Sala 1997’ an weke tê zanîn salên pir germbûn bi çalakî û tekoşîna xweya beramberî dijmin û ji her qadan dihate xwestin ku çalakiya bikin, di qadên çarçêlande me piratîk dida meşandin. Weke her qadên din, ji mejî çalakî dihatin xwestin û dem demê çalakiyan bû û dihate xwestin ku bersiv ji dijmin re were dayîn, di qadên çarçêlan de girê sînewe hebû û me gelek caran keşifa wan girop li pey giropê verêdikirin û ji bona keşfeke nû dihate xwestin ku em keşfekî li ser wî tepî bikin, ji ber ku ji berî çalekiyê pêwîste keşfa cihê çalakiyê were kirin û peyre çiwîna ser hedefê pêkwere. Ji ber ku bê keşif çalakî nayên kirin, ji ber ku serkeftina çalakiyê girêdayî keşfa cihê ku çalakî li ser were pêkanîn. Pêwîste di serî de cihê dijmin yê zeyîf û lawaz di keşfêde derxê zanebûnê û li gorî wê bi derbeyên giran bi ser dijminde biçî û ji çalakiya xwe encam bigrê, gelek girop derketin ji bo keşfa cihê çalakiyê û bi xeberên ji derdoran me girtî û bi encamên keşvê yê ku bi rojan dewamkir, piraniya îstixbaratan me birêyên ku heval têrebiçin ser girên dijmin têde bicihbûne û bi serkeftî zivrandin ji çalakiyê were çêkirin.
Taybetmendiyê vê çalakiyê ewbû ku dijmin wê were van giran bigre berbiseharêve û emê bihatina dijminre lêbixin. Cihê ku çalakî lê were kirin zozanin û xweza bê dar û daristane, ji ber vê yekê pêwîstbû ku ji hermilîve keşfa çalakiyê were kirin û birengekî saxlem û birêkûpêk were kirin. Ji ber ku dema keşfa çalakiyê baş neyê kirin dibe ku windayî pir çêbin û çalakî bisernekeve û encamê ku em dixwazin ji çalakiyê bigrin dibe ku em bidest neyîxin, di dema keşfêde xeber ji çeteyan dihate girtin, û li ser tevgera leşkeran ji hermilîve me agahî girtin, hemû milên girêdayî leşkeran û liv û lebata wan bi kûrahî dihate hesabkirin. Diserîde cihê hemû giropên ku biçin çalakiyê dihate keşifkirin û saxlemkirina cihên wan berbiçav dihate kirin û li çiwîna van giropan û heyanî zvirandina wan ji çalekiyê, ji hemû milîve di ber çavanre dihate derbaskirin. Ev hemû tiştê medayî xwiyakirin pêwîste di berçavanre werin derbaskirin heyanî çalakî li gorî ku tê xwestin were birêve meşandin. Piştî ku hertişt hate temamkirin, Li ser vî bingehî çar girop derketin ji nava hemû hevalan, her tiştê çalakiyê li gorî ku hevalan dixwest bi wîrengî bû û bi hemû kûrbûn û hûrbûna xwe çalakî hatibû hazirkirin. Çalakî bi hemû milê xweve dinava hevalan de hate gotobêjkirin û piraniya hevalên hazir nêrînin xwe li ser çalakiyê dane diyarkirin. Didawiyêde nêrîna hevbeş ya ku derketî holê ewbû ku hemû hevalê hazir tevlîbûn ku çalakî were kirin. Di wê demê de û ji ber şerê ku dijmin li beramberî gerîla pêşdixist dinava gelde, wê demê rêber APO jî pêwîstiya çalakiyeke bivî rengî erêkir. Ji ber ku hemû dehayetin dijmin vale derkevin û dinava gelde hêz û rastiya PKK’ê were xwiyakirin. Ji ber van tiştan pêwîstbû ku çalakî werên kirin.
Ji ber ku sala 1997’an ji mere weke sala fînalê dihate hesibandin û ji ber vê yekê hazirî ji her milîve dihatin kirin û Ji ber van tiştan hemû heval bi xwestekekî mezin dixwestin tevlî çalakiyê bibin. Êdî hertiştê çalakiyê hazir û amedebûn, ankû ji milê keşif û nexşeya wêve û ji milê binesaziya wêve,êdî li ser vê binesaziya ku hatî kirin tevger hate meşandin. Li ser vî bingehî em ketinmeşê, her çiqasî ku keşif û pîlanlemeya çalakiyê hatiye kirin jî lê ji berî çiwîna cihê çalakiyê pîwîstbû ku hemû giropên ku tevlî çalakiyê dibin ji nîzîkve cihê çalakiyê bibînin û nêrînin xwe yê dawiyê jî li ser çalakiyê bidin. Raste hevalê ku çiwîne keşfa çalakiyê ji hemû milîve çalakî girtina dest, lê pêwîste ku hemû hevalên ku diçine çalakiyê jî cihê çalakiyê bibînin û nêrînin xwe li ser bidin û riya çiwîna çalakiyê û riya zivirandinê baş nasbikin. Ev hemû amedekariyên ku têne kirin pêdivî pê heye ji ber ku giropên ku diçine çalakiyê pirin û ji ber ku şaşîtî dernekevê pêdivî heye ku hemû girop cihê xwe baş nasbikin. Ketina meşê çêbû berû tepekî ku neha jêre dibêjin şehîd ezîz,di binya wî çiyayîde kaniyeke avê hebû û cihê çalakiyê jî başdihate dîtin sekna me li ser wê kaniyê çêbû û her hevalê ku dibû hişedar cihê çalakiyê baş didît û tevgera dijminjî baş nasdikir. Dema em ketin hereketê çeteyê li beramberî me derdorê me dane ber hewanan, lê qarşê wê me tevgera xwe berdewamkir û mezanî ku ew car caran ji xwe de derdorê xwe didine ber topan. Diher çalakiyên leşkerîde rîsk hene lê pêwîste ku em van rîskên heyî di asta herî jêrde bigrin. Ji ber wê yekê carna dema ku tû diçê çalakiyê tu dibêjî di vê çalakiyêde dibe ku du heval şehîd bikevin, lê vê rîska heyî tu datixî yekhevalî ji ber wê yekê dema ku tu diçî çalakiyê diencamde yek hevaljî şehîd nakevê, ji ber ku tu tedbîrê wê ji her milîve digrî. Li ser vî bingehî bi hemû hevalanre dihate axaftin li ser çalakiyê û pêwîstiyên ku werin dîqetkirin di dema çalakiyêde. Nexşeya çalakiyê ew bû ku giropekî heval wê girê ku dijmin têde bicih bûye bigrin û dema ku dijmin hat ewê wêdemê li dijmin bixin û leşkerên ku dipêşiyêde tên wê li wan bixin û çekên wan ji ser wan rakin û hevalê din yê parastinê ewê wê demê li leşkerên dipeywanretên bixin û hevalê diçeperande ewê xwe şûndebidin. Ji ber wê yekê çar cihê ji bo parastinê hatin belîkirin, yek ji wan giropan ewê li ser rê bisekne û rêya heyî dibin quntirolêde bigirin û nehêlin çeteyên wan deveran derbasî cihê çalakiyêbibin û giropeke dinjî dicihekî dinde hakimiyeta xwe li ser gir û tepeyên derdorî wê çêbikin, ji ber ku hatina dijmin asteng bikin, giropê mayî yek ji wan