Sal 2003 bû. Ez li qada Xakurkê, di taburekê de bûm. Dora çûndina tepe hatibû yekîneyên hevalên jin, ji bo wê jî em ê bi tîmekê çûbûna tepe. Di plansaziya taburê de pir kar dihate meşandin. Lê, dixwazim rojek ji rojên çûndina me ya tepe bibîrbînim. Di hundirê sê rojan de bûyerên ku li tepe qewimiye dixwazim bi were parve bikim.
Tabur hêjmara xwe pir bû. Ji ber vê çendê dora tepe di wextekî pir dereng de dihate me. Tabura me ji dû yekîneyan pêkdihat, yekîneyek hevalên jin û yekîneyeke hevalên xort. Ji bo vê jî, hem hevalên xort diçûn wî tepî û hem jî hevalên jin.
Demsal berbi payîzê diçû. Pelçimên daran xwe li ba dikirin û bi zerbûnê re yeko yeko diweşiyan li ser şîverê yên di himêza daristanan de. Demsaleke pir reng bû. Dar, pelçim û kulîlkên wê rengo reng bûn. Ne di destê mirovan debû ku mirov evîndarê wê werzê (mevsim) nebana. Yek jê di wê werzê de ku li cihekê pel di weşiyan, lê hinek ciha jî bi mîsogerî şilî hebû. Bi taybet jî di cihên bilind de lepên berfê, yan jî gijlokên hûr yên baranê lê dikir. Ev jî rengeke cuda ye di vê werzê de. Di nava bedewiyekê bi vî rengî em ê biçûna tepe.
Li ser hîmê çûndina me ya tepe, me hemû amedekariyên xwe kir. Ji bo komekî hevalan çi pêwîst bû, me amede kir. Em ê sê rojan li tepe bimana û pişt re daketana.
Em ber bi tepe birê ketin. Hemû hevalên tîmê yên ku bi hatana tepe, pir keyfxweş bibûn. Coşekî gelek mezin di dilê wan de hildiavêt. Ji ber roj bi çi rengî hildihat û bi çi rengî diçû ava pir xweş dihat dîtin. Lê çi dîmenekî qeşeng bû. Ew dîmenê ku derdiket holê jî, hêjayî dîtinê bû. Bi wî dîmenî, mirov wer xwe hîs dikir ku şahidiyê ji bedewiya xwezayê re dike. Xweza xwedî dîmenekê pir bedew bû.
Hinek hevalên pênûsa xwe bi hêz û ji xwezayê sirûşt digirtin, di nava tîma me de hebûn. Bi hemû bedewiya dilê xwe dixwestin ku vê bedewiyê xêz bikin di rûpelên dîrokê de. Hestên wan gelek kûr û bihêz bûn. Bê guman, ev cihên bilind jî sirûştekî mezin ji hibra pênûsê re dida. Ev jî hestên pênûsê bihêztir dikir.
Em şeş heval bûn. Yek ji wan jî hevala Sarya bû. Hevala Sarya ji cihên bilind pir hesdikir. Yek ji hevalên ku pênûsa xwe bi hêz, hevala Sarya bû. Bê navber li ser derketin û avabûna rojê dinivîsî. Rojaneyên xwe her roj digirt. Ji bo ku rengên bedew li rojaneyên xwe zêde bike, di nava xêz kirina jiyana rêheval û gerîllatiya xwe de, di hem wext de cih ji gelek bedewiyên xwezayê re jî dida. Lê hal ew e ku dema digihişt cihên bilind jî, ev sirûşt hîn mezintir û bi watetir dibû. Ji ber vê çendê, di rêde lezeke wê ya mezin hebû ku xwe bigihîne lûtkeyên bilind.
Berê wê bi demekê, hevala Sarya li nexweşxanê perwerdeya tendirustiyê dibîne û pişt re hatina wê ya taburê çêdibe. Demekê ji jiyana taburê dûrketibû. Pir dixwest di jiyana xwe ya gerîllatiyê de li cihên bilind bigere û hemû bêrî kirina xwe ji wan ciha re bîne ziman.
Mejiyê wê di nava pirsan de, te di got qey asê maye. Bêyî navber ji bo her cihekê nas bike, leza firîna perperîka ku xwe diavêje ronahiyê dida nîşandan û bi qasî ji dilê wê dihat pirs dikir. Pirsên mîna, ‘‘ev tepe çiqasî bilind e, em ê di çend saetan de bigihinê, hilkişandina wê rihete an jî zor e??...’’ dikir. Tepê ku em diçûnê, ne tepeyekî pir bilind bû. Di saetek û nîv de mirov dikarîbû xwe bigihîne tepe.
Em bi hemû westandin û coşa xwe re gihiştin tepe. Piştî ku me henaseyekê kûr ji vê bedewiya xwezayê kişand, êdî saetên êvarî jî nêz dibû. Roj wê edî xatir ji cîhanê bixwestaya dor bidana tarîtiyê. Êdî kêliyên tarîtiyê zûde ketibûn li ser rûyê cîhanê. Lê weke her car stêrk bi biriqîna xwe diçirûsîn.
Wê rojê berf pir kêm bariya. Lê, di tepe de berf hebû. Berfa li serê tepe jî, bi bayekê hênik sir û seqemê bi xwe re diherikand. Ji ber wê jî, wê şevê em di mangeyên xwe de rûniştibûn. Lê ji ber sedemê berfa yekem ya zivistana 2003’an bû me didît, em pir keyfxweş bûn. Herî zêde jî hevala Sarya keyfxweş bibû. Ji ber hevala Sarya, wê vê rojê bi wêjeya dengê bedewiya xwezayê binivîsanda.
Hevala Sarya bi vê kelecana xwe rabû û li derdora tepe gerî. Di gera xwe ya li derdora tepe de hinek pincar dibîne û kom dike. Bi vê kelecanê hevala Sarya ket hundir û got; ‘‘roja me ya yekê ye em li tepe, em bi pincar xwarinê dest bi meşa xwe ya li tepe bikin ku ez vê rojê jî li gel barîna berfê di rojnivîsa xwe de binivîsim..’’
Ji derveyî xwezayê jî hevala Sarya gelekî pirs dikirin, ‘‘dema ku dijmin were em ê li kuderê bi cih bibin, kozikên ku em têde xwe biparêzin wê kîjana bin??..’’
Qada Xakurkê di sêguşeyekê deye. Milek yê wê dikeve Iraq ê, milek dikeve Îran ê û milê din jî dikeve Tirkiyê. Em jî di vê sêguşeyê de bicih bibûn. Ji aliyê kîjan hêzan de êrîşekê pêkbihata, me yê jî li gorî wê pozîsyona xwe ya pevçûnê bigirta.
Hevala Sarya jî digot, ‘‘ger amedekariyên me hebe, em ji niha de li sengerekê BKC û li yekê jî çeka Qernasê daynin..’’
Em hemû hevalên tîmê nûbûn. Ji bo fêrbûna bersiva van pirsan jî, fermandarê me çi bigotaya ew bû. Em ê ji wê fêrî bersiva van pirsan bibûna. Li ser gelek mijarên bi vî rengî hevpeyvîn û sohbetên me li gel hev çêdibûn. Lê li himberî bûyerên ku ji aliyê xwezayê de derbikevin, em ê bi çi rengî bergira xwe bigrin di hişê yek ji me de jî derbaz nedibû. Ji bo wê jî, dema mirov li himberî serweriya xwezayê tê, mirov bi bûyerên xwezayî re rû bi rû dimîne, bê çare dibe, yan jî çi bêjim, mirov matmayî dimîne. Bûyera ku li wî tepî jî derket, bûyerekê ku qet di bala mirovan de derbaz nedibû û heta ku mirov jê bawer nedikir jî. Ji ber me hîn ne dizanî em xwe li himberî bûyerên xwezayî biparêzin.
Hevala Sarya got; ‘‘ez ê herim tepe û tepe di venêrînekê de derbaz bikim.’’.
Li ser hîmê vê hevokê ji fermandara tîma me re pêşniyar dike ku her tepe. Piştî ku ev pêşniyar ji aliyê fermandara me de hate pejirandin got; ‘‘temam serê sibê yek jê hevala Sarya û hevaleke din bila bi hevre biçin hem derdor kifş bikin û hem jî weke dewriye bigerin di tepe de..’’
Min jî xwe pêşniyar kir ku ez bi hevala Sarya re herim. Ez û hevala Sarya di saetên di berbanga sibehê de me dûrbîna xwe girt û
Lê ji ber sedemê cara yekemîn bû em dihatin wî tepî, me zêde tepe nas nedikir û em pê şareze nebibûn. Ez û hevala Sarya, her yek ji me em çûn sengerekê cuda. Min ji hevala Sarya re got; ‘‘dema ku te derdor di venêrînê de derbaz kir deng bike, em bi hevre dakevin…’’ Wê jî bersivand ‘‘temam heval.’’
Du şîverê diçû sengerê. Ez û hevala Sarya her yek ji me di aliyek cuda de çû sengerê. Tepe hemû zinar û latên asê bû û yek jî xwezaya xwe pir hişk bû. Hevalan jî di cihekê bi vî rengî de du şîverê vekiribûn. Ji ber sedemê lêkirina berf û baranê, hemû teht şil û şemitok bibûn. Ger mirov bi baldarî li ser neçûya, ew gengaz bû ku di latê de werbibûna. Tepe xwedî zehmetiyekî wiha bû.
Pêwîst dikir ku em bi hevre gihiştibana sengerê. Lê hevala Sarya di pêşiya min de gihiştibû. Min serê xwe rakir û min xwest li hevala Sarya bimeyzînim. Lê min çiqasî hewl da min hevala Sarya di sengerê de nedidît. Ji bo wê jî min gazî kir. Hevala Sarya piştî ku bersiv da min dizanîbû ku hevala Sarya bi têkûz gihiştiye sengerê û rûniştiye.
Min jêre got, ‘‘mane diviya bû tu li benda min bisekiniya û em bi hevre çûbana sengerê.’’ Hevala Sarya jî bersiva min da û got; ‘‘ji ber min dixwest ez derketina rojê bibînim, ez li benda te nesekinîm.’’
Cîhan ewr bû, lê roj car bi caran dikarîbû di nava ewran de serê xwe rabike. Ev jî ji bo hevala Sarya îlhamekê cuda dida. Min jî jêre got; ‘‘hevala Sarya îro roj xweş derneket, lê sibe dibe ku roj xweştir derbikeve’’. Wê jî got; ‘‘ez di wê baweriyê deme ku wê baran lê bike..’’
