Sal 2007’an roja 7 ê meha Cotmehê em li qada Gabarê bûn û ji ber ku em tim di nava liv û lebatê de bûn her gav em weke nêçîrvanê ku li nêçîra xwe digere di nava hazirî û amedekariyan de bûn. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji were behsa vê çalakiyê bikim, ji ber ku çalakiya Gabarê cihekî xwe yê taybet di nava hemû hevalan de heye. Çalakî bi vî awayî hate kirin, ji xwe berî vê çalakiyê hevalan dixwestin leşkerê ku lûtke bi roj digirtin û bi şev diberdan bêxin kemînê, lê ev çalakî li gorî ku dihate xwestin nemeşiya û çalakî pêknehat. Ji ber vê yekê dema ku heval ji çalakiyê bi şûn ve zivirîn moralê hemû hevalan xirab bûbû Roja din biştî çalakiyê hevalê ku lûtkeyê jor digirtin û weke çavdêran, derdor dikirin bin hakimiyeta xwe, xeber dan ku dijmin di nava hereketê de ye. Wê çaxê me bi şiklê çar yekîneyan xwe parçe kir. Yekîneyek ku hevalê Adil fermandarê wê bû û yekîneyek havala Gulbehar berisyarê wê bû, yekîneyeke din jî ez li ser disekinîm û yek jê jî hevalê Bedran li ser disekinî.
- Ayrıntılar
Serokê min; ne mimkûn e ku ez hezkirin û girêdayîna xwe tarîf bikim. Ez dixwazim bideme diyarkirinê ku, ew hemû nirxên ku we bi jiyana xwe ji tunebûnê ava kir, ez parastvanê wan im û ev nirx ji bona têkoşîna min hincet in û ez bi qasî îro hewl didim vanan watedartir bikim, bi qasî ku hêza min têrî dike bi we re parve bikim û hewl didim nirxên azadiyê, ku we afirandine û ev jiyana bi wate ku we sazkiriye hîn bibim. Helbet dizanim ku ev hewldanên min, ne berdêlî hewl û keda we ne. Encax dixwazim aşkere bidime diyarkirinê ku, wekî xwendekarekî we, di nava hewldana esas girtina guherîn û têkoşîneke domdor de me.
Min hîs kir ku, bi we re jiyankirin çiqas xweş e û çiqas xwedî wateyên kûr in. Wisa gelek hezkirinên ku jiyana we dide pêşiya me hene ku, a rast di wê fikrê de me ku, wateya jiyanê di van tercîhan de veşartiye û ev tercîh jî berhermên guherîn û afirandinê ne. Encax ez niha fêm dikim ku nederên ku îro mirovantî di xalên herî basît de ketine hundir wê, tercîhkirin ne fenomeneke wisa hêsan e.
Ji başbûnê, xerabiyê, kirêtiyê, azadiyê, şerefê, rûmetê, ketinbûnê, wêrekbûnê, tirsê hwd. ji hev qutkirin, ji wan tercîhan tercîhên rast derxistin, li gorî wan tercîhan jiyankirin û yên ku te tercîh nekiribe veguherîne yên tercîhkirinê û wê bandorkirin, dilekî gelek mezin û vîneke mezin a bêdawîn dixwaze. Vaye di her mekan û zeman de, ya ku ev pêk anîn, hûn bixwe bûn. Lewre, ji bona min tercîhên we, tên wateya nirxên herî pîroz; pêwîstiyên we, pêwîstiyên ku bi hostetî û bêqisûr û bêkêmanî bên cî ne.
Dema ku min hewl da bi afirandinên we re jiyan bikim, di wateyekê de min dît ku ez çiqas guherî me û bi pêş ketime. Min dît ku, bi hêza we, her guherîna ku min afirandiye, bûye destpêkeke nêzîkatiyeke jiyaneke nû. Û ev destpêk, ji bona ku zêdetir bi hêz û rast bigihêm we, bi we ve bêm girêdanê û riyên fêmkirina we, min da pêşiya xwe.
A rast ez vê, wekî rêwîtiyeke ku bi we re derketime dikarim îfade bikim. Di vê rêwîtiyê de, her mekana ku em derbas bûne, her erdnîgarî û kêliya nêz, ku em tevdigerin de, ji we her carê tiştek nû hîn dibim û hewl didim hînbûnên xwe cewherî bikim.
Ku hûn bipirsin di vê rêwîtiyê de bi we re çi hîn bûm;
Destpêkê, ez hînî, xweşikbûna mirovbûnê bûm. Dema ku min li windabûnên îro mirovantî winda kiriye nihêrt, min ên ku qezenc kirine ferq kir.
Ez hînî bûm ku, wateya jiyana bi rûmet çi ye.
Ez hîn bûm ku, li çiyayên bê ser û ber de, bi azadî jiyankirin çawa ye.
Ez hîn bûm ku, meş, bez, parvekirin û sohbetên bi çêj bi jiyankirina bi hezaran lehengî re çiqas xweş in.
Ez hîn bûm ku, wateya bişirîna bextiyariya di rûyê yên ku xwe ji bona mirovantî û gel feda kirine, hîn bûm.
Ez hîn bûm ku, wêrekiya dilên ku li hember dijmin radest nebûne dihatin çi wateyê.
Ez hîn bûm ku, çiqas dilên hezaran şervanên egîdane mezin in.
Ez hîn bûm ku, dema ku jin di riya azadiyê de gav bi gav bi pêş ve diçû, çawa bi raza şerkirinê re xweşik dibû.
Ez hîn bûm ku, afirandina gelekî, ku xwe ji ariyên xwe diafrîne û di baxçeyên gelan de bi rûmeta xwe li piya maye û ev heybetbûn çawa çêkiriye.
Ez hîn bûm ku, girêdaneke gelekî ku ji bona Serokatiya xwe, xwe vediguhezîne çembera agir û girêdana xwe çiqas mezin e.
Ez hîn bûm ku, têkoşîna bêeman a rêberek ku hemû jiyana ji bona mirovantiye û gel feda dike, çawa dibe.
Ez hîn bûm ku, çavkana mezinbûna di bin esaretê de, berxwedanî û têkoşîna bi tena serê xwe di nava çar dîwaran de tê dayîn, çawa ye.
Ew dilê ku ji hemû dinyayê re nîşan da ku digel di nava çar dîwaran de be jî, pêwîst e çawa bi azadî bê jiyandin, ez hîn bûm ku çiqas kûr û watedar e.