dicihê qordîna çalakiyê de dimîne û ya din li cihekî din hakimiyeta xwe li ser cihê çalakiê çêdike û rênade ku dijmin derdora hevalan çemberbike. Her yekîneyekî cihê xwe girt û ji her milîve ji bo destpêkirina çalakiyê heval hazirbûn. Civîn hate çêkirin û navê hevalên ku biçin ser çeperê dijmin hatin xwiyakirin û hevalên ku cihê xwe diparastinêde bigrin hate belîkirin, heyecana çalakiyê di rûyê hemû hevalande xwe bi rengekî xwiyayî dida diyarkirin û hemû hevalan xwe dinava çalakiyêde didîtin. Hewildana hemû hevalan hebû ku her yekî ji wan cihê xwe di nava giropa êrîşêde bigre û herkesî didilê xwe de digot ma gelo navê minjî dinava giropa êrîşêde heye. Dema ku fermandar hat pêşiya hevalan ji bo xwendina navê hevalê ku wê tevlî çalakiyê bibin her hevalekî li benda xwendina navê xwe bû û hemû hevalan bi heyecaneke mezin li nava çavê hev dimeyzandin. Nav hatin xwendin û her hevalekî cihê xwe dinava yekîneya xwe de gir û hemû xalên ku werên dîqetkirin ji hemû hevalanre hatin diyarkirin, rê û rêbazê tevgera çalakiyê hatin diyarkirin. Ji ber ku wê hemû heval cihê xwe bi şev bigrin ji ber vê yekê agir an tiştên ku dibiriqin pêwîste werin dîqetkirin û pêwîste di dema meşêde ber ji ber lingê hevalan nexindirin û hemû xalên girêdayî dispilîna hereketê werên dîqetkirin. Ji ber ku nêzîkî cihê çalakiyê gund hene û seyên wan zû bi mirovan dihsin, ji ber vê yekê di dema meşê de pêwîste her tiş were dîqetkirin û hemû pîvanên girêdayî tevgera gerîla pêdivî bêheye ku li berçavan were girtin û bi hestiyariyeke mezin berçav were girtin. Berbitariyêvr hemû heval ketine hereketê û her yekî cihê xwe girtin, ji ber ku di qadên çarçêlande ev cara yekem bû ku çalekiyeke bi roj wê were kirin, ji ber vê yekê herkesî heyecana wê jiyandikir û bitaybet diqada çarçêlande û li wan zozanan cihekî xwe yê cida li cem hemû hevalan dida çêkirin. Dinavbera demjimêr 12-1 hevalan got ku tevgerek dinava leşkerande heye lê em nizanin ji bo çiye, wê demê hevala texmîn kir ku dibe ku dijmin xwe ji bo oparisyonê amededikin wê demê hevalan ji hevre digot ku oparasyonbe wê pir başbe emê derbekî pirbaş li dijminbixi. Wê demê ji hemû hevalanre hate gotin ku pir dîqetlîbin û ji ber ku yekîneya me ya herî nêzîkî rêbû me heneke din xwe nêzîkî rêkir ji ber ku heger dijmin birêde were em bikaribin lêbixin. Wê demê me zanîbû sehatê derketina dijmin ya oparasyonan ne, ji ber ku timî diderdora demjimêr 3-4 de derdiketin oparisyonan. Wê demê hemû giropan heneke din xwe nêzîkî cihê çalakiyê kirin, derdorê sehat 5’an dema ku dinya henekî ronîbû leşker ketin hereketê, lê ne ji bona oparasyonêbû, ji ber ku hejmarê wan hindikbûn, leşkerê ku ji çeperên xwe derketî henekî bi rêve meşiyan û dicihê xwe de rûniştin, wê demê fermandarê me got: Heger ku wan em dîtibim pêwîste em lêbixin,nêzîkî 20 xolekan leşkerê hatî dicihê xwe de rûniştî ma, li gorî ku hevalê nêzîkî leşkeran dengê wan bihîstî, leşkeran ji hevre digotin madibe ku apûçî hatibin van derdoran, ji ber wê yekê tevgera leşkeran neweke wan rojên din bi serbestbû, lewma leşker didu didu û çeprast pêşde dihatin.
Me jî ji hevre digot bimeşe bimeşe mehmeçîk were her tuyê bixwî, ji rewşa leşkeran hemû heval dikeniyan hevalê di çeperande bicihbûbûn pir bi xwînsarî tevdigeriyan û heyanî ku dijmin gihişte cem çeperê wan biqasî 5 mitran wê demê hevalan ji her milîve li wan da, wê demê leşker şaşo maşo bûn û tiştek ji rewşêa heyî fêmnekirin, ji ber ku cih zozanbû leşkeran nizanîbûn xwe bi kûve bidin. wê demê dinavbera leşkerên ku dipêşdehatîn û yê di pey wande tên qutbûn çêbû. Leşkeran nikarîbû ne bi şûnde biçin û nejî pêşve biçin, çiqas ku alîkarîjî xwestin qobrayêjî nikarîbû were cihê çalakiyê. Wê demê me ji fûzayêre digor hirç, lewma dema ku hevalan digot wê hirçê bînin wê demê qobrayê jî nikarîbû were cihê çalakiyê. Ji ber ku qobrayê jî nikarîbû were cihê çalakiyê ji mere pir başbû û qasî 45 xoleyan pevçûn berdewamkir û me hîç cihê xwe berneda, piştî ku fermandarê me biryar da ku heval gavekî xwe şûnde bikşînin, wê demê me gavekî xwe bişûnde da. Wê demê hevalê îhsan yê ku bi eslê xwe ji Geverê bû dixwaze çekê eskerê kuştî ji ser wan hilîne, lê dema ku diçe ser cenazeyê wan leşkerên kuştî, ji dûrve leşker mermiyan tavêjine wî û wî şehîd têxin, wê dema ku hevalê Îhsan şehîd ket hêdî me nikarîbû em biçin ser cenazê leşkeran tenê me karî em cenazê hevalê xwe henekî ji wir dûr bêxin. Wê dema ku cenazeyê leşkeran di nava lepê mede man leşkeran biçavkorî êrîşkirin, me heneke dî xwe bi şûnde vekişand. Çalakî li gorî hatî pîlankirin birêve çû, lê tenê şehadeta hevalê Îhsan li ser hevalan pir giranbû, leşkerê ku hevalê Îhsan şehîd xistîjî kesî ew nedîtibû ji ber ku 10 cenazeyê leşkerên kuştî hevalan bi çavê xwe dîtibûn û ji ber vê yekê hevalê îhsan bi rehetî dixwest ku çekê leşkeran ji ser wan hilîne, wê gavê şehîd dikeve. Dema ku hevalê îhsan şehîd ket hevalan got: Pêwîste em tola wî hilînin ji ber wê yekê dema ku leşkeran xwestin ku cenazê xwe bibin, ji ber vê yekê weke pîlanekî dinava pîlanlemeyêde hate çêkirin û birengekî lez û bez hevalan cihê xwe girtin, dema ku leşker hatin hevalan bihevre lêdan, ji hrmilîve hevalan lêdan û encamekî pir baş me bidestxist. Çalakî ji her milîve weke me pîlan kirî birêve çû lê çalakiya herî serkeftî ewe ku tu hîç wendahiyan dişerde nedê. Bandora çalakiyê pir li ser derdoran çêbû û me dema ji nûçeyan bihîst ku 15 leşker hatine kuştin hîn coş û heyecana me mezintirbû, soz û biryara me ya tolhildanê xurtirbû.
