanê û ket nav dilê xaka Kurdistanê. Bêrîtanek çû lê bi hezaran Bêrîtanên din hatin dinê.
Belê, piştî 12 salan 25’ê cotmeha sala 2004’an de dayikek kurd ji keça xwe ya 12 Salî ya bi navê Bêrîtan re wiha vedigot qehremaniya Bêrîtanê ango Gulnaz Karataşê. Dayikek kurd wiha vedibêje Bêrîtanê.
Lê ez... ezê çawa qala Bêrîtanê bikim. Pênûsa di destê min de wê hestên di dilê min de çawa xêz bike li ser kaxiza spî. Ez nizanim dê pênûsa min şiklekî bi çi awayî bide vê kaxeza bêwate. Beriya du salan di nameyeke xwe ya ji bo Serok Apo de min gotibû: “ma mirov çawa dikare rojê, ji “Rojê” re vebêje.” Kesek nikare rojê ji Rojê re bi hemû aliyên wê vebêje. Ji ber ku roj jînê dide, germ dike, dişewitîne, ronî dike, tê hîskirin, lê nayê vegotin.
Vê carê difikirim ma gelo mirov dikare tîrêjên rojê vebêje. Ew tîrêjên ku jînê didin can û axa me, tarîtiyan parçe dikin, ronahiyê didin rûyê erdê û ronahiya çavên me...
Bêrîtan... fermandarek jin a leşkerî.... helbestvanek û evîndara azadiyê... Têkoşera rizgariyê. Rêwiya riya azadiyê. Lêgera dîroka windabûyî. Jineke berxwedêr û dijbera xiyanetê. Belê Bêrîtan, di 12. salvegera çalakiya te ya li dijî îxanetê de vegotina te u çalakiya te gelekî zehmet e.
Bêrîtan... Xezala nav baxçeyê azadiyê, awirên reş ên îxanetê qet kêm nebûn ji asîmanên Kurdistanê. Dîroka reş a Kurdistanê dîsa dubare dike hemû qirêjahiya xwe.
Lingên neyar u îxanetkaran dîsa dixwazin bipelçiqînin gulên azadiyê.
Dizanim, encax ligel bicihanîn û piratîk-kirina xeyalên te dikarim bibim bersiv ji bo bîranîna te.
Dîsa ev helbesta te zeng dide di mêjiyê min de:
“Ma ne em in, yên ji bo têrbûnê erdên birçî dikêlin?
Ma ne em in, yên ji bo xweşikbûnê şerên kirêt dimeşînin?
Ma ne em in, yên li bin siya lûleyên sîlehan eşq û di behra mirinê de dostanî danîn?
Ji lewra êdî mirin natirsîne,
Ji lewra paşeroj nêzîk e,
Ma ne em in, yên ha îro ha sibê bigihîjinê?”
Belê Bêrîtan em in yên ku ji bo bedewiyê şer dikin û bi şerê xwe bedew u xweşik dibin.
Û paşeroja azad li benda me ye.
- Ayrıntılar
Ji serokatiya partiyê re!
Nav-Paşnav: Güler OTAÇ
Navê Şoreşgerî: Bermal
Cih û dîroka dayîkbûnê: Gundê Yolağız / Batman, Saşa1967
Dîroka tevlêbûna têkoşînê:1988, Batman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 29 Cotmeh. 1996, Navenda Bajarê Sîwas’ê Çalakiya Fedayî.
Serokê min ê hêja, ez dixwazin di destpêaka rapora xwe de xwe bidim nas kirin û hinek jî behsa dema borî bikim. Ez di sala 1967'an de li gundê Yolağı'yê ku girêdayiyê Batman ye hatime dunyayê. Navê min ê rastî Guler Otaç e. Rewşa malbata min ji aliyê aborî ve normal e û ji berê ve malbateke welatparêz îi demokrat e. Ji ber vê yekê, min ji biçûkatiya xwe ve hişyarbûn û zanabûna netewî ji malbata xwe girt û hîn bûn.