Yên ku rêberekî ku bûye malê mirovantiyê û gel, di nava zirûfên tecrîdê de dihêlin, ez hîn bûm ku, ji vê çiqas ditirsin û çiqas belengaz û bêhêz in.
Gelek ku bi hemû jiyana xwe, bi zanebûna xwe û bi hestên xwe, xwe fedayî Serokatiya xwe kirine, dema ku werin asta nepejirandina tecrîda li ser Serokatiya xwe, ez hîn bûm ku nefêmkirina ku wê çi bikin, çi ye.
Bi hezaran “fedayiyên azadiyê” yên ji dil girêdayî Serokatiya xwe ne, li hember nêzîkatiyeke rûmet şikandinê, wê di çi asteke sotîner û bi şid de hesap bipirsin, ez hîn bûm ku yên ku vê hesap nekirine çiqas xwedî zihniyeteke belengaz in.
Ez hîn bûm ku, wê li hember dijminê ku her diçe di nêzîkatiya Serokatiya me de bêperva û kirêt tevdigerin, wê çawa bersiv ji wan re bê dayîn.
Yên ku ez ji we hîn bûme, li ber ji yên ku ez ê ji we hîn bibime, di zeryanê de dilopek e. Ji ber ku dawiya hînbûn, fêmkirin û hezkirina we nîn e.
Ji gelê min ê leheng û welatparêz re
Ez şahidiya şer û berxwedaniya destanî ya gelekî dikim ku, di hemû deman de têkoşîneke herî bi heybet raber kiriye û di vê oxirê de gelek bedelan daye û azwerê Serokatiya xwe û azadiya xwe ye.
Di pêşengiya Serok Apo de, xwe ji nû ve afirandina mirovantî û gelekî pêk hatiye. Gelê kurd heta roja îroyîn bi nirxên ku afirandiye û bi vê şêweyek daye van nirxan, jiyan û tarza jiyana xwe bi afirînerê van nirxan bi ya Serok Apo re, rastiyeke aşkereye ku wekhev dibîne. Dema ku em rastiyên helwest û nêzîkatiyên ku ketinê li ber çav negirin, dîrok gelek caran dubare dubare şahidî kiriye ku, ev bi xwe re hilweşîn û tunebûnan tîne.
Ji ber vê sedemê ye ku, îro ev gel Serokatiya xwe wekî xwe dibîne, hebûna serokatiya xwe, hinceta hebûna xwe dibîne; jiyana serokatiya xwe, jiyana xwe dibîne. Ku ev rastî li ber çav neyê girtin, wê hemû hesap vala derên û tune bibin. Dîrok vê rastiyê bi hemû dinyayê daye peytandin. Bêguman ev rastiyek e ku, wê heman encam îro jî rojên bê jî wisa be.
Gelekî ku bi azweriya serkeftin û azadiyê girêdayî Serokatiya xwe ye û di vê oxirê de bedel daye, amade ye îro jî bedelan bide. Ev gel diqîre ku, nêzîkatiya li hember Serokatiya wan, sedema şer û aştiyê ye. Ez dikarim bidime diyarkirinê ku, ji ber ku hewldaneke min a mûtewazî ku ez bibim şervanekî vî gelî, biçûk be jî, ez tiştek li vê têkoşînê zêde bikim, ez ê rûmeta vê jiyan bikim.
Ji nava vî gelê ku di nava êş, bextewarî, hêvî û xeyalan de heciniye û heta roja me ya îroyîn ji bilî rûmeta xwe û azadiya xwe tiştek nefikiriye û di serkeftinê de mift bûye; ji nava vî gelî hatin û bi nirxên vî gelî re jiyankirin, wekî neferekî vê têkoşînê, aşkere peywir û berpirsyariyên min derdixîne holê. Ez ji bona ku van peywir û berpirsyariyên xwe bi aqil, , hebûn, zanebûn û bi dilê xwe bînim cî, tu gumana min nîn e. Ez soz didim ku, çi bikeve ser milên min, ez ê bînin cî û ji ber vê ez vê sozê careke din ji gelê xwe yê leheng re didim, gelek serbilind im.
Ji hemû rêhevalan re;
Bi PKK’ê re ji nû ve vejîna mirovantiyê, li ser vê erdnîgariyê bi rihê PKK’ê hate afirandin. Em jî şahidiya vê dikin. Li derdora Serokatî gotin di cî de be, kemalan, xeyriyan û mazlûman di aqil, dil û hişmendiyê de bûn yekvicûd. Wan ji tunebûnê afirandin, hemû jiyana xwe feda kirin û di nav de nirxên jiyanê çandin. Bi vî rihê ku heta roja îroyîn nehejiyaye, her çûye mezin bûye, em dibînin ku xwe gihandinê. Em ji rêheval fermandar Egîd, hemû huner û hostetiyên fermandariya wî, mezinbûna wî, gav û wêrekiyên destpêkên afirandinê hîn bûn.
Em ji rêheval Zîlan, razên xwedawendbûnê û girêdana Serokatî ku çiqas dihejîne û bêteredût e hîn bûn.
Em bi rêheval Sema re, hîn bûn ku roja çavkana me ya jiyanê yek e û mîna wê nîn in; bi rêheval Bêrîtan hîn bûn ku, tercîha azadiyê li hember teslîmiyetê tê çi wateyê. Û dîsa ji hezaran şehîdan em hîn bûn ku, wateya jiyankirinê çi ye. Ji wan em berxwedaniyê, lehengiyê, wêrekiyê, hişmendiyê, hêrsê, tolhildanê, berxwedaniyê, hêviyê, xeyalê û rastiyan hîn bûn. Careke din li hember van rêhevalan soza xwe nû dikin ku, em ê li mîrateyên wan xwedî derbikevin û peyrewên wan ên bêeman bin.