Cimşîd Gever
- Ayrıntılar
Sozdar AVESTE
Bê guman teybetmendiyên balkêş ê Serokatî, hene lê belê yek ji wane jî herî zêde wisa ez bi bandor kirim û heta niha jî dema tê bîra min ez pê raman dikim û dibêjim: gelo ev teybetmendiyên Serokatî ji çi tên? Ewqas hesasiyet, ewqas deqîq bûyîn û li ser her tiştî hakim bûyîn. Bi vê mînaka ku ezê bidim xuyakirin: mînakeke pir balkêş e. Serokatî dema ku insanekî bi dîta û pêre diyalok kiribane yan jî di derheqî wî de nivîsek bi xwenda û raporek bi xwenda ew insane qet ji bîr nedikir, ango pir caran hevala jî digot û her kesî jî digotin: “Serokatî em ji bîr nedikirin, tim di şopand û pirs dikir” gava merov xwe bi xwe jiyan nekê merov dibêje: qey heval tenê dibêjin.
Sala 1991’an serokatî giropa me bi rêxist li Lûbnanê ji cihê ekademiyê heta tepekî li ser riya Şam heye bi qasî 20 deqa dikşînê Serokatî bi mere heta wê derê meşiye, di rêde diyalok bi mere dikir ji bone çiyê hezirî dikir, zoriyên çiyê çi ne? bi me dide naskirin û tiştê ku em dîqet bikin, mînak çawa mero pêl meyînan neke ji ber ku gurûpa du mehe berî me çûbûn pêl mayînan kiribûn hinek heval şehîd ketibûn û lingê hinek hevala jêbû. Behsa xwezayê kir. Em di meha mijdarê de bûn û giyayê payîzê nû bi nû derdike, lewra Serokatî digot: neha kivarkê payîzê derketine ez pir ji kivarka hezdikim eger hûn çûn û we dîtin hûnê bixwin deme we xwar, şûne min jî bixwin ango mero çawa dikare ji xwezayê sûd werbigre û bikar bi xwezayê re yekbûnekê çêbike. Êdî di hatinê de emê ji hev qut bibin me xatirê xwe ji hev xwest gurûpek hevalê dîtir jî bi mere bûn. Em hevalê jin tenê neh kes bûn, yek bi yek heval himêz kirin xatir ji wan xwest û deme sira hate min Serokatî bi min re diyalok kir û got: Biçe li kurdistênê bigere piştî çar salê dîtir emê hevdû bibînin” tam 20 ê meha mijdarê bû me xatir xwestin û em ji ba Serokatî bi rêketin.
Êdî nav re sal derbas bûn. Hatine me ya çiyê çar sal temam bûn .Dema Serokatî wisa got ez jî li bendê bûm Serokatî gazî me bike, lê belê min ne digot heman meh û heman rojê de wê gazî me bike. Dema çar salê me qediyan me jî digot wê Serokatî me bixwaze baweriya me jî hebû Serokatî jibîr neke û difikirê em ji sala 1991’an heta sala 1995 li çiyê ne dibe ku Serokatî bang li me bike ji ber ku wisa ji mere gotiye .
Tam roja ku sal temam bibe di 20’ê mehe mijdarê de, em li biryargehe YAJK’ê bûn li Zapê bûn wê çaxê hinek heval jî li cem Serokatî hatibûn û li gel me bûn, çend hefte li ser hatine wan re derbas bûbû, di nava wan hevala de şehîd Aryan hebû û şehîd Dîlan hebû me bi wan re suhbet dikir wan jî got: Serokatî bi we raman dikir, dibe ku demê pêş we jî bişînê, ji ber ku Serokatî tanî ser ziman zoriyên we kişandiye û we di biryargehê de jî zehmetî kişandiye.
Min jî got hûn dizanin tam îro çar salê min temam bûn Serokatî dema em şandin jî wisa ji min re gotibû. Hîne 5 deqa derbas ne bûbûn li ser gotina min re heval hatin xeber dane me û gotin wê Serokatî bi telefonê bipeyve ban we dike, dibêjê: bila êvarê bêne ber telefonê.
Em saet heftê êvarî çûn Serokatî bi telefonê axivî gotine yekem kir got: êdî zemanê we temam bû gurave xwe dewir bikin û werin. Tam di heman roj de Serokatî em xwestin, lewra ji bo min tiştekî pir bi wate bû.
Di 20’ê meha mijdarê de em ji Lûbnanê derketin û 6’ê meha kanûnê em gihîştinbûn Heftenîn, piştî çar sala di 6’ê meha kanûnê de em gihîştin Şamê Serokatî di wî zemanî de ne amede bû, piştre hat em nêzî çil hevalî bûn gurûpa me 38 heval bûn û 2 heval jî ji Ewrupa hetibûn,em hemû ketibûn sirê emê êdî Serokatî bibînin. Serokatî sekinî bû em yek bi yek çûn ji bo em silav bidine Serokatî. Serokatî hertim xêr hatine gurupa dikir, ez hîne ber bi serokatî ve diçim çawa çavê wî li min ket navê min got: ev çar sal çêbûn ma ne wisa ye Sozdar, careke din ez wisa hejiyam,bi rastî jî tam di zemanê xwe de gazî me kir. Ev nêzîkatiyên Serokatî her tim ez didam fikrandin, tiştê gotiye mutleka di piratîkê de şopdarê wê ye û berdewam dike .
Ez niha ketime sala 20’ê de roj bi roj ez vê mînakê tînim bîra xwe û ez tucarê ji bîr nakim .
