HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

(Ji parastinên Rêber Apo li ser parastina xwe)

Di wateya giştî û kolektîf de, bê exlaq û siyaseta civakî ya ku wekî faktorên hebûnê ji bo meşandina karên hevpar ên civakê toxm û tevn girtine, civak nikarin hebûna xwe ya resen bidomînin.

Rewşa normal a civakê, hebûna wê, bê exlaq û bê siyaset nikare be. Ger tevna exlaqî û siyasî ya resen a civakekê ne pêşketî be an jî hatiye qelskirin, beralîkirin û felckirin, mirov dikare bibêje ku ew civak dagirkirin û kolonîtiya tekellerên cuda yên sermaye, desthilat û dewletê dijî. Lê bi vî awayî hebûn domandin, li dijî hebûna xwe xiyaneta xwe û xerîbbûn e; wekî pez, tişt û mal-milk di bin serweriya tekelleran de hebûn e. Civak di vê rewşê de xwezaya xwe ya resen winda kiriye, qabîliyetên civaka xwezayî an winda kirine an jî hatine qelskirin. Ew hatiye kolonîzekirin, heta xerabtir, bi hemû tiştên xwe wekî mijara milkê xwe radestî rizîn û nebûnê kiriye. Di dîrokê û îro de gelek civakên ku li vê danasînê tên hatine dîtin. Yên hatine rizandin û tune kirin ji yên hîn li ser lingan mane pir qat zêdetir in.

Dema civak dikeve rewşa ku nikare saziyên xwe yên exlaqî û siyasî yên ji bo domandina xwe pêwîst ava bike, bixebitîne û fonksiyonel bike, tê wateya ku hatiye xistin nav qepika zext û kedxwarinê. Ev rewş ‘rewşa şer’ e. Dîrok dikare wekî ‘rewşa şer’ a şaristaniyan li dijî civakê jî were danasîn. Dema exlaq û siyaset fonksiyonê xwe pêk nayînin, tenê karekî ku civak dikare bike maye: parastina xwe. Rewşa şer, rewşa nebûna aştiyê ye. Ji ber vê yekê aştî tenê li ser bingeha parastina xwe dikare wate bigire. Aştiya ku parastina xwe tune be, dikare îfadeya teslîmbûn û koletiyê be. Aştiya bê parastina xwe ya ku îro lîberalîzm li gelan û civakan ferz dike, bi taybetî lîstika ku jê re aramiya demokratîk û lihevkirin tê gotin, ti wateyek din nagire ji veşartina serweriya çîna burjuva ya ku bi hêzeke çekdar a yekalî û heta qirika xwe tê meşandin, ango ji meşandina veşartî ya rewşa şer. Danasîna aştiyê bi vî awayî wekî hewla herî mezin a hegemonyaya sermayeya îdeolojîk li pêş me derdikeve. Di dîrokê de jî bi awayekî din, bi navê ‘têgehên pîrozkirî’ xwe îfade dike. Ol bi têgehên vê alî barkirî ne. Bi taybetî olên şaristanîkirî wiha ne.

Pêkanîna aştiyê tenê dema parastina xwe ya civakan, û bi vê re karaktera civaka exlaqî û siyasî, were parastin û misoger kirin dikare bigihêje wateya xwe ya rastîn. Bi taybetî danasîna aştiyê ya ku Michel Foucault jî ji bo wê hewldanek mezin kir, tenê bi vî awayî dikare îfadeyeke civakî ya qebûlkirî bistîne. Barên wateyê yên ji bilî vê, ji bo hemû civak û gelan ti îfadeyek din nayînin ji xefikekê û ji domandina rewşa şer bi awayên veşartî. Peyva aştî di şertên modernîteya kapitalîst de peyveke bi xefik barkirî ye. Bê danasîna rast bikaranîna wê pir xeternak e. Heke careke din danasîn bikin, aştî ne bi tevahî rakirina rewşa şer e, ne jî rewşa aramiyê û nebûna şerê di bin serweriya aliyekê de ye. Di aştiyê de aliyên cuda hene. Serweriya teqez a aliyekê ne mijar e û divê nebe. Sêyem, çek li ser bingeha razîbûnê li hember meşandina saziyî ya exlaqî û siyasî ya civakê bêdeng dibin. Ev sê şert bingeha aştiya prensîbî ne. Aştiyek rastîn heta ku xwe ne dispêre van şertên bi prensîb, wate nade.

Heke em van sê şertan hinekî vebikin, yekem, bêçekirina hemû aliyên bi tevahî nayê pêşbînîkirin. Çi iddîayên wan hebin, ew tenê soz didin ku bi çekan êrişî hev nekin. Li pey serweriya çekdar nayê çûn. Ew qebûl dikin ku rêzê li maf û imkanên hev ên xwe di ewlehiyê de girtinê bigirin. Duyem, serweriya dawî ya aliyekê ne mijar e. Dibe ku aramî û sekinînek di bin serweriya çekan de were peyda kirin, lê ev rewş wekî aştî nayê navkirin. Aştî, aliyê ku rast an nerast be jî, dema aliyên cuda bi hev re qebûl bikin ku bê serwerî çêkirin şer rawestînin, dikare bikeve rojevê. Sêyem, aliyên cuda di çareseriya pirsgirêkan de qebûl dikin ku rêzê li meşandina exlaqî, ango wijdanî, û siyasî ya saziyî ya civakan bigirin, çi rewşa wan be, du alî, civak an desthilat. Şerta ku jê re ‘çareseriya siyasî’ tê gotin di vê çarçoveyê de tê danasîn. Agirbestek ku çareseriya siyasî û exlaqî tê de tune be wekî aştî nayê şîrovekirin.