Em dizanin ku, wateya hemû nirxên ku heta roja me ya îroyîn hatine afirandinê çi ye. Li holê ye ku, berpirsyariya wan, xwedîderketina wan, parastina wan û wan gihandina pêşerojê, çiqas berpirsyariyên mezin dide ser milên me. Wekî pêwîstiya girêdana bi Serokatî, şehîdan û gel, bûyîna milîtanbûna pêvajoyê û demê û ji pêwîstiyan re bersivbûyîn, rihê PKK’ê bi xwe ye. Heta roja me ya îroyîn, pêwîstiyên hilgirtina vî rihî û bicîanîna wan de, aşkereye ku wêrekî û biryariyeke mezin hatiye nîşandan. Wekî hilgirtên vî rihî, em ê ji bona pêkanîna pêwîstiyan, zêdetir bi israr, bi inyad, bi biryar û ewqas jî tûjtir bin. Û em ji vê bawer dikin. Ji ber ku li hember hêvî û xeyalên gel, li hember dil û wêrekiya van şervan û milîtanên ku xwe ji fedakirinê li paş nahêlin, dîrok gelek caran peyitandiye ku, li hember vê, wê tu tiştek nikaribe li ber xwe bide. Ez bi şanaziya ku, min bi hezaran rêhevalên leheng û dilawêr re jiyanê parve kiriye, we hemûyan silav dikim.
Ji malbata min re;
Di şûna ku min bi we re temenek bihûrandana, min jiyaneke bi rûmet tercîh kir û gelek têkoşîn da, ez dizanim ku hûn min fêm dikin. Ji ber ku, dixwazim hûn bizanibin, min hêza tercîhkirina vê jiyanê ji we girt. Ez dizanim ku, di şûna pêwîstiyên têkoşînê bînim cî, we ji min daxwaza tenê ji bona we têkoşîn dayînê, we yê nexwestana. Divê hûn bizanibin, ez bi hezaran zarokên dê û bavên li derdora we re, jiyaneke bi rûmet û bedew parve dikim. Digel silavan.
- Bijî Serok Apo!
- Bê Serok Jiyan Nabe!
- Bijî Têkoşîna Bi Rûmet ya Gelê Kurd ê Leheng!
- Bijî şehîdên me yên ku hemû nirxên me afirandine!
01.03.2006
Dengtav
- Ayrıntılar
Polat CAN
Laşê wî yê tevizî û bêhêz bi erdê şil û cemîdî ve bibû yek. Li ser rû dirêj kirîbû, dilopên ava sar û kifnikî ji banî dilop- dilop, li ser wî diketin, lê çi lebat ji wî nedihat. Cîhan tarî bû, dîwarên kifnikî, bibû warê mişk û pîrhebokan. Bêhna nexweş ji dîwaran dipekiya, hinaseya mirovan diçikand û gêjo-mêjo dikir. Cîhan lezgîn- lezgîn li dora serê wî re dizivirî, bûyerên dûr-nêz, tevlîhev êrîşî bîr û hizra wî ya westiyayî dikirin... di nava hemû nîşan û hêmanên êş û sanciyên ku li ser rûyê wî desthilatbûn, di nava wan de xendeyên melul û çilmisî, bêvîna wî, ji lêvên birîn, ziwa û mor derdihat. Wî nizanibû ku bi xwe bikene, bi dawiya jiyana xwe ya di nav dîwarên tarî û kifnîkî de bikene? Yan jî bi çarenûsa xapînok bikene?! Wî jî nizanî bû, ka bi çi û bi kê dikene? Tenê dixwest ku kerba dilê xwe bi xendeyên çilmisî derbîne û xwe rihet bike... di nava wê kevala xemgîn û biêş de, ew xende, weke çirûskeke biçûk a hêviyê bû.
Niha, pêşiya serhatiyê dibe dawî, dawî jî, bibe pêşî... salnameya rojgarê hildiweşe, weke siwariyekî birîndar, ji zîna hespê xwe dirûxe û dikeve... wê rastiya cî û zeman bibe derew û serap... Bi “ax” eke bilind ve, dê hemû dîwarên kifnikî hilweşin, konê pîrhebokê biçirin, mar weke balonan biteqin, ava genî bibe agir û hemû deran bişewitîn... wê serî biçe binî û binî biçe serî, çep bibe rast û rast bibe derew û dîsa jî “Ax”...!
* * *
-Ka bibêje...
- Ez çi bibêjim?!
-Ka bibêje...
-Nizanim... nizanim hûn behsa çi dikin?!
-Ka bibêje! Ku tu nebêjî; ez dizanim ku çawa te bidim axaftin...
-Ya ez tiştekî nizanim...nizanim... Nizamim...haoo
-Tu yê niha bibêjî... Hûn serhişkin û bi xweşiyê nayên... Ka wî bibin.
* * *
Ew di pêy xwe re li ser erdê sar û şil dikişandin... didan lingan û weke li bendekeke pembû dixistin ew dikutandin. Çi ax ango qîr ji termê wî yê laşmirî nedihat. Her ew xendeya çilmisî di nava lêvên wî yên ziwa û mor de dipijiqîn. Çawa ku çilkên barana sar û lufkên berfê bi bayê cemidî re li ser rûyê wî dixist, laşê ji serma re lerziya û diranên lihevdidan; ji vê yekê têgihiya ku ew li derve ye. Ango li cihekî bilind e.
Ev bû demeke dirêj bayekî wisa sar û nişmî neketiye cergên wî... bayê binerdê yên giran û nexweş, di dilê wî de hesreta hilmkirina bayekî wisa dikir! Vî bayî jî, hîşt kêmekî ew bi ser hişên xwe de bê. Êdî hîsa wî bi tiliyên lingê wî yên xwas nemabû... “yek- du stêrkên şermok rûyê xwe yê xembar ji paş ewrên giran derxistibûn û bi min re hevbeşiya êş û kulên min dikirin... Başe ku li vê derê ez ne bi tenê me”. kulmek ji paşve li serê wî ket, ew ji avjeniya deryayên xeyalan derxist.
-Ka bibêje...
-Kz tu tiştî nizanim....
-Ma tu yê me bixapînî? Tu yan bibêje, yan jî bimre.
“Mirin... Ax çiqasî di vê demê de şirîn û bedew e, ev mirin, ji min re xelateke herî şirîn e. Êdî şiyana rakirina vê hovîtiyê nema ye”
-Ez tiştekî nizanim...
-Wê demê ka bimre...ha ha ha...
“Dilê min gelekî şad bû, bêyî ku ez ti gotinê bibêjim ezê bimirim... Ka bila ev mirina şirîn zû were...”
Hêdî- hêdî ew birin keviya avahiya deh- qatî, serê wî dan jêr û jê xwestin ku li jêr mêze bike, dixwestin ku tirsê têxin dilê wî; da ku bitirse û ji wan re her tiştî bibêje.