Hîn em bi vî rengî diaxivîn, hêdî hêdî ewrên reş kombûn û baranê lêkir. Hevala Sarya jî got, ‘‘em hinekê din li derdor binêrin û pişt re herin.’’ Min jî got; ‘‘temam, berê ku lêkirina baranê zêde bibe em herin..’’ Min jî got, ‘‘cihê ku tu lêyî hemû latên asê ne, dema ku tu daketî bi baldarî dakeve.’’ Wê jî heman hişyariyê li min kir. Di navbera me latekê asê hebû. Min jî jêre got, ‘‘tu hêdî hêdî dabikeve ez ê piştî te dabikevim…’’
Dema min hewlda ku ez li hevala Sarya meyze bikim ka bê daket an na, min dît ku dengekê weke dengê guleya Qernasê hat guhê min. Laşê min hemû tevizî û ez di cihê xwe de veciniqîm. Weke ku elektirîk min bigre, ez di cihê xwe de hejiyam. Min li himberî xwe meyze kir, min dît ku hevala Sarya qulipî aliyê din yê latê.
Dibêjin ya, rewşekî ku çavê min lê zîq bû. Ji ber min nedizanî çi bûyer qewimî? Min digot, gelo Qernas teqiya? Ji derveyî vî dengî ti dengên cuda nedihate bala min. Ji ber berê wî qet dengê bruskan tine bû. Lê hal ew bû ku, ew dengê bruskê bû. Ew bruska yekê bû. Lê ji vê bûyerê ez ecêbmayî mam, çawa dibe ku bruska yekê bedena hevala Sarya îsabet bike. Min nedixwest ku tiştekê bi vî rengî ne di hişê xwe de û ne jî di ber çavên xwe re derbaz bikim. Tesadufekê bi vî rengî mirovan diêşîne, ne gengaze ku di yek carê de pêkbê.
Ku ez hîn li ser hevala Sarya difikirîm, ew ji zûde li pêş çavê min ketibû erdê. Ez di cihê xwe hişk mabûm, li himberî vê bûyerê bêçarebûm û min nedizanî bi çi rengî tevbigerim. Min pir qîr kir, lê ji ber ku heval di hundir de bûn, dengê min nedibihîstin. Min jî biryar da ku ez guleyekê biteqînim ku heval bi rewşê agahdar bibin.
Bûyerekê cara yekê li pêşiya min çêdibû, ji ber wê jî dest û lingê min li nav hevketibûn, hatibûn girêdan. Ji bo ku em xwe biparêzin me geleke bergirên xwe girtibûn û lêhûrbûnên li ser gelek plansaziyan hebûn. Lê belê, em bi qewimîna bûyerên xwezayî yên bêyî vîna me pêktên, qet nefikirîbûn.
Min gule teqand, heval derketin. Pirs kirin ka bê çibûye? Hemû heval hatin û min ji wana re got; ‘‘hevala Sarya ketiye…’’ Wana jî digot, dibe ku li ser hişê xwe çûbe.
Min jî got, ‘‘lez bikin xwe bigihînin hevala Sarya!!..’’ Hevalên tîmê pirs dikin ka bê çi li hevala Sarya hatiye, lê zimanê min nagre ku ji wana re bibêjim. Dema ku heval diçin li ser hevala Sarya, dibînin ku di aliyê din yê latê de hevala Sarya li erdê ye. Fermandara me got, em herin heval rakin û bi wî rengî agahî bidin hevalên taburê.
Hevala Sarya ji serê xwe darbeyekî giran xwaribû. Canê wê perçe perçe bibû. Hevalan hevala Sarya ji cihê latê derxistin. Lê, ji ber darbeyekê giran xwaribû, bi ruxmê hemû mudexeleyan jî nekarîn rizgar bikin. Heya ku hevalên taburê gihiştin gel me, hevala Sarya çavê xwe li xeweke giran girtibû û êdî berê xwe dabû cîhana nemiran.
Belê ew kêlî, ew kêliya ku heyam lê sekinîn, demsala payîzê di bedewiya xwe de ruxî. Belê, êdî ew kêliyên hest û giyanê me berbi kareseta bablîsokan de dibir bû. Hîn ji zûde destpê kiribû kêliya ku çav di çerçoveya zîqbûnê de eliqî mabû û dîmenên bedew di xêz kirina lênûskê de. Wê kêliya ku hemû qeyd û bendên me lê bistîn, weke ku tufaneke sar bi ser canê min de were.
Lê ev jî heye, her veqetîn nîşaneya hevdîtineke dine. Bendewar be bi vê hevdîtinê rêheval Sarya. Ji ber hun naçin û nemirin. Di rayên dilê me de hun bicih bûne. Me di dilê xwe de cih ji were daye. Ji lewra soza min wê pêkanîna xeyalên we û meş li ser hîmê doza serkeftina gelê Kurd be.
Hemrîn EFRÎN
- Ayrıntılar
“Tu car zarokên rojê tîrêjên ku ji axê re dibûn çavkaniya behremê, ji bîr nedikirin. Jibîrkirin di qanûna şoreşgertiyê de tune ye.”
Jiyan careke din di bihara 91 an de vedijiya. Bihara gul û kulîlka jiyanê ye, bihara ku senfoniya sulav û lîlava ye, bi ahenga meşa gerîla ve bibû yek can û rih… Çûk û bilbil bi dengê xwe yê bêhempa re ji gerîla re dibû xelata heviyê… Welatê minê xweşik û bêhempa bi wateyeke cuda ve pêşwaziya gerîla dibû. Bi ew xwezaya xwe ya tije raz û nepenî re rê ji jiyana azad re vedikir.
Ew bedewa nazik û zirav ji ber zordarên dil hesin tim û tim dinalî, niha bi rûkenî dilên xwe yê şikestî bi stêrkên azadiyê re şa dike. Çav şil, dil honik bibû. Ew şilî şiliya heviya ku sed hezaran salan binax bibû tê. Bi zarokên rojê re keziyên rojên azad dihat hûnandin. Her diçû kezî zêde dibûn. Her hûnandina gisûyek, dibû kêliyek dîrokî..Her tayek porê axa nazik bi êş bû, lewra hûnandina wê jî ewqas bi jan dibû. Lê, ew rûken û dilşa bû. Zarokên rojê, li derûdora wê kombûne û bi baldarî hêdî hêdî keziyên wê şeh dikin û dihûnandin. Bi hatina biharê re xweşikbûna axa şêrîn, hîn bi zelalî dixuya. Çiyayên wê yê bilind û asê bi keskayî ve dixemiliya…Di dengê çem û sulava de awaza dengê hezîn ya dîroka birîndar dihat. Bilbil dengê xwe yê ku stranên dîroka wenda digot, li ser asîmanan dixist. Stêrkên şewqdar bi hemû delalî û xweşikbûna xwe re mirov cezb dikirin.
Erê, bihara welatê min a bi navê xwe yê şêrîn Kurdistan, weke keskesoreke reng bi reng û di her rengê xwe de jî wetaya hemû hebûnan vedişart. Comerd û dilnizme xwezaya welatê min. Raza wê ji bêdawîbûna wê tê. Gerîla hevkarê vê xwezaya bêpênase ye. Ew ji deng û awaza wê re heval in. Ew çavên wê yê tarî re çirûskên jiyanê ne. Êş, jan, şadî û coşî ya wan wekhev in. Her yek gerîla bibû parçeyek vê axê. Dilê wan ê fireh li her derê vê axê diavêt. Ew zeman û cih derbas dikirin. Jixwe di nav vê xweşikbûnê de, ne mimkûne ku dil teng, hebûn bi sînor be.
Ez di wê di dema vejîna bihara nû de, li Bestayê bûm û li meskenê mîr û began dibûm şahîdê zayîna jiyaneke nû. Kela axa şêrîn bi coşa zarokên rojê re bilind bibû. Kela germa rojê bandor li zarokên xwe, zarok li axên xwe, ax jî roj û zarokan re dikir. Şerê hêvî û azadiyê gihiştibû asta herî bilind. Hestên serkeftinê divejiya, pêlên şoreşê li her derî welat belav bibû. Botan û eyaletên din tola hezar salan hildidan. Bi zanebûna rastiya dîrokê ve û bi dahûrandina tiştên paşverû re ku hiştine her tim binkeftin bibe para Kurdan, tevgerek û xebatekî mezin û nû roj bi roj li herderî welat wekî lehiyekî diherikî.
Zarokên rojê bi baldarî kom bibûn û bi pênûsên xwe yê bijarte re rûpelên dîrokê dinivisandin. Biryarên girîng û zehmet digirtin. Xweydana ku ji bedenên wan diherikî, ji pênûsên wan re dibû murekeb. Kombûyînekî giran û girîng, civînekî dîrokî dest pê kiribû. Kongreya çara ya gerîla, pêkdihat. Biryarên dîrokî û jiyanî dihatin girtin. Ji bo vejîna jiyana Kurd û rizgariya axa bedew, pêwîst bû ku li her derê welat şer hîn bi xurtir û berfirehtir bidomiya. Herêmên ku naskirina gerîla zêde pêknehatibûn, diviya ku bihata nasîn û li wan herêman jî gerîla bi cih bibûya. Herêmên stratejîk bi lez û bez pêwîst bû ku bihata girtin. Kêlî bi kêlî gerîla keziyên jiyanê dihonand. Kêlî tu car kêm û kurtiyan nediperjirand. Ji ber vê yekê jî her gavek ku dihate avêtin, gelek hessas bû. Heyecana vê berpirsiyartiya dîrokî dilê hemû hevalan hildipekand. Dengê dilên ku bi coş û peroşmendiyekî mezin diavêt, li her derî welat wekî senfoniya rizgariyê deng dida.