Di nav salen 1987-1988 an de ez ketim nav xebata partiyê. Ez di sala 1989'an de li Amedê hatim girtin. Piştî demeke hatim berdan. Di vê demê de, di bin tehdîtên kontr gerîla de min xebata xwe domand. Ji ber sedemên aborî di sala 1989'an de di fabrîkayeke tekelê de min dest bi kar kir. Nêzîkî çar salan min li wir kar kir û piştre rewşa min ji aliyê polîs ve dîyar bû û ez ji herêmê derketim. Di wê demê de birayê min ê mezin Fakir Kodad û pismamê min Çetîn Ababay ji aliyê kontr gerîla ve hatin şehîd kirin. Ez jî di bin tehdîdeke dijwar de mam. Min biryara xwe da û di Nîsana 1993'an de li eyaleta Garzanê beşdarê nav refên gerîla bûm. Ji wir hevalan ji bo xebata nav gel, ez şandim bajarê Edenê. Di Tebaxa 1995'an de, ez dîsa çûm herêma Dersimê û beşdarê nav refên gerîla bûm. Dema min barbariya dijmin ya bê sînor li dij gelê xwe dît, kîn û nefreta min hezar carî zêde û tûjtir bû. Ji bo bersivdana polîtîka dijmin a îmhakar û kîn û nefreta gelê me ya hezar salan ez bînim zintêt~ îi têkoşîna me ya bi mafdar bi dumyayê bidim nas kirin, min pêwîstiya çalakiyeke întîharî dît.
Ez ancax dikarim bi çalakiyeke weha girêdayîn û se deqeta xwe ya li hember gel, partî û serokatiyê bidim îfade kirin.
Serokê min ê heja; ev gelê min ê ku ji hezar salan vir de ye, di bin zordarî û çawsandineke dijwar û giran de ye, her çiqasî dereng be jî, xwediyê hebûneke wek serokatiya we, ji wan re şanseke mezin e. Ji ber vê yekê jîyari û dîroka we ya heyî, ji bo dijmin ne carek, hezar carî mirin e. Yê ku heta dawiyê îdeolojiya sosyalîst temsîl dike û rastiya wê diparêze dîsa hûn in. Ev şerekî weha ye ku heta dawiyê li dij pîsîtî û bê heqîyê û însanetiyê ye. Hêjabûna we jî, ji vir derdikeve holê û tu kes nikare vê yekê bi qasî gelê Kurditanê vekirî û zelal bibîne û fêm bike. Hebûn îi derketina we, vejandin û jîyandina gelê Kurdiştanê ye. Heta îro jina Kurd him ji alïyê çarçoveya fikirên feodalî Ci him jî ji aliyê sîstema dijminên dagîrker ve bûbû kole û belengaz. Bi saya têkoşîna we îro jina Kurd gehîştiye azadiya xwe. Heger îro jina Kurd bi awayekî din him li dij hêzên dagîrker û him jî li dij hêzên paşverii têkoşîneke bê hempa dide, ev jî, ji çarçove û perspektiva serokatiya we tê. Jina ku dixwaze wek însan bijî, dixwaze şerefa xwe biparêze, enerjî û baweriya xwe divê ji we bigire.
Serokê min ê hêja; ez hemû hêz û hebûna xwe, ji gelê xwe re bikim gorî jî, dîså li he.mber ked û xebata we ne tu tişt e. Xwezî ji bo vê têkoşîna pîroz ji can û laşê min hêjatir tiştekî rnin ê din jî hebûya û min bidan. Daxwaza min a herî mezin. yek jê ew bû ku min ji perwerdeya we ya pîroz par û kelk bigirtan. Mixabin ji bo min îmkaneke weha çênebû. Lê, bi talîmat û perspektîvên we, min tim xwe nêzîkî we hîs kir. Ji bo we şanaziyeke mezin e ku di bin serokatiya we de, bi hezaran kes çavên xwe ji mirinê nakutin û xwe di vê rê de feda dikin. Em xwediyê serokatiyekî weha ne ku li dij neheqî û zordariyê, li hember dijminekî herî xedar û dijwar ku li darê dunyayê nehatiye dîtin,şer dikin.
Ji hemû kesên nîştîmanperwer, şoreşger û demokrat re !
Gelê min ê dilovan, ez wek keçeke Kurd ji nav we derketim, bi kul û keserên we baş dizanim, ji ber wê yekê min di nav têkoşînê de cîhê xwe girt. Ez wek zaroka gelê ku heta îro hebûna wî hatiye înkar kirin, zordestî û çewsandin dîtiye, biçûk hatiye dîtin, ji bo sedeqat û girêdana gelê xwe, ez xwe ji vê wezîfeyî re amade dibînim. Di kûrahî û dûrahiya dîrokê de, li lvember daxwazên gelê Kurdên ji bo jîyanê yên herî biçûk û mafdar tim zordestî, zixt û çewsandin hatine kirin û bersivên komelkujî hatine dayîn. Komara Tirkiyê ya faşîst tehamûlê axavtina zimanê me nake. Di vî warî de jî, polîtîka xwe ya dijwar pêk tîne. Îro jî jin, zarok nabêje li her aliyê welatê me însanên me di êşkence û kotekande derbas dike û bi awayeki vekirî însanên me li meydanan dikuje. Ew dixwaze bi komelkujî û jenosîdê gelê me ji holê rake.