Ji nêrandina jêr serê wî gêj bû, mada wî lihev ket, û dilê wî keliya. Weke ku ji çiyakî bilind li jêrê mêze bike xuya dikir. Çirayên kenarên cadeyan ên melul di hewaya bimij de diçirisîn.
“êdî mirin hat. Bila bixêr were, tiştê herî girîng ku min hetanî niha berxweda û ti tişt ji wan re negot.”
Bi zimanekî fêlbaz û xapînok serleşker jê pirsî:
-Lawo tu hîna ciwan î, serhişkiyan neke, ka bibêje ku em te azad bikin... Ka bibêje kurê min, soz didim ku tiştek bi te neyê...
-Ez ji were dibêjim ku tiştekî nizanim
Dîn û har bû, weke seyekî har diranên xwe diçirisand û lehiyên dijun û xeberan ji devê wî yê bikef diherikiyan. “kulm û lingên xwe bi hemû hêza xwe li zik û rûyê min dixist, çend caran serê min li dîwar dida û bi pînan pêl pişta min dikir, êdî mirin dihat pêş çavên min û diçû, hinaseya min çikiya bû... Her tişt reş bibû...”
-Tu yê niha bimirî... Bimrî... Bimrî...
“ Êdî şiyana min û ti lebat nemabû, hîsên min bi cîhanê re nemabûn, dengê zim-zima xwîna ku di guhên min de dimeşiya dihate min weke dengê daholekê bû, ew stêrêke xembar firmêskên min dadimalîn.” “lê bi dilekî rihet û wîjdaneke aram ezê bimrim. Ev stêrk jî şahidê berxwedaniya min in...”
Bi zorê ew ji erdê rakirin, li ser keviya zirav a avahiya bilind sekinandin û ji re gotin:
-Ji beriya tu bimirî tu yê çi bibêjî?
-Ez dibêjim ku gelekî dilşad im... Ku ezê ji hovîtiya we piştî heyameke kurt rizgar bibim.
“Min nedixwest ku li jêr mêze bikim, li ser keviya avahiya bilind di navbera mirin û jiyanê de tiştek tunebû, stêrkên xembar di paş ewrên tarî de winda bibûn, min dixwest ku bayê nişmî û pak pir- pir hinas bikim, bi kêmanî ezê bi dilekî mişt ji bayê pak bimrim. Hêviya min her tim ew bû ku ez li asoyên dûr mêze bikim û bimrim.”
Lê wan kesên cilreş, çavên wî bi cawekî qalind girêdan, êdî cîhan hemî tarî bû... Lê di bin wî cawê tarî û qalind de jî wî çavên xwe vekirî hîştin û li asoyên nediyar mêze dikir.
Heyameke gelekî kurt. Yek- du saniye û her tişt bi dawî dibe, hêvî di dilê min de dihenciqin, daxwazên bêdawî dimrin û hêviya dîtina roja germ û dilniya bi bayê rojava re koç kirin, êdî her tişt gihîşte xala dawiyê. Belkî ez niha dimrim, lê ew jî niha li wê derê bi azadî digere, ez rê di despêkê de dibirim, lê ew li wan deran bi azadî bi hêviya dîtina rojeke ku azadî di bin roja germ de li her derê bijî digere. Jixwe ne ew weke jineke malê bû, ne jî ez weke zilamekî malê bûm. Em herdu jî, li hev hatibûn. Lêgerîna roja germ û dilniyatî arezûya me herduyan bû jî, ne ew li pêşiya min bû asteng, ne jî ez li peşiya wê bûm asteng. Rûyê wê yê biken û çavên bedew dihatin bîra min, cara dawiyê ku min ew li wê derê dîtibû ji min re gotbû: “ Baş li xwe mêze bike, rojên germ li hêviya me ne, ji bîr neke...” Xatir ji min xwest û bi hevalên xwe re berve cihekî gelekî dûr ve çû, min jî berê xwe da aliyekî dîtir. “baş li xwe mêze bike” hate bîra min û kenekî melul serlêdana lêvên min ên ziwa û cemîdî kir... Ez bi vê jiyana bêsoz û xayîn dikeniyam... Galteyên xwe dikirin.
Ew ji ser wê keviyê daxistin jêr û li ser avahiyê gerandin, dîsa ew birin ser keviya avahiya bilind û jê pirsîn: “ Ma tu yê bibêjî, yan bimrî?”
Wan dixwestin ku bi derûniya wî bilîzin, lewra jî wî xwest bilez ev şanoya hovane biqede...
-Ez ti tiştî nizanim.. Nizanim nizanim lawo”
-Ka bimre.
“Destê xwe li pişta wî xist, xwe negirt û li ser ew keviya zirav û şemitok çû û hat, şiyana xwegirtinê nekir û berve xwarê ve- li ser serê xwe- têwerbû.
“Çawa ku ez ji jor hatim xwarê êdî him bi dilşadî û kerbeke mezin min qîr kir û bi jiyana azadiyê qîr da. Dil û hinavên min rabûn jor. Hinaseya min bi leziyan ketin çikiyan, çavên min girtîbûn lê dîsa jî, tiştên birengê spî di bênahiya min de diyar dikirin. Rûyê wê yê biken û bedew ku ji min re digot: “ baş li xwe mêze bike” bi xembarî û girî li min mêze dikir, darê daristanê hemî spî û zer bibûn. “min ji te re got li xwe baş mêze bike...”
-“Me yek şande ba we, miqayte bigere.” Lê her tişt êdî çû, dema lomekirinê û xwe xeyidandinê nema. Bênamusan mala dostên me hemû girtibûn, tenê li benda hatina min bûn, li benda ku çûk têkeve dehfê. Çawa ku derî vebû û ez ketim hundir, ji paş ve tiştekî hişk li serê min ket û bêyî ku ez dijminê xwe nas bikim yan jî bibînim, ez ji ser hişên xwe çûm û min xwe li vê derê dît. Lê niha jî ez ji wan bênamûsan bi miriniyê xelasbûm.
Qêrîniya min dihat, dil û hinavên min rabibûn jor... Ez li benda ku serê min li erdê bikeve û biteqe, ew mêjiyê ku evqas hêvî, evînî û awat tê de hebûn, wê li ser rêka reş belav– belav bibe. Gelek caran dema ku dayîka min ji min dixeyîdî, li min nifir dikirin û digot “ kuro xwedê mejiyê te biteqîne!” wê niha nifira dayîka min pêk were.