Edî, kêliyê tevgerdariyê hatibû. Gerîla li hemû hereman belav dibû. Herêmên stratejîk, diviya ku di destpêk de werin girtin. Herêma Garzanê jî yek ji van herêmên stratejîk bû. Herêm, di navbera eyaleta Botan û Amedê de ye û milekî wî jî digihije Serhedê. Partî ji bo ketina vê herêmê hîn di sala 1985 an de biryar girtibû. Qerargeh li Sasonê wê bihata avakirin. Ji ber ku Garzan wekî me diyar kir, cihekî stratejîk û di nav herêmên din de reya derbasbûyînê ye. Ew, wekî dilê Bakur e. Rê divê sêkujê de digihijin hev. Ew hem niqta dîdariya rêyan hem jî niqta dîdariya rêya dirokê ye jî. Girîngiya Garzanê di dîrokê de jî gelek mihîm e. Ew, dergûştî ji raperînên dîrokî re jî kiriye. Gelek qehremanên veşartî di bin axa Garzanê de bi hêviya tolhildana dîrokî jan dikşînin. Rewşa wî ya stratejîk hiştiye ku dijmin jî vê herêmê bi lez nasbike û siyaseta xwe ya qirêj pêkbîne. Gelê Garzanê ji ber raperînên dîrokî hem welatparêz e û hem jî ji ber ku dijmin jî girîngiya vê herêmê di wextê xwe de fêmkiriye, pê re leyîstiye û li hember hest û nêzikatiyên welatparêzî, ajantî û koricitî pêşxistiye. Yanê di aliyekî de ajantî û koricitî, di aliyekî de jî welatparêzî li vê herêmê bi cih bûye. Ji ber vê yekê jî li herêmê cihbûyîna gerîla, gelek caran li gorî ku dihat xwestin pêknehati bû. Gelek caran gerîla hewildaye ku bikeve vê herêmê, lê hem ji erdnigariya herêmê re biyanî bûn û hem jî ji gelê herêmê re biyanî bûn hiştiye ku gerîla vê herêmê baş nasneke. Bi jiyaneke eşirtî jiyankirin hişt ku, ger cihekî gerîla nas bike, gelê wê cihê jî tev de gerîla nas bikin û alîkarbin, ger ciheke ku gerîla nasneke, gelê wê cihê jî tev de gerîla nasnekin û bibin alîgirê dijmin.
Eşirê Xerzî li vê heremê jiyan dikin û herêm navê xwe ji navê vê eşirê girtiye. Dîsa ev sêkuj bûye şahîdê raperînê wekî Eliyê Yunus. Kela Yunusa (Kelenûs)ku navê xwe ji rewşa xwe yê dişibe kalê girtiye, di herêmê de hîn jî di navbera sêkuja Baykan-Motkî-Kozluk de girekî stratejîk e. Wekî dîroka xwe asê û tenê têketanekê wî heye. Bi vî awayî jî wekî kalekî sirûştî ye. Di derdorê vê de eşirê Xerzî jiyan dikin. Gerîla belkî ji vê herêmê re biyanî bû, belkî li gorî dihat xwestin bi awayekî berfireh li vê derê cih negirtibû, lê hêviya rizgariyê, girêdayiya axê û hestên ponijîn, li hember gelek wendabûn û şehîdbûnan re dîsa jî têkoşîna gerîla ku li vê herêma zor û zehmet bi cih bibe, berdewam kir. Li hember hemû astengî û keleman, têkoşîn domandin û heviya xwe tu car neşikênandin pîvanekî gerîla û şoreşgeriyê bû.
Erê gerîla bi biryarên xwe yê dîrokî re dîsa berê xwe dabû “an serkeftin an serkeftinê.” Dirûşma jiyana gerîla serkeftin û tolhildan bû. Bi dawîbûna kongra çaremîn û bi amadekirina yekîneyên ku wê biçûyana Xerzanê heyameke nû vedibû. Tola heval Numan û hevalên din ku deşta Bismilê bi îxaneta rûreş re hatin şehîd kirin wê bi hata hilanîn. Tu car zarokên rojê tîrêjên ku ji axê re dibûn çavkaniya berhemê, jibîr nedikirin. Jibîrkirin di qanuna şoreşgertiyê de tune ye. Mereto çiqas bi înat û asê be, gerîla jî ewqas wekî xeta asoyekî xwedî sebr û heviyekî bêdawî bû. Wekî Şêx Cuma ya ku di geliyekî kûr de bêsekin diherikî û bi herîkîna xwe yê nazdar ve çawa bi Ava Sason, pişt re Ava Botan û pişt re jî delaliya malê Ava Dîcle re yek dibû, gerîla jî dixwest ku xwîna ku li ser van axan hatiye rijandin bike yek av. Perçebûyîna hezar salan kom bike û nirxên belabûyî bîne cem hev. Ji çemên bêdeng, çiyayên bêaso re bibe deng û aso.
Gerîla, heviya çêmên nazdar, gelî û deştên bêberhem re toxima jiyanê, niha berê xwe dide Xerzana dilşewat û jê re wê bibe dermana hezar salan. Xayîntî û îxaneta ku di nav xwe de wekî “kurmên daran” vedişêre jibîrnake û li hember çembera îxanetê, çembereke ji ronahî û çirûskên agirê çêdikî û baweriya xwe bi vê çembera ronak tînî. Du yekîne, du yekîneyê xwedî çembera ronak, derdiketin rê. Yekîneyekî di bin fermandariya heval Mervan, yekîneyekî jî di bin fermandariya heval Xeyrî û Mizgîn hatibû amadekirin. Her hevalekî ku di nav van yekîneyan de cih digirt, bijarte bûn. Ji ber peywireke ku dabûn ser milê van yekîneyan, peywireke dîrokî bû. Edî tu asteng û kelem li hember neketina û nebicihbûyîna vê herêmê re nedikarî bibe pêwîstek. Heyama nû û biryarên ku hatibûn girtin, tu pêwîstek nedipejirand.
Di nav vê mêşa dîrokî de, cih girtina min, şensekî girîng bû. Ew şensa ku derfeta naskirina gelek hevalên nemir dabû min, di jiyana min de jî cihekî cuda digire û wekî şervanekî di yekîneya heval Mervan de cihê xwe digirtim.
Di nav çavên her hevalekî de wateyeke gelek cuda dihat dîtin. Di çirûskên çavan de dîmena dibey qey her hevalekî ketiye nav xebata neqişkirina bingeha rizgariyê, diyar dibû. Di meşa me de astenga yekem ku derket pêşiya me, derbaskirina çema ku bi ava baranê re gur bûye û diherike bû. Lê belê derbasbûyîna li ser vê avê, me gelek dida fikrandin. Emê çawa bikin, ji ku derê bi çi rengî derbas bibin?.. Av gelek gûr bû, ne mimkun bû ku em bi destê hev girtin an jî bi ben girtinê re derbas bibin. Diviya ku em di ser pirê de derbas bibin. Lê belê pira heyî jî, ji aliyê dijmin ve hatibû girtin. Derbasbûyîna me li ser pirê îhtîmala dîmendayînê mezin dikir. Lewra ji ber ku me herêm naz nedikir, vebirjarka me yê em di reyeke cûda de meşa xwe berdewam bikin jî tunebû. Bi zor û zehmetî, bi wendabûn û rîskan re emê herêm nasbikiran. Ji vê yekê jî derdorê naskirin, cihê ku careke ji wir derbasbûn wir baş naskirin û keşif kirin ji bo me gelek girîng bû. Heval hemû bi baldarî li derûdorên xwe dinêriyan. Pişt re me biryara, ji ser pirê derbas bin girt. Me bi baldarî û bi rîskên mezin re hedî hêdî bi mesafe mesafe dest bi derbasbûnê kir. Heval Mervan bi werektiyeke û bi berpirsiyartiyeke girîng, yek bi yek me ji ser pirê derbas kir. Destê me li ser tetîkê, çavên me li derdorê bû. Heyecaneke mezin û bi vê heyecanê re jî cîddiyeteke mezin me jiyan dikir. Dema ku me li hev dinêriya hiskirin û hevalbendî ya di navbera me de weke behrek e kûr û bêdawî di çavên me de dixuya. Di encam de me ew kêliyên bi ponijîn, bi alîkariya heval Mervan re derbas kirin û meş berdewam kir. Lê belê, nenaskirina herêmê, meşê hêdî dikir. Li rastê çi werin, wê çi were jiyandin nediyar bû. Çav hişyar, rih di nava heviyê de bû. Hema di her kêliyê de wê çi biba nedihat zanîn.
Mereto, Kurîs-Kember-Sîser, Zoveser bêdeng, hatina me temaşe dikirin. Di bey qey ew jî, nexwestina me yê beriya ku em li herêmê bi cih bibin rastî dijmin werin û ketina me yê herêmê dijmin bihese, fêmdikirin û bêdeng diman. Rêzeçiyayên Kurîs-Kember-Sîser, bi tecrûbeyên xwe yê bedelgiran re dixwestin raman û hêza gerîla re bibin ronak. Ew jî hêviya dilê xwe di nav bêdengiya bi raz de vedişartin. Sîser –ku ji birû heta erçena xwe rûyê wî di şerê navbera wî û xwişka wî Kember de, bi kêr lêxistina Kember ve hatiye birîndar kirin, bûye geliyekî û rê ji bendava Sîser re vedike- ji zarokên rojê re ji bo ku bibe war û cî di nav hêviyekî de bû. Kember -ku sitûyê wê ji hêla Sîser ve piştî ku Kember rûyê wî bi kêrê diqelişîne sîrkut li serê wê dixe û sitûyê wê dikeve nav bedena wê- wekî rêzeçiyayekî bêsitû hatina gerîla silav dikir. Kurîs jî –ku birayê navîn e, di şerê navbera Kember û Sîser êdî nema şerê xwişk û birayê xwe re tehamûl dike û dikeve navbera wan. Lê belê piştî ku bi nifrînên diya xwe re ku hemû di cih de dibin çiya -bi ciwanbûn û xweşikbûna xwe re bala gêrîla dikşîne. Sîser di aliyê başûr de bi ew geliyê ku ji bendavê wî heta jêrê cihê kêra Kember nîşan dide, bilind dibe. Di aliyê bakur de Kember bêstû ku nîşaneya cihê sîrkûta Sîser e, xuya dibe. Di navîn de jî Kurîs hildikşe asîmanan. Erê, bakur, başûr û di navîna Xerzanê de ev hersê çiya dîmenekî cuda dide vê herêmê.
Meşa me di aliyê Şêrwanê de berdewam dikir. Bi rastî jî ev der cihekî gelek dîrokî û stratejîk bû. Dema ku me, Çiyayê Mêrgelo ya ku dikeve başurê rêhevrîşmê, dît, em gihiştin wê qeneatê ku, tu gotin û peyv nikare xweşikayiya vir pênase bike. Bi daristana xwe yê mezin û bi kaniyên xwe yê bêhempa re çiyayekî gelek xweşik bû. Me ji van xweşikayiyan hezeke mezin digirt. Coş û heyecana me her diçû zêde dibû. Lê belê ji ber ku dijmin tedbîrê xwe bigre beriya me ketibû herêmê û di gelek cihan de jehra xwe vala kiribû û gelek gelê vê herêmê xistibû bin bandora xwe. Ji ber vê yekê jî em di tevgereke gelek bi xeternak de bûn.