Ew deqîq bûna Serokatî, hesasiyeta wî,ew nêzîk bûna wî û di wextê xwe de pêkanîn, tabî ji bo perwerde kirinê mînakekî herî balkêş e .
- Ayrıntılar
HER TIŞ TÊ JI BÎRKIRIN LÊ ŞEHÎD TIM Û TIM DI DERYAYA DILAN DE LÊDIDE Û RASTIYA JIYANÊ DIEFIRÎN E
Jiyana gerîla jiyaneke tijî tekoşîn, berxwedan û gelek tiştên sosret yê ku nayên jimartin e. Carna jiyan ji tere pir zehmet û zor tê û car carnan jiyan ji tere dibe gul û gulistan lê li vê deveran jiyan di nava van çiyayan de xwedî wate û tamekî cudaye. Ji ber ku li vir her tişt bi kedê û xwêdanê tê bi dest xistin, herkes dike û hemû bi hevre dixwin, divexwin û jiyan dikin, tu cidabûn di navbera hevalan de nîne. Çiqasî ku her hevalekî ji cihekî hatiye û xwedî henek taybetmendiyên cudaye, lê tu dibêjê qey hemûkan ji nanekî xwarine. Lewma bi hevre di hindirê rihekî hevaltî de û bi hevre dijîn, hemû xwedî dilekî û fikrekî ku ji bo azadiyê hazirin di her dem û cihî de giyanê xwe hem ji bo welatê xwe û hem ji bo hevalê xwe fedabikin. Lê para herî mezin yê ku ev jiyan efirandiye û fikir û remanê taze daye avakirin û di hindirê giyanekî de aniye cem hev, ew jî rêberê gelê Kurd û mirovahiyê rêber APO ye, ew roja ku li ezmanê dilê bi milyonan ji gelê Kurd hilatiye û ji mere ev jiyana azad kiriye mal û em kirine însan û xwedî vîn û hebûnekî ku ji nû ve fêrî rastiya jiyanê bû ye. Cidayî wê dema mirov li xweşikbûna van xwezayan temaşe dike bi rastî weke buhişta li ser riwê erdê ji mirovanre tê xwiya kirin û çiqas mirov lê dimeyzêne jê têrnabe, ji henaseyên bayê wê yê paqij bigre heyanî çiyayê wê û ava wê ya zelal û xweş, ya ku mirov çiqa jê vedixwe lê jê têrnabe. Cidayî wê ji hemû cûreyên ajalan yê li vê derê bi mere û em bi hevre jiyan dikin bê ku ji me birevin ji çûk û bilbilan bigre heyanî Sivûrî û torîkan, ji ber vê yekê her tişt li vanderan wata xwe û tama xwe cudaye, ji xwarin xwarinkî bigre heyanî av vexwarinekî, heyanî şevê vêderê û rojê wê ji mirovanre weke ku tu li dinyayekî din be her tişt xwedî reng, deng û hebûneke cudaye. Ji be xweşî û rengîniya jiyanê li van çiyayan mirov bi derbasbûna roj, meh û salan nahise.
DILÊN KU BI HEVRE JI BO AZADIYÊ LÊDIDIN
ji her tiştî giringtir, yê ku vê jiyanê li van waran bi deng, reng û wate dikin, zarokê agir û rojê kulîlkê bax û bustanê azadiyê giyanê ku weke şaneyekî bi hevre bûye yek rih, dil û tim ji bo azadiyê lêdide û bê rawestandin. Di nava xweşikbûna van çiyayan de jiyan bi hilatina rojêre destpê dike û rengê jiyanê weke rengê rojê tim diçirise û tim xwe nû dike û rengê xwe di de her deverê cîhanê, hemû hevalê jin û hevalê xurt bi hevre jiyan dikin û tekoşîna wan bi hevre ji bo azadiya civakê û kesayetê tê meşandin hemû heval jî bi dilekî nizim pêdiviyên xwe yê jiyanê pêktînin, bê ku yek tahdahiyê an jî neheqiyê li yê din bike bi kesayetekî azad û serbixwe nêzîkî hev dibin û di deryaya cavê wan de çirûskên azadiyê tim tiçirisin û agirê Newrozê di hindirê dilê wan de tim li dar e. Lê bi ser dijminê hindir û yê ji derve ve xwedî biryarin û weke şûrê Zulfeqar bi ser de diçin bê rehim û texsîr, ne sir, seqem û ne teng û topê dijminan dikarin vîna wan ji bo azadiyê bihejînin û bi sînor bike.
DIYARIYA ŞEHÎD Û ŞOREŞÊ
Di nava jiyana Gerîleyan de jiyan bi hevre û bi hemû hêlê xwe ve tê parve kirin û her hevalekî ji berî ku bi xwe tenê bihizire, di destpêkê de li hevalê kêleka xwe hizire, ji xwarin û vexwarinê bigre heyanî xwe fedakirina ji bona hev. Ji ber vê yekê jiyana Gerîla ji her milê xwe ve tê heskirin û bi hemû zoriyên xwe û xweşiyên xwe mirovan dikşîna nava buhişta xwe ya ku mirov her tiştê xweş yê jiyanê tê de dibîne û ji her tiştê wê sûd werdigre. Mirov xwe li vanderan fêrî A, B ya jiyanê û azadiyê dike û mirov li van deran xwe hîsdike weke ku ji nû ve dayik bûye û çavê xwe li jiyanê vekiriy e. Her hrvalekî cihekî xwe yê cuda di nava vê jiyanê de heye û weke heleqeyan hemû heval hevdû temam dikin, ji ber vê yekê heval li van çiyan xwedî hest û remanê mezinin, ji ber ku rihê wan û dilê wan weke deryayan kûr û ferey ye.
Ji ber wê ji hevre dilê xwe vedikin û gelek caran diyariyan didine hev û hestê xwe bi hevre parvedikin, lê weke me ji were dayî xwiyakirin he tişt li vê derê xwedî wateyekî cudaye. Di be ku gelek caran di civaka sivîl de heskirî ji hevre diyariyan vedirêkin, herweha dibe ku hevalê hev ji hevre diyariya bişînin. Lê li van çiyayn û di nava vê jiyana azad de diyarî jî wateyekî xwe yê cuda heye di nva jiyana gerîlan de û bi taybet dema ku ev diyarî diyariya hevalekî şehîd be, ew hevalê ku hûn bi hevre dirazan û radibûn û hûn bi hevre ji bo jiyaneke azad tekûşînê didin meşandin, wê demê ev diyarî wê wata xwe gelekî cudabe.
Erê hevalno em bi hevre çîroka vê bîranînê xêzbikin li ser rûpelê dîrokê.
Hevalê Sedredîn Tac, bi navê nav Gerîla Çekdar.