Bêyî ku ew hêvî bike di demeke kurt de li ser pişta xwe ket, lê ew tev ne li benda wê encamê bû. Cîhan çû, her tişt radiweste dema ku mejiyê me pê hîs nake. Her tişt çû. Bêveger çû, li ser rêka reş, şil û sar hêvî bi ava baranê re belavbû û çû. Wê sibe, rêwî û wesayît li ser wan re bi ling û tekerên xwe yên genî bimeşin... Lê hêviyên min ne wisa bûn, ne wisa bûn... Pir-pir cuda bûn. Xeyalên bi rengê pembe û xewnên şîrîn bûn, lê di şeveke bêheyv de, her tişt çû.
Lê ez bawerim ku tiştekî dîtir çêbû, tiştekî ku min hêvî nedikir, ew heyama ketina min gelekî kurt bû....ew hîn li wê derê bi hezaran hevalên xwe re li çiyayên bilind digere, ne ew bû jina malê, ne jî ez...
* * *
Sibeh bû, zarok , direviyan dibistana xwe, ji paş wan ve roj hêdî- hêdî tirêjên xwe dirêjî cîhana qerisî dikirin, her kes li ser rê re dimeşiya. Zarokekî xwe xwar kir û mendîleke bixwîn ji erdê rakir, li jor mêze kir û berve dibistana xwe ve reviya...çû
* Ji Pirtûka BERFA GERM hatiye girtin
- Ayrıntılar
Keça Çiya: Belê xwendevanê hêja dibe ku herkes dîmen û wêneyên gêrila temaşekiribin û nivîsên wan xwendibin, lêbelê heqîqet tenê ne di dîmen û nivîsê de ye, heqîqeta mezin di jiyan kirinê de ye. Ji dûr de bedewbûn û xweşikbûne gêrila nayê dîtin û hiskirin, heta ji dûr de gêrila weke xeyal tê dîtin û herkes xeyal dike gêrila çawa li çiya jiyan dike. Lê belê gêrila mirovên têkoşîn dikin çi bi dijmin re û çi jî bi kesayeta xwe re, heta bi sarbûne zivistanê û germbûne havînê re jî têkoşîn dikin. Ev têkoşîn hevaltiye PKK’ê dide parestin, û hertim hevaltiye gêrila di zoriyê de xurt dibe û bi wate dibe.
Me xwest em hest û ramanê şervanê nû bi were bidin parkirin.
Heval Xebatkar Azad: Rêberê min ez nizanim nameyeke layîkî mezinbûne we binivîsinim. Dema min pênûs girt nave eşqa bê dawîde û hêviye dîtine we ez ketim nava heyecanekî germ li hember azameta û bexteweriye we. Ev 12 sala hûn li Îmralî jiyan dikin û liberxwe didin, her rojeke ser mayîna te ya di wî cihî de derbas dibe, dilê me parçe parçe dibe. Her mirovekî Kurd ketiye ferqa erk û wezîfeyên ji wan tê xwestin, lewra herkes di nava çebayekî de jibo bikarbin erkê xwe bicîh bînin. Em gêrila jî roj û şev bi tere jiyan dikin û dixwazin heya dawî warê azad biparêzin, û wekî şehîd Muslum Doxan bibin bersiv ji Rêberê xwe re.
Heval Bilind Milî: Rêberê min, êdî herkes dizanê mirovekî weke te heya dawî liberxwe dide jibo gelê xwe. Heta zarokê Kurd jî bê teredûd xwe dikin qurban jibo rêberê xwe, ev ruhê gêrila ê fedaî û hevaltiye wan mûralekî mezin dide min . Mayîna te ya li Îmralî jibo me gelek zore û tê wateya bê hurmet nêzîkbûn e ji gelê Kurd re. Em vî nêzîkatiyên dijmin şermezar dikin.
Heval Bahoz Mexmûr: Rêberê min ji wargehên azad ez silav û hezkirine xwe ji bo we rêdikim û bi hesrete dîtine te, ez te himêz dikim. Ez nû bejdarî şoreşê bûme û hatine çiya ji bo min gava yekeme jibo têkoşîn kirinê û xwe naskirinê. Wekî ciwanekî Kurd ez gihîştim vê baweriyê ku cihê hemû ciwanên Kurd li çiya ye, jiber li vêderê em dikarin azad bijîn û bibin xwedî hêz û îradeke serbixwe.
Heval Hedar Dêrik: Rêberê min ez nû bejdarî şoreşê bûme û hatine çiya jibo min serkeftineke mezine, êdî ez dikarim weke jineke xwedî îrade jiyan bikim. Piştî hatine çiya min hiskir ez insanim û mafê min ê jiyan kirinê heye. Li çiya min tama jiyanê hiskir û bedewbûne wê min dît û jiyan kir. Ez pir dilşadim ku niha ez liçiya jiyan dikim. Her ciwaneke Kurd cihê wê li çiya ye, û pêwîste her keçeke Kurd xwedî li îrade xwe derbikevê. Û pêwîste em hemû ciwanê Kurd ruhê şehîd Muslum Doxan bidin jiyan kirin li çiya û bibin şopdarên riya wî.
Heval Viyan Afrîn: Rêberê min dema min di nava sîstema dijmin de jiyan dikir her roj min felsefa mirinê jiyan dikir, jiber ku xweşikbûne jiyanê di çavê min de nemabû. Bi destê dijmin û zilam her roj tu tê kuştin di hest û mêjiyê xwe de lewra pir jin di civakê de mîna dîna liwan tê hingî zilm û zordariyê ji destê dijmin û zilam dixwin.
Berxwedaniye te li Îmralî hêz da min ku ez qîr bikim û mafê xwe ê jiyan kirinê bixwazim. Niha li wargehên azad min nefeseke kûr kişand û bêhna azadiyê min kişande cerg û hinavê xwe. Ez her rojeke ku jiyan dikim liçiya ez hisdikim dûnya hemû bûye milkê min, min tucarî ev ruh dinava jiyana sîstemê de jiyan nekiriye. Ez pir dilşadim ku niha di nava gêrila de jiyan dikim û dixwazim hemû keçên Kurd werin li çiya jiyan bikin.
