HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Herekol zimanê mirov dida qurtandin, tiştên ku dizanî ji bîr dibe. Mirov carinan êdî nikare bifikire.

Belkî jî fikirîna naskirî ji pêwîstiyê derdikeve. Laş û ruh, mirov û xweza di hev de têne tevandin. Raman pir şil û nezelal in, lê heke xwe nîşan bidin dibiriqin. Mîna ku hemû şaneyên mirov têne ziman. Di heman demê de mîna ku her tişt bi te re diaxive. Gotinên naskirî her ku diçin biçûk dibin, mirov dixwaze bibêje keşke ez zimanê xwe yê mezin jî bidim qurtandin. Gotin hatine sazkirin, gotin di çavên hişk de tune ne; gotinên dilovanî bûne xefikek, hemû xerabî hatiye di nava gotinan de bicih bûye û veşartiye. Di piraniya zimanên şîrîn de kujer veşartî ye. Zimanê şîrîn herî zêde ji bo kuştinê hatiye sazkirin. Ji ber vê yekê zimanê xerab dibe yê ku ber bi karê jiyandinê ve diçe. Gotina “heval rastiyê tal dibêje” belkî ji ber vê hatiye gotin. Ji ber vê yekê belkî tercîhkirina jehrê li şîrîniya gotinê jiyanîtir e. Evîn bûye amûra herî bihêz a kuştinê. ‘Evîn kuştin’ bûye, çi xerîb e!

Tu bêdeng dimînî, yek gotinê nakî; ez dizanim, ne ji nezanînê ye. Ji bo ku gotin nekeve bin lingan e. Tu bêdengiya xwe bi serbilindî û rûmeta xwe diaxivînî. Awirên te diaxivin. Bêdengiya te diaxive. Tu serhildêr î, ser natewînî, derewa te tune ye, hundirê te dikenê, tu bi coş dibî, heta di giriyên xwe de jî hêvî lê zêde dikî; heke were jibîrkirin jî tu bi bîr tînî, bi bîr dikî, tenê tu bi ser xwe dikevî, ne bes e?

Tê gotin ku Sait Bey li Dêrgulê li dijî Osmaniyan serî hilda. Na xwest leşker bişîne û bac bide. Mîr û begên Kurd ên ku sedsalan bi Osmaniyan re hevpeymanî hebûn, di rewşeke otonom de dijiyan. Ew hevalên herî dilsoz û herî bawer ên Osmaniyan bûn. Ji dema ku li Malazgirtê deriyên Anadolu ji Tirkan re vebûn heta îro, alîkarî kirine; astengî li windabûna gelek şeran kirine û bûne sedem ku gelek şerên stratejîk bên qezenc kirin.

Dema Osmanî êdî nikarîbû fireh bibe, dest bi windakirina şerên ku tê de ketibû û vala kirina xezîneya xwe kir, hêrsa têkçûna xwe, bêçaretiya xwe û ketina xwe ya bin dest û lingan ber bi ‘hundirê xwe’ ve vegerand. Bi bar kirina li ser Kurdan, xwest bi bacên giran û gelek leşkeran vê psîkolojiyê ji xwe dûr bike. Osmanî gelek berê dest bi xwarina xwe bi xwe kiribû.

Berê, di herêma xwe de, ağa, beg û mîrên serdest dikarîn karên hundirîn bi înîsiyatîfa xwe saz bikin. Dema ku piçek ji bacên komkirî ji dewleta navendî Osmanî re dişandin, yên mayî bi dilê xwe bikar dianîn. Di komkirina leşkeran de jî xwedî înîsiyatîf bûn. Dikarin ji bo Osmaniyan hejmareke ‘maqûl’ a leşkeran bişînin. Her çiqas carinan ev hejmarên ‘maqûl’ digihiştin astên astronomîk û maqûlbûna xwe winda dikirin jî, dihat rêvebirin. Dema ku dewleta Osmanî bi sedemên naskirî û nenaskirî xwest ağa, beg û mîran bide aliyekî û tiştekî di destan de nehêle, dîrok ket pêvajoyeke nû. Di têkiliyên Kurd û Tirk de êdî ya esas serhildan e. Ji ber ku di van polîtîkayên kor ên Osmaniyan de qasî gelê Kurd, çînên serdest ên Kurd jî ziyan dîtin, bê hewcedariya fikirînê jî dikaribû serî were hildan. Û bi rastî serhildanên Kurdan di vê demê de mîna ku pir ji fikirê para xwe negirtibin xuya dikin. Pir nehat pirsîn ku li dijî kê, bi navê kê û çawa; bê perspektîf û plana giştî, parçeyî, ji nişka ve dibiriqin û dimirin, xwe dixwin.