Di bin van şertên aştiya prensîbî de, siyaseta demokratîk bi girîngiyeke neçar dikeve rojevê. Dema saziyên exlaqî û siyasî yên civakê dixebitin, pêvajoya ku bi xwezayî derdikeve holê pêvajoya siyaseta demokratîk e. Derdorên ku hêviya aştiyê dikin divê bizanin ku ev tenê dema siyaset li ser bingeha exlaqî rola xwe bilîze dikare serkeftinê peyda bike. Di aştiyê de herî kêm divê aliyek di rewşa siyaseta demokratîk de be. Wekî din, ya tê kirin ji ‘lîstika aştî’ ya bi navê tekelleran wêdetir naçe. Siyaseta demokratîk di vê rewşê de roleke jiyanî dilîze. Pêvajoyeke aştiyê ya watedar bi hêzên desthilat an dewletê yên li hemberê xwe re tenê di bin diyaloga hêzên siyaseta demokratîk de dikare were jiyîn. Yên mayî domandina şerkeriyên, ango tekelleran, bi rawestandina demkî ya hevdu ne. Westana ji şer, zehmetiyên lojîstîk û aborî hene. Heke ew werin rakirin, şer heta serweriya aliyekê bi tevahî were misoger kirin berdewam dike. Ji van awayan re pêvajoya aştiyê nayê gotin; dikare wekî agirbestên ji bo şerên hîn tundtir bên navkirin. Ji bo ku agirbestek aştiyane be, girêdana wê bi aştiyê û bi van sê şertên me hejmartî girîngiyeke prensîbî heye.

Wekî ku carinan di şer de tê dîtin, dibe ku aliyê parastina xwe, ango aliyê di rewşa rast de ye, jî serweriya dawî bistîne. Di vê rewşê de jî sê şertên aştiyê naguherin. Wekî ku di sosyalîzma reel û gelek şerên rizgariya neteweyî yên rast de hatiye dîtin, tavilê bazdan bo desthilat û dewleta xwe, û di bin vê desthilat û dewletê de aramiyê peyda kirin, nikare aştî be. Vê carê li şûna hêza biyanî danîna hêzeke herêmî ya tekelî, beşa ku jê re kapitalîzma dewletê an burjuwaziya neteweyî tê gotin, tê mijarê. Heta heke jê re desthilata sosyalîst jî bê gotin, rastiya sosyolojîk naguher e. Aştî wekî prensîb ne diyardeyek e ku bi serweriya desthilat û dewletê were peyda kirin. Desthilat û dewlet bi çi navî be, burjuva, sosyalîst, neteweyî, ne-neteweyî, ferq nake; heta ku serweriya xwe bi hêzên demokratîk re parve neke, aştî nakeve rojevê. Aştî di analîza dawî de lihevkirina bi şert a demokrasiyê û dewletê ye. Di dirêjahiya dîrokê de çîrokên vê lihevkirinê cih û demeke mezin girtine. Di gelek dem û mekanan de hatine ceribandin. Ya prensîbî û dirêjdem heye. Ya ku hêj mîrekeba wê hişk nebûye hatiye şikandin jî heye. Civak tenê ji avakirina hêzên desthilat û dewletê pêk nayên. Qadên wan çiqas bên tengkirin jî, heta ku bi tevahî neyên tune kirin, ew dizanin di bin nasnameya xwe ya exlaqî û siyasî ya resen de jiyanê bidomînin. Belkî jî rastiya ku di dîrokê de nehatî nivîsandin, lê rewşa esas a jiyanê ye, ev e.

Dîtina civakê ne wekî tenê ji çîrokên dewlet û desthilatê pêkhatî, lê berevajî wekî xwezaya diyarker, dikare beşdarî avakirina zanisteke civakî ya rastîntir bike. Desthilat û dewlet, tekellerên sermayeyê çiqas mezin û dewlemend bin, Fir'ewn û Qarûn bin, an jî wekî yên îro qasî ku civakê bixwin bibin hov, Leviathana nû, her çiqas hov bibin jî, tu carî nikarin civakê ji holê rakin. Ji ber ku di analîza dawî de wan diyarker civak e. Yên têne diyarkirin tu carî cihê diyarkeran nagirin. Heta hêza herî şaşaalî ya desthilatê, propaganda medyayî ya wekî ya îro, jî têrê nake ku vê rastiyê veşêre. Ew hêzên herî xirab û hêjayî dilovanî ne ku cilê dêwan li xwe kirine. Li hember vê, civaka mirovî ji destpêka pêkhatina xwe ve wekî afirandina herî ecêb a xwezayê ji wategirtinê bêpar namîne.