Heval Gûlan Sason: Rêberê min dema min li civakê jiyan dikir, her dem min dinava tirsê de jiyan dikir, jiber jin pir zêde têne tecawiz kirin û kuştin, êdî jiyan liber çavê min reşbûbû. Di hêlekî dîtir de jî dijmin gundê me şewitand û her roj êrîş dikirin li ser mala me û me lêdan dixwar ji destê wan, lewra min didît dijmin mafê me ê jiyan kirinê nehiştiye û herdem wekî kole jiyan kirin qedera me bû. Piştî ez hatim çiya min rehet jiyan kir, ez poşman bûme ku hîn zûtir nehatime çiya û min ewqasî amrê xwe vala derbas kir li wê sîsteme qirêj.
Heval Qehreman Rodî: Rêberê min ez silav û hezkirine xwe ji te re rêdikim, herdem meraqa min heya ku ez te bibînim û te himêz bikim. Dema ez hatim nava gêrila min dît gêrila ji tiştekî natirsin û ne tenê lihemberî dijmin şer dikin, her weha lihemberî rewşa hewayê jî şer dikin, ne berf ne jî serma jiyana wan dide seknandin, lihemberî zoriye bê çara namînin, û bi hêza xwe her tiştî dikin. Ev hêzeke mezin da min. Bedewbûne gêrila eyer tu dixwazê bibînê anceq tu bi xwe jiyan bike heya tu bibînin gêrila çawa jiyan dikin.
- Ayrıntılar
Jiyana Gêrila meraq kirin, bêhna çiyayê azad kişandin bi nefeseka kûr ew derdê dilê pir ciwanên Kurd e, herkes meraq dike gelo Gêrilayên jin çawa jiyan dikin di van çiya de, taybet şervanên nû, di nava kûrahiya van hestan de dijîn.
Çend Gêrilayên jin ê ciwan ev hestê xwe anîne ser ziman.
Heval Viyan Koçer:
di destpêkê de xwesteka min ya bejdarbûna Gêrîla hebû, bi hatin û çûyîna hevalan min hêz girt ez bejdarî Gêrîla bibim. Sê mehan li Garzanê em bi hevala re man. Ji bo hatina Behdînan em mehekê di rê de man, em nû bûn lêbelê dîsa jî me pir zorî nedikşand. Sê mehan em di perwerda şervanê nû de man, ji mere meraqekî pir mezin bû gelo perwerda Gêîla çawa ye? Heval çawa perwerdê didin, ji mere bibû mereqek? Piştre dema me perwerde dît pir li xweşiya me diçû, me gelek encam ji xwe re girtin. Min zoriyeke mezin ne didît, me bi xwe mangê xwe çêdikirin, karê xwe ê piratîkî dikir. Çima me zorî ne dikişand ji ber me dizanî em vî karî jibo xwe û hevalê xwe dikin. Di nava şervanê nû de min zorahiyeke mezin jiyan nedikir, berovajî wê jiyana şervanê nû pir xweşe, hevaltiya wan pir li xweşiya min diçû, cihê şervanê nû weke gul û gulîstana. Dema ez di despêkê de hatim vir ji mere digotin jin bi xwe karê xwe dike, tabûrê hevalê jin ê xweser hena, min bawernedikir, min digot: Çawa dikarin bixwe ewqas kar bikin, piştre min dît li şervanê nû jin dikare bixwe hemû karê xwe bike, jiber ku min jî kar dikir, ew rihê serkeftinê di jin de min didît. Em neha hevalê bihevre jiyan dikin her yek heval ji cihekî ye, lê belê dema heval diçin cihekî ez pir bêriya wan dikim, ji ber ku em ewqasî bi hev ve hatine girêdan. Ji ber ku hevaltî heya tucara xwîşk û bira di bîra min de nînin, dema hevaltî hebe ez tucarî naxwazim civakê têxim hişê xwe de. Hevaltiya Gêrîla hertim bi coşa jiyana Gêrîla tê xemlandin. PKK heqîqeteke ji ber wisa hevaltiya wêjî heqîqeteke û her tim tê jiyan kirin.
Heval Sila Tekoşîn Colemêrg:
Min di malê de heval nasdikirin û min dîtibûn, min jiyana Gêrîla pir meraq dikir, liserê çiya çawa jiyan dikin, min herdem pirs dikir ji hevalan. Min nizanîbû heval çawa jiyan dikin û min texmîn ne dikir heval wisa li cihê xweş jiyan dikin. Min digot: Heval herdem dibin zinar û keviran de jiyan dikin, min nedizanî wargehê wan wisa xweş hene û her tiştê wan heye.
Ez bi xwesteke xwe bejdarî Gêrila bûme, çend caran dema min xwestiye ez bejdar bibim, ez hatime girtin. Dema ez hatim gel hevalê kevin ez pir dilşad bûm, heya 10 rojan ji kêfa re min nikarîbû ez xwarinê bixwim. Ez hatim cihê şervanê nû, min dît her yek ji cihekî bejdarî Gêrîla bûye, lewra min xwe pir biyanî hisdikir jiber wisa jî ez destpêkê di koşa de bûm, heta fêrî hevala û jiyanê bûm min zorî kişand. Min tucarî karê piratîkî nekiriye, min dît hevalê jin jî karê piratîkî dikin, hemû karê hevalên xort dikin hevalên jin jî dikin, jiber wisa ez kêmekî şaş mam, min digot: Hevalê jin çawa van karan dikin, min dît hevalên jin ji hevalên xort xweştir kar dikirin. Dema destpêkê min karê piratîkî kir min zorî kişand, jiber min tucarî kar nekiriye, lêbelê bi demê re ez fêrî kar bûm. Perwerde bîrdozî destpêkir, me dizanî em Kurdin lêbelê me nedizanî em Kurdê çawane û me dîroka xwe nasnedikir, Piştî me dîroka partiyê dît piştre me fêhim kir ku Kurd çiqas bi şert û mercên zor re derbasbûne.
Di dersa dîroka jin de me ji nûde fêhim kir jin çiqas zorî kişandiye, dema em di civakê de bûn em ne di ferqa tiştekî de bûn û me nikarîbû em rewşa jinê di civakê de fêhim bikin, em ne di wê ferqê de bûn dayîkê me çiqas zorî û zehmetî kişandine. Ev perwerda me di şervanê nû de dîtî ez nabêjim bese, rexmî pir xweş derbas bû, pêwste di demê pêş de hîn zêdetir em xwe xurtbikin. En dersa bandor liminkir dersa dîroka PKK’ ê û dersa dîroka jin bû.