Va em li serhildana Sait Bey binêrin. Bê hêz, bê hevpeymanî û rêxistin, bê stratejî û plan, bi çek û avahiya leşkerî qasî ‘tune’ li dijî Osmaniyan serî tê hildan. Heta Bedirxan Bey, mîrê herî bihêz û herî çalak ê Kurdistanê jî li kêleka wî cih nagire. Bi Osmaniyan re dibe yek û Dêrgulê vediguherîne dojehê. Sait Bey teslîm dibe, gel bi şûr tê qetilkirin.

Tişta ku ez li vir dixwazim bibêjim ne ew e ku Kurd di van serhildanan de ne li ser heq bûn. Pirsgirêk di awayê destpêkirina serhildanê de ye. Destpêkirineke serhildanê ye ku bi teqezî bi têkçûnê mehkûm e. Di Kurdan de Agitî jî mîna vê ye. Di Agitiyê de teslîmbûn tune ye. Berxwedan heta dawiyê û mirin heye. Lê dema em piraniya mezin a serhildanên vê demê, ji ya herî biçûk heta ya herî berfireh, lêkolîn bikin, xala dawî teslîmbûn e. “Baş berxwedan û xerab teslîm bûn” baş nîne.

Dêrgulê, ku berê Êzidî bû û paşê bû misilman, gelê wê her tim êş kişand. Berdêlên giran da. Ew qas xiyanet dît ku demek hat, xwe bi xwe xayînan xwedî kir. Ew “nizmî” yên ku bûn sedema rijandina xwîna gerîlayên xwe, şervanên xwe, kur û keçên xwe yên herî resen, tehemûl kir. Ma ev li te diçe!

Bi derketina Tevgera Azadiya me re, pêvajoya ku Dêrgulê jiyaye pir balkêş, pir dijber û pir girîng e. Ez difikirim ku di pêşerojê de hin aliyên wê vekim. Heke derfetê min hebûya, min dixwest pirtûkek binivîsim ku dîrok, erdnîgarî, çand, çîrok û bûyerên cihêreng ên Dêrgulê heta kesayetên wê lêkolîn û nirxandin bike. Ma xirab e heke bêhejmar ciwan, keç û xort, li şûna ku jiyana xwe bêkar derbas bikin, berê xwe bidin van çalakiyên hişmendbûn û afirandinê?

Belê em dikarin vê ji bo her bajarê xwe, her bajarok û gundê xwe, her eşîr û herêma xwe, her gelî, av û çiyayê xwe jî bibêjin û bikin. Em hêvîdar in, ji ber ku Kurd û Kurdistan dîsa vejînê dibînin. Mezopotamya şiyar dibe. Kurd şiyar dibin; Asûrî, Ermenî, Tirkmen şiyar dibin. Bi kurtasî hemû gelên Rojhilata Navîn şiyar dibin. Heke di sergêjiya xewa pênc hezar salî de bin jî, ev şiyarbûnek e. Hêdî ye, lê ew qas kûr e. Em ji xeyal û xewnan vedigerin rastiyê. Bîranîn dîsa vejînê dibînin, deng ji bo helbest, klam û awazên bêhempa guncan dibin. Dilên qeşabûyî dihelin. Ronahiya çavên te ji rojê zêdetir xwedîker e. Em pîrozên xwe dîsa zindî dikin û bi wan re dibin yek. Jin, jinên Kurdistanê dîsa li pêş in. Xweza, xwezaya me, dayika me ya di ber mirinê de xwe nû dike. Em nû dibin, ez nû dibim.

Ev meşek wiha ye ku tu hêz nikare asteng bike. Tu hewldana reş nikare bi ser bikeve. Ne cop, ne dar, ne bombeyên gazê, ne panzer, ne tank, ne top, ne qazan, ne artêşên taybet û ne pir taybet. Ne planên qirkirina siyasî, ne polîtîkayên qetlîamên fîzîkî û çandî; tu rêbazên hatine ceribandin û bên ceribandin nikarin vê meşa bi rûmet asteng bikin. Ne tenê gol, derya jî maya girt. Fikrên azadiyê yên Rêber Apo dil û mejiyên gelên Rojhilata Navîn maye kir. Ma hûn van şitlên ku bi serhişkî şîn dibin nabînin? Çi kêfxweşiyeke mezin e ku mirov leşkerekî vê meşa bi stran be!

Dêrgulê êdî meşvaneke bi coş û bi bawer a vê rê ye. Silav li te, keleha berxwedanê Dêrgulê; silav li te, evîndara azadiyê; silav li zarokên te yên mêrxas ên ketine axê; silav li dayikên kedkar, li bapîrên heftê salî; silav li gelê te, li yên vegeriyane eslê xwe; silav li yên ji bo yekîtiyê dixebitin; silav li ciwanên ku rûyê xwe dane çiyan; silav li zarokên bi kenê gerîla û nîşana serkeftinê; silav li şivanên te, cotkarên te; silav li hemû kedkar û berxwedêrên te; silav li te Dêrgulê! Silav, silav... Hezar silav!

JI PÊNÛSA GERÎLA