Diren RONAHÎ
Wekî ku li cihê ku gotin diqedin bû. Çend roj bû ku demekî herî nêzî bersiva pirsên ku serê wê tevlihev dikirin dijî.
Belkî jî ji ber vê bû; her gotin kendalekî nû bû ku tarîtiyên kûr tîne bîra mirov. Diviyabû tiştekî bikira, tiştekî ku hewcedariya gotinê nehêle û cihê gelek hevokên komkirî bigire.
Bêdeng bû. Di her bêdengiya wê de xeyalên nû ew himbêz dikirin. Hîs dikir wekî ku li ser kendalekî ku binê wî nedîtibe rawestiyaye, û heman qas jî xwe li binê wê kendala kûr didît. Ew hatin û çûnên bûna xwe û rûbirûbûna bê tirs bi xwe re bûn. Diviyabû derketinek ji vê kendalê, ji vê tarîtiya ku her ku diçû wê tenêtir dikir, hebe. Gotin nebû; gelek gotin ji bo vê armancê qediya bûn. Êdî dem dema derbasbûna çalakiyê bû.
Li ser kevirê rûniştibû, di nava van xeyalên kûr de rûyê xwe dabû rojê ya ku dihat dinyayê û bêdeng bû. Serê xwe rakir; tîrêjên rojê di nava sibehê de belav dibûn. Bê ku li paş xwe binêre, dixwest mîna çûkek ku di dilê wê de bask lê dide ber bi asoyan ve belav bibe. Piştî demekê çiya wekî deryayeke sor li pêşiya wê dirêj bûn. Ji xwe nepirsî ka çima li vir e, ji ber ku dizanî. Hevalên wê jî nepirsîn; pir baş dizanîn ku ev rewşa bêdengiyê encama bêçaretiyê nîne.
Çûkek dît ku di devê xwe de sîskek digirt û hêdî li hêlîna xwe ya di qula kevir de datanî. Dengên çûçikan di nava bêdengiyê de vedeng didan. Giraniya berpirsiyariyekê bû ku wê di vê demê de ji zarokên xwe dûr dixist. Belkî ji bo mezin kirina zarokên xwe û gihandina wan bi siberojê re gelek xetereyan jiyabû. Lê diviyabû wan mezin bike, bask bide wan û berde asîmana şîn.
Ew jî dizanî ku rêwiya rêyeke şîn e. Rêwiya jiyaneke azad bû. Lêgerîna rastiyê dikir. Pêwîstiyên vê jiyanê gelek bûn. Berpirsiyariyên vê lêgerînê giran bûn. Xwe û hevalên xwe bi çûkê re şiband. Di pîroziya armancekê de ketibûn rê û çiya kiribûn warê xwe. Gelek tişt li paş xwe hiştibûn: dayik, bav, bira û xwîşk, cihên ku lê ji dayik bûbûn û mezin bûbûn û gelek tiştên din. Lê vala nebû; ev rêyeke dirêj bû, wê pir baş dizanî. Hişyar bû. Aramiya ku ev hişyarî diafirand di dilê wê de hebû. Têkoşîna ku dimeşandin ew bû ku ji zarokên ku dixwestin siberoja wan were dizîn re siberojên azad bihêlin. Niha giraniya berpirsiyariyekê ketibû ser milên wê. Nizanîbû kî dê çawa bibe bersiv. Lê hişyar bû ku divê ji cihekê dest pê bike. Gotin nebû; ji ber ku li cihêk bû ku ji wateya gotinê dûr bû. Gelek gotin jî hatibûn gotin. Êdî dem dema derbasbûna çalakiyê bû. Diviyabû ji siberojên ku dixwestin di tarîtiyê de veşêrin re ronahî bibe. Diviyabû agirê azadiyê hîn zêdetir geş bike û pêtên wî bigihîne heft asîmanan.
Rojê ku li sibehê dihat û erdê bi ronahiyê tijî dikir, li xeyalên wê yên kûr û binê kendala tarî ya ku di nav de diçû û dihat jî hildibû. Pêşî kenek xuya bû, paşê got: ‘Erê, dibe ku ez li cihê ku gotin diqedin bim. Lê niha ne dema bêdengiyê ye, dema qîrîna bi hemû deng e. Ey ROJA bi rûken ku li ser erdê dihê, bi tîrêjên xwe jiyanê dide her zindî û kenan di dilên mirovan de datîne! Ey çiyayên hêbetdar, warê tenê yê dilên birîndar û koçer, ku bi hemû dilsozî bûne warê bindestan! Bi hêz û biryardariya ku ez ji we digirim, ez li ser rûyên tarî dimeşim. Bi we re dibim, bi we re mezin dibim, bi we re digihîjim siberojan. Û niha wekî derketina kolanek bêderketinê ez xwe dispêrim we. Kenê bê berjewendî yê hevalê ku hêz dide dilê min û coşên bêdawî di laşê min de diçîne ye. Niha ez ê kenên wî jî li rex xwe bigirim û hesret û xewnên wî bigihînim siberojên azad.’
Li derdora xwe nihêrî. Hevalên xwe dît ku her yek bi tiştekê mijûl bû. Amadekariyên rojeke nû destpêkirî dihatin kirin. Dilên ciwan bûn ku bi lez dimeşiyan û dixwestin tiştekî bikin. Her yek jiyaneke cuda, cîhanek bû ku di nava xwe de bedewiyeke bêdawî digirt. Careke din bi bîr anî ku çiqas wan hez dike. Di wê gavê de kenek li awirên wê rûnişt. Ji dilê wê derbas bû ku her yekî cuda cuda hembêz bike û têr-tijî bigire. Bi tevgerê mîna ku dibêje nabe, paş xwe vegerand û li rojê nihêrî ku ji pişt çiyayên hember hêdî hêdî hildibû.