Ez hezdikim bibim milîtaneke gelek baş û herdem ji bo piratîkê amedeme.
Heval Gulan Sason: Herdem xwesteka min ya bejdarbûnê hebû, min nedizanî jiyana Gêrîla çawa ye min digot: Pir zore, min ji xwe re digot gelo ezê bikarbim şert û mercên wê derbas bikim, yan jî nikarbim derbas bikim, min dîsa digot ezê biçime, ma qey yê diçin ji me çêtirin. Ez bejdarbûm û min dît jiyana Gêrîla pir hesane û rehete, ez pir dilşadbûm ez dikarim di nava Gêrîla de jiyanbikim. Ez du mehan li bakur di nava hevalê kevin de mam, pir xweş bû biwan re jiyankirin. Şervanê nû her yek ji cihekî bejdar bûne û ne weke hevalê kevinin, min zorî nekişand di jiyanê û karê piratîkî de.
Dersa dîroka partiyê pir bandor liminkir, ewqas hevalê me şehîd ketine û canê xwe feda kirine. Dersa dîroka jin jî dema me dît, di wî zemanî de me fêhimkir çiqasî jin di nava civakê de bi zorî û zehmetiya re derbasbû ye, weke em nû ji xew şiyar bibin û me nû dît liderdorê me jin çi jiyan kiriye. Lewra min dixwest weke jinekê ez xurt bejdarî jiyanê bibim.
Li malê jî acizbûna min pir lihemberî zilam hebû, niha jî ez dibêjim ma qey ewê hertim xwe liser jin bibînin, bila em jî ser wan re bin, dîsa jî livêderê şerma me lihemberî wan hebû me nedikarî xwe bidin îfadekirin wekî wan. Di malê de me hertim zor û zordariya dijmin dîtiye lewre ez kînekî lihemberî dijmin jiyan dikim, jiber wisa di jiyana Gêrîla de ez hertim bi heyecan û coş nêz dibûm.
Heval Roj Ayvan: Ez ji Mexmûr bajdarbûme, ji ber wisa min di temenekî biçûk de jiyana rêxistinê nasdikir, min pir bi hevalanre jiyankiriye, zor û zehmetiyên ku me jiyankiriye em fêrî pir tiştakirin. Piştî bejdarbûne min ji Gêrîla re min pir tiştê cûda didîtin û ez fêrî, cilê Gêrîla lixwekirinêbûm û di çiya de jiyankirin jibo min wateya xwe pir cûdabû. Êdî ezê weke leşkerekê jiyanbikim. Di perwerdê de rewşa jinê di nava civakê de û di nava şoreşê de me naskir. Em niha dikarin rewşa jinê hîn zêdetir dahurandinbikin. Tiştê pir em liser sekinîn ew bû weke jinekê xwe amedekirin ji bo piratîkê. Di jiyanê de min zêde zorî nedikişand, ez dixwazim bibim milîtaneke baş weke heval Zîlan, Sema, Bêrîtan û Viyan, xwe di piratîkê de pêşbixînim, jibo ez dema biçim tabûra zêde zorî nekşînim. Meraqa min ya mezin ez Serok APO bibînim û serê xwe deynim ser milê Serokatî, ev jî hertim xeyalekî min ê zaroktiyêbû.
Dema ez nû hatim nava jiyana şervanê nû herkes balkêş dima emê çawa mangan çêbikin û wate nedidan jiyana Gêrîla û digotin: Em nehatine mangan çêbikin, em hatine şerbikin, lêbelê min divir de nakokî jiyan nedikir, jiber min rewşa çiya kêmekî dizanîbû. Dema me bihevre kardikir, me perwerda xwe bihevre didît ez pir dilşaddibûm, lê belê tişta min zorî dikşand tê de rewşa jinêbû, ango min digot: Jin çawa ewqas tişt jiyan kirine, zanebûna me nînbû em ewqasî dahûrandin bidinkirin. Dîsa jî ez hertim amede me ku lihemberî zor û zehmetiyê tekoşîn bikim di piratîkê de.
- Ayrıntılar
Di dirêjiya zivistana derbasbûyî de her tim Aso ji bavê xwe daxwaza cil û soleke nû dikir... Aso jî dixwest ku weke kurê muxtarê gund(Hîwa) ew jî, cil û solên nû lixweke û di nava hevalên xwe de pesnên xwe bike...
Her ku Aso behsî cil û sola nû dikir, bavê wî, bi dilekî xembar û bêçare destê xwe di ser serê Aso re dibir- dihanî û digot:
“Kurê min yê delal! Niha zivistane, berfê hemû rê girtine... ka bila bihar were û rê vebin, ezê biçim bajêr(Silêmaniyê) û ji kurê xwe re cil û solên pir xweş û rengîn bînim... tenê li benda biharê bisekin...”.
Çendî ku bavê Aso, bilengaz û feqîr bû, lê wî tu caran nedixwest ku dilê Asoyê xwe yê nazik û delal bihêle... Aso li ber dilê dê, bav û şeş xweşkên xwe pir biqîmet û buha bû. Aso kurê malê yê herî biçûk bû... Aso kurekî tenê bû, lewra jî tu kesî nedixwest ku ew xemgîn û dilşikestî bibe. Lê her tim tiştên ku mirov ji wan hez dike biparêze. Ne sirûşta bê rehm û ne jî zagona faşîst ya ku ruhê zarok çi ye nizanê!
Aso yê ku di mercên şerê dem dirêj de, di zaroktiya xwe de, birçîbûn, tazîbûn, tirs û serma her dem mêvanên wî bûn... ji xwe Aso jî wekî bi hezaran zarokên welatekî dilbirîn, li şûna lorî-lorî ya dayîkan, li ber dengê teqandina çek û narincokan di xew ve diçû û li ser qîre-qîra jinan û nala-nala birîndaran şiyar dibû.
Lê her tim jî hêviya Aso û bi hezaran zarokên wekî Aso, bi hêviya dîtina rojên germ, gîhayê şîn, kulîlkên rengîn û cilên cejnê yên nû ew mercên herî zor û zihmet derbas dikirin. Hêviya wan bi tenê bihar bû... Newroz bû, cejin û cilên nû bûn... Êdî newroz û cilên nû di xewnên şevan de jî dibûn mêvanên xeyalên wan yên pak û bêguneh! Lê kî ji serdarên cîhanê yên qelew bi yên wek Aso difikîrîn? Kî bi pêşeroja wan, dilşadiya wan, hêviyên wan yên zelal, dilên wan yên kubar û tijî hezkirin difikîrîn? Kî difikîrî ku xelatekî cejnê ji yên wek Aso re bişîne? Kî?