Li Ferensa di sala 1984’ ran hatiye dinê û di sala 2003’ ya an de tevlî refê bizava rizgariya gekê Kurd bû bû, ew û hevalê Robar binavê din Ehmed Atêş, yê ku di sala 1977’ tan de li Mardînê hatibû dinê, di sala 2007’tan de li Amedê tevlî kerwanê şehîdên bê mirin bûm.
Wê demê ankû di sala 2005’an de dema ku hevalê Çekdar derbasî Amedê dibe, Seheta di dest xwe de diyarî di de hevalê Bawer; di wê navberê de dema ku hevalê Bawer di sala 2007’tan de derbasî Amedê dibe wê Sehetê diyarî dide hevalekî di nava refê Gerîlan de, ji xwe hevalê Bawer jî piştî demekî dema ku derbasî Amedê dibe di pevçûnekî de birîndar dikeve destê leşkerê tirkan de û neha ev Seheta ku diyariya şehîdekî û diyariya girtiyekî azadiyê ye li cem hevalekî Gerîleye û cihekî xwe yê cuda li cem vî hevalî heye û ev diyarî li cem wî bûye weke parçeyekî ji canê wî tucaran wata xwe wenda naka her ku dem sere derbas dibe hîn bêtir ev diyarî wata xwe zindî dibe weke hebûna şehîdan yê tim dijîn di dilê me de û tim bê mirinin.
Hamid Dêrik
- Ayrıntılar
Bi stran û dengbêjan hevdû naskirin jî zimanekî naskirinê ye gelek caran tiştên herî xurt cewherê mirov derdixe holê stran in. Hest bi zimankirin û kirina peyv karê hunermendan e. Sedem ew e ku ji bo zimanekî xav ev cewher nayê ser ziman û bêwate dimîne. Hestên mirovan jî di vê çerçovê de dişibe qedera welatê wan. Ji bilî vî tiştî jî di navbera hunermend û şoreşgeran de têkiliyeke xurt heye. Hunermend hestên kûr û veşartî dixemilînin û aşkera dikin, şoreşger jî di heman watê de vî karî dikin, û bi vê dişibin hunermendan.
Belê bi vê sergotarê û nivîsandinê ez ê hevalekî bidim nasandin û hinek milên wî ku dişibin vê nivîsê ez ê binivîsim. min heval Bahoz bi vê stranê nas kir, strana Lawikê Metînî ku vê stranê dema mirov guhdar dike dişibe straneke evîniyê, lê di cewherê xwe de ji vê zêdetir e. Watedayîn bi naskirina heval Bahoz çêbû. Lewre her kes stranan guhdar dike, li ser stranekî pir sekinandin dibe balkêş bê, lê dema şoreşger guhdar dikin ev tişt tê guhartin.
Çima Lawikê Metînî û çima heval Bahoz ev stran guhdar dikir. Strana Lawikê Metînî, li zincîra çiyayên Mezobotamya jor bûyerekê tîne ser ziman. Evîna veşartî ku evîneke pir xwezayîbe jî lê derfet ne ji aliyê wî ye.Gerebêtê Xaço jana gelê Ermenî û Kurt bi evîna Lawikê Metînî, dike stran û dibêje. Heval Bahoz çîroka kurdistanê jî dişband çîroka Lawikê Metînî.
Heval Bahoz li ser Metîna digot ku Metîna welatê çiyayên jore.Welatên çiyayên jor çîroka me tîne ser ziman.
Weke keser û êşa keçika di strana Lawikê Metînî de derbas dibe. Kurdistan jî bi vî rengî ye Em zarokên ku evîna me bi têlên tûj bûne xet û parçebûne. dema ku me ji bin têlên tûj li welatên xwe meyze dikir. Di hundirê dilên me de strana Lawikê Metînî dihat gotin. Welatên hatiye dagirkirin ewê bi xwere evînên dagirkirî bi efrîne. Ji ber van sedeman çîroka me jî dişibe strana Lawikê Metînî. Heval Bahoz wiha axivî û min ew wiha naskiribû.
Heval Bahoz di sala 1990’ê de tevlî refên gerîla dibe. Heta 1993’yan li qada Mêrdînê kar dike, ji ber xebera tesfiya Agîdê mala Qaso, heval Bahoz jî dikeve ber lêpirsîna rêxistinê.
Lê bi awayek dilnizim û mutewazî vê lêpirsîne pêşwazî dike û hîn xurtir tevlî kar dibe.
Van salên xwe li herêma Botan derbas dike. Ji şervantî dest pê dike û di her çalakiyê de cihê xwe digire. Di demekî pir kurt de dikeve dilê rê hevalên xwe û berpirsyariyên hîn mezintir digire ser milên xwe. Lê evîna wî qada Mêrdînê ye. Ji bona wî weke karekî nîvçemayî û pêwîst e bê temamkirin. Ji rêxistinê re çûyîna vê herêmê pêşniyar dike û rêxistin vê pêşniyara heval Bahoz di cih de dibîne. Di sala 1996’ de dîsa derbasî qada Mêrdînê dibe.
Gelo sînorê heval Bahoz çi ye ? Heval Bahoz nekarê çi bike û heval Bahoz li hemberî kîjan karî zoriyan dikşînê ? Ev pirs û lêgerên bersivê wan mirov dighîjte hinek encaman. Ji bo heval Bahoz artêşên mezin pêwîst bû. Ji alozî û nakokiyên hundirê wî de derfetên di destê de têrê nedikirin.Weke fermandarekî demên impiratoran ku artêş tekuz dikirin û bi çend peyvên di cîh de artêş dixistin êrîşên cengê mezin
Çend navên heval Bahoz li gel me hebûn, navek ji van navan civa bû. Birastî jî weke civayê di şûna xwe de nedisekinî. Bi qasî fîzîka wî, mejiyê wî jî bi tevger û tijî pîlan bû.
Herî taybetmendiyê wî ên li pêş parkirina hizirandinên xwe bû, ji ber van parkirinan jî fermandarên di bin berpirsyariya wî de bi lez û zû pêş diketin. Têgeh û ramanên dîrokî bi awayekî hostatî li rastiyê roja meya îro tanî ber hev û li hev tanî. Bi kurtasî kesayeteka tijî bû.