Li cihê ku gotin diqedin bû, lê gelek gotinên xwe yên nîvco bi bîr anîn. Gotinên ku dawî nedanî, têr nekiribûn ziman, her tim kêmasiyek tê de hîs dikir. Herî zêde yên ku ji hevalên xwe yên bi hev re dil dan têkoşînê re negotibû hatin bîra wê. Belkî zêde bi hev re nemabûn, lê gelek tişt hebûn ku werin gotin. Harun, Zerdeşt, Şoreş, Aras, Nuda, Beritan, Cejna… Yek bi yek li ber çavên xwe zindî kir. Hemû bi hev re dil dan vê rêyê. Xewnên wan hevpar bûn. Paşê fêm kir ku çiqas hesreta wan kiriye. Niha her yek li cihên dûr xewnên hevpar mezin dikir. Bi gelek hesretên ku di dilê xwe de kom kiribûn, her kêliya ku bi hevalên xwe re derbas kiribû bi bîr tîne. Carinan bîranîn dibin bahozeke şahiyê ku dilê wê tijî dike, carinan bê ku fêm bike dibin sedem ku dilopên hêstiran yek bi yek ji rûyên wê daketin.
Sala xwe ya pêncemîn di nava têkoşînê de temam dikir. Soza ku bi hevalên xwe re dabû mîna duh bi bîr anî. Dê biçûna Dêrsimê. Li Dêrsimê dê hîn zêdetir xwe bidana têkoşînê. Û niha bayên Dêrsimê li derdora wê dihatin. Li gorî hevalên din ew herî nêzî Dêrsimê bû. Wekî ku herikîna Munzurê hîs dikir. Lêdana baskên qaranquşan, bazdana pezkoviyan, bîhna gula anafatma, hêbeta Kevirên Sor… Hemû ji hev xweştir, her yek bi qasî cîhanan buha bû. Paşê serbilindiya bûna di vê têkoşînê de jiya. Her aliyê welatê cennet xweşiyeke cuda ye! Dêrsim, Amed, Botan, Serhed, Rojhilat, Rojava, Başûr, Bakur… Cihê ku be ferq nedikir. Ji Partiyê re soz dabû: ‘Çi dibe bila bibe, ez ê xwe li gorî pêwîstiyên rêxistinê amade bikim. Li her cihê ku rêxistin guncan bibîne ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Û di rêya mezin kirina têkoşînê de ez ê şopdara pratîkên serkeftî bim.’
Hêrs bû. Dizanî ku divê hêrs bibe. Bê hêrsa li dijî dijmin, azma têkoşînê jî pêş nakeve. Bi dehsalan tiştên ku li Kurd reva dîtine mirin, îşkence, qetlîam û surgûn bûn. Yê ku bê hêrs ji van dixwest tiştekî bike, nikaribû ji hewldanek vala wêdetir biçe. Niha Rêber Apo, ku bûye sedema ji nû ve zayîna Kurd û afirînerê mirovê azad û siberojên azad e, di bin zextên mezin de û li ber tundiyeke dijwar bû. Ji ber vê hêrs bû. Her kêliyê hevaltîya xwe ya nebes hîn kûrtir dipirsî û dixwest bersiva pirsa ez çawa dikarim bibim bersiv bidît. Û her çiqas dereng be jî bersiva xwe dîtibû. Îşev bi heyva tijî re hevdîtinek wê hebû. Belkî jî dê biçûya hevdîtina dawî ya bi hevalên xwe re. Lê tevî her tiştî dilê wê bi coş bû. Ev coş di awirên wê de wekî bedewiyeke bêdawî derdiket holê.
Niha çavên wê bi awayekî din dibiriqin. Kenek li awirên wê rûniştiye. Lingên wê yên ji kevirê daketî bi xwe diçûn û dihatin. Tişta ku niha heye tenê kelecan e ku laş û dilê wê girtine. Biryara xwe dabû. Piştî hevdîtina şevê ya dûr lê ew qas nêzîk, dê hesretên xwe bi baskên bayên çiya ve girêbide û tililiya xwe belav bike. Dê her tîrêjeke rojê ya piştî şevên reş derdikeve bigihîne dilên birîndar, koçer û qedexekirî. Ji bo gulên welat neçilin, zarok bê lîstik nemînin, hêsir ji çavên dayikan neherikin, qîrînên keçên me yên ciwan bisekinin, dê bikeve rê. Rêya ku ji xwe dest pê dike, lê li xwe naqede û milyonek dil dide tevgerê…
Roj her ku diçû bilind dibû. Hêdî, bi piştgiriya destê xwe yê çepê rabû. Demekê hişt ku ba porê wê şane bike. Wekî ku dixwest tîrêjên rojê di kûrahiyên çermê xwe de binivîse, wisa ma. Çavên xwe girt, kulma xwe givaşt. Di rîtma çûkên ku li hewayê dixwendin de, bîhna reyhanê ya ji dûr ve dihat kişand hundirê xwe. Bi coşek ji kûrahiyên dilê wê dihat û şane bi şane, demar bi demar pêl dida, xwest bi hemû deng qîr bike. Bi hêstirên ku hêdî hêdî dadiketin re nefeseke kûr kişand. Bi dengekî ku roj, çiya û ew bixwe bibihîzin: ‘Gotin qediyan, êdî dor hat ser çalakiyê’…
Ji bo bîranîna hevala Diren TOLHILDAN (Emine ALTUN)…