Heyanî vê berbangê ku bavê Aso 3 pezên xwe yên ji ber birçîbûn û nesaxiyan zeyîf û bêhal bibûn, dan pêşiya xwe û bi çend gudiyan re berve bajêr ve çûn. Berî ku biçê, Aso rengê cilan û solê jê re nîşan dida... Êdî Aso nikaribû di cihê xwe de bitebitê... Ew bi hemû mejî û xeyalên xwe li benda cilên xelata xwe ya cejna Newrozê bû... Êdî Aso ne bi lîstikan difikirî, ne bi xwarinê û ne jî bala xwe dida dengê çek û topên ji derdorê tên. Aso ketibû deryayê kûr û dûr yê xeyalan û nedixwest ku tu kes wî ji wan xeyalên şêrîn derbixîne... bihar hatiye, ku cil û sola nû jî werê, wê di cîhanê de bi qasî Aso ti kes dilşad û bextewer nebêye.
Dema ku Aso û bi hezaran yên wekî Aso bi xelata cejnê difikîrîn û bi dilekî pak û mêjiyekî zelal û rind li jiyanê û kulîlkên biharê mêze dikirin û bi çavên tijî hêvî û evînî li bihara nûhatî vedikirin. Wê demê li bajarên dûr, kesên qelew û simbêl mezin û dilhişk, bi darikê xwe li ser neqşa cîwarê Aso nîşa didan û planên xwe dikşandin.
Ew kesên qelew, simbêl mezin û çavtarî ji bo Aso û hezaran yên wek Aso re dixwestin ku xelata cejnê bişînin. Xelateke pir cuda ye, pir bi nav û bange, pir buhaye û evqasî buhaye ku bavê Aso hemû pezên xwe yên zayîf û nesax bifroşê jî, dîsa jî nikare xelateke wisa bidest bixe... Lê ev sermezinên qelew, li bajarê dûr ji bo Aso xelatek amade dikirin û dixwestin ku berî cejna biharê vê xelata xwe ya pir mezin diyarî Asoyan bikin.
Hûre-hûra firindeyan bala Aso yê ku di deryayê xeyalan de çûyî nekşand. Aso tenê bi cil û sola xwe difikîrî, lê nedizanî ku xelata wî di vê firindeyê de ye!
4-5 roj ji cejna Newrozê re mabûn, berxikên ber kuza li dora makên xwe bêxem-bêxem dilîstin, kulîlkên nû bişkifî bê hesab reng û bêhna xwe ya jiyanî didan zarokên welatê dilbirîn... Êdî newroz çend roj mabûn, dilê zarokan bi cil û şekiran şa dibû, keç û xortên nûgîhayî jî, bi hêvîya dîtina eîvndara dilê xwe, xwe davîtin bextê biharê û jê tika dikirin ku dilê evîndarê ji wan re veke... Pîr û kal bi melulî û çavbendî hatina biharê pêşwazî dikirin.
Lê sermezinên qelew yên ku bêhna gulê, rengê gîha, kenê zarokan, lîstika berxikan, hêviya çivîkan û dilê dayîkan nizanin. Ew tenê bêhna xwînê û dumanê, girî û qîrîna zarokan, mirin û moranê hezdikin. Jixwe ew firinde jî yek ji barbirê xelatên wan yên hov bûn... Wan sprîza mirinê ji Aso yê çavkejal re anîbûn. Aso li benda xelata bavê xwe bû, lê firindê bi lezgînî xelatek ji Aso û bihezaran yên wek Aso re diyarî kir û got: “Fermo ji we re xelata cejn û biharê” û bêyî ku li paş xwe mêze bikê, di riya xwe de çû.
Yekser her tişt hat guhartin, cîhan bû xiroşe û qîrînî bi zarokan, dayîkan, kala, berxikan û ezmana ket. Her der bû mij, hewa giran û bijehr bû, gîha şewitî, sewal mirar bûn, zarok di himbêza dayîkê xwe de, li ser kolanan can dan. Xwedayê mirinê îro serlêdana bajarê dilbirîn kir, hemû giyan girtin û ew bê bihar, bê cejn û bê xelat hîştin.
Aso jî derket derve, bi gêjî û bê armanc riviya û qîr dida: “Bavo, dayê... Bavo, dayê... Bavo”... Lê ew rojeke wisa bû ku ne bavo, ne jî dayê dikarê ji bo Aso yê xwe yê delal û nazdar tiştekî bike... Êdî Aso xelata xwe ji xwe bîr kir, wî tenê dixwest ku hilmek bayê pak bikşîne... lê ew tiştekî pir zor bû... mirin bibû mêvanê vî bajarî û cihê zindiyan nemabû. Li ber derî Aso li laşê dayîka xwe ya bê lebat, çav werimî û ziman derketî hat. Aso kete xwarê, dixwest bigrî, qîr bide, birive, bêje (daya… daya… daya…)... lê hêza wî nema bû û xwedayê mirinê destên xwe li dora qirka wî dişidand û giyanê pak jê distan. Aso jî bi hêza xwe ya firişteyî li ber xwe dida û nedixwest biçe... ew li benda biharê bû, li benda cejnê bû û li benda cil û sola xwe ya ku nedît bû...
Çend saet derbas nebûn, Aso û welatê wî yê dilbirîn bûn mijara hemû medyayên cîhanê... êdî Aso jî bû birîneke din di dilê welatê xwe yê dilbirîn de. Her kesî navê Aso û bi hezaran yên wekî Aso ji bîr kirin... li wan navekî din danîn! Êdî navê Aso bû “Helepça Şehîd”, Helepça jî bû sembola birîna bê dawî û evîna bê hêvî, bû Asoyên bê cil û gulên bi xerdelê fetisî û çemên bi jehrê şîn bûyî.
Sermezinên qelew jî, bi serkeftina xwe şahî û cejin dikirin û ji hemû cîhanê re digotin: “Em bi we dikarin, ji me bitirsin... Bila Helepçe ji we re bibê dersek” û bi dengên xwe yên qalind dikeniyan. Ha ha ha aha a... ha ha ah aahaaaaaaa
Polat CAN
- Ayrıntılar