Ew axa mirî ya ku bi salan e reşandine ser gelê Kurd, bi awayekî dîrokî û şoreşgerî PKK û serok Apo wê yekê qebûl nekirin û sîstema wê ji binîve hejandin. Tovên wê li çiya, deşt, gund, bajar, dibistan û li girtîgehan her ku çû zîlda û şîn bû. Di dîrokê de cara yekem gelê Kurdistanê xwe nas kiriye û êdî xwediyê baweriyeke xurt e. Dijmin ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yckê, vî şerî hebûna me bi cîhanê da nasandin. Bi milyonan însanên Kurd bi şeref û serbilindî, bi ciwan, jin, mêr, kal û pîrên xwe ve beşdarên şer bûn û dibin. Heger ev şer têk here, êdî di dîrokê de carekê din bi navê Kurd kesekî li ruyê erdê narnîne. Dijmin dixwaze bi carekê de, me hemûyan ji navê rake. Di demeke weha de, li hember dijminê barbar, pêwîst e ku em bi baweriyeke mezin li ber xwe bidin û têbikoşin. Pêwîst e ku em hêza xwe ji serok Apo bigirin û li hember vî dijminê barbar şer bikin.
Gelê min ê hêja, di kûrahî û dûrahiya dîrokê de car caran em di bin bandora çînên serdest de mane û jîyane. Hemû mafên mirovahiyê ji destên me hatine standin an jî girtin. Ji derî rondikên çavan tişteke din li paş nemaye. Ji derî zincîrê koletiyê tu tişt ji me re layîq nedîtine. We bi hezaran zarokên xwe di riya vê têkoşînê de şehîd dane. Di demeke weha de wek keçeke we min biryar da ku kîn û întîqama xwe di laşê xwe de bikim bombayek û di nav dijmin de biteqînim. Ez dikarim li hember gelê xwe vê wezîfeya xwe bi cih bînim. Heger ku tiştekî me tune be em bidin vê têkşîna pîroz, em dikarin bi bawerî laşê xwe û ruhê xwe yê êrîşkar bikine bomba û bi ser dijmin ve biteqînin. Ew bawerî, baweriya bi gel e. Ew bawerî, baweriya partiya PKK û serokê wê yê pîroz e. Heger mirov bibe xwediyê. vê baweriyê, êdî tu asteng û kosp nikarin li pêş mirov rawestin. Ji şer revîn, da nîşandin ku di dîrokê de tu serkeftin bi destê me neketiye û ji vir bi şîtn ve jî dê nekeve. Em bi şeref, bi vîyan, bi bawerî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê têbikoşin û bi serbikevin.
Heger destkeftin û serkeftina îroyî armanceke me ya hevpişk û hevpar be, wê demê pêwîst e ku her kes li gor hêz û giraniya xwe wezîfe û berpirsîyarî bigire ser milê xwe. Ev wezîfe pîroz e. Ev wezîfe dîrokî ye. Hevalên me yên berê ku gehîştin vê merheleyê, qet çavên xwe ji mirinê nekutan, bi laş û xwîna xwe ve beşdarê vê têkoşînê bîm. Ez jî ji bo ku sedeqat û girêdayîna xwe bidim nîşandan, biryara pêkanîna çalakiyeke weha didim.
Do di pêşengiya serok Apo de têkoşînê ji sifirê dest pê kir, îro têkoşîna me ya ji bo rizgariyê, di pêşengiya îdeolojîk û polîtîka partiya me de, gehîştiye bi milyonan kes û arîfeya serketinê de ye. Heger em naxwazin têk biçin û wenda bibin û têkoşînê wenda bikin, pêwîste ku em bi fikir, bi xwîn, bi sedeqet û bi her tiştên xwe ve di nav vî şer û têkoşînê de cîhê xwe bigirin. Bi tenê em bi têkoşîneke weha dikarin bi serfirazî serkeftinê bi dest bixin.
-Her bijî têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo rizgariyê!
-Bijî partiya me PKK û serokê netewî Apo!
-Bila bimire Komara Tirk a faşîst û hevalbendên wê!
25. 10. 1996
- Ayrıntılar