Koricitî di sala 1985 an de ewil di Şêrwan û Mutkê de bi awayekî veşartî dest pê kiribû. 1987 an de bi awayekî fermî ev leystoka dijmin li herêmê cih girt. Dijmin li herêmê zêdetir dest avêtiye qelhên ku bi eşirtî jiyan dikin û çiyayî ne. Gelek qelh piştî raperînên ku li herêmê çêbûne û hatine perçixandin, xwe ji bajêr û tekiliyên derûdor qut kirine û bêhayê cihanê jiyan dikirine. Sala 1985 an de grubek hevalên me dikevin vê herêmê, lê belê ji ber ku bi gelê herêmê re bi awayekî germ û kûr nakevin têkiliyê û baş xwe nadin nasîn, hin qelh ji me ditirsin û di wê demê de dijminê ku dixwest li wir bi cih bibe vê derfetê ji xwe re weke firsendekî dibîne û dide şixulandin. Li vê herêmê di aliyekî de qelhekî bi vî rengî heye, di aliyekî de jî qelhekî ku bi awayekî hestên waletparêzî re bi me re ketine têkiliyê û alîgirên me ne jî hene. Zêdetir koçer di vê herêmê de piştgirên me yê herî girîng bûn. Gelê vir, hem ji ber raperînan û ji ber şerê navbera eşîran, bi awayekî şerker mezin bûne û şerker in. Lê belê bandorên xisusiyetên eşîrtî ku kî bi hêz be û kî bi bandor be dibin alîgirê wî, di aliyê şerê netewî de astengbûyîna xwe li vê herêmê jî bi vî rengî diyar dikir.
Encax nezanîna li vê herêmê kî-kî ye û çawa ye, dihişt ku em bi xeternak û şayîş bin. Dijmin ketina me yê herêmê hesiya bû û ji tirsa gerîla li vê herêmê bi cih bibe re ketibû nav tevgerê. Agahî bi çi şêweyê dihişt dijmin kêm-zêde hêdî hêdî me naskiribû. Lê hîn jî pirsgirekê me yê hînbûyîn û naskirina herêmê hebû. Kî koriciye, kî welatparêz û alîgir e, me hêdî hêdî dinasî. Her ku roj derbas dibû, me di herêmê de cihên nû keşif dikir. Mergelo di aliyê cihgirtina me yê Şêrwanê de cihê me yê destpêkê bû. Ew kaniyên wî yê bêpênase hîn jî di hiş û bîra min de ye. Kaniya Mara ku navê xwe ji rastiya xwe girtibû, wekî efsaneyê ku li ser dihat gotin nepenî bû. Li gorî ku dihat gotin; mar di dema cotbûna xwe de tên ser vê kaniyê û piştî cotbûnê, xwe li ser vê kaniyê dişon. Bi rastî jî, li ser vê kaniyê gelek mar hebûn û mirov digot qey ev der cih û warê wan e. Dîsa ew kaniya wê ya bi navê Birgê, li gorî gotinan ev kanî ku ji latekî derdikeve -bi lexistina birûskekî re diderize û ji vê derizandinê av havînan wekî cemedê sar, zivistanan jî şiregermê tê- mirov efsûn dikir, nayê jibîr kirin. Ger erdnîgariya vê herêmê were bilêv kirin û teswîr kirin ne pênûs û ne jî hêza milan têrê dike.
Erê, em li vê herêma efsûnî roj bi roj hîn bi kûrtir diketin bin bindora hem xweşikayiya wê, hem jî zor û zehmetiya wê. Bi tecrûbeyan re me herêm nas dikir. Her diçû xebatê me pêşdiket. Dijmin bi agahiyên ku li ser xebatên me digirt zêdetir tirs û xof jiyan dikir û ew jî li herêmê xebatê xwe bi kûrtir dikir. Tirsa wî yê li hember gerîla dihişt ku bi lez û bez xebatên dijber bidomîne. Armanca me jî ew bû ku li hember hemû tiştên neyînî û dijber, bi îradeyekî bêhempa re hedefên xwe pêkanîn û rastiya Apocitî dayîna naskirinê bû. Hêviyekî bêsînor di nav me de hebû. Parvekirina me ji hev re, rêz û hiskirina di navbera hemû hevalan de nîşaneya ew biryarên dîrokî û rihê Apocitîyê bû.
Heval Mervan bi berpirsiyartiya ew biryarên girîng tevger dikir û yek bi yek bi hevalan re nîqaş dikir, fikr û nirxandina me yê li ser bûyeran digirt û bi vî rengî dixwest bigihije biryara herî baş. Yekîne ya me demêk bû ku li herêma Şîrwanê bû. Heval Mizgîn û heval Xeyrî hatin gel me. Ew wê biçûyana herêma Tatwanê. Lê heval Mizgîn, demêke li gel me ma. Di wê demê de bi pêşengtiya heval Mizgîn, moralekî hat çêkirin. Moral pir bi coş û şabûnê re derbas bû. Heval Mizgîn bi ew dengê xwe yê ku gûl û kulîlk, çiya û ber, av û lîlav, çûk û bilbilên xwezayê re dibû çavkaniya senfoniya giyanê û rengekî cûda da moralê. Careke din bi dengê heval Mizgîn re, di rih û ramana me de şewqa serkeftinê bi awayekî bêemsal beriqî. Ew deng dengê hemû xwezayê di nav xwe de kom kiribû. Ew deng dengê serkeftinê û azadiyê bû. Xwîna ku di damarên me de derbas dibûn, bi dengê heval Mizgîn re gûr bibû, kelagerma dilê me, pola û hesinan diheland. Ev germahî û hêza me yê bêpênase tu asteng û keleman nas nedikir. Ev herêma ku ji aliyê me ve hîn jî temamî nehatibû nasîn de çavên me yê bêtirs, dilê me yê wekî agir ji me re dibû rêber. Roj û dem derbas dibûn, pêwîst bû ku êdî em bikevin nav amadekariya çalakiyekî xurt. Lewra jî di vê herêma ku pevçûn û nakokiya di navbera me û dijmin re dibû şahîd, pêwîstiya vê pevçûn û nakokiya bêdeng, bideng xistin xwe bi girîngî diyar dikir.
Hevalên rêvebir demekî bû ku ketibûn nav nîqaşa çalakî wê çawa, li kû derê û bi çi rengî pêkwere?.. Di encam de grubekî ji bo çalakiyê hate amade kirin. Ev çalakî ji ber ku li herêmê wê bibûya çalakiya me yê yekem, gelek girîng bû. Hemû heval bi baldarî û heyecanekî mezin re kêlî bi kêlî amadekariyên çalakiyê takîp dikirin. Ji bo me ev çalakî di bey qey wê bibûya nîşaneya me yê hebûn û nebûnê!....
Wateya vê çalakiyê hem di warê siyasî û hem jî di warê leşkerî de gelek girîng bû. Ger ev çalakî di aliyê me de serbiketa wê înîsiyatîf herêmê biketa destê me, lê ger ev çalakî vala derbiketa û binbiketa ji bo dijmin wê biba avantaj. Ji ber van hesasiyetan hemû heval ketibûn nav lekolîn û amadekariyê. Gruba çalakiyê bi fermandahiya heval Seîd hatibû amadekirin. Heval Seîd, hevalekî şerker, wêrek û di şerê xwe de bi mantik û xwînsar bû. Cihê çalakiyê jî piştî gelek nîqaş û nirxandinan “Şîrvan” hat pejirandin. Her biryarek ji bo çalakiyê girîng bû. Lê belê her çendî di aliyê fedekarî, coşî û tevlêbûn û şerkeriya hevalan de tu pirsgirekên me tûnebûn jî, di aliyê hakîmbûna erdnîgariya herêmê de, dîsa naskirina gelê herêmê û sazkirina binesaziyan de gelek kêm û lewaziyên me hebûn.
Wê çalakî çawa bihata çêkirin, kijan noktê sexlemtir bû ku bihata şixulandin, dijmin kîjan aliyan de cih girtiye û kî an jî kê alîgirên dijmin bûn?.. Ji aliyên me ve baş nedihat nasîn. Lê, li hember van dezavantajan me dîsa bi hêviya serkeftinê re dest bi amadekariyên çalakiyê kiribû. Belam, ji aliyê cehş û dijmin ve hesandina cihê çalakiya me re ev çalakî guncaw nehat dîtin û em vegeriyan cihê xwe. Em hemû hîn behtir hêrs bibûn û serkeftin hîn behtir ji bo me bibû wekî azweriyekî.
Heval Mervan civînekî çêkir û pêwîstiya pêkanîna çalakiyê nirxand û careke din ji bo çalakiya Şîrwanê grubek nû hat li dar xistin. Ji ber ku çalakî û hevalên ku vê çalakiyê pêk bînin ji aliyê dijmin ve hatibû nasîn, diviya ku guhertin bihata çêkirin. Cihê çalakiyê dîsa Şîrwan bû….
Belam dijmin koricitî destpêkî li Şîrwanê pêşxistibû. Eşirtî û jiyana eşirtî li vir gelek bi cih bû. Dijmin ji bo ku ev jiyana eşirtiyê ku bi gewşînê xwe dijî cewherê Apocitî ye biparêze, destpekî serokê eşîran parast û eşîr tev de bi xwe ve girê da bû. Her wiha ji aliyê me jî ji ber ku ev çalakî bibûya çalakiya me yê yekem, divê ku cihê çalakiyê hem ji aliyê bîrdoziyê ve, hem jî ji aliyê stratejiya erdnîgariyê jî Şîrwan cihê herî baş û watedar bû. Bi lexistina Şîrwanê bersiva jiyana paşverû, hevkariyê û her wiha di herêmê de bi awayekî balkêş, me hebûn û hêza xwe nîşanê dijmin û hêzên hevkar re bidan. Ji ber van sedeman, Şîrwan careke din bû cihê me yê çalakiyê. Gruba çalakiyê bi hesastir hat amade kirin. Fermandahiya grubê, heval Zeydîn û heval Mustafa bûn. Her du heval jî ji aliyên hevalan ve gelek dihatin heskirin û bi giranbûna xwe, zanebûn û gihiştandina xwe mînak bûn.