Car caran mirov digot: Heval Bahoz dereng çêbûye û dereng hatiye dunyayê. Mercên dîrokî û civakî ne li gor kesayetê wî ye. Heval Bahoz di dilê hevalên xwede wiha cih girt. Her weha di dilê gel de jî ji bo karên pîroz û berpirsyariyên mezin cihê xwe digirt. Xezeba 1999’an ya bi xefik û dolabên nav netewî ew jî da bû ber xwe, heval Bahoz berpirsyarê herema Bakokê bû. Bal û pilanên dijmin li ser çiyayên Bagokê û hevalên wê, mezin bûn. Bagok diçavên dijmin de cihekî bi xof bû. Zinar û latên çiyayê Bagokê bi ser bajarên Qamişlo û Nisêbînê de diherike. Bi berbanga sibehê û tîrêjên rojêre vî çiyêyî destpêdikir û piştre deşt ronî dikir. Gerîla weke teyrên Doxan li ser van latan baskên xwe li hev dixistin û bi tîrêjên rojê re weke tînek germ diketin dilê gel. Di sala 1999’an de artêşa Tirk ji nîvî pêhtir li binya çiyayên Bagokê kom bûbû, sedem rêber APO bû. artêşa Tirk ji bo rêber APO ji Sûriya derkevê gef li Sûriya dixwend û dixwst Sûriya bi tirsînê, di van rojan de rêber APO ji Sûrya derket û piştre ev artêşa kom bûbû berê xwe da çiyayê Bagokê. Bûyera şehadeta 31 hevalan encamê van operasyonan bû, mijarekî nivîseke dirêj ev bûyere. Demek dirêj li hemberî van operesyonan berxwedaniyeke mezin pêk hatibû û her roj weke mehekî tijî û bi aloz derbas dibû. Bi nivîsek kurt mirov nikarê bînê ser ziman û mafê wê bide. Heval Bahoz di van oparisyonan de tevlî karwanên şehîdan bû. Lawikê Metînî û evîna wî bûbû çîroka wî. Di heman demê de li sînorên strana Lawikê Metînî ku bi dawî dibe xebitî û xwest vê stranê bigûherê, sînor û têlên polayî ku li ser singa welatê me xistine derbas kir û li zemînê hêviyan dijiya. Ji Tirbespiyê û gundên li ser xetê heta nav dilên Bagokê awazên strana Lawikê Metînî pêçand, vekir û dîsan pêçand. Bi kînekî dîrokî ku peyvên ji devên torinê mala Haco derdiket rasterast jiyan kir û kevirên ser çiyayên Bagokê himêz kir. Çeperên ji mala Haco mana dît û piştî gelek salan ku weke ciwan dibêje ez kuç li ser kuçê nahêlim guhdar dikir û berên awirê xwe da ser welatên meyên jêr. Şînahiyên xapînok ev welat weke deryayek berfireh li singên çiyayên Bagokê dixist. Ew ewir û awazên strana Lawikê Metînî weke pelên zêrîn kete nav pirtûka şehîdên çiyayên Bagokê. Ew berbanga sibêhê li vî çiyayî şopên şehîd û awazên stranên berxwedaniyê weke xelatên ji rîsê hatiya çêkirin ew bi vê rastiyê daye girêdan. Çavdêrê hevala mezin ya Mizgîn bû. Weke di strana wê ya ku derbas dibe pir dişibe hevdû. Eger ez şehîd bibim min veşerin li Bagokê, li Herekolê hayê hayê oy li min dayê. Ez nemînim bê hevalan li dinyayê.
- Ayrıntılar
REŞÎD DOSTO
Sala 1994’an li Çiyareşkê şerekî pir giran çêbû, rojekê beriya şer heval li Qernêseyê bûn, li Qernêseyê ber bi seharê re, ji milê Colemêrgê ve, hem ji milê Kutranisê ve, bi sê çar aliyan ve hatin ser hevalan, seharê heyanî êvarî pevçûn dewam kir, di vî şerî de gelek leşker hatin kuştin û dijmin derbeyên pir giran xwarin, li vê yekê dijmin heyanî astekê gavê xwe bi şûnde avêtin. Ber bi êvarî ve hevalan xwest ji Qernêseyê xwe bigihînin Çiyareşkê, şev bû û hêza hevalan pir giran bû, ji ber ku hejmara hevalan du yekîne bûn ango tabûrek bû. Heval di wê navberê de dema ji Qernêseyê têne Nebirnavê û piştre ber bi Tûzekê re xwestin xwe bigihînin Çiyareşkê.
Seharê dema ku dinya zelal bû û rojê avêtibû hîn heval negihîştibûn Çiyareşkê.
Dijmin jî di wê navberê re ferq kiribû, ji ber wê yekê hem çiyayê Leyzok û hem Çiyareşkê milekî wî dijmin bi şev hatibû û girtibû. Heval dema gihîştin binya Çiyareşkê dinya bû roj, cihê ku heval gihîştinê zozan bû lê dijmin di nava kurs û tehtên asê de veşartî bûn, seharê dema heval gihîştin bineya gir, pevçûnê dest pê kir, di wê navberê de hinek hevalan xwestin milekî Çiyareşkê bigrin, lê dijmin bihêza xwe navbera tabûrê û yekîneya ku lûtkegirtî de qutkirin.
Erdnîgariya hakimî ser qadê hemû dijmin girtibû û peyre derdora hevalan kirin çember.
Bi şefeqê re pevçûnê dest pê kir û heyanî êvarî dewam kir.
Di vê pevçûnê de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, lê gelek heval jî şehîd ketin, bi taybetî hevalê Serdar fermandarê yekîneyekê bû, cardin hevalê Cîhad ê nîtê li ser taximê bû û hevalê Îsmaîl Dêrik li ser taximê bû û hevalê çekdar garisî cardin li ser taximê bû û gelek hevalên din jî fermandar hebûn.
Hevalê Sefqan, hevalê Mezlûm, hevalê Akif û hevalê Ferzende hebûn. Di nava hevalên şehîdketî de gelek hevalê ciwan jî hebûn, hevalê Sebrî, hevalê Kemal û hevalê Egîd. Bîrlika hevalan yekîneekî tim dinava hereketê debû û demekî dirêj li qadên botanê gelek çalakî kiribûn û çalakiyê ku ketinê çalakiyên gelek serkeftîbûn, dijmijî evyek ferqkiribû û ji bo ku vê yekîneê ji holê rakê gelek hewildan û gelek rîsk dane ber çavan û ji bo vê ermencê xwe pêk bîne gelek leşker anîne cihê pevçûnê û cidayî wê gelek teknîk jî bikaranî. Dema pevçûnê ji seharî heyanî êvarî gelek heval şehîd ketin, lê sedemê şehadeta van hevalan ew bû ku hevalan nexwestin ku hevalê şehîd ketin û hevalê birîndarbûyî di nava destê leşkeran de bimînin. Di şûna ku henek heval ji nava pevçûnê derkevin û yê dijî di nava pevçûnê de bihêlin, hevalan bi giştî pevçûn dan ber çavê xwe, heyanî êvarî pevçûn sing bi sing pevçûnê dewamkir, di dûrbûna narincokan de pevçûnekî pir giran dest pê kir. Ber bi êvarî ve hevalê serdar û neh heval dimînin.
Hevalê serdar û hevalên din dikarîbûn xwe xilas bikin, lê ji ber ku hinek hevalên birîndar hebûn û ji bo ku heyfa hevalên şehîdketî rakin, ber bi êvarî ve hevalê serdar û hevalê din carekî din dikevin êrîşê û divê êrîşê de hevalê serdar û neh hevalên pê re şehîd dikevin, bi giştî 49’heval di v îşerî de şehîd dikevin. Di serî de hevalê serdar û hevalên din ji şervan û fermandaran.