Heval dîsa ketibûn nav tevgerekî bêaman. Coş û atîkbûna wan re tu gotin tunebû. Lê belê, di kûrahiya dilê me de şayîşekî hebû ku nedihat pênase kirin. Lewra jî bersiva vê hebû, nenaskirina erdnîgariya herêmê û nenaskirina koricî û sîxuran!…
Erê, plana çalakiyê amade bû… Li hember hemû metirsiyan û astengan, me dîsa jî vê çalakiya bixeternak dixwestin bixin nav pratîgê. Ewr û asîman, dar û berê ku şahîdên gelek gavên dîrokî û metirsiyanê careke din dil bicoş, çav bihêvîdar li vê amadekarî û nîqaşan temaşe dikir. Di her lebitandinê me de çavê me li ew asoya bêsînor ve dieliqî. Bihar tenê ne a xwezaya bêhempa bû, bihar, bihara dilê me û armanca me bû jî. Dilê me bi vê pratîgbûyîna çalakiyê, wê bihara xwe hîn bi giyanber bijiya. Em, êdî bi vê dilbiharî ve ketibûn rê. Di rê de di bey qey em nedimeşiyan, piyê me ne li ser erdê bû, ewqas coşî û peroşmendî me jiyan dikir ku tu westandin an jî zorayî em nedihesiyan. Tu metirsî, me nedida seknandin. Metirsiya nenaskirina erdnîgarî û gelê derdorê ne xem bû…Careke me biryar girtibû û ev ji bo me biryarekî dîrokî bû…Di xeyal û ramana me teva de serkeftina vê çalakiyê hebû. Bi van xeyal û ramanan em sê roj bûn dimeşiyan. Her gavekî me bi gelek hesab û hesasiyetan dihat avêtin. Bi hişyarî û baldarî li derdorê xwe dinêriyan û her tiştê vê xwezayê me dixwest ku di ramana xwe de xêz bikin. Em, hem ber bi cihê çalakiyê ve dimeşiyan, hem jî derdorê xwe bi vî awayî dinasiyan. Her du bi hev re pêk dihat. Lê em baş dizanibûn ku ev rewş ji bo me çiqas metirsiyekî û dezavantajekî girîng e. Dîsa jî me her tişt girtibû ber çavê xwe, sê roj bi vî awayî em meşiyan û gihiştin nêzê cihê çalakiyê. Ji bo çalakiyê her tişt hem di aliyê zindîbûna rih, hem jî di aliyê plan û amadekariyên çalakiyê de hazir bûn.
Heval hemû ji bilî nobedaran piştî ewqas meş û westandinê dema nîvro ketin xeweke şîrîn. Xewna biharê û germahiya nîvro, xewneke di bey qey li ser purtên kevoka xew dikî, ewqas mirov dikşîne nav xwe… Heval hemû bi xeyalên çalakiyê xew kiribûn. Piştî demekî kurt, ez jî bi xeyal û heyecanê çalakiyê ketibûm bin bandora xewna şêrîn.
Bi bangkirina hevalên me yê nobedaran ji nişka ve em ji xew hilpekiyan. Dijmin me xistibû çemberê, derdora me hatibû girtin. Paşverûtiya hevkaran û îxanetê careke din bi hemû talbûna xwe ve derketibû pêşiya me. Meşa me ji destpêkê ve heta vê dema me yê îstirehetê ji aliyê qelhên koricî û hevkaran ve hatibû dîtin. Şayîşa me yê di vê warî de bi awayekî berbiçav li ber me disekiniya. Koricî rêya me şopandibûn û agahî dabûn dijmin. Dijmin bi vê agahiyê dikeve nav tevgerê û bi hêzeke xurt re kêlî bi kêlî firseta “me bixin dest” sekiniye. Ew di vê xalê de ji me bêhtir bi avantaj bûn. Lewra pêşengên wan, qelhên ku erdnîgariya Şîrwanê û çiyayên vê herêmê baş dinasîn bûn.
Em hemû di kêliyekî de gelek tişt fikirîn û hema ketin nav tevgerê ku dest bi şer bikin. Hêrs û kîna me bibû wek volqanekî teqiyayî, diviya ku em bi vê lawên xwe dijmin û îxanetê bihelînin û bişewitînin. Armanca me qelişandina çemberê bû. Bersiva me ji dijmin re teqandina guleyan û heta dawî berxwedan bû. Di her helî de çavên hemû hevalan de werektî û fedakariyekî bêdawî dixuya. Di her aliyan de avantaj ya dijmin bû. Lê tenê tiştekî wan tunebû ku ew ji bo wan darbeyê mirinê bû, ew jî fedekarî û netirsiya mirinê bû. Lewra Apocitî mirinê kiribû jiyan…Her xwînekî şehîdan bi vê rihê bibû giyana hezar û mîlyonan. Bi vê rihê mirovên nemir hatibûn afirandin. Em 16 heval ji ber vê yekê bi bêtirs û werekiyekî bêemsal ve hêviya xwe neşikênand û me biryar da ku girê li ber me -ku cihekî stratejîk bû- destbixin û çemberê bi vî awayî biqelişînin. Bi fermana heval Zeydîn ku ew dengê wî yê ji xwe bawer tu car ji bîra min naçe, em bi pevçûn û bin barana guleyan de ber bi girê ve şerê xwe didomand û diçûn. Leşker, koricî û sîxuran li ser rêya me wekî xweliyê bûn. Di bin her latekî û tehtekî de tije bibûn. Her yekî me li ber hevalên xwe, xwe dikir sîper. Nedîtina şehadeta hev û ji bo hev xwe fedakirin di her tevgerekî hevalan de diyar dibû.
Şer ewqas xurt bibû ku her hevalekî ketibûn bin bandora hêrs û tolhildanê. Gelek heval ji hev qut bibûn. Bang li hev kirina me gelek caran bêbersiv dima. Dengê heval Mustafa jî nema dihat…Ew dengê wî yê ku berpirsiyartiya şoreşgerî û germahiya hevaltî ve hatibû pijandin nema digihişt guhên min. Heval Mustafa ku di dema seha Serokatî de ji aliyên Serok ve bi werektî û dirûstbûna xwe, mînak dihat nîşan dan, niha bi ew werektiya xwe re di kîjan stêrkên asîmanan de nîşanê bû û dirijiya, tenê ew dilên ku pêre diavêtin dizanibû.
Di wê heyecan, toz û duman dîsa di bin baranê fişekan de ez û heval Zekî nêzê hev bûn. Hebûna heval Zekî ji bo min dibû hêzekî bêpênase û di hebûna wî de hevalan hevalên ku niha ji wan bêagahî bibûm didîtim. Lewra jî ez û heval Zekî bi hev re bêhn û hewaya Botanê girtibûn. Li Botanê jî em bi hev re mabûn. Şerkeriya wî kena wî ya ji dil di wê pevçûna ku asîman jî ji me nedihat xuya li ber çavên min bû. Lê ew guleyên îxanet û paşverûtiyê heval Zekî jî ket. Di wê kêliyê de hemû jiyana min û hestên minê ku di nav şoreşê de di dil û rihê min de cih girtibûn, carekî de gûr bûn, di aliyekî de li ser dijmin guleyên xwe yê tolhildanê dirijandim, di aliyekî de jî min hewil dida xwe ku bigihijim heval Zekî. Bi gelek metirsiyan re xwe gihandim cem heval Zekî. Lê belê heval Zekî bi giranî birîndar bibû û tenê dixwest ku ez xwe xilas bikim. Lê kîjan dil di wê kêliyê de dixwest dest ji hevalê xwe berde. Kîjan dilê şoreşger wê vê xwestekê pêkbiniya. Tu hêz û kuweta heval Zekî nemabû û nikaribû xwe bilebitîne. Cara dawî bi awayekî hişk li min nihêrî û got; “Daxwaziya min ewe ku biçî û bigihijî hevalên din. Ez êdî nema dikarim” Fermanekî hişk û pêwîstekekî şoreşgerî da pêşiya min. Bi dil şikestî û bi êşên bêpênase, çanta û çeka heval Zekî girt û beziyam cem hevalên din. Em heft heval mabûn. Derbaskirina çemberê gelek kêm mabû. Lê belê em, li ku derê ne, erdnîgariya vir bi çi rengiye nizanibûn. Lê hîn jî em di nav şer de bûn. Carna ji hev vediqetiyan û careke din dihatin cem hev. Ez û hîn hevalên din derketibûn devreyê çemberê.
Dawiya pevçûnê 11 hevalên me bi qehremanî şehîd ketin. Ew roj di asîmana bêdawî de 11 stêrk rijiyan. 11 stêrk êdî bibûn tîrêjê rojê û şewqa xwe di germahiya roja bêhempa de digihijandin me. Heval Mustafa Gulo, Salîh Keçî, Resûl Şirnax, Rêzan (ji başûrê biçûk bû), Bişar Didêrê, Ferhad Dîdêrê, heval Adîfe û Sîdar dîsa du hevalên ji ber ku em zêde gel hevûdu nemabûn navê wan nizanim, di vê pevçûnê de tevî karwanê şehîdan bûn. Ew bibûn efsaneyê qehremanî û fedekariyê. Her ji van stêrkan yek efsaneyekî bi serê xwe ye. Ew ji bo min û hemû hevalên me, her tim dibin çavkaniya hêvî, bawerî, fedekarî û berxwedaniyê. Ew bi rihê Apocitî, di rih û ramanên xwe de bûne yek. Pîvanekî me yê xwe ji ber çavan derbas kirinê û xwe paqij kirinê jî ew in. 11 hevalên nemir ku di di ronahiyê rojê de giyanber bûn, di herêmê de ji bo me bûn bingehê serkeftin û herêm bixin bin bandora xwe. Çawa ku em bi qehremanî û şerkeriya hevalan bandor bûn, ewqas gelê vê herêmê jî li hember vê berxwedanê bi zindî rihê Apocitî û rastiya gerîla naskir. Belkî di kêliyê pevçûnê de avantaj ê dijmin bû, lê belê di aliyê serkeftin û qehremantî avantaj ya me bû. Piştî van qehremantiyan gelê herêmê bi rêztir û germtir nêzê me bûn, koricî û hevkar jî êdî bitirs bibûn. Gelek pîvanên şoreşgertî bi berbiçavî di vê herêmê de xwe dide xuya kirin. Ewê ji me re her tim bibin pîvana jiyan û mirinê.
- Ayrıntılar
Dema min despêkê Fermandarê xwe dît, li beramber spehîtayî ya wî matmayî mabûm. Rihek reş û hemiz dêmê wî yê gewr û girover zû de nixwimandi bû. Cilên gabardîn çiqas xweşik li bejna wî ya bi ser navîn re kêmek dirêj û narîn dihatin. Hêlwesta wî ya bibiryar, xîtaba wî ya kişandvan, dêmê wîyê her tim bixende di dilê her hevrêyên wî de textê hes kirinê ava kiri bû. Û ew bi her tişên xwe ve viyane ji pola, milîtanek yeman, fermandarek jêhatî, mêhrîdarê gel û çiya yê xwe û tîrojek dijwar yê Roja xwe bû.
Sal 1994 bû. Dawiya meha bûk ya biharê bû. Li Gorengeha Xanê xanan li Şaxa Hevlêr govendek mezin dizivirî. Ser û binê dîlana şervanên azadiyê diheja. Dengê ji şervanan bilind dibû dengê robarê Nêrdoş di dewisand û xwe di bedena Birca belek de vedida. Hevalek bejna wî kêmek ser navîn re dirêj, rihek reş dêmê wîyê gewr û girover nixwimandî bi hemû hunera xwe serê govendê dihejand. Cara ewil bû, wî hevalî dibînim û navê wî jî min nizanî. Wekû kes ez ne reqasvanek baş bûm û girêdayî vê min pir ji reqsê jî hes ne dikir. Lê, kişandvantiya sergovendî ya wî bê hemd ez kişandim û çûm destê wî. Lê, li hember hunera wî ya pêşketî ya reqsê kêmzanîna min û bejna wî ya narîn qama min ya qut ez zû şermezar kiri bûm. Piştî kêmekî raman bûm ku qunsentra wî jî xira dikim û bi şermokî min govend berda bû. Piştî wê kêmekî ji hevalan fêr bûm kû Berpirsê Qada Gabar Hevalê Xebatê Merkezî ye.
Cara ewil li Bîra Askê, li Xala Fermandarê Fermandaran Hevalê Egîd, lê biryara serhildanê dayî bifermandarê xwe re hevnas bibûm. Dîsa heman wekî îro, Roma Reş bi hemû derfet û karîna xwe êrîş dikir. Dîsa nevîçîçirkên Hûlago tirkîtiya xwe dikirin. Jixwe li gundan kevir li ser kevir ne hişti bûn, Kurd’an gundan terikandi bûn û herêm ji xwecihan vale kiri bûn. Vê carê wekû pêwîstiya dagirkeriya xwe, dora gêrîla bû. Her kevirek yê Çirav’ê bi dehan gule û her girikek yê wê bi dehan top û qazan dihingavtin. Di dilê xwe de yê wekî bapîrê xwe kiri bûna û her kesê kû ji zulm û zordariya wan re stû xahr ne kirî qetlê wî wacip bû. Aha di vê demê de min fermandartiya Hevalê Xebat- Xebatê navendî, an jî bi navê xwe din Xebatê Dêrikî nas kir.
Kit mitên tayin spî ketibûn serê wî. Cilên gabardîn li ser bejna wî ya narîn, zirav û ji dirêja tê hijmartin dilerizîn. Baweriya wî ya ji pola, wekû coş û kelecan vedida dêmê wiyê gewr. Li gel hemû êrîş, tengayî û bê derfetiyan, ew jêdera coş, moral û ruhê serkeftinê yê hevrêyên xwe bû. Di şer de fermandarek bê eman, di jiyanê de hevalek dil fireh û di rêwîtiyê de pêçvanek rehwal bû. Erk û peyaya wî çi dibe bila bibe her tim li pêş bû. Di çepera pêş de şer dikir, di rêwitiyê de pêşîvan bû. Wisa fêrî jiyanê bibû û wisa jî xatir xwestin.
Dema min cara dawî li Xinêre dîtî, serê wî nîv bnîv spî bibû, rih û simbêlên xwe qusandibûn lê, ji spehitayî, rû kentî û ji pêşîvantiya xwe tiştek winda ne kiri bû. Hesûdî bûm! Min di dilê xwe de goti bû; “yêkbûyîna bi baweriya xwe re û çiyan mirov ciwan dihêlin”. Û wisa jî bû. Ew nîşeneya têkoşertî, berxwedan û viyana pola ya bîst û çar sala bû. Her xetek ya rûyê wî, her mûyek spî ya di pora wî de şahidê boyerek destanî ya deşt, çiyan û baniyên Kurdistan’ê bû. Kehniye ya Kurdistan’ê nema bû ku jê av ne vexwarî, çiyayek ne mabû bidehan berxwedanên destanî li ser jiyan ne bûyî. Bost bibost, gav bigav pîvabûn ev çiya û banî ruhê wîyê rehwal.
Fermandarê min; şîrovevanê rastiya rûyê reş ya Welatê Stêran yê herî mezin Mîrê Murada ye û hevrêyê wiyê herî nêzîk jî tuyî. Li ber ronahiya Mirê Muradan li dijî vê toqa naletê têkoşîna herî yeman û dijwar te da. Xiyaneta hê ji Enkîdo destpê kirî tu carî pêsîra dildarên azadiyê bernedan, têkoşertî ya te û te jî bê merîstiya wê baş nas dikir. Em tim hizirî bûn ku ev toqa naletê li Kurdistan’ê êrsiye û em wisa ji rastiya me dûr xistibûn. Lê, we bi têkoşertî, berxwedan û lehengtiya xwe ev berevajî kir. Êdî xiyanet, li welatê Rojê diperpite û li ber sekeratêye. Ji xwe jêdera vê bê mehwertiya xiyanet û afrenêrên wê eve.
Bê goman bi destê van rureşan, xwilam û xerbendeyên dagirkeran çûyîna bihezaran mêrxas û dawiya wan êşek bê pîvane. Diyare ev dêwê bê merîs, ev toqa naletê, ev rûreşiya mirovatiyê, ev xencera bê bext li ber sekitînê jî xetere.
Memostayê min; bêjim hêstên min ne kelîn, dilê min tijî xwîn ne bûye ne raste lê, ne girîm. Ji bû, ne girîm dîsa min Mîrê Muradan û awrên we yên bibiryar anî ber çavên xwe. Lê, mêhr (mêhla)a te li min dide û mêhrîdarê teme. Wekû Gelê Kurdistan, herî zêde me ji destê van bê bextan kişand. Hê ji Enkîdo, Herpagos heya bi Abdulah Bedro xirabî û bê bextiya ne kirîn nema.
Qedab lê bibare, sed carî qedab.
Min ristek ya li ser Helpçe hatî nivîsandin de xwendi bû. Ristvan, di hevokek ya xwe de goti bû; “ Kes nîne jêke destê vî dêwî”. Di rastiyê de di bin ronahîya Mîrê Muradan de û bi berxwedan û têkoşîna we dest û lingên wî hatine qut kirin û ruhê wî yê bê merîs jî li ber mirinê ye û yê bimre.
Bi ked û berxwedana we, bi evîn û mêhrîdariya we; li welatê Stêran Xwidawend, li welatê Mîrê Muradan muradxwaz, li warê nan kedkar û li welatê mêhrîdaran evîndar bila şadbin.
Evîndarê azadiyê, mêhrîdarê Rojê, dildarê gel û çiya yên xwe, fermandarê hevrêyên xwe here, ûxira te ya xêrê be!
Lê, mêhra te dikim, mêhra bêhna te ya li Botan, Amed û Xerzan li min dide!
Hewar GABAR
- Ayrıntılar
1994 bû. Nêzî salekî çêbibû ku dijmin neketibû Gabar ê. Wekî hêzeke gerîla em pir ketibûn nava xafikê. Me bawer kiribû ku êdî dijmin nayê. Her yek ji me, di dilê xwe de digot “ dijmin nikare têkeve Gabarê”. Hevalên wê demê ku li Gabarê bûn, piraniya wan hevalên jîr û zîrek bûn.
Buhareke hênik ku meriv dikare bêje buhareke sar, bi keskayiyan derdor xemilîbû. Gabar ciyek bi çi rengî ye herkes dizane, pewîst nake ez zêde qala xweşikbûna wê derê bikim. Lê bi kinasî hûn dikarin bêjin “Bihûşt”. Gulanê de bihûşt çawa be, Gabar jî wisan bû. Nû nû em germ dibûn. Her dîmenê ku çavê te lê diket ne gengaz bû ku were jibîrakirin.
Sê hevalên xort çûne gund, ew dê erzaq bianiyana. Çûbûn Gundê Meydînê. Gava ev heval diçin gund, di rê de leşkerên Tirka dibînin. Li ser wan gule diberdin, lê leşkerê Tirkan dengê xwe dernaxînin, ji ber dixwazin werin ser ciyê ku em giştî lê disekinin. Dixwazin werin ser wargehê û me hemûyan îmha bikin. Bi hevalên me re nakevin nav şerê de. Piştre, hevalên me çûbûn dewriye, ewan jî dijmin dibînin lê bi wan re nakevin nava şer. Van her du grubên me hatin wargehê, me û ji hevalan re rewş vegotin. Tekmîlê xwe bi vî rengî dan. Ewraziya Gabar pir bi şkêr û dar e, loma jî di tariyê de ne gengaze ku pir bi hesanî rê ve biçî.
Hevalên me yê wargehê, bi taybet rêveberî, baweriya xwe bi van tekmîlan neanîn. Wan digotin:
“Ne gengaze dijmin were û têkeve Gabar e.”
Bes car dî jî li ser wargehê me re çend hevalan weke zîrevan derxistin, da ku kes nebêje “rêveberî ruxmî van tekmîlan tevdîran nagre”. Li ser sirtekî biçûk ez û çend heval nobedar bûn. Hevalên ku girê digrin, çûn ciyê xwe girtin. Pênc heval çûbûn girê. Ciyê gir, çariyek dûrî me bû. Ciyê nobedê jî li ser gopikekî ser wargehê re bû. Ji xwe ewraziya Gabar tev de bi gopikên biçûk û di nav hev de tije bû. Gopikên biçûk weke xelek digihaştin hev û navîna wan jî rast û ji bo wargehên me guncaw bûn. Ji xwe piraniya ciyê wargehên me wisan bû. Wek mînak, gireke mezin lê berwariyên wê ji gopikên biçûk pêk dihat û navîna wan rast bû. Em jî di berwariyeke wisan de bûn. Ew gopikan jî ji şkêran pêk dihat.