TAYBETIYÊN HEVAL SERDAR
Lê dema ku mirov behsa hevalê Serdar dike, yan mirov wî bi bîr tîne, hevalekî di nava şer de pijiyayî û xwedî tecrûbeyên şer û êrîşê bû û di her çalakiyê de herî cihê zehmet û cihê ku qedera çalakiyê belî dikir hevalê Serdar cihê xwe li wê derê digirt û di her çalakiyê de tim biserkeftî bû, ji ber vê yekê baweriya hevalan gelek bi hevalê serdar dihat û her hevalekî dixwest tim bi hevalê Serdar re bikeve giropa êrîşê.
Hevalê serdar hevalekî bi cesaretbû û xwedî tecribeyên êrîşê û hotsa bû dizanîbû bi çi awayî dijminê xwe têxe xefkê û derbê lê bidê û çawa biçê ser çeperê dijmin, ji ber vê yekê hemû hevalan tim dixwestin bi hevalê serdar re biçin êrîşê. Cudayî wê hevalê serdar ticaran hevalê xwe yê şehîd û birîndar ticaran nedihişt di nava destê dijmin de, çi bibûya tucaran dev ji hevalê xwe bernedida, cardin hevalê serdar li ser çeka xwe pir hakim bû, ji ber ku gelek perwerdeya leşkerî dîtibû û hakimiyeta wî li ser teknîkê hebû. Angu hevalê serdar fermandarekî gelek milê xwe temambû û dijiyanê de hevalekî pir dilnizim bû û hevalê ku hevalê serdar nasnedikir dema ku dihate yekîneya wî ne dizanî ku hevalê Serdar fermandarê yekînê ye. Hevalê Serdar hevalekî dijiyana xwe de dilnizim dikarîbû têkeve dilê her hevalekî û di şerê xwe de jî pir keskîn û li ser dijminê xwe de weke şûr lêdixist û radikir. Ji ber vê yekê dema ku hevalan pevçûna Çiyareşkê bihîstin kîn û nifreta wan sê qat li hemberî dijmin zêdebû.
LI ÇIYAREŞKÊ ŞER GIRAN BÛ
Çiqa ku pevçûna Çiyareşkê şerekî giranbû û dijmin bi hêza xwe û teknîka xwe hate ser hevalan ji ber wê winahiyên hevalan zêdebû lê ji milekî din ve kêmasiyên hevalan jî di vir de hebû. Kêmasî neyê wê yekîneyê bû, xeteyên hinek yekîneên dinbû, ji ber ku xeberdabûn hevalan ku Çiyareşkê destê me de ye û saxleme, lê peyre ji ber xemsariya hevalan û negirtina wan ji cihê xwe, dijmin di şûna wan de cihê xwe digre û hevalê ku ber bi Çiyareşkê ve dihatin baweriya xwe bi hevalan anîbûn û bi rehetî bê ku hesabê dijmin bikin ber bi Çiyareşkê ve ketibûn rê û bê ku ewlekariya xwe bigrin ketin Çiyareşkê, dijmin jî ji vê yekê sûd wergirt.
Lê bi rastî berxwedana Çiyareşkê pir cihê xwe yê taybet hebû û dengekî pir xurt veda, windabûnê me yê Çiyareşkê pir giranbûn. Di hemû êrîşên ku 1994’an çêbûyî pir biserkeftîbûn.
HEVALÊN BI BIRYAR
Hevalê cîhê din jî wisa bû, hevalekî hevalan bi fermana leşkerî tevlî nava bizavê kiribûn, lê piştî ku rastiya rêxistinê fêrbû biryara xwe ji nû ve da û tevlî nava refê bizavê bû û herdem hevalê Cîhad biryarekî pir xurt nîşandida, di sala 1989’an tevlî hereketê bû demekî dirêj li qadên Çiravê û Gabarê ma. Cardin hevalê mezlûm batuwî hebû, hevalekî ew jî bi fermana leşkerî tevlî bizavê bibû sala 1989’an fermandarê yekîneyê bû, ewjî demekî dirêj li qadên Gabar, Çiravê ma bû, lê piştî naskirina PKK’ê wî jî biryara xwe nûkir û tevlî refên hereketê bû û tevlîbûnê xwe ji dil û can çêkir. Cardin hevalê çekdar hebû Çekdarê Kevzinî, buhara 1994’an ji qada rêberiyê hatibû, hevalekî fermandarê taximê bû, hem erkê xwe yê fermandariyê pêktanî û hem tişta ku ji rêberiyê girtî dixwest bide hemû hevalan û bi wan re alîkarbê, bi taybetî di milê rêxistin û bîrdozî de, cardin ji bo pêşxistina tektîkên şer desteka wî ji bo hevalan çêbû. Cardin hevalê Îsmaîl Dêrik hebû, hevalekî kevin bû, ji Dêrika Hemko bû. Hevalê Îsmaîl jî demek dirêj li Gabar, besta û garisa mabû, hevalê Îsmaîl di wî şerî de gelek erkê xwe bicih anî, heyanî guleyên wî diqedin şer dikê û ji bo ku nekevê destê dijmin de naricoka xwe bi xwe ve diteqînê.
Cardin hevalê Sefqan hebû, hevalekî ji Efrînêbû, di salên 1990’ê tevlî nava refê hereketê bû, wî jî perwerdeya xwe li ba rêberiyê dîtibû, ji wê yekê hem hêza ji rêberiyê girtî û hem tecrûbeyên xwe yê leşkerî dida hevalan û di jiyanê de bi hevalan re par vedikir û bi rastî jî bibê hevalekî Serokatiyê, ji wê yekê hevalekî hem dilnizim û hem ji bo ku bi hevalan re alîkarbe pir hewildan nîşan dida. Ji ber ku gelek hevalên me ciwanbûn û hîn rastiya hereketê û şer nasnedikirin. Cardin hevalên ciwan hebûn, hevalê Egîd hebû, hevalekî ji qurtelanê bû, di sala1993’ê tevlî hereketêbibû, temenê xwe 17’de salî bû, ji ber temenê wî yê ciwan me nedixwest ku em di çalakiyan de em wî pêxin pêş, lê hevalê Egîd di şerê Çarçêlande berxwedanekî pir cidî kir. Cardin hevalê Sabir hebû hevalekî ji erohê bû, ji gundê Êrsê bû hevalekî temenê xwe 16’de salîbû, di sala 1993’ê hevalan bi fermana leşkerî tevlîkiribû, ew heval jî demekî şûnde biryara xwe da û tavlî refê hereketê bû hem di şer de û hem di jiyanê de herdem ji hevalan re mînak bû. Cardin hevalê Kemal hebû temenê xwe 15’dehsalîbû ji gundê şikeftiya girêdayî Sêrtê bû, çiqas ku hevalekî temenê xwe biçûkbû jî lê herdem cihê xwe di nava çalakiyan de digirt û hevalekî pir fedakar bû, di şertên herî zor û zehmet de hevalê Kemal cihê mural, coş û hêviyê ji bo hevalan bû, ango cihê ku hevalê kemal lê ewder tim cihê mural û kêfê bû. Weke hevalê Kemal gelek hevalê din jî hebûn hevalê Avreş hebû, hevalekî ji Başurê Rojavabû di nava xebatê gel de cihê xwe digirt, bandorekî pir mezin li ser gel çêkiribû.