Em sê hevalên keç zîrevan bûn. Ji xwe, ger tu biçûya ser kîjan gopikî, te derûdora xwe tev de didît. Ewraza Gabarê de girên pir bilind nebû. Giştî ewraz weke hev bû. Te çûbaya ser kîjan gopikî, te dikarîbû hemû gopikên dîtir jî bidîta. Ji ciyê nobeda me, serê TRT ê xuya dikir. Gava hevalên me yên ku çûne girê bigrin, berî ku dinya ronî bibe, dibînin ku dijmin tê. Ew hevalan bi zorê xwe xilas dikin. Hevalê ser wê grubê Harunê Harunî bû. Ew dibêje “em xwe bigînin hevalan. Ger leşker bikevin navbera me û wan ew dê tev de werin kuştin. Ji ber wê ev hevalan pir zû û zîrek dikevin pêşberî wan û nahêlin ku leşker têkevin navbera me û wan de, ji berwariyê re xwe gihandin cem me.
Berbanga sibê, derûdor nû ronî dibû. Ji her du aliyên wargehê me ve hatibûn. Sirtek li beramberî me ku hinek bilintir e, ji wir dihatin. Ji xwe di ciyê xwe ya nobetê de, gava min dengê zîncîrê BKC bihîst, min fêm kir ku em û dijmin êdî di nava hev de ne.
Ciyê ku em lê bûn, yanê ez û her du hevalên keç ê dîtir, em diketin beramberî hevalên xwe yê dîtir. Gopikên weke zîncîr û bi şewaza xelekê hevgirtî de, ew li aliyekê, em li aliyek bûn. Navbera me jî dûz û rast bû. Gava ku rêveberî dît ku em û dijmin pir ketine nava hev de, gote me “xwe paş de bikşînin”. Li gorî vê, diviya me ew ciyê rast û dûz derbas bikira û xwe gihandiba gopika beramberî xwe. Heval piranî xwe bi wî ali ve kişandibûn û gotibûn “bila du-sê heval jî parastina me bikin”.
Ez dikarim wisa salox bidim ku; gopika yekem de em hene, li beramberî me dijmin heye, li pişt me jî gopika ku heval xwe paş de kişandine heye, lê di navbera me de ew ciyê dûz heye. Ger em biçin wê derê, divê em pir zîrek û atîk bin, nexwe wê dijmin ji paş ve bikare li me bide û me bikuje jî, dikare me bigire jî. Ji paş ve parastina me kirin, ewqes hesan nîne, gava hevalên me qlêşên xwe bidin şuxilandin, dikarin me jî bikujin. Rewşeke wisa asê bû. Şer û xwe paş de kişandina hevalan dora nîv saet an go çil û pênc deqe ajotibû.
Ez û du hevalên xort mabûn. Leşker ketin noqtê me jî. Me hê jî li ciyê nobetê şer dikir. Ew deştika biçûk ku di navbera me û hevalan de ye, bi qasî pênce mîtro hebû.
Wê demê ji ber ku cîhaza me hemûyan nebû, me bi xwe bîryara xwe da ku em jî divê êdî xwe paş de bikşînin. Ez pê nehesiyabûm lê toqa li ser pora min sipî û bireq bû, hevalekî xort gote min:
“Wê toqê jêveke ku dijmin serê te nîşan negre”
Min toqa xwe derxist. Piştî çend deqe me bîryar da ku em bazdin û xwe bigînin hevalan. Me xwe da aliyê sirtê ku ber bi hevalan ve dirêj dibe û digêje deştika biçûk, hevalên xort bazdan. Hevalên xort pir zîrekbûn. Ji min qederek dûr ketin. Diviya ez pir atîk bibim û berî dijmin xwe bigînim ciyê hevalan.
Taybetmendiyeke min hebû ku, gava min dengê hevalan dibîst, min hêzeke mezin ya wêrekiyê di xwe de didît. Lê gava ez pê bihesim ku ez tenê me, dijmin nebe jî ez ditirsiyam.
Min berê xwe da deştika biçûk û bi hemû hêza xwe ve ez bazdam. Gava min dengê leşkeran jî bîst, êdî min wisa lez da lingên xwe ku, min nema pêşiya xwe didît. Firset nebû ku ez bêhnek li pêşiya xwe binêrim. Cerdewan û leşker li pey min dibezin, ez tenê bi vê rastiyê hesiya me, û tenê ji bo ku bi saxî nekevim destê wan, tu bê qey lingê min ji erdê qut bibû.
Leşker û cerdewan bi hev re dabûn pey min û dibeziyan, da ku min bi destbigrin. Bi beza xwe re jî qîr dikirin. Wê gavê çavê min, te di go qey nînin. Ne pêş, ne jî paş nabînim. Tenê weke ku bifirim, bêyî ku lingê min bi tiştekî ve asê bimîne, ez dibeziyam. Her ku rewşa min a bi destê wan ketiye dihatin ber çavên min, ez dibeziyam. Derfet nebû ku ez rawestim û guleyek bi serê xwe de jî berdim. Carê ji ber bayê ku bi bazdanê min çêdibû,pora min dihate ber rûyê min ve dihesiyam. Wekî din, êdî min nedizanî hevalên me li kîjan aliyê ne, ji xwe re tenê direviyam, dibeziyam. Bazdanek ji dijminê welatê me, deshilatdaran, qirkeran, bazdanek ji xwefiroşan, bênamûsan, xayînan, bazdanek ji mirovên xwe jî. Ew gav, ew kêlî, ez bibûm daxwaziyeke azadiyê û hemû koledarî û deshilatdarî ketibû pey min. Dîroka jinê û gelan de xilasbûyîn, mabû ser pişta hêza lingên min. Sekinandin an go xwe radestî wan kesên ku li pey min dibeziyan kirin, qet nedihat bîra min. Wê gavê, bi rastî jî, min xwe weke çûkek hîs kir. Çûk tu caran xwe radestî nêçîrvanan nakin.
Kesên li pey min xweş dîtibûn ku ez keç im. Ev yeka dihîşt ku zêdetir bi hêrs bibin û bi hêztir bibezin. Min di dilê xwe de digot “ ger ez li pişt xwe bizîvirim, wê min bigrin”. Dengê wan dihat, yekî digot:
“Keçikeee!, keçê raweste!, ha hooo, keç e!”
Bîstekê dengê wan pir nêz hate min. Û pê re jî gule diketin ber lingên min. Wê kêliyê de lingê min, li ber kevirekî ket û ez pekiyam, gindorî pişt tehtekî bûm. Kevira ku ez lê qelibîm û pekiyam ketim pişt wê, gelek mezin bû lê ewqes bi lez dibeziyam ku, ew leza min hîşt ku ewçend bilind bipekim. Min ji pişt kevirê serê xwe rakir, min dît ku paş de dizîvirin, hev diparêzin. Wê gavê ji min bû ku her çavên min girtî bûn. Min qet çavên xwe venekiribû. Cerdewanên Qilêbanê pir dijwar dihatin ser me. Ji eşîra me bûn lê min li wir fêm kir ku gava mirovek nasnameya xwe ya netewî firot, nikare keç û jina xwe jî biparêze. Di rastiya xwe de Kurd, bi namûs û şerefa xwe ve bi nav û deng in. Di nav me Kurdan de, keçeke nenas be jî, gava xwe bisparta malekê, ew mal li wê xwedî derdiketin. Di civaka me de namûs, di jinê de tê dîtin lê min fêm kir ku cerdewan gava li pêşiya leşkeran dibeziyan, namûsa xwe ji bo ku bifroşin dibeziyan. Gava min ji dûr ve li wan nêrî, min di dilê xwe digot “heyfa wan şaşiyên reş û spî ku Kurd didin serê xwe, di serê wan de qirêj dibin.” Bi rastî jî di wan gavên xwe ya bazdanê de, min dît ku paşverûtiya Kurdan jî ketiye pey min, dixwaze min radest bigre.
Weke jin, di wê gavê de dewsa tirs û xwe bi hundirê xwe ve qurmiçîn zêdetir, min dît ku bîryara min ya şer û tekoşîna li hemberî deshilatî zêdetir bû. Lingê min wisa dibeziyan, min bi xwe jî bawer nekir ku ewê wisa dibeziya ez bûm.
Di wê kêliyê de, ez gihaştime biniya gopikê ku heval lê ne, lê min nedizanî. Gava ez gihaştim wê derê, hevalan dikarîbûn parastina min bikin.
Gava ez gihaştim gel hevalan, hestên min çawa bû, divê hûn bi xwe hinek pê bizanin. Ji bo min, weke vegera jiyanê bû. Berî çend deqe min dikaribû, êdî nema hevalên xwe bibînim. Ger ez ketibama destê dijmin, wê çi bihata serê min, car dî hûn bifikrin.
Piştî ku min behna xwe veda, ji bo wê rojê, bûyera ku bi qasî wê bazdanê bandora xwe li ser min çêkiriye, mukirhatina hevalan bû. Belê, hevalan, ji bo ku ez bi saxî neyêm girtin û min zêde nêşînin, bi dehan guleyê qlêş li ser min û leşker û cerdewanan, bi hev re reşandibûn. Hevalên me jî bawer nekiribûn ku ez ji nava lepên dijmin bifilitim. Lê gava min ji wan re got:
“Ez, tu caran, di wan kêliyan de ketina nava destê wan, ji bo xwe nefikirîm, min di go qey, ez difiriyam.”
Destpêkê min her digot “tiştê herî giran ew e ku, mirov di nava şer de jin be”. Car dî jî, ji ber jinbûna xwe, tenêbûneke sosret ya me jinan hebû, her heye û wê hebe. Ew tenê ne di nava şer de ye, li her derê ye.
Min wê rojê zêde li ser vê bûyerê tiştek negot, lê di hundirê xwe de ez gelek fikirîm. Bi rastî jî di nava şer de tu jin bî, barê te dubare giran dibe. Çiqas hevalên xort gotibana, “me rastiyê dijmin fêm kiriye” lê car dî jî, dilê wan tu caran ne amadebû ku yek ji hevalên keç bi saxî biketa destê dijmin. A din jî nedixwestin, em bi destê dijmin werin êşandin.
Demek borî şûnde, ew tirsa min ya berê ku me digot “wele em jin in, divê dijmin me nebînin, divê em nekevin destê wan” û hwd, dewsa xwe hîşte berxwedaniyê. Êdî min dixwast zêdetir biçim ser wan û bila bibînin ku jinên Kurd çawa li hemberî wan şer dike, serê xwe natewîne.
Piştre gelek çalakiyan de, ez bi xwe jî tê de, em çûn ser wan, her ku wan li hemberî me bi paşverûtiya xwe ve hatin, em zêde bûn, em bi bîryar bûn.
Di çiyayên asê ya Botanê de, hemû dar û ber, av û ax, kevir û lat bûne dîtiyên bûyerên weke vê bi sedan in.
Gava tu jin bî û di nava şer bî her tişt bi te re diaxive.
Ez hê jî bi xweza û jiyanê re diaxivim lê hûn?
- Ayrıntılar
Dengê axînekê ji dilê min tê, bi hevaltiya hevalan re ez fêrî axînkişandine bûm. Hinek heval ji min re bûn mamosteyên jiyanê. Ez fêrkirim ku bi pênûsa hevaltiyê jiyanê neqişbikim. Ruhê min geşkirin, bi hevaltiya xwe ez kirim xwedî wicdan, yek ji wan jî hevala Bêrîtan Şîn bû. Roja ku hevala Bêrîtan Şîn hate tabûra me li bîra mine. Çavên wê, sîmeyên wê, gotinên wê bala min kişand. Êşa ku jinên Kurd dikişîne min di çavên wê de didît. Hezkirine dilê jinê min di ruhê wê de hîsdikir. Jineke gelekî jêhatî bû. Ew jî mîna gelek jinan jiyana xwe fedayî xwişk û birayên xwe kiribû. Gava ku ez pêre diçûm wezîfeyekê min ji xwe şermdikir û min ji xwe re digot “min çima weha arzan jiyankiriye”. Şehîd Bêrîtan li gundê Bêrî yê girêdayî Mako ji dayîkbibû. Birastî bêhna jinên kedkar ji wê dihate. Hîna xwişk û birayên wê di temenekî biçûk de ne, dayîka wê nesaxdikeve û hevala Bêrîtan jiyana xwe fedayî wan dike. Şûna dayîka xwe karê malê dike, ji bona ku xwişk û birayên xwe mezin bike dixebite. Her êş û janeke ku jiyankiriye bi qermîçokên riwê xwe re vedişêr e. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê biçin dibistane bi roj û şev dixebite. Li axînên dayîka xwe guhdar dike, rondikên çavê xwişk û birayên xwe paqijdike. Dilê wan şad dike û jiyanê bi wan dide naskirin. Êşên wê bi zeman re diherikin. Dilbirîn dibe û ji jiyana xwe nememnûne. Dizane eger mîna jineke civakê jiyanbike ewê bibe mulkê zilamekî, ji ber vê yekê herdem hewldide ku nezewice û ji wê jiyanê rizgarbibe. Bêrîtan Şîn di heman demê de naxwaze ku her du xwişkên wê bizewicin û bibin mulkê zilamekî. Ji xwişkên xwe re dayîk, xwişk û hevala. Tenê ji bona ku xwişk û birayên wê ji bedewbûna jiyanê mehrûm nemînin, jiyana xwe fedadike. Xwişk û birayên wê nekêm nan û xwarin ji destên wê dixwin. Xwişka xwe Nalîn fêrî ferşçêkrine dike û wê herdem diparêze. Piştî ku Bêrîtan Şîn hevalan nasdike hatine çiyan çêtir dibîne û berê xwe dide warê leheng û qehremanan. Çîroka her du xwişkan Bêrîtan û Nalîn di rêka çiyan de destpêdike. Gava ku berê xwe dide çiyan xwişka xwe Nalîn jî bi xwe re tîne. Bêrîtan Şîn û xwişka xwe Nalîn sala 2007 an bi hev re tevlî nava refên gerila dibin. Bi hev re şervantiya nû dibînin, lê belê kesek nizane ku herdu xwişkên hevin. Hevala Bêrîtan dixwaze ku Nalîn fêrbibe bê wê jiyanbike. Dizane ku her yek ji wana wê biçe herêmekê. Hevala Bêrîtan Şîn berê xwe dide herêma Behdînan û ji Nalîn dûrdikeve. Bi rêya name nivîsandine agahî ji Nalîn digire. Lê belê hesreta wê ewe ku rojekê Nalîn bibîne. Piştî çar salan Nalîn dibîne û dinêre ku Nalîn bûye gerilayeke gelekî xurt. Her kêlî û rojeke ku Bêrîtan Şîn jiyankiriye ji hevalan re bûye bîranîn. Di tabûrê de herkesî jê hezdikir. Ji bona ku kêmasî di karên wê de dernekevin gelekî hewldida û xwe diwestand. Ji zor û zehmetiyan neditirsiye. Di tengaviyê de bi hevalên xwe re dostbû. Eger ku kêmasî di karê wê de derketibane, nikarîbû xwarin bixwe yan jî bikene. Wicdanê wê qebûlnedikir, fêrbibû ku herdem di karê xwe de serkeftî be. Berî ku tevlî nava refên gerila bibe xwendin û nivîsandine wê nebû. Li çiyan xwe fêrî zimanê kurdî kir. Hesreta wê bû ku bi xetên destê xwe nameyekê ji bona Nalîn binivîsîn e. Dixwest bi lênûsa xwe re jiyana xwe ya gerilayetî parvebike. Sala 2010 hevala Bêrîtan Şîn tevlî perwerdeya Akademiya şehîd Bêrîtan bû. Hîna perwerde bi dawî nebibû Bêrîtan Şîn rext û çeka xwe ji bona piratîkê amadekiribû. Bi moralekî mezin wêne û lênûsa xwe ji xwişka xwe Nalîn re rêkir û berê xwe da çiyayê Zagros. Cara dawiyê min wê dît li ser rêka Zagros bû. Moralê wê gelekî bilind bû, ji min re got “ ezê biçim Zagros bedewbûna çiyan bibînim, biçim piratîkê û tevlî şerbibim. Ezê ji çiyayê Zagros name ji we re bişînim.” Lê belê hevala Bêrîtan negihîşt ku name ji me re binivîsîne. Sala 2011 an bi 35 hevalan re di çalakiya Çelê de şehîdket. Berî ku name ji me re binivisîne, me xebera şehadeta wê bihîst. Min ticarî xwe amade nekiribû ku ez bibihîzim hevala Bêrîtan Şîn şehîdketiye. Lê belê dilê min destek nade ku ez hestên xwe yên di wê kêliyê de bînim ziman. Tenê min mafê xwe didît ku ez di jiyanê de xwedî li bîranîn û kesayeta şehîd Bêrîtan derbikevim. Bîranînên ku me bi hev re jiyankirî roj bi roj dihatin ber çavên min. Min dengê ahenga jiyanê di wan kêliyan de bihîst. Her çiqasî ew kêlî bi êş bin jî lê belê hêzekî mezin da min.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Dunya Pale
Gerîlaya Kurd Xurbet Şirnex bûye qurbanê koçbertiyê û li Mexmûrê mezin bûye. Bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Ebdulah OCALAN bandor dibe û tevlî nava refên gerîla dibe.
Xurbet Şirnex ya bi navê Xurbet Îlhan sala 1983 an de li Şırnexê hatiye dinê. Tenê heşt salan xwendıye û ji ber zordariya dewleta Tirk malbata wê naçar dimînin koçber bibin. Xurbet di temeke biçûk de bi birçîbûn, zor û êşan re rû bi rû dimîne. Ew êşên penabertiyê wê fêrî gelek rastiyan dike. Di dilê wê de hestên tolrakirinê derdike pêş. Ew zordariya dewleta dagirker a tirk li ser serê wan daye meşandin, napejirîne û herdem fikra tolhildanê mezin dibe. Di malbata wan de gelek xort û jin din ava tevgera azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Rêber APO dîl hate girtin, Xurbet nikare vê yekê bipejirîne û tevlî nava refê gerîla dibe. Perwerdeya xwe ya yekemîn li Qendîl dibîne. Bi pêşniyarê xwe di sala 2003’an de derbasî herêma Zagrosan dibe.
Zagros Perçek ji canê wê ye
Gerîla ya Kurd Xurbet ji sala 2003’an hetanî jiyana xwe ji dest dide li herêma Zagrosan dimîne. Herî zêde li Çarçela dimîne. Gerîlatiya Çarçela jî hêsan nîne û vîneke mîna pola dixwaze. Tevî ku fizîka wê lawaze jî lê tu carî ji çûyina wezîfeyan û çalakiyan qut nedibû. Hezkirina wê ya ji Çarçela hêzeke mezin dide wê. Hemû hevalê wê vê girêdana wê ya bi Çarçela dizanin. Demeke dirêj li Zagrosan li Çarçela mabû, gelek caran hevalê wê dixwestin wê bişînin perwerdeyê lê wê ji ber qutbûyina ji Zagrosan ev yek nedixwest. Hevala Xurbet dema tiştek bianiya ser ziman an jî ji tiştekî bawer kiriba ne pêkan bû tu kes bi wê paş de gav bide avêtin. Gelekî dixwest biçe bakur lê ji ber di malbata wan de şehîd û tevlêbûn pir bûn bi niyeta parastinê nedihat şandin. Lê belê wê ji ber vê helwesta hevalan xwe qane nedikir û digot “Ez ji bo azadiya xwe hatime çiyan, ne ji bo malbata xwe hatime. Ger ku malbatê bedel dane ji bo xwe dane ne ji bom in dane. Pêwîste ez ji bo azadiya xwe tekoşînê bidim meşandin. Wan ji bo azadiya xwe tekoşîn kirin.” Di heman demê de Şehîd Xurbet gelek hestyar û bihistyar bû. Tu car nedixwest tu kesî bişkîne. Penabertî û şehadeta hevalên wê wê gelek hestyar kiribû.
Gerîlaya Xurbet di sala 2008’an de diçe Akademiya Mazlûm Doxan û piştÎ perwerdeyê cardin vedigere herêma Zagrosê. Di 21’ê Îlona sala 2009’an de li Geverê di pevçûneke bi leşkerên artêşa dagirker re tevlî nava kerwanê şehîdan dibe. Hevala Xurbet di himbêza Zagrosan de şehîd dikeve û heta şahadeta xwe jî ji Zagrosê qut nabe…
- Ayrıntılar