AX BI XWÎNÊ HAT AVDAN
Bê guman van hemû hevalan di hundirê şerê Çiyareşkê de xwestin bibin bersiv, ji ber vê yekê hemû heval yek bi yek şehîd ketin û çiqasî ku dijmin bi hemû hêza xwe ya leşkerî û bi teknîka xwe bi ser hevalan de hatin lê tu ji hevalan ne xwe radestî dijmin kir û ne bi saxî ketin destê dijmin de. Heyanî guleya xwe ya dawiyê şer kirin û narincoka xwe bi xwe de teqandin û xwe radestî dijmin nekirin, ji ber ku hemû hevalê Çiyareşkê girêdanekî wan yê pir xurt bi hev re hebû û tucaran serî li beramberî dijmin neditewandin û heyanî dawiyê girêdayî giyan, rih û felsefeya PKK’ê bûn. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje şerê Çiyareşkê ji bo me wendayîkî pir giran bû, şehadetên pir giran çêbûn, lê şehadeta van hevalan dihundirê me de hîn rihê heyfhilandinê û intîqamê bilind û xurt kir. Jixwe piştî şerê Çiyareşkê hevalê tabûra hevalê Adil yê ku navê xwe kirin tabûra tolhildanê û ji bo bîranîna hemû şehîdên Çiyareşkê, ji nû ve hemla 1994’an ya payîzê destpêkir yek ji wan jî çalakiya Serxetê bû û hemû çalakiyên hatin kirin ji bo bîranîna şehîdên Çiyareşkê bû.
- Ayrıntılar
ZINARÎN EFRÎN
Terzê heval yê jiyanê, zindî bûna wê, bi însiyatîf tevlîbûna wê ji her tiştî re xwestekê xwe pêşxistina wê gelek bala min dikişand. Gelek taybetmendiyên wê yên xweş, hişt ku demek pir kin de ez xwe nêzî wê bikim. Di wê yekîneyê de nêzîkatî, tevlîbûn, zindîbûn, nêzîkatiyê wê ji jiyanê, hevaltiyê û xebatê re gelek ji dil bû, xweşikbû coş û heyecana heval Bêrîtan hiştibû ne tenê ez, hemû hevalê yekîneyê bi meraqekî mezin nêzîkî wê bibin. Me gelek nîqaş dikir. Di hemû nîqaşê me de naveroka fikrandinên heval Bêrîtan hemû li ser bersiva pirsên em wek jinê kurd û jinên ciwan ji esareta Rêber Apo re çawa dikarin bibin bersiv bûn. Lê ser esasê xwe pêşxistinê her tim ev pirs ji xwe dikirin. Gelo ez ê çawa ji jiyanê, ji rêhevaltiyê, ji pirsgirêka re bibim bersiv. Li gorî van lêkolîna û asta xwe pêşxistinê bi zindîbûnek asta herî dawî û coşek mezin tevlî her karî dibû. Em demek dirêj bi hevdûre man. Di hemû daxwaz û gotinên xwe de xwesteka xwe ya çûyina bakur danî ziman. Di got; lazim e ez herim wir ji bo zêdetir karibim berpirsiyartiyê xwe pêk bînim. Di çavên wê de bi xwe ev yek gelek diyar bû. Dema mirov li çavên wê dinêrî, ev xwestekên wêy herî mezin dihat dîtin. Piştî demekê bû berpirsiyarê manga me. Di dema pêwirdariya xwe de bi zanebûna berpirsiyariya xwe ya giran hewildanê rakirina vî karê giran bû. Ji ber temenê wê gelek biçûk bû. Rexmî vê rastiyê di xwest ku hevala li gorî bersivdana pêvajoyê bide amadekirin. Bi taybet fikrandin û asta pêşketinê ya zanebûna zayendî ji bo esas digirt. Çawa dikare di asta pêwendiyek rast û zanistiyek rast de nakokiya zayendî bide veguhartin û di aliyê jin de kêmasiyê tên jiyan kirin çawa derbas bike bû. Ti carî ne dixwest hevalên derdora wê nebikêf û bê moral bin. Her tim nîqaşê heval Bêrîtan bi derdora wê re germahiyek dida çêkirin û moralekî mezin dida derdora xwe. Terzê wê rêvebiriyê heval û derdor bi jiyanê hîn zêdetir dida girêdan. Bi rêgezên jiyanê ve gelek girêdayî bû. Ji rojbaşa sibê heta êvarê hemû jiyana xwe û yê hevalê xwe li gor pêlansaziyek mezin dida pêşxistin û tevlîbûna xwe bi hevalên dibin berpirsiyartiya xwe de dida birêvebirin. Me wê demê perwerde didît. Dema perwerde xelas dibû heval Bêrîtan hertim mijarên perwerdê di jiyanê de nîqaş dikir ku bizanibe heval çiqas jê girtine. Cardin di navbera de lêhûrînê Rêber Apo ji me re dixwend û li ser nîqaşên mezin didan vekirin. Mijarên dihatin nîqaş kirin di jiyanê de di şopand. Cardin girêdanekî heval Bêrîtan mithîş bi dîsîplîna leşkerî ve hebû. Dema me perwerda leşkerî ditît û em dihatin cihê xwe heval Bêrîtan cardin ew perwerde bi me re dida dûbarekirin. Ji ber di perwerdê giştî de hevalê xort bi hêza xwe zû pêktanîn. Lê ji bo em jî di demekî kin de bikaribin wan perwerdê leşkerî fêr bibin me gelek cara bi serê xwe dûbare dikir û bi rastî jî encamên mezin dihatin girtin. Di jiyanê de ti carî wextê xwe vala derbas nedikir. Dema 5 deqe wextekî vala hebûna me dinêrî nivîsek aniye û dipirse ‘hevalno ka em vê nivîsê bixwînin ka çiye? Li gor vê hertim li ser esasê ezmûnê jiyanê hertim jiyana xwe û wexta xwe dadigirt. Heval Bêrîtan di dilê hemû hevala de cihekî mezin girt. Bawer dikim heta ez hebim tiştê min ji heval Bêrîtan girtin û pêşketina di kesayeta min de da çêkirin tu caran jibîr nakim.
- Ayrıntılar
